Xwenaskirin wek bismilaha her tiştî

Mîrhem Yîgît

Em di qonaxa xwe û hevnaskirinê de ne, xwe û hevnaskirineke7 çendalî; bi qasî mikun tekûz, saxlem û ewle, têr û tesel û bi mohra lêkolîneriyeke kurdî. Ev jî karê saziyên rewşenbîrane, kesayetiyên xwedîpênûs, bikêr û neteweyî ye. Wek her aliyên din yên jiyanê, di vî alî de jî em gelekî bişûnde mane û mesafeyeke mezin û pehn di nav me, gel û welatên li ser axa xwe, dîrok û çanda xwe xwedîgotin, dirêj dibe. Navçe û herêmên zelalîxwaz û nenaskirî, nîvrê û sererû têne zanîn, beş û kategoriyên li bendeyî destavêtin û pêdaketinê ne, li hêviya lêkolîner û şîrovegeran in, kesayetiyên di gorên xwe de çavên wan qerimîn û lihêviya ciwamêr û ciwanikan in lîsteyeke dûr û dirêj in. Zemanekî me ji sebebên bindestiya xwe, ji nebûna azadiyê, îmkan û derfetan, nebûn yan jî kêmbûna materyal, belge û wesîqan gazin dikirin û ji bêberhemdarî û stewriya xwe re dikirin palik û hincet. Şert û mercên îro, keys û fersendên ber û berhemên şoreşa 30 salên dawî ne, medya çendcoreyî, agehdarî û pêzanîna bi hesanî herkes di dem û katê helî kurt de dikare xwe bighîniyê bi awayekî çu core gazin qebûl nake li meydanê ne. Ji îro û pêde û heta ji cîhekî ji doh, pêr û pitirpêr û pêde, gazinên bi rengê heta niha hebûn, ne bi tenê nerast in, neîknakir in, belê ewçendî jî nekirkêriya xwediyê xwe, ango kesê gazinok didin dest. Gotineke hunermend John Hillê berî bi salan li Emerîka îdamkirî ku serokwezîrê Siwêdê Olof Palme jî gelek caran ev gotina wî dubare dikir û demekê di dîwarên metroyên bajarê Stokholmê de hatibûn kolan wiha ye: *Bes ji reşayê gazinan bikin, li şûna gazinan mûmekê vêxin !* Em jî em dê bi hest û rihekî di vê banga John hill de bilaş û gewd bûye, têkevin pey şopa Bediuzeman Seîdê Kurdî û ji bo

jihevderxistina kîbûn û kînebûna wî, ji bo serwextbûneke baştir, em jî em dê bi hewil û mebesta tiştên em di vê derbarê de bêjin bibin mûmek em dê têkevin ser rê. Awirek li Lêkolînên 30 salên dawî. ji destpêka salên 1990 î û bi vir de lêkolînên li ser Bediuzeman Seîdê Kurdî têne kirin zêde dibin, sempozyûm têne li darxistin û konferans, programên di televizyonan û radyoyan didin pey hev. Ev lêkolîn pişta xwe didin mebest û meylên cihê û her yek ji wan di nav hewla pêşkêşkirina Seîdekî de ye ku ji meramên wan re xizmetê bike. Gelek ji wan li gora daxwaz, xwestek û siyasetên xwe wî dadrêşin, wek kesekî ji nîzama serdest re hurmetkar, serîtewêner, hinek ji wan jî mîna ku Seîdê Kurdî alimek be ku di nav derya ramangîriya sikolastîk de teqinî be yan jî kesek be ku tu têkiliya wî bi dinyayê û bi jiyanê re tunebe, kesekî devjixweberdayî û bêtêkilî be didin naskirin û bi taybetî eslê wî, nasnameya wî, dîtinên wî çendî ji dest wan tê girikî dikin. Ev jî her wîjdanê nemirî û objektîf nerehet dike. Di vê eniyê de aliyekî hinekî be jî bêhna mirov derdixe, dilê mirov avreşandî dike hin lêkolîn û analîz in ku xwedîpênûsên wan kurd in. Di serî de Malmisanij û Rohat Alakom û piştre bi dehan kesayetiyên din bitaybetî derdora Civaka Îslamiya Kurdistanê, Zehra, Nûbiharê û Hwd. Ev hêviyan biterr vedikin û nimûneyên xwedîderketinê ne, monopolê van kesên dest danîbûn ser jiyan û berhemên Bediuzeman Seîdê Kurdî û bi qîma dilê xwe hespên xwe dibezandin dişke û xwediyên rasteqîne êdî îro daketine meydanê. Nîşanên xwdîderketineke heralî em dibînin di nav kurdan de, xwedîderketina li dîrok, wêje û kesayetiyên xwe. Ev jî tê û wê bê wateya naskirineke biserûber, naskirina Bediuzeman bi nirxên xwe yên rasteqîne û şikenandina xwdîderketinên li gora siyaseta sîstem. Ev jî wê bi nisbetekê Bediuzemanê rasteqîne kî ye, çawa ye, çi gotiye, çi kiriye û jiyana wî çawabû pêşkêşî raya giştî û gel bike.

Ev wê yeke din jî bike. Bediuzemanê ku heta niha di dilan de hatibû zîndanîkirin wê derkeve ser dika jiyanê û em jî pêwiste ji aliyê xwe çendî ji me tê û hêza me têrê dike bibin alîkar ji vê pêvajoyê re. Mirovê bi çend navan Mîna tê zanîn li ser navên Bediuzeman û hilbijartina navekî ji navên ku di jiyana xwe de bikaranîne jî dîtin ne mînahev in. Di salên Bediuzeman Seîdê Kurdî li jiyanê bûye û gelekî berî wî jî, rewşenbîrên Kurd wek paşnav û laqab, gund û bajarên jidayikbûna xwe, malbata xwe bikaranîne. Wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mele Mehmûdê Beyazidî, Pertew Begê Heqarî, Kemal Fewziyê Bedlîsî, Evdirehîmê Hekarî, Mûsa Anter û Hwd. Ev mesela navan jî i serê xwe êşeke xwedî şop e: kîjan nav ? Bediuzeman kesayetiyeke ku navê xwe, bi dilê xwe nikare biazadî, bê pirsgirêkên cidî, wek zîndan, kuştin û sirgûn jî di nav de bikar bîne, naçarê bikaranîna nav û paşnavê corecor bûye. Dîroka komarê bi nimûneyên kurdên di bin zext û tehîddan de navên xwe, paşnavên xwe û malbata xwe guhertine tije ye. Ev bi serê xwe lêkolînekê dixwaze. Cemal Kutayê Bedirxanî, Çinarên Bedirxanî Hwd. Gelek ji malbatên kurdan yên di dema xwe de doza mafê kurdan kiribûn roj hatiye nav û paşnavên xwe guhertine. Sala 1998 an Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistan xelata yekemîn rojnameya kurdî Kurdistan bela kir, ji malbaateke wek ya Bedirxaniyan, malbateke ewçendî mezin kesekî xelata Mîqdat Bedirxan, damezrênerê rojnamgeriya kurdî bê û bigre nehate pêdekirin. Salên dawî bi xêra xwurtbûna Tevgerarizgarîxwazî me Senem Bedirxan nas kir û em hinekî bûn xwedî agehdarî li ser ferdên malbatê. Em dê bêjin Bediuzeman Seîdê Kurdî. Navê em dê ji bo vê lêkolînê bikar bînin wê Bediuzeman Seîdê Kurdî/Nûrsî be. Peyva *Nûrsî * jî û ya *Kurdî* jî xwedî bingeh in û ne ling li hewa ne, hem “Nûrsî “ û hem jî “Kurdî”du ling û du realîte ne. Yek mekan e, ya din jî netewiyet e. Gelek kes bi navê gund,

bajar, herêm û welatê xwe yan jî li gora miliyeta xwe hatine binavkirin. Wek Kemal Fewziyê Bedlîsî, Mele Evdirehmanê Axtepî, Mele Mehmûdê Beyazidî, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî û hwd. Bedîûzeman Seîdê Kurdî, bi dirêjaya temenê xwe hejmarek nav bikar anîne. Têkiliya van navan bi şert û mercên siyasî, civakî û coxrafîk re hene Navên Seîdê Kurdî; Seîdê Nûrsî, Bediuzeman, Saîd Nursu, Ibn-i Mîrze, Said-i Kurdi, Meşhur Molla Said, Saidul Meşhur, Ceride-i Seyare û gelek navên din, li pey hev bûne mohrên qonaxekê ji qonaxên jiyaneke di ser 80 salan re. Hin kesan, çendî ji dest wan hatiye û bi dest wan ve hilatiye ji vê lîsteya navan, navê helî gilover û hevbeş Bediuzeman, hinan navekî ku qet bêhn û têhna welatê Seîdê Kurdî jê hatiye, gel û xelkê ew ji nav derketiye jê neyê, wek Seîd Okur, hinan * Ustad* û hin kesên din jî ku di nav wan de beşek ji lêkolînerên kurd yên salên dawî jî hene navê Bediuzeman Seîdê Kurdî tercîh kirine. Wekî din di nav hevalbendên wî de kesên dilê wan ranegirtiye û ji hurmeta zêde, jê re Sofî, Mêhdî, Şêx, Ezîz ewliya û Hezret jî gotine ne kêm in. Ji awira xislet û dirûvên têkiliya wan bi kapasîte, kesayetîya wî, cîh û rola wî re hene ew wek reformator û şoreşgerekî îslamê, rêbereke olî, niwênerê ramaneke ortodoksî, nivîskar û rewşenbîr hatiye navandin û nirxandin. Hinan gerokê bexteweriyê, hin kesan ji ber cesaret û hinek helwest û hewildayînên wî sifatên neyênî wek şerletan, kesekî xeyalperest, lingnelierdê, mirovekî xerîb û heta jê re şêt jî gotine. Ji vê û pêde piraniya xebat û lêkolînên 50-60 salên dawî li ser Seîdê Kurdî hatine kirin, bi giranî û piranî jiyana wî di sê qonaxan de digrin dest: 1. Seîdê kevin (1876- 1926) 2. Seîdê Nû (1926- 1950) 3. Seîdê Sêhem (1950-1960)

