Bedîûzeman Seîdê Kurdî

Yusuf Serhat Faik

Di Medreseyên Kurdan da gelek alîm, helbestvan, nivîskar, welatperest perwerde bûne. Yek ji wan navên naskirî û giranbiha Mele Seîdê Kurdî ye. Mezintiya Mele Seîdê Kurdî li cihanê jî hatiye naskirin. Wek mînak, Profesor Yehezkel Landau´ê cihû ji bona Mele Seîdê Kurdî usa dibêje “Seîde Nûrsî(Kurdî) nivîskarekî wurşedar(muhteşem) e. Bi peyvên xwe wêneyan çêdike. Mêjiyên mirovan ji xewê hîşyar dike û di eyni demê de di mejiyên mirovan de çalekiyan pêk tîne. Wek hunermend, çirokvanekî baş e, rêveberekî civakî ye û mamoste ye. Di heman demê da pir bawermend e. Îlmê hemdemî û doktirîna hîkmetê ya sedsalan sentez dike. Nûrsî, herdu qad tevî hev kiriye, ji bersiva pirsgirêkan ra lêgerîn pêk aniye. Metodeke bi sîstem çekiriye”. (Hevpeyvina Nuriye Akman bi Yehezkel Landau re, rojname Zaman 1 Mijdar 2004) Ez dikanim mînakan zêdê bikim. Lêkolîneran li ser doktrîna Seîdê Kurdî gelek lekolîn çêkirine. Pesna wî dane. Lê em Kurd nirxên ku ji nav Kurdan derketine, hê nas nakin û wan nanirxînin. Bi dîtina min ev yek jî pirsgirêke me ya civakî ye. Mele Seîdê Kurdî sala H:1293/M:1873´an da li gundê Nûrsê, Nahiyeya Siparitê, Navçeya Hîzanê ku giredayî Bedlîsê ye, ji dayîk bûye. Malbata wî ji hêla Cizîrê hatiye gundê Nûrsê. Navê diya wi Nûriye hanim e. Nûriye hanim dibêje “Min bê destnimêj şîr nedaye Seîd.”.Bavê wi Sofi Mîrze’ye. Sofi Mîrze, dema ku heywanên xwe ji çêrê dianî gund, devên wan girêdida ku bila çêre û gihayên biyaniyan nexwin. Heft zarokên Sofî Mîrza û Nûriye xanimê çêbûne. Sê keç û çar kur. Navê kuran; Mele Abdullah, Mele Seîd, Mele Abdulmecîd û Mele Mihemed. Navên keçên wan Duriye, Xanim û Mircan e.

Bedîûzeman heta 9 Saliya xwe li cem birayê xwe Mele Abdullah perwerde bûye. Piştî 9 salan ji Nûrsê derketiye çûye medreseya Nawendî ya navdar ku Tekeya Kurdistanê ya navdar dihat hesibandin, ya li gundê Taxê. Li Taxê di Medreseya M. M. Emîn da pir namîne, vedigere Nûrsê û perwerdeya xwe li cem birayê xwe berdevam dike. Demekê şûnda diçe gundê Pirmizê cem Şêxê Xizanê. Li wir jî bi şagirtê wê medreseyê re jî li hev nake, bi wan ra şer dike. Derdikeve ber Şêx û je re dibêje:“Ji şagirtên xwe ra bêje, dema ku bi min ra şer dikin, bila çar kes neyên ser min. Bila dudo, dudo verin ser min.”. Şêx jê ra dibeje: “Tu şagirtê min î, kes nikane bi te ra şer bike.” Rojekê bi birayê xwe yê mezin, Mele Ebdullah ra nîqaş dike. Şêx M. Emin wê demê ji medreseya Seyda Abdullah da dersê distîne. Ji Mele Sêid ra dibêje” Tu çima ji bin emrê birayê xwe derdikevi?”.Seyda bersivê dide û dibeje: ” Efendiyê min, ez jî, tu jî li vir şagirt in, tu nikanî müdaxaleyê min bikî!” Li ser vê bûyerê, wê derê jî terk dike û diçe Norşînê. Di dema ku li medreseyê perwerdeyê dibîne, tu carê ji kesî ne zekat xwastiye û ne jî, ji kesekî zekat girtiye. Li medreseyên Kurdistanê şagirt li nav malan digerin û ji bo xwe xwarinê tov dikin. Ji vê yekê re bi kurmancî ”Ratib” tê gotin. M. Seîd tu car neçûye malan û Ratib negirtiye. Di şagirtiya xwe da şevekê xewnekê dibîne: ”Di xewnê de, Qiyamet rabûye û heşir hatiye lidarxistin. Berê her tiştî dixwaze pêxember(s.a.v) bibîne. Diçe ser Pira Sîratê, destê wî maçî dike. ji Hz. Mihemed (s.a.v) ra dibeje: ”Ya Resûlê Xwedê, ji min ra dua bike, da ku ez îlim bibînim.” Peygamber jê ra dibêje: ”Ger tu ji umeta min sualan pirs nekî, wê ji te re îlim were dayîn.” Li ser vê xewna xwe, xwe ji bona îlim diwestîne. Piştî vê xwevnê, hema diçe Kariyeya Arvasî, li wê derê Seydayê xwe M. Emin dibîne. Dema ku Mele M. Emin dersê dide zarokan, ew îtiraz dike û ji Seydayê xwe ra dibêje: ”Şiroveya te ya li ser vê meselê şaş e.” Seyda M. Emin dengê xwe nake. Piştî vê bûyerê her dema ku wî ders dida, Meleyê Meşhûr dihat bîra wî. Paşê M. Meşhûr diçe Muksê(Bahçesaray) cem Mîr Huseyîn Welî. Dema ku li wê derê dimîne, carinan diçe Bazîdê(D.Beyazit) li wir ji Şêx Mihemed Celaledîn dersê distîne. Dema ku li Bazîdê dimîne, pir caran diçe gora Mele Ehmedê Xanî ziyaret dike û bi şev di gora wî de radizê.

Li gor dîtina hin kesan dibêjin, M. Seîd ruhiyeta xwe ya neteweyî, li Bazidê ji xwendina pirtûkên M. Ehmedê Xani, yên wek Mem û Zin, Nûbara biçûkan girtiye. Ez ji usa bawer dikim ku Seyda dema ku di gora M. Ehmedê Xanî de raketiye u pirtûkên wî xwendine, ruhê welatpereziyê li wê dêrê girtiye. Li Bazîdê pirtûka “Mele Cami”dixwîne û pirtûkên din jî dixwîne û icazetê(diploma) distine. Sê mehan şûn da vedigere Norsê. Mele Ebdullah je çi dipirse, bersiva pirsa xwe digre. Dema ku M. Seîd je ra dibêje: “Min îsal 80 pirtûk xwendine.” M. Ebdullah matmayî dimîne. Deriyê odeyê digre û ji M. Seîd dersê distîne. Gel jê dipirse, dibêje tu çima usa diki? Ji gel ra dibêje; “ez derî digrim ku nazar neyê ser wî.” Mihemed Sidîk Şêxanzade di pirtûka xwe da dibêje: “Dema ku min li îlahiyatê dixwend, profesorekî kemalîst hebû, paşnavê wî Kasapoglu bû. Endamê “Karê Diyaneta Bilind” bû. wî behsa biranîneke xwe kir û usa got: “Sal 1926 e. Li Medreseya Ezherê min perwerdeya xwe dikir, Ez hatim welatê xwe Burdurê. Li wir behsa Meleyekî Kurd dikirin. Pir li min zor hat, hestên min ên neteweyî nepixîn. Li cem min helbesteke bi ´erebi hebû. Bê hereket bû û nivîsandina wê tevlihev bû. Xwendina helbestê jî pir zor bû. Min got; ´ez ê herim, vê helbestê bidimê, bila bixwîne.´ Ez jî tevî, me hemûyan ew helbest şaş dixwend. Çûm cem, min dixwest ez wî Meleyî di nav gel da şermezar bikim. Helbest rûpelek bû. Min helbest dayê, û got: „Ji kerema xwe re tu dikanî vê helbestê bixwînî?“ "Helbest girt, bê deng dixwend. Min dixwest ku ew bi deng bixwîne û şaşiyan bike ku ez forsa wî bişkînim. Ji min ra got ecele meke! Demakê şûn da kaxiz da min û ji min ra got: ”Ka tu teqîb bike, tu dikanî xetayekî min bibînî?” Dest bi xwendina helbestê kir. Helbest bi ezbere xwend. Ti xetayek jî nekir. Devê min vekirî ma. Risaleya xwe ya bi navê ”İşaretü’l İcaz” da min. Min bir, li mal ew xwend. Çi tefsîr, çi mana! Matmayî mam”. Profesorê ku Kemalist usa metha Seyda dike. (Mihemed Sidîq Şeyhanzade Nurculuğun Tarihçesi Tenvir yayinlari Stanbol rûpel:36). Dîsa şevekê di xwevna xwe da Şêx A. Qadir Geylanî dibîne. A. Qadir Geylani jê ra dibêje; ”Reîsê eşîra Mîran Mistefa heye. Li

gel zulmê dike. Nimej nake. Here wî bibîne û wî îqaz bike. Eger neyê rê, wî bikuje." Radibe diçe ba eşîra Mîran. Mistefa Beg ne li wê derê bûye. Di konê wî de rûdinê û li benda wî dimîne. Dema ku Mistefa beg tê her kes ji ber radibe ser xwe. M. Seîd di ciyê xwe da rûniştî bûye û lingê wî jî li ser hev du bûne. Mistefa Beg aciz dibe. Pirs dike û dibêje; „ev ê ku ji ber min ranebû, lingê xwe avêtiye ser hev û rûdine, kiye?“ Ev çi kes e? Jê ra dibejin “Meleyê Meşhûr Seîd e”. Mistefa Beg pirs dibe;”tu çima hati vê derê?” M. Seit dibêje: ”Ez hatim te hîşyar bikim ku tu li gel zilmê nekî û nimêja xwe bikî. Tu xwe rast nekî ez ê te bukijim!”. Li ser vê gotinê Mistefa Beg dibêje: ”Bi vî şûrê xwe yê zengî tu yê min bikuji?” Melê Meşhûr dibeje: ”Na, ne bi şûr, bi destê xwe.” Mistefa dîsa dibêje: ”Li Cizîrê alimên min pir in, ger tu wan ziq biki, ez ê daxwaza te bînim cî, ger tu van ziq nekî, ez ê te bavêjim vê avê!” Mistefa alimên xwe kom dike. M. Seîd ji van ra dibêje, ez pirsan ji we napirsim. Ez li benda pirsên we me. Alimên Cizîrê çil pirsan jê dikin. Bersiva hemû pirsan dide. Piştre ji aliman ra dibêje; "min mexsûs bersiva pirseke we şaş da. Bersiva vê pirsê ev e:” Alimên Cizîrê matmayî dimînin û dibêjin: “nika li hember me tu biserkeftî.” Ji wê û şûn da Mistefa li ser gelê xwe zilmê nake. (a.g.e.37-38). Di jiyanê de çar prensîbên M. Seîdê Kurdî hebûn: Ti car ji kesekî zekat û diyarî negirtiye Ji uleman pirs nedipirsîne. Digot; ”ez ji îlmê uleman şûbhe nakim. Ku şûpheya wan heye, ew dikanin ji min pirsan bipirsin. Şagirtên ku li cem wî perverde dibûn, ti carê ratib û zekat nedigirtin. Hemû pêdiwiyên şagirtan wî didît. Her dem rewşa wî sade bû. Çavê wî li malê dinê nebû. Biçûba ku derê, her tim di destê wî da bareke sivik hebû. Minak; dema ku 23 Adara 1960´î de li Rihayê çûbû rihmetê, terekeya wî di zembîleke qamîş de şalikek(secadeyek), misînek, du destmal, du gore, du derpê, du fanîle, di bêrika fîstanê wi da, di nav paçekî de 7,5 TL derketibû. ( Musa Anter Hatiratim Stanbol rûpel:79 ÇEND NAVÊN Wİ HEBÛN: Kurd bû, Kurdistanî bû, ji bo vê pêşi jê ra digotin "Mele Seîdê Kurdî". Dema ku ew avêtibûn

Timarxanê (ku xwestibû li Kurdîstanê “Medresetül Zehra” vebike. Ji bona vê digotin dîn bûye, li hemberî îradê hatiye) di parastina xwe ya Divanî Harbî Orfî de, li tîmarxanê bi toxtoran ra peyiviye û di Peyivandina bi Wezirê Hundirîn Nazif Paşa’re, navê xwe wek Mele Seîdê Kurdî dabû nivisandin. Heta 1935´an navê wî wek “Mele Seîdê Kurdî” dihat bikaranin. Li Kurdistanê navê Melê Meşhûr lê hatibû kirin. Di daxwaznameya xwe ya ji bona vekirina “Medresetül Zehra" da jî, ev nav bi kar aniye. Pir caran jê ra digotin, Seîd Îbn-î Mîrza. Mîrza navê bavê wî bû.Yanê Lavê Mîrza Seîd. Di 24´ê Heziran 1934´an da, li Parlamentoya Tirkiyê “Zagona Paşnavan” derket, li gorî vê zagonê Kurd u Kurdistan wek paşnav hatibûn qedexekirin. Mele Seîdê Kurdî li Kurdîstanê, li wilayeta Bêdlisê, qeza Xîzanê, li Gundê Nûrsê hatibû dinê. Ji 1934´an şûn ve di nivîsên xwe da nasnavê “Nûrsi” bi kar aniye. Dewleta Tirk jî, paşnavê wî bi Tirki kiribû “Okur.” Lê M. Seîdê Kurdî ev paşnav ti carê bi kar neaniye. Şagirtên wi jê ra digotin; Bedîûzaman. Carna jî Bedîûzaman Seîdê Nûrsî bi kar aninê. YEKEMÎN GEŞTA WÎ, STANBOL: Mele Seîdê Kurdî di sala 1894´an da diçe Wanê. Li wê derê 15 salan dimîne. Dema ku ew li Wanê bû, tayina Tahir Paşa wek walî derdikeve Wanê. Tahir Paşa wî digre qesra xwe. Berê jî xwendina wî ya îlmê fenê hebû. Li Qesra Tahir Paşa di wê qadê de pêşvetir diçe. Projeya wî ya heri bilind “MEDRESETÜ-Z ZEHRA” li wê derê tê gihîştin. Li gor dîtina wî: “Nûra mêjî fen û şaristanî ye. Ronahiya wîjdanî îlmê olî ye." Bi giredana van herduyan, heqîqet derdikeve holê, hîmeta şagirtan difire. Ger ew herdu ji hev biqetin, ya yekemîn înkar û guman, ya duyemîn taasub u kevneperestî çêdibe.” Bi vê fikr û ramanê diçe Stanbole. (Sal 1907 e), li navbera Fatih û Çarşembê di Şekercî Xanê da odeyekê kirê dike. Li ser deriyê odeyê levhakê dide daliqandin. Li ser levhayê usa tê nivisandin ”li vir tişt nayê pirsîn, lê bersiva her tiştî tê dayin.” Her roj bi sedan kes diçin cem, jê pirsan dipirsin. Ne tenê pirsên li ser olê, li ser kîmya, matematik, filozofî, mentiq, huqûq û hwd. Serokê Mahkemeya Bilind Şakir Berk jî, diçe cem. Li ser huqûqa îslamî çi dipirse, bersiva xwe digire. Wê

