Bêguman yek ji rewşenbîrên Kurd ê Sedsala Bîstan, Mele Seîdê Kurdî ye ku bi gundê xwe Norsê hatiye naskirin. Pirtûka yekem a li ser jiyana Mele Sêidê Kurdî di 1919´an de, ji aliyê biraziyê wî Mele Evdirehmanê Norsî ve, bi tirkiya Osmanî hatiye nivîsandin. Nivîskarê hêja Osman Resûlan jî ew pirtûk ji tîpên erebî wergerandiye tîpên latênî û zimanê wê jî li gor tirkiya nû sivik kiriye û Weşanxaneya Pîranî, piştre jî Weşanxaneya Nûbiharê ew pirtûk li çapê xistine. Ev çapa ku min wergerandiye Kurdîya kurmancî, ya cara sisiyan e ku ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve çap bûye. Bi tevayiya xwe pirtûk 96 rûpel e, li ser rûyê wê yê pêşî wêneyekî Mele Seîdê Kurdî jî heye û mezinatiya wê 12,5 x 19,5 e. Sedemê ku min pirtûk wergerand zimanê kurdî ev e: Piştî 1925´an ku zimanê kurdî ji aliyê komara Tirkiyê ve hatiye qedexekirin, îcar Kurd hemû bi derbekê ji pêşiya xwe, ji ziman û çanda xwe hatin birrîn û her ku çûye, ew tev bêgav mane ku bi tirkî bipeyivin û her bi wî zimanî jî bixwînin. Lê welatparêziya kurdî çendî ku li ber xwe daye û dest bi serhildanan jî kiriye, mixabin ew tev bi sosret hatine rûxandin û Bakûrê Kurdîstanê ji aliyê dijminî ve hatiye wêrankirin. Piştre jî kîjan hikûmeteke Tirk dema hatiye, her wisan li eynî metodê û li eynî rûreşiyê domandiye. Dewletê, piraniya kesên navdar ên wek Mele Seîdê Kurdî jî, li pêşberî mafên Kurd ên rewa kirine mertal û bi şûrê “bisilman”tiyê serê wan jêkirine. Ji ber hindê, li Kurdîstanê demek hat ku piraniya kurdên xwendayên zimanê tirkî, welê têgihan ku bisilmatiyê ew xistine vê rewşa xirab û her ku çûye, li pêşberî kesên wek Mele Seîdê Kurdî bêzîtiya xwe zêde kirine. Ne tenê li pêşberî Mele Seîd, di binê perda komonîzmê de ew dijîtî ji kesên mîna Şêx Seîd, Seyîd Riza û hwd. jî her berdewam dibû. Îro çendî ku piranî Kurd pê hisiyane, xasma yên li derveyî welêt gelek lêkolîn û lêgerîn kirine û dikin, bi xwe û hovîtiya Komara Tirkiyê êdî rind dizanin jî, lê bi giştî dîsan bawerî rind kame nebûye û li hin deveran hêjî ew rik û zikreşiya ji hovîtiya hovan
ku xwe bi cih kiribû, hin caran şopa xwe nîşan dide. Belam çendî ku hewce nake ez bi dirêjî li ser Mele Seîdê Kurdî binivîsim, lê ji bo bîranîna xwendevanan û gelek jî kurt çend hevokan li jêrê tînim pêşberî çavên xwedîbînan. Mele Seîdê Kurdî, di sala 1293 yên Koçê de ku hevberî tarîxa Zayînê dike 1875, li gundê Norsa Hîzanê hatiye dinyayê û di 1960´î de jî di mişêxtiya li bajarê Rihayê (Urfa) de, roja Newrozê çûye ber dilovaniya Xwedê. Piştî binaxkirina laşê wî yê pîroz bi şevekê, dewleta Tirk gora wî vekiriye û tabûta wî bi helîkopterekê biriye û li devereke nepenî veşartiye. Li gorî hin gotinan, tabûtê avêtine Deryaya Sipî. Gundê Mele Seîdê Kurdî Nors, li wîlayeta Bidlîsê, girêdayê bi nehya Îsbaîrta Hîzanê ve ye. Navê bavê Mele Seîdê Kurdî Mirze û yê diya wî Nûrê bûye. Ew hetanî nehsaliya xwe di malê de, li cem bavê xwe maye. Piştre ji malê derketiye û çûye xwendinê, li Medreseya Taxê xwendiye û di pey de çûye li gundê Pirmizê xwendiye. Ji wir jî çûye li gelek medreseyan geriyaye weke medresa Hîzanê, ya Bidlîsê, ya Norşênê, ya Koxê, ya Şêrwanê, ya Sêrtê, Cizîrê, Mêrdînê û di dawiya dawîn de jî li Bazîdê bûye şagirdê barîgeha mamostê çand û vêjeya Kurdî Ehmedê Xanî û jê feyz û bereketa ol û nijadî wergirtiye. Ev zemanê xwendina Mele Seîdê Kurdî ya medresê demeke kurt domandiye û wekî din zîrektî û tîjîfehmiya wî ya zêdetirîn, ew gihandine radeya herî berz a di zanist û têbîniyê de. Ji ber hindê jî, Mele Seîdê Kurdî hêj di temenê 15-16 salan de bûye, nasnavê Bedîûzeman (Xerîbê Demê) ji aliyê xelkê ve bo cenabê wî rewa hatiye dîtin. Îro pirsa sereke ya di gelek mejiyan de, ev e: Ka Mele Seîdê Kurdî ji Kurd û Kurdîstanê re çi kiriye? Bêguman, bersîva vê pirsê di hin waran de zehmet e û gelek jî bi sergêjî ye. Lewra ji bo dana bersiveke wisan, di derbareya cenabê wî de gelek gotinên erênî jî û hewqas yên neyênî jî çêbûne. Îcar ez ê li virê berê xwe bidim belge û berhemên heyî ku li ser Mele Seîdê Kurdî hatine nivîsandin, yan jî ku wî bi devê xwe gotine. - Mele Seîdê Kurdî, li Wanê pirtûkeke matematîkê bi kurdî nivîsiye. Lê mixabin tê gotin ku ew di şewateyekê de şewitiye. - Mele Seîdê Kurdî li Mêrdînê hêj di temenê 15-16 salan de bû, dest bi siyaseta kurdî kiriye.
- Gava Mele Seîdê Kurdî ji ber Tahir Paşa yê waliyê Wanê reviyaye û rast çûye Rojhilata Kurdîstanê, li dijê wî komeleyek damezirandiye. - Dema leşkerên Çar bi ser Bakûrê Kurdîstanê ve hatine, Mele Seîdê Kurdî bûye amirhêzek û di Eniya Pasînê de şer kiriye. - Mele Seîdê Kurdî digel şagirdên xwe, çûye ji Mûşê duwazdeh top anîne Bidlîsê û li pêşberî leşkerên Rûs şer kiriye. - Di 1910´an de, gava Mele Seîdê Kurdî çûye Stenbolê, ji paşayê Osmanî Evdilhemîdê Duyemîn daxwaz kiriye ku li Wanê zanîngehek bête avakirin. Lê mixabin rejîma Osmanî ew bi dînîtî navdêr kiriye û ewî avêtine tîmarxaneyê, piştre jî avêtine girtîgehê. - Di 1911´an de, li Stenbolê gava Mele Seîdê Kurdî avêtine tîmarxaneyê, weha gotiye: “Wextê ku azadî bi dînîtiyê hate gêrrandin, îstibdada jar jî tîmarxane kir xwendegeh.” - Gava Mele Seîdê Kurdî di girtîgehê de bûye, Çavdêrê Parastinê çûye cem û lê teklîfa 20 lîreyî meaş kiriye. Wî jî gotiyê: “Ez ne parsekê meaş im. Eger hezar lîre be jî, az qebûl nakim. Çimkî ez ne ji bo xwe hatime virê, ji bo miletê xwe hatime... Ev tiştê ku hûn didine min, hem texlîtekî bertîlê ye û para sûsê ye jî.” - Mele Seîdê Kurdî di gaziyeka xwe de gotiye ku, ew xistine tîmarxaneyê, piştre jî ew xistine girtîgehê û dû re mişêxt kirine. Lê wî tu leke neaniye ser şerefa Kurdan. Û ev jî gotiye: “Gelî Kurdan! Min tîmarxane qebûl kir, lê ji bo ku kurdîtiyê lekedar nekim, min daxwaza Padîşeh û meaş û qenciyên şehane qebûl nekirin.” - Gava doktorê dînîtiyê hatiye cem Mele Seîdê Kurdî, Mele Kurdî gotiye wî: “Ez li çiyayên Kurdîstanê mezin bûme. Tu vê rewşa min a tund bi pîvana Kurdîstanê bikişîne û bi tereziya Stenbola medenî ya peljen mekêşe.” - Mele Seîdê Kurdî ji doktorê tîmarxaneyê re gotiye: “Eger lêboktî, şalûztî, nawandina weke ya pisîkan û ji mafên kesayetî re bigorîkirina mafên giştî, li gorî aqil û mentiqê bêne hesibandin, tu bibe şahid ku ez dest ji vî aqilî berdidim û bi dîwanetiyê jî dipesinim...” Û ev jî lê zêde kiriye: “Tiştê xerîb, wergirtina min e. Amaca ku ez vê wergirtinê li xwe dikim û piranetî jî ku jê re ne ahengdar in ev e ku ez, dûrbûna ji amaca
dinyayê, tikaya li banîna di layê wê toreya ku li welatê min dibihure, tersîtiya tewr û rewşa min a ku ji ya kesên din cihê ye, hiskirina tebîbtî û nijadiya min di pêwendiyên derve û hindur de ye ku ez bi vê riyê eşkere dikim.” Piştî ew axaftina wan ku wisan bi ardarî domandiye, Mele Kurdî vê gotinê jî, ji bo doktorê dewletê nehêvişandiye: "...Li wirê jî çiriya û ez ketim tîmarxaneyê. Niha jî, va ye ez di girtîgehê de di bin çav de me. Bi kurtî; eger daxwaza gotinê bê xwestin, ne hûn êdî dikarin hewqas pînevantî bikin, ne jî ku ez li vê yekê tême lefandin." Li axaftina xwe domandiye: "Hem piştre dema ez li Kurdîstanê bûm jî, hûn min rind dinasîn. Lê ev hawe hemû, rind rûçikê we yê rastîn bi min daye naskirin. Xasma Tîmarxane ku vê binetarê gelekî rind bi min daye bişkaftin. Ez ji bo van hemû bûyerên ku bi serê min ve hatine, bo we spas dikim. Lewra bi rastî diviya ku ez di derheqê we de xirab bifikiriyama, lê ez delal û rind difikirîm." Piştî gelek serpêhatî û teşqeleyên giran, di dawiyê de ew daxwaza Mele Kurdî ya bo vekirina zanîngehekê li Wanê, ji aliyê sazûmana Osmanî ve hatiye pejirandin û Siltan M. Reşadê Pêncemîn jê re 21 zêr hazir kirine. Mele Seîd jî bi lez û bez çûye Wanê û li keviya Golê dest bi avêtina xîmê wê kiriye. Lê mixabin Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pêkiriye û ew xîm nîvco maye, ta roja îro jî her wisan dimîne. Îcar ez bi umîd im ku wê di rojeke nêz de, ew daxwaza ku bi Mele Seîdê Kurdî re çûye gorê, ji aliyê hemwelatiyên wî xasma şagird û peyrewên wî ve li Wanê bi cih bibe, da ku giyana pîroz di wê gora xwe ya nediyar de bi şadiya xwe bimîne. Nivîskarê gorbihişt Mele Evdirehman Norsî, di pirtûka xwe de behsa medreseya Mele Seîdê Kurdî ya li Wanê kiriye û weha gotiye: "...Gava hinek diketin medreseya ku Bedîûzeman lê ders dida, bo naskirina wê zehmetî dikişandin ka ew der xwendegeh e, yan jî perwerdegeheka şer e! Xasma, demekurtek berî destpêka Şerê Cîhanê, wî şagirdên xwe fêrî teqandina çekan kiriye û ew ji Şer re amade kirine. Gava Şer dest pê kiriye, digel şagirdên xwe bi lez çûye Eniyê û dest bi şerê gerîlatî kiriye. Bedîûzeman di lihevxistinê de birîndar bûye û hin ji şagirdên wî jî şehîd ketine." Gelek tiştên weha yên din ku di derheqê Mele Seîdê Kurdî de hatine gotin û nivîsandin... Di salên 1908-1912´an de, gelek nivîsên Mele Seîdê Kurdî li ser Kurd û Kurdîstanê hatine weşandin. Îcar yek ji wan jî
“Kürtçe Bir Yazi”yê (Nivîseke bi Kurdî) de bi zaravayê kurmancî nivîsîye û ji hemwelatiyên xwe re pêşkêş kiriye, ev nivîs di “Kürt Teavün ve Te rekki”yê de li Stenbolê, nimre: 1, (22 Teşrîn-i sani 1324 / 11 Zilka´de 1326 [1908], s. 7) hatiye weşandin. Min jî ew nivîsa balkêş ku sernavê wê bi zimanê tirkî ye, bi awayê hebûna di pirtûka Malmîsanij de, li jêrê nivîsî: “Lisanimiz Kürtçe: Bedîûzeman Molla Said-i Kürdî`nin Nesayihi(Nesiheta Mele Seîdê Kurdî) "Ey gelî Kurdan! Di îttîfaqê de quwwet, îttîhadê de heya, di biratîyê de se´adet, hukûmetê de selamet heye. Kabika (çok) îttîhadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xilas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we ra bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. - Yek Îslamîyet e ku hezar hezar xûna şehîdan e, buhayê wê dane. - Ê duduwan însaniyet ku lazim e em xwe di nezera xelqê de bi xizmeta ´eqlî, ciwamêranî û însanîyetiya xwe nîşanê dinê bidin. - Ê sisiyan, millîyeta me ye ku mezîyetê daye me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe bi hifza millîyeta xwe, ruhê wandi qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dujmunên me hene, me xirab dikin. - Yek feqîrtî ye. Çilhezar hemalê Îstenbolê delîla wê ye. - Ê duduwan Cehalet û bêxwendinî ku hezar ji me da yek “qezete” nikarin bixwînin, delîlê wê ye. - Ê sisiyan: Dijminî û îxtîlaf e ku ev ´edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqê terbiyê dike û hukûmet jî ji bêînsafiya xwe zulmê li me dike. Ku we ew seh kir, bizanin çara me ew e ku sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em her sê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Her sê dijminê xwe, ser xwe rakin. - Ewil: Şûrê ´edl û me´arîf û xwendin e. - Ê duduwan: Îttîfaq û muhebbeta millî ye. - Ê sisiyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla bike û mîna sefîlan ji qudreta xelqê hêvî neke û pişta xwe nede ti wesîyeta.
