Hevpêyvîn bi Delco Balabanov re

Delco Balabanov

A. H. Kerîm: Mamoste Balabanov, hinek Kurd, cenabê we ji xebatên we yên nivisandî nas dikin. Lê belê ev xebatên we yên pir bi nîrx zêde nayên zanîn. Berya her tiştî em dixwazin bizanibin Balabanov kî ye? D. Balabanov: Ez di sala 1937 an de li gundekî piçûk yê çîyayên Rodopê hatim cîhanê. Di zarokatîya xwe de ez bi hizrên sosyalîst mezinbûm. Ji ber ku, ez sosyalîstekî nifşê sêyemînim, pir serbilind û bextewar im. Ev rewşa min ya bi nîrx, heya roja îroyîn jîyana min û rêka niviskarîya min destnîşan dike. Min, hemû jîyana xwe fedayê dîrokê kirî ye. Ez û dîrok, ev li dora çel salane em bi hev re wek du hevalên ji dil û can in. Pisporîya min ya despêkê lêkolînên li ser gelên Balkanan e. Herwisa wek pîşeyekê min dîrokzanî hilbijart. Beşa min ya lêkolînên zanîstî, Li ser dîroka Komara Tirkîyê ya nû û herî nûtir e. Di vê babetê de min piştî qonaxa Celal Bayar û Adnan Menderes (1950-1960) weşanên cîdî yên despêkê weşand. Ev lêkolîna min di derbarê peydabûna qatên gelê Tirk yên civakî û çînayetî de hatiye amadekirin. Di salên 1960 an de dînamîka serhildanên ciwanên Tirk bala min kişand. Hingê Klubên Hizrê û Federasyonên Ciwanên Şoreşger (dev-genç) hebûn. Dij-Amerîkanî, tekoşîna sîyasî,

şerê aşîtîyê û pêvajoka civakî ji alîyê van rêxistinan dihate meşandin. Em dikarin bêjin ku, di bingehê rûmetên gelê Tirkîya îroyîn de hizrên cîwanên dawîya salên 60 î û despêka salên70 yî heye. Hingê dema ku min didît, Dev-Genç û hinek rêxistinên hizrî û sîyasî parçe dibin û bi navê rêxistinên cûda derdikevin holê, ez pir li ber wan diketim. Di salên 1970 yî de tevgera ciwanî hatibû çewsandin. Ev bû egera ku ez di derbarê vê rûdanê de lêkolînan çê bikim. Herwisa, di nav niviskarên bulgar de, min tenê di vê derheqê de, ji bilî gotarên rojnaman, doktora xwe jî çêkirî ye. Di navbera herdû Kudetayên leşkerî (1971-1980) de, bi rêka çapemenîyê û nivîsên zanîstî, yên Înstîtuyan, ji sedî zêdetir nivîsên min hatin weşandin. Sala 1978 an ji hêla Akademîya Zanîstan ya Bulgarîstanê şahesera „piştî şerê cîhanê duyemîn rewşa Balkanan” hate amadekirin. Ji ber ku, ez jî niviskarekî wê şaheserê bûm, ev ji bo min şanazî u serbilindiyeke pir mezin e. Di beşa xwe de min li ser rêxistinên Kurdan yên despêkê li Tirkîyê û Avrupayê peyda bûne nivisand. Çiqas rêxistinên fermî û nefermî hebûn, min di derbarê hemûyan de nivisand. Cunta leşkerî ya sala 1980 yî, nikaribû pirsgirêka Kurd biçewsîn e. Ev jî ji bo Kurdan bibû egera pêşxistina tekoşînê. Ev ji bo min cîhaneke nûh bû. Niha temenê min 71 sal e. Lê hê jî xwe mina zarokekî di çîroka afsûnî de dibînim. A. H. Kerîm: Cenabê we Gelê Kurd cara despêkê li kuderê û çawa naskir? D. Balabanov: Min Kurd kingê naskirine? Bîranîna wê gelekî zehmet e. Ji ber ku, nayê bîra min. Dibe ku dema min derbarê şaristanîyên berê de lêkolîn çêdikir, hingê di pirtûkan de rastî vî navî hatibim. Paşê, di dema ku xwendevanê zanîngehê bûm, min di derbarê Kurdan de gelek agahî wergirti bûn. Selahaddînê Eyubbî yê ku nîjadKurd e, êrişên xaçîyan belaw kirî ye û paşve daye, ereb ji hetikandin û

