Hevpeyvîn bi Jan Beth-Şawoce re

Jan Beth-Şawoce

Rewşa Suryaniyan têra xwe tevlîhev e Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re, xwe bide nasîn, Şawoce kî ye? Jan Beth-Şawoce: Navê min Jan-Beth Şawoce ye. Ez di sala1955 an de li bakurê Mezopotamya, Tora Evdînê hatime dinyê. Piştî derketina derveyî welêt, di gelek komeleyên Mezopotamyayê de xebatên min çêbûn. Gabar Çiyan: Enstîtuya Mezopotamyayê çi demê ava bû û armancên wê çi ne? Jan Beth-Şawoce: Enstituya Mezopotamyayê di sala 1998 an de ava bû. Vê kêliyê di arşîva me de hejmarek bilind pirtûkên li ser gelên Mezopotamyayê hene. Cihê me li Flemingsberg a Stockholmê ye. Armanca me ya sereke ew e ku tevayê pirtûkên nû û yên kevnare li ser Mezopotamyayê kom bikin. Her wisa li ser li ser ziman û dîroka Mezopotamyayê jî pirtûkên me bi swêdî belav dibin. Gabar Çiyan: Hejmara Asurî /Suryaniyan li Turkiyê çiqas e? Pirsgirêka herî mezin çi ye? Nêzîkbûna Turkiyê li pirsê çawa ye?

Jan Beth-Şawoce: Hejmara Asuriyan (Suryani-Kildani) li Turkiyê nêzî 20 hezaran e. Beşek mezin ji wan li Stenbolê, yên din jî li aliyê Tora Evdînê û Botanê dijîn. Ew jî mîna gelên din ji awira fermî ve nayên nasîn. Piştî avabûna Komara Turkiyê ji bilî turkî pê ve tevayê zimanên din hatin qedexekirin. Tevayê gelan weke turkan hatin hejmartin, weke mîsal Asurî / Suryanî weke ”turkên mesîhî”, Kurd jî ”turkên çiyayî” hatin binavkirin. Zilm û tadeyiya rejîmên Kemalîst li hemberî gelên din hetanî roja me bê westan û bi hemû hişkiya xwe domiya ye, didome. Rejîmên Kemalîst ji bo ku zilm, heqaret, sirgon, talan û qetilkirinên xwe bi cî bînin û bighêjin armancên xwe, sergirtî anjî eşkere, hêz û dezgehên sivîl û leşkerî ava kirine/dikin. Gabar Çiyan: Li Îranê rewşa Asuriyan çawa ye? Jan Beth-Şawoce: Hejmara Asuriyên li Îranê 30 hezar e. Ew li gelek aliyên Îranê belav bûne, lê bêhtir li Tehranê dijîn. Piştî rejîma îslamî ya faşîst li Tehranê hate ser hikum û iqtîdar xiste destê xwe, hejmara Asuriyan kêmtir bû. Li tevayê Îranê tenê qanûnên îslamî bandora xwe hene. Li wir, kesên ne îslamî ne şensê xwe û jiyanê holê rabûye. Mirovên ne misilman bi rêya zorê toreya misilmantiyê dipejirînin. Di demên berê de hejmara Êzîdî û Cuhuwan li dora Urmiyê û cihên wan, bilind bû. Lê îro li ber tunebûnê ne. Kes nema ye. Êzîdî, ji ber ku baweriya wan ji aliyê ola dewletê ve nayê pejirandin, ji sala 1979 pê ve bûne hedef ji rejîma Îslamî ya Îranê re… Kesên baweriya xwe ne îslam be, nikare bibe wezîfedarê bilind yê dewletê. Qanûnên dewletê rê li ber wana digire ku ji awira wezîfeyên leşkerî û polîtîk ve werin cihekî bilind. Asurî, anku li ser navê olên derveyî îslamê, niwênerekî xwe di meclîsê de heye. Lê çi hêza wî niwênerî tuneye ku karîbe bandorê li parlementoyê bike. Gelek ji Asuriyan bi rêyên dizî anjî eşkere Îranê bi cî dihêlin û derdikevin derveyî welêt. Gabar Çiyan: Li Iraqê rewşa Asuriyan çawa ye?

