Lêkolîn

Jan Dost

1- Rewşa gelê kurd û rewşa navneteweyî di serdema E. Xanî de û bandêra wan li ser Mem û Zîna E. Xanî? Piştî şerê Çaldêranê di tebaxa 1514 an de. Artêşa Sefewiyan şikesteke mezin xwar û tevaya wilayeta Diyarbekir (di gel bajarên mîna Mêrdîn. Urfa. Reqqa û Mûsil) kete destê Osmaniyan. Ji wê çaxê de piraniya Kurdan ketin bin siya fermanrewayiya Osmaniyan piştî ku sultan Selîm şertê wan ku girêdayî mîrek û serokên êlên xwe bimînin, pejirand. Berî wî şerî Kurd di navbera herdu imperatoriyên dijmin de(Sefewî û Osmanî) dabeş bûbûn. Di şerê Çaldêranê de hakimê Hesenkêfê melik Xelîl ku zavayê şah Ismaîl bû(6) li hêla sefewiyan şer dikir. Li aliyê Osmaniyan Mîr Lale Qasim, mîr Şerefê mîrê Bedlîsê û waliyê Diyarbekrê Xan Mihemedê ku di şer de hate kuştin, hebûn(7). Kurdistan wekî cografiyayeke taybet, bûbû navbirra wan herdu imperatoriyên dijhev û ew cografiya bûbû lanetek li ser gelê kurd yê ku girêdanên wî jî parçe bûbûn û her beşek bûbû destikê kêra imperatoriyekê. Kurdistan jî meydana şer bû, sal nediçû ku li eniyên şer yên rojhilatê dewleta Osmaniyan şerek li dar

neketibûya. Lê ziyankar tenê gelê Kurd bû. Peymana Qesra Şêrîn: Bi wî awayî gelek sal dibuhurîn û welatê Kurdan wêran dibû. Mîrîtî qels û lawaz dibûn heta ku herdu imperatoriyan peymaneke aştiyê sala 1639 an imze kirin ku di dîrokê de bi navê peymana Qesra Şêrîn hate naskirin. Li gor wê peymanê Rewan(Yêrîvan) li sefewiyan vegeriya û tevaya Iraqê bû para Osmaniyan. Tiştê ku bala mirov dikişîne ew e ku ji wê peymanê û vir de li gor jêderên dîrokî êdî agirê şer li eniya rojhilat sar bû û heta di jiyana Xanî tevî de jî şûrek li wê eniyê nehate kişandin û gulleyek nehate teqandin! Lê em dibînin ku Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa (herdu terefan) û şerê wan dike wekî ku wî bi xwe şer dîtibin û di jiyana wî de qewimî bin. Bêguman Xanî yê ku derdê wî derdekî netewî bû çîrok û stran û serpêhatiyên demên şer dibihîstin û encamên şer li ber çavan bûn û şopên ku wan şeran li pê xwe hiştibûn gelekî kûr bûn ku bi salan ew şop nediçûn. Bê guman Xanî dê Şerefname xwendibe û dê destanên şeran û tarîxa qirêj ya sultanan û şahan li welatê xwe ji devê dengbêj û kalemêran bihîstibe loma jî wî her di pêşgotina Mem û Zîna xwe de behsa wî şerî kiriye mîna ku hîn li dar e(vegere malikên 221 heta 225). Berî wê peymanê jî herdu imperatoriyan her yekî ji alî xwe de xwestin mîrnuşîniyan qels bikin û serxwebûna wanî mayî jî têk bibin û wan bixin bin çengên xwe. Şah Ebbasê yekem kurd di şerên xwe yên hundir û derve de bikarnîn. Ew li himber Mafî û Nankilîyan ajotin şerekî giran û ew di kela Rewandizê de qir kirin.

Yê ku serokatiya vê helmeta şahanî dikir jî yekî kurd bû bi navê Ehmed kurê Heloxanê Erdelanî(8). Şah Ebbasê ku Biradostî di Kela Dimdimê de sala 1608an qir kirin, êlên Kurdan mîna navbirr koçberî sînorê xwe û Ozbekan kir û ew li ser sînorê Xurasana rojhilat bi cih kirin da ku ew êl bibin mertal ji bo sînorên dewleta wî ya berfireh(9). Bêguman Xanî ne bêagah bû ji van bûyer û serpêhatiyan. Her wisa ne dûrî cihên bûyeran bû jî. Bi xwe di nav de bû û di her rêyekê re û li ber her zinarekî û di her gelî û newalekê de şopa şerekî hebû. Her ber û dar bûbûn şahidên cengên giran ku li ser devê dengbêjan bûbûn destan û di civatan de dihatin gotin. Xanî ev bûyer mîna dîmenin ku taze li ber çavên wî qewimîbin wisa anîne ziman: Bifkir ji `Ereb hetave Gurcan Kurmanciye bûye şubhê burcan Ev Rom û `Ecem bi wan hesar in Kurmanc-i hemî li çar kenar in Herdu terefan qebîlê Kurmanc Bo tîrê qeza kirîne amanc Goya ku li ser hedan kilîd in Her tayife seddek in sedîd in Ev qulzemê Rom û behrê Tacîk Hindî ku bikin xurûc û tehrîk Kurmanc-i dibin bi xûn mulettex Wan jêk vedikin misalê berzex (malikên: 220-225)

Rewşa Osmaniyan li eniyên rojava: Di jiyana Xanî de (1651-1707) pênc sultanên Osmaniyan hatin ser textê hukumdariyê.Mihemedê çarem (1648-1687) û Silêmanê duyem (1687-1691) û Ehmedê duyem (1691-1695) û Mustefayê duyem (1695- 1703) û Ehmedê sêyem ku Xanî di dema wî de wefat kir. Qonaxa hukumdariya van sultanan bûbû destpêka lawazî û sistbûna imperatoriya osmanî. Êdî stêrka Ali Osman ji ezman dadigeriya û diçû ava. Erê li rojhilat agirê şer sar bû û bû dema ku êdî xwedan hiş di encamên şeran de bifikirin, lê li rojava agirê cengên giran ji nû ve hilbûn û imperatorî êdî pîr dibû. Li hundir jî serkêşiyên gelek mîr û paşayan û serhildanên Yenîçeriyan êdî dewlet zûtir pîr dikir. Sala 1651an ku sala tê de Xanî ji dayik bûbû, Italiyan giravên Tenedos û Lemnos yên li devê Dardanêl dagîr kirin û leşkerên Osmaniyan şikestî ji dorpêça Viyannayê vegeriyan. Li pê wê, peymana pîroz di navbera Papa û çend dewletên ewropî de li dar ket û êdî têkiliyên Firansa û Osmaniyan jî ber bi xirabbûnê ve çûn. Sala 1686an osmanî ji bajarên Poda û Best yên Meceristanê reviyan.Sala 1694an Osmaniyan li pêşber nemsawiyan li Solenkamen şikeseteke mezin xwarin û revî revî bi şûn de hatin. Li her hêlê êdî osmanî bi şûn de dihatin û imperatoriya wan êdî dikurisî. Di wan deman de Ehmedê Xanî Mem û Zîna xwe dinivîsî û doza hişyariyê li gelê xwe û mîran dikir. bêguman hayê wî ji van bûyeran hebû. Wî dizanîbû ku êdî osmanî jar dibin, dizanîbû ku bilandina Osmaniyan û mijûliya

wan bi eniyên rojava re fersendeke dibe ku careke din ji Kurdan re neyê. Meziniya Ehmedê Xanî ev e ku ew şêxekî zemanê xwe bû jî, lê hîç derdê gelê xwe ji bîr nekir. Berê xelkê neda cihada (Gêwir) li rojava. Li ser menberan negote wan herin tev li eskerê mensûr yên(Sultên) bibin û bihişt û horiyên wê li pêşiya we ne. Wî dixwest bihiştê li erdê ji bo gelê xwe pêk bîne. Hîç Xanî negot ev dewleta em tê de û di bin sîbera sultanên wê de dijîn dewleteke islamî ye û xiristyan şerê wê dikin, divê em niha dengê xwe nekin û her û her piştê bidin vê dewletê. Ew zulmê dike xem nake, lê dijminê me xiristyan in! Na wî ev hizr nekirin para mejiyê xwe û berovajî van hizrên bi hezaran şêx û melayên Kurdistanê yên wê demê û vê demê, ew rabû û got ku em milletekî bextreş in. Eger stêrika bextê me jî biçirisiya û camêrek ji nav me rabûya dê niha dewleteke kurdî mezin ava bikira. Ma hîç fersendên wisa dubare dibin gelo! Na . De îca namûse li hakim û emîran ku dest bidin hev û dewleta me ava bikin. Lê namûs nehate hakim û mîran û xewnên Xanî wisa têk çûn û hesretên wî di gel wî binax bûn. 2- Xanî çendî serdestê dem û qonaxa xwe ye, çendî pirs û pirsgirêkên gelê kurd naskirine û hewla wî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çend e, çawa ye ? Guman nîn e ku bîr û baweriyên Xanî ne çêlîk û zayîdeyên bûyerên Kurdistanê û cîhanê tenê bûn lê bi ya min ku gelek çavkaniyên teorî hene Xanî pirr sûd û havil ji wan girtine. Xanî di nerîna min de nûnerê şêweyekî taybet ji ramanê bû, nûnerê fikreke netewî bû

ku êdî serî di nav rewşenbîrên wan deman de hildabû. Xanî diyardeyek e, divê em wî di çarçova mêjûya edebî û çandî ya rojhilatê de bixwînin. Û divê em li bingehên ku wî bîr û baweriyên xwe derbarî milletperwerî û azadî û Xwedê û hebûnê de li ser ava kirine, bigerin. Divê em çavpêketineke bi lez li nexşeya çandî ya wê serdema ku bû şahidê zayîna vê berhema bêhempa bixin. Li rojhilata di dema Xanî de sê zimanê serdest hebûn. Yek jê zimanê Erebî bû. Zimanê pîroz, zimanê Quranê û dînê islamê ku bi milyonan misilmanên ji her milletî mecbûrî fêrbûna wî bûn. Ew zimanê ku şaristaniya islamî-Erebî û bi sedhezaran kitêb pê hatibûn nivîsîn û roleke giring di pêşxitina civakên islamî de lîstibû. Zimanê din yê Farisî bû ku li ser destê hin kesên xîretmend û bi piştigiriya mîr û sultanên Eceman di dirêjiya sedsalan de hate sîqal kirin û bû zimanê wêjeyê ji Stenbolê heta Hindistanê. Zimanê sêyem yê Xwedêî(Osmanî) bû ku ew jî zimanê dagîrkerên welatê Ehmedê Xanî bû. Di nav van zimanan de zimanê kurdî jî êdî nasnameya xwe saz dikir û şerê hebûnê û xweparêziyê nû li dar xistibû, lê bi çekin hindik û siwarin hindiktir. Ew li ser destên nifşekî pêşeng ji şairên mezin ku hestên xwe bi zimanê dayikê derbirrî bûn. Bi zimanê xwe yê sêwî û bêxwedî û lipêmayî wan derî li ber nifşên li pê xwe vedikirin û êdî ew ziman ji ezmûna xweisbatkirinê bi serkeftin derketibû meydanê û dîwanên hêja yên kesên mîna Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û xezeliyên Eliyê Herîrî hatibûn nas kirin û êdî xelkê ew ji ber dikirin û li

civatan dihatin xwendin. Vê yekê baweriya bi ziman li ba rewşenbîrên wê demê xurt kir û ew lê hay bûn ku zimanê kurdî jî zimanê nivîsnadinê ye û hestên mirovan û xweşiya evînê û şewata wê dikarin bi wî zimanî jî werin derbirrîn. Xanî di pêşiya Mem û Zînê de destnîşanî wan hersê şairên navborî kiriye û xemgîniya xwe da xuya kirin ku mîrê nezan guh dabûya wî dê navê van mezinan bilind bikira û ew vejandina. Xanî ew her çar zimanê ku me li qelem dan qenc dizanîbûn. Di her çar zimanan de jî serdest bû û ew li ber wî bûbûn hespên xweşkêş. Wî gelek sûd ji wan wergirt. Di rêya Erebî re li felesefe û mentiqa islamî ya ku li ser bingehekî Grîkî ava bûbû, haydar bû. Kete bin tesîra sofiyên mezin. Nakokiyên ku di hundirê dînê islamê de, tîr û beşên mezhebên islamî nas kirin û zimanê Quranê di destê wî de bûbû hevîrek ku çi bixwesta dikaribû jê saz bikira. Di Mem û Zînê de ew zanîna wî ya pirr, kifş û berçav e. Wî di berhema xwe de gelek peyvên Erebî bi kar anîne ku tenê di Quranê de hene, her weha peyvên bi kar anîne(Mîna peyva Yûh ji bo rojê) ku êdî Ereban bi xwe ew di nivîsên xwe de bi kar nedianîn. Di rêya Farisî re jî çavên wî li gencîneyên çanda îranî vebûn. Destanên mezin xwendin û çîrokên herêmê nas kirin. Wêjeya fêrkariyê ya ku li ser destê Seediyê Şîrazî gihiştibû kemalê nas kir. Û nas kir çawa zimanekî mîna Farisî ku bi hatina islamê re êdî sekerat kir, bi hevkariya (mîr û şairan) ji mirinê filitî û dîsa li ser lingan rawestiya.

Wî malika Firdewsî di Şahnameyê de ku dibêje: Besî renc-i burdem der în salî sî Ecem zinde kerdem bedîn Parisî! Xwend û çavnasî milletperweriyê bû û wî jî got: Ev name eger xirab e ger qenc Kêşaye di gel wê mi du sed renc! Bê guman Xanî zimanê Xwedêî jî paşguh nekiribû. Di rêya vî zimanê dagîrkeran re çavnasî wêje û tarîxa Osmaniyan bû. Wî bi zanebûn û biryar ev hemû ziman û xweşiya wan û şan û şerefa nivîsandin bi wan li pey xwe hişt û avête pişt guhê xwe û dest avête nivîsîna bi zimanê xwe yê sêwî û (Sifrê xwe yê xef) ango destana Mem û Zînê nivîsî(eşkera kir). Wî xwest xitaba gelê xwe bi zimanê gelê xwe bike. Wî dizanîbû ku her pêxemberek hatiye û bi zimanê qewmê xwe doza xwe kiriye. (Her pêxemberek ku me ew hinartî, bi zimanê gelê xwe pêxemberî kir, da ku ji wan re zelal bike). Mîrê mêjûnas Şerefxanê Bedlîsî yekemîn kitêb di tarîxa Kurdan de û li ser Kurdan bi zimanê Farisî nivîsî. Ew zimanê ku mîna me got, di çimê belavbûn û geşbûna xwe de bû û serdestiya wêjeya rojhilatê heta Hindistanê dikir. Lê Xanî ev yek nepejirand û bi eşkeretî di pêşiya destana xwe de got ku wî pişta xwe da zêr(Farisî) û berê xwe da sifr (kurdî) û tê de xebitî û xwest wî sifrê xwe yê xef û veşartî û rengçûyî spî bike û daxîne bazarê! Wa bawer dikim ku ew wisa bersiva Şerefxan dide û dibêje ku xweziya te jî ew berhema hêja bi vî zimanê me yê sêwî nivîsîbûya. Her weha ew dibêje ku bi Farisî (ji ber ku wek zêr e ) her kes dikare

berhemên qenc pê biafirîne, lê yê ne ku zêde jêhatî û zîrek be nikare ji sifr (zimanê kurdî) berhemeke hêja biafirîne. Di baweriya min de ku Xanî dê Şerefname xwendibe û ketibe bin tîn û tesîra wî. Ev jî dihêle ku em bibêjin pêşengê milletperweriyê Şerefxan e, ne Xanî ye. Şerefxan ji ber ku mîrekî xwedan xîret bû, projeyeke wî ya mezin hebû ku federasyonekê di nava Kurdan de saz bike (wî xwest yekîtî û ittifaqê bixe nav Kurdan û doza avakirina eniyeke hevbeş kir di navbera mîrnuşîniyên Kurdan de û dixwest ku ferdersyoneke mezin ava bibe û navenda wê jî cizîra Botan be, lê vê projeya wî bala mîrekên Kurdan nekişand). Şerefxan bi xwe jî di pêşgotina Şerefnameyê de bîr û baweriyên xwe yên netewî anîne ziman û hoyê nivîsîna berhema xwe dane ber çavan. Ku em pêşgotina Mem û Zînê û ya Şerefnameyê bidin ber hev dê bibînin ku mebesta herdu nivîskaran yek e. Herduyan jî li ber çavê xwe vejandina pêtên di bin ariyê de danîbûn û dixwestin mîratê Kurdan yê wêjeyî û dîrokî yê li ber mirinê û windabûnê vejînin û ji pencên jibîrkirinê rizgar bikin. Lê di gel ku di dawiyê de mebestên herduyan yek in, cudahiyeke bingehîn di navbera wan de heye. Şerefxan dixwest mêjûya binemalên mezinên Kurdan yên ku hatine ser texê fermanrewatiyê binivîse (da ku nav û deng û şanê malbatên Kurdan yên xwedan roleke mezin di jiyana Kurdistanê de li pişt perdeyan nemîne). Lê Xanî: Kêşaye cefa ji bo yî `amê. Yanî wî dijwarî û zorî ji bo tevaya milletê xwe dîtiye.

Wî negot: kêşa ye cefa ji bo yî mîran. Her weha ew dibêje: min ev berhem danî, ne ku şareza me û wêjevanekî zana me, lê ji milletperweriya xwe û eşîrperestiya xwe min dest avêtiye qelemê! Yanî ne ji qabilî û xebîrî Belkî bi te`essub û `eşîrî Şêweyê ku van herdu pêşengan (Şerefxan û Xanî) pêşgotinên xwe pê nivîsîne dide zanîn ku Xanî ketiye bin bandora Şerefxan (ku ew nimûneyek ji ronakbîrên wê demê ye) û her wisa dide zanîn jî ku hin mijar hebûn bala rewşenbîrên wê demê dikişandin û êdî xemxuriya wan bû ku zanibin çima ev bindestî û çima ev paşketina wêjeyê û sêwîtiya ziman! Erê bêguman di civatên wan rewşenbîran de niqaşên wisa li dar diketin û gelek guftûgo çêdibûn. Lê ji ber ku li ba me tiştek nehatiye nivîsandin em nizanin heta kîjan radeyê dê ev iddiaya me rast be. Tenê em dikarin ji nav xêzikên berhemên xwe yên berê rastiyên dîrokî derînin. Dîsa di pêşgotina Şerefnameyê de hedîsek li ser zimanê pêxember heye, dibêje ku pêxember nifir li Kurdan kiriye, da ku ew hîç nebin yek. Çiku herifîna cîhanê di yekîtiya wan de ye! Tiştê balkêş ew e ku Şerefxan vê hedîsê mîna rastiyekê bawer dike û dibêje: û ji wê rojê de Kurdan nikarîbû dewleteke xwe ya mezin saz bikin!. Ev yek dide xuyakirin ku yekîtiya Kurdan ji berê de mijareke germ bû ku him li ba neyarên Kurdan û him jî li ba Kurdan dihate guftûgo kirin. Şerefxan di pêşgotina xwe de dibêje: kurd bi ya hev nakin û li pey hev naçin, ittifaq û alîkarî di nav wan de

nîne. Xanî jî vê gotinê bi malikekê weha dibêje: Lew pêkve hemîşe bê tifaq in Dayim bi temerrud û şiqaq in Şerfexan nelihevkirina Kurdan vedigerîne nebûna serekekî serfiraz û xurt û dibêje: ji ber ku niha li nav Kurdan bi giştî serekek nîne ku hemî li pê wî biçin û fermanên wî bi cih bînin, piraniya wan bûne xûnrêjên hev û guh li qanûn û zagonan nakin û ji bo pûçtirîn sebeb serî hildidin. Di devereke din de jî bûyereke balkêş tîne ziman ku divê em gelekî li ber rawestin. Ew dibêje ku piştî şerê Çaldêranê sultan Selîm ji Idrîsê Bedlîsî xwest ku Kurd yekî ji nav xwe hilbijêrin da ku hemî êl û hoz di bin ala wî de bin. Idrîsê Bedlîsî ji sultan re dibêje: her yek ji Kurdan dibêje ez û ne kesekî din. Kes bi ya kesekî din nake. Xanî jî di vê xalê de gotinên Şerefxan dubare dike û hîn wêdetir diçe û hêvî dike ku serekekî mezin rabe û dewleteke aram hukum bike û guhdêriya wêje û zanînê bike û şerekî li himber neyaran li dar bixe. Ev herdu pêşeng eynî bingeha psîkologîk ya kesayetiya kurd tînin ziman û herdu jî eynî sifet û sinçan didin gelê kurd. Şerefxan dibêje: piraniya komên wan bi cesaret in û camêr in û comerd in di gel xîreteke mezin û serfiraziyeke bêsînor ….. êdî xwe dihavêjin tehlukeyê û xwe li xeterê diqelibînin, da ku destê niyazê û lavan dirêjî nemerd û nerindan nekin û alîkarî û qenciya wan nexwazin. Xanî eynî van gotinan lê bi şêweyekî vehandî û menzûm dibêje: Camêrî û himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet

Ew xetm e ji bo qebîlê Ekrad Wan daye bi şîrê himmetê dad Hindî ku ji şeca`etê xeyûr in Ew çendî ji minnetê nefûr in Ev xîret û ev `uluwwê himmet Bû mani`ê hemlê barê minnet Lewra ku hemîşe bêtifaq in Dayim bi temerrud û şiqaq in Li vir mirov nikare bibêje ku ev diziya bîr û baweriyan e, lê ji ber ku herduyan wêneyê yek milletî kişandine lewra jî herdu wêne gelekî dişibihin hev. Li rex Şerefnameya ku ez bawer dikim dê Xanî xwendibe, wî hin jêderên din jî dîtine ku ji bîra wî ya netewî re bûne bingeh û li ser ava kiriye. Helbestên melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran ax û zeviyek bûn ku tovên kurdayetiyê tê de şîn hatin û qebilîn. Ne ji ber mijarên di helbestên wan de lê ji ber zimanê ku ew helbest pê hatine nivîsîn. Em dizanin ku ziman ew e ramana ku bîr û hişmendiya milletekî di xwe de diguncîne û sîqal dike. Ew zimanê ku li ber windabûnê bû kete destên van kesên ku xwedîtiyek qenc û dilovane lê kirin û jê re bûne bav û dayik. Mixabin ku bavîtiya wan têrê nekir ku mîratê nivîsandî hemî biparêzin. Şerên ku li qada welatê wan diqewimîn ji bavîtiya wan xurttir bû. Û gelek berhem ketin koncala jibîrbûn û windabûnê. (Şerefxan behsa mîrekî Kurdan dike ku navê wî Yaqûb beg bû û dibêje ew li ser rêya sofiyan bû û rewnabêjekî jêhatî bû ku dîwanek derbarê tesewwifê bi kurdî li pey xwe hiştibû). Ev

destnîşankirin belgeyeke dîrokî ye ku gelek dîwan û kitêb ji holê rabûne yan bi hoyên şer û cengên Sefewî û Osmaniyan û nakokiyên Kurdan bi xwe jî, û yan jî bi hoyê nezaniya mîrên Kurdan û guhnedana wan ji wêjevan û zanayên Kurd re. Li vir dixwazim xaleke giring bînim ziman û bibêjim ku netewayetî û kurdperwerî pêşî li Bedlîs û Bazîdê hate meydanê lê li herêmên mîna Amîdiyê û Cizîra Botan ne heta wê astê xurt û diyar bû! ez bawer im ku Bazîd û Bedlîs her di nava hêtûna şeran û nakokiyan de bû. xelkên wan herdu hêrêman ketibûn ber pêlên imperatoriyan û nakokiyên wan. Di siya Sefewiyan de diniviyan û li ser dengê daholên Osmaniyan ji xew radibûn. Van guherînên li pey hev û berdewam bêguman roleke erênî di pêşxitina hestên netewî li ba rewşenbîrên Kurdan lîst. Êdî ew qenc bi kesayetiya xwe ya serbixwe hest dibûn. Li hêla din yanî li herêmên ku hinekî dûrî şer û agirê cengê bûn, wêjeyeke ciwan hate meydanê lê netewayetî dengekî zeîf bû di nav dengê wêjevanan de. Melayê Cizîrî wisa bi nav Kurdistanê derbasî qesîdeyên xwe dike. Ew nebûye mijara wî mîna ku yara wî û keziyên yara wî û derdên evînê li ba wî bûne mijara sereke. Ez vê dibêjim ne ku ji qedrê melayê Cizîrî kêm dikim. Ew bejna herî bilind e di şêweyê hunerî de di kurdiya klasîk de û tenê nivîsîna wî ya bi kurdî besî wî ye ku wî bike pêşengek ji pêşengên ku bingeha wêjeya kurdî danîn. Erê nivîsandin bi zimanê dayikê bese da ku hişmendiyê ji nû ve ava bike û bixwehestbûnê xurt bike. Ma dema ku wî digot: dev ji Şîrazî berdin û werin qesîdeyên min bixwînin, ne digot: werin kurdî bixwînin!

