Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cîhê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Medenî Ferho: Romannivîsên Kurd; nikarin demjiyanên Robinson Crusoe bijîn. Robinson Crusoe, têkoşîna mirovekî bi serê xwe ye. Têkoşîna di himbêza xweza de... Di kesayetiya mirovekî de, ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşîna serdestiya xweza. Alavên Robinson Crusoe, li girava bi tenê încil û çend alavên biçûk in. Mirov dikare berxwedana Robinson Crouse ya di nava 4 salan de wek macera jî bi nav bike. Lê cîhana global, demjiyana teknolojiya pêşketî, derfetên wiha nadê Robinson Crouseyan. Ji ber ku fatura jiyaneke kifş û plankirî radestî me nake. Fatura bihatir û girantir e. Bêhtirîn lîstik, bêhtirîn dîplomasî, bêhtirîn aborî û kolektivîzmê derdixe pêşiya me. Tenêtiya Robinson Crouse, nebûna jinê, nebûna evînê, nebûna lîstik û qîr teşqeleyên cîhanê, şer, kuştin, dagirkirin, kar û xebata romannivîs hêsa kiriye. Lê car din mirov dibîne ku, rojavayî, bi Robin Crouse fêrî xwendinê bûne. Bi xwe hatine. Hêviyên çînê burjuwazî bi hêz kirine. Di cîhaneke ku her şev, bi dehan stêrikên ezmanê gelê nivîskarên Kurd têne rijandin, mirov nikare behsa şans û avantajan bike. Belkî aliyekî avantajê heye, lê ji bo ku nivîskar dikarin avantajên demê û rijandina stêrikên ezmanê xwe bikarbîne. Alavên ku zarokên Kurd parçe dikin, ji încîl û çend alavên Crouse giringtir in. Tirsa nivîskarê Robinson Cruose Daniel Defoe, dojeh bû, ya nivîskarên Kurd xelasiya ji kuştin, koletî û dojeha abadanî ye. Daniel Defoe, încîl kire destê lehengê xwe; romannivîsên Kurd, ne dikarin Zend Avesta, ne
Qur‟anê, ne Tewratê na jî Încîlê bikin destê lehengên xwe. Zend Avesta afaroz-mahrimono bûye. Rûpelên Qur‟anê di serê şûrê dagirkerên Kurdistanê de çikandî ne, Tewrat ketiye xuloqa canê xwe, Încîl jî, hîna di çarmixê de ye û nikare xwe ji bawerî û hişkiya katolîktîzmê xelas bike. Di van baweriyên ku her hêzê, li gorî xwe „şerîet“ek sazkar kiriye û Xweda qewirandiye, cihê Kurdan nîne. Kurd têkoşîna cihekî, pêgiheke rûniştina di civata cîhanê de dikin. Kurd dibêjin, „ne rûniştineke çarmêrkî, li ser yek kabê jî, min qebûl e“. Di rewşeke wiha de, bi gelê Kurd re, nivîskarên Kurd jî hatine lanetkirin. Gotina Omer Xeyam ku dibêje; „tê bişewite, tê bişewite, tê temam bibe/ Tê di agirê dojeha ku te pêxistiye de bişewite...“ çiqasî li bejna me tê. Lê na, sîstema kapîtalîst ku berdewama xwe, di netew-dewletê de dîtiye û netew-dewleta li Rojhilata Navîn jî, li ser tunebûna gelê Kurd hatiye sazkar kirin, ne „şêrê ji kartonê ye“ û agirê ku gelê Kurd dişewitîne dadaye. Divê ku em xwe nexapînin. Yan dive ku, nivîskarên Kurd, bibin Çernîşevskî û awaza ciwanên Kurd biqîrin û program û stratejî-teoriyên têkoşînê biafirînin, yan jî bibin Şolohov û hêza neteweyî derbixin pêş, bibin malê gel û di herka şerê dijwar de, wek dilopên xwehdana dilê dayikan biherikin. Yan jî wê di lîsê xwe yê dirrî de bimelisin. Lê, dijmin dikare lîs jî xerab bike. Ez, ji bilî vê şansekî din nabînim. Ji ber ku qonax û demjiyanên edebiyata cîhanê, qonaxa îro ya nivîskarên Kurd derbas kiriye û jiya ye. Veger nîne. Êdî girîşên kultura gelên cîhanê, wek firazeya sudmendiyê ye. Ev qonax jî bi hêsanî ne hatine bidestxistin. Ne Shekespearê, ne Victor Hugo, ne jî Dostoyewsky û hwd. ji sergom û afaroz/mahrimono tirsiya ne. Em dikarin mînakên nivîskarên Emerîka Latînî jî bidin. Ji ber ku şans û avantaj, bêşansî û dezavantaj, li pêşiya wan jî hebû. Wan, bi berxwedana kolektivîzma civakên xwe serketin bidestxist. Cogrfaya xwe kirin doşek û ezmanê welatê xwe kirin lihêf. Ne mîna romanên sedsala navîn ku „evîn“ kirin şûrê têkoşîna li dijî statuko û tabûwên hişk şikandin. Di romanên demjiyana sedsala navîn de, evîn her tişt meşrû dikir. Ev li dijî despotîzma katolîktîzmê, şer bû û şerê edebiyatê yê li dijî „ola hişk“ bû. Gelo çima Em Ehmedê Xanî têra xwe nebînin? Yan jî destanên dirêj yên gelê Kurd, erotîzm, ilîsyonîzm, efsûn û aşûfteyî û karxezaliya exlaqê pîroz yê Seyrê, romantîzma Melayê Cizîrî ku bi hevrîşmê gotinan hatiye hûnandin, mîtolojî û qîrêna Promethous ku hîna li serê Çiyayê Zagrosê olan vedide... Her çirîska di bûyerên drametîk de dipekê dibine parçeyên „antrasît“ û dilê mirov parçe dikin, îro li cihê ku Promethous hate zincîrin dibine stêrik. Rewşa zarokên Kurd ya îro, bêndera ku heya şazdeh nifşan, nivîskarên Kurd li ser diraxeyan çêbikin û gêre bikin dike.