Piraniya nirxandinên wiha ku di çarçeweyeke sêseîdî de jiyana Bediuzeman dikin qonax û movik, ji mebesteke hevbeş û ne dûrî hev bixwedî dibin, pişta xwe didin stratejiyekê ku tê de damarên antîkurd, nîjadperest û fethulahiyane serdest in. Li gora hevalbendên vê dîtinê Seîd di nav salan de û ber bi qonaxa Seîdê Sêhem de ji Seîdê ewil dûrketiye, xwe jê bêrîkiriye, dawşandiye, ew îmzeya ku di serdema Seîdê Kevin de bikar dianî, xelk û welatê li ser dinîvisî, zimanê ji bo wî ji deshelatdaran zanîngeh û dibistan dixwestin, giş dane aliyekî û mîna hinek meylên ciwantî û salên nebalixbûyî li pey xwe hiştine. Di vê angaşt û îdîayê de ku dixwaze bêje “Seîd ne Seîdê Kevin e” hewla avakirina portreyeke zorlêkirî (zorakî) serdest e. Ev meyil, angajmana Seîdê Kurdî di nav kurdan de wek ku bi tenê ji bo demekê be, di jiyana wî de aliyekî wextî û katî be, nexislet û birêveçûneke giş jiyana wî be û ji vê awirê Seîd ne Seîdek, belê sê Seîd bin û tu têkiliya yê duhem û bi taybetî yê sêhem bi yê nav salên 1876 û 1926 an bi hev re tunebe roleke mizawir û mebestnepak dilîze. Belê çi girêdayê pirsgirêka kurdan yan jî ya ol û oldariyê yan jî girêdayê meseleyeke din be di dîtinên Bediuzeman Seîdê Kurdî de tiştekî bi nakok tune. - Rohat AlakomYa ku bi awayekî xwiya bandêra xwe li jiyana Bediuzeman Seîdê Kurdî kiriye ew e ku zexta li ser wî berdewam zêde bûye û vê zextê jî di mesela navên li gora deman derketine pêş de rola xwe lîstiye. Baş e ew qet behsa van Seîdan dike, heger erê di kîjan wateyê de ? “Belê Seîdê Kurdî bi xwe jî di hinek berhemên xwe de behsa van hersê Seîdan dike. Belê ew di wateya bi îsabetbûyîn, balixbûna rûhî û mentehîbûna ilmî de bikar tîne”. Ev ne ji bo wê ye ku bêje ku di dîtinên wî de li ser kurdan û welatê jê tê guhertinên bingehîn çêbûne. Mebest balixbûna fikrî, rûhî û kûrayîya di herdû ilmên olî û pozîtîv de ye. Wek nimûne “Seîdê Nû” ji bo Bediuzeman û ji awira wî qonaxa helî berhemdar e, qonaxa temamkirina Rîsaleyên Nûrê ye. Vê li gora xwe wek îşareteke balixbûnê dibîne.

Silêman Çevîk jî di vê derbarê de mîna Rohat difikire, ew jî beşbeşkirin û jihevqetandineke wiha, sêperçekirina jiyanekê bêkêr û nerast binav dike: Li Kurdistanê dawa wî çi be, wextê koçberî Rojava bû jî dîsa dawa wî ew bû….Çawa wextê li Wanê hiş û aqilê wî li ser Medreset ul Zehra bû û tişteke din nedifikirî, piştî koçberiyê jî tim digot „Eywax ! dawa min „.. Piştî sirgûnî Barlayê bû jî heta wefata xwe li ser wê dawê bû. Seîdê Nû dûmayîka Seîdê Kevin bû. Bi bahweriya me jî parçekirin û navbirkirina jiyana kesekî mîna Bediuzeman Seîdê Kurdî bi vî rengê kategorîk, mekanîk û bi taybetî di çarçeweya sênavên yek yê din înkar û tesfiye dike, yek li yê berî xwe nabane, xwe jê dişo û xwe bêrî dike , pêşkêşkirineke wiha ku Seîdê Kurdî ji esil, welat, etnîsîte û giş diyardeyên wî yên neteweyî, zimanî û kulturî, ji reh û rîşeyên wî dibire, ne li xêra zelaliyê ye û ne jî lêkolînekê ilmîtir dike. Tê zanîn ku Kurd û Nûrsî navên neteweyî ne û xwediyê nirxeke sembolîk in. Demekê jî di belgeyên dadgeha Efyonê de ji bo ku ew asosyasyona ku peyvên Kurdî û Nûrsî ku mefhûmên Kurd û Kurdistan tînin bîra mirov ji holê rakin “Said okur” bikaranîne. “Belê wî qet nexwest vê peyva bi Tirkî bikarbîne” “ Van nirxên sembolîk, bandêreke kûr li kesayetiya Seîdê Kurdî kiribûn ku şopên kûr di rih û mêjiyê wî de hiştibûn ku xwedî erkên fermî berdewam hewil dane wî ji van mesajên “seperatîst” û “ cihêyîxwaz” dûr bigrin. (Rohat )32. Zaroktî û çêbûna karekTeraqî. Her meqale, lêkolîn û berhemeke biyografîk, jînenîgariyane kêm zêde riya xwe, kurt yan dirêj bi zaroktiya kesayetiya mijara dabaşê ye dixe. Ji ber ku her mezinê mijara gotinê rojekê zarok bûye, zarok jî mezinê sibe û zaroktî jî rêwîtiya gavên ewil e, ketina rê ye. Her meznatî bi zaroktiyekê dest pê dike û rehên xwe ji zaroktiyekê digre. Em jî em dê hewil bidin wêneyekî zaroktiya Seîdê Kurdî darêşin. Zaroktiya Bediuzeman Seîdê Kurdî, ji temenekî biçûk û pêde bi giranî ne bi dê û bav û ne di nav bira û xwuşkan, belê di hucreyên mizgeftan de, li ser riyan salên xwe dubhêre, dispêre hev.

Zaroktiya wî wek zaroktiyeke neguncaw, gelek caran bi pevçûn û xirecir, *nemilayim, nesernerm û nemutîh*, rewşliberçavnegir û nakeve qalibên perwerdeya demê, li serê xwerabûyî, * ho kiriye û ho xwariye*, ji gotina ya di dilê xwe de pêve bi ya kesekî din nake, netirs û bêhesab, bi ser van gişan de jî meydanxwên, qaqebgoxwaz û mînetqebûlnekir, çavtêr û xwedî bahwerî û îradeyeke gelekî li pêşiya temenê xwe, cihê meraqê, cihê rêzdariyê tê teswîr kirin . Zarokek netebit û gerok, lê ewqas jî jîr û zekî, zaroktiyeke wiha bi van xislet û dirûvan, dûr ji alîkarî û ewlekariya mal û malbatê, ne di hêmbêza dê û bav de, dûr ji gundê çavên xwe lê vekirine, nemikun e li ser salên piştre nexwedî bandêr bin, rengên xwe nedin wan û nebin movik û avdeyên karekterê temenê ev zarok tê de balix bibe, mezin bibe û bistewe Seîdê piştre dibe Bediuzeman, di di nav şertên zaroktiyeke wiha de mezin dibe û piştre di coxrafyake fireh de li Kurdistan, Tirkiye, Trakya û Balkanan, Rojhilata Navîn, Efrîka Bakur, Asya Navîn digere, bi sedan alim û siyasetmedar nas dike, dikeve Şerê Cîhanî, birîndar dibe dikeve destê Rûsan û piştre di ser hejmarek welatên mîna Polonya, Elmanya û Awusturya re vedigere Stenbolê û hê piştretir ji aliyê rejîmê Kemalîstî û çend core deshelatdar re dikeve pêxêra hev, 35 salan ji welatê xwe tê qetandin, jiyana salên nav 1876 an û 1960 î dibe hedefa giş deshelatdarên tên û diçin bi giş damarên xwe yên serekî wek tov û meyil di vî Seîdî de ketine rê û giş bahoz û bagerên jiyana salên meznatiyê bi destpêka xwe vedigerin şop û bûyerên vê zaroktiyê. Dema ji bo xwendinê ji mal derdikeve temenê wî li dora 9 salan e, li gund û mizgeftên der û dor wek mizgefta Taxê, li Nûrşînê, li Hîzanê, li Arwasê, li Şîrwanê li ba birayê xwe Evdila, seydayên mîna Mele Emîn, Mîr Elî, Mele Fethulah, Mele Eli Soran û Hwd. dixwîne û dawî jî şehadenameya xwe li Beyazidê digre. Di van salên destpêkê de medrese, mizgeft û cihên xwendina xwe zû dughere, cihekî bi dilekî xwe nabîne, li dereke hez jê bike û wî bikşîne, hulfa wî cezb bike rast naye. Dibe ku têkiliya vê neseknê û netebtiyê bi temenê wî yê biçûk û hewlên çewsandina ji aliyê feqe û şagirtên mestir re jî hebe.

Di nav van cîhguhertin û meh û salên bi xirecir de çend salên wî dubhurin û dema berê xwe dide Cizîra Botan êdî temenê wî li gora hinek dîtinan 15- 16 salî ye. Malbata Seîdê Kurdî: Navê bav Mîrze û yê dayikê jî Nûrê ye. Malbat, mîna malbatên Cegerxwîn, Yilmaz Guney û Abdulah Ocalan ne ji malbatên navdar û naskirî ye, malbatek ji hezarên malbatan e. Heger Seîdê Kurdî derneketa ji vê malbatê ne mikun bû ku rojekê bibûya behs û gotin jî, ewçendî ji rêzê ye. Belê dema gotin li ser kesekî wiha xwedîşop û bandêr mîna Seîdê Kurdî ye, bivê nevê dê û bavên wî jî êdî derdikevin ast û sewiyeke din, êdî ji nav rêz û sefên hezar û dehezaran derdikevin û dibin ji kesên naskirina wan, navên wan, jiyan û debara wan bi serê xwe jî dibe beş û sernivîsek. Xewna Seîdê sîpe û erkekî ne li gora temen û taqeta wî. Li dora sala 1892 an û di temenekî 15/16 salî de li gora hatiye gotin û bûye xwediyê qebûleke neguhêrbar di timamê biyografiyan de, Şêx Evdilqadirê Geylanî şevekê tê xewna Seîdê Kurdî û jê re dibêje ku ew pêwiste here Cizîrê û reîsê Eşîreta Mîran Mistefa Paşa ku di heman demê de fermandarekî Alayên Hemîdiye ye jî vexwîne hîdayetê û terikandina zilma li xelkê dike. Li ser vê xewnê berê xwe dide Cizîrê, Paşayê Hemîdiyan dibîne. ji bo bicîhanîna erkên xwe bi cesareteke ne xercê herkesî ye tevdigere û di encamê de bi bedêla sirgûnkirin û derxistina ji Cizîrê jî be sefera wî çi li ser Paşayê xedar be û çi jî di nav alimên Cizîrê de be bêbandêr namîne, şopên xwe dihêle. Ji Cizîrê ber bi Mêrdînê : Ji Cizîrê bi hevalekî xwe bi navê Mele Salih re berê xwe di ser beriya Nisêbînê re dide Mêrdînê, piştî hinek nelibariyên birê de û hin serêşên bi cerdevanan re, xwe dighîne Mêrdînê. Di demkurta li Mêrdînê de Seîdê xort bi ramanên azadîxwaz, yên mîna yên Namik Kemal, Cemaledîn Efganî re têkiliya wî çêdibe, ev têkilî û naskirina bi taybetî bi du telebeyên Efganî û Sinûsî re dibe çelq û pêleke nû di jiyana wî de, bala wî diçe ser siyasetê, ser pirsgirêkên wek rewşa welat û împeretoriyê, pirsgirêkên cîhana îslamî û Hwd.