demê rojnameya Îqdam usa dinivîsîne: ”Li afaka Stanbolê ji Şerqê (Kurdîstan) zekayeke agirpare derket”. Li ser van nûçeyan M. Seîdê Kurdî vedixwînin Saraya Yildizê. Dema ku bersivê dide vexwendinê û diçe Saraya Yildizê, Mabeynciyê Sultan Hemîd tê, li hember wî li ser lingan disekine û bêyî ku cihekî rûniştinê şani bide, jê re dibêje: “Ev fermana Sultan Hemid e. İcab dike ku tu derhal bizivirî Kurdîstanê”. Li ser vê gotinê, diçe, li ser palgeheke vala rûdine û lingê xwe daveje ser hevdu û bersiva Mabeyincî (özel kalem müdürü ya iro) dide: ”Ez ji bona ku fikir û ramanê xwe bînim cî, hatime vê derê, beşer nikanin min ji vir derxînin”. Sê saetan dipeyîve û dibeje: ”Şerî´et dibêje bi lingê xwe pêlî mûriyan jî nekin, ez çava huqûqa ben-î beşer(huqûqa Kurdan) ihmal bikim? Li ser van peyvan midûrê qelema taybet, bi M. Sêid ra heta ber derî refaqet dike, jê ra ihtiram dike. Daxwaznameya bi xwe ra anîbû ku bide Sultan Hemid, teslîmî midurê(gerînende) qelema taybet dike(Mabeyincibaşi). Ev arznameya ku bi navê ”Kurd dîsa muhtac in” di 19´ê Mijdara 1908´an de, di rojnameya“Şerq î Kurdîstan” hêjmar: 1´ê da hatiye veşandin. Melê Meşhûr di arznameya xwe da bi kurtasî usa dibêje; “Di nav miletê Osmanî da, ku unsureke girîng e, ahvalê gelê Kurdistanê ji hêla hükümetê ve zelal e, lê belê ez dixwazim li ser xizmeta perwerdeyî çend tiştan bînim zimên. Li Kurdistanê hukumetê ji bona perwerdeyê dibistan vekirine. Mixabin ji van dibistanan tenê yên ku zimanê wan tirkî ye, jê istifade dikin. Zarokên Kurdan yên zimanê tirkî nizanin ji vê derfetê mahrum in. Ev yek jî keşmekêşî, vahşetî û şemateyê tîne rojevê. Ew ên ku berê di bin mahiyeta Kurdan de bûn, nika ev pêş vê çûne û ji Kurdan istifade dikin. Ev yek jî însanê hamiyetperwer dide fikirandin.” Çareserkirina vê meselê ev e: Divê li sê herêmên Kurdîstanê sê medrese werin vekirin. Ji van herêman yek hêrema eşira Ertûşî Qilaban (Beytülşebab), yek herêma Mutki-Belkan(Baykan)Sason, ya din jî herêma Sîpkan û Heyderan û li Wanê. Di her medresê da divê 50 şagirt werin perwerdekirin û zarokên Kurd divê ji aliyê mamostayên Kurd ve bi Zimanê Kurdî werin perwerdekirin”.

M. Seîdê Kurdî perwerdeya bi Zimanê Kurdî 102 sal berê ji Osmaniyan talep kiriyê. Ji ber wê Sultan Hemid, M. Seîdê Kurdî davêje timarxaneyê. Rojnameya Stanbol vê bûyerê di nav rûpelên xwe da dide veşandin. Xeber tê, muameleya ku bi M. Seîd hatiye kirin, dê li Kurdîstanê bibe sedema kiyamê. Li ser van nûçeyan heyetekê ava dikin û dişînin timarxaneya “Toptaşiyê” ku M. Seîd muayene bikin, ka hişê wî di cî da ye an na! Di nav heyetê de çar doxtor hene. Yek Tirk, yek Cihû, yek Rûm u yek jî Ermenî ye. Dema ku dixwazin bi M. Sêid ra bipeyîvin, M. Seîd ji heyetê ra dibêje; “gelî toxtoran! Hûn guhdarî bikin! Ez ê ji we re bêjim. Ji bona dîntiya xwe ez ê delîlên nû bidim we. Bêyî ku tiştekî pirs bikim, ez ê bersivê bidim we. Hûn bixwazin gotina dînekî entîka guhdarî bikin. Ez muayeneya xwe wek muhakeme dixwazim. Bila wîjdanê we jî bibe hakem. Ez nikanim dersa tipê bidim we. Eger ji bona teşhîsa nexweşiyê, nexweş bibe alîkar, divê hûn wan çar niqtan bigrin ber çavên xwe. Ya yekemîn: Ez li çiyayên Kurdîstanê mezin bûme. Ehvalê min ê qebe qebûl bikin. Min bi qepanê Kurdîstan bidin wezandin, ne bi qepanê Stanbolê. Ger hûn usa bikin lazim e ku hûn piraniya Kurdan bavêjin timarxaneyê. Sedama vê ev e, li Kurdistanê exlaqê ku di rewacê da ye cesaret, îzet-î nefîs, girêdayiya bi olê, yekbûna dil û ziman e. Di medeniyetê da nezaket adet e, ji bona wan şalus(dalkavukluk, keşmeri) e Ya duyemîn: Ev kirasê min exlaq û ehwalê min ji gel ra cuda ye. Ez nikanim bêjim, ”ji min ra çi.” Dibe ku bêjim misilman im, di ciheta îslamî da memûrê manewî me, xwe vazîfedar dibînim. Tiştê ku ji milet, devlet û olê ra havildar e, difikrim. Ya seyêmîn: Bila îstîsna di her demê da insanên neasayi hatine. Gel di despêkê da ji wan ra gotiye „dîn“ in û bi tiştên beredayî ra îştîgal dikin. Pişt ra jî, ji wan ra gotine, çi qas însanên baş bûn. Pesna wan dane. Nakokiyên ku di navbera niqteya yekemîn û duyemîn da hene, bûne îmayê delîl û îsnata ji bo dinbûna min. Dibêjin “dîvane" ye. Lewra bersivê dide her meseleya mişkûl. Delilên usa tînin ji bo dîntiya min. Ya çaremin: Ez însanekî bêhnteng im(Asabi me), bi taybet însanekî wek min bêhnteng lazim e ku telaş û qehr bibe. Bahusûs însanê ku wek min 15 salan hûriyet-î şeriye di mejiyê xwe da bifikre û di dema înqîlaba mezin da xwe di nav xeterê

da bibînê û temaşe neke, çawa bêhnteng û kehr nabe. Wezirê hundirîn ji min bêtir dîn e. Ji min bêtir qehr dibe. Ger şalusti(geşmerî), nizimbûn, wek pisîngan lavarikirin, tercihkirina menfeeta şexsî, ji menfeeta gel biaqiltî were pejirandin, şahid bin, ez ji vê biaqilbûnê istifa dikim. Ez bi dînbûn û mertebeya masûniyeta xwe iftihar dikim.“ M. Seîdê Kurdî piştî van çar niqteyên ku tîne ziman, wiha dibêje: „Heyeta we ez guhdarî kirim. Biborînin, dibe ku di gotinên min da kelîmeyên ku li we xweş neyên û madê we hezim neke, hebin. Ji ber ku ew peyv di dema dîntiya min da hatine gotin. Wê demê li derdora min tenê divarên tîmarxanê hebûn. Lewre Kurdeki tirkî nizane, cahil û wahş, yanê azad, gelo dikane xwe evqas ifade bike.“ Veselam: (Min bi kurti ifadeya wî nivîsand. Xwendavan dikanin pirtûka M. Seîdê Kurdî -Dîvan-î Harb-î Orfi İki Mekteb-î Musibetin Şehadetnamesi- Tenvir Neşriyat bixwînin) Heyeta ku M. Seîdê Kurdî guhdarî dike, di rapora xwe da dibêje; ”ger di M. Seîdê Kurdî da dîntî hebe, di dinê da kes biaqil nîne”. Li ser vê raporê Seyda ji tîmarxaneyê derdikeve. Saltanata Osmaniyan wî davêjin girtîgeha “Toptaşiyê”(Ku İsmail Beşikçi sala 1970-71´ê da li wê derê mabû). Di Girtigeha Toptaşiyê da Wezirê Hundirîn Şefik Paşa diçe ziyareta wî, di mawêna wan da guftigohêke usa derbaz dibe; Nazire Zaptiye(Hundurîn) got: "Sultan Hemîd ji te re silav şand û li te 1000 kuruş maaş giredaye. Maaşê te di demeke nezîk de wê bibê 20-30 lira.“ Min got; "ez parsekê maaş nînim. Hezar lira jî be, nikanim qebûl bikim. Ez ji bona xwe nehatime, ji bona miletê xwe hatime. Tişta ku hûn dixwazin bidin min, ruşwet e, heqê sikutê ye." Nazir got: "Tu îradê red dikî. İrade red nabe." Min got: "Red dikim. Ta ku Padîşah bixeyîde, bangî min bike, ez ji rastiyê, bêjim." Nazir got: "Dawiya vî tiştî dê wahim bibe." Min got: "Ger verim dardakirin jî, ez ê di dilê miletê xwe de bijîm."

Dema ku ez hatim Stanbolê, min jiyana xwe wek ruşwet anî. Hûn çi dikin, bikin. Ez vê yêkê cidî dibejim, ez maaş qebûl nakim.” Nazir got: "Projeya te ya perverdeya li Kurdistanê di rojeva heyeta vezîran da ye.” Min got: "Gelo çima hûn ji bo maaşê min ewqas lezgîn in, lê çima perverdeyê paşva dixin.” Vezîr kehirî. Min got: ”Ez bi azadî jiyame. Ez li meydana azadiya mutlak, li ser çiyayê Kurdîstanê mezin bûme. Qehirandin li min tesîr nake, xwe nevestîne. Min koçber bikin. Çi Fizanê, çi Yemen. Hûn ji pinedozê xelas dibin.” Vezir got: "Ev tê çi maneyê?" Min got: "Milet ew qas feryat û fîxan dike, we li ser wan pelê cigara kevin raxistiye. Herkes di bin kevnan da wek miriyan dinale. Ez ecemî bûm, bi ser ketim. Neketim bin van kevinan. Wek kiyafeta min exlaqê min jî giran bû. Carekê li Mabeyn hat çirandin, li Şîşliyê di maleke Ermeniyan da hat çirandin, ketim Şekerci Hanê, li wê derê hat çirandin. Ketim timarxanê, ketim girtigehê. Welhasil hûn nikanin ewqas min pinedoze bikin. Dema ku ez li Kurdîstanê bûm, min hûn gelekî baş dizanibûn. Di van ehwalan da ez bi sira we hesiyam. Bi taybetî tîmarxaneyê ev tişt anîn ber çavên min. Ez ji we ra spaz dikim. Di ehwalê niyeta xerab da ez bi niyeta baş difikirîm.“ Bedîûzeman Mele Seîdê Kurdî Dema ku Seîdê Kurdî ji girtîgaha Toptaşiyê derdikeve, di nav Gelê Kurd û rewşenbîrên Kurd da digere. Di wê demê da li Stanbolê 40 hezar hemal hebûne. Şertên ku ewtê da pir xirab bûne. Dersê dide wan. Dixwaze wan ji xewê hîşyar bike. Li hêla din bi rewşenbirên Kurdan ra dikeve tekiliyê. Cemiyeta Tealiya Kurd hatiyê honandin. Serokê wê lave Şêx Ubeydullahê Şemzinanî Seyid A. Kadir e. Qismên nivîskarên Tirkan û Kurdan dibêjin, M. Seîd di nav vê civakê da cî girtiye. Belgeyeke usa di destê me da tuneye. Lê bêlê Mele Seîdê Kurdî tev bi Xelîl Xeyaliyê Bedlîsî û Şagirtê wî Hemzeyê Mûkusî ra di Cemiyeta Tealiya Maarifê Kurdistan da cih girtiye û ketiye nav endamên komîta rêveberiyê. Nivisên wî

di Rojnamayên wek “Civaka Teali û Terekkiya Kurd”, Volkan, Şark û Kurdîstan û rojnameyên din da jî hatine weşandin Di nivîsa xwe ye bi navê “Şiretên Bedîûzeman Mele Seîde Kurdî” da usa gazî Gelê Kurd dike: “Ey gelê Kurd, di îtîfaqê de quwet, di îtîhadê de heyat, di biratiyî da se’adet, di hukumetê de selamet heye. Îtîhada şerût muhabeta qewî dê we ji belayê xelas bike. Qenc guhên xwe bidinê, ez ê Tiştekê ji we ra bejim: „Hûn bizanin ku sê sehwerên me hene, muhafeza xwe ji me dixwazin.“ Yek İslamiyet e, ku bi hezaran şehidan bi xwîna xwe bihayê wê dane. Ya duduyan; insaniyeta xwe nîşanî yên din bidin. Ya sisêyan milliyeta me ye. Divê em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe ruhê wan di qebrên wan da şad bikin. Pişti wê, sê dijminê me hene ku me xerab dikin. Yek feqirtî ye. Çil hezar hemalên li Stanbolê delîlên vê yekê ne. Ya duduyan; cehalet û bêxwendinî ye. Ji hezarî yekê me nikare “rojnamê” bixwîne. Ev jî delîlê vê yekê ye. Ya sisêyan; dijminî û îxtilafa di nav bera me da ye. Ev yek hêza me wenda dike û me musteheqê terbiyê dike, hukumet jî ji bêînsafiya xwe li me zulmê dike. Eger hûn vê seh bikin, bizanin çara me ew e, em ê van sê şûrên elmas bigrin destê xwe, ta ku em her sê cewherên xwe ji destên wan derxînin û têkin destê xwe. Bi şûrê edalet, me’arif û xwendinê, zilma her sê dijminên xwe ji ser xwe rakin. Ya dudiyan îtîfaq û muhabeta mîlî ye, Ya sisiyan divê mirov bi vîna xwe karê xwe bike, mina sefîlan ji qudreta bîyaniyan hêvi neke, pişta xwe bi kesî girê mede. Wesiyeta min a paşîn, xwendin, xwendin, xwendin û bidestêhevgirtin, bidestêhevgirtin, bidestêhevgirtin e.“ (Rojnameya Civaka Kürt teavün u Teraqî Stanbol 22 Mijdar 1908 Mele Seîd) Mele Seîdê Kurdî bi Sultan Ebdülhemid re kinê girêdide. Dema ku Sultan Ebdülhemid ew şandibû timarxaneyê û li wê derê işkence lê kiribûn, îzet-î nefsa wî hatibû şkandin. Piştî ji girtigeha “Toptaşiyê” tê berdan, bi yên ku li hemberî Sultan Hemid bûn û digotin; “em heq û azadiyê dixazin”, ango bi Îtîhat Terekkiyê ra ket têkiliyê. Bi vana ra xebitîbû. Telgraf dişandin Kurdîstanê û digot, pişgiriyê bidin Meşrûtiyetê. Di 24´ê Tirmehê da Sultan Hemid mecbûr ma ku Meşrûtiyeta 2. îlan bike. Pişti îlankirina Meşrûtiyeta 2. li Selanîkê bi tevlibûna 50 partî û civakê miting û şahiya pîrozbahiya Meşrûtiyeta 2. hat