Paşê xwendin, xwendin, xwendin û destê hev girtin, destê hev girtin, destê hev girtin.” Mele Seîd Belê çewa ku Mele Seîdê Kurdî gotiye, xwendin û xwendin û xwendin!.. Ji ber hindê bûye ku Mele Seîdê Kurdî her û her dixwest ku zanîngehek li Wanê, şaxekî wê li Bedlîsê û şaxek jî li Diyarbekrê bêne vekirin. Lê dewletê ew li pêşberî vê daxwazê bi dînîtî tawanbar kiriye û tîmarxane û girtîgeh jê re kirine hêwirgeh, mişêxtiyê jî lê kirine kinc... Bêguman di berhem û pirtûkên Mele Seîdê Kurdî de gelek tehrîfatên mezin hatine kirin û ji wan gelek mînak jî rûqalê mirovatiya çapemeniyê hatine kirin. Dema Tirkan pirtûkên Mele Kurdî ji tîpên erebî wergerandine tîpên latênî û di navbera salên 1960 û 1978´an de çap kirine, hemû li gorî daxwaza nijanperestiya tirkî û li dijê daxwaz û mafên Kurdan hatine tekûzkirin. Îcar ew tehrîfatên ku hatine kirin, wan pirtûkên Xwedayê dilovan ên berî Qur´ana pîroz ku ji pêxemberan re hatibûne hinartin, tînin bîra mirov. Di hemû pirtûkên Mele Seîdê Kurdî de yên ku wergerandine tîpên latênê, bi giştî bêjeya “Kurd” bi “Hemşerî, himal...” bêjeya “Kurdîstan”ê bi “Rojhilat” û “Rojhilata Anatoliya”yê guhartine. Hevoka “Qewmê Kurd” bi “Qewmên Şerqê” guhartine. Navê “Seîdê Kurdî” bi “Seîdê Nûrsî” bedêl kirine. Paşnavê wî jî ku “Kurdî” bûye, bi “ustad” nivîsîne û bi sedan tehrîfatên wisa yên din... Di dawiya 1993´an de, dema ev pirtûka hêja ku bi riya kovara Nûbiharê gihaşte destên min, gelekî bala min kişand. Berê jî, min çend caran hin meqale û nivîsên ku li ser Mele Kurdî yên di Çapemeniya Kurdî de ku hatibûne weşandin xwendibûn. Îcar bala min li ser pirtûkê zêde kumişî. Ji ber hindê min xwest ku ez vê wergerînim zimanê kurdî. Û min bi riya Nûbiharê peywendî bi amadekarê pirtûkê kekê hêja Osman Resûlan re danî û min jê xwest ku ew destûr bide, da ez pirtûkê wergerînime zimanê xwedî yê asasîn. Birader Resûlan jî li pêşberî wê dawxaza min gelekî dilşad bûbûye û piştre bi “fax”ê, nameyek di 02 07 1994´an de bo min hinart. Nivîsa nameya wî, piştî pirskirina hal û rewşê û nişandana dilşadbûna wî bo wergerandinê, ev e ku li jêrê ye: “Bedîûzeman Seîdê Norsî, yek ji kêm şêxsiyetan bû ku ji aliyê
dinya bisilmantî ya hemdem ve hatibû gihandin. Bedîûzeman Seîdê Norsî yê ku ji bo felatkirin û nîşandana rê ji ummeta ku ketibû nava gelşan re, bi koknijada xwe Kurd bû. Vî zanayê giranbiha, berî komarê (ya Tirk) û piştî wê jî, di wan berhemên ku nivîsîbûn de çaxê behskirin pêdiva bûye her navdanka (identitet) xwe eşkere kiriye û kurdbûyîna xwe jî di dadgehan de û li pêşberê raya giştî aniye zimên. Lê mixabin kurdbûyîna wî, ji aliyê hinek şagirdên wî yên Tirk û tirkazbat ve nehatiye semaxkirin; bi parastineke isrardar ew şixulîne ku herwekî kurdbûyîn jê re mîna zulmê çêbûye û ne ji nijada Kurdî ye. Peyvên Kurd û Kurdîstanê yên ku di berhemên wî de bûne, bi awayekî pêlik veşartine û ji navê derxistine. Heta îş gihandin wê radeyê û şixulîne ku ango Bedîûzeman Tirk e. Necmedîn Şahiner ê ku biografiyaya kronolojiya Seîdê Norsî nivîsîbû, pêşkêştiya vê yekê kiriye. Ji aliyekî ve, ew agahdariyên li ser Kurdan ku Bedîûzeman Seîdê Norsî di berhemên xwe de anîbûne zimên, hemû ji ber çavan veşartine. Ev xasmetî ji mêj ve jî bala min kişandibû. Hêj Bedîûzeman Seîdê Norsî li jiyanê bû, biraziyê wî Ebdurehman ev berhem nivîsiye. Min, orîjînala vê pirtûka piçûk, di pirtûkxana Silêmaniyê de dît. Îcar ji ber ku yekî ji malbata Norsiyan ev nivîsiye, helbet bihayekî wê yê giranbiha heye. Min vê yekê dizanibû ku ev berhema biyografîya piçûk a kurt, bêguman tenê vebiriya beşek ji jiyana Seîdê Norsî ya dirêj a bi macera ye. Û sedemên ku pirtûkê bo min bîrjiyan dikirin jî hebûn: Yekemîn, yê ku pirtûk nivîsiye, yekî ji malbatê bû û dema ku nivîsiye jî li ba mamê xwe li Stenbolê dima. Ha ev ji bo dana rastîtiya agahdariyan, girîng e. Duyemîn, ji aliyê nivîsandina biografiyaya pêşî ya li ser Bedîûzeman Seîdê Norsî ve, piştre jî çi kesên ku binivîsin, bi pêşanî dê van agahdariyên ku di vê biografiyayê de ne, wek çavkanî pêdiviyabû ku bi kar bînin. Sêyemîn, pêşî şagirdên Nûrê û xwendekarên ku bi Bedîûzemanî ve pêwendîdar dibin, wê di derheqê regeza (neseb) wî de bibin xwediyê agahdariyeke rasterast a xurt. Ji ber van sedeman û yên di şûfên wan de, her weha ji serê pêşî ve jî bo qezenckirina vê pirtûka piçûk a biografiyaya orîjînal ji şagirdên Nûrê û xwendekarên din re ku çêbûye, ger
hindik be jî ew berpirsyarî ketibû ser min, ez diramim ku min ew bi cih aniye. Bi silav û rêzaniyên min." Osman Resûlan Navê vê pirtûkê yê bi zimanê Osmanî: "Bediuzzeman`in Tarihçe-i Hayati" bûye. Gava wergerandine tirkiya nû, navê wê kirine: "Bediuzzaman`in Hayati". Min jî gava ew wergerande zimanê kurdî, navê wê danî: "Jiyana Mele Seîdê Kurdî."
Jiyana Mele Seîdê Kurdî Mele Ebdurehman Norsî JIDAYÎKBÛNA MELE SEÎDÊ KURDÎ Bedîûzeman Seîdê Kurdî, di 1293´an (1875) de, li gundê Norsê yê girêdayê bi nehiya Îsbarîtê ve ku bi qeza Hîzanê, wîlayeta Bidlîsê ve ye, ji diya xwe çêbûye. Kurê şêxsekî bi navê Mîrze ye. Heta nehsaliya xwe, li cem bavê xwe maye. Ewçax kekê wî Mele Ebdulah, di xwendina zanistiyê de bû. Di zarûktiya xwe de jî ew muhakema wî ya di tehsîla zanistiyê de ku bi demekurtekê berfireh bûbû, bo nîşandana radeya feyzdarbûna wî bes bû. Gava kekê wî, her didît ku li gund rêkûpêkbûna Seîdê Piçûk rindtir dibe û nexwendiyê mîna xwenedayan bi hevalên xwe re dilipike, li meziyeta wî sêwiriye û jê re heyran maye. Haşte kekê wî Mele Ebdulah, dîtina wê rewş û tevgera erênî, bi zayîneke jidil a şewqdar, bo destpêkirina xwendina wî biryar daye. SALÊN XWENDEKARIYÊ Mele Seîd serê pêşî ji bo xwendinê çûye “Taxê” yê girêdayê bi nehya xwe ve. Lê wî li wê medreseya ku dersdar Mele Mihemed Emîn îdare dikir, zêde nedomandiye. Çimkî Mele Seîd, ji zikmakî ve bo parastina şanaziya xwe gêravî nîşan dida. Heta di vê mebestê de, bi tewrekî amirane, xwe li gotineke piçûktirînê gotinan jî nedilefand. Ew hawe, mîzaceke wî ya bêvekêşan dihate hesibandin. Ji ber hindê pir neborî, wî bi hevalên medresê re qirên kiriye û bi fermana Mele Mihemed Emîn, dîsa vegeriyaye gundê xwe Norsê. Ji ber ku medrese li Norsê nebû, di heftiyê de her carê ku kekê wî (Mele Ebdulah) dihate gund, ders jê digirt. Her wisan wî, ew
dersa ku di heftiyekê de ji kekê xwe digirt dixwend û bi dubarekirinê re dibihurî. Demekê şûnde çûye gundê Pirmiz. Ji wir jî çûye zozanê şêxên Hîzanê. Li wê derê jî, çewa ku li jorê hatiye behskirin, ji ber mana gerdendayîya xwe ji aliyê kesên din ve, li şanaziya xwe danediqurtandiye û bi çar şagirdên hemsaliyên xwe re ketiye naheziyê. Ew çar şagird geh gahî gihane êkdû û wî nerihet kirine. Ji ber hindê wî jî li xwe dananîye ku here ba xwediyê medresa ku navê wê bihurî Hezretî Şêx Seyîd Nûr Mihemed ku zivêriya xwe nîşan bide û gilî bike. Lê rojekê axaftineke weha di navbera wî û Şêx de bihuriye: Mele Seîd: - Şêx Efendî. Ji van şagirdên xwe re bêje, gava bi min re qirên dikin, bila her çar nebin yek, bila didu-didu werin min. Efendî, ji nîşandana mêrxastiya Mele Seîd a bi wê zarûktiyê ve, kêfxweş bûye û gotiye: - Tu şagirdê min î, kes têkilê te nabe. Piştî wê gotinê Mele Seîd êdî bi şagirdê Şêx hatiye binavkirin. Piştî demekê ku li wê medresê maye, vêca bi kekê xwe re çûye gundê Norşênê. Ji ber ku demsal havîn bû, rûniştevanên gund digel şagirdan tev çûne zozanan. Mele Seîd carekê li zozên bi kekê xwe Mele Ebdulah re qirên kiriye. Lê gava dersdarê Medresa Taxê Mele Mihemed Emîn têkilî meselê bûye û gotiye: “Çima tu ji gotina kekê xwe derdikevî?” Wî jî ji ber ku dizaniya ew Medrese ya Hezretî Şêx Evdirehmanê menşûr ê bi nasnavê “Seyda” ye, ji mamosteyê xwe re bi vî hawayî rave kiriye: - Efendî! Bi hawayê mana di vê tekyayê de, tu jî mîna min şagirdek î. Nexwe li vir mafê te yê mamostetiyê nîne. Mele Seîd bi şevan, di daristaneke ku her kes newêribû da bi rojan jî tê re biçûna, tê re bihurîye û çûye Norşênê, ji wir jî çûye gundekî bi navê Koxan. LI KURDÎSTANÊ SAZGEHA MEDRESÊ Alimekî ku destûrname wergirtibe, sirf ji bo razîbûna Xwedê, li kîjan gundê ku bixwaze medreseyekê vedike. Eger heyîna dersdarî hebe, ew raxistina medresê û lêçûya ardû jî ji kîsê xwe dike. Lê dema ku taqeta wî ranegire, ji aliyê gundiyan ve tê
kirin. Dersdar çewa ku dersdariya bê heq dike, gundî jî karê xwarina şagirdan digirine ser xwe. Yanî her şagird, xwarina xwe ji maleke gundî tîne. Xwarina şagirdan taybetê nayê hazirkirin, xwarina gundiyan her dem çi be, her ew xwarin sêdan didine wan jî. Yan jî raste rest xwarin ji aliyê xwediyê medresê ve tê dayîn. Rewşa danê bi çi rengî be bila bibe, bi kurdî ji wê xwarina ku didin şagirdan re “Ratib” tê gotin. Di salê de carekê, şagird diçin gundên cîran û ji xwe re zekat kom dikin. Ew bi wê zekata komkirî, bo xwe perê kincan derdixin. Mele Seîd di salên feqîtiya xwe de, tu carî bo komkirina zekatê neçûye gundan û ne jî bo anîna ratiban çûye. Lewra di dîtina Mele Seîd de, anîna ratiban, herwekî mîna stûxwarkirin û destvekirina li pêşberê hinekan be, giran hatiyet. Ji ber vê hindê bûye ku wî pêwîstiya girtina zekatê nedidît. Hevalên Mele Seîd gava diçûne komkirina zekatê, hinek gundî ji nelixwedanîna wî re diltepîn dibûn û di nava xwe de hinek alîkarî dicivandin, wek lêçû, zêdetirê ji zekata ku hevalên wî kom dikirin, wek diyarî didanê. Lê ji bo ku mineta kesî nekeve serê, wî ew pere bi xwe re nedihiştin û didane kekê xwe Mele Ebdulah. XWEŞBÊJIYEK Piştî ku wî ew pereyên ku gundiyan wek diyarî dabûnê, dane kekê xwe, henekekî weha di navbera herduyan de çêbûye: Bedîûzeman:* - Bi wan pereyên ku min dane te, tivingekê ji min re bikirre. Mele Ebdulah: - Na, çênabe. Bedîûzeman: - Nexwe rovelekê (demançeya bangor) bikirre. Mele Ebdulah: - Ew jî çênabe. Bedîûzeman: - Madem çênabe, nexwe xencerekê bikirre. Mele Ebdulah:
- Ew jî çênabe. Ez ê ji te re tenê hinek tirî bikirrim û vê gelşê bi şîranî girêbidim. * Di teksta bi zimanê tirkî de nasnavê Mele Seîdê Kurdî “Bedîûzzaman” nivîsiye. Lê ewçax wî hêj Kurdî nasnav wernegirtibû -nm. DERBASKIRINA JIXWEÇÛNÊ Mele Seîd piştî ku demekê li vê medreseyê jî maye, bi tena serê xwe ketiye rê û çûye Sêrtê. Di wê navê de ji ber êrîşa xwînê ya li mejî, jixweçûneke kurt bihurandiye. Û feqiyên hevalên wî ew rakirine û birine ba Şêx Ebdulqeharê xelîfe yê Hezretî Şêx Ebdurehman. Wê demê wî ew rewşa ku tê de bû, weha gotiye: Ez, herwekî Hezretî Seyda yê ku wefat kiriye, dibîne. Seyda (Ebdulqehar): - Seîd, were vir, ez ê te xweş bikim. Mele Seîd xwe bi xwe ramiyaye: "Ez ku derkevim devereke bilind, dê bifirim û bigehime Hezretî Seyda." Ji wir rabûye xwe ji destên hevalên xwe filitandiye û çûye. Di rê de li goristanekê rast hatiye. Hevalên ku li dû wî çavnêr bûne, ew ji paş ve girtine. (Mele Seîd guman kiriye ku mirî vejinîne û pê girtine). Pêre pêre dest avêtiye xencerê: Mirîno! Min berdin, ez ê we bikujim. Feqiyan Mele Seîd hemêz kiriye û ew birine ba Hezretî Şêx Ebdulqehar. Mele Seîd ji Hezretî Şêx re gotiye: - Eger tu min xweş dikî bike, eger nakî, nexwe ev çi ye ku ji te re dibêjin şêx!? Mele Seîd gava di mêrdewanê re derketiye ser bên, xwîn ji bêvila wî hatiye û pêre pêre bo wî bûye sedemê leşsaxiyê. Ji wir rabûye û çûye qezaya Xeydayê ya ku bi warê “Şêxên Mezin” tê zanîn. Li wir jî bi hevalê xwe Mele Mihemed Efendî re qirên kiriye. Gava Mele Mihemed xencerê kişandiye, bivirek li ber çavên wî (Mele Seîd-nm) ketiye û dest avêtiyê. Herdu li qirênê sîqal bûne. Feqiyek ji serê xwe birîndar bûye û ketiye erdê. Piştî qirênê, Mele Seîd îcar dest ji jiyana medresê berdaye û şûnde vegeriyaye çûye mala xwe. Gotiye bavê xwe: - Heta ku ez mezin nebim, êdî ez naçim xwendinê. Lewra feqî hemû, ji min mezintir in. Heta ku biriya min bi wan ve neyê, ez
ê li malê bimînim. Ew hetanî bihara wê zivistanê, li mala xwe maye. XEWNEK Di wê navê de Mele Seîd xewneke weha dîtiye: "Qiyamet daketibû, kaînat (dinya digel tiştên xwe -nm) ji nû ve vejîn bûbû." Di wê demê de ew ramiyaye ku dê çewan Hezretî Pêxemberê me ziyaret bike. Piştre çûna ber serê Pira Sîratê hatiye bîra wî ku here li wir bisekine. Lewra her kes tê û di wir re dibihure û xwe bi xwe gotiye: “Ez ê li wir rawestim.” Rabûye bi lez çûye û yeko yeko pêxember hemû ziyaret kirine. Gava wî Hezretî Pêxemberê me jî ziyaret kiriye, ewçax ji xewa xwe şiyar bûye. Feyza ku ji wê xewnê girtiye, lê ruhniyeke mezin a bo xwendina zanînê geş bûye. Ji bavê xwe dîsa destûr xwestiye ku dest bi xwendinê bike. Bi wê desîseyê ew çûye gundê Arwasê. Li wir, Mele Mihemed Emîn ê menşûrê bi dersdariyê li xwe dananiye ku dersa Mele Seîd bide û şîret li feqiyekî xwe kiriye ku dersa wî bide. Ew yek jî, mîna zixtekê li şanaziya Mele Seîd ketiye. Rojekê gava ku Mele Mihemed Emînê Menşûr li mezgeftê dersa şagirdekî xwe daye, Mele Seîd li pêşberê wî derketiye û lê bervêdan (îtîraz-nm) kiriye, gotiye: "Ne wisan e!" Piştî wê livakê, Şêx xwestiye bîne bîrê ku wî li xwe dananiye qenim dersa wî jî bide. Mele Seîd demekê li wir jî maye û piştre çûye Medresa Mîr Hesen Welî ya girêdayê bi Miksê ve. Li wir ew tê gihaye ku hogiriya Medresê, ji şagirdên nûdestpêkirî re tune. Wî li wir, bi wê hisa şanaziya ku xwe pê nîşan dabû, kêm nedaye nîşandan. Û di asasê xwe de pêdiviya xwendina heft pirtûkên rêzê terikandiye û daye xuyakirin ku pirtûka heştan dixwîne. Bo çend rojan ji wir ew, çendî ku çûye bajarokê Westanê jî, lê ji bo baguhartinê çend meh li wir maye. Piştre ew bi yekî bi navê Mele Mihemed re çûye Bazîdê. Haşte destpêka xwendina wî ya asasî, piştî vê demê dest pê kiriye. DESTPÊKA XWENDINA ASASÎ Destpêka xwendina Mele Seîd a paqija sererast, li qeza Bazîdê ya girêdayê bi wîlayeta Erzeromê ve, li cem Hezretî Mihemedê Celalî çêbûye. Di wê navê de tenê xwendina wî ya bi sê mehan
xerîb e ku li Kurdîstanê, li gorî tewrê bikaranîna Xwendina Rêzê ta bi pirtûka herî dawîn ya piştî Mele Camî, ku ew pirtûk hemû xelas kirine. Di wê rêveçênê de ji her pirtûkê ancax dersek-didu, zêdetir deh ders xwendine û ew li paş hiştiye, bi serkeftî dest bi yeke din kiriye. Ew rewşa ku wî dest bi pirtûkan kiriye û bê ku dawî lê bîne vêca dest bi yeke din kiriye, li xweşa dersdarê wî Şêx Mihemedê Celalî neçûye. Rojekê gava wî ew sedemê kirina bi wî hawayî ji Mele Seîd pirsîye, weha bersîv dayê: - Biriya min nagîje xwendin û têgihandina hewqas pirtûk. Lê ev pirtûk her yekê wan nola sindoqeke gewheran e û mifta wan jî bi te re ye. Îcar ez ji te hêvî dikim ku tu, tenê ew tiştên di wan de ne, bo min diyar bikî, ka çi ne. Ango pêşî ez têbigehim ka ev pirtûk behsa çi dikin, piştre jî ez ê bişixulim û li gor çîka xwe bi dest xînim. Amaca asasî di vir de; ew peydakiroxtî û nûtîtiya ku ji zikmakî ve bi Mele Seîd re hebû, li hawayên xwendina medresê biçespîne û nûtîtiyeke şaqizdar daxîne holê, da hewqasî zeman bi xwendina şerh û haşiyan re wenda nebe. Bikaranîna wê tewrê, bi hawayekî normal, diviya ku di bîst salan de xwendina bo fêrbûna zanînên pirtexlît bibûna. Lê ew bi demeke sêmehane fêr bûye û wan pirtûkên Xwendina Rêzê hemû bi dawî anîne. Li ser wê yekê, dersdarên wî gava bi pirsên “ka gêrofentiya te bo kîjan şaxê zanistiyê zêdetir destdayî ye?” ku dihatin pêşber, weha bersîv dida: "Birastî ez van zanistiyan ji êkdu cuda nakim. Ez yan hemuyan dizanim, yan hîç yekê jî nizanim!" Mele Seîd kîjan pirtûka ku digirt destên xwe, ji bo têgiştinê zehmetî nedikişand. Wî xwe bi xwe, di bîst û çar saetan de, dused û bîst rûpel ji pirtûkên weke Cem´ul-Cewami´ê, Şerh-ul Mewaqifê û Îbn-ul Hecerê dixwendin û têdigiha. Îcar wî her zemanê xwe hemû bi wî hawayî dinirxand. Ew bi radeyeke wisan nixroyê zanistiyê bûbû, ku bala wî ji dinyaya derve hatibû birrîn. Çaxê pirsa girêdayê bi kîjan şaxê zanistiyê ve ku jê dihate pirsîn, bê ku bilitime pêre pêre bersîv dida. KURTAWIREK LI JIYANA WÎ YA WÊ DEMÊ Ewil: Mele Seîd ketiye pîşeya zanyarên Îşraqîyyûnan, li pêşberî
hemû zewqan derketiye û dest bi parêzê kiriye. Bêwekû zanyarên Îşraqîyûnan hêdî-hêdî liviyane û ew fêrî wê parêzê kirine. Mele Seîd jî bê ku laşê xwe bibanîne, hema ji nişka ve ketiye parêzê. Lê laşê wî ew ranegirtiye û qels bûye. Di sê rojan de bi pariyek nan didebirî. Berî her tiştî Mele Seîd bi wê pêgirtinê ve, bi kirina weke zanyarên Îşraqiyyûnan ku li dîtina “ramana parêztiyê, suxra belavkirinê ye” her û her dişixulî. Ya diduyan: Ew li gorî Îmamê Xezalî ji layê Tesewufê ve ku di Îhyaul ´Ulûmê de gotiye: “Ji tiştê gumanbar birevin, tiştê negumanbar bikin” (Hedîsa, Tirmizî ed.), xwe li wê tewrê hesikandiye û demekê dev ji nan jî berdaye, tenê debara xwe bi giyayê kiriye. Ya sêyemîn: Ew pir hindik dipeyivî. Gorgeha mîrkurrê helbestvanê Kurdan a Hezretî Ehmedê Xanî ku bi rojê jî daketina nava wê bi tirs e, Mele Seîd xwe têwerandiye û carinan bi şevê jî di wir de maye. Ha ji ber wê yekê bû ku xelkê di biwara wî de digot: “Ew bi bereketa Ehmedê Xanî têrbar bûye” ku hetanî ew hawe li kerametên wî jî bar dikirin. Mele Seîd di wê demê de hêj sêzdeh, çardeh salî bû. Wî, di wê riya ku dabû pêşiya xwe de dudilî dikir, ka xişê rastiyê û ya dîtina zanistvanan dike yanena. Ji ber hindê wî biryar dabû ku serdana zanayên bijare yên Kurdan bike û ji bo ku gumana xwe jî berteref bihêle, bipîrozbahî dersek-didu jî li cem wan bixwîne. Mele Seîd destûr ji dersdarê xwe xwestiye ku seriyekî bide Bexdadê. Û ketiye şûfê derwêşan; postekî avêtiye navmila xwe, bê ku li rê here hema di çiyan û daristanan re bi şevan geredor bûye ku here Bexdadê, lê ji nedî ve hema bi Bidlîsê ve derketiye. Û çûye Tekyaya Şêx Mihemed Emîn Efendî û du rojan ders xwendiye. Şêx ew kincên derwêşan jê avêtine, cubeyekî û şaşekê diyarî danê û jê re pêşniyar kiriye jî ku ew hertim bi wergirtina çîna zanistvanan wergirtî bibe.* Mele Seîd li pêşberî wê pêşniyarê gotiye: - Ez ji ber ku hêj negihame temenê kametiyê, ji xwe re qiyafetê dersdarekî hêja nelê dibînim. Ez zarûkek im. Çewa dikarin bibime dersdar? * Li Kurdîstanê şagird di salên xwendinê de cube û şaşik wernagirin. Ew qiyafet bo kesên destûrnamegirtî
taybetmendiyek e. Wî, ew pêşniyara desrdarê xwe nepejirandiye; ew cube û şaşika ku dabûnê jî, li kenarekî Mizgeftê hiştine û çûye Şêrwanê cem kekê xwe ku berê wî ew li wêrê hiştibû. Li wir, serê pêşî ku hêj kekê xwe dîtiye, di navbera wan de axaftineke kurt weha bihuriye: Mele Ebdulah: - Piştî te, min pirtûka Şerhşemsiyê qedand. Lê niha tu çi dixwînî? Mele Seîd: - Min heştê pirtûk xwendin! Mele Ebdulah: - Ev çi gotine? Mele Seîd: - Li gorî rêbaziya medresê çewa ku min ew pirtûk xwendine, min ew pirtûkên ku nakevin rêzeriya we jî xwendine. Mele Ebdulah: - Nexwe ez ê te îmtîhan bikim. Mele Seîd: - Ez amade me. Fermo tu çi dipirsî, bipirse! Mele Ebdulah, birayê xwe îmtîhan kiriye. Têrbûna zanîna wî pesend kiriye û ew Mele Seîdê ku berî heşt-neh mehan şagirdê wî bû, ji xwe re wek dersdarekî pejirandiye û dest pê kiriye ji feqiyên xwe penî ders jê wergirtiye. Lê di wê navê de wî feqiyên xwe pê nehisandiye ku berî çend mehan wî dersa birayê xwe dida, niha jî ew jê ders werdigire. Rojekê feqiyên Mele Ebdulah di qelîşteka dêrî re dibînin ku ew li ba Mele Seîd ders dixwîne. Bi hawayekî heqdêr şaqiz dibin. Gava jê pirsîne, lê wî feqiyên xwe xapandine û gotiye: "Ji bo çavîn mebe, ez dersa wî didim." Mele Seîd demekê li ba Mele Ebdulah maye, piştre ji wir çûye Sêrtê. Li wirê çûye Merdesa Mele Fethulah. Mele Fethulah jê pirsiye: - Par, te Syûtî dixwend, îsal jî tu Mele Camî dixwînî?