Yên mîna Melayê Cizîrî bi dîwana xwe ya ciwan û yên mîna Feqiyê Teyran bi berhemên xwe yên nêzîkî berhemên gelêrî mîna Şêxê Sen`an û Bersîsê `abid rê li ber derketina Xanî vekirin . Xanî pala xwe da van pêşengan û behsa wan jî di pêşgotina xwe de kir, wî berhemên wan û nirxê berhemên wan baş dizanîbû. Projeyeke mezin di bala wî de bû û dizanîbû ku ev proje bêyî (mora) mîr nakeve pratîkê, lê: Çibkim ku qewî kesad e bazar Nîn in ji qumaş-i ra xerîdar Û: Teb`ê Xanî sedefa gewherê `irfan e welê Metnixwanek nebitin sahibê me`na çi bikit?(dîwana Xanî) Û: Dilê Xanî eger çi gencexan e Şukur qet kes nego Xanî bi çendan!(dîwana Xanî) Û: Genca me di dil guher tijî ne Herçende `eyan xezeffiroş in! (Dîwana Xanî) 3- Xanî kapasîteyek e, xurtiyek fikrî û rewşenbîrî ye. Ev ne bi tenê Kurd dibêjin, belê ji aliyê kurdnas û rojhilatnasên welatên cîran û Ewropayî jî heta bi cîhekî xurt hatiye qebûlkirin. Gelek kes wî bi Firdewsî, hinek jî bi Şekspîr û Hwd. re muqeyese dikin. Çima Xanî bi tenê, gelo di zemanê Xanî de kesekî din derneketiye ji nav Kurdan, yan hene em nas nakin?

Xanî xwedan karîzmayeke wêjeyî ye! Kêm nivîskar vê yekê dikarin bi dest bixin. Rast e. Kurdnasan gelekî nirxên wî û giraniya wî nas kiribûn. Yûsêf Abgarovîç Orbellî dibêje ku Xanî di asta Firdewsî û Rostavellî de ye, ji xwe dibêje ku sê helbestvanên mezin yên Rojhilatê hene yek ji wan Xanî ye!! Di nav Kurdan de û di zemanê Xanî de helbet rewşenbîr û nivîskar hebûn, yek ji wan hevalê Xanî bi xwe Ismaîlê Bayezîdî ye, lê ew ne bi giranîya Xanî ne. Xanî felsefeyek û rêyek ji kurdayetiyê re dît. Wî bingeha fikreke netewî ji bo milletekî danî, loma jî cihekî wî yê taybet heye û bala her kesî heta mamosteyên biyanî jî kişand. Lê di nerîna min de ku hîn divê em bi xwe bala xelkê bikişînin ser giraniya Ehmedê Xanî, divê em festîvalên taybet ji bo danasîna Xanî li dar bixin û divê ewropî vê kesayetiya mezin nas bikin. 4- Bi qasî roj û sala jidayikbûna Xanî roj û sala wefata wî jî hê ne bûye xwediyê teqeziyeke temam. Xaleke din ku ne bênîqaş e, temenê Xanî yê dema Mem û Zîn nîvisiye, di van derbaran de dîtinên te? Sala ji dayikbûna Xanî diyar e, çiku wî bi xwe di dawiya Mem û Zînê de gotiye ku sala hezar û şêst û yekê koçî ji dayik bûye ango 1650 yan 1651 zayînî. Sala wefata wî ne diyar e. Lê hin dibêjin ku ew di sala 1707 an de çûye rehmetê! Ew xwe dispêrin iddiayeke rehmetiyê Elaedîn Seccadî ku dibêje li ser kêla gora Xanî wisa hatibû nivîsandin: Tare Xanî ila rebbihî. Yanî Xanî ber bi xwedayê xwe ve firiya. Ev hevoka Erebî bi hesabê herfan digre beranberî 1119 koçî ango

1707 zayînî. Lê em nikarin vê iddiayê weke rastiyekê qebûl bikin her weha em nikarin wê red jî bikin. Ji ber ku rastiyeke din di nav destê me de nîn e. 5- Xwendina Xanî çiye, li ku, li ba kê xwendiye, gelo derketiye ji Kurdîstanê, wek nimûne çûye Stenbol, Bexdad, Şam yan jî Misrê? Derketina wî ya ji Kurdistanê her çendî me delîl û belge di dest de nîn in, lê em dikarin texmîn bikin ku ew ê bi kêmanî ji Bayezîdê derketibe. Şêweyê xwendina berê wisa bû, diviyabû xwendekar li pey ilim û zanînê biçe. Ji welatê xwe dûr bikeve û here li ba seydayekî bi nav û deng icazeya xwe ya ilmî werbigre. Lê çûna wî ya Bexdayê, Stenbolê Şamê! Ez bi xwe nikarim tu bersiveke zanistî bidim. Gelek ji lêkolîneran dibêjin ku çûye Misrê û Qudsê û Stenbolê û nizanim ku jî. Lê mixabin bêyî ku tu belgeyan li ber destê me raxînin. Mamoste Hejar û Elaeddîn Seccadî û gelekên din van iddiayan wisa bê delîl dibêjin. Lê vê dawiyê pirtûkeke birêz Ebdulla Varlî derket ku gelek agahî têde hene û li gor gotina Varlî ew xwe disipêre belgeyên Osmaniyan yên kevin. Li wir mirov dikare rastî detayên jiyana Xanî bibe. 6- Bi piranî di zemanê Xanî de şaîr berhemên xwe ji bo Sultan û şahên herêmê dinîvisînin û gelek caran jî berhemên xwe hinekî jî di bin bandêr û zexta deshelatdaran de amade dikin. Di vî alî de Xanî wek cihêyî û xweseriyekê berçav dibe, şîroveya te? Xanî ne helbestvanê Baregahê bû. Dengê wî ji dengê gelê wî bû. Ew dilşewitiyê belengaz û rebenê

kurmancan bû, îca wê çawa di eynî demê de li ber destê mîr û paşan, şah û sultanan awaza xwe bigota? Bilindiya Xanî ji vir tê ku ew alîgirê doza gelê xwe bû û pêşberiya zulma li dijî Kurdan dikir. Erê wî berê xwe da mîrê dema xwe (Mîrza beg), lê tenê dixwest wî hişyar bike, ne ku destê xwe li ber wî vedigirt. Wî dixwest mîr rabe ser piyan û li ber Osmaniyan serî hilde! Xanî bi fikrên xwe şoreşgerek jî bû. Digote Kurdan vê qedera xwe qebûl nekin û perdeya bindestiyê biçgirînin. Rê jî wisa naskiribû ku zanîn û şûr e. 7- Kesek yan jî hin kesên ku Xanî ew ji bo xwe kiribin nimûne çi Kurd, çi jî ji xelkên din hene, hebin kî ne? Wek nimûneya edebî Xanî her kesê beriya xwe ji bo xwe mîna kaniyekê nas dikir û av jê dianî. Kesekî binavkirî nîn e. Her weha ew tevneke mîna ya Firdewsiyê Faris dirêse û hemû zanayên beriya wî tesîr lê kirine. 8.-Damara Xanî di nav rewşenbîr û şairên kurd de. Ji zemanê Xanî ber bi roja me de. Hinek vê heta Evdilah Pêşew tînin tu çi dibêjî? Ehmedê Xanî bi Mem û Zîna xwe bû ekoleke wêjeyî û netewî ku gelek şair û nivîskarên li pê wî hatin, peyrewiya wî kirin û bi teşiya wî bîr û bawerî û hestên xwe ristin. Gelekan mîna wî di pêşgotinên destanên xwe de gilî û gazin ji Felekê kirin û bi ser zimanê kurdî yê bêxwedî de giriyan. Lê bi rastî tu kesî nikarîbû xwe bigihîne asta wî ya hunerî û ramanî.

Ji van kesên ku em dibêjin dê tesîreke rasterast ya Mem û Zînê û Ehmedê Xanî li wan hebe ev in: Mele Ismaîlê Bayezîdî: Hemî lêkolîner dibêjin ku Mele Ismaîl şagirdê Xanî bû. Ew jî li Bazîdê hatiye dinê û di serdema Xanî de jiyaye. Dr. Blec Şêrgo dibêje: ew ji xelkên Bazîdê ye û sala 1654 an ji dayik bûye. Li pê rêya Ehmedê Xanî çûye. Ferhengeke biçûk bi zimanê Erebî, Farisî û kurdî nivîsiye navê wê Gulzar e. Helbestin wî yên ciwan û xurt bi zarê kurmancî hene! Sala 1709 an wefat kiriye û gora wî li Bazîdê tê naskirin. Aliksander Jaba dibêje: ew ji şairên Kurdistanê ye, ji Bazîdê û ji şagirdên Ehmedê Xanî ye. Sala 1654 an ji dayik bûye û sala 1121(Koçî = 1709 zayînî) miriye. Ji bo zarokên Kurdan ferhengeke duzimanî Farisî û Erebî bi navê Gulzar li pê xwe hiştiye! Her weha helbestên wî û xezeliyatên wî gelek in. Ew gelekî navdar bû. Li Bazîdê miriye. Ku em gotina Jaba û ya Blec Şêrgo bidin ber hev dibînin ku herduyan jî gotiye Ehmedê Xanî mamosteyê Mele Ismaîl bûye. Lê ku em li sala jidayikbûna wan dinêrin dibînin ku Ehmedê Xanî bi sê çar salan tenê ji Mele Ismaîl mezintir e . wê demê em dikarin bibêjin ku ew du hevalên hev bûn û fikr û bîr û baweriyên wan yek bûn. Projeyê ku Xanî ji bo kurdîkirina berhemên fêrbûna zimanê Erebî û diyanetê dest pê kiribû, Mele Ismaîl jî li gel wî dixebitî. Mixabin ku berhemên Mele Isamîl heta niha ne diyar in ku em zanibin ka heta kîjan radeyê tesîra Xanî lê bûye.

Mele Mehmûdê Bayezîdî: Li Bazîdê sala 1797 an ji dayik bûye. Xwendina xwe li wir qedandiye. Zanayekî dema xwe bû ku di şêst saliya xwe de çûye Erzerûmê û li wir bi konsolosê Rûsya Aliksander Jaba re hevaltiyeke mezin û berhemdar dike. Ew herdu li gencîneyên wêjeya kurdî yên winda digerin û bi dehan helbest û çîrokan ji windabûnê rizgar dikin.Yekemîn car Mele Mehmûd li gor daxwaza Jaba Şerefnameyê werdigerîne kurmancî. Her weha wî tarîxa kurdî ya piştî şerefnameyê nivîsiye lê ev kitêb hêjî winda ye. Berhema wî ya herî navdar( Adat û risûmatnameê Ekradiye) kitêbeke gelekî hêja ye ku behsa civaka kurdî ya koçer dike. Kitêba wî ya di rêzimana kurdî de jî bi navê(Tuhfetul xi llan fî zimanê Kurdan) heye. Ku hêj nediyar e. Alîkariya Jaba dike û ferhenga Kurdî Firensî amade dikin. Di baweriya min de xebata Mele Mehmûd pêkanîna daxwazên Xanî bûn ku zimanê kurdî were parastin û her pê were nivîsandin. Mele Mehmûd bi wan kar û xebatên xwe li ser şopa Xanî çûye û ew jî bûye pêşengek ji pêşengê pexşana kurdî. Selîmê Hêzanî: Destana wî ya bi navê Yûsif û Zuleyxa ku sala 1168 ê koçî(1755 zayînî) nivîsiye dide zanîn ku ew gav bi gav li pê Xanî ye. Hema kopiyeke ji Mem û Zînê ye. Heta ku gelek malik yên Mem û Zînê bi xwe ne. Ji van malikên li jêr qenc diyar dibe ku Selîmê Hêzanî gav bi gav di şopa Ehmedê Xanî de ye:

Herdem bi temerrud û şiqaq in Bê ol in bi hev ra bê tifaq in Kurdên bi zemînê xwe seza bûn Sahib huner û we pehlewan bûn Lêkin ejî mame çar û naçar Nîn in ji qumaş-i ra xerîdar Sernameê name namê Ellah Wahid tuwî bê şerîk û yektah! Û bi vî awayî destana Yûsif û Zuleyxa diçe. Lê wa diyare ku ew şairekî gelekî qels e û nikare ji hişê xwe hîç cumleyekê bibêje. Hacî Qadirê Koyî: Ji Koysenceqa li Kurdistana başûr e. Sala 1817 an ji dayik bûye. Di zaroktiya xwe de li mektebên camiyên Koysenceqê xwendiye û pişt re çûye Serdeşt û Mehabad û Şino. Sala 1863 an icaze wergirtiye û vegeriyaye Koysenceqê. Pişt re berê xwe daye Stenbolê û li wir xwe gihandiye malbata Bedirxaniyan û bûye mamosteyê zarokên wan.. Berî ku ew biçe Stenbolê tu meylên wî yên netewî nebûne, lê li wir çav bi Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya ku li ba Bedirxaniyan bû, dikeve û tesîreke mezin lê dibe. Ew jî mîna Xanî dibe xemxurê gelê xwe û zimanê kurdî. Bi giraniya Xanî dihese û li ser pişta Mem û Zînê ya ku di mala Bedirxaniyan de bû dinivîse: Eman qedrî bizanin em kitêbe Le dunya êstekî hemtay nemawe

Le Kurdan xerî Hacî û şêxê Xanî Esasî nezmî kurdî danenawe! Şêx Ebdurrehmanê Axtepî: Şêx Ebdurrehman kurê şêx Hesenê Nûranî ye. Ji şêxên mezin yên terîqeta neqşenbendî bû. Sala 1850 li Axtepe ya qezaya Serçinara Diyarbekrê ji dayik bûye. Kitêba wî ya navdar Rewdenne`îm e ku tê de behsa çîroka Mîracê dike. Sala 1910 an her li Axtepe wefat kiriye. Ku mirov pêşgotina Mem û Zînê û bîr û baweriyên di Rewdenne`îmê de dide berhev dibîne ku Axtepî pir bi Xanî tesîr bûye. Rewşa siyasî ya Kurdistanê di dema Axtepî de mîna rewşa siyasî ya di dema Xanî de bû. Mîrîtiya Botanê têk çûbû û di navbera Osmaniyan û qacariyan de êdî nakokiyan serî hilda bûn. Loma jî fikrên Xanî bi wê zûtiyê tesîr li Axtepî kirin. Axtepî di Rewdenne`îmê de dibêje: Ji van qesdê min nîne `erzê huner Welê da li dunya bimînit eser Ku turk û Ecem qet nebên carekê: Nehin kurdî şair di misra`ekê! Bizanin ku şair ji Kurdan hene Ji `uşşaqê turk û Ecem zêde ne Welê bêxwedan in nehin me reîs Ku meqbûl-i bin nik wî şi´rê selîs Me jî ger hebûya xwedanek çunîn Guhernas û qîmetşunas û emîn

Ji Kurdan gelek şairê sihredar Bi nexme dihatin wekî mûsîqar Welê çon me dîotin ku em bêkes in Ji bêçaregî kes bi me nahesin Me anî qet´ kir kelam metîn Me xame hilanî ji nezmê şêrîn! Binêrin li şi`ran heçî zaniye Çi terkîbekî sirfê Kurmanciye Ji kurmanciya xwe me anî nîzam Me`ella û şêrîn û efşe kelam Wekî din jî dîsa Axtepî mîna Xanî behsa bazara kesad û bêxwedîtiya şi`rê li ba Kurmancan dike û gotinên Xanî dubare dike: Xerîdar-i nîn in ji bo cewheran Ketin ber piyan cewherê defteran Qewî teng e meydana me şairan Kesad hate bazara me sahiran! Şêx Mihemmed Can(Xakî) Xakî birayê şêx Ebdurrehmanê Axtepî ye. Li Axtepê sala 1858 an ji dayik bûye û li ber destê bavê xwe şêx Hesen xwendiye. Çûye Şamê û li wir bûye xelîfeyê Mewlana Xalidê Neqşebendî. Wî destana Mecnûn û Leyla(Leyl û Mecnûn) sala 1884an nivîsiye. Di beşa sebebê telîfa kitêbê de xuyaye ku tesîra Xanî qenc lê bûye. Ew jî wek Xanî dibêje ku eger mîrekî me Kurdan hebûya dê Turk û Ereb û Ecem di bin fermana me de bûna. Ew jî gilî û gazinan ji demê dike û dibêje ku milletperweriya wî hiştiye ku dest bihavêje qelemê û bi

kurdî binivîse. Ew wisa dinivîse: Peyda bikira ger me emîrek Sahibhuner û xwedan-i şîrek Ev turk û Ereb, tetar û Faris Carek bibûna li ber me naqis Her şa`irekî zebanê Kurdan Qet nayê ji halê wan xeberdan Emma ku xwedan ji bo me nîne Nêv Rom û Ereb ne ademî ne ……. Hasil ketime te`essuba wan Xîret me kişandî bi qelb û can Ne ku heye tu qabilliyet Belkî me heye hinek ji xîret. Wa diyar e ku Xakî heta bi kêşe û qafiye gelekî nêzîkî Ehmedê Xanî ye û li ser rêya wî heta dawiyê meşiyaye. Şêx Mihemmed Eskerî: Kurê şêx Ebdurrehmanê Axtepî ye. Sala 1898 an ji dayik bûye û li ber destê bavê xwe û pişt re birayê xwe şêx Kerbela di medreseya bavê xwe de li Axtepe xwendiye. Sala 1952 li gundê Çolê(Çewlê) wefat bûye. Dîwaneke wî ya helbestan û destanek bi navê (`Iqdê Durfam) li pê xwe hiştiye. Ew hilm û kelbeoxa netewî, agirê milletperweriyê di berhemên wî de gelekî diyar û ber biçav in. Di destana `Iqdê Durfam de dibêje:

Di vî wextî de şem`a `ilmê kurdî Qe natîse, nema tê zeyt-i , min dî Evê qîza bi zêr û Zînet û qenc Ber û sîne qed û qamet wekî genc Dizanim iltifatê nadinê kes Ji ber ehlê huner kêm in muderres Gelek şêrîn e ev ezmanê kurda Derîxa me ji dest yekcarî berda Hêjayî gotinê ye ku şêx Eskerî, yek ji wan kesên ku mijûlî rastkirin û civandina destnivîsên Mem û Zînê bû. Wî gelekî xebat ji bo bidestxistina destnivîseke rast ji Mem û Zînê kiriye. Di pêşiya destnivîseke Mem û Zînê de dibêje: Bilcumle kitab û şi`rê Kurdan Bê qedr-i dibûn li cumle erdan Ew ketne ziyade ber piyan tev Reşbext-i we mane şubhetê şev Me d`xweste kitabeke Mem û Zîn Derdestî bikim ezê cegrexwîn Pirr se`yî mi kir ji bo yeke rast Peyda nekirî me bê kem û kast Axir du sê nusxe min civandin Lê her li me wan ceger helandin Ev nusxeê Zîn û Mem temamî Teşîh-i me kir heçî me zanî Bê guman yên ku ketine bin tesîra Mem û Zînê û bîr û baweriyên Ehmedê Xanî ji van kesên ku me navên wan

anîne bêtir in. Di yekem hijmara rojnameya Kurdistan de hin beş ji Mem û Zînê hatin weşandin. Di Hawarê de jî wisa. Cegerxwîn û Hejar û Hêmin û xeyrî wan ketin bin tesîra xurt ya Xanî û heta vê dema me jî ew tesîr berdewam e û dê her berdewam be. 9- Bandêra Xanî li ser Seîdê Kurdî? Seîdê Kurdî kesayetiyeke ku mixabin tevgera me ya siyasî wî ji bîr dike. Dîsa mixabin ku tenê islamî wî dikin rêberê xwe. Ew nimûneyeke gelekî pêwiste ji bo islameke welatparêz û bi kêrî Kurdan were. Ji bo pirsa te erê bandêra Xanî li ser hebû. Ew bi seetan diçû li ber kêla serê wî rûdinişt û ji ruhê Xanî ilham werdigirt. Lê di nivîsên Seîdê Kurdî de ez rastî fikreke dîrekt nehatime ku bibêjim ew sedî sed ji Xanî hatiye standin. Lê hema jiyana seîdê Kurdî ku insaneke ji bo belengazan têkoşerî dikir ne dûrî jiyana Ehmedê Xanî ye. 10- Lîberalîzim û indivîdualîzîm di dîtinên Xanî de ? Xanî mirovekî dilê wî gelekî fereh e. Ji tevaya mirovayetiyê re fikiriye û dilê wî li ser serencameke qenc e ji bo temamê xelkê. Ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû alemê. Ew ji ber tesewwufa xwe daxwazê ji Xwedê dike ku kesekî nebe nav agirê dojehê. Dixwaze ku Xwedê mirovan hemûyan(helbet dijminan jî) ji agir biparêze. Li aliyekî din ew gelekî bi tolerans e, di mesela evînê de. Evîndariyê mîna qederekê dibîne û qet nake eyb. Berovajî wê evîndaran diparêze û heta sînorekî jî têkiliya di navbera du evîndaran de real û durust dibîne.