Salên piştre Seîdê Kurdî di bîranînên xwe de van têkilî û ramanan di peyvên * wek ferîşteyeke bedew* de binav bike. Li aliyê din Mêrdîn, jê re dibe derfetek da ku xwe di hinek guftûgo û raberzînên cihê ji yên feqeyên di hucran de biceribîne. Herwiha dibe keys û fersendek da ku di nav van ceribandinan de kêmanî û lewaziyên xwe, aliyên xwe yên gerek bêne bi pêşxistin tap û tesbît bike, bi yekalîbûna xwe bihese û xwe li gora hewcedariyên demê, bi agehdarî û pêzanînên serdemî bar bike, darêşe. Li Mêrdînê jî zêde nasekine, nikare bimîne û ji aliyê Miteserifê bajêr di ber cendirmeyan de berê wî didin Bedlîsê. Ev jî dibe sirgûna duhem di tmenekî wiha biçûk û başbalixnebûyî de.

Salên li Bedlîsê Salên li vir jî bi bûyer û serpêhatiyan dagirtî ne, roj û hefteyên wî bi ber û bêrdarî tên û diçin û şêniyên bajêr bi hatina xwe, bi bûna xwe li vir dihesîne, wek hergav balê dikşîne ser xwe û di nav gel de, di hucreyên feqe û şagirtan de, di nav şêx û aliman de dibe pizika ser zimanan. Li vir hezkirin û şeydatiya xwendin û dîrasetkirinê jî çendqat dibe, Quranê ji ber dike, Sembolîk be jî derseke dawî ji Şêx Mihemed Kufrewî digre û di vê navê de beşek girîng ji zeman û dema xwe ji bo xwendin û lêkolînkirina ilmê fenî û misbet terxan dike. Rabûn û rûniştina wî, nîqaşên dikeve wan, bersivên wî û serwextiyeke ne li gora temenê wî, li pêş salên wî, bala xwendayên bajêr, kesên mîna walî û giregirên xwedîgotin jî dikşîne. Ev jî jê re deriyê kitêbxaneya Qonaxa Walî vedike ku têra xwe dewlemend e û ji awira dabaş û naverokên xwe çendcore û cihê ye. Li Bedlîsê Omer Paşa Walî ye, Walî di nav xelkê de wek kesekî bi edalet tê naskirin. Tê gotin ku ne li gora meqam û dewlemendiya mirovan, cihê wan yên di civakê de belê li gora qanûnan erkên xwe tîne cîh, bi ihtîmal mirovekî bi eslê xwe Ernewît e. Çawa Bediuzeman û walî hev naskirine bi xwe jî di encama bûyereke ne ji rêzê de tê pê. Rojên Seîdê Kurdî li Bedlîsê ye,

xeber tê ku walî û çend hevalên xwe eraqê vedixwin. Seîdê Kurdî diçe ba wan, ayetekê li ser nebaşiyên alkolê dixwîne wan îkaz û hişyar dike. Herkes li bendeye ku walî bersiveke tund bide, belê na, ew bi aramî radibe, terka maseya alkolê dike û ji wur dûr dikeve. Bi dû vê bûyerê de Walî du polisên xwe dişîne dû Seîdê Kurdî, dema dikeve oda walî, walî ji ber radibe û bi rêzdarî pêşwaziya wî dike, bi vî awayî di nav wan de dostayetiyek çêdibe. Di hin biyografyayên Bediuzeman Seîdê Kurdî de gotinên Walî Omer Sebrî Paşa wiha derbas dibin: *Herkes mamosteyekî wan heye tu jî ji niha û pêde mamsoteyê min î * (Tarihçe-i Hayat sh.39)” Paşe, Bediuzeman dibe mala xwe, ewil wek mêvan piştre ji bo demeke dirêj jê re odeyekê terxan dike û dibêje * êdî di vê odê de li ser ilmê xwe kar bik*. Li gora dîtinekê jî ev helwestê walî di esil û esasê xwe de dibe kontirolkirin û rehînekirina Bediuzeman Seîdê Kurdî. ( Hafiz Ehmed Turhalli, ji sohbeta li Komela Dortmundê) Seîdê Kurdî jî li vir xwe bi temamî dide ilim û xwendinê. Qonaxa bi dû Bedlîsê de Wan : Di nav çend salên li Bedlîsê de Seîdê Kurdî êdî ev demeke bi navê Bedîûzeman ango şareza û jîrê serdemê, nav û dengek jê re çêbûye, ji aliyê alim û zanayên Wanê tê vexwendin û li ser daxwazeke di asteke wiha bilind de derbasî Wanê bûye, sal 1897 e. Di jiyana Bediuzeman Seîdê Kurdî de Wan û salên dirêj li Wanê dibe deriyekî çendalî ber bi cîhan û navendên cihê, dibin salên têkiliyeke nêzîk bi burokratên dewletê û ol û kulturên cihê re. Bi giregirên bajêr re û di asta serekî de bi walî re, bi erkanên dewletê re hevîdîtinan çêdike û di xelekên sohbetan de cîh digre. Çend tiştan dike li vir. Ya yekê êdî ew ne şagirt û feqe, belê dersdar e, ilmê komkiriye dixe pratîk û jiyanê û di ber re jî li nav eşîran digere, wan hişyar û rohnîdar dike. Mirov dikare bêje ku salên li vir bi aliyekî xwe jî dibin salên irşadê. Têkiliyên bi dewletê re ku di temenekî zû de dest pêkirine, li Cizîr, Mêrdîn û Bedlîsê ketine rê li Wanê derdikevin asteke din û ev jî dibe pira nav burokrasiya li Kurdistanê û ya helî jor heta

bi Stenbola paytext, heta bi Siltan Evdilhemîd û diranên Itîhad û Teraqî, kesên mîna Enwer Paşa. Dema 20 ê meha Sibatê sala1898 an Tayina Tahir Paşa ji Mûsilê radibe Wanê Bediuzemanê ku berî wî li wur bicîh bûye ne bênakokî û ne bêdilmayîn be jî wê bibin du dostên heta bi heta. Ev jî 8 salên heta bi sala 1906 an û salên piştre heta bi mirina Tahir Paşa dewam dikin. Tahir Paşa sala 1849 an li herêmeke kosmopolît wek Işkodra hatiye dinyayê, ji xeynî Osmanî bi zimanên Sirbî û Ernewûdî jî zane. Bi eslê xwe ji medresê tê û ev jî sebebeke ku meraqa wî beramber ilim zêde ye û hulfa wî çûye ser Bediuzeman Seîdê Kurdî. Dibe ku rola Ernawutiyê jî hebe li vir, rola ku bi xwe ne Tirk belê ji miletekî din e, Wê bi ihtîmaleke mezin têkiliya hevaltiya di nav Bediuzeman û Mehmet Akif Ersoy de jî heta bi vê dostayetiya di nav Tahir Paşayê Ernewît û Bediuzemanê Kurd de jî hebe. Kitêbxana Tahir Paşa yek ji mestirîn û navdartirîn kitêbxaneyên herêmê ye. Tê de kitêbên li Ewropa hatine çapkirin jî di nav de bi çend zimanan kitêb hene, Di sohbet û nîqaşên qonaxa walî de van kitêban rola xwe dilîst û Bediuzemanê bûye kurmikê kitêban ev kitêbxane bêj hema daqurtandibû. Qonaxa Tahir Paşa mîna heyamekê li Yewnana kevin di zemanê Perîkles û xanima wî Aspasiya de, sedsalên piştre di xelekên akademîk û salonên bajarên mîna Parîsê de, cihê sohbetên ilmî ye, nîqaşên li vir germ û gurr in, dabaşên sohbetan zêde ne, bi qasî navçe û xalên olî digrin ber xwe ewçendî jî li der û dora ilmên pozîtîv, rojane, felsefî û aktûel in jî. Di van nîqaşan de Bediuzeman bi nisbet beşdarên sohbetê çendî li pêş bû, çendî serwext û serdest bû bi her sohbeta dihat û diçû re baştir dihate dîtin û dihate pejirandin. Serwextî û degeliya wî di matematîkê de bênîqaş bû, giş problem di zihnê xwe de jihev derdixistin û kesên li dora xwe ecêbmayî dihiştin. Ji xwendina zêde, konsantirasyona sift demekê nexweş dikeve, mêjyê wî diwest e û tê gotin ku li dora sê salan xwe dûr digre ji van nîqaşan. Ya ku bala Bediuzeman Seîdê Kurdî dadgerîne ser kitêbên musbet û ilmî jî Tahir Paşa û ev kitêbxane ye.

