Desptêk Di lêkolînên dinyayê de cur bi cur navê Êzdiyan, wek „YÊzidî“, „Izdî“, Jesîdî“, „Yazidî“ û hwd. bi kar tînin. Lê ev civak û ol ji xwe re dibêje Êzdî, an go „Ez“ û Da”, tê wateya „Xwedê Da“.1 Êzdîyatî oleke Xwedê nas e û ji bilî Xwedê tu xwedayên din qebûl nakin.2 Piştî Xwedê heft melek (ferîşte) hene, ku kêm an zêde olên Cihû, Xiristiyan û Îslamiyê jî behsa wan melekan dikin. Ev melek herdem perçeyekî duhayên Ezdiyan in. Serokê herî mezin yê melekan Tausî Melek e. Li goreya baweriya Êzdiyan Xwedê erk û delamet daye Tausî Melek ku berpirsyarî li dinyayê, riya rast nişan bike û Êzdiyan biparêze. Ji xeynî Tausî Melek di nav ola Êzdiyan de mirovên pîroz wek Şêx Adî, Şêx Assin, Şêx Şems, Şêx O Bekir, Şêx Faxredin û Şêx Sicadîn hene.3 Roj û heyv li gel Êzdiyan pîroz in. Şêx Şems nîşana rojê û Şêx Assin (Sin) ya heyvê ye. Êzdî bawer dikin ku herdu elementên xwezayî, roj û heyv, ronî ya Xwedê xuya dikin. Ji bo her Êzdîyeki ferz e ku her sal sê rojan di meha kanûne de rojiyê bigirin. Ev rojî jî ji bo sipasiya afirandina dinyayê û ji bo bîranîna Xwedê û baweriya Êzdîyatiyê ye. Ji bo her Êzdîyekî/ê ferz e, di jiyana xwe de carekê here perestgeha pîroz ya Êzdiyan Lalişê, ku Êzdî jê re dibêjîn „Lalişa Nûranî“. Êzdîyatî xwedî baweriyeke bi prinsîpên gelemperî ye etîk, exlaq, rastî, heqîqetî, dirustî, hevgirtin, hestbar, rehm û evinî ye. Kurtecîroka Êzdiyan
Dîroka olî ya Êzdîyatiyê bi dîroka gelê Kurd re girêdayî ye. Koçberî, talankirin û fermanên li ser Êzdiyan bi qedera dîrok û gelê Kurd re dimeş e. Lê taybetiyên Êzdiyan li ser civak, ol û fermanên Êzdiyan li ser navê Îslamiyetê ji dîroka Kurdên misilman û olên din cudatir e. Ji ber sedemên ola wan Êzdiyan bi hatina Îslamiyetê ji sala 637´an heta îro gelek jenosîd û ferman li Kurdistanê derbas kirine. Şerê li dijî Ereban, êrişên Moxolan û bi zorbûna misilmaniyê hejmara Êzdiyan bi sistematîk hatiye kêmkirin. Bi pêşdarazen ku Êzdî tariqeteke Îslamî-muawî û baweriya wan ji melekên xirab heye, gelek neheqî dîtin e û ev yek bûye sedemeke asîmilasyon û fermanên li dijî Êzdiyan. Ji bo şerê desthilatdariyê li Kurdistanê ji aliyê împeratoriya Osmaniyan û Farisan ve teqrîben 1.2 milyon Êzdî heta îro hatine kuştin û 1.8 milyon bi zor û kotek kirine misilman. 4 Ji ber wan sedeman û sedemên din Êzdiyan xwe li gund û çiyayên Kurdistanê ji dinyayê heta sedsala 20´an îsole kirin ku lewra jî dinya û gelek Kurd kêm li ser bîr, bawerî û civaka Êzdiyan xwediyê agahiyan in. Dîroka Êzdiyan heta 50 salên borî jî bi devkî ji aliyên pîr, şêx û qewalên wan ji nifşekê derbasî nifşa din dibû û lewra jî kêm nivîs li ser Êzdiyan peyda dibin. 