Hevpeyvîn bi Mele Şafiî re

Mele Şafiî

Pirs 1: Em xwe baş nasnakin, ya qet, ya jî kêm û nîvê nas dikin. Navê Seîdê Kurdî, Seîdê Nûrsî, yek ji wan navan e ku di serê lîsteya navên navdar de cîh digre, ev bêşik e. Belê em kurd çendî wî nas dikin bişik û bigoman e. Mebesta me ji vê hevpeyvînê ew e ku em zatekî mezin, kesayetiyeke xwe, Bedîûzemanê Kurd bi alîkariya kesên xwedîgotin baştir nas bikin. Nivîskar Cemalettin Canli, „Bo ku Seîdê Nûrsî bête fêmkirin, divê Kurdistana sedsala 19´emîn bête fêmkirin. Divê hewldanên terîqên wê demê bêne fêmkirin. „(NETKURD, 2010-09-25) dibêje. Gelo ev şert e, hun çendî bi vê dîtinê re ne? Bersiv 1: Seydayê Mele Seîdê Kurdî li bakurê Kurdistanê di nav çiyayên bilind gundê Nursê, li navçeya Hîzana bajarê Bedlîsê di sala 1876´an de (1293´an Hîcrî) ji dayîk bûye. Navê bavê wî Mîrza ye, navê diya wî jî Nûriye ye. Di zaroktiya xwe de her dem bi civaka mezinan re û bi âlimên gund re radibû û rûdinişt. Tiştê ku pê negihîştibûya yan jî nizanibûya, dipirsî û dixwest bizane. Ji bo ku dest bi îlmê erebî bike, di sala 1882´an de diçe gundê Taxê. Li ber destê Mele Mihemmed Efendî û li cem birayê xwe yê mezin Mele Evdullah dest bi xwendin û dersê dike. Seyda li cihekî pir nedisekinî. Ji wir diçe medresa Bedlîsê ya Şêx Muhammed Eminê Bedlisî. Ji vir jî diçe Muksê. Ji wir jî diçe medresa Bazida Agirî li cem Mele Mihemmed Emin dixwine. Ji wir jî diçe Medresa Mihemmed Celalî. Ew di sê mehan de îcazeya xwe distîne û Seyda di nav tevahiya alimên Kurdistanê de û di zemanê kurahiya teriqet û şêxan de ku bixwe jî ne kurê Şêx û Mela bû, bû xwediyê şohreta mezin û navdar. Seyda bû âlimekî muteqî (ji Xwedê ditirsiya). Zû bi nexweşiya Kurd û Kurdistanê hesiya. Li çareseriyekê geriya. Alimekî xwedi îtibar û li cem her kesî jî hûrmeta wî hebû. Ti kes nikare bibêje zekat, fitre û hediye girtiye. Wî ji dewletê jî Maaş nestandiye. Baweriya min ew e ku, ew herdem li cem heq, edalet û rastiyê bûye. Ew şaibeyên ku têne belavkirin, ku ew bi

dewletê re bûye, ne rast e. Lê dibe ku li gorî ez jî pê dizanim, di çend cihan de hatiye xapandin. Lê belê, Seyda jî bi xwe poşman bûye. Bi baweriya min di esra wî de yên mîna Seyda hindik hebûn, an tune bûn. Lazim e, em Kurd bi vî rengî nêzikî Seyda Seîdê Kurdî bibin û xwedî lê derkevin. Em gotina Nivîskar Birêz Cemalettin dûr nabînin, eger em sedsala ku Seyda tê de jiyaye, tev li ser terîqên wê demê zêdetir lê bikolin, Seyda rastirîn tê nasîn. Lê belê bê vana jî mirov dikare di dîrokê de mîna alîmekî bêemsal û bêhempa bibîne û bizane.

Pirs 2: Mîna tê zanîn Seydayê giranbiha bi dirêjaya temenê xwe hejmarek nav bikaranîne wek Seîdê Kurdî, Seîdê Nûrsî, Said Mirza Efendi û hwd. gelek caran jî bi navê Bediûzeman behsa wî dibe. Li gora hinan Bedîûzeman gotiye “bi navkirina min wek Seîdê Kurdî min nerehet” dike û bervaja hin jî dibêjin ku gotiye na “tu aciziyiya min tune ji vê” gotiye, kîjan rast e gelo ? Em dixwazin li ser van navan dîtinên we bigrin û bizanibin têkiliya navên bikaranîne û demê çendî heye bi hev re? Bersîv 2: Bi rastî navê Seyda Seîdê Kurdî ye û bi vî navê xwe jî deng daye û hatiye naskirin. Ji aliyê âlimên Kurdistanê de hatiye dîtin ku Seyda di îlm û teqwa xwe de xortekî pir li pêş û ecêb e, lewra navê Bedîûzeman lêkirine. Yanê di zemanê xwe de xerîb û ecêb e. Heta zemanê Ataturk ji terefên Şagirtên wî de ji Seyda xwestine ku em di şuna Seîdê Kurdî de Seîdê Nûrsî binivîsin. Eger em wer nenivîsin, emê ji îdareya dewletê zerar bibînin. Seyda bêxwestin û bêdil qebûl kiriye. Seyda di dawiya pir name û pirtûkên xwe de Seîdê Kurdî nivîsandiye. Cîhê ku bi hêrs ba jî, digot, Bavê Qe-tune Seîdê Kurdî. Ew ên ku dibêjin, ew ji navê Seîdê Kurdî aciz bûye, ew şaş in, lê Seîdê Nûrsî kerhen (bêdil) qebûl kiriye.

Pirs 3: Zaroktî, malbat û gerên Seîdê Kurdî, coxrafya sefer û serdanên wî di zemanê feqetiyê û piştî mentehîbûn û Seydabûna wî de, dibêjin çûye Şamê, Bêyrûdê û hwd. di vê derbarê de tiştên hun ji xwendevanên me re bêjin çine? Bersiv 3: Di bersiva yekemîn da gera wî ji bo feqîtiyê hatiye zanîn. Piştî mûntehibûnî ji bo serdana xwenga xwe 1911'an da

çûye Şamê. Li Şamê di Mizgefta Emewî da li huzura gelek alimên Kurd û areban û gelek kesan da bi navê Xutba Şamiye xutbe xwendiye, xutba wi jî bi taybet li ser nexweşiya âlema Îslamê (Rojhelata Navin) û çareserkirina wan nexweşiyan bû. Bi taybet li ser biratiya gelan bû. Ew wiha dibêje: „Hûn dizanin Gelê Kurd jî birayê we ye û ji her mafî bêpar maye. Ew ji zerarê tîne.„ Kî bixwaze, dikare „Xutbeya Şamiye“ bixwine. Piştra hatiye Beyrûtê, paşê di riya Behrê re çûye Stenbolê. Rojekê ew û Sultan Reşad bi hev re hevaltiyê dikin, diçin Rûmeliyê. Careki din ji Sultan Reşad ji bo Medreseya Zehra alîkarî xwest, soz ji sultan girt, ji ber destpekirina Şerê Cihanê yê Yekemîn ew soz nehat bicihanin. Ji xwe berê ji Sultan Abdulhemîd ji ev tişt daxwaz kiribû, lê mixabin bi dîntiyê sûçdar kiribûn û avêtibûn timarxaneyê, heps û zindanan.

