Lêkolîn

Emin Akbaş

Pirs 1: Perwerdeya kurdî ev çend sal in li Bremenê heye, kîjan sal dest p kir? Bersiv 1: Ev 16 sal in perwerdeya kurdî li Bremenê heye, di sala 1993an de dest pêkir. Pirs 2: Ji kerema xwe çend mamosteyên ewil bi nav bikin! Bersiv 2: Ji destpêkê ve ez û mamoste Suleyman Gulpinar dersên kurdî didin. Ji xeynî me mamosteyên din nehatine tayînkirin. Pirs 3: Dijwariyên salên ewil çi bûn, ev dijwarî îro piştî ewqas sal bi çi nisbet hatine çareserkirin? Bersiv 3: Hemû kar û xebatên nû dest pêdikin bi sanco û Pirsgirêk in. Li herêma Bremenê di destpêkê de piçûk mezin ev kêmasî derketin: 1. Mamoste ji bo dana dersên kurdî tam ne amade bûn. 2. Amadekariyên dersên kurdî tûne bûn. 3. Alavên dersdanê kêm bûn. 4. Bernameyeke salane ya perwerdeyiyê di dest de tune bû. 5. Gelek malbat ji bo nivîsandina zarokan û şandina wan ya dersê, bi tirs û fikar bûn Me di nav demeke kin de Pirsgirêkên mijara gotinê wiha çareser kirin:

1. Em tevlî kursên Însîtuta Perwerdeyiya Mamosteyan yên di derbarê dersdayina li dibistanên seratayî de hatin dayin, bûn. 2. Ji bo danûstandina agahdariyan em herheftî civiyan û me rewş nirxand. 3. Ji bo pêşdexistina zanîna xwe ya kurdî em hîn xurttir tevlî kursên kurdî ku ji aliyê birêz Dr. Haco ve li Zanîngeha Bremenê dihatin dayin, bûn. 4. Me ji tecrûbe û pêşniyarên mamosteyên Alman yên mîna Prof. Dr. Anje Katrin Menk, Yvonne Müller û Angela to Roxel yên ji aliyê senatora Bremenê ya perwerdeyiyê ve hatibûn kifşkirin, sûd wergirt û zanîna xwe ya amadekirina alavên dersan pêş de bir. 5. Me bi malbatan re pêwendiyên xwe xurtir kirin û her wiha me tevlî berpirsiyarên senatoriya perwerdeyiyê, li dibistanan civîn li dar xistin, bersiva Pirsên malbatan dan û bi vî awayî tirs û fikarên wan ji holê rakirin. 6. Me bi saziyên kurdistanî yên li Bremnê re pêwendiyên xwe xurt kirin. 7. Me bi mamosteyên li Swêd dersên kurdî didan re pêwendî danîn, ji bername, alav û tecrûbeyên wan yên dersdayinê sûd wergirt. Pirs 4: Di navberê berê û îro de, di warê ders û dersdariyê de çi gûhertin çêbûne? Bersiv 4: Di hemû qadên jiyanê de gûhertin çêdibin. Gava mirov xwe li gorî pêvajoya nû amade neke, mirov wê nikaribe bersiva pêvajoyê bide. Gava ez rewşa me ya destpêk ya sala 1993an û ya îro tînim ber hev, ferqeke mezin dibînim. Mînak: 1. Berê me alîkariya bernameya perwerdeyiyê ji mamosteyên xwedî tecrûbe dixwest, îro em bernameya ku me bi xwe amadekiriye, bi kar tînin û gelek mamoste ji bernameya me sûdê werdigirin.

2. Berê me ji pirtûk û alavên hevalan sûd werdigirt, îro em bi xwe pirtûk û alavên xwe çêdikin, pirtûkan çap dikin û gelek heval ji van pirtûk û alavên me amadekirine, sûdê werdigirin. 3. Berê me ji mamosteyên Alman yên dibistana xwe alîkarî dixwest, îro gelek ji wan di gelek waran de ji me alîkariyê dixwazin. 4. Berê derfetên me yên teknîkî yên mîna komputer û înternetê tinebûn, îro hemû derfetên teknîkî yên ji bo peydakirina alavên perwerdeyiyê û danîna pêwendiyan li ber destên me nin. 5. Berê me bi metodên klasîk ders didan, îro em bi gelek metodên nû dersan didin. Pirs 5: Ji awura pirtûkên dersê, rewş çi ye, çawa ye? Bersiv 5: Pêwîstî herdem bi pirtûk û alavên perwerdeyiyê û her wiha nûjenkirina wan heye. Ji aliyekî ve hin pirtûkên dersan yên berê hatine amadekirin, ji dana bersiva dersdayina îro gelekî dûr in; ji aliyekî din ve jî heroj bi şêwe û metodên nûjen pirtûkên kurdî ji bo dersdayinê tên amadekirin. Mirov dikare bêje ku pirtûk û alavên vê gavê li ber destan in, ji bo dersdayina dersên kurdî li Bremenê têr dikin. Lê belê nayê wê maneyê ku ti pêwîstî bi pirtûk û alavên perwerdeyiyê nemaye. Dervayî wê divê em hewldanên xwe yên amadekirina pirtûk û alavan berdewam bikin. Pirs 6: Tê gotin ku li gor qanûna dibistanan a Bremenê, ji bo ku dersa zimanê zikmakî bê dayin, bi tenê hejamareke heşt kesî têr dike. Ev bi çi nisbet rast e? Bersiv 6: Di derbarê hejmara gruba şagirtan de, tiştekî nivîskî nîn e. Lê belê bi devkî hat xwestin ku her grûbek bi hindikayî ji heşt kesan were pêkanîn. Heta roja îro, di warê pêkanîna grûban ji heşt kesan pêkhatî de, Pirsgirêk derneketine. Pirs 7: Dewleta Alman ji bo çapkirina pirtûk û materyalên bi ziman kurdî alîkarî dike an na?

Bersiv 7: Wek dewleta Alman, an jî hikumeta navendî na! Di salên berê de hikûmatên hin eyaletan yên mîna Bremenê û NRW alîkarî kirin. Lê belê ji ber sedemên aborî wan jî rawestand. Pirs 8: Materyal û pirtûkên dersan ku li gora şertên zarokan li Almanyayê têne amadekirin çendî îmkan heye mirov ji bo zarokên li Kurdistanê bi kar bîne? Bersiv 8: Zarokên li Kurdistanê jî dikarin ji van pirtûkan sûdê wergirin. Gava di navbera saziyên Kurdan ên perwerdeyiyê yên li Almanya û yên li Kurdistanê de pêwendiyên xurt werin danîn, heman pirtûk û alav dikarin hîn erzantir, li Kurdistanê jî werin çapkirin. Pirs 9: Perwerdeya zimanê zikmakî li gora planekî dimeşe. Ev plan ji aliyê kê û kîjan meqaman tê amadekirin û ev plan çawa dikeve pratîkê û jiyanê, li vir însiyatîva, mamoste û dê û bavan çi ye? Bersiv 9: Me wek YMK, li gor rewşa Almanya bernameyeke salane ji bo pêngavên ji 1ê heta 10an amade kiriye û xistiye xizmeta mamosteyan. Daîreya perwerdeyiyê di derbarê naveroka bernameyê de agahdar e. Hin mamoste vê bernameyê ji xwe re mînak digirin û li gorî rewşa şagirtên xwe bernameyeke taybetî derdixin. Hin jî, li gor bernameya ku wan bi xwe amade kirine dersê didin. Bi şertê di nav çarçoveya ji aliyê daîreya berpirsiyar ve hatiye kifşkirin de bimîne, însiyatîva amadekirina bernameyê ya mamoste ye. Pirs 10: Dersa zimanê zikmakî di hefiyêt de çend saet in, îmkana mirov saetên deran zêde bike heye yan na, dersên zimanê zikmakî di nav şemaya giştî de ye yan li derveyî wê ye? Berisv 10: Dersa zimanê zikmakî di heftiyê de 1-2 saet in. Ji ber ku mamosteyên nû êdî nayên tayînkirin, îmkana mirov saetên dersan zêde bike tune. Dersên zimanê zikmakî li gor derfetên dersxaneyên vala û hwd. li hin dibistanan di nav şemaya giştî de ye, li hin dibistanan jî li derveyî wê ye.

Pirs 11: Em di çend gotinan de jî ji awura pedagojîk, hejmar, kalîte, naverok, îlustrasyona pirtûkên dersan binirxînin! Bersiv 11: Ji bo pêkanîna perwerdeyiyeke bi qalîte, rola kalîte û naveroka pirtûkên dersan gelek mezin e. Pêwîst e, pirtûkên perwerdeyiyê di warê pedagojîk û naverokê de dewlemend û ji bo şagirtan balkêş bin. Pirtûk û alav çiqas balkêş bin, ewqas jî kêfa şagirtan bi perwerdeyiyê re tîne û hewesa wan a hînbûnê zêde dike. Gava naveroka pirtûk û alavan qels bin, bi medodên kevnare hatibin amadekirin, hewesa şagirtan ya fêrbûnê çênabe û çiqas herin wê ji beşdarbûna dersan sar bibin. Pirs 12: Ji piraniya Pirsên me yên heta niha jî xwiya dibe ku ziman û perwerde du lingên bedenekê, alî û riwên tevahiyekê ne. Heger mirov bêje mîna goşt û nênûkê ne wê ne bêcih û ne bimibalexe be. Hûn dersdarên zimanê kurdî ne, çeknas û şarezayê perwerdeyiyê ne. Her Kurd û her xwendevan ne xwediyê zanebûn, serdestî û serwextiya we ye. Em dixwazin berî her tiştî hûn ji xwendevanên me re bêjin, ka ew faktorên ilmî ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ew çendî girîng dikin çi ne? Bersiv 12: Ez dixwazim di bin çend xalan de û li gor şagirtên ez dersên kurdî didim wan, bersiva Pirsa we bidim: Rola perwerdeyiya zimanê dayîkê di pêşketina zarokan de çi ye? Çawa ji nav jî tê fêmkirin, ev perwerdeyî, perwerdeyiya bi zimanê diya mirov e. Perwerdeyiya bi zimanê dayîkê, di geşbûn û pêşketina zarokan, her wiha di warê hînbûna zimanên din de rolekî mezin dileyîze. Hemû mamoste û perwerdevanên cîhanê hemfikirin ku "zarokên zimanê diya xwe baş dizanin, dikarin zimanên din jî hesan hînbibin." Ango " zarokên zimanê xwe baş nizanin, nikarin zimanên din jî hesan hînbibin."

Ev yek ji me re diyar dike ku perwerdeyiya bi zimanê dayîkê çiqas pwîst e. Fêdeyên dersên kurdî ji bo zarokan çi ne? Zarokên Kurd yên ku bi zimanê diya xwe werin perwerdekirin: 1. Dibin xwediyê kesayetiyeke netewî. 2. Ew rastiya netewa xwe, rastiya gelê xwe, rastiya welatê xwe hîn dibin. 3. Ew li himberî asîmîlasyon û helandin tn parastin. 4. Baweriya wan bi wan zêdetir dibe. 5. Ew her tim xwe endamê/a civaka Kurd dibînin; bi vî awahî jî xwe li himberî civaka xwe berpirsiyar dibînin. Ya îro ji bo Kurdên penaber herî girîng û pwîst jî ev e. Armancên perwerdekirina zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê çi ne? Armancên perwerdeyiya kurdî gelek in. Lê belê li Bremenê, di dana mafê perwerdeyiya kurdî de ev xal wek armanc li ber çav hatine girtin: 1. Temamkirina kêmasiyên zarokan, hînkirina xwendin û nivîsandina kurdî. 2. Danenaskirina çand, urf û edetên kurdî ji bo parastina rastiya netewî. 3. Xurtkirina zimanê kurdî ji bo hînbûna zimanê dûyemîn. 4. Tgihandina kesayetiyeke netewî. Pirs 13: Li eyalet û her wiha li welat hûn ders didin, zarok û ciwanên Kurdan, perwerde dikin, di nav Kurdan de, hezkirina zimanê xwe û parastina wî di çi warî de ye,

Kurd çendî li zimanê xwe xwedî derdikevin, xwedîderketina heye têr dike? Bersiv 13: Mixabin têr nake. Rastiyeke me kurdan heye. Em ji bo destxistina mafên xwe yên demokratîk û însanî, di gelek waran de tekoşînên giranbûha didin. Lê belê gava maf tên sitandin, lê xwedî dernakevin, û demdirêj naparêzin. Li Bremenê hê jî gelek malbat negihiştine zanebûneke fêdeyên dersên kurdî, di warê pêşketina zarokan de ew çi ne û di warê danepejirandina mafên kurdan yên netewî de çiqas bandor dike. Sedema sereke jî ew e ku saziyên Kurdan di warê perwerdeyiya bi zimanê dayikê de ne xwediyê polîtikayeke bi israr in. Nebûna polîtikaya saziyan ya perwerdeyiyê tesîreke nebaş li ser malbatan jî dike. Gava mirov hejmara zarokan li Swêdê û yan li Almanyayê miqayese dike, encameke mirov matmayî dike, derdixîne pêş çav: Li Swêdê bi qasî 8.000 zarokên Kurdan yên ku di çaxa dibistanan de ne, hene. Ji van bi hindikayî 4.200 kes serast beşdarî dersên kurdî dibin. Li Almanya, li 16 eyaletan, bi hindikayî 700.000 kurd dijîn. Ji 16 eyaletan tenê li 4an mafê dersdayînê hatiye sitandin. Lê li van her çar eyaletan bi sedhezaran Kurd dijîn. Li Bremenê tenê bi hindikayî 12-15.000 Kurd dijîn û ji wan bi hindikayî 3-4.000 zarokên di çaxê dibistanê de ne. Ji 16 salan ve dersên kurdî bênavber tên dayin, lê belê ti di salekê de hejmara beşdarên dersên kurdî ji 230 derbas nebûye. Zarokên hatine nivîsandin jî bi derfetên pêwendiyên mamosteyan yên kesanî bi malbatan re, hatine nivîsandin. Hin malbat bi mebesta xwedêgiravî li zimanê xwe xwedî derkevin, zarokên xwe dişînin dersên kurdî, lê belê li mal bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Bi hindikayî be jî, li hin deveran dersên kurdî tên dayin, hin malbat zarokên xwe dişînin dersên tirkî. Hin jî, him dişînin dersên tirkî him jî dişînin dersên kurdî.

Pirs 14: Haya Kurdan çendî kûr e di mesela asimîlasyonê de, çendî agehdar in ji xetera li ser zimanê xwe? Bersiv 14: Hemû kes û saziyên Kurdan, kêm-zêde di mesela asîmîlasyonê de xwedî agahdarî ne. Ew bi xwe vê xeterê dibînin û dijin. Lê belê tiştên ji bo pêşîgirtina vê xeterê pêwîstin, pêk naynin. Pirs 15: Fikreke ku gelek caran di komele û civînên me de mirov li vir û li dera hanê êl rast tê, gelekî dibihîze wuha ye: kurdbûn esas e, xwenaskirin û hişyariya siyasî bingeh e, mirov bi kurdî nizanibe jî mirov dikare ji bo Kurd û Kurdistanê bixebite, nezanîna kurdî ne faktor û mercek e, ne asteng û pisgirêk e. Pirsa me ev e: Kurdbûneke biziman çendî kare xwe biparze, wê heta bi ku li ber xwe bide. Ev sersarî û bêxemiya ji bo zimanê xwe ji ku tê, çawa çêbûye, ji ku avê vedixwe, rîşiyên wê yên dîrokî, olî, yên doh û yên îro çi ne? Bersiv 15: Ev dîtin, dîtineke pir şaş e û ewqas jî xeter e. jixwe ev dîtin, komel ên me ku vê gavê di wan de zimanê tirkî serdest e, gihandiye vê rewşê. Him mirov jî û him sazî jî, çiqas ji zimanê xwe dûr bikevin wê ewqas ji netewa xwe jî dûr bikevin. Eger miletek bêje ez netew im û bi zimanê din bipeyîve, çiqas dikare ji aliyê netewn din ve wek netewê were pejirandin? Pirs 16: Ziman û perwerde biracêwiyên hev in, du aliyên tevahiyekê ne, mîna goşt û nênûkê bê hev nabin. Em zanin ku li welat û li derveyî welat, ne bi tenê li perçê Bakur belê bi nisbetekê li perçên din jî kesên ku hewcedariya wan bi perwerdeya bi kurdî heye, ne bi tenê zarok û ciwan in, her wuha mezin in, dê û bavin jî. Li hinek welatan seferberiyên perwerdeyî, seferberiyên fêrkirin û xwendina bi zimanê dayikê hatine li dar xistin. Silogan jî heta tu bêjî bes pratîk e. Kampanya û seferberiyeke wuha mimkun e di nav me de, hûn çi dibêjin?

Bersiv 16: Di van salên dawî de, gelek caran him li Welat him jî li Awrûpayê kampanya hatin vekirin. Ev hemû kampanya hêjayî pesindan û silavkirinê ne. Lê belê gelek caran di çarçoveyên propogandayên siyasî de man. Di navbera saziyên kurdistanî yên têkildarên mijarê de pêwendiyên xurt nehatin pêk anîn. Danûsitandinên agahdariyê nehatin danîn. Kampanya bi israr nehatin berdewamkirin. Gava mirov kampanyayên veke, divê mirov ji malbata xwe, komela xwe dest pêbike. Gava mirov kampanyayê veke, an jî piştgiriya wê bike, heta di vê rê de berdêan l bide, lê belê li aliyê din propoganda wê bi tirkî bike, di mala xwe de bi endamên malbata xwe re bi tirkî biaxive, di komelan de civînên ji bo kurdan bi zimanê tirkî li dar bixe, kampanya û seferberiyên wiha wê çiqasî serkeftî bigihijine armancê? Tevlî hemû kêmasiyan jî, kampanyayên tên vekirin, bi taybetî jî ya vê dawiyê ji aliyê TZP ve, li Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin vekirin, gelekî bi wate ne û divê bi israr werin berdewamkirin.

Fêrgîn Melîk Aykoç

Pirs 1: Ji kerema xwe re çend mamosteyên ewil binav bikin? Bersiv 1: Li Bremenê: Emin Akbaş, Silêman Torî. Li Nidersachsenê Ali Beltir Pirs 2: Dijwariyên salên ewil çi bûn, ev dijwarî îro piştî ewqas sal bi çi nisbet hatine çareserkirin? Bersiv 2: Dijwariyên wê demê yên bingehîn mirov dikane weha rêz bike: Nebûna bernameyên perwerdeyiyê, nebûna materyalan, azmûniya mamosteyan her wisa. Pirs 3: Guhertin û pêşketin ji awura coxrafya ders û dersdariyê ji doh ber bi îro de. Ji awura pirtûkên dersê rewş çi ye, çawa ye? Bersiv 3: Di roja me de Bernameya perwerdeyiyê ji bo Almanya ku welat jî dikane jê sûdê werbigire hatiye amadekirin. Hima bigire ji bo hemû pêngavan pirtûkên dersê di bin insiyetiva Yekitiya Mamosteyên Kurd li Ewropa (YMK) de hatine amadekirin, piraniya wan hatine çapkirin, di vî warî de hîna jî xebat didomin. Pirs 4: Têkiliya di nav mamsoteyên hersê zaravayên kurdî de, hevdîtin, şêwra bi hev re çend e û di çi ast de ye? Bersiv 4: Bi salan e, em dixebitin ku YMK ne tenê wek saziyeke pîşeyî, yektiyeke mamoste û perwerdekaran, wek navendeke çareserkirina Pirsgirêkên mamostetiyê, ziman û

perwerdeyiyê jî bidin rûniştin. Ji bo vê jî gelek projeyên me hene. Pirs 5: Alîkariya dewleta Almanya ji bo çapkirina pirtûk û materyalan ji bo zimanê kurdî? Bersiv 5: Di warê çapkirina pirtûkên dersê de tu alîkariya wan nîne. Lê, ji bo dibistanan pirtûkên me dikirin. Dem dem alîkariya GEW (Sendiqaya perwerdeyiyê ya Almanya) dibe. Pirs 6: Materyal û pirtûkên dersê ku li gora şertên zarokan li Almanya têne amadekirin çendî îmkan heye mirov ji bo zarokên li Kurdistanê bi kar bîne? Bersiv 6: Ji ber ku di dema amadekirina pirtûkan de em rewşa welat û zarokên welat li ber çav digirin. Mirov dikane hemû pirtûkên YMKê li welat bi kar bîne. Pirs 7: Perwerdeya zimanê zikmakî li gora planekî dimeşe. Ev plan ji aliyê kê û kîjan meqaman tê amadekirin û ev plan çawa dikeve pratîk û jiyanê, li vir insiyatîva, mamoste û dê û bavan çi ye? Bersiv 7: Li Almanyayê ev bername li her eyaletê, ji hêla berpirsiyar û şêwirmendên girêdayî wezareta perwerdeyiyê ve tê amadekirin. Li Nidersakchsena Jêrîn ji hêla wezaretê ve di bin navê „Kern Curiculum“ de bernameyeke perwerdeyiyê ji bo zimannê zikmakî hate amadekirin, niha jî li gor wê bernamê ders tên amadekirin. Pirs 8: Dersa zimanê zikmakî di heftê de çend saet in, îmkana mirov saetên dersan zêde bike heye yan na, dersên zimanê zikmakî di nav şemaya giştî de ye, yan li derveyî wê ye? Bersiv 8: Ev li gor eyalet, cih û koman diguhere. Pirs 9: Pêşniyanzên we yên ji bo zarok û malbatan pirzimanî? Bersiv 9: Hetanî zarok bi çend zimanan neyên perwerdekirin, mirov nikane behsa pirzimaniyê bike. Divê zarok dersên zimanê zikmakî bibîne. Lewre her ziman xwediyê avahiyeke

xwerû ye. Di nava van zimanan de jî yên bingehîn zimanê dayîkê ye. Dema zarokek hîm û hêmanên zimanê zikmakî tênegihîje, di zimanên din de jî serkeftî nabe û, bixwebawerî melûl dimîne. Pirs 10: Em di çend gotinan de jî ji awura pedagojîk, hejmar, kalîte û naverok û îlustrasyonan, pirtûkên dersê binirxînin! Bersiv 10: Ev mijareke serbixwe ye. Divê her pirtûka di dersê de tê bikaranîn yek bi yek di warê pedagojîk de were nirxandin. Ji bo vê yekê di nava YMKê de komisyona redaksiyonê heye. Ew komîsyon ne tenê rastnivisandinê, warê pedagojîkê jî dinirxînin. Pirs 11: Em xwe hinekî din bi nav dabaşan de berdin: Têkiliya ziman û perwerdeya bi zimanê dayik bi xwenaskirin û nasnameyê re divê hebe, çiye ev hebûn û çawa dixuye di jiyana rojane û giştî de? Bersiv 11: Ziman bi serê xwe nasname ye. Bi perwerdeya ziman re ew baweriya bi xwe, bi dê û bav, nijad û rîçalên xwe tê kemilandin û peyîtandin, kesayetiya wê/î tê pejirandin. Gumana giyanî, derûnî û bi giştî kesayetî tê rakirin. Xwenasî di kesayetiyê de derdikeve pêş. Ev jî wê kesayetiyê di warên din de riya bi awayekî bixwebawerî, tevgerandin û têkilîdanînê vedike. Lema kesên bi zimanê xwe perwerde bûne, hem di fêrbûna zimannên din de û hem jî di dersan de serkeftî dibin. Pirs 12: Em di cîhaneke gilobal û têra xwe biçûkbûyî de dijîn. Li tu welatan perwerdeyeke yekzimanî bêje hema nemaye. Şagirtên her welatî di ber zimanê xwe yê dayikê û zikmakî re, zimanekî yan jî çend zimanên din wek ingilîzî, firensî, almanî û Hwd. hîn dibin. Bi hezar û dehhezaran zarok û ciwanên Kurdan jî li derveyî welaêt xwe di dibistanên em bêjin Alman, Swêd û hwd de dixwînin. Ji bo hînbûna zimanekî duhem hewcedariya bi serwextiya zimanê dayikê çend û çawa ye. Dîtinên we?

Bersiv 12: Ev Pirs hinek tevlihev e. Di dema amadekirinê de du tişt hatine tevlihevkirin. Perwerdeya bi zimankî û perwerdeya zimanekî du tiştên cûda ne. Dema mirov ji baxçê zarokan bigire hetanî zanîngehekê diqedîne, ji matematîkê heta wêjeyê, ji nigarkêşîiyê hetanî muzîkê bi zimanekî perwerdeyiyê bibîne, ev dibe perwerdeya bi ziman, lê gava mirov fêrî zimanekî bibe, ev jî dibe perwerdeya zimanekî. Li Ewropayê zarokên biyaniyan bi zimanên xwe perwerdeyiyê nabînin, tenê fêrî xwendin, nivisandin, dîrok û wêjeya xwe dibin. Ev jî perwerdeya ziman e. Aliyê din bersiva vê Pirsê di nava bersiva berê de heye. Pirs 13: Li welat hûn ders didin û zarok û ciwanên Kurdan perwerde dikin, di nav Kurdan de, hezkirina zimanê xwe û parastina wî di çi warî de ye, Kurd çendî li zimanê xwe xwedî derdikevin, xwedîderketina ku heye, têr dike? Bersiv 13: Di her nîqaşê de ez mînaka Yunanan tînim. Dibêjin gava du Yunan tên ba hev, berê dibistanekê ava dikin. Lê em Kurd di vî warî de li paşiya hemû komar û netewên cihanê ne. Gelê me yê Êzidî ne têde, gelê me yê ji baweriyên din girîngiyê nade zimanê xwe. Mînaka herî balkêş Köln e. Li Kölnê bi dehezaran Kurd hene. Tenê sih çel zarok diçin dersa kurdî. Dersên kurdî yên li Dortmund û Bochumê ji ber ku Kurdan zarokên xwe neşandin, hatin rakirin, niha ew zarok bi dîn û îman, bi eşq û evîna dê û bavên xwe diçin dersên tirkî û dibêjin „Ez tirk im....“ Piraniya Kurdan (bakur) gava perwerde tê gotin, ber bi tirkî difikire. Mixabin ku rastiya me ev e. Hetanî em wek gel di warê ziman û perwerdeya ziman de bi ser nekevin, em ê di warê siyasî de jî qels bimînin. Pirs 14: Haya Kurdan çendî kûr e, di mesela asimîlasyonê de, çendî agehdar in ji xetera li ser zimanê xwe? Bersiv 14: Bi yek gotinekê; di vî warî de piraniya Kurdan hay ji xwe tunin. Bi giyana xwe ve di xizmeta otoasimilatsiyonê de ne. Heta mirov dikane bibêje; êdî zimanê tirkî di

genên Kurdan de rûniştiye. Mirov newêre ji piraniya Kurdan re bibje; „bi min re bi kurdî bipeyive.“ Bi gotinê re êrişî mirovan dikin. Di vî warî de ankêtên min hene. Li hember Pirseke wiha helwesta Kurdên xwe ji her kesî welatparêztir dibînin, ji ya faşîst û nijadperestên Tirkan tuntir û xirabtir e. Kî çi dibje bila bibje. Rastî ev e. Pirs 15: Fikreke ku gelek caran di komele û civînên me de mirov li vir û li dera han lê rast tê, gelekî dibihîze wuha ye: Kurdbûn esas e, xwenaskirin û hişyariya siyasî bingeh e, mirov bi kurdî nizanibe jî mirov dikare ji bo Kurd û Kurdistan bixebite, nezanîna kurdî ne faktor û mercek e, ne asteng û Pirsgirek e. Pirsa me ev e: Kurdbûneke bêziman çendî dikare xwe biparêze, wê heta bi ku li ber xwe bide. Ev sersarî û bêxemiya ji bo zimanê xwe ji ku tê, çawa çêbûye, ji ku avê vedixwe, rîşen wê yên dîrokî, olî, yên doh û yên îro çi ne? Bersiv 15: Ziman bingeha her tişti ye. Ziman mirovbûn bi xwe ye. Mînakeke kurt: Eger zimanê kurdî neba, nejiya, bi navê Kurd, neteweyek û welateke bi vi navî, ango Kurdistan jî wê neba. Yan peyva „Kurd û Kurdistan“ bi hebûna zimanê kurdî ve girdayî ye. Partiyên bi vî navî jî hatine demezrandin, hêz û egera xwe ya hebûn û demezrandinê ji zimanê kurdî girtiye. Mînakeke din. Gelo çima îro bi navê panfîlî neteweyek û bi nav Panfilistan welatekî tune. Ji ber ku zimanê panfîlî têk çû, nema lema. Ji wê jî partiyên bi vî navî jî nehatine demezrandin. Ango ev nêrîn û gotin tenê parastina politîka asîmîlasyon, otoasîmilasyonê ye. Yan jî encama vê ye di mêjiyan de hatiye mixkirin, çav hatine korkirin, û guh hatine kerkirin, giyan hatine heramkirin.

Haydar Diljen

Di nav welatên Ewropayê de welatê ku Kurd baştir mafê perwerdeya zimanê zikmakî bi kar tînin Swêd e. Lewma modela Swêdê hêjayî dûr û dirêj li ser rawestandinê ye. Li Swêdê di qanûna dibistanan de madeyek weha heye: “Ku dê û bav û zarok bi hev re, yan jî yek ji wan, wek zimanê zikmakî, bi zarokê/a xwe re, bêyî swêdî, bi zimanekî din bipeyive/in, û wî zimanî wek zimanê rojane bi kar bînin, mafê wan heye ku ji zarokê/a xwe re perwerdeya zimanê zikmakî bixwazin. Belediye berpirsiyar in ku vê perwerdeyiyê organize bikin”. (Qanûna dibistanan, made 5, paragraf 4) “Ku pêwîstîya şagird hebe, dê bi zimanê xwe yê zikmakî alîkariyê bigire”. Li gor îstatîstîkên dewletê yên sala 2008/09ê, li Swêdê, di polên 1-9an de, 164.183 şagirdên ku bi awayekî koka xwe ji welatekî din in û bi 146 ziman û zaravayên cihê dipeyivin hene. Ev rêjeyeka ji %18 ya hemû şagirdan e. Ji wan, ji %53ê beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî dibin. Li gor îstatîstîkên fermî yên daîreya îstastîstîkan, SCB, yên sala 2007ê, li Swêdê, di dibistanê de, ji pola 1-9 de, 9614 şagirdên Kurd hene. Ji wan 6279 beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Ev rêjeyek ji %65 e. Hejmara şagirdên pêşdibistan, lîse, dersên alîkarîyê û salmezinan ne di nav vê hejmarê de ye. Ku mirov wan jî bihesibîne, hejmara şagirdên kurdî digihê derdora 10.000î.

Bi kurtî dîroka modela Swêdê Di destpêka salên 1960î de munaqeşeyên li ser zimanê zikmakî dest pê kirin. Alîkî digot ji bo ku zarokên biyaniyan bibin “mirov”, divê bên asîmilekirin. Ango ziman û kultura xwe ji bîr bikin û xwe biguherin bibin swêdî. Aliyê din jî li dij vê polîtîkayê entegrasyon diparast. Aliyê asîmlasyonê bi ser ket û polîtîkaya asîmlasyonê hat meşandin. Bi gelek navgînan, propagandeya “qezenc” û “başbûna” swêdîbûnê hat kirin. Li malbatên zarokên biyanî şîret hatin kirin ku bi zarokên xwe re bi swêdî bipeyivin. Vê politîkaya asîmlasyonê encameka xeter nîşan da. Bi hezaran zarok û xortên biyanî ketin derveyî civakê. Ji dibistanan reviyan, di kolanan de bûn diz, eroînman, şerkir. Zimanê xwe ji bîr kirin lê zimanê swêdî jî baş hîn nebûn. Bi kurtayî zarok û xortên biyanî li serê civakê bûn bela. Vê rewşê, rê li guftûgoyên nû vekir. Îcar aliyê entegrasyonê bi ser ket û dewlet ji polîtîkaya asîmlasyonê vegeriya. 1975an de parlamana Swêdê reforma perwerdeya zimanê zikmakî pejirand. Ev maf di programên perwerdeyiyê yên 1980ê, 1994an û 2000î de jî hat parastin Îsal li Swêdê qanûna dibistanan tê nûkirin. Di pêşniyarqanûna ku ji aliyê hikumatê ve hatiye amedekirin û ji bo nêrînên wan ji hemû saziyên alaqedar re hatiye şandin, mafê zimanê zikmakî bi awayekî gelek vekirî hatiye nivisîn. Skolverket (Daîreya Giştî ya Dibistanan) piştgiriya vê pêşniyarqanûnê dike. Di programa dersê ya ku Parlamana Swêdê pejirandîye de armancên dersa zimanê zikmakî weha hatine destnîşankirin: Bi perwerdeya zimanê zikmakî dê zarok bibin xwediyê kesayeteke pêserbilind. Zarok ê koka xwe nas bikin.