Jiyan bûye miştaxa bûyeran. Şans jî avantaj jî têkoşîn û berxwedana man û nemanê ye. Nivîskarên Kurd nikarin li bendeyî şans û avantajan rawestin. Li dijî huquqê demê, li dijî sîstema demê û li dijî statukoya li ser tunebûna gelê Kurd hatiye avakirin, têkoşîn mercê sereke ye. Ji şans bêhtir berxwedan. Duyemîn şans nîne. Di cîhana global de, nasnameya lawîran jî çêbûye û bûrokrasiya cîhanê jî ev pejirandiye. Lê dewleta Suriye, nasnameya gelê Kurd, ji destê wan standiye. Dewleta Tikriyê, hebûna Kurd qebûl nake. Êdî şans li ku dimîne? Nivîskarên Kurd, mecbur in du tiştan bikin. Yek: Nivîskarên Kurd, mecbur in romana xwendevanên romana xwe binivîsin. Du: Nivîskarên Kurd, mecbur in xwe bixwînin û romana xwe binivîsin. Rukiye Ozmen: Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin! Medenî Ferho: Ez ne di wê baweriyê de me, ku pîvanên romanê hatine kifşkirin û nivîskaran jî li gorî van pîvanan dest bi nivîsandina romanên xwe kirine. Biqasî hejmara cûreyên romanê, pîvan û şîroveyên romanê hene. Pêşketin bandorê li romanê jî dike. Lê edeb-î û edebiyat: Edebiyat, ji edebê tê... Gotineke erebî ye û bedena mirov, mêjiyê mirov û hestên mirov terbiye dike. Di her beşên edebiyatê de ev xisletên pîroz hene. Romanên di reş û tarîtiya Ingilîstanê de hatine nivîsandin jî, „wampîr“ afirandine. Lê Shakespeare jî, Ingilîz e, bi ingilîzî nivîsî ye û gundiyên Ingilîstanê rakirine ser lingan. Yewnanîstan jî, hîna demjiyana „xetzêrîna Yewnana klasîk“ dijî. Kevnarî û klasîzm û nûjenî li hevûdin hûnaye, wek tevna her demê pêşkêşî cîhanê kiriye. Edebiyata Rus, gelê nexweş û xwedî pirsgirêkên parçebûyî, ji hevde-ketî aniye ziman. Freud, Dostoyewskî, li cihekî bi bêexlaqiyê gunehkar dike. Frensa, bi saya Balzac û Victor Hugo û hwd. gelê Frensa ji pejmurdetiya demsalên şermezariyê xelas kirine. Lewma roman, demjiyana xwe û hêvî, xeyal û xewngîriya dema xwe diragire. Dibe neynika dema xwe. Lewma pîvanên wê cûda ne û li gorî her nivîskarî, li gorî her rexnegîrî tê guhertin. Dostoyewskî psîkolojî girtiye destên xwe, lê Balzac bûye feylesofê sosyolojî... Xala sereke ku ez wek bingeh dibînim, exlaq e, sazûmakarî ye, kolektivîzm e... Nivîskar berpirisyarê dema xwe û paşerojan e; berpirsiyarê civaka xwe û tevgera civaka xwe ye. Binbarî û berpirsiyariya nivîskar ew e ku, li ser cografya xwe û dibin stuna ezmanê cografya xwe de, dikaribe rabe û rûne, bibeze, qarîşkêşiyê bike. Dikaribe rêkûpêkiye maqul ya paşerojan bi hêvî bike û bide. Her nivîskar utopyayek e. Ne senaryoyên ku dawiya wan bi
bextewariyê xelas dibin û ne jî, çîrokên efsûnbazî... Na, jiyana heyî, lê avaker û plansazê paşerojan, hevkar, dilsoz, keddar, dost û dilpenah. Da ku, civaka bi sedsalan e, di nava qîrûteşqeleyên hejandina dagirkerî de melûl û perîşan bûye, dikaribe bi xwe werê. Divê berî her endamê civaka xwe nivîskar, li xwe ewle be, li hespê kesayetiya serbixwe suwar be û qamçiyê xwe li nav serûguhên demjiyana bexîl û kujer bide. Di magazîna edebiyata Kurdî de, refên vala pir zêde hene. Ev hem şans e, hem jî bêşansî ye. Li gorî min şansek e. Mêrî çê, wê van refên vala dabigre. Dema ku li meydana tiratê suwar nebin, mirov dikare li gorî dilê xwe hespê xwe bibezîne û li gorî dilê xwe pîkolê bike. Lê dive ku pêşî suwar li xwe ewle be û dikaribe cîwaniya xwe sîqal bike. Mijareke bêşansiyê ew ku; cîhana global û pêşketî, hinek ji beşên pîroz yên edebiyatê kuştine. Wek nameyan. Namê neynika mirovan e. Ev neynika efsûnî, her aliyê mirov derdixe meydanê, lê mixabin edebiyata Kurdî, ji vê beşa pîroz bêpar maye û wilo xuya dike ku wê bimîne jî. Heya vê kêlîkê min, tenê pirtûka Bekirê Soreklî, ku name ji bavê xwe re nivîsîne dîtiye. Yan jî aliyê çavdêrî û hevpyevinên çavdêrî... Ev teva, şansên neyînî ne û li pêşiya edebiyata Kurdî asteng in. Nivîskarên Kurd, dema di malperan de rastî van cûreyên wêjeyî nayên, pêça xwe jî nadin wan. Gelek nivîskarên Kurd, tenê nivîskarên malperan e, bêşansiya mezin ev e. Ji afirgeriya berheman zêdetir, bi gotaran mijul in û nebûna derfetên weşanê didine berxwe. Gotar, qinyata dilê wan e, xwe mijul û miştixul dikin. Ev, zexelî û lewazî ye. Di demjiyana me de, mirov ne tenê bi xweza re şer dike. Mirov bi mirov re, bi teknolojî re, bi kujeriya ku sedsala navîn radestî dema kiriye re, şer dike û pêdiviya fantaziyan jî nabîne. Lîstik, entrîke, teşqele têra mirov dikin. Pêdiviya macerê jî nabîne. Nema serî li lîstika hingulîskê dide û çîroka Hêtim û xurtî û jêhatîbûna Behrûzê Eyar jî nizanibe, yan jî ne bihîstibe, herî hindik di Şahnameya Firdewsî de, destanê Rustemî Zal, yan jî Bîts-stûnî Ferhad dide. Dema ku mirov hewqasî ji xislet, nirx û pîroziyên civaka xwe dûr be, nîvê şansê xwe winda dike û kine-rê lêdide û dixwaze bigihe encamê. Dem ku mirov di vê çarçovê de li romanê binêre, nivîskar û vijdanê xwe, ji vijdan bêhtir, ew û hêza xwe dimînin. Lê min tucaran „postmodern“ qebûl nekiriye û naxwazim bikevim wê gerêneka xapînok jî. Post modernîzm, parçeyek ji lîstika sîstemê ye. Mirov dixirîne û mirov dike nava eniya li dijî exlaqê civakî. Roman bi xwe, karê ziman e, karê hûnandina bûyeran e. Roman bi xwe civak e. Bûyerên drametîk e... Di nava vê dra28