şermezariyê xilaskirîye, hikareke mezin li ser min çêkirî ye. Dîsa Ansîklopedîya Îslamê di salên 1960 an de kete destê min.Di wê ansîklopedîyê de jî behsa Kurdan heye. Bi Kurdan re, ruberû dîtin di sala 1968 an de çêbû. Hingê li Sofyayê, Festîvala Cîwanên Cîhanê hatibû li darxistin. Ez wergerê xwendevanên Tirkan bûm. Di nav van xwendevanan de yên Kurd jî hebûn. Salên pey re, têkilîyên min û gelek rewşenbîr û Kurdên penaber çêbûn. Ev têkilî bûn derfeta dewlemendîya zanîn û agahîyên min. Hingê bi taybet xwendevanên min yên Kurdên başûr hebûn. Ji bilî wê sazîya zanîstî ya ku ez rêwebirê wêna bûm, me bihev re lêkolînên zanîstî çêdikir. A. H. Kerîm: Angoreyî nêrîna we, merca despêkê ya mirovbunê çî ye? D. Balabanov: Mirovbûn, mafekî pêdivî yê bi sincê/exlaqî ye. Gelek mirov dixwazin wisabin. Lê ji xwe napirsin, gelo şayesteyê/layîqê vêna ne, yan na! Tişta ku ez gelekî teqdîr dikim kesatîya têkûz e./muikemmel e. Kêfa min gelekî ji mirovê afirênerê angoreyî dem û mercan, yê jîr û wêrek re tê. Li pêş çavên min nirxê afirênêrîya piralî, afinêrîya civakî sîyasî gelek e. Ya herî grîng jî, divê mirov ji bo civakê tiştên kêrhatî bike. Eger di navbera kesayetîya tekûz û afirênêrîya civakî de hevseng/denge hebe, hingê sincekî îdeal yê mirov peyda dibe û hingê di navbera wî û civakê de aheng pêktê. A. H. Kerîm: Heya niha di derbarê Kurdan de kîjan pirtûkên we hatin weşandin? Bi kurtayî hun dikarin navêroka wana ji bo me vebejin. D. Balabanov: 1-„Di Komara Tirkîyê de Bizava Cîwanan“: Ev pirtûka, di salên 1960-70 yan de nêrîn, xebatên rêxistinên îslamî, burjuva-demokratîk, sosyalîst û radîkal yên cîwanan destnîşan dike. 2- „Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Rewşa Balkanan“: Li ser radîkal bûna Dev-Gencê û tunekirina wê ye.

3- „Vebijarka Aşîtîyê nîne“ : Ev pirtûka berhemeke berhevkirîye û Konferansa Kurdistanê ya Navnetewî sala 1994 an destnîsan dike. Nûnerên 12 welatan beşdarî vê Konferansê bibûn. 4- „Kurdistan-Rastî û Spekulasyon“ : Ev pirtûka ji berhevkirina berhema ne. Sala 1996 an li ser mijara Kurdan, Masa Gulover ya Navnetewî hatibû darxistin. Endamêm PKDW jî hingê beşdarî vê Forûmê bibûn. 5- „Di ronahîya rastîyên Evrupayê de Pirsgirêka Kurd-2000“ : Angoreyî mercên guhêrtî yên globalîzmê de behsa Tekoşîna gelê Kurd dike. 6- „Di Ansîklopedîya Îslamê de Kurd“: Behsa dîroka Kurdan û raperînên wan dike. 7- „Di 100 Ansîklopedîyên pir nav û deng yên Cîhanê de Kurd“ : 8- „Abdullah Ocalan“: Ceribandineke bîyografîk e. 9- Rojnama “Avesta” û “Dengê Kurdistan” weşand. 10- „Kurteçîroka Şoreşekê“ Lêkolîneke berfireh li ser PKK ê ye û hîn berdewam dike. A. H. Kerîm: Di navbera dîroka Gelê Kurd û Gelê Bulgar de tiştên hevbeş hene yan nînin. Dikarî hinekî behsa wêna bikî? D. Balabanov: Rîçên Kurdan û protobûlgaran yê hevbeş hene. Di demên bihurî de, dibe ku kal û bavên me xizmên hevbûbin, yan jî cîranên hevdu bûbin. Gelek qewmên Kurdan û protobulgaran hevdû asîmîle kirine. Mîtolojî, rîwayet, gotinên pêşîyan, û kevneşopîyên me yên hevbeş hene. Newroz ji bo vê nimuneyeke berçav e. Di dîrokê de bi saya têkilîyên bi Kurdan re, bulgar di bin hikara Zerduştîyê de mane. Herwisa Zerduştî bi saya Bulgaran jî derbasî Evrûpayê bûye. Di dema dagirkerîya Tirkan de, gelek şoreşgerên bulgar, sirgûnê Kurdistan, Misir û Surîyê kirin e. Gelek serhildêrên

