Lêkolîn

Muharrem Ayalp

Mahmut Aydin: Beriya her tişhtî, em dixwazin we binasin. Mamoste Muharrem Ayalp kî ye? Destpêka jiyana wî, zaroktiya wî… Daxwaz û hêviyên Muharrem Ayalp, yên pêşerojê çi ne? Ew dixwaze çi bike? Muharrem Ayalp: Spas hevalê hêja. Ez bi eleqeya we kêfxweş im. Ez jî xebatên we yên ji bo perwerdê û ziman dişopînim, ji we re pêşketinan dixwazim. Her mirovek, miheqeq cîrokeke xwe ya taybet heye. Bi kûrahî û firehî nasandin ewqas ne pêwîst e jî. Dema ji dayîkabûna xwe, mîne piraniya Kurdan, ez bawer dikim, ya min jî ne raste. Li gorî gotina dayika min dema bêrîyê, di sala 1953 de li gundê Cika, ya bi navçeya Hewenge(tr.Bozova) ya Ruhayê hatime dinê. Dibistana seretayî, mîna Kurdekî min dest pê kiribû jî, mîna yekê Tirk qedand. Şîreta bavê min ya ku bila kes bi Kurdbûna min nehese û asimilasyona ku mamosteyên Tirkan li ser min pêk anîbûn, ez kiribûm Tirkekî seraze û îdealîst. Lê encax dema ez di pazdehsaliya xwe de li dibistana memosteyiyê ya Dîclê, xêra kovara ANT ya ku birêz Îsmail Beşîkçî tê de lêkolînên xwe diweşandin, bi xwe nasîyam (1967-1968 ). Di pêyre,bi hevpeyvîna Akşamê „Dosya Kurdistanê“ re vegeriyam ser aîdîyet û nasname ya xwe ya rastiyê. Ji xe pê re jî rihetî nema. Bi lêpirsîn, girtin, sirgûn, binçavkirin, şopandin, girtin

û girtîgehê jiyan domiya. Ez 23 salan li Tirkiyê wek mamoste xebitîm. Ji 1995 an vir de jî li Almanyayê me. 8 sal in mamosteyê Kurdî me û di rêvebiriya Yekîtiya Mamosteyên Kurd - YMKê de cih digirim. Li welêt tu caran ji xebatên komeleyî û sendîkavaniyê dûr neketim. Dozên li hember dewletê, min pir caran qezenc kirin û dewlet tim mahkûm bû û min tazmînat jî girt. (Lê bes, tûrikê min tijî bûyer in) Daxwaz û heviyên min wek gelên din serfirazî û azadiya gelê me ye. Mahmut Aydin:: We got,“Ez soroktiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd - YMKê dikim.“ Hûn dikarin hinekê behsa YMKê bikin? YMK kengê û li ku derê hatiye damezirandin? Armancên YMKê çine? M. Ayalp: Hevalê delal, min qala tu serokatîye nekiribû. Lê belê bira wek te gotî be. Yekitîya Mamosteyên Kurd bi hinek armancên bi rûmet û pîroz li Almanya, di 1993 an de hatiye avakirin. Lê mixabin rola avakirina armancên xwe pêk neanî ye. Derfet û imkanên li Ewrûpayê hene, bi kar neaniye. Di nav endaman de girêdahiyek biqewtû bi rêkûpê pêk nehatiye. Heyf e, ji me hinekên ku xwe ji xebatan û ji pêşerojê dûr digirin. Lê em ku çiqas bi hebûn û rastiya gelê xwe bawer bin, wisa jî emê li ser xebatên YMK çalak û bi tevger bin. YMK bi melaviyê(azmê) ku di warê çand û ziman de, perwerdê de rola xwe bilîze û afirandêr be. Bê guman hevalên mamoste ku di van waran de bi projeyên xwe piştgirî bidin û di projeyên heyî de cih bigrin, wê YMK ewqas mezin bibe, ji demê re bibe bersiw.Ez bi xwe du salên dawiyê ne di rêvebiriyê de me. Vê gavê xebatên me yên mewcût û berçav ev win: Ji bo perwerda zimanê Kurdî li gor pêngavan amadekirina pirtûk û materyalan, tekiliyên bi sendikayên re Almanan re, aktîfkirina û meşandina malpera me; www.dengemamoste.com , hevkariya bi sazî û rêxistinên Kurdistanî re, bi kampanya ziman ve girêdayî “Li Tirkiyê bi Kurdî mafê perwerdê” serlêdayîna parlamenterên Ewrûpî ûhwd. Hê jî bi projeyên nû gengaz e ku xebatên me rengîn û xurt bibin. Hewce heye ku zimanê Kurdî sentralîze û standart

bibe, bi giştî em xwe pêgihînin mafê bi zimanê xwe perwerdeyiyê, li ser perwerdê em bibin xwedî polîtîka û stratejîyeke netewî, li ser dîroka xwe lêkolînan bikin û wê derxin ber çavan, wêje û lîteratûra Kurdî, him ya devkî û him jî ya nivîskî tomar bikin ji cîhana vê sedsalê re ragihînin. Mahmut Aydin: We berê di karên sendîkavaniyê de cih girtibû. Hûn dikarin ji me re hinek qala vî karê xwe bikin? Ew rojana çawa derbas bûn? Hûn dikarin hinek behsa rewşa wê demê bikin. Ew pêvajo çawa bû? M. Ayalp: Her ciqas dewletê xwest ku me asîmîle bike û ji bo xwe bixebîtîne ji; xwe naskirinê û şûn ve me di ku derê de hêvî û çirûska azadî û demokrasiyê dît, em li wê derê bûn.Me li wê derê cihê xwe girt. Komelayetî û sendîkavanî, min di dema şagirtiya xwe de, bi boykota TÖS ê li DîyarbekirErganî re naskir. Di 1973 de li Enqerê bûm endamê TÖBDERê û me li şaxê Çankiri – Ortayêsaz kir. Heta TÖB-DER hebû, ez endamê TÖB-DERê bûm. Piştî ku ez di sala 1990 de ji girtîgehê derketim, li Ruhayê ketim nav xebatên avakirina şubeya EGIT-SEN ê. Piştî lime li Ruhayê bi 200 endamî şubeya EGIT-SENê vekir, sendîka me ji aliyê dewleta Tirk ve hat qedexekirin. Bi rêya mehkemê, me cardin vekirina bi ser xist. Di 1993 an de me EGIT-SEN biEGITIM-IŞ re kir yek. Navê sendîkayê bû EGITIM-SEN. Ez ji vê çaxê heta 1995 hatim Almanya, serokê şubeya Ruhayê û endamê vê sendîkayê yê avakirinê gîhstî bûm. Wan deman, ez pir bibîr tînim û nikarim ji bîr bikim. Em her roj li her derê bûn. Li aliyekî mirin dibarîya, li aliyê din bi ruhê tevgera azadiyê, li berxwedan dimeşiya. Kes ne kefîlê xwe yê rojeke din bû. Lê mixabin berxwedan û serbilindî di ber her tiştî û li ber her tiştî bû. Mahmut Aydin: Hûn dizanin ku hê gelek pirsgirêkên zimanê Kurdî hene. Wek zarava, devok û yekgirtina ziman... Wek mamosteyekî Zimanê Kurdî, hûn mesela Zimanê Kurdî û çanda Kurdî çawa dibînin û bi raya we, ev mesele dê çawa çareser bibin? Wê hemû Kurd

çawa bikaribin hev fêm bikin? M. Ayalp: Ew pirsa we mijare ke giran e bi rojan meriv nikane zelal bike. Çawa ku welatê me perçe perçe ye, çand û zimanê me jî wisa ye. Ew cudahî û perçebûyîna bi kampanya perwerdê û xebatên berfireh encax di demên dirêj de ji holê rabin. An jî bi yekbûna welat çareser bibe. Mahmut Aydin:: We gotibû, ev 8 sal in, ez li Almanyayê dersa Zimanê Kurdî didim. Hûn dersa kîjan polan didin û çend şagirtên we hene? M. Ayalp: Belê, wek berê jî me gotibû, 8 sal in dersên Kurdî didim. Hetanî sala çûyî ji pêngava 1ê heta pêngava 10 an 142 şagirtên min hebûn. Lê piştî ku zagona eyaletê hat guhertin, bi tenê ji pêngava 2an heta pêngava 4 an 76 sagirt niha li cem min dersên Kurdî digirin. Mahmut Aydin: Wek serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK hêvî û daxwazên we ji dê û bavê zarokên Kurd çine? M. Ayalp: Xebatên perwerdê û bi taybetî jî xebatên dersên Zzimanê Kurdî pîroz û giranbûha ne. Ji bo ku em bê dewlet in û zimanê me jî bi tunebûnê re rû bi rû ye, pêwîst e ku xebatên di vî warî de wek rûmeta Kurdan bên zanîn û lê xwedî bê derketin. Kesên Kurd bin û vê rastiyê nebînin û neparêzin, bi xwe re jî rast nînin. Ne bi tenê dê û bav, divê temamiya Kurdan xwe di vî warî de berpirsîyar bibîne. Mahmut Aydin: Hêviyên we ya ji partî û rêxistinên Kurd çine? Wek saziyek pîşeyî, hûn ji bo pêşeroja zimanê me, ji siyasetmedarên Kurd çi dixwazin? M. Ayalp: Li ser vê yekê, bi rastî, em pir tengezar in. Em çiqas li ber xwe didin ku trajediya li ber çavên me pêk tê, bidin fêhmkirin û hinek tedbîran bidin girtin, lê mixabin em nagihên tu encaman. Halbûkî ev têgihîştina tê wateya pêşî lêgirtina tunekirina Kurdan. Em carek din dixwazin bi hêvî bin ku êdî sîyasetmedarên Kurdan vê rastiyê bigrin ber çavan. Em dixwazin li himberê bişavtina gelê xwe rawestin û

xeteriya li pêşiya çand û Zimanê Kurdî bidin rawestandin. Îro, bi taybetî, Zimnê Kurdî bi terteleya spî re rû bi rû ye. Mahmut Aydin: Baş e mamoste, li vir ez dixwazim zêdetir vekim, yanî hûn helwesta Kurdên Bakûr ku li Ewrupayê dijîn, di cîh de nabînin? Kurd li zimanê xwe xwedî dernakevin? M. Ayalp: Em çaralî li her derê bi tunbûnê re rû bi rû ne. Hela yên li Ewrupa roj bi roj dihelin û wenda dibin. Bitenê li Elmanya, bi texmînî 800 000 Kurd hene. Ji vana, li malê çendan televîzyonên Kurdî hene û ev televîzyon tên temaşekirin? Ev yek nîşana qirbûna me ye. Wekî din jî eger ji netewekê sed hezar zarok zimanê xwe bi sîstemên zanistî fêr nebin, zimanê wî netewî di bin xeteriyeke mezin de ye. Mahmut Aydin:: Ji bo pêşerojê projeyên we hene? Wek pirtûk û materyalên dersê, projeyên we yên nû çine? M. Ayalp: Belê hinek xebatên me di vî warî de pêk hatin û wê bidomin.Wek demên borî, em hewl didin ku materyal û pirtûkên dersên Zimanê Kurdî zêdetir bikin. Di demên borî de 8 pirtûk hatin çapkirin. Ji bo pêşerojê jî pênc şeş pirtûkên me hema bigire amade ne. Lê mixabin pirtûkên çapbûyî hê bi piranî di dest me de ne. Hêviya me heye, pirtûkên Kurdî, bi taybetî jî yên hêindekariyê di mala her Kurdekî de hebin. Xemsariyeke pir mezin di nava gelê me de heye. Hêviya me ew e ku gelê me li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, li himberê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê dengê xwe bilind bike. Carinan em di nav xwe de dibêjin, “Gelê me yê reben, ne pereyê xwe heye ku bikire û ne jî dema xwe heye ku bixwîne.” Mahmut Aydin: Mamoste, hûn dikarin ji me re bibêjin, gelo li Almanyayê li çend eyaletan, çiqas beşdarên dersa Zimanê Kurdî hene? M. Ayalp: Belê. Li eyaletên Bremen, Hamburg, Vestefalya Bakûrê Rojava-NRW, Saxsena Jêrîn dersên Kurdî tên dayîn.

Niha 19 mamoste, li 60 dibistanan, dersa nêzîkê 1000 şagirtî didin. Ders bi zaravayê kurmancî tê dayîn. Mahmut Aydin: Baş e. Wek kesekî mamoste, bi ya we ferqa herî mezin di navbera sîstemên perwerdeyê de li Almanyaya û Tirkiyê çi ye? M. Ayalp: Li Tirkiyê 23 salan xebitîm. Sîstema vê derê û wira pir cuda ye. Sistema wê derê li ser pêwîstekên nijadperestiyê hatiye sazkirin. Yek netew, yek dîn, yek al, yek ziman û yek timtêl bingeh e. Di piraniya dersan de motîvên netewperestî û nijadperestiyê de bi sixletî cih digire. Her sibê ders bi sondxwarina Tirkbûyînê û merşa wana netewî dest pê dikin. Sîstema hîndekariyê li ser hîmê jiberkirinê hatiye avakirin. Jiberkirin pir zêde ye. Şiddet û ceza tim li pêş e. Sîstema leşkergehê ango padîganê tê meşandin. Li vê derê tiştên wisa komîk û li dij demê, ecêb û sosret tune ne. Kesayetiya xwendekaran nayê tunekirin. Her zarok li gor kapasîteya mejû û xebata xwe tê perwerdekirin. Destê zorê qet nayê pejirandin. Bi prensîp û metodên pedagojîk perwerde tê meşandin. Aktîvîteyên sosyal tim pêş in. Mahmut Aydin: Mamoste, di rojên pêş de hûn dikarin behsa xebat û projeyên xwe yê din bikin? M. Ayalp: Di dilê min de projeyên wek utopya hene, lê ez nikarim xwe bidim fêhmkirin. Zimanê minê bîyanî pêşiya min digire. Dema min ya heyî jî dest nade. Ya herî girîng jî pêdiviya bawerbûna bi hevalbendên xebat û projeyan e. Mahmut Aydin: Ez zor sipas dikim ji bo vê hevpeyvînê û di xebatên we de, ji we serkevtinê dixwazim. M. Ayalp: Ez jî spas dikim.

Ahmet Balayî

Çend gotin: Mamoste Ahmed Balayî yek ji "Birayên Balayî" ye. Ev malbat bi jin, mêr, keç û kurên xwe ve nivîskar, helbestvan û reşenbîr in. Bi rastî hêja ye mirov vê malbatê bike babeta lêkolîneke zanistî. Ahmed Balayî di nav birayan de yê mezin e, yê herî zêde berhem afirandî ye, lê yê herî hindik jî tê naskirin ew e. Me xwest em wî bêtir ji nêzîk ve nas bikin û ji xebatên wî agahdar bibin. Yeko Ardil: Te navê romana xwe wek "Pêlek ji bayê reva reş" daniye ku em dizanin ev çîroka erjeng a sala 1991 an e. Wê deme tu li ku bûyî? Ahmed Balayî: Wê demê jî ez li nav gel bûm. Ez li gel bûm ku min navê wê li pirtûkê daniye. Li gel pêla yekê wek berpirsyar bûm. Ev nayê gotin, bi rastî jî xelk û kes li pêş çavên me dimirîn û kes nedikarî hema betaniyekê jî bi ser wan de ke. Ji tirsê, birsê û ji serma û di meha adarê de di

baran û şiliyê de, kesî destê arîkariyê dirêjê vî gelî nekir. Em li komelgeha Çelê kombûn û nêzî 250 hezar mirov bûn. li wir berpirsyariya min jî hebû. Wê demê wezîrê karê derve yê Amerîka hat û ez jî li gel 8 berpirsyarên din çûm cem wî, me hevdîtin kir (Jemes Baker) li firokxaneya Çelê ya leşkerî ya Tirk de. Wê gavê Baker şaşwaz mabû, li pêş ew kareseta ku bi serê me de hatibû. Axaftinek kir û giriya û got ku :"Ez sozê didime we, emê biryareke di berjewemdiyên gelê Kurd de bidin da ku hûn bêne parastin û hûnê dîsa vegerin ser mal û warên xwe." Me jî li gel rojnamevan û kesên pêwendîdar çavpêkewtin kir û me da zanîn ku serhildana Kurdan gihiştibû serî, lê Georg Buş diyar kir ku mebesta wan ne hilweşandina Saddamî ye û nexwasim derxistina Iraqê ya ji Kuwetê ye û wisa jî Kurd di nav lingên ereban de hiştin. Wê gavê rojnamevanekî înglîz ji min re got ku eger hestên neteweyî li dev gelê Kurd hebe, dê ev karesat bêne nivîsandin û da ku ji bîr nebin. Ev jî ji bo min bû wek erkeke biçûk ê neteweyî û min hewlda ku tenê tiştên min dîtî binivîsîm û ragihînim ji bo nifşên nû. Yeko Ardil: Em dikarin vê bûyerê wek destpêka nivîskariya te jî bi nav bikin? Ahmed Balayî: Wek pirtûk xebata min a yekem ev e. Sala 1991 an min ew da çapê. Yeko Ardil: Xebata te ya din jî li ser pêvajoya aştiyê ye... Ahmed Balayî: Pirtûka din jî bi navê Kurd û Pêvajoya Aştiyê ye. Ji sê beşan pêktê, a yekem; peymanên navneteweyî û herêmî yên li ser dabeşkirina Kurdistanê. Ji fermana Qesr-î Şîrîn bigir heta ya Cezayîrê û heta ya li ser serokê PKK ê Abdullah Ocalan. Ya duyê jî di dema sehildanên Kurdan de ku ber bi serkeftinê ve diçin û dijminên Kurdan bi çi awayî nêzîkê wan dibin û ew ji nav dibin. Mixabin dijminên Kurdan ew bi dek û fenan dixapandin û digotin bila xwîn nerije, em bira ne û wisa jî heta ku cardin dibûn xwedî hêz û serok û rêberên Kurdan ji holê radikirin. Gelek caran serokên Kurdan

li ser masa aştiyê girtine, birine û kuştine. Ev ji Qazî heta Qasimlo hema bêje her wiha ye. Beşa sêyê jî dîsa li ser çend bûyerên girîng ên dîrokî ye. Yeko Ardil: Jêderkên te ji kîjan welatan in? Ahmed Balayî: Ji bo van xebatan jî min ji gelek deverên cihê gelek pirtûk û çavkanî berhevkirin; ji Fransa, li Berlin, swêd, Suriye û ji welat jî. Yeko Ardil: Gelo derfet çêbûn ku hûn bigihine arşîvên înglîz, fransiz û yên dewletên dagirker. ji ber ku gava mijar dibe lêkolîna li ser Kurdan, piraniya van dewletan çavkaniyên xwe li Kurdan digirin. Ahmed Balayî: Mixabin, em zimanên wan nizanin. Ziman gelek girîng e. eger mirov zimanên înglizî, fransî û almanî bizanibe, dê bikare sûdê jî ji wan werbigire. Di beşê sêyê de bûyerên li başûrê welat jî hene wek, qirkirina barzaniyan, enfal, Kurdên feylî, elî kîmyawî. ev tevde babetên min in. Rojnameya Welat Pirtûka din li ser serhilanekî Kurdan e ku Şêx Ebdulselam Barzanî serokatiya wê kiriye. Herçiqas ev serhildan di dirokê de zêde cih negirtibe jî, wek destpêk pir girîng e. Wê demê Şêx belavokek da Bab -i Ali ku divêt mafên Kurdan jî bête naskirin û Kurd jî li ser xaka xwe bi ziman, çand û dab û nêrîtên xwe ve bijîn û zilma pergalê ji ser wan rabe. Mixabin ev ji aliyê osmaniyan ve bi topan hate bersivandin û herî dawî Şêx bi destê Kurdekî hat girtin û radestkirin û anîn li Musilê di sala 1914 an de ku dadgerê wê mehkemeyê jî Kurdekî bû, hate dardekirin. Serhildan 7 sal ajot. Yeko Ardil: Xebateke te ya berfireh jî li ser îslama siyasî û Kurdan e... Ahmed Balayî: Ev lêkolîn ji nêzîkê 300 çavkaniyan ve pêkhat û min xwest ku ez ferqa di navbera îslama siyasî û ya esasî de derxînime holê. Niha gelek kes îslamê wek siyaset dibînin, eger wisa be, nexwe di siyaetê de exlaq nîne. hîle heye. Tu dişê kesekî bixapînî û dibên; wî siyaset kir. Eger bi

rastî jî jêdera mirov Xweda be, wê deme pêwistî bi siyaset û zordariye nîne. Wek nimûne "Bûyera Boraqê" mirov dikare bide. Mihemmed peyamber, li Qudsê li hespekî siwar dibe û heft tebeqe bi esmanî ve hildikişe û di nav rêya xwe de jî tevahiya peyamberan dibîne. Eger ku ev siyaset be, kes jê bawer nake. Çimkî ilm û zanyarî vê bûyerê qebûl nake. Wek sîstemên ewropî û rojavayî ku karê dîn û dewletê ji êk cuda kirine; papa karê xwe dike û dewlet jî karê xwe dike. Eger mirov dîn kir siyaet û siyaset jî kir dîn, wê demê alozî dest pê dike. Wek hin alimên mîna Hesen Benna dibêjin, "îslama ku ne siyasî be, ew ne îslam e." Seyît Qutub jî wisa dibêje, Gelek alimên îslamî jî wisa dibêjiin. Ez li dijî wan gotina me, eger mirov bawerî bi îslamê hebî, divêt mirov ji siyasetê dûr bikeve. Yeko Ardil: Dînê Kurdan ê beriya îslamê çi bû? Ahmed Balayî: Di wê demê de, li herêmên ku Kurd, îranî û gelek gelên din jî di nav de ne, zerdeştî serdest bûye. Mecûsî, agirperestî hebûye. Heta di îslamê de jî behs dike ku dibêjîn zendiq; zendîq ji ber têkiliya wan a bi Zend - Avesta re derketiye holê û gelek misilmanan dikarîbûn xwe li ser vê gotinê bidin kuştinê. Di serdema Harûn Reşîd de ku ev serdema ebasiyan e. Ji herkesekî ku li dervayê dîn bûya re digotin; zendîq. Dîsa êzdayetî jî dînekî xurt bûye di wê demê de. Li herêma Pewlevî konfûçyûsî hebûye, manî hebûye. gelek bîr û boçûnên cihê hebûne. Yeko Ardil: Zerdeşt bi xwe ji kîjan miletî ye? Ahmed Balayî: Li cihê ku zerdeşt lê ji dayîk bûye, nîvê wan Kurd in û nîvê wan jî îranî ne. Jêderên Kurdî wî wek Kurd û îranî jî wek fars qebûl dikin. Heta dema sasaniyan, piştî şerê îskenderê makedonî û hatina îslamê piraniya wan bûn îslamî. Ew îslam jî, bi şer û xwînrijandineke dijwar hat pêkanîn. Tê gotin ku di dema îmamê Umer de 600 hezar kes hatine kuştin. li herêma Behdînan li Kela Hirorê 6 heyvan şer hate kirin û nedişêbûn kelê bistînin. Mîrê Kela Kaşan li herêma Zaxoyê xiyanet li xalê xwe kir û ew da girtin.

Yeko Ardil: Angaşteke wiha heye, dibêjin; gava Kurdan îslamiyet qebûl kir, windakirina wan jî dest pê kir. Ev çiqas rast e? Ahmed Balayî: Ev ji nezanîna Kurdan hatiye pê. Hemû miletên dinê ên ku îslamiyet qebûl kirine ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Faris nimûyeke giring e. Her wiha îro li Tirkiyeyê, partiya li desthilatiyê jî, Kurdan bi nirxên îslamî dixapîne. Dewletên ku hatine avakirin, piraniya wan, îslam ji bo xwe bi kar anîne û gihiştine armancên xwe. Lê Kurdan gava ev diyanet qebûl kirine, tevahiya berjewendniyên xwe yên neteweyî kirine qurban bo serkeftina vê diyanetê. Lê di diyanet de jî ne wisa ye. Diyanet dibêje, ew kesê herî bi rûmet e ku sedem xaka xwe û gelê xwe hatiye kuştin. Miletê Kurd heta vê gave giranî nedaye ji bo neteweya xwe. Yê daye jî, her ji bo dînê xwe daye. Kesên wekî Ebû Mûslîmê Xorasanî, wek Seleheddînê Eyûbbî, weki Evdilkerîmê Deynawerî û wekî Şehrezorî, Wek ku Binmesûd dibêje; di qirnê 11 an de dînê îslamê kete rewşeke pir dijwar, lê xwe li ser çar stûnan girt. Yek jê Deynawerî bûye ku li herêma sînorê îran û iraqê ku binemaleke gelek navdar bûye. alim û pisporên zana lê rabûne. Ya duyê jî Şehrezorî bûye, Mihemed Umadî bûye. Yekê din mabû ew jî ereb bû. Islam li ser milên wan bilind bû. Kurdan xizmetên mezin ji bo îslamê kirine, lê mixabin mafên xwe yên neteweyî jî kirine qurban. Ev ji îslamê naqewime. ji ber ku îslam bi xwe jî rêya parastina milet, malbat û rûmetê jî dide pêşiya însanan. Niha wek mînak; li Bakur 70 Kurd ji bo AKP yê hatine hilbjartin û tenê 20 kes ji bo partiya Kurd derketin. Niha îslamê ev tişt negotiye. Ev ji nezanînê tê ku Kurd li ser navê îslamê diçin dengê xwe didin dijminê xwe. Yeko Ardil: Eger em wisa hizir bikin, çawa ku her çar dewletên Kurdistan dagirkirine jî islam in. Ev bi serê xwe jî sosretek e, ne wisa? Ahmed Balayî: Bêguman. Lê dijwariya herî mezin a li pêş Kurdan ev e ku Kurd ji dîrokê sûd wernagirin û dîrok li cem me xwe her dubare dike. Çendîn şoreş û serhildanên me bûne

qurbanî bi meseleya îslamê ve. Heywan heywan e jî, gava carek di rêka xwar de çû, car din dubare nake û rêka xwe diguhere. Ev karesata me ji nezanîna me û ji ders negirtina ji dîrokê derdikeve holê. Hindek ji wan jî dizanin lê berjewendiyên xwe yên malbatî, hizbi û kesînî di ser ên neteweyî de digirin. Niha serkirdên li Başûr jî baş dizanin ku eger li gorî sazî û zagonên dewletî biçin, dê li wir serkeftineke pir mezin pêkwere. Niha li Bakur herçiqas hilbijartin jî çêdibe, dîsa jî dewlet serdest e û ev serdestî jî xwe dide der. Ji xwe partiya Kurdan jî rasterast nekarî têkeve hilbijartinan. lê li Başûr jî hêzên îslamî her diçin xurt dibin. Ev ji şaşiyên partiyên me yên mezin pêktên. Eger ji bo gel û neteweya xwe dilsoz bûna, wê demê rêk nebû ku partiyeke din a îslamî xwe berde nav kûrahiya çîn û tebeqeyên civaka Kurdî de. Di serdema ku gelê Kurd di nav tengasî û aloziyeke pir dijwar de bû, ev ji bo hêzên îslamî jî bû serdemeke zêrîn û bi alîkariya hêzên derve ku di nav de siûdî jî heye li herêmê pêşketin. iran, şia, Filistîn, Lubnan tev de ku di nav de suriye jî heye, alîkarî kirin. Niha li bakur gelek Kurd bi tûrikek meqarne dengê xwe didin îslamiyan... Li Başûr jî heman arîşe ye. Demek wisa lê hatibû ku gelek ji wan dibûn turkuman. Di dema Çîllerê de alîkarî ji Tirkiyeyê dihat û di encamê de hejmareke bi qasî du milyonan turkuman derket. Ev piraniya wan ji Kurdên ku xwe wek turkuman dabûn nivisandin û alîkarî digirtin, pêkdihat. Gelek ji wan jî bûne îslamî û ev jî îslamiyên radîkal bûn û li dijî neteweya xwe derketin. Niha berê xwe bidê, ne komunîstên Kurd wek yên ereb û Tirkan in, ne jî îslamî wek yên Tirk, ereb û farisan in. Niha Hîzbullah şerekî giran dike li dijî îsraîlê, lê ev şer ne ji ber ku îsraîl cihû ye. Ev ji ber doza xaka ereb tê kirin. Yeko Ardil: Niha di Kurdan de alim û zanyarên îslamî yên pir mezin jî rabûne, li gel vê jî çima Kurd

van şaşiyan dikin. Li vir têneghiştina dînî heye? Ahmed Balayî: Ez zanyarên ji Kurdan derketî jî pir xapandî dibînim. Ew hatine xapandin û gelê ku li ber destê wan jî perwerde bûye jî li gorî wan şaş hatine têgihiştin. Eger alim baş be dê civak jî baş be. Lê zanayên ereb, Tirk û farisan vê tiştî baş dizanîn. Melayên Tirk ên li herêma Bakur kardikin, dibêjin, roja qiyametê zimanê heşrê jî Tirkî ye. Ereb, fars jî her wisan in. Cihû û ermenan bi saxî davêtin êgir, lê disa jî wan digot, em cihû ne, em ermen in û dev ji eslê xwe bernedidan. Yeko Ardil: Piştî êrîşa 11 ê îlonê li dinê têgîneke wek faşîzma îslamî hate bilêvkirin. li gori te di îslamê de faşîzm heye? Ahmed Balayî: Di vir de eger mebest şîdet be, şîdet di her îdeolojiyê de heye. Di gelek ayetan de îşareta vê rastiyê heye, dibêje; dijmin bitirsînin, destên wan jêbikin. niha hedîs jî dikare hatibe guherandin û lê zêdekirin. Lê ayet ji cem Xwedê hatine û nehatine guherandin. Di ayeta enfalan de;" Hûn li hespên xwe sisar bin û herin, tirsê bixine dilê dijminî de" dibêje. Di ayeta enfalan a 12 an de wiha dibêje: Hûn tirseke mezin bixine dilê kafiran û lêdin, lêdin û stûyên wan bibirin, destên wan bibirin. Heta ji bo yên xwedî pirtûk jî tê gotin ku hûn tirsê bixine dilên wan heta ku ew bên û îslamê qebûl bikin. Wateya "enfalan" jî her ev e ku malên xenîmet an jî bi dest ketî ji bo we pir helal e û divêt hûn li ser xelkê misilman dabeş bikin, bi helalî. Van kesan bikujin ku îman bi roja qiyametê neanîne. Baş e çêdibît ku kesên li derveyê diyanetê bêne kuştin? Niha li van deran belkî nîvê xelkê bi çu diyanetê bawerî nayne. Xwedê gotiye; min dikarîbû, tevahiya dinê li ser dînekî bidim. Yeko Ardil: Li gorî te şansê Kurdan û pergala sekûler-laîsîst heye? Ahmed Balayî: Niha şansê Kurdan heye. Lê pirsgirêka mezin jî cîranên Kurdan in. Ci ereb, çi fars ew dîmokratî qebûl nakin. Niha ji serhildana Barzanî bigir heta Ocalan

tevde dibêjin me dîmokratî divê. Me ji bo Iraqê dîmokratî dive û me ji bo Tirkiyeyê dîmokratî divê. Eger miletên li Rojhilata Navîn ber bi dîmokratiyê ve nerm bibin, Kurd wek miletekî enfaldîtî û jenosîd dîtî ji xwe ji dîmokratiyê re misaîd in. Lê miletê me hê jî neghiştiye wê astê ku berpirsyariya dîrokî hilgirê. Yeko Ardil: Baş e, ji aliyê bervacî ve. Gelo fayda îslamiyetê çi bûye ji Kurdan re? Ahmed Balayî: Niha sûda herî mezin a Mihemmed li ser ereban çêbûye. Ji ber ku ereb di wê demê de di nav cehaleteke pir mezin de bûne. Hinekan 400 jin dinanîn û jin ne mîna mirovan bûn. Zarokên keç bi saxî vedişartin. Yek ji wan jî îmamê Umer e ku keça xwe bi saxî vesartiye. Yeko Ardil: Baş e, bê zarokên keç ku ev dibine jinên pêşerojê, civak çawa zêde dibû? Ahmed Balayî: Niha di wê demê de zarokên kurin jî dihatin kuştin, ne tenê keçik. Heta ayet tê şandin û tê gotin ku divêt hûn zarokên xwe nekujin ku hûn nikarin wan xwedan bikin. Gelek caran gava mêr dimirî, jin jî bi saxî pê re çal dikirin. Zilmeke wisa hebûye. îslamê roleke giring daye jinê di serdema desthilatiyê de. Di serdema ku ereban we li jinê dikir de, li herêma Amadiyê jinek desthilat bû hikûm dikir. Xanî, Feqî, Baba Tahir, Elî Herîrî û Cizirî tev de ji medresan gihiştine... Niha gelek diyarde hene ku bi meseleyên dînî ve tên girêdan, lê di bingehê de eşq, evîn û netewiyet heye. Xanî feylesofekî pir mezin bû ku ew behsa dewletê dike ku ka çawa dewletê damezirînin û çawa qiyade ava bikin, leşker bi kar bînin. Gava em li Cizîrî jî binêrin, Cizîrî bi ayînê ve girêdayî bûye, rast e. Lê di gelek helbestên xwe de jî behsa mey dike. Heta vê gavê jî kes nizane ka Selma evîndara wî bûye yan Kurdistan bûye û yan jî tiştekî din bûye. Feqî jî her wisa ne, pir kûr e û mirov nikare tenê bi ayînê ve girêbide. Dîsa Xanî gelek caran li ser babeta Tawisî Melek disekine (em peyva

din bi kar naynin y.a). Xanî wî mîna kesekî xerab danaynê. Wek mirovekî rastgo dide nîşan. Ew ji Xwedê re dibêje, "Min yek xeletî hebû, ew jî min guhdariya te kir!" Yeko Ardil: Ev helbest an jî beyt di ku de heye? Ahmed Balayî: Di Mem û Zîn de heye. Her wisa jî ez dibêjim ku di babetên ayînî de herkes azad e, lê pêwîst nake ku mirov miletê xwe bike qurbanî. Bi navê ayînê kuştina mirovan, qedexekirina ziman û enfalkirina miletan ne li gorî ayîn û diyanetê ye. Tiştek hebe divêt bimîne di navbera Xwedê û mirov de. Yeko Ardil: Ahmed Balayî kî ye? Ahmed Balayî: Ahmed Saleh Mohemmed: (Ahmed Balayi) Sala 1953 an li gundê (Ore) li devera (Berwarî Bala) li başûrê Kurdistanê hatiye dunyayê. Xwendina xwe ya seretayî li Kanîmasî kiriye. Salên 70 û 1975 an pêşmergetî kiriye. Sala 1994 an de sedem şerê birakujiyê dest ji karê siyasî berdide, xwe ji partiyên siyasî dûrdike, li destpêka sala 1995 ji sedema şerê navxweyî tê Ewropa. Li Almanya bajarê Berlînê akincî dibe. Li Berlînê karê rewşenbîrî, edebî, berdewam dike. Endamê Pena Kurd ya navnetewî ye. Endamê Akademiya Kurdî ya li Almanya ye. Gelek babetên dîrokî, edebî, siyasî, civakî di govar, rojname û malperan de belav dike. Li ser îslama siyasî pisporiya wî heye. Niha li Zankoya Azad a li Holanda, di beşa dîrok û şaristaniyê de li kar û xebata xwe berdewam e. Berhemên wî yên çapkirî: 4 pirtûkên dîrokî û li ser îslama siyasî ne 2 pirtûkên helbestan 8 pirtûk li ber çapê ne 1 Roman, 2 Helbest, 3 Dîrokîne, 1 li ser Gendeliyê, 1 ya li ser navên Kurdî ye, bi zimanê Kurdî û almanî

Gabar Çiyan

Helbestvanê bi nav û deng Ahmed Arif, di vê hefteyê de, 2 ê hezîrana 1991 î de ji nav barkiribû. Ahmed Arif jî mîna Yılmaz Güney û Yaşar Kemal ji awira berhemên xwe ve dê pir bê nirxandin. Pirsên cewaz dê bibe cihê lêkolîn û pirsê: Ziman û çanda Kurdî çiqas tesîra xwe li wî kiriye? Di berhemên wî de çiqas şopên Kurdewarî hene? Di dîroka edebiyata Kurdî de cihê wî çiye? ûhwd... Bi mûnasebeta salvegera mirina Ahmed Arif de, bi sê helbestvanê Kurd Mahsum Özer, Kamram Simo û Serkan Brûsk re em peyivîn. Em li ser helbesta Ehmed Arif û cîhana wî kûr bûn. Ahmed Arif: Di nîsana 1927 an de li Amedê hatibû dinyê. Navê xwe yê berê Ahmed Önal bû. Bavê wî Arif Hikmet li aliyê Haranê mûdirtiya nahiye û qeymaqamî dikir. Bavê wî Tirk e. Dayika wî Sarê, Kurd e. Bavê wê, Îmam Yahya Ebdulqadir di dema xwe de kesek navdar bû. ``Ahmed Arif diaxife`` pirtûka Refik Durbaş e. Di berhema Durbaş de Ahmed Arif, wisan qala zaroktiya xwe dike: ``Zaroktiya min li Sîweregê derbas bû. Li wir ez fêrî Kurdî bûm, li aliyê Haranê jî ez fêrî erebî bûm. Bavê min ji aliyê Rumeliyê ye. Dayika min Kurdek e esîl e.`` Arif, di dibistana navîn de dest bi nivîsîna helbestan dike.

Wan rojan wisan bibîr tîne: ``Sal, 1943 e. Ez 16-17 salî me. Min bê westan helbest dinîvisand. Rojê 8-10 rûpel. Hinek jê li cem qîzan û hinek jî li cem polîsan man. Paşê nedane min``. Ahmed Arif, di sala 1946 an de xwendina lîseyê bi dawî tîne. Piştî bûyera``33 gule`` bi sê salan parlementerê Amedê Mustafa Ekinci pirsê tîne meclîsê. Beşek ji rastiya bûyerê derdikeve holê. Bûyera qetilkirina 33 kesên Kurd wî dihejîne. Di wan rojan de helbesta ``33 kurşun`` anku 33 gule dinîvisîne. Wê demê 33 gule li çi deveran nehatibû çapkirin, lê ew di nav xelkê de belav dibe. Arif, di dawiya sala 1950 î de tê girtin û îşkencekirin. Wê demê xwendevanê Zanîngêha Enqerê bû. Piştî salên 50 î helbestên wî piralî tên weşandin. 1968 an de pirtûka wî ya navdar ``Hasretinden prangalar eskitim`` ji çapê derdikeve. Pirtûk, bi dehan car, bi hejmarên pir mezin tê çapkirin û belavkirin. Dîtinên Arif li ser damara wî ya Kurdîtiyê, li ser helbestê û hunerê pir dewlemend in. Ji bo damara xwe ya Kurdî qala serpêhatiya xwe dike: ``Ez xwendevanê lîseya Afyonê bûm. Tirkek ji aliyê Bulgarîstanê jî bi me re dixwend. Rojekê ji min re got, Kurdê ker! Min nema xwe girt û rahişte sêlika sobê û li serê wî xist. Lawik di nava xwînê de ma. Wî rakirin nexweşxanê. Paşê mûdirê dibistanê gazî min kir. Min jê re got, ez bi malbat û welatê xwe serbilind im. Mafê wî tuneye ku min biçûk bixîne...`` Li ser şêweyê nivîsîna xwe wisan dibêje: ``Ez helbestê di serê xwe de, di dilê xwe dinîvisînim. Ew li wir rengê xwe yên dawî digirin. Paşê, rojekê ez rûdinim û wan dirêjim ser rûpelan. Guhertinên pir bi biçûk di wan de dikim... Helbest bê naverok nabe. Lê helbest hîsên xweşikbûnê ye. Pêwîst e ew xweşikbûn bê peydekirin, derkevin holê... Mirov bi rêya perwerdê dikare dewlemend bibe, bibe

mîljonêr. Dikare bibe xerat, bibe hesinkar. Di hemû şeweyên kar de bi ser bikeve. Lê nikare bibe helbestvan. Dibistana helbestê tuneye. Dibistanek wisan hebe jî helbestên li wir bê nivîsîn zêde nirxên xwe tune ne... Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergêra wê ji bo zimanê din nabe... Diyarbekir kalesinden notlar ve Adiloş bebenin ninnisi, helbesta şexsê min e, ya çend kesên ji malbatê ye, ya bajar û welatê min ê şêrîn Amedê ye... Bi destpêka xwe, suprîzên jiyanê û dawiya wê, jiyana min tev di nava peyvên vê helbestê de veşartî ye: ´´Ku ez bêm kûştin, bêm e windakirin, ez dibêjim, Rût û tazî, di şerekî de, Bila bi mêranî be, ez dixwazim, Dostanî jî û neyartî jî, Lê yek ji wan jî nabe di rastiyê de, Ber tê ajotin berbi lûlêya çekê Dest pê dike dewriya evarê ya cendermeyan...`` Ahmed Arif li ser pirtûka xwe ya duwê jî dixebitî. Hejmarek mezin ji helbestên wî yên nû amade bibûn. Lê wî ew xebat û gelek xebatên din di cî de hişt û di 2 ê hazîrana 1991 de ji nav me barkir... Mahsum Özer Mahsum Özer, anku Merwan Nisêbînî bi eslê xwe ji aliyê Omeriyan, gundê Çalê ye. Di sala 1964 an de hatiye dinyê. Piştî xwendina navîn derbasî başûrê welêt dibe. Li gelek deverên Kurdistanê digere. Li wir, di gel xebatên ramyarî de, berhemên wêjeyî yê devkî berhev dike û helbestan dinîvisîne. Ew di sala 1988 an de ji aliyê dewleta Tirkiyê tê zîndanîkirin. 4 salan di hepsê de dimîne. Piştre mecbûr dibe ku derkeve derveyî welêt. Niha li Swêdê dijî. Pirtûkek wî ya helbestan bi navê ``Jan jariya jînê`` heye. Kamran Simo Hedilî

Di 1955 an de, Li Hezexê gundê Hedilê hate dinyê. Hate vêga 4 pirtûkên min hatine çapkirin. ``LORÎNA PÊNÛSÊ``, helbest e. ``JI ENFALÊ ŞEVEKE BÊSIBE``, dastan e. ``CIVATA GIYANAN``, kurte çirok in. ``MIN DENG KUŞTIN``, helbest e. Simo li Swêdê dijî. Serkan Brûsk Heta niha sê pirtûkên helbest, romanek e bi navê ``Sê Terîş``, sê pirtûk ji zimanê swêdî wergerandinê kurmancî û niha berhemeke helbest-pexşanî ya bi navê ``Ji Mextela Kurmanciyê`` ji bo çapê amade dike. 1969 an de li gundê Serêkaniya Omeriya hatiye dinyayê. Zanîngeha peyzajê nêvcî bi cî hişt û derket Ewropayê. Niha li Swêdê dijî. Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re dîtinên xwe li ser helbestvaniya Ahmed Arîf bînin zimên. Mahsum Özer: Belê di nerîna min de, danasîna Ahmed Arîf tiştekî hesanî nîne. Min pirtûka wî carekê diduwan xwendiye lê dîsan wek tê xwestin têra danasînê nake. Biborînin, tiştê ku min ji hunerê wî fam kiriye bi kurtî be jî ez ê bînim ziman. Dema ku ez li helbestvaniya Ahmed Arîf dinerim; bi rihetî dikarim bibêjim ku li hinber despotdarî û paşverûtiya dewletê ku hetanî niha jî didomîne cephakî cengaweriyê ye. Berpirsiyarîke rêberiya gelî di giyana wî de tê dîtin. Hunerhêziya xwe ji realîta jiyanê girtiye. Di helbestên wî yê jînafêr de jî, ramanekî ronîdêr, hestekî mirovhez û kesayetîke nîrxbihinbêz di nav hev de bi rengekî modern hûnayî tê dîtin. Helbestên wî ji edebiyateka serbixwe barkirîne. Kamran Simo: Bi rastî, li ser helbestvaniya yekî weke Ahmed Arif, bi cend kurte bersivan nêrîn diyar kirin ne rihete. Gelek sedem hene ku vê yeke zehmet dikin. Ahmed Arif helbestvanê, hêvî, nazikî û bêtirsiya ciwaniyê ye. (Bi teybetî divê were zanîn ku ev xisusiyet ne xisusiyetên ku paşî bi dest xistine. Ev xisusiyetên ku bi Ahmed re derdiketin ji xisusiyetên gelê ku Ahmed bê vîna xwe bûbû endam wî ye ji xisusiyetên gelê Kurd dihatin.) di helbesta wî de helbesta

rûmet, nefsbiçûkî û kuriya hunerê heye. Di helbesta Ahmad de aqil û hest bûye yek. Li êş û kovanên jînê, hêvî û ezmûna jiyanê hatiye pêçan. Helbesta Ahmed, helbesteke ku xwe disipêrê rastiya jiyanê ye. Di xwendina yek hevokê de xwendevan zehmetiyê nakişêne û li ser zimanê xwendevanan ji ber xwe diherike. Ahmed Arif helbestê ji çiyayên ku bindestiyê nasnakin re, çiyayên welatê wan li nav dewletên degîrker hatî parçekirin û gelê wan bênivîs hiştî, ji çiyayên ku bûne hêlîna azadiyê re dibêje. Helbesta wî, straneke ji kulîlkên ku di guldankan de şîn nabin. Loriyeke di nav gur û hirçan de hatiye gotine. Ev lorî mîna ku dê bibe sirûda serkeftinê, tîrejên roniyê, hêvî û daxwazî xwe di nav peyvên hevokan de vedişêrin. Helbestên Ahmed li ser qevda (qebza) xencerê û li dîwarên bendîxanên berxwedanê hatiye neqişandin. Ahmed Arif di helbestê de bi ramaneke derûnî û felsefî nêzîkî mijarê dibe, bi bêje û hevokên watedar reng û rûye mijara xwe dipesinîne. Serkan Brûsk: Ehmed Arîf hawara dayikan, jan û êşên veşartî yên bavan, dînemêriya xortan û şermokiya keçên Kurdan, her cure zordestî û çewisandina civakî di nava risteyên xwe de bi awayekî wisa sade û rewan gotiye ku deriyên dil û mejiyê hemû mirovan li ber xwe heta bidawî vekiriye, vedike û dê her veke jî. Ew zimanê hestên tîr û kûr ên zindana ye. Bi kurtahî A. Arîf bi awayekî hunerî qêrîn û hawara Kurdan nerm lê bihêz gotiye. Ji lewre jî, helbestvaniya wî jî, helbestek e. Kêm gotiye lê baş gotiye. Bi hevokên kin, bi peyvên bargiran pirtûka dilê çiyan ji zaliman re xwendiye. Derdê Kurdan, kurt û kurmancî bihuner lê mixabin bi Tirkî gotiye. Gabar Çiyan: Arîf di dema xwendina navîn de dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Pir ciwan e. Rojê neh deh helbest dinivîsîne. Çi girêdana helbestê û emir bi hevdûre heye? Mahsum Özer: Li ser girêdana temen û nivîsîna helbeste, ez dibem ku ji rastiya emir bêtir, kûrahiya hest û ramanên ku di jiyaneka zortengav de difûrin, dihêle ku helbest bizê. Ev

qutreta jî mîna tîrêjên ku biharê xwe bavêjin ser serê çiyan û jînjendî dibin, wisa pir ciwanrengîn di xortaniya Ahmed Arîf de li jiyanê vedidin. Kamran Simo: Mîna gelek helbestvanên hêja, Ahmed Arif jî, di temenekî ciwan de helbest nivîsandiye. Lê mixabin di temenê ku diviyabû bi ezmûneke hêja, helbestê binivîsê dev ji helbestê berda. An jî, pêdana devjêberdan û ji tirsa helbest nenivîsand. Ez nizanim di rojê de çend rûpel dinivîsî lê ez dizanim ku bi tenê 20 helbestên wî hatine çapkirin. Pir nivîsandin ne gelekî girîng e, baş nivîsandi li gel min girîng e. Di dîtina min de ji bo nivîsandina helbestê temen ne xwedî roleke mezin e. Hin helbestvan di temenekî pir ciwan de helbestên nemir afirandine û hine jî, di temenê mezin de helbestên nemir afirandin. Di helbestên temenê ciwan de têne nivîsandin de coşî, evîn, serhildan, netirsîn heye. Û di helbestên temenê mezin de tên nivîsandin ezmûna jiyanê, hostatiya helbestvanî û zanîna hunandina ziman heye. Serkan Brûsk: Mirovên ciwan li bûyer, guhertin, evîn, têkilî û bûyerên civakî bi awayekî xweser û di çarçoveyeke çalek de bilezgînî dinêrin. Helbestvanên ciwan jî, xwedî haman taybetmendiyan in. Ew dixwazin hestên xwe di zûtirîn demê de bibêjin. Di şûna xwe de ranawestin. Ji bo wan tenê gotin girîng e. Ew zêde guh nadin hişyariyên aqil. Li ber devê hestên xwe nanêrin û xwe li ber lehiya hestan berdidin nava jiyanê. Zû germosaro dibin. Pirên poşmaniyê ji binî ve hildiweşînin. Lê piştî demekê ew li xwe vedigerin. Pirên hilweşandî bi destê xwe ava dikin, da careke din, ji nû de, di ser re bi hevkariya aqil û dil, dest bi rêwîtiyeke pir dijwar bikin. Em dizanin ji bo afirandina her cure berheman kedeke piralî, ceribandin, zanebûneke zanistî û jiyanî pêwist e. Îca ji bo helbestê jî, zimanekî pir berfireh, zanebûneke kûr a folklorîk û her cure zargotinî, xwendineke piralî û dewlemend a wêjeyî bingeh e. Di destpêka temenî de pir zehmet e, mirov xwedî van xisletan be. Helbesta hêja di encama temenekî biked û

bixwêdan de tê afirandin. Îro ne helbestên A. Arîf ên destpêkê lê yên herî dawî dijîn. Gabar Çiyan: Arif qal dike ku ew di xewna xwe de jî helbestan diafirîne. Dîtîna we wek helbestvan li ser vê yekê çiye? Mahsum Özer: Bê guman dema hestên helbest zê bi mirov re bi pêşdikeve, hiş, hizir û hest bi giyanê re konsantreyî ser tevgêrkirina helbestnivîsê dibin. Bawer dikim ku vê konsantreya wî ya spehîkirina helbestê, hiştiye ku helbestvanê hêja di xewnên xwe de jî, helbest binivîsîne. Kamran Simo: Helbestvanê ku bi helbestê re bijîn, dikarin di xewnên xwe de helbestê binivîsin. Yên ku bi helbestê re nejîn nikarin di xewnê de helbestê binivîsin û nikarin helbestên nemir jî, bi afirînin. Helbestvanê ku berî razê û li hevokên helbesta xwe nefikirê çawa dê karibe helbestên nemir biafirînin? Bi tenê dikarin helbestê çêkin û helbestên çêkirî jî, temenê wan gelekî kurtin. Serkan Brûsk: Helbestvan bi rêya ziman xewn û xeyalên herî tevlihev yên ku di qûl û qewêrên aqil û giyanê de veşartîne aşkere dike û wan bi zimanekî xweşî taybet pêşkêş dike. Helbestvan di bîst û çar saetên rojê de xwe li ber wan hestan diqelizîne. Îca ew helbestvanê ku karibe di dema ku aqil xirêniyê ji xewê tîne de hestên xwe şiyar bihêle û pê sitranên jiyanê bide gotin; binexweşiya giran a helbestvaniyê ketiye. Gabar Çiyan: Ahmed Arîf dibêje ku helbest hîsê xweşikbûnê ye. Awira xwe ji bo vê pirsê bînin zimên? Mahsum Özer: Ev tiştekî pir rast e. Di cîhana hîsê helbeste de, bes bi tenê xweşikbûn heye. Kamran Simo: Helbest, netenê hestan xweşik dike, helbest; çanda ku zimanan xweşik dike ye. Ziman, bi zimanê Helbestvanan xweşiktir dibin. Helbestvan bêjeyan zelal û peyvan sipahîtir dikin. Helbestvan dengan dikine stran û ramûsan. Dengên ku helbestvan didine helbestê dengên sêhrî

ne, di hest û ruhê mirov de dibine mîna gul û stiriyên gulan. Helbest; ne komkirina qelabaxa peyvan e, yeko, yeko bi wijdan û bi şêwekî dadwarî bi cihkirina cihê ku mafê wana ye. Her tîp, her peyv û her hevok di cihê wan de bicihkirin e. Bi peyvan, ronahiya pêşveçûnê pêxistin e. Helbest; rengvedana hest û ramanê, hilpekandina mantiqê û di nav ziman de afirandina ziman e. Qabiliyeta hevoksazî û fêrbûna hilbijartina peyvan, ol û felsefa zanîna ziman e. Helbest; wekî leyîstika peyvê ye lê ne leyîstike, pêşxistina peyvê ye. Avahiya bi kêmhevokan ava dibê û ne xemila bi hebûnê re dimeşê ye, lê rêzana meşa hebûnê ye. Nivîsa ku hest û xeyalên mirov li ser mijarekê kilît dikê ye. Hunerê ji peyvan re dilvekirinê, şadiya xeyalan a di kurahiya hevokan de ye. Zanîna nepandî ya ku kêmasiyan vediguherê sipehîtiyê û ramana nazik û bi muzîkê re keliya ye. Xazîna hemû şaxên ziman di xwe de vedişêrê, peyva bi bask û bêpasport digerê ye. Helbest; Wênê ku dipeyîvê ye... Serkan Brûsk: Bi dîtina min helbest her cure hestan di nava xwe de hildigire lê wan xweş dibêje. Ger em tenê helbestê bi hesta xweşikbûnê bi sînor bikin, ew ê helbest ne ew cendî berfireh tesîrhişt û mayinde bûya. Ha mirov dikare bibêje; helbest her cure hestan (acizî, xemgînî, hêrz, bêhnfirehî, dilmanî, şikestinî, evînî û hwd) bi awayekî pir xweş û xweşik dibêje. (… anna avrat kufur eder gibi… wek ji dê û jinê re xeberan (dijûnan) bide… ) Gabar Çiyan: Ev dibêje, dibistana helbestvaniyê çênabe, tuneye? Dibistanekî wisa hebe jî helbestên ku ji wir derkevin bê nirxin. Hûn çi dibêjin? Mahsum Özer: Di nerîna min de dibistanekî wisa, ancex

mirov dikare di hindirê wata helbestên helbestvan de bibîne. Dervî vê mîna ku Ahmed Arîf gotiye, bi perwerdekirina hîs û teybetmendiyên helbestvanî, pir zor e ku mivor dikaribe bi yekîre çêke. Kamran Simo: Rast e, Kes nikarê hunera helbestê û helbestê bi helbestvan bide zanîn. Ne dibistana helbestê heye û ne mamosteyên helbestnivîsandinê hene. Roman çawa tê nivîsandin, kompoziyona wê çawa ye, çîrok çawa tê nivîsandin piçek be jî mirov dikarê bide zanîn û şêweya nivîsandinê bide fêhmkirin. Lê ya helbestê mirov nikare bide zanîn. Yanî zanînên teorîk û pratîkên helbestê mirov nikare bide. Lê hunera helbestnivîsandinê, bi pirxwendin û bihîstinê ye û helbestvan vê ji nav jiyanê derdixe û bi dest dixe. Dîsa mirov dikare wisa bêje; helbest rûbara hest û xeyalê yê ku di navbera xwendevan û helbestvan de ye. Serkan Brûsk: Dibistana helbestê heye; dema mirov ji dayika xwe dibe û heta çavên xwe ji bo cara dawî digire jî, mirov şagirtê helbestê ye. Her helbestvanek hem dibistan, hem şagirt û hem jî mamosteyê xwe ye. Bêguman mirov dikare bialîkariya dersên wêjeyî fêrî teknîka nivisandina helbestê bibe, helbestê baştir nas bike, helbestan jî binivîse û heta dikare serkeftî jî be. Kesek nexwenda yan kêmxwenda jî dikare helbestên pir hêja bibêje û binivîse. Gelek mînakê herdu kategoriyan jî hene. Mijûlahiyeke berdewam a helbestê pêwist e. Gabar Çiyan: Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergera wê nabe, dibêje Arîf. Hizira we çi reng? Mahsum Özer: Belê ez jî wisa dibêjim; fêkîkî ku bi têhna rojê û hêza xwezayê bigihêje tama wî çawa ye û yekî ku bi hêza kîmyayê bigihêje tama wî çawa ye? Bêgûman fêkiyê ku bi kîmyayê bigihêje tama wî nagihê tama yê ku bi hêza xwezayê digihê. (Pirtûka Arîf ji Tirkî wergera wêyî kurdî gelekî bê tam bûye.) Wergera helbestê jî wisa ye. Helbest qet neyê wergerandin jî, dîsan rast nabe. Di nerîna min de pêwîst

e ku helbest ji hêla hustên erbabên wê ve, werê wergerandin. Kamran Simo: Gelekî rast gotiye, dibe ku zanîbû an jî, hîs kiribe ku helbestên wî dê bi destên wergêrên ku nizanin wergerê bikin, werine wergerandin. Pirtûka wî, Zeynel Abidin wergerandiyw zimanê kurdî, ez bawer dikim xwedevanên ku vê wergera kurmacî bixwînin dê ji helbestên Ahmed Arif tiştekî fêhm nekin û Ahmed Arif dê li ber çavên wan weke helbestvan neyê dîtin.Wergêr bi Tirkî fikiriye û ji Tirkî wergerandiya kurdî, peyv bi peyv wergerandiye, çêja orjînalê winda kiriye û werger jî, bê çêj hiştiye. Ji bo wê ye ku Paul Valery dibêje, ‟‟helbest tiştekî wisa ye ku neyê wergerandinî tu zimanên din…‟‟ Lê wî bi xwe, helbestên Vergilius wergerandine zimanê Fransî. Mirov dikare bêje, ku xwendevanên bi Fransî dixwînin bi saya wergerandina wî Vergilius nas kirin. Disa Baudelaire, bi xurtê ku helbestên wî wergerandine Îngilizî, xwe pir tora dike. Ew jî mîna Paul valery helbestên Edgar Allan Poe werdigerîne Fransî. Dibêjin helbest nayê wergerandin. An xwe bi yên ku dixwazin helbestên wan wergerênin de tore dikin lê ew bi xwe helbestê werdigerênin. Em bi xweşbîniyê li van gotin û kiryarên helbestvanan yên ku hev nagirin meyzekin. Gotina ku dibêjin, helbest nayê wergerandin jî rast e û helbest wergerandina wan jî rast e. Ji ber ku hin kes di wergerandinê de, naverokê didinê, şêwe û rêstinê winda dikin. An şêwe û rêstinê didinê û naverokê winda dikin. Bi wergerandina xwe re helbestê zîk êşî dikin. Heta hin kes helbestê kor û kulek dikin, hevok an sembolên ku naçin xweşa wan wernagerênin. Bi van kiryarên xwe, xwendevan ji xwendina helbestê sar dikin. Ev mamosteyên helbestê dibêjin bila hostayên helbestê, helbestê wergerînin û wê bi xwendevanan bidine hezkirin. Ew jî baş dizanin ku helbest nehatibana wergerandin, me ne ew nasdikirin û ne jî, me yê helbestên Ludingira Sumerî, yê ji

berî zayîna Îsa bi çend hezar salan dilovaniya dayîka xwe di helbesta xwe de dibêje û diyarî roja dayîkan dike, xwendibana û zanîbana. Werger nebana, me ne Homeros û ne yên berî wî û paşî wî hatin nas dikirin. Me ne helbestvanên li welatên cuda nas dikirin û ne jî ew dixwandin. Me yê ji kû zanîbana ku hozana Mîdîllî SAFO (Sappho) li xizmeta Afrodît, xwedawenda hezkirin û evînê dest bi nivîsandina helbestê kir. Dengê hezkirin û axînkêşiya jinê ji hezarên salan ve, ev evîn û axînên jinên serdema xwe, di evîn û axîna xwe de gotin bi riya wergerê heta roja me hat û me SAFO wisa nas kir. Ji helbestvanan re bû kaniya helbesta hez kirin û trajedîye. Weke hemû beşên hunerê din, pêwîst e helbest jî were wergerandin. Da awaz û ahengên cîhanê nêzîkî hev bibin ji ezmûn û derbirînên hev sud wergirin. Bi riya wergerê dan û sitandin di nav netawan de pêk tê. Mirovan hê pirtir nêzîkî hev dike. Di cihên hevpar de wana digihênê hev û xizmetê ji aştiyeke hemdem re dike. Li aliyên din wergerandina helbestê zimanê ku pê tê wergerandin jî, bi pêşve dibe. Ji bo ku helbest bi zimanê bilind tê nivîsandin. Ji wergerandinê re jî, zimanê bilind pêwîst e. Serkan Brûsk: Helbesta her helbestvanekî/ê giyan, hiş, bîr, serpêhatî, perwerde, xeyal û hwd ê wî/wê kesê/î ye. Wekî din jî, helbest ziman bixwe ye. Ez bawer nakim ku tu tekstên din bi qasî helbestê bi ziman bi xwe re ew qasî bûbe yek. Mînak di teksteke zanistî de ziman weke alaveke ragihandinê ye. Lê girêdana helbest û ziman mîna goşt û hestiyan e. Îca kesek dikare li gora zanista wergerê tekstekê ji zimanekî ji bo zimanekî din wergerîne. Ev ji bo tekstên zanistî û paxşanî asan e. Lê ne ji bo helbestê. Ji ber helbest bi peyvan tê avakirin. Û her peyvek di her zimanî de xwedî dîrokeke wateyî ye. Ji lew re jî wergera helbestê zehmet e lê şîroveyeke baş a helbestan dibe. Wek mînak mirov dikare piştî temenekî bibe hemwelatiyê dewleteke din û bi awayekî fermî belgeya hemwelatiyê bistîne û zimanê wî miletî jî baş fêr bibe, lê mirov nikare ji binî de giyan û çanda xwe bike ya

miletekî din. Ev ne asan e, çend nifş jê re lazim e. Ji bo teksteke zanistî guhertina ziman têrê dike, lê ji bo helbestê, na. Gabar Çiyan: Arîf bi kurdî baş dizane. Çi tesîra zimanê Kurdî li ser helbestvaniya wî heye? Mahsum Özer: Dibêjin ku Arîf bi kurdî fikiriye û bi Tirkî nivîsiye. Rast e, şeqsê wî ji kokên herdû gelan hatiye tamandin. Lê bi bandora çanda Kurdistanî mezin dibe û bêhna vê bandorê bi rengekî giştî ji helbestên wî tên. Pirtûka wî bi çi zimanî dibe bila bibe, nîrxên giranbiha ji bona mirovahiyê tê de aldar bûne. Kamran Simo: Zanîna kurdî, na nezanîna kurdî ez nizanim lê tiştê ez zanim ew ku Ahmed Arif bi Tirkî nivîsiye û ji helbestvanekî Kurd pirtir helbestvanekî Tirkî ye. Mîna Kurdekî çepgirekî Tirkiye hest û ramanên xwe bi Tirkî anîna ziman. Rast e hevîrê hest û ramanên Ahmed Arif ji Kurdistanê ye û gelek êşên gelê Kurd di helbestên xwe de anîna ziman. Lê qet navê Kurdistanê li derêke derbas nabe. Navê Anadol çokuruva torosan heye, lê navê Kurdistan, Zagros û Germiyan nîne. Ez bawer nakim di hunandina helbestên wî de ku zanîna zimanê kurdî bandor kiribe ji bo ku di wê demê de Kurdên ku bi kurdî zanibin û karibin helbesta nû binivîsin an kurdiya wan bandorê li zimanê ku pê helbestê dinivîsin bike li bakurê Kurdistanê hebin. Dibe ku kurdiya wî jî, mîna kurdiya Yaşar Kemal devoka herêmî be û sûd ji destan û stranên kurdî wergirtibe. Serkan Brûsk: A. Arîf ji hêza zargotin û folklora kurdî bi awayekî maksîmal sûd wergertiye. Mirov tesîreke pir vekirî ya sitran û biwêjên kurdî di hemû helbestê wî de dibîne. Ji xwe taybetmendî û xweseriya wî ya ji helbestvanên Tirk di vir de xuya ye. A. Arîf bi alîkariya zimanê kurdî, ji xwe bi turkî zimanekî xurt î wêjeyî, ji bo gotina êş û janên Kurdan ava kiriye.

Jan Dost

1988an

1993an di pêşbirka kurteçîroka Ku Almanyayê dijî. 1995, Mijabad Weşa *** Jîr Dilovan: ? Jan Dost: yeke Ew di N

berhema min a kurmancî ya

pirtûka min a yekem bi erebî derketi

Kurdî Jîr Dilovan: kir û we ji kîjan çavkani

lêkolîneke çawa ?

Jan Dost: Tu dizanî dema min K

Mi

Hevalê mi

-

Ez bêtir li nivîsandina destanê germ kirim û bi nirxê berxwedana K Jîr Dilovan: Di warê wêjeyê de tu dikarî ?

Erebî û Kurdî Jan Dost:

M

Lê pişt re min bi biryar êdî nema bi er

Lê di warê lêkolînê de ez b

Bi sed hezaran berhem û destnivîs kurdî û e û hîç ji kurdî Astengî û zextên ku bi ser kurdî Digel vê yekê jî bala xwe bidinê bê kurdî her çiqas ku tu zimanî çêja murekkebê û pel û xameyan dît. Jîr Dilovan: Gelo kurdî

vî ?

Jan Dost: Kurdî ez qet xeyal nakim ku bi zimanekî ji bilî kurdî bikaribim hestên têkeve şûna şêrînîya kurdî Ez ji zimanê x Ez aşiqê kurdî Ez her carê li tam û çêjeke nû û nenas rast têm û ecêbmayî Jîr Dilovan: Di wergera ji e ? Jan Dost: Kurdî

ne wek yên Kurdî

-

Astengeke lê gelekî ji yê kurdî zimanê erdnigarî û tarîx

Heta niha ferhengek kurdî Ferhengeke ! Jîr Dilovan: dibêjin kurdî ? Jan Dost:

Lê têra nivîsê divê

were gotin ku divê zimanê kurdî Divê zimanzan bi şev û

zimanê kurdî û divê em wî li ber xin û bibêjin

propagandaya neyarên gelê Kurd ku bi sedê salan e dib kurdî kurdî !

Gava ku ev kes bibînin her cûre zanîn û kitêbên navdar bûne kurdî wê demê wê baw Jîr Dilovan:

? Jan Dost: Ez bi xwe wêjeyê wek yek qa

berhem keda wî û perwerdeya wî ya hunerî û

Min bi helbe

û hişmendiy

êdî ez wisa pê dihisim ku nikarim bi helbestekê kula dilê

hunera xwe ya di zimanê kurdî de

Lê ez van hemûyan li romanê bar dikim û roman jî bi rastî hingî xurt e dikare barên giran bi hêsanî hilgire

Jîr Dilovan:

n

Ango hûn hêza xwe tenê bidin mijarekê wê ji bo we ?

Jan Dost:

ez ku hêza xwe Ev yek ê roj û salên di pêşyia me de bersivê bidin. Jîr Dilovan: Rola vê yekê ya di nivîskariya we de çiq

?