Mele Seîd bersîv dayê: - Erê! Min Cami qedandiye. Mele Fethulah navê kîjan pirtûka ku pirsiye û ku bersîva “min ew qedandiye” digire, hema şaqiz bûye û piştre weha gotiye: - Hey dîno. Par, tû dîn bûyî. Ma îsal jî tu dîn î? Mele Seîd: - Mirov ji bo ku nefsa xwe li pêşberî kesê din neşikêne*, dibe ku rastiyê binixumîne. Lê mirov li pêşberî dersdarê xwe yê ku ji bavê mirov giranbihatir e, ji rastiya rasterast pêvetir wekî din tu tişt nabêje. Ferman bike! Tu dikarî, min di wan pirtûkên ku te gotin de îmtîhan bikî. Mele Fethulah ji kîjan pirtûkê pirsiye, Mele Seîd bi rindî bersîva wî daye. Li ser wê yekê Mele Elî Soran ê ku berî salekê dersdarê Mele Seîd bû, gava li wê axaftinê guhdarî dike, dest pê kiriye û li cem Mele Seîd ders xwendiye. Mele Fethulah gotiye: - Tu di zîrektiyê de zêdetir nuwaze yî. Gelo niha jiberkirina te çilo ye? Tu çend rêz ji “Meqamatê Herîrîye” ku du caran bixwînî, dikarî jiber bikî? Mele Seîd rûpelek ji pirtûkê, tenê carek xwendiye û jiber kiriye. Mele Fethulah gotiyê: - Birastî, gava zîrektî û tîjîfehmtiya bi rada baştirîn hevcih dibin, rasthatina lê tiştekî kêm e. Lê heta niha min ew xasmetî di du kesan de dîtiye. Yekê di te de, ya din jî di Mele Xalidê Olekî de. * Bêjeya “neşikêne” di orîjînala tirkî de “kirmak” hatiye nivîsandin. Lê ji naveroka hevokê diyar dibe ku şaş e, diviya ku “kirmamak” bûna.-nm. JIBERKIRINA PIRTÛKAN Mele Seîd di heftiyekê de, bi xwendina saetek-didu ya rojane, pirtûka Cem´ -um Cewami´ê jiber kiriye. Li ser wê yekê Mele Fethulah li ser pirtûka ku navê wê hate gotin ev nivîs nivîsiye ku (Mele Seîd-nm): “Pirtûka Cem´ -um Cewami´ê di heftiyekê de jiber kiriye.” Ew navûdeng li Sêrtê belav bûye û bi devan ji hev re hatiye
gotin. Mele Fethulah gelekî pesnê Mele Seîd daye û ji zanayên Sêrtê re gotiye: "Şagirdekî pir gênc hatiye Medereseya me. Min çi jê pirsiye, bêlitimandin bersiv daye. Ez ji vê feraseta wî, ji zanîn û bihnpakiya wî re heyran dimînim!" LI MIZGEFTA ŞÊX NEQAŞ GENGAŞEYEKE DIGEL ÇO Rojekê zanayên Sêrtê li deverekê kom bûne, Mele Seîd vexwendine cem xwe û pirs jê pirsîne. Mele Seîd, bê ku gumanbariyekê bihêle, bersiva pirsên wan daye. Dema wî bersiv dane jî, her li ruyê Mele Fethulah neriye. Gava li ruyê wî neriye, herwekî li pirtûkê binere û bersiv daye. Îcar çaxê zanayên Sêrtê ew tişt jê dîtine ku Mele Seîd xwediyê hînpakiyeke bilindtirîn e, wî pejirandine û bê hemdê xwe pesnê wî dane. Ew bûyer bi demekurtekê li dormedêr belav bûye. Xelkê îcar bi çavên welîtiyê li Mele Seîd neriye û jê re rêzanî nîşandane. Lê ew rewş û hes û zikreşî, bo reqabetê qorek şagird û zanyarên di radeya duyemîn de nepixandiye. Ewên ku navdariya Mele Seîd nekêşane, rojekê di navbera xwe de biryareke wisan dane: "Em ê wî -yanî Mele Seîd bo gengeşeya di babetên zanyarî de vexwînin Mizgefta Şêx Neqaş. Eger em wî di gengeşeyê de bindest bikin jixwe rind e, lê eger em serkeftî nebin, em ê derseke rind bi çoyên xwe bidinê." Wan pirtûk û çoyên xwe bi xwe re hildane û çûne li wê Mizgeftê kom bûne, piştre jî Mele Seîd vexwendine wir. Lê Mele Seîd li meselê varqiliye, ji yekî bi emanet xencerekê stendiye û rast çûye Mizgeftê. Gava wî ço bi wan re dîtiye, pirsiye: - Ez li tiştekî ecêbmayî dimînim; heçîka pirtûk in, ew ji bo gengeşeyê ne. Lê we çima ço bi xwe re hanîne? Paşepaşê ew gengaşeya zanistî, rûdanê guhartiye ser qirênê. Xelkê Sêrtê gava pê hisiyaye, pir kes hatine wir ku Mele Seîd xilas bikin. Wan, Mele Seîdê ku di dîtina wan de xwediyê giranbihatiyekê bû, ji destên êrîşkaran filitandine û birine wî xistine odeyekê. Lê Mele Seîd, ji bo hiskirina pîşeya xwe bû ku nehêlaye ew feqiyên êrîşkar ên erbabên zanistiyê ku bibin hedefa nezanan. Wî, kuştina xwe ya ji layên êrîşkaran ve jî daye ber çavan û ji odê derketiye, gotiye ku divê nezan têkilî karê alê zanistiyê nebin. Û ji bo berterefkirina wê xirecirê jî, ji şagirdan re weha gotiye:
- Min bikujin, lê siyaneta zanînê biparêzin! Çendî ku Mele Seîd wê axaftina bêperwa li pêşberî şagirdan kiriye jî, hîç yekî ji nava wan pixav nekiriye ku xencerê lê bikişîne. Di paşepaşê de ew xirecir çareser bûye. Muteserifê* Sêrtê bi meselê hisiyaye û ji bo parastinê Mele Seîd vexwendiye cem xwe û cendirme hinartine da wan şagirdan mişêxt bikin. Lê wî gotiye cendirmeyan: * Muteserif, piştî Tenzîmatê, serokê saziyekê bûye ku di navbera qeza û wîlayetan de dima -nm. - Em şagird in, xwe bi xwe qirên dikin û li hevûdu jî tên. Li ser vê yekê, ez rewa nabînim ku yekî ji derveyê pîşeya me têkilî navabera me bibe û ez nayêm jî. Bi ser ve jî, şaşî ji min çêbûye. Bi wî hawayî, Mele Seîd cendirmeyan bi şûnde vegerandine. Ew, wê hingê di navbera 15 û 16 salên temen de bû. Lê bi gewdê xwe saxlem û şûş bû û di nava xelkê de bi Seîdê Menşûr hate binavkirin. Li Sêrtê eşkere kiriye ku ew amade ye li pêşberî hemû hevalên xwe yên ku jê re pêkolî dikin. Û vê yekê jî li axaftina xwe zêde kiriye ku, ew dê bersiva her cûre pirs bide, lê ew ji tu kesî pirsekê napirse. Û bîst salan bi wê soza xwe re beste maye*. * Niha Mele Seîd weha dibêje: “Zihna min perîşan bûye, êdî ez li biryara xwe ya kevn israr dikim.” JI SÊRTÊ BI BIDLÎSÊ VE Mele Seîd her çiqasî ku dijberên xwe bindest kiribûn jî, lê ew li Sêrtê êdî bihnteng bûye û li wir hew semax kiriye, dîsa rabûye şûnde çûye Bidlîsê. Wê demê dijatiyek di navbera Şêx Emîn Efendî (yê ku li Bidlîsê bû) û şêxên Hîzanê de hebû. Hin mirîdên xwenenas, di biwara şêxên Hîzanê de partav diavêtin. Gava Mele Seîd ew tişt bihîztine, gotiye ku nebûkarî li bisilmantiyê naxwe û ev cûre duezmanî dibin sedemê têkçûnê. Mirîd çûne giliyê Mele Seîd li ba Şêx Emîn Efendî kirine. Şêx Emîn jî di biwara wî de weha gotiye: "Ew ji ber ku hêj zarûk e, ne di temenê bervêderiyê de ye." Ew gotin belav bûye, ta ku gihaye Mele Seîd jî. Ji pêşepêşê ve bû ku Mele Seîd ji gotinên wisan re semax nedikir. Çûye ba Şêx
Emîn û gotiye: - Berêz, tu min îmtîhan bike. Ez dixwazim bipeyitînim ku ez di temenê bervêderiyê de me. Şêx Emîn Efendî, li dora pêncî pirsên pirtexlît ên zehmet û cihêawe ji şaxên zanistiyê yên cuda niqandine û ji Mele Seîd pirsîne. Mele Seîd jî bersiva wan hemû pirsan daye û piştre derketiye derve, çûye Mizgefta Qureyşê, dev pê kiriye û wa´z û şîret li xelkê kirine. Li ser wê bûyerê, hinek ji xelkê Bidlîsê xwestine ku bibin alîkarê Şêx Emîn û hinek jî bibin alîkarê Mele Seîd. Lê Walî, bi gumana derketina bûyerekê ku rû nede, Mele Seîd ji wir bi dûr xistiye. Li ser wê yekê, Mele Seîd çûye Şêrwanê. Ew kesên ku di gengaşeyên zanistiyê de li pêşberî Mele Seîd bindest bûne, bi hebûna hemû biriya xwe şixulîne ku wî di çavên xelkê de kêm bixînin. Wan livakeke Mele Seîd ya herî piçûk jî dikirin babetê lêkolînê. Rojekê îcar ka çewan bûye, ku rojekê Mele Seîd ranebûye nimêja sibehê. Ew kesên ku jê re zikreş bûne, herwekî ji xwe re sermiyanekî mezin dîtibin û li hawîdor belav kirine ku ango Mele Seîd nimêjê terikandiye. Gava ji Mele Seîd hatiye pirsîn ku çima her kes di derheqê te de wisan dipeyive? Wî gotiye: - Erê, tiştên bêbinyat, zû li nava xelkê belav nabin. Şaşî ji min çêbûye. Ji ber wê yekê, ez bardarê du tawanan bûme. Yek azarkirina Xwedê ye, ya din jî şermandina xelkê ye. Sedemê vê yekê jî ev e: Terikandina wirdên min in ku min ew bi şevan ji xwe re kiribûne edet. Haşte rihê xelkê ku gihaye vê rastiyê, bi tevayî tênegihaye û navê wê nizaniye. Îcar bi vî hawayê şaş rengdêr dikin. Gava Mele Seîd li Şêrwanê bûye, yek ji aliyê Sêrtê ve hatiye wir û gotiye wî: - Wey gelo! Zarûkek hatiye Sêrtê, çendî ku di navbera salên 14 û 15-yan de ye jî, lê di gengaşeyan de zanayan hemû bindest dike. Ez hatime, te vedixwînim, da ku tu werî û wî bêdeng bihêlî. Mele Seîd wê vexwendinê pejirandiye û ji bo çûna Sêrtê xwe amade kiriye. Herdu ketine rê û bi qederê du saetan çûne, piştre Mele Seîd jê pirsa navê wî meleyê piçûk û ya hinek xeyset û qiyafetê wî kirye. Mêrik gotiye:
- Wele, ez navê wî nizanim. Lê serê pêşî gava ku ew hatiye, di qiyafetê derwêşan de bû û postek jî li navmila wî bûye. Piştre wî xwe xistiye qiyafetê şagirdan û hemû zanayan bêdeng hiştiye. Mele Seîd gava wê yekê ji mêrik seh kiriye, têgihaye ku ew jê behs dike û ew bûyera berî salekê ya li Sêrtê ku rûdabû bi xwe ye ku hêj nû gihaye gundên hawîdor. Îcar ji wir dîsa bi şûnde vegeriyaye Şêrwanê. Di wan deman de gava şagirdê Mele Seîd, Mele Cuhûr ku ji aliyê gundiyan ve hate birîndarkirin, Mele Seîd xeyidîye û çû kete hinduruyê gora Xasyayê ya ku li bajarokê Tiloya girêdayê bi Sêrtê ve ye. Di wê gorê de Qamûsa Okyanosa nuwaze (harika) hetanî tîpa “sîn”ê (i ) jiber kiriye. Gava sedemê jiberkirina Qamûsê jê hatiye pirsîn, weha bersiv daye: - Qamûs, her bêjeyeke ku bi çend maneyan tê, dinivîse. Ez jî bi tersê wê, ketime meraqê da qamûsekê hazir bikim ku ji bo her maneyekê çend bêje têne gotin binivîsim. Ha ev daxwaz e min dehf da ku ez qamûsê jiber bikim. Çaxê Mele Seîd di Gora Xasyayê de dima, birayê wî yê hinekî jê piçûktir Mihemed jê re xwarin dibir. Wî libên di nava xwarinê de didane mûriyên li hawîdorê Qûbeyê, nanê xwe di nêv ava xwarinê dadikir û dixwar, debara xwe dikir. Gava sedemê wê yekê pirsîne: - Çima tu wilo dikî? - Heçîka mûrî, xwediyên jiyana civateke tevayî ne. Ez dibînim ku xebateke derbeder li wan heye û hetanî bivê, ew girêdayê bi karê xwe ve ne. Helbet ez dixwazim wek diyarî alîkariya van komarvaniyan bikim! Rojekê çend hevalên Mele Seîd ên ji şêxên Tiloyê, xwe bi xwe qirên kirine. Yekî ji wan xwestiye ku Mele Seîd alîkariya bera wî bike. Mele Seîd jî çaxê alîkariya bera qels kiriye, pêrgê peyayekî pir bi hêz bûye. Çendî ku jê pîçûktir bûye jî, wî ew xistiye rewşeke bêlivak. Lê gava herdu beran kevir avêtine êkdu, ew bûye hedefa avêtina kevirên wan, hem hedefa kevirên bera alîgirê xwe û ya kevirên bera din jî. Wisan êşiyaye ku heta mehekê jî gava di nimêjê de diçû sertewanê (rukû´a) zehmetî dikişand. Îcar gava duyemîn car hevalan ew (bo alîkariya qirênê) vexwendine, weha gotiye:
- Qirêna we ne bi xencerê ye, bi keviran e. Ez jî nakevim nava qirêneke wisan! FERMANA KU DI XEWÊ DE GIRT Mele Seîd çaxê li Tiloyê bû, şevekê Şêx Ebdulqadirê Gêlanî di xewna xwe de dîtiye. Hezretî Şêx gotiye wî: - Mele Seîd! Here ba Mistefa Paşa yê serokê eşîra Mîranê û wî vexwîne ser riya rastiyê; şîret lê bike, da ji zordariya ku ew dike vekişe. Bila nimêja xwe jî bike û vegere ser riya rast. Eger gotina te bi cih neanî, wî bikuje! Mele Seîd piştî wê xewnê, rabûye xwe bo çûna bi aliyê eşîra Mîranê ve amade kiriye û ji Tiloyê derketiye, çûye ta ku ketiye binê çadira Mistefa Paşa. Gava gihaye wir, Paşa ne hazir bûye û wî hinek bihna xwe berdaye. Bi demekurtekê şûnde Mistefa Paşa ketiye hindur û kesên hazir tev ji ber ve rabûne ser nigan, lê Mele Seîd ji cihê xwe neleqiyaye. Ew rewş bala Paşê kişandiye û ji Fetah Beg ê ku yek ji serdarên (binbaşi-nm) êşîrê bû pirsiye: - Ev kî ye? Fetah Beg bersiva wî daye: - Mele Seîdê Menşûr! Tu nabêjî Mistefa Paşa pir ji zanyaran bêzî dikir. Bê guman ew tevgera Mele Seîd jî, zêdetir wî çavsor kiriye. Lê wî ew çavsoriya xwe nedaye der û vegeriyaye ser Mele Seîd: - Bo çi tu hatî vir? - Ez hatime, te vedixwînime ser riya rast. Tu yan wê zordariya ku tu dikî dê biterikînî û nimêja xwe bikî, yan jî ez ê te bikujim! Paşa ji wê bersivê kufkufiye û derketiye derve, bîstikekê ji xwe re geriyaye û dîsan şûnde vegeriyaye binê çadirê. Careke din sedemê hatina Mele Seîd jê pirsiye. Mele Seîd jî gotiyê: - Min ji te re got ku, ez ji wê bonê hatime. Şûrê Mele Seîd li stûna çadirê daleqandî bûye. Mistefa Paşa îşaret bi aliyê şûr ve kiriye: - Bi vî şûrê pîsik? Mele Seîd gotiye: - Ne şûr dibirre, dest dibirre!
Mistefa Paşa dîsanê derketiye derve û hinekî geriyaye, piştre dîsa vegeriyaye hindur. Vê carê weha gotiye Mele Seîd: - Li Cizîrê zanayên min hene. Eger tu hemuyan biletînî û wan bindest bikî, ez ê bi gotina te bikim. Eger na, ez te davêjime çêm. Mele Seîd gotiye: - Çewa ku bindestkirina hemû zanayan ne perwayê min e, avêtina min a çêm jî ne perwayê te ye. Nexwe gava min bersivine têrbûyî da wan zanayên ku tu dibêjî, ez ê tivingeke Mawîzer ji te bistînim. Ewçax eger tu di sozê xwe de nemînî, da ez te pê bikujim. Piştî wê axaftina pêrgbûyî, ew rabûne li hespên xwe siwar bûne û çûne Cizîrê. Lê Mistefa Paşa di rê de hîç bi Mele Seîd re nepeyiviye. Gava ew gihane Banê Xanê, Mele Seîd kêlîkê razaye, da westandina xwe bibihurîne. Dema ji xew şiyar bûye, dîtiye ku li hawîdorê wî zana hemû pirtûkên wan di destan de ne û dipên. Piştî kirina xweşbêjeyeke hindik, çay bo mêvanan hatiye pêşkêşkirin. Zanyarên Cizîrê ji ber ku navûdengê Mele Seîd bihîztibûn, zêdetir daketine rewşeke şaqizbûnî û çay ji bîra wan çûye, hemû ketine tavila pirsên ku jê bipirsin. Mele Seîd piştî ku çaya xwe vexwariye, çaya çend kesên li pêşberî xwe jî ku ew pêl bi pêl diponijîn vexwariye. Mistefa Paşa weha gotiye zanayên xwe: - Ez nexwendî me. Lê ez wilo têdigehim ku hûn ji niha ve di wê gengaşeya ku bi Mele Seîd re bikin de bindest bûne. Çimkî ez dinerim ku we ji ber sêwrandinê çaya xwe jî jibîr kir. Mele Seîd piştî ku şûşa xwe qedand, du-sê şûşeyên ku li ber we bûn jî vexwarin. Piştî hinek pêhenekiyan, Mele Seîd ji zanayên ku hazir bûn re gotiye: - Berêzno. Ez ê suxrevanê we, soz daye xwe ku ez di layê pirsan de ji tu kesî çu pirs napirsim. Lê hûn dikarin pirsên xwe bipirsin. Zanayên Cizîrê nêzî çil pirsan ji Mele Seîd pirsîne. Mele Seîd jî bersiva wan pirsan hemû daye. Di wê navê de, bê ku ageh ji xwe bimîne, bersiveke şaş jî daye wan. Lê bervêderên wî ji ber şaşmayîna xwe, wê bersivê jî rast dêrane û erêyandine.