lidarxistin. Bi navê civaka “İttihadi Mihemediye” Mele Seîd dipeyive. Dema ku ew dipeyive, kürsiyên din hemû vala dibin, tên Seîde Kurdî guhdari dikin. Ji nav guhdarên wî da endamên Îtîhat-Terekkiyê İsmet İnönü u Celal Bayar jî hene. Di sala 1949´an da, dema ku li Afyonê tê dadgehkirin usa dibeje; ”Divê ez nimêj bikim” heyeta dagehê dibeje; ”tu nikani li vê derê nimêj bikî. Vira dadgeh e”. Ew dibêje; ”bêparestina huqûqa nimejê tu meseleyeke min nîne. Ji bona vê yekê ez li vir im. Ger min bixwasta, ez li vir nedibûm.“ Hêyeta dadgehê pirs dike; ”te yê çi bikira?” M. Seîd bi xwinsarî dibêje: ”Piştî îlankirina azadîyê (Meşrûtiyeta 2.), dema ku min li Selanîkê xîtap dikir, Erkanê dewleta îro hemû li wê derê bûn. M. Kemalê xwest min bike devsa Şêx Sûnîsî, waîzê gelerî yê şarqê, endamtiya parlamentoyê û serokatiya diyanetê teklîfî min kir, lê min qebûl nekir. Min bigota erê, îro ez li vir nedibûm.” Hêyet li cihê xwe rûdine. Seyda seceda xwe radixe û nimeja xwe dike.” (Dîroka Nurcîtiyê Mihemed Siddik Şeyhanzade rûpel:5859) Piştî peyivandina Selanikê tekiliya xwe bi Îtîhat Terrakiyê re xurt dike. Wan ji nêzîk ve nas dike. Jê pirs dikin, dibejin; “tu çima ji wan veqetiyayî?“ Ew dibêje; ez ji wan veneqetiyam, ew ji min veqetiyan. Ez di rêya rast da dimeşiyam, ew hatin cem min. Piştra hin kes bûn fasiq, hin kes bûn mürted(zivirîn, hin kes bûn tawanbar(sûcdar) ji min veqetiyan. Ez di riya rast da hê dimeşim”. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta 2 yemin hilbijartin tê çêkirin. Du partî dikevin hilbijartinê: Îtîhat-Teraqî û Firkaya Ahrar (li Pişta vê partiyê Prens Sebahetin hebû). Îtîhat-Teraqî hilbijartinê qezenç dike. Piştî îqtîdarê Îtîhat-Teraqî riya xwe ya nijatperestî derxist hole. Hemû Civak û rojnameyên Kurdî yek bi yek hatin girtin. Osmanî dema ku ji Evrupayê hat avêtin, tirsa wan a herî mezin, wendakirina Anatoliyê derket hole. Îtîhat –Teraqî xwest kêmneteweyên di naw xwe da asîmile bike. Dema ku ev yek nebû, wan li hember van neteweyan jenosît pêk anî. Planên xwe di dema Şerê Cihanê yê 1 emîn da hedî hedî anîn cih. M. Seîdê Kurdî polîtîkaya wan a qirêj fêm kir û tekiliya xwe ji wan qut kir. Disa wê demê em M. Seîdê Kurdî ne tenê di nav Civaka Mearrifa Terekkiya Kurd da dibînin, ketiye nav “Îtîhadî Muhemedî” jî. Endamê wê yê 8 mîn e. Di vekirina “ Îtîhadî

Muhemedî” da bi deh hezaran însan li Ayasofyayê kom dibin. M. Seîdê Kurdî li wê derê axaftinekê dike. Rojnameya fermî ya “ Îtîhadî Muhemedî” bi navê “Volkan” derdikeve. M. Seîd di vê rojnameyê da nivîsên xwe dide çapkirin. Meşrûtiyet hatiyê îlankirin. Levra gel ji polîtîkayên Îtîhatçiyan keyf xoş nîne. Di 31´ê Adara 1325´an(9´ê Nîsana 1909´an) da, li ser kuştina rojnamevan Hasan Fehmi, ya bi destê Îtîhatçiyan çalakiyek dest pê dike. Şagirtê Medresan û çend yekîneyên askeriyê serî hildidin. Sûbay, memûr û endamên Îtîhatçiyan tên kuştin. Rojnamexaneyên wan tên hilvişandin. Li ser vê çalekiyê di bin fermandariyê Mahmut Şevket Paşa(serokê kurmayê wê M. Kemal bû) da “Arteşa Brûsk“ ji Selanîkê tê Stanbolê û serhildanê têk dibe. Rêwebiriya awerte tê îlankirin. Mele Seîd jî digirin. Di despêkê da 16 kes tên daliqandin. M. Seîd di wê mahkemeyê da jî xwe dûr û dirêj diparêze. Di Parestina xwe da usa dibêjê; „Ey zabitan ”Mirovekî merd tenezzülî cînayetan nake. Ger bi cînayetan were tawanbarkirin jî, ji cezakirinê natirse. Ger ez bêsebep verim dardakirin, du qat sevaba şehadetiyê qezenc dikim. Di hepsê da bimînim, ew der ciyê herî rehet e. Mirina bi mazlumiyet, ji jiyana zalimî bixêrtir e. Nika ez verim ser cînayeta min a ku hatiye hesibandin. Cînayeta min a yekemîn: Sala borî di destpeka îlankirina Meşrûtiyetê da bi vasitayê serokvezir e. Min ji Gelê Kurd ra 5060 telgraf kişand. Di navoroka wan da min got; Meşrûtiyet û Qanûna bingehîn ku we bihîstiye, emrê adaletê û karê şeriatê ye, wê muhafeze bikin. Çim ku meşrûtiyet saadeta me ye. Ji îstîbdatê me zulmeke mezin dîtiye. Bersiva wan telgrafan xoş hat. Lewra min Kurd bi teqezî tembih kirin. Min negot, ji min ra çi. Min cînayet pêk anî. Cînayeta duyamîn: Li Beyazit, Fatih. Ayasofya û Sileymaniyê min gel ji hêla meşrûtiyetê da hişyar kir. Ji wan ra îzahet kir. Min cînayet pêk anî. Cînayeta sêyemîn: Li Stanbolê 20 hezar Kurd hene. Hemal in, gafil û saf in, tirsiyam ku wan îxfal bikin û qewmê Kurd lekedar bikin. Ji bona vê di nav wan da geriyam, min meşrûtiyet bi wan da famkirin. Min got; îstîbdat zulm û zordarî ye. Meşrûtiyet adalet û şerîet e. Padîşah çi wextê di riya pêxember (sav) de bimeşe, em ê jî ji wî ra îtaat bikin. Zilimkar Padîşah jî be, haydut e.

Dijminê me cehalet, zarûret û îxtîlaf e, li hember wan em ê bi huner, marîfet î îtîfaqê têbikoşin. Bi Ermeniyan ra, ku me pêşve dixin û hişyar dikin, em ê destê xwe bidin hev û du. Di husumetê de xerabî heye. Dema me ji bo husumetê tune. Em ê tevlî kar û barê hukumetê nebin. Lewra em hîkmeta hukumetê nizanin. Hemalan li hemberê Avustiryayê (ez hemû Evropayê boykot dikim) boykot dikirin, wê demê heyecan û keşmekêşiya wan bi nasîhatên min vegeriya çalekiya biaqil. Li hemberê Padîşah tekiliya wan min zivirand. Li hemberê Avustiryayê ez bûm sebebê boykota aborî. Min cînayet pêk anî. Cînayeta çaremîn: Ez Kurdeki ji rêzê(adi) me. Min vazîfeya uleman girt ser mile xwe. Min cînayet kir. Cînayeta pencemîn: Rojnamevan du qiyase ne, muteber û veşanên bêhaysiyet û şeref, heqaret li exlaqê îslamî kirin. Ez Kurdekî cahil û bedewî me, nivîskarê rind dipeyîvin, lêbelê tiştên şaş û bixeta di nivisên wan da hene, li hemberê wan min nivîsî. Min cînayet pêk anî. Cînayeta şeşemîn: Çend caran di kombûnan da min dît ku însan dikevin heyecanê. Tirsiyam ku gel dahîlî siyasetê bibe, asayişê îhlal bike. Min heyecanên wan bi zimanê xweşikê şagirtên Kurdan, teskîn kirin. Min cînayet çêkir. Cînayeta heftemîn: Min bihîst ku “İtîhadî Mihemediye” hatiye avakirin. Navekî pir giranbiha û fireh bû, ez tirsiyam ev nav dê şaş were bikaranîn. Ji bo vê ez ketim nav wan ku ew nav şaş neyê xebitandin. Ez mirovekî ji rêzê me, min vazîfeya Ayan û Meclîsa Mebûsan girt ser xwe. Min cînayet pêk anî. Cînayeta heştemîn: Min bihîst ku esker ketine nav siyasetê. Esker dibin endamên hinek civatan. Hadîseya Yenîçeriyan hat bîra min. Ez ketim telaşê. Min nivîsand û got; di nav civatan da ya herî pîroz cemiyeta askeran e, Ji nefer heta seresker dahîlî wan in. Ez şagirtekî ji rêzê me, min müdaxeleyî karê uleman kir. Min cînayet pêk anî. Cînayeta nehemîn: Min çalekiya 31´ê Adarê ji dur va sê-çar deqîqan temaşe kir. Ji bo olê min tenê daxwaziyek bihîst. Heft renk bi sur’at verese zivirandin, wek sipî tê dîtin, xwesteka meseleya olê ji hezaran yek bû, kelîmey-î şerîat tenê hat dîtin. Min fêm kir, kar xerab e, itaat xerab e, nasîhat bêtesîr e. Usa nebûya, wek her demê ji bona vemirandina vî agirî min ê müdaxele bikira. Levra gel pir bû, Kurdên me xafil û saf dil

bûn. Kariyerekî min hebû. Çûm min mêraniya wan û hîsiyata wan mist dan. Ez im ku min bi xwe serî li tîmarxanê da. Min negot ”ev tişt ji min ra çi, bila însanê baqil van tiştan bifikrin.” Ji bona vê min cînayet pek aniye. Cînayeta dehemîn: Ji bona leşkeran roja înê ez tevî uleman çûm Nezareta Herbiyê. Bi kelîmeyên müesîr min asker anîn itaatê. Ew qas alimên girîng hebûn, min vazîfeya wan girt ser xwe. Min cînayet pêk anî Cînayeta yanzdemîn: Min li Kurdistanê hal û perîşaniya Kurdan didît. Min fêm kir ku saadeta Kurdan, bi îlmê fenî yê nû yê ku beşeriyetê ew aniye meydanê, ye. Kaniya vî îlmê fenî jî hê nehatiye xerabkirin, ulema û medrese bû. Ji ber ku îradeya Kurdan di destê uleman de bû. Bi vê sebebê ez hatim Dersaadetê(Stanbol). Min dixwest, ez xwe bigihînim Sultanê ku îro ji ser textê xwe da ketiye(Sultan Hemid). Sultan xwest ku fikr û ramanên min bi maaş û heq-î sikut bistine, min red kir. Navê miletê xwe(Kurd) min qilêr nekir. Min aqilê xwe feda kir, azadiya xwe feda nekir. Min serê xwe li ber wî netewand. Salek û nîv e, li wir ji bona belavkirina perwerdeya bi Zimanê Kurdî dixebitim. Hemû Stanbol vê dizane. Ez kure hemallekî me, di destê min da ew qas derfet hebû, min xwe ji kurê hemaltiyê dernexist. Min çiyayên bilind ên Kurdîstanê ji bona miletê xwe terk kirin, ji bo milet ketim tîmarxaneyê, girtigehê û di dewra Meşrûtiyetê da dîsa ketim girtîgehê û bin îşkencê, min cînayet pêk anî. Em Kurd in. Tên xapandin, lewra, ji bona jiyanekê em derewan nakin. Çim ku em dizanin reya rast terkkirina hîlan e.“ Parastina Seyda Sêid usa devam dike.(Min kurtasiya vê parastinê nivisand. Kesê ku bixaze temamê parestinê bixwîne, dikane DİVAN-E HARB-İ ÖRFİ-İKİ MEKTEB-İ MUSİBETİN ŞEHADETNAMESİ Bedîûzeman Seîde Kurdî(Nûrsî) bixwîne. Tenvir neşriyet Stanbol). Ev parêzname çar saetan devam dike. Piştra dadgehê tevî M. Seîdê Kurdî sed û panzdeh bersûçên endamên “İtîhadî Mihemedî” tên berdan. Ji heyetê ra spaz nekirine û qîriyane; “Ji bona zaliman bila bijî Cehennem”. Ji dadgehê derketinê û tev bi