Jan Dost:

Ez

Jîr Dilovan:

? Jan Dost: B

ku kêmanî hebi

ku karibim berhemeke sezayî û nifşên ciwan sûdê jê werbigrin. Jîr Dilovan: Jan Dost: bidestxisti

? Û mîna kesên ku di rêza

tirsa min a mezin ew e ku temenê min têra min neke ku ez ji bo gelê xwe û vî zimanê xwe yê şêrîn têr xizmetê bikim. Jîr Dilovan: Ji bo xwendekarên Kurdî hûn dixwazin çi bibêjin? Jan Dost: Li Ewropa derfet gelek in û wa ye li Kurdi

Gava ji min re go

Internetê re ew fêrî kurdî ki

Dûbare dikim gunehka

Kesekî Hûn hêviyên me ne. Jîr Dilovan: Ji bo vê hevpeyvîna delal spas dikim û her berhemdar bin... Jan Dost: Ez jî ji bo vê xebata we ya nirxdar sp malpera enstîtuyê pîroz dikim.

û

Fevzî Ozmen

Alîşêr Sayan: Berî her tişhtî em dixwazin we binasin. Gelo „Fevzî Ozmen“ ji ku tê û diçe ku? Fevzî Ozmen: Li gor fêmkirina min, mirov dikane pirsa te ji du aliyan ve bibersivîne. Yek; ji aliyê jiyanê ve, û du; ji aliyê nivîsê ve. Ji aliyê jiyanê ve ez; di sala 1943´yan de li herêma Serhedê, bajarê Erzoromê, navçeya Qortiyê(Çatê) li gundê „Şorax“ê hatime dinê. Di wê demê de ne li gundê me, ne jî li gundên dora me dibistan hebûn. Min dibistana seretayî li gundekî deh kîlometer ji gundê me dûr, li cem meta xwe xwend. Pişt re dibistana navîn û dibistana amadeyî (lîse) li Erzoromê xwend. Pişt re min Peymangeha (fakûlte) Karsazî ya Zanîngeha Stenbolê qedand. Min karmendiya dewletê nekir. Ez her tim bi serê xwe xebitîm. Ji sala 1993´an û vir de ez li Almanyayê dijîm. Ji aliyê nivîsê ve jî, ji sala 1975´an hetanî 1997an, min wek nivîskarekî amator helbest û çîrok nivîsîn, lê ji van helbest û çirokên min tenê çend heb di hin kovarên Kurdî de hatin weşandin. Min ji sala 1997´an vir ve dest ji helbestan berda û tenê li ser çirokan rawestiyam û ev hewla min hêj didome. Lê ez dikarim vê jî bibêjim, di heman demê de min proja romaneke ji sê bergan pêkhatî da ber xwe û ez li ser dixebitim. Ev proje hê jî neqediyaye, lê piraniya beşên wan qediyane. Eger tenduristî û temenê min têr bikin û dest bidin, ez ê vê pirojê bi serkeftî bidawî bikim.

Alîşêr Sayan: Em bawer dikin „Sîyên Şikestî“ berhema we ya yekemîn e. Berî vê pirtûkê gelo ti pirtûkên we yên din hatine weşandin? Fevzî Ozmen: Sîyên Şikestî, berhema min a yekemîn nîne. Beriya wê min gelek helbest û çîrok nivîsîbûn. Wek hûn jî dizanîn wê demê her tiştên kurdî li Tirkiyê qedexe bûn. Ferheng û rêzimana (giramera) kurdî tunebûn. Di destê me de tenê ferhengeke piçûk a kurdî û Tirki ku ji aliyê gorbihişt Musa Anter ve, di zîndanê de hatibû nivîsin û giramereke Kemal Badilli hebûn. Wan jî bersîva me nedidan. Lewma nivîsên me ji aliyê wêjeyî û ziman de gelekî jar bûn. Lê dîsan ji wê demê min deftereke mezin, ji 150 helbestan pêkhatî tije kir da ku ez bişînim Ewropayê û bidim weşandin. Lê mixabin piştî darbeya Artêşa Tirk ya 12 Îlona 1980´yî, ez bawer dikim di bihara 1981´an de, leşker diavêjin ser gundê me û dest bi sehkirina malan dikin. Ez wê demê li Çewlîgê bûm. Ew deftera ku ez dibêjim, li mala amojineke me ye jinebî de veşartî bû. Ji amojinê wetrê di defterê de tiştine pir xeter hene. Eger bikeve destê leşkeran, dê Fevzi bibin bi dar ve bikin. Ji ber vê tirsê defterê diavêje tendûrê û dişewitîne. Piştî şewitandina wê defterê, arîşena(morala) min gelekî xera bû. Demeke dirêj min tiştek nenivîsî. Di destpêka sala 1987´an de ez hatim Stenbolê. Wê demê rewşenbir û siyasetmedarên Kurd hêdî hêdî dihatin Stenbolê û li hev diciviyan. Êdî ji nû ve damezirandina komel û weşandina kovaran dest pê dikirin. Wan qewimîn û pêşveketinan ji nû ve arîşeya me bi rêk û pêk kirin û me jî li gel van tiştên erênî careke din dest bi nivîsê kir û hêj didome. Alîşêr Sayan: Serpêhatiya destpêka nivîsandina „Sîyên Sikestî“ çawa bû û we bi çi hestan dest pê kir? Ew çîrokên ku min di pirtûka „Sîyên Şikestî“ de weşandine, di demên cûr be cûr de hatine nivîsîn. Pêşiyê di ramana min de weşana pirtûkek wiha tunebû. Ew Çîrok di dema xamiya min de hatibûn nivîsandin û ji aliyê wêje û ziman de jar bûn. Min hin ji wan li Stenbolê nivîsîbûn, hin jî li Ewropayê. Di

salên 2000´î de bêyî ku ez naveroka wan biguherînim, min ew di ber çavan re derbas kirin û hin ji wan di kovara „Amara“ û „Hîwa“ de weşandibûn. Pişt re li ser pêşniyazên hin hevalan me biryara weşanê da û em li ser navê wê ramiyan. Ji ber ku çîrokên min hilbijartibûn, dawiya wan bi mirinê qediyabûn, min dixwest ez navê pirtûkê „Mirin“ an jî „Mirina Tewratê“ lê bikim. Lê herdû nav jî pir sar bûn. Ji bo navekî lêhatî min ji çend hevalên ku tekstên çîrokan xwendibûn, pirsî. Ji wan gelek nav hatin. Di nav wan navên hatî de, min „Sîyên Şikestî“ ku ji aliyê Mamoste Mahmut Aydın ve hatibû pêşniyarkirin, eciband û pejirand. Piştre min bi alikariya hevalê xwe İsmail Goldaş, bi Ahmet Unal ku berpirsiyarê „Weşanên Pêrî“ ye, re tekilî danî, sêlika çirokan jê re şand. Wî jî çirok gelekî ecibandin û weşand. Alîşêr Sayan: Rastiya hemû çîrokan heye an jî yên xeyalî jî hene? Fevzî Ozmen: Cureya wê ci dibe bila bibe, eger mirov nivîsekê wek berhema wêjewî bipejirînê, berî her tiştî divê di wê nivîsê de fantazî hebe. Ji xwe afirandêriya nivîskar jî ji fantaziyê tê. Bê fantazî wêje nabe. Lê fantazî bi serê xwe tenê jî nikare bibe wêje. Mijara çîrokan ji rastiya jiyana Kurdan tê, lê nav xeyalî ne û bûyer bi fantaziyan hatine hûnandin. Alîşêr Sayan: Berî ku hûn pirtûka xwe binivîsînin we ji bo stîla wê ti lêkolîn kirin, di vê derbarê de rola azmûna we çend e ? Fevzî Ozmen: Min gava din jî gotibû, ji bo nivîsandina vê pirtûkê ti pirojeyeke min nînbû. Dem û cihên çîrokên di pirtûkê de cih girtine curbecur in. Li gor dîtina min ji bo şêweyê (stîlê) lêkolîn nayên kirin. Min lêkolîneke wiha nekiriye. Dibe ku mirov di bin bandora hin nivîskarên bi nav û deng de bimîne û şêweya wî/wan bi kar bîne. Lê divê ew rewş pir nedomîne û mirov stîla xwe bixwe biafirîne. Min berhemên gelek nivîskaran xwend, bi zimanê Tirkî û kurdî. Berhemên çîroknivîsên Tirkan pir bala min nedikişandin. Semedê vê yekê dibe ku psîkolojîk be. Di nav çiroknivîsan

de, berhemên ku bal û meraqa min pir dikişandin, nivîskarên Ûris Çexov û Şolohov bûn. Ez dikarim vê ji bêjim, ji çirokan bêtir min roman xwendine. Lê di nivîsên xwe de ti min nivîskarek ji xwe re nekiriye mînak. Ji xwe çîrok û romana kurdî hêj jar e û nikare bandorê li ser nivîskarên nû bike. Alîşêr Sayan: We çima xwest, hûn çîrokan bi zimanê Kurdi binivîsinin? Fevzî Ozmen: Berê her tiştî ez Kurd im, zimanê min kurdî ye û ew jî wek her tiştên kurdî bindest e. Divê her Kurdek ji bo ku ziman û nirxên kurdî yên din jî ji vê bindestiyê rizgarbin, têbikoşe. Ev têkoşîn erkeke neteweyî û dîrokî ye. Ez jî li hember vê erkê her tim xwe berpirsiyar dibînim. Ji ber vê hindê, ji bo min bi zimanekî din nivîsîn, tawan e. Min bi salan di dibistan û zanîngehên Tirkan de xwendiye. Bi sedan pirtûkên bi Tirkî hatine nivîsîn min serobin kirine. Wêjeya cihanê ez bi zimanê Tirkî hîn bûme. Di her warê rêzimanî û gencîneya bêjeyan de Tirkiya min ji kurdiya min xurtir e. Ez bi zimanê Tirkî, ji zimanê kurdî xurtir dikarim berheman biafirînim. Lê min hetanî îro qet meqaleyek jî bi zimanê Tirkî nenivîsiye. Ne ku ez dijminê zimanan im, an jî dijminê zimanê Tirkî me. Ji ber ku yên li wî zimanî xweyî derkevin pir in û zimanê kurdî jî qedexe ye û bê xwedî ye. Li aliyê din ez jiyana kurdî nikarim bi Tirkî binivîsînim û jê çêjê nagirim. Vegotina jiyana her giyanekê/î tenê bi zimanê wî biçêj e. Her sewalek li gor cinsê xwe dengan dertîne. Hîrina hespan, orinên dewar, vîçinên çivîkan, vizinên mêşan cihê cihê ne. Her sewalek ji dengê xwe fam dike û ji dengê xwe hez dike. Mirov jî wisa ye. Ji ber van hindan ez bi kurdî dinivîsîm. Alîşêr Sayan: Gelo we kîjan zehmetî di warê zimên de dîtin û we hîsê xwe bi hesanî anîn zimên? Fevzî Ozmen: Wek min gava din jî dîsa gotibû; di dema ku me xwest em bi kurdî binivîsin, di destên me de ti daringeke em jê alîkariyê bigrin tunebû. Her çi tiştên ku hatibûn nivîsin jî, ji aliyê rêziman û rastnivîsê de pir jar bûn. Kilasîkên kurdî bi tîpên erebî bûn. Kovar û rojname tunebûn. Alfabeya kurdî

ya di destê me de bû, ji 36-37 tîpan pêk hatibû. Ti kovarek wek „Hawar“(li derveyî welêt ji aliyê Mîr Celaldet Bedirxan û hevalên wî ve bi tîpên erebî û latinî hatibû weşandin) an jî rojnameyek tunebû. Me nizanibû çi rast e, çi çewt e. Me zimanê kurdî çawa ji devê dê û bavên xwe û ciran û xizmên xwe bihîstibû wisa dinivîsî. Ji xwe ew jî çewt dihat nivîsin. Wek tê zanîn zimanê nivîsê û yê devkî di ti zimanekî de hevdû nagire. Lê Kurdên li derveyî Tirkiyê ji me bişanstir bûn. Qet nebe di destên wan de, bikêmasî be jî, hin amûr hebûn. Alîşêr Sayan: Dema meriv çîrokên we dixwîne, meriv dikeve nava rastiya jiyanê. Hûn dikarin hinekî behsa terzê xwe bikin? Fevzî Ozmen: Tiştên ku min nivîsandine, yên di jiyanê de qewimîne an jî diqewimin, ew in. Ango mijarên nivîsên min realîst in. Navên lehengan her çiqas sembolîk bin jî, ne veşartî ne. Ez rasterast lehengan diajom nav bûyeran. Ji ber vê yekê dema xwendewan nivîsan dixwîne, hema xwe di nav bûyeran de dibîne. Ez vê şêwazê bi zanayî bi kar tînim. Alîşêr Sayan: Kesayetiyên ku di çîrokan de, ne veşartî ne, tesvîr û bûyer li dora van keseyatiyan digere. Gelo ev kesayetî we bi tesadufî hilbijartiye an jî armanceke we hebû? Fevzî Ozmen: Jixwe kesayetî û leheng bi hev ve girêdayî ne. Rola wan a di şîrove û bûyeran de jî yek e. mirov nikare leheng û kesayetiyan ji bûyer û şîrovan dûr bixe. Eger mirov leheng û kesayetiyan ji bûyer û şîrovên çîrokan dûr bixe, wê çîrok ji hev bê belvakirin û wê bêwate bimînin. Li gor dîtina min ti nivîskarek kesayetî û lehengên xwe tesadûfî hilnabijêre û nivîs bê armanc nabin. Mijarên nivîsan çi dibin bila bibin, her nivîskar dixwaze di wê nivîsê de peyamekê(mesajekê) bide xwendewanên xwe. Ji ber vê yekê min jî hilbijartina kesayetiyan bi zanayî pêk anine. Alîşêr Sayan: Piştî meriv dest bi xwendina cîrokên “Siyen Sikestî” dike, çirok bi awayekê meriv dikşînin

nava xwe. Pirsa me jî ev e: gelo efsûn di kudera çîrokan de ye? Di realîtê de ye, di zimanê zelal de yan jî di mijarê de ye?. Di kîjanê ji van de ye? Fevzî Ozmen: Li welat çi encam heye ez pê nizanim, lê yên ku li Ewropayê „Sîyên Şikestî“ xwendine, hemû hestên xwe wek we tînin zimên. Bi rastî ez nizanim, ji „Sîyên Şikestî“ çiqas pirtûk gihîştine destê xwendewanan. Ez dikarim bi gelemperî vê tiştê bibêjîm; nivîsên yekalî bal û coşa xwendewanan nikarin bikişînin ser xwe. Ji bo ku nivîsek bala xwendewanan bikişîne ser xwe, divê hersê tiştên ku we di pirsa xwe de diyar kirin, tê de hebin. Ango, divê zimanê nivîsê zelal be, realîta wê xurt be û mijara wê balkêş be. Eger nivîs van hersê faktorên we diyar kirin û hin yên din di xwe de neguncîne, ti mirov nikare tê de efsûnê û mefsûnê bibîne. Alîşêr Sayan: Emê werin ser cîroka pêşin, kesên ku çiroka bi navê „Mirina Tewratê“ dixwînin dikevin nava êş û kedereke mezin. Pirsa me jî ewe ku we çima tewrat kuşt? Fevzî Ozmen: Min Tewrat nekuşt. Bindestiyê Tewrat kuşt. Xizaniyê Tewrat kuşt. Bê mecaliyê Tewrat kuşt. Nezanî û îhmalkariyê Tewrat kuşt. Bûyera Tewratê trajediya jina Kurd e. Her salê bi hezaran Tewrat tên kuştin. Bûyera Tewratê bêxêretî, belengazî û melûlbûna mêrê Kurd e. Bûyera tewratê, bîrîneke Kurdistanê ya kûr û tehl e, birîneke neteweyî û ciwakî ye. Birîneke mirowatiyê ye! Alîşêr Sayan: Di çîroka bi navê „Hewldana Lihevanîneke Encambixwîn“ de we gelek lêhengên cûr bi cûr anine cem hev û bi hev re xistine nav diyalogê. Kesayetiyên ku hatine hilbijartin, em hemû di jîyana xwe de wan nas dikin. We ew gelekî dewlemend tasvîr kirine û we xwastiye rastiya cîvakê hinekî bidin zanin. Gelo armanca we çi bû ji vê cîrokê? Fevzî Ozmen: Civaka me di kîjan pêvajoyan de derbas bûye, divê em pê bizanin. Piştî serhildan û raperînên Kurdên bakur,

dewleta Tirk vîna Kurdan radest kiribû. Ango dîl girtibû. Ji bo projeyên xwe yên pişavtinê(asîmîlasyonê) hêsantir tetbîq bike, ji xwe re hevkar diafirandin. Li gel navçeyên heyî, hin navçeyên nû ava dikirin. Dixwest hin malbat û qebîleyên di warên aborî de jar û lewaz, bi alî xwe bixe û ji wan girseyeke Kurdên bi dewletê ve girêdayî biafirîne û wan wek mînakên baş pêşkêşî civaka Kurd a nîvmirî bike. Ev bûyer bi taybetî di dema Partiya Demokrat de di salên 1950´yan de, li tevahiya Kurdistana Bakur belav bûbû û tebeqeyeke nû ya seyr pêk hatibû. Êsta, min di vê çîrokê de xwest ku ez dimenekî ji vê tebeqeya seyr biwênînim. Alîşêr Sayan: Di çîroka bi navê „Sixûrê Bibocik“ de we bûyerên di zarokatiya we de qewimîne anîne ber çavan? Fevzî Ozmen: Bûyerên wiha him di dema zarotiya me de, li her derê Kurdistana Bakur pir bi tundî pêk dihatin, him jî hetanî roja me ya îro didomin. Dewleta Tirk wek tê zanîn, zimanê kurdî li her qada jiyanê qedexe kiribû û yên bi kurdî diaxivîn tûşî curbecur cezayan dibûn. Wezareta Perwerdeyiya Neteweyî ya Dewleta Tirk jî, bi tundî tevlî vê çalekiyê dibû. Nemaze li gundan ji şagirtên Kurd ên dibistanan, sîxur hildibijartin û erk didan wan. Evên sîxurtî dipejirandin, li nava gund digeriyan û yên ku bi dê û bavên xwe, an ji bi xizmên xwe re bi kurdî diaxivîn tespît dikirin û radigihandin mamosteyê dibistanê. Dotira rojê mamoste ew kesên ku li nava gund bi kurdî axivibûn dianîn, li orta polê bi hevalên wan dida ber kotekan. Ev bûyerên wiha hetanî nava gund sîrayet dikirin û kîn û buxz dikirin nava malbatan. Êsta çîroka „Sîxurê bi Boçik“ dimenek ji van bûyerên wiha ye Alîşêr Sayan: Çîroka herî balkês „Kuştina Mihoyê Kurtêlxur“ e. Berê di gund û cemaatan de çîrokên wek „Kuştina Mihoyê Kutrêlxur“ dihatin gotin. Lê we ev taybetmendiya gelê Kurd ji wan standiye û bi xemilandineke gelek berfireh, modern aniye ziman. Taybetmendiya vê cîrokê ji bo we çi ye?

Fevzî Ozmen: Li Kurdistanê, di van demên dawiyê de, di jiyana bajarwaniyê de, bêkarî di mistewayeke pir bilind de bû. Vê rewşê jî gelek kesayetiyên bêsinc(bêexlaq), diz, delkbaz, birçî û sûtal diafirandin. Çîroka „Kuştina Mihoyê Kurtêlxur“ ya komeke ji van kesan pêkhatî û miroveke saf î durist e. Ev kes jî, ji beşek Kurdên bajarî ne. Di bûyerê de ji derî motîfên siyasî, motîfên etîk li pêş in. Bûyer bi tevahî bûyereke civakî ye û li Erzoromê û derdora wê qewimiye. Alîşêr Sayan: Her wiha her çiqas çîrokên we li ser jîyana Kurdîtiyê an jî li ser têkiliyên kevneşopiyê bin jî, di „Strana li ber Mirinê“ de nakokiya Kurdekî di nava jiyana bajerekî mezin de dide nişandan. Dîlawer lehengê cîrokê ye û pirsa me jî di vê xalê de ev e, Dîlawer mirin heq kir gelo? Fevzî Ozmen: Di vir de berî ku mirov bersîva pirsa, Dîlawer mirin heq kiriye an na, bide, divê mirov rastiyekê destnîşan bike. Dîlawer li vir ne tawanbar e, ew li vir bê vîn e. Di eslê xwe de Dîlawer, rewşenbîr e û xwenda ye. Xweyî pîşe ye. Lê bê vîn û hiş e. Karekterê wî, kesayeta wî jar e. Xwe dide pelçiqandin. Ango qîmeta xwe nizane. Li pey tiştine piçûk digere. Bêyî ku tiştan binirxîne, diçe biryaran. Xwe bi xwe dixeyîde. Tiştên ku li dorê diqewimin, bi hîşê xwe nanirxîne, bi hestên xwe dinirxîne. Bêbal e. Tu bivê nevê ew taybetî mirovan dibe mirinê. Di vê çîrokê de min xwest ez bala xwendewanan bikişînim ser kesayetiyeke wiha û kesayetiyên wiha di nav me de gelek in. Alîşêr Sayan: Di çirokên wek „Qedera Tawanbar“ û „Milayîketê Xwedê“ de nakokiyên kevneşopiya civakê, hewldan û libendemayina guhertinan tên ber me. Hûn çima dixwazin vê nakokiye bidin xuyandin? Fevzî Ozmen: Ez şêst û pênc salî me. Her çiqas demeke dirêj e, ez dinivîsînim jî, dîsa ez xwe hêj wek nivîskarekê nabînim. Lê erka nivîskar û rewşenbirekê/î çi ye, divê mirov bizane. Bi dîtina min erka rewşenbir an jî nivîskar ev e ku divê li nakokiyên nav civakê bigere, li wan bikole û wan bibîne. Pişt

re, rê şanî civakê bide û wê biguherîne û bidirûvîne. Ango ji bo guherandin û dirûvandina cîvakê bixebite. Di eslê xwe de, min xwest ku ez di van çîrokan de nezanî û lipaşvemayîna cîvaka me piçkî bînim ziman. An jî dimenekî ji vê rewşa civaka me bînim ber çavên xwendewanan. Alîşêr Sayan: Di çîroka destgirtiyên rojekê de we gelek rewşenbîr û xweyî pîşeyên wek bijîjk, mamoste, parêzer, siyasetmedar û weşîner di pîrozbahiya nîşana Şevînê û Rênas de anîne cem hev û li dor maseyekê kom kiriye û wan didî axaftin. We xwest hûn çi encamê ji vê dimenê der bixin? Fevzî Ozmen: Birastî ew dimena ku min di vê çîrokê de xwestiye ez nîgar bikim, dimeneke balkêş ya rewşa hin rewşenbîr û siyasetmedarên me yên wê demê ye. Ango ya dema salên 1980´yan e. Hinên ku xwe di wê demê de rewşenbîr, rêber dihesibandin, di aliyê sinc û etîkî de pir lewaz bûn. Ji duristiyê diaxivîn lê ne durist bûn. Ji hemdemî û demokratbûnê dixivîn, lê ne hemdem bûn û nejî demokrat bûn. Ji welatparêziyê diaxivîn, lê ne welatparêz bûn. Xwe bêhnpak û dilpak dihesibandin, lê ji van erdeman pir dûr bûn. Pir diaxivîn lê tiştek nedikirin. Piştî avêtina çend qedehan, li ser maseya alkolê çend welat diafirandin, lê sibehê radibûn li, ser nexşeya cihanê cihên wan welatên ku wan şeva çûyî afirandibûn, nedidîtin. Êsta, dimena ku min xwest ez rexne bikim, dimeneke wiha ye. Alîşêr Sayan: Em dixwazin ji we pirs bikin. Gelo tevgera rizgariya netewa Kurd bandoreke cawa li ser we û li ser nivîsên we dike? Fevzî Ozmen: Tevgera Rizgariya Kurdistan, sî sal e, di herêma Rojhilata Navîn de têdikoşe û bandora xwe daye ser sazûmaniya hemû dinyayê. Bi taybetî bandoreke germ î kûr li cîvaka Kurd kiriye û ew him guhertiye hem jî serûbînî hev kiriye. Ji çaşan bigire hetanî xayinan, ji welatparêzan bigire hetanî ajanan, ji rewşenbîran bigire hetanî hunermendan, herkesî ji vê tevgerê tiştek girtiye û bibandor bûye. Êdî ti

kesek, kesê berê nîne. Herkes kesekî/ê nû ye. Dijmin jî dijminê nû ye, dost jî dostê nû ye. Madem ku ez jî ferdekî ji vê cîvakê me, min jî biqasî xwe ji vê tevgerê kelk û sûd sitandiye. Bandora Tevgera Rizgariya Kurdistan, ne tenê li ser nivîsên min tesîr kiriye, di her warê jiyana min de guhertin pêk aniye. Alîşêr Sayan: Hûn gihîştin armanca xwe ji nivîsa çîrokan? Fevzî Ozmen: Naxêr. Çîrok ji bo min destpêkek e. Her ciqas salên min li jor bin û temenê min têr neke jî, armanca min a dawiyê, temamkirina romanên min in. Birastî armanc bêdawî ne. Ti caran dawî li armancan nayên. Yek diqede, ya din dest pê dike. Alîşêr Sayan: Zimanê çîrokan her ku kurdî be jî bi zimanekî nûjen û zelal hatiye nivîsandin. Wêje û nivîsandina kurdî her çiqas dewlemend nebe jî, we berhemeke bêhempa ava kiriye, gelo we kî ji xwe re wek mînak girtiye? Hûn ji xeyni Kurdan kîjan niviskaran diecibînin, roman û cîrokan bi kîjan zimanan dixwînin? Fevzî Ozmen: Wek min gava din jî gotibû, di çîrokan de min ti kesek mînak negirtiye. Di romannivîsê de jî min keseke berbiçav mînak negirtiye. Wek tê zanîn romana Kurdî hêj di wêjeya cihanê de cihê xwe negirtiye û nû ye. Gelek berhemên hêja hatine nivîsîn. Lê gelek ji wan pir jar in. Mirov nikare ji gelekan re bibêje roman e. Gelek ji teknîk û stîla romanê dûr in. Ji xwe ez xwe ji romannivîsan nahesibînim. Li aliyê din min bixwe, hê jî xwe negihandiye hemû romanên ku bi Kurdî hatine nivîsîn. Ez ji lîseyê vir de romanan dixwinim. Min romanên gelek nivîskaran xwendine. Ez bawer dikim hetanî îro nêzîkî hevsed heyştsed romanî min xwendine û hê jî dixwînim. Di nav nivîskarên cihanê de yên ku ez pir jê hez dikim; Tolstoy, Yeviskî, Hûgo, Balzak, Zola, Hemingway, London, Solohov, Çexov û hwd. Her çiqas min got ez bi Tirkî nanivîsîm, lê exleb ez bi Tirkî dixwînim.

Piçkekê jî di vê dawiyê de bi Almanî ez dixwînim. Nivîsên ku bi kurdî tên nivîsîn, ez di malperên Kurdî de dişopînim. Alîşêr Sayan: Niha hûn li ser çi dixebitin? Fevzî Ozmen: Ez di vê pêvajoyê de piçkekê li ser karên saziyan dixebitim. Di hefteyê de sê rojan jî ji bo debara xwe diçim kar. Ji bo nivîsê dema min kêm e, lê divê ez vê pirsgirêka demê çareser bikim. Alîşêr Sayan: Hûn di dawiyê de dixwazîn çi bibêjîn ji bo xwendevan û endamên Malpera me? Fevzî Ozmen: Beriya her tiştî ez dibêjîm em malpera xwe xurt bikin û pişt re ji xwendevanên Malpera xwe tiştan bixwazin. Ez bawer dikim ku wê xwendevan tiştine baş di malpera me de bibînin, ew dê her tim serî li malpera me bidin. Alîşêr Sayan: Spas ji bo hevpeyvîna we! Fevzî Ozmen: Ez jî ji we û ji hemû berpirsiyarê malperê re spas dikim ku we bi min re ev hevpeyivîn pêk anî.

Jîr Dilovan

Nivîskar, Helbestvan, Wergervan û Mamosteyê Zimanê Kurdî Jîr Dilovan di nava wêjeya Kurd de xwedî cîhekî taybet û giranbûha ye. Jîr Dilovan li ser xebat, armanc, xwestek û projeyên xwe bersiv da pirsên me. Siyamed Sîpan: Di serî de em dixwazin we hinekî ji nêzîk ve nas bikin, ez bawer dikim hemû xwendevanên me jî vê yekê meraq dikin. Jîr Dilovan: Ez Jîr Dilovan, ji gundê Hêştrekê me. Ev gund li herêma Tora rengîn bi Midyada Mêrdînê ve girêdayî ye. Sala 1956an ji dayîk bûme. Min dibistana seretayî li gund, ya navîn li Midyadê, dibistana mamostetiyê li Kirşehir û Zanîngeha Anatolya li Eskîşehir qedandiye. Piştî 17 sal mamostetî, ji ber çalakiyên siyasî hatim girtin û 3 sal û 9 heyv ceza dane min. Ji ber kuştinên ku serî hatibû pîvazekê (sala 1992-1995) mecbûr mam ku welatê xwe berdim. Herwiha reviyam û li Elmanya bûme penaber. Yazdeh sal in li Elmanya, bi mafê rûniştina siyasî jiyana xwe didomînim. Siyamed Sîpan: We heta niha du berhem derxistine, hûn dikarin hinekî behsa naveroka wan her du berheman bikin?

Jîr Dilovan: Min bi navê “Zenga Zêrîn” romanek û bi navê “Ji Biçûkan re Çîrok Ji Mezinan re Dîrok” du berhem dane weşandin. Zenga Zêrîn, jiyana xort û qîzeke Kurd ku xwe winda kirine û haya wan ji eslê wan tine vedibêje. Her du jî di dibistana mamostetiyê de dixwînin, hev nas dikin û bi hinek bûyerên sosret ku tên serê wan, xwe jî hêdî hêdî nas dikin. Piştî ku xwe nas dikin û dibin mamoste, dizewicin û li gundê Mêrdînê mamostetiyê dikin. Êdî girtin, êşkence û rajêrkirin dibe para wan. Çima? Ji ber ku li eslê xwe xwedî derdikevin. Roman bi vî awayî didome. Helbestên fabl ku min ji çîrokên me yên dîrokî girtin û bi helbestî nivîsîn, ji aliyê şaredariya Sûrê ya Amedê ve du caran hate çapkirin û li zarokên Kurd hate belavkirin. Bawer dikim pirtûkek ji ya Kurdî ku herî bêtir hatî belavkirin e. Ev jî destegulek ji çîrokên Kurdan ên herî kevnare û bi wate ne. Siyamed Sîpan: We yek roman û yek jî „Fabl“ nivîsîne. Gelo hûn dikarin hinekî ji xwendevanê me re bahsa Fabl bikin, ji ber ku di wêjeya Kurd de ev wek beşek nû tê dîtin? Jîr Dilovan: Na... Fabl di wêjeya Kurd de ne nû ye. Beşeke herî kevn e. Heger lê were vekolan, wê were dîtin ku bingeha çêrokên fabl mîna gelek berhem û dahênanên nû, Mezopotamya ye. Ma gelo çend kes ji me nizanin çîroka “Mişkê Serxwelî”, “Şêr û Rovî”, “Gur û Bizin”ê... Fabl çîrokên ku ajalan (heywan) mîna mirovan dide axaftin in. Siyamed Sîpan: Ji bilî nivîsandinê û nivîskariyê hûn herwiha wergerê jî dikin û we heta niha gelek pirtûk wergerandine. Hûn dikarin vê xebata xwe ji xwendevanê me re vebêjin? Jîr Dilovan: Di pêşketina zimên de rola wergerê gelekî mezin e. Ziman ku werger lê nebe û jê nebe, ew ziman di warê vegotin û gencîneya peyvan de qels û lawaz dimîne. Sî salên min in ku bi Kurdî re têkildar im û bi awayek profesyonel li ser dixebitim. Ji ber vê yekê min dest

avêt wergeriyê ku heta ji min were, zimanê xwe pêşve bibim. Bawer dikim bi wergerên ku min kirin, min ev erka xwe bicih aniye. Lewra hinek peyvên ku ji qada axaftinê rabûbûn min careke dinê xistin rojevê. Niha gelek ji wan peyvan di kar û nivîsa rojane de cihê xwe girtine. Ev jî ji bo min şanaziyek e. Siyamed Sîpan: Mamoste Jîr Dilovan li gora hizr û ramana we dema mirov li asta ku wêjeya Kurd gihiştiye temaşe dike, mirov çi dibîne? Jîr Dilovan: Mixabin em nikarin asta ku wêjeya Kurd gihîştiyê bi têrayî bibînin. Lewra Gelê Kurd ku xwedî şaristaniyeke dewlemend bû, kalikên wî şaristaniyeke rengîn li Mezopotamya afirandibûn û ji cîhanê re bûbûn mînak, bi parçebûna welatê wî re çand, wêje û dîroka wî jî tarûmar bûye. Zimanekî ku di bin zext, zor û çewsandinê de wê çawa wêjeyeke pêşketî derêxe holê? Heta ku Kurd li ser xaka xwe azad nebin, wêje û hemû nirxên çandê wê nîvco bimînin. Digel bindestî û parçebûna welatê me, dîsa jî hewldanên jiyandina wêjeya me ne karekî piçûk e. Siyamed Sîpan: Rewşa zimanê Kurdî wek ku hûn jî dişopînin li welat her ku diçe xirabtir dibe. Gelo bi riya rojnameya me mesajek we ji bo ciwanên Kurdî ku bi zimanê xwe naxive heye? Jîr Dilovan: Ez dikarim vê yekê bibêjim ku kesê zimanê xwe jibîr bike û bi zimanê dagirker biaxive, ew dayîka xwe jî jibîr dike, bavê xwe jî û kalê xwe jî jibîr dike. Êdî kesatî jî tê guhertin. Her çiqas derûn Kurdî be post tê guhertin û ji eslê xwe dûrdikeve. Lewra nasname li pêl çavê mirov nanivîse. Tu bi çi zimanî biaxivî nasnameya te jî ew e! Siyamed Sîpan: We heta niha di gelek rojname, kovar, malper û sîteyan de nivîskarî kiriye? Hûn dikarin bi me re parve bikin, bê hûn vê gavê ji kîjan rojname, kovar û malperan re nivîskariyê dikin? Jîr Dilovan: Ji ber ku di radyoya Dengê Mezopotamya de bernameyan çêdikim, li Înstîtûya Kurdî ya Elmanya jî kûrsên

zimanê Kurdî didim û xebatên çandî didim meşandin, dema min û nivîsê ya ji malperan re ewqas nemaye. Lê dîsa jî ji Azadiya Welat re heftiyê du caran, ji malperên Dergûş, TZP, Dogu Ekspresî re jî serê pazdeh rojan, ji Diyarname û hemû malperên Kurdî re jî carcaran nivîsan dişînim. Siyamed Sîpan: Ji bilî nivîskariyê hûn herwiha di Radyoya Dengê Mezopotamya de jî Bernameyekê amade û pêşkêş dikin. Hûn dikarin hinekî bahsa vê xebata xwe bikin? Jîr Dilovan: Min di radyoya Dengê Mezopotamya de sê bername amade û pêşkêş kirine. “Ji Kaniya Wêjeyê” bernameyek wêjeya Kurd bû û salekê bêtir domand. Min her hefte wêjevanekî Kurd da nasandin û ji berhemên wan mînak xwendin. Min bi yekemîn helbestvanê Kurd Baba Tahirê Hemedanî ku beriya 1000 salî jiya bû dest pê kir û anî heta dema îro. Bi vê bernameyê re min bernameyeke din a bi navê “Şana Helbestê” pêşkêş kir. Bi vê bernameyê jî min helbestvanên Kurd ên hemdem dan nasandin û ji berhemên wan mînak xwendin, bi wan re hevpeyvînên zindî çêkirin. Niha jî bernameyeke bi navê “Li Benda Rojê” amade û pêşkêş dikim. Bi vê bernameyê, nameyê girtiyên di zîndanan de û kulîlkên çiya û malbatên wan digihînim hev. Name û peyamên wan dixwînim û di Azadiya Welat de jî didim weşandin. Bernameyeke ku li her çar parçeyên welêt tê guhdarîkirin e û guhdarên wê di rêjeyeke bilind de ne. Siyamed Sîpan: Li gora ku em dibîhîzin gelek guhdarên wê hene, bi taybetî jî mirovên ku niha di gîrtîgehê de ne we bi baldariyek mezin guhdarî dikin. Herwiha gelek name û xwestek jî ji girtîgehan ji were tên. Hûn dikarin ji xwendevanê me re bahs bikin gelo? Jîr Dilovan: Belê bi sedan bi hezaran name ji girtîgehan û ji wargehên azad ji me re tên. Em wan nameyan werdigerînin kurdî û di radyo de dixwînin. Piştî xwendinê em kopiyeke wan nameyan dişînin ji kesên têkildar re. Wekî din em

malbatên girtiyan bi awayek zindî tevlî bernameyê dikin ku girtî wan guhdarî bikin. Bi taybetî ji Başûrêrojava em gelek malbatan tevlî dikin ku zarokên wan ên ku derfet tine malbatên xwe bibînin, dengê wan bikin. Bi taybetî ev bername platformeke ku girtî û malbatên wan û kulîlkên azadiyê û malbatên wan tê de bigihîjin hev. Bi hezaran nameyên ku ji hemû aliyan hatin di arşîva me de gihane hev. Ev name ji bo siberojê wê bibin çavkaniyên dîroka Kurd. Siyamed Sîpan: Gelo niha tu projeyên we ji bo derxistina berhemekê heye? Ku hebe hûn dikarin hinekî bahsa vê projeya xwe bikin? Jîr Dilovan: Di destê min de sê proje hene. Dudo roman û yek dîrok. Pirtûka bi navê “Bi Pirs û Bersivan Dîroka Kurd û Kurdistan” dawiya heyva Cotmehê li Stenbolê derdikeve. Min sê salan ev pirtûk amade kiriye û ji 1218 pirs û bersivan hatiye holê. Dîroka Kurd û Kurdistanê ya kronolojîk e. Ji A heta bi Z hemû zanînên derbarê Kurd û Kurdistanê de tê de cih digirin. Min bi sedan ji çavkaniyan sûd girtiye û ev pirtûk bi pirs û bersivan amade kiriye. Bawer dikim herkesê ku bibêje ez Kurd im ê vê pirtûkê deyne bin serê xwe... Wekî din berdewama romana “Zenga Zêrîn” “Banga Zêrîn” di destê min de ye. Lê berî vê dixwazim romana “Stêrk-Evîna Kurdî” bi dawî bikim... Wekî din ji bo dema dirêj di warê zimên de çar projeyên min hene ku bikim pirtûk. Siyamed Sîpan: Li gora zanebûna me hûn li xerîbiyê dijîn? Gelo hûn dikarin bahsa bandora jiyana biyanîbûnê ya li ser jiyana nivîskariyê bikin? Jîr Dilovan: Belê em li xerîbiyê dijîn. Mîna masiyekî ku tu ji deryayê bavêjî bejê. Ez hê bi daneheva zaroktî û ciwaniya xwe ya li welêt dinivîsim û tevdigerim. Lê bawer dikim ez hêdî hêdî vê daneheva/rezerv xwe jî diqedînim. Heger ew danehev biqede berhemdariya min jî ê biqede. Lewra nikarim xwe li gor welatê xwe nû bikim û bi zanînên nû ên ku li xaka me pêşdikevin bigihînim. Ez xwe mîna darçêjeke Kurdistanê lê li xaka welatên biyanî dibînim. Rahên min ji mîneral, ax,

av û hewaya welatê min sûd nagire. Bi mîneral, ax, av û hewaya Ewropa ez ê çi berhemên Kurdistanî biafirînim? Siyamed Sîpan: Her mirovek xewnek wî heye, ku bi hêviya rojekê pêk bîne. Gelo xewnek we heye ku hûn dixwazin rojekê lê vegerin û pêk bînin? Jîr Dilovan: Xewna min vegera welatê min e ku bi sedan bi hezaran xwendekarên Kurd hînî ziman, çand, dîrok û nirxên wan ên neteweyî bikim... Siyamed Sîpan: Hûn wek kesekî ji Mêrdînê, ji bo rojnameya me ya ku li Mêrdîn Nisêbînê tê çapkirin, dikarin çi bibêjin? Jîr Dilovan: Nisêbîn bi Heranê re warê herî kevnare yê ku zanîngeh lê hatiye avakirin e. Zanîngeha Mar Yaqûb zanîngeheke herî kevnare ya cîhanê ye û di vê zanîngehê de gelek zanyar gihîştine. Zanyarekî mîna Apê Mûsa Anter ku ez jî pênc salan pê re xebitî me, ji bo me Kurdan nirxê herî mezin e. Nisêbîneke ku wisa xwedî dîrokeke rengîn û gelek zanyar gihandin, pêwîst e bibe cîhê çand û wêjeyê. Herwiha bi weşandina rojnameya we bawer dikim ev erk û peywir ê were bicihanîn. Siyamed Sîpan: Li ser navê Rojnama Mavi ve Kent ê (Şahr-î Şîn) em gelek şad û bextewarin ku we ev derfetê hevpeyvînê da me û em di xebatên we yên pêşerojê de serkeftinên hîn mezintir dixwazin. Jîr Dilovan: Spas dikim û hêvî dikim Şahr-î Şîn / Bajarê Şîn bibe platformeke qîz û lawên Kurd ku li çand, ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin.

Celalettin Yöyler

GELO RASTÎYA DÎROKA MELAYÊ CİZÎRÎ ÇÎYE? Pir kes ji nivîskar û dîrokvanan di derbarê dîroka ji dayîkbûna Mela de; xwe êşandine û negihîştine rastî ya dîrokê. Lê tu rexne û lewmek me jibo wan camêran nîne.

Lewra Mela bi eşkere wek Seydayê Xanî ji destpêka jidayîkbûna xwe nepeyîvîye. Mela bi giranî helbesta xwe bi peyvên felsefî, derûnî û razdarî hûnandî ye. Pir helbestvanên wek Mela di helbest û gotinên xwe de, bi razên ebcedî, ji temen û heyamên xwe axivîne û di helbesta xwe de, veşartine. Rasthatina vê rêbaza ebcedî jî, zor têzanîn û bişkivandin. Jibo dîroka destpêka jîna Mela, di meydana lêkolînê de, çend dîtin hene: Yek dîtina Rêzdar Zeynelabidîn Zinar a bi hejmarên ebcedî ye.Ya din jî, dîtina me ya dîsa bi hejmarên ebcedî ye. Em dibêjin:dîtina Zeynelabidîn; lewra di pêşgotina tîpguhêzî ya dîwanê de, dide zanîn ku herwekî ew rêbaza ebcedî ya wî ye. Armanca mın ji vê mijarê ew e ku xwendevanên rojnameyê û zanayên nivîskar, rêbaza me ya bı hesabê ebcedê û dîyarkirina me ya destpêka salên jîna Mela û dîtina rêzdar Zeynelabidîn Zinar, di ber çavan re derbaskin û biryara xwe bi nirxandinek azad eşkere kin û ji vê îmeyla me re bişînin. Îmeyl: (xwesbin_yekta@hotmail.com) DÎTİNA ZEYNELABİDİN ZİNAR: Birêz Zeynelabidîn Zinar,di pêşgotina tîpguhezîya Dîwana Mela ya ji tîpên Erebî bibal tîpên Kurdiya Latênî ve dibêje: Di malika helbesta Melê de, ya bi nivîsandina (Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê falê ma - Kuca danendî halê ma, sipikbaranê sahil ha) Dîroka ji dayîkbûna Mela di vê helbesta jorde bi hejmarên ebcedî hatîye dîtinê. Rêzdar Zeynelabidîn dibêje:bi hejmara bêjeya(Herfan û xalî) dîrok derdikeve meydanê. Ew hejmar jî dike 980ê. Ger ev bi hesabê koçî be? Bi beranberîya mîladî dike:1570'ê. Dîsa dibêje: Bê guman ji ber ku ev malik di beşa destpêka dîwanê de ye, bêtir mirov didefîne bibal rastîya wê ve. Dîsa Zeynelabidîn Zinar dibêje: Mela di sala 1621ê de bi Feqî re helbest gotîye. Birastî gava mirov li rastîya bûyerê dinhêre, mirov dibîne ku di hejmaran de çewtîyên hejmarî derdıkevin meydanê.Yek ji mînakên çewtî yê hejmara 1621 e. Lewra Feqî di helbesta xwe de dibêje: Gava min helbest bi

Melê re digot, (Sal hezarû Sî û yek 1031) bû. Ev hejmara ku Feqî dibêje, sala (1031) bû, hejmarek koçî ye û bi beranber mîladî ne (1621) e, (1624) e. Mirov gava li rastîya helbestgotina Feqî ya bi Mela re dinhêre, mirov dibîne ku dinavbera herdû hejmarên dîrokîde; 3 sal cudatî heye. Yanî dema bihevragotina helbestê (1624) e. Her wisa di nirxandina hejmaran û nîşandayîna dema ji dayîkbûna Mela de jî nakokî heye. Lewra birêz Zeynelabidîn hejmara tîpên bêjeya (herfan û xalî) bi hejmarên ebcedî derxistiye: (980) ye. û gotiye bi mîladî dike (1621) û temenê Mela yê ji dayîkbûnê jî bivî hesabî dike (1570). Mixabin bêjeyên ku heval Zeynelabidîn Zinar bi hesabê ebcedî nirxandîye û gotîye temenê Mela bi van hejmaran (1570)ê ye, ne rast e. Lewra 980’ê bi beranberî ya mîladî dike: 953+622=(1575). Her çiqas Zeynelabidîn bi dudilî gotîye: Ger bi koçîbe? lê bê dudilî kesên di wê demêde, her bi hesabê koçî nivîsîne. Nirxandin: 980 ê koçî bi beranberîya Mîladî dike 953+622ê berya koçî = 1575. Hem jî xebitandina bêjeya(Xalî) di şûna Sal de jî, biguman e. Lewra nusxeyên ku di destê me de hene, bigiştî (Ji herfan Mah û Salê ma)ne û ne ku xalê ma hatine nivîsandinê. Lê birêz Zeynelabidîn dibêje: Min di nusxek de (Xalî) dîtîye. Me jî di şûna (xalê)de xalî xebitandiye. Di rêbaza tewandekan de, di şûna tewandeka (ê) de (î) nayê xebitandinê. Lewra tewandeka (î) di giramera erebî de, daçeka kesekî ye û bi peyvekî kurdî re nayê xebitandinê. Em dibêjin, rastî ya helbesta Mela (Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê falê ma) ye û ne xalî ma ye. Hege (xal) xwendibin jî, bi sehwa qelema katibê nusxeyê hatîye nivîsandinê. An jî di nivîsên destxet de, (x) di şûna (f) yê de xwendine û gotine (xal). Lewra (x) ya erebî û(f) ya erebî di destxetan de, carnan jı hev nayên cuda kirin û bi hev re tên guhertin. Em werin ser dîtina rêzdar Nayîf Mikaîl Tahir ê ku:destpêka salên Melê; di hejmarên jêr de dîtîye: erfa = 289, Mah=41, û (w) sal=97, Ma=41, Şikl=350, Fal=111, Ma=41, bi tevahî dike: 975. Lê rastîya hejmarê 974 re. Di hejmara (Mah) de (H) bi çewtî (6)hejmartine, ew jî bi gorê mîladî dibe 1569 û ne 1567 e. Li jor rêbaz û nirxandinên van herdû rêzdar hevalan wek hev in.

Lewra herdûkan dîtinên xwe berdane ser rêze helbestek û di hejmaran de şaşî kirine. Bi gor rastî ya nirxandina hejmaran, gotina Zeynelabidîn ya ku gotîye (1570) dijê hejmaran e. Lewra rastî ya hejmaran (1575) didine dîyarkirinê. Dîsa nirxandina rêzdar Nayîf Mikaîl Tahir jî, ne bi gor rastiya hejmaran e û rastiya hejmaran (1569) didene dîyarkirinê ne ku (1567). Bi dîtina me ya lêkolînerî ya nêzîkê 7 sal e, ya liser şîrovekirina vê berhema Mela, ev helbesta wî ya ku dibêje: (Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê falê ma) tu giza wî bi dîyarkirina temenê Mela re tuneye. Ji ber ku di nav de, bêjeya (mah û sal) heye. Rêzdar nivîskaran jî gotine, ji salên xwe diaxive û dane ber hejmarên ebcedî. Pir ecêbe ku rêze helbesta (ji herfan mah û salê ma) di navbera du lêkolîneran de, hatîye parvekirinê. Yekî gotîye: (herfan û xalî) yê din jî gotîye: herfa, Mah, û(w)sal ma, şikl, fal, ma. Eva jî mirov di derbarê rastiyê de dixe nav gumanan. Bi dîtina me û bi xebata me ya 7 saleya liser şîroveya dîwana Melayê Cizîrî, me xwe gîhande rastîya dîroka jidayîkbûna Mela û jînenîgarîya wî. Dema ku di Sala 1997 de, me dest bi şîroveya Dîwana Mela kir û me tim di nav domandina xebata xwe de, rastiya dîroka Mela di serê xwe ra derbas dikir û dixwest ku rojekî ji rojan em rastê gotinek Melayê di derbarê ji dayîkbûna wîde werin. Bi rastî bi nirxandina mina helbestê re, helbseta (Feqîyê Teyran) ji bo xwegîhandina min a bi bal dîroka ji dayîkbûna Mela, bû alîkar û piştevanek pir mezin. Herwekî bi dengekî êlî bangê min dikir û ji min re digot: Dîtina te ya bi hesabê ebcedê rast e û binirxîne. Lewra gotina Feqî ya bi helbestgotina bi Mela re, bo min jêderk û delîlek vebir e. Lewra her çiqas Mela bi zimanek eşkere ji destpêka jîna xwe neaxivîye û birewşekî nehînî û bi razên ebcedî ji xwe axivîye jî, lê Feqîyê Teyran bi zimanekî eşkere û vekirî ji hevdemî û dîroka jîyana xwe û Mela axivîye. Em werin mijara nirxandina helbesta erebî ya di dawîya pêncekên Melê de û bi hesabê ebcedî binirxhinin û li rewşa hevgirtina wê û gotina

Feqî binhêrin ku çawa hev temam dikin û rastiya dîroka jidayîkbûna Mela dertînin meydanê. Helbesta Mela ya ku tê de bi zimanek nehînî û ebcedî, ji rewşa xwe ya destpêka helbestgotinê tîne ziman û dibêje (Tilke enbaun yeqûlû ennasû mınna beede hînin) ev e.Wateya rêzehelbestê bi Kurdî: Ev behrem bigiştî hinek gotin, peyamin û me amadekirîye. Wê gel û mirûvên piştê deman ji me û berhema me biaxivin) Berya nirxandina tîpên helbestê, em dixwazin bala kesên ku nirxandina me ya bi hejmarên ebcedî dibinçavan re derbas kin, bira bizanin ku di rêbaza nirxandina tîpan de, tîpên bi Şedeyên di bêjeyande yek tîp, ne du tîp têne hejmartinê. HEJMARTİNA TîPAN: (T)400, (L)30, (K)20, (E)1, (N)50, (B)2, (E)1, (Y)10, (Q)100, (W)6, (L)30, (E)1, (L)30, (N)50, (E)1, (S)60, (M)40, (N)50, (E1), (B)2, (E’)70, (D)4, (H’)8, (Y)10, (N)50 = 1027ê koçî.) Hejmara tîpan bigiştî rêze helbest e. Lê ya ji herfan mah û salê ma di navbera du lêkolîneran de, hatiye parvekirinê.Yekî gotîye: (herfan û xalî) yêdin jî gotîye: herfa, Mah, û(w)sal ma, şikl, fal, ma. Hejmara tîpan liserhev: bi hejmara koçî:1027.Mela divê rêze helbestê de bi zimanek derûnî û bi hesabê Ebcedî dide dîyarkirinê, ku wî di Sala 1027ê koçî de, dest bi nivîsandina helbestê kirîye. Dema ku Mela dest bi helbestgotinê kirîye, temenê wî (30) sal bûye. Lewra di derbarê (30)sal temenê wî yê di berya destpêka helbestê de, Mamosta Eladîn Secadî anîye ziman û gotîye: Mela di 30 Saliya umrê xwe de, helbest gotîye. Herwisa Mela bi xwe jî, di beşên helbestên xwe de; temenê xwe yê di berya helbetê de, tîne ziman û dibêje: (Sih Sale ji derdû ji belayê te hilakin=Hetta bi felek her diritin ahû ehê min) Dîsa di rêze helbestek dinê de dibêje:(Ernekî rihmê tu Mîro, dê çibit halê me îro= Qet nebê carek Esîro, girtîyê (Sî) saleye). Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn, ku temenê wî di berya helbestgotinê de (30)salî ye. Yanî lêkolîn û dîtina me ya bi hesabê ebcedê, dîroka destpêka wêjenasîya wî ye. Gava em (30)sal temenê wî yê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin, rastîya dîroka wî ya ji

dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê. Çawa me li jor gotina (Feqîyê Teyran)a di derbarê helbestgotina wî ya di Sala (1031)de bi Mela re dabû nîşan. Ew gotina (Feqî) ya dîrokî, bo me jêderk û delîlek bêguman û vebir e. Hem jî ji bo dîtina me ya bi hesabê ebcedî jî, destek û piştevanîy e. Her wisa helbesta ku Mela di bênceka xwe de bi erebî dibêje, ev behrem bi giştî hinek gotin, xeber û peyamên curbecur in û wê mirov piştê dem û zemanan ji me û peyamên berhema me bi axivin. Mela, di destpêka rêzehelbesta xwe ya bi zimanê erebî de, di serê helbestê de, bêjeya (Tilke) anîye ziman. Lewra bêjeya (Tikle) di giramera erebî de, daçeka pirhejmarê ye û işaretê bal tevahî ya berhremê ye. Ango (tikle) ev behrem bi giştî, me divê sala koçî ya hejmar (1027)de nivîsî ye. Hem jî ev hejmar û gotina Feqî ya ku dibêje: me di (1031)ê de bi hev re helbest gotî ye, hev temam dkin. Em werin ser mijara nirxandina hejmarên ebcedî û dîyarkirina dîroka ji dayîkbûna Mela: NİRXANDİNA HEJMARAN: Mela di (1027)’ê koçî de, dest bi nivîsandina helbestê kirîye. Ev hejmara koçî beranber bi mîladî dike: (998)ê ji Koça (Hicreta) Mihemmed silava Xuda li ser be û heta despêka nivîsandina Mela ya helbestê. Dı navbera hicreta MİHEMMED û ÎSA Pêximber de 622 sal heye. 998+622=1620-30 =1590. Bi vê nirxandınê dîroka ji dayikbûna Mela:dibe 1590 û koça wî ya ji dinê bi gotina dîrokzan Eladîn Secadî dibe:1665. Me di çapa yekem a ku Enstitüya Kurdî çap kiribû de, temenê destpêka bûyîna Mela bi şaşîyek teknîkî (1589) dabû dîyarkirinê. Lê me ew şaşî dît û sererastkir. Mijara here giring a ku heta niha ji hêla tu dîrokvan û lêkolînvanan ve nehatîye zanînê, dîroka ji dayîkbûna Mela ye. Divî mijarê da em dibêjin: Me bi lêkolînek berfireh rastîya ji dayîkbûna Mela, ji bo rayagiştî û xwendevanên pirtûka xwe re derxiste holê. Lê diroka koçkirina wî ya ji Cîhanê, me xwe siparte dîtin û gotina Eladîn Secadî û hinek dîrokzanên dinê. Em dîsa ji bo xwendevanên şîroveya xwe re, bi bêdudilî

didne dîyarkirinê ku lêkolîn û dîtina me ya bi hejmarên ebcedî rast e. Lewra me çawa gotina (Feqîyê Teyran) bo xwe delîlek vebir dît, em ji xwendevanên şîroveya xwe re jî dibêjin: hûn bi zanînên xwe yên pîroz û bi însafî, dîtina me binirxînin û rastîyê bibînin. Lewra em dibêjin: Bi hejmarên ebcedî detstpêka helbestnivîsa Mela, 1027 e. Di beriya wî de temenê Mela, (30) ye. Gava em 1027ê ku me bi hesabî ebcedî ji bo destpêka helbestvanî ya Mela nirxand û wergerand mîladî, bû 998. Me: 30 sal temenê melayê berya helbestê ji hejmara (998)derxist û bû 968+622=1590)rastî ya ji dayikbûna Mela. Armanc ji vê nirxandinê ew e, ku (30) sal temenê Mela bixwe derdikeve meydanê û dîtina me ya ebcedî rast dibîne. Feqî jî dibêje:dema me bi hevra helbest digot Sal (1031)bû. Dinavbera dîtina me de û gotina Feqîyê Teyrande, çarsal heye. Gava ku Feqî bi Mela re helbest gotîye, Mela pirtûka xwe ya helbestê birîye nêzîkê dawîyê. Gava ku çarsal di navbera wan de cudatî hebe î nepir e. Lewra Mela heta pirtûka xwe birye nêzîka dawîyê, jixwe çarsal dikêşe. Yanî Feqî piştê çarsal xebata Mela ya li ser helbest nivîsê, pêra helbest gotîye. Nîşe: Ev nivîs ji Enstîtuya Kurdîya Amedê û ji Rojnameya Azadîya welat re jî hatîye şandin. Celalettin Yöyler 4/28/2008

Seîd Dêreşî

Ney tinê Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bin Sed wekî Şahê Xurrasanê di ferwarê te bin Pirs: 1. Li gora hinek idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar û helbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji ku tê, ji ku av vedixwe? Bersîv: 1. Belê rast e, Melayê Cizîrî bi rengekê berfireh banmdora xo li ser toreyê Kurdî kirîye. Bi bawerîya min piraniya şairêt Kurd di nav pirêza wî û zevya wî da şîn bûyne û werar kirîne, ew şairê Kurd yê ku Cizîrî di mejyê xoda ne vekîyandibît, ne şiyaye bibîte şairekê navdar, ez dikarim vî tiştî bo berebabêtên wî jî bêjim, şairêt niho jî ger Melayê Cizîrî baş nexwînin, neşên bibine şairêt serkeftî. Lê divêt em wê jî jibîr nekeyn, ku hersê helbestvanêt mezin, yêt ku bingehê torevanya Kurdî danay, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî, ev hersêye bûyne seqayê îlhama gelek şairêt Kurda. Lê em dikarîn Melayê Cizîrî danîne loka

êkê û Feqîyê Teyran loka duyê ku helbestvanêt Kurda bo xo kirîne bingeh û li ser dewsa wan çûyne. Pirs: 2. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be jî ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin? Bersîv: 2. Eger me bivêt xo berdeyne di nav salêt ku Melayê Cizîrî têda jîyay û verêja wan salan diyarkeyn, pêdvîye pîçekê bi dirêjî li ser rawestîn û lê vekolîn: Toreyê nivîskî yê Kurdî ji sala 1550 za. û hêve dest pêkiriye, dibît berî vê mêjûyê jî titê nivîsî hebît, lê heta niho negehiştîye destê me. Ji ber vê çendê jî em dê Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî û Elî Herîrî danîn kesêt êkê ku berê binyatê toreyê Kurdî danay. Çerxê zêrîn yê toreyê Kurdî destpêkir, bi hêz û şîyaneka hind mezin hate di meydanêda heta bi êk pal gehiştiye loka toreyê dunyayê yê wî çaxî, mîna yê Erebî û Farisî û Turkî. Melayê Cizîrî di hinêrbendîya helbestêda hevrrikî digel helbestvanêt berî xo yêt faris, mîna Hafiz û Se'dî Şîrazî kir. Feqîyê Teyran jî cara êkê Beyta Kurdî ya devkî êxiste di qalibê beyta (dastan, melheme) dinyayê da, evan herdu filîvanan (mubdi') rewşeka nwî da ezmanê Kurdî û felsefa wî. Êdî vî rwîbarî roj bo rojê li boşiyê da û pêl vedan, heta êkê mîna Ehmedê Xanî çêkirî û bûye hostayekê bê bevil di danana berê binyatê hizra neteweyîda. Vê werçepê bi dehan helbestvanêt mezin çêkirin û şopa wê bi ser tevaya Kurdistanê da girt, ezmanê van helbestanan bo standartê Kurdî, hemî zarêt Kurdî bi ezmanê wan nivîsî, lewrra jî heta dwîmahîya çerxê nûzdê jî, çi zarêt dî yêt Kurdî serhelnedabû. Weku ez dinêrme dîroka Kurda, bigre ji despêka hatina bisurmanetîyê û heta digehîte sala 1514za., gelek cih, bajêr, deverêt mezin û dewlet ketîne destê malbatêt Kurda û wan

hikum lê kirîye, lê pitirîya wan dewlet û desthelatan, gelêt dî jî, wekî Turk, Faris û Ereba pişikdarî têda kirîye û ezmanê wan gelan di wan desthelatada hatîye xebitandin, mînaka ji hemya pêşçavtir dewleta Eyûbîya bi serokatîya Selaheddînê Eyûbî bû (1137-1193za.)ê. Û gelek hukimdarî û serwerî Kurda wergirtîne, lê pitirî bi vî rengî bûyne. Berî sala 1514za. Pitirîya axa Kurdistanê li jêr destê Sefewîya bû, lê çi deman Sefewîya nehêlaye serwerîyeka (hikum) xobixoyî ya Kurda dirust bibît. Piştî Sultan Selîm (1512-1520za.) alîyê Ewrupa êmin kirî, bangîna şerrê li ser Iranê heldêra piştî ferman day ku şî'a li Enadolê bikujin, îna herdu alîyan pêkol kir mîrêt Kurda bo layê xo rakêşin, lê bi xêra wan bizavêt Idrîs Hisameddînê Bidlîsî (1520za, mirîye) kirîn û ew loka xo ya dînî ya li nav Kurda hey bikarînay, pirranîya mîrêt Kurda kêşane leşkergeha Osmanî, herdu leşkerêt Osmanî û Îranî di (23/8/1514za.) li Deşta Çaldêranê li jorîya rojhelatê ji Behra Wanê gehiştin hev, şerr bidwîmahî hat û çam û derdeserî biser Sefewîyada hatin û şah Isma'îl (1501-1524za.) revî. Leşkerêt Osmanî biserkeftin û em dişêyn bêjîn rolê Kurda di serkeftina Osmanîyanda yê dîyarbû. Tevaya welatê Kurdan bi vîyan û rizaya wan kete ber hukmê Osmanîya, eve jî ji aqildarîya mewlana Şêx Idrîs û sîyaseta wî ya hejî bû, dîsa ji himmeta Mihemmed Paşay û wêrekîya wî, piştî vê hemîyê Şêx rabû hevrristêt rêveberîyê danan ku ew welatê heta wî demî jî jiber qîl û qal û fitne û şerrêt giran û lipey hev yê aloz û têkçûyî bû, ev hevrrist û seruberkirna ji bo pêşkeftina welatî li bin sîbera mîrgehêt Kurda û rêveberêt navxoyî li bin desthelata Osmanî, li nik celaleta Sultan Selîmî hatine pejirandin. Êdî ji verrêja vê hevsozîyê (mu'ahede) di navbera Kurda bi rêveberîya Idrîsê Bidlîsî ji layekî û dewleta Osmanî birêveberîya Sultan Selîmî ji layekê dî, hindek desthelatêt bi hêz li Kurdistanê çêbûn, nîv serxobûnek ji dewleta Osmanî wergirt, hemî karubarêt wan ketin destêt wan bixo, bûne xudan leşker û ala û sike û abûreka xurt di hindek desthelatada werar kir. Tiştê ji hemîya girinktir ev desthelate

xorrî Kurdî bûn û çi miletêt dî neşîyan ezmanê xo dinav wanda belavken, êdî ew pêdivî xebitandina ezmanê Kurdî bûn, serok û mîrêt Kurda hindekê bi wê çendê hesîyan, ku xandin û nivîsîna bi Kurdî karekê giringe, ewan jî zana û şairêt Kurda paldan bi Kurdî binivîsin, evca ji verêja vê çendê hemiyê çend siwarekêt egîd û xoşmêr yêt wekî Elî Herîrî, Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî hatine di meydanêda, êkê wekî Şerefxanê Bidlîsî dîroka Kurdistanê nivîsî, Elî Teremaxî dest bi nivîsîna Rûşanê kir û ezmanê Kurdî di pitirîya medrese û mizgeftêt Kurdistanêda hate xebitandin. Pirs. 3. Dema Cizîrî serê xwe datîne. Diçe rehmetê li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî sax bû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe? Bersîv: 3. Ya xoyaye ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî nedîtîye û bi çend salan piştî mirina Melayê Cizîrî ew ji dayk bûye. Melayê Cizîrî li dorêt sala 1567ê û wêve ji dayk bûye, dîsan li dorêt sala 1640ê çûye ber dilovanîya xudê. Ehmedê Xanî sala 1651ê ji dayk bûye û li dorêt sala 1709ê çûye ber dilovanîya xudê. Eger çi hêşta salêt jidaykbûn û mirina Melayê Cizîrî sedêsed ne xuyane, lê nêzîkî van mêjûyane yêt me gotîn. Belê pa sala jidaykbûna Ehmedê Xanî ya xuyaye her wekî wî bixo bi sala mişextî (hicrî) destnîşankirî, dibêjît: Lewrra ku dema ji xeybê fek bû Tarîx-i hizar û şest û yek bû Piştî Elî Herîrî û Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî bingehê torevanîya Kurdî danay, êdî berkarê wan di pirraniya mizgeft û medreseyêt Kurdistanêda hat xandin, ne bes di mizgeft û medreseyanda, belkî berkarê wan bû pişkeka giring ji jiyana gelê Kurd ya ruhî û çandî. Bi bawerîya min Ehmedê Xanî jî di medreseyêt Kurdistanêda liber feqatîyê berkarê Melayê

Cizîrî û şa'irêt dî xandîne û xo li ser wan avakirîye. Pirs: 4. Erê Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran di çaxekî da jiyayne. Eger di çaxekî da jiyabin, kîjan bi jiyê xo ji yê dî mezintir e? Teisîra kîjanî li ser yê dî heye? Tu dikarî helsengandinekê bo herduyan bikey? Bersîv: 4. Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran di çaxekîda jiyayne, herduyan jî êkudu naskiriye û belkî hevalînî û dostînî jî digelêkda hebûye. Di dîroka jîna Feqîyê Teyran û berkarêt wîda xuyaye ku, Feqî li nik mîrêt Cizîra Botan jî xoştivî bûye û çend caran çûye Cizîrê, Herweku di helbesteka xoda saloxa yara xo diket û bi werdeka ava Cizîrê dişibînît, dibêjît: Ordeka ava Cizîrê Qemera bedra minîrê Min tu car naçî ji bîrê Her medama ew refîq Dîsan di hindek wan çîrokêt li ser Feqîyê Teyran hatîne gotin têda bi dirêjî behsê çûna Feqîyê Teyran ya Cizîrê diket û têkelî û dostîniya wî digel mîrêt Cizîrê. Evca Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî di Cizîrêda gehiştîne hev û dostînî û xoştivîyatiyeka mukum dinavbera wanda çêbûye, tiştê ku bo me vê çendê belî diket, ew berêkanêye ya ku dinavbera herdukanda çêbûy. Ew berêkanê helbesteka dwîr û dirêje, herdukan Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bi helbestê havêtiye berêk, ku bi rastî jî di wê berêkanêda hêz û şîyanêt herdu zana û feylesofan diyar dibin û loka wan ya bilind tête nîyasîn. Her di berêkanêda Feqî û Mela saloxa hevdu diken û pesnêt hevdu diden, Melayê Cizîrî dibêjîte Feqîyê Teyran: Nuttqa te xo gewhere Sed bar gewher dirrêjin Paşî Feqîyê Teyran dibêjîte Melayê Cizîrî: ((Tu Rojî ez Hitavim))