11- Dîtinên Sokratî. Dema ji xwe re dibêje Xaniyê nezan? Gelek ji zanayên berê xwe bi nezaniya xwe didane nasîn. Her imzeya wan ev bû: flankesê bêqedr û nezan!! Li ba fîlosofên Grîkan ev yek hebû ku digotin: her çiqas mirov zana dibe, ewqasî nezantir dibe. Mebesta wan ji vê yekê ku dawiya zanînê nîn e û ancax kesên zana tê digihin ku ew dûrî pêgirtina rastiyê ne. Xanî jî ji ber ku zanayekî gelekî mezin bû, êdî tê derdixist ku rastî dûrî wî diçe û dike nake tê nagihîje û nagihê bersiva pirsên mezin mîna çima ev dunya heye, çima insan belengaz in û çima ku hezar çima bi dû de tên. 12- Berhemên Xanî, hinek pirsên informatîv û agahdariyan in? Xanî li pey xwe ji bo me Nubuhara Biçûkan hişt, her wisa Eqida Imanê, dîwaneke helbestan û Mem û Zîn. Dibe ku hin berhemên wî yên din jî hebin û heta niha winda bin, lê rojekê bê dê ew jî diyar bibin. Di dawiyê de em dê firehtir li ser bibêjin. 13- Nivîsandinên bi mebest, bi plan û fikirlêkirî, ne ji bo bêhnderxistinê, belê bi mebestên perwerdekarî, siyasî yan jî neteweyî? Xanî bi Mem û Zîna xwe him plankiribû ku kitêbekê ji bo Kurdan li pey xwe bihêle û rêyeke xelasiyê bo wan deyne, him jî ew kitêb yan jî ew nivîs ji bo bêhnderxistinê nivîsîbû. Ew bi xwe dibêje ku wî xwestiye bi rêya çîroka Mem û Zînê derdê dilê xwe bibêje:

Zînê û Memê bikim behane Şerha xemê dil bikim fesane Xanî li ber xwe projeyeke mezin danîbû. Ew jî kurdîkirina islamê, lê mixabin kesekî ku bi destê wî bigirta ji mîrîtiya kurdî nebû, loma jî projeya wî nîvkuştî ma û neçû serî. 14- Ji cîlê zeman û serdema xwe zêdetir ji bo nifşên wêbêyê nivîsandiye, dibêjin hin kes. Dîtinên te? Muxatebên Xanî tevaya milletê Kurd bû. Mîr û wezîr, zengîn û feqîr, şêx û mela û feqî û gundî û rêncber û rewşenbîr. Lê di serî de wî berê xwe dabû otorîteya kurdî û ew bi gunehê bindestiya Kurdan tawanbar dikirin. Wî ji bo kesên dema xwe jî ji bo yên ku wê bên jî nivîsî bû. Loma jî nivîsên wî her zindî û vêketî ne, maye kesê ku destê xwe bavêje wan û gewheran ji navê derîne. Yek caran bala xwe didimê ku xitaba Xanî ji mirovayetiyê tevî re ye.Yanî di aliyên xwe yên felsefîk de netewe li ba wî nîn e, mirovayetî bi ferehbûna xwe ve mijara fikr û xebata wî ye. Mînak di pêşgotina Mem û Zînê de ji Xwedê dixwaze ku insanan hemûyan ji agir rizgar bike ji ber ku gunehê wan ne bi destê wan e!! 15- Dema Xanî dema aqil û mêjiye. Zemanê Descartes û gelek zanayên din e. Rola aqil û giraniya aqil çend e, Xanî çendî agehdar e ji hemdemên xwe, li Rojava dema behsa vekirina deriyê zihîn dike, dema behsa girîngiya xwendinê û xwedankitêbbûnê dike, têkiliya nav xwendinê û aqil, rola xwendinê ji bo aqil?

Ev yek li ba Xanî xwe disipêre bingeheke islamî, yanî vekirina derê zihn ne tenê daxwaza fîlosofên rojava bû. Di quranê de doza fikirandina di hebûnê de heye, doza vekirina deriyê zihn û têramîna di gerdûnê de di mexlûqatên Xwedê de di fikra islamî de heye. Ez ne di wê baweriyê de me ku haya Xanî ji fîlosofên rojavayî yên dema xwe hebû. Bingeha Xanî û fikrên wî yên felsefîk bingehke rojhilatî ye. İmamê Xezzalî. Ibnû Sîna. Ibnu Ruşd û Ibnu Erebî û mutesewwifên din jêder û çavkaniyên wî bûn. Helbet haya wî ji felsefeya yûnanî ya kevin jî hebû. Çiku felsefeya islamî bi xwe li ser hîmên ya yûnanî avabûbû. 16- Aliyê perwerdekarî û aqil li ba Xanî, aliyê pedagojîk û metod? Xanî du namîlke(kitêbok) ji bo xwendevan û telebe û feqiyên medreseyan danîn. Min berê jî got ku mebesta Xanî kurdîkirina Îslamê bû. Wî Eqîda Îmanê ji bo xwendekaran danî, her weha Nûbuhara Biçûkan ji bo fêrbûna zimanê Erebî(bi taybetî ferhenga quranê) nivîsî. Di van berheman de Xanî şîretên exlaqî jî li xwendevanan dike. Yanî ne tenê zanîn lê exlaq jî hedefa wî ye. 17- Dersên li medreseyên Kurdistanê dihatin xwendin û hebûn û nebûna berhemên Xanî di nav wan de? Herdu kitêbên Xanî(Eqîda Imanê û Nubuhara Biçûkan) di nava rêza kitêbên perwerdeyê de bûn. Heta niha jî li hin medreseyan têne xwendin. Her weha şerh jî li ser Eqîda Imanê hatin nivîsîn( mînak Mele Ehmedê Qoxî rêberê sanî li ser şerha kitêba Eqîda Imanê ya Xanî

nivîsiye û ew berhemeke hêjaye) her weha çend caran Nûbuhar hatiye çapkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê jî belav bûye û hatiye naskirin. 18- Agehdarê rewşa gel e, dibe ku li paytextan jî geriyabe û dîtibe ku kesê bêdewlet çendî bi kapasîte dibe bila bibe, nirxekî wî tune ye û ev bûbe sebeb û tehnek ji bo wî, da ku dest bavêje qelemê? Xanî eşkere kiriye ku hedefa wî ji Mem û Zînê danasîna milletê kurd e û beyankirina têkiliya wî ya bi wêje û zanînê re ye. Her weha xwestiye bibêje ku milletê kurd ne di dema hovîtiyê de ye, ew milletekî di nav de çîrokên payebilind yên evînê diqewimin, temamen mîna Farisan û Ereban û xelkên din e. Wî bi Mem û Zîne piştgiriya Kurdan kiriye û bêguman hin tahne vegerandine, çiku ez bawer dikim, ji wê demê de milletên derûdora Kurdan, Kurd bi nezanî û hovîtî û bêkitêbî tawanbar dikirin. 19- Mirov dibîne ku hêrseke wî heye li himberê desthelatdarên serdest. Xanî hez ji wan nake û nexwestiye têkeve ber siya wan û di riya wan re mîna hin kesên din riya modeyî û nebaş, ne bi şexsiyet bineqîne. Ev tiradisyoneke rewşenbîrî ye, ev tercîh û neqandinek gelekî bi şuûr û hişmendane ye, ji bo vê tu çi dibêjî? Xanî mînaka rewşenbîrê têkoşer e. Rewşenbîrê guhertinxwaz e. Rewşenbîrê ku her li hêla gel radiweste û dijîtiya desthilatdariyê û zulmê dike. Di vir de tiştê balkêş ew e ku Xanî di gel ku desthiladarîya biyaniyan bo xwe kiribû hedef û doza liberrabûna wê

dikir, desthilatdariya hundur ji rexneyên xwe bêpar nekiribû. Yanî wî ne tenê Osmanî û Ecem di bindestiya Kurdan de tawanbar dikirin, di heman demê de mîrên Kurdan jî rexne dikirin û digot: ku gunehê we jî heye. Ew dikare ji bo rewşenbîrên vê dema me bibe mînakekî berbiçav. Yanî rewşenbîrê Kurd yê ku li himber neyaran têkoşînê dike, divê çavê xwe ji şaşiyên desthiladraiya kurdî re jî negire. Fîlosofê îtalî Antonio Gramsci her mirovî bi rengekî ji rengan rewşenbîr dibîne, lê dibêje ku ne her kes dikare wezîfeya xwe ya civakî bibîne û roleke girîng di guhertinan de bilîze. Avayî li ser vê baweriya xwe têrma (Organik intellectuals) derxiste meydana wêje û felsefeyê. Li gor wê têrmê hin rewşenbîrên mezin hene wezîfeyeke wan ya mezin di civakê de heye. Ew cûre rewşenbîr bi tu awayî ne dûrî doza gel û tevgerên civakî û siyasî ne. Di bircên bilind de dûrî civakê rûnanin û pişta xwe nadin êş û jan û hêviyên xelkê. Di vê mijarê de Gramsci nêzîkî mutesewwufên mezin yên mîna Geylanî û Hellaj dibe. Wan jî digot ku : derdê me rihetiya mirovan e, yan bi gotina Erebî ya Geylanî: hemmuna rahetul xelq! Eger em Xanî bi vê rastkêşê bipîvin em dibînin ew yek ji girîngtirîn rewşenbîrên rojhilatê yên wezîfedar e. Wî bi xwe gotiye ku ew ji bo xelkê derdan dikêşe: Safî şemirand vexwarî durdî Manendî durrê lîsanê kurdî Înaye nizam û intizamê Kêşaye cefa ji bo yî `amê

Yanî wî zimanên serdest yên Erebî Farisî û osmanî li pê xwe hiştin û bi wan nenivîsî û dest avête qelemê û bi kurdî nivîsî, wî ev zehmetî û cefaya nivîsandina bi kurdî ji bo xelkê kiriye! Di vê çarçovê de Xanî ne tenê li ser eniya derve şer dikir û xizmeta gelê xwe bi ronîkirina bîr û hişê wan dikir. Ne tenê bala wan dikişand ser xeterên derve. Wî hundur jî ji bîr nekir û bi eynî cesareta ku pê pirsên mezin derbarî mijarên felsefîk ji Xwedê dikirin û bi eynî cesareta ku pê doza serhildaneke mezin li himber Rom û Eceman dikir. Bi wê cesaretê rexne li hakimên Kurdan jî dikirin. Rexneyên tund û tûj li mîrê dema xwe jî dikir. Wî qet ne digot: de bila be, şerê me yê esasî li himberî neyarekî mezin e, bila em çavên xwe ji şaşiyên mîr û serekên xwe re bigrin, wî ne digot niha em di halekî de ne ku ne layiq e em rexneyan li mîrên xwe bikin. Lê berovajî vê nerînê heta jê hat wî mijara bindestiyê û perîşaniya Kurdan weke yek mijarê didît. Cudayî nexiste navbera dijminê derve û yê hundur. Ji xwe mîrên Kurdan mîna hevkarên desthilatdarên derve didît û digot: Namûs e li Hakim û emîran!! Bi vî awayî Xanî xwest rola xwe ya mezin di guhertinên bingehîn de bilîze. Li eniya ziman, wêje û kurdîkirina diyanetê, li eniya hundur û rexnegiriya civakê û mîran, û di eynî demê de li eniya derve xebateke bê rawestan dikir. Xanî heta ku karibû otorîteya rewşenbîr ji bo xizmeta gelê xwe bi kar aniye û negotiye: ma wê rexneyên min şairê reben çi guherînan çê bikin! Li vir ez minasib dibînim ku Xanî û Cizîrî hinekî bidim

ber hev. Melayê Cizîrî jî yek ji rewşenbîrên demên me yên pêşîn bû. Ew jî yek ji pêşengên afirandina wêjeyeke kurdîziman bû. Lê di aliyê xwe yê wezîfedariya rewşenbîrî de gelekî li pişt Xanî bû û belkî jî roleke wî ya nebaş di avakirina zihniyyeta piştgiriya desthilatdariyê de hebû. Di du helbestên xwe de pesnê mîre Cizîra Botan kiriye û jê xwestiye ku dijber û muxalifên xwe bikuje!! Ew dibêje: Ê ne wek go bê ser û pa bit di benda xizmetê Ma di çewgana te her pergende û meqhûri bî!! Cizîrî li vir eşkere dibêje: divê her kesek li ber mîr mîna gogê be û mîr çawa bixwaze wê gogê bavêje dê bavêje, yê ne wisa be bikeve ber qehr û xezeba mîr. Di helbesta din de dibêje: Ê ji emrê tey mukerrem serkeşî kit şubhê şem` Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî Ê ne dewletxwahê hezret bit ji nêva can û dil Şubhetê ehlê şeqawet qehr û azarê te bî Her kesê ne j´can du`ago û senaxwanê te bit Girtiyê qeyda te û amancê nûbarê te bî!! Dibêje yê ku li ber mîr rabe divê mîna mûmekê li ber şûrê wî bihele û were kuştin! Yê ku ne dilxwazê mîr be divê qehr û zordariya mîr bibîne, yê ku ne pesinkarê mîr be û jêre nebe zirnecî û daholvan divê di hebs û zindanan de be û bibe hedefa tîran û were kuştin! Di vê helbestê de Cizîrî alîgiriya xwe ya ji mîr re dîsa dubare dike û dibêje. Li vir mebesta min ne ew e rexneyan li Cezerî bikim bi

qasî ku vê diyardeyê bînim ziman. Diyardeya ronakbîrê li ber siya siyasetmedar veketî û sînorên têkiliyê bi desthilatdariya hundur ve. Diyardeya rewşenbîrên ku di sîya hakimê kurd de dimeşin û jêre dibin borîzan û şûrê wî radikin da ku muxalifan ji ber wî ve bikujin yan dengê wan tunne bikin. Li rex wê jî diyardeya rewşenbîrê netirs ku dizanin ew jî bi pênûsa xwe, bi peyva xwe û bi tesîra xwe ya li civakê hêzeke mezin in û divê otorîteya gotinê ku ne kêmî ya çekan e bi kar bînin. 20- Helbet kesekî rewşa xelkê, bihevrenebûna xelkê û tifaq û bêserokaytiya xelkê ji xwe re kiriye derd, çima ne bi zimanê xelkê belê bi zimanekî bilind û ne yê xelkê nivîsandiye. Gelo ji ber wê ye ku xîtabî mîrek û mezinan dikir û yan jî gelo ji ber ku bi tenê ji bo siberojê û cîlên wêbêye dinîvisand? Li ser zimanê Xanî mirov dikare bibêje ku Xanî bi qesdî û zanebûn bi wî zimanî nivîsiye. Ew zimanê astbilind zimanê dîwanên mîran û meclisên şair û aliman bû. Muxatebê Xanî yê sereke, zana û mîrên Kurdan bûn loma jî bi zimanekî bilind ango zimanê wan bi xwe bi wan re axivîye. Lê dîsa jî di nav de zimanê gel ji bîr nekiriye. Di gelek cihan de ziman nêzîkî ruhê gel e, zimanekî gelêrî ye. Mirovê bixwaze dikare li Mem û Zînê vegere û bi dehan mînakan derîne. Mesele dema ku Beko dixwaze Memo germ bike û raza dilê wî derîne, wisa ji Mîr re dibêje: Go min diye ya Memê hebandî Kîjek(Qîzek) Ereba ye lêvdeqandî!!

Ev sedî sed bi zimanê xelkên ji rêzê ye, ne zimanekî edebî ye. Û weha gelek mînak hene. Li aliyê din wî dixwest esasekî ji bo zimanê edebî deyne. Wî bi xwe gotiye ku min zaravayên kurdî têkel kirin: Buhtî û Mihemmedî û Silîvî Hin la`l û hinek ji zêr û zîvî Tersî-´i kirin wekî biçûkan Înane bi qeyserî û sûkan Ev hewldana yekem e, li gor zanîna min ku wêjevanekî kurd bi zanebûn zaravayên kurdî li nav hev xistine da ku zimanekî wêjeyî ji bo tevaya Kurdan deyne. Her weha wî di rêya pirkirina peyvên Erebî û Farisî xwestiye bibêje ku ew çendî di van zimanan de şareza ye. Xanî bi wan herdu malikên ku di dawiya Mem û Zînê de hatine, ku me li jor tesbît kirine, zimanê ku pê berhema xwe nivîsiye berçav dike. Ew dibêje ku wî zimanê Erebî û Farisî têkelî hev kirine(Bi hezl û bazî) ango wekî lîstik û nîşandina hunermendiyê û hakimiyyeta li ser wan zimanan. Bi rastî jî zimanê Erebî û yê Farisî ku di Mem û Zînê de hatiye bi hostatiyeke mezin derbasî berhemê bûne. Wî ne tenê peyvên Erebî û Farisî yên naskirî xistine berhema xwe. Lê heta jê hatiye peyv û gotinên wan herdu zimanan yên ku tenê di ferhengan de hene û nayên bi karanîn jî bi karanîne. Mînakên me yên ji zimanê Erebî ev in: Yûh: yûh gotineke Erebî ku Ereb bi xwe wê nema bi kar tînin. Ji bo navê rojê hatiye bi karanîn

Kubbar: peyveke Erebî ji bo tiştê mezin di Quranê tenê de hatiye bi karanbîn. Deyyar: ji bo niştecih tê bi karanîn. Ew jî peyveke quranî ye. Serser: bi tîpa Sad ê, bayê sar û zuwa ku peyveke quranî ye. Nisfiyye: pîşekariya paqijkirin û şayikkirina gewher û mirwariyan. Bi qasî ku ez di berhemên Erebî de geriyam e, min tenê di kitêbeke klasîk de dîtiye. Û weha gelek peyvên din. Balkêş e ku Xanî peyvên Xwedêî hindik bi karanîn e. Du nîvmalik tenê û çend peyv bi Xwedêî ne. Ev bi serê xwe mijara lêkolînekê ye. Malika duyem ku Xanî tê de dibêje: Buhtî û Mihemmedî û silîvî Destnîşanî sê devokên kurdiya kurmancî dike. Buhtî devoka ku Cizîrî pê nivîsiye û bêguman Xanî kilîta vê devokê bi dest xistibû ji ber ku him li Cizîrê mabû him jî berhemên berî xwe yên bi wê devokê xwendibûn. Devoka Mihemmedî jî ku Emînê Osman dibêje ew devoka Xanî bi xwe ye û li derdora Hekariyê ku eslê Xanî ji wê herêmê bû belav bû. Devoka Silîvî jî devoka ku ji çemê Dicle heta bi sînorê Bazîdê belav e. Cudatîyên di navbera van devokan de zimanzan dikarin bipên û lêkolîneke berfireh derbarî zimanê Mem û Zînê de binivîsin. Ya pêwist ji bo me ew e ku Xanî gava yekem ji bo zimanekî standard avêtiye. Wî bi vê gava xwe ya

pêşeng xwestiye ku berhema wî li ba piraniya xelkê were famkirin. Ne ku bibe berhema herêmekê û girtiya êleke ji êlên Kurdan. Gava yekem bû ku Xanî rê li ber devokparêziyê girt û derîyên zimanê kurdî vekirî hiştin. Zaravayên kurmancî yên ku wî dizanîbûn di berhema xwe de têkel kirin û devokek di ser ya din re nedît. Ne mîna hin (Zimannezanên) me yên îro ku zaravayê gundê wan yan dapîra wan zaravayê (herî rast e) û her berhemê bi kodika xwe dipîvin! Xanî dixwest zimanekî ku tevaya kurmancên wê demê tê bigihîjin werîne meydanê. Wî xwest bi vê gavê zaravayan nêzîkî hev bike. Wî bi hesanî digot: neşim, û (nikarim) jî bi kar dianî. Digot nekar, û natewan jî li rex wê datanî. Biwerîne digot û bîne jî! ji bo (çima) ev çend cûre peyv bi kar anîne:(bo çi? Ji bo çi? Ji bo çira? Çira?). (Bêje. Bibêje. Bibê. Bê) her çar gotin li ba wî hene! (Hin, Hinek, hindek, Hinde) ev hemî durr di vê kana gewheran de diçirisînin. Niha em dikarin li şopa Xanî herin û bi zanebûn ji her zaravayî, zimanê xwe yê standard ava bikin û zengîn bikin. Rikberiya zimanî ji holê rakin û êdî ji pozê xwe dûrtir bibînin. Li ser zimanê Xanî nakokî derketin meydanê. Dr. Izzedîn Mustefa Resûl dibêje ku zaravayê Xanî botî ye: Xanî destana xwe di esas de bi zaravayê botî nivîsîye ku ew jî şaxek ji şaxên kurmanciya bakur e! lê Reşîdê Findê di kitêba xwe de ya ku sala 1986 an bi Erebî li Bexdê derxistibû wisa lê vedigerîne: ji ber ku Ehmedê Xanî xwediyê desthilatdariyeke xurt bû ne tenê li ser zimanê kurdî lê li ser zimanên rojhilatê yên cîranan jî,

em dikarin bibêjin ku şahesera wî Mem û Zîn tevneke hevgirtî û lihevhatîye ji her zarave û zimanî. Mixabin gelek caran hin kesên ku Mem û Zîn xwendine, zimanê Xanî yê têkel mîna kêmaniyekê dibînin. Ew kes dixwazin bi pîvanên rexnegiriya îro û li gor şert û mercên ekolên nûjen vê berhema klasîk bipîvin. Ew Mem û Zînê ji sedsala hivdehan hildikişînin û tînin didin ber pertavên rexnegiriya îro ku karekî nerast e. Min bi xwe bala xwe daye gelek rewşenbîrên Kurd yên Erebînivîs ku şaşitiyeke mezin di heqê Xanî û berhema wî de dikin dema ku şert û mercên afirandinê yên di dema Xanî de binpê û paşguh dikin. Ew nizanin ku ev berhem berhema dem û cihekî ku pir cuda ye ji dem û cihê me yê îro. Bêguman teoriyên Aristo yên di kitêba wî (Hunera helbestê) yên derbarî ciwaniya helbestê de ne mîna teoriyên T. S. Eliot in. Textê (Brokost) yê rexnegiriyê ji bo bejna Xanî gelekî biçûk e û divê yan destên wî jê bibin yan jî piyên wî da ku ew text êdî bibe li gora bejna wî! Divê em zanibin ku zimanê kurdî di wê demê de nû rêya xwe diçirand. Di nav wan zimanên serdest de, li ser destê klasîkên me ew mîna gundiyekî ku ji nişkê ve derbasî bajarekî mezin bibe û nizanibe berê xwe bide ku, xwe bi zorê derbasî asta nivîsandinê kir û berhemên hêja hatin meydanê. Zimanê Erebî êdî kemilî bû û li cîhana islamî ji sînorên Ispanyayê heta Çînê çûbû. Êdî bûbû zimanekî pîroz û pêlêkirina rûpelekê ku herfên Erebî li ser bin, gunehekî mezin bû. Bi sedan û ji her milletî (Suryan, Kurd,

Ecem, Xwedê, Cihû) xizmeta vî zimanî dikirin, ew pêş dixistin, berhem bi Erebî werdigerandin. Erebî di demke kin de bû zimanê felsefeyê, zimanê tibbê, zimanê stêrnasiyê û zimanê her cûre zanistên wê demê naskirî piştî ku tenê zimanê helbestê bû. Bêguman ne tenê ji ber ku ew zimanê Quranê bû wisa pêş ket, lê mîr û sultan û xelîfeyan gelekî alîkariya rewşenbîran kirin û heta di dema wergerê ya pêşî de, di serdema Ebbasiyan de giraniya her kitêbeke wergerandî zêr didane wergêr! Zimanê Farisî jî zimanê imperatoriyekê bû ku her carê diçû li ber dergehên Atina yê hespên xwe ditewilandin. Erê ew tûşî negbeya islamê bû û hindik mabû ji holê rabe lê li ser destê sultanên Samanî û Xeznewiyan dîsa li ser piyan rawestiya û ji berê geştir bû. Dr. Zebîhullah Sefa dibêje: (mîr û sultanên serdema Samaniyan heta ku Selçûqî hatin, û sultanên Muxulan li Hindistanê mal bi ser nivîskar û şairan de dirijandin. Alîkariya her kesê ku xizmeta zimanê Farisî dikir, dikirin. Heta tê gotin ku hinek şair mal û samanekî mezin bi dest xistibûn û wekî sultanan jiyana xwe dikirn. Dibêjin jî ku Rûdikî malê xwe li ser pişta çarsed deveyî bar dikir. Û `Unsurî(Nivîskarê destana Wamiq û `Ezra) kêr û kevçiyên metbexa xwe ji zêr çêkiribûn)! Bila em bibêjin ku ev agahî hemî ji mubalexeyên mêjûnivîsan in. Lê rastiyek di wan de heye. Bêguman piştgiriya ziman li ba Faris û Ereban dihate kirin. Bazara zanînê li ba wan milletan ne mîna bazara ku Ehmedê Xanî qumaşê xwe têde daxiste ber destê kesên ku buhayê qumaşê wî nizanîbûn. Li ba xelkê bazar

germ û li ba Kurdan jî kesad bû! Zimanê osmanî jî di gel ku ne mîna yê Erebî û Farisî gihiştî bû jî, lê dîsa li qadeke mezin û fere hatibû belav kirin. Zimanê imperatoriyekê bû ku hîrehîra hespên leşkerê wê ji guhên qiralên Ewropa dernediket û li ber deriyê Viyanayê şingeşinga şûrên wan b û. Di gel wî hawî jî osmanî ji tesîra Erebî û Farisî nefilitîn. Heta yekî mîna Fuzûlî helbestên xwe ji peyvên Erebî û Farisî dagirtibûn. Îca eger Ecem bi wê hêza xwe û osmanî ku hêza herî mezin bûn di wan deman de ji bin giraniya Erebî derneketin, wê rewşa zimanê kurdî çi bûya! ew zimanekê ku hîç kesek guh lê nake û ne mîrek û ne sultanek piştgiriyê dide kesê ku pê dinivîse! Tenê çend siwar li ser pişta hespin lawaz derketin meydanê û tozeke sivik bi xwe xistin! Kê dê guh li wan bikira? Êdî li ba piraniya Kurdan bi xwe jî zimanê kurdî zimanekî ji bo têgehiştina rojane bû. Nedihate bala wan ku ew ziman jî mîna yên din pê tê nivîsnadin, heta ku di nav hinek kurd de hedîsek li ser zimanê pêxember bi vî awayî belav bûbû: Dibêjin rojekê Fatma ji bavê xwe pêxember pirsiye: ma ji bilî Erebî ziman hene? Pêxember gotiye: erê, gelek in û di nav wan de kurdî jî heye! Fatma pirsiye: û kurdî çi ziman e? Hîn wisa dengê derî tê, Fatma diçe derî vedike dibîne yek li ber derî rawestiyaye û dipirse: Metê Memed li mal e? Fatma matmayî tê ba bavê xwe û dibêje: yek li ber derî ye wisa dibêje! Pêxember dibêje: ey keça min. Ewê li ber derî Cibrayîl e û bi zimanê kurdî axivîye. De here bêje: erê li mal e!