5 Tenê di sedsala 18´an de hinek lêkolînvan ji Ewropayê tişten rast û hinek tiştên xelet li ser Êzdiyan nivîsandin ku îro ji bûne bingeha nasandina Êzdîyatîyê. Minak di pirtûka enseklopediya Îslamê de di sala 1941´ê de li Almanyayê Êzdî wiha tên naskirin6: »Êzdî mirovên delal, bedenekî xweş û por dirêj in. Ew gelek bi xwe bawer in û bi gelemperî li çiya dijîn. Jinê wan wekirî û serbest in. Êzdî eşkiyatî û car caran karwanan talan dikin; ew bê tirs, şervanên baş û jêhatî ne. Êzdî li ser sozên xwe dimînin û lewra jî dijiminê wan ji wan re gelek rêz digirin. Ew baş û jehatî li ser erdê xwe kar dikin, baxce û bostanên wan bi nav û deng in. Her wiha ew gelek paqij in û xwedî li der, dor û malên xwe derdikevin. Ji gemariyê hez nakin û cilê spî li xwe dikin...« Di literatura dinyayê de navê „Yezdî” “Jesidî” û hwd. ji sedsala 7´an ve
peyda dibe. Heta vê demê Êzdî li Kurdistanê wek „Şemsanî“ an jî Rojperest dihatin naskirin. Her wiha di jêderan de behsa Şêx Adî Ibn Musafir (1161) tê kirin, ku di nava Êzdiyan de „sed û hed“, ango reform pêkanî ye. Li ser bingeha wan reforman îro jî Êzdî dijîn. Ferq û wekheviyên Êzdîyatiyê bi olên din re Rojhilata Nêzîk û Navîn her dem navenda afirandina bîr û baweriyan bû. Her dem ji dîrokê heta îro gelek komên etnîk û olî li vê derê kom bûn e û bandor li hev kirin e. Bêguman her wiha bandora Cihutî, Xiristiyanî û Îslamiyê jî li ser Êzdîyatiyê û beravojî jî cêbûye. Lê bi taybetî bandora olên beriya Îslamiyê, ya olên Îranî li ser Êzdîyatî cêbûye ku îro di duaha, şert û baweriyên wan de xuyaye. Lewra jî dixwazim bi taybetî li ser wekhevî û ferqên baweriyên Êzdiyan bi Yarasan (Ehli-Heqq), Mîtraizm û Zerdeştiyê rabiwestim. Êzdîyatî û Yarasan (Ehlî-Heqq) Wek tê xuyakirin, Tausî Melek ku li gel Yarasan navê Da’ud jî bikar tînin û sîstema wan ya melekan kêm zêde gelek nêzîkî hev e. Yarasan jî ji Xweda bawer in, heft melekê wan hene û bi kurdî, goranî, diaxivin.7 Herdu ol behsa melekan wek Cebraîl, Mikaîl, Ezraîl û Esrafîl dikin.8 Herwiha jî hinek melekên bi navên din û mirovên wan pîroz hene. Bê guman bandora alewîtî û şîî li ser yarasan li goreyî Êzdiyan zêdetir e. Lê herdu ol jî behsa çilmêr9 dikin, ku li goreyî Êzdiyan îro meclîsa ruhanî bi ya 40 mirovî heye. Meclîseke wiha li gel yarasan jî heye. Wek li gel yarasan li gel Êzdiyan jî du avên pîroz, „Kaniya Spî“ û „Zimzim“ peyda dibin. Yarasan ji wan re dibêjîn „Kaniya Buze (Buza) û „Kaniya Hanîta“.10 Lêkolînvan texmîn dikin ku ev herdu av beriya Îslamiyê ji demên ku „xwedayê avê“ hebûn û di nav wan herdu olan de man e. 11 Di Avesta de jî besha „Xwedayê ava binerdê“ dike. Li goreyî Windischman (1856) ev av nîşana „baqîşî û zelaliyê“ ye û wiha jî nîşana Ahura-Mazda,