Zarok ê zimanê xwe hîn bibin ku karibin bi merivên xwe yên nêzîk û grûba ku jê tên re peywendiyan deynin û bi vî rengî karibin pêş bikevin. Zarok ê bibin mirovên duzimanî û xwediyê kesayetiyeke duçandî. Li hin welatên Ewropayê bi hejmaran perwerdeya kurdî Ji ber sedemên ku tên zanîn, mirov nizane li kîjan welatê ewropî çiqas kurd dijîn. Gelek zehmet e ku mirov hejmareka ku jê piştrast be bide. Lê dîsa jî ez dixwazim hejmarekê di derbarê Swêd û Almamyayê de bidim. Helbet ev hejmar texmînî ne. Li Almanyayê nifusa kurdan di navbera 650 hezar û milyonekê de ye. Hejmara zarokên ku beşdarî dersên kurdî dibin 1200 e. Lê li Swêdê nêzî 70 hezar kurd dijîn û hejmara zarok û ciwanên ku beşdarê perwerdeya zimanê kurdî dibin li derdora 10.000an e. Ango hejmara zarok û ciwanên Kurd yên ku li Swedê beşdarî perwerdeya zimanê kurdî dibin ji hejmara hemû zarokên Kurd ku li hemû welatên ewropî beşdarî perwerdeya kurdî dibin qat qat zêdetir e. Çima li hemû welatên Ewropayê 3000 hezar û li Swêdê 10.000? 1. Li Swêdê mafê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnê hatîye misogerkirin. 2. Perwerdeya zimanê zikmakî beşek ji sîstema perwerdeyiyê ya dewletê ye. Di nav sîstema dewletê de ye. 3. Dewletê bi rêya şaredarîyan hemû çûyinên perwerdeyiyê girtine ser xwe. Ango, dewlet heqê materyalên dersê, maeşa mamosteyan û hemû çûyinên dibistanan yên din dide. 4. Ji bo kompetensbilindkirina mamosteyan kursên cihê cihê amade dike.

5. Dereceyên (not) ku şagirdên lîseyê di dersa kurdî de werdigirin, li ser pûanên ketina zanîngeh û xwendegehên bilind tesîrê dikin. 6. Her weha kesên ku beşdarî perwerdeyiyê dibin dikarin bibin tercuman, mamoste, rojnamevan û karmendên din. Hin taybetmendîyên sîstema Swêdê: Li Swêdê him perwerdeya bi zimanê zikmakî him jî perwerdeya zimanê zikmakî heye. Her weha polên perwerdeya bi zimanê zikmakî jî hene (fînî, yewnanî û erebî) Di hin Pirsên pratîkî yên perwerdeya zimanê zikmakî de di navbera şaredarîyan de ferq hene. Ji bo destpêkirina perwerdeyiyê grûbeka ji 5 şagirdan pêkhatî tê xwastin.. Şagirdên lîseyê di hefteyê de 2,5 dixwînin- 250 pûan . Ji karûbarên perwerde û hîndekarîyê şaredarî berpirsîyar in. Perwerdeya zimanê zikmakî ne mecbûrî ye. Lê ku malbat bixwazin ji bo şaredarîyê dibe mecbûrî. Wane/ders di dibistanan de ne, lê piranî li derveyî şemayê ne. Hemû mamosteyên zimanê zikmakî karmendên şaredarîyan in. Di navbera Tirkîyê û Swêdê de peymana kulturî tune. Lewma mamosteyên hemwelatîyên Tirkîyê yên ”fermî” li Swêdê tune ne. Şagird, ji pola 8an pê ve dereceyan/not digrin. Qîmeta dereceyên zimanê zikmakî wek dersên din e.

Bûyereke sosret Li Swêdê di sala 1984ê de ji bo zarokên Kurd zarokxaneyek vebû. Mirov dikare bêje di dîrokê de ji bo zarokên kurmancîaxif ev zarokxaneya yekem bû. Di gulana sala 1985ê de Tirkiyê li dijî vê zarokxaneyê bi protestoyekê nerazîbûna xwe diyar kir. Konsolosê Tirkiyê Haluk Özgül ev protestoya hikumeta xwe gihand hukumata Swêdê û Şaredarîya Tenstayê. Di protestoya Tirkiyê de bi kurtî weha hatibû nivîsîn:” Li gor qanûnên me, li Tirkiyê bi tenê zimanek heye, ew jî tirkî ye. Dê û bavên zarokên ku diçin wê zarokxanê hemwelatiyên me ne. Lewma divê di zarokxanê de bes bi tirkî bê peyivîn, ne bi zimanekî din.” Lê swêdîyan guh neda wan. Şaredariya Tenstayê ji wan re gotibû li vir qanûnên Swêdê derbas dibin. Îcar ji rayedarên şaredariyê re gotibûn “ku laz û çerkez jî vî mafî bixwazin hûn dê çi bikin?” Swêdiya gotibû ku em mamosteyan peyda bikin em ê ji bo wan jî zarokxaneyên weha ava bikin. Wek hûn jî dibînin, Dewleta Tirk hewl daye ku qanûnên xwe li Swêdê jî li ser Kurdan ferz bike! Em dizanin ku Dewleta Tirk di wextê xwe de destwerdana weşanên Radyoya Erîvanê jî kiriye. Mamoste û materyalên perwerdeya kurdî Di Pirsa materyalên dersê de jî rewşa perwerdeya kurdî li Swêdê ji ya welatên din gelek baştir e. Di destpêka salên 1980ê û bi vir de ye ku pirtûkên dersê tên amadekirin. Li Swêdê di 1985î de pirtûka dersê ya yekem, “Em Bixwînin” derket. Di 1986ê de pirtûka “Em Binivîsin” ev pirtûka yekem taqîb kir. Piştî van pirtûkan gelek pirtûkên din derketin. Piranîya pirtûk û materyalên dersê bi alîkarîya aborî ya dewletê ve hatine amadekirin û weşandin. Hin pirtûk li ser navê dewletê jî hatina weşandin. Wek nimûne pirtûka ”Dergûşa Nasnameyê” ku ji bo lîseyê ye û pirtûka “Şagird diçin dibistanê” ku ji bo polên 1-3ê ye li ser navê dewletê hatin weşandin. Di ”Dergûşa Nasnameyê” de li gel dîrok, erdnîgarî û edebiyata kurdan ala û nexşeya Kurdistanê jî heye.

30 pirtûkên zarokan yên din jî bi alîkariya aborî ya dewleta Swêdê hatin çapkirin û bi hevkarîya Şaredarîya Sûrê ya Amedê bêpere li Amedê û bajarên din li zarokên Kurd hatin belavkirin. Li Swêdê bi sedan pirtûk û kovarên din jî hatine weşandin. Bo nimûne: Di navbera salên 1936-1999an de 847 pirtûk û 74 kovarên xwerû kurdî hatine weşandin. Pirtûka “Destpêka Zimanê Me” û çapa sêyem ya pirtûka “Zimani min 1” ji pirtûkên dersê yên ku di vê sala dawiyê de derketine ne. Li Swêdê Sîstem di nav hewildanên xwenûkirinê de ye Li Swêdê, sîstema perwerdeya zimanê zikmakî her tim di nav hewildanên xwenûkirinê de ye. Ev nûkirin, li gor rola mamoste, şagird û dêûbavan ya serdema nû, hem ji alîyê bilindkirina kompentese mamosteyan, pêşvebirina programên dersê, amadekirina materyalên nûjen û hem jî ji alîyê berfirehî û ji nûve birêxistinkirina perwerdeyiyê ye. Wezîrê Dibistanan yê kevn Îbrahîm Baylan dibêje: ”Divê mirov ji hemû zarok û ciwanan re, bêyî ku li koka wan binêre, bingeheke bi hêz amade bike ku karibin di pêşerojê de li ser lingên (piyên) xwe bisekinin. Divê tu zarokek başde nemîne.” Li gor encamên hin lêkolîn û projeyan, sedema girîng ya paşdemayîna zarok û ciwanên biyanî tênegîhiştina wan ya zimanê swêdî ye. Divê hin ders bi zimanê zikmakî yê zarokên biyanî bên dayin ku zarok fêm bikin. Di perwerdeya zimanê zikmakî de teknolojîya agahî û ragihandinê (IKT) Li Swêdê nirxeke girîng ji bo bikaranîna teknolojîya agahî û ragihandinê tê dayin. Kurd di vî warî de ji grûbên herî çalak in. Me di destpêka sala 2000î de, bi navê “Dibistana Kurdî”

malperek ava kir. Paşê me ev proje pêşkêşî rayedarên Dayraya Karûbarên Dibistanan kir. Wan ev projeya me wek projeyek pîlot pejirandin. Piştî ceribandin û nirxandina encamên projeya me, Daîreya Karûbarê Dibistanan biryar girt ku vê projeyê berfirehtir bike. Bi navê “Tema Modersmål”, ji bo heman armancê, sîteyek hat avakirin. Niha 28 ziman û zaravayên din di wê sîteyê de xwedîyên malperên bi zimanê xwe ne. Li gor rapora nirxandinê ya Daîreya Karûbarên Dibistanan, malpera me, di nav van 28 ziman û zaravayên din de, ya ku herî pir tê ziyaretkirin e. Perwerdeya Dîstans: Ji bo zarokên ku li şaredarîyên biçûk yan jî li bajaran dûr in û derfetên peydakirina mamoste tune ne projeya perwerdeya dîstans hatîye amadekirin. Vê projeyê di payiza 2004ê de dest pê kir û niha bi maddeyeka qanûna dibistanan tê garantîkirin.. Çima perwerdeya dîstans? Ji ber ku di qanûna dibistanan de hatîye nivîsîn, bêyî ku mirov ji zayend, mercên aborî û sosyal, ji cîwarbûnê binêre, divê mirov ji hemû hemwe latîyan re derfetên wekhev pêşkêş bike ku bikaribin xwe pêşve bibin. Îsal li Swêdê qanûneke nû ya dibistanan hatiye amadekirin û ji bo ku gikrên wan bê girtin ji saziyên alaqedar re hatiye şandin. Di wê pêşniyarqanûnê de perwerdeya dîstans wek maf hatiye nivîsandin. Îmkanên nû ji bo zarokên pêşdibistanê Li gor gelek lêkolînên ku li Swêdê û li welatên din hatine çêkirin, divê bingeha zimanê zikmakî di salên zaroktîyê yên destpêkê de bên avêtin. Ango ji dayikbûnê heta dema destpêka dibistanê. Hetta li gor hin zimannasan, ku mirov piştî balixbûnê dest bi zimanekî bîyanî bike, mirov çiqas bixwaze jî nikare wî zimanî wek kesên ku li wî welatî çêbûne bi lêv bike. Loma Hukumeta Swêdê bi wasitaya Daîreya dibistanan di vî

warî dê xebateka tund dimeşîne. Bi hevkarîya pisporên ji Zanîngeha Stockholmê, Enstîtuya Pêşvebirina ziman, Daîreya Karûbarên Dibistanan û malbatên zarokên duzimanî broşurek hat amadekirin. Broşur ji bo 11 zimanan hatîye wergerandin (albanî, erebî, bosnî, îngilizî, fînî, somalî, îspanyolî, kurdî, arlîyê-romanî, lovarîyî-romanî û tirkî) û li nexweşxaneyên ku jin zarokan tînin ev broşur tê belavkirin. Di broşurê de, bi şêweyê Pirs û bersiv, girîngîya zimanê zikmakî hatîye nivîsîn. Ji Pirsên ku bersivên xwe di broşurê de hatine nivîsîn, çend nimûne: 1. Gelo ma zarok dikarin, du yan jî pirtir zimanan di heman astê de hîn bibin? 2. Ku em dêûbav, bêyî swêdî, bi zimanekî din dipeyivin, emê kîjan zimanî hînî zarokên xwe bikin? 3. Gelo ma divê ku zaroka/ê min li dibistanê zimanê zikmakî bixwîne? Projeyên hevkarîyê yên Swêd û Amedê: Konferansa mamosteyên kurdî: Me heta niha li Swêdê bi hevkariya Skolverketê 6 konferansên mamosteyên kurdî pêk anîne. Konferansa dawiyê di 24-25ê îlona îsal de pêk hat. Belgeyên konferansan hemû di malpera www.dibistanakurdi.com de hene. Di çarçoveya bilindkirina kompetensa mamosteyên kurdî yên li Swêdê de em dixwazin konferansa mamosteyên kurdî ya 7:e li Amedê li dar bixin. Hem mamosteyên kurdî yên Swêdê hem yên welatên ewropî yên din hem jî mamosteyên kursên kurdî dê beşdarî vê konferansê bibin.

Zeynelabidîn Zinar

Pirs 1: Perwerdeya bi kurdî ev çend sal in heye, li Swêd, kîjan salê dest pê kir ? Bersiv 1: Li Swêdê bi awayekî rêkûpêk, perwerdeya bi zimanê kurdî, piştî 1980yî dest pê kiriye û di 1984an de dema Xwendegeha Bilind a Mamosteyên Kurd (Kurdiska Folkhog Skolan) jî ku vebûye, êdî mamosteyên ku dersa zarokên Kurdan dane jî, bi bawernameya kurdî ders dane. Mesela, sê zarokên min jî li Swêdê bi destpêka dibistanê re heta ku lîse qedandine, her hefte çend dersên kurdî (kurmanciya latênî) jî xwendine. Piştî vê, li Zanîngeha Uppsalayê jî beşa Kurdî vebûye. Lê mixabin ji ber bêberPirsyariya mamoste Ferhad Şakelî yê ku dijminatiya zaravayê kurmancî û ya alfabeya latênî dike, vê beşê adaneke baş nedaye. Pirs 2: ji kerema xwe re çend mamosteyên ewil binav bikin? Bersin 2: Hin ji wan mamsoteyên ku di serê pêşî de bi bawernameya kurdî ders dane zarokên Kurdan ev in: Ihsan, Heyder, Rewşen, Ehmed, Mekî, Şefîq, Dilo… Pirs 3: dijwariyên salên ewil çi bûn, ev dijwarî îro piştî ewqas sal bi çi nisbetê hatine çareserkirin? Bersiv 3: Ez li Swêdê negihame wan salên ”dijwar” ku ji bo perwerdehiya zarokên Kurdan çêbûne. Bi baweriya min, ev hawayê ”dijwar”î li Swêdê çênebûye. Lewra dema Kurd li

Swêdê bi cih bûne, bi piranî ku piştî 1980yî bûye, pêre pêre dest bi perwerdehiya zarokên Kurdan jî hatiye kirin. Piraniya Kurdên ku çûne Swêdê, kesên zana, rewşenbîr û bîrewer bûne. Îcar Kurdên ku li welêt mamoste bûne, ew di qurseke lezgîn re bihurandine û pêre pêre dest bi mamostetiya kurdî kirine. Ji bilî Swêdê, ji xwe perwerdeya bi zimanê kurdî çênebûye, lê hin caran dibe ku qursên zimanê kurdî vebûne, ew jî tîneke zêde nîşan nedane. Piştî sala 2000î, li hin welatên din ên Ewrûpayê jî dest bi perwerdehiya zimanê kurdî hatiye kirin, wek Almanya, Fînlandiya, Polonya, Danîmarqa… Pirs 4: guhertin û pêşketin ji awura coxrafya ders û dersdariyê ji doh ber bi îro de. Besiv 4: Li gor zagona diyalektê, her made berepêş diçe û nikare berepaş vegere. Hin caran dibe ku rawest e, bête astengkirin û bihna xwe berde, lê dîsa berepêş diçe. Îcar niha ji îro û do, eger em bidin ber çavan, îro di warê perwerdehiya zarokên Kurdan de guhertin û pêşketineke pir mezin çêbûye. Di warê xwezayê (coxrafya) de jî dema em dinihêrin, perwerde her ku çûye û diçe, xwe li welêt bi cih dike û kiriye. Ji derveyê Kurdistanê, tenê li Sêwêdê xwendina bala ji bo cuwanên Kurd hebûye. Lê niha li Başûrê Kurdistanê çend zanîngeh hene ku bersiva pêdiviya cuwanên Kurd didin. Di vî warî de bipêşketineke mezin heye û ev wê hîn zêdetir berepêş here. Pirs 5: ji awura pirtûkên dersê, rewş çi ye, çawa ye? Bersiv 5: Rewşa perwerdeya kurdî ji aliyê pirtûkên dersê ve, mixabin ne hewqasî çê ye. Rewşenbîrên Kurd, mamosteyên Kurd di vî warî de qelsiyeke mezin kirine. Niha zêde pirtûkên dersê nînin. Yên ku hene jî, zêdetir bi devoka soranî û alfabeya erebî ne. Ew jî ji bo Kurdên Bakûr nabin pêgir. Eger niha Tirkiye destûr bide ku dest bi perwedeya kurdî bibe, mixabin pêdiviya pirtûkên kurdî yên dersê nayê bidestxistin. Pirs 6: Salên 80 î li siwêdê li zanîngeha Uppsala beşeke ji bo perwerdeya mamosteyan hebû. Mamosteyên dersê Reşo Zîlan û Ferhat Şakelî bûn. Ev beş îro

jî heye, hejmara mamosteyan, nisbeta kurmancî, soranî û kirdkî-zazakî? Bersiv 6: Çewa ku min li pêş jî behs kiriye, ew beş ji ber nijadperestî û neheziya Ferhad Şakelî, rûxiyaye û tenê wek nav maye. Ji xwe mamoste Reşo Zîlan dest jê berdaye. Ferhad Şakelî jî salê du-sê kesên soranîaxêv derdixîne. Li wê beşê, xwendina zaravayê kirdikî tune. Pirs 7: Tê gotin ku li gor qanûna dibistanan ya Swêdê, ji bo ku dersa zimanê zikmakî bê dayin, bi tenê hejamrke pênc kesî têr dike. Ev bi çi nisbetê rast e? Bersiv 7: Tiştê ku ez dizanim, eger şagirdek tenê be jî, mafê xwe yê perwerdehiya zimanê nijadî heye. Mesela, li dibistaneke Swêdê tenê kurê min Kurd hebûye, dîsa mamsteyekî Kurd hatiye û dersa wî daye. Lê eger guhertin di van salên dawîn de çêbûne, haya min pê tune. Pirs 8: Ji awura standardîzekirina zaravayên kurdî rola perwerdeya li Siwêdê ? Bersiv 8: Perwerdehiya li Swêdê, bi dîtina min nikare roleke mezin ji bo standardîzekirina zaravayên kurdî bide leyîztandin. Ji ber ku li Swêdê Kurdên Kurmanc bi zaravayê kurmancî, yên soran bi soranî û vê dawiyê yên kirdikî (zaza) jî, bi kirdikî dixwînin. Pirs 9: Têkiliya di nav mamsoteyên hersê zaravayên kurdî de, hevdîtin, şêwra bi hev çend e û çi di çi astê de ye? Bersiv 9: Têkiliyeke xurt di navbera mamsoteyên kurdî de heye. Ji ber ku komela wan jî heye, herweha gelek caran civînên wan ên taybet jî li ser çewabûna perwedeya zarokan çêdibin. Niha tenê li Stockholmê 39 mamosteyên Kurd hene ku dersa zarokan diin. Pirs 10: Alîkariya dewleta Swêdê ji bo çapkirina pirtûk û materyalên bi zimanê kurdî? Bersiv 10: Alîkariya Swêdê ji bo çapkirina pirtûk û mater91

yalên bi zimanê kurdî, heta sala 2000î, pir baş bû. Di her pêngavekê (çar meh carekê) de, tenê pirtûk, bi hindikî ji 10 heta 30 pirtûkên kurdî dihatin çapkirin. Herweha gelek kovar û rojname, ji van zêdetir hin caran sêlik, şerîd û tiştên wisa jî alîkarî werdigirtin. Dema hin çalakiyên çandî ji aliyê komele û saziyên Kurdî ve çêdibûn, lêçûya xwe ji dewletê werdigirtin. Saziya dibistanan jî, alîkariyeke rind dida pirtûkên dersê yên kurdî. Lê niha rewş hatiye guhertin; ew alîkariya ku berê dibû, niha (2009) pir kêm dibe û di her pêngavekê de tenê alîakrî ji bo yek yan du pirtûkên kurdî tê dayîn. Pirs 11: Materyal û pirtûkên dersê ku li gora şertên zarokên li Swêd têne amadekirin çendî îmkan heye mirov ji bo zarokên li Kurdistan bikar bîne ? Bersiv 11: Ew pirtûkên dersê, ji xeynî yên tarîx, cografya û hinên wisa ku li Swêdê ji bo zarokên Kurd ên li Swêdê hatine amadekirin, bikaranîna hemiyan ji bo zarokên Kurd ên li Kurdistanê re ne hewqas destdayî ne. Ji ber van du sedeman: -Pirtûkên ku li Swêdê hatine amadekirin, tê de çanda swêdî jî cih girtiye ku hin babet hene li Kurdistanê dest nade ku ew bêtin xwendin. Ji ber ku civaka Kurd a li Kurdistanê nikare hin babetên ku di wan pirtûkan de hene, bipejirîne. -Hin pirtûkên zarokên Kurdan ku niha li Swêdê hene, wergera ji swêdî ne. Ew li gor çand û toreya swêdî hatine nivîsandin. Helbet ji bo zarokên Kurd ên li welêt çênabin. Lê belê ew pirtûkên dersê ku ji bo zarokên Kurd ên li Swêdê hatine amadekirin, dê bibin bingeheke saxlem ji bo dersa zarokên Kurd ên li Kurdistanê. Hingê li ser wê bingehê mirov dikare şêniyeke pir mezin jî ava bike. Pirs 12: Perwerdeya zimanê zikmakî li gora planekî dimeşe. Ev plan ji aliyê kê û kîjan meqaman ve tê amadekirin û ev pilan çawa dikeve pratîk û jiyanê, li vir insiyatîva, mamoste û dê û bavan çi ye? Bersiv 12: Rast e ku li hemû welatên dinyayê perwerdeya zimanê zikmakî li gor plan û programekê dimeşe, li Swêdê jî

her wisan e. Lê belê ji ber ku Swêd welatek e ku demokratiya wê pir zelal û bipêşketî ye, ew plan û programa ku çêdibe, ne ji aliyê dewletê lê ji aliyê mamosteyên Kurd ve tê amadekirin. Yanî çi pirtûkeka dersê ji bo zarokên Kurdan hatine amadekirin, berî ku çap bibe, ji aliyê komek mamosteyên zimanê kurdî ve hatiye bereçavkirin û çi ji aliyê pedagojî ve be, çi ji aliyê psîkolojî ve be, çi ji aliyê rêzimanî ve be û çi jî ji aliyê naverokê ve be, têne sererastkirin. Hetanî karekî wisa çênebe, pirtûka ku hatibe çapkirin jî, saziya dibistanan ew napejirîne yan jî alîkariya ji bo çapkirirnê nade. Pirs 13: Dersa zimanê zikmakî di heftê de çend saet in, îmkana mirov saetên dersê zêde bike heye yan na, dersên zimanê zikmakî di nav şemaya giştî de ye yan li derveyî wê ye? Bersiv 13: Dersa bi zimanê kurdî, di heftiyê de 6-7 saet in, lê li hin deveran ev jimar têne guhertin. Herweha îmkana ku zarok saetên dersê zêde bikin jî heye, ew li ser daxwaza zarokan û ya dê û bavan e. Dersên zimanê kurdî di nav şemaya giştî de cihê xwe girtiye û wergirtina puwanên dersa kurdî ji bo zanîngehê jî giraniyeke taybet ji bo zarokên Kurdan afirandiye. Pirs 14: Pişniyanzên we ji bo zarokên malbatên pirzimanî? Bersiv 14: Bêguman, pêşeroja her neteweyekî, zarokên wî ne. Çi zimanê ku zarok pê nepeyivin, umrê wî zimanî 25 sal e. Herweha ziman rihê nijadî ye jî, divê mirov zimanê xwe biparêze û şêntir bike. Di jiyana mirov a perwerdehiyê de, malbat dibistana herî dewlemend û serkeftî ye. Lewra me van tiştan bi çavên xwe dîtiye û va ye em dibînin jî. Îcar tu neteweyek mîna Kurdan, belengaz û jirêketî jî tune; hinek bûne Tirk, hinek bûne Ereb, hinek bûne Faris, hinek bûne Ewrûpiyên cuda cuda û hinek jî bûne tebayên wisa ku êdî mirov nikare wan binase. Li virê berPirsyariyeke pir giran li ser pişta dê û bavên Kurd heye ku ew zarokên xwe di nava çarçoveya toreya kurdî de rind fêrî zimanê kurdî bikin; meselok

û çîrokên Folklora Kurdî ji wan re bêjin û reha wan a kevnare bi wan bidin naskirin. Ev hawe eger serkeftî bibe, dê nivşeke paqij ji wan zarokan derkeve holê ku xwedîtî li her tiştê xwe bike. Pirs 15: Di malpera mamoste Heyder Diljen de behsa dersdariya zimanê zikmakî li gora modeleke nû tê kirin. Diljen dibêje ku bajarê ev model lê tê ceribandin bajarê Goteborgê, ye. Li gor vê modelê du mamosteyên zimanê zikmakî, grûbên xwe dikin yek û bi hev re dikevin heman dersê. Ev çawa dibe, ev hê heye, hebe bi çi nisbetê tê cîh û çendî bikêr e, çi ne awantaj û dezawantajên dersdariyeke wuha? Meqamên pilankirina perwerdeyiyê rê didin ceribandinên wuha? Bersiv 15: Ev modela ku hate behskirin, li Stockholmê jî dest pê kiriye. Eger ez ne xelet bim, hêjî ev hawe tê domandin. Ev, pêşniyara hin mamosteyan bûye ku wan bi xûta (niyet) ku bila zarokên Kurd hevûdu binasin û têkiliya wan bi hev re çêbibe derketiye holê. Ev sûdeke rind e. Lê nerindiya wê jî ev e ku perwerdeya bi vî rengî, berekî zêde dernaxîne holê. Lewra min peyitandiye ku dema zarokên Kurd ên li taxekê tev gava li dibistanekê kom dibin, heta ku li halê hev diPirsin û xwe bi hevûdu didin nasîn, dersek dibihure. Ji xwe bi sedan dema zarok digîjin hev û di salonekê de rûdinin, pileya xwendinê dadikeve. Pirs 16: Em di çend gotinan de jî ji awura pedagojîk, hejmarê, kalîte û naverok û îlustrasyonan, pirtûkên dersê binirxînin! Bersiv 16: Ew pirtûkên dersê yên ku li Swêdê hatine çapkirin, ji her aliyê xwe ve ji kêm û kasiyan paqijkirî ne. Li ser vê babetê pazdeh-bîst sal berê jî, gelek nîqaş û dehkere dihatin kirin ku divê pirtûkên dersa zarokên Kurdan di qalîteya pirtûkên dersa zarokên swêdîyan de bin. Ji xwe eger pirtûkeka ku di warê pedagojî, cuwanî û sipehîtiya xwe de ku ne bi rêkûpêk bûya, ji aliyê saziya dibistanan ve nedihate pejirandin. Ji aliyê jimara nusxeyan ve jî, pir zêde dihatin çapkirin.

Ji ber ku jimara zarokên Kurd ên ku dê wê pirtûkê xwendibana, pir zêde bû. Pirs 17: Ji piraniya Pirsên me yên heta niha jî xwiya dibe ku ziman û perwerde du lingên bedenekê, alî û riwên tevahiyekê ne. Heger mirov bêje mîna goşt û nênûkê ne wê ne bêcih û ne bimibalexe be. Hûn dersdarên zimanê kurdî ne, çeknas û şarezayê perwerdeyiyê ne. Her Kurd û her xwendevan ne xwediyê zanebûn, serdestî û serwextiya we ye. Em dixwazin berî her tiştî hûn ji xwendevanên me re bêjin, bê ka ew faktorên ilmî ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ewçendî girîng dikin çi ne? Bersiv 17: Sedema ku faktorên zanistiyê ewçend perwerdeya bi zimanê netewî girîng û pêwîst dike, ev xalên li jêrê ne: -Çi kesê/a ku bi zimanê xwe perwerde nebûbe, ew xwe nanase û ji koka xwe averê dibe. Ev yeka hanê jî, mirovan tûşê nava xirabî û nepakiyan dike. -Kesê/a ku bi zimanê xwe perwerde nebûye, di xwendin û zanistiyê de, wek hevalên xwe serkeftî nabe. Ji ber ku ew heta digîje temenê 10-12 saliya xwe, hêj nûn fêrê wî zimanê biyanî dibe, lê hevalên wî di perwerdeyiyê de bipêşvetir diçin. -Ew kesê/a ku bi zimanê xwe perwerde nebûye, hertim di meseleyan de bi guman e û metirsiyeke di bin têgehandinê de pê re didomîne. Li ser vê yekê, dixwazim mînakekê bidim: Sal 1992-93 bû, ez beşdarê Kongreya Sendîqeya Nivîskarên Swêdî bûbûm, min ji kalemêrekî Swêdî, Pirsa ku çima Swêdî giringî didin ku her biyanîyek divê pêşî rind fêrî zimanê xwe bibe, piştre hêj fêrî zimanê swêdî bibe, kir. Wî weha bersiva min da û got: ”Zeynelê min, heta tu rind fêrî zimanê xwe nebî û xwe nasnekî, baweriya min bi te çênabe û ne jî ez dikarim sûd ji te werbigirim.” Pirs 18: Em xwe hinekî din bi nav dabaşê de berdin: Têkiliya ziman û perwerdeya bi zimanê dayikê bi

xwenaskirin û nasnameyê re divê hebe, çiye ev hebûn û çawa dixwuye di jiyana rojane û giştî de? Bersiv 18: Çi kesê/a dema ku bi zimanê xwe yê netewî perwerde dibe, ew bi bêgavî fêrî famîleya zimanê xwe jî dibe. Dema ew fêr bibe, îcar fêr dibe ka çend netewe û li çend welatan bi vî zimanî têne peyivandin. Îcar eger ew ziman, wek zimanê kurdî ku ji famîleya Hindoewrûpî ye û hewqas dewlemedn û fireh e, helbet serbilindiyeke zêde dide kesên ku pê perwerde bûne. Ji vê zêdetir ew kesê ku perwerde bûye, dikeve nava lêkolînan û li reha neteweyê xwe digere ka heta kurê diçe û li dinyayê çewan belav bûye; hem nexşeya zimanê xwe û hem jî nexşeya ku neteweyên ji nijada wî ku belav bûne dibîne. Wek mînak: Neteweyê Kurd, ji nijada Arî ye, zimanê wî jî ji famîleya Hindoewrûpî tê û niha (ji bilî Kurdistanê) 64 welatên serbixwe hene ku ji vê nijadê ne. Bêguman çi zarokeka Kurd dema bi zimanê xwe bixwîne û mezin bibe, herweha bizanibe ku ew qas netewe ji nijada Arî hene, wê hertim bi xwe serbilind be û baweriyek zêde jî dê bi xwe bîne. Ha çi kesê ku baweriya xwe bi xwe hebe, ew di hemû kar û xebatên xwe de jî serkeftî dibe. Ev serkeftin, xwe di jiyana rojane de jî dide xuyakirin. Pirs 19: Em di cîhaneke gilobal û têra xwe biçûkbûyî de dijîn. Li tu welatan perwerdeyeke yekzimanî bêj hema nemaye. Şagirtên her welatî di ber zimanê xwe yê dayikê û zikmakî re zimanekî yan jî çend zimanên din wek ingilîzî, firensî, almanî û hwd. hîn dibin. Bi hezar û dehhezaran zarok û ciwanên Kurdan jî li derveyî welatê xwe di dibistanên em bêjin Almanya , Swêdî û hwd de dixwînin. Ji bo hînbûna zimanekî duhem hewcedariya bi serwextiya zimanê dayikê çend û çawa ye. Dîtinên we? Bersiv 19: Jixwe pir girîng e ku ciwanên Kurd pêşî fêrî zimanê xwe bibin, hêj fêrî zimanine din bibin. Bêguman hin tişt di siruşta mirovan de herwekî hatibin qeydkirin hene ku ew di warê fêrbûna zimanên biyanî de hicirkên mejiyê mirovan bi awayekî lezgîn didine şixulandin. Fêrbûna zimanekî yan zê96

detir zimanên biyanî ji bo kesên ku têne perwerdekirin, xweşiyeke zêde ye, ango ji wan re luks e. Lê ji bo cuwanên Kurdan, pêdivî ye, mecbûrî ye û muhtacî ye. Li hemû welatên dinyayê, rast e ku ji zimanê netewî zêdetir zimanek-du zimanên biyanî jî têne xwendin, lê ew kesên ku wan zimanan dixwînin, tenê bi amaca ku sûd jê werbigirin xwe fêr dikin. Ji xeynî kadir û vebuhtiyên dewletan, kesên normal zêde ji zimanan fêm nakin, her yekê sed-dused peyvan zanibe, ji xwe re temam dihesibîne. Lê belê fêrbûna zimanên biyanî ji bo cuwanên Kurd, cuda ye. Li van welatên ku behsa wan hate kirin, ciwanekî Kurd dema lîse diqedîne, fêrî sisê û şar zimanên biyanî dibe. Heta hin cuwan dehene ku hef-heşt û zêdetir jî zimanên biyanî dizanin. Di fêrbûna Kurdan a di zimanên biyanî de bingeheke wisa fireh û destdayî heye ku li ba tu neteweyekî din tune. Ev hawe, dibe ku ji ber bindestiya Kurdan jî afirî be, yan jî zîrektî di GENa Kurdan de heye. Pirs 20: Li welatê hûn dersê didin û zarok û ciwanên Kurdan perwerde dikin, di nav Kurdan de, hezkirina zimanê xwe û parastina wî di çi warî de ye, kurd çendî li zimanê xwe xwedî derdikevin, xwedîderketina heye têr dike? Bersiv 20: Çendî ku ez mamostetiya zimanê kurdî nakim jî, lê ez rind pê agahdar im ku xwedîlêderketina bo zimanê kurdî, girêdayê bi têgehîştin û kurdperweriya malbatên Kurd ve girêdayî ye. Malbatên ku kurdperwerî di navê de xurt be, hezkirineke mezin dide zimanê xwe û pir giringî jî didê. Pileya vê erêniyê di nava Kurdên li Swêdê de pir bilind e. Pirs 21: Hayê Kurdan çendî kûr e di mesela asimîlasyonê de, çendî agehdar in ji xetera li ser zimanê xwe? Bersiv 21: Jimareke hindik a rewşenbîrên Kurd, ji destpêkê ve û her û her, bi rewşa bindestiya netewyê xwe û bi pişaftina li ser xwe agahdar in. Lê belê wek Netewe, hetanî dawiya sala 1999an jî, haya Kurdan zêde ji asîmîlasyona li ser wan nebû. Lê niha wisa bûye ku êdî ev berê xebata azadîxwazên Kurd rind geş bûye û ji zarokan bigir heta kal û pîrejinan jî,

ageh ji meselê bûne. Lê mixabin nexweşiyeke din derketiye holê; gelek Kurd hene ku ew niha ji bo sûda aborî dikarin her karê xirab bikin. Ev yek xetereke mezin e û eger tedbîr neyên girtin, wê zêdetir ber bi xirabiyê ve here. Pirs 22: Fikreke ku gelek caran di komele û civînên me de mirov li vir û li dera han lê rast tê, gelekî dibihîze wuha ye: kurdbûn esas e, xwenaskirin û hişyariya siyasî bingeh e, mirov bi kurdî nizanibe jî mirov kare ji bo Kurd û Kurdistanê bixebite, nezanîna kurdî ne faktor û mercek e, ne asteng û rêlêgirek e. Pirsa me ev e: Kurdbûneke bêziman çendî kare xwe biparêze, wê heta bi ku li ber xwe bide. Ev sersarî û bêxemiya ji bo zimanê xwe ji ku tê, çawa çêbûye, ji ku av vedixwe, rîşeyên wê yên dîrokî, olî, yên doh û yên îro çi ne? Bersiv 22: Ev Pirs, Pirsa herî girîng û balkêş e. Di werbêjkirina vê Pirsê de, gelek tiştên ku heta niha kêm car hatiye Pirsîn, yan nehatiye werbêjkirin, derdikeve holê. Çendî ku ev Pirs, hin caran di komele û civînên Kurdan dertê holê jî, lê belê ta niha jî tiştekî sererast nehatiye kirin û pejirandin. Erê rast e ku kurdbûn esas e, xwenaskirin û hişyariya siyasî jî bingeh e, lê eger mirov bi kurdî nizanibe, mirov nikare ji bo Kurd û Kurdistanê bixebite. Nezanîna zimanê kurdî, faktor û merceke mezin e li pêşber xebatê û rêgir û asteng e jî. Mînakeke hêsan li ser karekî bazirganiyê bidim: Mesela, tu bazirgan î, malê xwe dibî li welatekî Ereb difiroşî. Eger tu bi zimanê erebî nizanibî, dê tu çiqas karibî di bazirganiya xwe de serkeftî bibî? Helbet serkeftin çênabe. Lê ev heye, eger tu bi kurdî nizanibî û bi zimanekî navnetewî dizanibî, hingê tu dikarî di xebata navnetewî de bişixulî. Helbet kurdbûneke bêziman, nikare xwe biparêze, eger xwe biparêze jî, nikare nivşa duyem (zarokên xwe) biparêze, ew kes dikare heta salên wî gihan 50-60 li ber xwe bide, piştre her tişt radiweste. Ev sersarî û bêxemiya ji bo zimanê xwe yê nijadî, ji bindestiyê tê, ew bindestiya ku di deryaya asîmîlasyonê de dijî, ji tirsa serdestan tê, ji tirsa newendakirina hin derfetên aborî tê û ji terikandina cihê ku mirov lê dijî tê.

