Meyil û meraqa naskirin û binavkirinê li aliyekî û li aliyê din hewl û daxwaza veguhestina naskirî, ragihandin han dane. Agahdarî û ragihandin berhemê van hewlan in, di encama çalakiyên wuha berdewam û bêrawestan de hatine pê. Heyameke qebîleyan bi îşaretan hev serwext kirine, meram û meqsedên xwe gihandine hev. Agir bikaranîne, dengên corecor derxistine, dahol û teplik kutan e. Roj hatiye qasidên peya û li ser pişta hespan pêde bûne. Cengiz Xan ji bo bicihgihandina fermanên xwe bi hezaran hesp ajotine tiradê. Meretona 42 kîlometreyî bi xwe jî di encama ragihandina nûçeyekê de, mizgîniya serketina li dijê Farisan, di siporê de bûye rekorek. Qasidiya peya û rêwiyan, siwarên li ser piştên hespan jî ji cihekî û pê de kevin bûye, têra zemên hew kiriye. Nûçeyên bileztir, tekûztir û ji awira berdewamiyê pêşketîtir hatine xwestin. Ademîzad çarepêdekir e, li cihekî nasekine, çû asteng û kelemên li ser rê pê nikarin. Qîma xwe bi tiştên li ber destan nayîne, nûjenxwaz e.. Çavên xwe tim li teknîkeke xizmetkartir, metodên bikêrtir û bêrdartir digerîne. Ev xweserî û taybetmendiya wî/wê û me mirovan e. Di nûçeguhêziyê de nivîsandin û bikaranîna nivîsandinê, hêzeke nû ye, di ser yên berî xwe re ye. Zeman pê nikare. Keşfên kaxet û çapxaneyê û ew jî bi hejmarek şoreşên din yên teknîkî û civakî hatin temamkirin û ev giş pile bi pile, gav bi gav di formên corecor yên ragihandin û enformasyonê
de bilaş û gewd bûn û qonaxa çapemenî û rojnamgeriya hemdem, organê piştre jê re „hêza çaremîn“ hate gotin, saz bû. Rojnamgeriya sedsala me ber û encama pêvajoyeke dûr, dirêj û bixwêdan e. Dîroknas dîroka çapemeniyê dikin çar birên bûne xelek ji heman zeranzengî re: 1. Qonaxa yekem bi pêdebûna nivîsandinê dest pê dike û giş sedsalên heta bi Şoreşa Firensa ango sala 1789´an berhimbêz dike. 2. Qonaxa duhem salên nav 1789´an û 1848 n digre ber xwe. Di van salan de çapemenî di serî de, bi serûber dibe. Ev beş kurtir e, li dora 50-60 salan e. Ev jî di nav xwe de dibe du serşax: a. -Salên sansûr û zexta li ser çapemeniyê xurt e. b. -Salên azadiya çapemeniyê heta bi cihekî dikeve jiyanê. 3. Peryoda sêhem salên nav 1850-1914 an e, çapemenî çendalî distewe, balix û kamil dibe. 4. Serdema hemdem û em tê de. Ji Şerê Cihanî yê yekem dest pê dike û ew roj û ev roj hê li kar e. Pêşî û bapîrên rojnameyên îro Her balixbûn û kamilî li cihekî dest pê dike, bi gavekê dikeve rê û rojekê dibêje bismillah. Çawa kitêba herî mezin bi rêzekê û ansîklopediya herî stûr jî bi tîpekê dikeve rê. Gava mirov dikeve pey şopên rojnamgeriya hemdem û dêhna xwe dide dewsên lingan, îşaretên mane dikudîne, tê dîtin ku rêyeke dûr û dirêj li ber mirov e û divê mirov xwe ji rêwîtiyeke çendhezarsalî re amade bike. Belge û wesîqeyên vê sefera ber bi doh de dibêjin ku hê di zemanê Babiliyan de serpêhatî hatine qeydkirin û ji bo nemirkirina bûyer û rûdawan nivîsandin hatiye bikaranîn. Her wuha em dixwînin ku ev nivîs li kûçe û kolanên bajêr jî hatine daliqandin. Misrî û Çîniyan jî di vî alî de xwedî gotin in. Yewnaniyên kevin rêyeke din hilbijartine û wan li meydanên
bi navê Agora, nûçe bi dengên bilind ragihandine û bi dû de jî bi gel re heman nûçe nîqaş kirine. Heyam û dem Beriya Zayinê ye. Di zemanê Julius Sezar de (B.Z 100-44) dewletê bi xwe dest avête raya giştî. Raporên Senato, bi navê “Acta Senatus” weşandine. Şopeke hê xwiyatir salên piştre “Acta Publica” û “Acta Diurna“ ango raporên yekpelî ne. Li hin cihan ji van re “Ori û Efîmerît “jî hatiye gotin. Ev rengekweşan, coreyek arşîvên bûyerên rojane û dîrokî ne. Nûçeyên li ser zewacê, îflas, îdam û merasimên cenazeyan, şewatê, kesên zêde emir kirine, peymanên ku raya giştî têkildar dikin, qanûn û lihevhatinên bi welatên din re, dabaşên li ser leşkeriyê, deryavanî û keştîvaniyê, nûçeyên li ser kevirên ezmanî, bahoz û boblatên corecor û hwd. Beşek ji naverokên wan in. Ev weşan belete û pêşiyên rojnameyên îro ne û bi vê guhertinê yan jî bi yeke din, heta Cermenî ji bakur de dikevin Roma û zemanekî piştretir jî derdikevin. Nûçename. Tu çendî ber bi doh de herî, dîroka biroj û bisal, bi nav û navnîşan teqeziya xwe ji dest dide, şikhilgir û binîqaş dibe. Nûçenmeyên ewil jî kengî, li ku û kê nivîsîne ne serast e, hê jî lêkolînan dixwaze. Pêzanînên berdest, Venedîk destnîşan dikin. Salên 1200 û 1300´î nûçenameyên ewil li vir berşefeq bûne. Firansiyan “Nouvelle Manuscripte” û Ingilîzan jî “News-letter” gotine ji wan re. Şerê di nav Ereb û Sipaniyan de, bayê nûçenameyan radike û rexbeta ji bo wan han dide. Rewşên navxweyî li Elmanya û li Italya jî bûne mîna navtêdanekê û ew gurrtir kirine. Problem û serêşên van herdû welatan mezin bûn, civakên wan serobinî hev bûbûn û mabûn herêm û mîrîtiyên biçûk. Deshelatdariyên navçeyî, cihanbiçûk, ji xwe re û di halê xwe de, ketibûn pêxêrên hev, di qirika hev de bûn. Nakokiyên di nav wan de zehf bûn, dek û dolab li serên hev digerandin, tiştên nemayî dianîn serê hev.