Pirs 4: Dîroknasên jiyana Seîdê Kurdî, dibêjin ku wî qet ji kesekî pirs nekirine û di nîqaş û minazereyên di nav wî û aliman de tim serdest bûye. Heta tê gotin ku dema di salên Meşrûtiyeta II de, pêlakê li otêleke Stenbolê maye û li ser deriyê xwe jî ev îbare nivîsandiye: ” li vir pirs nayin kirin bersiva pirsan tê dayin”, ev çendî rast û çendî rîwayet in, şîroveya we? Bersiv 4: Rast e, di niqaş û munazeratan da Seyda ji kesî sual nedikir. Di 1907´an da diçe Stanbolê li herema fatihê, di Xana Şekercî da dibe mêvan, li wir Muhamed Akif u meşhûr muderisê ilmê gramera erebî Ustad Celalî dibine û gelek alim û rewşenbîrên din jî dibine. Di nav çend rojan da her kes pê dihesin ku alimekî meşhûr hatiye. Her kes, çi alim çi ne alim, ji bo muşkilên xwe hal bikin, berê xwe didin otêlê. Seyda li ser derê oda xwe lewheki dinivîse, "li vir ji her pirsê ra bersiv heye, lê belê ji ti kesî pirs nayê kirin." Li Stanbolê alimên mezin ên binav û deng pêdihesin ku alimekî mezin hatiye vir. Ji her kesî Meydan dixwaze, yani ji bo niqaşê hatiye. Temamê wan aliman xwe bi her cure pirsan amede dikin û ji bo munazere û niqaşan tên ba wî. Lê tu kesek serdest nabe û hemû mexlûb dibin. Ji Misre muftiyek bi navê Buxit Mutîî hatibûye Stanbolê. Ulemayê Stanbolê je ra behsa şohreta Mele Seîdê Kurdî dikin, ew jî daxwaza dîtina Seyda dike. Tê cem Seyda û dest bi pirsân dike û dipirse: "Li ser vê huriyeta ku di Dewleta Osmaniyê de heye, ditina te çiye û tu ji bo medeniyeta ku li Ewrupayê heye, çi dibeji?" Seyda di bersiva xwe de wiha dibeje: "Dewleta Osmanî bi medeniyeta Ewrupayê hamile ye. Rojeke dê biwelide.

Ewrupa jî bi islamiyetê hamileye, ew ê ji rojekê biwelide." Muftiyê Misrê dibeje; "ez bi wî ra êdî munazere û nîqaşê nakim, ji ber ku ew alimekî di ser me ra ye." Disa muderisê Medreseya Fatihê bi navê Hesen Fehmi Başoğlu jî wisa dibêje; "ji aliyê gelek talebe û aliman ve hatiye gotin ku xortekî bi navê Bedîûzeman hatiye Stenbolê, li ser derê odeya xwe nivîsiye; "li vir çiqas pirs hebin, tên bersivandin, lê ti ji kesekî pirs nayê kirin." Ev îdiayeke ne li cih bu. Min daxwaz kir ku vî alimî ziyaret bikim. Min biryar da, wê şevê hin kitêbên di îlahiyatê de tên xwendin, hinekî cihên çetin û bi zehmet in, amade kirin. Rojekê piştre çûm serlêdana wi. Min dest bi sualên xwe kir. Lê wî bi cureyeke ecêb û harîka bersiva min da. Min digot, dema ku min ev pirs ji wan kitêban derdixistin û amade kirin, te digot qey ew jî li cem min bûye. Min êdi dizanibû ku ew alimekî mezin e. Mirov nikare vî îlmî bi xebatê bi dest bixê, ev dayîna Xwedê ye. Dema ez vegeriyam nav şagirtên xwe, min ji wan re got; "ez hetanî niha rastî mirovekî wiha nehatime, yên mîna wî nehatina nav gelan û ez bawer nakim bên jî.

Pirs 5: Aliyekî din yê Seîdê Kurdî ku mirov li ba piraniya alimên olî yên welatê me û gelê Rojhilata Navîn nabîne ew e, ku di ber pirtûkên olî re gelek pirtûkên zanyarî jî xwendine, ev pirtûk çi bûn, çawa pêde dikirin û kengî bi giranî xwendin, hun dikarin xwendevanên me serwext bikin? Bersiv 5: Belê cudakirinekî mezin di mabeyna Seyda û ulemayên rojhilata navîn da heye, lewra Seydayê Mele Seîdê Kurdi tenê kitabên oli nedixwend, belkî temamê îlmên cuda ji dixwend û hifz dikir. Bi erbabê wan îlman ra daima di niqaş û munazeran da bu. Seyda di sala 1892´an de diçe Mêrdînê. Zemanekî di mizgefta Mêrdînê da dimîne. Waliyê Mêrdînê dibihîze ku Mele Seîdê meşhûr hatiye Mêrdînê, ditirse, dibê dê ji wî zerar çêbibe, pêwîst e, em wî ji Mêrdînê dûr bixin. Gazî dike bi darêzorê dişîne Bedlîsê. Waliyê Bedlîsê Umer Paşa xeberê digire Seyda hatiye. Gazî dike, dibêjê, ez cihekî ji te ra amede dikim. Seyda ewil qebûl nake, piştî israr û lavakirinê qebûl dike. Seyda li wir nêzi 80 kitêbên ku li ser esas û bingehên olî mutale û hifz dike. Li wir bi walî re her tim di niqaşa îlmê fenî yên wek fizîk, matamatîk û coxrafiyayê de bû. Seyda kêmasiyên xwe didît û

digot; "divê ez van îlman jî bixwinim û mutale bikim. Wan kitêban digre, bi hinek mamostan ra têkiliyê çêdike, ji wan îstîfade dike. Him mutale dike him jî bi wan mamostan ra niqaş dike û paşê diçe Wanê. Bi alîkariya Umer Paşayê waliyê Bedlîsê waliyê Wanê Hesen Paşa jî lê xwedî derdikeve. Paşê jî walî Tahir Paşa cih didiyê, rastî mamosteyên ilmî yê teze tê. Ji wan riyadat, felekiyat, kîmya, fizîk, biyolojî, felsefe, tarix, coxrafya û yên din fêr dibe û istîfade dike. Heta kitêbekê matematîkê amade dike û dinivîsîne, paşê ew kitêb di nav hinek kitêban da hatiye şewitandin. Şuhreta Seyda zêde dibe û leqeba Bedîûzeman digre, yanî di zemanê xwe da alimekî ecêb û xerîb e.