cemeet çûne mizgefta Sultan Ehmedê, di riya mizgeftê da dîsa qîriyane “ ji bona zaliman bila bijî Cehennem”. Xatirxwestina ji Stanbol: Berî ku Stanbolê terk bike, Xatirxwestinekê dinivîsîne; “Ey Stanbola mezin! Min biratî û wekhevî di dewra îstîbdatê de tenê li tîmarxanê, di dewra Meşrûtiyetê de tenê li girtigehê te dît. Bi xatirê te, jinapîr a bi porê xwe yê spî kincên bûkanî li xwe dike. Ez ji te bêzar bûme. Tu wek hingivê bi jar î. Tu wek insanekî vahşî yê ku kincê medeniyetê li xwe kiriye, yî. Di sifetê te yê derveyî de çi qas medeniyet heye, di hal û hereketên te da jî, ew qas nifaq, sefahat, qerez heye. Tu ew qas wahşî yî, wek dinê. Ez jî poşman bûm ku hatime dinê. Ez çi qas te bi bîr tînim, ew qas kelîmeyên durûtiyê tên bîra min. Lê belê, eger medeniyet ev qas êrişa heysiyetşikandinê be, îftîra, nîfaqçekirinê be û fikrê întîqamê be, însafê be, bi gotinên derew û şaş insanxapandinê be, jê ra dibêjin qesra seadetê. Lê di nav vê qesrê de hêlînên mar û dûpişkan hene. Ez wan çiyayên bilind ên Kurdîstanê ku meydana azadiya mutlaq in, ji wan konên bedewî û wehşetan çêtir dibînim. Belê, min li vir fikrên azad, gotinên azad, hûsn û niyet û dilên bi huzûr ên mîna li çiyayê Kurdîstanê hukim dikin nedit. Bi qasî ku ez dizanim, nivîskar biedeb bin. Rojnamevan milet terbiye dikin. Nika ez qala çend nivîskarên bêedep, rojnamevanên biqerez veşanan dikin, dikim. Ger edep ev be, rayagiştî ew qas tevlihevî be, şahit bin, ez di nav van da nînim. Û li serê çiyayê bilind ê Kurdîstanê “Başîd”(nave çiyayê ku li Wanê) tiştên ku li dinê hene, minak roj, hiv, stêrk û daran ji rojnameyan çêtir digirim.”.(Divan-a Harb-i Örfi Tenvir neşriyat Rûpel:28-29 ) M. Seîdê Kurdî dîsa daviya risaleya xwe ye “Divan-i Harb-i Örfi” da Gelê Kurdra usa hitap dike; Ez hatime, (ger ez li vir ji miletê xwe re çend tiştan nebejim li gora min, ev rojev kêm dimine) Ey di dema cengaveriya Asûriyan û Keldaniyan da, leşkerên peşengî şêrên Kurdan! Ji xew rabin. Pênç sed sal e, hûn radikevin. Ger hûn ranebin, di sahrayê wahşetê da, dê wahşet û xeflet we bifetisîne. Çawa Atom hevdû dikşînin, hûn jî bi hevdû ve bizeliqin, hêzeke neteweyî û gelemperî çêkin. komeke mezin ji Kurdan wek top bizivrînin. Hem ji çawa çiyayê Sîphan û Agirî yên azad, rabûn ser lingên xwe. Ger hûn di bin nefs û esareta qûlan da bimînin, midaxeleyî heqê kesê din nekin, pişta

xwe bidin şeriata azadî. Miletê wek we gafil û parçebûyî di newala maziya kûr da diqire “ Di êrişkirina li hember cehalet û feqirtiyê, bi fen, hiner û şerê çekdarî herin! Pêşve herin. Arş!” Tişta ku jê ra dibejin “rastî”, di bin van de tebeqeya veşarti û hepis mane, tebeqeya zilmê ji holê rakirin e. Bi peyamnera heqî ji we ra dibêjim: ”Di derûniya we da qebîliyeta we ku bi destê Xwuda hatiye çandin, zimanê we ye, quweta xwe derxin holê, di kûrahiya miletê we da ev taybetiyên ku hene, bi ava îlmê bidin avdan. Ger hûn usa nekin, hûn ê, bêav bimînin û hişk bibin. Hem ji navê wî neteweyê ku di newala dema berê da, di her sahrayê da, di çiyayê dema tê da xwediyê aqil, kahramanên wek Selahedînê Eyûbî û Ristemê Zal di bin eyni konan da rûdinin. Fikra netewayî her kesê ku bi haysiyet û şeref, xwe şerefyar dike, ji wan ra bi fermaneke mîsoger ferman dide; ta ku her yek bi vê neteweya mezin ra bibin neynika jiyanê, parezgerê saadeta wan û di nav neteweyan da bibin minakek. Wek îro ne tenê bi şexsê xwe, weke neteweyekî hûn ê mezin bibin. Bi mezinbûnê armanc, alîkarî jî mezin dibe û bi şînbûna neteweyî axlaq jî digihîje û mezin dibe. Sedemên keşmekêşiya ku berê di navbera we da hebû, ji ber wesfên axatiyê yên bi serê xwe dihat. Di we de xwepesendî hebû. Nika jî divê hûn vê yêkê vegerînin ramana pêşveçûyînê, teşebûsa şexsî û ramana azadî. Dikanim bejim, hemberî medreseya biyaniyan a bêdeng, di medreseya we ya bişemate da vasfa parlamentoyê heye. Pivana qedera însan ziman e. Suretê însan, bi rûpelê ziman kifşe dibe. Ziman dayîka xwezayê ye, bêje bêdawet tê mêjûyê mirov. Danistandin tenê bê mane dimîne, ji bona wê di mêjî da girîftbûn çênabe. Eger ziman têkevê warê perwerdeyiyê, wek nexşên li ser kevir daîm dimîn. Yê ku bi qiyafeta zimanê milî xûya dike, çi dibêje bila bibêje, xweş tê dîtin. Ha ji we ra mînakeke hamiyeta mîlî şanî didim. Ew jî Xelîl Xeyaliyê Mutkî ye. Wek her şaxê hemiyeta mîlî, di şaxê ziman da jî xelata yekemîn girtiye. Çim ku bi çêkirina hîmê rêzana elfabe û gramera zimanê me, hebûna manewiyata rindî, qêret û fedakarî derxistiye holê. Ew rastiya ku cevherê

usa ji nav madena Kurdîstanê derketiye, îstîkbala me ronahi kike (Divan-i Harb-i Örfi rûpel:59-61) Mele Seîdê Kurdî vedigere Kurdîstanê: Piştî du mehan şûn da ku ji aliyê Dadgeha Örfi İdarê ve tahliye dibe, Melê Kurdî vedigere welatê xwe Kurdîstanê. Li gor mercên wê demê bi keştiyê li ser Batumê re diçe Wanê. Di nav gel da digere. Pirsgirêkên wan guhdarî dike. Ji wan sualan pirs dike. Bersivên wan digre. Di sala 1911´an da, di ser Rihayê re diçe Şamê. Di Mizgefta Emewiyê da xutbê dixwîne. Nezikî deh hezar însan Bedîûzeman guhdarî dike. Ew xutbeya wî bi navê ”Xutbe-î Şamiye” hatiye çapkirin. Piştra ji Şamê di ser Beyrût-İzmirê re tê Stanbolê. Sultan Reşat dema ku Rûmeliyê ziyaret dike, M. Seîd jî wek delegeyê Kurdistanê dawet dike. Bi hev ra diçin Rûmeliyê. Di avêtina hîmê Zaningeha(unîwersiteya) Kosovayê da li cem Sultan Reşat e. Derfetê dibîne û qala projeya “Medresetul Zehra” dike. Ji Sultan Reşat ra dibêje ev zaningeh nikanê devam bike. Di nêzîk da şerê Balkanan dedikeve û Balkan ji destê Osmaniyan derdikeve. Ji Sultan Reşat ra dibêje; "ev pere ji bona çêkirina Medresetul Zehrayê ehventir e. Sultan Reşatî îqna dike, ji bona “Medresetül Zehra” 150 hezar zêr ji bûtçeyê tê tehsîskirin. Hezar zêrî ji bona avêtina hîmê Medreset û Zehra didin Melê Meşhûr. Mele Seîd tê Wanê, hîmê medreseyê davejê. Piştra Şerê Balkanan derdikeve. Piştî şerê Balkananan di sala 1914´an de Şerê Cihanê yê Yekemîn derdikeve. Projeya Medreset û Zehra tê kefilandin. Di sala 1913´an da li çiyayê Erekê da, di înziwayê da ye. Dibêje; dema ku li Wanê di şikeftê da, ez di înziwayê da bûm, alimên derdorê hatin cem min. Gotin; "di vê hukumata Osmanî da bêdînî zêde bûye. Were bi me ra be, em li hemberî wan qiyam bikin." Min got: "bêdîniyê ew kes çêdikin. Werin em wan îqaz û îrşad bikin.“ Ji bo wan tiştan arteşa Osmaniyan mesûl nîne. Werin dev ji vê fikrê berdin." Guhdariya min nekirin. Çûn, hadiseya Bedlîsê dest pê kir. Salekê şûnda ew artêş ket şerê cihanê, penc mîlyon şehid da.” Tiştên ku M. Seîdê Kurdî bahs dike, berê serhildana Bedlîsê serokê serhildanê Mele Selîm çûbû cem. Jê ra gotibû; "were em

bi hev ra li hemberî zilma Osmaniyan derkevin. Mele Seîd tevlî wan ne bûbû. (Min li ser gorbihuşt Mele Selim efendî û serhildana Bedlîsê ya 1914´an du makale di kuncikê xwe yê Y. Özgür Politikayê da nivîsîn. Kesekê/a bixwaze, dikane Yeni Özgür Politika di mêjûyên 18.09.2007 û 25.09.2007´an bixwîne). Bersiva ku Mele Seîd daye Mele Selim, piştî M. Seîd çûye ser dilovaniya xwe, bi dev û nivîsên Nurcuyên sexte hatiye guharandin. Ev sexhte misilman dibêjin; “di sala 1925´an da dema ku gorbuhişt Şêx Seîd dest bi Serhildanê kiriyê, M. Seîd jê ra name nivîsandiye, gotiye; "vê Arteşê (Arteşa TC) sed hezar evliya perwerde kiriye. Li dij Artêşa nebiyan şûr nayê kişandin”. Wan sahtekaran, ev tişt di “tarihçe-i hayat”´ê da nivîsandine, di destê wan da tu delîl nîne. Ji ber xwe davêjin. Di sala 1914´an da Şerê cihanê yê Yekemîn derdikeve. Devleta Osmaniyan di bin rêveberiya Îtîhat Terekkiyê de li cem Elmanyayê cih digre. Li hemberî devletên Îtîlaf (Engilistan, Fransa, İtalya û Rusya) di pênc eniyan da dikevê şerê. Ji van pênç eniyan yek jî, eniya Kafkasyayê ye. Di sala 1916´an da artêşa Rûs bi piştgiriya mîlîtanên Partiya Taşnax tên Bedlîsê. M. Seîd di wê demê de, di Selefê Siwarên Kurd da serleşker e. Tevî şagirtên xwe dikevin şerê. Ji lingê xwe birîndar dibe û dîl dikeve destê leşkerên Rûsan. Li cem wî Ebdurrahim Zapsû (xezûrê Apê Mûsa û kalikê Cüneyt Zapsû) jî dîl dikeve. Wan dişînin Sibîryayê. Li wê derê du sal û nîvê tevî 90 zabitên Elmanan di kampa Kosturmayê de dimîne. Rojekê biraziyê/xwarze Çar Nikola serfermandarê giştî yê Rûsyayê Nikola Nikolaviç tê kampê. Ji bilî M. Seîd herkes ji ber wî radibe. Ev yek bala Nikola dikşine. Tê cem wî, jê dipirse; ”te ez nas nekirim, ez kime?” M. Seîd dibêje; “belê, min tu nas kirî, tu serfermandarê artêşa giştî ya Rûsyaye. Braziyê/Xwarzê Çar Nikola yî." “Madem tu min nas dikî, tu çima ji ber min ranebûyî?” M. Seîd dibêje: ”Ez alimekî İslamê me, li hemberî înkarkêran ranabim, dema ez rabim, li ola xwe heqaretê dikim.” M. Seîd didin dadgeha arteşê. Ji îdama wî ra biryarê didin. Mangayek leşker tê cihê xwe digre ku biryara dadgehê bîne cih. Nikola jî temaşe dike. Nikola tê nezikî wî jê dipirse; ”gotinên te yên daviyê hene an na?”.Bedîûzeman dibeje; “ez dixwazim destnimêjê bigrim û

nimeja xwe bikim.” Radibe, destnimêja xwe digre û nimeja xwe dike. Nikola li wir jê ra dibêje; “min baveriya xwe anî ku tu ji bona baweriya xwe ji ber min ranebûyî.” Seyda efû dike. (Nurculuğun Tarihçesi Mihamed Siddik Şeyxanzade weşanen Tenvir Stanbol S:151-152) M. Seîd du meh û nîvan piştî vê hadîsê ji kampa Kosturma fîrar dike. Di Petersburg û Varşovayê re tê Berlinê. Li gora Mihemmed Siddik Şeyhanzade diçe Swîsrê, li wir li ser sîstema kantonên Swîsrê lekolînan dike ku çava çar netew û çar ziman bi hev ra dijîn. Dema ku vedigere Stanbolê rojnameya Îqdam usa manşêt davêje; ”M. Seîdê Kurdî di Şerê Cihana Yekemîn da wek serleşkerê Alayiya Selêfên Kurd fedekarî kiriye û dîl ketibû destê Rûsan, ji Kampa Kostumarê di ser Elmanyayê ra îro hatiyê Stanbolê.” Wê demê li Stanbolê tevliheviyeke mezin heyê. Stanbol di bin îşgala Îngilîzan da ye. Li hemberê Îngilîzan beyannameyekê derdixîne. Îngilîz ferman didin ku; ”li ku derê rast were, bikujin”. Li Enqereyê xebata meclîsa nuh heye. Bangî wî dikin. Xeberê dişinîe Enqereyê, dibêje, ez nayêm. Di ciyê rehet da herkes dikane kar bike. Ez ê li vir kar bikim. Zinar Silopi(Kadrî Cemîl Paşa) dibêje; "M. Seîdê Kurdî jî bûye endamê Civaka Kurd Tealiyê. Ger ew îdia hê zelal nebûyê. Li Stanbolê pirtûka xwe ya İşaretül İcaz werdigerine Erebi. Ew pirtûka wî di destpêkê da bi zimanê Kurdî hatibû nivisandin. Di sala 1922´yan da diçe Enqereyê. Li gara trênê heyetek tê pêşiya wî, wî dibin Meclisê. Li Meclisê ji aliyê dostê wî Tahsin bey, mebûsê Diyarbekirê û Bedlîsê tê ezimandin. Ji bona xêrhatina wî peşniyaz tê kirin. Di Meclisê da dipeyive. Deh peşniyazê xwe peşkeş dike û li mebûsan belav dike. Li ser peyivandina wî M. Kemal dikeve telaşê. Celal Bayar dişîne cem. Dema ku Celal Bayar diçe cem, Seyda destnimêjê digire. C. Bayar jê ra dibêje, “M. Kemal bang te dike. Dibê ew mirovekî pir biaqil e.” Ji Bayar ra dibeje; “ka were tu jî destnimêjê bigre, em nimeja xwe bikin, piştra em herin cem Kemal.” Bayar tereddüt dike. Seyda jê ra dibeje; ”Galip Hoca(Di İtithat Terakiyê de navê Bayar Galip Hoca ye) tu çima nimêj nakî? Te dev ji nimêjê berdaye?” Nimeja xwe dike û diçin cem Kemal. Kemal je ra dibêje; ”me tu vexwendî vira ku em ji fikrê te îstîfade bikin. Tu hatiyî li vir bahsa nimêj, şeriatê dikî. Dubendiyê dikî navbera me.” Bedîûzeman bersivê dide Kemal;