Jan Beth-Şawoce: Heta sala 1990 î, hejmara Asuriyan li Iraqê zêdeyî 1 milyonî bû. Piştî şerê Kendavê hejmara wan herku çû kêmtir bû. Di nava Asuriyan bi xwe de nakokiyên olî û herêmî hene. Nakokiyên navxweyî herdem rê li ber yekîtiya wan ya ji bo daxwaziyên netewî yê polîtîk girt. Keşeyên paşverû û rêvebirên din yên olî li pêşiya yekîtî û polîtîzebûna Asuriyan herdem bûne kelem. Piştî têkçûna Sadamî jî, Asurî di gel nakokiyên navxweyî jiyana xwe domandin. Perçebûn û nebûna yekîtiyê di nava Asuriyan de bû sedem ku, desthilatdarên Iraqê karîbin wan li gorî berjewendiyên xwe rêve bibin, kontrol bikin. Ev tev bûn sedema tevluheviya îro. Gabar Çiyan: Li Suriyê rewş çawa ye? Jan Beth-Şawoce: Piştî ku di sala 1973 an de partiya ereb, Baasiyên neteweperest û faşît iqtîdar xistine destê xwe, hejrama Asuriyan li Suriyê kêmtir bû. Asurî jî mîna neteweyên ne ereb, çi mafê xwe yên netewî tuneye. Li herêma ”Gozarto”yê (el Cezîra) 20 sal in ku rejîma navendî ya Suriyê, fesadî û gelaciyê dike da ku nabêra Kurd û Asuriyan xirab bike û wan têxe hemberî hev. Lewma li wê herêmê di navbêra Kurd û Asuriyan de buyerên nexweş pêk hatin.. Îro hejmara Asuriyên li Suriyê 1 milyon e. Bi fermî weke ”Erebên Mesîhî” têne nasîn. Zimanê wan tenê li Gozartoyê tê axaftin. Gabar Çiyan: Hejmara Asuriyan li cîhanê çiqas e? Li çi deveran dijîn û bi çi pirsgirêkan têne hemberî hev? Jan Beth-Şawoce: Assuri/Suryani/Kildani li gelek deverên cîhanê belav bûne û hejmara xwe zêdeyî 7 milyona ne. Bêhtir li bakur û başurê Emerîka, Awustralya, Ewropa û Rûsyayê dijîn.

Asuri li welatê xwe, di nava sîstemek paşdemayî ya feodalî de jiyana xwe didomandin. Mirov li wir bi baweriyên rejîmê, sîstema feodalî û olî ve dihatin îdarekirin. Nexwendinî, paşdemayîn, nezanî di nava xelkê de pir kur bû. Dîrok, ziman, çand û ola wan bi rêyên qanûnî hatibû qedexekirin. Lewma nikarîbin pêş bikevin û ji cîhanê îzole dibûn. Avakirina komeleyekî li dora hizirkirinekî qedexe bû. Qet mecalên wan çênebû ku karîbin pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin. Asurî bi mantiqek wisa, ji gelek dever û ber sedemên cewaz derketin welatên xerîbiyê. Li derveyî welêt, 30 40 salên dawiyê bi gelek pirsgirêkan hatin hemberî hev. Îro jî ji ber pirgirêkên navxweyî ku karakterên xwe olî, ziman û herêmî ne, pir dikşînin. Ji ber nakokiyên wisa yên navxweyî, di nava ciwanan de bêhêvîbûn, bêhurmetî, û asîmîlasyon pêk hat/ tê. Îro bi rastî rewşa me têra xwe tevlîhev e. Lewma di nava ciwanan de bêserûberî heye. Û ciwanên me ji ber pirsgirêkên wisa, ji pirsê sar bûne û berê xwe ji pirsgirêkên me guherandine. Berê me li çi deverê ye? Çi kes nizane! Gabar Çiyan: Ji awira mafê mirovan ve pirs çawa dikare bê çareser kirin? Hêviyên we ji dezgehên însanî yê EU û USA yê çi ne? Jan Beth-Şawoce: Mixabine ku li ser cî û nirxên xebatên mafê mirovan çi dezgehên me tune ne ku me perwerde bikin û da ku em jî sûdê ji xebatên wisa bigirin... Belê, hejmarek dezgehên me yên netewî û navnetewî dixebitin hene. Ji bo buyerên polîtîk li welêt, car caran alîkariyê ji dezgehên însanî dixwazin. Lê ji derveyî vê gavên din nehatine avêtin…