Xwedayê baş e ku dinya û tê hemû nebat û giyanewer afirandine.12 Êzdî û yarasan bawer dikin ku jiyaneke piştî mirinê heye û rihê wan dîsa tê ser erdê û di laşê giyanwerekî de dijî. Lewra jî baweriya herdû olan ji bihuşt û dojeh (cinet û cehnem) tine. Herdu ol duha û zeremoniyên xwe bi muzîkê pêk tînin, wek def û şibab.13 Li ser afirandina dinyayê Êzdî û yarasan bawer dikin ku her jiyan, erd û ezman, av û erd ji dirrê derketiye. Li goriya wan olan dirr bi xwestina Xwedê teqiya ye û ji wiha dinya hatiye afirandin. Yarasan ji „dirr“ re dibêjin „dorr“. Di dîroka gerdûnê de wiha cara yekemîn giyan û materî ji hev cuda bûne. Têoriya dirrê li gel ol û milletên din yê îranî jî risteke mezin dileyize.14 Dirr wek sembola dayikbûn, bîrbûn û bakiriyê ye.15 Herwiha mîtolojîyên herdû olan behsa „Ga“ û Gamasî“ dikin, ku li goriya baweriyan wan dinya li ser qilocên gamasî rawestiye. Teoriyên li ser Adem û Hava jî ligel herdu olan gelek nêzîkî hev in.16 Êzdîyatî û Ola Mîtrayi Teoriyeke din dibêje ku Êzdî ji ola mîtra ye ne. Ola mîtra yek ji olên herî kevn li dinyayê ye û tarîxa wî ji 4000 sal kevntir e. Mîtra serokê heft melekan bû. Navê melekan „Yazata“ bû ku tê wateya melek an jî „alîkarîdar“. Pîrên kevn gelek duha li ser Mîtra çêkiribûn û ew wek xwedayê rojê nas dikirin. Bi derketina Zerdeşt rola Mîtra di nav olên îranî de kêm bû û AhuraMazda bû Xwedayê herî mezin. Lê dîsa jî di nav gel de tucar Mîtra an „Rojperest“ rolê xwe winda nekir. Li gel zerdeştiyê Mîtra bû hêzek di nav tarî û ronîyê de. Mîtra wiha bibû koka hemû giyanwerî li ser rû û binerdê. Bi kurtayî di nav ola zerduştiyê de Mîtra bû sembola rojê. Hinek ji wekheviyên di navbera Êzdîyatî û Mîtrayî ev in: − − −
− − −
Guman heye ku navê „Êzdî“ ji navê „yazata“ an jî “yazdan hatiye ku di ola Mîtra de tê wateya melek an jî xweda. Çawa di nav Mîtra de roj pîroz e, di nav Êzdiyan de jî roj pîroz e û bi navê Şêx Şems îro jî maye. Êzdî li rojhilata navîn beriya Şêx Adî wek „Şemsanî“ ango rojperest dihatin bi nav kirin. Cejna Êzdiyan ji „Ezdî“ bi sê rojiyan dikeve meha kanûn ê. Li vê derê agir tê pêxistin û semboleke giring e. Mîtrayî jî di meha kanûnê de rojbûna baweriya xwe û xwedayê xwe pîroz dikin. Li gel herdû baweriyan agir roleke mezin dileyize. Di baweriya mîtra de di pîroziya xwe ji bo bîranîna Mîtra de, ga dihat qurbankirin. Êzdî jî ji bo bîranîna Şêx Şems di demsala payizê de li Laleşê ga qurban (gayê spî) dikin. 17 Her wiha di baweriya Mîtra de dîk roleke dileyizt ku îro li gel komeke pîrên Êzdiyan jî heye. Grupeke jî pîrên Êzdiyan dîk pîroz dibînin. Her wiha perestgehên Êzdiyan û mîtra ji aliyê mîmarî ve wek hev in. Nêzîki Laleşê li Şengalê bajarokek bi navê „Baadra“ heye û bi zimanê aramî tê wataya „mala alîkardaran“, ango mala heft „yazata“, heft melekan, ku li gel Mîtra jî tê yek wateyê.