mê de, fantazî jî, evîn, eşq û meşk, exlaq, tore, folklor û hêvî, xeyal û utopya û daxwaz teva hene. Di postmodernîzmê de, ez teknîka bi têlên elekrtîkê ve girêdayî dibînim. Mekanîk û dejenerebûnek ku lîberalîzmê jî, dike bin piyan heye. Eger romannivîsên Kurd barnête‟kê li serê zarokên li kolanên Amedê bikin, yan jî klarnêtekê bikin destê şivanê Kurd, gelo wê dikaribin guhertineke modern pêkbînin? Hingî, wê Mamê Şivan bibê têbayê şevê û li ser sebeta sînga wan nivîskaran rûne û Dayika Ferxan jî, wê ji lîlandinê bêhtir destê xwe deynê ser devê xwe û mitxeyriya „pepû, pepû gidyano“ ji wan re bitewirîne? Nivîskarên Kurd nikarin pişta xwe bidin dewlemendiya xwe. Eger mirov ji firazeya bavûkalan qut bû, lingê wî li hewa dimînin û di xefka kujerî de, dîldikevê, dirize û pûç dibe. Di berhemên malbata mirovahiyê teva de, qutbûna ji paşerojan, ji binyata civaka xwe qutbûn nîne, çênabe. Kultur, girîşkirina nifşan û sedsalan e, lewma giring e û xezîna herî giranbiha, pîroz a civakan e. Gelê Kurd, bi saya vê kultura, bi binyata kûr û dûr, feylesofiyek bidestxistiye û wêjeya devkî jî xurt û bi hêz kiriye. Civaka Kurd, hem afirger, hem jî berhemê vê kulturê ye. Ev feylesofî û ev wêjeya devkî bûye keliha berxwedana hebûna gelê Kurd. Romannivîsên Kurd, biqasî bêşansiyê, xwedî şansin jî. Bê çiqasî bêşansiya wan diyar be, şansê wan jî diyar e û li ber çavan e... Şansê wan ziman e, kultura kûr û dûr e, feylesofiya civakî ye, folklor e, dîrok e, cografya ye, destanên dirêj in. Zend Avesta ye, Rastemî Zal e, Ferhad û Şîrîn e, Manî ye, Nuh e, Êzdayetî ye, Prometeush e, heriya kozmîk e, Lebşêrîna Êzda ye, Kawayê Hesinker e, tevnên hevrîşim û riya hevrîşim û Ksenefon e... Cengaweriya hemdemî û destanên xwedawendî ne... Kultura Kurdan, Tewrateke nenivîsî ye û bendeyî nivîskarên Kurd e... Rukiye Ozmen: Romana kurdî jî û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awurike bervaja û belkî hevdû temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Medenî Ferho: Gelê Kurd, sedsalek ku destîniyek/çarenûseke cografîk dijî. Gelê Kurd, ji dema Nuh û vir ve têkildarê „Xwedayê Semawî“ ye. Lê piştî ku olên „samîtîk“ hatin, gelê Kurd, ji her alî ve tengijandin. Pêşî fizîkî êrîş kirin... Xelas nekirin û rastî dijbeiriyeke tund hatin. Lewma riya duyemîn ya herî dijwar dane ber xwe û êrîşî mêjî û „Ferhenga Kurd“ kirin. Bawerî û hebûna gelê Kurd, bi ŞEYTAN recimandin. Di lîteretura edebiyata Kurdî de, di ferhenga Kurdî de gotineke wiha nîne. Felsefa herî
dînamîk ya herêmê, ku rojava jî ronî kir, di nava diranên çerxa emperyalîzma kurturê de, fetisandin. Çerxa empertalîzma kulturê, hewqasî dijwarbû ku, Kurdan bi tenêya serê xwe nikarîbûn bifikirn û biryareke bi serê xwe bidin. Dayika olan, Ezdayetî, yanî hebûna Xwedayê şevûrojê, hatibû kuştin û bi diranên çerxa emperyalîzma kulturî, qirkirina kulturî kirin pratîkê. Afirgerî û kesayetiya Kurd hate kuştin. Ji xwedûrbûnek çêbû. Di encamê de, kesayetiya Kurd, mêjiyê Kurd kete xizmeta dagirkeran, kete xizmeta olên dagirker. Xwedayê xwe ji bîr kir, bi Xwedayekî nû re rû bi rû hat û mecbûr ma, jê re secde bike. Niyaz û limêja bi ziman xwe berda, dest bi zimanekî wek şopa mîruwan kir. Ne fêm kir, ne têgihişt. NASekî ezbervan derkete holê. Di rastiya xwe de, ew Xwedayê nû jî, Xwedayê wî yê kevin bû, lê nav, yan jî „lugat/ziman“ hatibû guhertin û wek „NAS“ derkete holê. Mirov dikare bêje ku, hişmendî û hewngirîya Kurd ketibû çarçoveya bîrûbaweriya BERGSON ku dibêje; „hişmendî, zîrekîtiya tevgera li gorî demê ye“. Lê rastiya jiyanê ne wilo ye. Îro, berhemên Kurdan, lewendiya Kurdan teva bi hêzên dagirker re bûye yek. Lewma ez di gelek afirgeriyan de, gelê Kurd derengmayî nabînim. Derengmayin, di destpêka sedsala bîstan de, ku bextê jiyanê, lê hate qulibandin dest pê dike. Eger, dem û dewran bizîvirin, Gelê Kurd, bi rûmetdarî di nava malbata cîhanê de rûne, wê xuya bike ku, destpêka epopa cîhanê Exmedê Xanî ye û destpêka romantîzma cîhanê Meleyê Cizîrî ye. Hingî, cîhan wê rastî cîhaneke nû bibe û li ber ronahiya wê cîhanê govendê girêbide. Eger em li ser çîrok û romanê rawestin, pêwist e, em her du beşan ji hev cûda nekin. Çîroka Kurdî dereng nemaye. Her cûre çîroka Kurdî hatiye afirandin. Eger devkî jî be, çîrokên „fabl“, mîzaha reş, mîzaha spî, çîrokên mîtolojîk û serpêhatiyên bi fantazî û drama jiyana rojane dagirtî hene. Van çîrokan, utopya kurdasn diparast. Tiştekî din, ku tenê li cem gelû Kurd heye, METELOK, ev beşê feylesofîk, di rengê fantazî û „hicîv“ de derkeitye pêş. Roj bibê roj, wê teqîneke volkan çîrokan derbikeve holê. Roman, berhemê çîrokê ye. Lewma Kurd hîna rêwitiya wê qonaxê dikin. Dimêne romanê... Derengmayîn rast e. Lê destînî/çarenûsa cografîk, ev derengmayîn û bexîliya bêqudoş ku li ser bextê gelê Kurd rûniştiye afirandiye. Guman dikim ev bêqudoşî, ji nezanîn û xeşîmiya pêşengên gelê Kurd tê. Ji ber ku pêşengên gelê Kurd, dîrok di herka jiyanê de ne nirxandine û mîna Qeretacdîn, çûrê xwe avêtine gerêneka Gola Ava Bûnisra. Lê têkoşîn û berxwedanên bê hejmar didine xuya kirin ku, xwe û paşerojên xwe, dahatuya xwe radestî destînî/çarenûsa kujerî nekirine.