Hikûmet û kilîseyên wan ji bo zanibin di nav şêniyên di bin destên prens û mîrekan de çi dibe, çi diqewime, ji van nameyan kelk werdigirtin û pirr qîmet didan wan. Ev nûçename ji bo wan bûbûn serçaviyên istîxberat û şopandina rewşa hundir. Li Elmanya û li Italya tovrind û dewlemendan ji bo jiyandina van nûçename û nivîskarên gelek pere xerc dikirin. Ewil ev name di nav çend destan de diçûn û dihatin. Xwediyên destan ne zêde, bi tenê rêvebirên dewletê, hin kesên xwiya ji ezbet û malbatên mezin û xwiya bûn. Nameyên destpêkê biçûk bûn, ji wan re *Nouvella a la main* ango nûçeyên li ser destan dihate gotin. Ev nameyên ku ewil bi destan dihatin nivîsandin û piştre li çapxaneyan hatin çapkirin, pêşengên rojnameyên îro ne. Du nimûne hêjayên binavkirinê ne: 1. Nameyên „Le Journal de un Bourgeous de Paris“ ku ji salên nav 1409-1449´an mane. Di van nameyan de ji xeynî nûçeyên li ser şer, serêşên navxweyî, mezheb û olî, nûçeyên li ser skandalan jî hebûn û cih didan nukte, qerf û henekan jî. 2. Nameyên ku bi navê „Fogli Davvisi“ ketine dîroka çapemeniyê. Ev bi Italî ne û ji bo wan nameyên fermî dihate gotin ku di zemanê xwe de Komara Venedîkê ji bo balyozxaneyên xwe yên li derve re bi destan nivîsandine. Ji wan re (pelên nûçeyan) jî dihate gotin. Li vir ne bi tenê mebestên leşkerî û stratejîkî belê yên edebî jî hebûn. Li Italya tovrind û arîstokratan dixwestin giş bûyerên li ser wêje, hunerê û derve zanibin, hayê wan hebe ji wan. Faktorekî din ku ji bo nûçename û nivîskarên wan paşmêrî kiriye, berjewend û meylên olî, wêjeyî û hunermendî ne. Tevahiya van faktoran bi hev re sûk û bazara nûçenameyan mestir dike. Hin ehlên kar û bazirganên jêhatî ku bêhna qezencê dikin, nivîsandinê wek pîşeyekê digrin dest. Nûçe û bûyerên girîng bi destan dinivîsînin, zêde dikin û bi rengê belavokan, bulten û buroşûran difroşin. Bi vî awayî
nûçenivîs û nûçefiroş derdikevin, pêde dibin. Hin kes dukanan vedikin û li ba xwe sekreteran didin xebitandin. Wek nimûne li bajarê Augsbourgê Jeremi Krasser dukandarekî wuha ye. Dikana wî dibe navenda herî navdar û tê gotin ku cihê Krasser gelekî dişibiya rêvebirî, meqer û wargehên rojnameyên piştre. Lê heger mesele bê ser ka nûçenameyên herî kevin li ku hatine parastin û îro li ku pêde dibin, divê mirov navê Ingilistanê bide. Nimûneyên herî kevin li Ingilîstanê ne. Ev name fermanên serokê dewletê ne. Derketina çapxanê salên 1440´an, hejmara nûçenameyan bi carekê re rakir û erda belakirina wan firehtir kir. Derbasbûna ji nûçenameyên destnivîskî ber bi yên çapkirî de bi serê xwe pêşketinek e ku bi xwe re kontrol û sansûra ewil jî tîne. Salname yan jî weşanên peryodîk. Nûçename ne bi rêkûpêk derdiketin. Ne li gora dezeh û tertîbekê dihatin nivîsandin. Nûçeyên wan sade û besît bûn, ne xwedî şîrove û mihakeme bûn. Di destpêka salên 1500´î de weşanên demdiyar wek salname û almenak derketin. Salnameya ewil ji 6 mehan carekê, di dawiya salên 1500´î de li bajarê Kolnê ketiye jiyanê. Cardî di heman salan de di zemanên panayiran de hinek kovar xwiya dibin. Piştre di zemanê împeretor Rudolphê II. de kovarên nûçeyî têne dîtin. Bi dû wan de li Filorensa sala 1597´an yekemîn bultena hefteyî çavên wê tên heyînê. Li Frankfurtê di nav salên 1588-1635´an de bi navê „Mercurius Gallo- Belgicus“ bi zimanê latînî salê carekê weşanek bêsekin derketiye. Di heman salê de li Ingilistanê Lord Worling bi navê “Inglish Mercury” mewkûteyek weşandiye. Ji ber ku peryodîktî taybetmendî û xweseriyeke rojnamgeriyê ye û ewçendî jî girîng e, hin kes li ser bingehê domdiyariya van weşanan dibêjin ku rojnameyên ewil dawiya salên 1500´î û destpêka 1600´î de ji diya xwe bûne. Di vê dîtin û gotinê de rastî heye, belê netemam e. Ji bo ku ji
weşanekê re rojname bê gotin, di wateya başebaş û hemdem de, çar pîvan û kirîter hene: 1. Publisîtet: Yanî derketina rojnamê ji bo herkesî. Bi wateya kesê bixwaze dikare bikire. Giştî û gelemperî ye û bi mebestên wuha derdikeve. 2. Rojaneyîtî: Ev faktor relatîv û nisbî ye, belê xisletek ji yên serekî ye ku tê xwestin, divê hebe. Rojname bênûçe nabe nûçe divên. Wek nimûne ji bo yekemîn rojnameya Siwêd “Hermes Gothicus” ev dema nûçeyan du mehan digre û bi vî aliyê xwe dişibe kovaran. Belê sînor çendî ber bi zemanên kevin û doh de here ewçendî jî rojaneyîtî jî dide û distîne. Belê pêwist e ev hewla nûçedayînê kat û mercên rojname di wan de derketiye jî ji bîra neke, li ber çavan bigre. Helbet pîvan û sînor hinekî jî girêdayê zemên in. Wek nimûne herçendî nûçeyên “Hermes Gothicus” du mehan kevin in jî li gora wî zemanî wek xeber û nûçe hesab dibin. 