Hevpeyvîn bi Medenî Ferho re

Medenî Ferho

Pirs 1: Em xwe baş nasnakin, ya qet, ya jî kêm û nîvrê nas dikin. Navê Seîdê Kurdî, Seîdê Nûrsî, yek ji wan navan e ku di serê lîsteya navên navdar de cîh digre, ev bêşik e. Belê em kurd çendî wî nas dikin bişik û bigoman e. Mebesta me ji vê hevpeyvînê ew e ku em zatekî mezin, kesayetiyeke xwe, Bedîuzemanê Kurd bi alîkariya kesên xwedîgotin baştir nas bikin. Nivîskar Cemalettin Canli, „Bo ku Seîdê Nûrsî bête fêmkirin, divê Kurdistana sedsala 19´emîn bête fêmkirin. Divê hewldanên terîqên wê demê bêne fêmkirin. „(NETKURD, 2010-09-25) dibêje. Gelo ev şert e, hûn çendî bi vê dîtinê re ne? Bersiv 1: Komarek Hovanger, tenê dikare bibe çavkaniya kiryarên hovane. Lewma bersiva vê pirsê gelekî zor e. Ji ber ku, di dîroka Komara Tirkiyê de, kesên mîna Bedîûzeman, yan jî Seîdê Kurdî, di ‘Bihuşta lanetkirî’ de dîl hatine girtin. Ev siyaseta taybet ya Îtihat û Teraqî ye û îro jî di rengekî hişktir û dijwartir de tê meşandin. Wek toreyekê ye, ev zihniyet, belgeyan ji holê radike, vedişêre û bablîsoka gotinên neweyî, yanî derew hildidêre. Tiştekî bi belge nabêjin, lê gotinan digerînin, didine gotin û wan kesên hedef digirin di “Bihuşta Lenetkîrî” de dîl digirin. Seîdê Nursî, Seîdê Kurdî, Bedîûzeman, Ustad, Mamoste, Mîrzayê dilsozan jî yek ji van kesan e. Mîratzedeyên vê îdeolojiya hişk û dijwar, Kovarek Hovangeh ava kirine. Tê zanîn ku, yek murşîd, şêx, terîqet, mîrzayê bawermendiyê ji nava Tirkan derneketiye. Teva Kurd in, faris in. Murşîdên Kurd, ji “agirî suzan ne reviya ne”, lê gelek ji wan teslîm bûne û ketine xizmeta ideolojiya fermî. Îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk jî, dest avêtine murşîdên kurd, gotinên wan, nirxandinên wan guhertine û li gorî xwe bikaranîne. Seîdê Kurdî, di jiyana xwe ya tejî têkoşîn de, yek kultur, yek gel ne kiriye hedefa xwe, ne parastiye û ji bo yek gelî têkoşîn nekiriye. Ji ber ku, bi hiş û ramanekî kûr û fereh, bi

hişmendiyeke pirr alî û bêsînor haraket kiriye. Misilmantî, yan jî îslamiyet wek sîwana her gelî, her nifşî dîtiye û wisa bikar jî aniye. Tucaran gelê Kurd înkar nekiriye, wajî wê, zimanê Kurd, kultura Kurd dibin sîwana misilmantiyê de parastiye. Hebûna zimanê Kurdî, erebî û Tirkî, di cîhana Osmanî de û di Komara Tirkiyê de, parastiye. Du mînakên balkêş hene: Yek di dema bersiv daye Şêx Seîd û gotiye, “hişmendiya min û gotinên min, ew doza ku cenabê we li pey diçe wê bîne cih” e. Ya din jî, di nîqaşa “taybetmendî, kesayetî û xweparêzî” de diyar e. Ji ber ku ev axaftina Mîrzayê baweriyê, wek “Tarîx-î Hayat” tê binavkirin û hişmendiya wî ya parastina kulturên cûda, nifşên cûda destnîşan dike. Li ser nîqaşa mekanê kesayetî, qutbê baweriyê Seîdê Kurdî wiha dibêje; “Divê ku em fêrî jiyana hevreyî bibin.” Gelo pêdiviya şîrove kirina van gotinan heye? Ev gotinên Mîrzayê baweriyê didine xuyakirin ku, “xizmet-î Nurîye, malê Tirkîtiyê, malê Erebîtiyê nîne. Nijadperestî red kiriye. Seîdî Kurdî, yek ji qurbanê hişmendiya nijadperestiya kujerî ye. Eger em dêhnê xwe bidin kiryarên Tirkan ya li hemberî Seîdê Kurd, ne tenê “Rîsaleyî Nûr” guhertine, hişmendî, kesayetî, bawerî û dilsoziya wî ya mezin, di “Bihuşta lanetkirî” de xwestine bikujin.

Pirs 2: Mîna tê zanîn seydayê giranbiha bi dirêjayiya temenê xwe hejmarek nav bikaranîne wek Seîdê Kurdî, Seîdê Nûrsî, Said Mirza Efendi û hwd. gelek caran jî bi navê Bediûzeman behsa wî dibe. Em dixwazin li ser van navan dîtinên we bigrin û bizanin têkiliya navên bi kar anîne û demê çendî bi hev re heye? Bersiv 2: Alîgir û dilsozên li pey Bedîûzeman, dema ku navê “bedîî” bikar tînin, mûrşîdiya Seîdê Kurdî jî, bi awayê rastî û maqul qebûl dikin. Ji ber ku “bedîî”, delalî, paqijî, ronahiya her kesî û lehengê dilsoziya mînak ya her kesî ye. Ev nav, ji aliyê mûrşîdekî Kurd ve layiqî wî hatiye dîtin. Bi vê mebestê Seîdê Kurdî wek ku tê gotin, ne propagendîstê gelê Tirk, ne yê gelê Ereb e, û tucaran Kurdîtiya xwe jî red ne kiriye. Ji navê Seîdê Kurdî û Seîdê Nûrsî jî bextewar û serbilind e. Dema murşîd digihêjin “fena-fellah” yan jî digihêjin “murşîdiya bedîî” kohn û binyata bi dilsozî yad dikin. Ev xislet di tevahiya mûrşîdên olî yên Kurd de heye. Weysel Qaranî, bi gotinên cenabê Muhamed

serxoş nebûye û dilsoziya xwe terk nekiriye, wek Kurdekî jî maye. Di heyama Seîdê Kurdî de, tevger û hewldanên netewiyetê zêde ne. Di nava sinorên Emperetoriya Osmanî de, gelên cûda li dora îdeolojiya netewiyeta xwe rêxistiniyên xwe pêkanîne. Kurd jî di heman çarçovê de xwe rêxistinî dikin. Serokê Cemiyeta Tealî ya Kurd li Stembolê ehfadê Şêx Ubeydullah e û serkeşekî terîqata Neqşîbendiyan e. Dîse, kurên Şêx Ubeydullah Seyyit Mehmet, Seyyit Abdullah û nebiyê Şêx Ubeydullah Seyyit Tahir di heman rêxistinê de serokatî û rêvebiriyê dikin. Tê zanîn ku, Cemiyeta Tealî ya Kurd, çekdariyê naparêze. Seîdî Kurdî jî, di vî fikrî de ye. Û bi gotina wî, dema “Seîdê Kevin” ku heta 45 saliya wî dewam dike; siyasetê wek çekê serketinê bikar tîne. Ev tê wateya ku Seîdê Kurdî, ligel misilmantî, murşîdî û bedîî’tiya xwe, şervan e, şerê serketinê jî di siyasetê de diparêze. Dîtina wî ya “siyaset çek e” terk nekiriye. Lê, Seîdê Kurdî, xisleta xwe ya evîndariya ligel mirovan jî (komunîst ne di nav de) heta dawiyê parastiye.. Hinek kes û derdor, sê demên wî “Seîdê kevin”, “Seîdê Nû” û “Seîdê Sêyemîn”, şaş şîrove dikin, yan jî li gorî armanca xwe ya siyasî dinirxînin. Ev, xiyaneta li hemberî Bedîî’tiya Seîdê Kurdî ye. Ji ber ku Seîdê Kurdî, xwe pêş dixe, lê dil û hestê wî di her dem û heyaman de weke hev in. Ji ber ku Seîdê kevin bi Kurdîtiyê re zêde têkildar e, hinek “akl-i selîmên taze”, dixwazin, her du demên Seîdê Kurdî wajî bikin. Lê ne wisa ye. Ji ber ku Pirtûka Şêx Abdulqadirê Gêylanî, ku kurdîtiyê dike bingeha jiyana xwe, lê misilmantiyê jî evîndariya Xweda di qada herî bilind de diparêze, wek mîlada “Seîdê Nû” bi nav dike. Ji ber ku, pirtûka Abdulkadir Geylanî ya bi navê “Futuhul-ul Gayb”, di mûrşîdiya wî de dibe qonaxa duyemîn ya “fen-î fellah” û “îlhamê”. Akl-i selîmên taze, berê Seîdê Kurdî didine nijadarestiyê, yan jî berê wî didine xiyaneta bi gelê Kurd re, ev gunehkariya li hemberî Bedîûzemanê Kurdî ye. Di gera li Kurdîstan û cîhanê de, piştî têkiliya bi civak û aliman re, navên cûda lê têne kirin. Her gera wî, her têkiliya wî dibe sedema navekî nû. Ev tê wateya kûratiya têgihiştin, zanistiya wî. Navên wî ji detspêkê heta dawî jî, li gorî lîteretura Zimanê