Pirs 6: Xisleteke din hêza jiberkirinê ye, hinek behsa 90 cildên jiberkirî dikin, tiştekî wiha mimkun e, ev çendî efsanekirin û çendî raste? Bersiv 6: Seyda pir zekî bûye, di zekaweta xwe da bêemsal bûye. Şubha kesî tune, lê 90 cild kitêb hifz kiriye, nikarim bêjim, lê dikarim bêjim, Seyda metnê 80 kitêbî ezber kiriye. Metin ji ew e: Eger kitêbek ji 100 rûpelî pêk bê, metnê wê kitêbê dibe 10 rûpel. Dibe ku tiştek ji deh rûpelan zêdetir an jî kêmtir jî bibe. Rind nîne, mirov îfrat û tefrît bikin, yanê di derheqê wî da pir zêde medh û pesnên ku eql û mentiq qebûl nake, mirov bikin, ne rast e.

Pirs 7: Dema çûye ba Siltan Evdilhemîd ji bo vekirina zanîngehekê mîna El Ezhera li Misrê, dibêjin ku di nav daxwazên wî de xwendina dersên pozîtîv li dibistanan jî hebûye, da ku rê li teesubê bigre. Encamên vê hevdîtinê çawa bûn, di vê derbarê de şîroveyên we? Bersiv 7: Seyda dema diçe ber derê Qesra Yildizê, mubawêynê Sultan Evdilhemîd wî pêşwazî dike. Mubawêynê Sultan dibê fermû; “ka tu kî yî û tu ji bo çi hatiyî?”. Seyda dibê; “ez Mele Seîd im, ji Kurdistanê têm. Dixwazim bi Sultan re hevdîtinê pêk bînim. Mubawêyn dibêje; „Hevdîtina bi Sultan re ne mimkûn e.“ Li ser vê di navbera wan de niqaşekî mezin derbas dibe. Piştî nîqaşê Seyda daxwazên xwe bi nivîskî radigihîne Sultan. Bi kurtî di daxwaznameya xwe de wiha dibê je: „Kurdistan nexweş e, min teşxis kiriye û dermanê wê ev e. Divê mina El Ezhera Misrê li Kurdistanê jî medreseyeke kurdî were vekirin û ew medrese ji zul cenaheyn be, yani him îlmê olî, him jî îlmê

cedide yên wek fizîk, kîmya, riyadat, coxrafiye, hêsab were xwendin.” Ji bo ku Seyda medreseyeke kurdî li Kurdistanê xwest, ew xwestin ne bi dilê Sultan bu. Sultan di cî da emir kir û got; “wî bavêjin neweşxana dînan.” Ew girtin û avêtin tîmarxaneyê. Heyeteke doxtaran diçe timarxaneyê ku Seyda muayene bikin, ka ew dîn e, an na. Li tîmarhaneyê-doxtor lê tov dibin. Bi wî re dikevin diyalogê. Di encamê de digihîjin biryareke wiha û dibêjin; “Eger ew dîn be, li ser rûyê erdê ti mirovekî baqil jî tune. Ew ne dîn e. Pêwîst e, em wî bişînin Nexweşxana Toptaşiyê, bila li wir were dermankirin.“ Piştre Sultan wezîrê hundirîn dişîne cem Seyda. Wezîr dibêje; “dev ji van daxwazan berde. Sultan 1000 quruş meaş dide te, eger tu vegerî welatê xwe, Sultan meaşê te dê bike 30 paknot. Piştra jî ew ê bike 80.” Seyda dibersivîne; “ez ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî nehatime. Ez ji bo menfeta Gelê Kurd hatime. Ev teklîfa we ji bo sukutê bertil(rişwet) e. Ji bo ku ez gelê Kurd lekedar nekim, îrada Sultan red dikim.” Wezîr bi tehdîd dibeje; “îrada Padişah nayê redkirin. Ew yek ji tere xeterê tîne.” Seyda cewaben; “ez gava hatim, min ruhê xwe da ser destê xwe û hatim. Eger hûn min îdam bikin, ez ê di dilê Gelê Kurd de cih bigrim û hêşin bibim. Ez dibêjim, hûn çi dikin bikin, ez vê pêşniyara we qebûl nakim. lewra ez ji bo berjewendiya Gelê Kurd hatim. Daxwaza min ev e ku ez Gelê Kurd hişyar bikim, wî ji nexweşiya cehaletê û nezaniyê xilas bikim.”Wezîr dibêje; “mearîfê ji bo li Kurdistanê perwerde çêbe, tezkere daye meclîsa mebûsan.” Seyda dibê; ”ev çi qeyde ye, hûn mearîfe texîr dikin, lê ji bo meaş ecele dikin? Berjewendiyên şexsî çawa dikevin pêşiya berjewendiyên umûmî.” Nazir hêrs dikeve. Seyda dibê; “ez li ciyayên Kurdistanê mezin bûme, ez di qada azadiyeke mutleq da mezin bûme, ev hêrsa we bê fayde ye. Eger hûn min nefî bikin, çi Fîzan be, çi Yemen be, razî me. Weselam wek mînaka hîşyarbûnê Seyda wiha gazî dike: “Ey Kurdên şêrên leheng, cengawerên ku di dema Asûrî û Kiyaniyan de her dem li pêş bûne! Bi sed salan e hûn di xew da ne, êdî bese e! Sibe ye, ji xew rabin! An na, dê di qada wehşetê de wehşet û xeflet we xerq bike! (...)

Pirs 8: Diyaloga di navbera Seîdê Kurdî û serokê dadgehê de li Stenbolê bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Gelo ev

diyaloga temam û pirs û bersivên dualî, hene, pêde dibin li derekê? Bersiv 8: Hedîse û sebebê 31´ê Mardê bi kurtî ev bû: Her kesî dizanî Cemîyeta Îtîhad û Tereqiyê ji dîn dûr bû. Têkiliya wan bi mason û yahûdiyan ra hebû. Him jî di nav xelkê da bela bûbû, digotin; „Cemiyeta îtîhad û Teraqiyê ev xwîn rijandin, an jî ev qetlîam û kuştin ji aliyê wan ve pêk hatin.“ Xwediye Rojnameya Serbestî Hesen Fehmi Begê ku li hemberî Cemiyeta Îtîhad û Tereqiyê dinivîsî, li ser Pira Galatayê hat kuştin, qatilê wî nehat dîtin. Dîsa Îsmaîl Paşa hat kuştin. Ev bûyer di nav gel de belabû. Xelkê dixwest ku ew zabitên girtî yên demeke dirêj xizmet kirine, bila werin berdan. Dîsa di nav xelkê de bela bûbû ku Cemiyeta Îtîhad û Tereqiyê Bosna-Hersek û Gîrît firotine. Ji ber van sebeb û hin sebebên veşartî yên din, hadîsa 31´ê Mardê rû da. Bi dûrîşmeya, “bijî şerîat, şerîat dê bê!” Li ser vê bûyerê Leşkerê ku ji Rûmeliyê hat, di 23´yê Nîsanê de serhildêr têk birin, Sultan Hemîdê duyem ji text xistin xwarê û dawî li bûyera 31´ê Mardê hat. Di 27´ê Nîsana 1909´an de dadgeha leşkeriya Urfî hat destpêkirin. Di encamê da bi qasî panzdeh kes hatin darvekirin. Seyda Seîdê Kurdî jî bi nivîsên wî yên di rojnameya Volkanê de hatibûn nivîsîn û bi tevlîbûna serhildanê tê tawanbarkirin. Dibên te di Rojnameya Volkanê de li dijî Îtîhat û Teraqiyan nivîsiye. Dadger jê dipirse û dibêje; “te jî şeriêt dixwest?” Bi tiliya xwe ya îsaretê yên ku li der bi dar vekirine ray dide û dibêje; “eger te jî şeriêt xwestibe, tu yê jî wekî wan werî bidarvakirin.” Seydayê Mele Seîd bi hêrs radibe û dibêje; “belê, ez talîbê şeriêtê me, ji ber wê ye ez her tiştî bi mêzîna şeriêtê diwezînim. Îslam eqîda min û ya miletê min e. Ez li ser devê qebrê me û him aşiqê alema berzexî me. Ez kêf xweş im ku ez bi tev wan ên ku hatinin darvekirin herim axiretê. Hukumeta ku bi aqil herb û mucadele dikir, niha bi temamê jiyanê ra mucadele dike. Bi vî rengî kuştin ji min ra fexr û şeref e. Bi vî rengî dîntî û mirin bila li min pîroz be, li we zaliman jî, cehenem pîroz be.“ Careke din jê dipirsin, dibêjin; “te jî şerîet xwestiye?” Seyda dibê; “eger hezar ruhên min hebana, ez hazir bûm ku ji bo meseleke seriêtê û heqiqetê min ê temamê ruhên xwe feda bikira, lewra şeriêt dibe sebebê seadet û selametiyê. Edaleta herî baş bi wê tê cih. Ez jî ji bo vê yekê şerietê dixwazim, ne mîna wan ên din, tenê wek silogana şerîetê dixwazin, ez wek wan naxwazim.“