Kurd jî sirgûnî ser xaka me kirin e. Niha li Bulgarîstanê gund û paşnavên Kurdova û Kyurdov hene. Di dema şerê Rus-Tirk 1877-1878 an de piranîya Kurdên li Bulgarîstanê vegerîyane Kurdistanê. A .H. Kerîm: Mîna dostekî Kurdan, tu dikarî hinekî jî behsa kemasî û jarîyên Kurdan bikî? D. Balabanov: Kurdan hêşta ji psîkolojîya koletîyê xwe azad nekirin e. Beşa bijartîyên wana(elîtên Kurdan a.h.k) xwe konsolîde/ xurt nekirin e. Civata Kurd hêşta xwedî rêk û pêkbûneke bi hêz nîn e. Ev jî pêşgirîya avabûneke netewî digir e. Di nav mercên Globalîzmê de ev tiştekî pir xeter e. Ji ber ku, di rewşeke wisa de hinek eşîr ji bo Tirkan dikarin bibin mîna dayîna xwînê.(eger bihelin a.h.k) Ji ber vêna banga Abdullah Ocalan ji bo aşîtîyê pêwîst e. Ev banga wî, berya ku civaka Kurd bihele û bibe Tirk, ji bo nûdembûnê ye. Di vê babetê de, qehremanên Yaşar Kemal grîng in. Liser vê lêkolînên Îsmaîl Beşîkçî jî hene. Kurd, xwedî civakek bi tenê ne û nexweş in. Herwisa, dibe ku cerdewanan mîna “Alayên Hemîdîyan” dijî wana han bikin. A. H. Kerîm: Wek tê zanîn di vê Cîhanê de Kurdbûyîn tiştekî sext e. Ji ber ku pir gelek kiryarên nebûyî û nedîtî tên serê Kurdan. Gelo hevaltîya bi Kurdan re jî wisa zext e. Hun dikarin hinekî jî li ser vê mijarê rawestîn? D. Balabanov: Bi Kurdan re hevaltî mijareke felsefa jîyanê ye. Lê, ne sext e. Hevaltî nayê dorpêç kirin û nayête empozekirin. Dibê mirov guh bide lêdana dil û bangên hişê xwe. A. H. Kerîm: Ma hûn dixwezin rojekê herin Kurdistaneke Azad yan na? Cîhekî taybet ku hun bixwzzin seredanîyê bikin heye? D. Balabanov: Pir caran ez çûme Tirkîyê. Di navbera salên şêystî û heftêyande ji ber karê niviskarîyê bi gelek hevalan re

têkilîyên min hebûn. Min çend heb rêberên bizava cîwanên Tirkan jî nasdikir. Eger niha derfetên min hebin ezê serdanîya Amed, Ruha û Amarayê bikim. A .H. Kerîm: Ma bangeke we ji bo rewşenbîr, û gelê Kurd heye, bi taybet ji bo Gelê Kurd tu dixwezî çi vebêjî? D. Balabanov: Şûrê Demokles li ser stukura me hemîyan daliqandî ye. Rev çare nîne. Rêka rizgarîyê, di tekoşîna Azadî û demokrasîyê de ye. Dema têgihîştina çewsandin, gorîyan û îxanetê ji bo rewşenbîrên ku gelê xwe ji bîrvekirîye hatî ye. Eger vêna têneghîjin, hingê wê bêne jibîrkirkirin û qet caran jî, behsa wan wê neyête kirin.