Herweha mirovê ku dikeve nav tirsa dojehê û dibe evîndarê horiyan jî, bi awayekî lezgîn zimanê xwe wenda dike. Lewra jê re ziman ne faktora yekemîn a nijadî ye. Îro ev pêla Internet û pirqenaliya televizyonê jî digel telefona mobilê ku di berîka her kesî de heye, xetereke pir mezin diafirînin ku mirov zimanê xwe yê nijadî biterikîne. Wek mînak: Li Tirkiyê niha tu ji 100 Kurdî biPirsî, bêjî: ”Saet Çiqas e?” Wê notûneh kes bi tirkî bersiv bidin. Pirs 23: Ziman û perwerde biracêwiyên hev in, du aliyên tevahiyekê ne, mîna goşt û nênûkê bê hev nabin. Em zanin ku li welat û li derveyî welat, ne bi tenê li perçê Bakur belê bi nisbetekê li perçên din jî kesên ku hewcedariya wan bi perwerdeya bi kurdî heye, ne bi tenê zarok û ciwan in, her wuha mezin in, dê û bavin jî. Li hinek welatan seferberiyên perwerdeyî, seferberiyên fêrkirin û xwendina bi zimanê dayikê hatine li dar xistin. Silogan jî heta tu bêjî bes pratîk e. Kampanya û seferberiyeke wuha mimkun e di nav me de, hûn çi dibêjin? Bersiv 23: Rast e ku perwerde û zeman, du pareyên napar in. Îro li seranserê Kurdistanê kesên ku pêdiviya wan bi perwerdeya kurdî heye, ne tenê zarok in lê mezin in jî. Ji bo xwendina bi zimanê kurdî destpêkirina çalakiyên mîna seferberîyê, di demeke wek îro de ji bo Kurdan gelekî pêdivî ye û helwesteke rewa û di cih de ye ku dest pê bête kirin. Lê belê heçîka kampanya ye, bi baweriya min ne karekî durust e, ji ber ku kampanya ji bo karên demkurt têne kirin. Pirs 24: Salên 78, 80, 81 ê li Siwêdê pirtûk û kovarên ên ewil ji bo zarokan ketin jiyanê. Wek Keça Kurd Zozan, Zarokên Ihsan, kovarên Kulîlk û Hêvî û Hwd. Cardî di van salan de ji bo zarokên kurdan “Dom Boklosa Barnen” ango zarokên bêkitêb dihate gotin. Ji wan salan û bi vir de 20-30 sal derbas bûn. Rewş bi qasî xwiyaye îro gelekî başttir e, yan na? Bersiv 24: Rast e, rewşa xwendina zimanê kurdî berepaş

çûye. Ne tenê xwendina bi kurdî, nivîsandina bi zimanê kurdî û çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî jî pir kêk bûye. Êdî nema nivîskarên Kurd ji ber rewşa aloz a aborî wek salên 80 û 90î berhem dinivîsin. Ji ber ku teknîka nûjen wisa kiriye ku êdî her tişt divê bi çavan bête dîtin. Çend Pirs ji bo Kurdên li Sovyeta kevin û ji bo yên îro: Pirs 25: Sovyeta kevin derya û okyanûseke bi dehan ziman û pewerdeya çenddehzimanî bû. Nimûneyeke bi serê xwe û di kategoriya xwe de bitenê bû. Li gora lêkolîna Rohat Alakom ku me çend caran bibîranî li Sovyeta kevin bi kêmanî bi 100 zimanan axaftin dibû. Sala 1921 ê ji bo zarokên Kurdan, perwerdekirina mamostan, amadekirina materyalê dersê û Pirsgirêkên perwerdeya bikurdî kurs hatin vekirin. Balkêş e ku kesên ji van kursan re pêşengiyê dikin Ermenî ne. Wê salê Hakop Gazaryan ku di nav kurdan de wek Lazo tê binavkirin ji bo amadekirina alfebeyeke kurdî tê wezîfedarkirin. Ev alfebe bi navê Şems tê naskirin. Ev alfebe, di heman salê de di nav Kurdan de tê çapkirin û belakirin. Du salan piştre, sala 1923 an li Ermenistanê ji bo çareserkirina perwerdeya bi kurdî û bi dereceyekê sazîkirina wê, civîneke ku 50 kes tê de beşdar dibin li dar dikeve. Di nav van kesan de Hakop Gazaryan û xanima Nûra Rolatova, dersdara kurdî jî beşdar dibin. Hakop bi navê “di nav kurdan de dibistan û rola çalakiyên kulturî “ teblîxatekê pêşkêş dike. Hayê we çendî heye ji van civîn û hewlan, gelo li ser xebatên van salan agehdariyeke berçav û bi dokûman maye, heger belê li ku îmkana bi dest xistinê heye ? Bersiv 25: Agahdariyeke min a zêde li ser vê rûdana li Yekîtiya Sovyetan nîne, tenê wek nûçe pê agahdar bûme. Pirs 26: Azmûn û tecrûbeyeke din ji Sovyeta kevin mohra sala 1920 an hildigre. Vê salê li bajarê Aştarakê di internatekê de (yurdekê de ) zarokên sêwî ku di nav wan de yên Kurd jî hebûn têne perwerdekirin.

Piştre bi sedan kesên profesor, mamoste, rewşenbîr ji vê yurdê derdikevin. (Rohat Alakom) di vê derbarê de hûn çi zanin, hûn ji vê çendî agehdar in? Berisv 26: Agahdariyeke min a zêde li ser vê rûdanê jî nîne, hêja ye ku ji Rohat Alakomî bête Pirsîn. Pirs 27: Peryoda nav salên 1930-1931 ê jî ji awura ders û dersdariya zarokên Kurdan û perwerdeya bi kurdî hêjayê bibîranînê ye. Di van salan de hejmara dibistanên kurdî zêde dibe û dighe 27 an. Bi giştî 1951 xwendevan û şagirt zimanê xwe û zimanê ermenî fêr dibin. (Rohat Alakom, heman berhem). Ev Enstîtû bi sedan mamoste perwerde dike. Her wuha di nav vê atmosfer û hemleyê de sala 1931 ê li Êrîvanê Enstîtuya Pedagojiyê ya Piştkafkafkasyayê tê damezrandin û bi sedan mamosteyên kurd ji perwerdeya pedagojîk hêz û tecrûbê digrin. Li aliyê din Radyoya Êrîvan ji sala 1957 an û pêde ku dest bi weşanê dike ji bo zarokan programan çêdike ku ev jî şêweperwerdeyek e. Ji vê qonaxê çi gihiştiye roja me û bi çi nisbetê ji îro re dibe alîkar? Bersiv 27: Agahdariyeke min a zêde li ser vê rûdanê tune. Pirs 28: Piştî Sovyet hilweşiya gelo rewşa Kurdan bi giştî û ya perwerdeya zarokên kurd bi taybetî di çi rewşê de ye? Bersiv 28: Piştî rûxandina Yekîtiya Sovyetan, rewşa Kurdan pir xirab bûye û perwerdeya zarokên Kurdan jî bi giştî hilweşiyaye. Niha li wan welatên ku ji binê kavilê Yekîtiya Sovyetan derketine holê, xwendin û perwerdeya bi kurdî tune. Li gor ku me ji hin biraderên Kurd ên ku ji wirê hatine Ewrûpayê bihîztiye, li wan welatan êrîşên dirinde çûne ser Kurdan, mal û erdê wan ji dest wan hatine derxistin û hemû bi derbekê koçber bûne. Piraniya wan li Moskova û derdora wê bi cih bûne, hinek çûne xwe gihandine hin welatên Ewrûpayê û jiyana xwe domandine/didomînin.

Mihemed Orhan

Penaberên wargeha Mexmûrê di sala 1993-94 an de ji ber zordariya dewleta Tirkiya faşîst, zordar û dagirker mal, milk û her tiştê xwe di cih de hêlan û neçar bûn penaberî başûrê Kurdistanê bibin. Yan diviya bû cerdevaniyê bipejirînin, yan jî cih û warê bav û kalên xwe li cih bihêlin û bikevin rêya ku kes nizane bi kûve diçe. Lê gelê Kurd yê qehreman, fedekar û welatparêz cerdevanî nepejirand û neçarbûn penaberî başûrê Kurdistan’ê bibin. Bi vî awayî jî pêl bi pêl gelê Kurd dest bi penaberiyê kirin; hinek ber bi metrepolên Tirkiyê ve çûn û hinekên din jî neçar bûn derbazî başûrê Kurdistanê bibin... Piraniya penaberên ku li wargeha Mexmûr dijîn, ji herêma Botan û Colemêrgê ne. Rawestgeha yekem ya penaberan herêmên di bin kontrola gerîlayên azadiyê, herêmên Şeraniş û Bihêrê bûn. Ji bo ev gel ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî penaberên siyasî bên pejirandin, hejmarek penaber di 12.06.1994 an li Dewera Barzan (taxek ya Zaxo) ketin gireva birçîbûnê û di encama gireva birçîbûna 28 rojan de daxwazên wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin qebûl kirin û weke penaberên siyasî hatin pejirandin. Li vê derê jî dewletê destê xwe dirêjî gelê Kurd kir û neçar bûn di 12.09.1994 an de ji Şeraniş û Bihêrê koçî deşta Bêsivê hatin kirin. Di nava zorî û zehmetiyên jiyanê de sê heyvan li deşta Bihêrê man. Piştî vê yekê ji aliyê NY î ve di 11.11.1994 an de ji Bêsivê hatin rakirin û li dû wargehên cûda yên bi navê Geliyê Qiyametê û Etrûşê hatin bicihkirin. Piştî bicihbûna penaberan ya li wargehên Etrûş û Geliyê Qiyametê ji sala 1994-97 an hejmara wan giha 15 hezarî û bi awayekî

rêxistinî jiyana xwe ya penaberî berdewam kirin. Di 14.04.1997 an de li wargeha Etrûş parçe parçe hat valekirin; hinek ji wan li wargehên wekî; Qesrok û Sêmêlê bi cih bûn. Penaberên kû mayîn jî ji wargeha Etrûşê bi piyan derbazî herêma Nînova bûn. Penaber di 13.02.1998 an di şeva tarî de ji Nînovayê koçî Nehdarê kirin û ji wir jî 23-24-25.05.1998an ji aliyê rejîma Seddam ve derbazî cola Mexmûr hatin kirin. Dîrok û Rewşa Perwerdeyiyê Penaberên wargeha Mexmûrê di dîroka xwe ya penaberiyê de yek ji xalên herî giring ku bi wê yekê navê xwe li dîroka Kurd û Kurdistanê bi tîpên zêrîn nivîsandî; di aliyê xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê de gavekî mezin avêtin. Bi vî awayî ji rawestgeha yekem bigre heya bicihbûna li cola Mexmûrê, her tim di nava gel de herî zêde tiştekê rola xwe dileyîst xwendin û nivîsandina bi Zimanê Kurdî bû. Zarokên penaber di nava şert û mercên herî zor de fêrî xwendina bi zimanê dayîka xwe bûn û parastin. Ji tûnebûnê hebûn afirandin, bi pênûsekê pirtûkên zêrîn nivîsandin. Li wargehê sê dibistanên seretayî, dibistaneke navîn (orta okul), dibistaneke amadeyî (lise) û sê dibistanên dayikî (ana okul) hene. Mirov dikare dibistanên li wargeha Mexmûr ê bi vî awayî rêz bike; a- Dibistanên Seretayî: Ev dibistanên Seretayî despêkê di salên 1994 an de li wargehên wekî Bihêrê û Şeranişê dest bi perwerdeya Zimanê Kurdî kiribûn. Di wê demê de derfet kêm bûn, ders li ser keviran dihat dayîn, ne defter, ne pênûs û ne jî pirtûkên wan hebûn. Piştî hatina penaberan ya Etrûşê, Neteweyên Yekbûyî dibistan avakirin û hinek derfet dan zarokên wargehê. Niha li Mexmûr sê dibistanên seretayî yên bi navê Dibistana Ş. Saleh Kendal, Ş. Mihemed Karasungur û Dr. Mihemed Nûrî Dersimî hene. Mamosta bi xwe ji wargehê ne, bi xwe bernameyan amade dikin û xwendevanan dikin xwedî zanîn.

b- Dibistana Navîn Ya Ş. Jiyan: Ev dibistan di sala 1996 an de li wargeha Etrûşê ji aliyê mamostayên wargehê bi xwe ve hat avakirin. Navê xwe ji Şehîd Jiyan digre, Şehîd Jiyan di encama êrişeke li ser wargehê de hatibû şehîdkirin c- Dibistana Amadeyî Ya Ş. Koçerîn: Ev dibistan di sala 2000 an de li wargeha Mexmûre hat avakirin. Navê xwe ji mamostaya bi navê Şehîd Koçerîn digre. Ji dervey wan hersê dibistanên seretayî, yeke ya navîn û yek jî ya amdeyî, niha li wargeha penaberan a Mexmûrê sê dibistanên dayikê (ana okulu) yên bi navê dibistana Şehîd Nûjîn, Şehîd Çîçek û Şehîd Mizgîn hene. Ji berî ku xwendevanên ku nû tên wergirtin derbazî refa yekem ya seretayî bibin, li van hersê dibistanan ji aliyê mamostayan ve tên perwerdekirin û piştre jî derbazî dibistana seretayî dibin. Bi giştî hejmara xwendevanên dibistanên Mexmûrê 2 hezar û 819 kes in. Ji van xwendevanan nîvek xort û nîva din jî keç in. Yanî mirov dikare bêje di aliyê hejmarê de hevsengiyek di nava xwendevanên keç û xort de heye. Bi vî awayî xwendevanên ku niha amadeyî bidawî kirine û wê îsal derbazî zanîngehê bibin, ji 80 kesan zêdetir in. Her wiha hejmara xwendevanên ku li zanîngehên başûrê Kurdistan’ê jî dixwînin, 212 ne. Ji dervey vê hejmarê nêzî 30 xwendevanên wargehê mezûn bûne. Ji van xwendevanên mezûn bûyîn çendek ji wan li wargehê wekî mamosta bûne xwedî erk. Tê texmînkirin ku di perwerdeya 2009-2010 an de nêzî 20-25 xwendevanên din ji zanîngehên Başûrê Kurdistanê ji beşên cûda cûda dê mezûn bibin. Li zanîngehên Başûrê Kurdistanê xwendevan li hemû beşan hene. Herî zêde jî xwendevanên wargehê li beşên wekî; beşa hiqûq, ramyarî, bijîjkiya giştî, bijîjkiya didanan, kimya, fîzîk, biyolojî, ragihandin, sosyolojî, Zimanê Kurdî, îngizî adab, înglîzî binyat, înglîzî perwerde, derûnasî (pîskolojî) û coxrafya bicih bûne. Dema nû xwendevanên wargehê derbazî zanîngehê dibin bi

zoriyên pir mezin re jî rû bi rû dimênin. Hinek ji van zoriyane jî tênegiştina ziman, çand û alfabeyek cûda ye. Dîsan jî di çûyîna xwendevanan ya zanîngehê jî zorî tên jiyandin û ev jî dibe sedem ku di xwendevanan de paşketinek çêbe. Ew jî ewe ku dema zanîngeh despêdike, hinek salan du meh jî derbaz dibin, lê hîna navê xwendevanên wargehê ji wezareta perwerdeyiyê nehatine. Dema mirov temaşeyî wargehê jî dike, ji dervey dibistanên taybet, di heman demê de dibin navê dibistanê de ji kesên temen mezin û yên ku xwendin û nivîsandina wan tûnene re ji dewreyên perwerdeyiyê kursên cuda cuda tên vekirin û ew kes li van deran fêrî xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî dibin. Ev dewre jî li gorî dem, derfet û pêwîstiyan tên vekirin, hejmara xwendevanan jî li gorî pêwîstiyan tê destnîşankirin. Tevlîbûnek gel ya zêde jî ji van dewreyan re çêdibe. Herwiha di konferansa mamostayan ya ku di sala 2009an de hate çêkirin de biryar hat girtin ku dewreyên bi vî awayî hîn zêdetir çêbibin û bên domandin. Li dibistanên wargehê tevahiya pirtûkan ji aliyê mamostayên wargehê ve tên amadekirin. Lê mixabin di dema çapkirin û zêdekirina van pirtûkan de zoriyên teknîkî yên pir mezin tên jiyandin. Ji ber li wargehê çapxaneyek nine ku ev pirtûk lê bên zêdekirin û derfetên malî jî rê nadin ku ev pirtûk ji aliyê dibistanê ve bên zêdekirin. Li dibistanan zoriyên herî mezin jî di aliyê dersên coxrafya, kîmya, fîzîk, biyolojî û dersên kompîterê de tên jiyandin. Sedemê wan jî nebûna amûrên teknîkî yên wekî; labaratuvar, kompûter, mikroskop û wekî din in. Berî sala 2005an Neteweyên Yekbûyî di aliyê çêkirina cil û bergên dibistanê, anîna defter, pênûs û amêrên din ên dibistanê de arîkarî li gel dibistanên wargehê dikir. Wekî din dibistanên wargehê yên niha ji aliyê NYî ve hatîne çêkirin. Lê mixabin di van 3-4 salên dawî de bi yekcarî ev arîkarî hatiye birîn. Ji xwe heya niha hikûmeta navendî ya İraqê di tû aliyan de arîkarî nedayîne dibistanên wargehê. Di heman demê de piştî 2005an Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hinek

aliyan de destê xwe yê arîkariyê dirêjî dibistanên wargehê kir. Ev arîkarî jî dayîna mûçeyek biçûk (mûaş) ya ji bo mamostayên wargehê, çûyîna xwendevanên wargehê ya ji bo zanîngehê û carnan jî zêdekirin a pirtûkên dersan e. Kêm jî be, lê dîsan Hikûmeta Herêmê arkariyekê li gel dibistanên wargehê dike. Bêgûman li dibistanên wargehê Pirsgirêkên perwerdeyiyê yên ciddî jî hene û mirov dikare wan Pirsgirêkan di dû xalan de wiha rêz bike; -Çêkirina dibistanan. Bi taybet jî cihê dibistana navîn û amadeyî biçûk e û hejmara xwendevanan jî zêde ye. Bi vî awayî di aliyê cih de zoriyên mezin çêdibin. -Di aliyê amûrên teknîkî yên wekî; labaratuvar, kompûter, zêdekirina pirtûkên dersan, nebûna parkek ji bo zarokan, nebûna pergalên ji bo xwendevanên dibistana dayikê, saheyên sporê, amûrên sporê, amûrên çandî û wekî din de zoriyên mezin tên kêşan. Li wargehê di aliyê tendirûstî de zoriyên pir mezin çêdibin û ev yek jî herî zêde bandorê li ser zarokan çêdike. Di aliyê civakî de li pêşiya xwendinê tû astengî ji aliyê malbatan ve nayên jiyandin. Ji xwe hevsengiya hejmara xwendevanên keç û xort vê yekê ji mirov re dide diyarkirin. Di heman demê de di konferansa gel û ya mamostayan de jî biryar hatiye girtin ku her xwendevan neçar e heya dibistana navîn biçe dibistanê û dest ji dibistanê ber nede. Kêm jî be di aliyê aborî de astengî tên jiyandin, ji ber ku di hinek malbatan de kes nîne bixebitin û ev yek jî dibe sedem ku hinek zarok dest ji dibistanê berdin û ji bo derbazkirina jiyana malbata xwe biçin kar û li gel aboriya malbatê bibin arîkar. Ev yek jî bandorekî mezin li ser xwendevanan dike. Bêgûman di aliyê ewlekariyê de bandorek mezin li ser wargehê çêdibe. Hertim wargeh hedefa dijminên gelê Kurde û her gotinek siyasî bandorê li ser wargehê jî çêdike. Bi taybet operasyonên dewleta Tirk yên ku ji dervey sînor tên çêkirin, dema wezîrek yê dagirkerên Kurdistanê tên İraqê û bi rayedarên İraqê re li ser

wargehê biryarekê digirin; bandorek mezin li ser wargehê û bi taybet jî li ser zarok û xwendevanan çêdibe. Li dibistanên wargehê ji dervey Zimanê Kurdî, dersên biyanî yên wekî tirkî û înglîzî tên dayîn. Ji dervey van herdû zimanên biyanî, li dibistanên navîn û amadeyî dersa bi Zaraveyê Soranî jî tê dayîn. Di konferansa mamostayan de biryar hat girtin ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd ên nû jî wekî ders bên dayîn û ev biryar jî bi erênî hat pêşwazîkirin. Herwiha di heman konferansê de biryara zêdekirina hinek dersan jî hat dayîn. Ev ders jî evin; çand û ehlaq, jinelojî û ekolojî ne. Ev ders jî tenê li dibistanên navîn û amadeyî tên dayîn. Têbinî: Sipasî ji bo arîkariya mamostayê wargeha Mexmûr birêz Hecî Kaçan ya di aliyê hinek zanyariyên derbarê dibistanê de ji min re daye

Elî Aksoy

1 -Perwerdeya Maxmûrê, di despêkê de ji ferkirina xwendin û nivîsandinê dest pê kir. Bi kurmancî û bi tîpên latînî bingehê dibistana ji refên yek û li gora derfetên heyî, an go bi derfetên pir lewaz pêk hat. Şert û mercên penaberiyê zahmet bûn û tu amûrek nebû. Çend kesên xwedî zanîn û têgihiştî ev pêvajo dane despêkirin û sal bi sal ref û hejmara xwendekaran zêde bûn. Mamostayan li gora derfetên heyî agahî kom kirin û bingehî pêş xistin. Bê guman li ser wargehên penaberan erîşên eskerî,derunî û erîşên aborî jî her berdawam bûn. Carna di çadiran de çarna jî li rasteke, hinek caran pênus û lênus nebûn, hin caran xwarin û vexwarin nebûn.Ya giring raxmê wan astengiya perwerde meşiya. 1994 ji seretayiya yekem dest pê kir û her sal refek bilind bû. 2 -Azmûnên her salê sala din xurtir kir. Her mamostayî/ê bernamên xwe bi nivîsa destnivîs û ji pirtûkên dersan yên zimanê tirkî, erebî, îngilîzî û farisî jî sûd hate wergirtin. Hin kadroyên ku zanko xwendibûn ango yên mamostêtî kiri bûn jî kêrhatinên xwe pêşwazî kirin û di encamê de pergaleke perwerdeyiyê çêbû. Bi piştî wargeha Maxmûr ava bû û şûn de perwerde zêdetir bi rêk û pêk hate rêvebirin û sal bi sal xurt bû. Li Maxmûrê Dibistana Navîn û ya Amadeyî vebû. 3 -Di wan dehsalên dawî de perwerdeya Maxmûrê xwe gihande asta perwerdeyiyên welatên cîran. Rast e, gelek amurên perwerdeyiyê kêmin. Weke amûrên zanyarî, laboretuar

ango amûrên teknîkî. Ji 2006ê û virde hin saziyên xêrxwaz ji bo dibistana komputer anîn. Ji bo xwendevanên Amadeyî dersên Kopputêrê jî hatine dayin. 4 -Niha dibistan êdî ji dibistana dayik dest pê dike. Dibistana dayikê weke sala amadekirinê ye. 6 Refên dibistana dayikê hene. Yên temenê wan 5-6 salî li vir dixwînin. Bernamaya dibista dayikê cûdayî dibistana seretayi ye. Li vir hezkirina dibistan, tekilî, dan û standin bi derdorê re, hezkirina mirov û xwezayê tê fêr kirin. Ji bo kêrhatinên zarokan pêş keve û xurt bibe, waneyên mûzîk, folklor, dans, şanoleyistin û çîrokên pêşxistina hişên zarokan tên dayin. Dibistana dayikê weke bingeh tê dîtin û tê desgirtin. Dibistana dayikê di fermiyeta dibistanan de cî digre, mamoste, bername û meşandin li gora sîstema perwerdeya giştî bi rêveberiya perwerdeyiyê ve giredayi ye. 5 -Ji ber ku zaro bi zimanê dayikê û di nav rewşeke serbest de perwerdeyiyê dibînin, asta srkeftinê bilind e. Li sîstema dewletên dakirker yên ku zarokên Kurdan lê dixwînin ne di vê astê de bi serkeftî ye. Ji ber ku di seretayiyê de bi zimanên biyanî dixwînin, kêrhatinên wan pêş nakevin, an ku yên zîrek kêmin. Li gora azmûna 4 salên zanko xwendevanên Maxmûrê li gora rêjeya giştî serkeftî ne. Niha nêzî 300 xwendakarên wargeha Maxmûr a Koçber li zanko ya Salahadîn dixwînin û di her beşî de xwendakarên Maxmûrî bi cîh bûne. 6 -2 Dibstanên dayıkê, 3 dibistanên Seretayî, Dibistana Navîn û Amadeyî hene. Nêzî 4000 xwendekar dixwînin. Fermiyeta dibistanan rûniştiye. Bernameya perwerdeyiyê ji aliyê Konferans û Kurula mamosteyan ve tê amade kirin û rêveberiya perwerdeyiyê û rêveberiya her dibistanê di Konferansa perwerdeyiyê de tê hilbijartin. Di tevê sîstema perwerdeyiyê û jiyanê de axaftin, xwendin û nivîsandin bi kurdî ye. Têkiliyên mamostan ya bi hev re û tekiliyen wan bi xwendavanan re li gora rêvebirnameya dibistanan hatiye nîşandan û rûniştiye. Maf û nemafên xwendekar û mamosteyan hatiye rêzkirin. Derveyî rêvebirnameyê rawestin, li gora rêziknameya disiplînê helwest tê pêş xistin.

7 -Ji seretayi 4an û şûn ve fêrkirina îngilîzi, di dibistana navîn de zimanê tirkî tê fer kirin, Di amadeyî de jî tirkî radiweste, kurdiya soranî bi tîpên erebî tê fer kirin. Xwendevanên ku Amadeyiyê xelas dike, li gel zaravayê kurdî kurmancî, soranî, tirkî û İngilizî jî fêr dibe. Di dibistanên derdorê de kîjan waneyên bingehîn hebin, li Maxmûrê jî tên dayin. Di seretayîyê de Zimanê Kurdî, zanyarî, jiyan û civak, bîrkarî weke waneyên bingehîn in. Di dibistana navîn de Zimanê Kurdî, dîrok, zanyarî(fîzik-kimya-biyolojî) erdnîgarî û bîrkarî weke waneyên bingehîn in. Di dibistana amadeyî de ziman û wêjeya kurdî(kurmancî û soranî), dîrok, erdnîgarî, felsefe, sosyolojî, bîrkarî, fîzîk, kîmya, biyojojî weke waneyên bingehîn tên dayin. Ji waneya Zimanê Kurdî mayîn di refê de mayîn e. Lê ji xwendakaran re mafên azmûna tamamker tê dayin. Derveyî Zimanê Kurdî di waneyê din de zêdetir maf tê dayin, heger ji du waneyan zêdetir nebê xwendakar di refê de namîne, bi deyn derbasî refeke jor dibe. Perwerdeya sale du dewre ne. Di her dewrê de ji bo her waneyê kemî du ezmûnê nivîskî û du ezmûnê devikî nebe nayê pejirandin. Zêdetir di inîsiyatîfa mamoste de ye. 8 -Di betlana havînî de her sal komek mamoste xebatên amadekariya bername û pirtûkan dikin. Bi giştî pirtûkên waneyan hatine tamamkirin. Dibe ku hin kemasiyên zanînên kur an ku ziman hebin lê asta pirtûkên amadekirî têrî xwendavanan dike. Her sal di ber çavan re tên derbaskirin û tên dolemendkirin. 9 -Li Maxmûr perwerde û bi giştî jiyan bi kurdî ye. Ji ber ku zarok bi kurdî dihizirin, zêdetir pêş dikevin. Heger di nav derfetên dewlementir de bê dayin, encam wê zêdetir serkeftî be. Hin dibejin ka gelo Maxmûr model e, an na. Ev ne nîqaşeke rast e. Derveyî Maxmûrê li tu cihên din ji dibistana dayik heta zankoyê perwerdeya bi kurmancî heye an na. Êdî bi zaravê kurmancî perwerde ji dibistana dayikê bigre hetanî zaningehê çêbûye. Li her cihî ev dikarê rûne û bi serkeftî jî bimeşê. Hin Kêmasiyên zanîna waneyan, kemasiya amûran ango kêmasiyên ziman nê Pirsgirêk e, tê derbaskirin. Ya

giring ev Azmûn êdî li her cihê ku Kurd bixwazin dibistanên Kurdî vekin, derbas dibe. Pirtûk û bernameyên ji dibistana Dayikê, Seretayai hata Amedeyî amade ne.