Piştî belavbûna civatê, ew pirsa ku şaş bersiv dabû hatiye bîra Mele Seîd û li pey zanayan beziyaye, gotiye: - Biborin. Min bersiva pirsekê bi şaşî dabû, belê hûn lê varneqilîne. Mele Seîd ew bersiva ku şaş dabû, sererast kiriye. Li ser wê yekî zanyarên Cizîrê gotiye wî: - Haşte, niha bi rastî te em bindest kirin û letandin. Piştre hinek ji wan zaneyan dev pê kirine û li ba Mele Seîd ders xwendine. Piştî wê gengaşeyê Mistefa Paşa ew sozê ku dabû, bi cih aniye; tivingeke Mawîzer diyarî daye Mele Seîd û ji sozê xwe derneketiye. Mele Seîd bi nisbet gêrufentiya (qabiliyet) di zanînê de, bi gewdê xwe jî bi îdman û hêzdar bû. Ew zêdetir ji qebgirtinê re şad dibû. Bi hemû şagirdên di medreseyan de qeb digirt. Di qebgirtinê de jî kesî ew bindest nedikir. Rojekê Mele Seîd bi Mistefa Paşa re derketiye colana hespan. Lê Mistefa Paşa ji qestî bo wî hespekî pir serkêş, xişîm û hîç lênesiwarbûyî dide hazirkirin. Çewa ku hatiye zanîn, wî dekekê li Mele Seîd hazir dikir. Mele Seîdê ku hêj di şazdesaliya xwe de bû, bîstikekê wî hespê serkêş gerandiye û xwestiye ku bibezîne. Hesp, piştî bezeke hindik ji riya normal averê bûye. Mele Seîd bi hemû biriya xwe xwestiye ku hespê serkêş rawestîne, lê serkeftî nebûye. Paşepaşê hesp bi aliyê devera ku zarûk lê dileyîztin ve çûye. Kurê yek ji axayên Cizîrê li ser rê bûye. Gava hesp du simên xwe hildane û li navmila lêwik xistine, lawik tereyî erdê bûye û di binê siman de perpisiye. Gundî liviyane ku lêwik xilas bikin, lê dîtine ku bêlibat e û di rewşa miriyan de ye. Piştre îcar xwestine ku Mele Seîd bikujin. Û suxrevanên Axê gava xencerên xwe lê kişandine, Mele Seîd jî pêre pêre dest avêtiye demaça (rovelve) xwe û gotiye: - Rawestin! Eger li rastiyê bête nihertin, Xwedê ye yê ku lêwik kuşt. Eger bi nerîna derveyî be, hesp e yê ku wî kuşt. Eger li sedem bête nihertin, Mistefayê Keçel e yê ku wî kuşt. Lewra wî ev hesp dabû min. Niha ez ê bêm li lêwik binerim. Eger miribe, pişre em ê li êkdu bixin. Mele Seîd ji hespê xwe peya bûye û çûye lêwik hemêz kiriye. Çaxê dîtiye ku livak di lêwik de nîne, wî biriye di ava sar de
niqo kiriye û deraniye. Lêwik çavên xwe vekirine û jê re keniyaye. Li ser wê bûyera ecêb, her kes ketiye heyretê. Piştî wê bûyerê hinekî din jî ew li Cizîrê maye, piştre şagirdê xwe Mele Salih hildaye cem xwe û çûye Biroya ku wargehê Erebên Bedewî bû. Dema ew li Biroyê bûye, bihîztiye ku Mistefa Paşa dîsan jî mîna berê dest bi zordariyê kiriye. Ji wir çûye ba Mistefa Paşa û şîretên xwe lê dubare kirine, ew tehdît jî kiriye. Ta ku şevekê sêwiriye da wî bikuje û çûye devera ku lê (M.Paşa) raketî bû. Di wê gavê de lawê wî ji xew şiyar bûye û jê pirsiye: - Tu li çi digerî? Mele Seîd gotiye: - Dilê min diçe hejîran, lewra ez hatime vir. Kurê Mistefa Paşa pêre pêre rabûye û çûye gelek hejîr anîne û danê. Mele Seîd jî ji ber wê yekê ve weha gotiye: - Vê carê jî bila hejîr di gerewa jiyana wî de bin. Û dîsanê şûnde vegeriyaye ser ciyê xwe. Carekê jî di gengaşeyekê de Mistefa Paşa tehdîd kiriye, gotiye: - Dîsan jî te dest pê kir. Ez ê te bikujim! Ew çax Mele Seîd ji Mistefa Paşa re peyvên bêrê gotine û nivîsendeyê wî (M.Paşa) ketiye navberê. Paşa li wê bêrêtiyê semax nekiriye û bo kuştina wî (M.Seîd) êrîş kiriye. Lê axeyên Mîran pê girtine. Mele Seîd Mawîzera xwe sererast kiriye û berê wê daye Mistefa Paşa. Tam di wê gavê de Evdilkerîmê kurê Mistefa Paşa gihayê û gotiye: - Bavê min rafizî ye û li gotina kesî jî nabe guhdar. Ez hêvî dikim niha tu ji vir biferme devereke din. MELE SEÎD LI MÊRDÎNÊ YE Mele Seîd gotina Evdilkerîm (ê kurê Mistefa Paşa) neşikandiye. Ji wir bi tena serê xwe çûye çola Biro ya warê Bedewiyan. Di rê de li mehkûmên Bedewiyan rast hatiye. Li pêşberî rimên Bedewiyan Mele Seîd dest pê kiriye û ew bi Mawîzerê gulebaran kirine. Ji ber wê yekê mehkûm şûnde vekişiyane. Mele Seîd li riya xwe domandiye, lê vê cara duyemîn ew li çeteyekî qerebalix rast hatiye û wî dîl girtine. Mahkûman kiriye ku wî bikujin, di nava wan de yekî ew nasiye û gotiye.
- Min vî zilamî li nêv eşîra Mîran dîtiye. Zatekî menşûr e. Gava Bedewî (çete) wê gotinê bihîztine, pêre pêre dest ji Mele Seîd berdane û jê lêborîn hêvî kirine, hem jî pêşniyar kirine ku hetanî dawiya rê dê wî biparêzin. Lê wî li şayesteya (şanazî) xwe danequrtadiye û pêşniyara wan dehfepaş kiriye û bi tenê li riya xwe domandiye. Talî ew gihaye Nisêbînê. Çend roj li wir jî maye û piştre hêj çûye Mêrdînê. Zanayên Mêrdînê pêşî xwestine ku bi Mele Seîd re têkevin qirêna raman û nîqaşan. Lê gava ew serkeftî nebûne, wî ji xwe re weke dersdar (üstad) pejirandine. Di wan rojan de du derwêş hatibûne Mêrdînê. Yek girêdayê bi Hezretî Cemaledînê Efxanî ve bûye, yê din jî girêdayê bi Rêçika Sunûsî ve bûye. Mele Seîd bi wan re rûqal bûye. Bi saya wan derwêşan wî xwe hem bi pîşeya Cemaledînê Efxanî ve, hem jî bi Rêçika Sunûsî ve girêdaye. Li Mêrdînê Mele Seîd şevekê bi çek çûye deverekê û di rê de pêrgê nijdeyeke polîs û cendirmeyan bûye. Îcar ew ji bo çeka xwe sêwiriye ku ez birevim wê min bigrin, ya baş ew e hema ez di nava wan re bibihurim, hema sing bi sing li nijdeyê rûqal bûye û raperikîne hevûdu. Devera ku ew lê bûne, çîmengeh bû. Ji ber wê yekê di çaxê qirênê de nigên polîs û cendirmeyan şimitiye û ew serejêr qotlanî bûne. Mele Seîd ji wê fersendê îstîfade kiriye û daketiye nava yek ji kuçeyên navendê, şopa xwe wenda kiriye. Roja din gava wî ew polîs dîtine, bala xwe dayê ku dest û serçavên wan kul û birîn in. Ji polîsan pirsiye ku çi havilê wan e. Polîs, tiştê ku di serê wan re bihurîye gotinê û gotine ku hebe tune be, ew zilam cinek bû. Ango cinên wisa jî hene. Mele Seîd cara pêşî, gava li Mêrdînê bû, bi siyasetê ve mijûl bûye. Yanî jiyana wî ya siyasî, pêşî li Mêrdînê dest pê kiriye. Îcar ew ji ber destpêkirina siyasetê, bûye serlêdana qehra qaymeqamekî; destên wî kelemçe kirine û ew bi cendirmeyan hinartiye Bidlîsê. Di rê de çaxê nimêjê hatiye û wî ji cendirmeyan xwestiye ku kelemçeya destên wî vekin, lê cendirmeya venekiriye. Ji ber hindê wî ew girêdana hesinî ya destên xwe mîna kevnikekê vekiriye û ramî wan daye. Cendirmeyan ew rewş keramet hesibandine û daketine şaqiziyê. Mele Seîd xwestiye ku tivinga wî bidinê. Cendirme jî bi spartin jê hêvî û pêniyaz kirine:
"Em heta niha parêzgerên te bûn, lê ji vir û şûnde êdî em suxrevanên te ne." Mele Seîd û cendirme bi wî hawayî hatine hetanî Bidlîsê*. Çaxê ku Mele Seîd li Bidlîsê bûye, rojekê xeber gihayê ku walî û qefleyek memûr bade vedixwin. Mele Seîd gotiye: “Madem ez mişêxt bûme, vêca li welatekî oldar ê nola Bidlîsê, ku kesên hikûmetê temsîl dikin û rabin vê ziştiyê bikin! Ez napejirînim” û ji bo ku civata wan belav bike dest bi peyandinê kiriye. Pêre demaneçe (rovelver) û xencer hebûne. Di çaxê ku walî û kesên pê re tam dê bade vexwarina, ew ketiye hindurû. Pêşî ji wan re hedîseke pîroz a di biwara badeyê de xwendiye, piştre jî dev bi jimartina sixêfên giran kiriye. Herweha gumana girtina xwe ya bi dibebûna dana îşaretekê ji aliyê walî ve jî, daye ber çavan û demaçê bi destekî xwe girtiye. Bi wî hawayî ramiyaye ku pêre pêre jî dê ew bi kirina livakekê re li wan biteqîne. Lê walî ji ber ku mirovekî semaxkar û pawangêr bûye, hîç dengê xwe dernexistiye. Gava Mele Seîd ji devera bûyerê derketiye, yawerê walî gotiyê: - Yaho, ev te çi kir! Ew peyvên ku te ji wan re gotin, gerekiya xeniqandina te dikin. Mele Seîd gotiye: - Xeniqandin hîç nehatibû hişê min. Bibe nebe tev min hesibandiye ku ez ê mişêxt bibim. Her çi be jî, ji bo ku dijekek bête dehfdan, heke ez bimrim jî, wê çi xisar hebe(?) Piştî ku Mele Seîd ji wir çûye, bi du saetan şûnde, Walî bi hinartina du polîsan ew xwestiye cem xwe. Mele Seîd pêşî xwestiye ku li polîsan bixe, lê piştre ji wê dîtinê vekişiyaye. Ji ber ku wî, bigorîkirina jiyana xwe, ne ji bo du polîsan, zêdetir ji bo qirênkirina bi Walî re hilbijartibû û raste rest çûye devera ku Walî lê bûye. Gava ketiye hindur, Walî rabûye ser nigan û ber pê ve nêz bûye. Ewçax Mele Seîd guman kiriye ku Walî dê wî bibestîne, hema destê xwe avêtiye demaçê, lê tu nabêjî Walî dixwest ku here destên wî maçî bike. Ji bo daniştinê Walî cih nîşanê Mele Seîd daye, piştre jî gotiye: - Pîrê her kesî heye. Tu jî pîrê min î û dê li ba min bimînî! Di wê navê de rojekê Mele Seîd çûye nava leşkeran, da ji nêz ve wan bibîne. Bi wê amacê ew çûye ba leşkerên li devera bi navê Gökmeyanê. Lê gava ew nêzî barîgehê bûye, jê re gotine
ku qedexe ye. Wî herweku hîç nebihîstibe li riya xwe domandiye. Ji ber wê yekê, pênc ji leşkerên ku li wir bûne, raberizîne ser serê Mele Seîd û qirên di nava wan de dest pê kiriye. Mele Seîd her carê du leşker avêtine erdê û vegeriyaye ser yên din û bi wan ve lipikiye. Di wê demê de yekî ji wan xwestiye ku dest bavêje çeka xwe, lê Mele Seîd çek jê stendiye û mîna ço pê li wan xistiye. Piştî ku wan serî bi Mele Seîd re dernexistine, li dora bîst leşkerî ji barîgehê derketine û hatinê. Mele Seîd demeke din jî li ber xwe daye, lê pir hatiye hinciqandin û ketiye erdê. Di wê navê de serleşkerek hatiye û naveroka meselê pirsiye. Leşkeran bersiv dane wî, gotine: - Efendim, mehkûmek bû hate vir, lê me wî girt û kuşt. Mele Seîd gava li erdê dirêjkirî bû û ew gotin ji leşkeran bihîztiye, hema rabûye ser nigan û gotiye: - Leşkerno, derew nekin. Ez welê zû bi zû namirim. Wê hingê Serleşker Mele Seîd nasiye û ew leşker azar kirine. Lê Mele Seîd li ser wê yekê gotiye (Serleşker): - Leşkeran azar neke, lewra şaşî ji min çêbûye. Herweha ez mafê xwe li leşkeran helal jî dikim, çimkî min tola xwe ji wan stendiye. Bi rastî, zêdetir, min li wan xistiye. Ji ber ku çi derba min diavêt, li hemuyan belav dibû. Derbên wan jî li min kom dibûn. Ew derbên ku min avêtine, eger li yekî tenê kom bibûna, ji yên wan ên ku li min ketine şê-çar caran zêdetir dibûn. Ha ji ber hindê, ez mafê xwe li wan helal dikim, tenê mafê xwe li mîlazimê (teymen) di nava wan de helal nakim. Çimkî dema wî li min dixist, pê re jî sixêf bi min dikirin. Piştî wê bûyerê Mele Seîd êdî dest pê kiriye û ji qedexekirinan re zêde rîayet kiriye. Dêmek bo pejirinandina fermanekê, pêwîstî bi siqûmateke wisan heye. Lewra ew siqûmata ku bi ser Mele Seîd ve bihuriye, jê re bûbû derseke sosretî. EVÎNA SERBIXWEYÎ Mele Seîd ji zikmakî ve, jiyana di binê zagoneke kifş de, nedisavêrand û ji sînorkirina livakên xwe hisnedikir; dixwest ku di her tewr û tevgerên xwe de zêdetir azad û serbest bibe. Heta wî mirina xwe jî her bi wî hawayê dixwest. Sînorên di qedexekirinê de, laşê wî diguvişand. Di wê derheqê de weha digot: “Ji bo banîna min di sînorkirina medeniyetê de, divê ku her