3. Gerdûnîtî / unîversialîtet: Ev bi xwe jî nisbî ye. Belê bi ser nisbîbûnê de jî ji bo mirov ji weşanekê re bêje rojname, divê ji bo dabaş û beşên cihê xwedî enterese û meraq be. Tu li eslê wê binerî gelekî berî “Hermes Gothicka” derkeve, çapxaneyan û kesên din beyanên nûçeyan bi rengê rûpelekî yan jî ji çend rûpelan çap dikirin. Di van belavokan de mirov dikarîbû li ser bûyerên cihanê wek yên şer, boblatên xwezayê û tiştên wuha bixwîne. Belê her belavok xeberek bû û li gora pîvanên qebûlkirî mirov nikare ji wan re bêje rojname. 4. Derketina peryodîk û di dema xwe de: Yanî tê wateya ku rojname bi rêk û pêk û ne keyfî derdikeve. Ji bo rojnamgeriya hemdem, ji bo mirov karibe bêje rojname bi kêmanî divê heftê carekê birêkûpêk derkeve. Ji bo presa kevin talebeke wuha ne merc e./ Claes- Goran Holmberg, Ingemar Oscarsson, En Svensk Presshistoria/ Dema em van çar faktoran jî li ber çavan digrin, em dibînin
ku em ji van peryodîkan re nikarin bêjin rojname. Lê ev jî di cihê xwe de ye heger mirov bêje ev weşan ji ber peryodîkbûna xwe û şiklê xwe, ne rojname bin jî, gelekî nêzîkî wan in. Tu li eslê wê binerî heta salên 1500´î jî peryodîktî başebaş rûneniştiye û tim tê de valahî û nîvrêhiyek pêde bûye. Rojnameyên ewil û hin taybetmendiyên wan: Rojnameyên ewil ne bi serûber in. Mirov nikare tiştekî wuha bixwaze jî, dê bêcih û nerast be. Serûberî jî xwediyê dîroka xwe ye. Her destpêk zêde ne bi hişmendî ye, bi detay û teferûat ne fikirlêkirî ye. Welat û sala rojnameyên ewil jî mîna nûçenameyan e, bê nîqaş e, hin dibêjin ev cih Elmanya, hin Holenda û hinek jî Italya ye, dibêjin. Hin lêkolîner rojnameya *Avisa, Relation oder Zeitung* ku Johann Carolus derhêner û xwediyê wê ye û li Strasbourgê bi Elmanî sala 1609´an hefteyî derçûye, wek ya ewil qebûl dikin. Nûçeyên vê rojnamê li ser siyaseta derve û şer bûn. Nûçe bêşîrove, bêanalîz û bêcihêyî bûn. Bi heman navî rojnameyeke din sala 1609´an li Augsburgê û li Kolnê sala 1610´an bi navê „Gedenk Wurdige Zeitung“ du rojnameyên din hatine weşandin. Yekemîn rojnameya Ingilistanê sala 1622´an 14´ê Gulanê bi navê „The Weekly News From Italy and Germany“ li Londra, yekemîn rojnameya Firensî sala 1631´ê „Gazette“ hefteyî, li Parîsê, sala 1640´î li Roma yekemîn rojnameya Italî „Gazette Publica“ û Li Polonya jî yekemîn rojname sala 1661´ê derketine. Lê Şerê Sîhsal e (1618-1648) ku ewil li Elmanya dest pê kir û piştre bêj hema giş welatên Rojava kişande nav xwe, ji ber meraq û hewcedariya li ku çi bûye û çi qewimiye, bûne sebeb ku rojnameyên ewil derkevin. Em li vir têkiliya di nav şer û rojnamgeriyê de dibînin. Hevbeşiyeke rojnameyên vê serdemê ew e ku di nav salên 1600-1700´î de naveroka wan bi giranî çîrok û helbest in. Nivîsên siyasî kêm in di wan de.
Ji sala 1704´an û pê de, di rojnameyan de bi taybetî di yên Ingilîzî de nivîsên siyasî êdî cihê fireh digrin. Di dawiya salên 1600´î de (di sala 1691´ê de li Ingilîstanê) pêşketina seyrusefera deryayî û xizmetên postexaneyî, rojnamgeriya rojane han dane û li şûna rojnameyên ku heftê du car yan jî sê caran derdiketin, rojnameyên rojane derdikevin. Gelek ji rojnameyên ewil ji bo nûçeyên derve derketine. Zemanekî nûçeyên şer û bazirganiyê berî yên hundir dihatin. Îro jî nûçeyên derve ji bo rojnamgeriyeke ciddî û hemdem girîngiya xwe diparêzin. Di qonaxekê de dewletan, çapemenî wek aleteke propegendê bikar dianî. Piştre mebest, fonksiyon û libendeyî zêdebûn. Rojnameyên pîşeyî, berteng, berdiyar û avakirên raya giştî ketin weşanê, rohnîdarkirina komelanên gel jî kete nav erkên rojnamgeriyê. Hinek nav û navandin berî rojnameyên rojane derkevin û Şoreşa Firensa li dar bikeve, di weşan û çapemeniyê de hatine bikar anîn: Peyvên wek “gazete”, “Mercure”, “Zeitung”, “Corier”, “Coranto” ji bo navandinên peryodîkên hefteyî, hê Salên 1500 î hatine bikaranîn. Hejmara rojnameyên rojane, salên 1700 î û nemaze piştî Şoreşa Firensa, sal bi sal bi hejmar zêdetir bûne. Salên 1700´î Berî salên 1700´î bibin dîrok û roj li wan here ava û sedsala piştiretir bê cihê wê, li Emerîka û li Ewropa li ser asta cihanê du guhertinên watedar qewimîn. Mebest şoreşên 1776´an û 1789´an in. Herdû şoreşan cihan hejandin, sîstemên monarşîk anîn xwar, serdestiya deshelatdariya neteweyî, pirsgirêka mafê mirovan, azadiya weşan û çapemeniyê bi rengekî nebûyî, xiste serê rojeva jiyanê. Ev serdem hinekî jî dibe serdema rewşenîran. Rewşenbîr ji cihana fikrê dadikevin cihana bitevger û çalakiyan. Radihêjin pênûsên xwe û mîna ku bi qubale girtibin, kitêb, kovar û rojnameyan diweşînin. Yekê li pey ya din derdixin. Azadî ewçendî bi pêş dikeve ku bi tenê di salên Şoreşê de li