M. Nazif Mayî

Di navbera sê mehan de li buhara 2004´an lêkolînek li ser rewşa wanedanê (dersdayînê) li deverên parêzgeha Duhokê hat encam dan. Ev lêkolîn wek piroje ji bo wezareta perwerdeyiyê hat pêşkeşkirin û wezareta perwerdeyiyê bi nameyeke fermî berpirsênn perwerdeyî li Duhokê agahdar kirin, ji bo asankarîya encamdana vê lêkolînê Amanc Armanca sereke ji vê lêkolînê ew bû, em bikarin rewşa mamoste û şagirdî (qutabî) di demê dersdayînê de bizanin, şêwe û mêtodên dersdayînê destnîşan bikin, têgehên li ser fêrbûn û qutabxanê çine derxin holê. Li ser encaman guhartinên perwerdeyî yên pêwist bên kirin Prosêdûr Rêveberîya giştî ya perwerdeya Duhokê li ser fermandayîna wezaretê nameyek pêşkeşî dibistanan (qotabxaneyan) kir bo agadarî û alîkarîkirinê. Min amadekarîya lêkolîneke li ser şêweyê balaxwedanê (obserivation) kir. Du baxçên savayan, 12 qutabxaneyên seretayî, 4 qutabxaneyên diwanavincî, 2 peymangehên Mamostayan û kulîja perwerdeyiyê li Duhokê ketin nava vê lêkolînê de. Li her dibistanekê bi kêmahî dû sinif (pol) û li her polekê bi kêmahî du wane (ders) bo demê

45 xulekan (deqîqeyan) hatin lêkolînkirin. Ji van dibistanan du nimûneyî bûn Pîvanên (Kirîterî) ko hatine pîvan Livîn û bizavên şagirtan di demê dersidayînê de Axiftin Xwandina bi dengê bilind û dûre gotin Xwandina bêdeng Dan û standin Xwandina çîrok û rûmanê Têgihiştina naveroka tekstê Bala xwe dan (Konsentirasyon Zorî û tirsandin Şermînî Disiplîn Êşandina derûnî û fîzîkî Heza fêrbûnê (motivation Rahênanên piraktîk Bikaranîna dem Karên tîm û lêkolînê Karên girûpî Deselatîya Mamoste Encam Ji bo encam baştir bên famkirin min pîvanek (berawirdî) di navibera dibistanên asayî, nimûneyî û dibistaneke Swêdî li gorî tecirubeyên xwe kir

Ji bo ev kirîterîyane bêne dîyarkirin, dayîna powenan ji 0-10 hat encamdan. Her kirîterîyeke pirtir giringî pê bête dan û bêt bikaranîn powênên wê jî bilind tir dibin Ş

M

Şn

Mn Swiş

Swim

- Bizava şagirtan di polê de - Rewşa axaftinê di polê de. - Dûfrexwandina bi dengê bilind 10 - Xwandina bêdeng -Gotûbêj li ser babetê dersê. -Xwandina roman/çîrûk. - Têgiheştina xwandina textê - Konsentrasyon(terkîz) - Tirs - Şermînûkî - Disiplin - Îşandina fîzîkî/derûnî - Motivasyon - Rahênan ên praktîkî - Bikaranîna dem/kat - Karê têma/lêkolînê - Karê girûpî - Desthelatiya mamoste

Krîterî

Ş = Şagirt, M = Mamoste, Şn= Şagirtên nimûneyî, Mn = Mamostayên nimûneyî Swiş =şagirtên swêdî, Swm= Mamostayên swêdî

Wek li tabloya (xişte) serî xûya dike Mamostayên Kurdistanê li ser azadîya şagirdan di polê de çi rê û delîve nedane şagirtan ko bikaribin di ciyê xwe de rabin, yan bi merema digel hevalekê xwe baxive, ji ciyê xwe biçe cîyek dîn. Ev kontrola ko şagirt ji ciyê xwe nelive û di wî alî û yalî nezivire û nebizive encamê perwerdekirineke hem li malê û hem li dibistanê ye. Ev pêwere ji bo şagirtên dibistanên nimûneyî jî heman têgehîştin bû. Lê em li Mamoste û şagirtên dibistana Swêdî binêrin, em dibînin ko 8 nimire girtine. Wateya wê ewe ko cihguhartin û livîn hatûçûya şagirtî li gor pêwistîya wî tê encam dan û nayê qedexekirin Li ser kirîtera axiftinê dîsan şagirtên dibistanên Kurdistanê yên ko ketine bin vê lêkolînê heman pîvana serî heye. Mamoste rê nade şagirt baxive yan bi hevalê xwe re baxive,

yan Pirsekê ji hevalekê xwe bike didemê dersê de. Mamoste kontrola heman dike ko li wî guhdarî bikin û ji derî wê Pirs û axiftin nebin. Lê li dibistaneke a Swêdî azadîya şagirtan pir giring e. Her dem dikare ji hevalê ko li cem wî rûniştîye Pirs bike û baxive. Lewma hem Mamoste hem jî şagirt giringî didin Pirs û axiftinê, bi taybetî li ser babetê dersê Xandina bi dengê bilind ji alyê Mamoste û şagirtên dibistanên Kurdistanê vê pir giring dibînin. Mebest bi xwandina bi dengê bilind ew e demê Mamoste yan şagirtek dixûne û yên dû re dubare dikin û du re dibêjin e. Helbet ev kiriterîye li qonaxa seretayî tê encam dan ne li lisê yan univesiteyê. Lê ev mêtoda fêrkirinê di dibistanên Swêdî de nîne, ji bilî ko hinek caran li polên şagirtên bîyanî bo fêrbûna Zimanê Swêdî tê bi kar anîn. Ev metod pirtir ji bo jiberkirinê tê bikaranîn Xwandina bêdeng, disan li dibistanên Kurdistanê giringî pê nehat dayîn. Xwandina bêdeng pirtir wî demî têt encamdan. Dema ko şagirtan karên xwe encam dane û dixwaze pirtûka çîrok yan xwandineke din bi tenê hêdî bixûne. Pir caran jî li gor heza şagirt Mamoste rê dide ko take şagirt yan jî çend şagirtek xwandina hêdî bixwînin, ji bo ko guhartin çê bibe û hewes a karkirinê li cem şagirtî xweş û geş bibe Dan û standin yan jî dîyalog. Ev jî giring e ko di demên pêwîst de şagirt bikaribin, di nava xwe de çi weke girûp yan hemû bi hev re gotûbêjê li ser babetên taybet bikin, ji bo dîyarkirina dîtinên cuda û encamên baş. Li dibistanên taybet carina ev mêtod dihat bikaranîn. Lê dîsan ne bi wê pileya ko li welatê Swêd giringî bi van mêtodan bê kirin. Lewma jî nimirên wan li serî ji hev cuda ne Di vê lêkolînê de min nedî Mamoste giringî bide vî mêtodê xwendinê. Ne şagirtan pirtokên çîrok û romanan hebûn, ne jî Mamosta li vî babetî xwedî derdikeve. Li dibistanên Swêd her tim cîrok û roman tên xwandin. Hem Mamoste giringî pê dide, hem jî şagirt rojane li dibistanê demekî xwandina pirtokê heye

Têgihiştina tekstên li dibistanên asayî pir baş nebû. Lê li dibistanên taybet pirtir giringî hebû, ji layê Mamoste û şagirtan ve. Şagirt pirtir li ser dirûstxwandinê dima. Lê li Swêd pir giringî didin têgihiştina teksta ko tê xwandin Balkêş e, pêwera konsentirasyonê li her dû dibistanên asayî û taybet li Kurdistanê pir baş bû û poenên bilind girtin. Li dibistanên taybet ji Swêdê jî baştir bû. Dibe gelek fekiter hebin ji bo vî encamî. Emê li ciyê gotûbêjê wan fekiteran şirove bikin Zorî û tirs li ser şagirtên Kurdistanê pir dîyar bû. Li dibistanên taybet hinekî baştir bû. Lê em dibînin ku li dibistana Swêdî fekiterê tirs û zorê tune ye Şermînî pirtir li dibistanên asayî hebû. Lê bi şêweyekî giştî ev pivane li ser - %i şagirtên polê digirt. Li hinek polan hêşta zêdetir bû. Lê li dibistana Swêdî şermînîya şagirt kêm dihêt dîtin Disiplîn li dibistanên Kurdistanê di pileya herî bilind de bû. Lê li dibistanên Swêdî pir kêm e. Ev jî dikare di babetê gotûbêjan de bê zelalkirin û fekiterên tesîra xwe dikin çine bên dîyarkirin Êşandinên derûnî xwuya dibûn, li cem şagirtan. Herweha bawerîya Mamoste jî bi van mêtodên han ta radeyekê hebû. Her çend lêdana fîzîkî qedexe jî bû, lê carina mirovî didî ko tirsa lêdanê li cem hinek şagirtan hebû. Disan li dibistanên taybet rewiş baştir bû. Helbet li welatê Swêd ji mêj de ev arîşe hatîye çareser kirin Motivasyon, yan jî hezkirina fêrbûnê û karên dibistanê bi şêweyekî giştî baş bû. Çi cudahîya wesan digel dibistana Swêdî nehat dîtin. Helbet ev jî li dibistanên taybet de baştir bû Encamdana karên piraktîk her nebû. Li dibistanên taybet hewldan hebû, carina karên piraktîkî bên encam dan, lê pir kêm xwuya dikir. Li Swêdê pir giringî dide karên piraktîkî

Dem, helbet li dibistanên Kurdistanê çî asayî bin yan jî taybet piranîya demê dersê (wanedanê) Mamoste bikar tîne. Mamoste her tim daxive. Mamoste monopola xwe li ser dem feriz dike. Lê li Swêd piranîya demê dersê şagirt kar dike û bi hev re gotûbêj dikin. Mamoste bi tenê rênîşan dide û demê pêwist alîkarî dike. Wekî dî hemû demê dersê şagirt bikartîne Karên tîm û lêkolîner. Helbet ev mêtodê karkirinê li dibistanên ko hatine lêkolînkirin xweya nedikir. Li dibistanên swêdê pir giringî didin karê tîm û lêkolîner Encamdana karên girûpî li dibistanên asayî xweya nedibû, lê li dibistanên taybet (nimûneyî) bi giringî digirt. Heta navê van dibistanên nimûneyî (taybet) ji layê hinek perwerdekaran ve digot ”dibistana karê girûpî”. Helbet ev jî taybetmendîyeke dibistana Swêdî ye. Ew dibistanên nimûneyî (taybet) li gor xwe, li gor modêla Swêd hatibûn damezirandin Deşthelatîya Mamoste li dibistanên nimûneyî û asayî pir xurt e. Demê tê jora xwandinê hemû şagirt radibin ji pîn ve. Bi dengekî bilind bi hev re dibêjin ”Roj baş Mamostayê birêz û……”. Lê li dibistanên Swêdê otorîteya Mamoste pir kêm e û pir sist e. Ev jî pêwistî şirovekirinê ye Analîskirina encaman Helbet şêweyê balkişandinê (obserivation) pirtir ji bo lêkolînên kivalîtatîv tên encamdan, lê jiber pîvana poenan ev lêkolîn wek lêkolîneke kivantitatîv tê pîvandin. Ji bo nimire rast derkeve jî hinekê zehmetîya wê heye. Mirov li gorî rewşa dersê di wan deqîqeyan de nimirê datîne. Belkî ev nimire hinekê kêm yan zêdeyî têde hebe. Lê encamê wê ta radeyeke baş dirûst derdikeve Encamê vê lêkolînê pir giring e, jiber ko di van kiriterîyan de têgehana Mamoste li ser dibistanê, xwandinê û şîyan û buhayê mirovî dide xûya kirin. Di van encaman de xuya dibe ko şagirtên dibistana Kurdistanê di rewşa fêrbûnê de pir pasîv e. Bi xwe nebawer e, rê û delîve nînin xwe îfade bike.

Şîyanên wî/wê nahên dîyarkirin, ji şaşkirinê ditirse, xwe berPirsîyarê fêrbûn û karên xwe nabîne, girêdayî fermanên Mamoste ye. Ji azadîya Pirskirinê bi hevalên xwe re û dan û standinê bêpar e. Sedî sed bawerî dide Mamoste û gotinên Mamoste, gotina Mamoste li cem wî pîroz e û nayê Pirskirin, yan jî rexnekirin. Fêrbûn li ser mêtodê jiberkirinê ye. Mamoste ji peyivên tekstê dernakeve, naveroka babetan nayê şirovekirin Otorîteya Mamoste xurt e. Mamoste hewil dide hemû şagirtan di yek şîyan û di yek pîvan de derbaz bike. Kesayetîya şagirtan tê lawaz kirin. Şagirt delîve nîne ko afirandinê di hizir û dîtinên xwe de bike û bêxe piraktîkê. Ji hindek alîyan ve rewşa şagirtên dibistanên Nimûneyî baştir bû. Her çend kêmasyên wan jî pir bûn lê xweya dikir ku Mamostayên wan li ser hinek mêtodên taze kûrs (work-shop) dîtin e û xwandine. Wek karê girûpî di wan dibistanên Nimûneyî de dihate encamdan. Disan rewşa avahî, hejmara pir şagirtan di yek pol de, nebûna av û karebê bendûra xwe li ser rewşa şagirt û Mamostayan dikir. Lê nirxandina me li ser layenên felsefî, teorî û pêdegogiyê ye Encamê vê lêkolînê xweya dike ku guhartinên baş li sîstem û teoryên perwerdeyî li Kurdistanê çênebûne. Li gor encamê vê lêkolînê min raporek da wezîrê perwerdeyiyê. Wezîrê perwerdeyiyê giring nirxand û ji min daxwaz kir ku li ser van encaman piroseyeke semînaran bo hemû serperiştîyarên li bin desthelatîya îdareya Hewlêrê dest pê bikim. Min jî ev bi karekê baş zanî û bo demekî dirêj li Hewlêrê, Akirê, Duhokê; Amêdyê; Sêmêlê û li Zaxoyê li ser felsefeya perwedê û encamên vê lêkolînê semînar ji wan serpestîyar û berpirsênn perwerdeyî re pêşkeş kirin. Disan wezîrê perwerdeyiyê ji min xwest li ser van têgihanên nû û tecrûbeya min weke Mamoste li welatê Swêd karekî piraktîkî li Kurdistanê encam bidim û dibistaneke nû li ser sîsitema nû damezirînin Bi fermana wezîrê perwedê me dibistaneke (qutbxaneyeke) nû bi navê Qutabxana Nûhat li bajêrê Duhokê di ktoberê sala ê damezirand. Her ji pola yekê seretayî

heya gîmnasyê (Lîsê) şagirtên ko ji derivey welat vegera bûn li vê dibistanê hatin damezirandin. Me dixwast mêtodên nû û sîstemeke nû li vê dibistanê tecrube bikin. Bo demê sê salan min berPirsîyarîya vê dibistanê kir û Mamoste fêrî têgehan û mêtodên nû yên fêrkirin û perwerdekirinê kirin. Encama karên dibistanê weke pirtok li Başûrê Kurdistanê hatiye çapkirin û weşandin. Li demekê nêz wê bi pîtên latînî jî bêt belavkirin.

Haydar Diljen

Asîmilasyon yan jî pişaftina 85 salan birîneke kûr di derûnî û nasnameya kurdî de vekiriye. Rehên vê birîna reş heta gundan belav bûne. Vê birîna mêrat bawerîya Kurdan ya bi ziman û kurdbûna wan şikandiye. Ez behsa takekesan ya jî di nav bi dehan milyonan Kurdan de grûbeka elît nakim, ez behsa bi miljonan Kurdan dikim. Ji alîyekî ve dewlet çerxa asîmilasyonê ya hovane bi hemû hêz û dezgehên xwe dizivirîne ji alîyê din ve Kurd bi xwe bi rêya bikaranîna tirkî palpiştiya vê çerxê dikin û dibin hevşirîkên kuştina pêşeroja xwe ya kurdî. Binêrin, ez salê çend caran têm welêt. Carinan bi mehan carinan bi hefteyan dimînim. Li gelek cihan digerim. Bêyî hin gundan, ez hîn pêrgî zarokan nehatime ku bi hev re bi kurdî dipeyivin* û bi kurdî dilîzin. Min li kolanan kêm kesên ”bajarî”, bi taybet jin dîtine ku bi zarokên xwe re bi kurdî diaxifin. Ez pêrgî berber, qesab, karkerên aşxane/lokanta, rojnamefiroş, şofêr û mahwînên otobus û minîbusan, karmendên şaredarî û dewletê û yên din nehatime ku bi min re ya jî bi muşteriyên din re bi kurdî dest bi dîalogê bikin. Lê dema ku ez bi kurdî tiştekî ji wan diPirsim ya jî bersiva wan didim, ew jî bi kurdî dest bi axaftinê dikin. Tu dibêjî qey polîtîkaya asimlasyonê serê xelkê otomatîk li gor tirkî program kiriye. Pirs ew e ku em ê vê programkirina otomotîkî çawan xirab bikin? Lê ku min cilên/kincên kurdên gundî li xwe bikira, mimkun e, piranîya wan kesên ku min pîşeyên wan hejmartin dê bi kurdî bi min re deng bikirana. Ev tê çi wateyê? Ev encama serketina polîtîkaya ”kurd gundî ne, nezan in, zimanê

kurdî zimanê gundîyan e, lê tirkî zimanê bajariyan e. Ji bo ku mirov bibe tiştek divê mirov tirkî hîn bibe. ” Hele hele jineka ku cilên/kincên ”bajarî” wek ku li hemû welatan jinên ”bajarî” li xwe dikin, li xwe bike, kes pê re bi kurdî napeyive, ta ku ew bi xwe bersiva wan bi kurdî nede. Lê dema ku jinên weha bi kurdî dipeyivin jî yên li derdorê diheyirin. DiPirsin, ”hûn ji ku ne?” ku tu bêjî ez ji Amedê me, dibêjin ”na, kurdiya te ”degişik e.” Ango bawer nakin ku jineka amedî ya ”bajarîya normal” jî bi kurdî dipeyive. Rojekê ez û Sabîha em ji çarşiyê dihatin malê. Dema ku em ê biketana avahiya ku mala me tê de bû, ez ”tê de bû” dibêjim, ji ber ku me sê hefte berê mala xwe ji wir bar kir bir Dîcle Kentê, jineka amedî li ser derenceyên derve rûniştibû. Wisa dixuya ku karekî wê li IHD (Komela Mafên Mirovan) hebû. Wê demê mala me û IHD di heman avahiyê de bûn. Çawan ku jinikê bihîst ku em bi kurdî bi hev re dipeyivin, got ”çiqas xweş e, ku sosyeteyên wek we bi kurdî xeber didin.” Min û Sabîhayê me li hev mêze kir û wek ku em bêjin ”sosyete ku çi sosyete”. Helbet wê jinikê sosyete” di wateya bajarî de bi kar anî. Ew mînak nîşan dide ku li bajarên kurdan, bi taybetî keç û jiniên ”bajarî” yên ku bi kurdî dipeyivin pir hindik in. Loma yên ku dipeyivin bala gel dikşînin. Li Bakur, di warê nasnameya kurdî de, hişmendîyeke siyasî ya mezin çêbûye. Bi ya min ku ev hişmendî bi ziman û çanda kurdî neyê têkûzkirin dê mayinde nebe. Hema hema li her derê, xelk ji kesên ku, bi taybet bi zarokên ”bajarî” yên ku bi kurdî dipeyivin hez dike, lê Pirsgirêk ew e ku bi xwe napeyivin. Di qada siyasetê de rewş xirabtir e. Di xebata siyasî de zimanê kurdî pir hindik tê bikaranîn.. Di vê qadê de, ber bi paşiyê ve, hin pêşdeçûn hebin jî, karekterê pêvajoyê otoasîmilasyon e. Min di nîvîsa xwe ya berî vê de di xebatên DTPê de rewşa zimanê kurdî anîbû zimên. Loma ez naxwazim carek din dubare bikim. Yên ku wek Osman Baydemir û hin siyasetmedarên din cidiyeta vê meselê fêm kirine divê pirtir bin.

Di saziyên me yên çandî de jî rewş kêm-zêde eynî ye. Dema ku ez diçim serdana wan, bi min re bi kurdî, lê gelek ji wan bi hev re bi tirkî dipeyivin. Ez wê rojê li şaredariyeka me bûm. Şaredariyeka ku ji bo kurdî bedelên mezin dane. Du karmendên herî nêzî şaredar, li ba min, bi hev re bi tirkî, bi min re bi kurdî axifîn. Piştî hişyarkirina min, axaftina xwe zivirandin kurdî. Heman tişt li Navanda Çandê ya Dîcle û Firatê jî qewimî. Ez carinan xwe wek mufetîşê kurdî hîs dikim û pê nerehet dibim. Ev hemû mînak diyar dikin ku me ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij nekiriye. Gelo mirov çawan dizane ku mirov ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij kiriye ya na? Krîterên vê yekê çi ne? Min li gor serpêhatî û tecrubeyên xwe hin xal destnîşan kirine. Kesên ku li gor van xalan tevdigerin dikarin bi dilekî rehet û serbilîndî bêjin ku min xwe ji asîmilasyonê paqij kiriye ango şuştuye û ez bi nasnameya xwe ya kurdî dijîm. Ka werin em hemû xwe test bikin. Pîvanên xwe ji asîmilasyonê paqijkirinê 1. Ku mirov li seranserê Kurdistanê, li her derê, bi hemû Kurdan re bi kurdî (kurmancî ya zazakî) dipeyive. Wek mînak: di otobus, mînîbus, texsî, aşxane (loqente), otêl, qehwexane, market, sertraş (berber), terzî, dermanxane, maxaze, banqe, şaredarî, polîs jî têde hemû daîreyên dewletê, saziyên Kurdan, balafirgeh û hwd de. 2. Bi zarokên xwe re her dem û li her derê bi kurdî dipeyive 3. Îbadeta xwe bi kurdî dike, ango bi kurdî gazî xwedê dike, wek ”ya Rebî tu me ji xezeba vê dewletê star bikî, tu quwetê bidî xebatkarên azadiyê û hwd. 4. Navên kurdî li zarokên xwe dike 5. Ji zarokên xwe re pirtûk û CDyên kurdî dikire û ji wan re dixwîne

6. Zarokên xwe dişîne kursên ziman û çanda kurdî( muzîk, wêne, şano û hwd.) 7. Di telefon, MSN, SMS, Facebook de bi Kurdan re bi kurdî dipeyive ya jî dinivîse 8. Nimreya telefona xwe bi kurdî dibêje 9. Qîmetê dide hemû zarave û devokên kurdî. Tinazên xwe bi kurdîya kesî nake 10. Cesaret dide Kurdên ku hindik kurdî dizanin û wan teşwîkî peyivîna kurdî (kurmancî-zazakî) dike 11. Her roj rojnameya Azadiya Welat, an jî ku hebe, kovar ya jî rojnameyeke din ya ku xwerû bi kurdî ye dikire û hewl dide ku bixwîne 12. Dema ku di partî û saziyên Kkurdan de bi tirkî tê peyivîn pê nerehet bibe û vê nerehetiya xwe bi awayekî maqûl diyar dike. 13. Bes bi Tirkan û Kurdên ku ji ber sedemên cuda bi kurdî (kurmancî û zazakî) nizanin re bi tirkî dipeyive. 14. Bi kes yan jî heyetên biyanî re bi kurdî dipeyive, ku werger pêwîst be, ji kurdî bo zimanê biyanî, ji zimanê biyanî jî bo kurdî tê kirin. Her xal 10 pûan in. Li gor pûanan dê encamek û fikrek di derbarê bandora asimlasyonê ya li ser mirov derkeve holê. Ez hêvîdar im kesekî/a ku ji teknîka komputerê fêm dike van Pirsan bi pûanên wan program bike ku em daynin ser înternetê jî. Kesên ku van xalan di jiyana xwe ya rojane de tam bi cî tînin û 140 pûanan bigirin, ez ji we re ji %100 garantî didim ku xwe ji asîmilasyona zimanî û derûnî baqij kirine. Nasnameya kurdî di kûrahîya ruh û mêjîyê wan de hatiye nexşkirin. Bi pêşeroja jiyaneka kurdewarî bawer in û rêza wan hem ji wan bi xwe re hem jî ji ziman û çandên din re heye. Di jiyana rojane de bicihanîna van xalan ne zehmet e. Min û bi sedan hevalên din me ev xal ceribandine. Ev xal li Kurdistanê, nêzî

ji %100 bi cih tên. Ji bo ku mirov xwe ji asîmilasyona siyasî jî tam paqij bike divê mirov hem van xalan bi cî bîne hem jî li gor hêza xwe di nav hewldan ya jî tevgereke siyasî ya ji bo misogerkirina pêşeroja nasnameya kurdî de cih bigire. Ev cihgirtin dikare ji dengdanê heta berpirsiyariyeke siyasî ya mezintir bê guhertin. Hem xwedî ji nasnameya kurdî derketin hem jî dûvikê partiyên sîstemê bûyin bi hev re nabe. Li vir ez dixwazim pêşniyarekê bikim. Divê hemû komelên KURDÎ-DERê, TZPKurdî û saziyên din yên ku bi ziman û çanda kurdî ve mijûl dibin, li her bajar û bajarokî sertifîqa bidin kesên ku ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij kirine. Mumkun e, ev pêşniyar ji bo miletên din sosret be, lê ji bo rewşa Kurdan guncav e. Van sertifîqayan mirov dikare di roja cejna zimanê kurdî de belav bike. Tu tiştek wek ziman bandorê li ser man û nemana miletekî nake. Kesên ku dixwazin bi çand, ziman, dîrok û erdnîgariya xwe wek Kurdên serbilind bimînin û bijîn divê ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij bikin. Ev ziman yê me hemûyan e. Berpirsiyarîya parastin û pêşvebirina wî jî dikeve ser milê me hemûyan. Ez dizanim, çareseriya rastî ya parastin û pêşvebirina zimanê me (kurmancî û zazakî) ji zarokxaneyê heta zanîngehan perwerdeya bi kurdî ye. Heta ku em vî mafî bi dest bixînin, werin em her yek bibin çalakvanê parastin û pêşvebirina zimanê xwe. Li Bakurê Kurdistanê nexşeya esasî ya çareserîya Pirsa perwerdeya kurdî: Pirsa zimanê kurdî ya sereke Pirsa qedexebûna perwerdeya di dibistanan de ye. Heta ku ev Pirs çareser nebe û ji pêşdibistanê heta zanîngehê kurdî neyê xwendin dê kurdî pêş nekeve. Ev çend sal in ku ez ji nêz ve Pirsên perwerdeya kurdî dişopînim. Ez ji nêz ve beşdarê xebata TZPKurdî jî dibim. Girêdan û hezkirineke min e teybet ji bo vê tevgerê û çalakvanên

wê heye. Ez heta niha başdarê hin civîn û konferansên wê jî bûme. Wek mînak ez beşdarê konferansa yekem bûm. Asta amadekirin û nîqaşên konferansê gelek bilind bû. Di konferansê de êdî kesî girîngî û pêwîstîya zimanê zikmakî nîqaş nedikir. Di wê de, nîqaş li ser “mirov çawa dikare sîstemeke nûjen a ji bo perwerdeya kurdî biafirîne” dihat kirin. Piraniyeke mezin a beşdaran û hemû kesên ku mijar pêşkêş dikirin xwedî formasyoneke pedagojîk ya gelek bilind bûn û ji kodên hevûdu fêm dikirin. Mirov dikare bêje ev konferans ne tenê konferanseke axafinê ya plankirin û bicîhanîna xebatên nû yên parastin û pêşvebirina zimanê me bû. Di vê wateyê de ev konferans konferanseke dîrokî bû. Pîştî wê konferansê, çend civîn û konferansnên din jî hatin lidarxistin û kampanyayê dest pê kir. Min di wexta xwe de kursên kurdî yên Amed, Batman û Ruhayê jî zîyaret kirin û bi şagird, mamoste û rêvebirên wan re peyivîm. Li Enqerê jî beşdarî sempozyuma EGITIM SENê bûm û min dîtinên xwe anîn zimên. Piştî vê şopanndina nêzîk ya li welêt ya vê Pirsê ku mirov bi çavên pedagogekî li vê Pirsê binêre, divê ev xalên li jêrê bi cih bên. Ku nebe, tu Pirseke zimanê kurdî çareser nabe. Hele hele bi demagojiyên AKP qet çareser nabe. Ev pêşnîyarên min yên nexşeya rêya çareserîya Pirsa perwerdeya kurdî : • Divê di qanûna esasî û hemû qanûnên din de, madeyên ku kurdî qedexe dikin, bên betalkirin. Ji zarokxaneyê heta zanîngehan hemû astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin. • Divê zimanê kurdî, di herêmên ku kurdîaxêf di piranîyê de ne, bibe zimanê yekem. Di herêmên din de bibe zimanê duyem. •. Divê perwerdeya kurdî, ne bi awayê kursên taybetî, lê perçeyek ji sîstema perwerdeyiyê ya giştî be û di bin berpirsîyarîya şaredarîyan de be.

• Divê hemû mesrefên perwerdeya zimanê zikmakî ji butçeya dewletê bên dayin. • Ji bo gihandina mamosteyan û amadekirina materyalên perwerdeya zimanê zikmakî, ji nûnerên Wezareta Perwerdeyiyê, nûnerên Kurdî-Derê, Nînerên Enstîtuyên kurdî, EGITIM SENê û pisporên din yên ku bi vê Pirsê ve mijûl dibin komusyonek bê avakirin. • Hemû karmendên ku li vê cografyayê kar dikin, çi yên şaredarîyan çi jî yên dewletê, divê kurdî bizanibin. Yên ku nizanin, divê neyên tayinkirin. • Biryara ku Meclîsa Şaredariya Sûrê girtibû, divê hemû Şaredariyên DTPê bigirin û di pratîkê de bi cih bînin. • Hemû anonsên ku li balafir û balafirgehan tên kirin, divê ji niha de, bi tirkî, kurdî û îngilizî bin. Di warê zanyarîyên pedagojîya kurdî de li Swêdê hebûneke 30 salan heye. Bi qasî 200 mamosteyên kurdî li wir kar dikin. Gelek pirtûk û materyalên dersê hene. Ji bo avakirina sîstemeke perwerdeya kurdî ya demokratîk mirov dikare ji vê hebûnê sûdê wergire. Lê hebûn û kompentensa ku li welêt heye di her warî de ji ya Swêdê û welatên Ewropayê yên din pêşdetir e. Divê di warê perwerdeya kurdî de hesab li ser wan kadroyên welêt bê kirin. Di vî warî de Enstîtuya Stenbolê, Kurdî-Der û TZPKurdî xebatên gelek hêja dikin. Ez jî bi hemû hêza xwe piştgiriya wan dikim. *Peyivîn: xeber dan, axaftin, qise kirin, şor kirin, mijûl bûn, qezî kirin, ştexilîn, deng kirin, gilî kirin Têbinî: Ev nivîs di rojnameya Azadiya Welat de hatiye weşandin.