dem bûyerên wisa yên bi şeqûdeq bi serê min ve bihurîbin. Ekene, ez serbestî û rizgariya xwe hîç bi zagonekê sînor nakim.” Ha ji ber wê yekê bûye ku cara pêşî gava ew hatiye Stenbolê, hewl daye da ji girêdanên ku rizgariya wî bi sînor dikin dûr bibe û hîç demekê jî xemsarî nekiriye. Mele Seîd gava li Bidlîsê bû, hêj di temenê xwe yê şazdeh, hivdeh salan de bûye. Hingê dihate hesibandin ku hêj ketiye temenê kametiyê. Heta wî temenî, agehiyên ku bi dest xistibûn, bi gêrûfen û ji hisiyatên hinavî (sünuhat) çêdibûn, bi dûvedirêjî pêwîstiya kirina mitaleyê bo xwendina ku kiribû nedidît. Lê piştî wî temenî, êdî hisiyatên hinavî, ger ji ber ketina temenê gihaştî bû, yan jî ji ber têkiliya bi siyasetê ve bû, her çi be jî hêdî hêdî ber bi wendabûnê ve diçûn. Mele Seîd eger ji bo parastina wê devera ku di nava zanayan de vegirtibû be jî, bêgav mabû ku ji nivîsarên zanayên curbicur yek-du nivîs jiber bikirina. Xasma ji bo bipaşvedana guman û erênatiyên ku li misilmantiyê dihatine barkirin, berhemên bi navê “Metali” û “Mewaqif” û bi agehiya teknîkê, li dora çil berhemên cuda yên girêdayê bi xwendina bilind ve, bi awayê hebûna wan jiber kirine. Heta bi xwendina her roj, sê mehan carekê ew pirtûkên ku jiber kiribûn jî dubare kirine. Mele Seîd du awayên xwe yên hevters hebûne: Yekemîn: Dizaniya ku asoya ramandinê pir vekirî ye... Ji ber wê yekê, kîjan pirtûka ku wî bigirtina destên xwe, ne mikun bû ku tênegihabûya. Duyemîn: Demên ku ramandina wî dihate givaştin... Di wan deman de jî, xwendin li dera han bimîne, hiskirina wî bo axaftinê jî çênedibû. Di salên xortaniyê de sêwirandina Mele Seîd zêdetir vekirî (münkeşif) dibû. Piştî buhartina ji salên bîstî, êdî saetên vekirinê li gorî saetên girtinê (inqibaz) her ku çûne dest bi kêmasiyê dikirin. Piştî vegera wî ji dîlîtiyê jî, ger ji rûyê pêrgbûna bi nerihetiyan re bû ku çawaniya saetên girtinê zêdetirîn bilind bûne. Piraniya xelkê Kurdîstanê ji ber ku girêdayê bi Mezhebê Şafiî ve ye, Mele Seîd zêdetir pirtûkên şerîetê yên li ser (Mezhebê) Henefî nexwendine. Lê dema ku behs dihate kirin, digote zanayan ku pirtûkên henefî hêsan in. Lê ew babetê ku (di
Mezhebê Henefî de-nm) wî dixwend, pêşî biryara ku “şaş” e dida, dûre hinekî din jî ku dixwend hêj dest bi têgihîştina babetê dikir. Li ser wê yekê digot: "Heywax! Min li pêşberî kesên girêdayê bi Mezhebê Îmamê Mezin (E´zem) ve peyvine bêrê gotin. Herhal ji ber vê yekê ye jî ev kerameteke Îmamê Mezin e ku di têgihîştina vê pirtûkê de zehmetî kişandim û min şiqama vê şaşiya xwe jî xwar." Mele Seîd pirtûka “Mîrqat”ê ya ku behsa wê hate kirin, bê ku li cem wî şerh û haşî hebin, têdigihîşt û jiber dikir. Piştre jî gava şerh û haşi bi destên wî diketin, wî ew beyana (açiklama) xwe bi wan re rûqal dikir. Ji bilî sê bêjeyan, di wan hemû babetan de didît ku ew beyanên ku wî kiribûn, rasterast lê çêbûne. Ew hersê bêjeyên gumandar ku hebûne jî, nêzîkê maneya di şerhê de bûne û ji aliyê pejirandina zanayan ve jî rast dihatin dêrandin. Rojekê yek bi derew gotiye Mele Seîd, ku Hezretî Mihemed Kufrewî yê ji şêxên Bidlîsê, lê nifir kirine. Mele Seîd li ser wê yekê çûye serdana Şêx. Gava Mele Seîd gihaye wir, Hezretî Şêx jê re rêzanî daye nîşandan û heta ji bo teberik jî vê dersê jiber dayê: Ew dersa ku Mele Seîd li ba Şêxê Kufrewî xwendiye, êdî bûye dersa wî ya herî dawîn. Mele Seîd carekê di xewna xwe de Şêx Mihemed Kufrewî dîtiye. Hezretî Şêx gotiyê: - Mele Seîd! Were serdana min, êdî ez diçim! Li ser wê gotinê Mele Seîd rabûye û çûye serdana Şêx. Lê wê hingê dîtiye ku Şêx firiyaye û çûye, ew jî ji xew şiyar bûye. Û li saeta xwe nerîye ku hêj dem nîvê şevê bû, dîsan raketiye. Çaxê bûye sibe, bihîztiye ku dengê şînê ji mala Hezretî Şêx bilind dibe. Rabûye û raste rest çûye mala Şêx. Gotinê ku Hezretî Şêx saet di heftên (Li dora 24.oo) şevê de çûye dilovaniya Xwedê. Îcar Mele Seîd bi tewrekî ponijdayî şûnde vegeriyaye û hatiye, xwe bi xwe gotiye: “Haşte biwêja xewna min!” Mele Seîd ji ber ku (destûra-nm) Rêçika Nexşebendî ji şêxên xuyanî yên Kurdîstanê Şêx Seyîd Nûr Mihemed, pîşe û hiskirinê ji Şêx Evdirehmanê Taxî, herweha bi alîkariya wî (Taxî-nm) zanînê (´ilm) ji Hezretî Şêx Fehîm û dersa xwe ya dawîn jî ji
Şêx Mihemed Kufrewî girtibûn, bêqedar ji wan giranbihayan his dikir û bo wan her radiwestiya. Dîsa ji hemû zanayan re hiskirina wî pir hebû, xasma ji Şêx Emîn Efendî re, Mele Fethulah û jixwe li pêşberê Şêx Fethulah Efendî jî hiskirineke wî ya taybetî hebûye. PAZDEH SALÊN LI WANÊ Hewqasa ku zana li Bidlîsê hebûn, lê li Wanê ji zanayên xuyanî zêde kes nebû. Bi wê pêwendiyê li ser vexwendina Hesen Paşa yê Wanî, Mele Seîd çûye Wanê. Di pazdeh salên xwe yên li Wanê de, ji aliyekî ve ders daye xwendin, ji aliyekî ve jî li nava eşîran geriyaye, da wan rêkar (irşad) bike. Wekî din jî zêdezêde bi walî (Tahir Paşa) û memûrên bajêr re jî hevdîtin kirine û civanên xweşbêjiyê damezirandin. NÛTÎTIYA ŞÊWAZEYA PERWERDEKIRINÊ Mele Seîd têgihaye ku pirtûkên Kelamê, bi şêwazeya (metod) klasîk hatine nivîsandin, êdî li pêşberî mirovên Sedsala Bîstî bi guman û mandela mane û di rewşeke bê bersiv de ne. Bi wê pêwendiyê, wî parastiye ku gereke di medreseyan de ´Ilmê Müsbet jî bête xwendin. Herweha ew gihaye wê baweriyê ku ew êrîşên her têne bisilmantiyê, tenê bi wî hawayî dikarin bêne berterefkirin. Bi wê yekê, di demeke kurt de, qaydeyên sereke yên mîna zanistiyên dîrokê, cografya, matematîk, jeolojî, xweza û felsefe dê bêne bidestxistin. Ev zanistiyên ku behsa wan hate kirin, ne bi awayê dana dersê ji aliyê mamosteyan ve, lê tenê bi encama xebata xwe bi xwe dê bêne zanîn. Rojekê Mele Seîd, bi mamosteyekî cografiyayê re heta bivê di babeteka xwevayê lêkolînê de, ketiye gengeşê. Lê ew ji ber ku nagihane encamê, ew babet hiştine roja din. Mele Seîd di wan bîst û çar saetan de, pirtûkeke cografyayê ku zêde (mezin) nedihate hesibandin hemû jiber kiriye. Roja din, wî di koşka waliyê gorbihişt Tahir Paşa de, ew mamosteyê cografyayê mat kiriye. Dêmek daxwaza min ev e ku, Mele Seîd di warê cografyayê de, bi demeke kurt a nola bîst û çar saetan, bi hindikî weke mamosteyekî lîseyê, bûye xwediyê zanînê. Rojeke din jî, îcar bi mamosteyekî kimyayê re ketiye gengaşê. Di nava pênc rojan de Kîmyaya Inorganikê fêrbûye û dijberê xwe rind melisandiye. Haşte ji van hemû beyabantiyan e ku, ji Mele Seîdê Kurdî re nasnavê BEDÎÛZEMAN hatiye dayîn. Ji wê demê û şûnde êdî ew
bi vî nasnavî hatiye binavkirin. Mele Seîd bo xwe tewrekî xwendinê yê nû afirandibû. Welê ku digel zanistiya bisilmantiyê, zanistiya hemdem a pozîtîf jî bihelîne û rastiyên olî bi zanistiyên pozîtîf hêzdartir bike û bi hawayê saxlemkirinê zêna şagirdan ruhnî bike... Mele Seîd bi vê şêwazeyê ve, xasma giringî jî pir nîşan daye. ÇAR SERETAYÊN XWE YÊN TAYBETÎ Mele Seîd di van çar babetan de, ji zanayên herêma ku lê dijî cuda dibû. 1) Bi tu hawayî negirtina diyariyan ji kesî, wek pere û nepejirandina meaş jî. 2) Ji tu zanayî nepirskirina pirsan. Mele Seîd bîst û pênc salên xwe, hew bi dana bersivên pirsan re bihurandine. Wî li ser vê babetê weha digot: “Ez zanyartiya zanayan mandela nakim. Bo vê yekê ye ku ez ji wan pirs jî napirsim. Heke yên gumana wan di zanistiya min de hebe, bila bipirsin û ez ê bersiv bidim. Lewra pirskirina pirsan, mafê gumandaran e.” 3) Şagirdên ku li cem wî dixwendin, ew ji anîna ratiban û ji girtina zekatê vekişandine. Lewra wî bi xwe xwarin û vexwarina şagirdên xwe amade dikir û sirf wî ji bo razîbûna Xwedê ders didane wan. 4) Mayina hertim bi “mücerred”ê (bêjinîtî-nm) û di dinyayê de nekirina pêwendiyan bi tu tiştî ve... Heta vê demê jî gava ew çûye ku, wî mal û milkê xwe tev bi destekî xwe bilind kiriye û biriye*. Çaxê ku Mele Seîd li Wanê bûye, bi walî Tahir Paşa yê gorbihişt re bûye dost. Tahir Paşa qorek pirtûkên çapa Ewrûpayê serobin dikirin û pirsên ku jê diniqandin, ji Mele Seîd dipirsîn. Mele Seîd jî ne ew pirtûk dîtibûn û ne jî xwendibûn. Wî di axaftina bi zimanê Tirkî de jî zehmetî dikişand, ji ber ku nû fêr bûbû. Li ser wî qasî jî, dudiliyeke piçûk nedida nîşandan. Rojekê dema wî ew pirtûk li cem Tahir Paşa dîtine, hingê têgihaye ku ew wan pirsên xwe ji wan pirtûkan derdixîne. Piştre Mele Seîd di demekurtekê de ew pirtûk tev xwendine û naveroka wan têgihaye. * Yên ku jê (Mele Seîd ) dipirsî:
- Çima tu naxwazî bibî xwediyê tiştekî? Weha bersiv dida: - Wê zemanek bê ku her kes xweziya xwe bi rewşa min bîne. Bixwedîbûna mal û milk, zêde min çêjdar nake. Ez, bi çavine wisan li dinyayê dinerim ku tenê mêvanxane ye. RAMANA BO UNÎWERSÎTEYEKE LI KURDÎSTANÊ Ji mêj ve bûye ku bi xemsarî tu girîngî li Kurdîstanê nehatiye dayîn. Mele Seîd bo zanistiyê sêwirîye ku unîwersîteyeke di tayê Camî´-ul Ezhera li Misrê de, bi navê Medresetu`z-Zehra li Kurdîstanê bête vekirin. Ji bo ew wê peyandinê li hevûdu bîne, dest bi xebatê kiriye. Lê çi heye ku, rejîma serbixwe çewa ji peyandina her mirovî re dibe asteng, jê re jî bûye asteng. Mele Seîd gava li Wanê bûye, demsalên havînên xwe li zozanên Başît, Feraşin û Beytuşebabê dibihurandin. Rojekê gotiye Tahir Paşa ku di meha temûzê de jî qeşem li wan zozanên ku bihurîn heye. Lê Tahir Paşa wê yekê bervêdan kiriye û bi gotina ku di temûzê de qeşem li van deran peyda nabe, miçilge kiriye. Mele Seîd dîsanê di demekê de çaxê ku li zozên bûye, nameyeke weha ji Tahir Paşayî re hinartiye: “Paşawo! Li serê Başîtê qeşem girtiye (çêbûye-nm). Tiştê ku te nedîtiye, mandela meke. Her tişt, ne li gorî zanîna te ye. Tirhêwbûna (saçmalik) te, li her deverê naşixule... Bi silav.” Ew nameya Mele Seîd , ya cara pêşî bû ku bi zimanê tirkî nivîsandiye. Mele Seîd çi dema dibihîzt ku mabeyna du eşîran xirav bûye, pêre pêre diçû wan li hev dianî, şîret li wan dikirin û mabeyna wan xweş dikir. Heta serokê eşîra Giraviyan Şekir Axa û Mistefa Paşa yê serokê eşîra Mîranê ku hikûmat jî bo aştiya wan tengizar dibû, Mele Seîd ew li hev anîne. Piştre li Mistefa Paşa vegeriyaye: - Hêjî te tobe nekiriye? Mistefa Paşa gotiyê: - Seyda. Heke tu çi bêjî, ez êdî ji gotina te dernakevim. Wê demê Mistefa Paşa xwestiye ku hespekî û hinek dirav diyarî bide Bedîûzemên. Lê Mele Seîd ew dernamî (redd) kirine û gotiyê:
- Te nebihîztiye ku min heta niha jî dirav ji kesî wernegirtine? Xasma, ez ê çewa dirav ji zorkarekî nola te dirav bistînim! Bigumanî ye ku te toba xwe xirav kiriye. Tu bi saxlemî ji virê nagîjitî Cizîrê! Bi rastî jî demekê şûnde Mele Seîd xeber stendiye ku Mistefa Paşa berî gihandina Cizîrê di rê de hatiye kuştin. Rojekê piştî gengaşeyeke zanistî ku Mele Seîd û waliyê Wanê Tahir Paşa bi hevûdu re kirine, navbera wan têkçûye. Di nava gengaşê de wî xwestiye ku bi demaçê li Tahir Paşa bixe. Lê kesên hazir ên li civatê, ketine mabeyna wan û ew haş kirine. Mele Seîd rabûye çûye Medresa xwe û ji hindur derneketiye. Di wê demê de piraniya şagirdên wî jî çûbûne malên xwe, tenê çar şagird li cem wî mabûne. Mele Seîd derî radaye û xwe li hindur penihandiye. Yên ku ji derve hatine (leşker yan polîs-nm) bi desîseyekê di vekirina dêrî de serkeftî bûne û ketine hindurû. Mele Seîd du şert pêşkêşê wan kiriye: 1) Min, di Medresa min de negirin. Çimkî rûmet û payedariya Medresê xisar digire. Min, li derve yan gava ez diçim bazarê bigrin. 2) Bi şertê ku çeka min bi min re be, hûn dikarin min mişêxtî devereke din bikin. Walî Tahir Paşa, ew şertên Mele Seîd pejirandine û wî bi mişêxtî hinartiye Bidlîsê. Lê waliyê Bidlîsê ji ber ku agehdarê bi bûyerê bûye, bi gumana derketina bûyereke din endîşe kiriye û ji wir jî Mele Seîd mişêxtê devereke dîtir kiriye. Lê Mele Seîd çûye Hîzanê û ji wir jî çûye bi aliyê Kopê (Bulanik-nm) ve. Li wê herêmê wî, ji bo xweşbêjiyeke (sohbet) zanyarî li dora sih zanayî (mele) vexwendine civînê. Bi hawayê civandina her roj li gundekî, sih rojan li dû êk, civînên gengaşî tekûz kirine. Di wan civînan de çi pirsên ku hatine pirsîn, bi bersiv kirine. Piştre jî Mele Seîd çûye qeza Erdîşê. Ji wir jî çûye Îranê û biryar daye ku wê di biwara Tahir Paşa (waliyê Wanê) de komeleyekê dabimezirîne. Lê gava Tahir Paşa ew yek bihîztiye, Mele Seîd vexwendiye (cem xwe-nm). Piştî pirskirina rewş û xatiran, herdu li hev hatine. Piştî wê yekê dîsanê ew li Wanê rûniştiye. Mele Seîd di matematîkê de xwediyê têgihîştineke derbeder a xazdar bûye. Problemên herî zehmet, di zihna xwe de dipişkaftin. Heta wî demekê di zanyariya Cebirê de pirtûkeke bi kurdî jî nivîsandiye.