Tahir Paşa mirovekî xwedînîşan û xwedîxelat e, li ba Siltan Evdilhemîd xwedîqedir û qîmet e, bahweriya Siltan pê xwurt e, jê piştrast û dilniya ye. Herwiha mirovekî çeknas û kone ye, berî pirr kesan hêza Bediuzeman keşif kiriye, dibîne ku kesekî ne ji rêzê ye, xistiye serê xwe wê Bediuzeman Seîdê Kurdî bişîne Stenbolê û van gotinên li telê Bediuzeman Seîdê Kurdî dikevin dibêje : Raste di nîqaş û minazereyan de serwextî û serdestiya te diyar e, gotin jê re navê. Belê ji bîra nek ku bajarê Wanê ne giş dinya ye. Li dinyayê bajarekî mîna Stenbolê jî heye. Bajarê cihê alim û zanayên mîna hûtan, mîna deryan û avên bê binî. Raste tu zanayên Kurdistanê bêdeng dihêlî. Lê gava tu herî Stenbolê, tu li hemberê wan cewrên hûtan, (masiyên mezin) tê wiha mîna di vê ava biçûk de nikaribî avjeniyê bikî. Tu zora alimên Şerqê dibî, belê tê bikaribî wiha ji Hûtên Stenbolê re jî meydanê bixwînî ? Heger raste tu ewçendî bi xwe bahwerî kerem bik her Stenbolê da em jî bibînin ka wezin û giraniya te, bejin û qama te çend e. Ev gotin heta tu bêjî bes li telê Bediuzeman dikeve, jê re dibe tehn û niçek, dibe derd, kul û meraqek, ew êdî ji bo çûna Stenbolê biryara xwe dide. Berî têkeve rê Tahir Paşa ji bo Bediuzeman Seîdê Kurdî bide seraya Osmanî, nameyekê ji Siltan Evdilhemîd re dinîvisîne, di namê de pesnê Bediuzemanê Kurdî dide, alimekî çilo û çawa, çendî mentehî ye, çendî navdar û naskiriye li Kurdistanê dadrêşe û wî bi rê dike Stenbolê. Li Stenbolê . Bediuzeman namê dixe bêrîka xwe û berê xwe dide Stenbolê. Êdî ji bo wî mesele ji mesela kesekî çendî alim e û çendî na derdikeve, ji bo wî ku evîndarekî çiya û avûbaya welatê xwe ye, dibe mesela ast û sewiya ilim li Kurdistanê. Li Stenbolê li Fatihê, li Meydana Malta li Xana Şekerci bicîh dibe. Xan bi nav xan e, belê di esas û bingehê xwe de qûlûb û navendeke nîqaşan e, tirîbûn û pilatformeke rûberûbûna dîtin û fikran e. Ji her aliyên împeretoriya ne serî û ne binî heye, rewşenbîr û entelektuel li vir dicivin, ekol û meylên civakî, felsefî, wêjeyî û herşaxî li vir em jî hene dibêjin, siberoja cîhana îslamî, serdestî

û degeliya rojava nîqaş dikin, kesên jixwerazî, jixwe û zanebûna xwe piştrast li vir qetabên xwe li hev dixin, xwe diceribînin, xwe li mêzên û qentareke mestir ku vê carê ya împeretoriyê ye dixin. Bediuzeman Seîdê Kurdî bi xwe bahwer e. Li ser deriyê oda xwe îbareyeke wiha dide nivîsandin: li vir bersiva her pirsê tê dayin, belê pirs nayin kirin“. Rewşenbîrên Osmanî qesda dîtina wî dikin û dimînin heyran û heşmetkarên wî. (Eşref Edip, Tarihçe-i hayat, s. 21-32. , Ronî 36) Her kesê dikete sohbet û civata wî, dibû şahid û çavdêreke minazereyên wî di bin bandêra wî de, zeka wî û hêza wî ya analîzê de dima û ji derdorên xwe re bi pesin û rêzdarî behsa wî dikir. Di minazereyekê de ku di nav wî û Şêxekî Ezhera Misrê de derbas dibe pirs û bersiveke wiha çêdibe. Şêx Bahid Efendî dipirse: -Tu ji bo Ewropa û împeretoriya Osmanî çi difikirî ? -Ewropa bi dewleteke îslamî bi du canan e û wê -Rojekê ev zarok çêbibe, Osmanî jî bi Ewropiyan bi ducanan e* - Bi vî ciwanî re minazere nabe, ez jî wek wî difikirim, belê ev şiklê formûlekirinê incex Bediuzeman bike* 56 Bedîûzeman ji roja gihişte Stenbolê û pêde li himberê alimên Stenbolê siyasiyên wê demê û Siltan xwediyê seknek cihê bû, sekna wî ne ji seknên naskirî bû. Ew bi her awayî ne mîna kesên din bû, bi xweserî û cihyîyekeke din berçav dibû. Di têkilî û dayin û stendinên xwe de bi alimên Stenbolê re ne dişibiya alimên klasîk. Bi helwest û sekna xwe, bi lixwekirin û kincên xwe, di qada herdû ilman de hem di ya olî û hem jî di ya misbet de, bi serdestî û serwextiya xwe di nav demeke kin de xwe da qebûlkirin. Berî bê paytextê împeretoriyê wî xwe li mêzêna Kurdistanê kiribû û di vî alî de ne carekê bi dehan car di îmtîhan û minazereyên medrese, bajar û qonaxên corecor re bi serketin derbas bûbû, niha jî dor hatibû da ku xwe li vî bajarê çend

parzemîn jê dihatin birêve birin şêxilîslaman bû xwe îspat bike.

û

navenda

xelîfetî

û

Di nav çend mehan de ev jî kiribû. Nav û dengê wî bi kenalên corecor li giş bajêr bela bûbû û helbet di serî de jî gihiştibû seraya Siltan . Bediuzemanê bi hêza xwe, wezin û giraniya xwe dizanîbû, ji bandêra xwe bixeber bû, êdî keys û fersend ji bo wî hatibû da ku nameya Tahir Paşa bighîne Siltanê Îslamê û projeya di serê xwe de, projeya serdemê, pêşkêşî meqamên helî bilind bike û bi bersiv û encameke bi dilê xwe vegere Kurdistan û vê projeyê têxe jiyanê . Serlêdana ji bo vê projeyê, di rojnama 'Şark û Kurdistan* de bi sernivîsa "Kurd dîsa muhtac in" hatiye weşandin. Di vê serlêdanê de Bediuzeman Seîdê Kurdî li Kurdistanê vekirina sê medreseyên Kurdî dixwaze û di daxwaznameya xwe de ji ber çi ev xwendegeh pêwist in bi awayekî têr û tesel şîrove dike. Ya Siltan Evdilhemîd jî li bende û di pey de ne ev e. Ew ji bo navçeyên Rojhilat, Kurdistanê û bi giştî kurdan bi xwe ve girêbide, li dijê daxwaz û xwestekên meşrûtîxwaz û azadîxwaz bikar bîne, di tenişta Alayên Hemîdiye û di perela van yekîneyan de kenaleke manewî bîne pê û li ser esaseke wiha jî li hatina Bediuzeman Seîdê Kurdî wek fersendekê dinere. Belê dema hayê wî ji rabûn û rûniştina Bediuzemanê Kurd, daxwaz û xwestekên wî çêdibe, dema pê dihese ku meaş nagre, guhê wî ne li ser pere, bertîl û meqamên dewletê ye, xwe naspêre staukoya modeyî û serdest, gelekî nerehet dibe, jê re paxav û mitale çêdibin. Li vir du stratejî û du proje hebûn: Ev jî ya Bediuzeman û Seîdê Kurdî û ya Siltan Evdilhemîdê Duhem bûn. Van herdû stratejiyan hev nedigirtin, dûrî hev û bervajên hev bûn. Wek du damarên dijber îro jî ev herdû stratejî di siyaseta Erdogan û Fethulah Gulen de li aliyekî û di ya rewşenbîrên li der û dora Tevgerarizgaxwazî de li aliyê din, bi hev re di nav şer de ne. Bediuzeman Seîdê Kurdî bi riya van xwendegehan ku di bin navê Medresetul Zehra de ketiye dîrokê de dixwest ku li Kurdistanê sîstemekî perwerdê ava bike, ronesanseke

rohnîdariyane biger bixe, di riya vî sîstemê sêzimanî ango Kurdî, Tirkî û Erebî re bingehê bihevrebûn û jiyaneke çendmiletî, jiyaneke konfederal û li xêra giş çandên li herêmê ava bike ku bi aliyekî xwe îro jî di rojevê de ye. Ev pilan û proje ne li gora Siltan û deshelatdarên dewletê bûn, li aliyê din reformxwazî, guhertinxwazî û azdîxwaziya Bediuzeman jî ji awira burokrat û birêvebirên serdest, şêtayetî, jiserxweçûyîn û zêdegavî bû, cihê wî şêtxane, tîmarxane û zîndan bû. Salên Meşrûtiyet û Komarê: 1908-1922 Rojên Seîdê Kurdî girtî û di zîndanê de ye, Stenbol dikele. Nîqaşên li ser Meşrûtiyet û azadiyê di asta helî germ û helî fireh de ne . Piştî ku serbest dibe bi sê rojan 23 ê Tîrmehê 1908 an Meşrûtiyet îlan dibe. Di roja sêhemîn ya Meşrûtiyetê de li Siltan Ehmedê di mitîngê de li ser huriyetê diaxive. Piştre bi girêgirên Itîhat û Teraqî re diçe Selanîkê û li wur li meydana bajêr axaftina xwe ya navdar dike ku tê de dibêje ku mefhûmên Meşrûtiyet û azadiyê bi îslamiyetê re ne di nav nakokiyan de ne, guncaw in pêşkêş dike. Jiyana wî li Stenbolê gelek bi liv û bizav e, di cihê xwe de nasekine, dibe endamê komelan, ji rojnameyan re gotaran dinîvisîne, dikeve konferans û civînan, li komên nêzîkî xwe şîretan dike. Rojekê li Şanoya Ferah konfernaseke sernivîsarê rojnameya mizan Murat Beg heye. Di dema konferansa de, Itîhadî û teraqîyî tevlîheviyekê çêdikin û biryara xwe dane wê li semînardar bidin Seîdê Kurdî ku ew jî li wur e, di nav kesên amade de ye, dibîne ku wê bûyerên nebaş biqewimin hema ji cihê xwe dipeke, derdikeve ser kursiyê xwe û ji beşdaran re dibêje ku rê bidin bila xatîb axaftina xwe bike û ji azadiya ramanê re rêzdar bin. Bi vî awayî heyecana bilindbûye û tu nemaye bi ser ve here aram dike û konferans bê bûyer bidawî dibe.