Paşî Melayê Cizîrî lê vedigêrît û dibêjît: ((Tu Hitavî ez Sihim)) Edî bêgomane ku Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran di êk çaxda jîyayne, lê kî berî yê dî ji dayk bûye û kî ji yê dî mestir bûye? Evê jî, divêt mirov pîçekê liser rawestît. Li dwîv wan vekolînêt min li ser Feqîyê Teyran û jîna wî kirîn, bo min wesa dîyar bû ku, Feqîyê Teyran nêzîkî 17 salan ji Melayê Cizîrî mestire. Feqî di sala 1549za, li gundê ((warezor))ê ku dikevîte ber qeza ((Miksê)), ji dayk bûye. Melayê Cizîrî li dorêt sala 1567ê û wêve ji dayk bûye. Ji ber vê çendê jî ez dibînim Melayê Cizîrî hem di berêkana şi'rêda, Feqîyê Teyra danaye seydayê xo, hem jî di çavlêkirina şi'rêda. Melayê Cizîrî Şêxê Sen'anî yê Feqîyê Teyran baş xandiye, di despêka şi'reka xoda, ku êke ji kwîrtirînê şi'rêt wî, naverroka beyta Şêxê Sen'anî ya Feqîyê Teyran di çar malkan da kutne kiriye, dibêjît: Mey nenûşî Şêx-i Sen'anî 'xelet Ew neçû nêv Ermenistanê 'xelet Mislê Mûsa wî tecellaya te dî Ê tu dî kanê xeta hanê 'xelet Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî her yekî ji wana helbestek heye, bi rastî herdu didagirtîne ji felsefeyeka kwîr, her yekî li dwî hizir û bîrdozêt felsefê yêt wî serdemî, têkel ji bawerî û Eqîda Îslamê û felsefa Yûnanî, binyatê çêbûn û afirrandina vî kewn û hebûnê bi awayekê ciwan têda darêtiye, li dwî hizira Yûnaniyan ya felsefî ((hebûn)) şirovekiriye, ku wan wesa hizir dikir, ev kewnê henê, anku bi giştî hebûn, ji çar tuxman çêbûye.. ew jî ((Ba, ax, av û agir))in. Li ser vî binyatî van herdu kelemêra felsefa xo di wan du helbestanda raçandiye, ew herdu helbest yek ji wana helbesta ((Ey av û av))e, ya Feqîyê Teyran, ya dî jî helbesta ((Ellah sehergaha ezel))e, ya Melayê Cizîrî. Helbesta ((Ey av û av)) ya Feqyê Teyran bi nav û dengtirîn helbesta Kurdiye, bahra pitir ji Kurdan ev helbeste yan çend

bend jê, jiberin, yan jî çîroka nivîsîna wê dizanin û vedigêrin. Helbesta ((IEllah sehergaha ezel)) ya Melayê Cizîrî, eger ne ji helbesta ((Ey av û av)) bihêztir û lok bilindtir jî bît, ji wê kêmtir nîne, lê ew nav û dengêt helbesta ((Ey av û av)) wergirtîn û di nav miletîda hatiye nîyasîn û belavbûy, helbesta ((ellah sehergaha ezel)) wernegirtîne. Ev herdu helbeste hem di form û şiklan da, hem jî di mijara xoda gelek nêzîkî hevin.. zêdebarî wêrê ku hindek bend bi dirustî peyv û hevok û qafîye jî wekhevin. Bo mînak dê van herdu bendan hevberkeyn: Feqîyê Teyran di ((Ey av û av))da dibêjît: Çar teb'etîn vêkra zidîn Hem ateşîn hem baridîn D'behra ((Heyûla)) d'waridîn Macûs bi vê weçîyetê Melayê Cizîrî di ((Ellah sehergaha ezel))da dibêjît: Çar ûnsirin çar teb'etin Vêkra bi mîzan vêk ketin B'hevra mixalif sîretin Der suretê şexsîyeda Feqyê Teyran her di helbesta xoda dibêjît: Hem suflewî bazî dikîn Hem meylî evrazî dikîn Hem ((keynûn)) hem gazî dikîn Carek bibînîn ru'iyetê Melayê Cizîrî jî di helbesta xoda dibêjît: Hin suflewî bazî diken Hin meylî evrazî diken Weş reqsek şehbazî diken Sergeştene d'halê Xweda Eger çi li vêrê em bi dirustî nizanîn ka kî pêş yê dî ev helbeste nivîsiye û bandora kê li ser yê dî hebûye? Lê bi bawerya min çawa tevaya Kurdan heyranêt helbesta ((Ey av û

av)) bûyne, 'eyn herwesa Melayê Cizîrî jî yê bûye heyranê wê helbestê û li ser mijar û forma wê ew helbesta xo darêtiye. Ev kartêkirna henê neku tinê nirxê Cizîrî bilind diket, belku seng û bihayekê mezintir didetê, eger helbestvanêt Faris û Ereb yêt berî wî kar tê kirbît, boçî helbestvanêt Kurd yêt berî wî kar tê neken? Eger hevberkirnekê di navbera ezmanê Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bikeyn, dê bînîn Feqîyê Teyran bi ezmanekê kudî yê wesa sivik û rehwan nivîsiye, yê şehreza nebît dê hizir krt ku Kurdekê evro ew şi'r nivîsîne. Lê wextê em şi'ra Melayê Cizîrî dixwînîn, sîngê mirovî dikevîte çyayekê asê û xowestandineka mezin bêdiviye heta mirov li wî çyayê asê serdikevît, têgehiştina ezmanê Cizîrî şehrezayeka kwîr pêdivêt. Evca boçî Melayê Cizîrî çyayekê asêye û kêm kes dişên lê serkevin û Feqîyê Teyran jî rêkeka vekiriye û her kes dişêt têra biborît. Melayê Cizîrî peyv peyv û rêz rêz xo li ser Sofyatiyê avakiriye, Sofyatî jî behreka bê bine û ew peyv û êdyomêt berî Cizîrî di berkarêt ereb û farisan da hatîne bikarînan wî jî ew bikar înayne, di her peyvekê da û her êdyomekê da raman û hizrêt kwîr têda hene û piraniya wan jî bi erebî hatîne, êdî her kesê di felsefeya Sofyatiyêda yê şehreza nebît, neşêt wan girêkêt têkalozyayî veket. Lê Feqyê Teyran eger çi wî jî xo havêtiye di meydana sofyatyêda, ku beyta Şêxê Sen'anî li serî heta dwîmahiyê li ser binyatê sofyatîyê raçandîye, lê ewî pêkol kirîye ku, xo ji êdyomêt giran û aloz dwîr bêxît û gelek ji wan êdyoman bi Kurdî di şi'rêt xoda xebitandîne. Pirs: 5. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û deşealtdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd. Bersîv:

5. Herwek min berî niho jî behis kirî, Melayê Cizîrî verêja wê hevsozyêye ya ku dinavbera dewleta Osmanî bi serokatîya Sultan Selîmî ji layekî û Idrîs Hisameddînê Bidlîsî ji layekê dî çêbûy, anku hevsozîya dinavbera Kurda û Osmanîya da. Piştî mîrgehêt Kurdan serxobûna xo wergirtî û abora wan werar kirî û medreseyêt bi rahavêj di welatîda hatîne avakirin û tinê ezmanê Kurdî di wan mîrgehanda hatiye bi karînan û tenahî ketiye welatî, êdî hizirvanêt wekî Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî û Şerefxanê Bidlîsî û Elî Teremaxî ji verêja vê hevsoziyê serhelda. Di vê qona'xê da rolê Sofîzmê di dinyaya Îslamêda gelek yê bi hêz bû, nexasme li Kurdistanê. Melayê Cizîrî jî wek zanayekê sofî hate di meydanê da, hemî senga xo da ser dewsa Sofîzmê. Eger em binêrîne şi'rêt wî, dê bînîn piraniya wan li ser vê dewsê hatîne vehandin, êdî hizrubîrêt felsefa Sofîzmê Melayê Cizîrî di nav xoda pêça û nehêla jê derkevît. Her wek ji berkarê Cizîrî diyar û xuyaye, wî xo ji dûrhêlê û têkeliya bi dinyayêra dwîr êxistiye, eger çi wî têkheliyeka mukum digel mîran hebûye û wan jî bi lokbilindî nêraye Cizîrî, lê Cizîrî her wek sofiyekî maye û berê xo nedaye çi rêkêt dî. Ehmedê Xanî jî verêja Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî ye, bi bawerya min eger eve nebana, Ehmedê Xanî jî nedibû, lê her kesek kurê heyamê xoye û çêkiriyê hawîrdorê xoye. Ehmedê Xanî jî wekî Melayê Cizîrî nêzîkî mîran bûye û têkhelîyeka nêzîk digelda hebûye, wî jî wekî Melayê Cizîrî şi'r bi mîranve gotîne, mijarêt dînî nivîsîne, di sofyatiyêda şehreza bûye, gelek caran jî xo di wê behrêda niqo kiriye, lê pa sofyatî neşyaye Ehmedê Xanî di nav xoda werpêçît her wekî Melayê Cizîrî werpêçay. Her wek me gotî, Melayê Cizîrî bijlî du – sê şi'ran ku bi mîrêt cizîrê ve nivîsîne, eger berkarê wî yê dî hemî di çarçovê sofyatîyê da dernekeftîne, lê Ehmedê Xanî bo cara êkê qamos bo biçwîkêt Kurda nivîsîye, li ser eqîda îslamî, - ku ew jî êk ji zanistêt îslamê- niviştokek nivîsîye, niviştokeka dî li ser erkanêt îslamê nivîsîye, behîdarîyeka dirêj bi mîr Mihemed Begê hakimê Bazîdê vehandiye û berkarê wî yê gelek mezin û bihadar Mem û Zîn e, ku çîroka du evîndarêt Kurd bo dinyayê vegêraye û herwek

wî bixo gotî, daku xelk nebêjin, Kurda felsefa evînê fêm nekirîye, her di Mem û Zînê da wî mijareka bive û xeter, mijareka dwîr ji hizra xelkê deverê, mijareka dwîr ji hizrubîrêt olî, ku ew jî mijara miletînyê ye, helêxistiye. Neku bes Melayê Cizîrî yê Kurd xo nehavêtiye vê mijarê, belkî hizirvanêt dinyaya Îslamî hemya çi hizrêt hosa ne helêxistîne, ku bi rastî ev hizrêt mezin û berfireh, di çaxekê tarîda mejîyê mirovî tevlîhev diken, ka wî hizrêt danana dewleta Kurdî ji kîve înayne?!!

Pirs: 6. Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin. Evdirehman Dure ku yek ji kesên xwedî gotine li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe dipirse "evîn çi ye”, bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “ Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jêre feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze? Pênasîna ku Ebdurrehman Durreyî bo evînê kirî ya xorist û di cihê xodaye, lê demê em behsê evîna Melayê Cizîrî dikeyn, divêt xo pavêjîne kinarê Sofîzmê. Melayê Cizîrî jî wekî sofiyêt berî xo yêt binav û deng, Şêx Mi'hyeddîn Ibin Erebî, Şêx Mei'rûfê Kerxî, Bayezîdê Bestamî, Huseynê Hellac, Ebu Bekrê Şiblî û Ebdilqadirê Geylanî û yêt dî, ewî jî bi dêrbîna sofyatiyê temaşeyê dinyayê kiriye, nexasme dideravê ''Evînê''da. Evîna mirovê sofî girêdayî xudêye, heta demê evîn dibîte evîneka dinyayî jî, sofî wesa dibînin, ku xudê tecella di evîndara wîda kiriye, berî niho min carekê çarmalkîyeka Cizîrî li ser Şêxê Sen'anî di cihekîda behis kirbû, naveroka wê li ser evîna Şêxê Sen'anîye bo kiça Ermenî, Melayê Cizîrî wesa hizir diket, ku

Şêxê Sen'anî xeletî nekiriye, demê çûye Ermenistanê, xeletî nekiriye demê Ereq li ser destêt kiça Ermen vexwarî, ew wesa hizir diket ku Şêxê Se'anî tecellaya Xudê, an jî hema xudê bi xo li wêrê dîtiye. Bersîv: 6. Sofî dibêjin, sê rengêt ''Evînê'' hene: ya êkê, Evîneka xorristiye, dinavbera mirovan da çêdibît, ruha her êkî dibîte ruha yê dî, wextê ew 'hejêkirin û gulênê diken, ru'hêt herdukan têkelêk dibin, wekî çawa reng têkhelêk dibin. Ya duyê; Evîna ru'hanî- nefsî ye, armanca wê Evînê wekhevîya digel xoştivîyê xoye, qedrê wî bigrît û loka wî ya bilind bizanît. Ya sîyê; Evîna Xudêyî ye, ew jî ewe ku Xudê 'hej benyê xo biket û benî jî hej wî biket, bi rangekê wesa hej êkudu biken ku dwîmahiyê benî xo bibînît ku ew jî "Heqqe'' anku xudê ye, dîsan xudê jî bibîte qudîka beniyê xo, ku benî xo di xudêra bibînît, bikarît bêjît ejî ''Heqqim'' anku xudême. Herweku Melayê Cizîrî jî çend cara ''Ena Elheq'' anku ez xudême gotîye. Pirs: 7. Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deşelatdarên Kurdan ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mikune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be? Bersîv: 7. Eger em binêrîne dîroka torevaniya kudî bi rengekê tevayî, dê bînîn, pirraniya şa'ir û nivîsevanêt Kurd şi'r bi hakim û serwerêt biyanîve ne gotîne, çi dema jî destêt xo bo biyanîyan dirêj ne kirîne, ş'ira xo jî ne kiriye pertalek ji bo firotinê. Herdem şa'irê Kurd berevan û piştgîrê miletê xo bûye, binêre Melayê Cizîrî, tinê ş'ir bi mîrêt Cizîrê ve gotîne û wî çaxî jî hiş û hişyariya miletîniyê di wêrê da bû ka mirov çend girêdayê serwerêt miletê xoye hind jî mirov dilsoje bo miletê xo, Melayê Cizîrî di ş'irekêda, dibêjîte mîrê Cizîra Botan,

nabît bes Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bin, belkî divêt sedêt wekî şahê Xurrasanê di bin emr û fermanêt teda bin. Ney tinê Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bin Sed wekî Şahê Xurrasanê di ferwarê te bin Dîsa di şi'reka dî da daxwazê diket ku Cizîra Botan bibîte paytextê her heft eqlîmêt dinyayê û hukmê mîrê Cizîrê wekî hukmê Eskenderî û Fexfûrî hemî dinyayê vegirît, dibêjît: Ma Cizîrê şubhî darê textê heft Eqlîm-i bit Hem bi 'hukm û seltenet Eskender û Fexfûr-i bî Dîroka şerê Kela Dimdimê û Xan Ebdalê qehreman di nav Kurdanda ya navdare. Ev şere dinavbera Şahê Ecemê û Xanê lep zêrîn qewimiye, di wî çaxîda Feqiyê Teyran hebûye û dîyare jî ku li nêzîk yê agehdar bûye, lewra jî wî beyteka dirêj pê vehandiye, di beytêda Eceman bi kafir dadinît û Kurdêt ku hatîne kuştin bi şehîd. Dîsa ne pêtivîye em di vê xalêda behsê Ehmedê Xanî bikeyn, jiberku wî bingehê hizra miletînyê bo Kurda danaye, herdem jî berevanî ji miletê xo kirîye. Evca me nevêt li ser wan hemî şa'iran rawestîn yêt ku bo miletê xo nivîsî û hizrêt miletînyê di serîda werar kirî, lê bi tevayî jî di vî warî da toreyê Kurdî ji hemî toreyêt miletêt dewrubera paqij û bijwîntire. Pirs: 8. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mikun e bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi Kurdî didin Xanî, ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê Kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye Bersîv: 8. Kes neşêt berê dîrokê biguhorît, dîrok çawa qewmiye dê

wesa hête nivîsîn jî, nabît Ehmedê Xanî sed salan biçîte pêş Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran, kes neşêt bêjît Ehmedê Xanî ji wan herdukan şa'irtire, nabît bêjîn Ehmedê Xanî bingehê toreyê Kurdî danaye, divêtin em her kesekî, her zanayekî di cihê wîda, di demê wîda, di dewruberê wîda, di pêşveçûn û têgehiştina çaxê wîda vekolîn. Her êk ji vana di çax û demê xoda kenkenekê mezin bûye, muhra xo li dîrokê kiriye, hindî miletê wan mabît ew namirin. Herwekî me berî niho gotî, Feqyê Teyran û Melayê Cizîrî nebana, Ehmêdê Xanî jî nedibû, ew werçepeka mezin bûn di dîroka torevaniya Kurdî da, Ehmedê Xanî jî werçepeka dî bû. Lewra Ehmedê Xanî jî jibîr nekiriye, ku ew seydayêt wî bûn, demê dibêjît: Bînave ri'ha Melê Cizîrî Pê 'hey bikira Elî Herîrî Keyfek we bida Feqîhê Teyran Heta bi ebed bimaye 'heyran Dîsan jî min divêt bêjim, ku zanayêt koma êkê di toreyê Kurdîda, anku danerêt binyatê toreyê Kurdî, Teyran û Herîrî û Cizîrî, nahêne hevberkirin û helsengandin di gel şa'irêt piştî wan. Ewan rwîyê miletê Kurd yê zanistî û toreyî sipî kiriye. Pirs: 9. Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî ? Bersîv: 9. Digel hatina îslamê xandin û zanînê destpêkir, her cihê ku bisurmanetî digehiştê, mizgeft jî têda dihatin avakirin, di wan mizgeftanda Qur'an dihate xandin, piştî hingî hêdî hêdî zanstêt îslamî wekî tefsîrê, hedîsê, şerî'etî û yêt dî serhelda, li serdemê Ebasiya bijlî zanistêt dînî, yêt dinyayî jî wekî felsefê û felekê û dîrokê û …htd., peydabûn, êdî hijmara şagirdan bû gelek û mizgeft neşyan vê hejmara mezin wergirin, jiberku mizgeft pêtir bo ta'etî û xudê perêsîyê hatibûn avakirin, lewra hizir li danana medresêt taybet hate kirin, ewbû bo cara êkê yê ku medrese danay herwek Ibin Xelkan ''681miş., 1282za., mirîye'' dibêjît ku: ((''Nizam El-melik'' medrese û tekya û mizgeft di welatî da avakirin, ew êkemîn kese medrese

damezrandîn û xelkî jî çavlêkir)) wî gelek medresêt nîzamî li Bexda û Belex û Nîsabûr û Wehrat û Esbehan û Besra û Mero û Amil û Mîsil, danan. Her Nîzam El-melik medreseyek li bajêrê Cizîrê avakir, ku tête hijmartin kevintirîn medresa serbixo li Kurdistanê. Û dibît ku Nîzam El-melik ev medrese sala 463miş.-1073za., dema digel Elb Erselan hatîye welatêt Dustekîyê an piştî dest danaye ser desthelata Dustekî, avakirbît. Evca piştî danana vê medresê li hemî bajêrêt dî yêt Kurdistanê medrese hatin avakirin, wekî: Medresa Strabasê ''Dîyarbekir'', medresa sor ''Cizîra Botan'', medresa Bazîdê, medresa Şemdînan, medresa Bidlîsê, wekî Îxlasîye, Katibîye, Şukrîye, Şerefîye û Şemsîyeyê. Medresa hîzanê, medresa Miksê, medresa Bêdarê, medresa Findika Botan, medresa Axtepeyê, medresa Norşêtê, medresa Farqînê, medresa Hawêlê, medresa Sêrtê, medresa Heskîfê, medresa Paloyê, medresa Oxînê û medresa Qubayê li bajêrê Amêdiyê û gelek medresêt dî. Mela Mhmûdê Bazîdî dibêjît: ((Melayêt qewî zû finûn di Cizîr û Imadî û Soran û Si'rt û etrafan da zaf bûn, telebeyêd Kurdistanê heta Bexda û Besra û Mûslê diçûn û di gerîyan û tehsîla ilûman dikirîn.)) êkê wekî Melayê Cizîrî di vê barista zanînêda hate taşandin, em bi dirustî nizanîn ka xandina Melayê Cizîrî di van medreseyanda ya çawa bûye, li çend medresan xandîye û ew jî wekî hemî feqîyêt Kurda bo wergirtina zanist û zanînê çûye çend welatan an ne? Lê herwek xuyaye seruberê hemî feqîyêt Kurdistanê wekî êk bûye û cihêt zanînê jî an mizgeft an medrese an jî tekyabûn, kawedanêt wan jî hemî nêzîkî êk bûn. Ew zanistêt di wan medresanda dihatin xandin jî bahra pêtir wekî êk bûn, wekî van zanistan: ((Sserf, ne'huw, edeb, înşa, menttiq, issul, beyan, tarîxa tebî'î, te'bîr, te'wîzat, tessewif, cifir, cu'xrafîya, niqarî, teşrîh, hîsab, hendese, cebir, miqable, tefsîr, hedîs, hiqûq, hîkmet, nujdarî, remil, kîmya, cerr el-esqal, tîyanasîyê, fîzya-ku behsê ecsamêt tebî'î kirîyefîzyolojî- ku behsê karubarêt endamêt leşê gîyaneweran

kirîye- zanyarîyêt nujdarîyê, tilismat, me'anî, mue'mma, munazzere, 'eruzz, qafîye, qîra'et, kelam, muhazerat, mesahe, çandin, fiqih, feraîzz, stêrnasî, neqaşî, istirlab û musîqe)). Herwek di helbestêt Melayê Cizîrîda xuya dibît, ku wî ev hemî zaniste xandîne û têda şehrezabûye. Û wesa tête vegêran ku Melayê Cizîrî li medresa sor ya Cizîra Botan seydabûye. Pirs: 10. Kesên dîwana Cizîrî çîrove kirine ne kêm in. di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî heye. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin? Bersîv: 10. Bi rastî Kurd di hemî waranda xo nawestînin, nexasme di warê vekolînêda, em wesa hizir dikeyn ku dîwana Melayê Cizîrî tinê ji layê Zivingî û Hejarî ve, hatîye ravekirin, û hewe di pisyara xoda jî navê Hejarî berî yê Zivingî înaye!! Pêdivîye li vêrê pîçekê dirêjtir li ser vê xalê rawestîn û navêt wan zanayan bînim yêt dîwana Melayê Cizîrî ravekirîn: 1. Mela Ebdilqadir Qedrî kurê Hesenê Cizîrî (1842-1882), miftî bû li Cizîrê, bi erebî ravekirîye. 2. Mela Ebdilselam Mirad Ebdilselamê Cizîrî (1878-1952), bi erebî ravekirîye. 3. Mela Ebdilrehîm kurê Ebdilrehmanê Westanî (1958ê za., mirîye), bi sê ezmanan, turkî, erebî û farisî, ravekirîye. 4. Mela Ehmed kurê Mihemedê Zivingî (1893-1971za.), bi erebî ravekirîye. 5. Hejar Mukrîyanî (1921-1991za.), bi soranî ravekirîye. 6. Seydayê Cegerxwîn (1903-1984za.), bi Kurdî ravekirîye. 7. Du hêjayêt dî jî vê dwîmahîyê dîwana Melayê Cizîrî bi Kurdî ravekirîye, Celalettîn Yoyler û Mihemed Emîn Doskî. Helbet dîwana Melayê Cizîrî behreka hindî bêjî kwîre,

melevanêt zîrek nebin neşên bigehne çi kinara, berî her tiştî ewê dîwana wî rave diket divêt bi kêmasî hersê ezmanan, erebî, Kurdî û farisî baş bizanît, di felsefeya sofîzmêda şehrezayeka baş hebît, yê melevan bît di hemî zarêt Kurdîda nexasme zarê hekara kevin ku Cizîra Botan û Behdînan û Hekarê vedgirît. Evca ev helyêt (şertêt) me gotîn di her kesekîda kom nabin yêt ku dîwana Cizîrî rave kirîn. Bi bawerîya min ew kesêt ku ev helîye têda nebûyne, wî hana xo birîye ber yê berî xo, lewra jî dê çend nêrînan li ser vê çendê dem. Despêkê dê li ser Mela Ebdilqadir û Mela Ebdilselam rawestîn? Kanê van herdkan kê mifa ji yê dî wergirtîye, kê berî yê dî dîwan ravekirîye? Haya wan ji hevdu hebû an ne? Bersiva van pisyara di mij û moranêdaye, em nizanîn kê berî yê dî ravekirîye! Heke êk bi jîyê xo ji yê dî mestir ba jî da bêjîn yê mestir berî nivîsîye, lê jîyê wan jî temet êke û dîroka jidaykbûna wan gelek nêzîkî êke, evca em neşêyn nêrîneka vebirr li ser vê çendê bideyn, dê hêlîn bo paşerojê belkî ev bersive bihêne dan. Dê dev ji van herduka berdeyn û hêyne ser Mela Ebdilselam û Mela Ehmedê Zivingî, gêngeşa mezin jî herdem li ser van herdukan bûye, wesa belav bûye, ku Mela Ehmedê Zivingî raveya Mela Ebdilselamî jê wergirtîye û piştî çûye ber dilovanîya xudê, Zivingî rabûye li ser navê xo çap kirîye. Belê piştî raveya Mela Ebdilselamî sala 2004ê li dezgeha Spîrêz li Dihokê hatîye weşandin, êdî xuyabû ku her êkî wekî xo ravekirîye û cudahî dinavbera herdukanda heye, lê tiştê me divêt bêjîn ewe, eger raveya Mela Ebdilselam neba, da Zivingî şêt raveyeka hosa berkeftî bo dîwana Cizîrî ket? em dê berê xo deyne Zivingî bixo ka di wî warîda çi gotîye. Zivingî di raveya xoda di berperê 941ê da gazindan ji rewşenhizra û têkehiştîyêt Kurda diket ku ne şyayne heta niho dîwaneka hosa biparêzin. Û dibêjît: ((min ev karê bi zehmet û mezin kir û çi harîkarî ji kesê wernegirt, xo nisxeyeka wê jî min ji kesekî qer nekir ku hindek peyvêt

destvedayî pê rastvekem, min harîkarîya xo nebire nik kesekî jî ku hindek pêzanîna li ser xudanê dîwanê xudê jê razîbît bidete min, belê divêt rastî jî bihête gotin, ewê min birastî harîkarî di despêka karê xoda jê wergirtî xudê jêrazî zanayê berkeftî Mela Ebdilselam Nacî yê Cizîrî bû, ew êk bû ji navdarêt Cizîrê û îmam û dersdarbû di medresa sor ya Cizîra Îbin Umer da, ewa ku mîr Şeref Xanê hevçerxê Melay di çerxê dehê yê mişextîda avakirî û Melayê Cizîrî li wêrê hatîye veşartin, paşî ((Mela Ebdilselam)) ji ber hindek egerêt sîyasî û dînî mişextbû Suryayê û bû îmam li mizgefta mezin li Qamişloyê, ji ber ku xudê jêrazî xelkê Cizîrê bû û demekê dirêj têda jîyaye. Û ya dîyare ku Cizîr warê Melayê Cizîrî bû û têda jîyaye û zarê ş'irêt wî jî zarê xelkê Cizîrê ye, ji ber vê çendê jî ((Mela Ebdilselam)) di vî zarîda yê şehrezabû û hemî hwîrkatîyêt wî zarî dizanîn, didespêkêda min gelek sod û mifa jê wergirt, belê pa mixabin berî ez şerha ((dîwanê)) xilas bikem, mirin gehiştê û çû ber dilovanîya Xudê.)) Ez vê tênagehim, Zivingî ji layekî ve dibêjît kesê harîkarîya min nekirîye, ji layekê dî dibêjît, '' ewê min birastî harîkarî di despêka karê xoda jê wergirtî xudê jêrazî zanayê berkeftî Mela Ebdilselam Nacî yê Cizîrî bû'' û dîsan dibêjît; '' belê pa mixabin berî ez şerha ((dîwanê)) xilas bikem, mirin gehiştê û çû ber dilovanîya xudê''. Wesa xuyaye Zivingî yê vîyay xo veşêrît herwekî wî hay ji çi şerhêt dî yêt dîwana Melayê Cizîrî nîne, wî hay ji şerha Mela Ebdilselamî jî nîne, eger ew bi xo bibêjît, ku Mela Ebdilselam harîkarê wî bû û berî şerha xo xilas ket Mela Ebdilselam mirîye, ma ya beraqile ku Mela Ebdilselamî harîkarîya wî kirbît û negotibîtê min dîwana Melayê Cizîrî şerih kirîye, yan bêjîn şerha xo ne dabîtev Zivingî?!!. Bi bawerîya min Zivingî libek ji destnivîsa şerha Mela Ebdilselamî hebûye û hemî jî baş xandîye û baş jî têgehiştîye, dîsa şerha xo li ser wê ava kirîye. Eger şerha Mela Ebdilselamî neba, Zivingî ne dişîya bi wî rengê zanistî dîwanê rave ket. Lê divêt wê jibîr nekeyn ku dîsan Zivingî tiştekê mezin bo miletê xo kirîye û barekê giran danaye ser milêt xo, eger çi wî mifa ji şerha Mela Ebdilselamî wergirtîye, lê wî pêkol kirîye

ku mita û pertalê xo hemîyê têda bimezêxît û ezmanê xo û zanîna xo têda bi karbînît, tinê gileya me liser wî ewe, pêdivî bû wî karukokê Mela Ebdilselamî piştguhve nehavêtiba. Kesê dî yê ku me divêt rexne bikeyn, seydayê Hejar Mukryanîye. Hejar Mukrîyanî jî wekî Zivingî xo ji harîkarîya kesêt berî xo berî kirîye, herweku wî jî mifa ji çi kesan wernegirtîye, an hema çi şerhêt dîwana Cizîrî nexandîne, bi rastî em dişêyn bêjîne mirovêt hosa ''bê nan û xwê'' li ser sifra xelkî dixon û paşî pilindara têwerdiken, ew Zivingî gunehbar diket, ku wî şerha Mela Ebdilselamî li ser navê xo çapkirîye, bêy ku pêzanînek li ser vê çendê hebît û awireka bitinê jî nadete wêrê ku wî şerha xo li ber ya Zivingî çêkirîye, an her çi nebît, mifa ji wê wergirtîye. Da binêrîne Hejarî ka di vê rastêda çi gotîye. Hejar Mukiryanî di pêşgotina wê şerha wî bo dîwana Melayê Cizîrî di herdu berperêt (19) û (23)ê da dibêjît: ((kitêbeka dî jî bi erebî heye bi qelemê Ehmedê kurê Mihemedê Botanî Zivingî miftîyê bajêrê Qamişloyê li Soryê. Şerheke li ser dîwana ş'irêt Cizîrî û navê wê (El'eqd Elcewherî fî şerih dîwan Elşeyx Elcizerî) danaye, anku: Girdana gewherîn di şiroveya dîwana Şêxê Cizîrîda…)) ((salêt 1956ê wêve, sê salan mala min li gundekî bû li nêzîkî Cizîra Îbin Umer, li Kurdistana Sûryê, ku navê wî (Qubûr Elbîzz) bû û ku dikevîte nêzîkî bajêrê Qamişloyê. Min digel mela û şa'ir û torevanêt wê deverê têkelî hebû. Min ji wan di bihîst, ku êk heye navê wî Mela Ebdilselame mijûlî dîwana Melayê Cizîrî ye bi erebî şerih diket, her ewan digot melayekê gelek başe û kirmancîya bi awayê Botanî jî baş dizanît, jiberku ew bixo xelkê Botane. Belê gelekê jar û belengaze. Yê selte û bi tinêye û di hucra mizgeftekêve dijît. Mela Ehmedê Zivingî ku bûye miftîyê Qamişloyê û mizgeftek jî didestîdaye û gelekê zengîne û pêçêbûye, xêra digel Mela Selamî diket û xarin û têşt û şîv û firavîna bo dihinêrît.

Mela Selam sala 1958ê mir. Piştî demekî şerha dîwana Melayê Cizîrî hate çapkirin. Li ser bergî nivîsîbû: Mela Ehmedê Zivingî miftîyê Qamişloyê. Şiklekê miftî jî yê xişkok dihate dîtin. Êdî çi tiştek di rasta Mela Selamî da ne gotibû. Guneh ji stoyê wan kesan yêt min jê bihîstî, ji pêş şorba xove, kitêba Mela Selamî bi navê xo çap kirîye.)) Bi rastî her kesekê şerha Zivingî û ya Hejarî hevber biket, dê bi sanahî zanît ku Hejarî şerha xo li ser ya Zivingî ava kirîye û eger şerha Zivingî neba, Hejar jî nedişîya vî karî biket. Hejîye bêjim, ku jiberku şerha Zivingî ya êkê bû hatîye weşandin, evca hemî kesêt piştî wî dîwana Cizîrî rave kirîn, Zivingî bo xo kirîye bingeh. Pirs: 11. Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje. Melayê Cizîrî di avakirna ş'irêda, di dariştina wêda melevanekê bê bevle, di selîqêda yê sirte, rehwane, peyvêt wî di hulîne, dirratî têda nîne, awazekê wesa rehwan û sirt daye ş'irê, demê mirov dixwînît, mirov wesa hizir diket, eve ji rastî êk yê awazekê lêdidet, ew awaz di mejî û dilê mirovîda diçîte xwarê, mirovî dibete dinyayeka dî, her peyveka wî û her hevokeka wî ya dagirtîye ji awazekê dilveker. Melayê Cizîrî heneka bi peyvan diket, li dwîv selîqe û mûzîka malkê ew peyvê di weribînît û di tiraşît, gelek cara dê bînî peyv birrîye û bi nîvî kirîye, yan herfekê duyan ji peyvê dihavêjît, heke mirov hosa peyvê bixwînît dê bêjî ev peyve ya şkandî û xirabkirîye, lê wextê mirov di qalibê Melayê Cizîrî bo danay dixwînît, dê wesa pêhesyêy ku peyveka gelek xişkoke. Bersîv: 11. Helîya (Şert) bingehîn ya ş'irê mûzîke, çend şa'ir di mûzîkê da yê rehwan bît, hind jî di ş'irêda dê yê serkeftî bît, gelek rexnevan dibêjin, ş'ir mûzîke. Bi rastî bi çend peyveka em neşêyn çi tiştekî di rasta mûzîka ş'irê li nik Cizîrî bêjîn,

mijara mûzîkê li nik Cizîrî pêdivî vekolînêt dwîr û dirêje, divêt kitêb li ser bihêne nivîsîn. Lê divêt bêjim, ku çi şa'irêt Kurd di mûzîkêda negehiştîne loka (derece) Cizîrî. Evca jiberku mûzîka ş'ira Cizîrî geleka sirt û rehwane û xwîndevan xwoşîyeka mezin jê dibînît, lewra jî ş'ira wî zwîtir tête jiberkirin. Bi rengekê tevayî ş'ir xoştir ji rûşanê tête jiberkirin, nexasme eger mûzîka wê bi dilê xwîndevana bît. Ehmedê Xanî û şa'irêt berî wî û piştî wî jî di mûzîka ş'irêda şehrezayeka baş hebû, êk ji wan zanistêt di medreseyanda di hat xandin, zanistê Erûzê bû, Erûz jî zanistê kêşan û pîvana ş'irêye, evca ne bes şa'ir di vê zanistêda di şehreza bûn, belkî hemî şagird û melayan şehrezayek têda hebû. Ehmedê Xanî qamûsa xo ''Nûbihar'' li ser Erûza erebî avakirîye, wî yazde behir ji şazde behrêt Erûza erebî di Nûbiharêda xebitandîne. Xanî ev tişte kirîye daku hem şagirdê Kurd fêlî dengêt Erûzê bibît, hem jî daku guhê wî yê mûzîkê vebibît û hem daku jiberkirna Nûbiharê ya bisanahî bît, çimkî herdem nivîsîna vehandî bo jiberkirnê ji rûşanê bi sanahîtire. Lê li vêrê pisyar ewe, madem ev şehrezayîya Erûzê û kêşan û pîvana ş'irê li nik pirranîya xwîndevanêt wî çaxî hebûye, boçî di wî warîda hemî şa'ir wekî Melayê Cizîrî di serkeftî nebûn?. Bi bawerîya min dilovanî (Atîfe) peyvêt rind û xişkok çêdiket, eger şa'ir digel darriştina peyvê rondika jî bo evîndara xo nerêjît, neşêt peyv û hevokêt bi kêr bejin û bala wê bihên, vehînît. Herweko di çîvanokada tête vegêran, evîna Melayê Cizîrî hina dijwar bû, wextê ş'ir di nivîsî pala xwe dida kevrekê mezin, demê wî dest bi ş'irê dikir evîn di dilê wîda di kelî û di fwîrîya, ew kevir gerim dibû û di şarîya, wesa kevir kel dibû, Zeryêt Cizîrê li piştêve nan pêvedida û di peht. Merema çîvanokê ewe, ku peyvêt Melayê Cizîrî yêt tijî evîn hemî dilêt hişk û req û sar wekî kevran gerim û nerim diket û stranêt evînê bo vedigêrît!!: Pirs: 12. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku deşelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navê yên

Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav deşealtdarên Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye. ? Bersîv: 12. Her tiştek di azadîyêda werarê diket. Ezman, Tore, Hizir, Zanîn, Abor…û htd. Demê mirovî azadî nemînît wî wextî hemî tiştê mirovî tête kuştin. Di despêka hatina îslamê û heta şerê çaldêranê jî 1514ê Kurda çi desthelatêt serbixo, xorrî Kurdî nebûn, di wî heyamê dwîr û dirêjda, di welatê wanda azadî nebû, xelkê bîyanî serwerîya wan dikir, jiber wê çendê jî em şûnwarekê Kurdî yê bitinê jî di wî heyamî hemîyê da nabînîn. Lê piştî şerê çaldêranê, tifaqa dinavbera Kurda û Osmanîya, mîrgehêt Kurda yêt serbixo hatin avakirin, Kurd ji rêdar û fermanêt bîyanîya qurtal bûn. Ji egerê vê çendê çerxê hilovana (Nehze) Kurdî, çerxê zêrîn despêkir. Bi bawerîya min heta niho jî çi desthelatêt Kurda neşyayne nîva wê jî biken ya ku berî çarsed salan hatîye kirin. Di salêt bîstanda Kurdî (anku kirmancî) li hemî parçêt Kurdistanê hate berbendkirin. Nexasme li Kurdistana bin destî turkyayê. Dîsan her di wan salanda hikumeta îraqê û turkîyayê li ser wê çendê pêkhatin ku, deverêt kirmancîaxêv Kurdî lê nehête xandin û bikarînan, ewbû biryar derkeft ku tinê deverêt sorana soranî bihête xandin û li devera behdînan jî Kurdî hate berbendkirin. Sala 1961ê şoreşa Kurdî li Kurdistana îraqê destpêkir, xelkî hizir kir êdî dê ji qeyd û bendêt dijminan qurtal bin û şên bi ezmanê xo xwînin û pê nivîsin, belê mixabin didespêka şoreşêda semt ber bi wêrêve çû ku soranî bibîte ezmanê şoreşê û herwekî dijminêt Kurda vîyay, Kurdî jî bihête berbendkirin, êdî ji sala 1961ê heta sala 1991ê şoreşêt Kurdî li Kurdistana îraqê nehêlan ne xundingehek bi Kurdî li Behdînan vebît, ne jî rojnameyek an jî kovarek derkevît, xelkê Behdînan tinê bo hindê hate berhevkirin ku bibîte sotkê

şoreşê!! Piştî salêt heştîyan li bakorê Kurdistanê jî şoreşê serhelda, wesa hate xîyal kirin ku dê Kurdî jî serheldet, lê mixabin wan jî di karubarêt şoreşêda ezmanê turkî xebitand. Dîsan piştî serheldana 1991ê li Kurdistana îraqê, hikumetek hate danan û perlemanek hate helbijartin, êdî dest bi pilanêt dijwar hate kirin ku kirmancî li hemî cihan bihête berbendkirin, despêkê kirmancî li hola perlemanê Kurdistanê hate berbendkirin, piştî sala 1991ê nêzîkî çar salan kirmancî li xandingehêt behdînanê hate xandin, paşî bi biryareka nepenî kirmancî dîsan berbend kir û şwîna wê soranî bi darê zorê li xandingehêt Behdînan da xandinê. Û paşî hikumeta Kurdistanê pêngava sîyê havêt ku pirogramêt kirmancî di têlevizyonêt herêma Kurdistanê da nemînin, da ku biçwîkê kirmanc guhdarîya ezmanê xo di malêda neket, bi hêceta wêrê ku xandina bi kirmancî û pêşveçûna wê ((emna qewmî ya Kurdî dê êxîte di xeterêda)) herwekî çawanê emna qewmî ya turkî êxistîye di xeterêda. Pêdivîye bêjîn ku xelkê Behdînan gelek pêkol kirin ku têleviyyoneka setelayt li Dihokê an Zaxo bihête danan,lê her bi zwî hikumeta Kurdistanê pêkolêt wan li tixwîbêt wan rawestandin. Evca desthelatdarêt çaxê me bi vî rengîne û ezmanê Kurdî bi darê zorê berbend diken. Desthelatdarêt çaxê Cizîrî û Xanî jî pwîte dida ezman û toreyê Kurdî, lewra jî yêt wekî Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Ehmedê Xanî çêbûn. Pirs: 13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mikun e dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe

nimûne, belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cîl û nifşên piştî xwe ? Bersîv: 13. Tiştekê aşkiraye herwekî berî niho min avirr dayê, Ehmedê Xanî xo bi şagird û mîratgirê Melayê Cizîrî û Feqyê Teyran û Elî Herîrî danaye, herweku di dîbaca Mem û Zînê da, serê xo bi wan bilind diket û xo bi mîratgirê wan didete nîyasîn û ew bo xo kirîne mînak û li ser dewsa wan çûye û xo li ser wan ava kirîye. Lê pisyar li vêrê ewe ka Melayê Cizîrî xo li ser çi û kê ava kirîye û kîye mînakê wî? Bi dirêjîya van salêt min li ser kilasîkan kar kirî, min gelek bizav û pêkol kir, tiştekî ji rewşa toreyî ya berî Cizîrî û Teyranî bizanim, jiberku eger mirov berê xo bidete perîsk (derece) bilindîya van şa'iran, mirov hizir diket ku evana ji çuneyê destpênekirîye, belkî berî wan toreyekê Kurdî yê nivîskî yê bi hêz hebûye, belê pa heta niho tiştekê bi belge û dokomênt li ber destê me nîne, lê dîsan jî wesa xoyaye ku berî wan jî ş'ira Kurdî hebûye, li vêrê em dişêyn tinê du mînakan bînîn, mînaka êkê: Di şerfnameya Şerefxanê Bidlîsî da navê şa'irekî di mijara ''Fermandarîya Zerqî'' da, hatîye, ku bi Kurdî ş'ir nivîsîye û Şerefxan dibêjît dîwaneka ş'iran jî bi Kurdî heye. Navê wî jî ''Ye'iqûb Beg Mihemed Beg''e, ku piştî sala 1534ê wêve bûye serwerê Zerqîyan. Şerefxan dibêjît: (( '' Ye'iqûb Beg'' piştî birayê wî Şah Qulî Beg hatîye kuştin, fermanek ji layê sultan Silêmanî ve hate dan ku ew bibîte serwerê hemî welatê Zerqan. Ye'iqûb Beg mirovekê têgehiştî û zana bû, sofîyek bû herdem guhdarîya kesêt xudênas dikir, gelek gêwilê ş'irê hebû, ş'irêt sofîyatîyê divehandin, pitirîya ş'irêt wî bi ezmanê Kurdîne, wî dîwaneka ş'iran bi Kurdî heye….)) Mînaka duyê: Dr. Mes'ûd Kitanî şi'irek bi navê Melayê Bateyî di govara Peyv hijmara 6 sala 1998ê da belavkirîye, ş'ir bi çar ezmanan, Kurdî, osmanî, farisî û erebî hatîye vehandin. Ew bixo saloxa dîwana sultan Huseynê mîrê Amêdîyê diket. Sultan Huseyn sala 1575ê çûye ber dilovanîya xudê. Eger em binêrîne salêt jidaykbûna Teyran û

Cizîrî, herweku berî niho me avirr dayê, dê bo me xuya bît, ku ev ş'ire gelek salan berî Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran hatîye nivîsîn. Her li vêrê min divêt avirrê bideme wê çendê, ku hêja Mes'ûd Kitanî, ş'ir bo Melayê Bateyî danaye, lê ew bixo ya ş'irekîye bi navê ((Hemîdî)) herweku bi aşkirayî navê wî di despêka destnivîsê û dwîmahîyê da hatî. Êdî ji van herdu girovan tête zanîn ku ş'ira Kurdî berî Melayê Cizîrî hebûye, lê mixabin tiştek ne gehiştîye me. Mirov dişêt bêjît ku Melayê Cizîrî berî her tiştî: 1. Mifa ji şa'irêt Kurdêt berî xo wergirtîye 2. Mifa ji toreyê (edeb) Kurdî yê zardev wergirtîye, her wekî min di vekolînekêda bi dirêjî behis kirî. 3. Mifa ji edebê farisî wergirtîye, nexasme şa'irêt navdarêt faris Camî û Se'idî û Hafiz. Pirs: 14. Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û neKurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin. Bersîv: 14. Dîwana Melayê Cizîrî bo Kurda ne tiştekê kêm bû, dîwana Cizîrî û çend ş'ir û beytêt dî di çaxê wî da Kurd ji xeweka hizar salî rakirin û bi wê çendê hesyan ku ezmanê Kurdî jî wekî ezmanêt erebî û farisî bo nivîsînê û flîvanîyê bikêr têt. Êdî ev dîwane bo tiştekê pîroz bo gelek twîxêt civakê, feqîyan di mizgeftan da bi dengekê bilind ş'irêt wî distrandin, melayan durr û mirarîyêt hunerê bilindê ş'irê ji dîwanê derêxistin, derwêşan diber lêdana defêra bi wan ş'iran digel xudayê xo diaxivtin, cotîyar û palan beheşta xudê di peyvêt dîwanêda didît. Evca dîwan wekî kitêbeka pîroz kete di nav civakê Kurdî da, êdî her li wî biçît dîwanê bo xo venivîsînît. Kêm mizgeft û medrese hebûn ku libeka dîwana

Cizîrî têda nebît, piranîya feqî û melayêt Kurdistanê her êkî libek bo xo dinivîsî, ji ber vê çendê jî heta niho jî dê bînî bi dehan destnivîsêt dîwana Melayê Cizîrî di nav xelkê Kurdistanêda mayne, min bixo jî pitir ji deh destnivîsan hene. Eger heta niho dîwana Cizîrî nehatiba çapkirin jî, çi tirs li ser nemana wê nebû. Min bixo çend caran ji melayan bihîstîye digotin: piştî Quranê dîwana Melayê Cizîrîye!! Ji ber van sedeman kitêbeka bi vî rengî pîroz çi cara berze nabît. Ş'irêt Cizîrî di nav Kurdan da xasîyeteka dî jî hebû, çênedibû peyvek an hevokek bihête destvedan, çawa bo Quranê ev tişte çênedibû, herwesa bo dîwanê jî, ji ber vê egerê jî dê bînî li ser wê çendê ku bi dehan lib ji dîwanê desnivîs kirîne, lê guhrîn têda çênebûye, belê pa şa'irêt dî guhrînêt aşkira di ş'irêt wanda çêbûyne. Xelkê bîyanî jî hindek karêt biçwîk bo dîwana Melayê Cizîrî kirîne, lê eve jî her tinê parastina libekê ye ji destnivîsa dîwanê, karê ji hemya berçavtir ku ji layê kesekê bîyanî ve bo dîwanê hatîye kirin, ewe yê ((Von Martin Hartmann)) kirî. wî sala 1904ê destnivîseka Melayê Cizîrî ji Kurdistanê ku bi destê melayekê Kurd hatîye nivîsîn, digel xo înaye Elemanya û pêşgotinek bo destnivîsê bi Elemanî nivîsîye û ew destnivîs zêde kirîye. Eger çi karêt kesêt wekî Hartmann nahêne piştguhvehavêtin û jibîrkirin, lê dîsan jî ne karekê êkaneye. Pirs: 15. Xaleke din ku zelaliyê dixwaze û li bendeyî serastkirinê ye mesela helbestekê ye ku Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî bi hev re xwendine. Navê vê helbestê û sala xwendina bi hev re û sebeba xwendina bi hev re? Ev adetek bû, di zemanê Cizîrî de adetên wuha hebûn di nav şaîr û aliman de ku bi hev re helbestan bixwînin. Bersîv. 15. Belê, ş'irek heye dinavbera Feqyê Teyran û Melayê Cizîrî da hatîye vehandin, herwekî berî niho jî min di bersiva pisyareka dî da behis kirî. bendek ji layê Feqî tête gotin benda piştî wê ji layê Melay tête gotin…û hosa heta

dwîmahîyê. Benda êkê Feqî dest pêkirîye û ya duyê Melay û dîsan heta dwîmahîyê ku bi benda Melay xilas dibît. Navê vê ş'irê di destnivîsanda (Mukaleme) hatîye, hindek cara jî (Munazere). Ku ev herdu peyve jî bi erebîne, ya êkê bi Kurdî anku: bihevra axivtin, an jî dan û standin. Ya duyê anku: qawîşkêşanê, an jî : havêtne berêk. Ev awayê ş'irê di folklorê Kurdî da gelekê mişeye, nexasme di ''Heyranokêda'' ku kiç û kurr herdu dihavêne berêk û êk bendekê dibêjît û yê dî an ya dî lê vedigêrît, Kurd dibêjne vî awayê dariştinê ((Berêkanê)), evca ev peyve ji folklorê Kurdî hatîye wergirtin û bo vî awayê ş'irê di navbera şa'iran da jî dibêjinê Berêkanê. Ev awayê henê li nik ereb û farisan jî hebûye, lê wana berêkanê pitir di warê reîdanê li ser hizrekê ka re'ya kê dirusttire, an di warê Berrebêjîyêda (Bela'xet) ka kî ji yê dî di axivtinêda berretire, an Berrebêjî di ezmanzanîyê, zanistê, dîrokê û zanistêt dî da dikir, ka kî ji yê dî zîrektire. Ev ş'ira henê jî berêkanêyeke dinavbera herdu şa'irêt hevçerx Feqîyê Teyran û Melayê Cizîrî da. Feqîyê Teyran di bendekêda sala nivîsîna wê aşkira kirîye, dibêjît: Birîndarê Işqême dûrim ji siha bihan D'zanin meddahê kême di "hizar û yek û sihan" Sena xwanê Melê me li hemû erd û cihan Ewî sala 1031 mişextî, anku hicrî bo nivîsîna wê danaye, ku dikevîte beramber sala 1621-1622zayînî. Pirs: 16. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne?. wek nimûne Xanî fireh û çendalî xwedîmijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest? Bersîv:

16. Eve çend sale ez li ser destnivîsêt Kurdî dixebitim û herdem jî ez hizra wêrê dikem belkî rojekê ji rojan berkarekê vî şa'irî û êkê yê dî yê ku nehatîye dîtin bikevîte destê min, bi rastî jî gelek cara merema min bi cih hatîye û tiştê nwî hatîye vedîtin. Lê di rasta Melayê Cizîrî da heta niho bijlî ş'irê û wê ş'ira wî ya di dîwanê da tiştekê dî berçavêt min neketîye, tinê vehînokeka dirêj min di destnivîsekê da dît, ku li ser navê (Mela)y hatibû meşiqkirin. Ev vehînoke li ser ferzêt nivêja ye, li ser pênc navbirra ya hatîye avakirin, sala 2005ê min ew vehînok di kitêba xo ''Kelhên ava''da belavkir. Pîçek jî min behsê wê kirîye, ku herçend bi navê (Mela)y hatîye belavkirin, lê bi bawerîya min ya Melayê Cizîrî nîne, jiberku Melayê Cizîrî mijarêt bi vî rengî ne nivîsîne û dîsan awayê dariştina wê ya siste, ne ya dagirtî û kutne kirîye wekî ş'irêt Cizîrî yêt dî. Evca heta niho bijlî dîwanê tiştekê dî liser navê Melayê Cizîrî nehatîye vedîtin, dwîr nîne jî ku wî tinê ev dîwane nivîsîbît, lê divêt bizanîn ku wî bi vê dîwanê mezintirîn kar bo Kurda kirîye.

Jan Dost

Pirs: 1. Li gora hinek idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar û helbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji ku tê, ji ku av vedixwe? Bersîv: 1. Bi ya min dibe ku rêjeya kesên ketine bin bandora Melayê Cizîrî û helbstvaniya wî, bêtir be ji ya ku di pirsa we de hatiye. Hema ji seydayê Kurdayetiyê yê mezin Ehmedê Xanî de bigir û heta Cegerxwîn. Kî neçûye ser kaniya Cizîrî û ava zelal venexwariye? Kê teswîrên wî ji bo xwe nekirine nimûne û di helbestên xwe de nedaye ser şopa wî ya pîroz? Cegerxwîn digot: Cizîrî bêndera şairan e, her kesekî dawa xwe daye ber û têra xwe jê biriye. Ji roja roj de û hîn seydayê Cizîrî li jiyanê bû, rola wî û bandora wî ya mezin li ser her kesê bi wêjeyê re têkildar, hebû. Helbesteke wî bi xwe heye, rexneyên tûj li melayekî ji Finikê dike ku helbesta Cizîrî li ser navê xwe di civatan de xwendiye, ango qesîdeyên Cizîrî dizîne û birine li civatan gotine ev yên min in. Cizîrî li ser vî melayê ku navê wî ji

panzde tîpan e, dibêje: Qewî meşhûr e mela namê te ye xemse eşer Tu bi şiira ne te gotî, xwe dikî qend û şeker Ev yek dide xuyakirin ku heta kîjan radeyê helbesta Cizîrî xurt û bi hêz bû. Heta di jiyana wî de jê dihate dizîn û xelkê bi tevna wî helbestên xwe diristin. Cizîrî Xwedan hêzeke mezin e ku mirov dikare bibêje ewî bingeha ekola helbesta Irfanî(teswwufî û evîna Xwedayî) di nava Kurdan de damezirand. Ev hêz jî di baweriya min de ji kûraniya fikra Cizîrî tê. Ew ne hema şairekî gotinên xweşik û ciwan li hev anîne. Wisa jî bêyî fikr û felsefe dikaribû bibûya şairekî navdar ê Kurdan. Lê taybetiya wî di baweriya min de ew e ku di zanînên dema xwe de yekî mûqelêş û bêhempa û serkeftî bû. Yanî derbarê felsefeya Grîkî de ku piştî belavbûna Îslamê û bi bizava wergerandinê re, li rojhilatê belav bû, gelek agahiyên wî yên kûr hene. Ew di her qesîdeya xwe de fikreke felsefîk dide ber guhên me. Bi me dide naskirin û felsefeya ewqase zor di cumleyên gelekî rihet de bi cih dike. Eger dem hebe emê mînakinan ji helbestên wî bidin. Emê bibêjin ka tayê kîjan felsefeyê di wan de dibiriqîne. Ya din ku hêzeke mezin daye Cizîrî û helbesta Cizîrî tesewwufa Îslamî ye. Li gor dabeşkirina hin lêkolîneran tesewwuf sê beşên mezin in, yek jê Tesewwufa irfanî ye, ku girêdayî cîhana lahût û Xwedê ye ku nûnerê wê Ibnu Erebî ye. Ya din tesewwufa wijdanî yan jî evînbazî, ew jî girêdayî evîneke giran ku dawî dibe evîneke Xwedayî ye ku nûnerê wê di wêjeya tesewwufî erebî de Ibnul Fariz e. Cûreyê sêyem tesewwufa insanî yan civakî ye ku ew jî girêdayî xelkê ye û tesewwufeke li dijî zulma desthilatdariyê ye ku nûnerê wê yê berbiçav Mensûrê Hellac e. Cizîrî bi xwe bêtir di ekola tesewwufa wijdanî de ders wergirtin û paşê bûye mamosteyekî mezin tê de. Ji bilî tesewuf û felsefeyê, Cizîrî zanayekî dînî bû, zanayekî ku haya wî ji astronomiyê jî gelekî hebû, ji zimanê Erebî ku ew tê de gelekî serdest bû, hebû. Ji zanistên quranê û tefsîra wan ne

bêpar bû, her wisa ew diyar dike ku wî çavek li kitêbên bijişkiyê jî xistiye û navê çend kitêbên Ibn Sînayê navdar di helbestên wî de derbas dibin. Ew ne tenê şair bû lê alimekî mezin bû û ronakbîrekî dema xwe bû. Ji bilî vê, cesareta wî gihişt radeyekê ku bibêje: ez ji Hafizê Şîrazî jî şairtir im. Û ji wir her bang li gelê xwe dikir ku herin helbestên wî bixwînin. Wî bi xwe zanîbû ku ew gewherekî nirxdar e, li welatekî ku qîmetê gewheran lê kêm e, wî dizanîbû ku ew mûm û şemal û çiraya Kurdistanê ye: Gula baxê Iremê Bohtan im. Şebçiraxê şebê Kurdistan im. Lê mixabin qedrê wî gelekî nîn e, loma jî berê xwe dida piraniya xelkê û digot: Xaliba ehlê zemanê me, Mela Ademîyin? Venûmayin ji kerê mey reş û gayê te yî beş! Ango: ey Mela, piraniya xelkên dema me ne ademîzad in, ferqa wan û kerê me yê reş û gayê te yê beş nîne. Ew mirovekî heta tu bibêjî ji xwe û bi xwe bawer bû. Bi zanîna xwe û zimanê xwe yê kurmancî bawer bû, û di seranserî helbestên dîwanê de wî pesnê xwe û hêza xwe ya hunerî kiriye. Helbet xwepesindana wî ne ji valahiyekê tê, ew bi xwe jî xwe qenc nas dike û dizane ku hakimê peyv û hunera helbestê ye, ew bi xwe dibêje: Di iqlîmê suxen mîr im, di şiirê de cîhangîr im. Yanî li welatê peyvê mîr im, û di helbestan de jî min dunya daye ber xwe!! Pirs: 2. Dibêjin ku Mîr Şerefxanê navdar, nirx û rûmeteke bêpayan daye Cizîrî, ew çendî ku di goristana malbata xwe de ew kiriye şirîkê xwe, yeke ji malê. Tê gotin ku ew kesê bi tenê ye, di goristana desthelatdarên Cizîrê de ku ne ji malbatê ye, ev hinekî rûtbe û nîşandayîna lordîtiyê li Ingilîstanê tîne bîra mirov, yan na? Di vê derbarê de çi delîl, gotin, hene?

Bersîv: 2. Ez bi xwe nizanim ka ev yek rast e yan na. Lê helbet qedrekî wî yê mezin li ba mîrên Cîzîrê hebû. Ez dikarim bibêjim ew şairê bargahê bû. Şairê mîran bû. Şairê desthiladariya Kurdî bû. Îcar ku mîna paye yeke bilind dabinê û ew di goristana mîranî de veşartibin, ne dûr e. Ew jî mîrek bû, lê wek min berî niha ji helbesteke wî mînak anî, mîrê peyvê bû, mîrê qesîdeyan û şiirê bû. Ne bes weha, wî digot: Ez di helbestê de sultan im! Ez bawer dikim, dê wî mîna her wêjevanekî piştî mirina xwe bêtir guhdan dîtibe. Yanî di jiyana xwe de ne gelekî bi kêf xuya dike. Em di helbestên wî de vê yekê bêhn dikin. Ew gelekî gazinan ji dem û xelkên demê dike, wan bi ker û ga dişibihîne û bi darên ji agirekî re rêzkirî bin, jî dişibihîne. Dibêje ku ez bê mal û milk im, spasiya Xwedê dike ku agirê evînê û iksîra wê kiriye para wî ne mal û milk. Di gel ku wî bi du helbestên giran û têrwate pesnê mîran jî daye, ez dibêjim ku qedrê wî dîsa baş nehatibû naskirin. Îca li pey mirinê wek ku dibêjin(gurrî gulîsor dibin) mîr xwestiye qedrekî zêde bide wî! Mumkin e. Dîsa jî li gor agahiyên min ew di zêrzemîneke Medresa Sor de defin bûye. Yanî tirba wî li wir ziyaretgeh e û belkî hinekan ji mîrên Botanê xwestibin li kêleka wî werin veşartin. Pirs: 3. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be j,î ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin? Bersîv: 3. Li vir em dikarin mîna ku lêkolînerê Kurd yê hêja Ebdurreqîb Yûsiv di kitêba xwe Dîwana Kurmancî de gotiye, dubarebikin û bibêjin ku Cizîrî û helbesta Cizîrî berhema aramiya piştî şerê Çaldêranê bû, aramiya ku li Kurdistana

bakur konê xwe vegirt û li cizîra Botan jî bêguman. Cizîra Botan cihê nakokiyan bû, cihê tevliheviyê bû û Osmaniyan û Sefewiyan nehiştin ew herêm rihetiyê bibîne. Hêzên Sefewiyan hertim êrîş dianîn ser Cizîrê û leşkerên giran dişandin ser wê mîrnuşîniyê. Xelkên wê û mîrên wê li ber xwe didan, xwîn dirijiya, em hinek agahî ji Mem û zînê dizanin, Xanî behsa şerê Qizilbaşan yê li Cizîrê dike. Lê dawiyê û li ser destê Mîr Şeref, piştî ku wî birayê xwe kuşt, Cizîr aram bû û xelk êdî li zanînê, li xwendinê zîvirîn. Cizîr bû navenda hilbûna wêjeyeke Kurdî û zeviyeke berhemdar. Em dikarin navê wê serdemê bikin (serdema pêşengan), Cizîrî, Feqîyê Teyran, Xanî ên wê serdemê ne. Helbet ew ne wisa mîna dobelanan şîn hatin û ne li ser tu kok û bingehê bûn. Gelek sebeb hebûn ku hişt ev pêşengên han werin meydanê û bibin nûnerên ziman, çand û wêjeyeke Kurdî ya nûzayî. Di serî de zeîfbûna hukumdariya Ssmanyian li wilayetên rojhilat û bidestxistina Kurdan ji cûreyek serxwebûna ku hişt wêje jî nefesê bistîne. Li Behdînan Qutbê Exlatî derket. Li Botan Cizîrî, li Serhedan û Hekariyê jî Xanî. Her yek jî ji van di siya mîrnuşîniyeke Kurdî de derketiye meydanê. Bêguman wan nikarîbû di bin siya Qereqoyunluyan, yan Aqquyunluyan yan jî di bin baskên Mîrmîranên Osmanî de zimanê kurdî bi pêşde bibirana. Bi her halî em dikarin li ser Cizîrî jî bibêjin ku wî xwe sipartiye ekola wêjeyê ya farisî, mamostayên wî jî Hafiz û Saadîyê Şîrazî û Camî ne, Cizîrî di hemêza şiira farisî de mezin bûye, lê taybetiyeke wî heye ku karîbû zimanê kurdî bilind bike û bihêle ku ew jî poşê xwe li farisî bixîne. Wî zimanê kurdî anî li rastî zimanê Firdewsî û Hafiz danî ku bi sedê salan bû xizmet jê re hatibû kirin û bi sedan û belkî bi hezaran berhem pê hatibûn afirandin. Cizîrî bi zimanekî nivîsîye ku mirov dibêje qey bûye hezar sal ev zimanekî serdest e. Tiştekî balkêş e ku serdestiya zimanê Kurdî di helbestên Cizîrî de kifş e! Pirs: 4. Mezinahiya Cizîrî bê gotin e, mohr û şeqla qebûla giştî, şareza û xwedîgotinên pispor ji zû de hildigre.

Dema gotin tê ser mezinahiyê, ser wezin û giraniya wêjeyî, hunerî, hostetî û hêza peyvê, tecrûbe çi dibêje, çi ne pîvan û kirîterên giştî? Bersîv: 4. Eger em têkevin hundurê helbesta Cizîrî gelo di serî de em bala xwe didin çi? Em bala xwe didinê ku em li ber bejneke mezin ji bejnên helbestê yên rojhilatê ne. Bi mijarên xwe, bi evîndariya zelal ya ku diherike nav helbestan mîna coyeke şêrîn û safî. Ferhenga wî ya zengî û çarzimanî ku bi hostetî û hunermendiyeke bêpayan bi kar aniye. Her weha zimanê wî yê kurdî gelekî heri û nazik e. Zimanekî ku ez bawer dikim di dema wî de piraniya xelkê jê fêm dikir. Qet peyvên hişk û kovî bi kar neanîne. Heta jê hatiye nerm nerm nivîsiye ku guhdarên xwe neêşîne. Lê helbet xurt in, kevirên ku pê helbesta xwe avakiriye. Ne hema çi gotin be aniye, na ew mirovekî gelekî haya wî ji hêza peyvan hebû. Yanî dizanîbû çi li ku datîne. Pirs: 5. Mamoste Celalettin Yoyler di lêkolîna xwe ya bi navê “ Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî” de / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl 2006/ girêdayê salên jidayikbûn û mirina Melayê Cizîrî de wuha dibêje:” Mijara herî girîng a ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolîneran ve nehatiye zanîn dîroka jidayikbûna Mela ye. Di vê mijarê de em dibêjin, me bi lêkolîneke berfireh rastiya jidayikbûna Mela, ji bo raya giştî û xwendevanên pirtûka xwe ya şîroveyî derxiste holê”. Ev jî salên 1589- 1664 e. Hayê te ji vê lêkolînê çend e, çine dîtinên te li ser van herdû salan, di vê derbarê de çu nezelalî, nexwiyayîytî, bi gotinên xelkê heft û heyşt hê mane ? Bersîv: 5. Celaleddîn Yoyler li ser kîjan bingeheke zanistî ev bawerî avakiriye nizanim. Lê ew jî dikeve rêza bîr û baweriyên li ser jiyana Seydayê Cizîrî. Ku ferqeke mezin heye. Hin wî dibin

sedsala şeşan û hin jî wî heta sedsala 11an ya koçî tînin. Di baweriya min de dê Cizîrî ne dûrî wê tarîxa ku Yoyler aniye ziman be. Ji ber ku lêkolînerên din jî nêzîkî wê tarîxê ne . Mele Ehmedê Zivingî yê ku şiroveya erebî ya dîwanê li Qamişloyê sala 1959 an weşand jî tarîxeke nêzîkî wê tarîxê tîne. Li gor lêkolîna ku Tehsîn Ibrahîm Doskî di pêşgotina şiroveya dîwana Cizîrî de belav kiriye(kitêb sala 2004 an li Duhokê çap bûye, yanî berî Yoyler bi du salan!!) Cizîrî di sala 1567/1568 zayînî de ji dayik bûye. Her weha li gorî şîna Cizîrî ya ku dibêjin Feqiyê Teyran di helbesteke xwe de beyan kiriye Cizîrî sala 1050 yê koçî, beranberî 1640/1641 zayînî çûye rehmetê. Pirs: 6. Çi gava gotin bê ser jiyanê; jiyana navdar û hêjayekî me, kesayetî, xwedîprestîj û hezkiriyekî me, giriftek, serêş û dudiliyek derdikeve pêşberî me, dikeve pêxêr û pêsîra me. Ew jî ev mesala salên jidayikbûn û mirinê ne. Navdarekî wek Melayê Cizîrî ku di rêza navdar û xwedî bandêran de bi Ehmedê Xanî re tê miqayesekirin, ne ecêb e ku piştî çend qirnan hê jî em ji agehdarî û pêzanînên xwe ne piştrast in? Kî berpirsiyar e, dîroknas, biyografînas, siyasetmedar yan rewşenbîr bi giştî? Gelên din ne wuha ne, mirov vê çawa şîrove bike? Bersîbv: 6. Em tucarî nikarin gunehê vê yekê bixin stûyê kesekî, nifşekî an kategoriyekê bi tenê. Di vir de divê em ji bîr nekin ku civaka Kurdan bi zorê û bi kotekî xwe diparast. Bi sedan şer û cengên mezin li ser qada Kurdistanê diqewimîn. Sîstemeke pehn û dirêj bi serê xwe di vê pirsê de tawanbar e. Kurdan zêde guh nedane zanînê. Ev jî rastiyeke, divê em qebûl bikin. Lewra ew ji devê pêşengên me hatiye neqilkirin. Xanî û berî wî jî Şerefxanê Bedlîsî her diqêriyan û digotin ku bazara zanînê li ba Kurdan kesad e. Cizîrî jî weha digot: Qedrê gulan çi zanin?