Ev hedîs bi xwe ne rast e, lê em ji wê tê digihin ku kurdî jî mîna zimanekî xwe di nav zimanên din radikir û dixwest isbata hebûna xwe bike. Dixwest piştgiriya taybetiyên xwe bike û cihêrengî û cudatiya xwe biparêze. Dixwest bibêje ku ez ne zimanê diz û rêbirra me. Ez ne zimanekî kovî me ku ji nivîsandinê re nabim. Şerê zimanê kurdî ji kevin de dihate kirin. Di berhemên kevin de em îşaretin biçûk lê pirwate dibînin ku çawa ev ziman ketibû ber pencê dijminan û dixwest wî tunne bikin. Şairekî Ereb hebû ku leqeba wî Şeytanê Iraqê bû(Di serdema atabegiyên Xwedê de )di helbesteke xwe de dev avêtiye Kurdên Hewlêrê û ew bi keran şibihandine û têra xwe qerfên xwe bi zimanê kurdî kiriye. Bêguman mîratê dijmintiya zimanê kurdî li rojhilatê belav bûbû û hayê Ehmedê Xanî û klasîkên me jê hebû loma jî dest avêtin qelemên xwe û milên xwe hilmalan û dest bi piştgiriya vî zimanî kirin û nivîsîna bi kurdî li ba wan bû startejiyeke di ser her tiştî re. Êdî nîvîsîna bi kurdî li ba wan bû şerê man û nemanê û bi tena serê xwe û bêyî ku piştgiriyê ji mîrekî yan hakimekî kurd bibînin berhemên xwe nivîsîn. Gavên ku wan avêtin şoreşek bû di mêjûya kurdî de ku baweriya Kurdan bi zimanê kurdî xurt kir. Xanî zimanê kurdî bi durdiya binê peyalê ya gerrek şibihand û di gel wisa jî, di gel gerekî û şêlûbûna wê meya han Xanî (vexwar) û meya pak(Erebî û Farisî) li pê xwe hişt. Di spîkirina sifr de(nivîsîna bi zimanê kurdî de) xebitî û dev ji zêr û zîv berda, lê bi qiriktehlî jî got ku kesî mora xwe li ser wan diravên sifr bixe

nîne! Bêguman Xanî peyvên biyanî gelekî bikaranîne lê mebesta wî ew bû ku hunera xwe û tewan û şiyana xwe ya mezin di van zimanan de bide xuyakirin, bû. Stratejiyeke pakkirina ziman li ba wî nebû . Û di gel wisa jî xaliya Mem û Zînê xaliyeke kurdî ye bi tayên biyanî hatiye xemilandin û li gor pîvanên klasîk ew xalî bi saya wan tayên rengîn ciwantir û buhatir bûye. Mirov bala xwe didê ku rêjeya peyvên biyanî, bi taybetî yên Erebî di zimanê çîrokê de li ba Xanî kêm dibe, lê di zimanê felsefe û dîn û tesewwifê de pir e. Yanî derbarê wan mijarên ku Kurdan pê tiştek nenivîsî bû Xanî bêgav mabû ku pala xwe bide zimanê Erebî û Farisî, ev jî dide xuyakirin ku Xanî berhemên felsefî û dînî û tesewwifê ne bi zimanê kurdî xwendine. Em nikarin vê yekê ji bo Xanî kêmanî bihejmêrin çiku heta niha me peyvên kurdî yên ku cihê wan peyvên biyanî bigrin nedîtine û peyda nekirine di gel ku bi dehan sazî û instituyên me li Kurdistanê û Ewropayê hene, di gel hezaran nivîskar me hîn jî peyvên şûngir ji bo: Tecellî. Fenaya mutleq. Quwayê cazibe. Hal. Meqam. Keramet. Alemul xeyb. Alemuşşehadet. Ezel….û hdw nedîtine. Ez ne ku dibêjim zimanê me bêkêr e lê dibêjim em bi xwe bêkêr in. Xanî şairekî li gor karînên xwe zimanê kurdî parastiye û berhemên wî gelek peyvên kurdî yên resen parastine. Mixabin heta niha gelek ji wan peyvan hene ku ciwan û nazik in lê bala nivîskarên me nekişandine û ew hîç nêzîkî wan nebûne û li gewherên ku di Mem û Zînê û berhemên din de hene haydar nebûne. Em wan peyvan

di ferhengên xwe yên nûjen de jî nabînin û tenê xwe qurre dikin û pirrbêjiyan li ser zimanê bûriyên xwe dikin. Divê em zanibin ku kurdiya me ya îro, ya ku çê xirab paktir e, bi saya wan kesan bûye zimanekî wêjeyê. Ev ziman ne ji ezmanan bi ser me de hatiye, lê hêdî hêdî û di êtûna xebata wêjeyî ya ku bi sedê salan dirêj kiriye de sîqal bûye û bi vî rengê ciwan gihiştiye ber destê me. Divê em êdî nankoriyê nekin û qenciya van klasîkan jî piştguh nekin. 21- Xanî jî mîna Dante dike. Dibîne ku qedrê zimanê neteweyên din heye, belê yê Kurd tune, ew vê zane û ya ku çu rewşenbîr cesaret nake bike, dike. Lê zimanê Dante nêzîkî zimanê xelkê ye. Tu di vî warîde de dikarî çi bibêjî? Berhevkirina Xanî bi Dantê re tiştekî di cihê xwe de ye. Dantê dema ku pişta xwe da Latînî û bi zimanê gel nivîsî, xwest hestên netewî li ba milletê xwe istismar bike. Xanî jî wisa kiriye. Ez bawerim Xanî dikaribû Mem û Zinekê bi Farisî birêse ku deh carî ji ya kurdî xweştir be. Lê kurdî tercîha wî bû. Em nabêjin çima zimanê wî ewqasî giran e, divê em pîvanên rexneyî yên li gor dema Xanî bikar bînin. Wî dixwest qedrekî wêjeyî di nav gelan de ji bo Mem û Zînê deyne. Berê Memê Alan hebû û bi zimanê gel bû, eger wî jî bi wî zimanî binivîsanda wê tu cudatî xuya nebûna. Me di bersiva berê de bi firehî behsa zimanê Mem û Zînê kir. Ne hewceye em dubare bikin. 22- Ji vê awurê Xanî mirovekî qalibşikên û guhertinxwaz û radîkal e, dema ne bi zimanê

serdestan belê bi yê zikmakî dinîvisîne. Ev şêwe radîkaltî bi awayê xwe mîna radîkalîzma Martin Luther, Jan Huse, Kalvin û Zivingli ye. Radîkalîzma wî ne bi tenê di nivîsandina bi zimanê kurdî de ye, belê di naverokê de jî xwiyaye dema behsa Ereb, Faris û Roman dike ku dê ji me re bikirina xulamî. Xanî bi xwe behsa qalibşikêniya xwe dike, wî Mem û Zîna xwe mîna gaveke qalibşikênî hesibandiye û dibêje: Yanî ne ji qabilî û xebîrî belkî bi te`essub û e`şîrî Hasil ji i`nad eger ji bêdad ev bid`ete kir xilafê mu`tad Safî şemirand vexwarî durdî manendê durrê lisanê kurdî Înaye nizam û intizamê kêşaye cefa ji bo yî a`mê Ew dibêje ku wî bi vê berhema xwe qalibên kevin şikandin, dest avête zimanekî kurdî ku mîna girrika di binê peyalê de dimîne û bala kesî ji bo vexwarinê nakişîne. Rast e ev gava wî ya ku hûn dibêjin radîkal e ne tenê ji hêla zimên de bûye, lê ew bi naverokê jî gaveke bi cesaret bal bi qalibşikêniyê ve ye. Yanî eger em wî û Cizîrî bidin ber hev, Cizîrî jî bi kurdî nivîsî, lê naveroka Cizîrî evîndarî û xezela ilahî bû, rûhaniyyet bû. Eger em wî û Şerefxan bidin ber hev, em dibînin ku di naverokê de nêzîkî hev in lê di ziman de Xanî li pêştir e. Di vir de nirxên Xanî yên şoreşgêrî diyar

dibin. Wî him ziman him jî mijar û naveroka berhemên xwe ji hestên neteweperestî hilbijartibûn. Bingeha wî her milletê Kurd û derdê milletê Kurd bû. Ev bû qalibşikîniya wî. 23- Netewîtiya Xanî li pêşiya demê ye. Helbet berî Xanî jî gelek Kurdan bi kurdî nivîsandine, belê Xanî dewleta Kurdî dixwaze û doza yekîtî û rizgarbûna Kurdan dike. Rast e. Li pêşiya demê ye, ne tenê nisbet bi Kurdan, lê nisbet bi milletên ewropayî ve jî. Bala xwe bidinê Xanî ev naqosa milletperweriyê vekuta di demekê de ku supayên Osmaniyan(cihad ) li ewropaya rojava dikirin!! Îcar şêxekî mîna wî di wî quncikê jibîrbûyî ji imperatoriya Osmaniyan bangî milletê xwe bike û dozê li mîr û siyasetmedarên Kurd bike da ku serî hildin û şûr di rûyê sultanê Osmanî û artêşa wî de bilind bikin, tiştekî divê lê bête kolandin û bingehên vê daxwazê werin naskirin. Wê demê Ewropiyên (Xaçhebîn) bi artêşan pêşberiya Osmaniyan dikirin. Xanî yê (misilman)jî bi qelema xwe! Divê ev yek bibe mijara gelek lêkolînan û zanayên Ewropî jî beşdarî niqaşên bi vî rengî li ser Xanî bibin. Ji bo wan jî Xanî semboleke berxwedanê ye ku mixabin ne berê ne jî niha guh li vê banga azadiyê ya Kurdan nakin û çavên xwe ji kiryarên dijminê gelê Kurd re digrin. Bala mirov dikişîne ku Xanî bêtir rizgariya gelê Kurd kiribû mijar ji bo xwe, ne rizgarkirina axa welêt! Çawa be azadiyeke Kurdan ya (cografîk) hebû, yanî mîrnuşîniyên Kurdan hebûn ku Kurdan bi xwe ew bi reve dibirin. Heta tê gotin ku Xanî bi xwe jî yek ji karmendên mîrnuşîniya Bayezîdê

bû. Lê derdê Xanî bêtir ji wê nîvazadiya han , serxwenbûn û dewlet bû. 24- Ne bi tenê bi kurdî nivîsî, belê ala dewleteke kurdî jî rakir. Erê, min niha got ku derdê wî serxwebûn bû. Wî bêdudilî û gelekî zelal digot: em ji bindestê Romiyan derkevin û dewleta xwe bi şûr ava bikin! Yanî xwedî projeyeke siyasî bû jî li rex projeyê xwe yên wêjeyî. 25- Kêmaniyên Kurdan dîtin. Nebûna serokayetiyê, bêtifaqî û hevdinegirtin, bêxwendin û bêkitêbbûn.. Wî serokên Kurdan (mîr û desthilatdar û hakim) sûcdarên herî mezin di bindestiyê de didîtin. Namûs e li hakim û emîran Tawan çiye şair û feqîran? Yanî ev bindestî barê hakimên Kurdan e ku ew dikarin xebatê ji bo rizgariyê bikin, ma qeweta belengazên şair û wêjevanan çi ye û çi di destê wan de heye! Helbet ev yeka wî ne ji bo ku bar ji ser milê rewşenbîr bihavêje bû, berovajî vê wî dixwest rewşenbîr jî bi erkên xwe ve rabin û beşdarî şerê azadiyê bibin. Bi qelemên xwe bi zimanê xwe î bi hêza xwe ya wijdanî û rûhî. Ew bi xwe jî mînakekek baş bû ji bo beşdariya rewşenbîr di şerê azadiyê de. Wek we jî got wî mîna hekîmekî nebza qels ya milletê kurd , û jariya wî vedigerand sebebên esasî yên mîna bêdewletiyê û bêxwedîtiyê û berî her tiştî bêtifaqiyê. Lew pêkve hemîşe bêtifaqin Dayim bi temerrud û şiqaqin.

26- şik û goman tune ku Xanî li serokekî digere, zane çendî hewcedariya Kurdan bi serokekî heye, belê serokê ew dixwaze kî ye, yekî çawa ye û xisletên wî çi û ne çi ne? Xanî giraniyeke taybet daye rola ku serokek dikare di civakê de û ji bo milletekî bilîze. Wî bala xwe qenc dayê ku milletek çiqasî bi hêz be, dilêr û xurt be bêyî serokekî nikare projeyên mezin pêk bîne. Lê kîjan serok?? Em bala xwe didinê ku Xanî doza serokekî dike nêzîkî wî hakimî ye ku fîlosofê mezin Farabî ew ji bo birêvebirina (El medînetul fadile = Dewleta mukemmel) bi nav kiriye. Xanî dibêje ku ew serok divê berî her tiştî têkildarê zanînê be. Jîr be. Xemxurê xelkê be. Serfiraz be. Dadwer be. Dilêr be. Hişmend be… û hdw. Lê ku mirov bala xwe didê dibîne ku kesên rêveberiya milletan di dirêjiya dîrokê de kirine (her wekî Gostav Le Bon dibêje) bi piraniya xwe ne kesên bi fikr û felsefeyê re têkildar in û nikarin têkildar bin ! Nivîskarê Ereb Hadî El Elewî jî dibêje ku tevgerên siyasî bêtir li ser destên serokên xwedan hin akarên taybet in ku di rewşenbîran de nînin. Loma jî peyrewên wan serokan piraniya xelkên kêmsewad in, ji ber ku ew kes xwe disipêrin îdeoljiyê, ne hiş û aqil. Peyrewiya fîlosofekî yan ramyarekî li ser bingehê fikiranidin û hiş û mejiyekî fere ye. Peyrewên fîlosofan tim kesên hişmend in ku bi aqil re têkildar in. Ne mîna peyrewên pêxemberan û serokên siyasî. Hêviya Xanî di mîrê Bazîdê Mîrza beg de hebû ku projeyên wî pêk bîne. Bi kêmanî qedrê wî zanibe û

alîkariya wî bike di bilindkirina asta zanînê de li wê herêmê. Ew nêzîkî desthiladariyê bû û xwe nêzîktir dikir ne ku berjewendiyên xwe yên şexsî bîne cih. Lê wî ji bo tevaya (Kurmancan) xebat dikir û dizanîbû ku projeya wî eger ne di rêya serokekî mezin re be, dê tucarî pêk neyê. Wî him serokekî ku guh bide zanînê dixwest, him jî yekî ku gelê wî ji bin destê Romiyan derîne dixwset. Lê ev daxwazên wî di demekê de hatin ku mîrîtî êdî qels bûbû û destên Osmaniyan ketibûn her devera mîrîtiyê. Mîrza beg ji textê mîrîtiyê avêtin û apê wî Brahîm anîn. Pişt re apê wî jî avêtin. Mîr Mihemmed kuştin û êdî mîrîtî ber bi têkçûnê ve diçû. Hêjayê gotinê ye ku Xanî ne bes doza mîrekî ku li Bazîdê tenê hukum bike dixwest. Wî doza padişahekî dikir. Padişakekî xwedan text û tac û dewlet. Xanî rola xwe ya wek rewşenbîr ji bîr nekir. Wî mîr bi cesaret rexne kir. Çi Mîrza beg be û çi jî her mîrên din. Her ku fersend didît rexneyên tûj li şêweyê mîrîtiyê dikirin. Têra xwe rexne li mîr Zêndîn kirin. Bi wî awayî wî nerînên xwe û baweriyên xwe yên siyasî jî anîne ziman. Têgihiştina wî ya ji mijara serokayetiyê re hişt ku destê xwe li ser cihê birînê deyne û derman jî destnîşan kir. Wî dizanîbû ku kesên li dora mîrekî dikarin mîrîtiyê biherifînin û bi gotina wî (qusûrê têxin dewletê). Wî da zanîn ku mîrên jîr her yekî nêzîkî xwe nakin, meger ku wî qenc ezmûn û imtihan nekin. Payeyên bilind nadin her wezîrî. Di mêjûya wêjeya kurdî de Xanî yekem kes bû ku bêtirs rexne li mîrên welatê xwe kiriye. Wî hîç negot de ka niha em çavên xwe ji kêmaniyên mîran re bigrin. Hey welatê me û gelê me bindest e. Wî negot ku armanca bingehîn tenê

rizgarkirina welat û avakirina dewletê ye. Wî li rex doza azadiyê, rexneyên li serokan jî ji bîr nekirin. 26- Xanî tije bang, şîret û mesaj e ji bo Kurdan. Erê. Ez her û her Mem û Zînê û berhemên Xanî yên din mîna deryayeke mişt sedef û dur û mirarî dikim. Tenê li me dimîne ku em noqî deryaya Xanî bibin û van gewheran bidin hev û bînin ber ronahiyê. Xwendevanê Mem û Zînê tê derdixe ku Xanî dest bi xelekek mezin kiriye ew jî Xwedê û hikmeta afirandina gerdûnê û mirovan e. Pişt re dageriyaye xelekeke tengtir ku ew xeleka mirovayetiyê ye û piştgiriya mirovan li ber Xwedê kiriye û doza rizgarkirina hemî mirovan ji agirê dojehê kiriye, ji ber ku destê mirov di gunehkariyê de nîne (helbet li gor baweriya Cebriyyetê ku Xanî pê bawer bû). Piştî van xelekên mezin û esasî Xanî derbasî xeleka kurdayetiyê dibe û halê Kurdan tîne ber çavan. Li pey wê êdî derbasî çîroka xwe dibe. Dest bi pesnê mîrê Botanê dike. Herdu xûşkên wî bi xameya xeyalê xwe dikêşe û dadigere ser herdu hevalên hev Mem û Tacdîn û çîroka evîna herçar yaran (Mem û Zîn. Tacdîn û Sitî)bi hunereke bilind li qelem dide. Û di nav çîrokê de jî gelek bîr û baweriyan tîne ziman çi li ser zimanê karekterên xwe û çi jî di dawiya her beşekî de ku nivişkê baweriyên xwe bi xwe dibêje. Dawî dîsa Xanî ber bi jor diçe xwe digihîne xeleka mezin û nêzîkî pirsên felsefî yên mezin dibe. Çawa bi Cebriyyetê(bêviyanî) dest pê dike wisa jî destana xwe bi Cebriyyetê dibe dawî. Di pêşgotinê de Xanî daye ser şopa klasîkên Eceman û pesnê Xwedê kiriye mîna afrênerê gerdûnê. Qala

afirandina Adem wek nimûneyekî ji afrîdeyên Xwedê kiriye ku hemî tişt di xizmeta wî de ne. Ehmedê Xanî dibîne ku hebûn tev de pencereyeke ku ciwaniya Xwedê û hêz û şiyana wî dide xuyakirin. Loma jî mirovan û her afrîdeyî bêşiyan û bêvîn li ber irade û vîna Xwedê dibîne. Vê baweriyê ji xwe re dike bingeh û Îblîs(şeytanê mezin ku hişt Adem û Hewwa ji bihiştê derkevin) ji gunehê sernetewandina ji Adem re bêrî dike û dibêje ku destê wî tê de nebû(vegera şiroveyan). Pişt re wekî her klasîkekî behsa mezinahyia pêxember Muhemmed dike, hinekî ji jînenigariya wî tîne ziman, mûcizeyên wî dide xuyakirin û bi balkêşî tê ser mijara Mîracê lê ne mîna mûcizeyekê. Ew Mîracê wekî bûyerke ku hêj neqewimî be tîne ziman û dozê li pêxember dike ku xwe amade bike daku hilkişe ezmanan û here ber destê Xwedê. Lê ew vê dozê li pêxember dike ne ku here fermanên Xwedê ji bo mirovan bîne. Ew dibêje here van pirsan jê bike. Û çend pirsên giring û felsefî ku bala mirovan dikişînin li ber destê pêxember radixe. Tiştê balkêş ew e ku Xanî yê bi cebriyyetê bawer û dibêje hîç mirov ne bi destê xwe ye, sed û heştê dereceyî dizîvire û nerînên wî têne guherîn dema mijar dibe mijara bindestiya Kurdan. Li vir êdî Xanî bi vîn û irade û şiyana milletan bawer e. Ew dibîne ku milletek dikare qedera xwe biguherîne eger bixwaze û dest bihavêje şûr!(Malik 215). Xanîyê ku hîç vîn û hêzê di mirov de nabîne li ber hêz û viyana Xwedê, êdî bi hişkî vekirî dirame. Li bingehên bindestiya Kurdan digere û serpoşê ji ser

hoyên mana Kurdan ya bê dewlet radike. Li vir hêja ye ku em wê hedîsa di destpêka Şerefnameyê de bînin ziman. Ew hedîsa ku dibêje pêxember nifir li Kurdan kiriye ku hîç nikaribin bibin yek. Wa diyar e ku ev hedîs di nav Kurdan û xeyrî Kurdan de belav bûbû heta ku Şerefxan ew di kitêba xwe de wekî rastiyekê aniye. Şerfexan jî ev hedîsa nerast ji jêdereke Osmanî(tarîxa ku Se´deddînê mamosteyê sultan Murad daniye) wergirtiye. Ev hedîs jî li gor baweriya Xanî (Cebriyyetê) ye. Yanî Kurd li gor daxwazeke xwedayî wisa bêdewlet û neyek mane! Lê em bala xwe didin Xanî ku ew hîç li vê hedîsê ewle nabe, baweriyê pê nayne û wê dihavêje pişt guhê xwe! Doza yekîtiyê dike û çareyên mentiqî ji bo pirsgirêkên Kurdan dibîne. Ew nabêje ku Xwedê wisa kiriye ka em jî stûyê xwe radin û bi qedera xwe razî bibin. Lê şert û mercên hilbûneke dîrokî datîne û dibêje ku serokekî xurt û mezin divê ku bibe xwedan tac û text, hêz û şiyan û vî gelê bindest bide pey xwe û wî li ser piyan rawestîne. Li vir şêweyê cuda yê ramangeriya Xanî eşkere dibe. Ew li Kurdan dinêre mîna beşek mirov ku xwedan hêz û hîkarî û tîn in. Dikarin roleke mezin di guhertina dîroka xwe de bilîzin. Dikarin qedera xwe ya reş biguherin. Ew Kurdan mîna milletekî ji bendên qederê rizgar, dibîne. Ji bo vê jî ew berê xwe nade Xwedê, duayan nake ku gelê wî ji bin destan derîne(di gel ku ew ji Xwedê dixwaze ku mirovan ji dojehê bisitirîne). Ew yekser berê xwe dide gelê xwe û mezinên gelê xwe ku bi destê xwe, xwe azad bikin. Ew hîç ne li hêviya (Çareyên ezmanî) ye, lê ew li erdê li çareyan digere.