Li cîhana rojava, sedsala 17´an, demsal û heyama serdestiya hişmendiyê ye. Ji ber ku di vê sedsalê de zimanên neteweyî derketin holê. Ji bo vê ji, pêdivî bi‚ gotinê dîtin, pêdivî bi ferhangan dîtin. Gotin jî, nenasîna otorîtê ye. Lê di vê demsal û heyamê de, gelê Kurd, xwedî pêxember e, xwedî ferheng e, xwedî hişmendiyeke serdest e. Lê mixabin, gelê Kurd, bi bandora ola îslamî, edebiyat, lîstikek ziman û fantazî qebûl kiriye. Ev bûye, sedema dûrketina ji şaristaniya xwe. Şaristaniya xwe, di bexçik, kûwar, pazûbend û himayilan de veşartiye û şaristaniya nû ya îslamê girtiye destên xwe. Di vê demê de, -li ewropa- pîvana şaristaniyê bûye pirtûk. Gelê Kurd, ku di detpêka dîrokê de tablêt, piştre çermên xezal û karik û golikan, piştre papîrûs bikar anîye, di vê demê de, mîna ku biryara dardekirina xwe bide, pênûsa xwe şikandiye. Kurd di hişmendiyê de bûye Ereb, di helbestê de bûye Ecem, Zend Avesta di nava hêrik û şikêrên dîrokê de veşart, 6 pirtûkên Manî ku teva bi Zimanê Kurdî ne, di xeşîmên reştarî de veşartine. Qewlên Êzdayetî yê, ku niyaz û hawar û gaziya mistizîmê û afirgeriya „heriya kozmîk“ di nava xwe de diragire, bi dizî, li cihê tarî xwendin. Di nava demê de, pirranî piştî netew-dewlet hatin sazkarkirin, medreseyên xwe jî, winda kirine. Dijmin jî ev windakirin wek modernîtê nîşan da. Lê di binyata xwe de emperyalîzma kulturê/qirkirina kulturî didane destpêkirin. Di vê demjiyanê de, Rojava, Ereb, Faris û Tirkan, zindanên xwe, dojehên xwe dihêrivandin û ji holê radikirin, Kurd, zindanên xwe û dojehên xwe ava dikirin. Ev dem û heyamên ku em behsa wan dikin, yanî li gorî temenê romanê, derdorê 200 salî dikin. Lê em dêhnê xwe didine hinek gelên ku destînî /çarenûsa bextewarî derketiye pêşiya wan jî, di romanê de qelsî, lewazî û bextreşiyê dijîn. Salên 1800 û sala 1832´an, edebiyata rojava li Frensa, Elmanya, Îtalya û Ingiltêra dijî. Di wê demê de jî, Ewropî li pey romantîzmê, helbest û xeyalan dibezin. Gelê Kurd, Faris û Yewnanî ev dem temam kiribûn. Piştî seferberiya bazirganî, rojava mabedên rojhilat, kevir li ser kevir nehiştin û birin. Heya hingî roman, çiqasî pêşketî bû? Bersiva vê pirsê, wê bibe bersiva romana Kurdî jî. Piştî Turgenyew, Baron de Vogue, Tolstoy, Dostoyewskî roman pêşdikeve. Piştî Balzac êdî sosyolojî dikevê romanê û roman dibe bavê hişmendî, dîrok û felsefê. Bi Gorkî jî, roman „îzmê“ tevlî tevna hûnandina xwe dike. Lewma ez diakarim bêjim ku derengmayina romana Kurdî, bi destinî/çarenûsa cografya Kurdistanê ve girêdayî ye. Pîvanên romana serketî jî, ji aliyê rojava ve têne diyarkirin. Lewma, romannivîsên ne ji xwe û li gorî hişmendiya wan tevnagerin, wek afirgerên
ku di şevê de digerin, bi nav dikin. Xelatan li gorî wê pîvanê bela dikin. Mînaka xelata Nobelê... Siyaset ji xelatdayina wan dibare. Rast e, siyaset û edebiyat ji hev nayên qutkirin. Lê du eniyên li dijî hev in. Siyaset dixwaze serdestiya xwe li ser edebiyatê sazkar bike; edebiyat jî dixwaze siyasetê bi çekê gotinê bîne ser riya rast. Di klîmatên li dijî hev in. Roman, di sedsala 19´an de gihaye hêza xwe ya mezin. Destîniya romanê di vê sedsalê de û bi Balzac tê guhertin û di sedsala 20´an de jî, bi Proust destiniyaxwe diguhere. Di navbera romana Kurd û romana cîhanê de sed, sedûpêncî sal hene. Ez sedsala 19´an, ji bo romana Kurdî, ji bo edebiyata Kurdî, windahî nabînim. Ya 20 windhahî ye û bûye sedema valahiyên fereh û kûr. Eger di lîteretura cîhanê de, destan, trajedî, ji serdema Roma, Stricon wek romanên destpêkê bên qebûl kirin... Destanên dirêj yên Kurdî, trajedî û teatro, li Kurdistanê jî demsalên zêrîn jiyane. Bêguman valahiyên dîrokê, ev nirxên girnanbiha di xeşîm û hêrikên demsalên dijwar de winda kirine. Lê eger destinî/çarenûsa cografya Kurdistanê werê guhertin, ew hêrik wê werin wejartin û xeşîm jî wê werin ronî kirin. Lê valahiyên dîrokî, ne tenê li cem Kurdan hene. Binêrin Cerwantes, Don Quichotte di sedsala 16´an de nivîsî ye û destpêka romana rojava ye. Lê demeke dirêj, roman, wek çîrokên aşqûmeşkê û tenê ji bo jinan hatine nivîsandin. Jinên ku diçûne Qutsê, dibûne MAKSÎ, ew roman dixwendin. Lê cardin, divê ku em erê bikin ku pritûkê bandor li jiyana kesayetiya Kurd ne kiriye. Ev jî bûye sedema ku, hêzên dagirker, zû pêl kesayetiya Kurd bikin û mûrê mirovên Kurd bişikînin. Bêguman ev mijar hinekî bi aboriyê ve, bi detshialdariyê ve jî girêdayî ye. Gelê Kurd hinekî zarok e û ji guhdarî kirina çîrokan hes dike. Destînî/ çarenûsa bextreş derfetên têkiliya bi pirtûkê re nedaye. Ez ne behsa gundiyan bi tenê dikim. Bajar jî di nav de ne... Dema ku cografya Kurdistanê hate dagirkirin, kesayetiya Kurd, mêjiyê Kurd, ferhenga Kurd, beden û mêjiyê Kurd,, gund û bajarên û alfabeya Kurd jî hate dagirkirin. Her tişt MULGA bû. Tune hate hesibandin, hate redkirin. Di hoy û mercên îro de, qonaxek hatiye bidestxistin û bijartina nivîskar û pirtûkan jî, êdî bi pîvan e. Civak jî hatiye guhertin. Lê ne bes e. Ji sedema ku kêşa navendî ya entelektueliya Kurd nîne, rêkûpêkiyek jî nîne. Eger rêkûpêkî nebe, xwedanasîn û nirxandina li ser berheman jî çênabe. Lewma rexnegîr nînin. Rexneyên têne kirin jî xesandî ne. Heya ku şerê li Kurdistanê dewam bike jî, rewş wê neyê guhertin. Wê pêşbikevê, lê wê xesandî be.