” Kemal Kemal, li Piştî imanê heqîqeta mezin nimejê.”.Li wê derê di navbera van da gelek münakaşe hatiye kirin. Dema ku li cem M. Kemal rûdine, dîsa wek mînaka li bin konê Mistefa Axa û ziyareta saraya Osmaniyan, lingê xwe davêjê ser hev û du û usa dipeyive. Dengê xwe jî bilind dike. Piştî 85 salan ev mesele ronahî bû. M. Kemal xwastiye wî nerm bike. Jê ra Mebusatî û vaaztiya gelerî ya Kurdîstanê teklif dike. M. Seîd van teklîfan red dikê. Dema ku li Enqerê dimîne dîsa ji bona Medresetûl Zehra dixebitê. Dixwaze fînansmana wê peyda bike. M. Kemal heta 1922-23´an M. Seîd li Enqere dide sekinandin. Naxwaze ev ji bin kontrola wî derkeve. Du caran bi wasiteya Tahsin Begê dostê wî waliyê Wanê yê berê jê ra şifrê dişîne, Mele vedixwîne Enqereyê. Dibêje bila were Enqereyê, ez ê ji bona çapkirina Rîsale-î Hutuveti Sîteyê xelatê bidim wî. Diçe. Waîztiya Kurdistanê, sê sed wereqe meaş û di diyanetê da peywir pêşniyar dikin. qebûl nake. Di sala 1923´an da diçe Wanê, li çiyayê Erek(Ermenî dibêjin Varak)ê li ser ava Zernabat di şikeftekê da xwe dikşiîne înzîvayê. Li wê derê biryarê dide ku hewlên xwe li ser “meseleya îtîqatê" û lekolînên îlmî kûrtir bike û bi zimanekî nerm ifade bike. Devra “Seîdê Nuh” dest pêdike. NİJADPERESTÊN TIRKAN SEÎDÊ KURDÎ ÇAWA DIBÎNIN: Nijadperestên Tirkan Seîdê Kurdî ku ji bona Îslamê ewqas xwêdan daye, di dewra Osmanî û di destpêka Çalekiya Anatoliyê(1919-1923)´an ya Tirkan da nexwestiye ew xirabiyê bibînin, dîsa jî Seîdê Kurdî wek dijminê Tirkan dibînin. Di Kovarên nijadperestên faşîst da, wî wek dijminê Tirkan şanî didin. Yên wek Ozan Ruhsatioglu´yê Ûlkû Ocaxi-MHP´yî ji bona wî dibêje; “Saîdê Nûrsî yê ku qaşo xwe sazgerê hareketa îslamî dibîne, divê em biçin li bingeha wî binêrin, mirovekî çawa ye, ji miletê Tirk ra izah bikin. Kurd Seîd di risaleya xwe da ji bo me wiha dibêje; “Tirk, ji neslê Yecûc û Mecûc in. Ew mexlûq dê dinê xirab bikin, wek Özbek,Tatar û Kirgiz jî ji cinsê Tirkan in.” û cinsê me wek “eqwam-î wahşî”/qewmê dirinde tarîf dike”. (Ronî Alasor Fettullah Gûlen û rastiya Seîdê Kurdî Ararat NewsPublishing rûpel.66) “Seîdê Nûrsî dema ku di 1327(1909)´an da tê Stanbolê di rîsaleya xwe ya “Divan-i Örfi İki Mekteb-i musibetin şehadetnamesi” ku li Wezîr Xanê weşangeha “İkbal-Milet” da

hatiye çapkirin, da bi vekiri Kurdayetiyê dike. Dixwaze Kurdan ji xewê rakê û di vexwendina doza Kurdayetiyê da yekîtiya xwe pêk bînin.(Kovara Orkun, Turan, Türk Gücü, Milis, İmge û Ötüken (Ronî Alasor a.g.e.rûpel:67) Gerîlayê asê Seîd, weke mason û komunîst bi xeter e: Mustafa Sabriyê ku sîxuriya Sultan Ebdülhemid kiriye, li pirtûkxaneya wî mêze kiriye, di sala 1869´an da li Tokatê hatiye dinê, “Şeyhülislam, nîjadperest û îslamparêzê Osmanî”, (nijandperestî û îslamî çava bi hev ra dibin, nizanim. Ev ne îslamê kemalîst îslamê SB´yê ye) di pirtûka xwe ya bi navê ”Kürt Said’in Mezhebi Hakkinda Reddiye-Rediyeya di derhqê meshebê Saîkê Kurd de” da usa dibêje; “Ji Wî gerîlayê asê Seîd ê ku reda welatê min ê ku ez hesreta wî dikişinim, min di riya wî da umreke derbas kiriye, dike û ji ola min ra dijminatiyê dike, ihtara min a daviyê ye. Ez tînim bîra wan ên ku di tamara wan da xwîna tirkîtiyê heye û ji her misilmanî ra dibêjim; ev mirov wek mason û komûnîstan tehlûkeyeke mezin e. Eselamûn aleykum we rihmetullahî we berekatûhû(Tuhfetul Reddiya Ala Mezhaba Saiydil Kurdîyye rûpel:13-14. Li Dinyayê û Tirkiyê Siyasal İslam - Abdullah Manaz) REWŞWNBÎR Û REXISTINÊN KURDAN MELE SEÎDÊ KURDÎ ÇAWA DIBÎNIN: Mele Seîdê Kurdî him li dinê, him li Kurdistanê û him jî li Tirkiyê tê naskirin. Li ser wî, li dinê gelek lekolînvanan lêkolîn çêkirine. Di nav wan da em dikanin navê çend kesan bidin. Wek Prof. Gothard Jaschke(Bedîûzeman Seîdê Kurdî: Die Welt der İslam), Prof Paul Dumont(Disciples the light: The Nurju Movement in Turkay), Ursula Spuler Nurculuk: Die Bewegung des “Bedîûzeman” Said Nûrsî in der moderner Türkei), Prof Anna Masala(Bedîûzeman Said Nûrsî, di universitan Gli da gelek li Rom). Ne tenê vana, lêkolînên gelek akademîsyen û lêkolînvanan li ser Mele hene. Makeleyên meşhûr nivîsandine, di sempozyuman da gotar û belavokên xwe pêşkêş kirine. Bi kurtasî, M. Seîd ne tenê di nav Kurdan da, Melê Meşhur li cihanê jî meşhûr e. Gelek rewşenbîrê Kurdan li ser Mele Seîd pirtûk nivîsandine, makale nivîsandine û lêkolîn kirine, di pirtûkên xwe da pesnê wî dane. Gelek rewşenbîrên Kurdan jî di bin tesîra Kemalîzmê û çepîtiyê da mane, Mele Seîdê Kurdî di şert û mercên dema wî da nenirxandine, lê her tim rexne lê kirine.

Li dora M. Seîdê Kurdî Hemza yê Mûkûsî, Xelîl Xeyalî yê Motkî, Ebdurrehman Zapsu yê Colemergî, Ehmed Ramîzê Liceyî hene. Hemzayê Mûkûsî di Tarihçe-î Hayat da li ser jiyana wî nivîsandiye (Tarihçe-î Hayat-Weşanên Tenvîr-Stenbol-Rûpel. 38-43) Ehmed Ramizê Liceyî li ser wî makaleyek bi navê “Îfade-î Naşîr” nivîsandiye. (Divan-Harbi Örfi İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi Rûpel: 3-5). Malmisanij di sala 1991´ê da pirtûkek li ser wî nivîsandiye. Navê pirtûkê “Saide Nûrsî ve Kürt Sorunu” ye. Lêkolînerekî din Rohat Alakom li ser M. Seîdê Kurdî pirtûkek nivîsandiye. Navê wê bi tirkî ”Unutulmuşluğun Bir Öyküsü Said-i Kurdi” ye. Li ser M. Seîdê Kurdî pirtûkek, ku di sala 2003´an da ji aliyê Weşanên Tenvir Neşriyat hatiye çapkirin. “Nurculuğun Tarihçesi Medeniyet-i İslamiye-Mihemed Siddik Şeyhanzade). Di sala 2011´an da nivîskar û rojnamevan Ronî Alasor pirtûkek nû li ser Seyda nivîsandiyê. Navê pirtûka wî “Fettulah Gûlen ve Said-i Nûrsî Gerçeği” yê. A. Kadir Badilli ku ew jî Kurd e. Ev mirovê gorbihişt Kemal Badilli ye. Dibe ku xwendevan nizanibe. Kemal Badilli kurdolog e û siyasetmedarekî Kurdan e. Pirtûka wî Gramera Kurdî di sala 1966´an da hat çapkirin. Pirtûka A. Kadir Badilli 3 cild e. Nave pirûka wî “Bedîûzeman Said-i Nûrsî Mufassal Tarihçe-i Hayat” sala 1990´î da li Stenbolê hatiye çapkirin. Li ser Melê Meşhûr nivîskareki Kurdan Alewî Metin Aktaş jî romanek nivîsandiye. Jiyan û têkoşîna wî bi zimanekî petî nivîsandiyê. Rexneyên mezin ji hêla Alewiyên Kurdan ve li pirtûka wî hatin kirin. Di rexneyên xwe da dibejin; "çawa dibe, mirovekî Dersimî û Alewî rabe li ser kevneperestekî wek Seîdî Kurdî pirtûkê binivîse!" Dr. Şivan ji bona Seîdê Kurdî dibêje; “di sala 1935´an da Seîdê Kurdî ku li Îsparta koçber bû, du salan şûnde bi tawanbariya çalakiya Kurdîtiyê û komplo amadekirina li hember hukumeta Enqereyê hat girtin. Seîdê Kurdî li hemberî zordariya Îtîhat Teraqîyê ti carê serê xwe xwar nekiribû. Cesaret, bawerî û

sedaqeta wî ne tenê di nav Kurdan de, di nav hemû gelê Anatoliyayê da bûbû sembola muhalefeta li hember cuntaya Tirkan a nijanperest û faşîst. Piştra li hember dîktatoriya Enqereyê ya nijadperesta-faşîst jî, bi heman bawerî û qeyreta mezin heta dawiya jiyana xwe têkoşîn kiriye û alaya muhalefeta girseyî li erdê nehiştiye.” Dr. Şivan Kürt Milet Hareketleri ve Irak’ta Kurdistan İhtilali Stockholm weşanen Apec rûpel:80) Musa Anter di pirtûka xwe ya bi navê ”Hatiratim-Bîranînên Min” da, ji bona Seyda usa dibeje; ”Sêîd paşnavê xwe yê Nûrsî ji gundê xwe digire. Çend nav û bernavên Wî hene. Di xortaniya xwe da li Kurdistanê mücahîd bû. Di wê devrê da jê ra digotin "Meleyê Meşhûr-Mele Seîdê Kurdî." Piştra li Stanbol û Şam’ê ji bo qebîliyeta wî jê ra gotin; "Bedîûzeman." Jiyana wî ya bi şeref pir rengîn e. Ji bona vê nezevicî bû. Mala wî tune bû. Ew zata pirê caran didan dadgehê. Li Stanbolê daweyeke wî hebû. Ji ber vê hatibû Stanbolê. Li mala xezûrê min Ebdurrahîm Zapsu bû mêvan. Bi xezûrê min ra li Rûsyayê dîl mabûn. Şevkê min ew davetî mala xwe kirin. Gelek alimên Kurdan jî wê şevê bûbûn mêvanên min. Di nav van da sohbeteke kûr û xweşik devam dikir. Min bi çortkî ji Bedîûzeman usa pirsî; ”Seydayê min ê muhterem, di zaroktiya xwe da min dibihîst û bi hemû Kurdan sempatik dihat. Navê te Mele Seîdê Kurdî bû. Nika îro her roj Tirk te cî bi cî koçber dikin, di dadgehan da te dixuşikînin, davêjin girtîgehan, lê belê tu jî di nav karên ku Tirkan bibin Cenetê, da yî. Va karê te çi ye? Min fam nekir!” Peyivandina me hemû bi zimanê Kurdî bû. Hema çavên xwe yên ku ji nav wan îlm û nûr dipekiya, wek projektor dan ser min û pirsî; ”Ev kî ye Ebdurehîm?” Xezûrê min got; ”Seyda ev xort zavayê min e.” Bang kir, ez birim cem xwe û destê xwe avêt stuyê min, ez maç kirim û got; ”Kurê min, hê tu zaro yî, tu nizanî ez çi dikim. Bixwîne, îlim hîn bibe!” Ew bi xwe, esra 19´an û 20´tan da, di nav Kurdan da dehayekî gihîştî bû. Rewşenbîr, nivîskar, welatperest û sosyalîst polîtîkvanê Kurd Dr. Naci Kutlay di pirtûka xwe ya bi navê “Îtîhat-Teraqî ve Kürtler” da behsa M. Seîd dike û wiha dibêje; "Bedîûzeman şahsiyetkî kevneperst bû." Besmi Nusret Kaygusuz di pirtûka

xwe ya bi navê “Bir Roman Gibi” da dibeje; ”Ew mirov ji hêla Îtîhat-Terrakiyê ve gelekî hatibû deliqandin(pir rû girtibû). Di despêkê da gelek paye dan Seîdê Kurdî û pesnê wî dan. Qaşo dixwastin di meseleya Kurdî da ji wî îstîfade bikin. Ew qîmeta jê re dihat dayîn, wî digot, ev heqê min e. Pir li jor bang dida. Xwe qutb û Mehdiyê wê demê dihesiband.” (Dr.Naci Kutlay Îtîhat Teraqîve Kürtlerveşanên Vejîn Stockholm Rûpel:63). Dr. N. Kutlay dîsa dinivîsîne; “di vê dema dawî de, di pirtûkên lêkolîn û bîranînan da hat bîranîn, yan jî, bi bawerkirineke usa anîn ziman ku Saidê Kurdî-Nûrsî di Teşkîlat-î Mahsûsa da xebitiye. Ew teşkîlat bi destê Enver Paşa hatibû damezirandin û di Şerê Cihanê yê Yekemîn da ketibû pir çalekiyan. Lê belê Cemal Kutay ev mesele bi vekirî nivîsand; “Bedîûzeman heta despêka Cumhuriyetê bi tevahî bi devletê ra xebitî. Ez dizanim ku Saîd efendî di Teşkîlat-î Mahsûsa da xebitiye. Ez û Kuşçubaşi Eşref li Bedlîsê, em di mala wî da man. Piştra li Rihayê otêla ku ew tê da dima, min ew ziyaret kir. Ji devê wî min bihîst, wî digot, ez pir salan di nav Teşkîlat-î Mahsûsa’da xebitîme.” (Halil Nebiler Türkiyede Şeriat’in Kisa Tarihi Ütay Yayinlari 1994 Rûpel: 54) Şagirtên Bedîûzeman di kovara “Yeni Zemin” da Cemal Kutay derevçîn derxistin. Dema ku ji esaretê vedigere,di pasaporta ku di sala 1918´an da dabûnê, li ser bû. Daviya şer bû. Bedîûzeman ji Rûsyayê reviyabû, hatibû Evropayê. Li pasaportê “Hemwelatiyê Osmanliyan” û “selefê siwariya Kurdan” nivîsandibû. ”Seîdê Kurdî dema ku li Tiflîsê hêsîr bû, bi lez 60,panginotî (1500,- Mark) digihêjîninê. (Wezareta dahîlî Qelema mahsûsa(özel kalem)41-36) (Halil Nebiler Türkiye de Şeriatin Kisa Tarihi rûpel:35) (Nakil ji pirtûka Dr.Naci Kutlay Kürtler Weşanen Peri sahife 140). Wek Dr. Naci Kutlay nivîsandiye, Bedirxan Beg Cemal Kutay tiştên ku nebûne nivîsandine. Cemal Kutay Kemalistekî mezin e, qaşo diroknas e. Wek Ayşe Hûr dibêje; heqîqet û derevên xwe tevlihev dike û wek dîroka rastîn şanî mirovan dide. Niha em verin ser derewa Cemal Kutay: Dibeje ku ez û Kuşçubaşi Eşref Paşa em bi hev ra çûne cem Bedîûzeman, li Bedlîsê li mala wî bûne mêvan. Berê her tiştî Kuşçubaşi Eşref Paşa ne zabit e. Ji Mekteba Harbê sinifa 4 emîn, ji bona ku tekiliya wî bi Îtîhatçiyan re hebûye, bi emrê Sultan Hemid hatiye avêtin û î