Navê Mîtra pêşî ne li Îranê ne jî li Hindistanê ji aliyê lêkolînvanan ve hat dîtin, na, ev li Kurdistanê hat dîtin. Gelek Êzdî îro jî dibêjin ku ev „rojperest“ in. Navê Mîtra di nav milletê bi navê „Mitanî“ ji bakûrê mesapotamiya di sedala 14´an de peyda dibe. Di heyama antîkê de li vê heremê gelek eşîrên Êzdiyan dijiyan.18 Di nav eşîrên êzidyan de ye eşîreke bi nav Xaltî hebû û di nav de jî qebilek xwe bi navê „Matinî“ di anî naskirin. Xaltî îro jî li herema Iloh, Qubîn û Sêrtê dijîn. Lê îro di nav Êzdiyan de navê Mîtra ne nas e. Mackenzic (1974) bawer dike ku Şêx Şems li gel Êzdiyan domandina navê Mîtra ye.19 Ola Mîtra di dema desthilatdariya yunanên (grek) Helios û Roma de bandoreke mezin leyistiye û heta sala 65 pîştî zayinê li Italiya ola herî mezin bû.20 Êzdîyatî û Zerdeştî
Teoriya herî balkeş ku îro jî gelek tê gengeşekirin ev e ku ka zerdeştî û Êzdî yek in an na. Li goriya vê teoriye Êzdî berê zerdeştî hebûne û navê wan jî „Yazdan“ bû ye. Yazdan jî di pîrtûka pîroz ya zerdeştiyan Avestayê de wek navê Xwedê tê naskirin.21,22 Ji xwe zimanê Kurdî û zimanê îraniyan ê kevn, pahlevî gelek nêzîkî hev e, ku milletê Med jî bi wî zimanî diaxivin. 23 Tê zanîn ku Zerdeştî di dema imperatoriya Sassanîd de ola fermî bû û heta hatina Îslamiyê baweriyeke heta Afghanistan, Pakistan û Hindîstanê bi bandor bû. Lê ola Zerdeştiyê li Çiyayê Zagrosê û li Kurdistanê bandoreke mezin neliyîst. Zerdeştî zêdetir li herêmên Îrana îro li Esfahan, Yazd û heremên rohilatê cihê xwe girt. Tenê hine olperestên zerdeştî bi peresgeha (ateşgeh) zerdeştiyan li der û dorên Kermanşahê peyda dibin. Lewra jî di ilmê îranîstîk de mirov behsa olên rohilhat û rojava dike. Li rojava bêguman Zerdeştiyê li ser miletan gelek bandor kiribû û bûbû ola herî mezin. Li Îraniya Rojava (ango Kurdistanê) olên wek Şemsanî, Yarasan û paşiyê Elewiyan cihê xwe di nav gel de girtibûn. Bi taybetî li herêma bi navê „Bakurê Mesopotamiya“ temamî Şemsanî bûn û pêwendiya wan ya olî zêde bi zerdeştiye re tunebû.24 Ola Êzdiyan ya îro bi hemî bawerî, melek û şertên jiyanê pîştî sed û heda Şêx Adî elementên Sofîzmê girtine û ji baweriya Avesta, Ahura-Mazda û Ehrîman, dûr e. Lê dîsa jî hinek şertên Êzdîyatiyê û Zerdeştiyê nêzîkî hev in: −
Li gel Êzdiyan û Zerdeştiyan agir pîroz e. Li gel zerdeştiyan agir di perestgehên (Zerdeştî dibêjin „ateşgeh“) wan de divê ti car venemire. Ji bo vê yekê pîrê parastina agir hene. Tiştekî wiha li gel Êzdiyan tune, an jî winda bûye. Lê Êzdî mînak di cejna cemjiyayê de agirê di destê pîr de bi destê xwe nêzîk dikin û li rûyê hembez dikin. − Êzdî û Zerdeştî wexta duhayên xwe berê xwe didin rojê. Roj ji li gel herdu olan pîroz e. − Tenê ji dayikbûna xwe mirov dikare bibe Êzdî an jî zerdeştî. Ji derva tu kes nikar e, bibe Êzdî an jî zerdeştî. − Cil û bergên spî li gel herdu olan sembola ola wan in. Kirasekî bi şeş quncik divê li her Êzdî û Zerdeştîyan hebe. Navê wî kirasî “garîban”