Kerbeş divêt kerê reş! Me dîroka xwe nenivîsî. Ji xwe xelkê jî dîroka me ya rast nenivîsîye. Me kesayetiyên xwe ji bîra windabûnê dernexistin. Eger yek dewleta Kurdan hebûya û rûniştibûya dê piştî sed salekî bê guman rêya arşîfkirinê jî vebûya. Dê nifşek bihata meydanê ku tiştekî veşartî di bin (ax û toza dîrokê) de nehiştiba. Li cem ereban tu çi cûre kitêb dixwazî heye. Çi tê bîra te? Ew kitêb heye û hatiye parastin. Tu kîjan helbestavnî dixwazî? Navê bavê wî, eşîra wî, li ku hatiye dinê, çûye ku, li ku geriyaye, çi xwendiye, qelew yan zeîf bû û hdw her tişt li ser jiyana wî heye. Ê me Kurdan mixabin ku zanîn kete nav me, tenê me berê xwe da diyanetê, yanî hedîs û ayet û fiqh û şerîet bû. Xwedê kir ku çend nimûneyên qedirbilind ji nav me, ji nav wê rêza meleyan derketin û bîra kurmancî û nivîsîna bi kurmancî birin. Tiştên wisa, yanî dokumentkirin, arşîfkirin û nivîsandina bi rêk û pêk, saziyên dewletê yên mezin li pê wan in. Yanî ereban eger ne guhdana xelîfeyan bûya dê wan jî zêde nenivîsnadibûya. Tirkan jî wisa. Osmaniyan dixwestin xwe bigihînin paya farisên Sefewî. Pêşbaziyek hebû, konkurensek hebû di navbera herdu Impertoriyan de, loma jî di baregahên sultanên wan de jî şair hebûn û kitêb bi guhdana wan hatin nivîsîn. Ez dikarim bibêjim ku ev hinekî girêdayî karekterê milletê Kurd e jî. Em bi koka xwe koçer in. Ku em hatin bajaran jî me koçeriya xwe ji bîr nekir. Di kitêbekê de ku ferhenga bajaran ya Yaqût Elhemwî ye, tê gotin ku Hewlêr bajarekî Kurdan e, lê ew bajar gundekî mezin were hesibandin rasttir e. Wisa dibêje Yaqût Elhemwî. Yanî bajar divê bi hemam û qeyseriye û sehhafiye û camiyên mezin û medrse û xaneqah û hdw bin. Lê xuyaye bajarên Kurdan jî wê demê hîn ji koçerî(neketibûn). Ne ku koçerî şermeke yan kêmaniyeke, lê jiyana koçeriyê dihêle hinekî kaos hebe, koçer pezê xwe, mast û penêrê xwe beranberî difroşin, yanî mal bi mal, ser bi ser! Nivîsandin û qeydkirina deynan û hesab, nîne. Di kitêbên erebî yên kevin de destnîşanî vî xusletê Kurdan dibe. Hişyarî û aqilmendiyeke mezin divê ku haya mirov ji arşîfkirin û

qeydkirinê hebe. Di erebî de gotinek hebû, rehmetiyê bavê min bi dehê caran û her ku pênûseke nû bi dest dixist ew dinivîsî: Zanîn nêçîr e, nivîsandin xefka ku wê nêçîrê digre. Rastî jî wisa ye em pirr dûrî nivîsînê man, loma jî her rewş û tiştên me nezelal man. Pirs 7. Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî? Bersîv: 7. Li vir dîsa em dê xwe bisipêrin texmînan û xwe biavêjin bextê xeyalê xwe ku alî me bike. Ji jêderên dîrokî yên pêbawer tiştek ji jiyana wî negihaye berdestê me. Lê li gor agahiyên ku Mihemed Elî Ewnî ji devê xelkê wergirtine, Cizîrî hêj zarok bû ketiye medreseyê. Bavê wî alimekî dînî bû û ders dane wî. Ew li pey ilim geriyaye û çûye Hekarî, Diyarbekir û Amîdiyê. Di 32 salîya xwe de icazeya ilmî(Icazename) ji destê Mele Taha li gundê Sitirbasê(?) wergirtiye. Pişt re li gundê Serba yê bi ser Diyarbekirê ve bûye mela û imam. Ji wir jî berê xwe daye Hesenkêfê û di medreseyên wê de bûye muderris(ku êdî wî bi xwe icazename dida meleyan). Ji wir vegeriyaye Cizîrê û meletî û imamtî di Medreseya Sor de kiriye heta di temenê heftê û pênc salî de miriye. Eger ev agahî devkî hatibin jî, û eger yek rabe bibêje: Ev ne rast in û em pê ewle nabin. Em dikarin mîna rastiyekê qebûl bikin. Ji ber ku şêweyê xwendinê û dersdayinê wisa bû. Ev sîstema xwendina li Kurdistanê bû û heta niha jî wisaye. Pirs: 8. Dema Cizîrî serê xwe datîne. Diçe rehmetê li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî saxbû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe? Bersîv:

8. Ez vêya gelekî dûr dibînim. Li gor lêkolînan Cizîrî berî ji dayikbûna Ehmedê Xanî çûye rehmetê. Yanî di derdora 1640 de wefat kiriye, Xanî di pey wefata wî bi 11 salan jidayik bûye. Eger ev tarîx ne rast bin jî, û Xanî wek di pirsa te de hatiye 13 yan 14 salî bûye, mumkin e. Hevdîtina wan ne dûre lê em nikarin vê yekê piştrast bikin bêyî delîlekî zanistî. Pirs: 9. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û desthealtdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd. Bersîv. 9. Ev pirseke mezin e, bersiva wê jî bawerim hin lêkolînan dixwaze. Em nikarin bi du sê rûpelan du pêşengên mezin yên wêjeya Kurdî mîna Xanî û Cizîrî bidin ber hev. Lê di vê hevpeyvînê de mirov dikare destnîşanî hin xalên zêde girîng bike ku ew xal dê karekterên herdu pêşengan ji bo me bi gewde bikin û cudatiya herduyan bidin xuyakirin. Di serî de Xanî û Cizîrî herdu jî kezebşewitiyê wêje û zimanê Kurdî ne. Wefadarê lorîkên dayikên xwe ne. Wan herduyan jî bi zanebûn dev ji zimanê Farisî û Erebî û Tirkî berdaye, yan jî hîç meraqa wan ji bo van zimanan nebû, lê berê xwe dane zimanê dayika xwe û berhemin gelekî giranbuha ji bo gelê xwe li şûna xwe hêlane. Ehmedê Xanî derdê milletê wî bêtir ew li nivîsandinê germ dikir. Wî nivîsandin mîna çekekî didît. Mîna zengilekî, mîna defa hewarê. Li ba Cizîrî cuda ye, ew hinekî bi ser xwe ve dipûnije, li dora zatê xwe û derûnê xwe dizîvire, xwe li xwe digerîne û li dora xwe (tewafê) dike û çerx dibe. Xanî ne wisa ye, derdê wî tevaya milletê Kurd e. Evîndariyê nas dike, işqa rastîn zane, lê ew heta evîndariyê jî dixe xizmeta gelê xwe. Em li vir ne ku qedrê Cizîrî kêm dikin. Na, ew ne hedê me ye, ew dê her û her qedirbilind û mîrê şairên Kurd bimîne. Lê ev muqayesekirineke di navbera

herduyan de. Cizîrî ji cîhanê biskên yara xwe didît û digot: Te divê zêr û zeber kî me, du biskan bide ber ba Te divê qenc-i qiyamet li me rabit, bi xwe rabe lê Xanî digot: Ez mame di hikmeta Xwedê da Kurmanc-i di dewleta dinê da Aya bi çi wec hî mane mehrûm Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm? Felsefeya Xanî felsefeyeke bi civakê ve girêdayî bû, felsefeyeke ku mekanê wê erd û civak bû. Ji bo aramî û serdestîya gelê xwe difikirî. Lê ya Cizîrî felsefeyeke gerdûnî bû, bêtir ji erdê dûr bû û xemxwariya civakê nedikir û derdên xelkê zêde nedixwar. Em dikarin vê yekê vegerînin sebebeke bingehîn ew jî istiqrara ku li mîrnuşîniya Cizîra Botan peydabûbû. Li Bazîdê ne wisa bû, li Bazîdê şer û ceng gurmegurma pêlên herdu terefên şer(Osmanî û Sefewî) bû. Ji nav wê gurmegurmê helbet dê mejiyekî bi mêjûyê mijûl derkeve holê, helbet dê fikreke neteweyî derkeve. Lê li Cizîra Botan, ku rihetî hebû, aramî hebû, mîrîtiyeke ciwan li dar bû, helbet dê şairekî mîna Cizîrî were meydanê ku derdên wî ne mîna yên Xanî bin. Li ser pirsa têkiliya bi mîr re jî min berê di hin nivîsan de ev mijar zelal kiribû. Niha jî dixwazim bibêjim ku Cizîrî ji ber ku mîrnuşînî serbixwe xuya dikir û destê Osmaniyan jê dûr bû, alîgirê Mîr bû. Xanî bi çavê serê xwe têkiliyên mîrekên Bazîdê û Osmaniyan didît, loma jî xwe ji wan bi dûr dixist û rexne jî li wan dikir. Berovajî wî, Cizîrî pesnê mîrên Botanê dida. Di navbera pesindan û rexnekirinê de geliyekî kûr ji rastiyê heye. Rastiya mirovê rewşenbîr yê ku di navbera xwe û desthilatdariyê de mesafetekê dihêle û ji wê mesafetê desthilatdariyê kontrol dike. Eger îcab bike rexne dike û rêya rast dibêje. Cizîrî ev rol nelîst û ev barê giran neda ser milê xwe. Wî rexneyên mezin li xelkê kiriye, li amiyan û ew bi keran şibihandine. Helbet ev ji têkiliyên wî yên bi mîran re tê. Ew mirovekî gelekî bi nefs xuyaye. Bi qata Aristoqrat re

pariyan difirîne, yara wî jî di qesr û qonaxan de ye, di birc û serayan de ye û ew jî tim koleyê wê ye!! Di her devera ku keys dîtiye de Cizîrî pesnê xwe kiriye û dev avêtiye xelkê. Xanî ne wisa bû, dilê wî bi ser xelkê ve bû û xêra wan dixwset, ji bo wan kitêb çêdikirin û rêya ilm û zanînê ji wan re vedikir. Pirs: 10. Qonaxên afrêneriya Cizîrî, hejmara zimanên Cizîrî zanîbûn û têkiliya di nav wî û wêjeya farisî, erebî û Osmanî de. Bersîv: 10. Guman nîne ku wî çar zimanên herêmê zanîbû. Erebî ji ber ku zimanê quranê ye û diyanet bêyî wî zimanî nabe. Farisî ji ber ku zimanê wêjeyê bû û her şairekî wan deman divabû farisî zanibe. Tirkiya kevn ku zimanê dewletê bû. Û kurdî zimanê dayikê. Heta kîjan radeyê ew bi wêjeya osmanî re têkildar e, ez nizanim, ji ber ku ev yek lêkolînekê dixwaze û divê meriv li ser wêjeya Osmanî ya beriya Cizîrî û ya di dema wî de hinekî çavnas be, haya wî ji şêweyên wêjeyê li welatê osmaniyan hebe. Lê têkiliya Cizîrî bi wêjeya farisî re kifş e. Di helbestên wî de em dengvedana destanên farisî dibihîzin. Neynika Sikenderî û Cama Cemşîd, destanên mîna Yusif û Zuleyxa, Şêxê Senanî, Leyla û Mecnûn, Mehmûd û Eyaz. Navên şairên Faris mîna Camî, Seedî, Hafiz, Ferruxî di helbestên wî de derbas dibin. Ji şêweyê ristina wî ya helbestê jî mirov dizane ku ew gelekî di bin bandora farisî de maye, peyvên farisî jî têra xwe di qesîdeyên wî de hene. Em dikarin bibêjin, teşiya ku ew pê dirêse farisî ye, lê tayên wî Kurdî ne. Pirs: 11. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne? Wek nimûne, Xanî fireh, çendalî û xwedî mijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş

çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest? Bersîv: 11. Ciyê mixabinîyê ye ku berhemên me yên wêjeyî nehatine parastin, yanî bi wî rengê akademîk nehatine parastin. Hema bi kêmanî navên berheman mabûya wê gelekî qenc bûya. Ji bo Cizîrî nizanim ka gelo wî tu berhemin din afirandibûn yan na. Ji bo kesekî mîna wî payebilind ew dîwana wî bes e. Ji xwe di zemanê berê de wisa bû. Ku yekî dîwanek derdixist digiha dawiya rê. Ne mîna niha bû ku rojê helbestek du helbest bihatana nivîsandin. Şairê mezin Nalî ku dîwana xwe qedand weha got: Faris û Tirk û Ereb hersêm biedefter girtuwe Xawenî sê mulk e emro, Nalî dîwanî heye!! Yanî Nalî bi wê dîwana xwe bûye xwediyê sê memleketan!. Dîwana Cizîrî bes e ku bîr û baweriyên wî ji me re neqil bike. Ew baxeguleke û bes e ku em derbasî hundurê wê bibin û guldestan jê biçinin. Wî ji beriya 400 salî de gotiye: Wer şi`rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet? Dîsa mirov nikare bibêje, ku ev dîwan tek û tenê ye! Lê te ew di vî alî de jî bi Xanî re muqayese kir, Xanî xwedî proje bû. Cizîrî ne wisa bû, loma jî Xanî piralî bû û gelek kitêb nivîsîn, ji bo zarokan, ji bo ciwanên ku di medreseyên dînî de dixwînin û ji bo mîr û zanayên Kurdan jî Xanî berhem afirandine. Pirs: 13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mikun e dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne. Belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cîl û nifşên piştî xwe? Bersûv:

13. Rast e. Xanî di nivîsîna bi Kurdî de bûye peyrewê Cizîrî. Ji xwe navê wî jî di şahesera xwe (Mem û Zîn) de aniye wek yekî ku divê êdî were vejandin û careke din bi ruh bibe. Xanî çawa dixwest Cizîrî bi ruh bike? Bi rêya piştgiriya desthilatdariya Kurdî, di rêya mîrê Kurd re û di nivîsandina berhemên bi Kurdî re. Îca ez werim ser pirsa te û mijara dîwar û palpiştên ku Cizîrî di nivîsîna bi kurdî de xwe sipartiyê. Qet li ba min guman nîne ku Cizîrî ne yekem şairê ku bi kurmancî nivîsiye. Her di pêşiya wî de hebûn û her bi kurdî hatibû nivîsandin. Lê kî ne û li ku ne û çi nivîsîne? Mixabin tu bersiveke zanistî ku dilê mirovan lê rûne di destê min de nîne. Hema ez dikarim bibêjim ku di Şerefnameyê de îşaretin hene ku şairên Kurd beriya Cizîrî hebûn. Mesela Şerefxan destnîşanî mîrekî Kurd bi navê Yaqûb beg dike û dibêje: Wî bi Kurdî gelek helbest ristine û dibe ku dîwaneke wî jî hebe!!! Ji vê yekê em dikarin bibêjin ku pêşengên berî Cizîrî rêya wêjeyê rast û durust kirine, lê mixabin navê wan ketiye ber pencên jibîrbûnê. Hema ew pêşengê me ji Cizîrî re ne winda û nenas bûn. Bêguman Cizîrî helbestên wan xwendine û li ser bingehê ku wan daniye ava kiriye. Pirs: 14. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mimkun e bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi kurdî didin Xanî, ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye? Bersîv: 14. Eger mebest nivîsnadina bi kurdî be, rast e, neheqî ye, li Cizîrî. Ne cihê şik û gumanê ye ku Cizîrî mamosteyê Xanî ye di nivîsandina bi kurdî de. Di hunera helbestê de di ser re ye, bêguman. Cizîrî beriya Xanî dest pê kir û bi ser ket. Zimanê kurdî di nav destê xeyalê Cizîrî de hevîrekî nerm bû û karîbû

jê her tiştên ciwan saz bikira. Belê giraniya ku niha em didin Xanî ne ji ber nivîsandina bi kurdî ye, ji ber fikrên wî û bîr û baweriyên wî ne. Ji ber damezrandina wî ya ji fikra netewî re ye. Nirxên Xanî ji wê yekê tê ku wî nivîsîna bi kurdî xiste xizmeta Kurdan, Cizîrî jî nivîsandin bi xwe xiste xizmeta Kurdan. Bala xwe bidê ferqa (nivîsandinê), û (nivîsandina bi kurdî) gelekî heye! Yanî bi gotineke din, Cizîrî kurdî kir zimanê nivîsandinê yan jî nivîsandina bi kurdî gihande qonaxeke nû, lê Xanî hat û ew nivîsandina bi kurdî rûyekî din jê re peyda kir û hişt ku hêzeke mezintir tê de xuya bibe. Bi ya min neheqiya ku li wan pêşengên me dibe, nexwendina berhemên wan e. Divê em li wan vegerin û li wan xwedî derkevin, beşek ji şerê me yê hebûnê û berxwedana me ew e ku em boriyên xwe, damezrênerên fikra xwe ya netewî û rêberên xwe yên wêjeyî jî bidin ber ronahiya agirê şoreşê û wan di nav mij û moran û tariya dîrokê de nehêlin. Ew kok û binyata me ne, ku em wisa ne li ser koka xwe bilind bibin, dê gelekî bi jor de neçin. Dê şax û terhikên me bê sî bimînin û zû werin xwarê. Pirs: 15. Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deselatdarên Kurdan ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mimkune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be? Bersîv: 15. Eger em pesindana mîrekî Kurd weke tetmînkirina hestên netewî bihesibînin, emê bibêjin ku Cizîrî ji Xanî bi pêşdetir bû. Erê Cizîrî pesnê mîrê Kurd daye. Ji bo vê yekê jî min hin rexne li Cizîrî kirin, min got ku ew şairekî(ehlî irfan e) nabe ku pesnê mîran bide. Sofî wisa nakin. Sofî xwe ji mîran diparêzin û dûrî wan diçin û mesafetekê di navbera xwe û wan de ji bo kontrolkirina wan dihêlin. Lê mirov dikare tefsîrekê bidê. Mirov dikare bibêje ku agirê netewayetiyê di hundirê Cizîrî de jî gelekî gurr bûbû, loma jî ew gelekî bi

mîrê Kurd serbilind bû û zimanê wî bi wan pesnên mezin geriya. Bi rastî gava ez wan herdu helbestên Cizîrî yên pesindariyê dixwînim, dibêjim qey yekî medhiye ji sultanekî yan şahekî re, ne ji mîrekî re nivîsiye. Ewqas mîr firandiye ezmanan ku tu dibêjî ne mumkin e, ev yek ne sultan be. Lê di baweriya min de ev hêz û xurtiya qelema Cizîrî dide xuyakirin, bêtir ji mezinahiya mîr. Yanî dibe ku yekî qelemsist jî eynî wî mîrî bipesinanda, lê dê mîr di çavê me de ne ewqasî mezin xuya bikira. Hema bi qelema Cizîrî ya hêzdar mîr gihaye rutbeya sultanan. Li vir şairekî erebî gelekî navdar tê bîra min, navê wî Mutenebbî bû, ew jî klasîk e û di beriya Cizîrî de bû. Medhiyeyên wî yên ji bo mîran gelekî bi hêz û xurt in. Heta dibêjin ku her mîrekî dixwest Mutenebbî medhiyeya wî binivîsîne! Xanî mîr neparast û medhiye derheqê wî de nenivîsî. Li ser mîrê Bazîdê mîr Muhemedê Pirbela jî mersiyeyek(şîn) nivîsî ku tê de xemgîniya xwe dide xuyakirin bi bona mirina mîr. Hema Mem û Zîn mişt rexneya mîr e. Rexneyeke ku mirov tê derdixe Xanî ne dijminê mîr e, lê dilxwazê wî ye û rêyeke rast dide berê. Ew wezîfeya xwe mîna Intellektuelekî bi wijdan dilîze. Derdê millet ji bîr nake û xwe dike dengê gel. Ev cihêtiya Cizîrî û Xanî ye: girêdana bi derd û hêvî û doza tevaya gel re. Pirs: 16. Bikaranîna navê Kurdistan û hezkirina ji Kurdistanê, ax û ava welat û ne bikamilî, sitewyayî û bi dereceya ku li ba Xanî piştre çêdibe, ne siyasînebûyî be jî, bendewariya Cizîrî jî ne piştqewîniya esasî be ji bo Xanî ku di vî alî de zelaltir, bicesaretir û vekirîtir bibêje, binîvisîne û xwe formûle bike? Bersîv: 16. Helbet wisa ye. Xanî dareke ne li hewa şîn hat û bê reh û ax û av bû. Me got ku Cizîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî; Yaqûb Beg, Şemseddînê Exlatî û yên berî wan ku em wan

nas nakin, bingeha wêjeyeke Kurdîziman danîn. Te qala bikaranîna navê Kurdistanê di helbestên Cizîrî de kir, ev tiştekî balkêş e. Bi texmîn çar caran navê Kurdistanê di qesîdeyên Cizîrî de derbas dibe. Li ba Xanî ev nav nîn e! Yanî Xaniyê kezebşewitî ji bo welat û milletê xwe navê welatê xwe derbasî nav berhemên xwe nekiriye! Lê Cizîrî yê ku bêtir meyla wî bi ser işqeke ilahî ve bû û mijara welat û civakê li ba wî belkî di dereca sêyem de bû, gelek caran navê welatê xwe yê şêrîn û bi gelek payedarî û serbilindî bi kar anîye? Ez dibêjim ku Xanî milletê xwe kiribû doza xwe ya esasî, loma jî ne bi hewce bû ku navê welatê xwe bîne ziman. Lê Cizîrî di rêya bikaranîna navê Kurdistan re xwestiye milletperwerî û niştimanparêziya xwe bide xuyakirin. Em dizanin ku ziman firax û amana ku hizr û xeyal û bîr û bawerî û hafize û mêjûya milletekî di xwe de diguncîne û diparêze. Bêyî zimanê netewî milletek nikare hebûna xwe bîne cih. Bêyî zimanê netewî milletek nikare xwe ji windabûnê biparêze. Loma jî ez dibînim ku Cizîrî û hevalên xwe yên pêşeng bingeh ji fikreke netewî re danîn. Ziman esasî ye û tenê nivîsandina bi kurdî ji alîyê Cizîrî ve Kurdayetiya wî zelal dike. Yanî dema ez niha bi kurdî dinivîsim, tu bi kurdî dinivîsî û ew jî bi kurdî dinivîse, em kurdîtiya xwe tînin ziman û bi awayekî ji awayan zimanê xwe diparêzin. Ji nifşên pêşerojê re pak û delal pêşkêş dikin. Ev jî renge milletperwerî ye. Lê weke te got hêj li ba Cizîrî fikra netewî qenc nestewiyabû, nekemmilî bû. Sebebên vê jî min di cihekî din de şirove kiriye. Ez dibêjim ku Cizîrî di mîrnuşîniyeke aram, serbixwe û Kurdîziman de jiyan dikir loma ne hewce bû ku bi qasî Xanî biqîre û jankêşîyê bide xuyakirin. Bazara kurmancî li Cizîra Botan di rewacê de bû, lê di dema Xanî de û li Bazîdê ne wisa bû, nakokiyên di navbera mîrunşîniya Bazîdê û waliyên Osmaniyan de, hema bibêje ku Bazîdê bindestê Osmaniyan bû, loma jî fikra netewî zelaltir û tekûztir e, li ba Xanî. Pirs: 17. Evîndariya Melayê Cizîrî jî ji xalên binîqaş e. Behsa dostayetiya Cizîrî û Mîr Şerefxanê

duhem dibe ku di nav wan de evîneke niştîmanperwerane hebû, ji bo vê evîna çendşîroveyî ku behsa wê dibe tu çi dibêjî, ev evîn çendî konkiret û beşerî û çendî jî Xwedayî û esmanî ye? Bersîv: 17. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku desthelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navê yên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav desthelatdarên Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye? Ez bi xwe ne wisa dibînim. Erê belkî desthiladarên Kurd yên li Cizîra Botan piştgirî dabin wêjeyê û şairan , Cizîrî mînakekek baş e, lê li Bazîdê ne wisa bû. Ma ew gilî û gazinên Xanî hemû çi bûn û ji ku hatin? Wî her gazinên mîr kiriye û gotiye ku wî guh nedaye min: Ew rehmetê xasse bo ewam e Lew xassê nezer ji dil neda me û di dirêjiya Mem û Zînê de û heta di piraniya helbestên Xanî de gazina mîran tê kirin: Mîrê meclis nekenit mutribê goya çi bikit? Xanî di helbesteke xwe de vê pirs dike, yanî ku mîr nekene dengbêjê çi karibe bike, bi gotineke din: ku mîr xwe nede ber min û projeya min, ez Xanî şairê reben çi karim bikim? Li ba Cizîrî ne wisa ye, gazinê ji xelkê dike Cizîrî!!!! Ji xelkên dema xwe nerazî ye. Ji têkiliya wan ya bi wêjeyê re nerazî ye. Ew dibêje: werin helbestên min bixwînin û dev ji Şîrazî berdin. Ango werin kurdî bixwînin, ev çi farisî ye we berê xwe hemûyan dayê?? Bi gotineke din Cizîrî ji mîrên dema xwe razî ye û mîr jî qusûrê naxinê û piştgiriyê didin wêje û wêjekarên Kurd. Lê civak bêsewad e û nezanî pirr e, loma jî Cizîrî dibêje: Xaliba ehlê zemanê me Mela Ademîyin?

Venumayin ji kerê mey reş û gayê te yî beş!! Eger em rabin rewşa îro û doh bidin ber hev. Em dibînin ku desthelatdariya Kurdî(Partî, Sazî, medya) weke ku divê bikin, nakin. Yanî ji dil tu piştgiriyê nadin zanînê. Desthilatdarî dikare guherînên mezin bike. Ev yek mîna zagonekê ye, ku desthilatdar çawa be, xelk jî wisa ne. Projeyên mezin ne bi destê kesekî du kesan naçe serî. Ezê mînakekê bidim, ji bo me Kurdan, ji bo zimanê me û wêjeya me gelekî pêwist e, em şaheserên cîhanî ji zimanên wan wergerînin kurdî, yanî berhemên Şekspîr, Tolstoy, Servantes, Markîz û nizanim hîn kî divê bi kurdî hebin û em wan ne di rêya zimanekî sêyem re bixwînin. Wisa mejiyê me yê Kurdî saxlem ava dibe. Bala xwe bidê çîrokên hezar û yekşevê kengî bi firensî wergerandin? Sala 1704 an!! Lê me hîn ew berhem bi kurdî wernegerandiye. Ez dikarim wergerînim lê divê kesek piştgiriyê bide min, yekî din jî dikare nizanim kîjanê berhemê wergerîne ew jî wisa! Ev li hêla wêjeyê, îca em werin beşên zanînê, tibbê, matematîk, fîzîk û felsefeyê, ji xwe em şerm dikin ku bibêjin me gavek avêtiye! Erê dikarî bibêjî ku imkan hindikin, rast e, lê dilxwazî hebe wê ne wisa be. Hema em gavên ewil bavêjin, bila ew gav kinik bin jî, lê me nêzîktirî rastiyê dikin, me nêzîktirî mukemmeliyê dikin. Niha li aliyekî welatê me mixabin desthilatdar bi civandina mal û milkê dunyayê biliyane, loma jî xelk mîna wan dikin. Ev guherîn û pêşketinên di wêjeyê de jî ne ku bi saya wan dibe, na lê dilxwazên ku agirê evîna zimanê kurdî di dilê wan de geş e û vêketiye hene, serbazên winda û nenas yên bi şev û roj xwe dane ber parastina ziman û kultur û wêjeya kurdî hene ku hayê wan ji tiştekî nîn e û ne li hêviya tu xelat û padaşê ne. Piştgiriya desthilatdarên Kurd ji wêjeyê re bi du gotinan û daxuyaniyekê nabe. Stratejiyeke mezin li ser her mijar û di her qadê de divê. Pîlan divên û divê ku (nan di destê nanpêj de be). Heta niha min nedîtiye ne bihîstiye ku saziyekê, partiyekê stratejiyeke wergerê daniye ber xwe. Wisa tek û tûk nab e. Çiqas imkan û derfetên min hebin jî nikarim mîna

saziyekê tev bigerim. Divê renesans dest pê bibe. Dereng e êdî. Divê şoreşa wêjeyê dest pê bibe û bazara xwendina bi kurdî were damezrandin, yan na di asoyan de tiştekî bi ronî nabînim. Pirs: 19. Fikreke wuha heye ku di zimanê Cizîrî de zêdetir erebî û di yê Xanî de jî bandora farisî bi nisbet erebî serdestir e. Egerên vê çi ne, gelo ji ber ku Cizîrî zêdetir di bin giraniya hestên melatiyê de nivîsiye û bervaja jî Xanî di bin bandêra felsefê, siyaset û niştîmanperweriyê de nivîsandiye. Rêje û jisediya zimanên farisî û erebî di berhemên herduwan de? Bersîv: 19. Li ba herduyan rêjeya peyvên biyanî (erebî, farisî) gelek e. Ez dikarim bibêjim ku ji sedî pêncî derbas dike, dibe ku li hinek deveran bigihê ji sedî heftê jî. Bi taybetî li ba Xanî ku mecbûrî bikaranîna peyvên biyanî bûye xasma dema ku mijar bûye mijareke tesewwufî yan felsefî yan jî dînî. Di kurdî de alternatîfên wan peyvan nehatibû dîtin. Ew mecbûr bû peyvên orîjînal bikar bîne, wek çawa niha em peyvên latînî û ji ferhenga ewropiyan bikar tînin. Hinek rexneyan li Cizîrî û Xanî û xeyrî wan dikin, ez ji bo wan dibêjim: ka we piştî 400 salî çi karibû li wan zêde bikira? ka we alternatîfên gotinên wan yên biyanî dîtine! We heta kîjan radeyê hewl daye ku ferhenga xwe zengîn bikin? Tenê rexneyên bêtam her kes dikare bike. Lê ew iddiaya ku dibêje li ba Xanî farisî û li ba Cizîrî jî erebî bêtir e, balkêş e, divê mirov lêkolînekê bike û peyvên biyanî li ba herduyan bihejmêre. Bêguman dê encamekê bidest bixîne. Hema ez dikarim bibêjim ku zimanê Cizîri bi piranî paktir xuya dike. Pirs:

20. Malbata Cizîrî, dê û bavên wî jî bi niqaş in. Gotin heye ku navê bavê wî Şêx Mihemed e. Belê kîjan Mihemed. Ev Mihemed ji binecîhên Cizîrê ye, ji dereke din hatiye, ku wuha be ev der ku ye, baş û zelal naye zanîn. Li gora dîtinekê bavê Cizîrî ji Xoşaba Wanê ye. Em van rewşên di nav heftûheyştiyê, wihayî û newihayîyê de karin hê jî zêde bikin. Wek nimûne ku Cizîrî berî serê xwe deyne û here ser dilovaniya xwe, ji Cizîrê çûye, çûbe, çûye ku û Hwd. Tu çi dibêjî ? Bersîv: 20. Hinek lêkolîner dibêjin ku navê bavê wî Mela Mihemmed e û ji êşîreta Buhtiyan e ku bi sedê salan li Cizîrê man e. Mela Mihemed jî alimekî Cizîrê bû. Navê bavê Cizîrî jî cara yekem li ba Elaeddînê Secadî wisa hatibû. Mixanbin Seccadî jî hîç jêderan ji bo agahiyên ku ew bi dest dixe yan jî belav dike û diweşîne nade, îcar mirov nizane ka ew tişt rastî ne yan jî ji xeyalê wî ne. Di nerîna min de û li gor pîvanên zanistî ewleyî bi agahiyên Seccadî nabe. Mixabin tu kesî jînnameya Cizîrî nenivîsîye. Wî bi xwe jî tu agahî li ser jiyana xwe û binemala xwe nedane. Jînenigarî li ba Kurdan nebûbû hunereke nivîsandinê. Di gel ku ew gelekî girîng e jî û vaye niha mîna te got em nikarin ji nav heftûheştan derkevin, lê dîsa jî Kurdan jînenigarî nikaribû bikirana hunereke serbixwe ku bi rêya wê jiyana navdarên me dihate parastin û rêya lêkolînan li ber me hêsan û bêkelem dibû. Ev girêdayî mejiyekî şaristanî ye ku em bi hacetî wî bûn. Ez bi xwe mesela hatina wan ji Xoşabê dûr dibînim. Ji ber ku leqeba Mela Cizîrî ye, berê jî wek em dizanin kesên zana û şairan xwe bi bajarên xwe didane naskirin. Eger bapîrê wî jî ji Xoşabê hatibûya wê navê wî Xoşabî bûya. Navê bajêr her mîna leqebekê dimîne ku ew dide xuyakirin binemal û koka yekî ji ku ye. Mesela Ibnul Esîr Elcezerî, ji navê xwe xuya dike ku ji Cizîrê ye û heta ew sax bû navê wî wisa ma di gel ku nema li Cizîrê dima jî. Yanî dikarim bibêjim ku Melayê Cizîrî ji bav û kalên xwe de Cizîrî ye. Cizîrî li gor agahiyên tevaya lêkolîneran her li Cizîra Botan maye heta roja dawî di

jiyana xwe de, ji xwe gora wî jî hîn li wir e û ziyareta evîndaran û xelkê ye. Ew dê li welatê kurmancan li pey zanînê geriyabe, dê meletî jî kiribe, lê li gor ku di helbestên wî de kifş e, wî piraniya jiyana xwe li cizîrê buhurandiye. Pirs: 21. Bi rastî dîtinên corecore û hevnegir di derbara Cizîrî de, ferq û cihêyîyên wuha mezin di nav van dîtinan de mirov dide fikirandin, hêrs dike û ne kêm caran jî, çend tiştan tîne bîra mirov: Rewşa lêkolîneriya me tirajîk e. Rewşenbîr û lêkolînerên me bêxem, tembel, tirale û zêde ne bimesûliyet in. Heger ne wuha bûya wê çawa bi salan qîma xwe bi tevlîhevî û kaoseke wuha bianîna, yan na, tu dibê em neheq in? Bersîv: 21. Pirseke bingehîn e û gelekî pêwist e. Lêkolînerî li ba xelkê ilmekî bi serê xwe ye, li ba me Kurdan amatorî ye. Lêkolînerî bi qaide û zagon e, her kes nikare were jiyana Cizîrî zelal bike. Sal û demeke pir û sebr û saman jê re divê. Berî her tiştî jî piştgirî û jiyaneke rihet ji bo kesê lêkolîner divê. Ez te qet neheq nabînim di vê pirsê de. Rast e em tirale ne û tenbel in. Me qîma xwe bi çend agahiyên çewt yên Eladdîn Seccadî anîye û em li ser wan agahiyan(razan) e û dicûn û hey dicûn. Xew bi me xweş hatiye. Seccadî dibêje: Cizîrî kesekî wiha bû ku rû û dêmên wî spî û sor bûn, bejin zirav bû, çavên wî geş û birqonekî bûn, birhên wî reş û kevanî bûn, pozê wî kurt bû!! Ne bes weha heta behsa cilên wî û rengê cilên wî jî dike!! Heyran ev lêkolînerîye!! Yan ev xewn û xeyal in. Ma çima em xwe li ser van nerastiyan bêdeng dikin û nabêjin ku lêkolîn ne wisa ne? Mamoste Hejar jî vê pirsa me dike û ecêb dimîne ku Eladîn Seccadî ev agahîyên wisa ecêb ji ku anîne?

Hejar dibêje: kes nebû ji Secadî re bibêje, qurban tu yê ku nizanî Cizîrî di sedsala şeşan yan ya nehan de jiyaye, tu çawa dizanî ku çox û ranikê wî çi reng bûn?? Heta niha ku em behsa kevnên xwe dikin, ku em lêkolînan li ser pêşengên xwe dinivîsin, em hema hema çîrokan dibêjin. Bi dehê caran û di gelek berheman de em rastî çîrokên mîna Cizîrî û pîra nanpêj, Feqê Teyran û ava Dîcle, Cizîrî û nameyên ji Selmayê re, tên. Em heta niha çîrokan û rastiyên dîrokê ji hev dernaxin. Helbet dê li ser kesekî mîna Cizîrî gelek çîrok û serpêhatî li ser zimanê xelkê geriyabin, lê ew nabin palpiştek ji bo lêkolîneke zanistî. Mixabin em di lêkolîneriya xwe de jî çîrokbêj in. Pirs: 22- Di derbara jiyana Melayê Cizîrî de Ferhad Şakelî sê kategoriyan destnîşan dike: 1. Beşê ewil ew kes in ku bi bahweriya wan Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye. Ji bo vê jî îspat bikin hewil didin û dixwazin kesekî bi navê Îmadedîn pêde bikin û bêjin ku Melayê Cizîrî hemzeman û hewtemenê wî bû. Ne şert e ev rast be. 2. Beşek jî ku Elaedîn Secadî li serê wan tê, dibêjin ku Melayê Cizîrî di zemanê şairê mezin yê Faris Evdirehmanê Camî de jiyaye. Ji ber ku Camî di kitêbeke xwe de behsa sefereke xwe dike ku ji Iran ber bi Hîcazê di ser Kurdistanê, di ser Cizîrê re bûye. Di beyteke helbesta xwe de behsa kalemêrekî bi navê Elcezîrî dike. Yanî kalemêrekî xelkê Cizîrê. Li gora Elaedîn Secadî ev kalemêrê behsa wî tê kirin Melayê Cizîrî ye. Û ji ber vê û di vê çarçewê de jî divê Cizîrî li dora salên 1400 î jiyabe. Dibe ku ev kalemêr hebe, ji bo ku hebe jî sebeb hene. Lê ev xwiyaye dibêje Şakelî ku ev kes ne ew Cizîrî ye ku em nas dikin û dîwana wî di destên me de ye. Dibe ku berî Cizîriyê navdar bi heman navî şaîrên din jî hebûbin ku ji bo ku hebin jî sebeb zehf in û ev jî maqûl e ku bi navê bajêr têne nas kirin. Tiradisyona xwe bi navê bajarê

xwe, herêm û navçeya xwe, ya jî gundê xwe binaskirin û ji xwe re wek paşnav bikaranîn adetek bû û di vê derbarê de jî bi dehan nimûne hene di destên me de. Mesele Seîdê Nûrsî, Şêx Evdirehmanê Axtepî. Mele Evdilahê Tîmoqî.. 3. Beşê sisyan Zivîngî û Mekenzî û kesên din in ku jiyana Cizîrî nivîsandine dibêjin: “ ez jî bi vê dîtinê re me “ dibêje Ferhad Şakelî. Li gora vê dîtinê ne mimkun e ku Cizîrî berî Hafiz û Berî Camî hatibe, Cizîrî gelekî piştî wan e. Em karin bêjin teqrîben 1570-1640 Bersîv: 22. Ez jî bi beşê sêyem re me. Ji xwe yên ku dibêjin Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye gelekî dûrî rastiya dîrokê diçin. Hemû delîl dibêjin ku Cizîrî di navbera nîvê dawî ji sedsala 16an û nîvê yekem ji sedsala 17an de jiyaye. Mîr Emadînê ku ew lê digerin jî sedî sed piştî Şerefxanê Bedlîsî û kitêba wî Şerefname(1005 koçî) hukumdariya Cizîrê kiriye. Beşê duyem jî ku dibêjin Camî û Cizîrî hemzemanê hev bûn xwe disipêrin delîlekî gelekî qels û lawaz ew jî beytek ji helbesteke Evdirehman Camî ye ku dibêje: Pîremerdî bi dîdeem zi Cizîr Nîmemerdî bi dîdeem zi Herîr!! Ev beyta farisî dibêje: min kalemêrek ji Cizîrê dît û yekî navser jî ji Herîrê dît!! Îca nizanim ka çawa Secadî dizane ku ew kalemêr Melayê Cizîrî ye: Gelo li Kurdistanê wê demê tenê yek kalemêr hebû ku leqeba wî Cizîrî bû ? Û Camî di helbesta xwe de çima wisa xumamî dibêje û beyan nake ka ew çi kalemêr e!! ev iddia ya Seccadî li ba min pûç û bê bingeh e. Tarîxa ku te destnîşankiriye jî hinekî nêzîkî rastiyê ye. Cizîrî li gor lêkolîna Tehsîn Ibrahîmê Doskî di sala 1567/1568ê zayînî ji dayik bûye. Ew di vê iddiayê de xwe disipêre beyteke Cizîrî ku dibêje:

Ji Herfa Mah û Salê ma Nehat der Şeklê Falê ma Ew li gor hesabê ebcedê tîpên (Herf, Mah, Sal, Şekl, Fal) bi hev re û li gor elifbêya erebî kom dike û di encamê de hijmara 975 pê re derdikeve ku ev jî sala jidayikbûna wî li gor tarîxa koçî ye. Piars: 23- Di nav xelkê de li ser Cizîrî gelek çîrok û efsane çêbûne. Ev jî li gora nêzîkayî û dûraya ji erd û axa Cizîrî û coxrafya rabûn û rûniştina wî, cihê manewerya wî têne guhertin Hun dikarin behsa hinekan ji wan bikin? Bersîv: 23. Erê. Ezê hinek çîrokên li ser Cizîrî bibêjim, lê hêvî dikim ku ew ne mîna bingeheke zanistî werin pejirandin, ji bo naskirina Cizîrî. Ev tenê çîrok in û cihê wan di lêkolînan de divê nebin. Min ji rehmetiya diya xwe(ku bavê wê yanî kalkê min ji aliyê Cizîrê bû) gelek çîrok li ser Cizîrî, evîna wî feqetiya wî û dîwana wî bihîstine. Ezê li vir çendekan ji wan bînim ziman û li ber destê we raxînim. Li ser destpêka evîna Cizîrî û Selmayê diya min ev çîrok digot: Rojeke înê bû, hîn Melayê Cizîrî li Medresa sor feqetî dikir. Hemû feqe derketibûn geşt û seyranê, li rexê Dicleyê. Cizîrî nexweş bû, loma bi hevalên xwe re neçûbû û li hucreyê mabû. Di nav nivînan de bû û lihêfek kişandibû serê xwe. Xûşka mîr Selmayê û cêriyên koşkê çûne camiyê. Selmayê dixwest here ji xwe re li şûna feqeyan binêre û bibîne ka ew çawa dijîn. Rabûn û rûniştina wan çawaye? Wê ev yek gelekî meraq dikir. Dema ku çûne hucreyê dîtin vaye yek di nav nivînan de ye. Selma ber bi wî de çû û lihêf ji ser rakir. Cizîrî çavên xwe vekirin ku vaye keçeke gelekî ciwan û spehî di ser serê wî re ye. Dema li rûyê wê nihêrî roniyek di nav herdu birhan de dît. Selma bi lez ji hucreyê derket û ji wê gavê de agirê işqê di dilê Cizîrî de vêket. Hema wê rojê dest bi

helbestan kir û helbesta xwe: Di dest da yengiyek nûbare min dî ew keman ebrû Li bala cedwelek cebbare têda hemqiran ebrû. Çîrokeke din girêdayî vê çîrokê diya min tim ji min re digot: Piştî ku Cizîrî bûbû aşiqekî sewdanser, diçû rexê çem û name ji Selmayê re dinivîsandin. Piştî ku name diqedand, ew dikirin mîna lûleyan û dixist hundirê zil û qamîşan û bi ava çem de berdidan. Avê ew name digihandin nêzîkî koşkê û cariyeyên Selmayê ew ji wê re dianîn. Cizîrî ava çem kiribû posteçî û teterek (bi Erebî Berîd) loma jî di helbesteke xwe de ku nîv erebî ye weha dibêje: Biddua bellix tehiyyatî li Selma ya berîd Yanî: ey posteçî, bi duayan silavên min bigihîne Selmayê!! Her weha diya min behsa helbestvaniya wî dikir û digot: Lawo ma yekî wek Cizîrî tenê ev dîwan li pê xwe hiştiye? Na na wî pêncî dîwan nivîsîbûn, lê piştî ku bîn bi evîna wî û Selmayê ket û xelkên Cizîrê qala wê evînê kirin, Mîr lê hat xezebê û xwest her pêncî dîwanên wî bişewitîne. Melayek li wir hebû gelekî kêfa wî ji Cizîrî re dihat û li ber wan dîwanan diket. Rabû ji mîr re got: Ez xulam ka ez dîwanekê bibim mal û binêrim bê ka vî Cizîrî çi heqaret tê de kiriye! Mîr destûr dayê lê gotê berî banga sibê divê tu dîwanê vegerînî ku em wê jî bişewitînin. Mela radibe di wê şevê de dest pê dike dîwana Cizîrî nesix dike û bi xeta destê xwe dîwanekê ji ber digire û li mala xwe vedişêre. Berî banga sibê dîwana ku wî biribû dîsa vedigerîne û dibêje mîr: Mîrim bişewitîne tiştekî hêja tê de nîne. Û bi wî awayî ev dîwana ku niha di nav destê xelkê de ye, hate parastin. Hin jî dibêjin ku Cizîrî sed dîwan nivîsîne lê melaiketên Xwedê nod û neh dîwan ji erdê rakirin û yek tenê ji me re hiştin!! Ji xwe çîroka wî û wê pîra nanpêj jî navdar e. Dibêjin Cizîrî dihat beranberî koşka Dilbera xwe Selmayê rûdinişt û pala

xwe dida kevirekî û dest bi qesîdexwendinê dikir. Piştî demekê radibû diçû. Agirê evînê di hinavê wî de ew dîwar disincirand, pîrekê jî bala xwe dabûyê û dihat nanê xwe li ser wî dîwarî dipeht û dipêja. Ev çîrok bêguman bingehên wan hene. Ku di jiyana Cizîrî de nebin ew bingeh, di helbestên wî de hene. Mesela dîwarê sincirî bawer dikim ji vê beytê hatiye. Cizîrî di qesîdeyeke xwe de dibêje: Ji ber ahên mi dinê agir û dû bit ne eceb Min di dil de heye narek(arek) ku disojit seqerê! Yanî eger dunya hemî bibe dû û dûman ne tiştekî seyr e, ji ber ku di hinavê min de agirek heye, dojehê jî dişewitîne. Piras: 24- Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje. Bersîv: 24. Rast e. Mûzîkeke gelekî rewan û herikbar û ji guhan re minasib heye. Cizîrî wezn û kêşeyên erebî yên sivik û xweş bi kar anîne. Ji wan kêşeyan bêtir xuyaye ku kêfa Cizîrî ji Remel re(bi her cûre û rengên xwe) hatiye ku wezna wê ya bingehîn wisa ye: failatun failatun failat Her weha Cizîrî Hezec jî bi kar anîye. Hezec bi xwe wezneke gelekî mûzîkî ye. Hema dikarî bibêjî ku piraniya stranan pê têne ristin. Ew jî wisa ye: Mefa-îlun mefa-îlun Bi kurtî, Cizîrî mûzîkeke gelekî nerm û milayim bikar aniye. Loma jî qesîdeyên wî zû têne jiberkirin(ezberkirin) û di dil de dimînin. Ji bilî wê mûzîka derveyî, wî mûzîka di nava helbestê de jî bikaranîye, yanî harmoniya hundurîn ya peyvan û cumleyên helbestî. Mînak ev beyta gelekî ciwan: Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zindanê Vebû qufla me bê mifte, ziringînî ji quflê da

Eger bala xwe bidê, ew di para yekem de behsa hatina yarê di çaxê seherê de dike, ango piştî nîvê şevê yar hatiye serdana wî di zindanê de, de îca tîpên S di vê nîvmalikê de çend in? Pênc in û tu Z jî lê zêde bikî şeş tîpên ku bi serê xwe mûzîkeke wan ya taybet heye ku dibe nîşana qewimîna tiştekî di tariyê de û bi dizî, di beşê duyem de bala xwe bidê bê çi qewimî? Mifte li quflê ket, û deriyê hesin vebû! Eger yekî ne Kurd be jî bibihîze wê zanibe ku tiştekî bi deng û qerebalix diqewime(ziringînî ji quflê da). Dengê hesinan ji van gotinan nayê bihîstin? Ji ber vê jî helbestên wî ji guh re gelekî xweş hatine û ew zû bi zû xwe berdidin nava mirovan. Lê te qala mûzîka helbestên Xanî kir. Ez bi xwe yek ji hezkiriyên Xanî me û min lêkolînên berfireh di helbesta wî de çêkirne û nivîsîne. Xanî ne kêmî Cizîrî ye di bikaranîna mûzîkeke rewan de, lê tenê evîndariya wî ya di helbestan de ne mîna ya Cizîrî balkêş e. Ya Cizîrî evîneke pirr bi şewat ku ji tecrubeyeke rastîn û diltezîn hatiye ji xwendevanan ve xuya dibe. Li ba Cizîrî mûzîka derve û hundur hevdu dikemmilînin. Harmoniyek xurt ava dikin û mirov mecbûrî guhdarîkirinê dikin. Li ba me, pismamê bavê min Evdiyê Kurimî hebû, qesîdebêjekî mezin bû. Ku helbesteke Cizîrî di şevên zivistanê de dixwend hema bêje agir bi dîwaran diket û emên guhdar li ber dengê wî û xurtiya helbestên Cizîrî şêt û serxweş û teles dibûn. Bêhemdî me qêrîn bi me diket û bi rastî jî em bi cizbê diketin. Ev jî razeke ji razên helbesta Cizîrî. Ji kûraniya dil derketine û rasterast xwe li kûraniya dilan digirin. Pirs: 25. Ji awura naverok û tesewufê em helbestên Cizîrî û Xanî bidin ber hev. Ferq çawa ye? Em hinekî ji awura huner, ziman û metafor, dîmen û tabloyan wî û Xanî nîqaş bikin. Bersîv:

25. Ez bi xwe, di gel ku mirîdê Xanî me, Cizîrî şairtir dibînim. Peyvên Cizîrî, hûnandina hevokên wî, xeyalê wî, û fikreyên wî gelekî cuda ne. Zimanê Cizîrî jî zelaltir e. Qesîdeyên wî rihet in, ne mîna yên Xanî bi kompleks in. Heta peyvên erebî yên ku Cizîrî di şi`ra xwe de bi kar anîne, ji zû de derbasî ferhenga Kurdî bûne û kedî bûne û êdî nema biyanî xuya dikin. Ji rexê Tesewwufê ve herdu jî nêzîkî hev in, herduyan jî kûzikên xwe ji kaniya Wehdetulwucûdê dagirtine û ava wê ya çêjdar vexwarine, heta ku pê serxweş bûne. Tesewwufa herduyan jî wijdanî ye. Bi evîneke Xwedayî rengîn dibe. Tesewwufa wan ji tesewwufa Hafizê Şîrazî, Ibnulfarizê Misrî ye. Hin qesîdeyên herduyan hene ku di nav sînorê Tesewwufa xwerû de ne, yanî tenê tesewwufa irfanî ku mîna felsefeyeke serbixwe ye. Di vir de bandora Ibnu Erebî û Hellac heye. Mîna qesîdeya Xanî ku tê de dibêje: Ey ayîneyê dil bi cemala te mucella Sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutella Û ya Cizîrî ku tê de dibêje: Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez Ateşperesê nûr û tecellayim ez Eger mirov qenc bala xwe bidê, dibîne ku Cizîrî di tesewwufa irfanî de bi gelek gavan di pêşiya Xanî de ye, ango bi cesaret tir e. Û li ba wî Wehdetulwucûd wek felsefeyekê zelaltir e. Hema li ba Xanî Wehdetulşuhûd gelekî zelal e. Wehdetulwucûd ji xwe dibêje di hebûnê de tenê hebûna Xwedê heye, em jî û her tişt pareyek ji vê hebûnê ne. Ne ji derveyî wê ne. Wehdetulşuhûd dibêje, ku hebûn hemî neynik û mirêka hebûna Xwedê ye. Ew ne pareyek jê ne lê meziniya wî di wan re xuya dibe. Diyar e li ba herduyan di pirsa Iblîs de cudatî hene. Xanî dibêje ku vîn û iradeya Xwedê nehişt Iblîs here secdê ji Adem re û her weha ecêb dimîne ku çima Xwedê wisa lanet lê barandine, bêyî ku sûc û gunehê wî hebe. Lê Cizîrî vê yekê bi nezaniya Iblîs ve girê dide û dibêje; eger Iblîs sirrê ilmê Xwedayî di Adem de dîtibûya dê bêguman secde bûbûya!

Mesela dîmen û tabloyên hunerî ku Xanî û Cizîrî digihîne hev jî wisa dikarim şirove bikim: herdu kilasîkên me jî ji yek ekola helbestî derketine. Ekola belaxet û rewanbêjiya erebî ya ku di helbesta farisî de bi cih bûbû. Herdu jî sûretên wan dubarekirî ne ji sûret û wêneyên di helbesta farisî de. Yanî em bala xwe didinê ku eynî tabloyê li ser devê gelek şairan hatiye gerandin. Awirên çavan li ba Hafizê Şîrazî jî, li ba Firdewsî jî tîr in, û li ba Xanî û Cizîrî jî tîr in! Di vir de em dikarin bêtir Cizîrî û Hafizê Şîrazî bidin ber hev û gelek mînakan bînin û şopên bandora Hafiz li ser Cizîrî bipên. Pirs: 26. Ferhad Şakelî tê zanîn ku bi kêmanî 14-15 salan li ser Cizîrî xebitiye û bi awayekî kategorîk û bê virde û wêde “ Hîç şika min nîne ku Cizîrî di serdema Mîr Şerefxan de jiyaye ku desthelatdarê Cizîrê ye û Cizîrî helbestên pesindar ji bo wî nivîsandine, dibêje…… Bersîv: 26. Di dîwana Cizîrî de navê Mîr Şeref derbas dibe: Xef wan reşandin dil xedeng, teşbîhê tîrên Xan Şeref Lê ji vê malikê em nikarin wê rastiya ku Şakelî wê ya tesbît dike heta dawiyê qebûl bikin. Nav û dengê mîr Şeref li tevaya Kurdistanê belav bûbû. Ji xwe Şerefxanê Bedlîsî jî di Şerefnameya xwe de bi ferehî qala wî dike û bi pesindarî jî. Îca eger Cizîrî di helbestê de awirên yara xwe bişibîhne tîrên Xan Şeref nayê wê wateyê ku Cizîrî di dema wî de bû(em ji bîr nekin du mîr Şeref hebûn). Ev tabloyekî hunerî ye, wezîfeyeke wê ya helbestî heye. Lê di dîwanê de musaceleya(guftûgoya helbestî) Mîr Emadîn û Melayê Cizîrî heye. Di wê de Cizîrî dibêje: Xulamê mîr Emadîn im. Çima em vê nakin delîl û nabêjin ku Cizîrî di dema mîr Imdeddîn de bû. Mumkin e jî Cizîrî di dema du sê mîran de jiya be û ew herdu helbestên pesindariyê ne ji mîr Emadîn re

nivîsî bin. Lê ev hewceyî lêkolînekê ye. Wisa rihet û sivik bersiva wê nikarim bidim. Pirs: 27. Her nivîs û berhem bi aliyekî xwe jî şahidekî zeman û qonaxa xwe ye. Dema mirov dixwîne li ser heyam û serdema tê de ji dayik bûye mirov digihê hinek encaman. Ev jî bi kêrî dîroknasan, biyografînasan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Ji vê eniyê dema mirov li Cizîrî û xebata wî bikole bûyerek, navek, destnîşankirinek bibe mûmek di reşayê de heye? Bersîv: 27. Bêguman gelek mûm hene. Ji xwe lêkolînerên ku dibêjin Cizîrî di navbera salên 1570/1640 de jiyaye, xwe disipêrin helbstên wî. Mesela di helbesteke xwe de sê navên dîrokî tîne ziman: Sef sef me dîn Hindî û Zeng, Cengizî hat Teymûrê Leng Xef wan reşandin dil xedeng, teşbîhê tîrên Xan Şeref Ew li vir behsa Cengîzxanê meşhûr dike ku di navbera salên 1165 û 1227 de jiyaye. Her weha behsa Teymûrê leng jî dike ku ji sala 1336 heta 1405 an jiyaye. Ji xwe di dawiya vê malikê de jî navê Mîr Şerefê Kurd mîrê Cizîra Botan û temamê welatê Botan dike. Mîr Şeref jî li gor belgeyên dîrokî û di nav de Şerefname, dibe ku yek ji herdu mîr şerefan be, yek ji wan mîr Şeref kurê Bedir kurê Brahîm e ku ji sala 1498an heta sala 1509an hukumdariya Cizîrê dikir. Yê din jî mîr Şeref kurê Xan Evdal e ku di dema nivîsandina Şerefnameyê de hîn hukumdariya Cizîrê dikir û Şerefxan gelekî pesnê wî daye. Ew hevçaxê Cizîrî bû jî. Her weha min di bersiveke berê de jî qala lêkolîneke birêz Tehsîn Brahîm ê Doskî kiribû ku wî têde sala jidayikbûna Cizîrî eşkere kiriye. Gava em van belgeyan didin ber hev, hinekî mesele ronî dibe û bi gotina te mûm li dora me gelek dibin û reşayê jihev tar û mar dikin! Pirs: 28. Cizîrî sofî ye. Dîtineke wuha heye ku sofiyên

mezin li cîh û derekê zêde nedisekinîn, digeriyan? Em zanin ku sofiyên navdar di nav Xoresan, Iraq, Kurdistan, Şam û Konya de, di nav paytextên rojhilata Navîn de çûne û hatine. Nûmeyên Mewlana, Şemsê Tebrîzî û Hwd têne zanîn. Carna seferên wan bi rojan û bi mehan dewam dikir. Hin cîh hebûn ji wan re “Rikin” yan jî mîna îro jî li Kurdistanê ji wan re “Xaneqa” tê gotin, hebûn. Ev cîh cihên sekna mêvanan û şiklek otêlên îro bûn. Mirov li gerên wuha rast tê, di jiyana Cizîrî de? Bersîv: 28. Erê. Yek ji şêweyên (sulûka) sofiyan guhertina cih e. Ew nabe li cihekî bimînin. Di baweriya min de sofiyên mezin yên ku terîqet damezirandine, ji bo ku (irşadê=rêberiyê) bikin, diviyabû ji welatekî biçin yekî din. Mirîdan pirr bikin û (heqîqetê= rastiyê) belav bikin. Cizîrî, herçendî sofî bû jî, lê ne ew yekê ku evdal û dewrêş bû, sofîtiya wî sofîtiyeke teorîk bû, ew di pratîkê de sofî nexuyaye. Hin nakokî di jiyana wî de xuya dikin, li hev nakin kîtekîtên jiyana wî. Mesela yekcaran mîna Xeyyam xuya dike û dibêje ku ev dunya ne hêja ye, loma jî divê mirov xwe ji lezzeta tê de bêpar neke û zû bi zû meyweyên kêfxweşiyê biçine: Talih ku têt û firset, muhlet li nig heram e Min umrê Nûh-i nîne, wer saqîyo bi lez xweş!! Ev malik sedî sed ji bêrîka Xeyyam derketiye, û bêtir nêzîkî felsefeya Ebîqorî ya yewnanî ye ku dibêje mirov divê xweşiyan li xwe nebe. Ew weha jî dibêje: Ahî eyyemên wisalê, weh ku xweş borîn û çûn Ew şeraba êşî û noşî, ma li pêşber min serab. Ew di vir de li rojên xwe yên berê ku ew bi yarê re buhurandibûn re digirî, dibêje ew gelekî xweş buhurîn, lê çi heyf ku hemû çû û wek rewrek û leylanê êdî xuya dibe. Lê li cihekî din jî dibêje:

Minnet ji Xwedayê ku bi evdê xwe Melayê Îksîrê xemê işqê, ne dînar û drem da!! Li vir êdî yekî terkedunya ye, xwe disipêre evîna Xwedayî û ne xema wî ye, xweşiyên dunyayê. Pirs: 29. Ji gotinên têne gotin yeke din jî ev e ku Cizîrî şi`rên Hafiz ji bo xwe kirine bingeh û helbestên xwe avakirine. Helbestên Sadî jî wuha kirine. Cizîrî vê vekirî û heşkere dike û venaşêre. Girêdayê vî aliyê Cizîrî jî behsa “Texmîsê” dibe. Ev Texmîs çi ye? Bersîv: 29. Texmîs ji peyva erebî(Xemse) yanî hijmara Pênc hatiye. Texmîs yanî pênckirin. Ev jî şêweyek ji hunerên helbesta klasîk e, ku şairek helbesta yekî berî xwe yan hemdemê xwe diecibîne û li ser wê temam dike. Ango sê rêzan dinivîse û du rêzên dawî jî yên helbestvanê din in weke xwe dimînin. Mesela di qesîdeya pêşîn ya di dîwana Cizîrî de her paragrafek ji qesîdeyê pênc rêz in, sê rêzên pêşîn yên Cizîrî ne û du rêzên paşîn yên Hafizê Şîrazî ne. Min bi xwe helbesteke Cizîrî da pênckirin ew jî ev e: Bûye salek ez dinalim ji şevê ta sibehê Min berê xwe daye Botana di nava Diclehê Ez bi vê bangê meha xwe digihînim bi mehê: Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê Sed silavan bigihîne ji me wê padişehê! Di vir de hersê rêzên pêşîn min ristine, yên dawî jî ji qesîdeya Cizîrî ne. Di vir de helbestvanê ku helbesta yekî(texmîs) dike dixwaze çi bîne ziman û çi mesajê bide? Helbet ew dixwaze bibêje: binêrin, ez jî mîna vî helbestvanê mezin dikarim birêsim. Ez ne kêmî wî me, bi eynî muxeyyile û melzemeyên wî yên ziman, bi eynî ferhengê û bi eynî şêweyê rêzkirina peyvan û mûzîka derve helbestê çê dikim!!! De ka binêrin bê hûn karin malikên min û yên wî ji hev veqetînin û nas bikin, ka kîjan yên min in û kîjan yên wî ne?