Lê dema ku Xanî behsa mirov wek nirxekî û hebûneke taybet di gerdûnê de dike, wî bi yekcarî bê vîn û irade dibîne. Wa diyar e ku Xanî dixwaze bibêje ku mirov bi tena serê xwe hêza wî nîne tu guhertinan bike. Lê dema ku dikeve nava civakê êdî dibe xwedan rol û viyaneke serbixwe. Dikarim bibêjim ku ev herdu astên fikirandinê li ba Xanî ne nakokî ne û nayê wê wateyê ku gotinên Xanî li hev nayên û ne mîna hev in. Lê di baweriya min de dema wî derdên milletê xwe anî ziman, mîna sosyologekî fikiriye. Û dema ku behsa mirov wekî hebûneke serbixwe yan afrîdeyekî Xwedê kiriye, mîna fîlosofan fikiriye. Di vir de ew mîna EL Me`errî yê şairê Ereb e(şairê kor yê ku leqeba wî fîlosfê şairan û şairê fîlosofan bû). El Me`errî digot ku xoyên mirov û kiryarên wî û sinç û exlaqên wî ne bi destê wî ne û ew mecbûrî wan e. Lê dema ku wî zor û sitema desthilatdaran didît, berê xwe dida desthilatdaran bi xwe û digot ev zor û sitem sûc û gunehê wan e, loma jî wî serhildana di rûyê wan de pêwist û rewa didît. 27-Gazinan ji Xwedê dike, ev bûye şêwe tiradisyonek li ba beşek ji rewşenbîrên Kurd. Fayiq Bûcak helbestek bi navê Gazin ji Xwedê nivîsandiye, Mûsa Anter jî heman gazinan dike û dibêje “Xwedê navê te ne 1001 belê 1002 ne.” Hunermend û dengbêjên Kurd jî wek nimûne Mihmed Şêxo jî gelek caran vê peyvê binav dike, serî lê dide. Erê Xanî berê xwe dide Xwedê û gazinan bi navê milletê Kurd jê dike. Pirsa bindestiya Kurdan,

mezlûmiyeta wan û hin pirsên felsefîk yên mezin jî jê dike. Xwedê bi xwe wek berpirsê gerdûnê tevî dibe muxateb ji bo herkesî dema ku erd lê teng dibe. Çare jê tê lavakirin. Û hin caran gazin û lome jê dibin. Di beşê milletperweriyê de Xanî Xwedê sûcdar jî dibîne, emma ji ezel Xwedê wisa kir ev Rom û Ecem li ser me rakir!! Yanî bindestiya Kurdan Xwedê kiriye qederek ji bo wan, ev jî helbet cihê nerazîbnûnê ye. Di baweriya min de ev cesareta li ber Xwedê ji bingehek tesewwufî tê. Çiku sofîyên mezin mîna Mensûrê Hellac û Ibn Erebî û heta Baba Tahirê Uryan jî bi Xwedê re rû bi rû dibin û pirsên mezin jê dikin. Baba Tahir li ser belengaziya insanan weha dibêje: Eger destim resed ber çerxê gerdûn Ez an pursem kî în çûnest û an çûn? Yekî ra dadeî sed barî ni`met Yekî ra qursî cû alûde der xûn!! Yanî: eger destê min bigihêje çerxa Felekê ezê vê pirsê jê bikim(Helbet Felek di destê Xwedê de ye û bi xwe ne xweda ye): Te sed barê ni`metan daye yekî, û yekê din jî kulorek nanê cehî bi xwînê misdayê dayê!! 28- Xanî pirsan dipirse, di serê xwendevanên Kurd de pirsan çêdike, mêjiyê Kurdan, zana û deselatdarên Kurdan vedixwîne fikirkirinê û derketina ji nav xewarî û tiraletiyê. Bêhna şêweronesansekê ji vir tê, hinekî felsefî ye, ji ber ku felsefe û ronesans hin ekî bi pirsan dest

pê dikin û di serê mirov de pirsan çêdikin. Xanî avakerê çanda pirsê ye, di mêjûya wêjeya kurdî de. Pirsên felsefî. Yên dînî. Yên civakî û siyasî û heta yên wêjeyî. Wî deriyê pirsan ji bo me li piştê vekir û divê em jî li pê wî pirsînê berdewam bikin. Berê xwe berî her kesî da Xwedê û pirsa afirandina insanan jê kir û ew berpirsiyarê afirandina Îblîs dît. Got ku Îblîs wek mexlûq bêguneh e, guneh yê te bi xwe ye. Ji vê yekê jî Xanî doz li Xwedê kir ku tevaya mirovahiyê, hemû insanan ji agir rizgar bike û tenê(eger pêwist be) Îblîs bavêje nava êgir!! 29- Gelo hayê Xanî ji Selahedînê Eyûbî hebû, hebûbe çend e ? Gelo dema behsa bêeslan dike ku ew jî yanî nasnekirina qencî û xizmetê, bêhurmetiya ji zarwên Selahedin re. Gelo di bala wî de dema balê dikşîne ser bêeslan, kesên bi qedir û qîmetê xizmetê nizanin. Mebesta wî çibû? Ya din dema mirov bala xwe baş dide dîtin û şîroveyên Xanî, fikreke wuha çêdibe li ba mirov ku Xanî kurdbûn di ser îslamê re digirt, yan na? Haya Xanî ji Selahedînê Eyyûbî hebû yan nebû! Em nikarin rastiyekê bînin meydanê. Lê ez bawer im ku haya Xanî bi tevayî ji dîroka Kurdan hebû. Wî bêguman lêkolîn li ser dîrokê kiribûn û gihabû rastiyekê. Fikrên wî ne ji hewayê hatine. Fikrên wî ji xwendineke kûr û dîtineke hûrbîn ji civaka kurdî re hatine. Ez jî di wê baweriyê de me ku Xanî kurdbûn di ser islamê re didît. Yan jî em bibêjin wî

misilmantiyeke kurdî tercîh dikir. Loma jî projeya wî ev bû ku islamê bike dînekî bi kurdî jî. Tefsîr ji gotinên Quranê re danîn di Nubuharê de, Eqîda Îmanê bi kurdî nivîsî. Helbet di nava metodên medreseyan de Eqîda Îmanê bi Erebî dihate dersdan, lê wî got: na madem em musulman in bila em dînê xwe bi kurdî fêr bibin! Ev bi serê xwe şoreşeke. Bala xwe bidinê wî gelê Kurd ji musulmantiyê dûrnexistiye, lê heta wê astê jîr bû ku bi iddiayên Osmaniyan û cihada wan ya sexte nedixapiya. Û dixwest millet jî hişyar bike ku islama Osmaniyan islameke derewîn e, islama berjewendiyên siyasî ye û hew. Dixwest bibêje ku islama Osmaniyan ne diyanet lê siyaset e! 30-Li ser otorîteyê û hewcedariya bi otorîteyekê gelekî disekine û bi awayê corecor tîne ziman. Mirov dikare gelek nimûneyan bibîne û hilçine di berhemên wî de. Otorîte hebûya “ emê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna kom” , otorîte hebûya em dê nebûna xizan û nezan. Xezantî û nezantiyê bi bêdewletbûn û bibêotorîtebûnê ve girêdide. Zêdeyî texmînan li ser bêdewletbûnê û encamên wê disekine û wek xalek ji xalên serekî digre dest, pê dadikeve. Derdê wî ev bû. Eşkera û diyar û wek roja sibeheke havînê ronîdar bû. Dewlet! Dewleteke serbixwe di bin ala serokekî jîr û zana de ku nirxê wêje û zanayan zanibe da ku civakê bi hev re pêş bixin. 31- Xanî li ser çare û çareseriyê jî hinek tiştan dibêje. Li vir behsa şûr, xîret û berxwedanê dike.“Di destê şûrê tazî de ye hukum û ferman”

Erê. Piştî ku wî derd û illet bi me da naskirin, îcar navê derman jî got û şêweyê bikaranînê jî anî ziman. Xanî dibêje: Ger dê hebuwa me serfirazek Sahib keremek suxennewazek Neqdê me dibû bi sikke meskûk Nedma wehe bêrewac û meşkûk Herçend-i ku xalis û temîz in Neqdêne bi sikkeê `ezîz in Ger dê hebuwa me padişahek Layiq bidiya Xwedê kulahek Te`yîn bibuwa ji bo wî textek Zahir vedibû ji bo me bextek hasil bibuwa ji bo wî tacek Elbette dibû me jî rewacek Xemxwarî dikir li me yetîman Tînane derê ji dest leîman Xalib nedibû li ser me ev Rûm Nedbûne xerabeê di dest bûm Mehkûmê `eleyhî we se`alîkak Mexlûb û mutî`ê Turk û Tacîk Di van malikê nirxdar de yên ku xwezî û lavên Xanî ne, em rexnegiriya Xanî ji mîr re dibînin. Em li gor van malikan dizanin mîrê ku Xanî rexneyan lê dike ne camêr e ne jî dilêr e, lê berovajî wê destgirtî û tirsonek û girêdayê Osmaniyan e. Guh nade wêjeyê û li ba wî projeya Xanî ya mezin tiştekî pûç û vala ye.

Tiştê ku bala mirov dikişîne ew e ku Xanî doza welatekî dike. Doza dewletekê û padişahekî dike. Yanî ne tenê xemxurê mîrîtiya Bazîdê yê. Ew dema ku behsa Tex û Tac û Padişah dike, dixwaze bibêje ku dewleteke mîna ya Osmaniyan berfireh û yekgirtî ji bo Kurdan divê. Xanî nivîsên xwe bi pûl û diravan dişibihîne û dibêje ku ev pûl û dirav bê qîmet in eger mora padişahekî ne li ser wan be. Çawa pere bê qîmet in ku xitma sultan yan dewletê li ser nebe , wisa jî nivîsên wî ku ne guhdana mezinekî Kurdan be dê her dîlên kaxezên ku li ser wan hatine nivîsîn bin. Li ba Xanî şert û mercên dewletekê ev in: 32- Belê otorîte, serok, hêz û û lihevkirin û bihevrebûyîneke neteweyî û jiyana di bin alekê de. Ji bo wî serokî jî Xanî hin akarên taybet tîne ziman û dibêje ku divê serokê Kurdan wisa be: 1) Serfirazî 2- Camêrî 3- Dan û standina xweş 4- Û guhdana kesên bi wêje û zanistê re têkildar Di van akaran de Xanî û fîlosof Farabî mîna hev difikirin. Farabî jî di kitêba xwe de(El Medîne El fazile= dewleta tekûz û mukemmel) dibêje ku serokê vê dewletê divê, cirxweş be, zimanşêrîn be, edebdost û zanînhebîn be, serbilind be, dilêr û xurt be. Wa diyar e ku Xanî ji mîrê serdema xwe ne razî bû û ev akar û sifet tê de nedîtin.

Em li ba Şerefxanê Bedlîsî jî rastî vê yekê tên ku nebûna serokekî bi van akaran bûye sebeb ku Kurd bê dewlet mane. Şerfexan dibêje: û ji ber ku di nav Kurdan de kesek ranebûye ku hemî têkevin bin ala wî û bi ya wî bikin û li pey wî herin, piraniya wan bûne xûnrêjên hev û guh li qanûnan nakin! 33- Sedem û hokar? Herweha em dibînin ku Xanî rewşa Kurdan û bindestiya wan vedigerînin du sebebên sereke: Rewşa hundirîn: Ew rewş sûcê êlperestî û cudatiyên Kurdan e. Ku hemî êl (ji ber ku navenda fermanrewayîyê nîne)li dijî hev in û kes bi ya kesekî din nake. Di Şerefnameyê de hatiye ku dema sultan Selîm xwestiye mîrmîranekî ji Kurdan bike hakimê tevaya Kurdistanê. Ji Idrîsê Bedlîsî re gotiye: Yekî ji nav xwe hilbijêrin. Lê wa xuyaye ku Kurdan nikarîbû yek hilbijartana. Idrîsê Bedlîsî vedigere cem sultan û dibêjê: her yek dibêje ez û ne kesî din. Loma jî divê hakimê Kurdistanê ne Kurd be da ku tevde stûyên xwe li ber wî radin! Rewşa derve: Ew jî sûcê cîrantiya du imperatoriyên mezin û dijî hev e. Osmanî li aliyekî ku Xwedê û sunnî ne. Û Sefewî li aliyekî din ku Ecem û şîî ne. Ji ber vê jî ev herdu imperatorî mîna du deryayên mezin li ser erda Kurdan li bin guhên hev dikevin û Kurdan di nav pêlên xwe de binav dikin. Qedera Kurdan hiştiye ku ew bibin navber û bend ji herdu deryayên pêldar re û buhayê cengên giran yên her du aliyên şer bi tena serê xwe bidin. Eger em vegerin şerê Çaldêranê wekî di

pêşgotinê de hatî, dibînin ku ji herdu aliyan gelek mezinên Kurdan û zarokên wan hatin kuştin. Xanî Kurdan mîna kilîtên ser sînoran dibîne. Rastî wisa bû. Heta çîrokeke sultan Bazîd heye, dibêje ku dema ji şerekî bi sefewiyan re vegeriya, diya wî jê pirsî: kurê min te ew sînorê mezin ji kê re hişt? Sultan got: min dîwarekî mezin di navbera xwe û Eceman de ava kir. Dîsa diya wî pirsî: kurê min çawa çêbû? Ew sînorê wisa dirêj te çi zû dîwar tê de ava kir? Îca sultan got: dayê min dîwarekî ji goşt û xwînê û hestiyên êlên Kurdan li wir ava kir. Ew dê sînor biparêzin! 34- Pêşnizazên Xanî ji bo van herdû sebeban; ango ji bo van pirsgirêkên navxweyî, bêtifaqî, jixwereyî û berdîberdana Kurdan li aliyekî û herdû împeretoriyên bûne du ferên aşê perçiqandin û hêrtinna Kurdan li aliyê din? Xanî ji bo ku çareyekê ji astengiya pêşî re ku sûcê Kurdan bi xwe ye re bibîne, doza serokekî hêzxurt dike ku karibe Kurdan tev de têxe bin siya fermanrewayîya xwe. Ji bo çareserkirina astenga duyemîn jî Xanî doza şûrkişandinê kiriye: Herçî bire şîr-i destê himmet Zebt kir ji xwe ra bi mêrî, dewlet. Weha jî dibêje: Hasil ku dinê bi şîr û ihsan Tesxîri dibit ji boyî insan!! 35- Xanî di gelek aliyên berhema xwe de behsa Rom û Eceman û behsa neteweyên din dike. Neteweyîbûna Xanî ji vê çencarkirinê tê

xiwyakirin. Nasyonalîzim neteweyên dijmin yan jî bi gotinin nermtir miqayesa navneteweyan dixe rojevê. Mirov bi firehî dikare vê behs bike? Xanî nabêje em wek milletekî, ji milletên dora xwe çêtir û zanatirin, lê dibêje ku em ji wan ne kêmtir in! Bi çi awayî be em xwedan ziman, xwedan erd û xwedan dîrok in. Dibêje jî ku milletên din bûne xwedan dewlet ne ji ber ku zêde kêrhatî ne, lê fersend bi dest wan ket û hilpekiyan lûtkeya desthilatdariyê. Em jî bê şens û bextê me ji me ra nebû yar: Kurmanci ne pirr di bêkemal in Emma di yetîm û bêmecal in ***** Bextê me ji bo me ra bibit yar Carek bibitin ji xwabê hişyar!! 36- Di qonaxekê de ku ramanên olî fermanrewa ne di nav gelên li Rojhilata Navîn de Xanî cihê û xweser e. Me berî niha jî got ku yek ji bingehên fikra Xanî Tesewwuf e. Tesewwuf jî bi cesareta xwe navdar e, helbet ne tesewwufa ku vê dawiya Osmaniyan ew di tekiyeyan de kedî û xwedî kir û kire bencek pê gelên imperatoriya xwe bêhêz kirin. Na tesewwufa Hellac û ya Suhrewerdî û ya Geylanî ku bêtir xelk û insan mijara wê bûn. Teswwufa ku dijîtiya desthilatdariyê û zulmê dike bû. Xanî eger tenê olparêzek bûya, yanî sunnî yekî li pê (Kitêb û hedîsê) tenê çûbûya, dê hîç behsa pirsa Îblîs û qederê nekira. Ev her du mijar di baweriya fermî ya sunnî de qedexe ne û gelek kes ji bo

wan hatine kuştin(Xeylan El dimeşqî ji bo qederê, Hellac ji bo fikrên xwe yên corbecor). Pirsa Îblîs li ba Xanî pirseke sereke ye, wî ne tenê bi lez behsê kiriye lê kiriye mijareke mezin ji mijarên xwe yên felsefîk. Xanî weha fikrên xwe tîne ziman: Meqsûd û muradê dil tu şa yî emma tu (tuzillû men teşa)yî Herçî te divê bibî zelalê pabend-i dikî bi zulf û xalê Herçî ku tu bînî ser hidayet vêra bikirî bikî `inayet Hazir wî dibî meqamê me`lûm ger xadim e wî digêrî mexdûm Bê secde te ey cenabê me`bûd Adem kire qiblegah û mescûd `Îsa te kusa gihande ewcan aya bi çi te hebandî ew can? Dersa ku bi xef te daye Idrîs elbette diçû meqamê teqdîs Îblîsê feqîrê bê cinayet hindî te hebû di gel `inayet Her roz-i dikir hezar-i ta`et lewra ku te da wî istita`et Wî secde nekir li xeyrî me`bûd gêra te ji ber derê xwe merdûd Yek secde nebir li pêşî exyar qehra te kire (muxelledinnar)

Di van malikên buhurî de Xanî pirseke mezin ji Xwedê dike. Di vê pirsa xwe de jî ew wêrekiyeke mezintir dide xuyakirin û şopa sofiyên mezin yên mîna Mensûrê Hellac diajo. Xanî dipirse ka gelo çima Xwedê meqamê Adem û Idrîs û `Îsa yê Mesîh bilind kir bêyî ku ev pêxember çu perestiyê ji Xwedê re bikin? Beramberî wê çima Xwedê Îblîs(Şeytan) ji huzûra xwe bi dûr xist û lanet lê barand di gel ku wî bi hezarê salan ibadet û perestiya Xwedê dikir? 37- Em hinekî li reh û rîşeyên vê pirsê bikolin! Eger em vegerin koka vê pirsa Îblîs di dirêjahiya tarîxa felsefeya islamî de, dê bibînin ku Xanî ji wan kesên ku li ser tiliyên destekî têne jimartin ku piştgiriya Îblîs kirine û itibara wî lê vegerandine. Di berhemên berî Xanî de em rastî tefsîrên cihêreng dibin ji bo neçûna secdeyê ji Adem re. Hin ji van tefsîran dibêjin ku Îblîs xwebîn bû ango xwe ji Adem mezintir û qenctir didît. Tefsîrek jî dibêje ku ew nezan bû. Yeka din dibêje ku wî dixwest razên Xwedê nas bike loma jî serî dananî. Tefsîrek jî heye dibêje ku Îblîs bi evîna Xwedê mijûl bû û ji bilî wî ji tu kesê din re serê xwe neditewand. 38- Tefsîra quranê jî heye. Xwebîniya Îblîs di Quranê de derbas dibe û ev bû bingeha tefsîrên islamî ku dibêjin Îblîs ji ber ku ji agir hatibû afirandin ji Ademê ji gil û heriyê xuliqî bû re neçû sicûdê. Di sûretê El Israa de ayeta 61 an Îblîs ji Xwedê re dibêje: çawa ji bo yê ku te ew ji heriyê xuliqandiye herim secdê?

Dîsa di sûretê Sad de ayetên 71 heta 77 Quran dibêje: *Xwedê ji firişteyan re got: *ez dê mirovekî ji heriyê biafirînim* îca ku min ew saz kir û ji giyanê xwe pif kirê jê re secde bibin* firişte hemî secde bûn* tenê Îblîs xwe mezin dît û bû ji gawiran* Xwedê gotê: Ey Îblîs çima tu ji yê ku min ew bi destê xwe afirand re neçûyî sicûdê? Te xwe mezin dît yan tu ji xwebînan î?* Got: ez jê çêtir im, te ez ji agir afirandim û ew jî ji heriyê* Xwedê gotê: de jê(ji buhuştê) derkeve tu lanetlêbarî yî! 39- Alim û zanayên bi vê pirsê re, ango bi pirsa Îblîs re serê xwe êşandine zêde ne, wa xwiyaye. Piraniya fîlosof û zanayên misilman bi vê tefsîrê girtin û ew ji bo xwe kirin bingeh. Mewlana Celaleddînê Romî yek ji wan bû ku di mesnewiyê de dibêje: Dema ku Xwedê Îblîs ji bo tawana wî û kişmekişa wî ya bi Xwedê re dûr xist û lanet lê barand got: aax ya rebî! Te ev hemû xwest û niha jî tu min dûr dixî! Û dema Adem gunehkarî kir û Xwedê ew ji buhuştê deranî Xwedê gote Adem: min ev qeder li ser te nivîsandibû û paşê min tu bi wê kiryarê tawanbar kirî, te çima pirsiyar nekir û li ber min ranebûyî! Adem got: yarebî min ew yek zanîbû lê min nexwst bêedbiyê di huzûra te de bikim, `işqa te rê neda gazinan. 40- Bandêra van nîqaş û tefsîrên cihê li ser agir û axê (heriyê), Îblîs û Adem, sal û sedsalên piştre li ser gelên herêmê? Her weha ev bû bingeh ji bo nakokiyên di navbera Erebên misilman û Farisên ku koka wan zeradeştî bû.