Bûyereke din: Hemalên li Stenbolê li dijê Meşrûtiyetê hatine sorkirin, li her aliyê Stenbolê hejmareke mezin in. Bediuzeman Seîdê Kurdî dema dibîne ku hemalên Kurd wê bêne lîskê, li giş qehwexaneyên ku hemalên kurd li wan dicivin digere, ji bo meşrûtiyetê dixaxive û berê hêrsa wan dide dewleta Awusturya ku Bosna Hersek dagîrkiriye. Kategoriyeke din ku ji Meşrûtiyetê nerehet û bi şikin alimên li der û dora medreseyan û xwendevanên van medreseyan in. Li gora bahweriya wan jî Meşrûtiyet û azadî, destûra nû ku behsa wê dibe li dijê îslamê ne. Bediuzeman Seîdê Kurdî bêj hema di giş rojnameyên wê demê de meqaleyan dinîvisîne, meşrûtiyetê diparêze û bi referensên ji her çar mezhebên îslamî xwendevanan Îkna dike ku di nav Meşrûtiyet û îslamê de tu nakokî nîn in. Ji bo dijberiya beramber Meşrûtiyetê û hevalbendiya Siltan jî ji her aliyê Kurdistanê re, ji serokeşîr û giregirên welat re telgirafan dişîne. Di van telegirafan de mesela ku sîstemekî destûrî û meşrûtiyane bi îslamê re ne nakok e dihate destnîşankirin. Xwedînifûzên li Kurdistanê ku ev telgiraf dighiştin destên wan rehet dibûn û helwestê xwe dughertin. Ev kultura şandina Telgirafan û gera li Kurdistanê piştre Mistefa Kemal ji Bediuzeman Seîdê Kurdî wek mîras girt, bikar anî û bi xwe kongreyên bajarên Sêwas û Erzeromê li dar xistin. Bûyera 31 ê Adarê 13 Nîsana 1909 an bûyera ku li gora salnameya rûmî jê re bûyera 31 ê Adarê hatiye gotin li Stenbolê teqiya. Di sêhemîn roja vê tevlîhevî û kaosê de Bediuzeman Seîdê Kurdî bangeke ku xîtabî eskeran dikir di rojnameyan de weşand û di roja çaremîn de çû Nezareta Herbiyê xîtabî eskerên di nav serîrakirinê de kir, ew vexwendin bidawîkirina isyanê. Serhildana ku 11 rojan dewam kir bi *Artêşa Hereket Ordusu* ku di bin fermandariya Mehmûd Şewket Paşa de bû û ji Selanîkê hat, raperîn perçiqand û rewşa Awarte îlan kir. Pêşengên serhildanê di dadgeha *Divan-ý Harb-i Örfî’de* ( Dadgeha rewşa Awarte ) hatin îdam kirin.

Bediuzemanê ku berdewam bi dirêjaya van 11 rojan ji bo aramkirina rewşê nedisekinî, diaxivî û rola wî erênî û li aliyê meşrûtiyetê bû, bi behaneya ku ew jî ketiye nav bûyeran girtin û li ber Dadgeha Rewşa Awarte de bi îdamê ew darizandin. Di encama parastineke îknakir de hate berat kirin. Bi saya vê parastina bi ser û ber, pê re gelek kesên din jî ji îdamê rizgar bûn. Salên piştre ev parastina xwe di bin navê “Iki Mekteb-i Musibetin Şahadetnamesi veya Divan-i Harb-i Örfî” de weşand. Vegera Kurdistanê û çûna Şamê: Piştî derketina ji zîndanê û serbestberdana xwe Bediuzeman Seîdê Kurdî ji Stenbolê derket di ser Inebolu re bi riya deryayê çû Trabzonê, ji wur derbasî Batûmê bû û di ser guzergaha Tiflîsê re xwe gihande Wanê, sal despêka 1910 an bû. Çend mehekî bi kar û xebatên Medreseya Horhorê re xwe mijûl kir. Piştre li herêmên çolemêrg, Bedlîs, Mûş, Amed û Rihayê geriya, eşîr ziyaret kirin. Li ser Meşrûtiyet û azadiyê bersiva pirsên xelkê da, bi xelkê re sohbet kir, kete nav têkilî û diyalogeke sift û rûberû, germa germa û di cîh de. Ji wan re behsa bingehên îslamê yên Meşrûtiyet û şêwrê kir û hewil da wan îkna bike da ku ji nihmetên Meşrûtiyetê kelk werbigrin. Wek carên berê jî dikir piştre encamên vê gera xwe û pirs û bersivên di encama vê gerê û diyaloga bi gel re derketin meydanê, bi navê “Münazarat” çapkir û da weşandin. Bediuzeman Seîdê Kurdî mehên zivistanê di ser Bedlîs, Amed, Urfa, Dîlok, Kilîs û Helebê re li ser vexwendina alimên navdar berê xwe dide Şamê. Li vir xutbeya dengdayî ku bi navê bajêr tê zanîn li camiya Emewiye pêşkêş kir. Di vê xutbê de li ser pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên cîhana îslamî û riyên çareseriya wan sekinî û piştre bi navê “Hutbe-i Şamiye” ew jî çapkir. Medresetulzehra: projeya tim di bala Bediuzeman de: Bediuzeman ji Şamê venegeriya Kurdistanê, ji bo projeya xwe têxe jiyanê careke din berê xwe da Stenbolê ba Siltan Reşadê ku ev salek bû ketibû şûna Siltan Evdilhemîd.

Ev sefer di ser Bêrûdê re pêk hat. L Stenbolê bi Siltan Reşad re wek niwênerê Rojhilat kete pîrozbahiyên salvegera derketina ser textê siltantiyê. Di nav sefera Rûmelî de cihê xwe girt. Ewil bi kafîla Siltan re çûn Selanîkê û piştre paytextê Senceqa Kosova Uskupê. Li wur bingehên zanîngeha Uskupê avêtin. Belê ne bi gelekî piştî vê seferê Şerê Balkanan dest pê kir. Ji ber vê, xebatên avakirina zanîngeha Uskupê sekinîn. Şerê Cîhanê yê Yekem projeya li ber çêbûnê sabote dike: Bediuzeman ev wek derfetekê girte dest û ji Siltan Reşad re *madem xebatên avakirina zanîngeha Uskupê sekinîne wî çaxî em bi pereyên ji bo wê hatibûn terxankirin li Rojhilat zanîngeheke wiha vekin ku gelekî hewcedarî heye pê. * Ev pêşniyaz ji aliyê hikûmetê hate pejirandin. Bediuzeman ji bo ku vê biryarê rojek berî roja din bîne cîh berê xwe da Wanê. Di mehên havîna 1913 an de bi beşdariya waliyê Wanê Tahir Paşa û hejmarek personelên fermî li peravên Gola Wanê li Artemitê cihê Medresê hate tesbîtkirin û xebatên avakirina medresê dest pê kirin. Şensê neçê vê carê jî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir. Proje careke din li paş ket û bêencam ma. Seîdê Kurdî jî bi şagirtên xwe re *Teşkilata Milîsî ya Rojhilat* damezrand û bi dilxwazî di eniya Wan-Bedlîsê de li dijê Rûsan kete şer. Di nav şer de, di bêhnik û demên perçên şerapnalan dibariyan de not digirtin û wek gelek nûçegihanên Tevgera Rizgarîxwazî yên îro nivîsandin nedisekinand. Berhema bi navê *Işaratü'lI'caz * Ji notên di şer de hatiye pê. Di eniya Bedlîsê de gelek şagirtên wî şehîd ketin. Pê re bi tenê çar şagirtên wî mabûn. Di şevreşekê de dora wan tê rapêçan û di nav hewla şikenandina çembera dagîrker de dema xwe di ser benekê re davêje lingên wî dişkin. Bi birîndarî li dora 30 seetan di nav avê de dimîne û dawî teslîmê Rûsan dibe. Ewil wî dibin Wanê, bi dû de di ser Culfa, Tiflis, Klogrif re davêjin Kosturma. Li Kosturma bi efseran re li kempekê dimîne. Çendî ji dest tê li gora şertan xwebihev dixe û bi awayê helî mikun dema xwe dinirxîne.

Kesên li kempê giş efser in ku bi salan di nav şer de mabûn. Bediuzeman dersê dide efseran. Rojekê fermandarê Artêşa Kafkasya yê Rûs Grandük Nikolaviç tê kempê, di nav gera li kempê de di ber Bediuzeman Seîdê Kurdî re derbas dibe, herçendî Bediuzeman wî nas dike jî ji ber wî ranabe. General vê wek heqaretekê pêşwazî dike û fermana îdamkirina Bediuzeman dide, piştre fermanê bi şûnde dikşîne. Sebebên ranebûna Bediuzeman di gotinên mîna * ez alimekî îslamê me, ji bo ez îmana xwe û rûmeta îslamiyetê biparêzim ji ber te ranebûm* qebûl dike. Piştî salan dema ev bûyer di rojnameyekê de di nav bîranînên efserekî de dikeve weşanê, Bediuzeman Seîdê Kurdî nûçeyê piştrast dike. Salên li kempê, Şoreşa Bolşevîkî û reva ji Rûsya : Bediuzeman li Kosturma li mizgefteke Tataran bi kefalet wehzan dike û dersan dide. Li vê mizgefta li peravên Volga hem îmamtiyê dike û hem jî sohbetên li ser îmanê li dar dixe. Li ser rewşa xwe, salên bi bûyer ku li pey xwe hiştine dirame, kûr dibe, dikeve xewlê û çendalî xwe di ber çavan re derbas dike. Li gora hinan guhertina ji Seîdê Kevin ber bi yê nû de heta van rojên fikirkirina kûr diçe. Payîza 1917 an li Rûsya Şoreş dibe, jiyan û sîstemê heye serobinî hev dibe û rejîmê Çarî hildiweşe Di nav vê qerembol û kaosa şoreşê de Bediuzeman firar dike, ji Kosturma xwe dighîne Petersbûrgê û bi dû wê de jî derbasî Varşova û Viyena dibe. Bi belgeyeke ku ji aliyê meqamên Elman hatiye amadekirin di ser Sofya re tê Stenbolê. Ev jî dibe bidawîbûna sirgûneke li dora 2 sal û nîvan. Dema 25 ê Hezîrana 1918 an dighe Stenbolê bi germî û hezkirin tê pêşwazîkirin. Hin rojname û bi taybetî ya Tanîn vê vegera welat ji manşetê dide. Endametiya di *Dârülhikmeti'l-Islamiye* de Xwedîgotinên ku ji qehremaniyên Bediuzeman Seîdê Kurdî agehdar in û hayê wan ji serwextiya wî ya ilmî heye, ji bo bibe endamê “Dârülhikmeti'l-Islamiye"ye roleke handar dilîzin.