Hafiz û Sadî yên Şîrazî bûne bingeha sedan şairên piştî xwe. Hafiz ekolek bi serê xwe bû. Cizîrî jî yek ji şagirt û suxteyên zîrek yên vê ekolê bû ku di sefa yekemîn de cih girtibû. Gava em navekî yan leqebekê li Cizîrî bikin em dikarin bibêjin: Hafizê Kurd yan Şîrazî yê Kurdan! Min bi xwe bandora Hafiz di helbesta Cizîrî de şopandiye, û bala xwe dayê ku Cizîrî heta di hin wêneyên xwe yên helbestî de malikên Hafiz wergerandine û kirasekî kurmancî li wan kiriye. Hema wî ew wêne ji nava helbestên hafiz anîne û li nav yên xwe danîne. Pirs: 30- Belê carên ku wuha jî dibêje hene: Dev ji Hafiz û Sadî berdin, werin min bixwînin. Em li vê çawa binerin, hem tu di bin bandêra kesekî, çend kesan de mabî, di avûbayeke wuha de pênûsa xwe bikar anîbî û di ber re jî tu bêjî werin dev ji wan berdin, ez nêzîktir im, serketîtir im. Ya ku van rêzan bi Cizîrî dide gotin çi ye ? Bahweriya bi xwe ye, yan jî biçûk be jî tov û meyleke neteweyî ye ? Bersîv. 30. Ev jî pirseke gelekî girîng e. Divê em şopa neteweparêziya di civaka Kurdan de biajon da ku raza vê meyla li ba Cizîrî nas bikin. Di baweriya min de Cizîra Botan di deverekê de ye, Mîna Bazîdê, ku netewe lê gelek in. Pirbûna neteweyan li herêmekê yan cografiyayekê dihêle ku her neteweyek bêtir bi hebûna xwe bihese. Yanî li Bazîdê Tirk, Faris, Azerî, Gurcî, Ermen û Rûs jî hebûn, (mebest li wê herêmê ne li bajêr bi xwe) û helbet nakokî jî hebûn, vê yekê tovê neteweparêziya Ehmedê Xanî geştir kir û hişt ew tov zûtir şîn bibin. Li Botan jî wisa bû. Asûrî, Suryan û Ereb, Tirk û Kurd hebûn. Helbet Faris jî bi wêjeya xwe û carcaran bi artêşên xwe yên giran jî hazir bûn. Îca Cizîrî mîna temsîlker û nûnerê rewşenbîrên wê dema xwe dê berî her kesî bi xwe û neteweya xwe hest bibe. Wî dema ku digot dev ji

Hafiz berdin, û werin helbestên min bixwînin, dixwest bibêje werin li zimanê kurdî xwedî derkevin. Werin bi neteweya xwe di rêya zimanê xwe re bihesin. Ew gelekî bi xwe bawer bû, heta di helbesteke xwe de dibêje: Pîrê şe’aare di şi`rê, û Mela şalîfiroş Tu nîşan min mede Ferxî, ku li nik min bûye ferx Yanî: mela pîrê helbestê yê, Şalfiroş e, de ji min re behsa Ferxî neke, ji ber ku ew li ber min mîna fêrîkekî biçûk e. Eger em zanibin ku Ferxî(Ferruxî) yê helbestvan e û leqeba wî Melikulkelam e (yanî şahê gotinê) dê zanibin bi heta kîjan radeyê Cizîrî bi xwe û zimanê xwe û netewa xwe bawer bû. Te pirsa wê yekê jî kiriye ku ka gelo çima Cizîrî dixwaze (şopê ji ser mamosteyên xwe dagerîne) û winda bike? Çima naxwaze kesek êdî biçe ser wê kaniya ku wî bi xwe têra xwe ava zelal jê vexwariye? Ev yek di baweriya min de du sebebên wê hene. Yek jê: tiştekî ku di rexneyê de nav lê dibe: kuştina bav di wêjeyê de, ango tu naxwazî şopê ji serkaniyên xwe re bihêlî. Tu wan tunne dikî û tenê xwe berz dikî. Ev girêdayî psîkolojiya hunermend û afrêneran e. Her dixwazin xwe bidin pêş. Sebebê duyem ji vê yekê re ew e ku Cizîrî wê diyardeyê rexne dike, ew diyardeya xwendina wêjeya farisî û heta nivîsandina bi farisî jî ku Cizîrî jî bi xwe yek ji kesên ku di nav wêjeya farisî de mabû. Îcar ew dibêje werin em guh bidin zimanê xwe û ji xwe jî çêtir nabîne di vî warî de. Ew bi xwe jî dizane bê çi nivîsiye û çiqas helbestên wî xurt û bihêz in. Hinekî rastiya helbesta xwe jî dibêje. Ji her kesî bêtir dizane bê ka çendî helbesta wî xurt e. Pirs: 31. “Ez ewqas sal in li ser Cizîrî kar dikim ez heta niha neghiştime qeneetekê ku Cizîrî helbestek ji bo kesekî, ferdekî yan jî ji bo jinekê gotibe. Li cîhekî bi tenê tiştek heye ku hinekî îmkan dide ku mirov bêje ew dildarî, fizîkî ye, eşqeke ji bo însên e. Bi bahweriya min giş evîna Cizîrî Xwedayîye û pêwendiya wê bi eşqa fizîkî û însanî re tune ye.” dibêje Şakelî, tiştekî tu lê zêde û kêm bikî heye, yan jî

tu jî bi heman rengî difikirî? Bersîv 30. Na ez di vê baweriyê de ne bi Ferhad Şakelî re me. Şakelî dixwaze ku Cizîrî ne hissî be, di evîna xwe de, ne ku Cizîrî bi rastî ne hissî ye. Xwestin û rastî di lêkolînan de li hev nakin. Erê guman nîne ku Cizîrî şairekî mutesewwif bû û stûnek ji stûnên mezhebê işqa ilahî(evîna Xwedayî) bû, lê ev nabe bend li ber evîneke fîzîkî. Ji xwe heta di wêjeya tesewwufê de tê naskirin ku evînên fîzîkî bingehên evîna Xwedayî ne. Mesela Ibnu Erebî ku yek ji mezintirîn mutesewwifên Îslamê ye û mamosteyê ekola Wehdetulwucûd e, di destpêka xwe de dilketiyê keça Mamosteyê xwe yê li Hicazê ye. Bi xwe jî di pêşgotiona dîwana xwe de (Tercuman Eleşwaq) dibêje ku ew aşiqê keçekê bû û ewqase helbest di pesnê wê û evîndariya xwe û wê de ristine û hûnandine. Di helbesta Cizîrî de em şopa hissiyetê dipên mîna van hersê malikên ku tê de evîneke xwerû fîzîkî xuya dike: Veke lêvê û ji nîvê, biwerîn qend û nebat Ji lebê le'lê şeker bêj û, ji şekker meke behs ** Da binoşim mey ji lêvê, mawera reyhan û sêvê Luluyên şekkir di nîvê, abê heywan çeşme ye ** Sotin û derdê evînê, îlletê dax û birînê Xweş dibin ma ew bi dînê? Şerbeta lêvan mufa ye Ew qala lêvan û şekirê lêvan û şerbet û şêraniya wan dike. Ev gumanê nahêle ku Cizîrî li vir qala evîneke insanî dike. Ew dilketiyê keçekê ye. Keçeke ji goşt û hestî. Lê dibe ku ew keç tenê di xeyalê Cizîrî de hebûye. Ev ne qada me ya ku em têde lêkolîna xwe li dar dixin. Tiştê ku inkar nabe jî Cizîrî gelek helbestên ku bi zahirê xwe ve li ser evîneke fîzîkî xuyane ristine, lê ew bi derûn û batinê xwe ve li ser evîna Xwedayî ne. Dildar tê de Xwedê bi xwe ye. Yan na ma ew kîjan dilber e ku birhên wê mihrabê nimêjê ne û secde lazim e li ber

herdu birhên wê! Di ilmê tesewwufê de gelek caran min xwendiye ku şikestina di evîneke hissî de yekî bal bi evîna Xwedayî ve dikişîne, ev jî li ba Cizîrî tê qebûlkirin, dibe ku wî tu encam ji evîna xwe û yara xwe nedîtibe û berê xwe dabe evîna rûhanî. Pirs: 32. Di axaftinên li der û dora jiyana Cizîrî, yan jî em bêjin hinek tiştên ku di nav feqiyan û gel de digerin navê xanimekê bi navê Selma derbas dibe. Hinek dibêjin Selma xwuşka mîr yan jî keça wî ye. Li gora hinan jî Selma şêwesemboleke tesewifiyane ye. Li gora hizrekê jî ji xwe navekî wuha qet tune, ev jî bi tenê yek ji wan çîrokên bêesil e ku hina ji xwe re li hev aniye, navekî xeyalî ye. Çi rast e û çi na, rastî ji ba te çawa dixwiye? Bersîv: 32. Li ba min û li gor xwendina min ya ji helbestên farisî û erebî yên klasîk re, navên ku derbas dibin navin xeyalî ne. Yareke taybet nîn e ku şair navê wê bibêje. Şairên di ast û mertebeya Xanî, Cizîrî, Hafiz, Sadî û Ibnul Fariz û Ibn Erebî de xwe nizim nakin û navê yara xwe ya rastîn nabêjin. Ji ber ku ferqa evîna wan û ya yekî mîna Mecnûn ferqeke mezin e. Mecnûnê Amirî di helbestên xwe de bi dehan car navê Leylaya xwe dibêje. Ji xwe evîna wî ew e Leyla tenê ye. Lê evîna van kesên navborî evîneke rûhanî ye, Xwedayî ye. Erê ew mecbûr dibin navan bikar tînin. Mecbûr dibin ji ferhenga wêjeyê peyvên xwe bînin û bi kirasekî hissî bipêçin û li evîna xwe ya giyanî bikin. Em werin ser navê Selma. Ew ne navekî rastîn e, û ew iddiayên ku dibêjin Selma xûşka mîr bû û nizanim çi, hemû ji xeyalê xelkê hatiye. Selma di helbestên berê de yên ereb û farisan de jî derbas dibe. Hafizê Şîrazî dibêje: Suleyma munzû hellet bil iraqî Ulaqî min hewaha ma ulaqî! Suleyma nazikkirina navê Selma ye!

Ev navê Selma jî navê ku ereban ji beriya Îslamê de û heta di dema Îslamê de û piştî wê jî bêtir bikar aniye. Ew navê numre yek e di helbesta erebî de. Navekî sivik e û xweş e, loma jî her şairî navê yara xwe ya xeyalî kiriye Selma. Wateya Selma jî ew e keçika bêqusûr û bê eyb. Tiştê balkêş li ba Cizîrî ew e ku wî carekê tenê navê Selmayê bikar aniye, ew jî di nîvmailkeke bi erebî de, îcar ev nîvmalik ya wî be yan jî ya helbestvanekî din be? Ev jî cihê niqaşekê ye. Li ser vê jî em nikarin rastiyan ava bikin. Em nikarin bibêjin ku bêguman yareke wî hebû navê wê Selma bû û Mela dilketibûyê. Ji xwe hin dibêjin ku navê yara wî Sitiya Biskkesk bû! ev bêtir ji xeyalê xelkê hatine. Ne rastiyên ku encama lêkolînekek bi rêk û pêk in. Cizîrî navekî din jî bikaranyie wek navê yara xwe lê kesî bala xwe nedayê. Ew behsa Leylayê jî dike û dibêje: Lew heriftim ez ji meylê Şubhetê sehlê ji seylê Mehbet û işqa di Leylê Ez kirim yekser pilox! Li vir ez dikarim tefsîr û şiroveyekê ji van dîtinan re bidim. Yanî dikarim bibêjim ku çima li ba xelkê ev hizr û bawerî peyda bûye ku yara Cizîrî dotmîrek e û navê wê Selma ye. Cizîrî ku behsa yara xwe dike, wê ne mîna keçeke ji rêzê dibîne, ew tim wê li nav qesr û koşkan dibîne, dûrî wê ye, destê wî nagihê û wê mîna şahjinekê dibîne. Desthilatdar e yara wî, her kes nikare wê bibîne, di birc û qesrên bilind de ye. Bi nêrîneke kurt li van mînakan emê tê bigihin bê çima ev dîtin hatiye holê: Can û dilê min ew e, horîweşê min ew e Padîşehê min ew e, ez li derê wê geda ** Min dîlberek wek dur heye, mehbûbe şêrîn sur heye Husn û cemalek pir heye, Belqîs sifet mesken Seba

Belqîs şajina yemenî ye ku Suleymanê pêximber pêre zewicî bû. Li gor kitêbên pîroz wek Quran û Tewratê ew Xwedan desthilatdariyeke mezin bû!! ** Çi heddê sed hezar can bin, di fitraka hebîba min Ku sed Cimşîd û Keyxusro, xulam in ser di vê rê da Ev çi yar e ku Keyxwesrew û Cemşîd xulamê wê bin! ** Min divê ser li asîtanê, her wekî tûlan nihim Belkî carek keyl bipirsit, ev çi mehrûm tûle ye! Ango ew dixwaze serê xwe li ber asitanê wê deyne, dibe ku ew şaha mezin bipirse ev çi segê mehrûm e! Û bi sedan mînakên ji vî rengî hene ku nîşaneke eşkere tê de heye yara Cizîrî yareke ji malmezinan e û bi xwe jî yan şahjineke yan jî dotmîreke!! Lê rastiya vê çi ye? Em nizanin. Dibe ku ji xeyalên şairî bin kî çi zane! Şair dilê xwe dibijînin her kesî û her tiştî. Pirs. 33. Em hinekî din li ser vî navî bisekinin. Ev jî heye ku hinek şairên din jî heman nav, ango navê Selma bi kar anîne. Kî ne ev şair gelo, mimkune tu ji me re nimûneyekê duduwan bidî? Bersîv: 33. Erê. Dikarim hin nimûne bidim lê ji cîhana helbesta erebî. Beriya Îslamê şairek heye navê wî Imruul Qeys e, navdartirîn şairê Ereba ye heta niha. Helbestvanê serdema Îslamê Nabixayê Ce`dî, û yên dema piştî ku Îslam berfireh bû Cerîr, Beşar Bin Burd ê esilfarisî ku dibêje: ew zemanê ku min û Selmayê digihîne hev zemanekî qenciyê dike! Û bi dehan xeyrî wan jî. Ji xwe bala xwe bide vê helbestê ku yekî ereb beriya çend sed salan li ser Selmayekê nivîsiye!:

Min ji Xwedê xwest ku min û Selmayê bigihîne hev, ma ne Xwedê her tiştî dike!! Û min jê xwest wê li ser piştê bike û min bavêje ser, û çi bixwaze bixe ku bixwaze Û bila yek bê û min tev bide bi hêdîka mîna ku meşk tê tevdan Pişt re ewrekî bi baran were û barana wî me bişo. Pirs: 34. Xwendina Cizîrî jî bideng e, tê naskirin û têra xwe belabûye. Dibêjin dikete silûkê, dikete xewlê. Mesela “xewil” û “silûkê” îro jî heye. Li mizgeftên mezin mirov dikare lê rast bê. Pirsên me wuha ne: yek ev xewl û silûk çi ye, ya duhem hinek agehdarî li ser vî aliyê Cizîrî tu bidî me, wê bikêr be, ji ber ku têkiliya xewlê û hilbijartina murşidekî ji xwe re heye yan na? Bersîv: 34. Xewl yan jî bi erebî Xelwe/Xelwet: mana bi tenê û dûrî xelkê ye. Silûk jî buhurîna di rêyekê de ye. Lê ev herdu peyv li ser destên Mutesewwifan wateyin nû bi dest xistin. Ji qalibê xwe yê ferhengî û yê zimanî derketin û qalibekî din standin. Xelwe bû wek şêwe sporeke rûhanî ku divê kesê sofî tê de meşqan bistîne. Cegerxwîn dibêje: Di kuncê xelwet im yareb! Xanî dibêje: Zahidê xelwetnuşîn pabendê kirdarê xwe ye Tacirê rihletguzîn dildarê dînarê xwe ye Cizîrî dibêje: Sofiyê xelwenuşîn, bêne sicûd Her du birhên te ne, mihrabê dua Dîsa dibêje:

Seyyahê me dîn di xelwe îro Ellah ku çi xelwe û çi seyyah Û dibêje: Pê li ser dîdeyên Melê dayîn Xelweya sofiyan munewwer ke. Di van herçar mînakan de tim peyva Xelwe bi peyva Sofî ve hatiye girêdan, ango êdî sofî û xelwe bûne du peyvên hevrê ku bêyî hev nabin. Sofî bê xelwe nabe û xelwe jî bê sofî nabe. Peyva Sulûk yan jî Silûk wek min destnîşan kir buhurîna di rêyekê de ye, lê sofiyan ev peyv ji xwe re birin û navê rêya teswwufê kirin Silûk. Dibêjin filankes di silûkê de ye, yan jî silûkê dike, ango rêya sofîtiyê hilbijartiye û dest bi perestiyekê kiriye ku armanc jê paqijkirina ruhe û nêzîkbûna li Xwedê ye. Îca ji wî sofiyî re jî, yê ku di silûkê de ye. ´Salik´ tê gotin. Cizîrî di helbesteke xwe de wisa dibêje: Te pir cewr û cefa dîne, silûk û se`y û cehdê da Helbet silûk û xelwe dê gelek zehmetî tê de hebin, dê birçîbûn hebe, dê bêxewî û tenêtî hebe û dê gelek fikirandin û ramana di Xwedê û gerdûnê de hebe, heta ku kesê di silûkê de karibe hinekî nêzîkî rastiyê bibe. Lê em werin ser tecrubeya Cizîrî, gelo ew di tecrubeyeke tesewwufî re derbas bûye yan na? Em nizanin! Sedî sed belge li ba me nîn in, ji helbestên wî em dikarin bibêjin ku ekola wî tesewwuf bû û bi wehdetulwucûd bawer bû. Lê mumkin e, ketibe silûkê, silûka ku mirîd dikevinê. Yanî silûkek ji ya din ferq dike, silûkek heye ez bi xwe jî beşdarî wê bûme, hinek xwendina quranê ye, toba li ber destê şêxekî ye(şêxê min Xeznewî bû) û çavgirtinên piştî nimêja mexribê û zikrê Xwedê ye. Lê ne bi giraniya silûka mezin e ku ne her kes dikare bike. Pirs: 35. Em dê carcaran Xanî û Cizîrî bi hev re bipirsin. Xanî bi siyasetê xwurt û kûr daketiye. Tiştekî ku ji

bo pêdaketina Cizîrî bi siyasetê, em bêjin, dewlet, rêveberî, desthelatdarî û Hwd.bibe pêjnek, tê hiskirin? Bersîv: Eger jêderê me dîwana wî be, em tu pêjneke diyar nabînin. Lê em tê digihin ku Cizîrî ne dûrî desthilatdariya kurdî bû. Ne dûrî mîr bû. Û wa diyar e ku qedrekî wî yê bilind jî hebû. Lê wî qet di helbestên xwe de derdekî millet ne aniye zimên. Dibe ku di jiyana xwe de mijûlîya wî bi siyasetê re hebûye. Lê di wêjeya wî de tu şop nîne. Pirs: 36. Cîzîrînas dibêjin ku Mela li du yan jî sê cîhan behsa navê Kurdistan bi kar aniye. Duaya Cizîrî navdar e ku dixwaze ne bi tenê Cizîr belê Tebrîz û gelek cîhên din jî têkevin bin destên Mîr. Vê Fikrê jî mîna gelek fikrên din mîna ku Xanî ji Cizîrî girtibe û ew li gora zeman û qonaxê derxistibe asta hewcedariya bi yekîtî û tifaqê. Li vir jî bêhn û pêjneke neteweyî, em neteweyî nebêjin jî, etnîsîteyî tune gelo? Ev ne hestekî zelal û vekiriye ji bo niştîmaperweriy? Dixwaze Mîrê Kurdistan bibe şahê çar iklîman. Gelo Xanî gotina “Rom û Ereb û Ecem bi temamî…..hemyan ji me re dikir xulamî“hêza xwe ne ji vir girtibe, ne berê vî tovî be ku Cizîrî avêtiye erda welatparêziyê? Bersîv: 36. Cizîrî Kurd bû. Ne tenê bi etnîka xwe Kurd bû, lê ew bi fikra xwe û zimanê xwe jî Kurd bû. Tenê nivîsnadina bi kurdî nîşana kurdayetiyê ye. Yanî tercîha wî ji bo nivîsandinê zimanê wî yê kurdî bû. Wî bi rengekî zelal jî gotiye: Werin helbestên min bixwînin û hacet we bi Şîrazî nîne. Bi maneyeke din: werin bi kurdî bixwînin û dev ji farisî berdin. Helbet rola wî di vêxistin û geşkirina fikra netewî û kurdayetiyê de li ba Xanî mezin e. Wî rê dûz kir, derî li piştê vekir û bawerî bi zimanê kurdî çêkir. Kurdayetî ne tenê

slogan û helwesteke xuya ye. Ew berî her tiştî avakirina mejiyekî tevayî û giştî ye ji bo civakê tevî. Cizîrî jî binika mejiyekî ku bi kurdî difikire danî. Ew gelekî bi eşq jî navê Kurdistanê tîne ziman. Wî çar caran navê Kurdistanê aniye: Di cara yekem de dibêje: Tenha ne Kurdistan didin, Şîraz û Yeng û Wan didin Her yek li ser çehvan didin, ji Espehan têtin xerac Di cara duyem de dibêje: Ney tenê Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bî Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî Di cara sêyem de dibêje: Bi tebilexaneê şahî were text Ku tu îro şehê Kurdistan î Di cara çarem de jî dibêje: Gulê Baxê Îremê Buhtan im Şebçiraxê şebê Kurdistan im Pirs: 37. Di nav helbestên Cizîrî de du helbest hene ku ji wan re “mukaleme” tê gotin, yanî bi hev re qisekirin, hevpeyvîn. Carekê bi Mîr Îmadedîn re û carekê jî bi Feqiyê Teyran re qise kiriye. Bi Ingilîzî dibêjin korespondens. Ev ne destpêka pexşanê be? Bersîv: 37. Na. Tu têkiliya wan herdu mukalemeyan bi pexşanê re nîne. Ew şêweyekî ji helbestê ye û li ser bingeha wezn û qafiye û sistema şiirî ava bûye. Piştî wê bi sed salî pexşanê nû dest pê kir, pexşan li ser destê Mele Mehmûdê Bayezîdî hate meydanê. Pirs: 38. Em hinekî li ser cîhê Cizîrî bisekinin. Cizîra kevn û kesk. Cizîra Botan kevnebajarekî Kurdistanê ye, paytextekî siyasî ye. Li dora 400-500 salan navenda rewşenbîrî û alimiya Kurdistan e. Medresên navdar li vir in. Şagirtên jîr û bikêrhatî berê xwe

didan vir û alimên navdar pirr tiştan qerzdarê Cizîra Botan in. Ev xweserî û taybetmendiya Cizîrê di aliyê dîrokî de çawa çêbû gelo? Bersîv: 38. Cizîra Botan di tarîxa erebî de jî navdar e. Li wir dîrokzanê herî navdar Ibnul Esîr ElCezerî yê ku di çaxê Selaheddînê Eyyûbî de bû hatiye dinê. Li wir medreseyên dînî hebûn. Mîrnuşîniyeke serbixwe hebû. Loma jî bazara zanînê di rewacê de bû. Piştî şerê Çaldêranê êdî Kurdistana Bakur hinek aramî dît û mecal ji danîna bingehên wêjeyê re vebû. Belgeyên dîrokî jî diyar dikin ku mîrên Cizîrê kesin edebdost bûn û guh didan wêjevan û şairan. Ji xwe em hemû dizanin ku neslê mîrên azîzan zarok û neviyên Bedirxan paşayê mezin çi ji bo ziman û wêje û tarîxa Kurdan pêşkêş kirine. Helbet ev yek ji tradisoynên malbata mîrên Cizîrê bû ku her û her piştgirên edeb û wêjeyê bûn û di baregahên wan de şair û edîb bi qedr û nirxdar bûn. Zaravayê Botan jî bi gumana min roleke xwe ya erênî lîst. Ew zaravayekî serketî bû û hezkirî xuya dikir. Zaravayekî medenî bû jî. Tesîra xwe li derdorê kir û êdî ew cih bû qibleya xwendevan û feqeyan. Pirs: 39. Em bi çend gotinan jî şairên hevdemên Cizîrî ne, binav bikin. Evdirehman Mizûrî du navan dide; yek Feqiyê Teyran, duhem jî Şemsedînê Exlatî, kesekî din heye, têkiliyên Cizîrî bi hemdemên xwe re? Bersîv: 39. Tiştê ku birêz Mizûrî dibêje rast in. Nikarim tu agahiyên nû lê zêde bikim. Dikarim bibêjim ku di navbera Feqî û Mela de têkilî hebû û hevdu dîtibûn. Lê Qutbê Exlatî û Cizîrî! Nizanim. Tu agahî nîn in ku wan hevdu dîtiye. Lê ez bawer im ku wan dê helbestên hev dîtibin û xwendibin. Şebekeya meletî û ilm û feqetiyê li Kurdistanê dişibihî ya internetê ya hemdem. Haya wan ji hev hebû. Hîn jî wisa ye. Melayekî li Qersê yekî li Nisêbînê jî nas dike. Bavê min gelek Melayên

Serxetî(ji Kurdistana bakur) nas dikirin û dostên wî bûn, heta melayên Serhedî jî nas dikirin! Pirs: 40. Rewşa helbestê di serdema Cizîrî de. Mizûrî bi van gotinan dîtinên xwe dibêje: “Di vê serdemê de helbesta kurdî li ser destê Cizîrî germ û gurr e. Vê sedsalê li ser destê M. Cizîrî hêzeke nû, vejîneke nû daye helbesta kurdî” dibêje. Bersîv: 40. Rast e. Helbesta kurdî ya ku Cizîrî nûnerê wê ye, helbesteke mukemmel e, bêqisur e. Û gihaya dawiya xwe. Lê ev pirsekê li ba mirov diafirîne: Gelo kanîn û kî ne yên berî wî! Ma hema wilo Cizîrî ji nişkê ve hilpekiya yan kesin berî wî hebûn û rê li ber wî û nifşên hevçaxê wî vekirin? J i ku ne ew gelo? Çima dîwanên wan winda bûn! Dema mirov bala xwe dide helbesta Cizîrî qenc tê digihîje ku ew li ser bingehekî xurt û piştî tecrubeyeke kûr û dûr û dirêj û sîqalkirineke mezin ji zimanê nivîsnadinê re peyda bûye. Ango Cizîrî û hevçaxên xwe ne kesên ewil bûn ku dest avêtine helbestê. Helbet beriya wan hene. Lê em bêagahî ne, ji vî alî de. Pirs: 41. Li gora Ferhad Şakelî li ba Kurdan hinek qalib çêbûne ku çi dema gotin tê ser xwendin û tehsîla navdarekî Kurd, gotineke ku pirr dubare dibe û ewqas jî ne ilmî ye, berçav dibe. Ew jî ew e ku “dersên ewil li ba bavê xwe xwendine”. Ev çima wuha ye, ji ber çi ev hesangirî? Bersîv: 41. Min jî dersên ewil li ba rehmetiyê bavê xwe xwendine. Serf û rêzimana erebî, Quran û Hedîs û Mentiq û Fiqih hemû min li ber destê bavê xwe yê mele xwendiye. Mesela ku dibêjin Xanî yan Melayê Cizîrî dersên ewil li ba bavê xwe xwendine, eger bê belge û delîl be jî, tiştekî mentiqî ye. Ne dûrî rastiyê ye, ji ber ku meletî hema hema bêje li Kurdistanê wiraset e, yanî kur ji bav wedigire. Bavê mele kurên wî jî

mele ne. Bi taybetî kesên meşhûr ku medrese ava dikirin û suxteyên wan bi sedan bûn. Îcar berî her kesî zarokên xwe bi xwendin dikirin, mînaka me ya berbiçav jî malbata Birîvkanî li başûr û malbata Axtepî li bakur in. Kalkê min ê mele şeş heb kurên wî mele bûn, tenê yek ji meletiyê(filitî)! Pirs: 42. Felsefeya Wehdetulwucûd di helbestên Cizîrî de. Çi ye ev felsefe, çend nimûne ji otorîteyên wê? Bersîv: 42. wehdetulwucûd peyveke erebî ye, wergera wê: Yekbûna hebûnê ye. Yanî hebûn yek e û ev piraniya ku em dibînin yanî piraniya mexlûqat û afrîdeyan piraniyeke bi hijmarê ye, lê di rastiyê de tenê Xwedê heye! Ji ber vê yekê kesên bi vê felsefeyê bawer in, dibêjin ku Xwedê di her kainat û afrîdeyên xwe de diyar e. Madem ku wilo ye mirov dikare perestiya Xwedê bi çi awayî be bike. Mesele misilman berê xwe didin qibleyê ku Kabeya pîroz li wir e, lê madem Xwedê li her derê ye û di her afrîdeyî de ye, ew dikarin berê xwe bidin kilîseyê û dêrê û heta laleşê jî. Dikarin berê xwe bidin rûyê mirovekî jî û perestiyê bikin. Gotineke wan heye, dibêjin dema ku Xwedê di zatê xwe de ramiya û bi ser xwe de ponijî, ev hebûna em dibînin çêbû. Felsefeyeke dûr û dirêj û kûr e û gelek parêzerên şerîeta Îslamî ev felsefe mîna kufr û derketina ji dîn hesibandine. Ibn Erebî imamê vê felsefeyê bû û di rojavayiyan de li ba Spînoza diyare ku ew di bin bandora wê felsefeyê de bû. Li ba Cizîrî jî di hin helbestên wî de xuya ye ku ew bi vê wehdetulwiucûd bawer e, mesela di vê helbestê de: Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez Ateşperest û nûrê tecella yim ez Barî ji “we ellem" ku xeberdarî kirin Îro tu bizan Ademê esma yim ez Herfên reqemê lewhê wucûda me bixwîn Da qenc-i bibînî ku çi îmla yim ez!

Zahir tu perîşaniyê halê mi nebîn Mecmû`ê di zatê xwe û tuxra yim ez Alem çiye? i'rabû hurûf û kelîmat in Ew nuqte di nefsa xwe û me`na yim ez Sed Nîl û Ferat tên û derin, qelbê me Pê nahisihin qulzem û derya yim ez Tu j`nusxeyê tewhîd mexûn ayetê nefyê Bê aletê îsbatê ku îlla yim ez Di vir de Cizîrî sedî sed sofiyekî bi wehdetulwucûd bawer e, yanî ew him Adem e ku bavê mirovatiyê ye, him jî Mûsa ye ku di gel Xwedê axiviye, him jî bi xwe ew çiyayê Tûr e ku Mûsa li wir çav bi Xwedê û nûra wî ketiye. Ew dibêje ku dunya herf û peyv û gotin bin, ez bi xwe wateya wan im. Û bi rengî gelek mînakên din jî hene mirov dikare bi bêhnferehî li wan vegere û bişopîne. Pirs: 43. Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin”. Evdirehman Durre ku yek ji kesên xwedî gotine li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe dipirse evîn çi ye?” Bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jê re feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze? Bersîv: 43. Evîn bi xwe li ba mutesewufan merheleyek mezin e ji silûka tesewwufê. Beriya wê dibêjin Keşf heye, Muşahede yanî dîtin heye, Zewq(çêjkirin û tehmandin) heye û paşê evîn tê. Evîna sofiyan jî evîneke wijdanî ye ku armanca wê ne gihiştineke hissî û fîzîkî ya bi yarê re ye. Em di Mem û Zînê de jî dibînin bê çawa evîna Memo ji Zînê re rûyê xwe û rêya xwe diguhere, dema Memo di zindanê de dibe sofî. Ew êdî nema dixwaze dest bide rûyê Zînê, naxwaze zulfên wê bîn bike. Armanca wî êdî bi gelekî mezintir e, ji dîtin û gihiştina yarekê. Ew êdî ber bi Xwedê ve hildikişe. Evîna mecazî jî

heye, ew evîna ku em hemû wê nas dikin û tê re derbas bûne jî. Hezkirina keçekê ye. Yan xortekî. Û kişandina êş û azariyên wê û hestbûna bi xweşiyên wê jî. Leqeba Mensûrê Hellac ev e: Şehîdê işqa ilahî yanî: Kuştiyê evîna Xwedayî. Ev yek giraniya evîna tesewwufî dide xuyakirin. Rabia Edewî ku yek ji mezintirîn mutesewwufên jin e, di tarîxa Îslamê de dibêje, ji Xwedê re: „Ez li gor du cûre evînan ji te hez dikim, evîna weke ya xelkê û evînekê ku tu hêjayî wê yî. Evîna weke ya xelkê ew e ku tenê tu di bala min de yî û evîna ku tu hêjayî wê yî, ew e ku tu perdeyan ji ber xwe rakî da ku te bibînim.“ Hellac dibêje: Evîn sifetek ji sifetên Xwedê ye. Her weha mutesewwuf hemî dibêjin ku têkiliya di navbera Xwedê û evdê wî de evîn e! Cizîrî di helbesteke xwe de spasiya Xwedê dike ku wî tenê evîn kiriye para Cizîrî, ne malê dunyayê: Minnet ji Xwedayê ku bi ebdê xwe Melayê Iksîrê xemê işqê, ne dînar û direm da! Ibn Erebî dibêje: Evîn dîn û îmana min e! Pirs: 44- Çend tesbît ji Evdirehman Dure: “Ol li ba Cizîrî exlaq e. Dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye ji bo Kurdan”. Bersîv: 44. Mesela olê li ba mutesewwufan hinekî cihê gumanê ye. Ew zêde zelal nakin ku olan qebûl nakin. Lê ji gotinên wan tê bêhnkirin ku zêde baweriya wan bi olekê nayê. Olekê li ser ya din nabînin. Loma jî dualiya Şerîet û heqîqetê li ba wana heye. Mutesewwuf dibêjin Şerîet heye, ew jî dîn û baweriyên bi Xwedê û kitêb û pêximberên Xwedê ye. Û Heqîqet heye, ew jî rêya tesewwufê ye ku her kes nikare bide ser. Di navbera herduyan de jî Terîqet heye. Sofî dibêjin: şerîet weke gemiyê ye, terîqet jî behr e û heqîqet jî gewherên binê behrê ne.

Li ba wan yek dikare bê gemî jî xwe berde binê behrê û gewheran derîne. Cizîrî jî dibêje: Sergeşte me ji dêrê, naçim kenişteê qet Mihrabe wê bi min ra, wer da biçîne Laleş her weha ew dibêje: Hin ji nik dêrê ve tên qesda kiniştê hin dikin Ney ji van im ney ji wan im, min derê xemmar-i bes Li vir Cizîrî guh nade Ol û dîn. Li ba wî meyxane ji dêr û kiniştê pêwisttir e (di rêyeke bi dizî re ji mizgeftê jî), helbet meyxane sembola tesewwufê û rêya wê ye. Yanî heqîqet e û dêr û kinişte jî temsîla şerîetê dikin. Pirs: 45. Hûnandina edebî xwurt e, berz e, li pêş e. Ev jî dîtina serdest e ji bo berhemên Cizîrî. Em vê hinekî vekin, ji hev veçirin, hinekî li ser kûr bibin, bi hinek nimûneyan biserûbertir, îknakiranetir bikin. Hûnandina xwurt, berzayî û lipêşbûn, yanî çi? Bersîv: 45. Eger em peyvên erebî û farisî bidin aliyekî, yanî hebûna wan nekin kêmasiyeke mezin. Dê bibînin ku helbesta Kurdî wek cûreyek ji cûreyên wêjeyê li ser destê Cizîrî gihaye kemalê. Ew êdî li ser bingehekî xurt rawestiyaye. Bûye wêjeyeke bixwe bawer, bihêz û çêjdar û têrwate. Ji ber vê yekê jî Cizîrî mîna helbestvanekî, ji zimanê xwe yê Kurdî gelekî razî ye û bi hunera xwe gelekî bawer e. Êdî xwebînekî mezin e û asta xwe ne kêmî ya mezinên cîranan dibîne. Qet xwe kêmî Hafizê Şîrazî nabîne, bi wateyeke din zimanê Kurdî kêmî zimanê farisî nabîne. Heta cesaret dike ku bibêje: Gotinên min, helbestên min mîna sihrê ne, mûcîze ne. Çawa Quran mûcizeya zimanê erebî ye, wisa jî helbestên min mûcizeya zimanê Kurdî ne. De ka em li wî bi xwe guhdarî bikin bê ew çi dibêje: Şi'ra te Mela sihrê şekerrêz e bi mû`cîz Zanim ji lebê le`lê, te ev lefz û eda girt

Yanî ey mela helbesta te sihrmendiyeke ku şekir jê dirije, ew mûcizeyeke. Ev sihr jî ji wan lêvên sor hatiye wergirtin. Di helbesteke din de jî dibêje: Husna edaya te Mela her kê dî Sehhe lehû enneke eynul fisah Yanî: Her kesê ku ciwaniya helbestên te guhdarî kiribe, bawerî aniye ku tu serdarê rewanbêjan î. Her weha di deverek din de dibêje: Di î`caza beyanê da suxen ger bête însafê Dizanit muxteser herkes, Melê sihre îbaret kir. Yanî eger bi insaf were gotin, bi kurtî her kes dizane ku Mela di warê rewanbêjî û helbestê de û bi wan gotinên xwe sihirbazeke! Em mînakeke din jî bînin: Çi fesahet bi melahet, weh di dêrî tu Mela, Ev edaya te di şi`rê weh şirîn û bi nemek Yanî wey Mela çendî ciwan û xweşik û lihevhatî ne helbestên te! Şiirbêjiya te jî çiqasî şêrîn û bi tam e! Ew vê jî dibêje: Di iqlîmê suxen mîr im, di şiirê da cîhangîr im Bêguman xurtiya Melê ne tenê ji peyv û gotinên wî tê. Her weha ji fikr û bîr û bawerî û ramanên wî jî tê, ji mûzîka helbestên wî jî tê. Li ba min Melayê Cizîrî bi çend qonaxan Hafizê Şîrazî jî derbas kiriye. Mûzîka Hafiz nagihê ya Melê. Bi rastî li ba Melê sihreke nepenî heye, û sihra mûzîkê ya diyar û eşkere jî heye. Ev jî girêdayî zewqa mirov e, ku yek karibe zewqê ji şiira Melê bistîne, bêguman li ber bihîstina helbestên wî serxweş dibe. Ez di kitêbeke helbestvanê Alman yê navdar Goethe de ku navê wê (West-östlicher Divan) e, li navê Nîşanî rast hatim.

Goethe bi gelek pesindarî behsa wî şairî dike û di helbesta xwe ya bi navê Xwendinname de dibêje: Ecêbtirtîn pirtûk pirtûka evînê bû ku min bi baldarî xwend Hinek rûpel li ser xweşî û kêfa evîndaran in Û gelek rûpel li ser jan û kula evînê ne Beşê dûriyê para mezin biriye Hevdîtina evîndaran beşê herî biçûk e Ey Nîşanî, dawî te karibû rêya rast nîşan bida Min wê demê pirtûka xwe ya yekem di lêkolînê de amade dikir(Şiir we Şueraa), lê min newêrîbû bigota ku Goethe behsa Cizîrî yê me dike. Niha gelek dibêjin ku mebesta Goethe ji Nîşanî Cizîrî yê Kurd bi xwe ye. Ji xwe em dizanin yek ji texellusên(leqebên şiirî) yên Melayê Cizîrî, Nîşanî ye jî. Lê heta niha em nikarin bibêjin ku sedî sed Nîşanîyê ku şairê Alman behsa wî dike, Cizîrî yê me ye. Min ev mînak anî li ser xurtiya Cizîrî, eger ew iddia rast be, dide xuyakirin ku nav û dengê Cizîrî sînorên Kurdistanê jî derbas kiribû. Pirs 46. Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û ne Kurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin. Bersîv: 46. Erê rast e. Divê em kêfxweş û serbilind bin ku dîwaneke bi vê tam û çêjê gihaye berdestê me. Divê wêjehezên din jî wekî me Kurdan kêfxweş bin ku berhemek bi vî rengî ji windabûnê filitî û bû para mirovayetiyê hemûyî. Li vir divê em spasdarê sîstema feqetiyê bin li Kurdistanê. Divê em spasdarê meleyan bin ku ew bûn pasvanên wêje û kultura me û ji windabûnê û qirkirin û şewatê parastin. Bi rastî ne ew bûna niha emê ji hêla wêjeyê ve gelekî xizan bûna. Ji Kurdan wek tê zanîn, Mela Yehyayê Mizûrî(1772-1836)

helbesteke Cizîrî bi farisî wergerandibû û şirove kiribû, her weha dibêjin ku Mele Xelîlê Sêrtî jî xwestibû dîwanê şirove bike lê ew mîna barekî zêde giran dîtibû. Mîrê Amîdiyê Mihemed Teyyar Paşa jî nusxeyeke destxet li ba wî hebû ku sala 1815 hatibû nivîsîn. Li ba kalkê min Şêx Salih jî nusxeyeke kevn hebû, li Qahire çap bûbû. Ji kesên di destpêka sedsala bîstan de xwedîtî li dîwanê kirine, Mele Eliyê Findikî ye(1892-1967) ku wî hin şirove li ser dîwanê danîne. Hejarê nemir, Mele Ehmedê Zivingî, û Mele Ebdusselamê Cizîrî jî ev berhema Hêja şirove kirine. Tê gotin ku destxeteke seydayê Cegerxwîn jî heye tê de dîwan şirove kiriye, Celaleddîn Yoyler jî beşdarê van xebatên hêja ye, Ebdurrehman Durre jî. Her weha ji biyaniyan û rojavayiyan navê Martin Hartmann(1851-1918) di serî de ye. Wî dîwana Cizîrî li Berlînê sala 1904 an çap kir. Bi navê: Der Kurdische Diwan des Sheich Ahmed von Geziret Ibn 'Omar genannt Mala'i Giziri. (dîwana Kurdî ya şex Ehmedê ji Cizîra Ibn Umer-Cizîra Botan- ku bi navê Melayê Cizîrî meşhûr e). Ji kesên ku li ser Cizîrî û dîwana wî xebitîne, Sadiq Behadîn Amîdî, Ferhad Şakelî, Melê Kurd, Xalid Mihemmed, her weha Jan Dost jî di kitêba xwe ya ewwil de (Şiir we Şueraa= bijarteyên ji helbesta Kurdî ya kevn û nû) ku sala 1991 an li Şamê çap bûye, beşekî taybet li ser Melayê Cizîrî û helbestvanyia wî veqetandibû. Di wê pirtûkê de çend helbestên wî jî wergerandibûn zimanê erebî. Her weha Mihemed Tewfîq El Husênî jî helbestên Cizîrî bi helbestî wergerandibûn zimanê erebî. Dibe ku hinek nav hebin min ji bîr kiribin, tu dikarî alîkariya min bikî. Pirs: 47. Pesnê helbestên Cizîrî, hûnandin û tevna wan û bi taybetî muzîka di wan de tê zanîn. Belê hin kesên ku helbestên Cizîrî rexne kirine jî hene. Mînak Zivingî ji ber ku sist in hinek helbestên Melayê Cizîrî rexne kirine. Çi ye ev sistiya ku Zivingî behs dike, di kîjan helbestan de ye û ev

aliyê ku wek sistî binav dike çi ye? Bersîv: 47. Erê. Zivingî jî û Hejar jî nivîsîbûn ku sistî di hin Helbestan de heye. Lê ya rast wan hin helbestên ku di baweriya wan de sist in, ji nav helbestên Cizîrî nehijmartibûn. Emê niha mînakekê bînin. Helbesta ku Cizîrî di serê wê de dibêje: Xelqo li min kin şîretê Ew dilbera zerrînkemer Min dî ji halê xefletê Hat der ji burcê wek qemer Cihê gumanê ye li ba Zivingî û ew dibêje ku dibe hinan ev helbest li dîwanê zêde kiribe. Helbesteke din jî wisa heye ku Zivingî dibêje ew ne ya Cizîrî ye, ji ber ku zimanê wê û ristin û hûnandin naşibihe ya Cizîrî!!!. Li ba Hejar jî wek me got, hin guman hene. Lê di baweriya min de ew helbestên Cizîrî bi xwe ne. Dibe ku hinekî qels bin yan jî ne di mertebeya helbstên wi yên din de bin lê li ba her helbestvanî wisa ye, hin berhem xurt in hin jî qels in. Pirs: 48. çîroka çapa Zivingî û Mela Ebdusselam jî heye, hin dibêjin ku Zivingî dest daniye ser şiroveya Mela Ebdusselam û ew piştî mirina wî bi navê xwe derxistiye, rastiya vê çiye gelo? Bersîv: 48. Erê. Tiştekî wisa mixabin heye. Mele Ehmedê Zivingî bi şiroveya xwe ya erebî li ser dîwana Cizîrî ku navê wê kiribû El `qed El Cewherî Fî şerh dîwan Elcezerî û sala 1959 an li Qamişloyê çap kir, navekî heta hetayê di wêjeyê de ji bo xwe hişt. Lê gelek guman hene ku wî dest danîbû ser şiroveya mamosteyê xwe mela Ebdusselamê Cizîrî û piştî mirina wî, şiroveyeke mîna ya wî nivîsî û bi navê xwe derxist. Di pêşgotina şiroveya xwe de tenê dibêje min hin alîkarî ji Mele Ebdusselam wergirtiye û bi tu awayî nabêje ku wî jî şiroveyek nivîsî bû. Di nerîna min de mele Ehmedê Zivingî

karekî nebaş kir, keda mamosteyê xwe xwest winda bike. Yanî ne xem bû ku bigota şiroveya mamosteyê min jî heye. Bi hezaran tefsîrên corbecor yên quranê hene, bi sedan kitêb di şirovekirina berhemên mezin de hene, her yek ji aliyê xwe de şirove dike û cîhana wêjeyê fereh e, cihê her kesî lê heye. Ez bi xwe Mele Ehmedê Zivingî tawanbar dikim û ew sûcdar e, di veşartina kitêba mele Ebdusselam de. Lê dîsa jî ew berhem derket û ronahiya çapê dît. Sala 2004an ji weşanxaneya Spîrêzê li Duhokê derket. Pirs: 49. Me behsa Dîwanê kir sala temambûna wê çend e, fikrek we heye li ser vê salê? Bersîv: 49. Ezê ji bo bersiva vê pirsa we, xwe bisipêrim dîwarê xurt yê lêkolîna hêja Tehsîn Brahîm Doskî ku di pêşgotina şiroveya Dîwana Cizîrî de ye, ew şiroveya ku seyda Mela Ebdusselamê Cizîrî beriya Zivingî nivîsî bû û nikaribû çap bike û me di bersiva buhurî de hinekî qala wê kiribû. Doskî dibêje ku Melayê Cizîrî tarîxa bidawîkirina nivîsnadina dîwanê xistiye helbesta xwe ya herî dawî di dîwanê de. Di rubaiyekê de Cizîrî dibêje: Demekê da biseyirin sedsalan Lew Elif tên me di herfên falan Ku li şiklê reqemê sersalan Tu murada me ji er`er balan. Hêja Doskî berdewam dike û dibêje ku eger em li gor hesabê Ebcedê herin(hesabê Ebcedê ew hesabê ku tarîx pê ji helbestan û tîpên wan derdixstin. Şêwehesabdariyeke kevne. J. Dost) ji vê rubaiyê diyar dibe ku Cizîrî dîwana xwe di 29 ê meha tîrmehê sala 1631 ê zayînî de bi dawî aniye. Wê demê temenê wî şêst û şeş sal bû. Ez bi xwe nikarim tiştekî lê zêde bikim. Pirs: 50. Mesela zewaca Mele jî di nav xalên meraqê de

ye. Ew jî û Xanî jî tê gotin ku nezewicîne. Ev balkêş e. Du mezinên me herdû jî nezewicîne, çi ye sir û kerameta di vê de? Bersîv: 50. Nezewicandina herdu şairên me yên mezin bi rastî jî cihê matmayinê ye. Him wek rastî him jî wek iddia! Yanî eger rast ew nezewicîbin, çima? Û eger ne rast be jî, ka çima ev nav bi dû wan ketiye! Ev yek bi hacetî lêkolîneke berfirehe e û heta em tesbît bikin em bi hacetî dokumentan in. Lêkolîn vê dibêje, bi lav û xwezî û xeyalê tiştek di lêlolînan de naçe serî. Pirs: 52. Di bernameyên televizyon û medya Kurdî de behsa helbesteke şînê dibe ku Feqiyê Teyran ji bo Melayê Cizîrî nivîsandiye. Hayê te ji vê helbestê heye? Bersîv: 52. Erê. Hayê min jê heye û min ew helbest xwendiye ku di serê we de dibêje: Îro werin lêzim werin Cran û xelkê hêşetê. Hinek dibêjin ku ew helbest şîna hevalê wî Cizîrî ye. Eger ev rast be tê wê maneyê ku Cizîrî sala 1640 î miriye. Pirs: 53. Kesên dîwana Cizîrî şîrove kirine ne kêm in. Di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî hene. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin. ? Bersîv: 53. Divê em şiroveya mela Ebdusselamê Cizîrî jî ji bîr nekin. Şiroveya Hejar bi kurmanciya başûr e û karekî mukemmel e, wek hemû karên Hejar. Gelekî bi hostetî şirove kiriye. Sûd ji şiroveyên beriya xwe girtiye. Bêtir ji Zivingî. Ya birêz Celalettin Yoyler jî bi kurmanciya jorîn û bi alfabeya latînî ye. Ya zivingî şiroveya bi zimanê erebî ye wek ya Mela Ebdusselam. Her yek ji van ya din temam dike. Lê wek min got, ya Hejar baştir e, ji ber ku ew ji wan kesên din ku dîwan

şirove kirine, bêtir farisî dizane û wek em dizanin dîwan tijî peyvên farisî ye. Bi dîtina min şiroveya Cizîrî li cem van birêzan naqede û bi dawî nabe. Cizîrî behreke mezin e û bi sedan kes noqî binî bibin jî, hêj durr û gewher yên nenas û bi hacetî naskirinê ne, dê di binî de bimînin.

Celalettin Yöyler

Pirs: 1 Li gora hinek idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar û helbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji ku tê, ji ku av vedixwe ? Bersiv: 1. Belê bi rastî em nikarin bêjin ji sedî çend şair û nivîskarên Kurd di bin bandora Melayê Cizîrê de mane. Ev hêza heta îro di cîhana nivîskar û helbesvanên Kurd de, rapêça wê heye û ji rêbaza helbest hûnana Melê av vedixwe. Pirs: 2. Dibêjin ku Mîr Şerefxanê navdar, nirx û rûmeteke

bêpayan daye Cizîrî, ewçendî ku di goristana malbata xwe de ew kiriye şirîkê xwe, yeke ji malê, tê gotin ku ew kesê bi tenê ye di goristana desthelatdarên Cizîrê de ku ne ji malbatê ye, ev hinekî rûtbe û nîşandayîna lordîtiya li Ingilîstanê tîne bîra mirov yan na? Di vê derbarê de çi delîl, gotin hene? Bersiv: 2. Gotina derbarê ku Mîr Şerefxanê navdar nirx û rûmete payan daye Cizîrî û di goristana malbata xwe de ew kirîye şirîkê xwe rast e. Bi rastî min goristana Cizîrî û Mîrên Cizîrê zîyaret kir û dît ku, Mela wek kesek ji wê malbatê di wê goristanê de, hatîye definkirin û tirba wî bilindkirî li hewa ye. Lê yên çend Mîran li rexê wî ne bilindkirî û li rû zemîn in. Ev reng dide dîyarkirinê ku Mîrê Cizîrê gelek paye û rûmet daye Melê. Çawa ku bihev re di gotinên xwe de, Mîr dibêje:Ji husnê rewneqek dayê ku Şêx Ehmed me ustad e. Pirs: 3. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be jî ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin? Bersiv: 3. Belê bi rastî gava ku mirov di pencereya sosyodîrokîya di dema Melê de, xwe noqê nav sedsaleya wî bike, mirov dibîne ku Mela; di warê zanista çand, dîrok, astronomî û felsefeya jîyana birûmet de, di radeyeke gelek bilind de ye. Pirs: 4. Mezinahiya Cizîrî bê gotin e, mohr û şeqla qebûla giştî, şareza û xwedî gotinên pispor ji zû de hildigre. Dema gotin tê ser mezinahiyê, ser wezin û giraniya wêjeyî, hunerî, hostetî û hêza peyvê, tecrûbe çi dibêje, çi ne, pîvan û kirîterên giştî? Bersiv:

4. Bi rastî gava mirov li rewşa peyv û hevokên ku di helbestên Melê de, hatine rêzkirin, dinhêre; mirov dibîne ku Mela helbestên xwe bi çi rengî bi çi navî rêzkiribe, bê armanc û ramanên felsefî û zanistî nînin. Digel van nirxandinan, gava Mela ji tesewufa pesindayîna Yezdan dipeyîve jî bi armancên xwenaskirin û Xuda naskirinê dipeyîve. Ango rût ji vê ramanê wek sofîkî reben bi Xweda va nabîne. Girêdana wî ya bi naskirina Xweda ve, dizvire bal jîyana birûmeta mirovahî. Pirs: 5. Mamoste Celalettin Yoyler di lêkolîna xwe ya bi navê “ Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî” de / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl 2006/ girêdayê salên jidayikbûn û mirina Melayê Cizîrî de wuha dibêje:” Mijara herî girîng a ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolîneran ve nehatiye zanîn, dîroka jidayikbûna Mela ye. Di vê mijarê de em dibêjin me bi lêkolîneke berfireh rastiya jidyikbûna Mela, ji bo raya giştî û xwendevanên pirtûka xwe ya şîroveyî derxiste holê”. Ev jî salên 1589-1664 e. Hayê te ji vê lêkolînê çend e, çine dîtinên te li ser van herdû salan, di vê derbarê de çu nezelalî, nexwiyayîtî, heft û heyşt hê mane? Bersiv: 5. Dîtina me ya di derbarê destpêka ji dayîkbûna Melê de, bi hesabên ebcedî di dawîya pêncekên wî yên di beşa bi navê:''Mela me li gerdena dîlber'' de, di rûpel 563'ê şiroveya me de, bi erebî di rêza dawî ya helbestê de, bi nivîsa ''tilke enbaun'' de hatîye nivîsandinê. Bi hejmarên ebcedî dîroka destpêka nivîsandina Mela ya dîwana wî, hatîye dîtinê. Hejmarên ebcedî di wir de, bi koçî 1027'e. 30 sal berîya nivîsê temenê wî hebûye. Liser hev gava em hejmarên koçî ku 1027'e werdigerînin mîladî dîroka ji dayîkbûna Melê derdikeve holê.Derbarê vê mijarî de,mijarek me yê bi nirxandinek dirêj heye û emê ewî di dawîya bersivan de dîyarê we bikin û hûn binirxînin. Lê bi rastî di şiroveya me ya Enstîtuyê de, me salên Melê derxistîye 1589-1664.Mixabin jiber şaşîyek teknîkî me salekî kêm hejmartîye. Di sererastkirina şiroveyê de, ji bo çapa duyem, me ew şaşî dîyarkir û got:1590-1665. Dîroka koça wî, bi gorê

dîtina rêzdar Eladîn Secadî ye. Pirs: 6. Çi gava gotin bê ser jiyanê; jiyana navdar û hêjayekî me, kesayetî, xwedî prestîj û hezkiriyekî me, giriftek, serêş û dudiliyek derdikeve pêşberî me, dikeve pêxêr û pêsêra me. Ew jî ev mesala salên jidayikbûn û mirinê ne. Navdarekî wek Melayê Cizîrî ku di rêza navdar û xwedîbandêran de bi Ehmedê Xanî re tê miqayesekirin, ne ecêb e ku piştî çend qirnan hê jî em ji agehdarî û pêzanînên xwe ne piştrast in? Kî berpirsiyar e, dîroknas, biyografînas, siyasetmedar yan rewşenbîr, bi giştî? Gelên din ne wuha ne, mirov vê çawa şîrove bike? Bersiv: 6. Dem û heyamên ku zanayên wek Melayê Cizîrî û bi sedan nivîskarên Kurdên bi sedsalan berîya me jîyane, me di derbarê wan de, tu xemxwarîyekî jibo rastîya dîroka wan nexwarîye û lê nepirsîye. Rewşenbir û nivîskarên me yên îro û demek berîya îro ji nedîtin û nezanîna dîroka van xweşmêran berpirsyar in. Mînaka here girîng ewe ku di medreseyên Kurdistanê de, her feqî û melakî dîwana Mela ya ku dagirtîyê, bi felsefa jîyana mirovahî û gelê Kurd, her bi dîtina muzîkwarîyê lênihêrîne û bi dengên xweş ji civakan re xwendine. Lê mixabin qet negotine ev berhema pir bi nirx û hêja ji çi diaxive û xwedîyê berhemê di çi demî de, hebûye û jîye.? Lê me bi qelsîya xwe ya ku mirov nikare xwe bigehîne watedarîya vê berhemê, xwest ku xwe bigehînin xalek ji naveroka wê. Ger kêmasîyên me hebin, çawa hene jî, me hêvîye ku zana û nivîskarên me ên vê demê, bibine alîkarê sererastkirinê û pêşkêşê gelê xwe bikin. Pirs: 7. Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî? Bersiv: 7. Bi gor dîtin û şiroveya me ya liser dîwana Melayê Cizîrî; me zanî ku pirên dîrokzanên berîya dema me, wek Eladîn Secadî û

Seyda Mele Ehmedê Zivingî, Hejar û hwd Gotine: Mela destpêka xwendina xwe li bal bavê xwe Şêx Muhemmed destpêkirîye. Di dûre li curbe cur deverên Kurdistanê: wek Hekarî, Başûrê Mezin û devera Amedê domandîye. Li bal Melayên dersbêjên Medreseyan xwendina xwe pêşve birîye û di dawî de, libal ''Mele Taha'' yê Amedî, destûrnameya xwe ya ilmî standîye. Li gundek Amedê bi navê “Sirba” Meletî kiriye. Ji wir zivirîye bajarê Heskîfê û li bal Mîr Melîk Kamil dersbêjîya Medresa wî kirîye. Piştê demek ku evîndarîya wî ya jibo “SELMA” ya keça Mîr eşkere bû, derbasê bajarê Cizîrê bûye û bûye dersbêjê Medreseya Sor û li wir çûye ser dilovanîya Yezdan. Pirs: 8. Gelo Cizîrî Dîwana xwe kengî û di kîjan temenî de nivîsandiye, nivîsandinê çiqas dem girtiye, wê demê berhem li ku çawa çap dibûn, çi agehdarî hene li ba te? Bersiv: 8. Bi dîtin û lêkolînên me yên di derbarê dîwana Melê de, me zanî ku Mela piştê 30 sal temenê xwe nivîsandîye. Bi gor nirxandina me ya destpêka nivîsandina Melê de û gotina ''Feqîyê Teyran '' ku dibêje:min û Melê dema helbest bihevre digot, sal “1031” bû, tê zanîn: ku nivîsandina Melê ya dîwanê bi hindikî şeş sal e. Lewra gotina Feqî ya ku dibêje:dema min û Mela bihevre helbest digot, sal “1031” bû û destpêka helbest nivîsandina Mela ya bigor dîtina me ya hejmarên ebcedî 1027 te û di navbera vê hejmarê de û hejmara 1031an de 4 sal dem heye. Ji dema helbestgotina wana bi hevre û qedandina Dîwanê de, du sal nevebir tê gumankirnê, 6 sal nêzîkê hiş e. Lê agahîya min ji bo çapkirina berheman di wê demê de tune ye . Pirs: 9. Dema Cizîrî serê xwe datîne, diçe rehmetê, li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî saxbû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe? Bersiv:

9. Dema em lêkolîn û nirxandina xweya derbarê destpêka salên ji dayîkbûna Melê de dîyardikin; em dibêjin:1590. Gava ev hejmar ji hejmarên temenê Xanî ku “1651”e derkeve (61) sal dimîne. Yanî Xanî 61 sal pişt Melê re hatîye dinê. Lê gava Mela hêj neçûye koça dawîn, temenê Xanî 14 bûye. Kesayetek wek Xanî ku di nav salên ciwanîya xwe de, li Medreseyên welêt bigere û Melayê Cizîrî bibîne jî mumkin e. Lê ez rastê tu berhemek nehatime. Xanî berhema Mela ya bi navê ''Dîwana Mela'' her xwendîye. Lê di temenê xweyê çarde de an di dû re me xwe negîhandîye tu berhemekê. Mamostayê mezin Xanî di Mem û Zîna xwe de, ji Mela, Feqî û Elîyê Herîrî dipeyîve û dibêje: min dê e'lema kelamê mewzûn alî bikira li banê gerdûn, bînave reha Melayê Cizîrî pê hey bikira, Elî Herîrî kêfek we bida Feqîhê Teyran heta bi ebed bi mayê heyran. Pirs: 10. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û desthelatdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd. Bersiv: 10. Em Cizîrî û Xanî bi berhemên wan û têkilîya wana bi Mîrên welêt re û derdorên wan ra û di cîhanê re bidne destê xwe û binirxînin emê bibînin ku herdû zanayên Kurd ji bo xemxwarî û pirsgirêka netewa xwe têkildarîyek wanê xurt bi van beşên civakê re çêbûye û xwestine ku mîr û begên Kurdan di netewa xwe da desthilatdar bin, nekevine bin destê dagirker û mêtînkerên bîyanî. Lê cudatîya di navbera herdûyan de, bi tenê rewşa bangezarîya wan e, ji bo serbilindîya netewa wan. Em di berhema Xanî da dibînin, ku bi zimanê welatparêzî û netewî hezî ji bo yekbûnê û avakirina welatekî serbest û azad ji bo yekîtîyê bang li mir û began kirîye. Lê di bangezarî û hewara xwe da, bi ser neketîye. Ji ber vê rewşa xerab dest bi nivîsa berhema xwe ya bi navê Mem û zîn kirîye û berhema xwe bi

dîmenên pir dilêş bidawî kirîye. Dawî anîna berhema xwe bi rewşekî şanogerîya netewî anîye ziman û Mem wek cengawerê rizgarîya netewî, Zîn jî wek bedewîya welatê xwe di serê xwe ra derbas kirîye. Mîr û Beko bi hev re wek sedema windakirina welêt nirxandîye. Lê Melayê Cizîrî wek Xanî bi helbestên xwe yên felsefî û ramanî mebesta xwe ya ji bo serbestî û rizgarîya gelê xwe û hemû bindestên di cîhanê da bi awakî humanîstî derxistîye meydanê û nirxandîye. Ji ber ku di helbestên Melê de, bi rengekî felsefî û derûnî hatine rêzkirinê, kesek jê fêm nekirîye, hetanî van deman rûmetekî wêjenasîya wî dîyar nekirine. Em dikarin bêjin, herdû Mamostayên mezin jî xemxwarîya wan tim ji bo serbestî û rizgarîyê bûye û bi wî rengî bi helbestvanîya xwe dîyar kirine. Pirs: 11. Qonaxên afirêneriya Cizîrî, hejmara zimanên Cizîrî zanîbûn û têkiliya di nav wî û wêjeya farisî, erebî û Osmanî de. Bersiv: 11. Cizîrî bi helbestvanîya xweya bê hempa di rêzên helbestên xwe de, zimanê erebî, farisî, hindik bi tirkî û piranî bi kurmancî helbestên xwe rêz kirîye û neqişandîye. Pirs: 12. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne? Wek nimûne, Xanî fireh û çendalî xwedî mijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest? Bersiv: 12. Bi gor lêkolînên me yên di derbarê ''Dîwana Melê'' de ji bil berhema wî ya dîwana Melayê Cizîrî em rastê tu berhemek wî yê din nehatin. Lê Cizîrî di nav helbestên xwe de, ji birekî mijarên zanistî, evîndarî, astronomî û heyîna afiranderên Yezdan bi awakî pir alî

û zanistî hildaye qelemê û ji bo xwendevanên helbesta xwe pêşkêşê civakê kirîye.Gava mirov dikeve nav van gotubêjên Cizîrî ên di derbarê van zanistan de, mirov mit û mat dimîne. Bi vî rengî rewşa pir alîya zanistan di helbesta xwe da dîyar dike. Pirs: 13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mimkûn e, dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê, ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne, belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cih û nifşên piştî xwe ? Besiv: 13. wek çawa hatîye gotin rast e. Mela ji bil zimanê Kurdî gelek zimanên bîyanî jî zanîbûye, berê Xanî bi zimanê Kurdî nivîsîye. Dema Xanî dest bi nivîsa kurdî kirîye wek rêbazên niviskarên her demê, ewî jî ji Cizîrî û yên wek Cizîrî sûd girtîye. Lê Cizîrî jî wek Xanî ji nivîskarên bi zimanê kurdî yên berîya xwe û ji çanda gelê Kurd a li Botanê û kanîya destpêka zimanê kurdî sûd girtîye. Pirs: 14. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mikun e, bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi kurdî didin Xanî. Ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin, mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye? Bersiv: 14. Bi rastî ez wek şirovekerekî ''Dîwana Melê'' û lêkolîna liser destpêka jîyana wî ji rewşenbîr û zanayên Kurdên ku di derbarê Cizîrî da, heta van demên nêzîk ku tu rûmet û mezinahîyeke pir mezin nedane berhema Cizîrî û naveroka helbesta wî, diêşêm.