Di destpêka belavbûna islamê de û têkçûna imperatoriya Sasaniyan de, vê nakokiyê serê xwe hilda. Zerdeştiyan agir diparastin û pîroz didîtin û misilmanan jî digotin ku Xwedê herî pîroztir dît loma jî Adem jê afirand. Helbestvanekî kevn(Beşar Bin Burd 714z/784 z) ku bi koka xwe Faris bû di helbesteke xwe ya Erebî de berê xwe dide Erebên misilman û dibêje: De zanibin ey koma şerûdan Îblîs ji bavê we Adem bi rûmettir e Agir bingeha wî ye û Adem heriye Herî jî mîna agir nikare bilind bifire Tefsîra din ku me got tê de Îblîs bi nezaniyê sûcdar e, hin mutessewifan ew anîne ziman. Yek ji wan Ibn Erebî ye ku di helbesteke xwe ji dîwana Tercuman El eşwaq de dibêje: Eger Îblîs roniya rûyê yarê di Adem de dîtibûya Dê jê re secde bibûya Melayê Cizîrî jî li pey Ibn Erebî çûye û dibêje: Senema sur ji semed şewq-i ji heq daye wicûdê Ger `Ezazîl-i bidîta nedibir xeyrî sicûdê Dîsa dibêje: Ger di Adem bidiya sirrê `ilim Îblîsî Hînema ebserehû kebbere hînen we seced (eger Îblîs raza zanînê di Adem de dîtibûya dê jê re, ku çav lê biketa, secde bibûya) Tefsîra din a ku me got dibêje Îblîs dixwest razên Xwedê kifş bike, li ba şairê Farisî Ferîdeddînê `Ettar tê

dîtin. Wî di kitaba xwe Mentiqutteyr de gotiye: Îblîs ji Adem re secde nebû, da ku raza ruh ya ku dê Xwedê bida Adem bibîne. Dema ku firişte hemî çûne secdê û serî tewandin Îblîs şipê bû û dinêrî! Xwedê jî dît ku Îblîs raz keşif kir îca ew ji huzûra xwe û ezmanan bi dûr xist û ew kire lanetî. Lê Îblîs kêfxweş bû û got: Ku min raz bi dest xist û gencîneya pak li ber min xuyabû çi xema min ji lanetê ye?? 41- Di nav ewqas tefsîr, şîrove û dîtin de ya Xanî zêdetir lê nêzîk û pê bahwer kîjan bû? Lê heta vê radeyê xwediyên wan tefsîran nebûbûn alîgirên Îblîs, wan her gazin jê dikirin û digotin ku diva bû ew li ber Xwedê serxwar û di fermana wî de bûya. Belê tefsîra din ya ku Xanî jî pê bawer bû, ew e ku dibêje ji ber baweriya Îblîs bi yekxwedayî ew ji Adem re neçû secdê. Bi gotineke din Îblîs di neçûna secdê de kete navbera ferman û vîna Xwedê. Fermanê got here secdê ji Adem re û vîna Xwedê (iradeya wî) hişt ku Îblîs neçe secdê. Îblîs mecbûr bû ku fermana Xwedê red bike, ji bo ku vîna wî ya ezelî tesbît bike. Xwedê ji berê de gotibû ez tenê Xweda me, ji min pê ve ji kesekî din re serê xwe netewînin. Li vir Mensûrê Hellac dibêje ku Îblîs mamostayê wî ye ji ber ku Xwedê ew bi agir tirsand jî lê dîsa serî ji kesekî din re dananî. 42- Wa xwiyaye yê girêdayê vê pirsê giş sînor û normên hene bin pê dike, bi dengê bilind û bê virde û wê de, bê mitale û paxav, helwestê Îblîs dipesinîne û jê re li çepikan dide Mensûrê

Helace. Gelo felsefeya ew pişta xwe didiyê çiye û ji bo tefsîra vî ciwamêrî gotinên te çi ne? Hellac da ku tevgera Îblîs tefsîr bike xwe disipêre felsefeya Cebriyetê û di kitêba xwe El Tewasîn de dibêje ku Xwedê ji ezel de wisa nivîsî bû Îblîs jî ne bi destê xwe de bû û herçî wî kir bi iradeya Xwedê bû. Hellac li ser zimanê Îblîs dibêje: yarebî eger te bixwesta herim secdê dê di fermana te de bûma. Her weha Hellac di eynî kitabê de dibêje: eger min zanibûya dê secde min ji agir rizgar bike ezê secde bibûma. Lê ji Cebriyetê bêtir Mensûrê Hellac Îblîs wekî evîndarekî mezin ji evîndarên Xwedê dihejmêre. Ew dibêje: û (Xwedê) jê re got: ey kêmnirx tu secde nabî! Got: ez evîndar im û rast im di evîndariyê de. Di cihekî din de Mensûrê Hellac dibêje: hezretê Mûsa û Îblîs hevdû dîtin, Mûsa pirsî: tu çima secde nebûyî? Îblîs got: ji ber ku min tenê yek xweda nas dikir. Xanî herçî ku negihaye radeya Mensûrê Hellac di piştgiriya Îblîs de, lê ew jî bi cegermendî piştgiriyê dike û neçûna secdê vedigerîne him Cebriyetê û him jî baweriya Îblîs ya bi xwedayekî bi tenê: Wî secde nebir li pêşî exyar Qehra te kire muxelledunnar! Tiştê balkêş ew e ku Xanî ji malika 89 an de dest pê dike di piştgiriya xwe de sist dibe û êdî di pêvajoya destana Mem û Zînê de Îblîs wekî şeytan bi nav dike, ku ew jî jêdera her xirabî û fesadîyê ye. 43- Ev nav û rengdêrê ku ewqas zana ji xelk û kulturên cihê di serdem û qonaxên kevin û

piştretir de, ewçendî pê mijûl bûne, serê xwe li ser êşandine, ango gotina "Îblîs" bi eslê xwe ji ku tê, wateya wê çiye, di vê derbarê de kurt be jî tiştekî tu bêjî heye? Ji bo vê pirsê gotina dawî, ji ber ku hê pirsên bi bahweriya me gerek bêne kirin hene... Di dawî de hêja ye ku wateya navê Îblîs hinekî zelal bikim. Koka vî navî ji fiila Erebî eblese tê, eblese yanî bêhêvî bû. Îblîs jî yanî bêhêvî. Ew ji rehma Xwedê bêhêvî bûye û êdî dê tucarî nekeve bin siya rehma xwedayê xwe! Lê wekî ku Dr.`Izzedî Mustefa Resûl dibêje, Xanî xwestiye serencameke xweşik ji Îblîs re deyne. Ew di dawiya destanê de Beko heta buhuştê dibe, ev jî işareteke zelal dide ku Îblîs jî mumkine derbasî cennetê bibe. 44- Di bersiveke derbasbûyî de te ji bo şîroveyên li ser cihê agir û axê yan jî heriyê, hinek tişt destnîşan kirin û ev jî hinekî bi nakokiyên di nav Ereb û Farisan ve girêdan.Tu li eslê wê binerî, şerê nav Ereb û Farisan jî ne ji ber sebebên olî bû, belê di bingeh û kûraya wî de şêwenasyonalîzmek, heger ne pir zelal û sitewyayî be jî hebû û li ser deselatdariyê bû. Rast e. Piştî ku Faris misilman bûn jî şerê wan û Ereban berdewam kir. Yanî ku ola Farisan û Ereban bû yek dîsa jî nakokî man. Kurd jî misilman bûn û Xwedê jî herweha lê şerê wan her li dar bû. Xanî ev yek qenc nas kiribû û qet misilmantiya Osmaniyan nedianî ber çavên xwe. Meziniya wî ji vê yekê jî tê nas kirin. Niha

jî em dikarin fikrên Xanî zindî bibînin. Yanî misilmantiya Erdogan û partiya wî li ber kiryarên wan hîç e. Mesele ne diyanet e, lê siyaset e, weke min berî niha got. Em bi misilmantiyê gelekî hatin xapandin, lê rewşenbîrên mîna Xanî ku hişê wan ji agirê bantovê geştir bû nehatin xapandin. Em bi hewceyî fikreke geş mîna fikra Xanî ne ku ji gelê xwe re sextekariya dîndariya AKP bînin ber çavan. 45- Berpirsiyariya rewşenbîrî. Xanî hesab bi xwe re dibîne, bîra siberojê dibe, bila kes nebêje ku kurd bêkitêb in dibêje. Bêkitêbbûyînê wek kêmaniyeke elementer, wek nekirkêrî û ne layiqtiyiyeke netewî û netewbûnê digre dest. Li ba Ehmedê Xanî Kitêb têgeheke wê ye Epistimolojîk heye. Ango kitêba Mem û Zînê ne tenê çîroka du evîndaran e yan jî eşkerekirina derdê milletekî ye. Ew her cûre zanîn, felsefe, diyanet, stêrnasî, civaknasî, tarîx û heta erotîk jî di xwe de diguncîne. Helbet Xanî ne nezan bû û haya wî ji kitêbên beriya wî(dîwan Cizîrî. Şêxê Senanî ya Feqiyê Teyran û helbestên wî hebû. Helbestên Eliyê Herîrî) hebû. Wî navê van her sê pêşengan jî anîye ziman di pêşgotina Mem û Zînê de. Lê mebesta wî ji kitêbê, kitêbeke ku bikaribe hişê gel veke û wî bihêvoje û pirsan di hundurê civakê de bixuluqîne. Wî kitêba xwe ev kitêb didît û wisa jî zanîbû ku nêrînên wî bingeha fikreke nû ne ji bo Kurdan. Wî dizanîbû ku dê Kurd bi vê berhema wî şanaz bibin û karibin li ba milletên din serê xwe hildin û dengê xwe bilind bikin û bibêjin: em jî weke we xwedan kitêb in!

46- Xanî qebûl nake ku Kurd pirr xav û cahil in, lê bêmecal û bêkes in, sêwî ne. Aliyekî wuha bi gazin jî heye li ba Xanî. Ev gazinên rewşenbîrekî ne. Niha jî rewşenbîrên Kurd, kêm zêde dikarin gazinan bikin û bibêjin em ne kêmî xelkê ne lê xwedîtiya me naşibihe ya xelkê. Eger na dê me jî poşên xwe li poşên payebilindên edebiyatê bixista. Ma çî Romannivîsekî Kurdan kêmî Orhan Pamuk e ji bilî dewletbûnê(di gel hurmeta me ya mezin ji Pamuk re). Dikarim bibêjim ku sûcê Kurdan berî yê dagîrkeran û dijminê Kurdan heye. Mijar tevlihev e, lê bila hema wisa bimîne. 47- Xanî tije û dagirtî ye ji bo binîvisîne, bi tenê jê re mahneyek divê. Dilê Xanî eger çi gencexane Şukur qet kes nego Xanî bi çendan Ev Xanî di helbesteke xwe de gotiye yanî dilê wî tijî gewher, mirarî û dur in, lê kes nîne ku spasiya wî bike û nirxê wî yê rastîn zanibe. Wî di devereke din de ji helbestên xwe de gotiye: Teb-´ê Xanî sedefa gewherê ´irfane welê Metnixwanek nebitin sahibê me´na çi bikit? Yanî tebîet û xwerista Xanî mîna sedefa zanînê ye, tijî ye, lê ku kesek nebe vê zanînê hilgire wê xwediyê zanînê çi bike?? 48- Rewşenbîriya Xanî aliyekî hevbeş e, her kesê Xanî hinekî nas dike kêm zêde bi xetên stûr binê wê dikşîne. Em hinekî din vî aliyê Xanî guftûgo bikin, em di sohbeta xwe de çend

mû û mişwarên din xwe bi nav de berdin. Xanî li xwe û li rewşenbîran mîna cor eyek doktoran dinere, wek kesên ku birînên gel derman dikin dinere. Li vir rewşenbîr doktor e, dermaner û birînpêç e. Bi dîtina min rewşenbîr pêxemberên biçûk in ji bo gelê xwe. Helbet ew rewşenbîrê ku doza gelê xwe, derd û êşên wî û hêviyên wî di berhemên xwe de tîne ziman. Rewşenbîr têkoşer e, şervanekî çeka wî pênûsa wî û hizrê wî yên netewî û dilxwestina pêşxistina zimanê gel e. Xanî jî bi xwe yek ji van rewşenbîran bû. Wî bi gotina Hemzeyê Muksî Kurd ji mirina ebedî rizgar kirin. Bêguman rewşenbîr pêşengekî gelê xwe ye û ji ber ku ew mirovekî gelekî hessas e bi xeterê zû agahdar dibe. Dizane ba ji ku radibe û fêm dike civat çawa rizgar dibe. Rewşenbîr dizane derdê milletê wî çi ye loma jî dikare derman bibîne. Xanî mînakekî herî qenc e ji bo vê kategoriyê. Wî civaka kurdî û mêjûya Kurdan baş nas kiribû. Têkiliyên durust yên divê siyasetmedar û hakimên Kurdan li dar bixin nas kiribû û li gor zanîna xwe rêyek dîtibû. Loma jî dengê xwe bilind dikir û digot: werin li min guhdarî bikin dê bo we rêya rizgariyê bibêjim. Mixabin di dema xwe de ew şêxekî bê mirîd, pêximberekî bê peyrew bû. Lê çiqas em niha şanaz in ku fikr û bîr û bawewriyên wî di vê dema me ya nuha de bi kêrî me tên. 49- Xanî çendî hez ji zimanê kurdî dike heşkere ye. Belê zimanê kurdî jî wek fêkiyekî negihiştî binav dike. Xanî zane ku zimanek bi

nivîsandinê xwurt û bitir dibe, heger kurdî qels be ji ber wê ye ku kar pê kêm bûye. Ziman ihtîmam, pêdaketin, hezkirin û xwedîtiyê dixwaze. Erê ew wisa zimanê kurdî bi nav dike, lê ne bi wateyên neyênî. Ew dibêje ku guneh ne gunehê fêkî bi xwe ye, lê gunehê kesê wî fêkiyê han radike û datîne, diçine û diçîne. Ew zimanê kurdî weke gireka di binê tasê de jî bi nav dike, lê wate wisa ye: zimanekî bêguhdan e, bêxwedî ye, loma jî dibêje ku hema piçek guhdan û piştgirî ji hakiman hebûya, dê wî ala zimên li ezmên bilind bikira: Ger dê hebuwa me jî xudanek a`lî keremek, letîfedanek I`lm û huner û kemal û iz`an şi`r û xezel û kitêb û dîwan Ev cindî biba li ba wî me`mûl ev new`î biba li nika wî meqbûl Min dê e`lema kelamê mewzûn a`lî bikira li banê gerdûn Bînave ruha (Melê Cizîrî) pê hey bikira (E´lyê Herîrî) Keyfek we bida (Feqîhê Teyran) hetta bi ebed bimaye heyran Çibkim ku qewî kesade bazar nînin ji qumaşî ra xerîdar Gelo ma niha jî ev gazinên Xanî ne di cih de ne? Ma kanî muşteriyê vî qumaşê ciwan û nazik? Qumaşekî ku

bi kêmanî bi kêrî me û cilkirina me tê em lê xwedî dernakevin? Hema li tecrubeya me ya herêma Kurdistanê (Kurdistana başûr) binêrin. Kurmancî bi zanebûn li paş dimîne. Ev mijareke berfirehe lê hema wisa bes e. 50- Xanî dinîvisîne belê ji bo kê ? Berî em binêrin ka Xanî ji bo kê nivîsandiye em vegerin sebebên nivîsandina Şerefnameyê. Mîr Şerefxan di destpêka kitêba xwe de dibêje ku min ev berhema anî meydanê da ku nav û dengê malbatên Kurdan yên hukumdarî û fermanrewayî kirine ji windabûnê were parastin. Ango li ser bingeheke Aristokratîk ew berhem hatiye zayîn. Lê Xanî? Ew vekirî dibêje: Xanî ji kemalê bêkemalî meydana kemalê dîtî xalî Yanî ne ji qabilî û xebîrî belkî bi te`essub û e`şîrî Hasil ji i`nad eger ji bêdad ev bid`ete kir xilafê mu`tad Safî şemirand vexwarî durdî manendê durrê lisanê Kurdî Înaye nizam û intizamê kêşaye cefa ji bo yî a`mê Da xelqî nebêjitin ku Ekrad bê me`rifetin bê esl û binyad Enwa`ê milel xudankitêbin Kurmancî tenê di bê hesêbin

Ew eşkere dibêje ku wî ji bo a`mê nivîsiye, yanî ji bo reşaya xelkên Kurd, ji bo piraniya civakê, ji bo xizan û rêncber û cotkar û feqî û nezanên Kurdan. Wî ji bo milletê xwe nivîsiye, ne ji bo mîrên milletê xwe, loma jî wî qalib şikand û pesnê tu mîrî derbasî berhema xwe nekir, berovajî wê wî heta jê hat rexne li mîr kirin, çi mîrê dema xwe yê ku navê wî Mirza ye, û çi mîrê Botan mîr Zêndîn yê di çîrokê de ye. Ew li alî perîşanan û bindestan e, li rexê çepê yê belengazan e, loma jî em dikarin wî mîna şoreşgerekî sedsala hivdehan bihejmêrin. Helbet wî ji bo me jî nivîsiye. Ji bo me Kurdên ku em niha serê xwe bi wî bilind dikin û xwe nêzîkî fikrên wî dikin û li ber agirê hestên wî yên netewî ruhên xwe yên sermagirtî germ dikin. 51- Mesaj û teblîxatên di Mem û Zînê de, ne yek û dido ne, çendek in, gelek in. Li gora hin lêkolîneran Ev xebat ansîklopediyeke Kurdan e. Kitêbeke wek Mem û Zînê ne mumkin e mesajek tenê tê de hebe. Her çendî mesaja wê ya serekî kurdperwerî ye jî, lê bi dehan mesajên din têde hene. Min hin nivîs derbarî mesajên Xanî de nivîsîbûn. Ne xem e ku niha hinekî dubare bikim. Xanî ji bo parastina jinê ji pencereyên civaka nêr tê koşaye. Wî evîn ne wekî sûc lê wekî qederek xwedayî û xweşiyeke rûhanî dîtiye. Têkiliya du evîndaran xweşik dîtiye û li himberê gelekî bi tolerans e. Ji bo mirovayetiyê tevî fikiriye û dilê wî bi insanan yên ku girêdayî qedera Xwedê ne şewitiye û ji Xwedê xwestiye ku tu kesî neşîne agirê dojehê!! Gelek fikrên felsefîk anîne ziman ku ev der têra me û

fererawestina li ser nake. Xanî her cûre zanîn derbasî berhema xwe kiriye. Wek me got stêrnasî, dermandarî, heta xuliqandina mirovan di malzarokê de û mûzîknasî û sazkirina bilûran û civaknasî û gelek aliyên din ku lêkolîner dikarin wan bikin mijar ji bo lêkolînên pir ciddî. Naxwazim mînakan bêtir bidim. Hêviya min ew e ku xwendevan bi xwe derbasî berhemê bibin û li piralîbûna wî binêrin. 52- Stîl û uslûbê nivîsandina Xanî ? Xanî ji ekola Farisî ya klasîk, ya ku nûnerên wê Nizamî, Mewlana Celaleddînê Rûmî, Firdewsî û xeyrî wan, derketiye. Ew şagirtekî zîrek e di wê ekolê de û xwe gihandiye payeya mamostetiyê. Bêguman sûd ji pêşengên wêjeya kurdî Cizîrî, Feqiyê Teyran jî wergirtiye. Li ser şopa wan meşiya ye û bi teşiya wan ristiye. 53- Hinek peyvan gelekî bi kar tîne û mirov bi dirêjaya berhem û beytên wî li wan rast tê hene. Wek "deshelatdarî", "gelên din", "meqam û navdarî", Behsa dewletê û nobedaran, wezîran, patîşahan, fermandar û eskeran, text û tacan dike. Xanî, li gora belge û dokumentên hêja yên Ebdullah Varlî, ji kitêbên osmanî yên kevin bi dest xistine bi xwe ne dûrî desthilatdariyê bû. Ew katibê mîr Mihemmed bû (Xanî şîna wî bi helbest nivîsiye). Ji ber vê jî çavên Xanî baş li şêweyên hukumdariyê vebûne. Ew dizane dewlet çawa û li ser kîjan bingehan ava

dibin. Di dewleteke kurdî de jî difikirî. Dewleteke serbixwe û ji Osmaniyan û Eceman qetiyayî. Dewleteke ne di bin siya tu sultan û şahan de. Dewleteke xwerû kurdî. Yanî bi eskerên xwe, bi wezîrên xwe, bi ziman û kitabên xwe. Xanî behsa text û tacê û padişahekî dike. Yanî bi zelalbûneke diyar doza dewletekê dike. 54- Xanî nîşan û sembolên xwe yên mêrxasiyê ji nav mêrxasên Kurdan neqandine. Di Mem û Zînê de, gelek işaret, destnîşan hene ku hêjayî lêkolînên berfireh in. Wî bi hesteke netewî û di bin giraniya hizrên xwe yên milletperweriyê de Mem û Zîna xwe xêz kiriye. Ew di wêjeyê de behsa pêşiyên xwe û pêşengê wêjeya kurmancî dike, mîna Cizîrî, Feqiyê Teyran û Eliyê Herîrî. Di mêjûya de behsa şerên kurd û qizilbaşan li cizîra Botan dike, di adet û tradisyonan de behsa civaka kurdî dike, xwarinên kurdî, şêweyên şeran û adetên şîngirêdanê û her wisa şahîbestinê jî. Behsa mêrxasan dike di kirasekî kurdî de. Pesnê wan dide mêraniyê dike para gelê Kurd lê ji bîr nake ku Kurd milletekî bêfersend in û mecal bi dest wan neketiye civaka xwe ava bikin. Wî ji bo hevdîtina Mem û Zînê jî cejneke netewî hilbijartiye. Min berê jî di nivîseke xwe de nivîsî bû ku Xanî eger hizrên xwe li ser bingeheke dînî ava kiribana dê cejna qurbanê yan jî cejna rojiyê weke fersenda hevdîtina herdu evîndaran bibijarta. Lê wisa nekir û heta li gor teksta Memê Alan jî neçû. Di teksta Memê Alan de evîndar bi şêweyekî efsanewî hevdu dibînin. Bi rêya periyên cinnan ku mirov vedigerîne çîrokên Hezarûyekşevê. Xanî

xwestiye destan wî bi goşt û hestiyê xwe destaneke kurdî be. Helbet wî ev yek bi zanebûn kiriye. 55- Xanî Qala cejna Newrozê wek “cejna Kurd û Kurdistaniyan” dike. Berî her tiştî Xanî Newroz mîna cejneke xwezayê dibîne. Gelekî pesnê guhertina xwezayê di vê rojê de dike. Bi dehan malik dinivîsîne ku atmosfera wê roja pîroz tîne berçavên xwendevanê xwe. Adetên Kurdan di wê rojê de bi çarçov dike. Bi me dide nasîn ku ew rojeke mezin ji rojên Kurdan e û heta ku di wê rojê de kesek di mal de namîne. Hemû derdikevin xwezayê û hev pîroz dikin. Tiştê balkêş ku em di folklorê kurdî de rastî vê roja pîroz nabin. Yanî di tekstên gelêrî yên li ser Mem û Zînê behsa Newrozê nabe. 56- Gelo çima? Ez bi xwe bersiveke tekûz nikarim bidim lê dikarim texmîn bikim ku Xanî dixwest vê rojê vejîne û bala Kurdan bikşîne ser. Wek ku ew bibêje: ji bîr nekin cejneke we heye, lê vegerin û hev tê de pîroz bikin. Li gor zanîna min li herêmên başûr yên Kurdistanê mîna Sine, Mehabad û heta sînorên Hewraman û Loristanê Newroz bi germî dihate pîrozkirin. Lê li herêmên bakur! Tu belgeyên pêbawer di destê min de nînin. 57- Ji giş berhem û xebatên Xanî xwiya û diyar dibe ku ew kesayetiyeke çendalî, kapasîteyeke kûr û fireh e. Herwuha ew xwediyê Zanebûneke xweser, dewlemend û ansîklopedîk e. Destana seyda, şiklek kateloga neteweyî ye, zanava Kurdan û xwenaskirinê ye. Heta tu bêjî

bes handar û navtêder e, şêwexerceke fikrî û manewî ye, di nav sînorên serdema xwe de hilnayê, mîna ku wîzeya xwe ji bo her dem û qonaxê girtibe.... Erê. Mem û Zîn ansîklopediyayeke biçûk e. Xanî bi zanebûn teksta xwe wisa nivîsiye. Wî ne tenê behsa du evîndaran kiriye. Wî xwestiye hemû zanînên dema xwe, hemû ilmê xwe di vê destanê de kom bike. Xwestiye kitêbekê ji Kurdan re binivîse ku wan bigihîne hev. Xwestiye zanînê bi kurdî bavêje ser rûpelan, ew zanîna ku ji hêla dînî û felsefî û mêjûyî ve para zimanê Erebî bû, ji hêla wêjeyê ve jî para Farisî bû. Lê xwestiye zanînên berê têxe kirasekî kurdî û qalibekî kurmancî ji heriya ilim re deyne. Loma bi firehî agahiyên li ser stêrnasîyê anîne ziman. Bi firehî behsa tesewwufê kiriye, bi firehî mijarên felsefîk mîna Qederê, iradeya insanan, armanca Xwedê ji afirandina gerdûnê û Adem û pirsa Îblîs û dojeh û buhuşt û bi sedan mijarên din. Di baweriya min de heta ji Xanî hatiye wî hemû nifş û beşên zanînê derbasî vê destana xwe kirine. Wê hema bêje tiştek bernedaye, heta ilmên hedîs û quranê. Mêjû ji bîr nekiriye, mêjuya islamê, ya Kurdan û mêjûya Farisan jî . 58- Qedrê destana Xanî çendî hatiye zanîn, nirxandinên hatine kirin û têne kirin çendî bersivdar û têr û tesel in? Mixabin civaka kurdî ne ew civak bû ku qedrê vê destanê zanibin. Ez nabêjim ku bêxwedîtî li Mem û Zînê bûye. Na, ew hatiye parastin heta niha û sax selîm gihaye destê me ev jî bi saya wan feqe û mele yên