Kurdî û kultura kurdî ne; Mele Seîd, Mele Seîdê Meşhur, Seîdê Nursî, Seîdê Kurdî û dawî jî Bedîûzeman. Eger em li seyra navên wî binêrin, bi giştî seyra perwerdehiya di medreseyên Kurdî de xuya dibe. Piştre, ku di pirtûkxaneyên rayedarên wê demê de rastî zanista feylesofiya cîhanê dibe, hiş û ramanê wî tê guhertin. Hingî fikrê Zanîngehê di serê wî de peyde dibe. Fêm dike ku çavkaniyên zanist û hişmendiya pêşketî zanist in, Medresa nikarin bibin bersiva demê. Dîsa jî, navên wî yên li gorî lîteretûra hiyerarşiya ola Îslama Kurdî, nayên guhertin . Baş tê zanîn ku di perwerdehiya zarokên li medreseyên Kurdîstanê de, gera li herêman dixwaze û wek pêdiviyek bingehîn ya gihiştina “îlmanî” ye. Ev ger hinekî lêgerîna li zanistê ye. Ji ber ku her medrese, li gorî hêza murşîdê xwe, xwedî hêz e. Di destpêka gundê Taxê û feqetiya li ber destê Mele Mihamed Emîn û piştre lêgerîna Seîdê Kurdî, ya zanista felsefîk, di vê çarçovê de pêş dikeve. Di vê demê de, zimanê Kurdî bi tîpên erebî jî bikartîne. Mixabin, ew belge hîna derneketina holê. Seîdê Kurdî wek evîndarê fêrbûna zanistê ye û ne tenê li Medreseyan, qista cem Meleyên Meşhur, yên weke Mele Fethullah, weke Şêx Mehmet Celali dike. Her çûna Seîdê Nursî ya li van cihên ji hev cûda, di navbera 3 meh û salekê de têne guhertin. Her ger, her serdan û mana li wargehekî cûda, tiştekî cûda, zanist û tecrûbeyeke cûda didiyê. Di encama lêgerîn û komkirin û têgihiştina zanista kûr û fereh de, Mele Fetullah, navê Mele Seîd diguhere û navê Bedîûzeman lê dike. Bedîî, yanî ronahiya demê, dilxweşî, delaliya demê. Medrese, her dem bûne çavkaniya kurdîtî, parastina kultur û afirgeriya berhemên edebiyata Kurdî. Bûne xwedî kirina netewparêziya Kurdî.. Ev navê ku wek lehengî, ronahî, bedewî û delaliya zanista ola îslamî, ku Mele Fetullah li Seîdê Kurdî dike, dibe sedema êrîşên li dijî wî. Ev dijberî di paşerojan de dibe, “baxçeyê lanetkîrî.” Lê balkêş e, dema mirov jiyana Seîdê Kurdî dixwîne, jiyana Ibnî Sîna tê bîra mirov. Tenê cûdatiyek heye; Seîdê Kurdî ji desthilatdaran nareve. Lê Ibn-î Sîna, bi gotina Ibn-î Haldun, her dem ji “agir-î sûzan” reviya ye. Ibn-î Haldun jî heman

lewaziyê nîşan dide. Her çiqasî pîşeyê van zanistan ji hev cûda be jî, destîniya wan ya ligel desthiladaran mîna hev e. Helbet ev cihê nîqaşê ye ku, were pirsîn: Gelo pêwist e, zanist weke Ibnî Sîna, weke Ibn-î Haldun ji “agir-î sûzan” birevin; yan weke Seîdê Kurdî têkoşînê bikin.

Pirs 3: Dîroknasên jiyana Seîdê Kurdî, dibêjin ku wî qet ji kesekî pirs nekirine û di nîqaş û minazereyên di nav wî û aliman de tim serdest bûye. Heta tê gotin ku dema di salên Meşrûtiyeta II. de, pêlakê li otêleke Stenbolê maye û li ser deriyê xwe jî ev îbare nivîsandiye: ”Li vir pirs nayên kirin, bersiva pirsan tê dayin”. Ev çendî rast û çendî rîwayet in, şîroveya we? Bersiv 3: Me di pirsa berî vê de wateya “Bedîî” bi kurtî be jî anî ziman. Sedema ku navê Bedîûzeman lê hatiye kirin, me bi hevokekê şîrove kir. Navê “Mîrê Dilsozan”jî tê wateya ku ew dide û rêzantiyê dikê ye. Lê rêzantî û dayina wî, di radeya “DA, HU-DA, MAZ-DA”î de ye. Ev gotin teva têgihîştina fenafellah ya vekirina “dergehê al-î Hûda” ye û ji “agir-î sûzan” natirse. Seîdê Kurdî, di dema ku daxwaza wî ya vekirina zanîngeha Medresetul-Zehra, û dersdana bi zimanê Kurdî, Osmanî û Erebî nayê erêkirin, ji Bab-i Alî dixeyide û dûr dikeve. Li odeyekê ji ya Xana Şekercî bi cih dibe û li devê deriyê xwe, qotina “Li vir bersiva her cûre pirsan tê dayin, her mişkûl têne halkirin, lê pirs nayên kirin” dimivîsîne. Li gorî Risaleyî Nûr (risale 41ê) ev gotin rast e. Li gorî min, Seîdê Kurdî, xwestiye ku hêza xwe ya zanistî û “têgihîştina mûrşîdî” şanî desthilatdarên demê bide. Ji ber ku daxwaza sazkirina zanîngehê, bi telkîna Şêx-ul Îslam û ulemayên wê demê, ji aliyê Abdulhemîd ve tê redkirin. Lewma, ji Bab-î Alî dûr dikeve û li odeya Xana Şekercî bi cih dibe. Hewqasî dagirtî û bi hêrsa siyasî û mûrşîdî dagirtiye ku, bi tenê jî be, xwe wek hêzeke li dijî Abdulhemîd dibîne. Seîdî Nursî, Bedîûzeman, yan jî Seîdî Kurdî, wek şêxekî, wek murşîdekî teslîmî demê û desthilatdaran nabe. Di dema daxwaznameya sazkariya Zanîngehê de, bi cil û bergên Kurdî, serbenda kulavî û xencera di ber piştê de diçe Bab-î Alî. Ev jî bersiva her cûre gotinên derbarê Bedîûzeman de ye.

Di hewldan û tevgera Seîdî Kurdî de, di çûna Selanîkê de jî, tê xuyakirin ku ew biqasî murşîdiya xwe ya olî, mirovekî siyasî ye jî. Lê tucaran Tirkîtî, weke “aîdiyeta” di ser Kurdî re nedîtiye û nijadek serdestî nijada din nekiriye.

Pirs 4: Aliyekî din yê Seîdê Kurdî ku mirov li ba piraniya alimên olî yên welatê me û gelê Rojhilata Navîn nabîne ew e ku di ber pirtûkên olî re gelek pirtûkên zanyarî jî xwendine, ev pirtûk çi bûn, çawa pêyde dikirin û kengê bi giranî xwendine, hûn dikarin xwendevanên me serwext bikin? Bersiv 4: Aliyê mûrşîdê mezin, Seîdê Kurdî, di daxwaza sazkirina zanîngeha Medresetul-Zehra de (Rîsale-î Nur 47) xuya dike. Du aliyên bingehîn yê vê armancê hene. Yek; Bedîuzaman dixwaze li Kurdîstanê û li welatê xwe xizmeta kulturî bike. Du; Seîdê Kurdî, dixwaze li xaka ku “îrfan jê girtiye û navê bedîî jê re layik hatiye dîtin” xizmetê bike û zanista ol û fenê, kultura rojava û rojhilat bi hev re bela bike. (Tê zanîn ku Seîdê Kurdî di Cemiyet-î Muderişîn û Cemiyeta Kurd Neşr-î Maarîf de jî cih digire.) Seîdê Nursî, piştî ku bi payeberziya BEDÎÎ tê xelatgîrkirin bi demekê, li ser daxwaza Waliyê Wanê Hesen Paşa têkildarî “rîcalê dewletê” dibe. Piştî Hesen Paşa Tahîr Paşa dibe waliyê Wanê. Tahîr Paşa xwedî kutupxaneyeke dewlemend e. Bedîîûzeman, yekemîn car li pirtûkxaneya Tahîr Paşa têkildarî zanista fen dibe û fizîk, kimya, cografya, astronomî û felsefê dixwîne. Bîrdoza Kopernîk gelekî bala wî dikişîne. Seîdê Kurdî, piştî redkirina Zanîngeha li Wanê, ji bo têkoşîna li dijî Abdulhemîd diçe Selanîkê, yanî bajarê ku weke navenda kultura wê demê tê zanîn. Ev jî dibe sedema ku asoyên bîr û baweriya wî berfirehtir bibin. Bi vê mebestê, li wir, ji bo zanîngeha li Wanê jî kete nava tevgereke mezin. Mirov dikare bêje ku di gihîştin û fêrbûna mirovan de, “Bihuşt û dojeh”, “guneh û xêr” tenê ne bes in. Pêdiviya her mirovî bi zanistên pozîtîf heye û bi delîlên ku mirov bidin bawer kirin jî heye. Ev hişmendiya mezin bûye sedema ku Mehmed Akîf bêje; “ Viktor Hugo, Shekspeare, Dekart, di edebiyat û felsefê de dikarin bibin şagirtê Bedîûzeman.”