Rojekê li ba Tahir Paşa, meseleyeke li ser hisabê (matematîk), bûye babeta gengaşeyê. Kesên ku di wî warî de jêhatî bûne jî, hêj ku wan ew problem nepişkaftine, Mele Seîd ew babet di zihna xwe de pişkaftiye. Gelek caran ku ketiye pêşbaziyan jî, tê de hertim yekemîn derketiye. Carekê jî pirseke wiha jê hatiye kirin: - Mesela, eger pazdeh bisilman û pazdeh nebisilman li pey êkdu bêne rêzkirin û li wan dapişk çêbibe, dê parvekirineke çewan bête kirin ku pişk her dê li nebisilmanan bikeve? Mele Seîd gotiye: - Bo wan 124 awayên gumandar hene. Û wê problemê pişkaftiye. Gotiye: “Ez dikarim ji vê müskültirîn (girantirîn!?-nm) jî, bipirsim. Ku her ez wê problemê dikarim li gor awayê bi 2500-î jî çêbikim.” Di nava du saetan de, wî 50 heb bisilman û 50 heb nebisilman bi wî hawayî pişkaftine, ku pişk her li nebisilmanan ketiye. Heya bi şertê hebûna 500 nebisilmanan jî, li ser hawayê gumandariyê, problemeke bi 250 hezarî damezirandiye û wî ew problem nîşanê Tahir Paşa dane. Piştre jî ew problem bi rewşa niviştokeke piçûk (küçük bir rîsale) nivîsiye*. Pirseke din gava ku jê hatiye kirin, ango: “Fereza eger ruyê dinyayê bi libên genim tije bibe, jimara wan çiqas e?” Wî, di demeke kurt de ew jî pişkaftiye. bersiva vê pirsa ku “Ji (zemanê) Adem (s.l.) ta vê demê çend ’aşire ye (dehyeka saniyeyê), (ango bihurîne-nm)?" Wî, ew bi zêna xwe di nava du saet û nîvê de çareser kiriye. Careke din jî pirseke wiha jê hatiye pirsîn: “Dilopên barana ku barîne ser ruyê dinyayê, çend heb in?” * Ew pirtûk, mixabin li Wanê di derketina şewateyekê de hatiye şewitandin. Bersiva vê pirsê, Mele Seîd weha gotiye: - Ne ev, lê di saniyekê de li hemû ruyê dinyayê ku tebeqek bikeve û bi qalindiya çar tiliyan dilop bikevin û deh salan jî ew hawe bidomîne, ez dikarim bê xame bihesibînim. Û di nava sê saetan de encama wê derxistiye. Ew hesabên hûr ku Mele Seîd hewqas bi wan ve lipikiye, bi
hawayekî neyênî li zêna wî tîn kirine û nexweşîneke zênî ya wisan ew girtiye ku, bê zerûrî bûna ta sê salan jî bi kesî re nedipeyivî. Heta bi şagirdên xwe re jî zor dipeyivî. Lê piştî sê salan ew nexweşîn vêca bi temamî jê çûye. JI KURDÎSTANÊ BI STENBOLÊ VE... Çewa ku li pêşiyê jî hatiye beshkirin, Mele Seîd xwestiye ku li Kurdîstanê medreseyeke di tayê Dar-ul Funûn`ê de, bi navê “Medresetuz`Zehra” ava bibe. Bo xebata avakirina wê li Wanê, yan li Bidlîsê yan jî li Diyarbekrê, ew rabûye çûye Stenbolê. Berî ku ew here Stenbolê, Tahir Paşa gotiyê: - Tu, zanayên Kurdîstanê bêdeng dihêlî. Lê gava tu herî Stenbolê, tu li hemberê wan cewrên (masiyên mezin-nm) di wê deryayê de nikarî meydan bixwînî! Çewa di agahdariyên li pêşî de jî bihuriye ku Mele Seîd ji daberizandinên wisan re hîç semax nedikir. Ha ji ber wê yekê bûye ku dema ew gihaye Stenbolê negihaye, zanayan vexwendiye mûnazerê*. Amaca wî ji vê; nîşandana tîjîfehmiya herêmî ya Kurdîstanê bûye û ta li wan deveran jî ku bala wan bide kişandin û perwerdekirinê têxe awayê firawendinê (yayginlaştirmak). Ekene, Mele Seîd bi tu rengî bo pêşnûmakirina zanyarî dilxweş nedibû. * Mûnazere: Ji nihêrtinê hatiye. Li gor rîayeta tewr û awayan a di babetekî kifş de, bi riya diyarkirina ramana du aliyan -du kesan- ku gengaşe têne kirin. Yanî kirina pirsan û dana bersiva n -nm. Mele Seîd gava li Stenbolê bûye, ew bûyerên ku bi serê wî ve hatine, çewa ku wî di berhema xwe ya bi navê “Îki Mekteb-i Musîbetin Şehadetnamesi”yê (Destûrnameya Du Xwendinxaneyên Sqûmatan -nm) de jî eşkere kiriye, wekî din (li vir -nm) nehatiye dubarekirin. Belam Mele Seîd çewa ku hevalbendê serbestiyê bûye, herweha ew bûye şahid û ji ber wan niheqiyên ku wî bi xwe jî dîtine, hergav dijîtiya Jonturkan kiriye. Di wî warî de bo eşkerekirina dijitiya xwe (li pêşberî Jonturkan-nm) şûnde venekişiyaye û gotiye : - We dîn arihand, xîreta Xwedê gepiçand û xîlafetê bêrûmet kir. Ez ditirsim ku encama vê yekê, giranbar (vahim) çêbibe. Di Dadgeha Şerî (Dadgeha Awarteyî) de xweparastina fêriswarî
û berîdana yazdeh û nîv pirsên ji Jonturkan, ji layê her kesî ve tê zanîn. Gava ew li Stenbolê bûye, ji bo vekirina medreseyekê li Wanê, Bidlîs û Diyarbekrê, çendî ku şixuliye jî, lê çi xebînet ku ew ji girtîxane û tîmarxaneyê pê ve negihaye encamekê. Paşepaşê (ji wir çûye û -nm) di riya Batûmê re dîsa şûnde vegeriya û hatiye Wanê. Di rê de ew li Tiflîsê pêrgî polîsên Rûsan bûye û gotine wî: - Azadî dê hewe kerker bike. Mele Seîd jî li pêşberê wan peyvên polîsan, weha bersiv daye: - Di asasê xwe de azadî dê hewe kerker bike. Ez jî hatime Tiflîsê, da ku li vir medreseya xwe vekim. Wî ev babet, di pareka (ek-îlawe) pirtûka xwe ya bi navê Dewa-ul Ye`sê (Tedawiya Bêhêviyan-nm) de bi awayekî fireh nivîsiye. Çaxê gihaye Wanê, li nava eşîran geriyaye û bi dana dersên civakî, medenî û zanistî ve lipikiye. Di vî warî de jî pirtûkeke bi navê “Pirs û bersivên bi Eşîran re” nivîsiye. Wî, zanayên li wir hemû civandine ba êkdu û diravên xwe yên heyî jî bo wan xerc kirine, da ji bo ol û zanistiyê suxre bêtin kirin. Lê ji ber ku hikûmetê pê re yarmetî nekiribû, peyandina wî nîvco maye. BEDÎÛZEMAN LI ŞAMÊ YE Her ji bo eynî meselê, vê carê bo çûna Şamê, ji Wanê ketiye rê. Gava ew gihaye Şamê, li ser hete re (îsrar) zanayan, xutbeyekê li Mizgefta Emewiyê xwendiye. Piştre jî wî ew axaftinên xwe bi navê “Xutbetuş`Şamiye” weke pirtûk daye çapkirin. Li Şamê zêde nemaye. Ji bo pêkanîna Medresetuz- Zehrayê dîsanê şûnde hatiye Stenbolê. Ew, bi pêwendiya gera Paşê, çûye Rûmeliyê. Di rêwîtiya bi tirênê de jî niviştekê (risale) nivîsiye. Piştre wî ew di paşiya berhema xwe ya bi navê Xutbetuş`Şamiyeyê de bi cih kiriye û ji nû ve daye çapkirin. Li vegera ji Rûmeliyê, dîsanê Mele Seîd çûye Wanê, medreseyeke nijadî vekiriye û li perwerdekirinê domandiye. Lê ji bo pêdana mengiya xwe ya bo Medresetuz`Zehrayê jî li paş nemaye. Vê carê talih li ruyê wî keniyaye; ji bo vekirina
medreseyeke bi navê Medresetuz`Zehra li Wanê, fermaneke giranbiha ji Padîşeh derketiye. Pêre pêre jî nefîram (seferberî) hatiye eşkerekirin. Lê Mele Seîd ji avêtina asasê wê (Ûnîwersîte-nm) pê ve tiştekî din nekiriye. Piştre Şerê Cîhanî yê Yekem dest pê kiriye. Jixwe wê zivistanê Mele Seîd gelek caran weha digote şagirdên xwe: -Xwe amade bikin, serxureke mezin û felaketek, raste rest ber bi me ve tê. ŞERÊ YEKEMÎN Ê CÎHANÊ Mele Seîd di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, digel hemû şagirdên xwe, ketiye şer. Wî, vê yekê bo xwe berpirsyariyeke evrar (kutsal) pejirandiye û di Eniya Pasînê de pêrgê siqûmat û felaketên mezin bûye. Çi di Şer de, çi jî di dîlîtiyê de, ew zehmetiyên ku wî dîne û ew sergêjiyên pirtexlît ku kişandine, ji bo ku Şer di biwara me de bi encam bibe, bi şêxsê xwe bûye asteng. Lê wî ji bo nivîsandina van, destûr neda min. Ji ber wê yekê, îcar ez ê bi kurtî û zêdetir bîranînên jiyana wî yên wê demê binivîsim: Mele Seîd gava ji Pasînê vegeriyabû, rast hate Wanê. Ewçax li Wanê têweratiyek derketibû. Ew bi xwe, têkilê nava wê meselê nebû û weke caran dîsanê çû di Medreseya xwe de danişî. Mele Seîd hertim bûye parêzvanê bêtawanan. Wî, xasma ji bo vê yekê pir haydarî dikir û timî dibû asteng ji kesên ku xisarê didane zaro û zêrçan re. Di wê navê de mixabin Wan ji destên me derketibû. Piştî wê yekê Mele Seîd digel şagirdên xwe, di Medresê de xwe sitar dikirin. Niyeta wî, ta bi dawiyê jî parastin bû. Lê belê di demeke ku nedihate bawerkirin de, gava ku Walî stûyê xwe ji dijminî re tewand, Mele Seîd jî rabû ji bajêr derket. Di wê navê de, wî ji bo parastina mişêxtiyan, li Wastayê bi dijmin re şer kir. Di wî Şerî de, yek ji hevalên me yê giranbiha û nivîsendeyê dersdarê me yê hêja, Mele Hebîb şehîd ket. Bi vî hawayî Mele Seîd piştî ku mişêxtiyan xilas kiriye, dibihize ku çeteyên Ermeniyan êrîşê nehya Îsparîtê kirine. Mele Seîd vê carê jî çû welatê (war) xwe yê asasî Îsparîtê û wê derê li pêşberî çeteyên Ermenî parastiye. Herweha wî jin û zaruyên Ermeniyan li deverekê civandine û gotiye ku li gor dadeyî û prensîbên bisilmantiyê, dana xisarê li wan ne rewa ye û bila kes têkilê wan mebe. Piştre jî wî ew jin û zarûk hinartine, da ku teslîmê helegurên Ermenî bibin. Helegurên Ermenî bi wê yekê pir kêfxweş bûne û jê re xeber hinartine: Madem hûn têkilê jin
û zaruyên me nabin, em jî her bi wî hawayî têkilê yên we nabin. Paşepaşê dijmin li dumayika şer di vegirtina Wanê de serkeftî bû. Mele Seîd jî Keleha Wanê bo xwe kir sitargeh û heter kir ku ji wir dê Wanê biparêze. Lê waliyê Wanê Cewdet Paşa gotê ku ev der ji aliyê stratejî ve ne destdayî ye û wî Mele Seîd ji wê ramanê bi şûnde vekişand. Ji wir, Mele Seîd dîsa çûye Westanê û ji wir jî bi Cewdet Paşa re çûye Bidlîsê. Li Bidlîsê nêzî pêncsed zarûkên sêwî yên mişêxtiyan ku li deverekê hatibûne civandin, berpirsyariya xwarina wan daye ser xwe û demekê ha wisan bi wan ve jî lipikiye. Bi vegirtina Erzeromê re, êdî rojên ku dê Mûş jî bibûna hedefa vegirtina dijminan nêz bûbûn. Ewçax li Mûşê duwazdeh top hebûne. Eger ew top bihatina xilaskirin û bigihana Bidlîsê, dê Bidlîs li pêşberê dijmin hatibûna parastin. Bi tersê wê, Bidlîs jî bi bêgavî dê bihatina valakirin. Bo hindê Mele Seîd digel şagirdên xwe, sêsed peya jî bi xwe re birine û çûye Mûşê. Çendî ku demsal zivistan bû û li erdê berf hebû, di anîna Bidlîsê ya wan duwazdeh topan de serkeftî bûye. Ew, li derveyê Bidlîsê bi dijmin re rûqal bûne û dest bi şer kirine, heta dawîn jî Bidlîsê parastiye. Mele Seîd, digel şagirdên xwe ketiye nava rêzên ordiyê. Ew, di nava şer de bûye hedefa sê berikên dijmin. Ji wan berikan yek, tam li ser dilê wî ketibû. Lê wî di berîka xwe de qutiya tutûnê û tîrik digerandin. Îcar berikê ew hingavtine û piçûparî kirine, tu xisar jî nedaye wî. Berika diduyan, li xencera wî ya ku li ser parsuyên çepê bûye ketibû. Tenê tenê qevda xencerê qul kiriye û xisar nedayê. Berika sisiyan jî, girmilka wî ya çepê hingavtiye û tê de birîneke sivik vekiribû. Di wê şeva ku Bidlîs dê bihatina vegirtin de, hinek hevalên wî şehîd ketine. Nigê wî jî şkestiye û ew ketiye nava wê ava ku di nîvê Bidlîsê re dibihure. Dijmin dormedarê wî vegirtiye û tûşbûn her li hawîdor didomandin. Şagirdên wî yên din jî xwe di cihekî nihênî yê di binê pirê de veşartine. Mele Seîd gotiye şagirdên xwe: - Hevalno, êdî ranewestin, ez heqê xwe li hewe helal dikim. Li xilaskirina xwe binerin! Lê şagirdên wî ev bersiv dane: - Em te di vê rewşê de nahêlin û ji vir naçin. Eger em şehîd jî