Kurd di medresyan de lê bêxwedîtiya ku ez qala wê dikim, Mem û Zîn wek kitêbeke anseklopedîk baş nehatiye vekolan, şirove nebûye. Mesela di wêjeyên cîranan de(Ereb, Faris û Xwedê) bi dehan şerh û şirove li ser tekstên hêja û nehêja hatine kirin. Mesnewiya Mewlana gelek carî şirove bûye, Dîwanên helbestan yên Erebî wisa. Gulistana Seedî û dîwanên helbestvanên Farisan. Hîn jî ew lêkolîn heta roja me ya îro berdewam in û bi wî awayî milletên cîran quncikekî nenaskirî di wêjeya xwe de nahêlin. Mem û Zîn heta demeke ne dûr(teksteke qîz û erdekî şûv û neajotî bû). Diva bû ji kevin de tefsîrên Mem û Zînê hebûna. Ji alî ziman de ez bi xwe rastî gelek astengiyan hatime di tefsîra xwe de, ji ber ku tekst kevn e û gelek peyv hene ku di ferhengan de nînin diva bû kesekî li pê Xanî destana wî ji hev bixista û kîte bi kîte, malik bi malik û peyv bi peyv şirove bikira. Wê niha barê me gelekî sivik bûya. Wek te bi nav kir Mem û Zîn şiklek kateloga netewiye û em divê vê katelogê wisa hişk û req nehêlin wê hêsan bikin xwendina wê bi her kurdekî xwe bikin. 59- Aliyê sosyolojîk xwurt e di berhema Xanî de. Behsa cîl û nifşan zehf e, belê tim fera giran ciwan in, berê wî tim li cîlê sibehê ye, mirov dibê qey yên tim raserî çavên wî ne, di bal û hişê wî de ne kesên siberoj û wêbêyê ne. Karekterên bingehîn yên destanê ciwan in. Mem , Zîn, Tajdîn, Sitî çar ciwanên ku texmîn dikim temenê wan bîst salan derbas nakin. Erê ew nikare evîndariyê di nav kesên saldar de bicirîne, lê mebesteke wî ya din jî

ji vê heye. Hêviya wî di vî nifşê ciwan de bû. Ji xwe projeya wî ya mezin(Kurdîkirina islamê) xitabî nifşê ciwan dikir. Ji bo wan kitêb çêkirin yanî derdê wî belavkirina zanînê di nav cîlê ciwan de bû. Weke ku wî hêviyên xwe ji mîr û paşan û begler û şêxan birîbin û êdî berê xwe dabe aliyê ciwanan. Ji bo wan medrese avakirin û bi xwe jî ders dane wan. Ji pereyên xwe mesrefa xwendekaran û mamosteyan dida. Guhertinên mezin di her civakê de bi destê ciwanan e. Xanî jî ev qaide zanîbû. 60- Têkiliya di nav ruh û bedenê de? Di vê mijarê de Xanî bi dewla fîlosofên beriya xwe diçe avê! Ew ruh mîna unsurekî pîroz û pak û xwedayî dibîne. Bedenê mîna unsurekî nizm û kêmnirx dibîne. Her weha mîna Ibnî Sîna jî dibêje ku têkiliya Ruh û bedenê bi vîna Xwedê û bi zorê çêbûye. Ango Xwedê ruh bi darê zorê bi bedenê re kiriye yek. Lewra ruh nedixwest bedenê bo xwe bike warek. Ew dibêje: Ev rûh û cesed bi cebr û Ikrah Tezwîc biwîn bi emrê Ellah Bi kurdiya îro: (Bi zor û bêvîn ev laş û giyan Ew bûne yek bi fermana Yezdan) Lê dîsa li gora fîlosofên berê, vê têkiliya ruh û bedenê insan afirand. Insan ne tenê ruh e ku mînavmelayiketan pak û bêguneh be, ne jî tenê beden e ku cihê şehwet û her kiryarên nepak be. Lê insan herdû ne, him ronahiye him jî taritî ye. Xanî dibêje:

Insan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr! Bi kurdiya îro: Mirov hem ronahiye hem tarîk Ji Xwedê dûr e, hem ji wî nêzîk Xanî dibêje ku rûmeta mirovan ji giyan tê, loma jî çawa ku Xwedê giyan berdaye laşê Adem doza secdeyê ji firişteyên xwe kiriye û gotiye: ji Adem re serî deynin erdê! Ev ferman ji bo ruhê Adem bû ne ji bo cesedê wî. Ji ber ku Xwedê dibêje: çawa ku min ruh berdaye cesedê Adem min gote melaiketan: secde bibin! Pişt re Xanî dibêje ku rast e, mirov neqşekî biçûk e di deftera hebûnê de, lê mebest ji afirandina wî mebesteke mezin e. Zahir te eger numaye suxra batin ew e neqşê xame kubra bi kurdiya îro: Eger ku ew wa biçûk xuya ye Lê ew nivîsa destê xweda ye 61- Mekan, cih û warê destanê? Cîh û şûna bajarê Cizîrê, agehdariyên li ser topografya bajêr? Mekan, cih û warê destanê Cizîr e. Her li wê ye û jê dernakev e. Di vê destanê de jî şensekî Xanî yê baş hebû ku wî bi xwe Cizîr dîtibû û feqetî lê kiribû (hemû lêkolîner wisa dibêjin. Berhema wî bi xwe belgeyeke). Wî bi kameraya xwe ya helbestî Cizîr xweşik kêşaye.

Der û dorên wê, çem û bajarokên wê. Xwarbûna Dicle ku mîna zendekî xwe li Cizîrê pêçaye hemû bi hunerek ciwan li qelem daye. Behsa seyrangehê Cizîrê dike: Omerî, Seqlan, Derwaze, Meydan, Westanî, Nêrgizî ku hemû jî bi gotina Xanî li ser kenarên Dicle ne. Dîmenên çûna nêçîrê, Newroza Cizîrê û derketina xwezayê. Heta mêjûya Cizîrê jî bala Xanî neçûye qala wê kiriye, ew di beşekî de dibêje: Roja we ku bûye ceng û perxaş Tacdîn û Memê du sed Qizilbaş Bilcumle bi zirh û zend û binber Înan ji me ra bi şîr û şeşper Bi kurdiya îro: Di roja şer de van herdu bira Du sed Qizilbaş anîn ji mi ra Hemî dîl bi zirx, zend û binber bûn Tevde bi şûr û gurz û xencer bûn 62- Di hin beytên Xanî, wek vê beyta derbas bû de navê qizilbaşan derbas dibe, hinek pesnên têkildarê xwegirêdan, xwerapêçan û amadeyîya wan ya ji bo şer hene. Li vir mebest ji qizilbaşan leşkerên sefewiyan e ku dihatin şerê mîrnuşîniya Cizîrê dikirin. Di Şerfnameyê de hatiye ku şah Ismayîlê Sefewî leşkerekî giran ji qizilbaşan çend caran hinartibû Cizîrê di dema Mîr Şeref de û her carê ew leşker têk diçû, heta carekê mîrmîranê Diyarbekirê Mihemed Estaclû û birayê wî

Qerexan di gel komeke mezin ji Qizilbaşan êrîşî Cizîrê dikin, lê ew jî têk diçin. Cara dawiyê dîsa şah Ismaîl leşkerekî Qizilbaşan yê giran dişîne Cizîrê bi serokatiya Yekan begê Teklû, lê li paş şerekî giran Qizilbaş têk diçin û êdî nema careke din êrîşî mîrnuşîniya Cizîrê dikin. Erê Xanî işareteke brûskî da, lê li me em di binê destanê de kûr bikolin û zanibin ku Xanî gotinên xwe wisa beredayî nayine. Ew ne tenê li helbestê û qafiyê difikire. Rastiyê dîrokî her di bîra wî de ne. 63- Xanî ji serî heta bi dawî hişmendane hereket kiriye û bi fikir Mem û Zîn dariştiye. Berî hertiştî temayek gelekî popûler û hevbeş neqandiye, gaveke pir bi îsabet e ev. Ev tiştekî pir balkêş e. Xanî li vir li ser şopa Firdewsî meşiyaye, çawa Firdewsî gotibû: Besî renc burdem der în salî sî Ecem zinde kerdem bedîn Parisî Yanî min gelek zehmetî di van sî salan de dît Heta ku min Ecem bi vê berhema Farisî(Ango: Şahname) vejandin! Firdewsî tenê dîroka Farisan heta dema islamê nivîsiye wek destan. Û li wir sekiniye. Wî her destanên Farisî dariştine Şahnameya xwe. Ku digihê serdema Islamê, Firdewsî wisa dibêje: Zi şîrê şuter xurden û sosimar Ereb ra bi cayî resîde est kar

Ki ûreng şahî kuned arizû Tifû bad ber çerxê gerdan tifû Yanî: Ji vexwarina şîrê deveyan û xwarina gumgumokan, Ereb gihiştin desthiladariyê.

goştê

Madem ki wisa bila tif li rûyê Felekê be!! Xanî şopa feqiyê Teyran neajot, ji ber ku Feqî destanên mîna Bersîsê Abid, û Şêxê Senanî nivîsî bûn ku tu têkiliya wan bi gelê Kurd re nîn e, yek Ereb bû, yek jî Cihû. Her wisa destanên Mecnûn û Leyla, Yûsif û Zuleyxa, Wamiq û Ezra û Weys û Ramîn. Xanî destaneke gelêrî hibijart û ew kire hilgira hemû hizr û bîr û baweriyên xwe. Wî ji Mem û Zînê qenctir nedît ku karibe baweriyên wî yên derbarî avakirina dewleteke kurdî de hilgire. Ji xwe jî nedibû ku ew Leyla û Mecnûnê bike mijara xwe. Divê kitêba wî, ya Kurdan be û heta karekterên wî jî kurd bin. Meziniya Xanî û naskirina sînorên wê meziniyê bi rastî lêkolînên mezin jê re divên. Ew hêja ye ku bibe kitêbeke dersdayînê di zanîngehên dunyayê de. Lê berî wê ka bila em xwedî lê derkevin û li ba xwe wî nas bikin. Celadet dipirse “ tovê Xanî, ev sêsed sal in li bin erdê ye, ma hêj dema şînbûna wî nehatiye? Xanî berî wextê xwe hatibû”. 15 Tebaxê giş erd av da û tov şîn hat. Îro ne bi tenê şîn hatiye, belê êdî em berê vî tov û bizrî jî hiltînin. Xanî ne ji bo çend salên dawiya sedsala hivdehan de nivîsîbû. Wî ji bo pêşerojeke dûr û geş nivîsî bû. Rast e mîna cotkarekî wî tov reşandin. Dizanî bû eger ku

baran îsal neyê dê saleke din bibare û tov şîn bê. Te got tov şîn tê. Rast e, şîn tê û eger ne wisa bûya me niha ev niqaşên mezin li ser fikrên Xanî û destana wî nedikirin. Xanî yekemîn kes e di tarîxa Kurdan de ku eşkere û vekirî dibêje: werin em ji bin siya Osmaniyan û Eceman derkevin û bi xwe welatê xwe û dewleta xwe ava bikin. Wî dengê berî sêsed salî li çiyayên Gabarê, li Qendîlê û li herdu rexên Zabê û Dicle û Firat û çimên Tendurekê û Agirî veda. Dengekî wisa bi hêz bû ku girê dilê Xanî û hêviyên wî mîna volkanekê teqandin û deng bi Kurdan xist. 64- Di Mem û Zînê de gelek şîretên exlaqî, pend û pêşniyaz jî hene. Rast e. Ev ji bingehên Xanî yên tesewwufî tên. Bêguman ji perwerdeya wî ya malbatî(ku bavê wî şêx bû) û ji civaka kurdî ku nirx berî her tiştî dide sinç û exlaqan tê. Wî malhebînî şermezar kiriye û gotiye: Malî mehebîn tu ey nikonam Hubba wî dikit mirovî bednam Bi kurdiya îro: Ey mirovê qenc mehebîn pera Mal dilewitîne navê mera Wî xwestiye mirov dûrî hakiman biçe. Xwe biparêze. Xwestiye heta di evîndariyê de herdu teref xwe ji têkiliyên nerewa biparêzin. Xwestiye mirov bide pê zanayan û pirsan ji wan bike. Her wisa bi dehan pend û şîret derbas dibin.

65-Li ser siyasetê û siyaseta dewletê nemaze pelên nav 53-66 an....Sosyolojiya dewletê, dewlet çawa digere, dewlet çiye, cîh û rola wê? Wek ku min fêm kiriye, Ehmedê Xanî dizane çi dewleta heye zulm tê de heye. Dizane ku hakim nikare bi yek carî baş be. Lê dewleteke kurdî mîna mecbûriyyetekê dibîne, ew hewl dide ku dwleteke kurdî bi qencî ava bibe. Baş zane ku ne bi zorê be dewlet ava nabe, lê di eynî demê de jî dizane ku qencî û zanebûn dikare dewletê biparêze: Lewra ku dinê bi şîr û ihsan Tesxîr dibitin ji bo yî insan Ew dizane ku dewleteke kurdî hebe dê bi kêmanî barê zulma Rom û Eceman ji ser milê Kurdan were avêtin. Ew vî jî tîne ziman: rewşenbîr tenê dikare ji alîyê teorî beşdarî amadebûna ji bo avakirina dewletê bibe. Rola mezin ya hakimên Kurdan e, ango ya siyasetmedar û serokan e ku dikarin gel bi rê ve bibin û serekiya têkoşîneke mezin bikin: Namûs e li hakim û emîran Tawan çiye şair û feqîran? 66- Rewşenbîr xwe diparêzin ji desthelatdaran, xwe pir nêzîkî wan nakin û bi temamî nabin dost û aşînayê bêsînor û bêmesafe. Fikra Xanî wisa ye: gava ku rewşenbîrek nêzîkî desthilatdar bibe, divê tenê ji bo alîkariyê be û nesîhet û penddayinê be. Ne ji bo berjewendiyên şexsî be. Ew desthilatdaran mîna maran dibîne. Dibêje ew marên bi jehr in, divê yek xwe ji wan biparêze. Lewra der û dora

wan hemû kesên nepak û derewker û keysebaz in: Hukkami ji cinsê şahemarin eşabê simûm û mihredarin Mihran ku didin bizan ku zehr e mihrê ku dikin bizan ku qehr e A´qil hezerê dikin ji maran xafil dibine muhibb û yaran Herçendi li nik bi i´zz û nazî herçendi di gel bi le´-b û bazî Cuz-î bibitin ji te texeyyur kullî dikitin li te tedebbur Xasma ku hebin xebîs û xennas bedxwah û bexîli bin (minennas) yanî: hakim weke maran in, xwedan jeh rin. Kesên aqilmend xwe jê diparêzin lê yên sivik û xam dibin dost û yarên wan. Çiqasî tu li ba hakim bi qedr û qîmet bî, heta ku tu di gel wî bilîzî jî. Dê bi yekcarî berê xwe ji te biguhere gava piçekî guhertinê di te de bibîne. Bi taybetî gava ku ev hakim xelkên pîs û niyetxirab nêzîkî wan bin û li dora wan bin. Di deverekê de jî dibêje ku hakim mîna agir e, çiqasî bi ronî be jî lê agirekî ku dikare bişewitîne jî û zirarê bigihîne te. Hukkami bi batin û bi zahir bê şubhe muşabihin bi agir Zahir di sipahî û bi nûrin batin ji mudareê di dûrin

Rehmê ku dikin ji rengê rojin qehrê ku dikin cîhan disojin Zinhar bi wan nekî tu bawer ger bab û pisî û ger birader Xasma ku muqerrebê di bedxwah nêzîki bibin ne´ûzûbillah yanî: hakim bi derve û hundurê xwe mîna agiran in. Wisa ronî û geş xuya dikin, lê di eslê xwe de ne yên dan û standinê ne. Gava dilovan bin mîna rojê ne, lê ku xişmê dikin, dibin agir û cîhanê disojin. Hay jê bike, baweriyê bi wan neke, eger bav û birayê te bin jî(yan eger tu bav û birayê wan bî jî). Bi taybetî gava ku kesên pîs û niyetxirab herin derdorê û nêzîkî wan bibin. Di herdu mînakan de jî Xanî bêtir balê dikişîne ser kesên ku li dora hakim in. Dibêje ku ew kes xirab bin. Çare nîne dê hakim jî bikeve bin tesîra wan û ew jî bibe yekî xirab. Loma jî çiqasî yek dûr be, xêrtir e. 67- Ji berhemên Xanî xwiya dibe ku bi her aliyê xwe hayê wî ji prensîp û qeydeyên desthelatdariyê heye. Ev prensîp çine û ne çine, serwext e. Fikreke wuha li ba mirov çêdibe ku gelek ji wan tesbîtên di zemanê xwe de Makyavelî kirine û wek kaşifê wan tê pesinandin, nas dike. Rast e. Di serî de qaideya herî naskirî li ba Makyavellî (armanc, rêya gihandina wê rewa dike), ango armanceke te ya baş hebe, tu xwe bi kîjan şêwe û uslûbî digihînî bigihîne, rewa û durust e. Mîr jî vê yekê

dibêje: Hukumdariya me pirrengiye Geh dad û geh jî sitemkariye Herçendî Bekir pîç û bêbav e Aşê me ji wî bi ba û av e Ev cûre kes ger pîs û zordar in Hemî dergevan û dest bi dar in Ew tên aşê me xweş digerînin Ew dexlê me hakiman diçînin Ger çi aşê me yekî giştiye Lê ji garisê heram tijî ye Divê yek wî garisî biçîne Ev Bekir jî dê bo me hilîne Ne tenê dikin vê yekê em mîr Bala xwe nadî wan kesên feqîr! Feqîr jî seg dergevanê wî ye Her demê ew seg li ber derî ye Xwedayê mezin şahê gerdûnê Wî ji bo karsaziya hebûnê Bi qasî ku wî danîne sultan Dehqatî ewî çêkirin şeytan Yanî destê mîr nebû ji Beko Pêwistiya wî her û her digo Hinek mîr hene wan tajî tolan Nadin bi hespên resen û falan (ev beş bi kurdiya îro ye) em bala xwe didinê ku mîr

hema dixwaze hebûna Beko bi behane bike, yanî dibêje ew pêwiste hebe ,ev bi xwe makyaveliyyet e. 68- Mîr û Beko. Hin kes helwestê Mîr bi xapandina Beko û bi saftiya Mîr ve girêdidin. Ne wuha ye. Mîr giş gavên xwe bişuûr davêje û kengî davêje zane. Mîr naxwaze kesekî din popûler bibe, xwedî însiyatîv û xwedî alternatîv çêbibe. Li gor lêkolîna ku min li ser karekterên Mem û Zînê çêkiriye ez gihame van encaman: Navê mîr Zêndîn(Zeyneddîn) di çîroka Mem û Zînê de du caran hatiye. Carekê di malika 359 an de û carekê di malika 1365an de. Lê dengbêjan yên ku Memê Alan strandine ev nav bi hin şêweyên cuda anîne ziman. Ew li ser yek navî li hev nakin. Mesela em li ba Mişoyê Bekebûrê dibînin ku navê mîr EZîn e. Dr. Nûreddîna Zaza dibêje ku ev nav ji her navên din bêtir nêzîktirî rastiyên dîrokî ye. Lê li ba Hisênê Banesorî û Selman Reşo navê mîr Sêfdîn e û li ba Ismaîl Banî jî nav wekî navê di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de ye(Zêndîn). Di serî de dixwazim bibêjim ku Xanî iddiaya mîrekên cizîra Botan dupat dike. Ew jî dibêje ku ew ji nijadeke Erebî ne û bapîrê wan yê mezin sehabiyê pêxember Xalid kurê Welîd e(Li şiroveyan binêre). Xanî wêneyê vî mîrî xweşik dikêşe û dibêje ku ew mîrekî serbilind, azad, comerd, mêr, maldar û hukumdariya wî li Ereb û Ecem û Xwedêan jî heye!! Di pêvajoya çîrokê de hin bi hin karekterê mîr zelaltir dibe. Di roja Newrozê de ew e yê ku fermana derketina cejnê dide. Dema ku Tacdîn Sitiyê dixwaze şandiyekî mezin wekî xwazgînî

ku hemî alim û mîr û mela ne diçine dîwana mîr. Ew jî xitaba wî mîna ku xitaba sultanekî bikin, dikin. Heta vê radeyê em dibînin ku mîr yekî diltenik, nerm, cirxweş û bê erê û na zewaca Tacdîn û Sitiyê dipejirîne. Ew bi xwe dibêje ku bila daweteke xweşik li dar bikeve û bi xwe jî dadikeve xizmeta mêvanên xwe û nefsbiçûkiyeke ecêb dide xuyakirin. Lê hin caran jî mîna diktatoran bi xelkê re dide û distîne. Di dema nêçîrê de dibêje yê ku neyê nêçîrê cezayê wî kuştin e! Em bala xwe didinê ku Xanî li fersendan digere, da ku di rêya mîr Zêndîn re rexneyan li şêweyê mîrîtiya Kurdan bike. Mesela dema ku mîr dergevanê xwe Beko ji bo dîwana xwe wek mirovekî pêwist dibîne, Xanî dibêje: hin mîr hene nezan û cahil in. Tajîtolan bi hespên esîl nadin! Mîr Zêndîn di destpêkê de xurt xuya dike. Zû bi zû guh li fesadiya Beko nake. Lê dawî dikeve tora ewaniya Beko û her tiştê tê gotin bawer dike. Xanî her wisa dide xuyakirin ku ta kîjan astê mîr bi textê desthilatdariya xwe ve girêdayî ye. Diyalogekê di navbera mîr û Beko de datîne ku di despêkê de xuya dike, mîr guh li Beko nake. Lê Beko êdî derewan dike û dibêje ku Tacdîn dê Zînê bide Memê! Li vir mîr hinekî dixeyide û hêrs dibe lê bêyî ku fermaneke nebaş derîne. Tenê dipirse: gelo çima Tacdîn bi min neşêwriye? Ku Beko dibîne mîr sist bûye û amade ye ku çengel bikeve ber devê wî, dibêje: mîrê min tirsa min ew e, mesele ne tenê zewicandina Mem û Zîn be. Ez ditirsim ku Tacdîn bibêje ez jî ji binemala Xalid kurê Welîd im!