Siûdî Erebistanê kirine. İnsanê ku zabit nebe, nikane bibe Paşa. Her çiqas di nav Selefa Hamidiyê da, Sultan Hemîd payeya Paşatiyê dabe reîsê eşirên Kurdan yên ku di Mekteba Harbiyê da perverde nedîtibûn jî, hal û ehwalê Kuşçubaşi Eşref ne wek wan bû. Piştra M. Seîdê Kurdî di temenê xwe da tenê carekê çûye Rihayê, wê demê jî pir nexweş bû û du rojan şunda jî, çu ser dilavaniya xwe. A sisêyan Cemal Kutay di programa xwe ya di ATV da got; min di jiyana xwe da qet Seîdê Nûrsî nedîtiye. Kutay bi navê “Misilmanê Asr-î Saadet Saîd Nûrsî” pirtûkek li ser Seîdê Kurdî nivîsiye. Ev pirtûk di weşanên Yeni Asya da derketiye. Di pirtûkeda dibêje; li Emirdağê ez çûm cem. 13 rojan li cem mam, min pê re roportaj çêkir. Şagirtên Seyda yên ku wê demê li Emirdağê bûn, dibejin; “ew derewan dike, Kutay qet nehatiye Emirdağê.” Mihemed Sidîk Şeyhanzade bi telefonê jê pirs dike, dibeje; “Mele Seîd nerinên xwe bi nivîskî dabûn TBMM´yê, li wir behsa Kurdîstanê dike. Te çima ew peyv di pirtûka xwe da wek orjînala wê wernegerandiye, te kiriye,-Şerq”. Kutay di bersiva xwe da dibeje, min wisa wergarandiye. Weşanên Yeni Asyayê ew bêşerefiya kiriye. Li ser Teşkîlat-î Mahsûsa Phillipe Stoddart têzeke doktorayê nivîsandiye. Di vê têzê de qet behsa M. Seîd derbaz nabe. Ayşe Hür di nivîsa xwe ya di rojnameya Tarafê da dibêje ku Seîd ti car Ewropa neditiye. Mirovek ev qas rê çawa dikare derbaz bike û bê Stanbolê. Li ser vê Cemal Kutay dibeje; “Li nav karan da kar heye” (işin içinde iş var). (Ayşe Hür Bedüizzaman Said i Nûrsî 28.03.2010 Taraf gaz) M. Seîdê Kurdî di aliyekî da şer´etçî bû, li aliyê din da jî Kurd bû, nasnameya xwe nas dikir û dixwest Gelê Kurd di perwerdeyê de, di sanayiyê da wek miletên din be. Digot; divê hemû miletên misilman yek bin û di nav van da Kurd jî hebe. Tuncay Özkan ku niha li Silivriyê di doza Ergenekonê de girtî ye, di pirtûka xwe ya “MİT’in gizli Tarihi” da, di rûpelên 6667´an da dinivîse; ”Seîdê Nûrsî tevlî organizasyona Teşkîlat-î Mahsûsa bûye. Piştra ew wek gelek endamên civakê bi sazûmaniya Cumhuriyetê û serokê hareketa netewiya Tirkiyeyê M. Kemal ra çewt ketiye, hatiye dadgehkirin, koçber bûye. Seîd Nûrsî an jî Seîdê Kurdî dema Şerê Cihanê yê Yekemîn da li eniya Kafkas û rojhilatê ji dil ketiye nav yekîneya leşkerî ku ev yekîne bi destê Teşkîlat-î Mahsûsa hatiye çêkirin. Bi taybetî di

eniya Kafkasyayê da derbasî serê yekineyeke leşkerî ya Kurdan bûye û li hember Ermeniyan û Rûsan şer kiriye. Ev mirov ku piştra serê hukumeta Enqerê êşandiye, di bin organizasyona Teşkîlat î Mahsûsa da ye. Ji bona vê ew qas serkeftî ye û li eniya Kafkas wek hêsîr ketiye destê Rûsan û ji Rûsyayê hatiye şandin. Di despeka meclîsa yekemîn da jî hatiye vexwendin. Nûrsî wek mîralayê fexrî li ser yekîneya leşkeriya Kurdan tê hasibandin.“ Tuncay Özkan jî wek Cemal Kutay rastiyan nabêje. Min li jor behsa wan tiştan kiribû. Dîsa dubare bikim. Ew yekeniya leşkeriya Kurdan hemû ji şagirtên M. Seîdê Kurdî pêk tên û di medreseya Horhorê da perwerde dibûn. M. Seîd, berî du salan hesabê Şerê Cihanê yê Yekemîn kiriye. Çend kesê ku hatine li cem perwerde bûne, bi duvarê medreseyê va sîleh, şûr dîtine, pirs kirine, çima ev tişt li odê hatine daliqandin. Ev der ciyê îlmê ye, an ciyê şer e, rabûne li vir nemane û çûne. Li ser îxbarê, dewletê avêtiye ser medresê dest dane ser hemû çekan û girtine. Lewra wek Özkan dibeje, ew yekîneya leşkerî ne bi destega dewletê, bi fedakariya feqiyên medreseyê hatiye demazrandin. Rêxistinên Kurdan, rewşenbirên Kurdan, ji bilî çend îstîsnan, li jiyan û têkoşîna M. Seîd, di çarçoveya ideolojiya fermî de, mêze kirine. Li ser rîsaleyên wî lêkolîn nekirine. Bi pirtûkên nijadperestan, bi pirtûkên Ergenokoniyan, bi pirtûkên nivîskarên çep ku di bin baskên îdeolojiya fermî ya Devleta Tirk de mezin bûne, bi fikr û ramanên wan ew nas kirine. Li hêla din di nav hareketa îslamiya Tirkiyê û aligirên wan da ti car tewga(damara) neteweyî û Kemalîzmê kêm nebûye. Hareketa Îslamiya Tirkan her dem li ba dewletê cihê xwe girtiye. Li cem mazlûman cih negirtiye. Di meseleya Kurdan da nêrîna wê wek ya Kemalizmê bûye. Zulma li ser Filistînê, li ser Iraqê, li ser cihên misilmanên din dîtine, lê ji zilma li ser Kurdan re çav û guhên xwe girtine, zimanê xwe lal kirine. Ew ên dibejin, em di riya Mele Seîdê Kurdî da dimeşin, xwestine nasnameya wî veşêrin. Navê Kurd û Kurdistanê ji nav hemû rîsaleyên wî derxistine. Du daweyên M. Seîdê Kurdî hebûn. Dawa yekem, wî dixwest hukumeta Îslamiyetê li Rojhilata Navîn hukum bike. Xwesteka wî ya din jî, digot, bila li Kurdistanê Zimane Kurdî li dibistanan bibe zimanê fermî. Bila Medresetûl Zehra li Kurdistanê were vekirin. Di wan medreseyan de mamosteyên Kurdî werin

perwerdekirin. Di hemû dibistanên Kurdistanê da Zimane Kurdî bibe zimanê fermî. Jiyana xwe ya 84 salan ji bona van her du fikr û ramanan xerc kir. Di hemû deman de (dema îstîbdatê, dema meşrutiyetê, dema cumhuriyetê) ji bona fikr û ramana xwe têkoşiyaye. Ew kirin tîmarxaneyê, kirin girtigehê, û koçber kirin, her dem di dadgehan da hat dadgehkirin. Bi tawanbariya daliqandinê hat dadgehkirin. Ti carê ji fikr û ramanên xwe tavîz neda. Digot ”eger daweyên min ên mezin nebûna, ji ber ew qas zûlm û işkenceyê, û koçberiyê û tîmarxaneyê, min ê jiyana xwe bi destê xwe bidawî bikira. Carna ev fikir jî hat mejiyê min. Ger tirsa min ji Xuda nebûya, daweyên min ên mezin nebûna min ê ev tişt bikirana.“ Dema ku çûbû çiyayê Erekê, li wê derê ketibû înzivayê, rojekê ji ser sikeftekê dikeve jer. Dema ku dikeve, li hewa dibêje; ”Ax daweyên min!”. M. Seîdê Kurdî piştî hareketa netewiya sala 1925´an dîsa dikeve riyan. Jiyana wî ya Koçbertiyê dest pêdike. Di Koçberiyê da ciyê wî yê yekemîn Burdur e. Heşt mehan şûnda ji ciyê wî, wî dizivirînin, dişînin gundê Barlaya Eğrîdira navçeya İspartayê. Bi îfadeya wî Barla ciyê ku rîsaleya wî hatiyê nivîsandin, e. Çalakiya wî ya Barlayê devletê diqilqilînê. Rojekê davêjin ser cihê wî. Tevî 120 şagirtên xwe tê girtin. (sal 1934) Wî tevî şagirtên wî dixin girtîgahe Eskişehirê. Li wê derê, tevî hemû şagirten xwe bi daxwaza cezayê idamkirinê tên dadgehkirin. Nivisandina rîsaleya nûr li wê derê jî didome. Rîsaleya xwe li ser pelê cigaran dinivisîne, bi qutiya kibrîtê nivîsên xwe derdixîne dervê. Di encamê de mahkeme li wan her yekê salek û nîvê cezayê dibire. Di navbera salên 1936´an û 1944´an de li Kastamonuyê dimîne. Di xaniyekî li hemberê qereqolê de dikin bin çavan. Zêde kes nikanin têkiliyan pê re deynin. Bi nameyan tekiliyên xwe pêk tîne. Mercên koçberiyê li wê derê gelekî zor e û di bin zordariyê da ye. Li wê derê nameyan dinivîsîne û li dora xwe xelekekê çêdike. Rîsale-î Ayet î Kubra dinivîsîne. Li Kastamonuyê rojekê bi katibê xwe M. Feyzi rîsaleyê dide xwendin. Dinêre ku di rîsaleyê da guhertin hatiye kirin. Pir hêrs dikeve, kêra xwe derdixe û ew peyvên ku hatine guhertin, hemûyan dihewirîne. Gorbuhişt eger îro ji gora xwe rabûya, temaşe bikira, ka rîsaleyên wî û riya wî bi destê “Türk-İslam Senteziyan” çawa hatiye guhertin.

Heşt salan piştî koçberiya wî ya Kastamonuyê, wî koçberî Denizliyê dikin. Şagirtên wî jî dişînin girtigaha Denizliyê .Dema ku wî dibin Denizliyê, di Enqerê re derbaz dibin. Waliyê Enqerê Nevzat Tandoğan wî celb dike meqamê xwe. Melê Meşhûr bi qiyafet û şaşika xwe diçe cem. Tandogan lê heqaret dike, dibeje; ”tu nikanî bi şaşikê xwe werî vî meqamî!”.Destê xwe davêje şaşika wî. Bedîûzeman jê ra dibêje; “Nevzat, tu yê li serê xwe bibînî!.” Di demeke kurt da Nevzat Tandoğan di meqamê xwe da mirî tê dîtin. Li serê wî derba mermiyê hebû. Digotin, întîxar kiriye. Piştra gotin li ser mesela jinekê lawê Îsmet İnönü, Omer lêxistiye. Demeke kurt li Denizliyê dimîne. Li wê derê dîsa tevî şagirtên xwe yê Kastamoniyê tê hemberê dadgehê. Dadgeh gelekî bi zor û tengasî derbaz dibe, gava ku ji girtigeha Denizliyê tahliye dibe, wî dişînin Emirdağa Afyonê. Salên 1946/47 li Emirdağê dema wî ya yekemin e. Li Emirdağê koçberiya wî bi zilim û zor, tadayî, êşkence, tengasî û jahrdayînê derbas dibe. Ajanê ku ji Rûsyayê anîbûn, jahrê amade dike û bekçiyekî dewletê di pencera paş xênî da dikeve mala wî, jahrê dike nav şîva wî. Dema ku şagirtên wî Mustafa Acet û Zübeyîr dikevin malê, dibînin ku M. Seîd xwe li dîwaran dixe û dipirpite. Teştê tijî av dikin û wî tazî dikin, davêjin nav teşê. Niv saetê şûn da ji xew radibe, dibêje; “wexta nimêjê derbaz bûye an na. Jê ra avê tînin, destnimêjê digre. Mistefa û Zübeyîr wî radikin ser piyan. Niyeta xwe tîne, lê belê Fatihe nayê bira wî. Ew dikevin binçengên wî û Zübeyr Fatihayê dixwîne. M. Seîd jî bi wî ra Fatihayê dixwîne û nimeja xwe temam dike. Piştî vê bûyerê Mele Hamidê Çewlîgê diçe ziyareta wî. Dema ku vê bûyerê dibihîze pir xemgîn dibe. Jê ra dibeje; ”tu çima li xwe dîqet naki. Dijminên te pir in”.M. Seîd dibêje; ”Xudayê min, min muhafaza dike, eger dilopeke wê jahrê biketa kevir, kevir dihaliya, dibû qûm.“ 1948´an da li girtigaha Afyonê ye. Dîsa ew û şagirten wî bi ceza ye îdamê tawanbar dibin. Di Dadgeha Cezaya Giran da şerek mezin heye, di navbera wî û dadgehê da. Dadgeha Cezaya Giran a Afyonê di daviya dadgehkirinê da du sal ceza didinê. Biryara cezayê li Enqerê, ji aliyê Dadgeha Bilind da tê xerabkirin. Dosya dîsa tê Afyonê. Daxwaziyekê dide serokê dadgehê û dibeje; ”hakim û savciyê berê yên Dadgeha Cezaya Afyonê, di aleyhê min da bêdelîl, bi sebeba kîn û qereza xwe