Min li jor jî got, Seîdê Kurdî, nirxekî giranbiha dide rêxistinîbûnê. Ji ber ku di têkildariya entelektuelî û fîlozofiya Ewropa de dibîne ku, rêxistinîbûn û karên kolektîfî bingeha serketinê ye. Bi vê mebestê di nava rêxisitnan de cih digire. Seîdê Kurdî, di nava Cemîyeta Kurdîstan Teali û Kurt Neşriyatê de cih digire. Sala wê jî giring e 1918. Ev salên dawî ya şerê yekemîn yê cîhanê ye, rojên Peymana Mondorosê ye. Rapora Hêzên hewayê yên Ingilîzan ku li Baxdatê tê nivîsandin, dibêje ku Seîdê Kurdî, di nava Cemaeta Kurd Tealî de cih digire û Kurdan li dijî Tirkan teşwîkî têkoşîna serxwebûnê dike. (Risaleyî Nûr 64). Dîse di rêxisitna Fikra-î Muhemmediyê de, di rêxistina Darul-Hîmet-ûl Îslamiye de jî cih digire. (Rîsale-î Nûr 64)

Pirs 5: Xisleteke din hêza jiberkirinê ye, hinek behsa 90 cildên jiberkirî dikin, tiştekî wiha mimkûn e, ev çendî efsanekirin û çendî rast e? Bersiv 5: Na, ne efsane ye û ne jî dûrî aqilan e. Me di jiyana xwe de jî gelek mirovên wiha ku di zarokatiya xwe de, bi hêzeke balkêş û kozmîk qur’an ezber kirine dîtine. Xelata mezin ku tenê ji bo kesên di gihiştina ‘fenafellah’ de, di heyamên taybet de derdikevin holê dikarin bidest bixin. Ev paye xelata mezin e. Payeya “BEDÎΔ ji xelata Nobelê bi gelekî mezintir e û li gorî xisletên taybet yên Mele Seîd hatiye dayin. Piştî vê payeyê navê Mele Sêîd nema hatiye bikaranîn. Di heman çarçovê de, payeya “Kurdî” paydariya temsîliya gelê Kurd e û xelateke mezin e. Ji sedema Kurdîtiya wî jê re layik hatiye dîtin. Seîdê Kurdî, di pêvajoya xwendina xwe û çûna medresyan de jî dide xuyakirin ku zanebûna gelek seyda, mele, murşîdan têra wî nake. Dawî, Mele Fetullah li hemberî hiş û ramanê Seîdê Kurdî bêmecal dimîne û bi cesareteke mezin payeyea BEDÎÎ didiye û bi navê Bedîûzeman bangî wî dike. Ji aliyê her kesî ve jî (Tirk jî di nav de) tê qebûlkirin. Wek mînak: Seîdê Kurdî di jiyana xwe de yek carê, xutbê dixwîne. Lê ev xutbeya ku di sala 1911´an de, li Şamê di Mizgefta Emewî dide, cemaet ji axaftinên wî hêbet digire. Piştre ew xutbeya wî, dibin navê “Xutbeya Emewiye” de dibê pirtûk

Pirs 6: Dema çûye ba Siltan Evdilhemîd ji bo vekirina zanîngehekê mîna El Ezhera li Misrê, dibêjin ku di nav

daxwazên wî de xwendina dersên pozîtîv li dibistanan jî hebûye, da ku rê li teesubê bigre. Encamên vê hevdîtinê çawa bûn di vê derbarê de şîroveyên we? Bersiv 6: Min bersiva vê pirsê, di bersivên berî niha de da û Seîdê Kurdî di Rûsale-î Nûr 47 de, behsa vê mijarê dike. Ji ber ku, di pêşniyaznameya xwe de, gotiye ku ew ê zanistiya şerq û xerbê, olî û fenî, dersên cografya, fizîk, kimye, felsefê û hwd bide. Seîdê Kurdî ligel guhertinan e û pêşketin û nûjeniyan destek dike. Dema ku Meşrûtiyeta Duyem’în (1908) hate îlankirin, qesta Stembolê dike û di rojnameya Volkan de dest bi nivîsan dike. Gotinên wî ku dibêje. “Min di destpêka Meşrûtiyetê de ji 50-60 eşîrên Kurd re telgraf şandin û min bang li wan kir ku li azadiya xwe xwedî derbikevin. Min ew xafil nehiştin, şiyar kirin. Ji ber ku min ne gotiye, ya min çi, min kujerî nekiriye. Encama vê şiyarkirina min, ez dame mahkemê.” Gelo ev ne bese ku îdeolojiya fermî ya Tirk, Seîdê Kurdî wek Kurdekî bibîne û tecrîd bike?

Pirs 7: Diyaloga di navbera Seîdê Kurdî û serokê dadgehê de li Stenbolê bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Gelo ev diyaloga temam û pirs û bersivên dualî, hene, pêyde dibin li derekê? Bersiv 7: Baş tê zanîn ku belgeyên di arşîvên Osmaniyan de, wek mîrateyek “nehîbê” ketin destê Komarê û weke “sirrê sedsalê” têne veşartin. Dîsa em teva dizanin ku, axaftin, not, nivîs û pirtûkên Seîdê Kurdî, peşî hatine veşartin, hatine qedexekirin, piştre hatine guhertin. Ev guhertin jî di çaçoveya Tirkîtiya Spî û Bîrdoza Îslama Tirkî de pêk hatine. Teva derew in û li dijî hişmendî û hewngiriya Seîdê Kurdî ne. Tê zanîn ku Seîdê Kurdî, di Dîwanî Harb-î Orfî de, (13 Nîsan 1909) parastina xwe de, 11 xalan derdixe pêş. Di xala yekemîn de, têkilî û qewêtiya wî ya bi eşîrên Kurd re ye. Xala sêyemîn jî, ew e ku dibêje, “20 hezar hemşehriyên min li Stembolê hene û min guhertina hemdemî (Meşrûtiyet) telkînî wan kiriye. Dijminê me cehalet, zarûret û ihtîlaf e, min jî li dijî wan sê dijminan şer kir.” Gelo îdeolojiya fermî, bi gotinan mahkum nabe? Seîdê Kurdî di heman parastinê de, dibêje, “şerîet li dijî îstîbdadê ye û bi navê şerîetê min meşrûtiyet, bi

çepikan himbêz kir.” Ev jî, rastiya ku nijadperestiyê, kevneperestiyê red dike û mahkum dike, derdixe pêş. Guman dikim ku ev çend gotinên derbarê îrşada Seîdê Kurdî de, ritil û qopana mêjiyê wî destnîşan dikin.

Pirs 8: Têkiliya wî bi hinek rewşenbîrên Kurd, yên Tirk mîna Mehmet Akif Ersoy, rêxistina Itihat û Teraki jî aliyekî din yê jînenîgariya wî ye, di vê derbarê de, ango di derbarê têkiliyên bi alim û zanayên gelên din yên di bin destên Împeretoriya Osmanî de hûn dê karibin çi bibêjin? Bersiv 8: Bi yek hevokê jî mirov dikare cûdatiya Seîdê Kurdî û Mehmet Akîf Ersoy bîne ziman; Seîdê Kurdî nifşek (gel) di ser nifşekî din re ne dîtiye û navê “Mihemed”, “îslam”, “Qur’an” wek malê her gelî dîtiye. Lê Mehmed Akîf Ersoy, mîna di Merşa Neteweyî ya Tirk de “stêrika gelê Tirk û serdestiya Tirkîtiyê” diparêze, ev nirxê pîroz winda kiriye. Ev taybetmendiya her Tirkî ye. Lê ya balkêş ew e ku, îdeolojiya fermî ya Tirk, her dem li gel zanist, murşîd û navdarekî Kurd, ku mohra xwe li demê dabe û nikaribin bikin Tirk, Tirkekî diber re radikin. Mijara duyemîn ya cûdatiya Seîdê Kurdî û Mehmed Akîf; ewe ku; Seîdê Kurdî, têkoşîna li dijî zordestiyê dibin her cûre hoy û mercan de meşandiye. Lê Mehmed Akîf, ji “agir-î suzan” reviyaye û ji bo demekê ketiye nava ketumiyê û “înzîwa” demdirêj de razaye. Wek mînak; li ser navê Seîdî Kurdî dibêjin; wî (Seîdê Kurdî), ji Şêx Seîd re gotiye, gelê Tirk bi milyonan welî mezin kirine û xizmeta îslamiyetê kirine.” Ev ne rast e. Ji ber ku: Gelo Seîdê Kurdî, ku bi payeberziya mûrşîdî û BEDÎÎ, hatiye xelatgîrkirin, nizane ku ji nava Tirkan yek welî (ji bilî Bektaşî Welî) bi tenê derneketiye? Bi vê mebestê, gotinên Tirkan, lêkolînên Tirkan mîna nivîsên prof. û mamostayên zanîngehên Tirk, lêkolînên prof. ên Tirk ne rats in. Ji ber ku zanîngeh çavkaniyên xwedîkirina nijadparestiya Tirkîtiyê ne û aşê hêrtin, tunekirin û inkara, rastiya gelên din e. Lewma bîrdozên wan ji %89, ne muteber in. Mînakên wê hene ku, prof.ên Tirk pirtûkên zanistên Ewropiyan tercume kirina û wek bîrdoza xwe pêşkêş kirine. (Yek ji va Prof. Dr. Ihsan Dogramaci, yê din jî Prof. Dr Turhan Feyzioglu) ye. Mehmed Akif Ersoy, zêde zêde pesindariya Bedîûzeman dide. Seîdê Kurdî, weke mamostayê Viktor Hugo, Shekspeare,

Dekart bi nav dike. Seîdê Kurdî weke mirovê di teorî û pratîkê de “mirovê xas û xwedî xisletên taybet bi nav dike. Baş tê zanîn ku di dema Osmaniyan de, pêdivî bi “tefekkûrê” nîne, ulema jî li gorî Qur’anê tevgeriyane û tiştekî ji xwe nedane civakê, nedane olê îslamî jî. Hişmendî û hêza Osmaniyan “futuhat” e û banga “haydîn em biçin Sêva Sor” e. Lê kesên weke Mewlana, Şemsiyê Tebrîzî, (em dikarin bêjin Hallacê Mensur) weke Seîdê Kurdî, ev hişmendî erê nekirine. Lê teva jî ne Tirk in. Di derya zanistê de avjenî kirine. Mewlana bi desthilatdariyê re hemraman bûye, Şemsî ji “agir-î sûzan” reviya ye, Seîdê Kurdî li dijî desthilatdariyan têkoşîn kiriye.