Em li vir ji bîr nekin ku Seyda gazî Kurdan dikir, digot; “ey gelê Kurd, yen ku ji îstîbdadê pir zerar dîtine, yek jî Gelê Kurd e. Ji ber vê huriyet an jî meşrûtiyet were, em jê pir faydê dibînin.” Lewma Seyda dema tiştekî nû derbiketa, ji gele Kurd ra tawsiye dikir. Heta di wexta meşrutiyetê da ji temamê mezinên Kurdan ra telgirafan dikişîne, tê da dibêje, ger em terefdarê meşrûtiyetê bin, em ê muheqeq jê faydê bibînin. Niyeta Seyda ji bo gelê Kurd pir baş bû. Lê dijminê gelê Kurd zalimekî xedar bû, bi lîstikên xwe yên qirêj gelê Kurd dixapand. Hê jî dixwaze bixapinê. Seyda jî pir caran xapandine û kirine nav şaşiyan. Seyda jî bi xwe îqrar dike, dibê min 11 cineyetên tam, yek ji niv cinayet kiriye, tev dikin yanzdeh û nîv cinayet(11,5). Ji bo wan we ez anîm mahkemeyê. Ew cinayetên ku Seyda hesibandine, divê ew bi serên xwe bibin kitêb.

Pirs 9: Têkiliya wî bi hinek rewşenbîrên mîna Mehmet Akif Ersoy re bi çi nisbetê hebû gelo? Mehmet Akif Ersoy kesayetiyeke navdar, bikarekter û li ser ya xwe ye, bi hinek aliyên xwe ew û Seîdê Kurdî dişibin hev? Bersv 9: Dema ku Seydayê M. Seîd diçe Stanbolê, li Fatihê di Xana Şekercî de bi cih dibe. Ev xan, wê demê cih û mekanê rewşenbîran bû. Mele Seîd û Mehmet Akîf li wir hev du dibînin û hev du nas dikin. Dibêjin Mehmet Akîf ji Mele Seîd her tim tiştên zor dipirsîn, wî jî bersiva pirsên M. Akîf didan. Her wekî me berê jî gotibû, M. Seîd li ser derê odeya xwe wiha nivîsîbû: ”Li vir pirs nayên pirsîn, lê belê bersivên pirsan tên dayin.” Çend hebên ku ji Seyda pirs dipirsîn endamên Dar-ul-Hîkmeta Îslamî bûn. Wek tê zanîn, wê demê Mehmet Akîf, Îsmaîl Heqî, Hemdî Elmali û Şeyxulîslam Mistefa Sebrî hemû bi hev ra endamên Dar-ul-Hîkmetê bûn. Têkiliyên wan bi vî rengî çêbûbûn. Di hinek aliyan de ev kes dişibin hev. Ji van aliyan yek jî şerîet e. Aliyê din jî, li dij êrişên dewletên dereke mutefîk bûn. Bi hev re li dij van dewletên ku Stanbol îşqal kiribûn, fetwayê têkoşînê didan. Wekî din aliyên wan ên hevbeş tunebûn. Ji xwe di zekawet û teqwa xwe de qet yekî xwe negihand Seydayê M. Seîd. Mele Seîd ji gelek fetwayên xwe yên ji bo berjewendiyên dewletê dabûn, poşman bûbû û ew wek cîneyet dihesibandin. Ji ber vê yekê jî dibêje; „Ku min ew fetwa dane, min cînayet bikaraniye.“ Mele Seîdê Kurdî piştî çend mehan, ji bo ku ratib û meaş negire, ji endametiya Dar-ul-Hîkmetê îstifa kiriye.

Her kes dizane Seyda daîma heq teblix kiriye netirsiyaye. Li mala xwe çi bigota, li cem Sultanên Osmaniyan jî, li cem Ataturk jî ew tişt bêyî ku bitirse, digot. Ne ji bo rizqê xwe, ne jî ji bo meqamekê ti ji kesekî perwa nedikir. Ji ber vê hindê pir meşhûr bû. Ji bo wî ev hedîsa pêxember wek dustur bû: “Cîhada herî qenc, li cem padişahê zalim be jî, gotina rast e.“ Seyda jî li ku dibû bila biba, gotina rast digot. Ango rastî çi ba, ew digot. Ew exlaqê Seyda yê yekemîn bû. Ez dikarim bêjim, di vê sedsalê de ew bê emsal bû. Seyda di dadgehê de ji dadger re wiha dibêje; „Eger serên min bi qasî porê min bin û tu her gavê yekî jêbikî, ez ê dîsa terka rastiyê(heqîqetê) nekim.“ Rihma Xwedê lê be!