Zeynelabidîn Zinar

Pirs 1: Jidayikbûna Komara Turkiye dibe darbeyeke mezin û kuşinde ji awura perwerdeya bi zimanê kurdî û her tiştê bêhna kurd û Kurdistanê ji wan tê. Dewletneteweya tirk, nasyonalîst û antîkurd, sal bi sal zewrên li ziman û kultura kurdî badide, destên di qirika Kurdan de dişidîne û êdî qonaxa helî dijkurd, ne li xêra Kurdan û jiserxweçûyî dikeve rê, dide çargavan. Hûn karin ji me re hinekî konkiretir û bi detaytir behsa vê qonaxê bikin? Bersiv 1: Ji xwe diyar e dema Mistefa Kemal rûniştina pêşî ya Perlemana xwe daye kirin û tê de axaftina pêşî kiriye, gotiye ku ”ev dewlet ya Kurd û Tirkan e.” Lê piştî ku her tiştî xist binê kontrola xwe, lingê aşê li Kurdan hildaye û her tiştî haşa û mandela kiriye. Şoreşa 1925an ji ber wê yekê derketiye. Îcar piştî ku Mistefa Kemalê Makedonê hemû deverên girîng yên dewletê xistine binê destên xwe û hevalbendên xwe yên ji Balkanan, îcar avakirina dewletê li ser sê xîman xonaye: Yekmiletî, Yekdewletî û Yekzimanî. Herweha heşaftin û pişaftina li ser Kurdan û li ser hin xelkên din ên li Anatoliyayê jî bi plan û proje hatine domandin. Ji vê zêdetir, ji xeyn navê gund û bajaran ên bi kurdî, navê hemû deverên Bakûrê Kurdistanê jî dane guhertin û navine bi tirkî lê kirine. Paşnavên hemû Kurdan bi tirkî hatine nivîsandin, piraniya wan peyvikên nijadperestîya tirkî li wan li Kurdan kirine. Kurd wisa bê şexsiyet hatin kirin ku êdî ew bi zimanê xwe nepeyivîne. Kurdan xwe ji cendirme û bekçiyan re, ji kar51

mend û vebuhtiyên dewletê re, pir kêm dîtiye û ji Tirkan re peyvikên rêzgirtinê pêşkêş kirine. Pirs 2: Di encama vê siyasetê de, siyaseta bi pilan û bi program asimîlekirina kurdan û hejmarek êrîşên xwênawî li dijê kurdan, bi sedan rewşenbîr û welatparêzên kurd ji Perçê Bakûr derdikevin. Xebatên perwerdeyîya bi kurdî û bi kurmancî jî bi vê derketin û koçberiyê re dadikeve Başûrê Rojava, bi gotineke din binya xetê. Bipêşxistina zimanê perwerdeya bi kurdî li ser bingeha alfabeya bi latînî û amadekirina alfabeya kurdî jî di vê qonaxê de çavên xwe vedike. Rewşenbîr, perwerdekar û alimên Kurd li dora 57 hejmarên Hawarê kom dibin û bi vî awayî bingeha perwerdeya siberojê datînin. Çarçeweyên perwerdeya siberojê, îmkanên wê, form û naveroka wê têne diyarkirin. Kurs hatin vekirin, buroşur û kitêbok hatin çapkirin, alfabe û pirtûkên dersê hatin amadekirin. Vê seferberiya perwerdeyiyê heta dawiya Şerê Cîhanî yê duhem dewam kir. Navçeyên vê pêlê Sûriye û Libnan û pêşengên wê jî herdû birayên Bedirxanî Celadet û Kamûran û nivîskarên Hawar û Ronahî Osman Sebrî, Qedrîcan, Reşîdê Kurd, Hesen Hişyar, zarwên Mala Cemîl Paşa û hwd din bûn. Em dikarin ji xebatên Kamûran Bedirxan çend nimûneyan destnîşan bikin wek: Elfabeya Min 1938 Şam, Langue Kurde 1953 Paris û Destpêka Xwendinê 1971 Parîs. Ji bo vê qonaxê tiştekî hûn zêde bikin? Bersiv 2: Zêdekirina li vê qonaxê, ev e ku ev qonax bûye rêber ji bo Kurdan û dîsa her li derve Kurdan li şopa wan domandiye û wek navenda çandî Swêdê hilbijartine. Lewre ev welat ji bo çanda kurdî bûye warê sêyemîn, çewa ku niha ev nivşên li jiyanê yên Ewrûpayê bi xwe jî dibînin. Pirs 3: Li Kurdistanê bi şêweyeke giştî bi kêmanî ji avabûna dewletneteweyên deshelatdar li Kurdistanê û bi vir de, heger em Başûrê Kurdistana salên dawî li aliyekî awarte bikin, perwerdeya heye di bin kontirol

û çavdêriya dewletên dagîrker de û li gora program û şemaya ew datînin birêve diçe, li dar dikeve. Belê demeke kurt û bi rengê ne saleke temam jî be di dema damezrandina Komara Mahabad de mefer û bêhnikeke Kurd perwerdeya xwe bi xwe birêve bibin bi dest dixin. Û em zanin ku Wezareta Perwerdekariyê yek ji wezaretên bingehîn e ku Wezîrê wê jî hêja Menaf Kerîm e. Em di çend gotinan de ji bo vê demê jî dîtinên we bigrin, da ku kêmanî û qusûrên di tabloya me de kêmtir bibin. Bersiv 3: Çi xwendina ji bo perwerdehiyê ger ne bi zimanê mirov yê nijadî be, bi taybetî ji bo zarokan, seqetiyeke mezin derdikeve holê. Mînaka vê, em dikarin li xwe, em nivşên ji Bakûr dibînin ku heta niha jî giraniya ferhenga di mejiyê me de tirkî ye û niqaş û dehkereyên me yên siyasî jî bi tirkî ne. Lewra eger mirov xwendina destpêkê ne bi zimanê xwe kiribe, bingeha zanîna mirov ne li ser xîmê mirov ê nijadî ava dibe. Ew avadaniya ku ne ya mirov be jî, mirov tê de nikare serkeftinê jî bibîne. Lê eger perwerdehiya pêşî bi zimanê mirov bûbe, hingê mirov dikare dakeve kûrahiya dîrokê û bi hêsanî reha xwe ya nijadî bibîne. Wek mînak: Min çend kes dîtine ku di 1946an de li Mehabadê pênc-şeş meh bi kurdî xwedine. Ew zarokên ku ji wê dibistanê derketine, hemû bûne serwerê bizava azadiya Neteweyê Kurd. Ya duyem jî, ji 1938an ve dema zarokên Kurd li Îraqê bi kurdî xwendine, şexsiyeteke kurdewarî wergirtine û hin kes çendî ku li aliyê rejîma Be´s ve hatine xuyakirin jî, lê dema ku derfeta wan çêbûye, şeqama mezin li rejîmê xistine. Ez bi kurtî dikarim weha bibêjim: Kesê ku ji destpêkê bi zimanê xwe perwerde bûbe, ew ji bo neteweyê xwe wek sifra xwarinê a raxistî ye. Lê kesê ku bi zimanê dijberekî xwe perwerde bûne, ew materyalên çêkirina xwarinê ye; eger xebat li serê çêbibe zû digehîje, yanena perçeyên wî hev ranagirin. Pirs 4: Em derbasî Bakurê Welat bibin. Siyaseta tirkandina kurdan bi damezrandina Komara Turk re ber bi salên piştre de giş sînorên girêdayê mafên mirovan

derbas dikin, Di dîroka siyaseta asimîlekirina Kurdan de salên 1960 î ji bo kultura tirkî bide zarokên Kurd, wan fêrî tirkî bikin û kurdî bi wan bidin jibîra kirin, kurdî di çav wan de biçûk bixin, wan têxin bin kontroleke asê, têkiliya zarokên kurd bi malbatên wan re bibirin, dewlet dibistanên mecanî vedike. Mîna ku yên din ne bes bin, ev jî tê wateya bilezkirin û zewirandina çerxa asimîlasyonê. Sala 1977 an hejmara van dibistanan li Kurdistanê derkete 77 an. Di van dibistanan de 29.940 şagirtan perwerde dîtiye.Van dibistanên ku bi mehan zarok ji dê û bavê wan diqetandin, li ba wan bi dehan gengeşiyên rûhî çêkirine. Zarok biyaniyên gund û dormedora xwe kirine û di nav zarokan û malbatên wan de dijberiyeke kulturî çêkirine.(Rohat Alakom, heman berhem). Mebest tirkandin, asimîlekirin û biyanîkirina ji gelê xwe, qozkîkirina kesayetiya zarokên kurd û kirina wan bû. Ji zarokan çêkirina eskerên li dijê esil û welatê xwe ye.dewlet di vê siyaseta xwe de çendî bi ser ket? Bersiv 4: Dewleta Tirk, di vê kiryara xwe ya heşifandin û pişaftina zarokên Kurdan de, bi demekurtekê serkeftin bi dest nexistiye. Ji ber van sedeman: Yek, ji ber ku germiyeke zêde di nava xelkê Kurd de heye, endamekî malbatê bibe çi jî, ew nikare bi temamî xwe ji malbata xwe biqetîne. Ya duyemîn û girîng jî ev e ku welatparêziya kurdî tu carê bêdeng nemaye û her tim dengê xwe bilind kiriye, ew deng ketiye kerrika guhê her kesî û hişyarî pê çêbûye. Ya sisiyan jî, derfeta dewletê nebû ku xwezaya Bakûrê Kurdistanê bi giştî têxe binê çavdêriya xwe. Min di dawiya salên 60î de li herêma Serhedê hin gundên çiya dîtine ku ji xwe gundiyan nizanibû ku dewleta Tirk çi ye. Yanî ew projeya dewleta Tirk a li ser sê nigan ku Yekdewlet, Yekmilet û Yekziman bû, serkeftî nayê pejirandin. Ji xwe piştî ku dewletê vî kanalê TRT 6ê ku vekir, wê bi destê xwe lingê Yekzimanî birrî. Bi gotina ku Silêman Demirel gotiye ”Em realîteya Kurd qebûl dikin” jî, lingê diduyan hatiye birrîn. Niha Dewlet li ser lingekî maye ku ew jî Yekdewletî ye.

Pirs5: Ji lêkolînên Rohat Alakom û hinek berhemên din em serwext dibin ku saziya TOB-DERê ango Komela Yekîtiya Mamosteyên Tirkiye sala 1978 an di “ Civaka Perwerdeya Demokratîk” de li ser pêwistiya perwerdeya zarokên Kurd bi zimanê kurdî disekine û dike biryar. Hûn qet bûn endamê TOB-Derê, heger erê roleke mamosteyên Kurd heye di derketina vê biryarê de? Hayê we çendî heye ji vê biryarê , di derbara wê de tiştekî zêde ku hûn ji xwendevanên me re bêjin heye? Bersiv 5: Ez bi xwe nebûme endamê TOB-DERê , lê gelek kesên endamên wê heval û dostên min hebûn. Di wê saziyê de giraniyeke Kurdan hebû. Ji vê zêdetir pir kesayetiyên Kurd ên siyasî û xwedîşexsiyet, piştgiriya endamên TOPDERê yên Kurd dikirin û hertim alîkariya wan a ramanî dikirin. Ez bi xwe jî pir caran çûme komela TOB-DERê û beşdarî civîn û nîqaşên wan dibûm. Em çend heval jî, bi serkêşiya min û Mele Hesenê Mişarî, me li Batmanê MEMDER (Komela Memûran) vekiriye û têkiliya me bi piraniya saziyên fermî û binerd re yên çepgîr, xasma Partiya Komunîst a Tirkiyê re çêbûye û me dîtinên xwe derheqê xwedina bi zimanê kurdî pêşkêşê wan kiriye. Di salên 1974-75 heta 77an jî, Partiya Demokrat a Kurdistanê-T, di mesela xwendina bi zimanê kurdî de, destek daye me û xebata me berdewam bûye. Pirs 6: Yek ji wan tirkên timamê jiyana xwe di ber Kurdan û mafê wan de buhurand jî mirovhezê mezin Ismeil Beşikçi ye. Ismeil Beşikçî ji Yekîtiya Netewyan re li ser perwerdeya Tirkiye sala 1981 ê nameyek dirêj şand û di vê nameyê de rexneyên biheq li sîstemê perwerdeya asimîlekar girtin. Her wuha Beşîkçî, qedexeyîya ziman çendî û ji ber çi bi siyaseta kulturî ya UNESCO re dijber e, bandêra wê li ser kesayetî û cîhana zîhnî û derûnî ya zarokên kurdan çawa dibe, digre dest. Kampanyak li der û dora nameyekê wek ya Beşîkçî û careke din bi awayekî xwurt û bi hezaran

îmze hewleke nekişandina bala heman saziya UNESCO wê bandêrekê neke? Bersiv 6: Helbet wê bike. Ez bawer dikim ku êdî mesela xwendina bi zimanê kurdî êdî ji UNESCOyê derbas bûye. Îro bi xwe jî eger Kurd bixwazin dikarin bi zimanê xwe bixwînin. Ez roja 10 06 2009, li ser daxwaza doçentekî çûm serdana Zanêngeha Artugê ya Mêrdînê û min hevdîtin bi Profesor Dr. Serdar Ilhan re jî kir, em li ser haziriya wan a ji bo vekirina beşa kurdî ya di Zanîngehê de peyivîn. Wan hin dîtin û ramanên min wergirtin û daxwaz kirin ku di pêş de ez di mesela klasîkên kurdî û folklora kurdî de alîkariya wan bikim. Li gor ku ji min re hate gotin, ji niha ve gelek cuwanên Kurd daxwaname dane ku ew dixwazin li wirê beşa kurdî bixwînin. Pirs 7: Dîroka pirtûkên dersê jî têra xwe kevin e. Perwerde bi pirtûkên dersê dikeve qonaxeke bikêr û bi temamî cihê ji qonaxên berî xwe. Pirtûk bi giştî di cîhana însên de û bi taybetî di ya ders û dersdariyê de şoreşek e. Em çavekî jî ji vî alî bavêjin rêwîtiya xwe û hedefa em di pey de. Pirsa me dualî, duparsuwî ye: ya yekê li ser dîroka kitêbên dersê em agehdariyeke kurt dixwazin û ya duhem jî em ji bo miqayeseyeke ku nivîskarê navdar Mark Twains di nav zîndan û dibistanan de, dike, dîtinên we bigrin. Nivîskarê binavkirî wuha dibêje: “ferqa di nav dibistan û zîndanan de ev e ku li zîndanan kes mirov naçarê xwendina kitêbên xerab nake.” Diyare hêja Twains ne dijminê dibistan û kitêban e, belê bi van gotinên giran dixwaze bala xwendevanan bikşîne ser giringiya pirtûkên dersê. Mebest li vir kitêb çawa bêne amadekirin û nivîsandin ku bala şagirtan bikşînin, hezkirina beramber xwendinê çêbikin, mirov xwendinê sor bikin û di vî temenê bingehîn de têkiliyeke baş û tendurustiyane bi pirtûkan re çêbike. Baş e ji bo ku mirov ji bo pirtûkeke dersê bikaribe bêje baş e, çi tê xwestin, gerek çi û ne çi bicîh hatibin anîn ?

Bersiv 7: Gotina nivîskarê navdar rêzdar Mark Twains, ne ji bo vê dema niha ye ku dewletên kolonyalîst û nijadperest hene. 1980-86 xwendin û perwerdehiya ku di Zîndana Amedê de li ser Kurdên girtî didane meşandin, Naziyên Almanyayê jî li ser dijberên xwe nedane kirin. Ez dibêjim li tu welatekî dinyayê ew xwînxwariya li Girtîgeha Amedê ku dibû, nehatiye dîtin. Lê dîroka pirtûkên dersê çendî ku pir kevn e jî, erê pirtûk di dem û dewran de li gor merc û rewşa demê rengê xwe didin guhartin. Ji vê zêdetir li her welatekî, li gor bi pêşketin û lipaşmayîna wan, pirtûkên dersê jî cuda ne. Welatekî mîna Swêdê ku jê re ”Dewleta Refahê” tê gotin, pirtûkên dersê bêguman hem bi qalîte û hem bi naveroka xwe birêkûpêk in. Lê li welatekî mina Ermenistan, Efganistan û Begladeş û hwd. Pirtûkên dersê wêsa bê serûber in ku xwendina wan pir zehmet e. Ev rastî li diyarî çavan e ku her rojeke dibihure, afirandinek nû derdikeve holê. Ew tiştên ku derdikevin holê jî, bêguman divê têkevin nava pirtûkên dersa zarokan. Nexwe lazim e her sê-çar û pênb salan carekê, pirtûkên dersê jî werin sererastkirin, li welatên Ewrûpayê wisa dibin jî. Lê li welatên dinya duyem pir dereng, li welatên dinya sêyem jî hîn derengtir pirtûkên dersê têne guhartin. Ji xwe li welatên Ereban, her sîstemek bi xwe pirtûkên dersê amade dike û heta ku ew hebe, ew pirtûk jî dê her bêtin xwendin. Pirs 8: Li gora pispor û şarezayên perwerdeyiyê û bi taybetî zanayên welatên bindest, dibistana ku zimanê cıvata di nav de ye bikarnayîne nabe parçeyek ji wê civatê, tim dimîne mîna pîneyeke biyanî Ji vê awurê heger em perwerdeya dewleta tirk li Kurdistanê binirxînin gelo em dê bighin encamên çawa? Li vir divê mirov rewşa mamosteyê ku romanivîsê tirkiyeyî Ferit Edgu di romana “ O “ (Ew) de digre dest û piştre bi navê “li Heqariyê Demsalek” dibe filîmek bibîr bîne. Roman yek ji nimûneyên helî biîsabet e, li ser dijwarî aloziyên komunîkasyona di nav mamostê Tirk û zarokên Kurd ku bi tirkî nizanin.

Bersiv 8: Heta ku Kurd perwerdeya dewleta Tirk li Kurdistanê binirxînin, ew înkar û haşatiya ziman û çanda xwe dikin, ew ji koka xwe dûr dibin û dibin biyaniyê nijada xwe. Li Bakûrê Kurdistanê piraniya mamosteyên ku dersa zarokên Kurdan didin jî, bi xwe Kurd in. Ji vê zêdetir, çendî ku niha statîstîk di destên me de tune, lê piraniya mamosteyên Dewleta Tirk, Kurd in û van Kurdan jî di zanîngehan de xwendina Edebiyata Tirkî xwendiye. Ev yeka han jî ne rastlêhatin û ne jî çarenûsa wan e; ev yek bi xwe jî projeyeke heşifandina Kurdan bi destê Kurdan e. Lê mamosteyên ku hîç bi kurdî nizanin û zarokên Kurd ku hîç bi tirkî nizanin, zehmetiyeke pir mezin di navbera wan de rûdide. Yanî wisa zehmetî çêdibe ku zarokên Kurd heta pênc salên dibistanê diqedînin jî, hêj nû fêrî axaftina bi zimanê tirkî dibin. Dema ew diçin dibistana navîn, îcar ji hevalên xwe kêm dimînin. Ev yek jî dibe sedemê ku ew zarok dev ji xwendinê berdidin. Yan eger li xwendinê bidomînin jî, serkeftî nabin û bawernameyeke wisa kêmpuwan werdigirin ku bi kêrê tiştekî nayê. Mînakên vê yekê, pir hene. hêja ye ku rewşenbîrên Kurd li ser vê meselê lêkolîneke taybet bikin. Pirs 9: Her zarok xwediyê nav û nasnameyekê ye. Ev mafeke serekî û stûnane ye. Di lîsteya mafê mirovan de ji xalên ewil û serlîsteyî ye. Ziman, zayend, rîşeyên etnîkî, rewş û poziyonên siyasî û olî çawa dibin bila bibin ev maf nabe ji kesekî/ê bê stendin, dibêjin peymanên navneteweyî û girêdayê mafê mirovan. Ji awura vî mafî em çavekî bavêjin perwerdekariya dewleta tirk li kurdistanê. Zarokên Kurd ji ber nav, ziman û nasnameya xwe heqaretê dibînin, têne mehkemekirin, heta şkencekirin û cezakirin. Zarokên navên xwe ji dê û bavên xwe girtine, zimanê ji malbatên xwe fêrbûne, dema wuha bi bêhurmetî û înkareke nedîtî, nebihîstî û bêbav re têne himber hev, têne qedexekirin, gelo şopên çawa di dil û mêjiyê wuha rexil û nazik de çêdike. Ev serobinhevkirina heralî, hilweşadina giş bingehê pêşdibistanî, bandoreke çawa li ser psîko58

lojiya sebiyên biçûk dike, li ba zarokê nabe faktorekî şerm û hêrsê, şika ji nav û nasnameya xwe, faktorê xwekêmdîtinê û kirîzeke ku bi dirêjaya temen dibe hevalcêwiyê jiyanê ?Bi gotin in din, zarok şaş namîne, nacefile, dest û pê lê lihenagere, bêhizûr û nerehet nabe? Bersiv 9: Bersiva vê Pirsê, pir giran û dirêj e. Lê ez ê bi kurtî bidim: Çi zaroka ku ne bi zimanê xwe dest bi dibistanê bike, xwe di dinyayeke biyanî de dihesibîne. Mesela: 1. Zarokên Kurdan dema dest bi dibistana tirkî dikin, heta çar-pênc salan jî, bi zor fêrê zimanê tirkî dibin. Îcar ew bikin û nekin, nikarin xwe di zanînê de bingehînin sawiya zarokên Tirkan. 2. Zarokên Kurdan dema fêrê tirkî dibin jî, hertim sawa ku ew di xeberdanê de xelet nepeyivin, digirin û xwe ji pir tiştan bi şûnde vedikişînin. 3. Zarokên Kurdan di zemanê xwendina xwe de tu car pêrgê dilovanîya mamoste û karbidestên xwendingehan nabin. Ev yek jî tîneke xirab ya rûhî li wan dike. 4. Zarêkên Kurdan, hertim tavila ku xwendina xwe biqedîne jî, sûdeke aborî jê nabîne dikêşe. 5. Zarokên Kurdan dema xwendina xwe ya zanîngehê diqedînin jî, eger dewleta Tirk karekî bide wan jî, karekî ji sawiya xwendina wan kêmtir dide. Ew jî, ji ber naçariyê qebûl dikin û dişixulin. Ev xalên ku li jorê hatin gotin û gelekên wisa, ciwanên Kurdan dixin metirsiyeke bêpergal ku bêserobiniyek di hemû jiyana wan de diafirîne. Pirs 10: Pirsgirêk ne yek û dudo ne. Programê perwerdeyiyê bi xwe jî derdek e, xefk û kabûseke din e. Ev program bi xwe jî ji xeynî ku bi zimanekî biyanî ye û ji aliyê dersdarên ku ji mamosteyan zêdetir cerdevanên bi qerewat in, dilkevir, bêmirwet û bêwîj59

dan in, berdevk û paleyên çerx û aşê asimîlasyonê ne, ne dilovan û milîtarîstin têne birêvebirin, em înkara kurdan li aliyekî bihêlin, gelên cîran jî bi awe û sifatên neyarane û alîgir binav dikin, pişta xwe didin teoriyên ergenekonî , paşverû, fanatîk û ji awura înformatîv ve ne objektîf, neli xêra aştî, wekhevî û jiyana bi hev re, bi serê xwe jî Pirsgirêkeke din e. Em bêhnikekê jî li ser felsefe û stratejiya li pey program biponijin, wê ne pêwist be? Bersiv 10: Eger bersiva vê Pirsê, siyasetmedarên Kurd bidin, çêtir e. Pirs 11: Ev çend dehsal in li Kurdistanê bi taybetî li bakur şer e. 24 saetan tank û top di nav çavên şêniyên Kurd de ne. Gelek ji dibistanên li Kurdistanê ji aliyên hêzên dewletê mîna baregehên leşkerî û îşkencexaneyan hatin bikaranîn. Rez, bexçe, dar û daristanên welêt hatin şewitandin. Dê û bavên bi hezaran zarok hatin kuştin, bi dehhezaran zarok sêwî man. Dest û serên zarokan hatin şikenandin û perçiqandin. Milyonên Kurdan tevî zarokên xwe revîrevî ji ax û erda xwe, ji îş û karên xwe qetiyan, bûne penaber û koçber, bi riyan de, li xerîbiyê di nav şert û mercên aboriyek e xerab û netendurustiyane de noq û xerq bûn, gelek ji wan têr nan naxwin, pirtûk, pênûs û defterên xwe nikarin bikirin. Çendî hayê raya giştî heye ji rewşa van zarokan, ji dijwariyên ew di nav de ne ? Mamosteyên me, Yekîtiyên Mamosteyên me, sazî û rêxistinên me ji awura serwextkirina raya giştî çi karin bikin, tiştekî mirov bike tune gelo? Bersiv 11: Eger dengê Kurdan here hevûdu û li hev guhdarî bikin, pir tiştên ji zarokên xwe re bikin hene. Lê mixabin sed car mixabin, rêxistinayetiyê, pişka kurdperwerayetiyê şikandiye. Bi gotina ku tu ji rêxistina min jî, tu bira yî. Lê bi vajiyê wê herwekî biyaniyan, kes têkiliya xwe bi zarokên Kurdan çênake û xemxuriyekê bo wan naxwo. Jiyana van 25-30 salên dawiyê, pir tişt bi me daye fêmkirin. Lê ez hêvîdar im ku

hemû bîrewer û rewşenbîrên Kurd, berPirsyartiya xwe bi cih bînin û destên biratiyê bidin hev, ji bo nivşên pêşerojê tiştine hêja bikin û bingeheke sererast biafirînin. Wê hingê dê pir tiştên qenc derkevin holê û ji bo nivşên pêşerojê hoçkên girîng ava bibin. Bi avabûnê re dê saziyên perwerdeyî li gor çand û toreya nijadî derkevin holê. Pirs 12: Li Turkiye hê zimanê kurdî qedexe ye, kurd divê çi bikin da ku zimanê xwe wunda nekin û bidin cîl û nifşên bi dû xwe de, heta zimanê xwe xwurtir û bihêztir bikin? Bersiv 12: Çi miletê ku zarokên wî bi zimanê xwe nepeyivin, pêşeroja wî miletî tarî ye. Lê mixabin Kurdên Bakûr pareke mezin ji vê tarîtiyê wergirtine û xwe di navê de nixro kirine. Tedbîra vê yekê di radeya yekemîn de, ev e ku her kes bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive û çîrok û meselok û pêkenokên Folklora Kurdî ji wan re bêje. Herweha divê dê û bav Klasîkên Kurdî jî bi zarokên xwe bidin naskirin û jiyana kesên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û hwd ji wan re bêjin. Lerwa çi zaroka ku koka xwe nenase, ew bi pêşeroja xwe jî ne bawer e.

Zeynelabidîn Zinar

Pirs1: perwerde li Kurdistanê wê gelekî kevin be û dema gotin tê ser dîroka perwerdeyiyê li Kurdistanê, medrese tên bîra mirov. Heger em çavekî bavêjin dîroka medresên li welatê xwe di vê derbarê de em navê çend lêkolîner û lêkolînan ji we bixwazin hûn dê çi bêjin ji xwendevanên me re? Bersiv 1: Rast e ku perwerdeya li Kurdistanê pir kev e. Li gor hin çavkaniyan, perwerdeya Medresê di dawiya Sedsala Deh û serê Sedsala Yazdehan de dest pê kiriye. Kesên pir mezin ku mora xwe li dîrokê xistine ji Medreseya Kurdî derçûne. Eger em çavekî bavêjin dîroka Medreseya Kurdî di vê derbarê de em navê gelek dîroknasên Ewrûpî, Rûs, Ereb, Osmanî, Tirk û yên Kurd dibînin kul i ser Medresê lêkolîn kirine. Wek mînak: Aleksander Jaba, xanima hêja kurdolog Margeret Rudankov, Martin Van Bruksenê Holandi, C. Loqê Almanî, Ibn Weşîyê Ereb, Ewliya Çelebîyê Osmanî, Ismail Beşikçî, Belîc Şêrko, M. Emîn Zekî, Elaedîn Secadî, Mele Mehmûd Beyazîdî, Heyder Omer, Jîr Dilovan, Konê Reş, Qahir Bateyî û nivîskarê van rêzan Zeynelabidîn Zinar. Pirs 2: Rastiyeke din jî heye ku dema lîsteya medreseyên li Kurdistanê dibe dabaş ji nav giş navan naveke ewil berşefeq dibe, bi dengê bilind û bêdudilî tê gotin, Medresa Sor e. çi ne ew xweserî û serdestiyên vê medresê derdixin asta herî jor û serê lîsteya medresan?

Bersiv 2: Ji ber ku Cizîra Botan ji berê ve wargeheke zanist û zanînê bûye, gelek medreseyên ku perwerdehiyeke rind dane domandin li wirê hebûne. Mesela Smaîl Cizîrî di 1136an de li Cizîra Botanê hatiye dinyayê û Medreseya Kurdî xwendiye. Herweha ji ber ku gora Nûh Pêxemberê Kurd ku bavê duyemîn ji bo mirovan tê hesibandin, li Cizîrê ye, gora Mîr Evdal, Gora Mem Û Zîn, Burca Belek ku xanedaneke pir mezin bûye jî li wirê ye. Ji xwe Melayê Cizîrî û diwana wî, taca bajarê Cizîra Botanê balatir û menşûrtir kirine. Mizgefta Mîrekan jî li Cizîra Botan bi navûdeng e, tê gotin ku ev mizgeft, taybet ji bo mîrekên Azîzan hatiye ava kirin. Mizgefta Mezin, Mizgefta Mishefa Reş û Medreseya Sor. Medreseya Sor, li Cizîra Botan cihekî dîrokî û kevnare ye, ji alîyê Emîr Şerefê duyem ve hatîye avakirin. Emîr Şeref kurê Emîr Bedreddîn, Bedredîn jî kurê Emîr Şerefê yekem e, ev jî kurê Emir Elî Beg, Elî jî kurê Mecduddîn e. Li gor hin çavkaniyan, dibêjin ku Avahîya Medreseya Sor bi mîmarîya xwe ji cûreyên medreseyên hewşvekirî ye. Medreseya Sor li ser sûrê, bi kerpîçên sor ên piçûk hatîye avakirin. Ji ber hindê jê re “Medreseya Sor” hatîye gotin. Pêşîya derîyê wê yê ji derve 4 derencokên bi kevir hatine çêkirin. Medrese ji alîyê rojhilatî ve 18.95 metre ji erdê bilind e, bintara wê jî 1.10 metre ji erdê bilind hatîye danîn. Alîyê wê yê başûr bi 3 eywanan û mizgefta medresê jî di vê beşê de ye. Gora mele Ehmedê Cizîrî li alîyê Rojhilat yê mizgeftê ye. Li alîyê medresê yê bakûr 3 eywan hene, ya alîyê çepê 3.45 x 46 metre, ya nêvî jî 5.19 metre vekirî ye. Ew eywanên ku digîjin hewşê, goşeyê hemîyan 10-13 cm. bi çal û mirtik in. Ji eywana nêvî ji bo çûyîna herdû eywanên teniştê derîyên bi 1.33 metre û serdera wan jî bi qûbbe ye. Eywana alîyê rastê di rastê wê de derîyek 0.93 metre fireh heye, pêşderîyek 2.44x2.45 metre û serbanê wê qûbe hatîye çêkirin. Herweha mîhraba wê ya zivistanê jî heye Pirs 3: Li gora dîtinekê çand, ziman û wêjeya kurdan bi saya xwendin û perwerdeya li medreseyan hatiye

parastin û geşkirin, tu jî bi vê dîtinê re yî, heger belê çawa? Bersiv 3: Bi baweriya min, zimanê kurdî, toreya kurdî, ji sedî 70 bi saya Medreseya Kurdî hatiye parastin û heta roja îro jî bi wê hatiye domandin. Ez dibêjim ku çar saziyên kurdewarî hebûne, eger ne ji wan bûya, niha ev zimanê Kurdî li holê nebû. 1) Medreseya Kurdî, 2) Tekya Şêxantiyê, 3) Dîwana Axatiyê, 4) Dibistana Zindî ku ew jî stiranbêj û çîrokbêj in. Pirs 4: Bi qasî ku tê zanîn demeke dirêj zimanê medresan ne bi tenê li kurdistanê belê li piraniya welatên misilman bi erebî bû. îca dema wuha ye gotina li jor" çand, ziman û edebiyata me bi saya perwerdeya li medresan hatiye parastin " çendî bi rastiyê re li hev dike? Bersiv 4: Piştî ku beşeke mezin ji welatê Kurdan ji aliyê leşkerên Eerb (Îslam) ve hatiye vegirtin, Ereban li gor xwe saziya medresê avakirine. Ji xwe peyvika ”medrese” bi erebî ango cihê ku ders lê tê dayîn e. Piştî ku desthelatiya ereban kêm bûye yan dawî lê hatiye, Kurdan forma medresê li gor çand û wêjeya xwe guhertine û bi zimanê kurdî li ser gelek şaxên zanistiyê perwerdehiya şagirdan domandine. Pirs 5: Li gora hinek lêkolînan piştî ku Selahedînê Eyûbî dibe deshelatdar, di sîstema perwerdeyiyê de guhertineke ku dibe dawiya qonaxekê û destpêka yeke nû deshelatdar dibe. ev jî merkezîkirina perwerdeyiyê ye. bi gotineke din ji Endonezya heta bi Endelusê giş şagirtên cîhana îslamî di heman perwerdeyiyê re derbas dibin. fikrek te heye ji bo vê qonaxê? Bersiv 5: Agahdariya min a zêde li ser vê babetê tune. Pirs 6: Di zemanê me de behsa xwendina 12 ilman dibe, çi ne ev ilim, mimkun be navê wan? Berisv 6: Çendî ku behsa xwendina 7 û ya 12 ilmên cuda dibe ku ango di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin, lê zêdetir bûne. Lewra Kurdan Medreseya Kurdî vegêrandine

wek zanîngehên ku îro têne bikaranîn û gelek şaxên zanistiyê tê de dane xwendin. Hin şaxên zanistiyê ku di Medreseya Kurdî de hatine xwendin, ev bûne: 1- Serf û Nehwa Erebî, 2Tefsîr, 3- Hedîs, 4- Mentiq, 5- Edeba Behsê (uslûba axaftinê), 6- Xweşbêjî (waz û nesîhet), 7- Ilmê Belaxetê, 8- Ilmê Kelamê, 9- Ilmê Hikmetê, 10- lmê Qanûnê (Şerûet), 11- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê), 12- Ilmê Eqîdeyê, 13- Ilmê Usûlê, 14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî), 15- Ilmê Tendurustiyê, 16- Ilmê Hesabê (matematik). 17- Ilmê Felsefê (ya Grekan), 18- Ilmê Siyasetê. Pirs 7: Di dîroka medresan de li kurdistanê kîjan qonax helî berhemdar e û sebeb? Bersiv 7: Dema herî berhemdar ya Medreseya Kurdî, di Sedsala 14, 15, 16, 17 û heta nîvê Sedsala 18han bûye. Piştre her ku çûye, Medreseya Kurdî berepaş bûye. Di dawiya Sedsala Bîstî de, tenê bûye devera xwendina ilmê ”Serf” û ”Nehw”a erebî û ji bo bicihanîna wacibatên olî yên xelkê. Sedem jî ev bûye: Çi dema ku desthelatiya Kurdî geş bûye, perwerdehiya Medreseya Kurdî jî geş bûye. Çi dema ku desthelatiya kurdî kêm bûye, perwerdehiya Medreseya Kurdî jî kêm ketiye. Pirs 8: Hinek lêkolîner ji salên 622 an û bi vir de di mesela perwerdeya li medresan de behsa 6 qonaxan dikin. li aliyê din du kategorî û celebên wuha mezin jî bi nav dikin, wek; zemanê mîrekan û zemanê neqşibendiyan. tu çi dibêjî? çi ne ferqên di nav wan de, ji awura neteweyî rol û cîhê wan? Bersiv 8: Ev gotina ku dibêjin: ”Hinek lêkolîner ji salên 622an û bi vir de di mesela perwerdeya li medreseyan de behsa 6 qonaxan dikin” wek tarîx ne rast e. Ji ber ku Ola Îslamê di 611an de hatiye eşkerekirin û di dewra ”Xelîfe Omer” de beşeke mezin ji Kurdistanê ketiye binê vegirtina Ereban. Heta 300 salî jî her li Kurdistanê şer domandiye û Kurdan berxwedan kiriye ku nebin misilman. Lê di sedsala Nehan de êdî Kurd wek neteweyekî misilman hatiye peji40

randin. Li gor hin tesbîtên min, Medreseya Kurdî ji Sedsala Deh-Yazdehan ve hetanî nîvê Sedsala Bîstî, di çar pêngavan re derbas bûye. Yek, Medreseya Kurdî di zemanê desthelatiya dewlet û hikûmetên Kurdî de. Dido, Medreseya Kurdî di zemanê desthelatiya Mîrên Kurdan de. Sisê, Medreseya Kurdî di dema desthelatiya feodalên Kurdan de kesên wek axa, beg û xuyaniyên Kurd. Çar, Medreseya Kurdî di dema desthelatiya Şêxan û şêxantiyê de. Îcar Medreseya Kurdî di vê dema şêxan de, ne tenê ya Nexşebendî bûye, helbet emekê rêçika Zûlî û ya Qadirî jî tê de pir hebûye. Pirs 9. Em bên ser şikil û rengê xwendina medreseyên salên piştî Komala tirk û siyaseta komara kemalîstî. Tu di pirtûka xwe ya bi navê (Zeynelabidîn Zinar, Xwendina Medresê, Pencînar, Weşanxaneya Çanda Kurdî Stockholm 1993) behsa salên nav 1925-38, salên 1940 î, salên 60 û 70 î dikî. tu dikarî hinekî behsa xweserî û taybetmendiyên van salan bikî ? Bersiv 9: Bi rûxandina serhildana Dêrsimê (1938) re, Bakûrê Kurdistanê êdî bi temamî ketiye binê desthelatiya dewleta Tirk. Lê ji ber gelek sedeman dewletê nekariye vê herêma asê û mêrxas konrtol bike. Kurdan dîsa dest pê kiriye û bi serkêşiya şêxên Nexşebendî saziya Medreseya Kurdî dane meşandin. Lê çewa ku li jorê jî behs hatiye kirin, tê de gelek şaxên zanistiyê nehatine xwendin. Bi piranî xwendina ku tê de hebûye jî, ol û oldartî bûye. Li ser vî qasî jî, dîsa xwendina ewqas pirtûkên bi zimanê erebî yên dersê, vegotin bi zimanê kurdî hatiye kirin. Ev yeka hanê, ji bo parastina zimanê kurdî bûye keleheke pir mezin li pêşberê asîmîlasyona kemalizmê xwe parastiye. Pirs 10: Di medreseyên Kurdistanê de xwendin bi çend zimanan bû, zimanê serdest kîjan bû?