Pirs 9: Herwiha tê gotin ku pêşniyazek ji bo kurdistaneke serbixwe ji aliyê Serokê Kurt Teali Cemiyeti`yê Seyid Abdulqadir jî hatiye jê re û bersiva wî jî red kiriye. Wek sebeb jî misilmantiya gelê tirk daye xuyakirin, bingehê vê? Bersiv 9: Bersiva vê pirsê di bersivên berî vê de hatiye dayin. Tenê dixwazim bêjim ku Seîdê Kurdî serkêş e, lehengê ku ji bilî xwe pê de tu serkêş û lehengan qebûl nakê ye. Ji hiş û ramanê xwe hewqasî ewle ye ku tenêya serê xwe, xwe wek artêşekê, wek saziyeke têkoşer dibîne. Di têkiliyên bi Cemiyeta Kurd Tealî re jî ev xisleta Seîdê Kurdî ya Kurdperwerî derdikevê pêş. Balkêş e ku nebiyên Şêx Ubeydullah gelekî lewaz dibîne. Bersiva wî nadin, bersiva pêvajoyê nadin û li hemberî pêşketinên demê lewaz dimînin, ji wan dûr dikeve. Di têkiliyên bi Mustafa Kemal re jî heman tişt xuya dikin. Berî komarê û piştî komarê, gelek pêşniyaz jê re hatine kirin, lê teva red kirine. Di sala 1923´an de, pêşniyazên Mustafa Kemal, di heman çaçrovê de red dike û diçe Wanê. Lê divê neyê zanîn ku çûna wî ya Wanê, ne reva ji ”atêş-î suzan” e. Di sala 1925´an de jî, di serîhildana Şêx Seîd de, destîniya wî diguhere û bi ber şek û pekên komarê dikeve û heya sax e jî, ji surgun û girtinan xelas nabe. Destîniya wî ya di dema Wahdettîn de, di ya Îtîhat Teraqî de, di ya Mustafa Kemal, Îsmet Înonu û Menderes de naye guhertin. Sedem jî Kurdbûna wî û dilsoziya ligel ola Îslamî ye.

Pirs 10: Têkiliya Seîdê Kurdî bi bûyera 31´ê Adarê sala 1909´an re, em dizanin ku girêdayê vê bûyerê hatiye

dadgehkirin û cezakirin, ev têkilî çendî rast e? Li gora dîtinekê, Seîdê Kurdiyê di nav siyasetê de piştî vê cezaxwarinê êdî bi temamî xwe dide aliyê ol-dîn û destên xwe ji dinyayê dikşîne, rastî û nerastiya wê? Bersiv 10: Gotina ku dibêjin “destên xwe ji siyasetê kişandiye û xwe daye olê”, ne rast e. Piştî ku Bedîûzeman, li Wanê bi kutupxaneya Walî Tahîr Paşa de, bi cîhana zanista rojava re rastî hev tê, du tişt kirin armanca xwe; zanista îslamî û zanista rojava bîne ba hev û bi hev re, yan jî di nava hev de bidê nifşên nû. Belkî jî sentezen, bîrdozên nû jî afirandiba ne, yan jî di planên wî de tiştekî wiha hebû, lê derbarê vê mijarê de tu belge di destên me de nînin. Dîse jî, her helwdana wî weke xelekên hevûdin temam dikin in. Duyemîn armanc jî, siyasetê, weke alavê gihiştina hedefê bijartiye û wek çek jî dinirxîne. Ji ber ku ”fena-fellah” û felsefeya rojava, dema bi zanistên weke fizîk, kimya, cografya û astronomî re werê cem hev, siyaset wê bibe dergehê Bihuşta cîhana wî. Ji bo vê jî, di rojnameya şoreşgera wê demê ”Volqan” de gotar nivîsî ne. Ev jî dide xuya kirin ku Seîdê Kurdî ne derwêşek e. Ji bo gihiştina vê Bihuşta cîhanê, heta jiyana xwe ya dawî jî tevgerek bi têkoşîn kiriye. Nêzîkî siyasetmedaran bûye û mîna Ibn-î Haldun û Tebrîzî ji ”agir-î sûzan” nereviyaye, mîna Mewlana bi detshialdariyê re hemram nebûye. Lê dema ku dît, ”agir-î suzan” wê ziyanê bide hişmendiya wî, bide dora wî, dûr ketiye. Di dûrketina xwe de jî, derwêştî qebûl nekiriye û vala ranwestiyaye, hêza pênûsê, hêza gotinê bikar aniye. (Di sala 1910´an de çûna Wanê û têkiliya bi eşîrên Kurd re, dîsa di sala 1915-1916´an de wek nefereki cih girtina di şerê li dijî Rûsan de; dîsa, di sala 1943´an de, bi 126 xwendekarên xwe re darizandina wî, ji xala ”têkbirin û guhertina rejîmê dikarin bibin mînak.) Eger hêza pênûsa wî, hêza gotina wî, desthilatdar ne tirsandibana, di ”înzîwa li Çiyayê Ereka Wanê” de, hêrsa desthilatdariya Enqerê ne dikişande ser xwe.

Pirs 11: Pirsek me jî bila li ser endametiya Seîdê Kurdî, li ser endametiya wî di rêxistina “Teşkilat-i Mahsusa”de be, çi ye ev teşkîlat û rol û cihê Seîdê Kurdî di vê saziyê de, kengî bû endam û endametiya rêxistineke wiha dihate wateyeke çawa?

Bersiv 11: Dive ku em pêşî zanibin ”Teşkîlat-î Mahsûsa” çiye û çi kar dikir? Teşkîlat-î Mahsusae, rêxistinek sîxurî ye û bi fermana Enwer Paşa, yanî serokê Îtîhat û Teraqî, xwediyê îdeolojiya Tirkîtiya Spî hatiye damezrandin. Navenda wê li Stembolê ye û ji çar odeyan pêk tê. 1. Baskê Rumelî, 2. Baskê Qafqazê, 3. Afrîka û Trablus, 4. Wilayetî Şerqiye... Armanca vê saziya sîxurî, dibin navê misilmantiyê de parastin û zêdekirina nifşê Tirk e. Îdeolojiya wê, Yenîçerîtî ye. Yanî dewşirmekirina gelan e. Di pêvajoya têkçûna Osmaniyan de, salên 1900´î û pê de, Enwer Paşa wek Napolyonekî Tirk derkete pêş û kete nava lêgerînên xelaskirina emperetoriyê. Ji bo ku di cîhana misilman de alîgirên xwe zêde bike, herî zêde ola misilmantiyê bikaranî û xala sereke ya Teşkîlat-î Mahsusa, ”propagende û ajîtasyon” bû. Ji ber ku temsîliya misilmantiyê Osmaniyan dikir û navenda cîhana Misilman jî Stembol bû. Xelîfeyê cîhana Îslamî, li wir bû û hêza desthilatdar ku wek mertalê li pêşiya rojavayiyan jî Al-î Osmanî, li vir bû. Di heyameke ku netewiyet xurt dibûn de, burjuwazî desthilatdar e û hêdî hêdî ber bi kapîtalîzma ku mekîne dibin navenda kêşa aboriyê, Al-î Osmanî kete nava hejandineke parçebûnê. Ew şaristaniya cîhanî, di aliyê cografî û siyasî de têk diçe û wargehên stratejîk winda dike. Almanan, ji bo ku li hemberî Ingilîz û Frensiyan karibin koloniyan bidestbixin, bi riya Osmaniyan berê xwe dane Qafqaz û Mezopotamyayê. Xetên Trênê jî di nav de, desteka aborî dane Osmaniyan û kesên weke Enwer Paşa destek kirin. Bêguman Rûsya jî, bi riya Ermeniyan dixwest li Serhedê pêşiya Almanya bigire. Bi destek û stratejiya Almanan, dibin fermandariya Enwer Paşa de Teşkîlat-î Mahsûsa hate damezrandin. Dema ku em li serokên baskên vê rêxistinê dinêrin, teva mirovên ku li herêma xwe navdar in, xwedî bandor in. Di heyameke ku mîrîtî, axatî û begîtî, yanî feodalî serdest de, hêza duyemîn şêx, mele û oldarên weke Seîdê Kurdî ne. Guman tê de nîne ku, Seîdê Kurdî, bi armanca parastina misilmantiyê ketiye nava Teşkîlat-î Mahsûsa. Bi vê mebestê li dijî Rusan jî şer kiriye. Di nava heman çaçrovê de, di nava eşîrên Kurdan de geriya ye û axiviye. Lê armanca Seîdê Kurdî, ya gera nava eşîrên Kurdan, tenê bi parstina Xanedaniya Osmaniyan nayê nirxandin.

Hinekî din kûr e. Ez mîna Nurî Dêrsîmî nabêjim ku armanca Teşkîlat-î Mahsusa tenê qirkirina neteweyên ne Tirk e. Bê çawa Enwer Paşa dibin emrê Almanan da kar dikir, Teşkîlat-î Mahsusa jî dibin emrê Almanan de bû û bi stratejiya parastina menfaetên Almanan kar dikir. Ola Îslamî qilifê veşartina teşkîlatê bû. Fetwa ku tê gotin li ser daxwaza Almanan hatiye belakirin jî mînaka vê çendê ye. Aliyê din ku tê gotin, biqasî Osmaniyan gunehkariya Almanan di qirkirina Ermeniyan de heye jî, ev e. Piştî têkçûna Almanan, Enwer Paşa û Al-î Osmanî li Balqan û herêmên din, Teşkîlat-i Mahsûsa têk diçe, Îttîhat û Teraqî ku îdeolojiya Tirkîtiya Spî ava dikin, tê damezrandin. Seîdê Kurdî jî, ji vê yekê qebûl nake û ji Îttîhat û Te rekî vediqete. Ev qilifê veşartinê hewqasî bi hêz bû ku, kesên weke Bedîûzeman jî xapandin û bikaranîn. Dibe ku Bedîûzeman bi zanebûn, lê weke karanîna vê hêzê kete nava teşkîlatê. Ev jî aliyekî din yê ku veşartî maye ye.