(zerdeştî) an jî “gêrîvan” (Êzdî) e. Bi wî kirasî diyar e ku ev mirov zerdeştî/Êzdî ne.25 − Cejan Cemayî ya Êzdiyan û cejna Al-Mihracan ya zerdeştiyan nêzîkî hev in. Billî hevqas nêzîkbûn ferqa herî mezin di dualizmê de ye. Zerdeştî du hêz, du alî didin ber hev: hêza baş, ango Ahura-Mazda û hêza xirab, ango Ehrîman. Ev herdû hêz herdem di nav şer de ne û zerdeştî bawer dikin ku rojekê hêza baş dê serkeve. Li gel Êzdiyan jî xirabî û başî heye, lê herdû hêz ji yek kokê, ji yek bîrê ne. Xweda li gel Êzdiyan himberî xwe tu hezeke din qebûl nake. Êzdîyatî û damezrandina “sed û hed” a Şêx Adî Şêx Adî li gel Êzdiyan wek Pêxember nayê naskirin. Ev mirovekî bi keramet bû û di sedsala 11´an de reformên bi nav “sed û hed” xiste nav Êzdiyan. Di nav Êzdiyan de jî bi salan e, gengeşiyên mezin li ser şexsiyeta Şêx Adî û nasnameya wî tên kirin. Di literatura heyî de Şêx Adî Ibn Musafir ji Libnanê, gundê Bait-al-Far (nave îro Hirbet Qanfaf) di dema 1050´î an jî 1075´an de hatiye dinyayê. Tê gotin ku ji malbata Ibrahim, lawê Abdul Mali, lawê Mervan Ibn AlHakam e. Şêx Adî bi temenê 90 salî jiyana xwe winda dike. Ev çûye Bexdayê û bi gelek îlimdarên sofiyan (wek El-Hallaj, El-Basrî û Abdulkadir Geylanî) re rûniştiye û ders dîtiye. Paşî Şêx Adî tê Laleşê û ji aliyên Şemsaniyan, ango Êzdiyan, wek mirovekî pîroz tê qebulkirin. Abdul Kadir Geylanî ku bi Şêx Adî re li Bexdayê li ser sofîtiyê xwendiye, li ser Şêx Adî wiha dibêje: „Ku mirovek bi keramet û mujadîn, bi zanêbûn û mirovatiya xwe heq kiribe, bibe pêxemberek, ev jî Şêx Adî ye“.«26 Di nav Êzdiyan de gelek teorî li ser Şêx Adî hene û ev bandoreke nakokî li ser ola Êzdiyan dike ku divê were zelalkirin. Bêguman ku mirov tebaxên Êzdiyan wek Mîr, Pêşîmam, Bavê Şêx, Pîr, Şêx, Mirîd, Qewal, Feqîr, Koçek û hwd. şirove bike, bandoreke sofizm xuya ye.27 Li aliyê din jî gelek elementên Mîtra, an jî yê Şemsanî di nav ola
Êzdîyatiyê de hevqas xurt in ku temamî nehatine windakirin. Wiha xuya dike ku Şêx Adî hinek taybetiyên sofizmê wek yên El-Basrî û El-Hallaj bi xwe re tine û bi baweriya Êzdiyan ya rojperestî bi hev re taman dike. Bi taybetî rola Tausî Melek xuya dike ku Êzdîyatî oleke kevnare ye û ji bilî hevqas astengiyan di nav Kurd û Kurdistanê de yek ji nasnameya resen ya Kurdan bixwe ye. Dawî Êzdîyatî oleke kevn e û dîroka wê xwe dirêj dike heta 2000 sal beriya zayinê. Êzdîyatî, wek Yarasan (Ehli Heqq) û Elewiyên Kurd ji olên iranî yê rojava ye. Zerdeştî bandoreke mezin li ser Êzdîyatiyê nekiriye û yek ji olên Îranî yê rojava ye. Lê olên Îranî yê rojava (Êzdî, Yarasan, Elewî) û olên rojhilat (Zerdeştî) wek xwîşk û birayên ducan in, ango ji dayik û bavekî ne, lê pêvajoya wan ji aliyê bawerî, etîk, exlaq, afirandina dinyayê û rista Xwedê û melekan cuda bû ye. Her wiha jî hêja ye were gotin ku di jiyana rojane de û pê re guhartinên li Kurdistanê di nav hezar salan de, bi hatin, cûyîn û mayina ol û milletan re bandora xwe li civak û olan kiriye. Lewra jî bandora olên Îbrahîmî (Cihûtî, Xirstiyanî û Îslamî) di nav ol û milletên Rojhilata Navîn de diyar e. Lê billî hinek helandina elementên olan di nav hev de, baweriya Êzdiyan ya Tausî Melek ji destpêka ola wan ve heta îro xwedî taybetiyeke mezin e. ***
Jêrenot
- Kizilhan, Ilhan: Die Yeziden, medico international, Frankfurt, 1997, S.9.