bikevin, ta bi dawiyê jî em ê di suxra te de bimînin. Mele Seîd bi wê rewşa birîndarî, tam sih û pênc saetan di nava avê de maye. Piştre yek ji şagirdan, bê ku agehiyawî hebû, çûye îska (qereqol) Rûsan û ew bi meselê agahdar kirine. Îcar Rûsan Mele Seîd di riya Wanê re, bi ser Tîflîsê û Kîlogrîfê ve mişêxtî Kosturmayê kirine. Lê Mele Seîd destûr neda min da ez vê meselê eşkere bikim, ku ew di wan riyan de pêrgê hewqas talûkeyan bûye û bi ser ve siqûmatên giran bihurîne, hetanî ku serbazên Rûsî xwestine wî bikujin û sûseke rewa ya bi xwexeniqandinê jî bidin wî. Ji ber hindê, îcar ez di ser wan meselan re hilqevizîme. Mele Seîd ji Kosturmayê reviyaye di ser Pêtersburgê re, bi serkeftî xwe gihandiye Warşovayê. Piştre jî di riya Wiyanayê re hatiye Stenbolê. Bi wî hawayî, salên dîlîtiya xwe li paş hiştine... Îro Mamosteyê hêja, li Stenbolê dimîne. Bê ku agahdariya wî hebû, hatiye vebuhtîkirin ji bo endamtiya Dar-ul Hikmet-ul Îslamîyeyê. Ew li pêşberî wê fermana daxistî, bivê nevê bêgav maye ku wê berpirsyariyê bipejirîne da ku di Dar-ul Hikmetê de lêhûrbûna li ol û zanistiyê bike. Ez bi van çend rêzên li ser jiyana Mamosteyê hêja ku pêşkêşê xwendevanan dikim, xwe ragirtî bûme bi tiştên çi ji xelkê û çi jî ji zanayan ku ez fêr bûbûm, hem jî bi hawayekî nevayî yê bi şahidbûna xwe ragirtime pênûsê. Lewra, ez ji her awayên nepixandina meselê vekişiyame. Herweha dixwazim vê yekê jî bibêjim ku, ji ber tirsê û bi gumana ku ez pêrgî terefdariyê nebim, di vê navê de min dest ji dana agahdariyên zêde jî berdan. PÊVEK Min bi kurtî jiyana mamê xwe Seîdê Kurdî yê xwediyê Dîwana Lema´atê, di vê berhemê de nivîsand. Belan ev berî du sal û nîvê ye ku karmendiya “Dar-ul Hîkmet-ul Îslamîye”yê spartine wî. Mele Seîd carcarna weha digot: “Ez ê dest ji vî karî berdim. Lê ez dixwazim ku hisabekî bidim xelkê jî.” Ez, li ser karê mamê xwe yê li Dar-ul Hîkmetê ku hesabdana xelkê çi ye, van çend peyvan dinivîsim. Berî niha bi du sal û nîvê -ku sal 1334 (1918) bû- bê ku
razîbûna mamê me hebe, wî kirine endamê Dar-ul Hîkmetê. Lê di salên dîlîtiyê de pirî ku ew hatibû perçiqandin, deh mehan bi destûr (izn) hatiye nîşandan û neçûye karê xwe. Heta çend caran xwestiye ku îstîfa jî bike, lê dostên wî jê re bûne asteng. Niha ev salek û nîv e ku wî dest bi îşê xwe kiriye. Ez ji destpêkê ve li jiyandina wî balkêş bûme ku ew ji pêwîstiyên girîng pê ve wekî din lêçû nedikir. Gava jê dihate pirsîn ku, çima tu bi meaş î jî, hewqasa bi destengî didebirî? Digot: - Ez, dixwazim ku nola piraniya xelkê bijîm. Ew (xelk) dikarin ancax xwe bi hewqasî rêhazir bikin. Îcar ez naxwazim li gorî çengeke hindikayiyê îsraf bikim. Wî hergav bi qasî lêçûyê ji meaşê ku ji Dar-ul Hikmetê werdigirt vediqetand, yên din didane min û digot: “Vînakê veşêre.” Min jî, ew diravên ku di salekê de dabûne serhev, bi wê şefqeta mamê xwe ya ku li pêşberê min hebû, bi pesinandina ji dihnnedana wî ya mal û diravan, bê ku ew agahdar bibe tevek xerc kirin. Lê gava ew pê hisiya, got: - Ev pere ji me re ne helal in, malê xelkê ne. Çima te ew xerc kirin? Madem ku wisan e, ez jî te ji spartetiyê derdixînim û xwe dixim şûna te. Piştî wê yekê, di mehê de bo min bîst û bo xwe jî pazdeh lîre vediqetandin. Di ser de ew lêçûyên zêde jî ku dikirin, her ji wan pazdeh lîreyên xwe dikir. Dêmek dibû ku jê re mehê dehduwazdeh lîre diman. Ew diravên ku ji meaşê wî zêde dibûn jî, îcar wî bi xwe didane ser êkdu. Di wê navê de demek bihurî, hin rastiyên ku dihatin dilê wî, dinivîsandin û weke pirtûk didane çapkirin. Ew tev, li dora duwazdeh pirtûkan bûn. Û li dora 700 lîreyî ew diravên ku civandibûn jî, ji bo çapa wan pirtûkên beshbûyî xerc kirin. Ji bilî yek-du pirtûkên piçûk, wekî din ew tev bê pere li xelkê belav kirin. Dema min digotê ku çima tu pirtûkên xwe nafiroşî? Digot: - Ji meaşê ku ez distînim, ji min re tenê xerckirina bi qasî hewceyîya min dirust e. Yê din, malê xelkê ye. Ji ber hindê, ez dîsa li xelkê vedigerînim.
Karê wî yê li Dar-ul Hîkmet-ul Îslamiyeyê, her wisan bi peyandina şêxsî ve çêdibû. Çimkî li wir bo xebata hevkarî hin caran asteng dihatin dîtin. Li gor baweriya min, xwendevan jî pê dizanin ku Mele Seîd kefen xistibû stuyê xwe û mirinê jî dabûbû ber çavan. Wî, li Dar-ul Hîkmetê semaxeke nola hesin dikir û stemkariya biyaniyan nedikir pêwengiya xwe. Ew bi pixavdarî li pêşberê wan fetwayên ku şaş dihatin dayîn derdiket. Çaxê gerûfeneke li pêşberî bisilmantiyê derdiket holê jî, pêre pêre ew dirizand, li serê berhemek dida çapkirin û dibelaviyand. Piştre jî wî ji Anatoliyayê xwestin, lê ew neçû û weha bersiva wê vexwendinê da: "Ez dixwazim têkoşînê li devera talûke bidim. Kirina têkoşînê li pişt sîperê, li xweşa min naçe. Lewra ez virê, ji Anatoliyayê zêdetir talûke dibînim." Mele Seîd pirtûkine din li ba xwe peyda nedikirin. Gava jê dihate pirsîn ku çima ew li pirkûkan nanêre? Weha bersiv dida: "Rûkirina zêna min rasterast her tiştî bi têgihîştina min a ji Qur´anê qîm dike." Gava wî bo jêderkirinê (neqilkirin) hin meseleyên ku girîng didîtin, dîsa ji berhemên xwe werdigirtin û bê guhartin ew dubare dikirin. Çaxê me jê dipirsî ku: "Çima eynî babet wisan dubare dikî?" Digot: - Rastî nayê vizkirin. Ez, guhartina kincan jî naxwazim. Me dipirsî: - Tu, bi rastirîniyên olî yên bilind re hin meseleyên siyasî jî di pirtûkên xwe de bi cih dikî. Sedemê vê yekê çi ye? Weha bersiv dida: - Ji bo ku derman bi zarûkekê bidin xwarin, pêşî şekirokekî pê nîşan didin, ta ku zarûk devê xwe veke, piştre jî her bi wî hawayî derman pê didine xwarin. Di roja îro de jî ramana giştî (raya giştî) her mîna zarûkekê devê xwe ji siyasetê re vekiriye û her dipê. Îcar ez ji bo ku pê dermanê rastiyê bidim xwarin, bi bêgavî ye ku tê de behsa siyasetê jî bikim. Çi mixabin, ew tiştên Mele Seîd dixwestin ku bigotina, bi hawayekî pir kurt û pûxt (öz) digotin. Ji ber hindê, feydetî ne bi giştî çêdibû, ta ku eynî meseleyan di piraniya pirtûkên xwe
de dubare dikirin. Çewa nivîskarên din welê dikin ku mane tê guhartin, wî wêneyekî cihê wernedigirt. Kêm-zêde piştî mana wî ya bi destûr (izin) bi qederê salek û nîvê, dîsanê wî dest bi karê xwe yê li Dar-ul Hîkmetê kir. Niha jî bi firş (kararli) ew bo çûna devereke din ji xelkê re weha dibêje: "Ey milet! Li virê hewqase pir asteng hene ku kirina îş jî xêlik zehmet e. Lê ez hewqasî dikarim bikim û mafê xwe li min helal bikin!" Me jê dipirsî: - Çima tu hewqas hecinî (sarsilmiş) ye? Weha digot: - Ez li tengaviya xwe lefiyam. Lê ew êşên ji felaketên ku hatine serê alema îslamê derketine holê, min herçiqandine. Çi derba ku li alema îslamê dikeve, ez dihisim ku pêşî li dilê min dikeve. Ha ji ber wê yekê ye ku ez hewqasa zû hatime perçiqandin. Lê ez ruhniyekê dibînim, maşarê ew dê wan êşan bide jibîrkirin. Rastlêhatineke xerîb e ku tarîxa weşandina pirtûka wî ya bi navê “Lema´at” (Tîrêjên brûskê yên şûledar-nm) hîv û stêrk derket. “Necmû edebîn wulîde lî hîlaley remedan” (Ev stêrkeke vêjeyî ye ku di navbera herdu hîvên Remezanê de derketiye). Dîsa yek ji lêrasthatinan e jî ku hîv û stêrk hatine dawiya pirtûkê. Xwezaya wê, serbest hiştiye û ku hîç kêşdar jî çênekiriye, lê pirtûka “Lema’at”ê bi tevayî mînaye kêşa “Sancaq Merşî”yê (Sirûda Derefşê-nm), ku ew babet rastlêhatineke xerîb e. Berî Remezanê bi çend rojan wek nimûne, jê çend rêz nivîsandin û nîşanê dostên xwe dan. Ji dostekî pê ve, yê ku di vî warî de wî têz bike derneket. Lê bi daxwazeke heterdar (israrli) ku ji hinavên wî dihat; bi dîtina hîva serê Remezanê re dest bi nivîsandina pirtûka xwe ya “Lema’at”ê kir û di dawiya Remezanê de jî dîsanê gava ku hîvê dît dawî lê anî. Li ser wê yekê weha digot: “Kiyê ku her beşên vê pirtûka min a Remezaniye bi balkêşî nexwîne, li têgihîştina maneya wê neşixule û li perîşaniya kite û kêşa wê binere, ez heqê xwe lê helal nakim. Lewra ev pirtûka min sedefekî zişt e, lê di nava wê de gewherekî gewre tê peydakirin.” Ew di pirtûkên xwe de, pirê caran ku li gorî rewadîtinê peyivîye,
di wê demê de li asîman hîv û stêrk eynî weke Derefşa Îslamê wênedar dibûn. Min got mamê xwe: “Eynî di şûfê rastlêhatina di pirtûkên te de, li ruyê asîman jî her tê dîtin.” Wek bersiv, weha got: “Ez, tiştê ku dibêjin, jixwe ne rastlêhatin dipejirînim. Di her tiştî de hîkmetek heye. Hem, eger ku rastlêhatin çend caran dubare jî bibe, êdî ji rastlêhatinê derdikeve û dibe hiseke vîndar. Hemû perçeyên kaînatê bi êkdu ve têkildar in û gelek jî maneyên wan têkiliyên tenik hene. Em, ha ji ber ku wan bi hawayekî vekirî nizanin, îcar em wan bi rastlêhatin biwêj (tabir) dikin.” Haşte ji van hemuyan ev kirînek (“tefe´ul”) derdikeve holê ku alaya “i´la-ya Kelîmetullahî” ya bi hîv û stêrk bilid dibe û me hêvî ji Xwedê heye ku dê şewketa xwe ya berê jî bibîne... PESINDAN* Gewhera bilind a Heqê, safî ji almast in Li pêşberê gumanan şûrê tûj hat afirandin Pêplûkên avzêrkirî li asîman kame kirin Bo hevrazçûnê ye saf nêrdewanke nûranî bû. Birayê wî yê piçûk Evdilmecid * Di orîjînala pirtûkê de li şûna bêjeya “pesindan”ê, bêjeya “takriz” e. Îcar di zimanê zanistiya erebî de “teqrîz” bi hin maneyên cihê tê, lê xasma di vêjeyê de bo pesindana nivîsekê yan helbestekê ye. Li têbiniya orîjînalê, pênc bêjeyên bi zimanê erebî hebûn. Lê ew di wergerandina helbestê ya bi kurdî de rind hatin zanîn, êdî pêdiviya nivîsandina wan nema -nm. PESINDAN Neba ger mermer mîsala hesin bêjeya temam Hêza êgir nedikir bo mana kelamê berxwedan Ji rastiyê çîmengeh rastî ye ev herdem Ku bûye bihişta bilind ji Qur´anê ew îlham Ev deryaya rengtexlîtî û pêlên ku tê de Bayê nerm tê, li dilê birîndar xweş bi melhem Gulfa wê diçit ta bi asîmanê aqilan Ewrên mezin tev avadikin ew digel êkan Qîrdan û brûskvedan e xweşdaniya ewran Disojin, nahêlin li bingeha dil şaşî û guman
Lew barana tê, neşe û nemê didit çîçekan Hem rastî ye jî ku ew dane ne bo şîfayê. Evdirehman Norsî, kurê birayê Mele Seîdê Kurdî PISPORTÎTIYA ZARÛKEKÎ KURD Ax! Ey welat! Ey meydana xem û qada xwîndar Hey, maka ponijdayî ku zarûka xwe wendabû Bi nefxê efsûn dibim, ey nêrîna bapîran Giyana min tê teselîkirin, gava te li bîr tînim Hiskirina mafê te, kametî didit îmanê Li riya te dana can, temenê hergavî tê Roja han ji wî tepeyê bi berf zêde dilîsit Çi rind diçirise mîna almast hem zengîn û serwet Şevdirêja* xemê bi nûr û ramana te re buhartim Niha jî li berbeyanê digerim, taristanê buhartim * Di helbestê de bêjeya “yelda” ku me sînonîma wê di kurdî de “Şevdirêj” nivîsiye, navê şeva herî dirêj a ku di 21-22`ê meha duwanzdeyan de ye -nm. Ax! Ramana min her hat û bi beza li cem te bû Lê zivistanê bestime, niha nîne bo min tu mecal Berî gihanê ez bimrim, bila laşê min ji çiyan re be Her sibe û êvar, da li bîrê bihna welat hebe Te zarûkên xwe xwestine, ew tev hazir in Kiyê ew dihinêrin, çavdêr ew napirsin Tenê ew bi dubarekirinekê re diqîrin Bo çêtirdîtinê, tekbîr jî penî ji bîr kirin Lê belê bihadariya zarûkên te metîn e Hespê her bihadar û vîndarî emîn e Bi pêxwasî û tazî jî tevek têne cem te Li çiyan û di berfê de pirê wan qerisîne Ji rê derkev ey berfa ku bi axan zû dihelî Tu jî hilweş, ey firtone! Ey roj yar be tu jî Ax dadê, delal dadê! Bêje wan zarûkan Hêjî li holê dajo ev nîfaqa he wisan! (Mehmûd Nejad)