Parîsê, hejmara rojnameyan derdikeve 350 heban. Ne ev bi tenê hejmara xwendevanan jî çendcaran li xwe dibe. Çapemenî û weşan bi giştî dibin mîna amûr û çekên rohnîdarkirin, perwerdekirin û organîzekirinê. Ewçendî ku rojname û kovar, dibin dabaşên lêkolînan, rola wan wek navgînên li dijê nezanînê tê pesinandin û tiştên pirr hêja û gelekî binirx têne gotin ku dibin manşet: “Heger ez bi terciheke wuha re bêm himber hev; dê hikûmeteke bêrojname divê yan jî rojnameyên bêhikûmet, ez ê bêdudilî û bêpaxav ya duhem hilbijêrim“, dibe silogana qonaxê. Azadiya çapemeniyê piştre dikeve deklerasyon û beyanameyên dîrokî û di makeqanûnên welatên mîna Emerîka û Firensa de, di salên 1791 û 1783´an de bicih dibin. Bi dirêjaya salên 1700´î kovar ji navendên ilmî û bisînor derdikevin û ji bo pêşketina civatê dibin cih û kursiyên dîtin, guftûgo û pêşniyazan. Di vê qonaxê de hewla rohnîdarkirin û perwerdekirina komelanên xelkê, êdî siloganê rojê ye. Kovarên bi temamî siyasî û wêjeyî çêdibin ku biheşkereyî dîtin û helwestên xwe diyar dikin. Hêza Çarem: rojnamgeriya salên 1800´î. Ji roja jidayikbûn û derketina xwe, rojnamgerî diyardeyeke bajarên mezin û bajaravanîbûnê ye. Salên 1800´î li qerax û teniştên bajaran, taxên mezin çê dibin. Ji her alî de xelk berê xwe dide bajaran, hedef pêdekirina kar e, bajar tije dibin, bi ser ve diherin. Fabrîke didin dû hev, sedsal, bi aliyekî xwe jî sedsala karxaneyan e. Bi hezaran karker di van fabrîkeyan de têne ba hev. Pirsgirêkên xebatê, jiyan û destmizê zêde dibin, xwedan kar û kirêkar têne himber hev, pirs û pirsgirêkên li derûdora deshelatdarî û birêvebirinê dikevin rojevê. Ev giş bi hev re her yek bi serê xwe dibe faktorekî handayîn û xurtkirina weşan û çapemeniyê, dibe zemîna rojnamgerî bipêş bikeve, hilkişe cihê pêwist û helbet hewcedariya bi girtina agehdarî û nûçeyan jî ewçendî zêde dibe.
Rola van gişan li aliyekî, belê pêşketin û mikemeltirbûna çapemeniyê bi şêweyê hê temamtir bi saya keşfên mezin tê pê. Telgiraf, telefon û bi giştî telekomunîkasyon, di pêşketin û serîrakirina çapemeniyê de roleke mezin dilîzin. Ev navgîn nûçe û ragihandinan bilez û bihesanî bighînin her derê. Îcad û keşfên ragihandin bilezxist û ya dûr nêzîk kir, di ber re û pê re coxrafya nûçegirtin û nûçedayinê jî firehtir kir. Ev jî dibû bingeh ji bo çapemeniyeke hemdem ku di vê salê de ava dibe. Çendek ji van îcadan ev in: Sala 1844´an Morseyê Emerîkî telgiraf, ya 1876´an Emerîkiyekî din Grahan Bell, telefon îcad kirin. Îcadên teknîkî mîna “Teleciripter” yan jî “ticker” ku ji aliyê Charles Krum hatin keşifkirin, leza nûçeguhastinê bi carekê re rakir. Makînên Charles, aletên wuha bûn ku nûçe ne bi Alfeba Morsê, belê rasterasta wek nivîsadninê qeyd dikirin. Ji awura weşan û çapemeniyê ev jî guhertineke bikêrbû. Heta berî salên 1800´î, di salên 1600 û 1700´î de ev îmkan hê çê nebûbûn. Nûçe dereng dighiştin xwendevanan, kevin dibûn, tazetiya xwe wundakirin. Yek ji prensîpên bingehîn yên rojnamgeriyê ku pêşkêşkirina nûçeyên taze û germagerma ye, baş kar nedikir, nedixebitî. Li aliyekî îcadên teknîkî û li aliyê din bipêşketina veguhêzî û barkêşiyê, neqilkirin û ragihandina nûçeyan û berhemên çapemeniyê bileztir kirin. Bi xêra vê teknîka barkêşî û veguhêziyê bajar bi hev ve hatin girêdan û ji sala 1840´î û bi vir de li Ingilîstanê êdî rojname bi alîkariya şivên hesin û tirênan hatin belakirin. Êdî ber û berhemên çapemeniyê dighiştin seranserê welat û firotina wan jî êdî çend caran li xwe zêdebûn. Salên piştî 1850´î di dîroka rojnamgeriyê de tiştên mezin diqewimin. Li hin welatên Ewropa li dora 1869´an demxekirina rojnameyan radibe. Ev jî tê wateya siviktirbûna barê mesrefa rojnameyan. Pereyên dewlet wek zikat ji rojnameyan digre kêmtir dibe. Rojname erzantir dibin, xwendevan zêdetir dixwînin. Bandêra vê li ser xwendin û nivîsandinê çêdibe, ji rohnîdarkirin û perwerdekirina civatê re dibe alîkar.