Pirs 10: Têkiliya Seîdê Kurdî bi rêxistina Îtîhat û Teraqî re jî aliyekî din yê jînenîgariya wî ye, ev alî jî têra xwe bi nîqaş e, zelalkirinekê dixwaze. Em zanin ku Seîdê Kurdî beşdariya nîqaşên di nav Itîhad û Teraqî de kiriye û girêdayê desentiralîzekirina sîstemê serdemê dîtin û pêşniyzên xwe pêşkêş kirine. Em çavek jî bavêjin van salan wê ne pêwist be? Bersiv 10: Li gorî min fam kiriye, Seyda li diji Îtîhat-û Teraqiyê bû. Çimkî Seyda di mahkemê da li diji Îtîhat-û Teraqiyê pir sert bûye, ji ber wê hakimê Mahkema Urfî Xurşîd Paşa gazi Seyda Mele Seîd kiriye, jê re gotiye; „te jî şerîet dixwast?“ Pişstî ku Seyda bersiv dayê, hatiye beratkirin. Ev yek dibe delîleke bingehîn ku ew li dijî Îtîhat-û Teraqiyê bûye. Lê Seyda tereftarê Meşrûtiyetê jî bûye. Ji rewşenbîr, mele û şêxên Kurdistanê ra pir tewsiye kiriye ku me Kurdan ji îstîbdadê pir zerar dîtiye. Lê ji bo ku Sultan Ebdulhemîd careke din were ser text û Meşrûtiyet zerarê nebîne, hinek tişt kirine. Wek mînak: Seyda di nutqa xwe ya 31´ê Mardê da, di der heqê Îttiata Zabitan da çi pêwîst bûye, gotiye, heta zedetir jî gotiye. Mirov li vir digot qey Seyda li aliyê Itîhat-û teraqiyê ye. Lê Seyda wer bawer kiribû ku bi huriyet û Meşrûtiyetê Kurd dê azad bibin. Ji ber wê nedixwest di mabeyna tabûra asker û zabitan da herb û têkoşîn çêbibe. Di pişt re ji vê yekê jî poşman dibe Seyda, ji bo vê jî dibêje; „min bi karekî wisa cinayet kir,“

Pirs 11: Têkiliya Seîdê Kurdî bi bûyera 31´ê Adarê sala 1909´an re, em zanin ku girêdayê vê bûyerê hatiye dadgehkirin û cezakirin, ev têkilî çendî rast e? Li gora dîtinekê, Seîdê Kurdiyê di nav siyasetê de piştî vê

cezaxwarinê êdî bi temamî xwe dide aliyê ol-dîn û destên xwe ji dinyayê dikşîne, rastî û nerastiya wê? Bersiv 11: Di bersivên derbasbûyî da tê zanîn ku tekiliya wî bi 31´ê Mardê ra tunebûye. Seyda dibê; „min çend saetan li meydana Sultan Ehmedê li bûyerê guhdarî kir. Min dizanî netîce bi tirs e. Him jî min dît, ew askerên ku li hember zabit û generalan derketine, şerîetê û dîn bi kar tînin. Dibêjin em şeriêtê dixwazin, lê gelek zabitên xwe kuştin.“ Seyda li vir mudaxele kiriye. Li ser yekîtî û îtîfaqê sekiniye. Nexwestiye Dewleta Osmaniyan ji hev de bikeve. Heta li ser yekîtiya Kurd û Tirkan ji xebat kiriye, bi şertê ku mafê gelê Kurd were dayîn û li Kurdistanê medreseya bi zimanê kurdi were wekirin û nasnameya Kurd were îtirafkirin. Li gorî dîtina min, ji ber vê yekê Seyda ji siyaseta Osmaniyan û hevalbendiya bi yên wek M. Akîf Ersoy, Îsmaîl Heqî, Hemdî Elmalî û Mistefa Sebrî yên din bê hêvî(umît) dimine, poşman dibe, heta ji hinek fetwa yê xwe yên di lehê Dewleta Osmaniyan da dabû, wek me berê jî gotîbû, cînayet qebûl dike. Di pir kitêbên xwe de dibêje; „ev heqê alikariya min a min ji wan ra kir, ji min re bû bersiva mukafatdayîna heps û zindanan.“ Di vê der barê da wiha gotiye; „ew meyl hezkirina min a ji bo wan, ne li gor emrê Xwedê bû, ji bo wê di encamê de bi dijminane bi min ra muameleyê dikin, bi heps, zîndan û an bersivê didin. Min jî gazinc nekir. Eger min gazinc ji dewletê bikira, wê bigotana tu temamen mîna me nakî, here cezayê bikişîne. Eger min ji qederê gilî û gazincên xwe bikira, wê qederê ji min ra bigota; ´hêy riyakar, te wek min nekir, tu cûyî, te mêyla zalim û kafiran kir, here bi destê wan cezayê xwe bikişine.“ Min zanibû, lewma min êdî giliyê xwe nekir, min „hesbinellahu we ni´îmel wekîl) got û sebir kir.“ Baweriya min ew e ku Seydayekî mîna Seyda dibe ku ketibe nav şasiyan. Lê yekî mina Seyda ku ji Xwedê bitirse(muteqi be), tu ji kesekî natirse, ji kesekî perwa nake. Ji ber vê Seyda him ji dinê xwe tawîz nedaye, him jî ji bo Kurd û Kurdistanê tawîz nedaye. Ne ji Mistefa Ataturk, ne ji Sultan Ebdulhemît, neji ji şêx û axayên Kurdistanê tirsiyaye. Wî li her derê rastî digot.

Pirs 12: Pirsek me jî bila li ser endametiya Seîdê Kurdî, li ser endametiya wî di rêxistina “Teşkilat-i Mahsusa”de be, çi ye ev teşkîlat û rol û cihê Seîdê Kurdî di vê saziyê de,

kengî bû endam û endametiya rêxistineke wiha dihate wateyeke çawa? Bersiv 12: Bawerî û aqîda Seyda M. Seîdê Kurdî ev bû; li ser her misilman û bawermendan ferz e ku welatê lê dijî, divê biparêze. Di vê bingehê de, di rêxistina Teşkilatî Mahsûsa da, di benda fetwa û teblixê da cih girtiye. Minak; mîna fetwa wan a di der heqê îstîla Îngilîz û Firansizan da. Temamiya gel bi van fetwan ji bo cihadê rakirin ser piyan û dan têkoşînkirin. Dijmin ji welat derxistin. di îstîla Rûsan da Seyda alayiyekê ji feqî û dostên xwe çêkir û bi Rûsan ra ket herbê. Birarziyê wi Ubeyd tevî gelek feqî û dostên wî şehîd ketin. Seyda bi xwe jî birîndar bû, bi dîlî ket destê Rûsan. Ew alayiya her çiqas wî damezirandibe ji, lê di bin desthilatdariya Enwer Paşa da bûye. Ev têkilî, Seyda ji bo Xwedê û biratiya gelên misilman daniye, lê wan ji bo berjewendiyên xwe û dewleta xwe dadanîn. Karên xwe pê didan dîtin û paşê jî diavêtin hepsê. Seyda paşê ji vê têkiliyê poşman bûye û ew têkilî wek cinayet hesibandiye. Li gor baweriya min, Seyda bi serê xwe tu li cihekî û di teşkîlatekê da cih negirtiye. Dema ku Seyda çûbû Stenbolê, bi alîkariya Mehmet Akif bi gelek alimên din re têkilî danîbû. Pişt re wan Seyda ji nêzîk ve baş nas kirin, îlmê Seyda teqdîr kirin. Ew ji wan meşhûrtir bû, erkanê dewletê jî ew nas kirin. Dewlet an jî erkanên wê dema ku biketa tengasiyê, ji bona berjewendiyên xwe, hemû karên xwe bi wan aliman didan kirin. Bi vî rengî kiribûn wan teşkilatên tarî. Ez dikarim bêjim di dema îstila Riha, Enteb û Meraşê, him jî di îstîla Stanbolê de Seyda ketiye civînan û fetwa daye. Piştre bi tiştan hesiya û hema îstîfa kiriye. Seyda di Darulhîkmeta Îslamî da bûye endam. Ew jî ji bo alîkariya wan hevalên wî yên ku li Stanbolê bi hev re hevaltî kiribûn. Ji xwe pê re ji wir jî îstîfa kiribû.