Êdî Xanî girêdana bi mîrîtiyê û textê hukumdariyê xweşik teswîr dike. Dide xuyakirin ku mîr dikare her tiştî qebûl bike, tenê ku mesele were ser textê mîrîtiyê ew hîç ne mumkin e! mîr bi bav û bapîran sond dixwe ku êdî dê Zînê nebe jina tu mêrî li rûyê erdê! Em bala xwe didinê ku reaksoynên mîr li himber fitne û fesadiya Beko di sê astan de ne; ya yekem mîr li himber Beko radibe û pê re dixeyide û wî di heddê wî de disekinîne. Ya duyem mîr êdî sist dibe û pirsan ji Beko dike. Di reaksyona sêyem de mîr dibe mîrekî din û bi yekcarî dikeve bin tesîra ewanî û derew û bêbextiyên Beko. Îcar Xanî fersendê dibîne ku rexneyan dîsa li mîran bike: Hukkam-i bi batin û bi zahir bê şubhe muşabih in bi agir Zahir di sipahî û bi nûr in batin ji mudareê di dûr in Rehmê ku dikin ji rengê roj in qehrê ku dikin cîhan disojin Zinhar-i bi wan nekî tu bawer ger bab û pis î û ger birader Xasma ku muqerrebê di bedxwah nêzîkê bibin ne`ûzûbillah Piştî wê Xanî derbasî kûraniya hundir ê mîr dibe û êş û janên wî yên derûnî tîne ziman. Mîrê ku êdî pistepistan li ser evîna Memo û Zînê dibihîze, nema xew tê çavên wî:

Mîrê ku ji xîretê dilefgar şêrê ji hemiyyetê birîndar Hetta sibe xew nehate çavan sakin nedibû ji rengê avan Êdî mîr bi yekcarî xwe teslîmî Beko dike. Di her rabûn û rûniştina xwe de pê dişêwire û lê guhdarî dike. Bi xap û rîpên wî Memo dihavêje binê zindanekê û herdu evîndaran ji hev cuda dike. Lê dawî û piştî ku mîr xurtiya evînê bi çavê xwe dibîne û li ber çavên wî Zînê ji hişê xwe diçe û xwîn di dev û pozê wê re dihavêje, hişên wî têne serê wî. Biryarê dide ku wan herduyan bizewicîne lê biryareke pir dereng. Mem dimire û Zîn jî li pê wî. Mîr bi destê xwe Zînê li rex Memo binax dike û dibêjê: ha vaye dilbera te! 69- Hin kes hene dibêjin ku Mem û Zîn neynika civaka feodal e û nakokiyên wê civakê û rêçûnên wê bêtir dide nasîn! Her weha dibêjin ku evîna Mem û Zînê û şikestina wê encamek e trajedîk ji encamên têkiliyên wê civakê ye. Dibêjin jî ku mîr xwişka xwe Zînê neda Memo ji ber ku Memo xortekî ne di asta mîran de bû! Dîtina te? Bi dîtina min ev xwendineke şaş e ji Mem û Zînê re. Ya rast ew e ku mîr bêtir girêdayî textê desthilatdariyê bû û wî ji tirsa ku Tacdîn doza hukumdariya mîrnuşîniya Botan bike, li himber vê evînê rawestiya û Memo kire qurbana wê tirsa xwe. Hîç wî eslê Memo jê re nekiribû kêmanî. Berovajî wê, wî dixwest ku Mem û Zîn bizewicin û her pesnê Memo kiriye, lê ji ber fesadiya Bekir û sistiya mîr li ber wê fesadiyê ew evîna

xurt û mezin têk çû. 70- Tajdîn wîjdanê aliyê nêzîkî xelkê ye, di nav desthelatdariyê de. Li aliyê xêr û çareseriyê ye, ji bo dilên hez ji hev dikin bigihin hev dixebite, herçendî beşdarî deshelatdariyê ye û eleman û elementeke di hiyerarşiyê de jî. Di helwestê Tajdîn de rola Sitî jî divê ji bîra nebe, li aliyê xwuşka xwe ye.... Tajdîn û Beko du kesayetiyên bingehînin di Mem û Zînê de û ku mirov rola van herdu karekteran dipê. Dibîne ku yek nûnerê xêrê ye, yê din jî nûnerê şer e. Bûyer û nakokiyên ku di navbera herduyan de diqewimin, kurtasiya wê nakokiya ezelî ya di navbera xêr û şer, ronahî û tarîtiyê de ye. Herçî Tacdîn e ku nûnerê xêrê ye, kurê wezîrê dîwanê ye. Navê bavê wî jî Sikender e! Hevalekî Memo yê ji dil e û hevparê wî yê derdê evînê ye jî. Ew serwerekî leşkerî ye ku sed siwar di bin fermana wî de ne û hemî di xizmeta mîr de ne. Herçî Beko ye(ku di destana Ehmedê Xanî de her tenê bi navê Bekir tê) şêwirmendê mîr e, dergevanê wî ye. Qaweçî ye. Û berî her tiştî biyanî ye û eslê wî ji Mergeverê ye! Ez nizanim çima Xanî kiriye ku Beko ji Mergeverê be lê biyanîbûna Beko hinekî xirabiyên wî tefsîr dike. Çiku yekî ne ji Cizîrê dê ne xema wî be ku mîr û kesên ji mîr nêzîk bi hev bikevin û di navbera wan de sarî çê bibe. Li ser eslê wî, Cemal Nebez di kitêba xwe ya bi Almanî li ser Xanî û Mem û Zînê de(Mam und Zin- Kurdisches Epos) dibêje ku wateya Mergewer ew e, yê ku mirinê tîne!! Lê ez vê ihtimalê

ne di cih de dibînim ji ber ku Xanî dibêje: eslê Bekir ji Mergever bû, nabêje ku Bekir bi xwe mergewer bû!! Çawa Mem, wisa jî Tacdîn dikeve ber pêlên evîneke hêzdar. Lê ji ber ku ew nimûneya kesên bi ciwaniyê tenê ve girêdayî ye, Xanî evîna wî li ber sînorên zewacê radiwestîne û êdî deriyên xweşî û janên evînê lê têne girtin. Ji destpêkê de Xanî beyan dike ku evîn negihaye kûraniya giyanê Tacdîn û wî û Memo dide ber hev û dibêje: Tacdîn-i li nik hebû şu`ûrek `Işqê di wî hiştibû qusûrek Mem puxteê `işqê bû temamî Gotê ku bira meger tu xam î Wisa jî dema pîrê tê ba herduyan ku gustîlên Sitî û Zînê ji wan bistîne, Tacdîn bi lez gustîlê dertîne û dide pîrê. Lê Memo zû bi zû nade: Tacdîn-i nugîn ji dest deranî Da destê `ecûzeya zemanî Mem tê fikirî ku bê nugînê Kengî dikitin medar û jînê! Lê rola Tacdîn ya rastîn xuya nake illa piştî zewaca wî. Ev rol jî li kêleka rola Beko dimeşe, lê bi aliyekî din û berovajî de. Nakokiya di navbera xêr û şer de êdî dest pê dike. Tacdîn ji mîr dixwaze ku Beko dûrî dîwana xwe bibe, dibêje ku ew kînewer e û seg e! Li aliyê din Beko jî dixwaze mîr li dijî Tacdîn bihêvoje. 71- Ev nakokiya di nav Tajdîn û Beko de ji ku tê gelo, çi ne sebebên wê, ji ku av vedixwe. Di

vê derbarê de Xanî tiştekî diyar dibêje, yan jî îmkana mirov ji nav rêzên Mem û Zînê wek pêjnekê be jî hinek diyardeyan tap bike heye gelo? Ev dijminayetî û neyartiya bênavcî, bêeman û germ û gur gerek ne bê sebeb be? Çima Beko ewçendî li himberê Tajdîn bêperwa ye? Kîneke wî ya veşartî li himber Tacdîn heye em nizanin çima û Xanî jî beyan nake! Di despêkê de Beko ji mîr re dibêje ku te Sitiyê ji dest xwe derdaye! Û bi vî awayî cenga di navbera şer û xêr de dest pê dike. Lê qurbana vî şerî her Memo ye, ji ber ku Tacdîn him zavayê mîr e him jî serokekî leşkerî ye ku destê mîr jê nabe û Beko pê nikare. Xanî gelek xirabî bi Beko ve girê dide, ew li ba wî kurê segan e, hîlekar e, minafiq e, xapînok e, derewker e, pîs e, kurê zina ye, kînewer e, xebîs e, û heta dawiya van akarên nebaş. Di gel van akar û sifetên nebaş jî Beko jîr e, dizan e çawa derba wî cihê xwe digire. 72- Lê tablo û dîmenê fînalê di nav van herdû dijberên sondxwarî û bêkompromîs de, van herdû betlên bi exlaq, sinç û fonksiyonên xwe cihê de, dema Mîr ji nêçîrê vedigere û li deriyê seraya xwe nêzîk dibe rû dide ne wuha? Belê, di vî dîmenî de Xanî, bi zanebûn herdu aliyên şer dide rex mîr. Ew jî dema ku mîr ji nêçîrê vedigere û dibîne derîyên seraya wî vekirî ne. Dikeve gumanna û herdu teref (Tacdîn û Beko) xwe didin bin çengên mîr. Heta ji Tacdînd tê piştgiriya Mem dike. Mala xwe ji bo wî dişewitîne da ku nehetike û Zînê ji bin ebaya Memo

derdikeve. Beko dizane ku ew hîç bi Tacdîn nikare lê xweş dizane ku evîndariya Mem û Zînê ya ku li cizîrê belav bûye tenê dikare armancên wî pêk bîne. Xwe digihîne mîr û her tiştî jê re dibêje. Mem dikeve zindanê û Beko li ser xwe ditirse. Êdî şîreta jehrkirina Tacdîn li mîr dike. Li dawiyê şer bi ser dikeve. 73-Belê lehengê şer û xêrnexwaziyê Beko bi xwe jî dibe qurban û goriya dek û dolabên xwe, ev çawa serketin e? Lê ew ne serketineke rastîn e. Ji ber ku Beko bi destê nûnerê Xêrê Tacdîn tê kuştin. Di dawiyê de Xanî nêrîna xwe derbarî nakokiya şer û xêrê de zelal dike û dibêje ku mumkin e tiştek wek rindiyê xuya bike, lê di eslê xwe de xirabî ye. Yan jî mîna xirabiyê xuya bike, lê bi xwe rindî ye. Li gor vê dîtina felsefî Beko rindî dikir û ku ne ew bûya (wek ku Zînê dibêje) dê evîna Mem û Zîn ne ewçende ciwan û pak û bi hêz bûya. Ji bo wisa jî balkêş e ku Xanî Beko dibe bihiştê û wî dike hevparê Mem û Zînê di her xweşiyên wê bihiştê de. 74-Mîr serdest e, li ser cîhê Mîr nîqaş tune, mesele burokrasî ye, rastkirin û edilandina burokrasiyê ye ku niwênerê wê jî Beko ye. Rast e. Di Mem û Zînê de Beko weke ne tenê dergevan xuya dike, lê şêwirmend û xwedan biryar e. Tesîreke wî ya mezin li mîr heye. Mîr bi xwe jî xirabiyên wî dizane, lê destê wî jê nabe û her û her behaneyan ji bo pêdivî û pêwistiya mîrîtiyê bi kesên mîna wî dibîne. Ew dibêje ku mîrîtî zadeke, kesên mîna Beko ji bo mîr wî zadî diçinin. Serayeke segên mîna beko wê diparêzin. Burokrasiyeke diyar di têkiliya Mîr bi Beko

re xuya dike. Li aliyê din Xanî xwestiye ku Beko bike nûnerê şer û xêrnexwaziyê û li himber nûnerê xêrê û qenciyê Tajdîn bi kar bîne. Şerekî ezelî heye ku xêr û şer di nav de ne, Beko û tajdîn nûnerên vî şerê ezelî ne. Li ba Xanî di dawiyê de lazim e ku xêr bi ser bikeve, loma jî beko tê tesfiyekirin û ji bon (nizama alemê) divabû were kuştin, her wekî Xanî li ser zimanê Beko dibêje: Kuştim wî ji bo nizamê a´lem bo rahetiya e´wamê a´lem 75- Têkiliya vî şêweyê biencambûnê, ango serketiniya baş û rind, bi ramanên berêtir re, em bêjin Zerdeştiyê re tunebe gelo? Di fikra zerdeştiyê de dualî heye, aliyê şer û yê xêrê, ji bo ku sîstema cîhanê dawî bi rêk û pêk bimeşe, divê dawî li şer were. Lê di vir de bingehên Ehmedê Xanî yên tesewwufî serencameke qenc ji Beko re datînin. Ango di dawiya çîrokê de em dibînin ku Bekoyê xirab bi xwe jî di buhuştê de ye û dergevanê qesra herdu evîndaran e. 76- Bi van gotinên xitmê û mirov ne li bende, ne mimkun e, kes bikaribe pêşbînî bike û bi ihtîmaleke mezin xwendevan hêrs dike, gelo Xanî dixwaze çi bêje, bala xwendevanên xwe bikşîne ku, fikar û ramanên çawa li ba wan bi kar bixe, dixwaze çi han bide? Mimkun e, ev jî yek ji mesajên Xanî be ku xwestiye bibêje: rexneyan li serokan bikin, xêrê ji wan re bixwazin û şaşiyên wan bibêjin, lê serî li dijî wan

nekişînin, ji bo aramiya civaka kurdî û ji bo yekîtî ji dest neçe! 77- Helwestê Tajdîn û birayê xwe Arif jî ne mîna hev e. Arif radîkaltir e, belê dawî ew jî tê ser gotina birayê xwe û mîna wî dike. Arif wek birayê biçûk hinekî ji Şoreşgerên Şoreşa mezin ya Firensa Beubef tîne bîra mirov. Helbet bêtecrûbe û naşî ye, Tajdîn avê li agirê birayê xwe dike. Ev temsîla civaka kurdî ya feodal di sedsalên navîn de dike. Di wê civakê de liberalbûna mîr ne durust e, mîr bi çi awayî be divê bi emrê wî bê kirin û her kes di fermana wî de be. Xanî ev zagon neşikandin. Di islamê de jî tiştekî wisa heye gava dibêje taet û guhlêkirina weliyyulemrî (Mîr, Paşa, Xelîfe, sultan) ferz û wacib e. Me di hin deveran de bala xwe dayê ku mîrîtiya mîr dihêle Tajdîn çavên xwe ji kiryarên wî yên xirab bigre. Mesela ew dibêje: Herçî kirî hakimê me ferman em nabine mani´ê çu hukman Destê di me bestine li ber mîr ha gerden û dest û pê û zencîr Mîr rabû û dest û pê Memê best Tacdîn mirin axwe wê demê xwest Emma çi bikit ji bo ne a´r e celladi emîr û xundikar e 78- Yanî, bi kurdiya îro? Li vir em dibînin ku tajdîn dibêje: destên me li ber

biryar û kiryarên mîr girêdayî ne, ew çi bike bo wî rewa ye, dikare me jî girê bide!! Xanî ne xwestiye li vir dijberiya hukumdariya kurdî rewa bike. Mîr mîr e, loma jî ne heqê kesiye li ber rabe, lê balkêş e ku wî cih daye rexneyan û deriyê gazinên ji mîr û şîretan û heta hin rexneyên tûj jî vekiriye. Di dirêjiya Mem û Zînê de gelek rexne hatine kirin lê tucarî qebûl nekiriye ku kesek şûr di rûyê mîr de bilind bike. Dibe ku Arif temsîla ciwanên sergerm dike, loma jî şer dixwaze û tenê rêya zorê weke çare dibîne. 79- Xaleke din ku zelalî û teqeziyê dixwaze, mesela zewaca Xanî û hejmara berhemên wî ne. Heta demeke ne dûr jiyana seydayê Xanî bi mij û moranê pêçayî bû! Mîna jiyana bi dehan mîr û zana û nivîskarên kurd yên berê. Tenê dihate nasîn ku ew li gundê Xanê ji dayik bûye, yan jî ji êla xaniyan e! Dihate gotin ku wî xwendina xwe li Cizîra Botan, Bedlîs, Bayezîd kiriye. Dihate gotin jî ku wî berê xwe daye Quds û Şam û Misr û Stenbolê jî. Lê tu belgeyên zanistî li ser van iddiayan nebûn. Wisa jî tê zanîn ku ew heta dawiya umrê xwe nezewiciye û li Bayezîdê di sala 1707 an de çûye rehmetê. Xanî bi xwe tarîxa ji dayikbûna xwe di dawiya Mem û Zînê de dibêje: Lewra ku dema ji xeybê fek bû Tarîx hezar û şêst û yek bû Yanî ew sala 1061 koçî(1650/51) zayînî, ji bendên

xeyb û windabûnê rizgar bûye, ango ji dayik bûye. 80- Xebatên li ser Xanî, jiyan û berhemên wî ber bi roja em tê de, zêde dibin.Yek ji van xebat, lêger û lêkolînan jî ya birêz Ebdullah Varli ye, tiştekî nû ku di berhemên berêtir de tunebe û di ya Varli de hebe çiye? Vê dawiyê birêz Ebdullah Varlî di kitêba xwe ya li ser jiyana Xanî de mijareke gelekî balkêş teqand. Ew dibêje ku wî di tomar û dokumentên osmanî yên kevin de jiyaneke bi detay û teferûat ya Xanî nas kiriye, li gor wî: Xanî kurê Ilyas kurê Rustem e. Malbata wan ji Hekariyê koçberî Dizesorê li nêzîka Bayezîdê bûne. Ji roja roj de têkiliyên wan bi mîrên Bayezîdê re hebûye. Malbata Xanî malbateke dîndar, zana û katibên mîran bûn. Xanî bi xwe jî katibiya mîr Mihemedê pirbela kiriye. Heta birêz Varlî navê diya Xanî dibêje(Gulnigar) û navên xwehên wî (Ketan. Perî) û birayê wî Qasim jî tîne ziman!! Yê ku bixwaze berfireh van agahiyan nas bike bila vegere kitêba birêz Varlî. 81- Tu çendî bi van dîtinan re yî? Lê li vir dixwazim bibêjim ku ez bi xwe ji van agahiyan bi şek û guman im. Heta dawiyê nikarim bawer bikim ji ber ku ji jêderekî tenê hatine. Ew jî Varlî ye, bi kêmanî divê birêz Varlî Kopiyên wan tomar û dokumentan biweşîne. Hemû agahiyên li ser wan ku wî bidest xistine bide. Eger rast be, ji xwe keşfeke gelekî mezine û şoreşeke di wêjeya kurdî de. Yan na qet nabe cihê baweriyê û dê em li hêviy arojekê bin ku jiyana Xanî zelaltir bibe.

82- Ji bo agahiyên Eladîn Seccadî mirov kare çi bêje, dema Xanî dide nasandin tu dibê qey temenê xwe bi Xanî re buhurandiye û mîna ku biracêwiyê wî be ji serî heta bi pehniyê, ta bi derziyê ve dike.... Her weha dixwazim bibêjim ku Eladîn Seccadî jî gelek agahî di kitêba xwe Mêjûyî edebiyatî kurdî de li ser Xanî anîne. Li wir ji xwe heta rengê sola wî jî tê gotin, bejna wî, dirêjiya wî, û giroveriya riya wî!!! Ev hemû ne rast in û tenê ji xeyalê Seccadî hatine. Dema ku ew dibêje riya Xanî gurover bû nabêje kê gotiye û min ji kê bihîstiye. Ev yek jî di lêkolînên li ser jînenigariyan de qet nayên pejirandin û tenê nêzîkî gotinên odeyan in. 83- Gotina xitmê û ji bo vê hevpeyvînê dawî? Ji roja roj de Ehmedê Xanî bal kişande ser xwe. Li ser wî hate nivîsandin û berhema wî ya navdar Mem û Zîn qenc hate nirxandin. Mela Mehmûdê Bayezîdî di berhevokeke xwe de behsa wî kiribû. Ji bo Aleksandr Jaba hin agahî li ser wî civandibûn. Di rojnameya Kurdistan de hijmarên yek û du hin beş ji Mem û Zîn hatin çapkirin û her weha di Kovara Hawarê de jî. Hacî Qadirê Koyî kete bin tesîra Xanî û dest bi kurdperweriyê kir. Mem û Zîn bi rûsî, erebî, almanî, firensî û xwedêî û hin zimanên din hate wergerandin. Di nav Kurdan de gelek caran Mem û Zîna wî hate şirovekirin. Perwîz Cîhanî ji Urmiye, Emînê Osman ji Badînan, Hejarê Mukriyanî ji Mehabad û Jan Dost ji başûrê rojava teksta Mem û Zîn şirovekirin. Gelek nivîsar kitêb li ser fikr û bîr û baweriyên wî çêbûn. Tê

bîra min dema min çapa duyem amade dikir ku li Beyrûtê çap bikim, nivîskar û fîlosofê Ereb yê navdar rehmetiyê Hadî Al Elewî gote min: Ehmedê Xanî stûnek e, divê Kurd hemî xwe pê xurt bikin û li dorê bizîvirin. Ew bavê kurdayetiyê û şoreşgeriya kurdî ye. Tu nivîskarê Kurd nikaribûn û nikarin mîna Xanî rola xwe ya mezin di çelqandina gola wêje û hizran de bilîzin. Gotina min a dawî: Xanî xwe baş nas kiribû, maye ku em jî wî baş nas bikin û bidin naskirin.