Di vê sedsal û qonaxê de ye ku di tenişta qanûnçêkirin, birêvebirin û darizandinê de hêza çarem ku çapemeniye ji diya xwe dibe. Bi van alî û taybetmendiyên xwe çapemeniya salên 1800´î bi xetên qalin ji çapemeniya sedsalên berî xwe vediqete û cihê dibe. Êdî di vê sedsalê de em bi çapemeniyeke bi karekter û metodên xwe gelekî cihê li himber hev in. Îcadên çendalî, pêşketinên di eniya aborî de û guhertinên di aliyê civakî û avahiya civakê de çêdibin, bi xurtî, bi firehî û kûrayî dibin alîkar ji bo çapemenî gelekî bipêş bikeve. Çapemeniya hemdem ku salên 1800´î çêbûna wê temam bû tu li eslê wê binerî berhemê salên 1900´î ye û balixbûna temam dimîne vê sedsalê. Jidayikbûna ajansên nûçeyan. Li Ewropa û nemaze li welatên Anglo-sakson roj bi roj pêşketina rojnameyan rabûna tîrajên wan û zêdebûna pelên wan hewcedariya bi nûçeyên taze û li ser vî bingehî jî avahiyên komkirina nûçeyan aniye pê. Heta berî bi demekê nûçe bi riya nûçenameyan, nivîskaran, ajan û kuryeyan dihatin pêde kirin. Roj hat ku êdî qirika hewcedariyê hew bi van hilat û pêwistiya bi nûçegihanên sîstematîk û profesyonel derkete meydanê, bû ferzek. Wek nimûne di zemanê Şerê Qirimê de, di nav salên 18531856´an de, nûçegihanê London Times, William Howard Russel deng pê ketiye. Russel bi riya agehdarî û enformasyonên temam li ser rewşa şer, wunda û serketinên şer, sikandal û bêbaviyên di nav şer de bûne, raya giştî rakire ser piyan. Bi vî awayî nûçegihanên rojnameyan bûne xwediyê statuyeke nû û bûne rengek qehreman û lehengên gel. Piştre di nav rojnameyan de reqabet dest pê dike û her rojname çendî dikare dixebite, da ku kêlîk berî kêlîkekê nûçeyên xwe zûtir bighîne xwendevanên xwe. Hewcedarî sînoran nas nake û ji cihekî û pê de ewçendî mezin dibe ku nemaze piştî îcada telgrafê ajansên nûçeyan ava dibin ,wek: Ajansa “Havas”, Firensî ye û sala 1835´an
çêbûye. Ajansa “Wolf” Elmaniye û sala 1849´an hatiye damezrandin. Ajansa “Reuter “Ingilîzî ye û sala 1851´ê dikeve jiyanê. Ajansa “Associated Press”(AP) Emerîkî ye û di zemanê şerê Meksîka de, di navbera salên (1846-1848) de tê damezrandin. Ajansa “TASS” ku sala 1917´an çêdibe li Rûsya. Qonaxa çapemeniya hemdem. /çapemeniya piştî salên 1914 an/ Di salên 1900´î de îcadkirina mekîneyên tîprêzkirinê, bikaranîn û xebitandina teknîka rotatîf, li gora welatan bi tempoyên cihê çapemenî bipêş xistiye.Vê pêşketinê rojnamgeriya hemdem ya îro aniye pê û çapemeniya cihanê derketiye qonaxa xwe ya helî berz. Endustrîbûyîna çapemeniyê û nuhbûna ku vê endustrîyalîzebûnê bi xwe re di avahiya çapemeniyê, ekonomî û di xisletên wê yên siyasî de çêkir, bû sebeb ku ew têkoşîn û reqabeta di nav deshelatdariya çapemeniyê de întenzîvtir bibe. Ji ber sebebên teknolojîkî ji aliyekî de erkên çapemeniyê zêde bûne, rola wê firehtir bûye û li aliyekî din jî di avahiya civakî û aboriya çapemeniyê de, di salên 1800´î de ferqên mezin derketine meydanê. Şerê Cihanî yê Yekem di aliyê aborî de gelekî bandêr li çapemeniyê kir û bû sebeb ku kaniya hatina rojnameyan ku îlan bûn ji meydanê rabin. Rojnamgeriya Tirk. Rojnameyên destpêkî, serdema Tenzîmatê û Meşrûtiyeta yekem. Mîna çapxanê, zanîngeh û akademiyan, rojnamgerî jî bi derengî hate Tirkiyê. Zemanekî Vakanivîs, bûyernivîs hebûn. Kêm be jî hinek ji erkên ragihandinê dianîn cih. Bûyerên xwuyaşop dinivîsandin, li cihekî arşîv dikirin. Dewletê jî ew germa germa û dest bi dest, piştî zemanekî li dora 20-30 salan hiltanîn û piştre ku di ser wan re zemanek derbas dibû bela dikirin. Wuha bû usûl, wuha kar dikir mekanîzmê. Vê kêm zêde heta bi dawiya salên 1830´an jî dewam
kir. Cihana Rojava ji zû de qonaxên name, nûçename, belavok û bûyernivîsiyê kevin kiribû û êdî di ser derketina rojnameyên ewil re ne kêmî 200 salan buhurî bû. Zemanekî din li kar bû. Aş û çerxa agahîgirtin û dayînê derketibû cih û berzayîyeke din. Li Ewropa welat û dewleta bê rojname nemabû. Rojnamgerî û medya êdî wek hêzeke çarem xwedîgotin û xwedîrol bû. Hinek rojnameyên Firensî, Ingilîzî, Holendî û Elmanî derdiketin derveyî welat, dighiştin heta bi Misrê, Izmîrê, Stenbol û gelek bajarên din yên di bin destên Împeretoriya Osmanî de. Hinek balyozxaneyên rojavayî wek yên Firensa û Ingilîstanê li Tirkiye rojnameyên xwe derdixistin. Spectateur Oriental yek ji wan bû. Sultan Mehmûdê duhem ev didît, bi xof û meraqeke mezin bala xwe didayê û ferq dikir bê ka rojnamgerî çendî bihêz e û ji bo jiyan û berdewamiya deshelatdariyekê çendî mîna nan û avê pêwist e. Ji bo vê şahdebûneke xweser û pişporane ne pêwist bû. Çapemenî çendî bikêr û biîsabet e, çi kare bike û çi na heşkere bû. Bêmedyabûn êdî ji bo dewleteke ji xwe razî kêmanî û qusûreke ciddî bû. Li pêşiya dewleta Sultan du rê hebûn ku hilbijartin û bersiv dixwestin: 1Ya tu yê li gora normên hemdem û cihana serdest ji nû ve xwe ava bikî, bêvirde û bêwêde, zend û bendan vemalî û têkevî rê, 2yan jî tu yê ji kerwên bimînî û êdî çi tê serê te û tu û çarenûsa xwe li hev, serên we di zikê hev bidî. Rêvebir û xwedîgotinên Osmanî dudilî, bipaxav û mitale bin jî ji xwe re riya yekê girtin, xwe bi nû ve kirin, neqandin, deriyên xwe ji ramanên nû re vekirin. Sal bi sal rêvebir û nûjenîxwazên Tirk pê dihesiyan ku divê xwe di ber çavan re derbas bikin. Ev fikir hêdî hêdî bicih dibû, qar û degel dibû. Di vê eniyê de ji bo reformên pêwist Sultan bi xwe serî kişand, bi xwe dest avête meselê.