Şêxulîslam Musa Kâzim Efendi li ser pêşniyazên têne kirin sertifîka Mahrecê dide Bediuzemanê Kurd. Ev rutbeya ku jê re “Mahreç Mevleviyeti* jî dihate gotin li ser axa Osmanî dihate wateya rutbeya helî mezin piştî ya Sermideris. Beduzeman demekê li Qesra Yusuf Izzettin Paşa bicîh dibe, livir hem bêhna xwe vedide û hem jî di ber re dinîvisîne. Tefsîra Quranê *Işaratu'l-I'caz* ku di dema şer de li eniya Kafkasan, fermandarê hêzên dilxwaz bû dabû nivîsandin dide çapkirin Çend berhemên ji vê demê li jêr hatine rêzkirin: 1. Noqte: Di derbara îspatkirinên îmanê de , 2. Sünuhat: Tefsîrên ayet û hedîsên corecor 3. Şuaat: Pêxemberiya Hz. Mihemed îspat dike. 4. Rumuz : mucîzeyên Quranê şîrove dike. 5. Tulûat: Berhemeke li ser dabaşên civakî ye. 6. Katre : li ser îspata tewhîdê ango yekeriya Xwedê ye. 7. Habbe: wecîzeyên xweser in li ser dersên exlaqî û manewî. 8. Zerre û Şemme: name û buroşûr. 9. Lemeat: nivîsandin û belakirin. Bediuzeman bi meaşê ji Darulhikmet digirt ji bo hewcedariyên xwe beşek dida aliyekî, belê bi yê mayî jî pirtûkên xwe çap dikirin û bi belaş bela dikirin. Carcaran jî bi destûra Darulhikmet li cîhên mîna Çamlica û Girê Yuşa li Stenbolê bêhna xwe vedikir. Siyaseta li Stenbolê jî têra xwe ew westandibû. Di nav qolincên guhertin û tekamuleke nû de bû, derdikete Girê Yuşa, di nav ramanên xwe de xerq dibû û li ser têkiliyên xwe bi dinyayê re kûr dibû, ev têkilî di ber çavan re derbas dikirin. Di vê dema ku Beduzeman Seîdê Kurdî di nav qolincên bicîhhiştina *Seîdê Kevin* û ber bi yê nû de dikete rê, dewleta Osmanî jî li ber ketinê bû. Rojên tayina Bediuzeman Mondorosê jî hate îmzekirin.

derket

Darulhikmet

Mitareka

Dewletên di şer de serketî 13/10 1918 an bi keştiyên xwe ketin Bendera Haydar Paşa. 16 ê Adarê, sala 1920 an eskerê Ingilîz kete Stenbolê û bi lez paytext dagîrkir, ji bo vê dagîrkeriyê Ingilîstan piştgiriya xwe fireh dikir.

Hevalbendên Ingilîzan di nav nivîskarên mixalif de, mirovên alim, dersdar û ji nav siyasetmedaran gelek kesên hevalbendên Ingilîzan hebûn. Heta van kesan di bin navê “Ingiliz Muhipler Cemiyeti” de wek saziyeke hevalbendên Ingilîz jî avakiribûn. Serokê Fexrî yê vê rêxistinê jî Şêxulîslam Mistefa Sebri bû. Hevalbendên Ingilîzan hêzeke xwurt bûn. Bediuzeman li himberê vê rêxistinê bû û ji bo bandêra Ingilîzan di nav aliman de, bandêra di vî alî de çêbûye teng bike û gel hişyar bike, bi navê *Hutuvat-i Sitte* berhemek weşand. Li ser vê xwe berda bin erdê, berdewam cihê xwe guhert, li çapxaneyan ev broşur zêde kir û li her dera îmkana wî gihiştiyê bela kir, gihande girseyên gel . Alternatîva Şêxilîslam: Şêxilîslam Li dijê *Kuwayî Miliye* û tevgera di bin serokayaetiya Mistefa Kemal de jî bi handayin û zexta hinek dormedoran fetwe derxist û ev tevgera li Enedolê navno kir. Bediuzeman li dijê vê fetwayê jî derket, ew pûç kir. Di nivîs û gotarên xwe de Şerê Rizgariyê wek cîhad û Kuwayîmiliyeyî jî wek micadhîdan îlan kirin, piştgiriya têkoşîna li Enedolê kir. Di demekê de ku ev giş dibûn, diqewimîn li Enqera Meclîsa Netewî ku hatibû damezrandin xebat û têkoşîna Bediuzeman Seîdê Kurdî ji nêzîk de û bi baldarî dişopand û bi awayekî teqdîrane pêşwazî dikir. Mistefa Kemal û hevalên xwe bi telgirafên şîfrewî Bediuzeman seîdê Kurdî sê caran vexwendin Enqera. Belê bersiva wî ji van telgirafan re wiha bû berdewam: “Ez li cihê bi talûke dixwazim têkoşîna xwe bikim. Têkoşîna ne di sengeran de belê li pey sengeran bi karekterê min re li hev nake. Bi nisbet Enedolê ev der bi talûketir e.”* Dawî li ser daxwaz û israra dostên kevin kesên wek waliyê kevin yê Wanê Tehsin Beg sala 1922 an di meha Mijdarê de Bediuzeman Seîdê Kurdî çû Enqera. Çend mehên li Enqera: Bediuzeman Seîdê Kurdî bi merasimeke fermî ji aliyê Meclîsa Tirk hate pêşwazîkirin. Êdî ew li meclîsê ye, xebatên wê ji nêz de dişopîne û di nav re jî bi parlamenteran re dabaş û

pirsgirêkên welat nîqaş dike, dîtinên wan digre, yên xwe ji wan re dibêje. Paxav û mitaleyên xwe bîbîr dixe, bala wan dikşîne ser damar û rehên civakî, çandî û pêwistiya bi jibîranekirina stûn û qozîkevirên bineretî, çendnetewiyetiya welat, dînamîkên manewî û nîzameke dadmendane. Li meclîsê berhemên xwe yên mîna “Hubab” û “Zeylü'l-Hubab* bela dike, projeya Medresulzehra nîqaş dike, parlamenteran li ser vê projeyê, rola wê, çawa dikare bibe xerca di nav gelên li Rojhilata Navîn û herêmê de, bêsekin wan agehdar dike û ji bo qebûla projeya xwe bêrawestan dixebite. Belê hewa Meclîsê, bername û siyaseta rejîmê nû gelekî dûr e ji raman û dîtinên Bediuzeman Seîdê Kurdî. Rastî û realîteyên dîrokî, sîstemekî Kurdan jî bigre hundurê xwe, mafê kurdan û perwerdeya bi zimanê Kurdî paşguh neke, di destûr û yasayên xwe de misoger bike, bibe gaveke xurt ber bi jianeke di nav wekhevî û bihevrebûneke çendzimanî û çendgelî de, ne di bala vê birêveberiya nû de ye. Bervaja bêhn û pêjna dixwiye mirov bi xwe dihesîne, tirkîtiyeke nîjadperest e, meylên despot û milîtarîst in, projeyên homojenkirin û tirkandineke temam in. Mekanîzme û çerxeke bitalûke, asimîlexwaz û mêjiyekî red û înkarê, sekûlarîzasyoneke yekalî û bi temamî jakoben li dar e, siberoj ne ronak, belê tarî, girîkî û xumam e, ne li xêra gelê Kurd û ne di xizmeta birayetiyê de ye. Bediuzeman piştgiriya Enqera li dijê dagîrkeriya derve kiribû, hinek hêviyên wî hebûn ji tevgera rizgarîxwazî. Lê du faktoran; yek qetlîama li Koçgîrî û ya duhem jî hevdîtinên veşartî bi Ingilîz û bi Firensiyan re li ba wî dilsariyek jî çêkiribû. Bediuzemanê bi tecrûbe û xwedî serpêhatî, dûrbîn û şareza dibîne ku bayê vê zihniyetê rabûye û tiştekî bike nemaye, çawa di dema xwe de ji Stenbolê piştî têkoşîna li dijê istîbdada Siltan Evdilhemîd, berê xwe da welatê xwe, vegeriya Wanê, vê carê jî berî ku Evdilhemîdê nû Mistefa Kemal jî mîna deshelatdarê berî xwe tiştekî bîne serê wî, vê carê jî ji paytextê nû, wek yê berî xwe ne li xêra kurdan derket, pişta xwe dayê û vegeriya Kurdistanê. Naskir ku riya pêşengên rejîmê nû cihê ye, ne riya birayetî û jiyana bi hev re belê riya dîktatoriyeke ne kêmî ya Evdilhemîd, Itîhat û Teraqiyan e û ne mikune bikaribe wan ji vê riyê vegerîne.