Derengmayin ne di romanê de ye, di destînî/çarenûsa cografya Kurd de ye. Min lewma behsa xelata NOBELê kir. Her tişt bi xwedî. Eger şagirtên Îsa nebana û xwe di arêna Roma de neavêtibana devê şêran; Roma, ola Îsa fermî ne dikir û nedibû ola rojava teva. Hîna Xwedayê romana Kurdî û romannivisên Kurdî nînin. Dema ku Xwedayê gelê nivîskaran nebin, Xwedayê nivîskaran û romana wan jî çênabin. Ji bo ku derengmayin ji holê rabe, 4 tişt pêwist in; niqutandina xwehdana li ser gotinan, têgihiştina dîroka dûr û nêzîk, sosoyolojî, aborî siyaset û bûyerên rojane yên drametîk.... Rukiye Ozmen: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astêye? Medenî Ferho: Min li jor kin be jî behsa destan, trajediyên Yewnana kevin kir. Yanî berhemên demjiyana Yewnanîstanê ya helenîstîk. Di wê dema ku Yewnan ev demjiyanên têr ronahî dijîn, Mezopotamya û tevahiya Kurdistanê, demjiyana zêrîn dijî û bi dehan destanên dirêj, ku bi gotinên efsûnî hatibûn hûnandin, di devê mirovên di rêzê de jî, di reng-epîkî de dihatin lorandin. Mîrateya demjiyana „destanê dirêj“ hîna jî, di malbatên Mala Kinê û Qewal û Feqîrên Êzdiyan dijîn. Ev mîrateyeke dewlemend e, lê bi dagirkirina cografya Kurdistanê re û bi qirkirina kulturî re, di nava ewrên reş de hate pêçan. Kete ezberê mirovan û bûne bingeha çîrokên endîrekt yên gelê Kurd. Îro, eger Begê Beglayê û efsaneya hespê wî Kerkidan, ji aliyê gelek kesan ve nayê zanîn, ev sedem e. Ji ber ku begê Beglayê di ziyareta Kêlo de razayî ye û hîrêna Kerkidanê wî jî li Şewlê Beglayê tê. Kes dengê wî nake. Baş tê zanîn ku Roma, piştî bajarê Troya bi 8 salan hatiye avakirin. Ev tê wateya ku hingî Nisêbîn heye, Mêrdîn heye, Dara heye, Marîn heye, Riha û hwd. hene. Li gorî arkeologan, gundên li cografya Kurdistan û Mezopotamya, li qeraxên Çiyayên Zagrosan erebeyên hespan dibezandin û rimên duwazdeh weselî, mertalên ji çermên bablibeyan û gurzên neh ritilî, berî wê demê jî hebûn. Ji bo Semsurê, dîroka 40 hezar sal tê dikirandin. Erdîşêrî Destdirêj, di Tewratê de, pesnê xwe bi 77 dewletên bindestên hukumraniya xwe de, tîne ziman û pesindariya xwe dide. Navdariya dewlemendiya Kurdistan û Mezopotamya û hişmendiya pêşketî ya zanistê, bala Roma û mirovên weke Homeros jî kişandiye. Civak di aliyê aborî, civakî û exlaqî de serdestiyek dijî û kanalên avedanî û cenaniya zeviyan pêşketî bû. Baş tê zanîn ku destanê Gilgamêş, berî Îlyada û Odysseia Homeros, bi 1300 salî hatiye nivîsandin. Berdewama Gilgamêş Rastemî Zal heye. Rastemî Zal dema Zihayê Mara di çavkaniya avam bajêr de dikuje, hîna
Rojhilat û Roma di daristanê de dijîn. Berî van teva, Destanê Tofana Nuh heye û mîratzedeyên Nuh jî Kurd in. Arkeologên ku nivîsandina bizmarî ya derbarê Tofana Nuh de dixwînin, heman çîrokê di Încîlê de jî dibînin. Kêştiya Nuh, xeleka temam kirina armanca Prometheus e. Kawayê Hesinker jî, xeleka sêyemîn ya parastina nirxên mirovahiyê û şerê li dijî tîrantiyê ye. Eger romana vî şerê dîrokî û watedar neyê nivîsandin, hingî şans winda dibe û derengmayin dibê tovê waweylê. Îro jî, li wargehê Prometheus, deşt û newalên Gilgamêş, cihê rawestandina kêştiya Nuhê Kal û cihê agirê Kawayê Hesinker, xelaka çaremîn ya azadiya gelên li herêmê û parastina nirxên mirovahiyê, tê sazkarkirin. Di armanca van teva de, armanceke entelektuelî û jiyana azad û bi rûmet heye. Jiyana azad û bi rûmet, bi pirtûk e. Ev destan teva, di nava dem û mekan de, di çarçoveya xwezahiya mirov û nirxên mirovahiyê de hatine afirandin. Marduk, yan jî berî wê Tîamat ku hêzên cinên li Marînê bi cih kirine heman tişt in. Ev mijar di Qura‟ana cenabê Mihemed de jî heye, lê navê Nisêbînê tê dikirandin. Yanî nivîs bûye bingeha şaristaniyê. Nûnertiya nivîsê jî roman e. Îro roman serkêşiya nasnameya şaristaniyê dike. Civak eger ne xwedî girîşkirina kultur be û ji şaristaniyê payadariya xwe nestîne, nikare di nava malbata cîhanêd e bibe xwed rûmet. Lewma roman, hinekî pîrozî û nirxê civaka xwe ye. Ev teva, ji bo nivîskarên Kurd binyat û çavkaniyên dewlemend in. Yanî nivîskarên Kurd, li ser çavkanî û xezîneya herî dewlemend ya cîhanê rûniştine. Mixabin, nivîskarên Kurd pirsan ji xwe nakin. Wek pirsa, ez kî me, ez çi binivîsim û li ser kîjan binyatê biafirînim. Bêguman emê ji romana cîhanê jî sûdbigirin. Lê em copy nakin. Ji ber ku, romana Rusya ya klasîk dikare, nivîskarên Kurd bike nava şaşiyên ku bingeheke civaka nexweş ava bikin. Romana Ingilîzan jî, dikare nivîskarên Kurd, bike şatoyên bi ewrên reş pêçayî û bike qesr û qonaxên têr xeşîm ku tîrêjên ronahiyê nabînin. Divê ku nivîskarên Kurd, bi romanên xwe, bersivê bidin feylesofiya civaka Kurd. Nivîskarên cîhanê, heya dawiyê ji destanên dirêj û mîtolojiya gelên xwe sûdgirtine. Em dikarin bêjin ku destanên gelên din û mîtolojiya gelên din jî kirine bingeha afirandina hişmendiya xwe. Lewma wek endam, nûner û pêşengên kultura cîhanşimûl hatine binavkirin. Wek mînak, Goethe evîndarê Rojhilat e û Yewnana kevin û Rojhilata Navîn dike bingeha hişmendiya xwe. Nietzsche bi Zend Avesta dibe feylesofê dema xwe. Victor Hugo, piştî ku li Espanya Grubekî Rojhilatî temaşe dike, di dilê wî de