Mehmûdê duhem payîza 1829´an Meclîseke Reforman damezrand û ferman da ku guhertinên têne xwestin bi hewarî bîne cih. Di civîneke xwe de vê meclîsê biryara derxistina rojnameyekê berpêyî Sultan kir. Biryar hate pejirandin û di sala 1831´ê de meha Cotmehê, yekemîn rojnameya Tirk Takvim-i Vakayi kete jiyanê. Di derxistina vê rojnameyê û çend rojnameyên din de Sultan bi şexsê xwe dest avête meselê û bi her tiştê Takvim-i Vakayi ji nav bigir heta bi naverok û şiklê wê, têkildar dibe. Ewçendî û ewqasî ku navê rojnamê bi xwe Sultan lê dike û giş rêvebirên wê datîne. Esat Efendî kire berpirsiyar û Samîm Efendî û Seîd Beg jî wek du mirovên hevkar dan tenişta wî. Esat Efendiyê bi xwe di zemanê xwe de “Vakanivîs”, ango bûyernivîs bû. Zemanekî qadiyê bajarê Mekehê bû. Mîna pîrê rojnamegeriya Tirk qebûl dibe. Berpirsiyarê komkirina nûçe û nivîsandinan Samim Efendî Katibê Bab-i Ali, alîkarê wî Sait Beg jî seresker bûn. Endamên redaksiyonê rasterasta mirovên dewletê ne, burokratên kevin û bi salan in. Sultan wan baş nas dike, ji wan piştrast e, ewle ye li wan. Tecrûbe kirine, şik tune ji wan, dewlet bi wan bahwer e. Takvim-i Vakayi ji pênc beşên bi navên “Umur-u Dahiliye” (nûçeyên hundir), “Umur-u Hariciye”(nûçeyên derve), “Mevad-i Askeriye”(karên leşkerî), “Funûn”(ilim, zanyarî), “Tevcihat-i Ilmiye”(tayinkirina aliman), tîcaret ve Esar (bazirganî û buha) pêk dihat. Ewil heftê carekê derdiket û ji giş rêxistinên dewletê re, ji efser û eşrafên dervebajar û ji balyozxaneyan re dihate şandin. Takvim-i Vakayi û Tercuman-i Ahval kîjan rojnameya ewil e ? Li ser yekemîn rojnameya Tirkî heta niha jî di nav dîroknasên rojnamegeriya Tirkiye de du dîtin hene:
1. Li gora dîtinekê, rojnamegeriya Tirk bi derktina Takvim-i Vakayi re dest pê dike ku ev jî dibe sala 1831´ê 2. Û li gora dîtina duhem ev rojname ne Takvim-i Vakayî, herwuha ne Cerîde-i Havadis e jî, belê Tercuman-i Ahval e ku sala jidayikbûna wê 1860 e. Ev alî li şûna Takvim-i Vakayi, Tercuman-i Ahval wek destpêk qebûl dikin. Her ji ber vê jî sala 1960´î sedsaliya rojnamgeriya Tirk pîroz kirin. Bi vê minasebet û hincetê xwediyê vê dîtinê, gelek çalakî li darxistin, semîner û civîn çêkirin, pûlên salvegerê çap kirin. Derhênerên Tercuman-i Ahval Şinasi û Agah Efendi ne. Şinasi li Parîsê telebe bû û Agah Efendî jî li balyozxaneya Tirk kar dikir. Herdû jî li Firensa diman, mirovên xwenda û rewşenbîr bûn. Tercuman-i Ahval ji Takvim-i Vakayi cihê ye, dixwaze xîtabî xelkê bike. Mîna Takvim-i Vakayi ne resmî û ne organê Sultan e, ew piştî Takvim-i Vakayi bi 29 salan derdikeve. Êdî rojnamevan û rewşenbîrên Tirk têra xwe bi tecrûbe ne. Naveroka rojnamê dewlemend e, tê de nûçeyên borse û aboriyê, lîsteyên biha, wergerandinên corecor û lêkolîn hene. Meydana xîtabê fireh e. Pêwendiyên rojnamê bi dewletê re nebaş in. Rojnameya Tercuman-i Ahval cara ewil sala 1861´ê meha Gulanê li ser hev du hefteyan tê girtin. Taybetmendiyeke din ew e, rojname bi pereyên şexsî derdikeve. Agah Efendî mirovê ewil e ku bê ku fermanê ji dewletê bigre bi derfetên xwe yên kêm rojnameyeke şexsî derdixe. Ev rojname sala 1861´ê di 22´ê meha Cotmehê de kete jiyanê, heftê sê caran û piştre 4-5 caran derketiye. Rojnameya Tercuman-i Ahval nûçeyên xwe yên hundir û derve hilbijartine û ya duhem hewil dane ku ziman ji aliyê xelkê bê fêmkirin. Ev du prensîpên girîng in ji bo rojnameyekê. Li vir ya balkêş ew e ku mirov nûçeyan hildibijêre û xwedî insiyatîv e, ji bo vê û ya duhem jî li ser ziman disekine û behsa zimanekî hesan û sivik dike ku xelk tê bighe.
Di rojnamê de ji nûçeyên derve û hundir pê ve nûçeyên fermî, fermanên dewletê, belavok, destûr û rêbazên lihevhatinan jî hebûn. Herwuha nûçeyên bazar û borseyan,lîsteyên fiyetan, wergerên corecor li ser pirsên aborî û lêkolînan cihekî xurt digirtin. Di du rûpelên hundir de gelek îlanên fermî hebûn. Tefrîka ewil di dîroka rojnamgeriya tirk de cara ewil di Tercuman-i Ahval de derketiye. Xisleteke sêhem serdestiya nivîsên wêjeyî ne, sansur û zext wuha dike. Tercuman-i Hakikat û Ikdam. Piştî rojnameyên Takvim-i Vakayi û Cerîde-i Havadis, gelek rojnameyên din derketin. Di zemanê Tenzîmatê û yê Evdilhemîd de, hejmar zêde bûn. Di van herdû deman de, em dikarin behsa du rojnameyan bi tenê ji yên vê qonaxa berî Meşrûtiyeta Duhem bikin. Yek ji wan li gora dîtineke sêhemîn wek destpêka rojnamgeriya Tirk hesab dibe û ya din jî di zemanê xwe de rojnameya helî mezin e, ev jî Tercuman i Hakikat û Ikdam in. Herdû rojname her yekê bi hin aliyên xwe kareketerîstîk in. Tercuman-i Hakikat sala 1878´an derketiye. Bi şêweyekî ciddî dixwaze bibe rojnameya komelanên xelkê. Li gora hin lêkolîneran bi taybetî kesên çep ji ber vê xîtaba rûlixelkê û zimanê hesan, wek jidayikbbûna rojnamegeriya Tirk hesab dibe û yên berî wê jî bervaja ji ber “gelêrînebûna wan” neketine hesab. Berpirsiyarên Tercuman-i Ahval bi israr hewil didin rojnamê bikin rojnameya xelkê, bi zimanekî ku xelk jê fêm dike, dûr ji terkîbên Erebî û Farisî rojnamê diweşînin. Derhênerê wê Ahmet Mithet Efendi ye. Rojnameyeke din ku hêjayê binavkirinê ye, rojnameya Ikdam e. (1896-1926) yek ji çend rojnameyên bikêr, girîng û xwiya yên serdema Meşrûtiyeta Duhemê ye. Berpirsiyarê wê Ahmet Cevdet e, ev jî heta roja xwe rojnameya herî mezin e. Di serdema Hemîdê Duhem de, di navbera salên 18761908´an de sansureke mutlaq heye. Ceza û sezadayîneke xurt li dar e, hejmara rojnameyan kêm dibe, derxistina rojname û