Pirs 12: Têkiliya Seîdê Kurdî û Enwer Paşa jî tê zanîn. Ev têkilî çawa bû? Tê îdîakirin ku “Teşkilat-i Mahsusa”ji bo cîhadê fetwa belakirine. Seîdê Kurdî bi xwe ev fetwa heta bi Bakurê Efrîka birine û bi dû re hatiye Wanê, li ser daxwaza Enwer Paşa, ji sala 1915´an û pêde wek fermandarekî Teşkilat-i Mahsûsa ketiye Şerê yekemîn yê Cîhanê. Çi ne, belge û wesîqeyên di vê derbarê de? Bersiv 12: Rast e, têkiliya Bedîûzeman û Enwer Paşa gelekî xurt e. Lê biqasî pêdiviya Seîdê Kurdî bi Enwer Paşa heye, pêdiviya Enwer Paşa jî bi Seîdê Kurdî heye. Ji ber ku Enwer Paşa dixwaze bibe Napolyonê cîhana îslamî. Lê Şeyhulîslam ligel Padîşah e, ûlemayên demê jî, ji xeta Şeyhulîslam, sadrazam û Xelîfe+Padîşah dernakevin. Ulemayekî, ku di mertebeya ”fena-fellah” de xwe daye qebûlkirin û weke ”Bedîûzeman” tê binavkirin, ji bo Enwer Paşa, zirx û mertalekî zêrîn e. Ji bo karibe otorîteya xwe ya siaysî bide xuyakirin û fermanên xwe bi ulema, şeyh-ul îslam bidê qebûlkirin, Seîdê Kurdî li Çamlica di koşkekê de bi cih dike. Ev aliyek e. Aliyê din jî ew e ku, Seîdê Kurdî wek ”Bedîî”yekî, li dijî parçekirina cîhana îslamî dikevê nava ”cehd”ê. Ev cehda wî, giha asta ku li dijî Rûsan şer jî bike (1915) û dîlbikeve. Ev bawerî û îtîqada wî ya îslamî ye.

Ji ber ku di xwesteka wî ya avakirina zaningeha bi navê Medrestû’z Zehra de, zanistiya îslamî, bi zanistên rojava re sentez bike û reformeke bingehîn di cîhana Îslamî de bikê ye. Me pêşte jî got, Osmanî tenê ”Qur’an”ê esas digirin û cih nadin pêşketina zanistan û ulameyan. Seîdê Kurdî, dibîne ku Zanîngeha Misirê, weke derguşa zanistiyên ola îslamî tê qebûl kirin, lê bersivê nadê demê û li hemberî rojava nabe bersiv. Mirovekî weke Enwer Paşa, ku xwe wek şoreşger û cîhanşûmûlê cîhana îslamî dide naskirin û hêza Almanan digire pey xwe, ji bo Seîdê Kurdî wek stargehekî û pêpelîka gihiştina armancê xuya dike.

Pirs 13: Di salên Şerê Cîhanê yê Yekem de di eniya li dijî Rûsan de Seîdê Kurdî û çend hevalên xwe bi birîndarî dikevin destên Rûsan û demekê li Sibirya dimînin. Kengê dîl dikeve, li ser salên li Sibirya û derbasbûna van salan, Seîdê Kurdî bi xwe tiştek gotiye, nivîsiye, yan jî kesekî din tiştek gotiye? Vegera ji Sibîrya çawa biliyaye, hatiye pê û piştî hatiye Stenbolê çi kiriye, bi çi daketiye û heta sala vedigere Kurdistanê çi kiriye Bersiv 13: Mixabin derbarê vê mijarê de agahiyên rast di destên me de nînin. Lêkolînerên ku heta niha derbarê Seîdê Kurdî de lêkolîn kirine jî, di vê mijarê de bêçare mane. Lê em dikarin bêjin ku Bedîûzeman, ji haraket û tevgera rêxistinî û çalekî, yan jî di têkoşînan de, her dem bi şagirtên xwe re haraket kiriye. Wek mirovekî pêşeng, ji aliyekî ve hiş û ramanê xwe, têgihiştina xwe bi kar aniye, ji aliyê din ve ketiye nava hewldanên têkiliyan. Seîdê Kurdî ne-hîletê komunîstan e û dijberiya xwe di her nivîsa xwe de, di her axaftina xwe de vekirî aniye ziman. Ew pêşengekî, ”bedîî”,yê ola islamî ye û di xizmeta îslamî de kar dike. Lê tucaran, îslamiyet ne kiriye bin ala miletekî. Tirkan çiqasî tahrîfat kiribin û bikaranîbin jî, ew gotinên ku dibêje; ”lîsan-î erebî wacib, Kurdî caîz, Turkî lazim bikin” mînaka vê ye. Ji bilî wê, helwest û helwdana wî ya sazkariya zaningehê û perwerdehiya bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî, vê dîtina me piştrast dike. Bi vê mebestê em dikarin bêjin ku Bedîûzeman bi şagirtên xwe re, li dijî hêzên Rusya şer kiriye û bi birîndarî dîl keitne. Sedema ku, behsa wan hevalên xwe nake jî ev e.

Şagirtî di dereca duyemîn, sêyemîn de û alimek bi zahmet behsa şagirtên xwe bike. Ji cihekî weke Sibirya rev û gihiştina welat ne hêsan e. Ji ber ku rêbuwarî tenê bi trênê mimkûn e û kontrola di trênan de, pirr zor e. Lewma pirsên weke revê li gorî me ne rast e. Yan serbest hatine berdan, yan jî di nava tevlîhevî û qîrûteşqeleya Şoreşa October de derfetên revê û vegerê dîtine. Di vî alî de tu lêkolîn ne hatine kirin. Pirsa ku Bedîûzeman çima behsa vê mijarê ne kiriye jî giring e. Gelo belgeyên ku behsa wê kirine, hatin windakirin an nînin. Aliyekî din: Li dijî hêzên Rusya, gelek eşîrên kurdan û entelektuelên kurdan jî şer kirine. Ev jî dide xuyakirin ku, êrîşa hêzên Rusya weke dagirkeriya xaka Kurdîstanê hatiye dîtin. Mînaka vê jî, Zinar Silopî û Ekrem Kedrî Paşa ne.

Pirs 14: Vegera ji Sibîrya çawa biliyaye, hatiye pê û piştî hatiye Stenbolê çi kiriye, bi çi daketiye û heta sala vedigere Kurdistanê çi kiriye Bersiv 14: Bêguman, dîlketina Seîdî Kurdî li Rusya bandorek mezin, li hiş û ramanê wî jî kiriye. Baş tê zanîn ku Şoreşa October bandor li gelek kesên dîlgirtî kiriye. Ji ber ku azadiya gelan û wekheviya gelan diparêze. Piştî Şoreşa Frensa guhertina herî mezin û giring ya mirovahiyê ev şoreş e. Ji bo gelên bindest û pêşeng û zanayên gelan çavkaniyeke zanistî û pratîkî ye. Bedîûzeman mikur neyê jî, dibin bandora Şoreşa October de maye. Ji ber ku bi gotina wî û ya lêkolîneran ”Seîdê kevin” welatperwer e û mîna paşnavê xwe haraket dike, di rêxistinên Kurd de cih digire, dinivîse û wek pêşengekî ”murşîd”ê Kurd, li Stembolê têkoşîna vekirina dibistanên li tevahiya Kurdîstanê dike. Lê Seîdê nû jî, di vê çarçovê de dikare werê nirxanidn. Îro jî bandora Seîdê Kurdî, li ser nûrciyan heye. Nûrcî, beşekî gelekî hindik riya ”murşîd” bi kar tînin. Ev beş jî, pirranî li Kurdîstanê ne û dûrî siyastê dimînin. Bi hêsanî dikarim bêjim ku Fetul-munkîr vekirina dibistanên li cîhanê, ji projeya Seîdê Kurdî ya vekirina dibistanên li Kurdîstanê standiye. Seîdê Kurdî, di aliyê baweriya sazîbûn û hêza dewletî de gelek fêde ji Şoreşa October dîtiye, lê derfetên bikaranînê nedîtine. Ji

bo vê jî xwestiye hêza desthildaran bigire pey xwe û li Kurdîstanê pêşketineke zanist û xwendekaran sazkar bike. Lê hewldan û karûxebatên wî fêde nedane, sar dibe, mur şikandî dibe û bi xeyd û dilekî şikestî ji Stembolê dûr dikeve û diçe Wanê. Ev salên ”inzîwayê” ne.