evîndariya Rojhilat dipişkive û di sala 1828´an de, „Les Orientales“ dinivîse. Victor Hugo, bi helbestên Rojhilata Navîn serxweş dibe. Yewnanîstan humanîzmê ji Mezopotamya û Kurdistanê distîne û radestî Ewropa dike. Li gorî hinek sosyologan, piştî ku Zend Avesta bi zimanê Ewropî hate wergerandin, dergehê ronahiyê li ber rojava vedibe. Nivîskarên Kurd, îro jî, bi bûyerên wiha destanî, bi pexşan û helbestên jan û jînê re radizin û radibin. Dive ku zanibin muzîka van rojên bi nirx, di nava senfoniya xwe de bihelînin. Rukiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de binav bike çi ne ev qonax? Medenî Ferho: Gelê Kurd, di qonaxeke guhertinî de ye û ev qonax destpêka ronesansekê ye. Di tevahiya Rojhilata Navîn de jî dergehê şoreşekê vedibe. Dema ku mirov di vê qonaxa giring û dîrokî de li romana Kurdi dinêre, mixabin ji himbêz kirina civaka xwe dûr e û nebûye bersiva dema xwe. Nivîskarên Kurd, bi beden û mêjiyê xwe, bi xewn û xeyalên xwe, bi ziman û kultura xwe hina nebûne Kurd. Gelek ji nivîskarên Kurd, cûreyê pirtûkên xwe nizanin. Ev mijar di pirseke we de jî hebû, lê min şerm kir ku bersivê bidim. Nivîskarê ku cureyê pirtûka xwe nizanibe, hîna ji edebiyatê, ji kulturê, ji nivîskariyê jî dûr e. Di qonaxa îro de, gelê Kurd bêhtirîn siyasî ye. Jiyan jî siyasî ye û debora rojane jî siyasî ye. Lê nivîskarên Kurd, ji vê pêvajoya dîrokî dûr in. Ji sedema ku jiyan siyasî ye, dîrok jî siyasî dibe. Mirovê ji siyasetê dûr be, ji jiyanê, ji tevgera civakê û gerênekên cîhanê, qîr û teşqeleyên cîhanê dûr e. Mirovê ku ji van gerênekan teva dûr be, çawa dikare bibê bersiva dema xwe? Nivîskarên Kurd, di her firsetê de, dûrbûna xwe ya ji siysetê tînin ziman. Lê, rastî, ne wilo ye. Tenê bi dev dûr in. Di kiryar û nivîsên xwe de siyasetê dikin. Dema ku dibêjin, rewşenbîrî û nivîskarî ji siyasetê dûr e, xwe “cahil/xeşîm” dikin. Yan jî xwe dixapînin. Nivîskarê ku îro bêje “ez bê alî me”, li dijî hebûna xwe û li dijî rastiya gelê Kurd e. Dikevê bîreke bêbinî. Lê, rastiya wan nivîskaran cûda ye, hinek tirs, hinek berjewendî, hinek bexilî ye. Bi van gotinan alîgiriya xwe jî vedişêrin. Bêguman kesî xeşîm jî nemaye. Nivîskarên cîhanê, xwe ji siyasetê dûr nekirine, xwe ji partiyan dûr kirine. Gelê Kurd jî, îro, di nava çeqûberka kujeriya siyasî, kulturî û civakî de ye. Êrîşên li ser gelê Kurd jî, berxwedana gelê Kurd jî, pirhêlî û berfireh e. Dijmin li dijî gelê Kurd seferberiyeke berfireh û dijwar daye dest pê kirin. Ne tenê eskerî; kulturî, entelektuelî, psîkolojîk, aborî, civakî û hwd. Cîhana Global, vijdan jî, hest û exlaq jî di wezna ritil û warîlên
petrolê de winda kirine. Di rewşeke wiha de, eger nivîskarên Kurd, di her hêlî de, nebin bersiva dema xwe û di şerê gotinê de nebin pêşengên gelê xwe, lewaz in û misrî ne. Lewma min got, di romana Kurdî de, hîna gelê Kurd ne hatiye himbêz kirin. Roman gotin e. Gotin jî şûr û hêza entelektuelan e. Entelektuelê ku hêza xwe ji bo gelê xwe bikarneyîne, nîne. Romana Kurd di vê qonaxa giring de, di siya nivîskar û entelektuelên felcoyî de, berxwe dide. Sedema vê jî pirhêlî ye. Aliyê din, nivîskarên Kurd teva li bajaran dijîn, lê hîna nebûna bajarî. Ez di pirtûkên nivîskarên Kurd de, giyanê pakrewanî ku dikaribe felsefê bike û bibe bersiva feylesofiya civaka Kurd nabînim. Tenê ziman û nivîsandina romanê, bi Zimanê Kurdî, ne bes e û nikare bibê bersiva demê. Ji ber ku dîrok û cografya, kultur û cografya girêdayî hev in. Dîroka ji cografya qut, nabe dîrok, kultura ji cografya qut, wek diraxa li ber baranê bê dêran e: ka, qesele, quncir û libên dexlê teva di nava hev de, gelcoyî dibin, dibine gorîf. Lê car din ez nabêjim romana Kurdî nîne. Heye, ji qonaxa çalepkîtiyê derbas kiriye. Lê bê xwedî ye. Pêşi xwediyê romanê li romanê xwedî dernakevin. Redkirin, dijberî û ne erênî, karê herî hêsa ye û arzan e. Her kes li dijî her kesî ye. Kes kesî baş nabîne. Wek tolhildanê.... Ev jî ji kambaxiya feodalî te. Min berî niha gotibû, mirovê herî pêşketî yên Kurd hinekî feodal e. Rexnegirên me jî, di nava esar û perçiqandina feodalî de dinalin. Her kes, nivîskarê li dora xwe dibîne. Hevaldostikên hev. Ji sedema ku nivîskarên Kurd, (pirraniya wan) bi kultura Kurdî mezin nebûne. Bi Zimanê Kurdî perwerdehî nedîtine, lewma nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê, dibin bandora kultura dagirkerên parçeyên xwe de ne. Zarok bi dîlokan, bi lorandinê, bi çîrokên dayik û dayînan mezin dibin. Zarokên Kurd, di navbera mal û dibistanê de mabûn şelişî. Dema ji dibistanê vedigeriyan malê, rastî kultureke meddî dibin, lê ya manewî nabînin. Didîtin, lê nizanîbûn ya wan e, yan na. Eger zanîbûna ev kuştura manewî jî ya wan e, newêrabûn bêjin ya min e û pesnê xwe pê bidin. Zanyariya civakê jî, di çîrok û efsaneyên nepenî de bû. Ev hinekî tê wateya bêdengiyê. Bêdengiya civakê, tirs e û ev tirs jî, bandorê li beden û mêjiyê zarokan dike. Ew zarok jî, îro nivîskar in. Eger li welat bin, bêterefiyê dijîn û xwe pûç û felc dikin. Eger li penaberiyê bin, bêhtirîn xwe pûç û felc dikin. Mînaka van gotinên min, rewşa belabûyî, ne rêxistinîbûna nivîskaran e. Nivîskar û rewşenbîrên Frensa, ji bo ku zimanê xwe pêşbixin, 3-4-5-6-78 kes hatine cem hev û li ser edebiyetê, li ser nivîs û pirtûkan axivîne. Lê