Em Seydayê Xanî zana û helbesvanekî Kurd ê pir birêz û rûmet dibînin û serê xwe liber helwest û mebesta wî ya netewî ditewînin. Lê bi rastî gava em li berhema Melê dinhêrin em wê berhemê di kategorîya wêjezanên qada bilind û yekem da, dibînin. Lê mixabin heta îro ev berhem li gor watedarî û girîngîya xwe, li bal nivîskarên me cîh negirtîye. Min gelek cara di panelên der barê felsefa jîyana birûmet a Melê de, ev rewş anîye ziman û gotîye:hevalno Mela bi zimanê felsefê helbesta xweya netewî nivîsîye û gotîye: (Kes bi dada me nepirsit gilehû dadî çi kit- te nebit dadî resek beyhûde firyadî çi kit) ev rêze helbest wek hewara Xanî ya jibo netewa wî ku dibêje ''Ger dê hebûya me padîşahek'' rewşa gelê Kurd dîyardike lê mixabin jiber ku me ji zimanê Cizîrî fêm nekirîye, me tim helbestên wî yên watedar wek muzîkek evîndarî tenê nirxandîye û wek niheqî li Cizîrî tê kirinê. Pirs: 15. Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deşelatdarên Kurdan ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mikune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be ? Bersiv: 15. Belê, Cizîrî pesnê tu desthilatderekî bîyanî nedaye lê bi serbilindî û kêfxweşî pesnê desthilatdarên netewa xwe daye û gotîye:(Ney tenê tebrêz û Kurdistan liber hukmê te bin-sed wekî şahê xuresanê di ferwarê te bit-Ger çi ger eqlîmê rabi'e hatî textê seltenet padîşahê heftê eqlîman selamkarê te bî) Êdi emrê tey mukerrem serkêşê kit şubhê şem'ê Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî şahê pir heybet di dêrit lê bi sehmê zêdeyî saeta xeflet xuyabî kuz di bin barê te bî Her kesê ne ji can dua goy û senaxwanî te bit girtîyê qeyda te û amancê nûbarê te bî Qest û daxwaza Melê daîm ji can û dil eve Her di benda xizmetê pêş destê dîdarê te bî

ji asîtanê dewletê xaib nebî carek Mela da ji fermanê mukerrem dem b idem me'emurî bî eve rastîya welatparêzî û hezkirina Mela ji bo desthilatdarên netewa wî. Pirs: 16. Bikaranîna navê Kurdistan û hezkirina ji Kurdistanê, ax û ava welat û ne bikamilî,sitewyayî û bi dereceya ku li ba Xanî piştre çêdibe, ne siyasînebûyî be jî, bendewariya Cizîrî jî ne piştqewîniya esasî be ji bo Xanî ku di vî alî de zelaltir, bicesaretir û vekirîtir bibêje, binîvisîne û xweformûle bike ? Bersiv: 16. Bi rastî her nivîskarek ji nivîskarê berya xwe gelek tiştan hîn dibe û dinivîsên xwe yên cur be cur de,xweştir zelaltir tîne ziman û formile dike.Gava em bêjin Mamostayê mezin Xanî ji nivîskarê berya xwe Cizîrî gelek tişt hîn bûye û bi zelalî û eşkeretî anîye ziman ne kêmasîyeke ji bo Xanî.Em nirxandina berhemên herdûyan dikin.Berhema rêzdar Xanî bi eşkeretî û zelalî bi zimanekî ku baş tê fêmkirinê ji netewa xwe mijûlbûye.Cizîrî Berya Xanî ji rewşa welat û xemxarîya ji bo welat bi zimanekî felsefî û derûnî anîye ziman û rêzkirîye.Lê Xanî ji felsefe û ramanên Mela ên derûnî zanîye û pişkivandîye.Em di vir da dixwazin bêjin:Mela berîya wî van rewşên netewî û welatparêzî di helbestên xwe da anîye ziman û gotîye. Pirs: 17. Evîndariya Melayê Cizîrî jî ji xalên binîqaş e. behsa dostayetiya Cizîrî û Mîr şerefxanê duhem dibe ku di nav wan de evîneke niştîmanperane hebû, ji bo vê evîna çendşîroveyî ku behsa wê dibe tu çi dibêjî, ev evîn çendî konkiret û beşerî û çendî jî Xwedayî û esmaniye? Bersiv: 17. Evindarîya Melayê Cizîrî dinav curbecur beşên civakê da cuda cuda têne nirxandinê.Bi dîtin û lêkolînên me yên liser

şiroveya dîwana Melê;me jê zanî ku evîndarîya Melayê Cizîrî evîndarîyek ramanî û derûnî ye.Evîndarîya wî ya ramanî jî xudayî, humanîstî, mirovhezî û welathezî ye.Mela di destpêka evîna xwe da;evîndarê keça Melîk Kamil ê Heskîfê ya bi navê Selma ye.Lê ev evîn li gor daneyên ku mev di nav helbestên Melê da dîtin û nirxandin evînek derûnî û xudayî ye.Mela wê evîna xwe di beşe helbesta b i navê ''mey nenoşî Şeyxê Sen'anî xeşet'' ''ew neçû nîv ermenistanê xelet'' -mislê mûsa wî tecella ya te dî ê tu dî kanê xeta kanê xelet''-wek (Nîşanî) Neqşû nîşanek te dî ê ku nîşanek te dî kanê xelet'' Mela divê helbestê de û di hinek helbestên din da evîndarîya xwe ya derûnî û xudayî tîne ziman û dîyar dike. Ango Mela evîndarek rastî ye ne mecazî ye. Evîndarîya wî û Mîr jî evînek netewî ye. Pirs: 18. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku desthelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav desthelatdarên Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye? Bersiv: 18. Belê bi rastî di heyamê Cizîrî û Xanî de, desthilatdarên welatê wan rûmetek mezin dane helbestvanên wek Cizîrî û Xanî. Lê gava em werin ser dîmen û rewşa vê demê her çiqas gelek însanên zana û xwenas rûmetê didin helbestvan û hozanên xwe, lê dîsa ne wek dema Xanî û Cizîrî ye. Em dikarin bêjin:bi taybetî hozan û helbestvanên Mîr û di rêya netewa xwe de, tevdigerin, dîsa jî birêz û rûmet in. Pirs: 19. Fikreke wuha heye ku di zimanê Cizîrî de zêdetir erebî û di yê Xanî de jî bandora farisî bi nisbet erebî serdestir e. Egerên vê çi ne, gelo ji ber ku Cizîrî zêdetir di bin giraniya hestên melatiyê de nivîsiye û bervaja jî Xanî di bin bandêra felsefê, siyaset û

niştîmanperweriyê de nivîsandiye. Rêje û jisediya zimanên farisî û erebî di berhemên herduwan de? Bersiv: 19. Bi rastî dema mirov li helbestvanîya Melê dinhêre, mirov dibîne ku di nav helbestên wî de, giranîya zimanê erebî tê dîtinê. Lê ev giranîya bandora zimanê erebî di helbestên Melê de, ji bandora medreseyên Kurdistanê tên. Lewra bi giranî di medreseyên Kurdistanê de, dersên curbe cur zanistan bi erebî ye. Lê Xanî ji ber ku di deverekî nêzîkê welatê faris de, jîye û berhemên wan pir xebitandîye, di wêjeyên wî de, giranîya farisî heye. Dîsa berhemên herdûyan jî bi giranî bi zimanê Kurdî ne. Pirs: 20. Malbata Cizîrî, dê û bavên wî jî bi niqaş in. Gotin heye ku navê bavê wî Şêx Mihemed e. Belê kîjan Mihemed, Ev Mihemed ji binecîhên Cizîrê ye, ji dereke din hatiye, ku wuha be ev der ku ye, baş û zelal naye zanîn. Li gora dîtinekê bavê Cizîrî ji Xoşaba Wanê ye. Em van rewşên di nav heftûheyştiyê, wihayî û newihayîyê de karin hê jî zêde bikin. Wek nimûne ku Cizîrî berî serê xwe deyne û here ser dilovaniya xwe ji Cizîrê çûye, çûbe, çûye ku û Hwd. Tu çi dibêjî? Bersiv. 20. Di derbarê malbata Cizîrî de,dîrokzanên di derbarê wî de axivîne, hemû bi yek dengî dibêjin navê bavê wî Şêx Muhemmed e û ji binecîhên Cizîrê û ji eşîra Bextîya ku di Cizîrê û derdorê Cizîrê da belavbin.Cizîrî berya koça xwe ya dawî bi feqîtî û melatî derketîye dervayê Cizîrê û şûn ve vegerîyaye ser warê bav û kalê û li wir çûye ser heqîya Yezdan. Ji bilî vê em rastê tu dîtineke dervayî vê dîtinê nehatine. Pirs: 21. Bi rastî dîtinên corecore û hevnegir di derbara Cizîrî de, ferq û cihêyîyên wuha mezin di nav van dîtinan de mirov dide fikirandin, hêrs dike û ne kêm

caran jî, çend tiştan tîne bîra mirov: Rewşa lêkolîneriya me tirajîk e. Rewşenbîr û lêkolînerên me bêxem, tembel, tirale û zêde ne bimesûliyet in. Heger ne wuha bûya wê çawa bi salan qîma xwe bi tevlîhevî û kaoseke wuha bianîna, yan na, tu dibê em neheq in? Bersiv: 21. Mamostayê hêja Mîrhem Yiğit, tu bi ramana xwe ya xelal di derbarê van dîtinên cur be cur ên hevnegirtî de, di derbarê Melê de pir binav heqîyê de yî. Bi rastî gava mirov li rewşa lêkolînerên derbarê jîyana Melê de, dinhêre mirov şaş û matmayî dimîne û nizane di derbarê wan de çi bêje?. Di lêkolînên me yên di derbarê Melê de, em rastê pir dîtinên nehevgirtî yên dîrokî hatin. Di navbera dîtinên wan lêkolîneran de, bi sedan û pêncîyan sal cudatî xwe dide nîşan, hinek dibêjin; Mela hevdemê Mewlana Camî ye, hinek dibêjin hevdemê Şah Îsmaîlê Sefewî û Umadedînê Zengî ye. Lê tu rastî di gotinên wan de nayên dîtinê. Pir ecêb e ku Mela di dîwana xwe da, ji van kesayetan axivîye wê axiftinê pîvana hevdemîyê dibînin. Nivîskarek gava dinvîsîne ji kesayetên 500 sal berîya dema xwe diaxive. Ev nabe rastîya ku ew nivîskar hevdemê wî ye. Pirs: 22. Di derbara jiyana Melayê Cizîrî de Ferhad Şakelî sê kategoriyan destnîşan dike: 1. beşê ewil ew kes in ku bi bahweriya wan Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye. Ji bo vê jî îspat bikin hewil didin û dixwazin kesekî bi navê Îmadedîn pêde bikin û bêjin ku Melayê Cizîrî hewzeman û hewtemenê wî bû. Ne şert e ev rast be. 2. beşek jî ku Elaedîn Secadî li serê wan tê dibêjin ku Melayê Cizîrî di zemanê şairê mezin yê Faris Evdirehmanê Camî de jiyaye. Ji ber ku Camî di kitêbeke xwe de behsa sefereke xwe dike ku ji Iran ber bi Hîcazê di ser Kurdistanê, di ser Cizîrê re bûye. Di beyteke helbesta xwe de behsa

kalemêrekî bi navê Elcezîre dike. Yanî kalemêrekî xelkê Cizîrê. Li gora Elaedîn Secadî ev kalemêrê behsa wî tê kirin Melayê Cizîrî ye. Û ji ber vê û di vê çarçewê de jî divê Melayê Cizîrî li dora salên 1400 î jiyabe. Dibe ku ev kalemêr hebe, ji bo ku hebe jî sebeb hene. Lê ev xwiyaye dibêje Şakelî ku ev kes ne ew Cizîrî ye ku em nas dikin û dîwana wî di destên me de ye. Dibe ku berî Cizîriyê navdar bi heman navî şaîrên din jî hebûbin ku ji bo ku hebin jî sebeb zehf in û ev jî maqûl e ku bi navê bajêr têne nas kirin. Tiradsiyona xwe bi navê bajarê xwe, herêm û navçeya xwe, ya jî gundê xwe binaskirin û ji xwe re wek paşnav bikaranîn adetek bû û di vê derbarê de jî bi dehan nimûne hene di destên me de. Mesele Seîdê Nûrsî, Şêx Evdirehmanê Axtepî. Mele Evdilahê Tîmoqî.. 3. Beşê sisyan Zivîngî û Mekenzî û kesên din in ku jiyana Cizîrî nivîsandine dibêjin: “ ez jî bi vê dîtinê re me “ dibêje Ferhad Şakelî. Li gora vê dîtinê ne mikun e ku Cizîrî berî Hafiz û Berî Camî hatibe, Cizîrî gelekî piştî wan e. Em karin bêjin teqrîben 1570-1640 Bersiv: 22. Ditina rêzdar Ferhad Şakelî ku di sê kategorîyan de nîşandike û di beşa yekem da dibêje: hinek dibêjin Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jîyaye. Jibo ku bidine ispatkirinê ku Mela hevdemê Umadedîn e. Ev nayê pejirandin û ne rast e. Beşa duyem: ku ji gotinê Elaedîn Seccadî dertê meydanê û dibêjin ku Melayê Cizîrî di dema şairê mezin yê farisî Ebdurehmanê Camî de jîyaye, ew raman jî, ji ber ku dibêjin Camî di pirtûkek xwe de, qala sefera xwe ya ji Îranê ber bi Hîcazê liser Kurdistanê û bajarê Cizîrê re borîye. Delîla xwe jî di beytek de besa kalemêrekî bi navê el Cezîre dike û dibêjin ew

kalemêr Melayê Cizîrî bûye. Ew jî dîsa bi dîtina Elaedîn Secadî ye û divê ku Mela li dor 1400 î jîyabe, dibe ku ev kalemêr hebe, lê ne Melayê Cizîrî ye. El Cezîreyê mûcid e. Tirba wî niha jî li Cizîra Botan e. Ew Mûcid jî 1136 -1651-î de, jîn û mirina wî ye. Mamosta Şakelî rast nirxandîye û Melayê Cizîrî nîne. Lê Mamosta Şakelî gotîye: dibe ku berya Cizîrîyê navdar bi heman navî Şairên din jî hebin. Qebûl e ku bi navê bajêr gelekî Mûcid û Şair hebûne. Beşê sisîyan:Zivingî, Mekenzî û kesên din ên ku jîyana Cizîrî nivîsandine, dibêjin: ez jî bi vê dîtinê re me. Dîtina ku Melayê Cizîrî berîya hafiz û Camîra be û gelek piştê wan e û di 15701640 de jîyana Melê ne li gor dîtina mine. Ez dibêjim, 15901665. Pirs: 23. Di nav xelkê de li ser Cizîrî gelek çîrok û efsane çêbûne. Ev jî li gora nêzîkayî û dûraya ji erd û axa Cizîrî û coxrafya rabûn û rûniştina wî, cihê manewerya wî têne guhertin. Hun dikarin behsa hinekan ji wan bikin? Bersiv: 23. Çîrok û efsaneyên di derbarê cîh guhertina Melê de, rast in. Lewra Melê gava ku ji Cizîrê derketîye li curbe cur deverên welêt û di Medreseyên Kurdistanê de, xwendina xwe domandîye. Piştê qedandina xwendinê li bal Mele Taha yê Amedê destûrname (Îcaze) standîye û bûye Melayê gundê Sirba li devera Amedê. Di piştre zivirîye bajarê Heskîfê û dersbêja medreseya Melîk Kamil kirîye û li wir evîndarîya wî ya bi qîza Melîk Kamil Selma re dîyarbûye. Di pişt van qewmînan re, çûye bajarê Cizîrê û li wir di Medreseya Sor da bûye dersbêjê medreseya Mîr û li wir koça dawî kirîye. Pirs: 24. Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje. Bersiv: 24. Gotina di derbarê hêsan jiberkirina muzîka helbesta Cizîrî

de rast e. Her çiqas ez ne hunermendim lê helbesta Melê pir bi weznên xweş û dengên muzîkî hatine rêzkirinê. Lê helbestên Mamosta Xanî wekî yên Melê ji bo jiberkirina muzîkvan re û dengzîzîyê re, ne wek yê Melê ne. Pirs: 25. Ji awura naverok û tesewufê em helbestên Cizîrî û Xanî bidin ber hev, ferq çawa ye? Em hinekî ji awura huner, ziman û metafor, dîmen û tabloyan wî û Xanî nîqaş bikin. Bersiv. 25. Gava em bi awira naverok û tesawifê helbestên Cizîrî û yê Xanî bidine ber hev herdû jî bi naverokên xwe yên tesewifî dagirtîne. Lê di awira huner û ziman de, dimen û tabloyên wî û Xanî nîqaş bikin, em dikarin bêjin di warê ziman de, pir jihev cuda nînin. Lê di warê hunera helbestvanîyê de, Mela gelek li pêş e. Çawa ku di qonferansek edebîyatê de prefesorek wêjezan gava ji wêjeya wêjezanên Kurdî axivîye, Mela pir bilind kirîye û gotîye:ez ji wêjezanîyê diaxivim û Mela di kategorîya here bilind de ye. Pirs: 26. Ferhad Şakelî tê zanîn ku bi kêmanî 14-15 salan li ser Cizîrî xebitiye û bi awayekî kategorîk û bê virde û wêde “ Hîç şika min nîne ku Cizîrî di serdema Mîr Şerefxan de jiyaye ku desthelatdarê Cizîrê ye û Cizîrî helbestên pesindar ji bo wî nivîsandîye. Bersiv: 26. Ditin û ramana rêzdar Ferhat Şakelî û lêkolîna wî ya di derbarê Melê de rast e. Ango, Mela di dema Mîrê Cizîrê Mîr Şerefxan de jîyaye û helbestên xwe yên pesindarîyê wek: ey şehînşahê muezzem û xanê xanan di pesindayîna Şerefxan de hûnandîye. Pirs: 27. Her nivîs û berhem bi aliyekî xwe jî şahidekî

zeman û qonaxa xwe ye. Dema mirov dixwîne li ser heyam û serdema tê de ji dayik bûye, mirov digihe hinek encaman. Ev jî bi kêrî dîroknasan, biyografînasan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Ji vê eniyê dema mirov li Cizîrî û xebata wî bikole, bûyerek, navek, destnîşankirinek bibe mûmek di reşayê de heye? Bersiv: 27. Bi rastî çawa we gotî her nivîs û berhemek şahidê zeman û qonaxa xwe ye.Gava mirov van berheman dixwîne jibo heyam û serdema xwedîyê xwe, ku ji dayîkbûye mirov digehîne hinek encaman.Çawa we got ew jî bi kêrê dîroknasan bîyografnivîsan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Di wî warê de,gava mirov berhema Melê dixwîne û dinirxîne mirov dibîne ku dinav tarîtîya dîrokê de,tîrêja dem û jîyana wî derkete holê. Çawa ku me jî bi lêkolîna liser berhema wî dem û jîyana wî bi hejmarên ebcedî dît û got rast e. Mela di 1590-1665 de, jîye û mirîye. Divî warî da gotina Feqîyê Teyran ku dibêje:dema me bihev ra helbest digot: sal 1031 bû alîkarîyek bê hempa ye jibo lêkolîna me. Pirs: 28. Cizîrî sofi ye. Dîtineke wuha heye ku sofiyên mezin li cîh û derekê zêde nedisekinîn, digeriyan. Em zanin ku sofiyên navdar di nav Xoresan, Iraq, Kurdistan, Şam û Konyayê de, di nav paytextên rojhilata Navîn de çûne û hatine. Nûmeyên Mewlana, Şemsê Tebrîzî û Hwd têne zanîn. Carna seferên wan bi rojan û bi mehan dewam dikir. Hin cîh hebûn ji wan re “Rikin” yan jî mîna îro jî li Kurdistanê ji wan re “Xaneqa” tê gotin, hebûn. Ev cîh cihên sekna mêvanan û şiklek otêlên îro bûn. Mirov li gerên wuha rast tê, di jiyana Cizîrî de? Bersiv: 28. Çi dema mirov ji sofîtîtiya Cizîrî biaxive û bêje: belê Cizîrî Sofî bûye, mirov nikare di katagorî ya Sofîyên lidû Şêxên Terîqetan de bibîne û binirxîne. Lewra Sofîyên ku nav çarçoveya vê Kategoriyê têne dîtin, bi gelemperî kor in û jibil

Şêxên xwe heyîna serdest (Xuda) nabînin. Mela Xudanas e. Xudanasî jî xwe bi xwenasînêve digire. Yanî Mela berê Xwenas e, Paşê Xudanas e. Mela wek Şemsê Tebrêzî û Mewlana negeryaye û Murîd û Sofîkên reben nedaye dûxwe. Mela tim ders daye û Felsefa evîna humanîstî, mirov hezî, Xudanasî û welathezî dîyarkirîye. Dikarim bêjim:di lêkolîn û xebata me ya liser şîroveya Dîwana Melê de, me rewşek Mela ya bireng û rewşa sofîyên we gotî nedît. Pirs: 29. Ji gotinên têne gotin yeke din jî ev e ku Cizîrî şîirên Hafiz ji bo xwe kirine bingeh û helbestên xwe avakirine. Helbestên Sadî jî wuha kirine. Cizîrî vê vekirî û heşkere dike û venaşêre. Girêdayê vî aliyê Cizîrî jî behsa “Texmîsê” dibe. Ev texmîs çi ye? Bersiv. 29. Gotina ku dibêjin:Mela helbestên xwe li ser bingeha helbestgotina Hafizê Şîrazî û See'dî hûnandîye, hem rast e, hem jî nerast e.Yanî rastî ewe ku bi gelemperî helbestvanên helbesta kılasik li ser rêbaza erûzê helbest hûnandine. Mela jî wisa. Lê her çiqas Mela dinav helbesta xwe de, çend rêze helbestên wan nivîsîbe jî, helbesta Mela Xwedanê taybetmendîyek bi serê xwe ye, cudayê ji helbesta wan e. Texmîs û Tesdîs, navê pêncek û şeşekên rêze helbestane. Lê pir caran ji bo rêze pênca ku ji hêla helbesvanek ve li helbesta hevalê xwe zêde dike re têgotinê. Pirs. 30. Belê carên ku wuha jî dibêje hene: Dev ji Hafiz û Sadî berdin werin min bixwînin. Em li vê çawa binerin, hem tu di bin bandêra kesekî, çend kesan de mabî, di avûbayeke wuha de pênûsa xwe bikar anîbî û di ber re jî tu bêjî werin dev ji wan berdin, ez nêzîktir im, serketîtir im. Ya ku van rêzan bi Cizîrî dide gotin çi ye? Bahweriya bi xwe ye, yan jî biçûk be jî tov û meyleke neteweyî ye? Bersiv: 30. Gotina Mela ya ku dibêje.(Wer Şîrên Melê bîn te bi Şîrazî

çiha-cet) rastîya mezintî ya Melê ya di helbestê de dide nîşan û dide zanîn ku Mela bi serê xwe deryakî ji zanista helbest zanînê ye û neketîye bin bandora tu helbestvanekiî. Dîsa em dikarın bêjin: Mela di warê bawerîya bixwe û rêzkirina felsefeya jîna birûmet de û bi taybetî ji bo serbilindiya gelê xwe helbestên ramanî û derûnî rêz kirîye û serbilind e. Pirs: 31. Ez ewqas sal in li ser Cizîrî kar dikim, ez heta niha neghiştime qeneetekê ku Cizîrî helbestek ji bo kesekî, ferdekî yan ji ji bo jinekê gotibe. Li cîhekî bi tenê tiştek heye ku hinekî îmkan dide ku mirov bêje ew dildarî, fizîkî ye, eşqeke ji bo însên e. Bi bahweriya min giş evîna Cizîrî Xwedayî ye û pêwendiya wê bi eşqa fizîkî û însanî re tune ye.” dibêje Şakelî, tiştekî tu lê zde û kêm bikî heye, yan jî tu jî bi heman rengî difikirî? Bersiv: 31. Dîtina rêzdar Şakelî ji bo ku Mela ne evîndarê fizîkek beşerî ye, pir rast e. Evîna wî ya ji bo Keçika bi navêvbi (Selma) evînek ne mecazî û Xudayî ye. Mela vê rastîyê di helbesta xwe ya derbarê Şêxê Sen'anî de, bi zelalî anîye ziman û gotîye:Wek (Nîşanî)neqşû nîşanek te dî-ê tu dî kanê xeta kanê xelet.Dibêje Xuda Şêxê Sen'anê jî wek min(Nîşanî)neqşû nîşana te, di rûyê keçika Ermenistanê de dît lewku çû wir. Pirs: 32. Di axaftinên li der û dora jiyana Cizîrî, yan jî em bêjin hinek tiştên ku di nav feqiyan û gel de digerin, navê xanimekê bi navê Selma derbas dibe. Hinek dibêjin Selma xwîşka mîr yan jî keça wî ye. Li gora hinan jî Selma şêwesemboleke tesewifiyane ye. Li gora hizrekê jî ji xwe navekî wuha qet tune, ev jî bi tenê yek ji wan çîrokên bêesil e ku hina ji xwe re li hev aniye, navekî xeyalî ye. Çi rast e û çi na, rastî ji ba te çawa dixwiye? Bersiv: 32. Bİ kurtayî em dikarin bêjin:ku Selma ne qîza Mîrê Cizîrê ye ne jî xûşka wî ye. Selma Keçika Melîk Kamil Mîrê Heskîfê ye.

Evîna Mela ya ji bo Selma bi gor dîtina rêzdar Hejar(Ebdûrehman Şeref-kendî rast e û wek evîna Şêxê Sen'ane û ne fizîkî û beşerî ye. Evînek Xudayî û derûnî ye. Di berhema Melê de navê Selma di çend cîyan re derbas dibe û Mela ji Bayê Seherê re dibêje:Belix selamî lî Selma ya berîd. Ev nav bi berheme û xudanê Çîrokek dirêje û ne xiyalî ye. Lê evîna Mela bi dîtina wê dest pê dike û dibe evînek Xudayî . Pirs: 33-Em hinekî din li ser vî navî bisekinin. Ev jî heye ku hinek şairên din jî heman nav, ango navê Selma bikaranîne. Kî ne ev şair gelo, mikune tu ji me re nimûneyekê dudwan bidî? Bersiv. 33. Bersiv tune. Pirs: 34. Xwendina Cizîrî jî bideng e, tê naskirin û têra xwe belabûye. Dibêjin dikete silûkê, dikete xewlê. Mesela “xewil” û “silûkê” îro jî heye. Li mizgeftên mezin mirov dikare lê rast bê. Pirsên me wuha ne: yek ev xewl û silûk çi ye, ya duhem hinek agehdarî li ser vî aliyê Cizîrî tu bide me wê bikêr be, ji ber ku têkiliya xewlê û hilbijartina murşidekî ji xwe re heye yan na? Bersiv: 34. Bi gor ku me ji rewşa bawermendî û Xweda nasîya Cizîrî fêm kirîye û diber çavan re, derbas kirîye, ketina ''Silûk û Xilwetxaneyan'' jibo Seydayê mezin Cizîrî re hebûye. Lewra di hucrikên dersxaneyên Mizgefta Sor de, ew cîhên bivan rengan niha jî hene û têne dîtinê. Lê tu dem û gavan mirov nikare bibêje: Seydayê mezin sofîtî an murîdîtî ji bo murşidekî, şêxekî kirîye û ketîye silûkê, nabîne. Lewra seyda jivan helwestên sofîyan, murşid û şêxên di her demî de,ji wan dûr e û neketîye nav wan helwestan. Bi tenê ketina wî ya xilwetxaneyan ji bo fikrandina di derbarê raman û felsefeya mirovahîyê û Xweda nasîyê bûye.

Pirs: 34. Em dê carcaran Xanî û Cizîrî bi hev re bipirsin. Xanî bi siyasetê xurt û kûr daketiye. Tiştekî ku ji bo pêdaketina Cizîrî bi siyasetê, em bêjin, dewlet, rêveberî, desthelatdarî û Hwd.bibe pêjnek tê hiskirin? Bersiv. 35. Dema ku em Xanî û Cizîrî bi hestên netewhezî û desthilatdarî binirxînin, em dibînin ku Xanî bi hestên xwe yên welatparêzî û desthilatdarî, bi eşkere û bê rengek derûnî xwe dîyar kirîye û nîşan daye. Lê Cizîrî bi awayek felsefî derûnî û ne eşkere qala welatparêzî û hezkirina desthilatdarîya welatê xwe, di helbestên xwe da, pir caran anîye ziman û nirxandîye. Ji ber ku ev helwest û ramanên wî yên di vî warî de, ne bi zimanekî eşkere ye, pir kesan ne pişkaftiye û jê fêm nekirîye.Cizirî di derbarê desthilatdariya welatê xwe de, weha dibêje: Şahê pir heybet didêrit lê bi sehmê zêdeyî-saeta xeflet xuyabî kuz dibin barê te bî. -Her kesê ne ji can duagoy û senaxwanî tebit girtîyê qeyda te û amancê nûbarê te bî. -Qest û daxwaza Melê daim ji can û dil eve her di benda xizmetê pêş destê dîdarê te bî.Van gotinan û bi dehan yên wek van di helbestên Melê de hene. Pirs: 36. Cîzîrînas dibêjin ku Mela li du yan jî sê cîhan behsa navê Kurdistan bikaraniye. Duaya Cizîrî navdar e ku dixwaze ne bi tenê Cizîr belê Tebrîz û gelek cîhên din jî têkevin bin destên Mîr. Vê Fikrê jî mîna gelek fikrên din, mîna ku Xanî ji Cizîrî girtibe û ew li gora zeman û qonaxê derxistibe asta hewcedariya bi yekîtî û tifaqê. Li vir jî bêhn û pêjneke neteweyî, em neteweyî nebêjin jî, etnîsîteyî tune gelo? Ev ne hestekî zelal û vekiriye ji bo niştîmanperweriyê. Dixwaze Mîrê Kurdistan bibe şahê çar iklîman. Gelo Xanî gotina “wê tirk û eceman gişan ji me re bikirana xulamî “hêza xwe ne ji vir girtibe, ne berê vî tovî be ku Cizîrî avêtiye erda welatparêziyê? Bersiv: 36. Cizîrî di çend helbestên dîwana xwe de, navê Kurdistanê û

pesnê desthilatdarîya wê anîye ziman. Ji ber ku Seydayê Xanî di pişt wî re helbestên xwe, bi zimanekî eşkere û netewhezî rêz kirîye, em dikarin bêjin, her nivîskar û helbestvan ji yên berya xwe, sûd girtibin û bi wî rengî nivîsîbin. Ev jî tu kêmasîyek nîne ji bo xatirê nivîskaran re. Mela pir caran di helbestên xwe de, rengên netewhezî bi heyînî û ramanî anîye ziman. Bê nebê ev rewş etnîsîteyê derdixe holê. Etnîsîteya ku Cizîrî anîye ziman jî, ne nijadperestî welathezî ye. Pirs: 37. Di nav helbestên Cizîrî de du helbest hene ku ji wan re “mukaleme” tê gotin, yanî bi hev re qisekirin, hevpeyvîn. Carekê bi Mîr Îmadedîn re û carekê jî bi Feqiyê Teyran re qise kiriye. Bi Ingilîzî dibêjin korespondens. Ev ne destpêka pexşanê be? Bersiv. 37. Hevpeyvîna Cizîrî û bihev ra gotina wî ya helbestî bi Umadedin û Feqî re,destpêka vekirina pexşanê ye. Pirs: 38 . Em hinekî li ser cîhê Cizîrî bisekinin. Cizîra kevn û kesk. Cizîra Botan kevnebajarekî Kurdistanê ye, paytextekî siyasî ye. Li dora 400-500 salan navenda rewşenbîrî û alimiya Kurdistan e. Medresên navdar li vir in. Şagirtên jîr û bikêrhatî berê xwe didan vir û alimên navdar pirr tiştan qerzdarê Cizîra Botan in. Ev xweserî û taybetmendiya Cizîrê di aliyê dîrokî de çawa çêbû gelo? Bersiv: 38. Bajarê Cizîra Botan kevnewarekî welate û paytextekî siyasî ye. Di demên dora 400-500 sal berê de, çawa rewşenbirî û zanayên Kurdistanê li wir hebûne, wisa jî desthilatdarîya Mîrên welêt pirtir liwir derketîye holê. Ev taybetmendiya vî bajarê ji ber ku ji bo gelê Kurd bi hezaran sal e, navendî kirîye. Em dikarin bêjin gelên cîhanê bi giştî ji nav malbata Mezrabotan belavê cîhanê bûne. Lewra Ademê duyem Nûh Pêximber silava Xuda li ser be, ew dever pîrozkiriye û dinav axa wî da hatîye

veşartinê.Van bûyerên dîrokî bi giştî taybetmendîyên vê deverê ne. Pirs: 39. Em bi çend gotinan jî şairên hevdemên Cizîrî ne, binav bikin. Evdirehman Mizûrî du navan dide yek Feqiyê Teyran, duhem jî Şemsedînê Exlatî, kesekî din heye, têkiliyên Cizîrî bi hemdemên xwe re? Bersiv. 39. Hevdemên Melayê Cizîrî ji şairên navdar di rêza yekem de Feqîyê Teyran e. Di navenda Cizîrê û dev dorên wê de, helbestvanên di wê demê da, pir hebûne. Em bi tenê Feqîyê Teyran bi hevalbendîya Cizîrî dinasin. Pirs: 40. Rewşa helbestê di serdema Cizîrî de, Mizûrê bi van gotinan dîtinên xwe dibêje: “ Di vê serdemê de helbesta Kurdî li ser destê Cizîrî germ û gurr e. Vê sedsalê li ser destê M. Cizîrî hêzeke nû, vejîneke nû daye helbesta Kurdî” dibêje. Bersiv: 40. Mamosta Muzûrî dîtina xwe ya di derbarê helbesta Melê da, bi zimanekî baş dîyar kirîye. Bi rastî jî helbesta Melê pir hûr û kûr e û hêzeke nû ye û vejînekî nû daye helbesta kurdî. Gava em dikevin nav watedarîya helbesta Melê, em nikarin bi zelalî û bêkêmayî bînin ziman. Pirs: 41. Li gora Ferhad şakelî li ba Kurdan hinek qalib çêbûne ku çi dema gotin tê ser xwendin û tehsîla navdarekî Kurd, gotineke ku pirr dubare dibe û ewqas jî ne ilmî ye, berçav dibe. Ew jî ew e ku “ dersên ewil li ba bavê xwe xwendine”. Ev çima wuha ye, ji ber çi ev hesangirî? Bersiv: 41. Dîtina rêzdar Ferhat Şakelî derbarê xwendina Mela ya li bal bavê wî, ku pir dubare dibe, pêdaketinekî beyhûde ye. Dersên xwe yên ewil ku li ba bavê xwe xwendîye, destpêka xwendina

wî ye û nabe kêmasî û bêhêzîyek ji bo perwerdeya Melê ya li curbe cur deverên welêt û li ba seydayên bi hêz. Ez jî dîtina Ferhat Şakelî di cih da dibînim. Pirs. 42. Felsefeya Wehdetul wucûd di helbestên Cizîrî de, çi ye ev felsefe, çend nimûne ji otorîteyên wê? Bersiv. 42. Belê felsefeya Wehdetul wucûdê di helbest û ramanên Melê de dîyare. Ango Mela bi lêkolînên xwe yên di derbarê heyîna Xweda û mexlûqan de, pir bi hêz e. Felsefa wî ya Wehdetul wucûdê,zanista yekbûyîna Xaliq û mexlûq e. Yanî mexlûq beşek ji heyîna mezin a Xuda ye. Piştî koça dawî bi wê heyînê re dibe yek. Pirs: 43. Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin. Evdirehman Durre ku yek ji kesên xwedî gotin e, li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe dipirse: „Evîn çi ye?”, bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “ Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jê re feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze? Bersiv: 43. Dîtina Mamosta Ebdurehman Durre di derbarê evînê de, rast e. Mamosta ji evîna rastîya mirovahî û Xudayî dipeyîve. Gava em bêjin evîna Xudayî cudayê ji evîna mirovahî nîne. Lê evîn bixwe di çend beşan da tê mulahazekirinê. Evîna mirovekî ji bo hestek wî yê beşerî re jî, evîn e. Carna evîndar ji bo wê evînê jî xwe gorî dike. Ew evin jî evîneke rastî ye. Mînak: ku bi sedan mirov keç û xort xwe ji bo evîna serok dişewitînin. Ev evîn jî çiqas beşerî be ewqas jî ramanî ye. Pirs. 44. Çend tesbît ji Evdirehman Durre: “Ol li ba Cizîrî

exlaq e. Dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye, ji bo Kurdan”. Bersiv. 44. Gotina Mamosta Ebdurrehman Durre ku dibêje; ol li bal Cizîrî exlaq e û dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye ji bo Kurdan, rast e. Lewra Cizîrî bi hişdarî û zanistî Oldar e. Kesên ku bi rastî Oldar bin, ne bê exlaq in û Xudanas in. Pirs. 45. Hûnandina edebî xwurt e, berz e, li pêş e. Ev jî dîtina serdest e, ji bo berhemên Cizîrî. Em vê hinekî vekin, ji hev veçirin, hinekî li ser kûr bibin, bi hinek nimûneyan biserûbertir, îknakiranetir bikin. Hûnandina xwurt, berzayî û lipêşbûn, yanî çi? Bersiv. 45. Hûnandina helbesta Melê bi felsefe û derûnî gelek xurt e. Dema em dikevin nav watedarîya helbestên Melê, em dibînin ku bi ramanên pir alî dinav xwe de, felsefeyê diafirîne. Mînak di helbestek xwe da, dibêje: Min di baxê gulfiroşan dî eceb resmek xerîb-xarî teban gul di destin, gulperestan xarî bes. Dîsa dibêje: Cewrê hindî dê keşînit herkesê tawis divêt gewherû durra yetîm bê terkê ser têtin teleb? Dema mirov li naveroka van herdû malikan dinhêre xurtî û hêza Melê xwe derdixe holê. Pirs: 46. Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û ne Kurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin. Bersiv: 46. Bi rastî ji bo jîyan û serpêhatîya Dîwana Melayê Cizîrî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan bi alîkarîya zana û rewşenbirên Kurdên piştê Melê hate parastin û ji hêla hinek nivîskarên derveyên welêt wekî yên Rûsî û Elmanî û hwd hate

jîndarkirin û gehîşte me. Wergerên dîwana Melê hinek bi tîp guhêzîne hinek bi wergerên wateyî ne. Nimûne:wergera wateya wê ya bi erebî ji hêla Seyda Mele Ehmedê Zivingî ve û ji hêla Mamosta Hejar (Ebdurehman Şerefkendî) ve bi devoka soranî û wergera bi navê şiroveya dîwana Melayê Cizîrî bi tîpên latînî yên kurdî ji hêla me Celalettin Yöyler ve hatîye amadekirin. Lê bi rastî wergera Mamosta Mele Ehmedê Zivingî her çiqas neketîye kûyrahîya raman û felsefeyê jî bi tenê li dor rewşa tesewufî vegerîya ye dîsa jî hêja ye. Ji bil van hersê wergerên wateyî min hêj wergerên dîwanê nedîtine. Pirs: 47. Di lêkolîna Hejmar 12 de li ser Ehmedê xanî li ser xebatên biyografiyên Xanî agehdariyeke fireh heye. Heger em ji we çend navan bixwazin ku li ser Melayê Cizîrî xebatên fireh û biserûber kirine, navên ku ewil bên bîra we, wê kî bin? Bersiv: 47. Bi dîtina, me kesên ku di derbarê Xanî de, lêkolînên fireh û bi ser û ber kiribin, li ba min ne dîyar in. Tiştê ku ez dizanim, kesên ku liser dîrok û jîna Melê lêkolîn kirine, pirên wan xwe negîhandine tu qonaxekî zelal û mirov têr nake. Her bi tenê Mele Ehmedê Zivingî di derbarê dîroka Mela û jîyana wî de, di pêşeka şiroveya xwe ya erebî de, nêzîkê rastîyê bûye û dîsa kêm hiştîye. Di derbarê dîroka ji dayîkbûna Melê û koça wî de rêzdar Zeynel Abidîn Zinar bi hejmarên ebcedî dibêje: min xwe gîhandîye rastîya dîroka Jidayîkbûna Melê û ew jî 1570 ye. Lê gava wan hejmarên ku ewî nirxandîye, ez dinirxînin, li gor hejmarên wî çewtîyek hejmarî heye û ne 1570 ye, hejmar; 1575 e. Gava lêkolînvanekî di derbarê bûyîna Melê de, ewqas şaşî bike, wê çiqas bo me bibe bawerî. Pirs: 48. Pesnê helbestên Cizîrî, hûnandin û tevna wan û bi taybetî muzîka di wan de tê zanîn. Belê hin kesên ku helbestên Cizîrî rexne kirine jî hene. Mînak Zivingî ji ber ku sist in, hinek helbestên Melayê Cizîrî

rexne kirine. Çi ye ev sistiya ku Zivingî behs dike, di kîjan helbestan de ye û ev aliyê ku wek sistî binav dike, çi ye? Bersiv: 48. Bê bersiv. Pirs: 49. Me behsa Dîwanê ki,r sala temambûna wê çend e, fikrek we heye, li ser vê salê ? Bersiv: 49. Destpêka nivîsandina Mela ya Dîwanê di temenê Melayê 30 salî da destpêdike. Mela di derbarê vî temenî de, di helbestek xwe de, dibêje: Sih sale ji derdû ji belayê te hilakin-hetta bi felek her diritin ahû ehê min. Disa di rêze helbestek dinê de dibêje: Ernekî rihmê tu Mîro, dê çi bit halê me îro-Ger nebê carek esîro girtîyê sî saleye. Mela bi eşkere û zelalî dide zanîn ku temenê wî di berîya helbestgotinê de 30 sal e.Yanî lêkolîn û dîtina me ya bi hesabê ebcedî dîroka destpêka wêjenasîya wî ye. Gava em 30 sal temenê wî yê berya wêjeyê ji wê dîrokê dertînin, rastîya dîroka wî ya ji dayîkbûnê bê guman derdikeve meydanê. Feqîyê Teyran jî dibêje: Dema min û Mela helbest bihevra digot: sal 1031 bû, hejmara meya ebcedî sal 1027 di navbera dîtina me û gotina Melê de çar sal heye. Ango Mela piştê 4 sal destpêka nivîsa xwe bi Feqî re helbest gotîye. Gava ku gotîye dîwana wî ji sê beşan 2 bêşên wî hatîye nivîsadinê. Bi vê nirxandinê em dibêjin:bi hindikî 6 sal Mela dîwan xilaskirîye. Dîtina me jî di derbarê vê mijarê de biguman e. Pirs: 50. Mesela zewaca Mele jî di nav xalên meraqê de ye. Ew jî û Xanî jî tê gotin ku nezewicîne. Ev balkêş e. Du mezinên me herdû jî nezewicîne, çi ye sir û kerameta di vê de? Bersiv. 50. Mijara nezewicandina Xanî û Cizîrî mijarek pir balkêş e. Gava mirov li rewşa herdû Seydayên mezin dinhêre, mirov dibîne, kesên wek wanên ku tim li mijarên zanistî û ramanî ve

girêdayî ne, tu gizekî wan bi zewacû têkilîya bi jinan re namîne. Lewra herdû jî di nav xebatên xwe yên pir pîroz û birûmet de, bûne wek fena û gorîkerên di tekoşîna ramanî û netewî de. Bi dîtina me kesên divan qonaxan de, bimeşin, hewceya wan bi zewacê namîne. Pirs: 51. Di bernameyên televizyon û medya Kurdî de, behsa helbesteke şînê dibe ku Feqiyê Teyran ji bo Melayê Cizîrî nivîsandiye. Hayê te ji vê helbestê heye? Bersiv: 51. Ev helbesta şînî ya ku dibêjin Feqî piştî mirina Melê bi awakî şînî ji bo Mela gotîye: min ew helbest carek li bal hevalekî momosteyê zanîngehê hilda û dît. Ew helbest roja koça Melê ya ji dinê dianî ziman, xembarîya xwe dîyar dikir. Lê dema min nivîsa wî nirxand da ber dîroka koça Melê min pir bawerîya xwe pê neanî û derbarê koça Melê de, min nepejirand. Ji ber ku min guman kir ku ew helbest ne ya feqî ye û hatîye çêkirinê. Pirs: 52. Kesên dîwana Cizîrî şîrove kirine, ne kêm in. Di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî heye. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin? Bersiv: 52. Kesên ku dîwana Melê şirovekirine çawa we anîye ziman divê demê de, sê kes in. Di nav van hersê şirovekeran da, ez nikarim xwe bipesnînim. Lewra pesindayîna ji bo şiroveya min re, çewtî û şaşî û quretîyê diafirîne. Lê bi rastî Mele Ehmedê Zivingî kedek pir hêja daye şiroveya dîwanê û tê pesinandinê. Her çiqas bi dîtina min Seydayê Zivingî xwe bernedaye deryayê felsefe û ramana Melê ya ku herkes bi hêsanî nikare xwe noqê wî deryayê bike jî, lê dîsa şiroveya wî hêja ye. Pirs: 53. Xaleke din ku zelaliyê dixwaze û li bendeyî

serastkirinê ye. mesela helbesteka ku Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî bi hev re xwendine. Navê vê helbestê û sala xwendina bi hev re û sebeba xwendina bi hev re? Ev adetek bû, di zemanê Cizîrî de adetên wuha hebûn, di nav şaîr û aliman de ku bi hev re helbestan bixwînin? Bersiv: 53. Xala ku zelalî dixwaze mijara helbestgotina Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran bi hev re helbest xwendine. Navê vê helbestê dane berheva Mela û Feqî ye. Lê guftenê Feqî û Mela jî di hinek nusxeyan de hatine nivîsandinê. Sala xwendina wana bihev ra dîyar e. Lewra Feqî dibêje:dema me helbest bihev ra digot: sal 1031 bû. Helbesta ku Feqî gotîye ev e: Birîndarê eşqê me dûrim ji sîha bîhan Zanim meddahê kê me di hezar û yek û sîhan Senaxwanê Melê me hemû erdû cîhan Helbestgotina Mela û feqî ji adet û bihevra gotinên ji medreseyên Kurdistanê tên. Lewra di medreseyan de pir caran Feqîyan bihevre helbest digotin. Her wisa helbestgotina Mela û Feqî bi hev re, hezkirina wan a ji hev re û diyarkirina helbestvanîya wan e. Pirs: 54. Li gora Abdullah Varli jî “ mela di dema Mîr Şerefxan û Şah Ismeilê Sefewî de hebûye û li ser navê herdukan gelek helbest jî gotine. Li gora Celalettin Yoyler ev neras te. Lewra berî Cizîrî ji diya xwe bibe Şah Ismeil miriye. Sala vê mirinê jî wek 1524 dide. Ev jî tê wateya ku bi kêmanî Cizîrî piştî Şah Ismeil bi 65 salan hatiye cîhanê. Dîtina te? Bersiv: 54. Dema Melayê Cizîrî û Mîr Şerefxan û Şah Ismaîlê Sefewî ji hev cuda ne. Mîr Şerefxan di hezar û pêncê koçî de jîye. Di 1027an de Mela dest bi nivîsa helbestê kirîye. Dema Mela helbest nivîseye 30 salî bûye û di dema Şerefxan de jiye. Lê çawa me di pêşeka şiroveya xwe de jî daye xuyakirinê, sala

mirina Şah Ismaîlê Sefewî 1524 ê mîladî ye. Mela jî di 1590 ê mîladî de hatîye dinê. Faris dibêjin an kuca în kuca, ´ev li ku ew li ku´. Dîtina min a di derbarê van dîrokan de ji bil dîtina min a di pêşgotina şiroveyê de, nivîsek min ê taybet heye, ezê pêşkêşê wekim. Pirs: 55. “Dema ku di sala 1997 an de, me dest bi şîroveya Dîwana Mela kir, me tim di domandina xebata xwe de, rastiya dîroka Mela di serê xwe ra derbas dikir û dixwest ku rojekê ji rojan em rastî gotineke mela ya derbarê jidayikbûna wî de werin”. Dibêje birêz Yoyler. Piştre dibêje ku bi dilxweşî û dilşadiyeke bêpayan jidaykbûna mela di nav rêzên helbestên wî de keşifkiriye. Ev kîjan rêz in? Bersiv: 55. Mijara ku hûn ji 1997 an diaxivin û qala destpêka şiroveya me dikin, me di wê demê de, bi hesabê ebcedi di pêncekek erebî de, destpêka nivîsandina Mela ya dîwanê nirxand û dît. Rêzên ku em jê diaxivin û dibêjin me têde bi hesabên ebcedî destpêka nivîsa Melê dîtîye û temenê Mela ê ji dayîkbûnê dîyarkirîye ev e. Navê beşa helbestê (min di ber qalû belê) ye. Ev beşa bi vê sernivîsê jî pênc pêncek beşan pêk tên. Di dawîya her beşek de, rêza pênca tim bi erebî gotîye.Ya ku me tê de temenê Mela yê destpêka nivîsê nirxandîye ev e. (Tilke enbaun yeqûlû ennasû minna beede hinin) ev rêze helbest bi gişt tîpên xwe bi hesabê ebcedî destpêka helbest nivîsandina Melê derdixin holê. Dema em sî sal temenê mela ku di berya nivîsê da ye, jê dertînin, temen dibe 1590-1665 Nîşe: Emê ji bil pirsên te nivîsek di derbarê nirxandina xwe ya salên Melê de, û tev dîtinên hinekên ku dibêjin me jî temenê Melê dîtîye bişînin. (1) Me dem nedît ku em zûtir bersiv bidin. Dema me bersiv qedand, me sererast nekir. Kêmasîyên teknîkî hebin jî bibaxşîne.

Jan Dost

Rawestandinek kurt û mêjûyî Herifîna mezin: Di sedsala heftan de Îslam wek dînekî nû li Erebistanê derket û belav bû. Zimanê vî dînê nû jî erebî bû. Bi saya kitêba pîroz ya Îslamê(ango Quran) zimanekî erebî standard hate meydanê û erebên ku bi sedan eşîr û êlên dijhev bûn, bûne milletekî yekdîn û yekziman û yekhêz. Bi gotineke din aliyekî netewî yê Îslamê jî hebû ku neteweya ereb ji nûve ava kir û berê dîrokê guherand. Piştî serkeftinên Îslamê di Erebistanê de êdî çavên erebên misilman li derve jî bû. Wan him dixwest qada imperatoriya xwe ferehtir bikin hem jî dixwestin dînê xwe yê nû û „peyva Xwedê“ (li gor ku eqîdeya Îslamê digot) bigihînin millet û neteweyên din. Di sala 636 an de di dema xelîfetiya Umer Ibnul Xettab de artêşa Îslamê berê xwe da rojhilat û di şerê dîrokî Elqadisiyye de artêşa Iranê şikesteke mezin xwar. Piştî wî şerî temamê imperatoriya sasaniyan kete bin destê erebên misilman. Rûyê Îranê hate guhertin. Him dînekî nû him jî çand û wêje û zimanekî nû wek lehiyekê ew imperatorî da ber xwe.

Bê guman Kurd jî yek ji neteweyên ku di bin siya ala imperatoriya Sasanî de dijîn. Şikestina ku sasaniyan xwar, bûbû barek li ser milên Kurdan jî. Kurdan li ber xwe da, zû bi zû dînê nû qebûl nekirin. Heta sed salekî jî liberxwe didan. Nimêjgehên êgir hatin vemirandin û kitêbên dînî wek Zendevista (ku bi nerîna ola Îslamê kufrî bûn û divabû tenê Qurana Erebî hebe) ji holê hatin rakirin. Bi gotineke din zimanê wê kitêbê jî xwe da paş û rê ji zimanê erebî re bi darê zorê û devê şûr vebû. Eger em bala xwe bidinê di wan guhertinên dîrokî de zimanekî wek yê pehlewî û farisiya kevn nikaribû xwe li ber erebî bigirta, îcar zimanên ku bêxwedî bûn yan jî ne zimanê dewletê bûn (wek Kurdî) ziyaneke mezintir dîtin. Kurd bi zorê û ji bêgavî Îslam wek dîn pejirandin. Erê berxwedanek mezin jî hebû û bi dehê salan dirêj kir, lê li ber pêlên erebên misilman nikaribûn xwe bigirtana. Piştî herifîna Împeratoriya Sasanî dused sal ji bêdengiyê (bêdengiya wêjeyê) derbas bûn. Ango nema tiştek bi farisî hate nivîsandin. Welatê îranê him zimanê xwe derda, him jî dewlet. Firdewsîyê mezin (935-1020) wan salên tarî tîne bîra xwe û di Şahnameyê de weha dibêje: Zi mûş û melex xorden û sosimar Ereb ra bi cayî resîd est kar Ki tacî Keyan ra kuned arizû Tifû bad ber çerxê gerdûn tifû ** piştî xwarina gumgumok û mişk û kuliyan Desthilatdarî kete destê ereban Wan taca Keyanî kirin armanca xwe Wey tif li te be ey çerxa gerdûnê!! Naskirina Kurdan: Kurd jî wek parçeyekî ji wê imperatoriyê, ku navê wan di

wêjeya erebî de û di kitêbên tarîxî û cografîk yên erebî de bûbû (E`rab faris) koçerên Farisan, ji alî xwe de bêdeng mabûn (dîsa bêdengiyeke wêjeyî). Em nizanin ka gelo wêjeyeke Kurdî berî Îslamê hebû yan na. Kurdan çi berhem beriya Îslamê nivîsîbûn ev yek ne diyar e, lê ya ku mirov jê piştrast e, wêjeyeke Kurdî wê demê nebû. Piştî wan dused salên bêdengiyê hişê milletên herêmê li serê wan vegeriya û li zimanên xwe zîvirîn. Êdî erebî bûbû zimanekî hakim. Tesîreke mezin li farisî kiribû û ew zimanê kevn nema dihate bikaranîn. Zimanekî nû ku têkelî gelek peyvên erebî bûbû, derkete meydanê û elifbêya xwe ya pehlewî jî winda kiribû û bi ya erebî re guherî bû. Wêjeya farisî bi rengekî nû dest pê kir. Mêjûnûsên ereb ên misilman, erdnigarîzanên wan ji aliyê xwe de dest pê kirin û lêkolînên mezin li ser neteweyên imperatoriya Îslamî ya nû li darxistin. Ev encama sermayedariya erebî ya ku nû hatibû holê bû. Divabû serjimarî li temamê imperatoriya erebî biba û bac û xûkî bi rêkûpêkî bihatana stendin. Loma jî lêkolînên ku niha ji bo me gelekî sûdwer in hatin nivîsandin. Herçendî mebest jê bidestxitina bac û xûkiyan bû, lê sûdeke wan ji bo nijadnasan û etnologan jî hebû. Di kitêbên kevin de navê Kurdan derbas dibe lê Ethnologên erebî bêtir berê xwe didan nifûs û jimara neteweyan, qebîleyên wan û belavbûna wan li herêman û naskirina cih û warên wan û hijmara pez û dewar û hesp û hatina zeviyan jî. Etnologan gelekî guhdabûn tradisyon û çûn û hatinan û adetên wan. Ev yek jî weke me niha nivîsî wezîfeyeke bacstendînê bû. Loma jî ziman û wêje gelekî bala wan nedikişand yan jî wan bi qesdî perde diavêtin ser vê mijarê. Ji bo stendina bacê zimanê qebîleyekê ne girîng bû, lê jimara pez û nifûsa xelkê di ser her tiştî re bû. Di hin kitêbên nijadnasiya kevn de behsa Kurdan û qebîleyên wan tê kirin û bi lez di ser (zimanên) her qebîleyekê re derbas dibin. Di eslê Kurdan de jî nakokiyên gelekî seyr li ba wan nijadnasan hene, hinan Kurd ji farisan dihesibandin û hinan jî ji cinan û

hinan jî ji ereban! Li ser vê iddiayê hate gotin ku (Zimanê Kurdan erebî bû, lê dema li çol û çiyan bi demeke dirêj man zimanê xwe ji bîr kirin û têkelî zimanên cîranan kirin û ev zimanê Kurdî derkete meydanê! Binêre berhemên El Mes`ûdî. El Istexerî. Ibn Hewqel. Ibn Xurdazebe û yên din). Tiştê balkêş di wan berheman de ew e ku hemî nijadnas û cografîzanên misilman dibêjin Kurd milletekî koçer e. Ev bi xwe rastiyeke ku divê lêkolîn bêtir li ser çêbibin. Bi dîtina min eger em vê rastiyê wek rastiyeke dîrokî qebûl bikin, emê karibin gelek pirsên nezelal di dîroka xwe de fêm bikin û karibin niha jî gelek pirsan bibersivînin. Bingeha koçerî ya me Kurdan ji xwe ji sebebên ku hiştibû ew nivîskar bibêjin Kurd bi eslê xwe ereb in. Wan jiyana civakî ya ereban û Kurdan dabû ber hev û dîtibûn ku herdu millet di jiyana koçertîyê de nêzîkî hev in(helbet em nakokiyên qebîleyên erebî ji bîr nakin. Her qebîleyekê neteweyek ji xwe dihesibandin.). Koçerbûna Kurdan rastiya dûriya wan ji wêjeyeke nivîskî jî tîne ziman. Ango di nav koçeran de pirtûk û nivîsnadin û wêje nenas in. Heta roja îroj jî di nava koçerên Kurdan de ev yek diyar e. lê divê em vê yekê jî zanibin ku di civaka koçerî de urf û adetên Kurdan hatin parastin. Kilam û stran hebûn ku wêjeyeke devkî ya Kurdan bû. Dîroka cengan jî bi xêra dengbêjên di bin konan de û yên gerok heta roja îro ma. Ji konan ber bi kolanan ve: Li gor xwendina min a dîrokê, di serdema Îslamî de êdî Kurd hêdî hêdî daketin bajaran. Di bajaran de jî wêje rû dide. Ango wêjeya nivîskî encama bajarvaniyê ye. Em hinekî vegerin dîroka farisan. Me got zimanekî farisî yê nû piştî Îslamê hate meydanê. Zimanê ku dikira bi derbên giran yên zimanê (pîroz) ê erebî re bimira, careke din hate vejandin û li ser lingan sekinî, lê bi rûyekî nû.( Firdewsî dibêje: Ecem zinde kerdem bedîn parisî: yanî min Ecem bi vê farisiyê vejandin!). Li ser destê Samaniyan û Geznewiyan wêjeyeke farisîziman dest pê bû. Wê demê Kurd hîn jî li

(kenaran) bûn. Ango bi piraniya xwe mabûn koçer. Di çiyayên Zagros û Metîn û Hekarî û Cûdî û xeyrî wan de êlên mezin yên Kurdan hebûn. (Di kitêbên pêşî de navê Kurdistanê Iqlîm El Cebel yan El Cibal bû, yanî Herêma Çiyan!). Di kitêba (Suwer Eleqalîm = Wêneyên Herêman, ku Ibn Hewqel ew berî hezar salî bêtir nivîsandiye de) behsa penêrê Kurdan weha dibe: Penêrê wan heta her welatên dûr diçe! Yaqût El Hemwî di kitêba (Mu`cem El Buldan = Ferhenag Bajaran- 1240 zayînî) de dibêje ku li hêla welatê farisan pêncsed hezar konên reş(ji mûyê bizinan) yên Kurdan hene! Tiştê balkêş jî ew e ku di kitêbên destpêkê de behsa koçeriya Kurdan pir tê kirin, lê her ku em bi vir de tên û kitêbên nûtir dixwînin, êdî em behsa kelayên Kurdan jî dibînin. Ev guhertin ya ji (Kon) ber bi (Kelayê)de dide xuyakirin ku êdî Kurd jî rengê civaka xwe diguherin û nema tenê ew koçerên kon û zozan û germiyanan e. gelekî balkêş e ku di berhemên pêşîn de tenê behsa konan û zomeyan li ba Kurdan tê kirin, paşê êdî behsa kelayên Bejnewî û Buhtiyan û êlên mezin yên din jî tê kirin(yek ji kitêbên dîrokî yên kevn ku winda ye kitêba El Qilaa wel Ekrad yanî Kurd û Kela yan jî kelayên Kurdan). Em êdî navên bajarên ku Kurdî ne jî dixwînin. Ev işareteke mezin e ji guhertinên di civaka kurdî de qewimîbûn piştî serdema Îslamê. Yanî em dikarin guhertinan wisa bînin ziman: Di kitêbên ewwil de: Kurd koçer in, xwedî pez û zome û penêr û berhemên pez in. Di kitêbên rêza duyem de(sedsalên 11an û vir de): Kurd xwedî kela ne, mîrên wan hene. Zanayên wan hene ku di ilmê erebî de û Îslamiyat û ilahiyatan de jêhatî ne. Ev herdu rûyên Kurdan bêguman daketina Kurdan ya ji çiyê ber bi deştê ve û avakirina bajaran dide xuyakirin. Piştî têkçûna mezin di şerê El Qadisiyye de Faris dîsa li ser nigan sekinîn. Dewletên xwe avakirin û wêjeya wan bi rûyekî nû dest pê kir. Di salên pêşî de Farisan (qiral û mîren wan) alîkariyeke mezin bi wêjevan û şairan re dikirin. Mal û pere bi ser wan de rijandin. Lê qet guh li erebî nekirin. Heta

dibêjin şairekî faris hatibû seraya mîrekî Samaniyan û di pesnê wî de helbesteke erebî xwendibû. Lê mîr guh nedabûyê û gotibû: bi farisî dijûnan ji min re bibêjin, çêtir e ku hûn pesnê min bi erebî bikin!! Li aliyê Kurdan, Kurdên ku êdî daketin bajaran û ji bo xwe bajarên mîna Amedê, Hewlêr, Dînewer, Bedlîs, Şehrezûr, ji nû ve ava kirin, di sedsalên dehan û yazdan û diwazdan de dewletin ava kirin(Şedadî, Enazî, Hesnewî, Merwanî = Dostikî). Berevajî dewletên Samanî û Geznawî em bala xwe didinê ku mesela ziman ne ew meseleya stratejîk bû li ba mîr û qiralên van dewletên Kurdî. Heta em di rûpelên mêjuya dewleta Merwanî de dixwînin ku şairê Kurd mîr Husên kurê Dawudê Bejnewî yê Finikî, helbesta xwe di şîna mîr Bad kurê Dostik de bi erebî nivîsandiye(sala 990 î). Bi qasî ku ew dewlet mezin bû jî û bi dehê salan dom jî kir lê nikaribû wêjeyeke Kurdî bianiya meydanê. Wêjeya Kurdî ji mizgeftê derket: Dixwazim li vir tiştekî din bibêjim. Ew jî ev e ku em fêr bûne bê bingeh û bêyî ku xwe bisipêrin tu dîarekî zanistî pêbawer ku bibêjin kitêbên me hebûn lê bi hatina Îslamê re hatin şewitandin! Erê em nikarin erebên misilman ji şewitandina kitêban bêsûc bikin. Wan kitêb(bi sebebekî olî) şewitandin û nimêjgehên êgir jî vemirandin. Lê kanîn ew kitêbên serdema Îslamî? Kanîn wêjeyên Kurdîziman yên Bejnewî, Merwanî, Hesnewî, Şedadî! Bo çi hema çend heb ji wan neman! Bersiv ew e ku wêje nebû, yan jî hebû lê ziman ne Kurdî bû. Helbet kitêb windabûne, di şeran de û di şewatan de û di dirêjiya dîrokê de jî, lê eger tevegera wêjeyî mezin bûya dê ji sedî hema deh bûya ji me re mabûya! Me got gelekan ji Kurdan êdî xwe berda bajaran. Li bajaran mizgeft hebûn û di mizgeftan de jî medrese hebûn. Destpêkê zimanê dersdayînê erebî bû, lê xuyaye ku paşê hewldanên mezin hebûn ku zimanê dersdayînan bibe Kurdî, ew hewldan jî heta radeyekê biserketibûn. (Mînak: Xanî ku kitêbên zarokan û feqiyan bi Kurdî amade kirin, Eliyê Teremaxî û

rêziman erebî bi Kurdî). Em dikarin bibêjin ku wêjeya Kurdî ji mizgeftan derket û li ser destê mela û feqiyan bi pêş de çû.(Em tekstên Êzdiyan ji bîr nakin, tekstên herî kevn in lê ew hem olî hem jî devkî bûn û neketibûn qalibê wêjeyeke nivîskî. Yek ji bextreşiyên mezin yên Kurdan ew bû ku Êzdayetiyê xwendin û ilim heram kiribû, yan na me yê niha wêjeyeke rengîn û zengîn ya êzdayetiyê dîtibûya!). Da ku em bi insaf bin divê em ne tenê şêweyê jiyana civakî bikin sebebê nebûna wêjeyeke Kurdîziman. Divê em ji bîr nekin ku zimanên ku kurdî (dorpêç) kiribûn zimanin gelekî xurt bûn. Erebî ku zimanê pîroz bû û tesîra xwe li her zimanî kiribû, farisî bi mîrasê hezaran sal efsane û çîrok û imperatoriyên mezin, û tirkîya ku ji sedsala 14 an de bû zimanê imperatoriyeke berfireh. Kurdî di nav van zimanan de dê nikaribû tiştekî mezin û ji nişkê ve li dar bixista. Mûcizeyek divabû ku kurdî biba zimanê wêjeyê. Padişahekî bi pîvanên Ehmedê Xanî jî divabû ku ew mûcize were pêkanîn. Wek me got li bajarên Kurdan êdî mizgeft û medrese ava bûn. Êdî têkilî bi zanîn û wêjeyên cîranan re çêbû. Bi insiatîva zanayên Kurd û rewşenbîrên wan deman ku mela û feqî û şêx bûn(li leqebên van pêşengan binêre: Şêx Ehmedê xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Tyeran, Şêxê Exlatî yan Qutbê Exlatî) wêjeyeke Kurdîziman hate meydanê. Ne ku stratejiyeke mîrekên Kurdan hebû. Li ba farisan ne wisa bû, li ba ereban jî ne wisa bû. Ango ji jorde ji desthilatdariyê bi xwe de alîkarî û piştgirîya wêjeyê hatibû kirin. Plan ji bo pêşxistina ziman û berhemên wêjeyî û zanistî hebû.(Kitêbeke ku werdigeriya zimanê erebî, bi giraniya xwe zêr bû ji werger re. Ev di dema xelîfeyê Eeb Al Mamûn de bû). Li ba Kurdan ji mizgeftê dest pê bû û her di mizgeftê de ma. Loma rengê wêjeya Kurdî ya klasîk olî ye jî. (Mîm metle`a Şemsa ehed ayînesifet kir, helbesteke Cizîrî ye. Ellah çi zatek ehsen e…...zêde letîf û qadirî. ya Feqiyê Teyran e û mijarên herdu helbestan jî dînî ne). Di bajaran de serwet û sermiyandarî tê serhev. Kom dibe û

dibe neynika civakeke bajarî. Herweha dibe alîkarê pêşdebirina civakê jî. Bi avabûna bajaran re sermaye mezin dibe, têkiliyên bazirganî xurt dibin û bajar li ser hemû alîyan vedibe. Pencereyên têkiliyan dihêle civakek ji qaqilê xwe derkeve û bi wêje û civakên din re rû bi rû bibe. Li civaka bajarî jî wêje dikare zûtir û ciwantir pêş bikeve. Kaxet berhemek bajarvanî ye, ku ew jî matiryala herî girîng e ji bo wêjeya nivîskî. Di civaka koçeriyê de şop ji kaxetê re nîn e. (di kitêbeke zêde kevn ya Ereban de dibêjin ku koçerên Kurd qet li kaxetan ewle nabin!!). Em hemû dizanin ku Quran berhema civaka bajarîya bazirganiya Mekkeyê ye. Helbestên erebî yên beriya Îslamê di civakên bajarî de bûn. Herçendî di nav koçerên Ereb de jî ala helbestê bilind bû lê nebûbû ew diyardeya ku karibe bibe hilgira fikr û bîr û baweriyên civakê. Ew tenê hestên şairan bûn û serpêhatîyên eşîrê bûn. Li ba me Kurdan jî tiştekî wisa bû. Di serdema Cizîrî de ku mîrnuşîniyeke xurt û heta radeyekê azad û serbixwe hebû (mîrnuşîniya Azîzan li Cizîra Botanê) têkilî bi derdorê re xurt bûbû. Ji xwe faris bi artêşên xwe heta ber sûrên kela Cizîrê hatibûn. Tevgera bazirganiyê jî rê ji çûn û hatina heta bi Mûsilê, Bexdayê, Tebrîzê re vekiribû. Di wê tevgerê de kitêb jî mîna malekî dikete bazarê. Helbet Cizîrî neçûbû Şîrazê, lê wî dîwana Hafizê Şîrazî xwendibû. Farisî zimanekî naskirîbû. Êdî dem hatibû ku wêjeyeke Kurdî jî saz bibe. Dem hatibû ku zimanê Kurdî jî di bin tesîra wêjeya farisî de ekolek taybet ava bike. Mixabin em li dîwanên beriya serdema Cizîrî rast nehatine heta niha. Em dizanin ku hebûn, Şerefxan behsa mîr û şairekî Kurd dike(Yaqûb beg) û dibêje dîwaneke wî heye bi Kurdî! Kanî ew dîwan? Kanîn dîwanên din? Tu bersiv ku xwe bisipêre rastiyên dîrokî û bingehên lêkolînî niha li ba me nînin. Jan Dost Almanya 07-11-2008

Mûrad Ciwan

Ev lêkolîn li ser wan xebatan e ku derheqê jiyan, berhem û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî de hatine kirin. Lêkolîn xebatên ji destpêkê heta sala 1995-ê (pîrozbayî û bibîrqanînên bi minasebeta 300 saliya ronahîdîtina Mem û Zînê) digre nav xwe. Ev nivîsar cara yekê di kitêba min de ya bi nave Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî, Mûrad Ciwan, Doz, 1997, Istanbul de hat weşandin. *** Heke meriv li gor milletên cîhanê û xebatên wan ên li ser nivîskar û navdarên wan bifikire, xebatên li ser Ahmedê Xanî gellek hindik in. Lê heke em li gor xebatên xwe yên li ser nivîskarên xwe bifikirin, Ahmedê Xanî cardin ew kes e ku li ser wî, bîr û baweriyên wî û berhemên wî ji herkesî pirtir hatiye rawestandin. Lê her çendîn kitêb û meqaleyên ku behsa wî û eserên wî kiribin ne hindik bin jî, lêkolînên ciddî yên ku li serê hatibin kirin ji hejmarên pêçîkên du destan nabihurun.

Cara pêşîn sala 1730-ê Ahmet Faik Mem û Zîna Ahmedê Xanî wergerand ser zimanê tirkî û ev werger di 1969-ê de li Tirkiyê hat çapkirin1. Di sala 1858 -ê de Aleksandre Jaba hin beşên Mem û Zînê kirin fransî û ev, di cildê 3-yê ê kovara Mèlanges Asiatiques de(r. 242-255) li St. Petersbourgê hatin weşandin2. Di 1859-ê de Peter Lerch di kovarekê de behsa vê wergera A. Jabayî kir, agahdarî di heqê xebatên wî yên vî warî de da xwendevanên xwe3. Li ser Ahmedê Xanî cara pêşîn em di kitêba Alexandre Jaba(1801-1894) de rastî hin agahiyan tên ku navê wê kitêbê Recueil de notices et rêcits kourdes, servant ì la connaissance de la langue, de la littèrature et des tribus du Kurdistan (1860, St. Petersburg) e. Ev agahdarî ji nav wan notan hatine girtin ku Alexandre Jabayî di wextê xwe de li Erzurumê ji Mela Mehmûdê Bayezîdî û hin kesên din stendibûn4 û şandibûn ji bo Akademiya Zanistan a çariyê a li St. Petersbourgê Piştî ku Alexandre Jaba vegeriya Rûsyayê hin ji wan tekstên li Kurdistanê berhevkirî di kitêba li jorê binavkirî de berhev kirin û kitêb sala 1860-ê ji alî Akademiya Zanistan a Çariyê ve hat çapkirin.