Pirs 13: Têkiliya Seîdê Kurdî û Enwer Paşa jî tê zanîn, ev têkilî çawa bû? tê îdîa kirin ku “Teşkilat-i Mahsusa”ji bo cîhadê fetwa belakirine, Seîdê Kurdî bi xwe ev fetwa heta bi Bakurê Efrîka birine û bi dû re li ser da alayixwaza Enwer Paşa hatiye Wanê , ji sala 1915 an û pêde wek fermandarekî Teşkilat-i Mahsûsa ketiye Şerê yekemîn yê Cîhanî, çi ne belge û wesîqeyên di vê derbarê de? Bersiv 13: Di bersiva derbasbûyî da ji hat zanîn ku Seyda û Mehmet Akif tevî hinek alimên din ji bo cîhad û fetwayê ketine nav teşkîlat-î Mahsusa. Ev jî ne ji bo xatirê Enwer Paşa bûye,

bel ku baweriya Seyda wisa îcab dikir. Îla ku tu bêjî bi emrê Enwer Paşa çûye, ew şaş e. Çawa ku her kes dizane, Seyda daxwaza Sultan Ebdulhemîd û ya Mistefa Kemal red kiriye, çawa teslîmî Enwer Paşa dibe?

Pirs 14: Di salên Şerê Cîhanî yê Yekem de di eniya li dijê Rûsan de Seîdê Kurdî û çend hevalên xwe bi birîndarî dikevin destên Rûsan û demekê li Sibirya dimînin. Kengî dîl dikeve, kî ne hevalên pêre, li ser salên li Sibirya û derbasbûna van salan, Seîdê Kurdî bi xwe tiştek gotiye, nivîsiye, yan jî kesekî din tiştek gotiye? Bersiv 14: Seyda tevî hevalekî xwe bi birindarî dikeve destê Rûsan. Wî dibin Sibiryayê, bajarê Kosturmayê. Seyda dibêje: „rojekê min ders dida zabit û hevalên xwe. Fermanderekî bi navê Nîkolavîc ji bo teftêşê hat. Ez ji ber ranebûm. Pirsî, got; ´qey te ez nas nekirim!´ Min got; ´belê, min tu naskirî. Tu felankesî. Lê ola(dînê) min destûrê nade ku ez ji ber te rabim.´ Çend rojan qedexe kir, nehîşt em dersê çêkin. Piştra carekî din serbest kirin. Li gor ez fermandarekî Kurd dujminê Qazaxan û esîrê Rûsan bûm, dîsa jî ez ji muxabereya dersê dernexistim. Me odeyek kir mescîd, min li wir îmamti dikir. Mixabin ew dewleta ku me alîkarî jê re dikir, qaşo him welatê me yek bû, him qaşo ola(dînê) me yek bû, wan munafikan di 3 mehan da tengasî û ezabên dan min, van kafirên Rûsan di 3 salan da neda min. Tê zanîn ku munafiqên me ji kafirên xelkê esedtir in.“ Welhasil Seyda ji vê alîkariyê poşman dibe û dibê hezkirina wan, meyla wan ne meşrû bûye, yani riza Xwedê tê da tunebûye. Lewra bûye sebebê dujminatiyê. Bi destê wan ezab dan min, ez jî pê razî dibim.

Pirs 15: Vegera ji Sibîrya çawa biliyaye, hatiye pê û piştî hatiye Stenbolê çi kiriye, bi çi daketiye û heta sala vedigere Kurdistanê çi kiriye, çend salan li Stenbol maye û sala vegeriyaye Wanê kîjan e? Bersiv 15: Seyda dibêje; "mizgefteke Tataran hebû, ez car caran diçûm wê mizgeftê. Yek şevan jî li wir dimam. Rûsan qet negotin tu çima li wir dimînî û nayê. Ev yek bû sebeb ku ez pîlana firariya xwe çêbikim. Min xwe bi xwe digot; ´ez bi zimanê rûsî nizanim. Ez ê vê riya dirêj çawa bi dawî bikim?´ Lewra ew rê bi lingan, riya salekê didomîne. Pêwîst e, ez ji vê esîrtiyê xilas bim. Min xwe spart înayet û fedl û quweta Xwedê.

min ya Ellah got, bi tev cil û bergê xwe, min dest bi sefera firarî kir. Bi cureyeke ecêb ku ez ji di heyretê da mam. Ez bi riya Almanya, Warsowa, Wiyana gihiştim Stanbolê. Bi rengekî acêb û kirametwarî ez ji esîrtiyê xilas bûm. Bi wasita ku ez di Darulhîkmeta Îslamiyê da endam bûm, telîfa kitêban ji min ra rihet bû, min dest bi telîfa kitêba bi navê ´xutuwat-î sitte´kir. Min di vê kitiba xwe da bi zimanekî sert êrişî Îngilizan dikir û Îngilîz di 1920´î da heta Stanbolê hatibûn û îstîla kiribûn. min ev yek qebûl nedikir, min bi îlmî mucadele kir." Ji 76 mufti, 33 alimên meşhûr yek jî, Seydayê M. Seîdê Kurdî bû. Fetwa derdixistin, belav dikirin. Fetwayên wan quwet û cesaret dida gel. Li hember dijminan di her aliyî da têkoşîn û cihad hat kirin û bi ser ketin. Di wê demê de dît ku waye Dewleta Osmaniya têkdiçe û ji hev da dikeve, êdi venagere rewşa berê. Pêwistî bi yekitiya Kurdan heye. Kurd tenê dikarin bi yekîtiyê bibin xwediyê maf û zimanê xwe. Bi vê hêviyê vegeriya Wanê ku bi alim, şêx û reîsên eşîran ra hevdîtinan pêk bîne ku gelê Kurd bila ne ji dinê xwe, ne jî ji mafên xwe yên neteweyî bêpar bimînin.

Pirs 16: Di hinek çavkaniyan de behsa hin nameyên di nav Seîdê Kurdî û hin rewşenbîrên Kurd de dibe ku ew jî dibin wek hinek agehdarî ji bo dîtinên Seîdê Kurdî li ser doz û dawên kurdan û pirsgirêkên neteweyê Kurd. Wek nimûne nameya Mevlanazade Rifat Beg li ser avakirina dewleteke kurdî ya serbixwe û bersiva Seîdê Kurdî jê re ku li gora hinek angaştan wiha ye: “Rifat Beg ne avakirina Kurdistanekê, belê em împeretoriya Osmanî zindû bikin. Tu vê qebûl bikî ez amade me, di riya wê de canê xwe bidim”. Diyalogeke wiha derbas bûye di nav van herdû kesayetiyên kurd de, çendî hayê we heye jê? Bersiv 16: Di navbera Seîdê Kurdî û rewşenbirên Kurdan de têkilî çêbûne. Pir caran jî bi xwe di Kurdistanê da geriyaye, rewşenbîr û malmezinên Kurdan ziyaret kirine. Heta hatiye Gimgimê(Vartoyê) mala Xalid Begê Cibirî, ji wir derbasi Erziromê bûye. Tişta ku pêwîst bûye ji Kurdan ra gotiye. Wek mînak di zemanê Huriyet û Meşrûtiyetê de, ji Kurdan re gotiye; "li hember Huriyet û Meşrûtiyetê dernekevin. Me ji îstîbdadê pir zerar ditiye. Em Kurd in. Çi tiştên baş derkevin, fayda Kurdan tê de heye. Çima hûn qebûl nakin?"