civînên xwe sîstematîk pêkanîne. Ev civînên sîstematîk wek ‚akademî‟ derketine holê. Li Frensa, her bajarekî 3-4-5 akademiyên bi vî rengî haitine sazkar kirin û di destpêkê de, zimanê xitabetê/axaftina li hemberî girse pêşxistinê û di encamê de zimanê felsefê afirandine. Li Italya, nivîskaran bi heman rengî têkoşîn kirine û li dijî zimanê Latînî 350 salî şer kirine. Lewma, „gotin“ li Ewropa pîroz hatiye dîtin. Hinek sosyolog, yan jî dîrokzan, pîroziya „gotin“ê li Ewropa bi şerê navbera çînan ve girêdidin û sedema wê jî, bi „îzm“an tînine ziman. Lê ez, ne di wê baweriyê de me: Ji ber ku, di heyamên ronahiya Kurdistan û Mezopotamya de, Ewropa di nava darîstanên reş û tarî de dijî û dîtin ku Yewnana Klasîk, bi „gotin“ê gihaye qonaxa dayiktiya dîrokê. Wan jî heman rêbaz bijartiye. Yanî gotin, kirine bingeha pêşkeitina xwe. Her hevok, her paragraf, her pexşan û pirtûk pîroz dîtine. Lê em, ji bo reşkirina nivîsekê, pirtûkekê, ji sed cok û çemî, ji sed bêrm û deryayî avê tînin û bi serde dikanin, da ku li ber lehî û çapê biçe. Rêxistinî kulturek e. Rêxisinî hêza hevreyî û dengê hevreyî ye. Hêza hişmendiyên cûda û xwedî derketina li nirx û pîroziyan e. Mixabin nivîskarên Kurd, ji vê kulturê dûr in. Ji ber ku siyaset hewqasî pîroz e ku tenê ji siyasetmedaran re nayê hiştin. Nirx û pîroziyên gelê Kurd, zarokên gelê Kurd, diber şibaqa dagirkeriya hov û faşîzma „linckar“ de ne. Nivîskarên Kurd li dijî van kiryaran dengekî hevreyî û tifaqî dernayêxin. Helbet ev wê bibe sedema rexne û gazinan. Helbet ev rewş wê bandora xwe li nivîsên nivîskaran jî bike. Çend ciwanên ku dûçarî linca faşîstan dibin, ciwanên ku li dijî hêzên dagirker şerê destanî dikin, di çîrok û helbestên nivîskarên Kurd de cih girtine? Nivîs nirxekî pîroz yê mirov û jiyanê ye. Eger nivîs, ji jiyanê qut bin, eger ji bûyerên rojane, ji mirovan, ji civakê qut bin, wê mîrateyeke çawa û çavdêriyeke çawa radestî nifşên paşerojan werê kirin? Nivîskarên Kurd tirsonek in. Gelê Kurd, di dîrokê de qurbanê birakujî û xiyanetê ye. Îro jî, ev birîna mûmarî bi idab û xwîn e û ha ha kirêtî û şermezariyê dimîze. Gelo çend pirtûk li ser vê birîna mûmarî hatine nivîsandin? Her nivîskarên Kurd, li herêma xwe, li herêma cîranê xwe, bûye çavdêrê bûyarên wiha drametîk. Lê nanivîsin. Çima ji ber ku bêzirav in. Dema ku nivîskar bêzirav be û ji mahrimono/tertkirinê, afarozkirinê, ji dijberî û êrîşên dijmin û kesên xayin bitirse, nikare rol û misyona nivîskariyê bilîze. Nivîskar dikare direkt, kesan, malbatan nekê hedefa xwe, bi zimanê cewherê afirgeriyê, neşterê biavêje birînê, piştre derman bike. Bi îdîayeke ku ez dibêjim Zimanê Kurdî, dayik, yan jî bingeha zimanên cîhanê ye û kultura Kurdistan û Mezopotamya û Hindistanê bingeha
kultura cîhanê ye; dibe ku gelek kes min rexne jî bikin. Lê îdîa min ev e. Em di qonaxa îddîayan de dijîn û romana Kurdî jî, di çarçoveya îdîayê de ye. Romana Kurdî, helbesta Kurdî, çîroka Kurdî, destînî/ çarenûsa cografya Kurdî dijî. Hinek ji nivîskarên Kurd, xwestin xwe bispêrin Tirkan. Hinekî serketin jî bidestxistin. Lê encam? Xwexapandin e. Îro jî heman xapandin dewam dike. Magazîna edebiyata Kurdî, vala ye, bendeyî alavên di refên magazîna kultura Kurdî de werin nijandinin e. Pêwiste werê zanîn ku, her pirtûk nirxekî cûda ye, pîvaneke sosyolojîk a civaka Kurd e. Roman kûrrîtiya (îştaheya) dîrok, felsefê û sosyolojî ye. Romana Kurdî jî, li derfetên xwe digere. Eger romannivîsên Kurd, dikaribin romanê di van dabaşan de têr bikin, wê bersiva demê jî bidin û civaka Kurd jî, di her alî de himbêz bikin. Romana Kurdî hîna li derfetên xwe digere. Rukiye Ozmen: Roman rolekî çawe ji bo civakê dileyîze? Medenî Ferho: Bi gotineke klasîk, roman civak e. Wateya romanê zimanê gel e û di “sedsala navîn” de, roman di wateya zimanê gel de hatiye bikaranîn. (Di sala 1840´î de, li Strasbourg jî, ji bo zimanê gel, ev gotina dihate bikaranîn.) Di destpêkê de, roman derî edebiyatê, zimanê kolanan bû. Piştre, berhemên ku bangî gel û cemawer dikin teva, bi navê romanê hatin binavkirin. Di destpêkê de, ji bo çîrokbêjan jî, roman dihate gotin. Lê îro, roman di wateyek din de tê bikaranîn. Roman, xwedî erka ku bî îddîa ye û civakê himbêzdikê ye. Îdîayeke mezin û cîhanşumûlî ye. Êdî, hişmendiya malbata mirovahiyê teva, di gotina romanê de veşartî ye. Lê, eger xwediyê wê îdea mezin, berê xwe ji dewlemendiya xwe, ji civaka xwe biguhere, lingê wê li hewa dimîne û di encamê de winda dimîne. Gotina Kurdan ku dibêjin, “riya gerdûnê ji devê pîpînka deriyê mirov dest pê dike”, dikare bibe bersiva roman Kurdî. Kesên bi îdea mezin derkevin rê, pêwist e, li mîrateya civaka xwe xwedî debikeve û li firaza paşerojên bavûkalên xwe binêre. Sedema bihêziya romanê, banga li gel e, mijar û dabaşa li ser qîr û teşqeleyên cemawer e. Di sedsala navîn de, roman bûye evîn, bûye sewda û ji aliyê jinan ve hatiye himbêz kirin. Parêzvanê romanê jin e. Jin, nîvê civakê ye û xwedîtî li romanê kiriye. Lewna, min gotineke klasîk a “roman civak e” bi kar anî. Belkî ji sedema ku di destpêkê de, jin li romanê xwedî derketin, min ew gotin bi kar anî. Jina dayika civakê ye û pêşengê jiyanê ye. Bêguman hevparê mêr e û serdestiya mêr jî erê kiriye. Lê di rastiyê de, parêzvanê civakê jin e.