ceza dan min. Ew biryar bi destê Dadgeha Bilind hatiye xerab kirin. Mahkemeya berê ceza da min û digot; ”Saîd Kurd e.” Acep li dinê kes biryareke usa dide. Min welatê xwe û miletê xwe terk kiriye û jiyana xwe ji bona miletê İslamê û Tirkên dîndar feda kiriye û ez 28 sal e, îşkence û zilmê dibinim, dîsa min bi biraderên xwe yên Tirk ra samîmiyeta xwe ti car xerab nekiriye, 50 sal e, li hember nijadperestiyê têdikoşim û dibêjim; “Îslamiyeta Mîliye muqabilê her tiştî ye. ”Niha dadgeha Afyonê jî dibêje; “di vî mirovî da tamara Kurdayetiyê heye.” Li min cezayê giran biriye. Dadgeha usa helbete divê were mahkûmkirin. Ew însanên ku usa bi destê qanûnê, bêqanûniyê çêdike, em ê zerar û ziyanên xwe li mahkemeya kubra ji wan bixwazin”. 1950´yî da DP tê îqtîdarê. Devra Mîlî Şef û CHP´ê diqede. Efa gelemperî derdikeve. Hemû daweyên wî dikevin. Lê belê tawanbariya wî bi destê dozgerên TC´yê naqede. 1952´an da “Gençlik Risalesi-Rîsaleya Ciwanan“ tê çapkirin. Li ser M. Seîde Kurdî dîsa mahkemeyê vedikin. Lingekî wî li Emirdağê û Îspartayê, lingê wî yê din jî ji bona dadgehe li Stanbolê ye. Piştî sala 1950´î bi ifadeya wî; “Devra Seîde sêyemîn” dest pêdike. Di wê demê da dest bi seyahetên xwe dike. Li bajaran digerê. Bi şexsiyetan re tekiliyê datîne. Di navê de dema ku dixwaze bê Enqereyê, li Gölbaşiyê pêşiyê lê digrin û nahelin bikeve Enqereyê. Polês Ebdulqadir ku di daîreya Îrtîcayê da dixebite, erebaya wî dide sekinandin û nahêlê bikeve Enqereyê. Ji eraba xwe derdikeve jê ra dibêje; “Hey hemnavê Şêx Geylanî, tu çima me didî sekinandin?” Polês Ebdulqadir matmayi dimîne, di dilê xwe de dibêje; „navê min ji ku dizane?“ piştre bersiv dide M. Seîd û dibêje; ”Emrê hukumetê ye, ji destê min tiştek naye. Ez ê li gor emrê hukumetê hereket bikim.” M. Seîd bersivê didiyê û dibêje; ”Tu hemnave Ebdulqadir Geylanî yî, ez ji bona xatirê zarokên te dizivrim.” Rojekê li Emirdağê li serê çiyê digere. Li cem wî Şagirtê wî Mustafa heye. Jê ra dibêje; ”rojekê ez bimirim, bila du şegirtên min, min livir bikin gorê.” Şagirtê wî dibêje; ”tu merivekî navdar î. Çawa xebera kesekî nabe ku tu çûyi ser rihmeta Xwedê.” Mele dîsa vedigere dibeje; ”belê, belê ciyê gora min ew ê, belli nabe. ”Bi destê xwe hareket dike û dibêje; ”piştî min dê ev(îqtîdar-DP) belav bibe.”

Ji hêlekê li Stanbolê dadgeha wî devam dike, li hêla din jî li Samsûnê li hemberê wî dadgeh tên vekirin. Mafê wî yê seyahatkirinê tên zefandin, dixwastin ku kabiliyeta wî ya çalekiyê biqefilînin. Bedîûzeman ji bo “Medresetül Zehra” ji Serok Komarê Tirk Celal Bayar ra nameyekê dişîne. Di ciyekî wê nameyê da usa dibeje; ”şêst û penç salî berê min dixwest ku herim El-Ezher û li wê derê dersê bistînim. Lê nebû qismetê min. Bi hîkmeta Xwedê di dilê min da fikreke wiha rû da. Min got; "parzemîna Asyayê ji ya Afrîkayê mezintir e. ji bo vê divê li Asyayê medreseyeke mezintir bê avakirin. Ta ku qewmên İslamê yên wek Erebîstan, Hindîstan, İran, Kafkasya, Türkîstan û Kurdîstan bila bi destê netewetiya menfî xirab nebe.” Mele Seîd di nameya xwe da behsa Kurdistanê dike, behsa pênç mîlyon Kurdan dike. Damezrandina Medresetül Zehra heta mirine di dilê wî da wek hesreteke mezin maye. Bi vê hesretê jiyana xwe ji dest daye. Ne tenê piştî çûyîna wî ya rihmetê, dema ku dijiya jî dîsa risaleyên wî, peyivandinên wî hatibûn guherandin. Wek mînak, dema di sala 1952´yan da diçe Stanbolê, rojnamevan-nivîskar Eşref Edip di hevpeyivîna ku bi wî re pêk tîne û di Rojnameya Sebillürreşat da dide weşandin, da Bedîûzeman dibeje; ”min ji bona selameta îmana civakê axîreta xwe feda kir, li ber çavên min ti sewdayê Bihuştê(Cenetê) û tirsa Dojehê(Cehenemê) nîne. Ji bona civakê, ne tenê civaka bîst milyon Tirk, ji bo navê îmana bi sed hezaran civaka İslamê ne tenê Seîd, bila xezar Seîd feda be.” Di vê hevoka wî de, gotina “sed xezaran civaka İslamê” hatiye rakirin û tenê gotina ”ji bona 25 Milyon Tirk ne tenê yek Seîd, bila xezar Seîd feda be” hatiye hiştin. Mînakeke din; Bedîûzeman dema ku li Enqereyê bûye, şagirtê xwe Mehmet Kayalar bangî cem xwe kiriye. Jê ra dibeje: ”were birayê min ê Mehmet, rûne. Min dixwest ku ez îro bi te re bipeyivim.” Mehmet kayalar dibêje; "ez ketim navê min got; ´ez dikanim ji te re sohbeta dawî, wesiyeta dawî ya di pirtûka Emirdag Layîhasî da heye, bixwînim. Gelo ew name rast e, an na.” Li ser vê ji min ra got; ”Birayê Siddik bixwîne, ka ez mêze kim, ji ber xwe wan çi nivisîne”. Dema ku Mehmet Kayalar dest bi xwendinê dike û dixwîne, carna M. Seîd dibêje ”Kezabên çeteyan.” Nameya ku hatibû nivîsandin, lahîka û name nîne. Li ber te min ji şagirtên xwe ra wesiyetnameyek nivîsîbû. Tamamê wê vana ji ber xwe nivîsandine, vana çete ne. Çawa ji

Hz. Eli(r.a.) ra neheqî hatiye kirin, muxalifê min jî, li min iftira û zulmê dikin. Heyvax, heyvax daweyê çawa beravajî dikin, çawa tewişandine, çawa ji kenerê xwe derxistine.” Dema ku ev axaftin di navbera Bedîûzeman û M. Kayalar da derbaz dibe, Kayalar jê ra dibeje; ”ûstadê min, ev axaftineke dirokî ye, ku tu destûrê bidî, ez ê vê axaftinê bigrim bandê.” Li ser vê gotinê Bedîûzeman dibeje; ”belê birayê min, ev tişt bi destê şahsiyetên wek we werin qeydkirin ku bila herkes bizanê vana çawa dixebitin, esaleta vê dawaya qutsî çawa xirab dikin. Lê belê li vê dinê ji destên min bifilitin jî, di mahkemeya kubra da nikanin ji destên min bifilitin. Destên min di pesîra wan da ye.” Piştî seyaheta wî ya Enqereyê û Konyayê îqtîdara DP bi wasitaya radyoyê teblîxatê jê ra derdixîne ku vegere ciyê xwe Emirdağê. Bedîûzeman Seîdê Kurdî nexweş dikeve, fam dike ku jiyana wî dê bidawî bibe. Ji şagirtên xwe ra dibeje; “Erebê amade bikin, ez ê herim welatê xwe”. Erebê amade dikin, bi talîmata wî plakaya erebê bi heriyê tê nixûmandin û dikevin rê. Qet li cihekê nasekinin, bilî dema nimêjê. Xwe digihînin Rihayê. Li Rihayê şagirten wî jê ra di Otêla İpek Palasê da cih amade dikin. Wê demê parêzer Faik Bûcax ku pişti 1965´an serokatiya giştî ya TKDP´ yê girtibû ser xwe, di odeya wî da, wî ziyaret dike. Bedîûzeman çavê xwe vedike û bi zimanê xwe dipirse; ”Kurê min ez li ku me?” F. Bûcax bi zimanê Kurdî bersivê dide; ”Kalo, tu hatiyî welatê xwe Rihayê”. Wê demê gelekî keyfxweş dibe û ji Xwedê ra şukur dike. Di radyoya Stanbolê da nûçe tên weşandin ku Seîdê Kurdî li Rihayê ye. Emniyet û mensûbê dewletê tên Otela İpek Palasê dibêjin; “Tu yê vegerî Rojavaya Tirkiye, heri ciyê xwe!” Ew dibêje;”Ez pir nexweşim, nikanim ew qas rê herim.” Rewşê radigihînin Enqereyê. Wezîrê Hundurîn Namik Gedik xeberê dişîne dibêje:”di çi halî de bibe bila bibe, ew ê vegere İspartayê.” Emniyet tê emrê N. Gedik jê ra tebliğ dikin. Şagirtên wî û welatparêzên Kurdan li dora otêlê kom dibin, berxwe didin, nahêlin ew bizivire İspartayê. Dema ku talîmata Namik Gedik jê ra dibêjin, radibe ser piyên xwe û dibêje; ”Fesuphanallah! Ez ji bona seyahatê nehatime vê derê, ji bona ku ruhê xwe teslîmî Xwedayê xwe bikim, hatime vir.”. Berxwedana gel, şagirtên wî û welatparêzên Kurdan hukumeta DP´yê ji biryara wê vedigerîne. Toxtor tê wî muayene dike. Harareta wî her saeta ku derbaz dibe, bilind dibe. Di 23´yê

Adara 1960´î da saet li derdora 03-3.5´an da jiyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovaniya xwe û cem Heqê xwe. Di Amadekirina merasima cenazeya wî da F. Bûcax, Kemal Badilli û welatparestên din jî cih digrin. Ji rojavaya Tirkiyê bi deh hezaran şagirtên wî tên. Li Kulliyeya Birahîm Peygamber tê hilanîn(defînkirin). Wek min li jor nivîsandibû, parezer Faiq Bûcax hakimê Dadgeha Sulh Huquqê tîne û terekeya wî tespît dikin. Terekeya wî; di zembîleke qamîş da du destmal, cotek gore, du derpê, du fanîle, fîstanê wî, di nav paçekî de 7,50 TL pere, seçadeyek û misînek derdikeve. Mele Seîdê Kurdî 34 salan şûnda hat Kurdîstanê. û koçberiya wî ya rojava 34 salan devam kir. Cenazeyê wî li Kurdîstanê hat hilanîn(defnkirin). Le belê dagirkerên Tirk û dijminê Îslamê ji Termê(cenazeya) wî ra tahamûl nakin. Diçin cem birayê wî Abdulmecid Ünlükul, wî digrin, dibin Rihayê. Li wir bi zorê, qaşo bi devê wî daxwaznameyekê pê didin nivîsandin û didin îmzekirin. Di 13´ê Tirmeha 1960´î da cûntaya nijandperest dora Rihayê bi tank u topan digire. destûrê nadin gel derkeve derva. Termê(cenazeya) wî ji gorê derdixin û dibin li ciheke din vedişêrin. Li ser aqîbeta cenazeya wî du îdîa hene. Yek, dibêjin termê(cenazeya) wî birine avêtinê Behra Spî. İdîayeke din jî dibejin; termê(cenazeya) wî erê dibin Afyonê, piştra jî dibin Ispartayê di nav daristanekê da vedişêrin. Di ser vê bûyerê re 52 sal derbas bûn, hê ev bûyer zelal nebûyê. Mele Seîdê Kurdî ne tenê di jiyana xwe da, di dawiya çûna xwe ya Heq da jî dîsa bi destê dagirkeran û zordaran hat û koçberkirin. Bi kurtayi, Komara Tirkiyeyê ya Kemalîst çawa termê(cesedê) Şehîd Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî, Şehîd Seyid Riza û 6 rêhevalên Wî, Şehîd Xalit Begê Cibrî, Şehîd Yûsûf Ziya Begê Bedlîsî û ev bîst û heşt sal e, ji cenazeyên gerîla ditirse, goristanê wan zelal nînin, ji cesedê Mele Seîdê Kurdî jî tirsiyan û hê cesedê wî ne kifşe ye ku li ku derê hatiye veşartin. Hevberkiya(Kemperandina) SEÎDÊ KURDİ û Cemeeta Fettullah Gûlen: Fikr û Ramanê Melê Meşhûr û rîsaleyên wî hem di dema jiyana wî da hem jî piştî çûna wîya ser dilovaniya xwe, bi destên şagirtên wî û bi destên yên ku dibêjîn em şopînerên wî ne hatine guhertin. Ji nav rîsaleyên wî da nêzikî pênç sed cuda cuda navên Kurd u Kurdîstanê hatine derxistin. Çend minakên