Bersiv 10: Li Kurdistanê zimanê fermî di Medreseya Kurdî de, zimanê kurdî bûye. Ji ber ku dema dersdar û şagirtên xwe bi hev re tenê bi kurdî dipeyivîn. Lê dema dersdarî pirtûka dersê ji şagirdê xwe re dixwend, piraniya wê xwendinê bi erebî bû û tercûmeya wê bi zimanê kurdî/kurmancî dikir. Di mitale û muzakereya feqiyan a di gel hev, her bi zimanê kurdî dibû. Herweha hin caran bi zimanê farisî, kêm caran bi zimanê osmanî jî dihate xeberdan. Pirs 11: Kitêbên dersê, hilbijartin û neqandina wan, nivîskarên wan ji kîjan miletan bûn? Bersiv 11: Nivîskarê pirtûkên dersê yên Medreseya Kurdî bi piranî Kurd bûne. Lê hindik nivîskarên pirtûkan Faris û Ereb jî hebûne. Hinek pirtûk jî ji felsefeya Grekiyan wergerane zimanê erebî ku di Medreseya Kurdî de ji bo dersê hatine xwendin. Pirs 12: Medreseyeke ku pirtûkên bi temamî bi kurdî bûn hebû? Berisv12: Na. Pirs 13: Fînansekirina medreseyan çawabû? Bersiv 13: Di zemanê desthelatiya mîrên Kurd de, ji aliyê dewleta wan ve hatiye kirin. Di zemanê şêx û axeyan de, bi piranî axeyên dewlemend û gundiyên Kurdan aboriya Medreseya Kurdî didane kirin. Pirs 14: Medreseyên herî mezin heta bi çend feqeyan dikarîbûn bidin xwendin? Bersiv 14: Medreseya Kurdî ya herî mezin heta 100-200 feqiyan jî dida xwendin. Jimara kêm û zêde ya feqiyan, girêdayî wê şênîka ku medrese lê bû dima. Eger wargeheke şên û boş bûya û malên lê zêde bûna, her malekê xwedîkirina feqiyekî dida ser xwe. Mesela (1959-60) li Kosorê dema ku bavê min li gundê Xicîtan meletî dikir, gund li dora 40 malbatî hebû, lê li dora 60-70 feqeyî jî dixwendin.

Pirs 15: Saetên dersê, rûniştina di dersê de, cihê dersdar, terzê dersdayînê, Pirs û bersiv? Bersiv 15: Dersa feqiyan li qoziya ku jê re ”hicre” dihat gotin dibû yan jî li mizgeftê dibû. Saeta dersê piştî nimêja sibehê, derst pê dikir û hetanî nimêja mexrebê didomand. Eger feqe pir bûna, dersdar tenê dersa taliban dida. Taliban jî dersa feqiyên ji xwe kêmtir didan. Rûniştina di dersê de, feqe li kêleka dersdarê xwe li ser çokan rûdinişt û rûniştina dersdar jî çarmêrkî bû. Pirtûka dersê li pêşiya dersdar û feqe li ser cihekî bilind bû. Eger nusxeya zêde a pirtûkê hebûna, her yekê pirtûkek li ber bû. Dersdar wê devera ku ders dida di pirtûkê de dixwend û hevok bi hevok bi kurdî digote feqeyê xwe. Devera ku feqe fêm nekira, diPirsî û dersdar careke din digotê. Dema dersê, feqe di Pirsan de azad bû û Pirs bê sînor bûn. Pirs16: Ferqa di nav mele û seyda de çi ye, her mele karîbû dersên feqiyan bide? Bersiv 16: Pêşî sûd heye ku ez bêjim ev peyvika ”seyda” bi kurdî ye û ya ”mela” jî bi mogolî ye. Peyvika” sey” ango ders, peyvika ”da” jî, ji dayînê ye; ango dersê dide/daye. Peyvika” mele/mela” jî bi wateya dagirtî û tije ye. Ferqa di navbera ”mela” û ”seyda”yan de, ev e ku ”seyda” ji wî kesî re tê gotin ku bi piranî bi dana dersan û bi zanîn û zanatiyê hatiye naskirin. Peyvika ”mela” jî ji bo wî kesî re tê gotin ku bi piranî li pêşiya xelkê nimêj dike û wacibatên olî yên xelkê bi cih tîne. Lê belê kesê ku zêdetir bi xeysetê ”mela” hatiye naskirin, çendî ku dikare dersan jî bide feqeyan, lê ne zêde. Wek mînak: Mele Muhyedînê Hawêl, melayekî dozdeilmî bû û bi hezaran bawername daye cuwanên Kurd. Lê ew bi xeysetê”Mela” dihate naskirin. Pirs 17: Mizgeft û hucre, her mizgeft xwedî hucrebû? Bersiv 17: Her mizgeft ne xwediyê” hucre”yê bû. Avakirina mizgeft û hucreyan, girêdayê bi rewşa aborî ya gundiyan ve

bû. Lê bi piranî bi her mizgeftekê ve, hucreyek jî hatiye avakirin. Gundiyên Kurdistanê li gor jimara ku dikaribûn feqeyan xwedî bikin, hucreya mezin û piçûk ava dikirin. Pirs 18: Meletiya kadroyên dewletê? vê gel û alim ji hev dûrxistin? Bersiv 18: Meletiya kadroyên dewletê, xasma ewên ku ji ”Imam-Xetîb”an derdiketin û li gundan meletî dikirin, hîmê Medreseya Kurdî hilweşandine. Lê hin kesên Kurd û kurdperwer ku ji ”Imam-Xetîb”an derdiketin û cihê meletiya wan li gundekî kifş dibû, eger meleyê kevn ê medresê berê heba, evê nû meletî nedikir û ji melê kevn û keyayê gund re digot ku bila melê we her li meletiya xwe bidomîne û ez nayêm gund meletiyê nakim. Lê dema ku cendirmeyên nêzê gund pê dihesiyan, mudaxele dikirin û nedihiştin ku ew meleyê kevn meletiyê bike. Di 1966-67an de destjêberdana bavê min ji meletiyê jî, melayekî kadroyrê dewletê û cendirmeyên qereqola Eglê bûne asteng. Pirs 19: Dema di nav mele û gundiyan de nîzah û nakokî derdiketin çawa û bi çi rengî dihatin çareserkirin? Bersiv 19: Nakokî pir hindik di navbera mele û gundiyan de derdiketin. Lê piştî salên 1966-67an, nakokî derdiketin. Sedem jî, derdora wan meleyên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn vebuhtîkirin bûn. Ji xeynî van, ji xwe destûra toreyî nebû ku yekî gundî bela xwe li melê gund bixista. Eger karekî wisa rûbidaba jî, rispiyên gund ew kes afaroz dikirin. Pirs 20: Birêz Zinar tu di berhema xwe de ya binavkirî de dibêjî ku tirk jî dihatin li medreseyên kurdistanê dixwendin, ev çawa bû. ji mebestên ilmî pêve tu mebestên din ji van hatinan hebûn? Bersiv 20: Dema ku Medreseya Kurdî di kemîna xwe de bûye, ji her miletî şagirt hatine û xwendine. Li Bakûr di dema Komara Tirkiyê de hetanî salên 1980yî jî ku Medrese kemîna xwe didomand, bi piranî ewên Turkman, Azerî, Gurcî, Çer44

kez, Ereb û Ermenî û hwd. jî, li ba dersdarên Kurd dixwendin. Lê hinên ku ji aliyê parastina dewletê ve jî dihatin, hebûn. Carekê yekî wisa hat li cem bavê min jî dest bi xwendinê kir. Lê ji ber ku tiştek ji kultura medreseya Kurdî fêm nedikir, zû pê hisiyan û çû. Pirs 21: Dibêjin ku lîstikên corecor yên feqiyan jî hebûn, nav, nimûne? Bersiv 21: Leyztikên feqiyan pir hebûn û her êvara înê, hin sofiyên hêç jî diketin nava feqiyan û herwekî ew zikrê Xerdê dikin, dileyiztin û heta berdestî sibehê didomandin. Hin ji van leyztikan li derve û hinek jî di mizgeftê de dihatin kirinn. Ew leyztik jî, bi piranî yên ji kultura kurdî bûn. Lê hinek bi taybetî xasê bi feqiyan ve bûn. Wek Bêlimte ku cûreyek govend e û çend texlîtên wê yên cuda cuda hene. Gustîl, Mîr û Kizîr, Çavgirtîk û hwd. Ji leyztikan zêdetir Geşta Feqiyan hebû ku her maleke gundî berxek yan karek didan feqiyan û feqe her roja înê diçûn çolê û serjê dikirin, savar û goşt dixwarin. Pirs 22: Hembertiya feqiyan, minazere û misabeqeyên di nav hucre û mezgeftên gund û herêman de? Bersiv 22: Hembertiya feqiyan li pêşberê feqiyên medreseyeke din çêdibû û hev diceribandin ka feqiyên kîjan dersdarî jêhatî ne, bi şev diçûn diziya hev û pirtûkên hev didizîn ka bi hev dihesin yan na. Munazere û musabeqe hertim di navbera feqiyên du medreseyên nêzê hev de dibû. Kijan alî serkeftin bi dest anîba, rîspiyên gund an axeyê gundê ku feqeyên wî kêmketî bûne, ziyafetekê dida herdu aliyan. Pirs 23: Li gora hin lêkolînerên me "gelek caran jî mezin û axayên kurdistanê feqî ji bo xwe wek malzemeyê propogandeyê bikar dianîn. ev çawa dibû? Bersiv 23: Ji ber ku di wan deman de bûjenên ragîhandinê nebûn an pir kêm hebûn, yên ku propeganda dikirin û li her deverê digeriyan, tenê feqe bûne.

Feqe li dijê kîjan şêx, mela, axa, beg, maqûl û xuyaniyekî bi qencî yan bi xirabî xeberdan bikirina, ew kes ji çavên xelkê de diket yan bala dibûn. Ji ber hindê çi kesekî xuyanî hebûya, heta ku jê dihat, dikir ku feqe bi qencî jê xeberdin. Heta hin kes hebûn diyarî jî ango ”bertîl”eke rind didan feqiyan da pesnê wan bidin. Pirs 24: îro rewşa medreseyan çawa ye? Bersiv 24: Îro rewşa Medreseya Kurdî xirab e û eger hebin jî, di binê çavdêriya dewletê de ne. Lê dibe ku li hinek gundên çiya ku dersdarekî sê-çar feqe girtibin û dersa wan dide, jê re medrese nayê gotin. Pirtûkên ku di medreseyan de dihatin xwendin: Xwendina ku li medreseyên Kurdistanê dihate kirin, bi tîpên erebî dibû. Ji sed pirtûkî zêdetir dihatin xwendin. Herweha piraniya wan pirtûkên ku dihatin xwendin jî, yên bi zimanê erebî bûn. Weke yên Serf û Nehwa erebî, yên şerîet, Mentiq, Îstî´are, Mûnazere, Usûl, Eqîde, Hedîs û Tefsîrên Qur´ana pîroz... Îcar em ê li vir ji destpêka Elîfbêtika erebî û navên pirtûkên di Xwendina Rêzê de heta dawiyê, li gorî rêza li dû hev 92 pirtûk ev in: 1. 2.

3.

4.

ELÎFBÊTIK QUR´AN: Ji misilmanan re pirtûka asîmanî ya herî pîroz e û xwerû bi zimanê erebî (bi devoka Qureyşî) ye. Di vê pirtûka pîroz de 114 sûret û 6233 ayet hene û li 30 pi_kî hatiye parvekirin. Ji her pişkekê re cuz`tê gotin. Di her cuz`ekê de jî çar beş (hîzb) hene. MEWLÛDA KURMANCÎ: Piştî kutakirina Qur´anê, Mewlûda Kurmancî tê xwendin. Mewlûda Kurmancî bi naveroka xwe mîna romanekê ye ku Melê Bateyî tê de hin bûyerên dîrokî li gorî felsefa îslamê anîne zimên. (Biner li çapa latênî: www.pencinar.se) NÛBIHAR (NÛBAR): Ferhengoka mamosteyê nemir a Ehmedê Xanî ye (1651-1707) ku bi helbestî, hem jî bi kite û qafiye, bêjeyên erebî û kurdî bi xeysetê ferhengok nivîsîne. Xanî çewa ku wî bi xwe di paşiya Nûbarê de gotiye, di 11-ê Adara 1094-an (1683) de nivîsiye. (Biner li çapa latênî: www.pencinar.se)

5. 6.

7. 8. 9. 10.

11. 12. 13.

14.

15. 16.

17. 18.

19.

NEHC-UL ENAM: Bi naveroka xwe baweriya (Eqîde) ola îslamê ye. (Biner li çapa latênî: www.pencinar.se) EQÎDEYA EHMEDÊ XANÎ: Çewa ku ji navê wê jî tê zanîn ev berhem, baweriya ola îslamê ye ku mamosteyê nemir Ehmedê Xanî ew bi helbestkî û bi zaravayê kurmancî nivîsiye. Tê de 73 malik hene, hemû bi kê_ û qafiye û bi yazdeh kiteyan dikin. (Biner li çapa latênî: www.pencinar.se) XAYET-UL ÎQTIŞAR. ÎBNÛ QASIM, nivîskarê wê Îbnû Qasim Kurd bûye. BACÛRÎ, nivîskarê wê Îbrahîm Bacûrî Kurd bûye. TESRÎFA KURMANCÎ: Ev pirtûka li ser Serfa (Kişandina lêkeran) erebî ji aliyê Mele Elî ve hatiye nivîsandin. Kesê ku vê pirtûkê dixwîne, hemûyî jiber dike. EMSÎLE: Pirtûk bi zimanê erebî ye û li ser Serfa erebî hatiye nivîsandin. IZZÎ: Pirtûk bi zimanê erebî û li ser Serfa erebî hatiye nivîsandin. EWAMILA CURCANÎ: Ev pirtûk bi naveroka xwe Nehw (Gramatîk) e û bi zimanê erebî hatiye nivîsandin. Navê nivîskarê wê, Ebdulqadirê kurê Ebdurehmanê Curcanî (13) ye. ZURÛF (AMAN): Ev pirtûka bi zaravayê kurmancî, li ser Nehwa erebî ji aliyê Mele Ûnisê Erqetênî ve hatiye nivîsandin. TERKÎB: Ev pirtûka bi zaravayê kurmancî, li ser Nehwa erebî ji aliyê Mele Ûnisê Erqetênî ve hatiye nivîsandin. SE´DULLAHA SEXÎR: Ev pirtûka xwerû bi zimanê erebî, _erha ´Ewamila Curcanî ye, ku Nehwa erebî bi awayekî firetir dide nasandin. Çewa ku ji navê wê jî tê zanîn, nivîskarê wê Se´dullah Sexîr (Piçûk) e. ERH-IL MUXNÎ: Ev pirtûka Nehwa erebî xwerû bi zimanê erebî hatiye nivîsandin. S´EDÎNÎ: Ev pirtûka Serfa erebî xwerû bi zimanê erebî hatiye nivîsandin. Herweha ew şerha pirtûka Izzî ye. Nivîskarê wê Se´dê Tevdezanî ye. Tê gotin ku ew Kurd bûye. HELL: Pirtûk bi naveroka xwe Nehwa erebî ye û bi erebiyeke pir hişk hatiye nivîsandin.

20.

21. 22. 23. 24. 25. 26. 27. 28. 29. 30. 31. 32. 33. 34. 35.

36.

37. 38. 39. 40. 41. 42. 43. 44. 45. 46.

S´EDULLAHA GEWRA: Pirtûk bi naveroka xwe Nehwa erebî ye û bi zimanê erebî, ji aliyê S´edullah Gewre (Kurd) ve hatiye nivîsandin. NETAIC-UL EFKAR, felsefeya Grekî ye. SIYÛTÎ. CAMÎ MUXNÎT`TULAB, mentiq e. ÎSAXÛCÎ, mentiq e, nivîskarê wê Mele Xelîlê Sêrtî ye. QEWLEHMED, mentiq e. ´UŞAMA WEDD´Ê: Pirtûk, xwerû bi zimanê erebî ye; rew_ û tertîba çêkirina tiştan dide zanîn. ´UŞAMA ÎSTδARÊ: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, rewş û tertîba çêkirina ti_tên ne heqîqî (mecaz) dide zanîn. ERHA WELÎD: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, bi naveroka xwe Mûnaqe_e û Munazzere ye, HA_IYA EBDULWEHAB. HA_IYA UŞAM. HA_IYA EBDULHEKÎM. ERH_EMSÎ, mentiq e. Nivîskarê wê, Sedê Tevdezanî Kurd bûye. MUXTEŞER, felsefe ye, nivîskarê wê, Sedê Tevdezanî Kurd bûye. ERH-UL EQAÎD: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, rew_ û rêveçûna hemû baweriyan beyan dike û li dinyayê çiqas cûre bawerî hene tevek nivîsîne. Nivîskarê wê, S´edê Tevdezanî Kurd bûye. CEM´IL CEWAMI´: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, bi naveroka xwe ´Ilmê Usûlê ye; ji destpêka xwendinê hetanî vir, pirtûkên ku bihurîn kurtîneka wan tevan aniye zimên. Tê gotin ku nivîskarê wê Kurd e. AFÎ (lûxet). ÎMTÎHAN (Nehw). EBÛTALIB (Nehw). ÎBNÛ ´UQEYL (Nehw). TEŞRÎFA EREBÎ (Serf), nivîskar: Mele Elî Kurd bûye. QIZILCÎ (Serf). nivîskarê wê Kurd bûye. QEREDAXÎ (Serf) nivîskarê wê Kurd bûye. DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ. MEM Û ZÎN. RÎSALA HEMÎDÎYE.

47. 48. 49. 50. 51. 52. 53. 54. 55. 56. 57. 58. 59. 60. 61. 62. 63. 64. 65. 66. 67. 68. 69. 70. 71. 72. 73. 74. 75. 76. 77. 78. 79. 80. 81. 82.

ERHA LUBABÊ (Nehw). SITÛR, çêbûna Tiştan beyan dike. Navê vê pirtûka bi erebî, bi kurdî ye. RÎSALA WED´Ê, Rewşa Çêbûna ti_tan beyan dike. RÎSALA ÎSTδARÊ (Mecaz û teşbîhan beyan dike. SILÊMANÊ KURDÎ, şerî´et. TENWÎR-UL QULÛB, Tesewuf, Şêx Mihemed Emînê Hewlêrî. ÎR_AD-UL´ÎBAD, şerî´et, Şêx Zeynedînê kurê Ebdulezîz ê Milêbarî. FETAWA ÎBNÛ HECER, şerî´et, îbnû Hecer, heşt cild. MÎNHACUTTALIBÎN. MUXNÎ-L MUHTAC, şerî´et, çar cild, şerha Mînhacê. FETH-UL MÛ´ÎN, _erî´et. δANETUT`TALIBÎN, şerî´et, çar cild. BÛCEYREMÎ, şerî´et, çar cild. EL TEQRÎR. EHYA-UL ´ULÛM. R_AD-UL ´ÎBAD, şerî´et, bi zaravayê kurmancî, Xelîfe Ûsiv. TEFSÎRA CELALEYN. TEFSÎRA SAWÎ, çar cild. TEFSÎRA CEMEL, pênc cild. TEFSÎRA QAZÎ BEYDDAWÎ, çar cild. TEFSÎRA ÎBNÛ KESÎR, çar cild. TEFSÎRA KE_AF, duwazdeh cild. TEFSÎRA MENAR, yazdeh cild. TEFSÎRA FEXRÊ RAZÎ. TEFSÎRA XAZÎ. TEFSÎRA REMEL. TEFSÎRA MUHMEL. DURRET-UL WA´IZZÎN. RIYADDUS`SALIHÎN. DELÎL-UL FALIHÎN, heşt cild. MUSLIM. BUXARÎ. ÎBN-UL MUXTEŞER. TACUR`RESÛL, pênc cild. ÎHAYET-UL BÎDAYE. TEZKÎR-UL QURTEBÎ.

83. 84. 85. 86. 87. 88. 89. 90. 91. 92.

FETAWA HEDÎSÎYE. NÛR-UL EBŞAR. XERPÛTÎ, ev pirtûka bi zimanê erebî, bi navê kevn ê Elezîzê ye. EL QERSÎ, ev pirtûka bi zimanê erebî, bi navê bajarê Qersê ye. SIYERUN`NEBÎ. QIŞES-UL ENBIYA. MUHEMMED RESÛL. Dîwana Melayê Cizîrî (Biner li çapa latênî: www.pencinar.se) Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Îrşad-ul Îbada Xelîfe Ûsiv

Zeynelabidîn Zinar

Pirs 1: Em neteweyekî kevin in, ev bêgoman e. Rojhilatnas û kurdnas vê dibêjin. Belê rewş û statuya me ne li gora vê kevnayiyê ye. Bi hinek aliyên xwe em mane li doh, em ne bi wext û ne bi zemên re ne. Hê em di qonaxa xwenaskirin û lixwekolînê de ne. Bi sedan mefhûm, têgîn û navlêkên wek abeceya felsefê, wêjeyê, hûner û perwerdeyiyê ji bo me nezelal, giravî, muxlaq û di nav xumamê de ne. Pedagojî, Perwerde û perwerdekarî jî di nav van têgîn û mefhûman de ne. Pedagojî çi ye, perwerdekarî çi ye, li ku dibin yek û cihê ji hev diqetin, ji hev cihê dibin di ku de ye? Tê wek mamoste, hîndekar û perwerdekarekî çi bêje ji xwendevanên me re? Bersiv 1: Pedagojî: Peyvika pedagojî, ji ”paisagogein”a grekî afiriye û ketiye nava pir zimanan. Peyv ji ”pais” ango zarok û ”angogein” ango zanist hatiye girtin. Ev di fêrkirin û gelşên fêrkirina zarokan de, tê wateya zanistiya perwerdehiyê. Qada vê beşê, di navbera yên nûçêbûyî û yên gihaştî ye. Zanistiya Pedagojîyê, li Rojavayê wek salên dirêj, di binê zanistiya ”psîkolojî”yê de hatiye meşandin. Lê di dawiya Sedsala 19an de, wek şaxekî serbixwe yê zanistiyê hatiye bikaranîn. Perwerdekarî: Kirina karê perwerdehiyê ye. Ev herdu peyv, di fêrkirinê de, li ser zarokan û di dibistan û xwendegehan de dibin yek û bi hev re têne domandin ta ku zarok xwendina xwe diqedînin. Pirs 2: Em di wê bahweriyê de ne ku bi qasî termînolojî û têgînên dibin zimanê pedagojî û perwerdeka23

riyê, wuha jî gelekî kurt û şematîk be jî agehdarî û naskirineke dîrokî, awureke bilez jî ewçendî tê xwestin, Em di çend paragarafan de be jî çavekî bavêjin vî alî. Diyar û heşkere ye ku ev perwerdeya îro heye, ji destpêka xwe de ne wuha bû, heta hatiye vir di gelek qonaxan re derbas bûye, ew encamek e. Bersiv 2: Perwerdehiya ku îro heye, li piraniya welatan, xasma jî di Sedsala Bîstî de, li ser asasê nijadperestiyê vabûye. Berê jî, ango ji sala 620 hetanî dawiya sala 1.100î, li cîhana îslamî, li ser asasê olperestiyê ava bûye. Pirs 3: Tê zanîn ku girêdayê pedagojî û hîndekariyê di sedsalên derbasbûyî de, li Ewropa, li Emerîka û li Sovyeta kevin gelek dîtin û teorî pêdebûne, geh ev geh yeke din derketiye pêş, ketiye rojevê. Ji van teoriyan hinek bi serketine, îro jî têne pesinandin û hin jî bi serneketine, piştî salan bûne dabaşên rexneyan. Pirsa me wuha ye: Ev teoriyên zemanekî ji rastiya wan tu şik tunebû û bipesin behs û qala wan dibû, piştî ku bêotorîte û bêprestîj dibin, şikekê li ba dê û bavan çênakin ? Heger wuha be çi ne çend prensîpên bingehîn, heger mirov bixwaze girêdayê analîza teoriyên hatine û çûne ku bikêrî mirov bên, standart bin û kêm zêde bi kêrî her qonaxê bi nisbetekê bên. Bersiv 3: Dema mirov bala xwe dide kûrahiya dîrokê, rind tê dîtin ku di her dem û dewran de, desthelatiya xurt a çekdar, her tiştî li gor vîna xwe daye sererastkirin, saxma jî li Cîhana Îslamî. Lê piştî rûxandina wan deshelatiyan, tiştekî nû ketiye şûnê û hatiye bicihkirin. Di van guhertinan de, awa û wêne ne û li ba dê û bavan têne afirandin. Lê divê neyê jibîrkirin ku dê û bav jî kesên demê ne. Di guhertinên wisa yên dîrokî de, dilqa rewşenbîran pir girîng e. Eger ew berPirsyariya xwe bi cih anîbin, ne tenê dê û bav, her kes dê karibe xwe bi rêkûpêk bike û li zarokên xwe xwedîtî bike yan kiribe. Pirs 4: Bêşik perwerdekarî xwediyê erk û rolên xwe ye, hejmarek fonksiyonên bingehîn tîne cîh, fonksi24

yonên bê wan civat wê netemam, nîvrê û bêserûber be. Hûn dikarin ji van erk û peywiran çendekan binav bikin û binavkirinê hinekî vekin? Bersiv4 : Eger perwerdekarî ne bi erkên xwe yên nijadî hatibe kirin, eger perwerde bi hawa û metodên li gor demê nûjen nelive, bêguman wê civat forma xwe bi seqetî biafirîne. Wek mînak: Civata Kurd, ji aliyê perwerdehiya xwe ve, seqet e. Ev seqetî di nîvê sedsala 19an de derketiye holê. Ji Sedsala Yazdeh, heta Sedsala 18ehan, rewşa perwerdehiya Kurdistanê rind bûye. Parastina xwe wek Neteweyê Kurd heta niha, deyndarê wan dewr û demên kevn e. Eger ew dewlemendiya kevnare ya perwerdehiya kurdî nebûya, niha ne ev Pirs ji min dihatin kirin û ne jî min dikaribû bersiva van Pirsan dabûya. Niha em nivşên heta salên 1960 û 70yî jî, berê wê perwerdehiya baş û rind in. Kurdên ku niha temenê wan ji 50 heta 70yî ne, riya aqil di mejiyê wan de yek e, ji ber ku ew adana perwerdehiya bi rêkûpêk in. Pirs 5: Helbet ji roja dêûbavîtî çêbûye û ev çêbûn derketiye asta malbatî û bi vir de bi vî rengî yan jî bi rengekî din şêweperwerdeyek jî heye. Belê di dîroka perwerdeyiyê de qonaxa bi mamoste, bidibistan, bisinif û li gora program û şemayekê gelekî piştre tê, yan na? Bersiv 5: Dêwbavîtî ji berê de hebûye, lê fikra xwendinê di xaniyan de bi giştî wek ”mekteb” yan ”dibistan” ji aliyê Ksenophanesî ve derketiye holê, B.Z. 570-480. Ji bil Grekiyan Berî Zayînê 2500 sal ewil Çîn, piştre Hindî û Îranî dest pê kirine û perwedehê bi rêkûpêk di dibistanan de dane kirin. Piştî dahatina Qurana pîroz ji Mihemed Pêxemberî re, di dawiya Sedsala Pêncê, êdî perwerde bi awayekî fermî û bi giştî di hûndiruyan de hatiye kirin. Pirs 6: Ders û dersdarî pirtûkxwaz û pirtûkteleb e. Bi taybetî dema gotin liser perwerde û perwerdekariya hemdem û sedsalên dawî be. Ders bi pirtûk û mamostan dibe ders. Ji awura pirtûkên dersê jî em çavekî bavêjin dîrokê. Fikrek heye gelo, teqrîben ji kengî û bi