- Grant, Asahel: The Nestrians or The Lost Tribes, Philadelphia Press, Amsterdam, 1915, S. 31.
- Gotwald, Maria von: Die Jesiden«, Globus, V. 83, 1898, S. 181.
- Kizilhan, Ilhan, Verortete Vergangenheit. Das kollektive und religiöse Gedächtnis der Yeziden in der Türkei. Berlin: VWB Verlag, 2014.
- Kizilhan, Ihan. Die Gegenwärtigkeit der Vergangenheit. Funktionen des Erinnerns von außergewöhnlichen Ereignissen im Kontext der Gegenwart. Berlin: Regener Verlag.
- S.15-21, 2008. Handwörterbuch des Islam. A.J. Wensinck & J.H. Kramers (Hrsg.) Leiden 1941, S.806-811.
- Empson, R.H.W.: The Cult of the Peacock Angel, London, 1928, S.23.
- John, C./Edmond, A.: Pilgrimage to Lalish, Aberdeen, 1967, S.173; W.A. Pilgrim and Edgar T.A.Wigram: The Cradle of Mankind, (Life in Eastern Kurdistan), London, 1914, S.101.
- Edmond, A.: Pilgrimage...op. cit.., S.11.
- Afzali, Daftar/Doureh-ye Damyari/Mohamed Mokri: Le Chasseur de Dieu et le mythe du Roi-Aigle (Dawra-y Damyari), Wiesbaden, 1967.
- Hamzeh’i, Reza M. The Yaresan - A Sociological, Historical and Religio-Historical Study of a Kurdish Community, Klaus Schwarz Verlag, Berlin, 1990, S. 7-11.
- Fr. Windischmann: Die persische Anahita oder Anaitis, (Ein Beitrag zur Mythengeschichte des Orient), in: Abhandlung der phil.-philologischen Klasse der königlichbayrischen Akademie der Wissenschaften, Vol.8, 1856, S.113. B. Geranpaye: Yaristan – Die Freude der Wahrheit. Religion und Texte einer vorderasiatischen Glaubensgemeinschaft. 2006, Göttingen, S.12-23. P. Kreyenbroek: God and Sheikh Adi are Perfect. Göttingen. 2005, S.25-27. M. Mokri: Le Symbole de la Perle dans le folklore persan et chez les Kurdes Fideles de Verite (Al-e Haqq), in: Journal Asiatique, 1960, S.477.
- Moradi, Golmorad: Ein Jahr autonome Regierung Kurdistan, Die Mahabad Republik 1946-1947, Hochschule Bremen, 1992, S.32.
- Eigenes Interview mit den Yeziden in Lalish und Dihok im Nordirak, 1993/2006.
- Phythian-Adams, W.J.: Mithrasism, London: Constable and Company Ltd., 1915, S.11.
- Mackenzic, Donald A.: Mythos of Babylonia and Assyria, London: The Gresham Publishing Company Limited, 1974, S.54.
- Klaus, E. Müller: Kulturhistorische Studien zur Genese Pseudo-Islamischer Sektengebilde in Vorderasien, 1967. S.78.
- Avesta ist das heilige Buch der Zarathustra Religion.
- Empson, R.H.W.: The Cult of Peacock Angel, Witherly Press, London, 1928, S.225.
- Homes, Henry A.: ›The Sect of Yazidis of Mesopotamia‹. Biblical Respository and Classical Review, Series 2, Vol. 7, 1842, S.332.
- Dahman, Mohamed Ahmed: ›The Shamsiya in History, The Journal of Lughat alArab (arab.)‹, Vol.9, No.3, 1935.
- Murad, Jasim Elias: "The Sacred Poems of The Yezidis“, A Bell & Howell Company, Michigan, 1993. Ibn Khalakkan, Ahmed. Waffayat al-ayan (Arabic: The Deaths of Nobels), Editet by Ihsan Abbas, Dar Al-Thagafa, Beirut, Vol. 3., 1969, S.254.
- Fatemi, Narollah S.: Love, Beauty and Harmony in Sufism, New York, A.S. Barness and Company, 1978, S.55-56.