vê yekê li jor di nivîsên min da hatine dayîn. Dema ku mirov “Tarihçe-i Hayat” û rîsaleya wî ya bi navê “Divan-i Harb-i Örfiiki mekteb-Musibetin Şahadetnamesi” di weşanên Tenvir û Weşanên Sözler, Envar û Yeni Asyayê de bîne ber hev kemperandina wan pirtûkan bikin, rastî derdikeve holê. Rîsaleya wî ya bi navê Mûnazarat (Vek reçete-i Kurdîstan) hatiye guhertin. Mehmet Kutlular di rojnameya Vakit da bi Adem Balta ra hevdîtinekê pêk tîne. Di vê hevditinê da îtîraf dike ku navê Kurd û Kurdistanê ji nav rîsaleyên wî bi destên şagirtên wî Zübeyr(Gündüzalp) hatine derxistin. Mele Seîdê Kurdî wek min li jor jî nivîsiye, hevpeyvîna xwe ya bi Mehmet Kayalar da ji ev ên ku di rîsaleyên wî da guhertin çêkirine, ra dibêje ”wan kezzaban, wan çeteyan”. Bedîûzeman di dawiya rîsaleya xwe da ya Hitabên ji Hürriyetê ra(İçtimai Reçeteler 2) di sernivîsa xwe ya „Hatime“ da dibeje; ”ger ez ji bona cins(Kurd)ê xwe tiştekî nebêjim, li gora min gotin kêm dimine” û despêka gotina xwe ya dawî ji cins(Kurd)ê xwe ra dibêje; ”Ey Kurdên di şerên dema Asûriyan û Kiyaniyan da pêşengiya leşkerî kirine! Edî bes e, hûn pênç sed sal e, raketine. Edi rabin, sibe ye. Ger hûn ranebin, meydana wahşet û gafletê wê we talan bike”.Gotina wî derket. Em ji xew dereng rabûn. Wahşet û gafletê em payimal kirin. Kemalistê wek Cemal Kutay dibêje, Mele Seîdê Kurdî tornê(neviyê) Cengîz e. Çimku navê bavê Wî Mîrza ye. Mîrza navê begên Tirkan e.” Ev îftîra bê minet e. ji ber ku Mele Seîd Cengîz wek Deçalê sed sala wê demê dibîne. Disa Kutay ji bona wî dibêje, Melê Meşhûr Seîd di parastina xwe ya dadgeha Denizliyê da dibêje; ”ez Seyîd nînim, Mehdî ji Ehl-î beytê Ali ye ku ji sûlaleya peygamber tê.”.(çavkani: Parastina Rîsale-î Nûr weşanên Tenvir rûpel:144). îftirayên Kemalîstan bê minnet in, lê belê îftirayên Misilmanên ku dibêjin em Misilman in, naye qebûlkirin. Em nika jî werin ser hevberkiya cemeeta Fetulah Gûlen û ser M. Seîd: Mele Seîd tu car nebûye girêdayiyê desthilatdaran (îqtîdaran). Li ber desthilatdaran serê xwe xwar nekiriye. Ew avêtine tîmarxanê, girtigahan, koçber kirine, jar danê, zor û zulm lê kirine, lê wî serî dananiye. Wî têkoşina xwe li hemberî dewra Îstîbdatê, dewra Meşrûtiyetê, dewra Cumhuriyetê (dema dîkttatoriya M. Kemal, şefê netewi Îsmet Înonû, dewra DP´ê) domandiye. Fetulah Gûlen her dewrê û demê bi desthilatdaran ra îtîfak çêkiriye. Bi Cûntaya 12 Îlonê ya mîlîtarista faşist ra bi

wasiteya Mehmet Kirkinci Xoce têkilî daniye. Di kovara xwe Sizinti´yê da pesnê cûntayê daye. Gûlen digot ger leşkeran darbe pêk neaniyana, ji miletê Tirk ra ji dilmayînê û giriyan wêdetir tiştek nedima. Tiştekî matmayî ye, dema ku cûnta hat ser desthilatdariyê, ji hela devletê da li Fetulah Gûlen dihat gerandin. Ne tenê di dewra cûntayê de, di dewra Özal, Demirel, Çiller, Erbakan, 28´ê Sibatê, Anasol, Ecevit û di dewra AKP da têkiliyê wî her dem bi îqtidaran û devletê ra germ bûn. Bi hemu îqtîdaran ra tekiliyên nerm, prensîba Fettullah Gûlen e. Mele Seîdê Kurdî ti car nasnameya xwe înkar nekiriye. Di risaleyên xwe da li sed ciyî dibêje ez Kurd im. Kurd perweriya wî ne nijadperestî ye. Bedîûzeman hemû misilmanan wek hev dibîne. Ji bo wî ti ferqek di nav van da tune. Dixwaze Tirk be, Ecem, Ereb, Hîndî, Pencabî, Kurd, Afrikayî, Asyayî, çi dibe bila bibe, ferqê di navbera van da nabine. Dibêje; „unsûriyet (neteweperestiya menfi) macûneke ji nijadperestî, durûtiyê, zehmetî û gafletê çêbûye. Seîdê Kurdî neteweperestekî mûspet e, ne menfî ye. Xwestiye ku neteweyîtî jî, ji cehaletiyê derkeve, îlm, fen û zanista olî perwerde bibe, xwe bigihîne mistewa miletê din. Fetulah di nameya xwe ya bi mebesta 28´ê Sibatê ji Çevik Bir ra şandiye de, wiha dibêje; ”Serleşkerê min ê Heja, di nav arteşa me de wek serleşkerekî mezin hûn jî takdîr dikin ku bajarên Serhedê, bi taybetî yên wek Erzirom, Qers û Erdexan tim û tim bi destê dijminan hatine dagirkirin. Ji bona vê, hestên neteweyî di nav gelê wan bajaran da pir paşve mane. Min zaroktiya xwe li van deran bi eş derbas kir û ez li van deran mezin bûm. Ev der ji nav şerê Cihanê yê Yekem derketiye, ketiye nav şerê azadiyê, piştre di dema Şerê Cihanê yê Duyemîn de ji di bin tehdîta Sowyetan da maye. Di zarokatiya xwe da ez bi hestên xwe yên neteweyî û bi eşqa xizmetkirina welatê xwe hişyar bûm. Bi fermî min di nav diyanetê da, li mizgeft û li ser kursiyan ev hestên xwe anîn ziman. Min di her firsetditînê de xwest ku ez di her ferdekî me da hestên neteweyetiyê yên heyî û hestên xizmeta ji bo welat gurtir bikim. Min her demê bang li cemeetê kir ku bila zarokên xwe bi îlm û îrfanê bi bidin perverdekirin û paşverûtî di nav me da bûye

sedemên cehalet, feqîrtî û dubendiyê. Divê em vana ji nav miletê me rakin û bi qanûnan yekitiya xwe qewîn bikin.” Wek wî di nameya xwe da jî nivîsandiye, Fetulah mirovekî neteweperest e. Neteweperestîbûna wî musbet nîne, menfî ye. Dixwaze di bin serokatiya Tirkan da yekîtiya Îslaman pêk bîne û hemû Îslaman bi TC´yê ve girê bide. Jê pirs dikin, dibêjin; „tu çima di xortaniya xwe da neçûyî, te Bedîûzeman nedîtiye?“ Bersiv dide; “Her Erziromî di zikê dayîka xwe de piçkekê neteweperest çêdibe. Ez însanekî neteweperest im, lê nederketina Seîdê Nûrsî ya ji Anatoliyayê, min ji xwe ra kir pirsgirêk. Ji bona vê ez neçûm cem”.(Çavkani Yeni Yüz yil kitapliği seri 9. Nivisa Ömer Polat www.Kurdîslam.org /Bedîûzeman´in amaci. 17.04.2006). Wek hûn jî, dibînin Fetulah neteweperestekî menfî ye. Ji bona nasnameya M. Seîd neçûye ew nedîtiye. Serkêşiya senteza Tirk-Îslamê îro ew temsîl dike. Damara nijadperestiyê di wî da, ji damara Îslamiyê hîn Zêdetir e. M. Seîd di rîsaleya xwe ya Sunûhat de nivîsandiye; ”Hişyarbûna fikrê neteweyî yê mûsbet, dibe sedema ku tu ji cins(milet)ê xwe hez bikî, hev du nas bikî û alîkariya hev bikî. Ya menfî jî mirov dibe nijadperestiyê. Ew jî bi xwe înkar û redê tîne û rikdariyê tîne”. Ev îfadeya Bedîûzeman rûye herkesî yê reş derdixîne holê. Piştî Şerê Cihana Yekemîn, Şerîf Paşa û Bogos Paşa di civîna Parisê da tên cem hev dû. Biryar tên girtin ku di rojhilata Anatoliyayê de dewleteke Ermenistan û Kurdîstan were damezirandin. Seîdê Kurdî û çend kesên din, telgrafê dişînin ku ABD li hemberê vê pîlanê derdikeve. Konsolosa ABD´yê bangî M. Seîd û heyeta ku li Kurdîstanê vedixwîne Konsolosa ABD´yê. Di navbera M. Seîdê Kurdî û konsolosê ABD´yê da nîqaş derdikeve. Konsolosa ABD´yê jê ra dibêje, dê neticeya vê yekê xerab bibe. M. Seîd bersiva wî dide: ”Hê xwîna penç sed hezar Kurdî ziwa nebûye. (Xwîna mîlyonek Ermenî jî ziwa nebûbû-S. B.). Bihevrabûna me û Ermeniyan pêk nayê. Kurdistan misilman e û divê azad û serbixwe bimîne. Tehdîda we ji me ra fayde nake, ya we ji bona me tehdît nabe. Hûn nikanin herin serê çiyayên Kurdîstanê.“

Wê demê Gemiyên ABD´yê nikanibûn derkevin serê çiyayên Kurdîstanê, lê mixabin Heronên ABD´yê li ser ezmanê Kurdîstanê difirin û îstihbaratê didin TC´yê. (SB). Her çi qas di axaftina xwe da, ya bi konsolosê ABD´yê yê Stanbolê re, dibeje; “hê xwîna penç sed hezar Kurdan ziwa nebûye” jî, lê di Şerê Cihanê yê Yekemîn da li hemberî mîlîtanên Taşnaxan şer kiribe û di wî şerî da dîl jî ketibe, dîsa dema şer da ji kesên dora xwe ra, li ser cîranê xwe yê Ermenî wisa dibêje; ”îstibdat û dîktatorî sedemên neyartiyê bûn, û mirin. Di dawiya diktatoriyê da bila bîjî dostanî.“ „Ez ji we ra vê bi mîsogerî dibêjim, seadet û selameta welat bi dostî û yekîtiya Ermeniyan ve giredayî ye. Lê ne bi awayeke zelîl, bi hêvişandina îzetê, destdirêjkirina aştiyê ye. Him jî ew hîşyar bûne, lê hûn hê di xew da ne. Û him jî ew bi ramana neteweyî bi hêz bûne. Hûn jî di nav dubendiyê de vêga vik û vala ne. Li gora min yên ku şûr lêdixe, derba wî şûrî vedigere zarokên sêwî. Divê şûr di bin destên biaqil da be. Sedemên hevaltiyê hene, çim ku cîran in. Him ew hîşyar bûne, li dinê belav bûne, tovên peşveçûnê kom kirine, ew ê li welatê me biçînin. Me mecbûrî şarezatiyê dikin. İqazkirina peşveçûnê dikin, di me da hestê neteweperestiyê hîşyar dikin. Eger Ermenî ji me ra neyartî kiribin jî, sedemên vê neyartiyê jî ew fermandarên ku nifaq xistine nav me, ew in.”(İçtima-i dersler rûpel:107). GOTINA DAVİ: Me Kurdan di dirokê da xwedîtî li Kurdên hêja yên ku ji nav me derketine, nekiriye. Me nirxên xwe dernexistine holê. Ji nav me gelek mirovên hêja yên wek M. Seîde Kurdî derketine. Divê em li ser dîrok, wêje, feylezofê xwe yên hêja lêkolînan bikin. Divê em insanê xwe yên heja nas bikin. Vek Rohat Alakom jî dibeje, Seîdê Kurdî çiroka bîrbûnê ye. Em heta iro Seîdê Kurdî bi nivîsên çep, îslamci û Kemalistên Tirkan nas dikin. Em insanê xwe di şert û mercên dema ku tê de jiyanê, nabînin. Belê M. Seîde Kurdî dixwest ku hemû gelên misilman di bin sîwana Komareke Îslamî da cih bigrin. Digot; di bin wî konî da ciyê Kurdan jî hebe. Kurd kanibin di bin vî konî da li zimanê xwe, nasnameya xwe xwedî derkevin. Bi zimanê xwe perwerde bibin. Heq û huqûqên wan di nav ciranên xwe da werin naskirin. Lê hareketa Îslamî di Rojhilata Navîn da nehatiye vê konaxê. Fîlozofê îslamê yê herî mezin Hasan El Benna, di cihanê da problema hemû gelên İslam ditiyê, lê tenê pisgirêka Kurd neditiye. İslamên Tirk pirsgirêka Filîstîniyan

dîtine, pirsgirêka Kurd nedîtine. Dîtina pirsgirêka Kurd em li wê derê bihelin, di Rîsale-î Nûr da çiqas peyvên wek Kurd û Kurdîstanê hene, hemû jê derxistine. Neteweya Kurd ne tenê hedefa hovîtiya mîlîtarizmê ye, hedefa xerabkirina çand û hunerê jî ye. Pirtûk, nivîs, televîzyon û rojnameyên Kurdan jî hedefên dagirkeran in. Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, wê dagirker li van nirxan xwedî derkevin. İro ew li M. Seîdê Kurdî xwedi derdikevin. Rîsaleyên wî dejenere dikin û li hember me bi kar tînin. Sibe Exmedê Xanî, Mele Ehmede Cizîrî, Faqiye Teyran, Elî Herîrî jî wê li dij me bi kar bînin. Wê Zaroyên me û neviyên me jî, nirxên ku ji nav me derketine, bi vasiteya dagirkeran nas bikin. Divê em vê çarenûsa neçê, bizivrinin. Rabin ser xwe perwerde bin, bixwînin, lêkolînan bikin. Li zimanê xwe, li dîroka xwe, wêjeya xwe, degerên xwe xwedi derkevin. Derengmayin zîlet e, koletî ye, mirin e! Çavkani: 1. Divan-i Harb-i Örfi –Bedîûzeman Said Nûrsî- Tenvir NeşriyatStanbol. 2. Tarihçe-i Hayat-Abdurrahman Nûrsî.Müküslü hamza-Tenvir Neşriyat-İStanbol. 3. Hutbe-i Şamiye –Bedîûzeman Said Nûrsî tenvir NeşriyatİStanbol. 4. Nurculuğun Tarihçesi-Mihemed Siddik Şeyhanzade-Tenvir Neşriyat 5. Said-i Kurdî Bir Unutulmuşluğun hikayesi-Rohat AlakomFirat yayinevi-İStanbol. 6. Naci Kutlay- Îtîhat-Teraqîve Kürtler vejin yayinlariStockholm. 7. 21 yy.Kürtler-Naci Kutlay peri yayinlari-İStanbol. 8. Kürt Milet hareketler ve Irakta Kürt İhtilali-Dr.Şivan Apec yayinlari-Stockholm. 9. Hatiratim-Musa Anter-Doz Yayinlar 1990-İStanbol 10. Fettullah Gûlen ve Said-i Nûrsî Gerçeği-Ronî Alasor-Bruksel. 11. Prof.Dr.Yehezkel Landeu-Nuriye Akman Röportaji-Zaman gazetesi 1.11.2004 12. Bediüzaman’in Amaci Kurdistanmiy di?-Ömer Polat Kurdİslam.org 17.04.2006