Berî Bediuzeman Seîdê Kurdî ji Enqera derkeve di nav hewleke dawî de rêvebirên nû bi şertê ku li Enqera bimîne, mehê 300 lîre meaş, meqamê helî bilind yê Olî, Waiztiya Giştî ya wîlayetên Rojhilat, endamtiya di Şêwirmendiya Olî de ku dirêjayî û dewama Darilhikmet bû û parlamentertî û jiyana di koşkekê de jê re teklîf kirin. Berdevkên Siltan Evdilhemîd jî heman pêşniyaz kiribûn di wextê xwe de. Belê Seîdê Kurdî çawa diyarî, meqam û meaşên Siltan red kirin, wiha jî pakêta dewleta nû, pakêta rejîmê kemalîstî jî nepejirand û ev bêhurmetî bi pişta destên xwe da aliyekî. Hewa Enqera ne li gora karekter û sincên wî ye. Nirx û prensîpên wî û yên vê navendê hev nagirin, li hev nabanin, derdê wî ne meqam, şohret, mal û milk e, hişê wî li ser doz û dawên mestir e, ya wî mijûl dike, dide ponijandin ayinde û wêbêya Kurd û Tirkan, nirx û hêjayîyên manewî ne. Enqera di nav desîse, dek û dolabên xwe de dihêle û li derdora destpêka meha Gulana 1923 an berê xwe dide Wanê. Helbet kesên dinyaya wan bi awayekî din avabûbû, ji bo wan madiyat û rutbe di ser her tiştî re bûn, tu wate nedidan vî helwestê Bediuzeman Seîdê Kurdî. Yek ji kesên wihafikir jî biraziyê wî, kurê birayê wî Evdilah, ewladê wî yê manewî Evdirehman Nûrsî ye, ku dibe katibê Meclîsê, li Enqera dimîne, Apê xwe û bavê xwe yê manewî bi tenê dihêle.. Li ser van mehên Bediuzeman Seîdê Kurdî li Meclîsê ye û sebebên qebûlnekirina mana li Enqera, şîrove û dîtin zehf in. Salên dawî çend filîmên ku jiyana Bediuzeman Seîdê Kurdî kirine mijar ji xwe re jî ketin sîneman. Yek ji van filman ku *Hur Adam*, ango Mirovê Azad e jî behsa van rojên li Meclîsê û diyaloga di nav Bediuzeman û Kemal de dike *. Heçî Bediuzeman bi xwe ye di nivîs û axaftinên salên piştre de dibêje ku ji bo ku ew * Rîsaleyên xwe binîvisîne pêşniyazên Mistefa Kemal nepejirandine û nexwestiye careke din li têkiliyên bi dewletê re vegere *. Diyar e ne germ e li erkên dewletê, naxwaze van têkiliyan careke din binûve bike, nivîsandina berhemên wî ji bo wî ji meaş û ji meqaman girîngtir e, ew tercîha xwe li aliyê ilim dike, ji dewletê û erkên dewletê dûr dikeve, dixwaze serbest û azad

be û bi vê meqsedê li Wanê derdikeve Çiyayê Erekê, bi çend şagirtên xwe re şikeftekê ji xwe re dike mal û xaniyê jiyanê. Rojên înan dadikeve Mizgefta Nûrşînê. Du sal di wê navê re derbas dibin nabin, zebaniyên kemalîst davêjin ser şikefta wî. Tank dikevin Wanê, cendirme Çiyayê Erekê dorpêç dikin, gel li dora Bedizûeman Seîdê Kurdî dibe xelek, naxwaze wî teslîm bike. Li gora ku Rohat Alakom ji Muhamed Siddiqî neqil dike di nav gel û Bediuzeman de diyalogeke wiha derbas dibe: *Seyda destûrê bid, em te teslîmê wan nakin, em te derxin derveyî sînor* dibêje. Bediuzeman qebûl nake, derketina derve ne çare ye. Nikarin tiştekî bi min bikin, wê min sirgûnî rojava bikin, belê ez dê heqê xwe heq bikim, Inşeeleh“. 63 Rohat ji Muhammed Siddiki neqil dike. Careke din sirgûn: Sal 1925 e, sala raperîna Şêx Seîd e. Dewlet bi hinceta ku Bediuzeman Seîdê Kurdî alîkariyê dide serhildêrên Kurd ji Wanê digre û di ser Trabzon , Stenbol û Sparta re davêje Barla. Seîdê Kurdî tam 8 salan dimîne li Barla û piştre wî li her aliyê Tirkiye digerînin. Salên li Barla salên zor û dijwar in, xerîb e Bedîûzeman, kesekî nasnake, ji awira temen jî êdî têra xwe navsere û mezin e. Heta berî wî bavêjin vî cihê xewlecî çi dema bêhna wî teng dibû, hewa û atmosfer lê dihate hev, jê re pêsîrtengiyek çêdibû, berê xwe dida welatê xwe, erda bav û kalan, cihê ewle û bahweriyê. Sirgûna vê carê ne mîna yên berêtir bû, bîst û çar seetan di bin çavdêriyê de bû, coxrafya çûn û hatina wî bisînor û di nav tenêtiyeke tîr û kûr de û bê dost, heval û hogir bû. Rejîmê Kemalîstî bi vê îzolasyon û tecrîda ku bi hinek aliyên xwe şertên Ocalan li Imralî tîne bîra mirov ji sê tiştan li bendeyî yekê yan jî hersêyan bi hev re bû. Ev jî ya teslîmbûn, ya xwekuştin û yan jî aqil û hişê xwe berdan bû. Di nav salên 1926-1950 an de bi awayekî bênavber Bediuzeman Seîdê Kurdî hate girtin, di nav zîndanên bajar û herêmên Tirkiye ew birin û anîn, 10- 15 caran hate jehirdayîn, bi her core bêhurmetiyê re rûberû ma û di 10 salên piştre ber bi dawiya temen de heta sala wefata xwe, sala 1960 an jî rojekê negot xwezî bi îro.

Dewletê ew kezebreşî kir, dinya lê kire zilindar û tara bêjingê. Çar aliyên wî kirin ajan. Ji bo yeka wî nebe dudo negot guneh e, şerm e, negot ev mirov di ber me de kete şer, birîndar bû, bi salan li deverên mîna Sibîrya dîl ma, di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de bi dil û can li dijê dagîrkeriya Ingilîz, Firensî û her hêzeke din nivîsî, li meydanan axivî û roja namûsê ye got, tim biratî û bihevreyî xwest. Bediuzeman Seîdê Kurdî bi xwe tiştên deshelatdarên Tirk, kemalîst anîne serê wî bi xwe wiha dadrêşe, em hinekî jî guh bidin gotinên wî xwe bi xwe: Li ber Dîwanî Herban mehmela caniyan bi min re kirin. Gelo çawa li min dinerin „ min mîna kesekî bêxem û ji xwe re ku bi tenê ji bo azadkirina nefsa xwe kar dike dinerin. Di temenê xwe yê 80 ê salî de nizanim zewqên dinyayê çi ne, ji zewqên dinyayê tiştekî nasnakim. Giş temenê min di meydanên herbê de, di zîndanên esaretê de, yan jî di zîndanên welat de, li ber dadgehên welat de çû. Eziyet û êşa min nedîtibe nema, li pêşberî Dadgehên Herbî mehmela caniyan hate dîtin bi min re, mîna serseriyekî bajar bi bajar ez li sirgûnan gerandim, bi heqaretên corecor re hatim himber hev, rûberû mam, roj hat ku hezar caran ji jiyanê zêdetir min mirina xwe xwest.( Ronî 53) Salên li Barla Di heyşt sal û nîvên ku li Barla ye hewil dide roj û şevên xwe bi nivîsandinê dagire. Şertên nû, çepera ji ajan û polîsên xwiya û nexwiya li dora wî mecal û îmkana mijûlahiyeke din nadin. Ji çaran sisyê nivîsandinên piştre di bin navê Rîsaleyên Nûrê de hatine naskirin li vî mekanê sirgûnê dinîvisîne. Kitêbên bi navên „Sozler“, „Mektubat“ û; Lemalar“ ber û berhemên van salan in. Bediuzeman bi salan mirovekî/e kurd nabîne, gotineke bi kurdî nabhîze û di nav çend çemberên dijber û nefesçikên de li riyeke jiyanê, mana li ser piyan û destbernedana ji kesayetî, nasname û ramanên xwe digere. Dijwarî zêde ne, li qirikê ne, bi ser hebûna ewqas nelibarî de cardî bahweriyên xwe diparêze, ji bo nekeve depresyonan, di nav aramiyeke pêxemberane û sebreke Eyûbî de, bi tena serê xwe, bê heval û hogir, li cîhekî nenas, di nav mirovên bişik û

goman de, dibe yek ji mestirîn kelehên berxwedanê di dîroka sirgûnan de. Sirgûna di nav sirgûnê de Sala 1934 an. Sala 1934 an Bediuzeman Seîdê Kurdî ji Barla radikin Sparta, li wur wî digrin dibin Eskişehirê, derdixin ber dadgehê, 11 mehan di zîndana Eskişerhîrê de şikence dikin û şîrê heftrojî di pozên wî re derdixin. Piştre jî wî davêjin aliyê Derya Reş bajarê Kastamoniyê. Bediuzeman 8 salan jî li Kastamonuyê dispêre hev. Li her cihê dimîne, ne bi tenê bi rabûn û rûniştina xwe, ,bi dîtin û metaneta xwe, belê bi girêdana xwe ya bi temamî cihê jî dibe dabaşa kurtepirst, meraq û baldariyan. Kinc û lixwekirina wî ya Kurdistanî, şaşik û cubê wî jî ne li gora qanûn û fermanên Kemalîzmê ne, mîna coreyek protesto û neketina qalibê çanda îdeolojiya fermî dixwiyin û ev jî dibe zêdebûna ser kezebê, zêdebûn û beloqtiyeke birêvebirên demê hêrs dike. Tê gotin ku carekê waliyê Enqera Nevzat Tandgan dixwaze bi Bediuzeman re hev bibîne, belê şertekî wî heye, şert jî ew e ku divê Bediuzeman kinc û şaşika xwe deyne. Ji bo Beduzeman ev şert ne yê bazarkirinê ye, mîna heqaretekê ye, bersiva wî bihêrs e, kurt û teqez e: *Ev şaşik incex bi vî serî re derdikeve.* Li gora tê gotin sala 1946 an walî xwe bi demaçê dikuje Bi dû sirgûnên li Eneqera û Çankiri, dadgeha Denizlî tê, ji wur jî wî dişînin Emirdaxê. Sala 1948 an vê carê bi hejmarek şagirtên xwe re ji aliyê dadgeha Afyonê têne cezakirin. Salên piştre piştî 20 mehan cezayê wî û hevalên wî diqede wî cardî li Emirdaxê vedigerînin. Nerîna Bediuzeman li zîndanê û felsefeya wî ji bo zîndanan jî hêjayê bibîranînê ye: *Zîndan medresa Yusufiye ye*. Hz Yusuf wek zîndaniyê yekem binav dike. Serdema Partiya Demokrat (1950-1960) Gulana 1950 î dema Partiya Menderes û Celal Bayar hate ser kar û heta Tebaxa 1953 an Bediuzeman Seîdê Kurdî li Emirdaxê bû.