Pirs 15: Di hinek çavkaniyan de behsa hin nameyên di navbera Seîdê Kurdî û hin rewşenbîrên Kurd de dibe ku ew jî dibin wek hinek agehdarî ji bo dîtinên Seîdê Kurdî li ser doz û dawên kurdan û pirsgirêkên neteweyê Kurd. Wek nimûne nameya Mevlanazade Rifat Beg li ser avakirina dewleteke kurdî ya serbixwe û bersiva Seîdê Kurdî jê re ku li gora hinek angaştan wiha ye: “Rifat Beg ne avakirina Kurdistanekê, belê em Împeretoriya Osmanî zindû bikin. Tu vê qebûl bikî ez amade me di riya wê de canê xwe bidim”. Diyalogeke wiha derbas bûye di navbera van herdû kesayetiyên kurd de, çendî haya we jê heye? Bersiv 15: Ya rastî ev mijar bala min jî dikişîne. Helbet fêm kirina vê rastiyê ne hêsa ye. Mirovekî weke ”murşîd”ê ola îslamî, ”bedîî”yê alimên ola îslamî, derbarê propagendeya Tirkan de, bi awayekî cûda biaxive; qencî û sûdewariya Kurdan ya ji bo ola îslamî û cîhana îslamî nebîne, ne normal e. Hiş, hewn û têghihiştina min ranagire. Berî her tiştî, gelê Kurd bêhtir ji Tirkan qencî bi cîhana islamî û ola îslamî kiriye û xwîna gelên misilman nerijandine. Gelo mimkûn e ku mirovekî weke Seîdê Kurdî vê rastiyê nizanibe. Nabe... Yek; Yawuz Sultan Selîm, Mekkih û Medîne dagir kir, ji Stembolê heta bi Mekkih û Medinê, kelih û bajarên misilmanan wêran kirin û kesên berxwedan kirin jî, kuştin, talan kirin. Li Mekkih û Medîne jî gelek kuştin kir û talangerî kir. Cube, îşlik, şimik, destnivîsên olî, qur’an, por û muwên riha Cenabê Mihemed wek ”rehîbê” desteser kirin û anîne Stembolê û hîna jî li Saraya Topkapiyê ne. Dema ku xutbe li Mekkihê li ser navê xwe da xwendin, mele ji bo Yawuz Selîm got, ”sahib-ul harameyn”, Yawuz rondikên timsahan barandin û got; ”na, haşaa, ez xadum-ul hurameyn im”, cubê xelifetiyê jî li xwe dike û ji şûrê wî jî, xwîna ”ehl-î beyt” diniqutî. Tirk dibêjin, Cenabê Mihemed gotiye, ”fermandarê Costantinepolîsê bistîne, çi fermandarekî hêja û delal e, eskerê

ku bi wî fermandarî re biçe dagirkeriya Costantinepolîsê, çi eskerekî delal û cengawer e.” Gelek kesên Kurd jî vê derewê erê dikin. Lê kes nayîne bîra xwe ku Qudus, ligel cîhana îslamî, ji Stembolê pîroztir e û di destê kafiran de ye. Lê Cenabê Muhemmed, ji bo fermandarê ku Qudusê bistîne û eskerên fermandarê ku Qudusê ji destê kafiran xelas bike tiştekî wiha nabêje. Tê zanîn fermandarê ku Qudus ji destê kafiran standiye û radestî cîhana Îslamî kiriye, Selahaddînê Eyyûbî ye. Selahaddîn hemberî ku Qiralê cîhana îslamî ye, cubbeyê Xelîfetiyê li kesekî ”ehl-î beyt” dike. Dîse, Eba Muslim-î Xoresanî, nakokiya navbera xilafeta ola Îslamî radike û cubeyê xelifetiyê li xwe nake, li mirovekî ”ehl-î beyt” dike. Çima, ji ber ku Kurd û ”murşîd”ên Kurd, ku pêşengiya ola îslamî dikin, pêdiviyek wiha nabînin, dilsozên Xweda û pêxember in. Lewma Seîdê Kurdî gotineke pesindariya ji bo qenciya Tirkan ya ola îslamî nabêje. Ez bawer nakim. Îdeolojiyên fermî her dem olan jî, dîrokê jî, hest û nirxan jî bikar tînin û dikine amurê siyaseta xwe. Dîsa jî em dibînin ku Seîdê Kurdî, bawerî bi hêza rêxistinî û dewletî aniye, nêzîkî Sultan jî, nêzîkî Îttihadiyan jî bûye, lê piştî rûdêna wan ya nijadperestî dîtiye û nas kiriye ji wan dûr dikeve.

Pirs 16: Herwiha tê gotin ku pêşniyazek ji bo kurdistaneke serbixwe ji aliyê Serokê Kurt Teali Cemiyeti`yê Seyid Abdulqadir jî hatiye jê re û bersiva wî jî red kiriye. Wek sebeb jî misilmantiya gelê tirk daye xuyakirin, bingehê vê? Bersiv 16: Eger em li rastiyê binêrin, Seyid Abdulqadir jî, ne mirovekî pêşeng û serokekî neteweyî ku karibe rehetî û aramiya xwe xerab bikê ye. Eger ew, weke serokekî li Stembolê rûne û doza Kurdîstana serbixwe bike, Seîdî Kurdî baweriyê pê nayine. Kalikê Seyid Abdulqadir, Şêx Ubeydullah li tevahiya Kurdîstanê, herêm bi herêm geriya ye û bi axa, beg, mîr û paşayên Kurdîstanê teva re hevdîtin pêk anîne. Bi vê hewldana xwe ya netewparêzî, dikevê nava ”cehd”eke yekîtiya neteweyî. Lê nebiyê wî Seyid Abdulqadir li Stembolê hêviyên xwe digihîne hêzên Ewropî. Bedîûzeman jî baweriyê bi wî hişmendiyê nayine. Min sedemên jor, ji bo vê baweriyê anîne ziman. Car din dubare dikim, Seîdê Kurdî ne mirovekî nezan e, ne mirovekî ku li gorî hestên xwe, li gorî hiş û ramanê xwe yê Kurd û murşîdê ola îslamî tevdigere. Mandetiya Wahdettin jî, ya Îtihatî jî, ya

Ingilîzan erê nekiriye. Lewma ne mimkûn e ku ew û Seyid Abdulqadîr li hev bikin. Seîdê Kurdî, bêhtir ji Seyid Abdulqadir li Kurdîstanê ye û di nava gel de kar dike. Seyîd Abdulqadîr, biqasî Seîdê Kurdî ne têkildarê Kurdîstanê û gelê Kurd e.

Pirs 17: Diyaloga di navbera Mistefa Kemal û Seîdê Kurdî de jî mîna tê zanîn xaleke dabaşê ye. Sala dawî bû mijara filîmekî bi navê “Hur Adam “ jî. Tê gotin ku Seîdê Kurdî fetwa li dijê “Kuvva-i Milliye”yê jî red kiriye û ev jî bûye sebeb ku Mistefa Kemal wî vexwîne Enqerayê. Sal 1922 ye, li wir li gora hinek gotinan, Mistefa Kemal bi merasim pêşwaziya wî dide kirin. Seîdê Kurdî li paytextê nû beyanameke 10 xalî pêşkêşî meclîsê dike. Çi bûn ev xal û piştre çima navbera wî û Mistefa Kemal xerab bû? Bersiv 17: Helbet, di navbera 2 hiş û ramanê Seîdê Kurdî û Mustafa Kemal de hene û ev cûdatî biqasî çiyan mezin in û biqasî geliyan jî kûr in. Mustafa Kemal eniyek e, Seîdê Kurdî eniyek e. Dîsa jî em hinek rastiyan bêjin: Mustafa Kemal dema ku diçe Erzeromê, Kazim Karabekir, berî wî diçe wir û ji aliyê Ingilîzan ve hatiye şandin. Mustafa Kemal û Kazim Karabekîr têne hemberî hev. Hêzên îstîxbarata Bab-i Alî û burokrasiya Erzeromê destê Kazim Karabekir digirin û li gundên Erzeromê jî, li dijî Milîtanên Ermenî û hêzên Rûsyayê, wek qorucuyên îro, hêza GIZÎRan sazkar dikin. Mustafa Kemal têkiliyê bi kesên weke Dermanbeyzade Cewat û hwd (Ji Stembolê reviyaye û hatiye welatê xwe Ezeromê) û beg û axayên Kurdan re dideyne. Alîgirên Kazim Karabekir, riya Mustafa Kemal û cih girtina di Kongreya Erzeromê de digirin. Mustafa Kemal bi saya Kurdan û îstîfakirina Derwîş Efendîzade Ahmed dibe delege û tevlî Kongra Erzeromê dibe. Di wê demê de Cibranli Xalit Beg û hevalên xwe, rêxistina AZADÎ li Erzeromê sazkar dikin. Dîsa jî ez nabêjim, ku di pêvajoya şerê neteweyî de tevahiya Kurdan li dijî Mustafa Kemal e. Li Meletê jî, dema ku Mîr

Celadet û Yuzbaşi Noel bi rê dikevin, ne Mustafa Kemal, Kazim Karabekir, ne Waliyê Meletê, generealê fermandarê Orduya Meletê fermana girtinê derdixin. Kuway-i Milliye, hêzên gel in û wek komên têkoşer derdikevin holê. Yekemîn car di 19´ê Çileyê 1918´an de li Dortyolê li dijî Frensizan şer dikin. Navê wan jî ne Kuwayî Milliye ye. Piştî ku Mustafa Kemal tê Enqerê (27 Çile 1919) û ji bo van hêzan baş bi kar bîne û ji yek navendê rêve bibe, navê Kuwayî Milliye bikartîne. Li Dilokê jî, ne bi navê Kuwayî Milliye li dijî Fransiyan şer tê kirin. Piştî Mustafa Kemal dest avête van hêzên cur be cur, demeke dirêj derbas dibe, ew hêz jî wek nijdevan û bi taktîkên gerila li dijî hêzên Rojava bi kar anîn. Kesên weke Yalçin Kuçuk û dewşirmeyên din, ji bo ku xwe Tirkê baş bidin naskirin, dîrokî wajî dikin. Wek mînak; Yalçin Kuçuk digot, “di dema ku Mustafa Kemal li Erzeromê, kalikê min zêr didane Kuwayi Milliye.” Ev ne rast e, hingî Kuwayî Milliye nîne. Seîdê Kurdî, mîna kesên weke Fetul-munkîr hêza fetwan di xwe de nabîne. Ji ber ku dana fetwayan, ji aliyê şeyh-ul îslam ve, ji aliyê şêx û ulemayên fermî ve têne dayin. Muftî jî nikarin fetwan bidin. Kesên weke Seîdê Kurdî, çiqasî “murşîd” bin jî nikarin fetwan bidin. Mustafa Kemal mirovekî pirr şareza, zîrek e û ji bo armanca xwe, dikare Seîdê Kurdî, bi dilsozî pêşwazî bike. Mustafa Kemal di destpêkê cilên Kurdî jî li xwe kirine. Lê dive ku em ji bîr nekin, her du kes “du aliyên miknatîsê ne, du hiş û ramanên cûda ne, du mêjiyên cûda û du baweriyên cûda ne. Lê mijara fetwe-dayin û nedanê, spekulasyona li dijî Seîdê Kurdî ne. Ev gotin û propogande tava di çarçoveya îdeolojiya dewletê de têne kirin. Di navbera Kurdan de dilxelênekê çêdikin. Mesele tê gotin: Pirojeya perwerdehiya bi zimanê Tirkî, Kurdî û Erebî, di dibistana Kurdîstanê de, di destpêka Komara Tirkiyê de jî, Mustafa Kemal, Ismet Inonu jî di nav de, ji aliyê 167 parlamenteran ve hatiye izmekirin, lê ne ketiye pratîkê. Ev yek... Mirovekî weke Bedîûzeman tucaran şewqê li serê xwe nake, dema cilên neteweyî li xwe bike jî wê weke dînekî lê binerin. Ev parçeyek ji şerê psîkolojîk e, di her demjiyanê de li dijî pêşengên gelê Kurd, ev hişmendî hatiye bikaranîn.