vir de pirtûk ketine xizmeta şagirtan? Bersiv 6: Îşaretên nivîsê cara pêşî 8.000 sal B.Z. hatiye destpêkirin. Lê B.Z. 3.500 sal, destpêka îcada nivîsê hatiye pejirandin. Li aliyê başûrê Kurdistanê, SUMERan nivîsê daxistiye jiyanê. Her kesayetî bivê nevê hinekî jî ber û berhemê perwerdeya serdem û zemanê xwe ye. Perwerdekariya zarokan di zemanên buhurî de li ser sê tiştan ava dibû: Îtaet, disiplîn û lêdan. Pirs 7: Çendî mirov ber bi doh de dire ewçendî mirov hişkayîyê, guhnedan û sersariyê dibîne. Di vê derbarê de li ser qonax û demên berê belge û wesîqeyên hene ne kêm in. Gelo stûnên perwerdeya îro çi ne? Bersiv 7: Bi baweriya min, divê stûna perwerdehiya îro sê tişt bin: 1) Kultura malbatî ku xwe dispêre kultura nijadî. 2) Xwendina teknolojiya navneteweî. 3) Xwendina Hiqûqa navneteweî. Ev herdu şaxên dawiyê, xasma ji bo zarokên Kurdan divê bêtin kirin. Pirs 8: Di perwerdeyiyê de qonaxa dibistan û profesyonel bi nispet ya bê dibistan û malbatî kin e. Belê roj hat ku qonaxa bi dibistan jî nema têr kir û hewcedariya bi perwerdeyeke pêşdibistanî jî kete jiyanê. Ev qonax gelek salan hate nîqaşkirin, pedagogên navdar li ser sekinîn û di vî alî de kitêb û berhemên xwurt li pey xwe hiştin. Heta cîh û rola wê hate fêmkirin û naskirin gelek sal buhurîn. Şîroveyên we ji bo girîngiya vê qonaxê? Bersiv 8: Perwerdeya zarokan jî, mîna her tiştî li gor rewş û mercên dema tê de dijî, têne guhertin. Di serê pêşî de ji bo mirovan tenê xwendin û nivîsandin têr dikir. Lê her ku zeman berepêş çûye, tewr û mercên perwerdeyiyê jî zêdetir bûne û disiplîna wê pirtir giran û sirt bûye; şaxên xwendinê zêdetir bûne, xwendina berhemên nûderketî zêdetir bûye, lêkolîn û lêgerîn zêdetir bûne û ji xwe bi derketina hin bûjenên teknîka nûjen, perwerde gihaye asteke bala ku îro cuwanek dema lîse

diqedîne, zanîna wî/wê di sawiya zanîna yekî de ye ku 15-20 sal berê zanîngeh qedandiye. Ji vê jî zêdetir, zanîna vê qonaxa ku em niha tê de dijîn (2009), xasma jî bi alîkariya Înternetê, wisa kiriye ku zêde hewcedarî bi xwendina dibistan û xwendingehan nemaye. Pirs 9: Em berên projektorên xwe bidin aliyekî din, yan jî em ji pencere û zawiyeke din li dabaşê hûr bibin. Tê zanîn ku piştî perwerdeya bi ders û mamoste destpê kir vê carê yekalî ji bo zarokên nêr û kur bû. Bi şêweyekî fireh û giştî perwerde ji zarokên keç re girtîbû. Ew li gora cins û jinbûna xwe ji bo rola dayiktiyê bi awayên xweser dihatin perwerdekirin. Di serdema antîkê de zarokên kur ji şer re dihatin amadekirin. Lewra hewcedarî bi zarokên zinde û berxwedanvan hebû. Keç jî gerek bedew û rind bûna. Heger spartayîbûna hinekî jî gerek ji bo sporên giran bihatina amadekirin. Li gora hinek dîtinan, navenda bi tenê ji bo perwerdeya keçikan di serdema entîk de rengek dibistan bûn ku ji wan re Heteren dihate gotin ku ev jî dibistanên fahîşeyî bûn. Ne tesaduf e ku gelek fîlozofên jin ji van dibistanan derketine. Fîlozofa jin Apasiya ji bo keçan jî dibistanên mîna yên kurikan dixwestin. Rewş û statuya jinê girêdayê ecib û kêfa mêr bû. Jina ku ecba mêrê wê ji bo wê nedima êdî giş mafên xwe wunda dikirin. Di vê derbarê de çi agahdarî hene li ba we? Bersiv 9: Ev derbare, mirov dibe kûrahiya dîrokê û tê de asê dihêle. Pêşî em li rewşa feodalî û ya olperestî bisêwirin, ka dem û dewranên wan çewa derbasbûne. Ya feodalî kêm-zêde tê zanîn, lê ya olperestî û desthelatiya wê heta niha jî rind ji xelkê ve nehatiye zanîn. Erê rast e ku sîstema olî (Îslam) mafê perwerdehiyê daye zayendeya mê jî lê jê re gelek bend û navbir jî danîne. Hedîsa Mihemed Pêxemberî ku gotiye: ”Îlm li ser hemû nêr û mê deman e…” û gotiye ku ”Li pey ilmê herin eger li Çînê be jî…” diyar dikin ku giringiyeke mezin daye perwerdeyiyê. Lê di piratîka jiyanê de, xasma jî piştî wî,

ev yek averê bûye û ber bi riyeke bêderketin ve çûye. Lewra di Qurana pîroz de, Ayeta ku dibêje ”Zilam serdestirê jinan in…” piraniya bawermendên bisilman daxistiye rewşeke bêpergal ku bi derbekê keç/jin ji bo du tiştan bûne materyal. Yek, anîna zarokan. Du, bûjena kêmûşa zilaman. Ji vê jî zêdetir, bawermendan ev çar xîmên olî ku Ayet, Hedîs, Îcma û Qiyas in, wan ev herduyên dawî li gor vîn û daxwaza xwe dane jiyandin. Çi tiştê ku ji wan re lazim bûye, li wê gorê ”fetwa” dîtine, dibînin û ji aliyê olî ve rewa dihesibînin. Pirs 10: Perwerde demeke dirêj jî dibe navendeke şer di nav kilîsê, şah û melekan de, di nav deshelatdariya cîhana oldar û dinyayî de jî. Di destpêkê de mafê ders û dersdariyê di destên dêr û mizgeftan de ye. Ku ev bi aliyekî xwe jî dibe duberekî û nakokiya di nav hînbûn û hîndekariya oldarane û sekûler de jî. Çend gotin di vê derbarê de jî wê ne bêcîh û ne bêkêr bin, ji awura serwextiyeke baştir ev ne pêwist e? Bersiv 10: Rast e ku perwerde bûye navenda hin şerên giran. Her wiha bûye bûjena navendên perestingehên cuda ku tîna xwe bi dehê sedsalan domandiye. Sîstema perwerdehiya dinyayê hetanî dema peşkilandina Sovyetan (1991), tê de rind eşkere dibû ku giranî li ser konevanî û çalakiyên leşkerî dimeşiya. Ew yek, bi xwe dibû nakokiyeke mezin di navbera xwendin û xwendekaran de. Di dema niha de jî, li perwerdehiya welatekî mîna Îranê bifikirin, li yekî mîna Turkiye, Erebistana Seûdî, Libya û welatekî mîna Sûriyê ku li gor vîn û daxwazên xwe yên olperestî û nijadperestiyê ne. Herweha li welatekî mîna Swêdê jî bisêwirin ku giranî li ser zanistiyê tê domandin. Eger perwerde dûrê ji konevantiya desthelatdaran bibe, wê hingê ji bo ku perwerdekar perwerdehiyeke rind pêşkêşê perwerdevanan bikin, tûşê nava şax û perrên zanistiyê dibin û bi hawayekî rasteqîne zarokan digehînin û ta ku ew ji bo pêşerojê dibin kîlera zanistiyê… Pirs 11: Dema mirov li ser dîroka xwendin û dibistanê rûpelên pirtûkên têkildar diqulpîne û dide pey şopa perwerdeyiyê, mirov dibîne ku di destpêkê de zaroyên

desthelatdaran, bi dû de hejmarek malbatên xwiya û giregiran, hê piştretir ber bi sedsalên me de ji bo her welatî mirov nikaribe bêje jî li welatên pêşketî, bêj hema herkes dixwîne û ji cîhekî û pê de xwendin û çûna dibistanê mecbûrî û oblîgatoriyane bûye. Bi gotinên din, di sedsala me de perwerde, bûye mafekî giştî ji bo giş kategorî û beşên civakê. Ev maf îro li welatên pêşketî û lê yên mayî bi çi nisbetê tê cîh, çendî dikeve jiyan û pratîkê, çendî cêbecê dibe? Bersiv11: Tiştê ku ji vê Pirsê tê zanîn, çewabûna xwendin û perwerdehiya di navbera welatên pêşketî û lipaşmayî de ye: Li welatên pêşketî û demokrat, dê û bavên xelkê dewlet bi xwe ye. Dewletê hemû berPirsyariya hemwelatiyan, daye ser xwe; ji dayîkbûnê heta çûna gorê, hemû pêdivîyên hemwelatiyan ji dewletê têne xwestin. Helbet dewlet jî hin zagon û pêdiviyên xwe bi xelkê daye pejirandin. Mesela li Swêdê xwendin heta heşt salan mecbûrî ye. Lê xwedîkirina hemwelatiyên bê kar, barê ser stuyê dewletê ye. Dewlet mecbûr e yan kar bide hemwelatiyên xwe yan jî hemwelatiyan xwedî bike û her meh pere bide wan. Lê ev hawe li welatên dinyaya duyem li ya sêyem ne wisan e. Li welatên wisa, dê û bav perwerdehiya zarokên xwe didin kirin û hemû lêçûya wan jî ji kîsê xwe dikin. Pirs 12: Aliyekî din, merkezîbûn û sentiralîzebûna perwerdeyiyê ye. Perwerde di nav sedsal û hezarsalan de merkezî dibe, li cîhekî li ser asta helî jor xwe bi rê dixe, roj tê dibe xwediyê wezaret û burokrasiyeke xweser. Di vê qonaxê de giş sîstemê perwerdeyiyê ji meqamekî, ji destekî, bi heman pirtûkên dersê û bi heman şemaya xwendinê têne birêvebirin. Perwerde bişax û per dibe. Rola vê merkezîbûnê ji awura avakirina nasname û hişmendiyeke hevbeş, kolektîv û neteweyî û li aliyê din ji bo standardîzekirina ziman? Bersiv 12: Eger 8 hezar sal B.Z îşaretên nivîsê û 3.500 sal dîsa B.Z. jî ku nivîsa bi rêkûpêk derketibe, diyar dibe ku ev

derketin berê perwedehiyeke sentralîzekirî hebûye. Dema mirov li mêjû dinêre, mirov dibîne ku hin qiral, key, paşe, siltan, mîr û axe çendî ku zal û cewrkar bûne û zalîtî pir kirine jî, lê giringiyeke mezin jî dane perwerdeyiyê. Li dinyayê çi desthelatî dibe bila bibe, eger ew ne bi xwendin û perwerdeyiyê gihabûbin, nikarin deshelatiya xwe bidin domandin. Çewa zarokek di serê pêşî de fêrî bilêvkirina tîpan, piştre bêje, hevok û normal kare nivîsekê bixwîne, perwerde jî li gor dem û dewran xwe di nava xelkê de dinirxîne û payeyeke bala bo xwe diafirîne. Birêvebirina perwerdeyiyê jî, li gor pêdiviya civakan, şax û perên xwe berfireh dike. Ew firehbûn didome û her berepêş diçe, heta ku digîje asteke wisa ku êdî kesê/a perwerdedîtî bivê-nevê, li koka xwe vedigere û lêkolîn dike ka ew çi ye, azbat û famîla wî/wê çi kes bûne, axa bav û bapîran kur bûye û gwd. derdixîne holê. Bi kurtî ger bibêjim, bi perwerdeyiyê zanîn û zanit derdikevin holê. Bi zanistiyê, xwemecbûrdîtina xizmeta xelk û ya warê xwe dibîne. Di xizmetê de jî, hevkarî û yarmetî çêdibe. Dema xizmet pêşkêşê xelkê dibe, jiyaneke hêsan û aramî derdikevin holê. Xelkê ku di nava jiyaneke aram de dijî, pir bi hêsanî dikare çare ji gelşan re bibîne. Wê hingê di nava xelkê de heskirin, êminatî û biratî dibe wek kultur û ji bav digîje zarokan, herwisa bi sedê salan û bi hezarê salan didomîne... Pirs 13: Dema mirov li ser dîroka xwendin û dibistanê rûpelên pirtûkên têkildar diqulpîne û dide pey şopa perwerdeyiyê, mirov dibîne ku di destpêkê de zarwên desthelatdaran, bi dû de hejmarek malbatên xwiya û giregiran, hê piştretir ber bi sedsalên me de ji bo her welatî mirov nikaribe bêje jî li welatên pêşketî, bêj hema herkes dixwîne û ji cîhekî û pêde xwendin û çûna dibistanê mecbûrî û oblîgatoriyane bûye. Bi gotinên din, di sedsala me de perwerde, bûye mafekî giştî ji bo giş kategorî û beşên civakê. Ev maf îro li welatên pêşketî û lê yên mayî bi çi nisbetê tê cîh, çendî dikeve jiyan û pratîkê, çendî cêbecê dibe? Bersiv 13: Eger em bêjin li welatekî mafê perwedeyê heye

tiştek e, lê ew maf tê cîbicîkirin tiştekî din e. Hema bêje li piraniya welatan, di serê pêşî de zarokên malbatên xanedan, yên kesên dewlemend û desthelat dixwînin. Eger em bêjin li welatekî mîna Tirkiyê, çendî ku wek fermî mafê her kesî heye ku bixwîne, lê derfeta her kesî tune ew xwendina ku divê bixwîne. Mesela, zarokên malbatên xwedîderfet hêj dibistan dixwînin fêrî zimanekî biyanî dibin. Lê zarokên malbatên bêderfet, lîse diqedînin jî, fêrî zimanekî biyanî nabin. Erê rast e ku perwerde di sedsala me de bûye mafekî giştî ji bo tevek çîn û beşên civakan. Lê belê ev maf îro li welatên pêşketî, kêm-zêde rewaca xwe dibîne. Lê li welatekî paşdemayî, perwerdeya rasteqîne tenê ji bo çîna serdest bi cih dibe, ji bo çîna bindest û kêmketî, di pratîkê de nayê bicihanîn. Mînakên vê yekê pir in, mesela: Li bajarên Kurdistanê zanîngeh ava dibin, lê mamoste nînin. Nexweşxane çêdibin, bizişk û makîneyên tedawiyê nînin û hwd... Tiştê herî girîng ev e ku hema bêje perwerde pêşkêşê hemû çînan dibe, lê ew zaroka ku rind neyê xwedîkirin, di perwerdeyiyê de serkeftî nabe. Ew zaroka ku her sibe şorbe û pîvaz dixwo, nikare bi yê ku her sibe şîr, mast, hingiv, penîr û sicoqan dixwe re di perwerdeyiyê de serkeftî bibe. Pirs 14: Em ji azmûn û tecrûbeya cîhanê, tecrûbeya welatên pêşketî û hinekî jî dîrokî ketin rê. Em bên ser perwerdekariya li welatê xwe, perwerdekariya li Kurdistan. Lêkolîner û dîroknasên biyanî, kesayetiyên mîna Bazil Nikîtîn di lêkolîn û xebatên xwe de behsa medreseyên li Kurdistanê dikin, heta ji bo van medreseyan hejmarek wek hejmara 75 an jî tê dayîn. Ev medrese û xwendegeh bi giranî oldarane bûn. Perwerdeya di vê çarçewê de dihate dayin bi çi nisbetê bû, ji awura coxrafîk çendî fireh bû, bi giranî li kîjan bajarên Kurdistanê bûn û heger mirov ji awura kategoriyiên civakî, bigre dest çendî netewegîr bûn û ji gel re çendî dibûn ma? Bersiv 14: Rast e ku gelek lêkolîner/vekolîner û dîroknasên biyanî, rojhilatnas û kurdnas li ser saziya Medreseya Kurdî

rawestiyane, li serê lêkolîn kirine û rastiya navroka wê derêxistine pêşberê zana û zanistiyê jî, lê mixabin rastî û naveroka wê rind dernexistine holê. Herweha ew saziya Medreseya Kurdî çendî tê gotin ku bi giranî oldarane bûye, lê ji ol û oldartiyê zêdetir, perwerdehîya wê ji destpêkê heta qedandinê di çar pêngavan re derbas dibû. Yek wek dibistan bûye, ya din wek mekteba navendî bûye, ya sisiyan wek xwendina lîseyê bûye, ya çaran jî wek zanîngeh bûye. Kesê pirtûka CAMÎyê digedand, herwekî lîse qedandibe dikaribû meletiya normal bikira. Lê esasê wê, qedandina beşa piştî pirtûka CAMÎyê bûye ku ew jî zanîngeh bû. Perwerdeya ku di Medreseya Kurdî de dihate kirin, ji oldartiyê zêdetir, ji felsefeya Grekiyan bigir hetanî beşa Dîrok û Tendurustî û Hiqûqnasî jî tê de hebûne. Ji awura coxrafiyayê ve firehbûna Medreseya Kurdî, eger em ji Peymana Qesra Şêrînê û bi vir ve bibêjin, ji Erzeromê bigir heta Dêrezorê, ji Meletî û Xamirpêtê (Elezîz) bigir heta Wan û Bazîdê, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Palo, li çend deverên Herêma Botanê, li Behdînan, herêma Soran, li Mêrdîn û Amedê gelek medreseyên cuda yên navdar hebûne. Ha Pirsa ku ew sazî çendî netewegir, kurdperwer, ji gel re çendî dibûn mal yanena jî, li ber çavan diyar e ku hemî problem û gelşên Kurdan ji aliyê wê saziyê ve dihate çareserkirin. Ev ziman û çanda dewlemend, bermayên wê saziyê ne ku heta niha, em nivşên li jiyanê jî, xwe pê diparêzin. Di van 20-30 salên dawîn de ewqas berhemên kurdî ku derketine holê jî, bi piranî berê wê saziyê ne. Ya girîngtir ev e ku di serê Sedsala Hijdehan de ew vîn û daxwaza kurdan a nijadî û ewqas şoreşên Kurdan û piraniya serok û serokatiya wan, şagirdên wê saziyê bûne. Pirs 15: Tiştê herî balkêş ev e ku her kes hema dibêje ”Medreseya Kurdî” ango warê ol û ayîna îslamî dihesibîne, lê kes behsa Medreseya Kurdî ya Êzîdiyatiyê, ya Kakeyîtiyê nake. Ew perwerdehiya Kurdên van herdu olan jî, Medreseyên Kurdî bûne û perwerdeya Kurdan bûye?

Bersiv15: Lê ez bi dilovanî dibêjim, ew sîstema ku Neteweyê Kurd di medreseyên xwe de bi kar aniye, di medreseyên Ereb, Faris û yên Tirkan de nebûye. Tiştê giringtirîn ev e ku piraniya nivîskarên wan pirtûkên ku di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin, Kurd bûne. Kes li ser vê yekê nasêwire û nabêje çima jî. Pirs 16: Perwerdeya li medresan stratejî û siyaseteke çawa dikudand. Mebest perwerdekirin û gihandina hejmarek mele û seyda bû ku wacibên olî bînin cîh, wek limêjkirina li pêşiya xelkê, serwextkirina pêwist li ser prensîp û eqîdeyên îslam û îmanê, cîhana piştî mirinê, xwendina xutbe û mewlûdan û hwd. yan roleke wê ya perwerdakariya giştî jî hebû. Heger erê çawa? Bersiv 16: Di pêvajoyê de li gor dem û dewran, rewşa jiyana Medreseya Kurdî jî hatiye guhertin. Dema ku Medrese bi desthelatiya kurdî hatiye meşandin, dilqa wê jî ji bo perwerdehiya giştî bûye û tê de gelek şaxên zanistiyê hatine xwendin. Mînakên vê jî pir hene, mesela Smayîl Cizîr (1136-1206) di Medreseya Kurdî de projeya robot û computera ku îro ji bo jiyana mirovan bûye karê rojane çêkiriye. Gelek kesên ku wek rêberên siyayê mora xwe li dîrokê dane, berhemê wê Medreseyê bûne. Lê ji nîvê Sedsala Nozdehan û bi vir ve, her ku çûye Medreseya Kurdê berepêş dehfandine ta ku di vê Sedsala Bîstî de wê xistine sawiyeke wisa kêm ku tenê kesên wek seyda, mele û feqî hatine gihandin da demanên xelkê yên olî bi cih bînin. Pirs 17: Pirsên me li ser ders û dersdariyê ne. Wê kêmasî û neheqiyeke mezin be heger em pêşeng û bavê perwerdeya bi kurdî, perwerdeya neteweyî û olî Ehmedê Xanî û bi taybetî berhema wî ya bi navê Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê jî bibîr neyînin û girêdayê vî aliyê Xanî, dîtinên we mamoste û perwerdekarên salan negrin. Xanî di berhema ewil de li ser destkewt û qezencên fêrbûn û hînbûnê, durustî û pakiyê, erkên mamosteyan, kontirola li ser xwe û xwegirtinê, têkoşîn û liberxwedanê, yekirina zanebûn û pratîkê û gelek

dabaş û meselyên din şîretan dike. Dîtin û şîroveyên we? Bersiv 17: Eşkere ye ku bê ders û xwendin, kes nagehîje şaxên zanistiyê. Devera ku zanist lê nebe jî, xelk kor e û hertim amade ye ku bibe xurê hovan. Lê nemir Ehmedê Xanî ji bilî ku ferhenga xwe bi navê NÛBIHAR nivîsiye, wî li Bazîdê medrese jî avakiriye û tê de ders daye zarokên Kurdan û ew perwerde kirine. Evkarê han jî, dilovaniya rewşenbîriyê ye. Rewşenbîrên dilovan hertim di xema xelkê xwe de ne û daîm li derfet û delîveyan digerin ku nivşên nû bi xwendin rabin. Ji ber ku pêşeroja welêt barê ser milê wan e, çewa ku nemir Xanî jî gotiye ”Umîda me ji tifalan…” Li dinyayê şerê herî dijwar ev e ku bi nezanînê re tê kirin. Dema xelkek zana bibe, zû dikare gelşên xwe çareser bike. Lê eger ew xelk nezan be, dengê kesî naçe kesî. Pirs 18: Em ber bi sedsala piştretir de bên. Lêkolînerê berhemdar, Rohat Alakom di hinek berhem û meqaleyên xwe de li ser Perwerdeya li Kurdistanê (Rohat Alakom, Kurdistanda Egitim Sureçlerî. Dilan yayinlari Ikinci baski, Mayis 1992) behsa Ermeniyekî bi navê Tigranyan dike. Ev ciwamêr salên 1850 li Amed û li Bedlîsê dersên zimanê kurdî dide. Piştre ber bi Serhedê de coxrafya dersdariya xwe fireh dike. Belê Şerê di nav Osmanî û Rûsan de dibe asteng li pêşiya vê projeyê û nahêle têkeve jiyanê. Hûn çi dibêjin, di derbareya vî kesî û salên dersdariya wî de, li ba we agehdariyeke serwextiya me mestir û kûrtir bike heye? Bersiv 18: Ez bi vê mesela Tigranyanê Ermenî nehesiyame ku di 1850 de dersa bi zimanê kurdî daye zarokên Kurdan. Ez vê yekê zêde bawer jî nakim, ji ber van sedeman: Di wê demê de Amed jî û Bedlîs jî navenda perwerdehiya bi zimanê kurdî bûne. Mesela Şêx Fethullah Werqanisî û gelek navdarên din berhemê wê demê ne. Eger Tigranyanê Ermenî dersa kurdî dabe jî, bi gumana mezin daye Ermeniyan û di dêran de kiriye. Yan jî eger dabe Kurdan jî, bi gumana mezin derseke wisan bûye ku ew şaxê zanistiyê li Kurdistanê nebûye. Wek

mînak: Di Şoreşa Neteweyê Kurd a bi serokatiya Berzaniyê mezin ya Salên Şêstî de, keşeyekî di taktîk û bikaranîna hin çekên nûjen de ders daye pêşmergeyên Kurd. Lê eva yê Ermenî jî dibe ku karekî wisan be. Pirs 19: Ber bi dawiya salên 1800 î û bi taybetî bi qonaxa amadekariyên ji bo rojnameya yekem bi navê Kurdistan û ber sedsala me de, Kurdistan dikeve qonaxeke berhemdar. Împeretoriya Osmanî diheje zerzilî ye, Avahiya kevnare, emirmende û li pey zeman, kevir bi kevir, rêz bi rêz tê xwarê, li vir û li dera han xelk û gelên di bin destên Osmaniyan de serbixwe dibin û ev li Kurdistan jî bandêra xwe dike . Pêşî di nav kurdên li Stenbolê de û piştre li hejmarek bajarên Kurdistanê komele ava dibin, organ, weşan û çapemeniya wan dikeve jiyanê. Rêvebirên kovar û komelan li ser perwerdekirina bi zimanê kurdî û hînkirina zarokan dîtinên xwe dibêjin, pêşniyaz û projeyên xwe pêşkêş dikin. Di vê derbarê de û girêdayê vê qonaxê, bi taybetî çend dehsalên berî avabûna Komara Tirkiye dîtinên we? Bersiv 19: Rast ku Împeratoriya Osmanî dirûxiya û kurdên xweneda li paytexta Siltantiyê ketibûn nava hewldanekê; pêşî di nav kurdên li Stenbolê de û piştre li hin bajarên Kurdistanê komele û sazî ava bûne, weşan û çapemeniya wan ketiye jiyanê, zêdetir jî li ser perwerdekirina bi zimanê kurdî û hînkirina zarokan rawestiyane. Yek ji wan rewşenbîrên zîrek jî Mele Seîdê Kurdî bûye ku bi taybetî xwestiye ku zanîngehek li Wanê û şaxên wê li bajarên din ên Kurdistanê bêtin vekirn. Heta ku wî daxuyaniyek jî bi zaravayê kurmanvî belav kiriye. Şoreşa 1925an û hetanî 1938 ku ya Dêrsimê jî hatiye rûxandin, berê wan çalakiyan bûne. Ev babet gelekî fireh û dirêj e, lê baweriya min ev: ”Di wê demê de çendî ku gelek zana û bîrewerên Kurd hebûne jî, lê xelkê Kurd hêj di xewê de bûye. Ji ber hindê ew negihane wê armanca ku wan dixwest.

Înstîtûta Kurdî

Di nava doh û îro de perwerdekarî: Lêkolîna vê care, hejmar 14 li ser perwerdeyiyê ye. Bi giranî wek sê hejmarên berî xwe vê carê jî naverok ji Pirs û bersivan pêk tê. Mijar û navçeyên lêhûrbûnê çendek in. a. Aliyekî giştî û kurteagehdariyek li ser dîroka perwerdeyiyê û azmûna cîhana rojava. b. Perwerdeya di bin desthelatdariya dewletên desthelatdar de li Kurdistanê. c. Perwerdeya li diyaspora û nimûneyên perwerdeya bi kurdî li Siwêd û li Almanyayê. d. Di perwerdeya klasîk û kevin de cih û rola perwerdeya medreseyên li Kurdisanê. e. Xwendina li Mexmûrê ku bi serê xwe azmûn û fêrgeheke xweser e û nimûneyeke nadîr e, di dîroka perwerdeya Kurdistanê de. Em di wê bahweriyê de ne ku Pirs û bersivên li der û dora van çend xalên binavkirî ji bo ku xwendevan li ser diyardeya perwerdeyiyê bi giştî û ya bi kurdî bi taybetî bibe xwedî fikrek, wê têr û bes bin. Kesayetiyên di bersiva Pirsan de beşdar bûne, şareza û serwext in. Bêj hema gişan bi salan mamostetî kiriye û ji aliyê raya giştî ve têne naskirin. Ji Pirs û bersivan derdikeve ku şerê di nav gelê Kurd û dewletên serdest û desthelatdar de li herêma Rojhilata navîn salên li pêşiya me wê bi giranî dagere aliyê perwerdeyiyê. Hedefa dagîrker û zordaran pişaftin û asimîlekirina me ye.

Maddî û manewî giş îmkanên xwe, mekanîzmeyên xwe, medya û burokrasiya xwe xistine kar û bi israr xwe nadin ber perwerdeya bi zimanê kurdî. Çendî ji destên wan tê perwerdeya bi kurdî li paş dixin, taloqan didinê. Ji bo kuştina zimanê kurdî, tengtirkirina erd û coxrafya wî û derxistina wî ji jiyana rojane, xwedî stratejî û projeyên fikirlêkirî, bi pîlan û bi program in. Ev diyar û heşkere ye, tê dîtin, tê zanîn. Perwerdeya dewletên Tirk, Ereb û Faris ne bi tenê asimîlekar e, her wuha çendewendî jî li dijê wekheviya nav cinsan, kultur û olan û antîdemokratîk e. Li hember vê, pêwist e em jî bi her awayî li welat û li derveyî welat ji bo perwerdeyeke alternatîv, neteweyî, demokratîk û humanîst zend û bendên xwe vemalin û ji bo ku em karibin hedefeke wuha jî têxin piratîk û jiyanê, objektîf û subjektîf îmkan hene û em têra xwe dikin. Çawa ji bo her cebhî tê gotin ku „Kurd ne Kurdên berê ne“, ji bo Kurd di eniya perwerdeyiyê de jî di bin barê xwe de rabin û bê ku xwe hewcedarê tukes û tuhêzê bibîninin, zemîn heye. Ev ji awura hejmara mamosteyên xwedîazmûn, pirtûkên dersê û medya berdest jî wuha ye. Ev ji bo naverokê. Bila evê bê jî wek pêşgotin be. Bismilaha pêşgotina me bila bi çend peyvên pêşiyan be. Çend peyvên di bîr û hişê Kurdan de qar bûne. Kurdên di nav feza û dormedoreke kurdiyane, kultur û civakeke bi kurdî de çavên xwe vekirine, xwe nas kirine, ne carekê bi dehan û bi sedan car ev peyv ji dê û bavên xwe, ji sohbetên rojane û di nav xwe de bihîstine: „Kurmê şîrî heta pîrî“, „ tu çi têxî beroşê, tu dê wî derxî“, „Li dê binêr, dotê werîn“ û hwd. Ev peyvên pêşiyan tu li eslê wê binerî, her yek bi serê xwe tesbîtek e, encam û destnîşankirinek e ku perwerde û pedagojiyê têkildar dikin.