Di serdema vê partî û hikûmeta vê partiyê de jî Bediuzeman Seîdê Kurdî ji serêş û hejên deshelatdarên berê davêtin nav piyên wî, rizgar nebû, nûçeyên bêesil û bêbingeh ku li dijê wî dihatin weşandin kêm nebûn, ji bo giş partî û aliyên dihatin û diçûn ew kurdekî mixalifê sîstem bû, çu caran dewletê bahwerî pê neanî û lê ewle nebû, tim jê bi şik û goman bû. Dadgehên li dijê wî dewam dikirin. Sala 1951 ê ji ber ku şefqe nedixist serê xwe, şaşika xwe danetanî û ji ber hinek meseleyên din li Emirdaxê ew derxistibûn ber dadgehê. Ji ber berhema wî ya bi navê * Ji bo Ciwanan Rêber* dadgeha Stenbolê ew 22 ê meha Çile sala 1952 an de da anîn. Di rûniştineke piştre de sibata bi dû de heman salê cara duhem derxistin ber dadgehê. Salon qelebalix û mişt bû, di dawiya celsê de di nav çepik û tezahuratên beşdaran de Bediuzeman Seîdê Kurdî derket derve, vegeriya Emirdaxê. Tebaxa 1953 an ji ber dozeke din vê carê dadgeha Sparta bela xwe tê da, ev bûbe dadgeha dawî jî belê çavdêriya li ser wî û taqîbata bi dû de heta sala mirina wî ku sala 1960 î ye jî nesekinî. Rêwîtiya dawî û vegera li Kurdistanê: 35 salên li sirgûnan û şertên zêdeyî taqeta însên li aliyekî û li aliyê din temenê 80 sal derbaskirî têra xwe Bediuzeman westandibûn. 19 ê Adara 1960 î ew êdî giran nexweş bû, ew serwextê rewşa xwe û rojên xwe yên hejmartî bû, nedixwest li erda sirgûnê çavên xwe bigre, bi çi awayî dibe bila bibe dixwest rojên mayî li ser axa welatê xwe, di nav gel û hezkiriyên xwe de temam bike. Di nav berxwedan û israreke dawî de xwe gihande bajarê Urfa û wek kesekî bighe miradê xwe ev gotin ji devê wî derketin: *Di roja Newrozê de ez gihiştim erda xwe. Cihê min evder e* .( H. Ahmet Turhalli Ozgur Gundem 11.12.2011) Piştî 2 rojan 23 ê Adarê wefat dike. Roja rakirina cenaze girseyeke mezin beşdar dibe, hazir dibe. Dema dimre giş malê wî çend lîre ne. Ji xwe ev gotina wî navdar e:

“Mirovê rewşenbîr divê giş malê xwe bikaribe di buxçikekê de bicîh bike.” Dema çû ser dilovaniya xwe bi rastî jî giş mal û milkê wî buxçikek jî tunebû. Havîna 1994 an em gurûbek heyştkesî bi navê YRWK- Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistan- li Şamê çûbûn serdana serokê neteweyî birêz Ocalan. Di dema dersdayînê de gotin hate ser rewşenbîran û xislet û dirûvên rewşenbîrtiyê. Min jî di nav diyalogê de ev gotina Bediuzeman Seîdê Kurdî bibîr xist. Li ser vê Birêz Ocalan bersiveke wiha da: yê min bêrîkên min jî tunene. Kustah kî ye ? Piştî kodetaya Gulana 1960 î çend mehan piştî mirina Bediuzeman çûnta leşkerî cenazê wî ji Gora li Urfa derdixe û davêje cîhekî nenas, piştî dimre jî wî rehet nahêle û ev jî dibe sirgûna piştî mirinê. Sebebên vê hene. Sebebên di siyasetên deshelatdar û birêvebirên Tirk de bûne zihniyeteke qert, bûne damar û meyleke kurdnasnekir, geneke kinêsvemrêner, ji jor ber bi jêr de ku heta tu bêjî bes fireh qar bûye, şax û per vedane û heta bi cîhekî xwurt civaka Tirk û her koma tirkandî jî rapêçaye, ji wîjdan û her xisleteke însanî ku mirov bikaribe di nav peyva mirwetê de bicîh bike dawerivandiye, hişk û ziwa kiriye, wergerandiye kevirên arpeşk. Sebeba vê tecawiza di bedena mirovekî mirî de, derxistina ji gora wî û ji awira raya giştî avêtina nav nexwiyayîyekê ew e ku bila rojekê kes riya xwe pê nexe, neçe serdana wî, fatîheyekê lê nexwîne. Tirsa ji bedeneke mirî ew bû ku xwediyê bedenê wê ji bo gelê kurd, ji bo şagirt û telebên wî û her kesê hez jê dikir bibûya ziyaretgehek. Hedef ew bû ku têkiliya wî ya manewî bi temamî bi girseyên gel re bibirîn, wî noqî nav jibîrabûneke heta bi heta bikin. Îca tu ji kîjan alî û awirê lê binerî biner, ev tu dixwazî olî yan jî bila sekulerî be, coreyeke kufrî, mizawirî û gunehkariyek e, nerewayî û neheqiyeke mezin e. Lewra ji wê xwezatir tune ku xwediyên kesê mirî û gelê ew kes mensûbê wî ye zanibin miriyê wan li ku ye û pêwiste ev jî ne bi

tenê Kurdan belê gerek meseleyeke însanî ye.

Tirkan

têkilidar

bike,

lewra

Ev selahiyeta bê sînor ku dewleta Tirk dide xwe û bikar tîne û dema ev dewlet dixwaze, wiha mafên mirovan dixe bin piyan gerek qebûl nebe, dewletek nikare xwedî ewçend seahiyetên bêsînor û bêdawî be. Bediuzeman Seîdê Kurdî ev dewlet bi dirêjaya temen û bi biha û bedêla bisedan ezmûnên xwe baş nas dikir, çend e û çawa ye, çendî bêperwa, sînornasnekir, jiserxweçûyî, texî û baxî ye, çendî qedirnenas, bêwefa û bêsedaqet e, bi gotineke kurdan çendî *nan û ava wê li ser çogên wê ye* bi her movik û her avdeya xwe ji her kesî kûrtir nas dikir. Her qonax ji qonaxa jiyan û temenê Bediuzeman Seîdê Kurdî ji karekterê hikûmet û deshelatdarên dewleta Tirk re û xezeb û rika wan beramber rewşenbîr û zanayên Kurd tije belge û şahdebûn e. Serwext û çeknasê vî karekter û vê gena xwedênenas Bediuzeman Seîdê Kurdî, di rojên xwe yên dawî de nexwest li xerîbistanê, li şûn û wareke ku ne bi dil û riza xwe lê bicîh bûbû serê xwe deyne, here ser dilovaniya xwe. Bi vê mebest û ramanê bi israr û bi nehênî, bi ser nexweşiya xwe ya giran de xwe gihande bajarê Urfa, cih û warê pêxemberan ku ev jî dihat wateya bicîhhatina yek ji bingehtirîn wesyetên wî. Bediuzeman Seîdê Kurdî gorek dixwest û ev jî li Kurdistanê, ne li cîheke din, goreke binav û nîşan, xwiya û diyar û ji awira raya giştî, raya gelê Kurd naskirî, vekirî ji serdan, fatîhe û binûvekirina têkiliyan re. Belê tu li Fethulah Gulen binerî Bediuzeman Seîdê Kurdî nexwestiye ku kes gora wî zanibe û wiha gotiye: *Bila gora min nenas be, bila kes nizanibe* ! Xedêgiravî ev wasyeta Bediuzeman e. Ne ev bi tenê yeke din jî heye : *pirskirina li gora ustad kustahtî ye* dibêje Fethulah Gulen. Bediuzeman ev wesiyet li kê, li ku û kengî kiriye li tu deran di tu belge û wesîqeyan de tune, cihê derketin û gotinê, afrandin û bilaşûgewdbûnê bin serê Gulen Xoce ye.

Li aliyekî ew daxwaza sift û tîr, bêhedan, bênavcî û bênîqaş ji bo xwegihandina welatê bav û kalan û li aliyê din ev derewa ku * bila kes nizanibe gora min li ku ye* çendî li hev dikin, çendî mikun in. Îca divê careke din pirsa *kî kustah e ?* bê pirsîn: Gelo gelê li gor û qebra Bediuzeman Seîdê Kurdî dipirse yan Fethulah Gulen ? Kurdên li gorên Şêx Seîd, Seyid Riza û bi dehhezaran gorên faîlên wan ne diyar yên doh û yên îro dipirsin yan Fethulah Gulen kustah e ? Bêdudilî û yekser divê bê gotin ku kustah ne gel, ne Kurd, ne xizim û merevên winda û gornediyaran, belê Fethulah Gulen bi xwe û ne keseke din e. Gelê Kurd û xizmên Bediuzeman Seîdê Kurdî pêwiste ji dû dewletê venegerin û dewlet ne bi tenê divê cihê Bediuzeman Seîdê Kurdî ji raya giştî re bêje, belê herwiha pêwiste ne carekê bi sedan car lêborîna xwe jî, ewil ji gelê Kurd û piştre ji her mirovê ji miriyan re bihurmet re bixwaze. Dawî . Li gora di bîra me de maye sala 1983 an li Iraqê xebat û lêkolînek hatiye kirin ku tê de behsa 506 alimên Kurd ku ji îslamê re xizmeta kirine heye. Bediuzeman Seîdê Kurdî jî ku ji vê hejmarê ye û di serê lîstê de tê, gerek bi têr û tijeyî bê naskirin, li ser ramanên wî, jiyan û qonaxên jiyana wî hewcedarî bi lêkolînên berfireh û kûr heye. Xizmetên wî yên di destpêka sedsalê de ji bo pêşketina tegerarizgarxwazî ya kurdî, bi taybetî berhemên wî, Rîsale û kuliyatên wî pêwiste bên dîraset kirin. Cihê wî buhuşt be. Têbiînî: Tiştên ez ji bo Bediuzeman Seîdê Kurdî bêjim ne ev bi tenê ne. Adara li pêşiya me wê di ser wefata wî re 53 sal derbas bibin. Bi hêviya ku em dê dîtinên xwe li ser her aliyê wî di pirtûkeke bi serûbertir de formûle bikim, xwendinxweş. Hagen Kanûna 2012´an