Faik (yayınlayan: Sırrı Dadaş Bilge), Mem û Zîn Istanbul, 1969, Matbaa Teknisyenleri Basımevi XVI+224 rûpel. Albayê Jenderman ê teqaudbûyî Nazmi Sevgen jî di nivîsara xwe de ya bi navê Doğu’da Kürt Meselesi (Li Rojhilatê Pirsa kurdî) wiha dinivîse: Dostê min Sırrı Dadaş Bilge jî di 1969-ê de Mem û Zîneka bi tirkî neşir kiriye. Tê rîwayetkirin ku nivîskarê wê tirkekî bi navê Ahmed Faîk e. Ev eser, bi awayê destnivîskî ji bavê Sırrı Beg întîqalî wî bûye." (Sevgen, Nazmi; Doğu’da Kürt Meselesi, Harb Akademisi Basımevi, 1970, neqil ji Bulut, Faik; Devletin Gözüyle Türkiye’de Kürt Isyanları, Y–n r.306) Qapax û pêşgotina vê eserê min ji ba Mahmûd Lewendî peyda kir ku wî jî ji Kutubxana Diyarbekirê dabû anîn. Pêşgotin ji bal Sırrı Dadaş Bilge ve hatiye nivîsîn. Di vir de hin agahdarî jî li ser Ahmed Faîk hene. Sırrı Dadaş Bilge dinivîse ku ew ne di kutubxanên Îstanbûlê de ne jî di tezkeryên nas û ferhengên navên şairan de rastî navê Ahmed Faik hatiye. Ahmed Faik bi xwe îlhamkar û rêberê xwe Şemsê Bedlîsî dibîne: Söyler benim dilimce güftar Şems-i Bitlis Ey Fayika bugün ben hemen varı gördüm (Dibêje bi zarê min guftar Şemsê Bedlîs Ey Fayîka evroke min heman dî û nedî) Di beyteka xwe ya din de jî wiha dibêje: Rehberdir önümce Şems-i Bitlis Geldim ki kılam bu halı telhis (Rehber e li pêş min Şemsê Bedlîs Hatim ku bikim vî halî telhîs) Lê Sırrı Dadaş Bilge, dinivîse ku ev Şemsê Bedlîs kî ye, nayê zanîn. Bilge dinivîse ku Ahmed Faik di du cihên Mem û Zîna wergera xwe de behsa xwe dike û dibêje ku Ey Faîk tu her çendî ne şaîrekî naskirî yî jî tu bi wan şîretên xwe durran li dunyayê direşînî. Lê kê guh li van şîretên te ye, tu bi xwe bibêje û bi xwe guh lê be. Ji vê jî fêhm dibe ku ew şairekî jêhatîö lê nenas e. Di dawiya eserê de di her şeş beytên dawî de ji herfên serê beytan

fêhm dibe ku esera wî di sala 1143-yê hîcrî-1730-yê mîladî de xelas bûye. Bilge wiha didomîne: "Suphi Menteş Beg, dibêje ku Ahmed Faîk ji xanedana Şeref Xanan e û çavkanî jî sîlsîlenameya Şeref Xanan a di nava kitêba Halil Ethem Beg ya bi navê Duvel-i Islamiye nîşan dide. Li gora silsilenamê Şemseddînê çaran di 1005-ê hîcrî de bûye xan. Du kurên vî yên bi navê Abdal Xan û Ahmed Mîrza Beg hebûne. Tercumeyeka Şerefnamê ya Mehemmed Begê kurê Ahmed Mîrza Beg jî heye. Lê çi qas rast e ku meriv bibêje ev Ahmed Mîrza Beg Ahmed Faik e? Di vê xusûsê de ne mumkun e ku meriv qenaetekê diyar bike." Bilge vê nota han jî dide: "Di madda Ayê ya notên Suphi Menteş Begê de tê nivîsîn ku (Ahmed Faik li Bedlîsê li Mehella Hersan; di camiya taxa Kurubulakê de medfûn e. Şiîrên wî yên tesewwufî, xazelên wî û çarînên wî hene. Dîwana wî heye, hatiye çapkirin lê ez nizanim li ku derê ye. Gava Bedlîs ji bal Rûsan ve hate dagîrkirin kitêb hatin tarûmarkirin yên ku mihacir bûn jî ew xelas nekirin. Min bihîstiye ku di hin kutubxanên Sofyayê û yên Rûsyayê de kitêbên bi sernivîsên Bedlîsê hene.) dibêje û du qitayan ji Ahmed Faik pêşkêş dike. Cardin di madda B-yê ya vê notê de jî tê gotin ku (Şemsê Bedlîs jî zatekî gîhaştî ye. Bedlîsî ye, li Bedlîsê medfûn e. Ji ahfadên wî hê kes hene ku li Bedlîsê dimînin. Murşîdê zemanê xwe ye. Loma jî nasnavê Şems wergirtiye. Muştaqê Bedlîsî jî ji vî îrşad wergirtiye. Navê rastîn ê Şemsê Bedlîsî "Hacî Mahmûd Xoca" ye. Ji bo ku bûye murşîd mexlasa Şemsê Bedlîsî wergirtiye. Şemsê Bedlîsî xwedanê kitêbeka çapkirî ye ku beşekî bi navê Îlmê Sîmya di vê kitêbê de heye). 2 Alakom, Rohat; "Kürt Ulusal Manifestosu 300 Yaşında", Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê 3 Alakom, Rohat; "Kürt Ulusal Manifestosu 300 Yaşında", Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve,

hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê 4 Jaba, M. Alexandre; Recueil de notices et rêcits kourdes, servant ý la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kurdistan ,1860, St. Petersbourg, neqil ji Pakdemir, Mahmûd; " Di kitêba A. Jaba de Ehmedê Xanî", Armanc, hejmar no:4(162) çiriya pêşîn 1995, Stockholm, r 2. Her wiha binêre; Blau, Prof. Joyce; "Jiyan û berhemên Ehmedê Xanî (1650-1707)" Çira kovara kulturî -kovara komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, sal 1 hejmar 3, îlon 1995, Stockholm û Armanc, hejmar 4(162), çiriya Pêşîn, 1995, Stockholm. Prof. Joyce Blau, di vê gotara xwe de(ev gotar bi esasî roja 27’ê gulana 1995-ê di Konferansa Ahmedê Xanî de hat pêşkêşkirin û kurdiya wê pişt re di kovarên binavkirî de hat weşandin) pirtir agahdarî di heqê Alexandre Jabayî de dide ku em qenc dibînin li vê derê cih bidin wan agahiyan: "Ji bo birêkûpêkkirina lêkolîna edebiyata kurdî ya nivîskî ya Dema Navîn, qedrê herî mezin bi zanayê bi ‘eslê xwe Polonî, dîplomatê meqambilind, bisporê ronak, berhevkarê (kolleksiyonerê) bêwestan ê destnivîsên kurdî, Alexandre D. Jaba (1801-1894, li Îzmîrê mir) re careke din bilind bû. "Rûsya çarî, bo firehkirina desthilatdariya xwe li Qafqasyayê, ji qels-ketin û paşdeçûyina Împeratoriya Osmanî û ya Îranî îstîfade kir. Leş-kerên(orduyên) Rûsya bi ‘asiyên kurd re, bi parêzkarên sînorên van Împeratoriyan re ku pirr bi kêrî Rûsya hatin, têkilî danîn û Akademiya çarî ya Zanistan a St. Petersbourgê, bû yekemîn merkeza kurdnasiyê ya dinyayê. Dema ku Alexandre Jaba di 1848’an de bû konsulê Rûsya yê Erzeromê, Akademisyen B. Dorn pêşniyar kir da ku ew ji bo hînbûna kurmancî ji konsuliya xwe ya li welatê kurdan îstîfade bike. Ji wê rojê şûnde, A. Jaba hemî wextê xwe yê vala jibo hînbûn û berhevkirina materyalên li ser ziman, edebiyat û tarîxa gelê kurd terxan kir; wî dê ev karê xwe heta dawiya jiyana xwe bidomanda. "A. Jaba dest pê kir bi zanayên kurd re têkilî danî, ku herî

bijarteyê wan Mehmûd Efendî Bayezîdî gelek alîkariya wî kir. Mehmûd Efendî êdî merivekî pîr, nêzî şêst salî bû. Di 1797’an de li Bayezîdê ji diya xwe bûbû, li vî bajarî dest bi xwendina xwe kiribû, paşê li Tewrêzê(Tebrîzê) dom kiribû. Qur’an, edebiyata ‘erebî, farisî û tirkî xwendibû. Piştî ku li seranserê Kurdistanê gerriya, vegeriya Bayezîdê ku li wir medreseyek îdare kir. Dema ku mîrîtiya kurdî ya Bayezîdê têk çû, Mela Mehmûd li Erzeromê bicî bû, ku li wir karê "xoca"tî dikir. Wê demê di nav ‘alimên welêt de gelek qedrê wî hebû. Mela Mehmûd, ji bo Alexandre Jaba mamostayekî bêhempa, ji bo berhevkirina destnivîsan hevkarekî jêhatî bû. Ew her wiha nivîskarê lêkolînên girîng jî bû: Adet û Rusûmatnameyê Ekradiyye û wergera kurmancî ya Şerefnameya Mîr Şeref Xanê Bedlîsî. "Alexandre Jaba encamên lêgerînên xwe yên li ser ziman û şaristaniyeta kurdan bi awakî rêk û pêk ji Akademiya çarî ya Zanistan a St. Petersbourgê re şandin. Wî bi hevkariya Mehmûd Efendiyê Bayezîdî kolleksiyoneke yekta ya ji 57 perçeyan pêkhatî berhev kir Ev kolleksiyona ku di 1868’an de gihaye Kutubxaneya Giştî ya çarî ya St. Petersbourgê, bi pirranî ji berhemên şa’irên kurd ên Dema Navîn, wek yên Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Melayê Cizîrî û şahkarê şiîra kurdî Mem û Zînê(Ji alî Muhemmed Xerîb Silêman hatiy e kopyakirin. Dibe ku Muhemmed Xerîb Silêman, yek ji nasnavên Mehmûd Efendî Bayezîdî be.) pêk tê." Prof. Qanatê kurdo, di kitêba xwe de ya bi navê Tarîxa Edebyeta kurdî 1(Weşanên Roja Nû, Stockholm 1980) di rûpelê 14’an de diyar dike ku ew kesên ku Alexandre Jaba ji bo berhevkirina tekstên kurmancî têkilî li gel wan danîbûn ev bûn: Taha Hecî Ebdal Ezîz (Abdulezîz), Mehemed Xerîb Sulêman(Muhemmed Xerîb Silêman), Şah Neze, Mela Mehemed, Hesen Hekîm Başî(Hekîmbaşî), Mele Mehmûd Beyazêdî(Bayezîdî), Mehemed Koksî û yên din.

Ew kurte agahiya Mela Mehmûdê Bayezîdî wiha ye: “Şairê pêncê jî Ehmedê Xanî ye, eslê wî jî ji taîfeya Hekariyan ji `eşîreta Xaniyan e, bi xwe hatiye Bazîdê. Di tarîxa hezarî da tewetun kiriye. Di zimanê kurmancî de Mem û Zîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek luxatê jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê [kitêbê] Nûbihar e û zarokê di Kurdistanê hemû piştî Qur‟anê dixûnin û zehf jî xezaliyat û eş‟aran û beyt bi zimanê kurmancî gotiye û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî disan xezeliyat û eş‟aran û ebyat zehf gotiye û di ulûmê funûnan jî qewî mahir û sahib îrfan e û ji şuerayêd Kurdistanê hemuyan jî meşhûr û faîq e, belkî ji hemû şueran meqbûl û memduh e û di hezar û şest û sê jî merhûm bûye û di nêv Bazîdê da mizgevtek jî bi navê xwe bînakiriye û bi xwe jî li kenarê mixgevtê medfûn e. We Ellahu‟l alem.” Aleksandre Jaba5 bi xwe jî û piştre, Peter Lerch6

û Martin Hartmann7 gellek bi kurtî be jî cih daye jiyana Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî. Lê ew agadariyên ku wan li ser jiyana wî dane, yên A. Jabayî ne û ji alî tarîxê ve şaşîtiyên wan hene. Di sala 1894-ê de Yûsuf Zîyaeddîn Paşa el-Xalidî, di dawiya ferhenga xwe de, ya ku navê wê El Hedîye’l Hemîdîyye fî el-luxe’l kurdîyye ye, cih daye hin tekstên piçûk ên kurdî û şiîrên hin şairên kurd, pişt re maneyên wan bi erebî diyar kirine. Di nav van helbestan de Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî jî hatine çapkirin. Piştî Nûbara Ahmedê Xanî Yûsuf Ziyaeddîn Paşa di beşa Xanî de cih dane sê şiîrên din jî ku yek jê navê wê “Fî Beyanî Erkan-l Îslam” e, ya duduyan navê wê “Fî Beyanî-l Îman” e. Ya sisiyan nav lê nehatiye danîn nîvê wê kurmancî û nîvê wê erebî ye8. Şiîra sisiyan a erebî û kurmancî ne ya Xanî, lê ya Melayê Cizîrî ye. Di şiîra duduyan de jî şika min heye. Îhtîmal e ku ji du şiîran jî pêk hatibe. Nîvî ya Ahmedê Xanî, nîvî ya Melayê Cizîrî be. Me ev herdu şiîr heta niha ji bilî vê kitêbê, di tu cihên dî de nedîtine û kesê jî behsa wan nekiriye. Bes nîvê pêşîn ê şiîra duduyan; beşa ku ez dibêjim ya

Ahmedê Xanî ye, di berhevoka A. von Le Coq a bi navê Kudische Texte de jî heye, nîvê dawiyê û heta beytek ji dawiya nîvê pêşîn jî di vir de cîh negirtiye. Di (kitêba Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî, Mûrad Ciwan, Doz, 1997, Istanbul de) di beşa şiîrên Ahmedê Xanî de me cîh daye van her du şiîran û em berfirehtir li ser wan rawestiyane. Piştî wê, Mîqdad Mîthet Bedirxanî di hejmara 2-yê (14 Zulhîcce 1315 - 6-ê gulana 1898-ê) a rojnama Kurdistan de ku li Qahîrê derdixist, dest bi weşana Mem û Zîna Ahmedê Xanî kir. Di pêşiya Mem û Zînê de Mîqdet Mîthet Bedirxanî pêşgotinek kurt nivîsîbû ku bi vî awayî ye: "Rehma Xwedê lê be, Xwedê gunehê wî bixefirîne, sala hezar û sed û pêncê de, Cizîrê Ehmedê Xanî kitêbek menzûm nivîsîye; navê wê kitêbê kiriye -Mem û Zîn-. Ev kitêb hemî beyt û şê‟r in; eşkare hîkata eşqa du ciwana ye, batin gelek meqsed û hîsse û hîkmet jê tên fehmkirin. Loma divê mirov bi dîqet bixwînitin. Her cerîdekê de ez ê ji wê kitêbê hinê binivîsim, heta xilas bibe. Ew kitêb berî du sed û deh sala hatiye nivîsandin, hin derê wê heşifîne, nayên xwendin, înşellah ez ê bikarim bi xwe temam bikim. Hekî ji vê kitêbê destê yekî de hebitin, ez hêvî dikim ji min ra rêket, da ez ya li destê xwe de rast bikim; paşê ez ê dîsa kitêba wî jê re rêkim. Niyeta min, ez ê wê kitêbê tebi‟ jî bikim. Heçiyê vê, bila niho ve ji min re binivîse. Ehmedê Xanî, rehmetullahî eleyhî, li wê kitêbê de ewil dest şikir û munacat û ne‟ta kiriye, paşê dest eslê hîkatê

dike. Min ev kitêb carna hin ulemayên tirk û ereba re xwendiye û tercume kiriye, hemîya jî gotiye ku "vê rê de ji vê kitêbê çêtir me nedîtiye." 9 Di 1903-ê de A. von Le Coq bi navê Kurdische Texte kitêbek daye çapkirin ku ji çîrok û metelokên bi kurmancî û zazakî (dimilî, kirdkî, kirmanckî) û şiîrên hin şairên kurd pêk tên. Di nava van tekstan de Nûbara Biçûkan, Eqîda Îmanê ya menzûm û Eqîdeya Îslamê ya menzûm û ya nesir a Ahmedê Xanî jî cih digrin. Ev her çend berhem ji ber destnivîsarên Mela Muhemmedê kurê Mela Ahmedê Wanî hatine wergirtin ku wî bi xwe ev di meha Zîlqa‟deya 1305ê(1887) de nivîsîne10. Mem û Zîn cara duduyan di sala 1906-ê de ji bal Abdulaziz Halis Çıkıntaş(1867-1937)11 ve hat wergerandin ser zimanê tirkî, lê mixabin ku ev bi tu awayî wekî kitêb nehat çapkirin. Şevket Baysanoğlu di 1960-ê de nivîsiye ku nusxeyeka destnivîsa wê, li nik keça wî Meliha Xanimê ye. Nivîskarî, her wiha

pêşgotinek jî ji vê wergerê re nivîsiye ku tê de wiha gotiye: "Mem û Zîn, ku fîdanên nûgîhayî yên gulîstana Kurdistanê, mîsala berbiçav a Mecnûn û Leylaya newala derd û belayan in". Ev wergera Mem û Zînê 131 rûpel e12. Wergereka din a Mem û Zînê bo ser zimanê tirkî ji alî Sırrı Numan Bilge hatiye kirin.. Ev sala 1957-ê di hejmarên 124 û 125-ê ên kovara Bilgi de wekî 57 beyt hat weşandin ku ev kovar organa resmî ya Türkiye Muallimler Birliği(Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyê) bû13. Mem û Zîn ji bal memûrê telgrafa Sîlvanê (Farqînê) Zülfikar Fethi jî bi awayekî menzûm hatiye wergerandin ser zimanê tirkî, lê pişt re, wî gotiye ku ev ji ‟ewraqê muzirr‟ e û ji tirsa xwe ew şewitandiye14. Di hejmara 3-yê a Rojî Kurd de M. Salih Bedirxanî meqaleyek bi navê "Berî Şîrî Qelem" nivîsiye, li dawiya meqalê jî nivîsîye.

"Qesîda Hezretî Şêx Ahmedê Xanî" û perçeyek ji Mem û Zîna Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye çapkirin15. Her di wê jimarê de M[odanî?] X[elîl?] jî bi navê "Bextreşî û Mehrûmiya kurdan" meqaleyek nivîsiye û wî jî parçeyek ji Mem û Zîna Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye weşandin.16 Heta em tên sala 1919-ê kurdiya Mem û Zîna Ahmedê Xanî (çend beşên wê yên ku di rojnameya Kurdistan de hatine weşandin ne tê de) bi metbeê peyda nebûye, her ji dema Ahmedê Xanî û heta 1919-ê, bi destxetî li nav mela, feqî û xwendayên din ên Kurdistanê belav bûye. Lê cara pêşîn bi tevayî wekî kitêbekê ji alî komeleya kurdan a bi navê "Kürd Tamim-i Maarif ve Neşrîyat Cemiyetî (Komeleya Belavkirina Zanînê û Weşanan ya kurdan) bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Hemze Begê Muksî pêşgotinek ji vê çapê re nivîsîye ku tê de behsa wê yekê dike ku ziman û edebiyat ji bo milletan çend girîng in. Ew pişt re di vê çarçewê de rûmeta Mem û Zînê û mezinayiya Ahmedê Xanî tîne zimên. Agahiyên ku li ser jiyana Ahmedê Xanî di vê pêşgotinê de tên dayin, ew in ku Ahmedê Xanî bi xwe di Mem û Zînê de diyar kirine.17

Bi minasebeta çapbûna Mem û Zînê, Memduh Selîm Beg di hejmara 16-ê a kovara Jînê de pîroznameyekê dinivîse û qîmeteke bilind dide Mem û Zînê, wê dike îsbata hebûna zimanê kurdî di derceyeka bilind de.18 Esas Hemze Begê Muksî ji hejmara 1-ê heta ya 20-ê serkarî û berpirsiyariya kovara Jînê jî kiriye. Piştî wî, berpirsiyariya kovarê û pişt re ya rojnama Jînê ketiye ser milê Memduh Selîm Begî19. Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî, piştî ku di ferhenga Yûsuf Ziyaeddîn Paşa de û di kitêba A. Le Coq a bi navê Kurdische Texte (1903) de, bi hin berhemên din re çap bû, vê carê sala 1919-ê li Îstanbûlê bi serê xwe wek broşurekê hat weşandin.20 Sala 1925-ê Pîremerd(Hacî Tewfîqê Silêmaniyeyî) piyeseka Mem û Zînê bi soranî ji ber Mem û Zîna Ahmedê Xanî hazir kir û ev, bi navê Serguzuştey Mem û Zîn li Silêmaniyê di nav weşanên Jînê de hat çapkirin.

Eser ji 24 rûpelan pêk tê21. Mamosta Alaeddîn Seccadî dinivîse ku "di El Qediyye‟l-kurdiyye de Bileç Şêrko dibêje: „Şêx Ahmed destana Mem û Zînê di 1591-ê de daniye û di sala 1652-ê de miriye‟. Di Muhît el Mearîfî Îslamiyye de tê gotin ku [Ahmedê Xanî]di navbera 1000 û 1063yê hîcrî de jiyaye. Emîn Zekî Beg jî di Tarîxî Kurd û Kurdistan û Meşahîr’l Ekrad de her bi pê van tarîxan dikeve. Her wiha ji rojhilatnasên wekî A. von Le Coq, Oskar Mann, Hugo Makas û Roger Lescot her yekî ji wan tiştek gotiye, hemûyan jî bi texmîn dane navê. Ne dûr e ku di vê babetê de lêkolîneka ilmî ya bi tevayî nehatiye kirin, loma jî hemû jî ji hev dûr in, hevdu nagirin."22 Rohat Alakom di lêkolîneka xwe de dinivîse ku di serê sedsala me de cara pêşîn Mem û Zîn ji bal Rojhilatnas Orbelli (1887-1961) ve ji nuh ve hate keşifkirin. Çimkî vî akademîsyenê bi nav û deng heyraniya xwe ya li hemberê vê destanê misêwa aniye ser zimên û bi vî awayî di nav aliman de meraqek peyda kiriye. Orbellî cara pêşîn gava di sala 1911-ê de li nehiya Muksê a qeza Gevaşa bi ser Wanê ve hin lêgerîn dikirin hay ji destana Mem û Zînê bû û hin xebatên berhevkirinê kirin.

Piştî mirina Orbelli bi gellekî, lêkolîna wî ya bi navê Li Muksê Jiyan û Folklor sala 1982-yê hat weşandin ku tê de hin tesbît hene. Bi taybetî mesela tebdîlê qiyafetkirina kur û keçan di şahî û ahengan de gellekî bala wî kişandiye. Ew, di xebatên xwe yên din de jî li ser aliyên cuda yên Mem û Zînê rawestiyaye, balê dikşîne ser wekheviyên navbera destana Mem û Zînê û evîndariya li Ewrûpayê naskirî ya bi navê Trîstan û Îsolde. Alakom dinibîse: “Em ji maqala J. Mûsaelyan a bi navê „Akademik Yusuf Orbelli û Edebiyata Klasik a kurd‟ hîn dibin ku Orbelli dixwest Mem û Zînê wekî kitêbeka bêrîkan çap bike û bigihîne hemû kurdan. Rudenko teleba wî bû, wî ew teşwîq kir ku li ser Mem û Zînê teza xwe ya doktorayê bide”23. Di sala 1942-yê de, Roger Lescot kitêba xwe ya bi navê Textes Kurdes weşand. Di cildê duduyan de di beşê Memê Alan de pêşnivîsarek ji bal wî ve hatiye nivîsandin ku li gel tiştên din ew li ser ferqa navbera Memê Alana folklorî û Mem û Zîna edebî ya Ahmedê Xanî jî radiweste24 .

Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî kurdî de dinivîse ku çapa duduyan a Mem û Zînê di sala 1947-ê de li Helebê li ser hîsabê Beşîr Şêx Hesen Haşîmî li çapxaneya Aras hatiye çapkirin25. Li ser vê yekê M. Emîn Bozarslan jî dinivîse ku "çapa Stanbolê ya 1919ê, di sala 1947-ê da li Helebê, di çapxana Aras da jî hatiye ducarkirin; wisa tê zanîn ku klîşa çapa Stenbolê wek ayînek hatiye girtin û li Helebê eynî wek çapa Stenbolê hatîye çapkirin"26. Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-ê a Hawarê de, bi navê "Klasîkên Me" maqaleyek nivîsîye ku bi piranî agahiyên wê ji kitêba Alexandre Jabayî ne ku li ser hin şairên kurd hatine nivîsîn. Di wir de agahiyên A. Jabayî yên li ser Ahmedê Xanî jî hene ku Celadet Alî Bedirxanî wekî çavkaniya van agahiyan navê "Melayê Jaba" (dibe ku di vir de qesda Celadet Alî Bedirxanî ew mela be ku yê agahdarî dabe Jabayî û ev jî Mela Mehmûd Bayezîdî ye) jî dayê.27 Celadet Alî Bedirxan, di vê maqala xwe de behsa çapa Hemzeyê Muksî jî dike û tarîxa hicrî ya jidayîkbûyina Ahmedê Xanî jî ji beyta wî rast dide, lê bi hesabekî şaş dinivîse ku

Ahmedê Xanî beriya niha bi sêsed û neh salan rabûye. Yê ku rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî yek jê jî Celadet Alî Bedirxan e ku Mem û Zîna wî bi navê "kitêba milletê me" binav kiriye. Celadet Alî Bedirxan, di hejmara 45-ê a Hawarê de ya ku di hezîrana 1942-yê de derketiye, beş bi beş dest bi weşandina Mem û Zînê jî kiriye. Di vê jimarê de pêşnivîseka Celadet Alî Bedirxan bi xwe li ser eserê û li ser xwediyê wê Ahmedê Xanî heye. Di nivîsa xwe de, Bedirxanî cîh daye şiîra Hacî Qadirê Koyî ya ku Hacî Qadirî bi xwe li ser nusxeyeka destnivîs a Mem û Zînê nivîsîye, paşê ev ji alî Mîqdad Mîthet Bedirxanî ve di hejmara 3-yê a rojnama Kurdistanê de hatiye weşandin28. Weşandina Mem û Zînê di Hawarê de heta hejmara 57-ê (ku ev hejmara dawîn bû) dom kiriye. Bedirxan di vir de li ser varyanta Memê Alan jî radiweste.29 Cara pêşîn agahiyên heta dereceyekê fireh, berbiçav, rast û durust, sala 1952-yê di kitêba Alaeddîn Seccadî ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de hatine weşandin. Alaeddîn Seccadî di vê berhema xwe de beşek veqetandiye ji bo jiyan û berhemên Ahmedî Xanî û bi taybetî li ser bîr û baweriyên wî yên millî rawestiyeye. Çavkaniyên zanînên Alaeddîn Seccadî, eserên berî ya wî ne. Mem û Zîna Ahmedê Xanî ye û bi taybetî kesek e ku navê wî Mela Salih e, ku bi xwe ji xelkên Bedlîsê ye, tevî Şoreşa 1925-ê a Şêx Seîd bûye, piştî şikestina şoreşê, çûye li Iraqê li gundekî Amediyê bi cîh bûye30.

Kurdistanê de çap bûye ev e: Zemane resmî caranî nemawe Çiraxî nazim û munşî kujawe Le dewrî ême roman û cerîde eger çi meqsed e, zanînî baw e Eman qedrî bizane em kitêbe le dunyay êstekey hemtayî nemawe Le eyyamî heyatî Şêxî Xanî le ser nusxey xetî ew nusraw e Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet xezîney gewher e w kîse diraw e Le mecmûî duwel, Soran û Botan le sayey em kitêbe nasraw e Le kurdan xeyrî Hacî w Şêxî Xanî esasî nezmî kurdî danenawe (Binêre; Kurdistan Rojnama kurdî ya Pêşîn 1898-1902 berhevoka M. Emîn Bozarslan c. 1 Uppsala 1991, beşê hejmara sisiyan û werger û xwerûkirinên wê yên ku j alî Bozarslanî ve hatine çêkirin.) Celadet Alî Bedirxan di wê hejmara Hawarê de ya ku hat binavkirin, dibêje ku ev Mem û Zîna destxet a ku Hacî Qadirê Koyî ev şiîr li ser nivîsîye, destxeta bavê wî Emîn Alî Bedirxan bi xwe bûye. 29 Binêre; Hawar, hejmar 45, çapxana Sebatê, 20 hezîran 1942, Şam û hejmarên li dûv wê.. 30 Alaeddîn Seccadî, dinivîse ku "mesela jidayikbûna Ahmedê Xanî diyar e û wî bi xwe di Mem û Zîna xwe de gotiye ku: Lew ra ku dema ji xeybê fek bû tarîx hezar û şêst û yek bû. Hezar û şêst û yekê Hîcrî dike 1650-yê Mîladî. Lê mesela mirina wî ne diyar e, vê meselê wek gellekên din eziyet û zehmetî daye

min jî, tu kitêb nemane ku min li wan nenihêrtibe, lêkolîn nekiribe. Min nihêrtiye ku hemû di vê meselê de bi vacayîya hev in û min tu tişt ji hev dernexist. Heta sala 1946-ê ji melayekî pîr tiştek bi destê min ket û ji bo min bû belge. Piştî wî jî çend min muhawele kir lê ji vê zêdetir tiştek neket ber destê min. Li gorî wê belgeyê goya"Tara Xanî îla Rebbe" tarîxa mirina Ahmedê Xanî ye ku bi hesabê -ebced-a Hîcrî dike 1118 beramber bi 1706-ê Mîladî. Min ev bi yekcarî da ber tarîxa hatina wî ya dinyayê û li wê jî li hev tê. Loma hîç şika min nemaye ku ev mêjû, mêjûyeke rast e... " Mêjûyî Edebî kurdî, 1952, r. 191-192 Alaeddîn Seccadî di dîpnoteka vê kitêbê de ya rûpelên 192-193yê wiha dinivîse: Wê salê[1946] ji bo nimêja nîvro li mizgefteke Bexdayê bûm. Melayekî pîr ê nûranî bi ber çavê min ket, ku hatibû ji bo nimêjê. Bi cil û bergên xwe min ew wek kurdê dora Dihok û Zaxoyê zanî. Ku nimêj hat kirin ez pêşiyê hatim der, li ser kursiyekê -ku li ber hêwana mizgeftê hatibû danîn- rûniştim û min çaveriya wî kir. Ew jî piştî duaxwendineka gellek, hat derva, min ew rûniştand, cigareyek dayê, bixêrhatin û halpirsînek dayê û her wiha min dest bi qisekirinê kir li gel wî. Min dîna xwe dayê ku kurd e lê piçekî bi giranî di qiseyên min digihîje. Min jê pirsî: -Tu xelkê ku yî? Got: -Ez ji gundekî dora Amediyê me. Ji bo xwe kirîn û frotinê dikim û bi îşekî xizmekî jina xwe- ku esker e- ez hatime Bexdayê Lê belê ji şîweya zimanê wî, li dilê min rûnenişt ku bi tevayî xelkê Amediyê be. Min çav ji vê re girt û hinekî li ser mesela Melayê Cizîrî jê pirsî. Got: -Ez tiştekî wiha jê nizanim, şiîrên wî, feqî niha jî di bezman de dixwînin. Îca min got: -Lê Ahmedê Xanî?.. Keserek kêşa û deng nekir. Min got: -Ji bo çi tu qise nakî? Got:

-Tu ji bo çi li van dipirsî? Min got: -Ez kurd im, min edebiyata kurdî divê û ez dixwazim wan binasim. Îcar ji min pirsî: -Tu kî yî? Min jî navê xwe jê re got... Got: -Ahmedê Xanî, xwediyê Mem û Zînê ji Bayezîdê ye. Min got: -Belê ji wê derê ye, lê belê min tiştên ji vê zêdetir divên. Ji min re gellek qise kirin, tenê behsa navê bavê Ahmedê Xanî ji min re got ku Îlyas e. Lê wî digot; "Helyas". Îcar got: -Kitêbeka min a destxet heye jê re dibêjin Semediye[Sadula?] û kevn e jî. Di dewra feqîtiya min de ev kitêb bi destê min ket, min dixwend. Li pişt vê kitêbê dinivîsî: Tarîxa wefata Ahmedê Xanî:"Tara Xanî îla Rebbe". Niha jî ev kitêba min ji sermiyanê kevn her mayiye. Min gellek tiştên tir her di vê babetê de jê pirsîn. Piştre li ser xwe piçekî din ez agahdar kirim, got. Ya rastî bêjî ez bi esl ji xelkê dora Bedlîsê me, di Şerê Pêşî de(Şerê Cîhanê ê Yekê) li wê derê nemam, çûm Pîranê ba Şêx Seîdî, di encamên wan salan de -mebesta wî salên 25-30-ê bû- ji wê jî bêtir derbeder bûm û niha ez hatime Îmadiyê[Amediyê]. Kesereka din kêşa û êdî me dawî li qiseyên xwe anî. Her ji wê wextê de ku tarîx ji min re got, min li ba xwe nivîsî. Gellek mixabin ku navê gundê wî nenivîsî û niha ji bîra min çûye. Û ji bo min jî derket ku ev meriv, merivekî rastgo ye, bi taybetî di mesela tarîxê de. Bêyî ku bifikire ev hatibû ser zimanê wî û gotibû. Me biryar da ku bê ba min, lê belê welê derket ku ji ber îşê xizmê wî jê re lê nehat ku bê. Êdî min ew nedî, niha jî ez nizanim maye an miriye. Ew wextê ku çavên min pê ketin dibe ku şêst, şêst û pênc sal umrê wî hebû, navê wî jî Mela Salih bû...

Gava meriv vê çîrokê û agahiyên li ser jiyana Ahmedê Xanî ji nivîsa Alaeddîn Seccadî dixwîne, pirtir qenaeta meriv diçe ser wê yekê ku ew agahiyên ku Alaeddîn Secaddî li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zînê nivîsîne ji devê vî melayî hatine girtin. Çimkî diyar dibe ji bilî van agahiyan Alaeddîn Seccadî bi xwe zêde li ser Mem û Zînê kûr ranewestiyaye, heta Mem û Zîn bi xwe baş nexwendiye. Di rûpelê 201-ê yê kitêba xwe de dibêje ku du keçên Mîrî hebûne bi navên Sitî û Zîn. Her wiha gava behsa hersê birayan, Tacdîn, Çeko û Arif dike; li şûna Arifî dibêje Hîfo. Eger wî Mem û Zîn baş bixwendaya wê ev şaşîtî nekira û bizanibûya ku Sitî û Zîn ne keçên Mîr in, lê xwişkên wî ne. Tevî şaşîtiyên wekî vê jî lêkolîna Alaeddîn Seccadî, nivîsara herî pêşîn a ciddî ye û yek ji wan berçavtirîn û birûmettirîn agahî ye ku heta niha di heqê Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî de hatiye dayîn. Piştî wî tu kesî agahiyeke konkret li ser jiyana Ahmedê Xanî nedaye ku di nivîsa wî bi xwe de nebe. Heta gellekan agahiyên di nivîsa wî de û gellek caran jî bi kurtkirin û herimandin girtine, di kitêb û meqalên xwe de nivîsîne û hinekan navê wî jî nedane. Alaeddîn Seccadî piştre di kitêba xwe de ya bi navê Edebî kurdî w Lêkolînewe Le Edebî kurdî da jî li ser Ahmedê Xanî rawestiyaye. Ew di vir de Ahmedê Xanî dike pêşrewê şeqa edebiyata neteweperweriyê ya ku di sedsala 17-ê de destpê kiriye31.

Gîwî Mukriyanî, di sala 1954-ê de, li Hewlêrê Mem û Zîn tevî pêşgotineka xwe da weşandin. Ji bo ku Gîwî Mukriyanî, çapa Îstenbûlê a 1919-ê çapa yekê û çapa 1947-ê a Halebê ya duduyan hesab dike, ya xwe jî kiriye çapa sêyem32. Her ev çapa wî, di sala 1968-ê (li gor hinekan 1967-ê33) de cara duyê dîsa li Hewlêrê hatiye weşandin. Lê li gorî meqaleya bi navê "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" ya ku di 1971-ê de di Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan de hatiye weşandin ya balkêş ew e ku wî ji bo vê çapa xwe jî gotiye "çapa sisiyan". Li gor meqaleyê, di vê çapê de Gîwî Mukriyanî êdî çapa Îstenbûlê ya 1919-ê û ya Helebê ya 1947-ê nake bingehên çapên xwe, lê ji dêlva vê ve behsa wê yekê dike ku wî di sala 1915-ê de cara yekê li Helebê li çapxaneya Kurdistanê 1000 nusxe dane çapkirin, lê dinivîse ku wî ji bîr kiriye ku ew di çapa pêşîn a Hewlêrê de behsa vê çapê bike. Di meqaleya "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" de hatiye nivîsîn ku çapeka bi vî awayî qet nehatiye dîtin û ne jî hatiye bihîstin û ev agahdarî ne rast e. Her wiha ew meqale îdîa dike ku Gîwî Mukriyanî di çapa xwe ya Hewlêrê de beyteka Ahmedê Xanî jî guhertiye, li ciyê ku Ahmedê Xanî nivîsiye:

"Ecnasê milel mutî‟ û munqad Nesla wî ereb, emîrê ekrad", Gîwî Mukriyanî nivîsiye: "Ecnasê milel mutî‟ û munqad Fexrî Mîdiya, emîrê ekrad"34 Muhemmed Seîd Remezan Botî, Mem û Zîn bi awayekî nesir wergerandiye ser zimanê erebî û ev werger di 1957-ê de li Şamê hatiye çapkirin35. Lê mixabin, Muhemmed Seîd Remezan Botî ew qismên Mem û Zînê yên fikrî, millî, felsefî û tesewwufî wernegerandine, tenê beşên çîroka evîndaran wergerandine36. Pişt re, ev, çend carên din jî hatiye çapkirin. Ji wan çend kesên ku li ser Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî xebatên hêja kirine yek jî mamosta Hejar Mukriyanî ye. Cara pêşîn wî Mem û Zîn bi wezin wergerandiye ser zaravayê Mukriyanî û ev, di sala 1960-ê de li Bexdayê li çapxaneya Necah hatiye çapkirin. Di vê çapê de Hesen Qizilcî û Hejarî her yekî pêşgotinek nivîsîye ku ya Qizilcî, li ser jiyana Ahmedê Xanî û giringiya Mem û Zînê ye.

Lê agahiyên ku di vî warî de ew dide pirtir xwe dispêrin yên Alaeddîn Seccadî bêyî ku navê wî bê dayîn. Mamosta Hejar pişt re careka din vegeriyaye ser xebata li ser Mem û Zînê, vê carê orîjînalê Mem û Zînê bi şîrovekirina gotinên erebî, farisî, tirkî û yên felsefî û tesewwufî amade kiriye. Bi navê "Mem û Zînî Xanî çiye?" pêşgotineka lêkolînî ya hêja jê re nivîsiye ku li vê derê behsa giringî û maneya Memû Zînê dike, wan fikrên Ahmedê Xanî yên di Mem û Zînê de diyarkirî destnîşan dike û payeberziya fikrên wî radixe ber çavan. Ji bo ku mamoste Hejar hem şair, hem jî zanayekî ilmî û dînî yê kurdan bûye ku bi erebî, farisî, tirkî û herdu lehceyên kurdî; kurmancî û soranî baş zanibûye, hem di jêrenotên xwe de ku ji bu orîjînala Mem û Zînê hatine amadekirin, him jî di wergera xwe ya menzûm de pir bikêrhatî bûye, şerheka gellek bi qîmet pêşkêşî xwendevanan kiriye. Ev xebata wî ya duduyan ji alî Enstîtuya Kurd li Parîsê sala 1989-ê hatiye çapkirin. Di vê çapê de berê pêşgotina Hejarî tê, pişt re orîjînala Mem û Zînê li gel têbiniyên wî tên. Dûvre pêşgotina Hesen Qizilcî û ya Hejarî a sala 1960ê tê, di dawiyê de ji wergera Hejarî ya manzûm a bi ser Mukriyanî cih digre37. Margareth Borisova Rudenkoyê(1926-1977) sala 1954ê li ser Mem û Zînê doktoranameya xwe amade kir. Ev doktoraname bi navê "Destana Mem Û Zînê ya şairê kurdan ê sedsala 17-ê Ahmedê Xanî" ye,

131 rûpel in û hê nehatiye çapkirin38. Kurdologa hêja Margareth Borisova Rudenkoyê, Mem û Zîna Ahmedê Xanî jî bi herfên erebî û bi tercumeya wê ya rûsî amade kir, ev kitêb sala 1962-ê li Moskovayê hat çapkirin39. Pêşgotineka Rudenkoyê ya lêkolînî ya bi Rûsî û yeka Prof. Qanatê kurdo ya bi kurdî jî di vê çapê de cîh digre. Rudenkoyê neh nusxeyên destnivîs ên Mem û Zînê dane berhev û tekstê orîjînal tekûztir daye çapkirin. Me bi xwe ev xebata Rudenkoyê nediye, lê tiştên ku heta niha li ser vê hatine nivîsîn ji gellek aliyan didin nîşandan ku heta îro xebata herî hêja ya ji derveyî welêt hatiye kirin ya Rudenkoyê ye. Gellek mixabin ku ev xebat heta îro jî bi rûsî maye, kurdên rûsînezan ji vê bêpar mane. M. B. Rudenko her wiha ketiye nav destnivîs û berevokên Aleksandre Jaba ên ku li Kutubxana Lenîngradê(ku niha navê wê Kutubxana Millî ya Rûsyayê ye û li Petersbourgê ye) hatine parastin, hemû ji hev derxistine, kontrol kirine, naveroka wan tesbît kiriye û ev lêgerîn û lêkolîna xwe wekî kitêbekê amade kiriye.

Ev kitêb sala 1961-ê li Moskovayê hatiye weşandin40. Di vir de reqemên arşîvên kutubxanê, nav û naverok, nivîskar, berhevkerên tekstan, tarîx û ciyê berhevkirina wan diyar in. Bi vî awayî, agahdarî li ser Mem û Zîn, Nûbar û hin şiîr û xazelên Ahmedê Xanî jî di vê kitêbê de hene. Di hejmara 1-ê a kovara Ronakbîrî de ku di adara 1995-ê de çap bûye meqaleyeka Rudenkoyê bi soranî hatiye weşandin ku navê wê "Edebî kurdîy sedeyî hevdeyem" e. Li vê derê ne diyar e ku Rudenko ev meqale kengê nivîsiye û ew li ku derê çap bûye. Her wiha ne diyar e ku kê ew wergerandiye jî. Meqale behsa edebiyata kurdî dike ku beşekî mezin ê wê li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî ne. Rudenkoyê di vê meqala xwe de jî rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî.41 Gellek mixabin ku di nava kurdan de hetta îro lêkolîneke ciddî û berfireh li ser xebatkareke weka Rudenkoyê nehatiye kirin û kurd wê qenc nasnakin. Ji bilî van, diyar dibe ku Rudenkoyê hin lêkolînên hêja yên din jî li ser şiîrên Ahmedê Xanî yên nav tekstên A. Jabayî kirine.

Şevket Baysanoğlu, sala 1960-ê, di kitêba xwe de ya bi navê Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cîh dide jiyan û xebata Abdülaziz Halis Çıkıntaşê şair ê diyarbekirî, di vê navberê de behsa wê yekê dike ku vî şairî di sala 1906-ê de Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi awayekî wezin wergerandiye ser zimanê tirkî. Baysanoğlu dide diyarkirin ku ev werger nehatiye çapkirin û di kitêba xwe de cîh dide muqedîma Abdülaziz Halil Çıkıntaş a ku wî ji bo wergera tirkî ya Mem û Zînê nivîsiye, di pey re jî cîh dide hin beytên wergera tirkî ya Mem û Zînê42 Musa Anter, sala1962-yê, di hejmara 2-yê a rojnameya Dicle-Firatê de bi îmza "Rahşan" nivîsek li ser Ahmedê Xanî nivîsîye ku navê wê "Şêx Ehmedê Xanê" ye43. Ubaydullah Ayyubiyan, di sala 1962-ê de kitêbek bi zimanê farisî amade kir ku navê wê Çirîkey Mem û Zîn: kurdî-farisî ye. Di vir de bi navê "Bar-rasî-i tahqîqî-i -çirîkeh-i Mam û Zin va shahkar-i Ahmad-i Khanî-i Mam û Zin" beşek heye ku Ayyubiyan

Mem û Zîna folklorî û ya Ahmedê Xanî hemberî hev dike44. Abdal Hamid Husayni[Abdulhamîd Huseynî], sala 1963-ê meqaleyek bi navê "Ahmad-i Khanî va manzûmah-yî Mam o Zin," di nav Nashriyah-yî Danishkaadah-yî Adabiyat va -Ulûmî Însanî-yî ew Tabrizê de weşand45. M. L. Chyet, rexneyeka tûj li vê meqaleyê digre û dibêje ku ferqekê naxe navbera versiyona edebî ya Ahmedê Xanî û yên devkî û pişt re îddîa dike ku yên devkî ji ber ya Ahmedê Xanî hatine girtin, lê di esasî de bi eksê wê ye46. M. Emîn Bozarsalan, Mem û Zîn wergerand tirkî û ev werger sala 1968-ê li Îstenbûlê bi kurmanciyeka bi herfên latînî re hat çapkirin.

Ji bo ku qanûnên Tirkiyeyê rê nedidan, M. Emîn Bozarslanî beşên kitêbê yên li ser kurdîtiyê û bîr û baweriyên millî yên Ahmedê Xanî jê derêxistibûn û bi vî awayî ew dabû çapkirin. Ev nusxe li ber çapa Îstanbûlê ya 1919-ê û li ber nusxeyeka destnivîs a bavê Bozarslanî hatiye amadekirin. Ev çap bi wê kêmasiya xwe li Îstenbolê cara duduyan di 1975-ê de (li ser çapa sisiyan nivîsandiye ku çapa duduyan di 1973-ê de bûye), cara sisiyan di 1990-ê de hat çapkirin47. Bozarslanî, piştî van çapan jî xebata xwe ya li ser Mem û Zînê ranewestand. Dest pê kir bi awayekî menzûm ew wergerand ser kurdiyeka xwerû, piştre pêşgotineke lêkolînî ya dirêj a hêja bi navê "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" li ser jiyana Ahmedê Xanî, bîr û baweriyên wî yên li ser kurdîtiyê û gellek warên din û li ser Mem û Zînê bi xwe amade kir û bi vî awayî hem orîjînalê wê hem jî kurdiya xwerû li rex hev, sala 1995ê li Upsalayê da çapkirin. Ev çapa nuh a keda Bozarslan ji bo ku xebatên heta wê rojê yên li ser Mem û Zînê bi taybetî tecruba xwe ya wergera tirkî û xebata Hejar li ber çav girtiye, fêde ji wan girtiye, gellek tekûztir bûye û xebata herî pêşkeftî, berfireh û cidîtir a heta îro ye.

Lê gellekî balkêş e, ku M. Emîn Bozarslan di vê lêkolînê de hema hema qet cîh nedaye bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên felsefî û tesewwufî. Em dizanin ku bîr û baweriyên di vî warî de aliyên girîngtirîn ê Ahmedê Xanî ne.48 Abdulreqîb Yûsuf, sala 1970-yê, li Kurdistana Îraqê bi navê Dîwana Kurmancî kitêbek da weşandin ku tê de li gel hin şiîrên şairên kevn, lêkolînek li ser rastî û tarîxa jiyana Mem û Zînê û şiîreka Ahmedê Xanî jî cih girtibû. Ev şiîr bi çar zimanan hatiye nivîsîn; erebî, farisî, tirkî û kurdî. Her rêzeka qitayeka wê bi zimanekî ye. Ev şiîr pişt re di hin ciyên din de jî derketine. Di beşa şiîrên Ahmedê Xanî yê vê xebatê de me ev şiîr dane ber yên pişt re çapbûyî û weşandiye. Dîwana Kurmancî ya Abdulreqîb Yûsuf sala 1988-ê li Swêdê, li Uppsalayê bi navê Şairên Klasîk ên Kurd di nava weşanên Jîna Nû de hat weşandin49. Cemal Nebez tercumeyeka kurtkirî ya Mem û Zînê bi zimanê Almanî ya bi navê Mam und Zin: genannt Romeo und Julia der kurden: Übersetzung Vorwort und Kommentare,

sala 1969-ê li Almanyayê da çapkirin50.Kemal Fuad di kitêba xwe ya bi navê Kurdische Handschriften de li gel destnivîsên kurdî yên din behsa gellek nusxeyên destnivîs ên Mem û Zînê û yên Nûbara Biçûkan dike ku di kutubxanên Almanyayê de hene. Mesela ew (di r. 86-ê de)behsa destnivîseke Nûbarê dike ku yek ji wan sê nusxeyan e ku di Kutubxana Marburgê ya Dewletê de ne, di sala 1121-ê Hîcrî de (1709-1710-ê mîladî de) an go du sê sal piştî mirina Ahmedê Xanî li Hîzanê hatiye nivîsîn51. Sala 1978-ê, di Govarî Korrî Zanyarîy Kurd de lêkolîneka Qanatê Kurdo ya bi navê "Derheqa şovêd Mem û Zîna Zargotî û şova Mem û Zîna Ahmedê Xanî," hat weşandin.52

Prof. Dr. Îzzedîn Mustafa Resûl di dema amadekirina nameya xwe ya doktorayê de li Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî ya Moskovayê xebateke hêja li ser bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî kiriye, ev xebat paşê bi navê Ehmedê Xanî, Şaîren we Mufekkîren, Feylesûfen we Mutesewwîfen di sala 1979-ê de li Bexdayê ji alî çapxaneya El Hawadîs hatiye weşandin. Tiştên ku li ser vê eserê hatine nivîsîn, destnîşan dikin ku ev jî yek ji wan lêkolînên hêja ye ku li ser Ahmedê Xanî hatine kirin. Ciyê mixabiniyê ye ku ev berhem heta niha nehatiye wergerandin ser zimanê kurdî û bi taybetî xwendevanên Kurdistana Tirkiyê jê bêpar mane. (Wergera tirkî ya vê kitêbê di 2007-ê de li Îstanbulê ji bal weşanxaneya Avestayê hat çapkirin. –Murad Ciwan-) Meqaleyeka Prof. Dr. Îzeddîn Mustafa Resûl ya bi navê "Mem û Zînî Pîremêrd û Mem û Zînekanî tir", di hejmara 3-4-ê a Ronakbîrî de hat weşandin. Di wê derê de ew li ser Mem û Zîna piyes a Pîremêrd radiweste û dinivîse ku her çendîn Pîremêrd îlham ji Mem û Zîna Xanî û yên folklorî wergirtibin jî ev ne wergêran an teqlîda yekê ji wan e, lê berhemeka serbixwe ya Pîremêrd e ku li gorî nasyonalîzma sedsala bîstan a kurdan hatiye tefsîrkirin û hûnandin. Di 1971-ê de, Hafiz Mustefa Qazî, di Rojî Kurdistan \ Şemsî Kurdistan de bi navê "Ahmedê Xanî" meqaleyek nivîsiye53.

Di hejmara 5-6-ê a kovara Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan de di 1971-ê de bi navê "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" meqaleyek hat çapkirin ku tê de li ser hin çapên Mem û Zînê tên rawestandin, di nav re rexne li çapa 1968-ê a Gîwî Mukriyanî tê girtin54. Mehemmed Enwer Elî ku ji kurdên Kurdistana Sûriyeyê ye, sala 1972-yê bi navê Ahmed el Xanî Felsefetu-l-Tesewwuf bî Dîwanîhî "Mem û -Zîn" li Beyrûdê nama we ya lîsansê ya ji bo beşê edeba rojhilatî ya Unîversîta Qedîs Yûsif li Lubnanê li ser felsefe û tesewwufa Ahmedê Xanî daye. Ev xebat 201 rûpel in, bi erebî ye û mixabin ku heta niha nehatiye çapkirin55. Asker Şamîlov, Mem û Zîn wergerand ser zimanê azerî û ev werger, di 1976-ê de li Azerbaycanê hat weşandin56. Kasim Kasimzade jî jê re pêşgotinek nivîsiye û tê de gotiye ku Mem û Zîn ansîklopediya jiyana kurdan e. Ew pirtir li ser aliyên humanist ên Mem û Zînê radiweste û li ser vê, tefsîrên xwe dike.

wergerê dide berpirsiyarên dewletê yên ku eserên edebî qîmet dikin û ku hêjayî çapkirinê bibînin dixin programekî ku gava dora wê hat ew jî çap bibe. Tê zanîn ku ji ber vê prosesê, carina hin eser bi salan dor nedidîtin ku bêne weşandinê. Wergera Şamîlovî jî bi vî awayî dereng dikeve, lê ew gumanekê nabe ser, dibêje ev proseseka normal e di vê dewletê de. Di vê navberê de carekê ew diçe Moskovayê û bi trênê vedigere Kelbejarê. çawa ku li Îstasyonê peya dibe çend polîs wî digirin dibin qereqolê, bêyî ku jê re bibêjin ku çima ew girtine, çend rojan wî li qereqolê dihêlin paşê bê mahkeme û sûcdarkirineka berbiçav wî heşt meh û nîvan di hebsê de li bin çav digrin. Di encama gellek muhawelan de piştî heşt meh û nîvan wî derdixin hemberî mudeîmê am(sawcî). Sawcî dibêje ku li gora usûl û pîvanên dewletê mala Şamîlovî ji yên din mestir û firehtir e, ku goya wî bi hîle û hatineka maddî ya dizî ji bo xwe xaniyekî ji pîvanê mestir ava kiriye. Asker Şamîlov vê îthamê qebûl nake û dibêje ne wiha ye, heke hûn bawer nakin em herin malê bipîvin, heke mezin derket cezayê wê çi be ez hazir im bidim. Li ser vê mudeîam dev ji vê îthamê berdide îca dibêje têkiliyên te bi ajanên emperyalîzmê re hene. Asker Şamîlov bi şiddet vê yekê red dike. Gava welê dibe, mudeîam derdixe wekî delîlê îthama xwe ya casûsiyê wergera wî ya Mem û Zîna Ahmedê Xanî berpêşî wî dike û dibêje ku Ahmedê Xanî merivekî nasyonalîst e, ajanê emperyalîzmê ye. Gava Asker Şamîlov vê ecêba nedîtî dibihîze, aqil di sêrî de namîne, hema radike kursiya bin xwe û li serê mudeîam dide. Qêrîn pê dikeve, polîs ji derva tên Şamîlovî zeft dikin û pirsiyar dikin ku çi bûye çi qewimiye. Şamîlov radibe li wê derê vê îddîa bêbingeh diguhêze û dibêje "ez razî me ku hûn çi cezayî bidin min lê bes bihêlin ku ez ji we re bêjim bê ka Ahmedê Xanî kî ye. Ahmedê Xanî şairekî kurd e, berî niha bi sêsed salan; di sedsala 17-ê de jiyaye, ew li ku û ajaniya emperyalîzmê li ku?" Tevî ku bêbingehiya îthama mudeîam diyar dibe jî ji bo ku Şamîlovî kursî li serê wî daye sal û nîveka din jî cezayê hebsê didinê, dere zîndanê cezayê xwe dikêşe û derdikeve. Werger jî di 1976-ê de tê weşandin.

Ew beşên dînî yên ku di beşên pêşîn ên Mem û Zînê de hatine, ji bal wergêr ve nehatine wergerandin û bi îddîa ku pêwistî bi wan nîne di wergera azerî de nehatine weşandin57. Ji bilî vêö di kovara Azerbaycan (10/1971) de ku li Bakuyê weşiyaye, lêkolîneke Asker Şamîlov a bi navê "Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê" derket. Asker Şamîlov di vê lêkolîna xwe de îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarî yê nav Azerbaycanê ye58. Dr. Nûreddîn Zaza, gava berhevoka Memê Alan a ji bal Roger Lescotî ve di 1942-yê de hatiye weşandin xwerû dike û ji nuh ve dide ber weşanê, pêşgotinekê jî jê re dinivîse ku di wê pêşgotinê de ji hin aliyan ve Mem û Zîna Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî hatine raberîhevkirin. Memê Alan a bi pêşgotina Dr. Nûreddîn Zaza bi nasnavê çîroknivîs cara pêşîn di nava weşanên Bahozê de hat weşandin. Cara duduyan, ev kitêb di 1978-ê de li Tirkiyeyê ji bal weşanên Özgürlük Yolu (Riya Azadî) ve tevî wergera wê ya tirkî hat weşandin.

Cara sisiyan bi navê Weşanên Riya Azadî di 1990-ê de li Almanyayê bêyî wergera wê ya tirkî hat weşandin59. Sadiq Bahaeddîn Amedî di kitêba xwe de ya bi navê Hozanvanêt Kurd ku sala 1980-yî li Bexdayê ji alî çapxaneyî Korrî Zanyarîy Îraq (Akademiya Zanistî ya Îraqê) hatiye çapkirin cihek ji bo jiyan, berhem û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî jî veqetandiye û yek du şiîrên wî jî çap kirine60. Agahdariyên ku Sadiq Bahaeddînî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane, ew agahiyên Alaeddîn Seccadî ne ku Amedî carina rasterast ji wî bi xwe û carina jî di riya Hesenê Qizilcî re (ku ev pêşgotina xebata Hejar Mukriyanî ye) ji wî girtine. Sadiq Bahaeddîn Amedî, her wiha cih daye çîrokeka gelêrî ku di heqê têkliyên Ahmedê Xanî de ye bi mîrê Cizîra Botan re. Amedî cîh dide nameyeka kurdekî ji Hekariyan ku di wextê xwe de şandiye radyoya kurdî li Bexdayê û gotiye ku „Xanî ji Xana Sêmalan e û ev gund di nava hidûdê Hekariyan de ye.‟ Sadiq Bahaeddîn Amedî, di vê derê de dinivîse ku E. B. Soane, di kitêba xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish Language, (London, 1913) de dinivîse ku "Ahmedê Xanî yê Hekarîyê ku kiryarêt wî yêt zor(gellek) çi ji kurdperweriyê yan ji layêt dî ve ji hemiya binavûdengtir e li Kurdistanê û ji derve. Xanî xwendingehek vekir li Bayezîdê digel mizgeftekê".61

Ji meqaleyeka Prof. Qanatê Kurdo ya bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" ku di sala 1980-yî de hatiye nivîsîn û hîn nehatiye weşandin, tê fahmkirin ku di salên 1970yî de Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê daye çapkirin62. Albayê teqaudbûyî yê hêzên jenderman Nazmi Sevgen, di Akademiya Herbê de (Akademiya Eskerî ya Tirkiyê) konferansek bi navê "Doğu‟da Kürt Meselesi" (Li Rojhilatê Pirsa kurdî) da, pişt re di sala 1970-yî de ev konferans di nava weşanên Akademiya Harbê de hat çapkirin. Nazmi Sevgen di vê nivîsara xwe de behsa Mem û Zîna Ahmedê Xanî û behsa gorra Mem û Zînê jî dike. Di mesela gorrê de wiha dinivîse Nazmi Sevgen: "Gorra Mem û Zînê li Cizîrê, li gorristana Camiya Emîr Abdullah e. Ev ji alî dostê min Abdullah Cîzre ve hatiye tesbîtkirin. Her du bi hev re di bin kêla gorrekê de ne"63. Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe de ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî, li hin cihan; bi taybetî jî di wî beşê lêkolîna xwe de ya bi navê "Tarîxa Lêgerîna Edebiyata kurdî li nav kurdan da û Rûsistanê da" û di wê beşa taybetî de ku li ser Ahmedê Xanî, jiyan, berhem bîrûbaweriyên wî ne, behsa xebatên Aleksandre Jabayî û yên M. B. Rudenkoyê jî dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî kirine û bi vî awayî

behsa wî û eserên wî jî dike64. Qanatê Kurdo dibêje ku wî han daye da Rudenko vê xebatê amade bike. Loma jî ew her wiha bûye redaktorê kitêba Rudenkoyê ya li ser Mem û Zînê û hem jî pêşgotinek jê re nivîsiye. Tiştekî balkêş ew e ku tevî ku M. B. Rudenkoyê Mem û Zîn hemû wergerandiye rûsî û di Mem û Zînê de Ahmedê Xanî bi xwe gotiye ku ew kengî hatiye dinyayê jî, Prof. Qanatê Kurdo di Tarîxa Edebiyata Kurdî de, nivîsiye ku Rudenkoyê di pêşgotina kitêba xwe de nivîsiye ku "Ne eyan e kîjan salê A. Xanî ji dayika xwe bûye..."65 Pişt re ji şîrovekirinên Prof. Qanatê Kurdo diyar dibin ku wî bi xwe jî Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi dûr û dirêjayî lênekolaye û ew Mem û Zîna Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî têkilhev dike, navên qehremanên Mem û Zînê şaş dinivîse (Ji dêlva Arif re Erfan) û hin navên qehremanên destana folklorî jî wekî yên qehremanên berhema Xanî destnîşan dike ku bi rastî ev qehreman tenê di destana folklorî de hene (wekî Qeretajdîn)66. Di kovara Ronahî de ya ku sala 1961-ê li Iraqê derket bi navê "Ahmedê Xanî û berhemên wî" meqaleyeka Qanatê Kurdo derket.

Her ev meqale di hejmara 13. 5. 1962-yê a rojnama Riya Teze de jî hat weşandin. Wî her wiha sala 1969-ê di du hejmarên kovara Çiya de ku li Almanyayê dihat weşandin, bi navê "Fikrên qewmî di eserên Ahmedê Xanî de" lêkolîneka xwe da weşand. Qanatê Kurdo di sala 1978-ê de jî di hejmara 6-ê a Govarî Korrî Zanyarîy Kurdî de meqaleyeka xwe ya bi navê "Derheqa Şovêd -Mem û Zîn-a Zargotî û şova -Mem û Zîn-a Ahmedê Xanî" da çapkirin ku tê de Mem û Zîna Ahmedê Xanî û varyantên devkî yên gelêrî dide berhev67. Esas li gora ku ew bahs dike, ev meqale ji wê pêşgotina bi navê "Peywendiya Folklor û Lîteratura kurdî" hatiye wergirtin ku wî ji bo kitêbekê amade kiribû û ê di demên pêş de bihataya weşandin. Naveroka vê kitêbê ew bû ku gellek varyantên devkî û ya edebî ya Mem û Zînê dida berhev. Lê ev kitêb heta îro jî nehatiye weşandin. Bi munasebeta ku Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê da weşandin Prof. Qanatê Kurdo di sala 1980-yî de meqaleyek bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" nivîsî û şand ji Berbangê re ku bê çapkirin. Lê ev meqale tiştê ku ez dizanim heta niha nehatiye çapkirin û di arşîva Mahmûd Lewendî de peyda dibe68.

Di ansîklopediya tirkî de ya bi navê Yurt Ansiklopedisi, di beşê Hakkari de kurteparagrafek li ser Ahmedê Xanî jî heye69. Ferhad Şakelî lêkolîneka hêja ya zanistî li ser jiyan û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî yên kurdayetîyê û ciyê wî di nasyonalîzma kurdan de bi îngilîzî amade kiriye û di 1983-yê de ev bi navê Kurdish Nationalism in Mem u Zin of Ehmedi Xani pêşkêşî Beşê Zimanên Îranî yê Unîversîteya Uppsalayê ya Swêdê kiriye. Ev xebat pişt re ji alî Birgitta Nelander hatiye wergerandin ser zimanê Swêdî û ji alî Mekteba Bilind ji bo Hîndekariya Mamostan li Stockholmê (Högskolan För Lärarutbildning i Stockholm) di 1985-ê de hatiye weşandin70. Feryad Fazil Umer, di 1986-ê de kitêbek bi navê Edebî Kurdî li Almanyayê weşand ku tê de beşek jî li ser Ahmedê Xanî ye. Ew Ahmedê Xanî wek nimûneyeka şairên kurmanc di berhema xwe de dide û bi kurtî li ser jiyan û berhemên wî radiweste71. Ev beş kurtebahsek e ku ji hin berhemên berê hatiye komkirin.

Perwîz Cîhanî jî xebatek hêja li ser Mem û Zînê kiriye, gellek nusxeyên çapkirî û yên destnivîs dane ber hev û bi jêrenotên şerhê carna jî bi şerheka fireh a beytan li binê rûpelan danîye, pêşgotinek li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zînê jî amade kiriye, pişt re jî, metnê kurdî yê orîjînalê xebata Rudenkoyê jî daniye pişt vê xebatê û bi vî awayî daye çapkirin. Ev berhem sala 1988-ê li Urmiyê ji alî Navenda Weşanên Ferheng û Edeba Kurdî (Intîşaratî-l Selaheddîn Eyyûbî) ve hatiye weşandin. Divê em destnîşan bikin ku ne di beşê teksta Rudenkoyê de, lê di wî beşî de ku Perwîz Cîhanî, ji hin çap û destnivîsan daye ber hev û amade kiriye, beytek heye ku di tu çapên berî wê de nînin. Pişt re di beşê teybetî de yê li ser Mem û Zînê (Ev beş di kitêba min a bi navê Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîrûbawerî û wî, weşanxaneya Doz de ye – Murad Ciwan) em ê vê beytê pêşkêş bikin û li ser rawestin72. Perwîz Cîhanî her wiha di nav weşanên her wê weşanxaneyê de di sala 1367-ê de bi pêşgotineka xwe ya li ser nasandina Ahmedê Xanî yeka li ser Nûbarê daye weşandin, ku jêrenotên şîrovekirinê jî jê re dane bin rûpelan. Mixabin ku wî navê kitêbê guheriye û kiriye Ferhenga Nûbar73.

Amir[Emîr] Hassanpour- Aghdam, sala 1989-ê li Unîversita Illinoisê nameya xwe ya doktorayê ya bi navê The Language Factor in National Development: The Standardization of the Kurdish Language 1918-1985 da. Di vê doktorenamê de beşê çaran li ser dialektên edebi yên kurdi ye ku ji sedsala 15-ê dest pê dike hetta Şerê Cîhanê tê. Di vê beşê de rola Ahmedê Xanî jî bi awayekî qenc hatiye destnîşankirin74. Dr. Emîr Hesenpûr, lêkolîneka din a rexnegirî li ser dewra Ahmedê Xanî, kurdperweriya wî, daxwaza wî ya hukumraniya siyasî a kurdan kiriye ku ev, bi navê "Gelî kurd û destelatî sîyasî le Mem û Zînî Xanî da" di hejamara 12-ê a Gzîngê de hatiye weşandin. Diyar e ku meqale di wê hejmarê de xelas nebûye ê dewam bike75. Namûk Açıkgöz ê tirk ê ku bi xwe sentezîstekî tirkîslamî ye, sala 1990-î bi navê "Ahmed-i Hani‟nin Mem u Zin adlı Mesnevisi ve Klasik Edebiyattaki Yeri" (Mesnewiya Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û ciyê wê di edebiyata klasîk de) meqaleyek di kovara Türk Dünyası Araştırmaları de daye weşandin.