Pirs 18: Sala piştre ango 1923´an diçe Wanê û bi çend telebên xwe re beşek ji zemanê xwe di şikeftekê de derbas dike, ev telebên wî kî bûn, çend salên berî dewlet wî di ser Stenbolê re î Burdurê, beldeya Barla bike, çawa derbas kirin, çi kir di wan salan de? Bersiv 18: Vegera Bedîûzeman ya Wanê di sala 1923´an de jî, gotinên min yên li jor rast derdixin. Ligel Mustafa Kemal ne maye, piştre jî kefareta wê dide. Û î, Barlayê tê kirin. Di dema Osmaniyan de jî, di dema Komara Tirkiyê de jî, Kurdan ku bûne, teva ji ber netewparêziya xwe hatine kirin. Helbet kesên li dijî rejîmê jî hatine kirin, lê ”qiyam” yan jî, ”tehcîr” ji bo parçekirina rêxistiniya gelê Kurd, lê kirina kesên weke Seîdî Kurdî ji sedema lehengî û pêşengiyê ye. Ji ber ku Komara Tirkiyê ji pêşeng û lehengên weke Seîdê Kurdî ditirse. Piştî kirina Seîdê Kurdî û derdorê salekê Xalid Begê Cibirî, di sala 1924´an de, li Qamûşanê tê girtin. Helbet dive em hinekî girtina Xalit Begê Cibirî jî lêkolîn bikin. Gelo dema girtina Cibirî hevalên wî çima bi hawara wî neçûn? Gelo Xalit Begê Cibirî biqasî Şêx Seîd di nava êrîş û hevalbendên xwe de ne bi hêz bû? Hêza eskerên ku Cibirî girtin û hêza ku çû devê deriya Şêx Seîd jî biqasî hev in. Gelo çima Şêx Seîd teslîm nebû, lê Cibirî teslîm bû? Mînaka Cemîlê Çeto jî heman tişt e. Dixwazim bêjim ku, dîroka Kurdîstanê û cografya Kurdîstanê pêr, doh û îro têkildarî hev e. Dive dinava hev de werê lêkolînkirin. Dîroka Kurdan, dîroka Kurdîstanê parçe parçe tê lêkolînkirin, hingî valahî derdikevin holê û dîrok valahiyan qebûl nake. Bedîûzeman, di şikefta Wanê de, dikevê ”înzîva”yê, ev jî wî digihîne qonaxa ”fenî fellah”, yan jî ”şems-î îslamiyet”ê. Guman tê de nîne ku kesên li dora wî jî, şagirtên wî ne.

Pirs 19: Helwestê wî beramber Şoreşa Şêx Seîd û sipekulasyonên di vê derbarê de? Li gora hin kesan em bêjin, nivîskarê îslamî Huseyin Okçu, Seîdê Kurdî di kitêbeke xwe de, bi navê „Şûalar“ de rutbe û paya şehadetê daye Şêx Seîd. Belê ev beş di çapên nû de hatiye derxsitin. Hin kes jî behsa nameyên di navbera Seîdê Kurdî û Şêx Seîd de hatine û çûne dikin. Lê kesên ku vê napejirînin û eslê nameyên bi vî rengê tune dibêjin jî hene. Rastî û nerstiya vê?

Bersiv 19: Guman dikim ku ev pirsa herî giring e. Ji ber ku derbarê rêxistina Azadî de jî, derbarê Serîhildana Şêx Seîd de jî lêkolînên ciddî, kûr û berfireh ne hatine kirin. Wek mînak, di sala 1996´an de ez ê Burdurê kirim, li gundekî ji yê Tefennî, rastî kesên li Amedê, li dijî Şêx Seîd şer kiribûn hatim. Vekirî gotin, ”cilên Kurdan li me kirin û di bin pêşengiya fermandaran de em ketin kolanên Amedê û me dikan û mal talan kirin, destdirêjî li keç û jinan kir.” Van kesên ku kiryarên salên serîhildana Şêx Seîd mikur hatin, poşmaniya xwe jî dianîne ziman û digotin; ”gotin me Kurd ne misilman in, gawur in, lê dema em diketin malan, me qur’an didît.” Guman dikim ku ev mikur hatin, hinek tiştan eşkere dike. Bi vê mebestê, dibêjim, lêkolînên parçe parçe valahiyan derdixin holê. Dema valahî kete navberê, spekulasyon jî zêde dibin. Dîrok valahiyan qebûl nake. Ji ber ku qewastinên dîrokê, rastiyê dikuje û rê li ber spekulasyonan vedike. Binêrin, dîroka fermî ya dewletên mîna Tirkiyê sosret in û cemawer dike zarokên dêlegurê. Dêlegur, nifşekî kûçikan e, îdeolojiya li ser bingeha bextreşî werê avakirin, mirovan dike rewşeke wiha sosret. Di mijara têkiliya Seîdê Kurdî û Şêx Seîd de jî mirov dikare heman tiştî bibêje. Divê neyê jibîrkirin; Seîdê Kurdî, ji sedema serîhildana Şêx Seîd re, î Burdurê hatiye kirin.

têkiliya

bi

Pirs 20: Tê zanîn piraniya berhemên xwe li Barla nîvisandine. Heger em li ser esasê qonaxa berî Barla û piştî Barla çavekî bavêjin berhemên wî berî bê Barla çi hebûn û piştî Barla çi nivîsî, çend nimûne, çend nav? Bersiv 20: Êdî diyar bûye ku salên Wanê, ji bo Seîdê Kurdî, salên stewihandina mêjî ye û bihêzkirin û rêkûpêkiya hewngiriya wî ye. Piştî ku nûçeya derbarê Wezîrê Koloniyên Ingilîz Gladstone, ku pêşniyaza jiholêrakirina Qur’anê dixwîne, giringiya belge û nivîsan fêm dike. ”Murşîd”ê ola îslamî, fêm dike ku bi tenê xwendina Qur’anê, zemtkirina demê û şaristaniyê ne mimkûn e, pêdivî hê bi zanistê heye. Dibîne ku medrese bi tenê têra vê dabaşê nakin. Ji ber vê jî, dikevê nava hewldanan, ji liyekî ve dinivîse, ji aliyê din ve projeyên zêdekirina mirovên zana, pîspor û têgihiştî dike. Ji bedêla medresê zanîngehê di serê xwe de plan dike.

Beri Meşrutiyeta 2. 1908´an diçe Stembolê û di rojnameya Derwîş Vahdatîn ”Volkan” de dinivîse. Di heman demê de, di nava sazkarên ”Firqeya Îttîhad-î Muhemmediye” de cih digire. Êdî Seîdê Kurdî siyasî ye û heta temenê xwe yê dawî jî siyasî dimîne. Di wê demê de, rojnameya Volkan, pêşketî ye û pêşengiya guhertinan dike. Ji sedema Darbeya 31´ê Adarê, Seîdî Nursî bi xwediyê rojnameya Volkan, Derwîş Wahdetî re tê girtin. Derwîş Wahdetî bi 16 hevalên xwe re tê dardekirin, Lê Seîdê Kurdî serbest tê berdan. Seîdê Kurdî, dîsa di rojnameya Serbestî de dinivîse. Seîdê Kurdî, ji sedema exlakê çapemeniyê û gotinên ne di rêde, xwediyê Volkan, Derwîş Vahdetî bi van gotinan şiyar dike: ”Edîb, pêwist e bi edeb bin. Pêwiste bi edeba îslamî terbiye bibin. Destûrnameya çapemeniyê jî, di vijdanê mirov de be, ji hişîyetê dûr bike û bi terbiya olî muşahhas bike.” (1) Ev jî, helwesta wî ya demokrat destnîşan dike. Bedîûzemanê siyasî, êdî bêyî nivîsandinê debor nake, diçe Şamê lê, di mizgefta herî mezin ya Emewî de, xutbê dixwîne. (piştre, ev xutbeya wî, dibin navê Hutbe-î Şamiye” de wek pirtûk tê weşandin. Piştî vê pirtûkê berhemên ”Münâzarat” ve “Muhakemât” jî têne çapkirin. Êdî di cîhana îslamî de mirovekî weke Îbn-î Haldûn derketiye holê. Îbn-î Haldûn, mamostayê zanîngehê ye, lê Seîdê Kurdî, ji derfetên zanîngehê mahrûm e. Mixabin şagirtên Bedîûzeman jî, ne mîna, şagirtên Îbn-î Haldûn in û aliyê wî yê civaknasî, dîrokzanî, sosyolojîk û siyasî nabînin. Tenê ji bo bihêzkirina îdeolojiya fermî ya “Bîrdoza Îslama Tirkîtî” derdixine pêş. Îbn-î Haldûn, nêzîkbûna detshidlariyan weke “kurb-i sultan/atêş-î sûzan” dibîne û ji desthilatdaran direve. Lê Seîdî Kurdî wajî Îbn-î Haldûn bi ser desthilatdaran de diçe. Projeya vekirina Medreset-ul Zehra jî (47) di nav de, nivîsên di rojnameyan û xutbeyên wî teva berî kirina Burdurê ne. Vêca, ya herî giring ew e ku ji bo perwerdehiya zanîngeha ku li Wanê veke, lêgerînên wî yên pirtûkan hene. Bêguman di nava lêgerînan de destnivîsên wî jî hene, Ji sedema ku lêkolînên berfireh û kûr nîne, ew destnivîs jî winda ne. Mebesta min ji valahiyên dîrokê, spekulasyon derdixe holê ye. Seîdê Kurdî, modernîzasyona Osmaniyan û di nava vê modernîzasyonê de çareseriya pirsgirêka Kurd jî dixwaze. Pirsgirêka di navbera wî û Wahdettîn de, di navbera wî û Mustafa Kemal, Îsmet Înonu de, di navbera wî û Demokrat Partî de, ne ol e, pirsgirêka Kurd

e. Sedema dibin çavan de girtin û kirin û windakirina gora wî jî, pirsgirêka Kurd e.