Ew nameya ku ji Rifat Begê re hatiye şandin, li gorî gotinê, hinek rewşenbîrên Kûrd dema ku dibînin Dewleta Osmaniyan berbi rûxandinê ve diçe, dibêjin firsetek ji me ra çêbûye, em Kurd jî yekîtiya xwe pêk bînin, em jî mîna gelên dinyayê bibin xwedî maf û sitatû. Ji bo wê dibên, em nameyekê ji Seîdê Kûrdî ra bişînin. Seyda hem Kurd e, hem jî bi nav û deng e. Xudan nûfûz e. Name digihîje destê Seyda. Dibêjin, Seyda gotiye; "ji avakirina dewleteke Kurd re na, lê ji bo avakirina Dewleta Osmanî û teqviyeya wê ez amede me. Ez dikarim serê xwe bikim (dehiye)qurban." Ev gişt ne rast in. Ew tehrifat in. Dîsa behsa nameya ji Mele Selimê zaza û Şêx Seîd ra jî, gişt derew in, ne rast in. Min ji 70´yi zidetir di risaleyê de cihên ku hatine xirakirin û tehrifkirin dîtine. Seyda gazî Kurdan kiriye, gotiye; "em Kurd tên xapandin, lê em kesekî naxapînin.“ Min ji kurê Şêx Seîd Şêx Elîriza bihîst, digot; "ez û Silahedînê bêrayê min, em di dema ê de çûn ziyareta Seyda. Rabû em hemêz kirin û got; ´înşallah ez ê heyfa birayê xwe Şêx Seîd bigirim.´" Şêx Elîriza wiha didomand; "Seyda pir bawer kiribû ku heyfa Şêx Seîd bi risalan tê girtin. "Disa di nav Seyda û Kor Husên Paşa da jî, bi zindî bi şahîdbûna feqiyê wî Mele Hebîb çêbûye, pir şaş û iftira ye. Dibêjîn, Seyda gotiye; hûn bi kê ra herb dikin? Osmaniyan 600 salî ji Îslamê ra reîsî û mezinatî kirine. Li hember wan şûr nayê bikaranîn. Hûn dibin sebeb ku bira birayên xwe bikujin. Ez di vê yekê da tunim." Ev gotin mimkûn nîne. Îftira ye, Mele Hebîb şahîdî dida digot; "Seyda ji Kor Husên Paşa ra got; ´hûn dereng man, Şêx Seîd hat girtin. Diviyabû hûn zû rabûbana." Divê gelê Kurd bawer bike ku yekî mîna Seyda van gotinan nabêje. Min bi xwe bi qasî 70 cihên ku bi taybet di der heqê Kurd, Kurdistan û Ermeniyan da hatine nivisandin, paşê tehrif bûne û hatine guhertin, tespit kirine.

Pirs 17: Herwiha tê gotin ku pêşniyazek ji bo kurdistaneke serbixwe ji aliyê Serokê Kurt Teali Cemiyeti Seyid Abdulqadir jî hatiye jê re û bersiva wî jî red kiriye, wek sebeb jî misilmantiya gelê Tirk daye xwiyakirin, bingehê vê? Bersiv17: Ji aliyê serokê Komela Tealiya Kurd ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe ji Seydayê Mele Seîd alikari hatiye xwestin, lê Seyda ew daxwazî red kiriye. Ev hemû tişt ji

nusxeyên rîsaleyên wî hatine tehrîf kirin. Bila rewşenbîrên Gelê Kurd bi van gotinên ku hatine serûbinkirin, bawer nekin. Seyda tevlî vê daxwaziyê nebûye, lê temamen red jî nekiriye. Beriya her tistî baweriya Seyda li ser umetê bûye. Xwestiye ku umet di bin alaya îslamê de bibe yek dewleteke mezin. Terefdarê dewletên biçûk ên cuda cuda nebûye û di nav bera dewletan de hudûd qebûl nedikir, lê wi dixwest di nav van sînoran de her kes xwediyê mafên xwe yên neteweyî bin. Ango wî digot; „li gor felsefa îslamê çi maf û heqê ku ji bo Ereb, Tirk û gelên din hebe, ew maf û heq divê ji bo Kurdan jî hebe.“ Ji ber vê hindê, ji bo ku Kurd bigihêjin temamiya mafên xwe xebitiye û ji bêr vê jî ketiye heps û zîndanan û gora wi jî ne diyar e. Hê kes nizane gora wî li ku derê ye. Li gor baweriya Îslamê, Kurd, Ereb, Tirk, Faris û gelên din ango çiqas bawermnd hene gişt birayên hev in. Ev biratiya me xirab nekiriye. Şêx Seîd ji dibêje; „Biratî me xerab nekir, biratiya di navbera Tirk û Kurdan de, Tirkan xerab kir, ew bend wan qetand. Pêwîst e, em ji hev cuda bibin.“ Ez bawer dikim Seydayê Mele Seîd jî wer bawer dike. Lewra eqîda umetvaniyê di Îslamê da heye. Lê Dewleta Tirkan li dijî Îslamê dewlet ava kirine. Di baweriya Seyda da Ataturk sufyan e. Di dema cumhuriyetê da meclîs tê avakirin. Ataturk gazi Seyda jî dike. Seyda dihere meclîsê, li meclisê hevalên wi yên ku nimêjê dikin, pir dibin. Ataturk gazî Seyda dike, jê re wiha dibêje; „me gazî te kir, me got tu alimekî mezin î, em ji îlmê te faydê bibînin. Me negot tu werî, nifaqê bikî nav me û dujminatiyê bikî.“ Seyda wiha dibersivîne: „Paşa, paşa nimêj bike. Yên ku nimêj nakin xayîn in. Hukmê xayinan jî merdut e.„

Pirs 18: Diyaloga di nav Mistefa Kemal û Seîdê Kurdî de jî mîna tê zanîn xaleke dabaşê ye, sala dawî bû mijara filîmekî bi navê “Hur Adam “ jî. Tê gotin ku Seîdê Kurdî fetwa li dijê “Kuvva-i Milliye”jî red kiriye û ev jî bûye sebeb ku Mistefa kemal wi vexwuni enqeri. Sal 1922 ye, li wir li gora hinek gotinan, Mistefa Kemal bi merasim pêşwaziya wî dide kirin. Seîdê Kurdî li paytextê nû beyanameke 10 xalî pêşkêşî meclîsê dike, çi bûn ev xal û piştre çima nav wî Mistefa Kemal xerab bû?