çapemeniyekê bi serê xwe dibe lehengî û mêrxasiyeke mezin. Taybetmendiya vê qonaxê hewla erzankrina rojnameyan û sadekirin û sivikirna zimanê rojnameyan e. Divê mirov du navên din jî yek Şemsedin Sami û yê din jî Mithat Efendi bibîr bîne. 11´ê Gulana 1876´an sansur hê jî dişide, zewir li ser zewrê tên, zewrên hene têr nakin. Tu li eslê wê binerî her zewir nîşana pêleke tirsa dewletê ye, hewla parastina qirêj û gemara xwe ye. Ji ber vê deshelatdar bêtehemul in. Tecrûbeya Ewropa jî li ber çavan e, di 33 salên di bin nîrê Evdilhemîd de êdî çapemenî nemaye. Mirov dikare bêje çapemenî hew tê naskirin. Ev jî serê rejîmê Evdilhemîd dixwe û êdî rojnamegeriya Tirk dikeve serdemeke din. Meşrûtiyeta Duhem. Ketina desthelatdariya Siltan Evdilhemîd, hewayeke azad çêkir. Dema azadiyê kurt e, rewşenbîrên li sirgûnan, di zemanê xwe de ji ber zext û zordariya Evdilhemîd reviyabûn, hatibûn dûrxistin, vegeriyan welat, îlanbûna meşrûtiyetê rê vekir. Di nav demeke wuha kurt de be jî, gelek rojname û kovar derketin. Bêhna rewşenbîr, nivîskar û berî her kesî jî rojname û rojnamevanan derket. Mîna ku heyfa xwe ji salên bi sansur û wundabûyî hilînin, kitêb çap kirin, weşan weşandin. Meşrûtiyeta duhem sansur rakir. Ev fersend û keysek bû. Bû mesela „Îro heye sibe tune ye, sibe dê çi bibe kes nizane“. Her kes çendî kare tam û zewqa azadiyê derdixe. Kesê weşanan dixwaze weşanan derdixe, yê dixwaze partiyan çêbike partiyan ava dike. Weşan, komel, rêxistin didin pey hev, li vir û li dera han derdibin. Cara ewil neteweyên di bin destên Osmaniyan de nemaze Kurd jî di nav de xwe didin hev, tiştê ji destên wan tê dikin. Di nav du meh û nîvan de hejmara kesên destûra derxistina rojnameyan digrin ji 200´î dubihure. Rexbeta xelkê jî ji bo rojnameyan zêdetir dibe û rojnameyên tîrajên wan 50 hezarî derbas dikin, dikevin jiyana çapemenî û weşanê.
Hejmara kovaran derdikeve 353 heban, cara ewil bi awayekî qet nebûye, paşa, nazir û rêvebir û burokratên dewletê têne rexnekirin. Ne berî derketina rojnameyan û ne jî piştî çapbûna wan sezadayin û sansur nemaye, rabûye. Karekterîstîkên Meşrûtiyeta Duhem. Hewa û atmosfera serdest di zemanê Meşrûtiyeta Duhem de ew e ku mirov tî û birçiyên azadiyê ne, ken û axaftina bêtirs û bi dilê xwe, jî bîra kirine, ji ber zext û zordariya dirêj bi salan devê xwe girtine û ji ber vê jî ji destên xwe derketine, diteqin, ji ser xwe diçin û vê jî carna bi xwe re nimûneyên ku wek ecêbanin anîne. Di vê demê de gelek fikrên siyasî derketine meydanê û giş jî bûne naverok ji rojnameyan û ji çapemeniyê re. Xisleteke din yê vê qonaxê paşkoyên wêjeyî ne. Her celebê wêjeyê, ji fiqre û nukteyan bigir heta bi meqale û tefrîkeyan mirov kare di rûpelên rojnameyan de bixwîne. Bi taybetî nukteyên wêjeyî ji aliyê Mehmud Sadiq û Ali Kemal dest biwan têne kirin, bi pênûsa Ahmet Rasim, dibe xwediyê nimûneyên herî bedew û ji aliyê Ebuziya Welid dibin xwedî firehiyeke neteweyî. Yakub Kadri, Refik Halit û Halide Edib Adiwar jî di vê qonaxê de derdikevin ser dika çapemenî û weşanan. Divê mirov du navên din jî li navên hatine binavkirin zêde bike. Ev jî Ahmet Mithat Efendi û Mehmet Fuat Koprulu ne. Azadiya çapemeniyê ji 23´ê Tîrmehê sala 1908´an heta bi 12´ê Nîsana 1909´an li dora 9 mehan dewam dike. Piştî 31´ê Adarê îdareya leşkerî cardî sansurê dixe kar û hejmarek rojname têne girtin. 28´ê Nîsanê qanûna çapemeniyê tê meclîsê û 14´ê Tîrmeha 1909´an qebûl dibe. Ev qanûn bi gelek guhertinan di salên cihê û piştretir de heta sala 1931´ê 22 salan dimîne û di sîstemê çapemeniyê de êdî birîneke ku dibe cedew û heta rojên em tê de ne jî derman nabe, textê xwe vedide. Kuştina rojnamevanên çep û muxalif. Di destpêka Meşrûtiyeta Duhem de li aliyekî azadiyeke xurt hebû û li aliyê din bi taybetî piştî hatina Itîhat û Teraki kuştin
û terorê dest pê kiribû. Ji aliyê kadroyên vê rêxistinê çar rojnamevan ku hersê salên 1909,1910 û 1911´an li pey hev hatine kuştin ev in: Ahmet Samim (Sadayi Millet), Zeki bey, Hasan Tehsîn (Silah) Piştre sala 1923´an Huseyin Hilmi jî tê kuştin ku rojnameya Iştirak derdixist. Xisleteke din ya vê demê derketina rojnameyên çep e. Rojnameya yekem ya sosyalîst di meha Teşrîna sala 1908´an de derketiye, cih Izmir e. Komela Boykotay derxistiye, navê wê Adim e û hefteyî ye. Dema em behsa rojnamevanên vê qonaxê dikin divê em navên Ahmet Rasim û Lutfi Fikrî jî ji bîra nekin. Yê ewil ji ber ku ji Cerîde-i Havadis bigir heta bi Cumhuriyetê 46 salan di gelek rojnameyan de nivîsiye û yê duhem jî ji ber ku wek siyasetmedar û rojnamevanekî muxalif deng daye û bi navên cihê çend rojname derxistine û tim dijber bûye. Taybetmendiya Lutfi Fikrî dijberbûn û muxalifbûna wî ye. Ji ber vê jî serê wî berdewam ji teşqeleyên deshelatdariyê qet derneketiye û pirr caran jî ketiye zîndanan, ceze xwariye. Çapemeniya Tirk di Qonaxa Tevgerarizgarîxwazî de (1918-1923) Di nav van pênc salan de li Tirkiye du şêwe deshelatdarî çêdibin. Navendên van deshelatdariyan Stenbol û Enqera bûn. Li aliyekî hikûmeta Osmanî û li aliyê din Meclîsa Mustefa Kemal hene. Çapemenî û rojnamevanî jî bûye du alî, bûye du bir: 1. Rojnameyên bi tevgerarizgarîxwazî re û yên li dijê tevgerê. 2.