Açıkgöz wekî nîjadperestekî tirk di vir de fikra Ahmedê Xanî ya kurdeweriyê bi tevayî veşartiye û ew wekî şairekî îslamî yê şerqî daye nasîn. Ew ji wê teza tarîxî ye ku dibêje „kurd jî bi eslê xwe tirk in‟ hareket dike û Ahmedê Xanî wekî şairekî tirk qebûl dike, pirtir jî ji alî edebî û hunermendî ji alî forma mesnewiyan li ser Mem û Zînê radiweste76. Mehemed Emînê Osman, li Kurdistana Iraqê, Mem û Zîn bi şîrovekirin û vekolînekê û bi daneberheva çend nusxeyên çapkirî û destnivîs amadekiriye û ev berhem li Bexdayê di çapxaneya Cah‟iz de hatiye çapkirin. Li ser kitêbê ne diyar e ku kitêb kengî hatiye çapkirin, lê Mehemed Emînê Osmanî bi xwe tarîxa 18-ê meha 1-ê ya 1990-ê li bin pêşgotina xwe daniye û berî çapê muwafeqa Wezareta Seqafê û îlamê di 14-ê meha 2-ê a 1990-ê de jê re derketiye. Mehemed Emîn du lêkolîn xistine pêşiya vê çapa Mem û Zînê. Di ya pêşiyê de ew Mem û Zîna Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî dide ber hevdu, wekhevî û cudayiyên wan destnîşan dike, piştre jî navê wan çavkanî û berheman dide ku heta niha varyantên Memê Alanî çapkirne, an li ser wan lêkolîn kirine. Di lêkolîna duduyan de, Mehemed Emînê Osman li ser jiyana Ahmedê Xanî, li ser naveroka Mem û Zînê radiweste, behsa wê yekê dike ku wî ev xebat çawa amade kiriye.

Her wiha wan çapên berê yên Mem û Zînê jî destnîşan dike. Xebateka hêja ye. Tiştekî din ê balkêş di xebata wî de ew e ku di Mem û Zîna wî de du beyt hene ku ev di tu çapên din de yên heta niha ketine ber dest nînin. Em ê di behsa taybetî de ya li ser Mem û Zînê (her di wê kitÊba min ya binavkirî de Mûrad Ciwan) van her du beytan pêşkêş bikin û firehtir li ser rawestin. Sidîq Borekeyî (Safîzade), di wê kitêba xwe de ya bi navê Mêjûyî Wêjeyî Kurdî ku ji du cildan pêk hatiye, cîh daye Ahmedê Xanî jî. Lê bi xemgînî divê em li vir diyar bikin ku bi awakî ciddî hê em li ser beşên din ê kitêbê ranewestiyane, loma jî em nizanin çawa ye, lê beşê li ser Ahmedê Xanî ji zanistî, rastî û ilmiyetê dûr e. Wî agahiyên xwe yên li ser Ahmedê Xanî pirtir ji Alaeddîn Secadî wergirtine, lê gelek caran bêyî ku navê wî bide. Di ser re jî hin agahiyên çewt atfî Alaeddîn Secaddî û M. Emîn Bozarslanî kirine ku wan welê nenivîsiye. Tiştên ku wan rast nivîsîne jî bêyî ku navê wan bide wekî zanîna xwe pêşkêş kirine77. Sidîq Borekeyî(Safîzade), her wiha dinivîse ku di Daîre’l Mearif el-Îslamiyye de ya ku te-„îfa Muhemmed Ferîdûcdî(?) (Qahîre 1918) ye behsa jiyana Ahmedê Xanî tê kirin lê tarîxa jidayikbûna wî şaş hatiye dayîn. Ew her wiha dinivîse ku di kitêba Çend Şairek di Herêma Behdînan de ku ji alî Dr.

Nafi Akreyî hatiye amadekirin, behsa Ahmedê Xanî heye.78 Baba Merdûx Rûhanî, di kitêba xwe de ku bi farisî nivîsiye û navê wê Tarîxê Meşahîrê Kord (Tarîxa Navdarên kurd) e di cildê ewwel de behsa jiyan, berhem û baweriyên Ahmedê Xanî dike. Ev agadarî jî diyar e ku ji Alaeddîn Seccadî hatine79. Zeynelabidîn Zinar, cara pêşîn Nûbara Ahmedê Xanî wergerand ser tîpên latînî û bi pêşgotinekê li ser kurtejiyana Ahmedê Xanî û li ser çapên Nûbarê sala 1986-ê di nava weşanên Roja Nû de li Stockholmê da weşandin. Li vir, ew, her wiha behsa wê yekê dike ku Nûbar sala 1903-yê li Stenbolê çap bûye û nusxeyeka din jî ku bi destê Mele Mihemedê Wanî hatiye nivîsîn li her eynî salê li Berlînê çap bûye. Zeynelabîdîn Zinar destnîşan dike ku wî ev herdu nusxeyên çapkirî dane ber hev û çapa latînî ji ber wan amade kiriye80. Zeynelabidîn Zînar, Eqîdeya Îmanê (ku menzûm e) û Eqîdeya Îslamê (ku nesir e) ya Ahmedê Xanî bi tîpên latînî cara pêşîn di Kovara Nûbiharê de di hejmara 13-ê ya çiriya Pêşîn a 1993-ê de weşand.

Ev her du berhem jî di 1887-ê de bi destxeta Mele Mihemedê Wanî hatibûn nivîsîn û A. von Le Coqî ew di sala 1903-ê de bi navê Kurdische Texte de li Berlînê dabû çapkirin. Eqîdeya Îslamê careka din ji bal Zinarî ve di îlona 1995-ê de di hejmara 3-yê a Çirayê de bi tîpên latînî hatiye weşandin ku wî pêşnivîsek jî jê re nivîsiye.81 Her di vê nivîsa xwe de Zeynelabidîn Zinar, behsa çapa Îstenbolê ya Eqîda Îmanê dike, lê behsa tarîxa vê çapê nake. Her wiha, behsa wê yekê dike ku Mele Ehmedê Qoxî şerheke kurmancî ji vê berhemê re nivîsiye û bi navê Rêberê Sanî, Şerha Eqîdeya Ehmedê Xanî di 1984-ê de daye çapkirin. Ev çap li Tirkiyeyê bûye. Hem berhem, hem jî şerha wê bi herfên erebî ne. Zeynelabidîn Zinar ev berhem tevî şerha wê kiriye latînî û bi vî awayî di sala 1990-ê de li Almanyayê ji alî weşanxaneya Dengê Yekîtiyê hatiye weşandin82. Min ev kitêb dîtiye. Li ser bi erebî wiha dibêje: Kîtabu Rehberê Sanî, telîf: Ehmed Hilmî Qoxî el Diyarbekirî, îla Şî-rî -Eqîde. Bi kurmancî jî li ser qapaxê wiha hatiye nivîsîn: Şerha -Eqîda Şêx Ehmed bin Îlyas el Xanî.

Şerha ku ji Eqîda Îmanê re hatiye kirin şerheke fireh e û dînî, felsefî û tesewufî ye83. Zeynelabidîn Zinar, Eqîdeya Îmanê ya Ahmedê Xanî careka din di kitêba xwe de ya bi navê Xwendina Medresê daye weşan din84. Zeynelabîdîn Zinar, kitêba xwe ya bi navê Nimûne ji Gencîneya Çanda Qedexekirî di sala 1991-ê de li Stockholmê weşand ku li ser hin şair û nivîskarên kurd e. Bi taybetî giraniya xwe daye ser jiyan û şiîrên şaîrên kurmanc, zêdetir jî yên dema berî sedsala me. Di vê berhemê de beşê li ser Ahmedê Xanî jî heye, ku kurtebahsek e li ser jiyana wî û heşt şiîrên wî pê re ne ku ya bi çar zimanan ne tê de, hemî cara pêşîn ji destnivîsariyê xelas dibin û tên çapkirin. Zeynelabidîn Zinar, li cihê ku pêwîst dîtiye, jêrenotên şerhkirinê jî ji wan re nivîsîne. Ferhad Şakelî, sala 1991-ê, di kovara Mamostay Kurd de cih da çar şiîrên Ahmedê Xanî. Ferhad Şakelî di wê pêşnivîsarê de ku wî ji bo wan şiîran amade kiriye, dinivîse ku ew ji nav wan tekstan hatine berhevkirin ku di wextê xwe de ji bal Aleksandre Jabayî ve hatine berhevkirin û niha li Lenîngradê di Kutubxana Lenîngradê (Petersbourga niha) ya dewletê de ne, li ser navê M. Y. Saltikova-Şerdirîn hatine parastin.

Ew dibêje di nava wan destnivîsan de bi tevayî 25 şiîrên Ahmedê Xanî hene û kopyeyên hemûyan li ber destê wî ne85. Lê heta niha Ferhad Şakelî ew neweşandine. Ev çar şiîrên ku di Mamostay Kurd de hatin weşandin pişt re ji alî Şefîk Kaya ve hatin wergerandin ser tîpên latînî û di hejmara 4 (162)-yê a Armancê de hatin weşandin86 Me di beşê şiîrên Ahmedê Xanî de di vê xebatê de (Qesd jî kitêba min a binavkirî ye - Mûrad Ciwan) cih daye van her çar şiîran. Her di vê hejmara Mamostay Kurd de lêkolîneka Tewfîq Wehbî hatiye çapkirin ku ji kovara Dengî Gîtî Taze, hejmar 2 a sala 1943-ê hatiye wergirtin ku li Bexdayê derdiket. Navê meqalê "Yek dû Wêne le Şiîr û Felsefeyî Berzî Ehmedî Xanî" ye87. Di hejmara duduyan a kovara Gzîngê de hevpeyivînek li gel Dr. Ebbas Welî hatiye kirin ku tê de fikrên Ahmedê Xanî yên li ser kurdeweriyê jî tên munaqeşekirin. Di vir de Dr. Abbas Welî wê fikrê diparêze ku goya meriv nikare Ahmedê Xanî wekî

neteweperwerekî kurd, lê wek nîştimanperwerekî hesab bike88. Mahmûd Lewendî, sala 1992-yê di kovara Dîdar de bi navê "Ehmedê Xanî" meqaleyek li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî nivîsiye89. Meqaleyeka N. Hêcibî a bi navê "Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Astronomî", di hejmara 8-ê a 1993-yê a kovara Nûdemê de hatiye weşandin90. Di hejmara 2-3 ya kovara Aso de ku sala 1993-yê ji bal hin ronakbîrên Kurdistana Sûriyeyê hatiye derxistin, Hejarê Darî, gotarek bi navê "Niştimanperweriya Xanî" li ser jiyan û berhemên Xanî nivîsiye91. Her di eynî hejmara vê kovarê de, şiîreka Ahmedê Xanî jî bi sernavê "Çardehê Nîsan" hatiye weşandin92. Ev şiîr pişt re di hin cihên din de jî hatiye belavkirin. Me bi ravekirin ew di beşê şiîrên Xanî de di vê xebatê (Kitêba min ya binavkirî – Mûrad Ciwan) de weşandiye.

Li ser 18 varyantên Mem û Zîna folklorî yan jî bi awayekî din Memê Alan, sala 1991-ê, li Berkeleyê, li Unîversîta Kalîforniyayê nameyeka doktoraya felsefê ya Michael L. Chyet amade bû bi navê "And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. Name pişt re ji alî UMI Dissertation Service ve her di eynî salê de dektîlokirî wekî du cildan hatiye amadekirin, yanî xebat wekî kitêb hîn nehatiye çapkirin. Ev doktorename, xebata herî zanistî, ciddî, berfireh û piralî ye ku tê de hîjde varyantên vê destanê li berhev hatine danîn, ji gellek aliyan ve lêkolîn û tehlîl li ser wan hatine kirin. Di vê navberê de têkiliya wan bi Mem û Zîna Ahmedê Xanî re hatiye pêşkêşkirin û rola wê di nava wan de li gorî zanîn û qenaeta lêkoler hatiye diyarkirin93. Heyder Umer, li Sûriyeyê sala 1991-ê li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî bi erebî kitêbek daye çapkirin ku navê wê Ahmedê Xanî Fî’l’Melheme’lŞî’rîye Mem û Zîn e94. Vazgal Bazîdî, di kovara Roja Nû de ya ku li Stockholmê tê weşandin di du hejmaran de li ser hev hin şiîrên Ahmedê Xanî dane weşandin ku ji destnivîsarên Mele Îbrahîmê Zivingî hatine wergirtin.

Vazgal Bazîdî, di pêşenivîsa xwe de, diyar dike ku Mele Îbrahîmê Zivingî birayê Mela Ehmedê Zivingi ye yê ku Dîwana Melayê Cizîrî bi erebî şerh kiriye. (Ev eser vê paşiyê wekî du cildan li Şamê hat çapkirin. Mûrad Ciwan) Vazgal Bazîdî, destnivîs li Sûriyê ji cem hin kesan peyde kirine, anîne, dane M. Emîn Bozarslanî, wî jî gellek jêrenotên şerhkrinê ji wan re nivîsîne û ev, bi wan jêrenotan di du hejmarên kovarê de hatine weşandin. Tev de neh şiîr in, hin ji wan berê hatine çapkirin, lê hin jî cara pêşîn ji destnivîsariyê xelas dibin û di rûpelên vê kovarê de çap dibin95. Her wiha di hejmareka din a vê kovarê de 6 şiîrên Ahmedê Xanî derketin ku ev ji alî Zera Ûsiv ve ji Vazgal Bazîdî re hatine şandin da di kovarê de bi tîpên latînî bên weşandin. Esas wekî ku Zera Ûsiv destnîşan dike, ew, cara pêşîn ji alî Dr. M. B. Rudenkoyê ji nav tekstên destnivîs ên A. Jabayî hatine derxistin. Wê, sala 1961-ê di kovara Narodî Asîî î Afrîkî nr; 3-yê de bi herfên erebî dane çapkirin96. Li gorî ku Z. Ûsiv dinivîse ev 7 şiîr bûne, lê di Roja Nû de şeş ji wan derketine. Heta ji wan şeşan jî hin ne ew in ku Rudenkoyê dane çapkirin.

Çimkî gava ev şiîr ketine destê Vazgal Bazîdî, wî jî verêkirine ji M. Emîn Bozarslanî re ku şerha wan bike. Wî ev şerh kirine, lê ji ber ku hin ji wan berê di eserên Bozarslanî û hin derên din de derketine, wî pêwîst nediye ku tekstên waryanta bi amadekariya Rudenkoyê bên çapkirinê û têkevin ber destê xwendevan, ji dêlva wan ji Bazîdî re nivîsîye ku ew dikarin yên di eserên din de careka din çap bikin. Wî jî bi ya Bozarslanî kiriye û mixabin ku ji wan şiîrên ku Zera Ûsiv şandine, hin çap nebûne. Ev şiîrên ku bi lêkolîna Rudenkoyê di wê kovara Rûsî de hatibûn çapkirin di 1995-ê de di hejmara 9-ê a kovara Gzîngê de derketin97. Min ew û yên Bozarslanî dan berhev, min dîtin ku ferq di navbera wan de hene û heta yek ji wan li ba Bozarslan qitayeke wê kêm e, li ba Rudenkoyê temamtir e. Baştir ji min re diyar bû ku bi vê tewra nezanistî, çawa em xebatên însanên alim texrîb dikin û carna jî, ji karê pirtir em zerarê digihînin tarîx û kultura xwe. Di beşa şiîrên Ahmedê Xanî ya di vê xebatê de (Kitêba min a inavkirî – Mûrad Ciwan), me ew dane ber hev, kêmasî temam kirine, ferqiyeta navbera wan diyar kirine û pişt re dane weşandin. Ew hejmara kovara Gzîngê ya ku li jorê hat binavkirin dikare hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî bê hesabê ku gellek maqale tê de hene ku lêkolînên di heqê Ahmedê Xanî, berhemên wî û bîrûbaweriyên wi de ne.

Dr. Emîr Hesenpûr ku li Kanadayê, li Montrealê li Zanistgeya Konkordiyayê kar dike, maqaleyeka rexneyî li ser kitêba Ferhad Şakelî nivîsîye ku navê wê kitêbê Kurdish Nationalism in Mam û Zin of Ahmad-i Khani ye. Me ev kitêb berê binav kiribû. Di vê meqalê de Dr. Emîr Hesenpûr bi awayekî zanistî hin agadarî û bîrûbaweriyên Ferhad Şakelî yên li ser dîroka gel û ya edebiyata kurdî, yên li ser lêkolînên Ahmedê Xanî û bîrûbaweriyên wî rexne dike98. Kovarê her wiha cih daye soraniya meqala Joyce Blau a ku wê di konferansa Stockholmê de pêşkêşi beşdaran kiribû. Meqale li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî ye ku di vê xebatê de em li gelek ciyan tên ser vê meqalê. Yê ku ji îngilîzî kiriye soranî Hêriş e99. Meqaleyeka Kemal Mîrawdelî jî di vê kovarê de çapbûye ku navê wê "Axawtinêk li gel -Xanî- da " ye100 Meqaleyeka din a ku derketiye "Dêmenî Jin le Mem û Zîn -î -Xanî- da" ye û ji bal Teyfur ve hatiye amadekirin101.

Her wiha, Şakirê Xudoyê Miho102, Kerîmî Husamî103, Rehmanî Sofî104 û Hêdî105 jî kurtenivîsarek di vê hejmara Gzingê de weşandine. Kovarê beşeka kurt ji lêkolîna Alaedîn Seccadî106 weşandiye ku li ser jiyana Ahmedê Xanî ye. Û her wiha wê meqala Rudenkoyê jî tê de cih girtiye ku me li jorê behs kir. Nivîsara Hêdî li ser danasandina broşurekê ye ku li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî ye û bi farisî hatiye nivîsîn. Hêdî wiha dinivîse "Birêz kak Ezîzî Îbrahîmî, di broşureka 24 rûpelan de ku navê wê Mierifî Şexsiyetê Ehmedê Xanî -Şairê Mihenperestê Kord(Nasandinî Kesayetîy Ahmedî Xanî -Şairî Nîştimanperwerî kurd) e. Ew Xanî û berhemên wî bi farisîzimanan dinasîne"107.

Di konferansa Ahmedê Xanî de ya ku di 27-ê gulana 1995-ê ji alî Komeleya Nivîskarên Kurd, Federasyona kurdan û ABF-a swêdiyan hat amadekirin, Martin van Bruinessen gotarek bi navê "Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Rola wî ya di neteweperweriya kurdî de" pêşkêş kir ku ev gotar pişt re di hejmara çaran a Çirayê de hat weşandin108. Sala 1985-ê, kovara Svensk-kurdisk Journal bi Bruinessen re roportajek kiribû ku di wir de jî hin tehlîlên wî li ser Ahmedê Xanî hatine diyarkirin109. Bruinessen her wiha di kitêba xwe de ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de cîh daye rola Ahmedê Xanî ya di civak û dîroka kurdan de110. Lêkolîneka Rohat Alakom, di heft hejmarên Özgür Politikayê yên navbera11-17ê Îlona 1995-ê de bi zimanê tirkî hat weşandin. Navê vê lêkolînê "Kürt Ulusal Manifestosu 300 Yaşında" ye. Ev meqale bi zimanê tirkî ye. Yek ji wan lêkolinên berbiçav û piralî

yên li ser Ahmedê Xanî ye ku bi munasebeta 300 saliya Mem û Zînê li hundur û derveyî welêt hatin kirin. Ew di vê lêkolîna xwe de, li ser jiyan, xebat û berhemên Ahmedê Xanî bi kurtebirî dinivîse, wan xebatên ku heta niha li ser Ahmedê Xanî û eserên wî hatine kirin destnîşan dike, cardin bi kurtî têkiliyên navbera Mem û Zînê û varyanta gelêrî rê dide, bi vê munasebetê behsa xebatên li ser varyantên gelêrî jî dike. Ew li ser giringiya Mem û Zînê û tesîra wê di nava alim, zana û xelkê kurd de radiweste, bibîr dixe ku di 300 saliya bibîranîna Mem û Zînê de barê ser pişta kurdan e ku deynê xwe ji Ahmedê Xanî re îfa bikin û bi awayekî zanistî, fireh û navnetewî konferansan bicivînin, lêkolînên akademîk hazir bikin û gellek aliyên Ahmedê Xanî zelal bikin ku heta îro di tarîtiyê de mane111. Dilbixwîn Dara, lêkolînek li ser jiyan, berhem, bîr û bawerî, zanîn û xebatên Ahmedê Xanî, ciyê wî di civak û tevgera kurdî de amade kiriye. Bi giranî jî li ser Mem û Zînê rawestiyaye. Ev xebat, ji alî Înstîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û zanînê di tebaxa 1995-ê de bi navê Felsefeya Ehmedê Xanî weka pirtûkekê hatiye çapkirin112.

Li Tirkiyê, Faik Bulut, di hezîrana 1995-ê de bi navê Ehmedê Xanê’nin Kaleminden Kürtlerin Bilinmeyen Dünyası kitêbek da weşandin ku tê de li ser dewra Ahmedê Xanî, şairî mutefekirî, fîlozofî û mutesewwufiya wî, jiyana wî, baweriyên wî yên civakî siyasî, baweriyên wî yên li ser jinan û evînê radiweste113. Di kitêba Ismet Alpaslan de ya bi navê Her Yönüyle Ağrı(Bi hemû aliyên xwe ve Agirî) ku di 1995-ê de li Tirkiyeyê hatiye weşandin, beşekî kurt li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Di vir de Ismet Alpaslan Ahmedê Xanî ji malbata Arwasiyan nîşan dide114. (Li ser vê yekê agahiyên zêdetir di beşê "Jiyana Ahmedê Xanî" de (kitêba min a binavkirî de – Mûrad Ciwan) hene.) Eskerê Boyik, di hejmara bi tarîxa 17-23-yê Eylula 1995-ê ya rojnameya hefteyî ya Azadî de ku li Istenbolê tê weşandin û ya dewama wê de maqaleyek bi navê "Rohilatzanayê Urisetê û Ahmedê Xanî" nivîsiye. Ew, tê de behsa xebatên A. Jaba, Qanatê Kurdo, I. Orbeli û M. B. Rudenkoyê dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî hatine kirin. Pişt re cîh dide lêkolîneka M. B. Rudenkoyê ku "çend salan berê" ji bo rojnama Riya Teze nivîsîbû û bi munasebeta 300

saliya ronahîdîtina Mem û Zîna Ahmedê Xanî careke din ev lêkolîn di Riya Teze de hatibû çapkirinê. Eskerê Boyik ev lêkolîn ji tîpên krîlî wergerandiye ser tîpên latînî û ew di rojnamê de hatiye weşandin. Navê meqalê "Çend gilî derheqa Ahmedê Xanî da" ye115. Eskerê Boyik, di meqala xwe de, gava behsa Orbelî dike, cîh dide wê tesbîta wî ya meşhûr a li ser Ahmedê Xanî ku di wê pêşgotina wê kitêba xwe de ya bi navê Heykelên Zemane Şaîrê Gurcan Rustaveli dinivîse: "Wextê em dibêjin şair di nivîsara xwe da nêzîkî millet e, bi millet û xelqê ra girêdayî ye, hingê em bêhemdî xwe, lazim e navê sê şairên mezin ên rohilatê wek hev bikin û beramber bikin. Ew her sê şair ev in: Yek Fîrdewsiyê îranî ye; yek Rustavelliyê gurc e; yek jî Ahmedê Xanî yê kurd e."116 Felat Dilgeş, meqaleyek lêkolînî amade kiriye û ew bi navê "Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî" di hejmara 15-ê a Nûdemê de hatiye weşandin. Ew, di vê lêkolînê de bîr û baweriyên Xanî û yên Platonî (bi taybetî di warê hukumdariyê de) dide berhev117. Pêşîn(oktober) a 1995-ê kir hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî. Di vê hejmarê de nivîsarên Mahmûd Pakdemîr118,

Rojnama Armancê hejmara xwe ya 4(162)-ê a Çiriya Emîn Narozî119, Joyce Blau120, Nîhad Elî 121 û Mûrad Ciwan122, gotûbêjek bi M. Emîn Bozarslan123 re û axaftineka Prof. Dr. Îzzeddîn Mustefa Resûl124 cîh digre.

Emîn Narozî, di nivîsara xwe de li ser xebatên van kesan rawestiyaye û bi kurtî behsa wan kiriye: xebata Gisbert Jacke ya ku wekî pêşgotin ji kitêba drama ya bi navê Mem och Zin125 re nivîsiye, ya Bazil Nikitin ku dinivîse „Ahmedê Xanî Fîrdewsiyê kurdan e‟, ya Martin van Bruinessen ku di kitêba xwe ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de destnîşan kiriye û ya V. Minorsky ku di Ansîklopediya Îslamê de li ser beşa kurd û Kurdistanê de nivîsiye. Prof. Joyce Blau di kitêba xe de ya bi navê Mèmoire du Kurdistan cihek daye Ahmedê Xanî jî126. Meqaleyeka Mehemed Alî Qeredaxî ya bi nave "Xiştîyekem le saxtimanî binaxeyî /Dîwanî Xanî/ da be bûneyî sêsed saleyî Xanîyewe" di hejmara 80-yê a kovara Rengîn de hate weşandin ku li ser hin şiîrên destnivîs ên Ahmedê Xanî ne û ew şiîrên destnivîs jî di dawiya meqalê de hatine çapkirin. Hemî heşt şiîr in ku çar ji van ji bilî vê kovarê di tu cihên din de nehatine çapkirin û ji vanên li cihên din neçapbuyî dudu ji wan di nava arşîva destnivîs a Aleksandre Jabayî de hene lê

her duyên din li wê derê jî nînin. Me ev her çar şiîr di beşê şiîran de dane weşandin û em zelaltir li ser wan rawestiyane127. Her di eynî hejmara vê kovarê de Mehemedê Mela Kerîm meqaleyeka bi navê "Le pêşwazîy bîrewerîy sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî da; Bozerslan giyanêkî tazeyî kirdewe be bewrî em şakareyî edebî kurd da" amade kiriye ku li ser nasandina kitêba M. Emin Bozarslan e ku ji esl û kurdiya xwerû ya îroyîn a Mem û Zînê pêkhatiye128. Kovara Pirs a ku ji bal hin kurdên rewşenbîr ên Kurdistana Sûriyê tê derxistin, hejmara xwe ya 7-8-ê zivistana 1995-ê - buhara 1996-ê bi tevayî veqetandiye ji bo lêkolînên li ser Ahmedê Xanî bi munasebeta 300 saliya xelasbûna Mem û Zînê. Dêrsim/Memo bi navê "Ehmedê Xanî şoreşger û têkoşerê çerxa xwe bû"129, Hişyarê Kohî bi navê "Ramana E. Xanî" 130, Tengezarê

Marînî bi navê "Nav û nîşanên (Mem û Zîn)a M. E. Xanî"131, Berzo bi navê "Xanî û zimanê kurdî"132, Hewarê Gundî bi navê "Durvê Hunerî yê çîroka Mem û Zînê"133, Rezo, bi navê "Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurdîye kevnar de" 134 meqale nivîsîne. Dilovan, çar şiirên Ahmedê Xanî, ji nav destnivîsên hin melayan dane ber hev û ew di vê hejmarê de weşandine. Ew şiîr di sala 1995-ê de di Roja Nû de jî derketine. Me dane ber hev û di vê xebatê de (kitêba min ya binavkirî – Mûrad Ciwan) jî ew dane weşandin. Dilovanî pêşenivîsek jî ji wan re nivîsiye û bi xwe nav li wan kirine ku ev in: 1- Xanî Pir gotiye, 2- Nexoş im ez, 3-Derê meygedeê, 4-Bes e ah û esef. Li gorî pêşnivîsê, wî, di wextê xwe de heşt şiîr ji defterên destnivîs ên çend melayên kevn û hêja ên wekî Mele Remedanê Seyyid Sulêman, Evdiyê Kurumî, Ahmedê Seyda nivîsîne û dane ber hev û

dîtine ku hemî wek hev in. Li gorî wî yek ji wan wê şiîra çar zimanî ye ku berê di Dîwana Kurmancî a Abulreqîb Yûsifî de hatiye weşandin, yek ya bi navê "Çardeyê Nîsan" e ku di hejmara 2-3 a 1993-yê a Aso de hatiye weşandin, loma cîh nedaye van her duyan û her çarên li jorê binavkirî weşandiye135. Dudu di destên wî de mane ku hêvî dike demeka dinê wan jî biweşîne. Ji ber ku ne navê wan ne jî naveroka wan ên neçapbûyî dîyar dike em nizanin ku heta îro ew çap bûne an na. Kitêbek bi navê Kurdistan’lı Fîlozof Ehmedê Xanî di 1996-ê de li Ankarê hat weşandin ku nivîskarê wê Medeni Ayhan e. Nivîskarê kitêbê li gora ku ew dinivîse ev xebat di zîndanê de di bin şertên dijwar de amade kiriye ku ji du sê çavkaniyan pê ve tu tişt li ber destên wî tunebûne. Meriv vê bêîmkaniyê di rûpelên kitêbê de dibîne. Her çendî kitêb li ser jiyan, dewr, berhem, bîr û baweriyên siyasî, felsefî û tesewufî yên Ahmedê Xanî ye jî bi kil û kêmasiyan dagirtiye. Gava meriv wê dixwîne dibîne ku nivîskar ne ku karibûye van aliyên Xanî deyne ber çavên xwendevanan, lê di serê xwe de berê dinyayek xeyalî ava kiriye û Ahmedê Xanî li wê dinyayê aniye. Loma jî gellek fikr û baweriyên ku têkiliya wan bi Xanî re tunene wek ên wî hatine nîşandan. Heta gellek caran hin fikr wek ên Ahmedê Xanî hatine destnîşankirin ku Ahmedê Xanî bi eksê wan difikire. Piştre diyar e ku nivîskar xwestiye hemû wan zanînên xwe yên di warê siyaset, dîrok,

edebiyat, felsefe û tesawwufê de birêje nava rûpelên kitêbê û têkiliyên Ahmedê Xanî bi wan re deyne136. Loma jî mixabin hinde kedeka mezin a di bin şertên dijwar de berhemeka bi kil û kêmasî daye. Her wiha em ji vê kitêbê tê digihîjin ku girtiyên ji doza PKK-ê ên zîndana Sağmalcılarê a Istanbulê xebateka kollektîf kirine û bi navê Mücadele Tarihimiz Ehmedê Xanî’yi Anlatıyor broşurek derxistine ku metnê Eqîda Îmanê jî pêre ye137. Heta nivîskar di kitêba xwe de perçeyek ji vî metnê Eqîda Îmanê dide weşandin lê hema hema di her misrayeka wê de şaşîtî hene. Helbet meriv nizane gelo ev şaşîtî yên broşurê ne lê yên çapa kitêbê ne. Di hejmara 29-ê a Mamostayî Kurd de ku di buhara 1996-ê de derketiye, meqaleyeka Farhad Şakelî ya bi navê "Sêsed Saleyî Mem û Zînî Xanî"138 hatiye weşandin. Ferhad Şakelî bi munasebeta sêsed saliya Mem û Zînê, behsa wê yekê dike ku Ahmedê Xanî bi taybetî û kurd bi giştî ji alî medeniyet, kultur û edebiyata xwe di nav miletên cîhanê de nayên nasîn, kurd jî ciddî xebatekê nakin ku medeniyet, kultur û edebiyata xwe nas bikin û bi xelkê bidin nasîn. Ew her wiha rexne li wê yekê digre ku siyasetmendên kurd

ronakbîr û edîbên kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar diînin. Di vê navberê re Ferhad Şakelî li ser tarîxa ronahîdîtina Mem û Zînê jî radiweste û îdîa dike ku ne rast e ku meriv sala 1995-ê bike sêsed saliya Mem û Zînê. Li ser van îdîayên wî me zêdetir agahdarî di beşê jiyan û berhemên Xanî de (di kitêa min de ya binavkirî –Mûrad Ciwan) nivîsiye ku hin agahî û îdîa li ser jiyan û malbata Xanî hene ku di cihên din de ez rastî wan nehatime. Di beşê jiyana Ahmedê Xanî de me cih dane van agahiyan jî.139 Bibiranînên 300 saliyê Sala 1995-ê ji alî komele, enstîtu, rojname, hin dezgeh û kesên rewşanbîr ên kurdan ve wekî sêsed saliya ronahîdîtina Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi semîner, konferans, civîn, sohbet û lêkolînên di vî warî de hat bibîranîn. Pîrozbahî û bibîranîneka wiha cara pêşîn di salên 1992 û 1993-ê de ji alî M. Emîn Bozarslan ve hat pêşkêşkirin. Bozarslan di 21-ê Adara 1992-yê de nameyek şand ji UNESCO-yê re û daxwaz kir ku UNESCO sala1995-ê bike sala Ahmedê Xanî û bi vî awayî piştgirîyekê ji kultur, edebiyat û hebûna kurd re bike. Wî, her wiha ji hin rêkxistinên nivîskaran û dezgeyên zanistî yên wekî unîversîtan re jî nameyek şand û hêvîkir ku piştgiriya daxwaza wî bikin. Her çendî ji bal hin rêxistinên nivîskaran ve piştgirî lê hat kirin jî UNESCO-yê ne ku daxwazek wiha qebûl nekir, bersîva nameya wî jî neda. Wî di 21-ê Îlona 1993-yê de

jî nameyek ji rêxistinên kurdan re rê kir û daxwaz kir ku kurd sala 1995-ê bikin sala Ahmedê Xanî û bibîr bînin. Ev daxwaza wî bicîh hat û kurdan di 1995-ê de bi awayên cuda ev salveger bibîranîn140. Di 1995-ê de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sê civîn li dar xistin. Civîna yekê di roja 26-ê sibata 1995ê de li Stockholmê hat lidarxistin tê de Mehemed Enwer û nivîskarê vê xebatê beşdar bûn û li ser jiyan, dewr, bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên millî, siyasî, civakî, felsefî û tesewwufî rawestiyan. Cara duduyan di 27-ê Gulana 1995-ê de, li Stockholmê bi navê Konferansa Ahmedê Xanî civîn hat lidarxistin. Vê carê li gel komeleya nivîskaran, Federasyona Kurdan û ABF-a Swêdî jî amadekarê vê civînê bûn. Prof. Joyce Blau, Martin van Bruinessen û nivîskarê vê xebatê bi gotarên xwe beşdarî vê konferansê bûn, ji gellek aliyan de li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî rawestiyan. Civîna sisiyan cardin li Stockholmê di 8-ê meha dehan a sala 1995-ê de pêk hat ku tê de Prof. Îzzeddîn Mustefa Resûl li ser maneya ronesansê û têkiliyên wê bi Ahmedê Xanî re gotarek da. Bi amadekirina Komkarê, M. Emîn Bozarslan li 11 bajarên Almanyayê û li Swîsreyê konferansên li ser Ahmedê Xanî pêşkêş kirin141

Komkar (Federasyona Komelên Karkerên Kurdistanê) di navbera 20-22-yê çiriya pêşîn(oktober) a 1995-ê de li Almanyayê li bajarê Meckenhaimê bi alîkariya Xaça Sor a Alman(DRK) û Weqfa Heinrich Böll(Heinrich Böll Stiftung) bi navê "Konferansa Navnetewî ya Mem û Zînê û Ehmedê Xanî" civînek amade kir. Kesên wekî Prof. Îzzedîn Mustefa Resûl, Prof. Şakirê Xudoyê Miho, Dr. Husên Hebeş, Sabah Kara, M. Emîn Bozarslan, Ahmed Aras, Prof. Celîlê Celîl û Mihemmed Enwer beşdarî vê civînê bûn û teblîxên xwe pêşkêşî vexwendiyan kirin. Teblîxa Prof. Îzeddîn Mustafa Resûl, "Di heqê Ehmedê Xanî de bi giştî agahiyeke bi rêkûpêk" bû. Li ser Mem û Zînê Prof. Şakirê Xudoyê Muho ji aliyê dîrokî, Dr. Husên Hebeş ji aliyê zimên, Sabah Kara142 ji aliyê dîn, M. Emîn Bozarslan ji aliyê hizra netewî, Ahmed Aras ji aliyê edebiyat û folklorê, Prof. Celîlê Celîl li ser berhevkirina nivîsara Mem û Zîna Ahmedê Xanî tevî şaxên zargotinê û Mihemmed Enwer li ser rewşa îroyînî de pêwendî û bandûra Ahmedê Xanî û Mem û Zînê li ser kurdan dazanînên xwe pêşkêş kirin. Teblîxeka Perwîz Cîhanî jî -herçî ku wî îmkan nedîtibû beşdarî civînê bibe- a ji aliyê civakî û fîlozofî hat pêşkêşkirin143. Komkarê pişt re dokumentên vê civînê di nava kitêbekê de çapkirine.

Enstîtuya Kurd li Berlînê di navbera 24-26-ê meha 11ê a 1995-ê de li Berlînê konferansek bi navê "Konferansa çand û hunera kurdî -Ahmedê Xanî-" li dar xist ku tê de li gel hin pirsên çanda kurdî li ser Ahmedê Xanî jî hat rawestandin144. Hin lêkolîn û meqalên ku di vê konferansê de hatin pêşkêşkirin di hejmara 2-yê a kovara Lêkolîn de ku ji bal vê enstîtuyê tê weşandin hatin belavkirin.

Jêrenot

  1. Beysanoglu, Şevket; Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cilt; 2, Istanbul 1959 r. 326. Neqil ji Malmisanl ı[MALMÎSANİJ], Mehmet "Osmanlı Döneminde Yazılan Kürtçe Eserler" Tarih ve Toplum Aylık Ansiklopedik Dergi, sayı 54, Haziran 1988, Istanbul, r. 59-63. Mehmet Malmisanlı di jêrenoteke wê maqala xwe de dinivîse ku wî di katalogên kutubxanên Istanbûlê de navê vê kitêbê dîtiye ku wiha ye: Ahmet
  2. Auguste Jaba & Ferdinand Justi, Dictionnaire kurde-Francais (St. -PÈtersbourg; Eggers et Cie, 1879) xviii,463 p. Neqil ji Chyet, Michael L., -And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 33.
  3. P. Lerch; "Bericht ¸ber:"ResumÈ de l-ouvrage kourde dAhmed Effendi Khani, fait et traduit par A. Jaba," Bulletin de lAcedÈmie ImperialÈ des Sciences de St. PÈtersbourg. Classe Historico Philologique Registre 1-15. No 547, Tome 15: No. 11 (1858), cols. [161]-171. Neqil ji Chyet, Michael L., "And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 33.
  4. Wiener Zeitschrift f¸r die Kunde des Morgenlandes 12 (1898),
  5. ff. Neqil ji Chyet, Michael L., "And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 33. 8 El Xalidî, Yûsuf Zîyaeddîn Paşa; El Hediyye-l-Hemîdîyye Fî el Lûxe-l-kurdîyye, Derseadet, 1310[1894] r.279-293.
  6. Kurdistan -Rojnama kurdî ya pêşîn 1898-1902 berhevoka Mehemed Emîn Bozarslan cild 1, wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan, Uppsala, 1991 r. 126-127
  7. Le Coq, A. von; kurdisce Texte, 1903 r.40-47. Ji bilî Nûbarê ev her çend eser jî di vê xebatê da hatine weşandin.
  8. Li gora ku Şevket Baysanoğlu dinivîse Abd¸laziz Halis çûkûntaş, bi eslê xwe Diyarbekirî ye, sala 1867-ê hatiye dinê li cihên cuda qadîtî û qaymeqamî kiriye, ji ber bîr û baweriyên xwe yên muxalif car bi car hatiye surgûnkirin yan jî ji bo wan wazîfeyên xwe yên ku heq kirine, nehatiye wazîfedarkirin. Cara dawin li Meletyeyê wazîfe girtiye. Di 1935-ê de miriye.
  9. Beysanoğlu, Şevket; Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cilt; 2, Istanbul 1960 r. 332-334 Alakom, Rohat; "Kürt Ulsal Manifestosu 300 Yaşında", Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê.
  10. Alakom Rohat; "Kürt Ulsal Manifestosu 300 Yaşında", Özgör Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê.
  11. Beysanoğlu, Şevket; Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cilt; 2, Istanbul 1959 r. 123. Neqil ji Malmisanlû [MALMÎSANIJ], Mehmet; "Osmanlı Döneminde Yazılan Kürtçe Eserler", Tarih ve Toplum Aylık Ansiklopedik Dergi, sayı 54, Haziran 1988, Istanbul, r. 59-63.
  12. Bedirxan,M. Salih; "Berî Şîrî Qelem", Rojî kurd, no: 3, 1913, Istanbul r. 24-29.
  13. M[odanî?] X[elîl?]; "Bextreşî û Mehrûmiya kurdan", Rojî kurd, no: 3, 1913, Istanbul r. 29-31
  14. Bozarslan, M. Emîn; "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" , pêşgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, , Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 91-96.
  15. Jîn -kovara kurdî 1918-1919 berhevoka hejmarên Jînê ku ji alî M. Emîn Bozarslan ve hatiye amadekirin, cild 4, 1987, Uppsala. Di wir de binêre; hejmara 16-ê û werger û xwerûkirinên M. Emîn Bozarslanî yên wê hejmarê.
  16. Ji bo agahiyên zêdetir ên di vî warî de, binêre; Malmîsanij & Mahmûd Lewendî, Li Kurdistana Bakur û li tirkiyê Rojnamegeriya kurdî (1908-1981) Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1989, beşên kovar û rojnameya Jîn û binêrin li cildê 4-ê ê berhevoka Jînê ku ji alî M. Emîn Bozarslan ve hatiye amadekirin; bi taybetî li nivîs û wergerên nivîsên hajmara 16-ê.
  17. Malmisanlû[MALMÎSANIJ], Mehmet; "Osmanlı Döneminde Yazılan Kürtçe Eserler", Tarih ve Toplum Aylık Ansiklopedik Dergi, sayı 54, Haziran 1988,Istanbul, r. 61.
  18. Chyet, Michael L.; "And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 31.
  19. Seccadî, Alaeddîn; Mêjûyî Edebî kurdî, 1371 hîcrî, 1952 r.190.
  20. Alakom Rohat; "Kürt Ulsal Manifestosu 300 Yaşında", Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê.
  21. Lescot, Roger; "Introduction," Textes kurdes Vol. 2: MemÈ Alan (Beyrouth: Institut Franşais de Damas, 1942), neqil ji Chyet, Michael L.; -And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 53
  22. Seccadî, Alaeddîn;Mêjûyî Edebî kurdî, 1371 hîcrî, 1952 r.213.
  23. Bozarslan, M. Emîn; "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" , pêşgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, , Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû:M.Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 92.
  24. Bedirxan, Celadet Alî; "Klasîkên Me", Hawar, hejmar 33, r. 9-10, 1-ê çiriya Pêşîn a 1941-ê. Şam çapxana Sebatê, neqil ji Hawar Kovara kurdî a ku hejmerên wê yên navbera 24-57-ê bi hev re cara duduyan bi pêşgotina Nûreddîn Zaza li Berlinê di 1976-ê de hatine weşandin.
  25. Ew şiîra Hacî Qadirê Koyî ya ku di hejmara 3-yê a
  26. Seccadî, Alaeddîn; Edebî kurdî w Lêkolînewe le Edebî kurdî da, çapxaneyî Mearif, 1968, Bexdad r.245-256.
  27. "Çapekanî Mem û Zînî Xanî"; Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan(kovar), no: 5-6, Ab-Eylul 1971 r. 42.
  28. Bozarslan, M. Emîn; "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî", pêşgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, , Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû: M.Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 99.
  29. "Çapekanî Mem û Zînî Xanî"; Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan(kovar), no: 5-6, Ab-Eylul 1971 r. 42..
  30. Bozarslan, M. Emîn; "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî", pêşgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, , Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû: M.Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 99.
  31. Binêre; Shakely, Ferhad; Kurdisk Nationalism i Mem û Zîn av Ehmed-i Xanî, Högskolan För Lärarutbildning i Stockholm, wergerra ji Îngilîzî bo Swêdî: Birgitta Mekander 1985 r.4.
  32. 37. Binêre; Mem û Zîn, Ahmedê Xanî, amadekirdin û perawêznûsînî Hejar, 1989, kurdish Institute press, Paris.
  33. Alakom, Rohat; "Kürt Ulsal Manifestosu 300 Yaşında", Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê.
  34. Rudenko, M. Borisova; Mam i Zin kriticheskii tekst, perevod, predislovie i ukazateli M. B Rudenka, Parniatniki literatury narodov vostoka, Teksty, Mala seriia 13 (Moskva: Izdatel-stvo Vostochnci Literatury, 1962) neqil ji Chyet, Michael L.; -And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 31.
  35. Rudenko, M. B.; Opicanie kurdskix rukopiceiy Leningradckix sobraniy, Akademia Nayk CCCR Institut Narodov Azii, Mockva, 1961.
  36. Rudenko, M. B.; "Edebî kurdîyî sedeyî hevdeyem", Ronakbîrî -govarêkî kulturîy giştî ye, hejmar 1, Martî 1992, Stockholm, r. 73-89.
  37. Şevket, Baysanoğlu; Diyarbakûrlû Fikir ve Sanat Adamlarû, ikinci cilt, Tanzimattan Cumhuriyet-e Kadar, Işûl Matbaasû, Istanbul, 1960, r. 332-340.
  38. Rahşan[Musa Anter]; "Şêx Ehmedê Xanê", Dicle-Firat Aylûk Fikir Gazetesi, hej. 2 1/11/1962, Istanbul, neqil ji Malmîsanij&Mahmûd Lewendî Li kurdiatana Bakur û li tirkiyê Rojnamegeriya kurdî(1908-1981), Weşanên Jîna Nû, Uppsala, 1989, r. 135-150.
  39. Ayyubiyan, Ubaydullah; çirîkey Mem û Zîn: kurdî-farisî, Tabrîz Chapkhanah-i Shafaq, [1962], pp 20-35, neqil ji Chyet, Michael L.; -And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 16.
  40. Husayni, Abd al Hamid; "Ahmad-i Khanî va manzûmah-yî Mam o Zin,", Nashriyah-yî Danishkaadah-yî Adabiyat va Ulûmî Însanî-yaî Tabriz, 25(1352[1963] pp. 74-88.neqil ji Chyet, Michael L.; -And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 28.Noteka taybetî ya ku min ji Malmîsanij wergirt hejmar û tarîxa weşandina vê kovarê bi vî awayî dide: Neşriyyeyê Danîşkedeyê Edebiyyat o ulûmê Însanîyê Tebrîz,Tebrîz, no 105(bihar 1973)
  41. Chyet, Michael L.; And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 28-29
  42. Bozarslan, M. Emîn; "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" , pêşgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, , Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r.
  43. û Mem û Zîn, Ahmedê Xanî, wergêr M. Emin Bozarslan, 3. baskû, Hasat Yayûnlarû 1990, Istanbul.
  44. Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, wergêrê tîpên Latînî û kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995, Uppsala.
  45. Yûsuf, Abdulreqîb; Şaîrên Klasîk ên kurd, wergêrê ji tîpên erebî: Alî Şêr, Weşanên Jîna Nû, 1988, Uppsala.
  46. Binêre; Shakely, Ferhad; kurdisk Nationalism i Mem û Zîn av Ehmed-i Xanî, H–gskolan F–r L”rarutbildning i Stockholm, wergerra ji Îngilîzî bo Swêdî: Birgitta Mekander 1985 r.4 Navê vê berhemê ev e: Mam und Zin: genannt Romeo und Julia der kurden: Übersetzung Vorwort und Kommentare (München: Nukse, 1969) Berhem 47 rûpel in. Neqil ji Chyet, Michael L.; And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 32.
  47. Malmisanlû[MALMÎSANIJ], Mehmet; "Osmanlı Döneminde Yazılan Kürtçe Eserler" Tarih ve Toplum Aylık Ansiklopedik Dergi, sayı 54, Haziran 1988, Istanbul, r. 62.
  48. Kurdo, Qanatê; "Derheqa şovêd Mem û Zîna zargotî û şova Mem û Zîn a Ahmedê Xanî," Govarî Korrî Zanyarîy kurd, 6(1978) pp. 78-110, neqil ji Chyet, Michael L.; -And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 16.
  49. Qazî, Hafiz Mustafa; "Ahmedê Xanî", Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan, hej 1 Hezîran 1971, Bexdad r. 52.
  50. "Çapekanî Mem û Zînî Xanî"; Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan, no 5-6, Ab-Eylul 1971, Bexdad, r.42-43.
  51. Elî, Mehemmed Enwer; Ahmed el Xanî Felsefetu-l-Tesewwuf bî Dîwanîhî "Mem û -Zîn", Camîatu-l-Qedîs Yûsif, Maahad al Şarqîyya 1972.
  52. Serpêhatiyeka balkêş a Asker Şamîlovî li ser vê wergerê heye ku di Îlona 1996-ê de, gava ew hatibû konferansa zanistî ya li ser bajarvaniya kurdan a li Parîsê, wî bi xwe ji Malmîsanij re bahs kiribû û Malmisanij jî ji bo min veguhazt: Gava Asker Şamîlov Mem û Zîna Ahmedê Xanî werdigêre ser zimanê Azerî, ew li Azerbaycana Sovyetî li herêma Kelbejarê dijî û li wê derê
  53. Alakom, Rohat; "Kürt Ulsal Manifestosu 300 Yaşında", Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê.
  54. Alakom, Rohat; "Kürt Ulsal Manifestosu 300 Yaşında", Özgür Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê.
  55. Destana Memê Alan; Weşanên Riya Azadî, K–ln, 1990
  56. Amedî, Sadiq Bahaeddîn; "Ahmedê Xanî", Hozanvanêt kurd, çapxaneyî Korrî Zanyarîy Îraq, Bexda, 1980, r.301-352.
  57. Amedî, Sadiq Bahaeddîn; "Ahmedê Xanî", Hozanvanêt kurd, çapxaneyî Korrî Zanyarîy Îraq, Bexda, 1980, r.310
  58. Kurdo, Prof. Qanatê; "Nûbara Ahmedê Xanî", 22 4 1980, neçapkirî, di arşîva Mahmûd Lewendî de.
  59. Sevgen, Nazmi; Doğu’da Kürt Meselesi, Harb Akademisi Baımevi, 1970, neqil ji Bulut, Faik; Devletin Gözüyle Türkiye’de Kürt Îsyanları, Yön, 1991, r. 305
  60. Kurdo, Prof. Qanatê Tarîxa Edebiyata kurdî, Weşanên Roja Nû, Stockholm, 1983 cildê 1-ê.
  61. Kurdo, Prof. Qanatê; Tarîxa Edebiyata kurdî, Weşanên Roja Nû, Stockholm, 1983 cildê 1-ê, r. 107.
  62. Kurdo, Prof. Qanatê; Tarîxa Edebiyata kurdî, Weşanên Roja Nû, Stockholm, 1983 cildê 1-ê, r.113.
  63. Kurdo, Prof. Qanatê; "Derheqa Şovêd -Mem û Zîn-a Zargotî û şova -Mem û Zîn-a Ahmedê Xanî-,-Govarî Korî Zanyarîy kurdî, cild 6 1978, Bexda. r. 79-110.
  64. kurdo, Prof. Qanatê; "Nûbara Ahmedê Xanî", 22 4 1980, neçapkirî, di arşîva Mehmûd Lewendî de.
  65. "Şeyh Ahmet Hani", Yurt Ansiklopedisi, Anadolu Yayıncılık A.Ş. Istanbul, 1982, Cilt 5, madda Hakkari, r. 3360.
  66. Shakely, Ferhad; kurdisk Nationalism i Mem û Zîn av Ehmed-i Xanî, H–gskolan F–r Lärarutbildning i Stockholm, wergerra ji Îngilîzî bo Swêdî: Birgitta Melander 1985 û Bozarslan, M. Emîn, "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" , pêşgotin, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan, 1995 Uppsala r. 99.
  67. Umer, Feryad Fazil; Edebî kurdî, Le bilawkirawekanî Xwêndinî kurdî, Berlin 1986 r. 74-91.
  68. Cîhanî, Perwîz; Mem û Zîn, Navenda Weşanên Ferheng û Edeba kurdî(Întîşarati-l Selahaddîn Eyyûbî), Urmiye, 1988.
  69. Cîhanî, Perwîz; Ferhenga Nûbar, Ahmedê Xanî, Vejandina Perwîz Cîhanî, Nawenda Weşanên Ferheng û Edeba kurdî (Întîşaratê Selaheddînê Eyyûbî), 1367 Urmiye.
  70. Hassanpour-Aghdam, Amir; The Language Factor in National Development: The Standardization of the kurdish language 1918-1985, Doctoral dissertation (Urbana, Illinois: University of Illinois, 1989).Neqil ji Chyet, Michael L.; -And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 cild 1, r. 33.
  71. Hesenpûr, Dr. Emîr; "Gelî kurd û destelatî sîyasî le Mem û Zînî Xanî da", Gzîng govarêkî werzaneyî ferhengî-edebî ye, hejmar 12, havîna 1996-ê, r. 15-20.
  72. Açıkgöz, Yard. Doç. Dr. Namık, "Ahmed’i Hani’nin Mem u Zin adlı Mesnevisi ve Klasik Edebiyattaki Yeri", Türk Dünyası Araştırmaları, No 67, Ağustos 1990 r. 127-138
  73. Borekeyî (Safîzade), Sidîq; Mêjûyî wêjeyî kurdî, du cild, Întîşaratê Nacî, Bane, 1370, cild 2, r.410-417.
  74. Borekeyî(Safîzade), Sidîq; Mêjûyî wêjeyî kurdî, du cild,Întîşaratê Nacî, Bane, 1370, cild 2, r
  75. Rûhanî, Baba Merdûxê; Tarîxê Meşahîrê Kord,-Urefa, Ulema, Udeba, Şu-era, (kitêb sê cild e)Cildê ewwel, çapxana Siruş, 1364 Tehran, r. 212-214.
  76. Kaya, Zeynelabîdîn; "Pêşgotin", Nûbar, Ahmedê Xanî, Weşanên Roja Nû, Stockholm, 1986("Kaya" gotineka bi tirkî ye û bi mana "Zinar" tê, ku Zeynelabîdîn Zinar herdu jî wekî paşnav ji bo xwe bikar anîne.M.C)
  77. Zinar, Zeynelabidîn; "Eqîdeya Îslamê ya Ehmedê Xanî-, çira kovara kulturî, -kovara komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, hejmar 3, îlon 1995, Stockholm r. 18-21
  78. Zinar, Zeynelabidîn; "Eqîdeya Îslamê ya Ehmedê Xanî-, çira -kovara kulturî, -kovara komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, hejmar 3, îlon 1995, Stockholm r. 19.
  79. Kîtabu Rehberê Sanî, telîf: Ehmed Hilmî Qoxî el Diyarbekirî, îla Şî-rî -Eqîde, Şerha -Eqîda Şêx Ehmed bin Îlyas el Xanî, Şubat 17, 1984.
  80. Zinar, Zeynelabidîn; Xwendina Medresê, Pencînar, Stockholm, 1993 r.79-86.
  81. Şakelî, Ferhad; "Ahmedê Xanî: çwar Şiîr", Mamostay kurd, jimare 11-12, r. 6 Stockholm-Swêd, 1991.
  82. Kaya, Şefîk; "Çend Şiîrên Ehmedê Xanî", Armanc, hejmar4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 5
  83. Wehbî, Tewfîq; "Yek dû Wêne le Şiîr û Felsefeyî Berzî Ehmedî Xanî", kovara Dengî Gîtî Taze, jimare: 2, Bexda, sala 1943-yê, r. 28, neqil ji Mamostay kurd, jimare 11-12, r. 4, Stockholm-Swêd, 1991.
  84. Welî, Dr. Abbas; Hevpeyivîn, Gizîng hejmar 2, Hudiksvall, Swed, r.7-12.
  85. L[ewendî], M[ahmûd]; " Ehmedê Xanî", Dîdar, Kovara Yekîtiya Ciwanên kurd li Swêd, hejmar 3, September 1992, Stockholm.
  86. Hêcibî, N.; "Di mem û Zîna Ehmedê Xanî de Astronomî", Nûdem, hejmara 8-ê, 1993, J”rf”lla/Sweden.
  87. Darî, Hejarê; "Niştimanperweriya Xanî", Aso, hejmar 2-3, Beyrût, 1993, r.2.
  88. Darî, Hejarê; "Niştimanperweriya Xanî", Aso, hejmar 2-3, Beyrût, 1993, r.96.
  89. Chyet, Michael L.; And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. UMI Dissertation Service, 1991 du cild.
  90. Umer, Heyder; Ahmedê Xanî Fî-l-Melheme-l-Şî-rîye Mem û Zîn, Cî û tarîxa çapê ne diyar e, lê li binê pêşgotina nivîsê Heleb fî 25 6 1991 heye.
  91. Bazîdî, Vazgal; "çend Qesîdeyên Ehmedê xanî di destnivîsarên Mele Îbrahîmê zivingî da", Roja Nû -kovara hunerî çandî û edebî, Stockholm 1995, hejmar 42 û 43.
  92. M. B. Rudenko; "Heizvectnike ctixi Axmede Xani(Şiîrên Nenaskirî yên Ahmedê Xanî). Narodî Azîî î Afrîkî 1961, No:3 ya neqil dike Ûsiv, Zera; Helbestên Xanî, Roja Nû-kovara hunerî çandî û edebî, Stockholm 1995, hejmar 44-45(her du hejmar bi hev re derketine M.C).
  93. Rudenko, M. B.; "Şiîrenezanrawekanî Ahmedî Xanî", Gzîng, no: 9, october, 1995, Hudiksvall, Sweden. Yê ku ev lêkoliîn kiriye Soranî û hin jêrenot jê re nivîsîne Qareman çalak e. r.36
  94. Hesenpûr, Dr. Emîr; "Pêdaçûneweyî kitêbî Ferhad Şakelî. Nasyonalîsmî kurdî le -Mem û Zîn-î Ehmedî Xanî da, Bruksêl, Enstîtûyî kurdîyî Bruksêl 1991, 146 lapere", Gzîng, no: 9, october, 1995,Hudiksvall, Sweden, r. 3-11.
  95. Blau, Joyce; "Ehmedî Xanî: Jiyan û Berhem", wergêranewe le Îngilîziyewe Hêriş, Pêdaçûnewe: Haşim, Gzîng, no: 9, october, 1995,Hudiksvall, Sweden, r. 12-16.
  96. Mîrawdelî, Dr. Kemal; "Axawtinêk le gel -Xanî- da", Gzîng, no: 9, october, 1995, Hudiksvall, Sweden, r. 17-22.
  97. Teyfur, "Dêmenî Jin le -Mem û Zîn-î -Xanî- da",Gzîng, no: 9, october, 1995, Hudiksvall, Sweden, r. 23-27.
  98. Miho, Şakirê; "Xanî Behreke bêbinî", Gzîng, no: 9, october, 1995, Hudiksvall, Sweden, r. 28.
  99. Husamî, Kerîmî, "Boçûnêkî Serpêyî", Gzîng, no: 9, october, 1995,Hudiksvall, Sweden, r. 29.
  100. Sofî, Rehmanî; "Ehmedê Xanî Kê bûwe û çî kirdûwe?",Gzîng, no:9, october, 1995, Hudiksvall, Sweden, r.30.
  101. Hêdî; "Nasandinî Namilkeyek le ser Xanî",Gzîng, no: 9, october, 1995,Hudiksvall, Sweden, r. 31.
  102. Alaeddîn, Seccadî; "Ehmedî Xanî (1650-1706)",Gzîng, no: 9, october, 1995,Hudiksvall, Sweden, r. 31.
  103. Hêdî; "Nasandinî Namilkeyek le ser Xanî", Gzîng, no: 9, october, 1995,Hudiksvall, Sweden, r. 31.
  104. Bruinessen, Martin van; "Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Rola wî ya di neteweperweriya kurdî de", çira kovara kulturî -kovara komeleya nivîskarên kurd li Swêdê, hejmar 4 Stockholm, kanûna pêşîn 1995, r.3.
  105. Bruinessen, Martin van; "Martin van Bruinessen Holl”ndsk kurdolog och socialantropolog", Svensk-kurdisk Journal, Nr. 4/1985, ÂrgÂng 1, Sverige.
  106. Bruinessen, Martin van; Ağa, Şeyh ve Devlet, K¸rdistan-in sosyal ve politik –rg¸tlenmesi, Özge yayûnlarû, Ankara, wergera tirkî ji kitêba Îngilîzî ya ku navê wê li jorê derbas bû. Wergêr: Remziye Arslan, r.331 û 449.
  107. Alakom, Rohat; "K¸rt Ulsal Manifestosu 300 Yaşûnda", Özg¸r Politika, rojnameya rojane ku li Almanyayê derdikeve, hejmarên navbera 11-17-ê Îlona 1995-ê.
  108. Dara, Dilbixwîn: Felsefeya Ahmedê Xanî, Înstîtuya kurdîBerlin, Tebax 1995
  109. Bulut, Faik; Ehmedê Xanê’nin Kaleminden Kürtlerin Bilinmeyen Dünyası, tümzamanlar yayıncılık, Hezîran 1995 Istanbul.
  110. Alpaslan, Ismet: Her Yönüyle Ağrı, Ankara, 1995, r. 186187.
  111. Boyik, Eskerê; "Rohilatzanayê Urisetê û Ahmedê Xanî", Azadî, 17-23 Eyl¸l 1995, Istanbul
  112. Boyik, Eskerê; "Rohilatzanayê Urisetê û Ahmedê Xanî", Azadî, 17-23 Eyl¸l 1995, Istanbul
  113. Dilgeş, Felat; "Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî", Nûdem kovara hunerî, edebî û çandî, no: 15 1995, Stockholm, r.33.
  114. Pakdemir, Mahmud; "Berhemên Ehmedê Xanî", Armanc, hejmar4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 2.
  115. Narozî, Emîn; "Ehmedê Xanî û Mem û Zîn di berhemên biyanî de", Armanc, hejmar4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 3-4.
  116. Blau, Prof. Joyce; "Jiyan û Berhemên Ehmedê Xanî" yê ku ji Frensizî wergerandiye kurdî: Malmîsanij. Esas ev nivîsar, gotara Blau e ku roja 27-ê gulana 1995-ê li Stockholmê di "Konferansa Ehmedê Xanî" de hatibû pêşkêşkirin. Îngilîziya wê wekî me berê jî bahs kir hate wergrerandin di kovara Gzîngê de derket, Frensiziya wê jî hat wergerandin ser kurmancî, pêşiyê di hejmara 3-yê a çirayê de, pişt re jî di Armancê de hat weşandin.
  117. Elî, Nîhad; "300 serreya nuştuşê Mem û Zîn û hewnê Ehmedê Xanî", Armanc, hejmar 4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 27 Ev maqaleyeke Zazakî ye ku bi munasebeta sê sed saliya ronahîdîtina Mem û Zînê hatiye nivîsîn.
  118. Ciwan, Mûrad; "Bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên felsefî û tesewwufî", Armanc, hejmar 4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 14, û "Mem û Zîn kengî jiyane?" her eynî hekmar r. 26.
  119. Bozarslan, M. Emîn, "Mem û Zîn xezîneyek e", Armanc, hejmar4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 6. Ev gotûbêjek e ku ji Armancê Emîn Narozî, Hesen Mizgîn û Remzî Kerîm bi munasebeta sê sed saliya Mem û Zînê bi Bozarslan re kirine.
  120. Resûl, Prof. Îzzeddîn Mustefa, "Dewra Xanî dewra zêrîn e", Armanc, hejmar4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 21. Ev nivîs gotarek e ku di 8-ê oktobera 1995-ê de di semînera Stockholmê de hatibû pêşkêşkirin. Ev semîner ji alî Komeleya Nivîskarên kurd li Swêdê hatibû lidarxistin.
  121. Ev Mem och Zina bi zimanê Swêdî, varyanteke Memê Alan e û dramayeka radyoyî ye ku bi hev re çap bûne. Robert Alftan ji Îngilîzî wergerandine û Gisbert J”nicke jî pêşekiyek ji kitêbê re nivîsîye ku di vê pêşekiyê de behsa Ahmedê Xanî jî tê kirin. (Binêre J”nicke, Gisbert, "F–rord", Mem och Zin, Revolt F– rlaget, Helsinki-Finlandiya, 1980 r. 5-11)
  122. Blau, Prof. Joyce; MÈmoire du Kurdistan, Paris, weşanên Findikly, 1984.
  123. Qeredaxî, Mehemed Alî; "Xiştiyekem le saxtemanî binaxeyî /Dîwanî Xanî/ da be bûneyî sêsedsaleyî Xanîyewe", Rengîn, h. 80, 15 Hezîran 1995 r.10, 11, 27
  124. Mela Kerîm, Mehemedî; "Le pêşewazîy bîrewerîy sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî da. Bozerslan giyanêkî tazeyî kirdewe be berî em şakareyî edebî kurdî da", Rengîn, h. 80, 15 Hezîran 1995.
  125. Dêrsim/Memo; "Ehmedê Xanî şoreşger û têkoşerê çerxa xwe bû", Pirs, hejmar 7-8, sal 3, zivistan 1995-buhar 1996, r. 5.
  126. Kohî, Hişyarê; "Ramana E. Xanî", Pirs, hejmar 7-8, sal 3, zivistan 1995-buhar 1996, r. 8.
  127. Marînî, Tengezarê; "Nav û nîşanên (Mem û Zîn)a M. E. Xanî", Pirs, hejmar 7-8, sal 3, zivistan 1995-buhar 1996, r. 27.
  128. Berzo; "Xanî û zimanê kurdî", Pirs, hejmar 7-8, sal 3, zivistan 1995-buhar 1996, r. 33.
  129. Gundî, Hewarê; "Durvê Hunerî yê çîroka Mem û Zînê", Pirs, hejmar 7-8, sal 3, zivistan 1995-buhar 1996, r. 4
  130. Rezo; "Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurdîye kevnar de", Pirs, hejmar 7-8, sal 3, zivistan 1995-buhar 1996, r. 64.
  131. Dilovan; "çend helbestên (Xanî) ên nehatine çapkirin", Pirs, hejmar 7-8, sal 3, zivistan 1995-buhar 1996, r. 86.
  132. Ayhan, Medeni; K¸rdistan-lû Filozof Ehmedê Xanî, Ankara, 1996
  133. Ayhan, Medeni; K¸rdistan-lû Filozof Ehmedê Xanî, Ankara, 1996 r.388 û 298-299
  134. Şakelî, Ferhad; "Sêsed Saleyî Mem û Zînî Xanî", Mamostayî kurd, hejmar 29, buhara 1996-ê, Stockholm.
  135. Cûlemêrgî, Î; "Xanê û Xanî"; Nû Roj, 11-17 çileyê Pêşîn, Istanbul.
  136. Bozarslan, M. Emîn; "Mem û Zîn xezîneyek e" Armanc, hejmar4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 6.
  137. Bozarslan, M. Emîn; "Mem û Zîn xezîneyek e", Armanc, hejmar4(162), çiriya Pêşîn 1995, r. 6.
  138. Pişt re beşek ji teblîxa Sabah Karayî di kovara mehane ya bi navê Nûbihar de derket. Binêre; Kara, Sabah; "Mem û Zînê de Felsefên Hebûnê", Nûbihar, hejmar 37, çiriya Pêşîn 1995, Istanbul, r.3-18
  139. Nûbar, Mehnameya çandî, hunerî, edebî hejmar 37, çiriya Pêşîn 1995, Istanbul.
  140. Di vê konferansê de yên ku li ser Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî rawestiyan ev beşdar bûn: Dr. Kemal Mîrawdelî, Dr. Ali Kılıç, Cemşid Bender, Hüseyin Kartal, Rohat Alakom, M. Emîn Pêncwînî, Mehmet Dewran, Dilbixwîn Dara, Selim Fırat, Abdurrahman Durre, Joyce Blau, Ahmed Tigris, Îkbal Hacibî, Xemgîn Bîrhat, Ozan Serhat, Î. Şerîf Wanlî û Mehemmed Seîd Hesen. Li gorî agahdariyan, Dr. Ali Rıza Arslan ji hatıbû vexwendin, lê ew di vê konferansê de beşdar nebûbû