Bersiv 18: Seydayê M. Seîdê Kûrdî li dij dewletên Anatoliya îşgal kiribûn, yên wek Îngilîz, Firansa û Rûsan der dikeve û şer dike. Di şer de birîndar dibe û dikeve destê Rûsan. Nêzî 3 salan li Rûsyayê dimîne. Li aliyê din bi îlmê xwe jî meşhûr bû. Bi alîkariya Mehmet Akîf, Şêyxulîslam Mistefa Sebrî û çend hevalên wî yên din di Dar-ul Hîkmeta Îslamî da bûbû endam. Van hemû bûyeran şohreta Seyda zedetir bela kiribû. Ji ber vê yekê Mistefa Kemal ew vexwend Enqereyê ku ji fikr û ilmê wî sûdê werbigire. Seyda di 1922´an de hat Enqereyê. Bi merasim pêşwazî kirin. Seyda di meclîsê da xitabî mebûsan kir. Bi ayetê kerîm „eyûhel mebûsîne li yevmil êzîm“ dest bi axaftina xwe kir. Di axaftinê de pêşniyara ji 10 xalên balkêş pêkhatî, dike: Divê ev meclîs, Meşrûtiyeta li ser wateya mişewre û edaletê û jiyaneke bi rûmet esas bigire. Divê perwerdeya îslamî, tekye û mekteb bibin yek, cudabûnên fikr û meşreban werin rakirin. Divê dewleteke girêdayî îlmê, bê tesîskirin. Di medresan da qaîde û mesaiya gelemperî were tetbik kirin ku huner u pêşveçûn çalaktir bin. Gerek hûn waîz û xetîban ji alimên pisbor pêk bînin. Divê pêşketina madî û manewî bi hev re bin, an na ne dewlet neji din li ser lingan dimîne. Dijminê pêşvemayînê nezanî, xizanî û dubendî ye. Ji bo vê jî divê bi navê Îslamê yekîtî pêk were. Eger Padîsah xelîfe be, divê pêxamber wek rehber qebûl bike. Di olê da zor û zept tune. Di rêberiya Hz. Mihemed da divê li gelên ne Misilman zulim neyê kirin, hemû mafên wan were dayîn û parastin. Li Kurdistanê anîna perwerdeya nûjen tek çareserî ye. Divê li Kurdistanê li sê cihan zanîngeh were vekirin. Encama van hemû xalan ev e; divê hûn berê xwe bidin olê û nimêj bikin. Li ser telkîna Seyda 60 mebûs tevî Kazim Karabekir dest bi nimêjê dikin. Li ser vê Mistefa Kemal ev gotinên xwe yên meşhûr ên ku me berê jî gotibûn, anî zimên: „Me gazî te kir, me got tu alimekî mezin î, em ji îlmê te faydê bibînin. Me negot tu werî, nifaqê bikî nav me û dujminatiyê bikî.“

Li ser vê Seyda Enqereyê terk dike û diçe Wanê.

Pirs 19: Sala piştre ango 1923´an diçe Wanê û bi çend telebên xwe re beşek ji zemanê xwe di şikeftekê de derbas dike, ev telebên wî kî bûn, çend salên berî dewlet wî di ser Stenbolê re sirgûnî Burdurê, beldeya Barla bike, çawa derbas kirin, çi kir di wan salan de? Bersiv 19: Seyda dît ku dewleta Enqereyê li gor dilê wî nameşe. Dest bi zulmê kiriye, heta tehemûlî kitêvên olî û şîîran nake, bi dujminatiyekî sînsî êrişî ser rûmeta ol û mîlî û ûnsûran dike, pêrîşantiya rewşa misilmanan û înkara mafên gelan dibîne. Gelekî mehzûn dibe, di 1923´da tê Wanê, ew û tevî çend telebeyên xwe ku yek ji wan Mele Hebîb bû, tere ser çiyayê Erakê. Li wir di şikeftê da dibê; „ez ê dest bi nivîsa kitêvan bikim û dersan bidim, divê ez ê ji vir û şûn va bi riya îlmê olî gelê xwe hişyar bikim, îbadet û dua bikim, ez ê temamen ji siyasetê dûr bikevim.“ Seyda digihêje baweriyeke wisa ku bi wê siyasetê gelê Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurd bigihêje mafê xwe yê olî û neteweyî. Piştî ku Seyda bêhevî dibe, him ji siyasetê dûr dikeve, him jî dixwaze ji nav gel derkeve û dûr bisekine. Seyda ji vê beşa jiyana xwe wek „Dema Seîdê Nû“ binav dike.

Pirs 20: Helwestê wî beramber Şoreşa Şêx Seîd û sipekulasyonên di vê derbarê de? Li gora hin kesan em bêjin, nivîskarê îslamî Huseyin Okçu Seîdê Kurdî di kitêbeke xwe de, bi navê „ Şûalar“ de rutbe û paya şehadetê daye Şêx Seîd, belê ev beş di çapên nû de hatiye derxsitin. Hin kes jî behsa nameyên di nav Seîdê Kurdî û Şêx Seîd de hatine û çûne dikin. Lê kesên ku vê napejirînin û eslê nameyên bi vî rengê tune dibêjin jî hene, rastî û nerstiya vê? Bersiv 20: Eslê nameya ku Şêx Seîd ji Mele Seîdê Kurdî ra şandiye, di rîsalan da ez rast nehatime. Lê ji aliyê hinek talebê wî yên Tirk da hatiye nivîsandin ku Şêx Seîd nameyek ji Seyda ra şandiye, gotiye ku îştîraqî nav me bike, em bi hev ra li himber Dewlata Enqereyê ji bo destxistina mafên gelê Kurd mucadele bikin. Seyda jî red kiriye û qaşo gotiye; „faydeyek di vê tevgerê da tune, niyeta min tune ku ez bibim sebebê rijandina xwîna bisilmanan.“

Ev yek derew e. Lewra Seyda di pir rîsalan da ji Mistefa Kemal ra gotiye; „sufyan e, ne bisilman e. Li hember wî mucadele û cihad ferz e.“ lê metoda Seyda cuda bû. Daxwaza wî cihada îlmî û siyasî bû. Di şûayan da behsa şehadeta Şêx Seîd hatiye kirin, an na? Belê, her kes dizane ku behsa Kurd, Kurdistan, Ermeniyan, mezin û şehîdên Kurdan temamen ji risalan derxistine û avêtine. Ez jî dizanim Seyda di şûayan da behsa şehadeta Şêx Seîd kiriye, lê niha tune. Min berê jî gotibû. Min şîfahen ji kurê Şêx Seîd Şêx Elî Riza bihîst. Digot; „ez û birayê xwe Şêx Silahedin çûn ziyareta Seyda, rabû em hemêz kirin û got: „Ez ê heyfa birayê xwe Şêx Seîd bigrim. Meraq nekin, him Şehîd e, him jî meqamê wî û cihê wî pir bilind e.“ Lê di Şûayan da bênav behsa Şehadeta umûmî û isari kiriye.