Di nava demê de, efsûna romanê bi hêz dibe û şax û per vedide. Dest diavêje zanistên mirovaniyê. Ji jiyana rojane bigirin, heya bi qesrûqonaxên key û keybanûyan, şah û padîşahan digire nava xwe. Di romanê de, her mirov xwedî rolek e. Ev bûye sedema ku roman, îştah û îhtîrasa abadanî di nava xwe de ragire. Dem tê ku, roman bi romanê yariyên xwe dike, di nava romanê de, felsefe bi felsefê yariyên xwe dike. Ji bilî romanê tu baskên din yê edebiyatê nikare vê hêzê destnîşan bike. Romanê, di civaka rojavayiyan de şoreş çêkir û di evînê de, di eşqê de, di wekheviya jinê de şoreş çêkir. Di encamê de, li Frensa Rabelaîs derket û Gargantua nivîsî; Piştre li Espanya Cervantes derket û Don Qishotte nivîsî. Her du roman jî, fantastîk û rexnegîrî ne. Nivîskaran, rastiya civakê, ya demê, di nava hûnandin û zimanê romanê de veşartine. Rexneya demê û kultura demê ne. Pirranî Rabelaîs, di bin cilê de, despotîzma dêrê rexne dike. Rastiyê di nava fantazî û mîzahê de didêje. Dêr, li dijî rastiyê ye û Rabelaîs doktor e û piştî ku Gargantua nivîsî ditirse, dêr wî jî, pîşeyê wî jî afaroz/mahrumono bike. Cervantes jî, rexneya demê ye û hîna wek keliha rexnegirîya her demê li ser lingan e. Piştî Ehmedê Xanî û nivîsandina Mem û Zîn, jiyan qut bûye û valahiyek keitye navbera kultura nivîskî û jiyana civaka Kurd de. Divê ku em baş zanibin ku Destanê memê Alan, bi guhertina Mem û Zînê, destpêka şoreş, yan jî guhertina civaka Kurd e. Herî hindik Ehmedê Xanî, ew armanca daye ber xwe. Lewma Kurd dibêjin; Zîn jiyan e, Mem xwedîtî ye, Qeretacdîn bextê mirovahiyê ye û Mîr jî erk e... Dema mirov li vê şîrovê dinêre, vekirî tê xuya kirin ku, Ehmedê Xanî, li dijî guvaştina erk û zordestiya olê, çekê gotinê û mertalê destanan bijartiye. Lê valahiya derketiye holê, ev destpêk daye rawestandin. Gotinên Birêz Abdulah Oclana ku dibêje, em armanc û daxwaza Ehmedê Xanî tînine cih, hinekî ev e. Di encamê de, romanivîsên cîhanê, dekora xwe ji welatê xwe bijartiye û berê xwe dane civaka xwe. Vê riyê jî, nirxê pêşengiyê daye wan. Ev jî bû sedema ku di “romanê de destpêkek” hebe. Ev destpêk wek bûna zarokê ye. Rastiya ku “mirov bi limêj û niyazan tenê nagihe deverekê” ye. Ked û tevger, rêxistin û têkilî pêwist e. Eger mirov kar nekê, kedê nedê, berheman derneyêxe, yan dibê tolaz, dibe sewtelî, dibe serserî û aware, yan jî wek mirovê sewsî, ji civakê tert dibe. Ji sedema ku Casamîdo, lehengê Victor Hugo, zangoç û seorê dêrê ye, xwedî karekî ye, rola xwe jî di civakê de dilîze. Victor Hugo belaş ev rol nedaye Qasemîdo. Karkirin û ked, arîkarê civakê ye û di romanê de nayê tert kirin û welî kirin. Keda Qasemîdo ya ji bo Esmeral de giring e.
Di sîstema sosyalîst de jî roleke giring ji romanê re hatiye qaz kirin. Digotin: Berhemekî hûner, bê îdeolojiya gel, karker û cemawer bikare li ser lingan bimîne. Nivîskar jî, nikare ji pêşketinan, ji tevgera civakê, ji qîr û teşqeleyên civakê dûr bikeve. Ev tê wateya ku nivîskar, li hemberî objektîfiya bûyer û qerqeşûnên civakê, nikare subjektîf bimîne. Bê çiqasî utopya mirovan heye, utopya civakan jî heye û romannivîs, di nava estetîzeya edebiyatê de, nîgarkêşiya asoyên wê utopya dike. Roman, di dema me de, bûye Încîla civakan û li dijî kuştina bawerî û zimanê civakan mertalê parastinê ye. Bêhtir ji ansiklopediyê, bêhtir ji ferhengê, neynika dema xwe ye. Ji ber ku roman, pêşeng, yan jî rêzanê karwanê dîrokê, felsefê, sosyolojî, cofrafya, ziman, psîkolojî, û hwd. teva ye. Roman, hişmendiya azad e û tevahiya hişmendiyan jî di nava xwe de diragire. Rukiye Ozmen: Pirsên mw ev in, zor spas! Medenî Ferho: Spas xweş!