Mirov dikare ji ferheng û kultura kurdan, li ser perwerdeyiyê, cîh û rola wê, bi dehan hukmên wuha, ravekirinên wuha hilçine û bi dû hev de bike rêz. Mecal û riyên mirov ji gelek aliyan de perwerdekariyê bigre dest, tecrûbe û azmûnên di vê eniyê de; neteweyî û navnetweyî, ji doh ber bi îro ve biparzinîne, li moxil û bêjinga jihevderxistinê bide, çendalî û fireh, bi xwe re nîqaş bike, ji hev bijene, veçire û li gora dilê xwe ava bike, zehf in. Materyal pir e, kitêbxane tije û dagirtî ne û ji bo dîtina vê bi tenê çavavêtineke çendbêhnikî li Internetê, bes û têr dike. Perwerdekarî, sîstem û metodên perwerdekariyê, ast, sewiye û qonaxên wê ji kevin ber bi nû de, ji destpêk û seretaytiyê ber bi kamilbûn û sitewyayîtiyê de, bi temen û salên xwe, xwediyê dîrokeke ne kêmî temen û salên civakê ye. Bêj hema ew û civak biracêwiyên hev in, libên heman gwêşîyan jî em bêjin gwêşiyên heman darê, heman mêw û bedenê ne. Bi hev re ji diya xwe bûne, bi ser piyan ketine, bûne hevalên rê û heta bi roja me dane di ber hev re, ji hev neqetiyane. Xurtiya aliyekî ji aliyê din re jî dibe xurtî û qelsiya yekê ji wan, ya din jî bi xwe re qels dixe. Ewçendî girêdayê hev in, ji hev bixwedî dibin û ewçendî bêyî hev netemam û ne mimkun in. Civak, perwerdekarî, erk û fonksiyonên wê: Civak jiyan e, zindî û bi bizav e. Perwerdekarî jî riya jiyanê, xwîn û damarên vê jiyanê ye. Bi gotinên din perwerdekarî, şêweprosesek e ku di nav de civak cîl û nifşên xwe ji awura exlaqî, rabûn û rûniştinê, cîhanbînî û hwd. de bi firê dixe, li qalib dide, dihûne ji jiyanê û siberojê re amade dike. Guhertin û pêşketina civakî perwerdekariyeke afirêner û ew jî berdewamiyeke bêsekin, baştir û di ser baştir re dixwaze. Perwerdekarî qabiliyetan derdixe. Di nav perwerdekariyê de û bi saya perwerdekariyê, şareza, kesên bikêr, xwedî hûner û

bi behre ji diya xwe dibin. Şareza û hosteyên pîşeyî, pispor û çeknas derdikevin. Her wuha perwerdekarî li dijê cehalet, nezanîn û dicihêxwedehejmartinê, çeka helî bêrdar, encamgîr û bi îsabet e. Di riya vê çalakiya girîng re û bi alîkariya rol û fonksiyonên wê, mirov xwe nas dikin, dibin xwedî nasname û li ser xweserî, taybetmendî û cihêyîyên xwe dibin xwedîfikrek. Civak di riya perwerdeyiyê re ne bi tenê tecrûbe, kelepor, pêzanîn, destkewt û berdestiyên xwe; çi kulturî û çi civakî, her wuha giş dewlemendî û berdestiyên xwe, belê yên gel û welatên din jî vediguhêze, pêşkêş û berpêyî ferd û komên xwe dike. Jiyan perwerdeyeke berdewam û bêdawî ye: Jiyan perwerdeyeke berdewam û bêsekin e. Li dora çend stûnên bingehîn û bi sedan stûnên biçûktir ava dibe. Hêz û xwegiriya civakê, Rewş û asta wê, girêdayê van stûnan e. Stûn çendî pihêt, rûniştî û seqamgîr bin, ewçendî jî civak saxlem û tekûz, hemdem û bikêr dibe. Faktorên perwerdeyiyê, hedefên wê; kes, endam û kategoriyên civakê ne, mextel û qada wê jî komelanên gel, cîl û nifşên roja li dar û siberojê ne. Bi riya perwerdeyiyê û di nav perwerdeyiyê de civak, xwe avadike, dadrêşe û ji awura nirxên koletkîf û neteweyî xwe dihûne. Her qonaxa civakî, erk û fonksiyonên xwe, perwerdeya xwe dixwaze. Bi nisbet û dereceya ev daxwaz, çendî li gora demê û bi awayê bersivdar têne cîh, civak û netewe jî ewçendî distewin, serwext û şareza dibin, rola xwe dilîzin, bi xwe serbilind dibin. Fonksiyon û erkên perwerdekariyê zehf in: yek ji wan jî jiyandina kulturê, bixwedîkirin û geşkirina wê ye. Ne ev bi tenê çendekî din:

Perwerdekarî prosesekî xwebikulturkirin, xwezanakirin û xwegihandinê ye. Xwekûrkirin û xwebipêşxistina li ser babetekî, kûrbûna di şaxekî jî de ye. Kurt û kin, nasname û kesayetiyeke tekûz û tebût, saxlem û bixwebahwer, jixwepiştrast û serbilind, bê perwerdekariyeke azad, biserûber, afrêner û hemdem ne gengaz e. Ji vê awurê mekanîzmeya perwerdekariyê ji ber şertên bindestiyê, statuya gelê Kurd û welatê wî Kurdistan û ji ber rêveberiya perwerdekariyê ne di destên Kurdan de ye, perwerdeya bi kurdî perçê başûr ne tê de li perçên mayî qedexe ye, baş nagere, rawestiyaye, bûye aşê asimîlasyonê, giş perwerdeya Kurdan maye di stûwê malbatên Kurd, rêxistin û saziyên neteweyî de. Çend qonax: Diyar e ku ev perwerdeya îro heye, doh ne bi rengê niha bû. Tiştê îro em dibînin, dijîn, encamek e. Heta perwerde hatiye vir, gihiştiye vê sewiye û asta îro, gelek qonax li xwe badane, di gelek zaboqan re derbasbûye û wek her şaxekî din ji şaxên ilim, pedagojî û sîstemê hîndekariyê jî, ber û berhemê berxwedaneke sedsal, hezarsal û xizmetên subjektên bikêr e . Çend heyam û bedêlan, monopolê perwerdeyiyê di destên keşe, kardînal û papayan de, di destên mizgeft û sînagogan de bû. Ya hebû jî bisînor û çarçewe teng bû. Xwendin û perwerde, îmtiyazek bû, nehmet û awantajek bû ku bi dest herkesî û herkesê nediket. Civak du birr bû, mabû du cîhanên dûr ji hev: Yeke biçûk, serdest, xwenda û elîtane û yeke nezan, cahil û di ser ji sedî notê civakê re. Civak qerimî, emirmende, kevnar û di nav stagnasyoneke tîr, tarî û kûr de noq bûbû. Perwerde demeke dirêj jî dibe navendeke şer di nav kilîsê, şah û melekan de, di nav desthilatdariya cîhana oldar û dinyayî de jî.

Di destpêkê de mafê ders û dersdariyê di destên dêr û mizgeftan de ye. Ku ev bi aliyekî xwe jî dibe duberekî û nakokiya di nav hînbûn û hîndekariya oldarane û sekûler de jî. Qonaxa bi nîqaş û rexne: Ber bi destpêka qirnê nû de, li hin welatên Ewropa, nemaze çarsed salên dawî, di nav entelektuelên li derveyî saziyên oldarane û desthelatdar de, bi giranî dogmatîk û ne li gora dem û qonaxê, di bin navên humanîzim, ronesans û reformasyonan de meylên dijber, guhertinxwaz û nûtîxwaz pêde bûn. Humanîzim, ronesans û reformasyon, bi mebest û hestên rizgarbûna manewî, hesreta derketina ji bin nîrê kilîsê, di nav hewla firehkirina coxrafya perwerdeyeke dadmendanetir, neteweyîtir û ber bi jêrtir de, bûn mizgîniya damezrandina civake nû û qonaxeke bixêrtir. Li vir û li dera han dengên cihê, li xêra gel bilind bûn. Deng ketin ser hev, kenalîzeyî nivîsandin û jiyanê bûn. Komelanên xelkê xwe li xwediyên dengan girtin, li dora wan civiyan. Di nav demeke ne dirêj de, niwêner û berdevkên hersê tevgerên dîrokî, dînamîk û ciwan, rengê xwe dan her aliyê jiyanê û pê re jî raman û dîtinên pedagojîk û perwerdekariyê. Şika ji neheqî û hewedariya perwerdeya desthilatdar; emirmende, ne pedagojîk, hişk û xedar, bi lêdan û bi qamçî, bê ku temenê zarokan; psîkolojî, rexlî û naşîtiya wan li ber çavan bigre, di nav salan de mezin û çencaran li xwe bû. Hêdî hêdî metod û perwerdeya kevin ji îtîbarê de ket, bêprestîj û bêotorîte bû. Bi taybetî di serdema ronesansê de dîtinên zarokan baştir nas dikin, ji zaroktiyê re bihurmetir bûn, ku di formûlasyon û vegotinên mîna ” zarok bîr nabin, bêguneh in, kesê bi zaroktî dimre naçe dojehê, Xwedê wan ji ber kirinên wan berpirsiyar nagre ” û ji ber vê, doza perwerdeyeke nermtir, barbuhêrtir û bi bêhneke firehtir kirin, wek alternatîveke baştir ketin jiyanê.

Perwerde ket qonaxeke bi nîqaş û rexne. Her aliyê ders û dersdariyê, mafê mamostan, têkiliyên di nav wan û şagirtan de, pirtûkên dersê, bi vê nisbetê yan jî bi nisbeteke din, bûn hedefên nirxandinan. Ber bi perwerdekariyeke bêlêdan û bêceza de: Hinek nîqaşan bi salan û dehsalan dewam kirin. Wek nimûne nîqaşa li ser lêdan û cezakirina zarokan. Di derbarê lêdanê de, salên 1500´î dîtineke wuha hebû: Dema mirov naçar bibe li zarokan bide gerek mirov li her derê wan nede, di van cîhan de berî her tiştî gerek serî û ruwê zarokan li derveyî navçeya lêdanê bimîne. Ne cop û qamçî belê şivên zirav û bêgirêk bêne bikkar anîn. Dîroknas Olaus Magnus di dîroka xwe ya li ser gelên Bakur de salên 1550´î yan behsa van metodan li Siwêd û li Almanyayê dike. Erasmûsê Roterdamî û Martin Lutherê Alman jî li dijê lêdanê ne û ji bo metodên nerm in. Ew du niwênerên humanîzmê ne û perwerdeya dê û bavan, perwerdeya di nav malbatê de jî girîng dibînin. Salên dawiya 1800´î û yên destpêka salên 1900´î bi aliyekî xwe jî bûn ”Salên Zarokan”. Li Emerîka û li Ewropayê li ser pedagojiyê, metod û perwerdeyiyê bi sedan lêkolîn û pir tûk ketin weşanê. Di vê navê de ji her car zêdetir dîtinên pisîkolojîk û berçav berşefeq bûn. Pedagojiyê xwe nû kir û zarok wek navenda pedagojiyê kete serê lîsteya rojevê. Nîqaşa li ser lêdana zarokan çendî kevin be jî heta lêdan û cezakirina zarokan wek metodekî hate qedexekirin, çend sedsalên din jî gerek derbas bibûna. Li gelek welatên cîhanê hê jî lêdan û lêxistina zarokan ranebûye. Li welatên mîna Tirkiye destên zarokên Kurd têne şikenandin û îro di ser 3000´an re zarokên Kurdan di zîndanên dewleta Tirk de û li ber dadgehan in.

Balkêş e ku li welatekî mîna Siwêdê bi xwe jî ku weletekî di mesela mafê zarokan de pirr li pêş e, heta sala 1952´an û gelekî piştre jî bi şertê temenê zarokan li ber çavan bê girtin, mafê dê û bavan hebû ji bo lêdanê. Berî bidawîkirina vê xalê wek encam mirov dikare vê bêje: heta fikir û ramanek dikeve jiyanê, dibe rastî û perçeyek ji jiyana rojane, serdest û degel dibe, ji jor ve ber bi jêr de û berevaja ji jêr ve ber bi jor de giş civakê radipêçe, dibe qanûn û kultur, zemanek derbas dibe. Dijayetiya lêdana zarokan, mehkûmkirin û şermezarkirina wê, nivîsandin û lêkolînên li ser, kevin û berî bi çend sed salan bin û îro bi qanûnan hatibin qedexekirin jî, hê lêdana zarokan hem li malê, hem li dibistanan û rojane jî li vir û li dera han, li welatên mîna Tirkiye bi awayekî xwiya û berçav tê dîtin û dewam dike. Naxwe çendî mirov ber bi doh de dihere, ewçendî mirov hişkayîyê, guhnedan û sersariyê dibîne. Ber bi îro de; mezinkirin û guhdana zarokan, dersdarî û perwerdekariya wan pedagojîktir û pisporanetir dibe. Perwerdeya doh ku li ser sê stûnan ava dibû û ji sê lingên mîna îtaet, disiplîn û lêdanê dihate pê, îro li timamê cîhanê nebe jî li piraniya welatên pêşketî nema qebûl dibe. Ji awur û çend ruwên din perwerde: Ji awura qonaxa bi dibistan, bêdibistan û pêşdibistanî jî mirov dikare li dîroka perwerde û pedagojiyê bikole. Qonaxa bi dibistan û profesyonel bi nispet ya bê dibistan û malbatî kin e. Demekê jî hewcedariya bi perwerdeyeke pêşdibistanî kete serê rojevê. Têkiliya vê bi endustriyalîzebûna civakê re dîrekt hebû. Bi taybetî piştî mekîne û febrîke bi rengekî fireh dikevin jiyanê, burokrasî bi hejmar zêde dibe û profesyonelî serdestê jiyana civakî dibe, qonaxeke pêşdibistanî jî dibe xelekeke ji xelekên zincîra perwerdeyiyê. Kireşên pêşdibistanî çêbûn. Dê û bavên li kar, di febrîke û buroyan de erkdar, di saetên li kar de, zarokên xwe danîn van kirêş û zarokxaneyan.

Vê qonaxê jî kat û dema pedagogan girt, ew kişandin nav nîqaş, lêkolîn û pêşniyazan. Bi sedan pirtûk li ser pêwistî û giringiya vê qonaxê jî hatin nivîsandin. Heta cîh û rola wê hate fêmkirin gelek sal buhurîn. Perwerde û xwendina yekzayendî û xebatên ji bo mafê keçan: Demeke dirêj jî bi şêweyekî fireh û giştî perwerde ji zarokên keç re girtîbû. Ew li gora cins û jinbûna xwe ji bo rola dayiktiyê bi awayên xweser dihatin perwerdekirin. Di serdema entîkê de zarokên kur ji şer re dihatin amadekirin. Lewra hewcedarî bi zarokên zinde û berxwedanvan hebû. Keç jî gerek bedew û rindbûna. Heger spartayîbûna hinekî jî gerek ji bo sporên giran bihatina amadekirin. Li gora hinek dîtinan, navenda bi tenê ji bo perwerdeya keçikan di serdema entîk de rengek dibistan bûn ku ji wan re Heteren dihate gotin ku ev jî dibistanên fahîşeyî bûn. Ne tesaduf e ku gelek fîlozofên jin ji van dibistanan derketine. Fîlozofa jin Apasiya ji bo keçan jî dibistanên mîna yên kurikan dixwestin. Rewş û statuya jinê girêdayê ecib û kêfa mêr bû. Jina ku ecba mêrê wê ji bo wê nedima êdî giş mafên xwe wunda dikirin. Me çavek avêt hin damar û hin aliyên dîroka perwerde û pedagojiyê. Me riya xwe bi hinek qonax xist. Di çend paragrafan de be jî em dikarin çend kesên di vê eniyê de xwedîgotin, xwedîwezin û giranî bi bîr bînin û çend gotinan jî bi taybetî ji bo pedagogê navdar Johann Heinrich Pestalozzi (1746-1827) bêjin: Johann Heinrich Pestalozzi (1746-1827): Di dîroka perwerdekarî û pedagojiyê de Johann Heinrich Pestalozzi ne bi tenê ji bo gel û welatê xwe, belê ji bo giş gel û welatên cîhanê bûye serbilindayî, meqamê pesnê û malavayîyê.

Di nav navên xwiya, navên di ser der û dora xwe re, Pestalozzi “ ne bi destêr, ji ritil û ji weqiyê” ye. Ciwamêr ne ji rêzê ye, ne yek ji yekan e, ji navên serê lîstê ye, çalak e, fedakar û sexî ye. Hoste û evîndarê karê xwe ye. Ferqa di nav gotin û teoriyê de radike. Ne bi tenê dibêje, li gora gotinên xwe dijî. Enerjî û zemanê xwe terxan dike, dixe xizmeta zarokan. Di nav ketin û rabûneke hevalrê, salxwur û mixalefe de, dîtin û teoriyên xwe dixe jiyanê, bi xwîn û goşt dike. Dersan dide, germa germa notan digre, teorîtîze dike, hiş û aqilê wî li ser karê wî ye, ne bi tenê bêhnik û kêlîka tê de, sal û sedsalên piştre difikire. Hişê wî zelal û sayî ye, zane çi dike, çima dike. Teslîmê dijberî û dijwariyan nabe, kevirên xwe di ber xwe re bernade, ji ser ya xwe nayê xwarê, bi biryar û yekdilî ye. Bi karê xwe û siberoja wî bahwer e. Hişê wî ne li ser nelibarî û astengên rojane, li ser encamên wê ye. Di nav bêîmkanî û berhelistên bêbav û bêhawe de, şev û rojên xwe dike yek şopekê, rê û resmekê ava dike. Azmûnên xwe di çend cildên nemir de bi laş û gewd dike, di hejmarek beş de hem mamostê xwe J. J Rouşeau rexne dike û hem jî wî derbas dike. Kurt û kin ew şêwemîladek e, kilît û vekroka qonaxên piştî xwe ye. Dibistan, dersdarî, pedagojî û bi giştî mirovayetî, gelek tiştan qerzdarê wî ne. Ew wek yek ji mestirîn pedagogên hatine û çûne ye. Impûls û dehfdarên wî ji bo pedagojî, dersdayin û dersdariyê xwediyê wateyên mezin in. Di beşê xwe de ew, bûye serçaviyeke îlhamê, handar û navtêderek e, ew. Bahweriya Pestalozzi bi perwerdeyiyê û hêza perwerdeyiyê xwurt e. Perwerde ye, ya ku civatê diguhere, ji nûve ava dike: her însan di esil û bingehê de xwe baş e, kes xerab ji diya xwe nabe. Xerabiya însên jî û başiya wî/wê jî, girêdayê perwerdeyiyê ye. Însanê xerab û baş tune, perwerdeya baş û

xerab heye. Her zarok gerek xwedî kesayetî û nasnameyekê be, ev ji mafên xweza, bingehîn û dernîqaş e. Di xalekê de ji Rouşeau vediqete, heq nadiyê û rexnegîr e: Rouşeau zarokê bi nav destên xwezayê de ber dide, aha tu û aha xweza dibêje. Serê we di zikê hev de. Fermo hûn hev rast û serast bikin, ya baş çi ye hilbijêrin, li xêra xwe û hev bin, bikêrî xwe werin û Hwd. Vê qebûl nake Pestalozzi: Zaroka bi serê xwe bimîne, bê rêber û bê perwerde, bê mamoste û destgirekî, wê çawa heq ji xwe derkeve, wê exlaqê civakî, pêzanîn û agehdariyên entelektuelî çawa û ji ku bigre. Ji bo ku zarokek behre û qabiliyetên xwe bi pêş bixe, rabûn û rûniştina xwe li qalibekî bide mûheqeq hewcedarê dê û bavên xwe û mamosteyan e, hewcedarê rêpêşander û perwerdekaran e. Bê perwerde û rêberî zarok dê nebe xwediyê roleke avakar û erênî di civakê de. Pestalozzi, li pêşiya zemanê xwe bû: Dê û bav, mamoste û perwerdekar dema ji zarokan tiştekî dixwazin, talîmatekê didin wan, pêwiste temen û azmûnên wan ji bîra nekin û ne bêmetod bin. Heta zemanê Pestalozzi dibistan di bin kontirola kilîsê de bûn. Di encama reformên wî de, hikûmet vê kontirolê ji destên kilîsê derdixe û ev jî dibe yek jî bikêrtirîn gavên ber bi perwerdeya sekûler û modern de. Hê di saxiya xwe de berî bimire deng pê ket. Ji her aliyê Ewropa û Emerîka xwedîentereseyan xwe lê girtin, serî lê dan û fikir, dîtin û pêşniyazên wî birin welatên xwe. Şagirt û xwenda, dan pey şopa wî, li gora teoriyên wî ders dan. Philipp Emanuel von Fellenberg, Fredrich Froebel, Johann Friedrich Herbart, Karl Titter çend kes ji wan in.

Encam û perwerdeya îro: Her kesayetî bivê nevê hinekî jî ber û berhemên perwerdeya serdem û zemanê xwe ye. Ji roja dêûbavîtî çêbûye û ev çêbûn derketiye asta malbatî û bi vir de bi vî rengî yan jî bi rengekî din şêweperwerdeyek jî heye. Di dîroka perwerdeyiyê de qonaxa bimamoste, bidibistan, bisinif, binot û biqarne, li gora program û şemayekê gelekî piştre tê. Ya din di destpêkê de xwendin imtiyazeke ji bo zarwên desthilatdaran e. Bi dû de hejmarek malbatên xwiya û ji giregiran vê îmkan û imtiyazê bi dest dixin. Hê piştretir ber bi sedsalên me de ji bo her welatî, mirov nikaribe bêje jî li welatên pêşketî, bêj hema herkes dixwîne û ji cîhekî û pêde xwendin û çûna dibistanê mecbûrî bûye. Temenê dibistanê jî li gora welatan hinekî ferq bike jî kêm zêde 7 e. Perwerde merkezîbû ye, li ser asta helî jor xwe bi rê dixe, bûye xwediyê wezaret, burokrasî û mekanîzmeya xwe. Sîstemê perwerdeyiyê bi şax û per bûye û ji meqamekî, ji destekî, bi heman pirtûkên dersê û bi heman şemaya xwendinê tê birêvebirin. Di sedsala me de perwerde, êdî bûye mafekî giştî ji bo giş kategorî û beşên civakê. Ji cîhanê ber bi Kurdistanê de: Em berên projektorên xwe bidin aliyekî din, yan jî em ji pencere û zawiyeke din li dabaşê hûr bibin. Em ji azmûn û tecrûbeya cîhanê, tecrûbeya welatên pêşketî û hinekî jî dîrokî ketin rê. Em bên ser perwerdekariya li welatê xwe. Em neteweyekî kevin in, ev bêgoman e. Rojhilatnas û Kurdnas vê dibêjin. Lêkolînerên biyanî, mîna Bazil Nikîtîn di xebatên xwe de behsa medreseyên li Kurdistanê dikin, heta ji bo van medreseyan hejmarê jî didin. Agehdarî û naskirineke

dîrokî, bi lez be jî ji bo vî alî wê ne bêcîh be. Divê em ewil pêşeng û bavê perwerdeya bi kurdî Ehmedê Xanî û bi taybetî berhemên wî yên bi navên “Nûbara Biçûkan” û “Eqîda Îmanê” bi bîr bînin. Xanî di van berheman de li ser destkewt û qezencên fêrbûn û hînbûnê, durustî û pakiyê, erkên mamosteyan, kontirola li ser xwe û xwegirtinê, têkoşîn û liberxwedanê, yekirina zanebûn û pratîkê û gelek dabaş û Pirsgirêkên din şîretan dike. Ber bi sedsalên piştretir de li dora salên 1850 yan li hin bajarên Kurdistanê wek Amed û Bedlîsê em dibin şahidên perwerdekariyeke bi kurdî ku mamosteyên wê ne Kurd û alimên Kurdan, belê ermenî ne. Dawiya salên 1800´î û ber bi destpêka salên 1990´î de Kurdistan dikeve qonaxeke berhemdar. Rojnameya Kurdistan derdikeve. Pêşî di nav Kurdên li Stenbolê de û piştre jî li hejmarek bajarên Kurdistanê, komele ava dibin, weşan û çapemeniyek dikeve jiyanê. Rêvebirên kovar û komelan li ser perwerdekirina bi zimanê kurdî û hînkirina zarokan dîtinên xwe dibêjin, pêşniyaz û projeyên xwe pêşkêş dikin. Serdema Komara Kemalîstî û salên piştre: Jidayikbûna Komara Turkiye dibe darbeyeke mezin û kuşinde ji awura perwerdeya bi zimanê kurdî û her tiştê bêhna Kurd û Kurdistanê ji wan tê. Dewletneteweya tirk, nasyonalîst û antîkurd, sal bi sal zewrên li ziman û kultura kurdî badide, destên di qirika Kurdan de dişidîne û êdî qonaxa dijkurd, ne li xêra kurdan, jiserxweçûyî dikeve rê, dide çargavan. Di encama vê siyasetê de, siyaseta bi pilan û bi program asimîlekirina Kurdan û hejmarek êrîşên xwênawî li dijê Kurdan, bi sedan rewşenbîr û welatparêzên Kurd ji Perçê Bakûr derdikevin. Xebatên perwerdeyîya bi kurdî û bi kurmancî jî bi vê derketin û koçberiyê re dadikeve Başûrê Rojava, bi gotineke din dike17

ve Biniyaxetê. Bipêşxistina zimanê perwerdeya bi kurdî li ser bingeha afebeya bi latînî û amadekirina alfebeya kurdî jî di vê qonaxê de çavên xwe vedike. Rewşenbîr, perwerdekar û alimên Kurd li dora 57 hejmarên Hawarê kom dibin û bi vî awayî bingeha perwwerdeya siberojê datînin. Çarçeweyên perwerdeya siberojê, îmkanên wê, form û naveroka wê têne diyarkirin. Kurs têne vekirin, buroşur û kitêbok çap dibin, alfebe û pirtûkên dersê têne amadekirin. Vê seferberiya perwerdeyiyê heta dawiya Şerê Cîhanê yê duhem dewam kir. Navçeyên vê pêlê, Sûriye û Libnan û pêşengên wê jî herdû birayên Bedirxanî Celadet û Kamûran û nivîskarên Hawar û Ronahî Osman Sebrî, Qedrîcan, Reşîdê Kurd, Hesen Hişyar, zarwên Mala Cemîl Paşa û hwd din bûn. 11 mehên Komara Mehabad: Demeke kurt û bi rengê ne saleke temam be jî, di dema damezirandina Komara Mahabad de mefer û bêhnikeke Kurd perwerdeya xwe bi xwe birêve bibin, bi dest dixin. Wezareta Perwerdekariyê yek ji wezaretên bingehîn e ku Wezîrê wê jî hêja Menaf Kerîm e. Di coxrafya Sovyeta kevin de perwerdeya bi kurdî: Sovyeta kevin derya û okyanûseke bi dehan ziman û perwerdeya çenddehzimanî bû. Nimûneyeke bi serê xwe û di kategoriya xwe de bitenê bû. li Sovyeta kevin bi kêmanî bi 100 zimanan axaftin dibû. Sala 1921´ê ji bo zarokên Kurdan, perwerdekirina mamostan, amadekirina materyalê dersê û Pirsgirêkên perwerdeya bi kurdî kurs hatin vekirin. Balkêş e ku kesên jii van kursan re pêşengiyê dikin Ermenî ne. Wê salê Hakop Gazaryan ku di nav Kurdan de wek Lazo

tê binavkirin ji bo amadekirina alfebeyeke kurdî tê wezîfedarkirin. Ev alfebe bi navê Şems tê naskirin. Alfebe, di heman salê de di nav Kurdan de tê çapkirin û belavkirin. Du salan piştre, sala 1923´an li Ermenistanê ji bo çareserkirina perwerdeya bi kurdî û bi dereceyekê sazîkirina wê, civîneke ku 50 kes tê de beşdar dibin li dar dikeve. Di nav van kesan de Hakop Gazaryan û xanima Nûra Rolatova, dersdara kurdî jî beşdar dibin. Hakop bi navê “di nav Kurdan de dibistan û rola çalakiyên kulturî “ teblîxatekê pêşkêş dike. Azmûn û tecrûbeyeke din ji Sovyeta kevin mohra sala 1920´an hildigre. Vê salê li bajarê Aştarakê di internatekê de (yurdekê de) zarokên sêwî ku di nav wan de yên Kurd jî hebûn, têne perwerdekirin. Piştre bi sedan kesên profesor, mamoste, rewşenbîr ji vê yurdê derdikevin. Peryoda nav salên 1930-1931´ê jî ji awura ders û dersdariya zarokên Kurdan û perwerdeya bi kurdî hêjayê bibîranînê ye. Di van salan de hejmara dibistanên kurdî zêde dibe û digihe 27 an. Bi giştî 1951 xwendevan û şagirt zimanê xwe û zimanê Ermenî fêr dibin. Ev Enstîtû bi sedan mamoste perwerde dike. Her wuha di nav vê atmosfer û hemleyê de, sala 1931´ê li Êrîvanê Enstîtuya Pedagojiyê ya Piştkafkafkasyayê tê damezrandin û bi sedan mamosteyên Kurd ji vê perwerdeya pedagojîk hêz û tecrûbê digrin. Li aliyê din Radyoya Êrîvanê ji sala 1957´an û pê de ku dest bi weşanê dike, ji bo zarokan programan çêdike ku ev jî şêweperwerdeyek e. Bakur ji salên 1960´î û pêde: Li Bakurê welat mîna me li jor jî îşaret pê kir, siyaseta Tirkandina Kurdan bi damezrandina Komara Turk re ber bi salên piştre de giş sînorên girêdayê mafên mirovan derbas

dikin, Di dîroka siyaseta asimîlekirina Kurdan de salên 1960´î ji bo kultura tirkî bide zarokên Kurd, wan fêrî tirkî bikin û kurdî bi wan bidin jibîrakirin, kurdî di çav wan de biçûk bixin, wan têxin bin kontiroleke asê, têkiliya zarokên Kurd bi malbatên wan re bibirin, dewlet dibistanên mecanî vedike. Mîna ku yên din ne nebes bin, ev jî tê wateya bilezkirin û zewirandina çerxa asimîlasyonê. Sala 1977´an hejmara van dibistanan li Kurdistanê ber bi 100 î de hildikişe. Mebest ji van dibistanan ew e ku zarok bibin biyaniyên gund û dormedora xwe, ji dê û bavên xwe biqetin, di nav wan û malbatên wan de dijberiyeke kulturî çêbibe, roj bê ku li hev nebanin, ji hev fêm nekin û tu têkiliya wan bi eslê wan, etnîsîte û dîroka wan re nemîne Kurt û kin mebest, tirkandin û asimîlekirinine, arqozkîkirina kesayetiya zarokên kurd û bênasnamehşitina wan e. TOB-DER, Komela Yekîtiya Mamosteyên Tirkiye û çend hewlên demokrat: Sala 1978´an saziya TOB-DER´ê ango Komela Yekîtiya Mamosteyên Tirkiye di “Civaka Perwerdeya Demokratîk” de, li ser pêwistiya perwerdeya zarokên Kurd bi zimanê kurdî disekine û dike biryar. Yek ji wan tirkên timamê jiyana xwe di ber Kurdan û mafê wan de buhurand jî mirovhezê mezin Ismail Beşikçi ye. Ism´il Beşikçî ji Yekîtiya netewyan re li ser perwerdeya Tirkiye sala 1981 ê nameyek dirêj şand û di vê nameyê de rexneyên biheq li sîstemê perwerdeya asimîlekar girtin. Her wuha Beşîkçî, qedexeyîya ziman çendî û ji ber çi bi siyaseta kulturî ya UNESCO re dijber e, bandêra wê li ser kesayetî û cîhana zîhnî û derûnî ya zarokên Kurdan çawa dibe, digre dest. Li gora pispor û şarezayên perwwerdê û bi taybetî zanayên

welatên bindest, dibistana ku zimanê cıvata di nav de ye bikarnayîne nabe parçeyek ji wê civatê, tim dimîne mîna pîneyeke biyanî. Perwerdeya dewleta Tirk li Kurdistanê jî wuha ye. Li vir divê mirov rewşa mamosteyê ku romanivîsê Tirkiyeyî Ferit Edgu di romana “O“(Ew) de digre dest û piştre bi navê “li Heqariyê Demsalek” dibe filîmek jî bi bîr bîne. Roman yek ji nimûneyên helî biîsabet e, li ser dijwarî aloziyên komunîkasyona di nav mamostê Tirk û zarokên Kurd de ku bi tirkî nizanin. Ji awura mafê mirovan cihê zarokan û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê: Her zarok xwediyê nav û nasnameyekê ye. Ev mafek e serekî û stûnane ye. Di lîsteya mafê mirovan de ji xalên ewil û serlîsteyî ye. “Ziman, zayend, rîşeyên etnîkî, rewş û poziyonên siyasî û olî çawa dibin bila bibin ev maf nabe ji kesekî/ê bê stendin”, dibêjin peymanên navneteweyî û girêdayê mafê mirovan. Zarokên navên xwe ji dê û bavên xwe girtine, zimanê ji malbatên xwe fêrbûne, dema wuha bi bêhurmetî û înkareke nedîtî, nebihîstî û bêbav re têne himber hev, têne qedexekirin, gelo şopên çawa di dil û mêjiyê wuha rexil û nazik de çêdike. Felsefe û stratejiya li pey perwerdeya desthilatdar: Pirsgirêk ne yek û dudo ne. Programê perwerdeyiyê bi xwe jî derdek e, xefk û kabûseke din e. Ev program bi xwe ne bi tenê bi zimanekî biyanî ye ku zarok jê fêm nakin û dibe reda zimanê 6-7 salan ku zarok ji dê û bavê xwe fêr dibe. Zarokê vedigerîne temenê sifrê. Mamsoteyên dersê didin jî şiklek cerdevanên bi qerewat in. Zalim û xedar in, berdevk û aşvanên aşê asimîlasyonê ne. Ne kesên dilovan, belê militarist in. Perwerdeya wan antîdemokratîk, nasyonalîst, li dijê gel û kulturên herêmê, rastiya

navçeyê ya dîrokî, sosyoojîk û struktuel e. Ne li xêra aştî û wekheviyê ye. Provokatîv, fanatik, derewîn û mizawir e. Pişta xwe dide teoriyên ergenekonî, bêbingeh û subjektîf. Ne di xizmeta jiyana bi hev re, hevbeş û kolektîv de ye. Encamên şerê Qirêj û rewşa perwerdekariyê: Ev çend dehsal in li Kurdistanê bi taybetî li bakur şer e. 24 saetan tank û top di nav çavên şêniyên Kurd de ne. Gelek ji dibistanên li Kurdistanê ji aliyên hêzên dewletê mîna baregehên leşkerî û îşkencexaneyan têne bikaranîn. Rez, bexçe, dar û daristanên welêt têne şewitandin. Dê û bavên bi hezaran zarok hatin kuştin, bi dehhezaran zarok sêwî man. Dest û serên zarokan hatin şikenandin û perçiqandin. Milyonên Kurdan tevî zarokên xwe revîn ji ax û erda xwe, ji îş û karên xwe qetiyan, bûne penaber û koçber, bi riyan de, li xerîbiyê di nav şert û mercên aboriyek e xerab û netendurustiyane de noq û xerq bûn, gelek ji wan têr nan naxwin, pirtûk, pênûs û defterên xwe nikarin bikirin. Em sazî û rêxistinên rewşenbîrî, pîşeyî û hûnermendane, bi taybetî em yên li derveyî welat, li Ewopa, li diyaspora, ji bo rewşa zarokên Kurd bê dîtin, ev rewşa neyênî ku di nav de ne bê guhertin û ji dewletên antîkurd re sînorek bê danîn, pêwist e çi ji destên me bê em bikin û li gora hêz û îmkanên xwe maddî, manewî em wan bêxwedî nehêlin. Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist li Almanya