Pirs 21: Sebeb çi ye ku teqrîben piştî 10 salên li ê dewlet bi xurtî berê xwe dide Seîdê Kurdî û gelek ji telebên wî digre, bi 120 şagirtên xwe re wan dişînin zîndana Eskişehirê? Bersiv 21: Sedem, pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku Seîdê Kurdî wek hişmendiyekê, wek sîstemekê, wek lehengekî fehman (hewngîriya têgihiştî) hatiye qebûl kirin û di cîhana îslamî de jî wek, ”murşîd” hatiye qebûl kirin. Guman dikim bersiva vê pirsê me di çend hevokên berê de hatiye dayin.

Pirs 22: Li gora tê gotin di van dadgehên Eskişehirê de wek repûblîkanekî, ango wek komargêrekî oldar, hevalbendekî Cumhûriyetê xwe parastiye. Ji bo vê çi dikare bê gotin? Oldarê komarparêz di çi wateyê de bi kar aniye Seîdê Kurdî? Bersiv 22: Seîdê Kurdî li Eskîşehîrê bi hinceta ”îxaneta welat”, bi 16 şagirtên xwe re, tê dadgehkirin. Îxaneta Seîdê Kudî ew e ku, îslamiyet û kesayetiya xwe, hiş û hewngîriya xwe nekiriye bin xizmeta ideolojiya fermî, ye. Yanî îdeolojiya Tirkîtiyê, bi rengê olê ne xemilandiye û nebûye diranekî ji çerxa îdeolojiya nijadperestiya Tirkîtiyê. Hewn û hişmendiya Seîdê Kurdî, eger bi nav nekiribe jî, ”Komarek Demokrat e”, ji ber ku zimanê azad û civaka demokrat, di bin projeya zanîngeh û dibistanan de dide. Balkêş e, Fetul-munkîr, ew bîrdoza Seîdê Kurdî dibin ”Bîrdoza Îslama Tirk” de kiriye mer’iyetê û bi riya dibistanan li çar aliyên cîhanê, nijadperestiya Tirkîtiyê dimeşîne. Seîdê Kurdî, li dadgehên Eskîşehîrê jî, bi hişemendî û hewngîriya, komareke demokratîk haraket kiriye. Lê, mîna merovekî pirr zana û jîr, xwe ji cezakirinê xelas kiriye. Siyaset kiriye. Yanî gotina Kurdîstanê, gotina azadî û mafê Kurdan bikar neaniye, lê daxwaz kiriye. Wek encam; pêwist e mirov pêşî dewleta Tirk û Tirkiyeyê nas bike. Dewletek, pêşî dewlet piştre gel hatiye çêkirin. Yanî dewleta Tirkiyê ne li ser bingeha gel û netewekê hatiye damezrandin. Lê wek netew-dewlet û çêkirina gelê Tirk hatiye damezrandin. Gelek netew dibin sîwana emperetoriya Osmanî de, di nava

hunandinek olî de û bi hêza QUR’ANê, û li gorî demê, lê bi şûrê dewşirmeyan hatiye zeptûrept kirin. Aliyê îdarî jî, hiyerarşiyek feodalî heye. Pirr zimanî heye, pirr kulturî heye û navendî ademiyet jî, rengê her neteweyê di xwe de radigire. Zimanekî li derî neteweyî, edebiyat dîwana ji mîrateyên gelên cûda, ji çend zimanan, ji çend kulturan, muzîka berhevkirî û bi dengê cure cure amûrên gelên cûda heye. Îttîhat û Teraqî jî bû dojeha vê mîrateya ku dema wê derbasbûye. Di encamê de kulturek çete û kontra hat afirandin. Ev zihniyet bû destpêka komkujî û fermanan. Li ser vê mîrateyê, Komara Tirkiyê hat damezrandin. Piştî damezrandina Komarê, pêvajoya ATA, piştre ŞEF, piştre îdeolojiya SERF ya nijadperestiyê dest pêkir. Piştî 3-4 qirkirinên mezin ku etnîsyenên di nava sinorên Tirkiyê de hatine paqij kirin û asimilasyoneke, bi kiryarên ŞARK ISLAHAT, ISTIKLAL MAHKEMELERI, MECBURÎ ÎSKAN, KANUNA DERSIMÊ, KANUNA ANTAKYA, ŞANA ISMET, QANÇOR û Kanuna Ceza ya Musolînî ku 46 caran hatibe guhertin jî, hîna serdestiya TIRKîtiyê diparêze, dîse jî qolincên, yek netew, yek ziman, yek kultur berdewam dikin. Li dewletek wiha, her dem tirsa hundir û derve tê xwedîkirin. Ev tirs, ji destpêkê heta îro heye. Ev hebûna Tirsê bûye sedema ku ”Pirtûka Sor” her hebe û bibe bingeha wesayeta eskerî. Eskerî jî navê zorê û tirsê ye. Lewma Mustafa Kemal jî, Ismet Inonu jî, Partiya Demokrat jî, ji Seîdê Kurdî bi tirs in. Tirs, du alî xuya bike jî, di bingeha xwe de yek e. Ji bo ku pirsgirêka Kurd, pirranî piştî Serihildana Agirî û ”gora betonî”, siyaseta fermî ya dewletê ”navê Kurd, sembolên kurdî, navên kurdî” ji ferhenga Tirkî derxistin. Lê bi saya mirovên weke Seîdê Kurdî, ev sembol her dem di mêjiyê cemawer de dihate neqişkirin. (wek mînak, Musa Anter jî, di heman çarçovê de ye). Ev jî navêtirsê û tevzînokên qolinca rêvebirên dewletê ne. Baş tê zanîn, dewleta Tirkiyê ne ji parlamento, ji navenda MÎTê û ji Serfermandariya Artêşa Tirk tê îdare kirin. ”Pirtûkên Sor” jî bingeha vê demokrasiya ku eslê xwe de, rejîmek totalîter û otokratîk e. Bi vê mebestê, lêkolînerên ku li ser mijarên mirovên weke Bedîûzeman radiwestin, pêwist e pêşî dewleta Tirk nas bikin, piştre belgeyên eslî û di arşîvên dewletê de derbixin holê. Tenê nûçe û pirtûkên bi destê nivîskarên Tirk hatine amade kirin ne bes e. Ji ber ku Rîsale-î Nur (ev nav jî çêkiriye) jî ji % 60 hatine guhertin. Eger temsîliya Bedîûzeman Fetul-munkîrê ku yek ji

kesê gora wî winda kiribe, be, ew kesê ku gotina ”Tirkbûna min desturê nade, ku ez biçim ber destê wî” bi kar anîbe, mirov nikare li nivîsên wan û pirtûkên wan ewle bibe. Mijara şagirt û mirîdên Tirkên Bedîûzeman, bila gumanan ji mirov re çênekin. Ji ber ku, parlamentoya Enqereyê, bûrokrasiya dewletê, wezaret di nav de, perwerdehî, kultura Cagologlu, medya û rastmalî aliyek e, gelê Tirk aliyek e. Gelê Tirk biqasî gelên din yên li Tirkiyê dîlgirtî ye. Lewma di her demê de, mirîdên şêx û murşîdên Kurd ji Tirkan çêbûne. (Wek mînak: Mirîdê Şêx Qasimê Zîla, yê Tirk jî hebûn) Ji ber ku gelê Tirk yek mirovê ”murşîd” (ji bilî Bektaşî Welî) dernexistiye. Ev nirxê giranbiha para wan ne ketiye. Lewma, dewlet, burokrasî, MÎT, Serfermandariya Artêşê teva dijminê Seîdê Kurdî bûn. Ez têkiliyên rêvebirên Tirk teva di vê çaçrovê de dinirxînim. Dêhnê xwe bidin jiyana Seîdê Kurdî, di dema desthilatdariya Demokrat Partî de, bêhtir ji dema desthilatdariya yek partiyê tê girtin û kirin. Sedema wê ne têkiliya bi Komarê û desthilatdariyê re ye; Sedem yek: Di dema desthilatdariya yek partiyê de serê gelê Kurd hatiye perçiqandin, tirs ji Seîdê Kurdî nemaye, tenê tê şopandin û dibin çavan de tê girtin. Kanunên taybet (me li jor hejmartin) jî di mer’iyetê de ne. Du: Di dema desthilatdariya Demokrat Partî de, hinekî bêhnferehî heye, serbestî û azadî çêbûye, xwendekarên Kurd zêde bûne û nûwek-nişûkek bê jî bayê azadî û demokrasî biziviye. Lê tirsa ji Seîdê Kurdî zêdetir bûye û serê Seîdê Kurdî bêhtir ji demên berê (ji sedema kurdbûna wî) ketiye belayê. a wî û 126 şagirtên wî ya Denîzlî mînaka vê ye. Ji xwe Denîzlî, Burdur, Çanakale, cihên kirina Kurdan e.