Yên siyasî û yên ne siyasî.
Li Enedolê çapemeniya Têkoşîna Neteweyî ji diya xwe bûye, kar dike. Rojnameyên ku di nav bêîmkaniyên madî û teknîkî de derdikevin û ji awura kalîte û şikil ne bi serûber in çendpelî ne, belê ji bo yekîtiya neteweyî û bihevrebûyîna welat xizmetên hêja dikin. Di rojname û kovaran vê demê de, li ser rakirin û ranekirina dezgahê xelîfetiyê nîqaş û guftûgoyên germ hene. Sala 1923´an rojnamevanên naxwazin xelîfetî rabe, xelîfetiyê
diparêzin têne mehkemekirin û girtin. Wek Lutfi Fikrî, Huseyîn Cahît Yalçin (Tanin), Ahmet Cevdet (Ikdam), Velid Ebuziya (Tevhid-i Efkar). Sertî û hişkî dubare dibe û du salên temam tê re nabihurin, Qanuna Takriri Sukun dibe daqoqê serê her fikra azad û mafxwaz. Hikûmet wek dixwaze rojnameyan digre û yek li pey ya din 6 rojname deriyên xwe dadidin. Ev jî Tevhid-i Efkar, Son Telgraf, Istiklal, Sebilureşad, Aydinlik, Orak Çekiç, Sada-i hak (Izmir), İstikbal (Trabzon), Kahkaha, Prese du Soir (Stenbol) Savha (Adana). Sala 1930`î û Dengekî Muxalif. Êdî çu reng û dengê muxalif tune. Heta sala 1930 î monotontî serdest e. Li gora Zekeriya Sartel vê salê di nav xelkê de nerehetiyek mezin hebû. Sîstemê yekpartayetiyê xelk bêzar kiribû. Çarenûsa welat di destên partiyeke bi tenê de bû û ev jî dibû sebebê rêvebiriyeke keyfî. Welatiyên Tirkiye tiştên difikirîn newêrîbûn bêjin. Mafê hilbijartinê bi xwe jî bi hesanî nikarîbûn bikar bînin. Di destpêka vê salê de Zekeriya Sertel, Selim Ragib Emeç, Ekrem Uşakligil û Halil Lutfi bi navê Son Posta rojnameyeke muxalif weşandin. Birêvebir Sertel bû. Tîrmeha 1931´ê jî di dîroka rojnamgeriya Tirkiya Komarê de saleke xwedîşop e. Hikûmeta Mistefa Kemal careke din dikeve êrîşê. Ji bo girtina rojnameyan nîqaşeke bihêrs û ne li ser xwe di meclîsê de çêdibe. 5´ê Tîrmehê pêşeng û şûrkêşê CHP berê topên xwe li deng, reng û dîtinên cihê rast dikin. Ahmet Sureya, Mazhar Mufit, Ziya Gewher Etili, endamên Dadgehên Istiklalê û Ali Saip giş li ser hev li dora 20 parlamenterên CHP, yek li pey yê din, yek ji yê din hê girantir qise dikin. Agir ji devê wan dibare û piştî ku bi dehan rengdêrên mîna „gelac, fitne, xayin, xwefiroş, fersendkor, serserî, bêberpirsiyarî“ û zincîreke peyvên mîna wan bi kar tînin, navên rojnamevanan rêz dikin. Ev jî Arif Oruç, Zekeriya Sertel, Ahmet Kadri, Zeynel Besim,
Ismail Hakki û hwd. in. Qisekirê dawî Inonu kevirê xitmê datîne. Pêwistiya bi qanûneke nû ji bo çapemeniyê destnîşan dike û rejîmê zext û zorê li ser çapemeniyê „Matbuat Qanunu“ tê. Piştî 7 salan çend zewrên din li zewrên vê qanûnê têne xistin û êdî hew dihêlin çapemenî û weşana hinekî cihêfikir bêhna xwe bigre û berde. Serdema Çendpartiyetiyê. Sala 1946´an Tirkiye ji sîstemê yekpartiyetî derbasî dewra pirr partiyetiyê bû. Hikûmeta CHP êdî bi mixalefetekê re li himber hev bû. Partiya Demokratê jî hebû. CHP ji bêgavî naçar ma hinekî zewrên sîstemê yekpartiyetî sist bike. Tiştê hêjayê gotinê ye madeya 50´î ji Qanûna Metbuatê ya sala 1931´ê ku selahiyeta girtina rojnameyan *wextî* be jî dabû wezaretê rakir û ev fermana *îdamê * ji destê hikûmetê derxist. Sal 1´ê HezÎrana 1946´an e. Salên nav 1946-1950´î peryodeke gelekî zindî bû di dîroka rojnamegeriya Tirkiye de. Di van salan de tablo û dîmeneke wuha heye: her ku diçe rojnameyên ku piştgiriya muxalefetê dikin û derbasî aliyê Partiya Demokrat dibin zêde dibin. Partiya Demokratê bi piştgiriya çapemeniyê hate ser kar. DP çawa hate ser kar pirsgirêka çapemeniyê girte dest. Pêşniyazek hate amadekirin û piştî du mehan 15´ê Tîrmeha sala 1950´î bi piraniya dengan meclîsê qanûna nû qebûl kir. Ev qanûn bi nisbet yên berî xwe hinekî lîberal bû. Hê jî ev qanûn e ya ku heye. Belê pirr pê hatiye lîstin û bi qanûnên di ser re û di ber re dest û baskên wê hatine şikenandin. Li gora vê qanûnê ji bo derxistina rojname û kovaran destûra hikûmetê ne pêwist e. Lê ji bo ku zewaca nav rojnameyan û deshelatdariya Partiya Demokrat hilweşe ne hewce bû ku demeke dirêj tê re derbas bibe. Nav herdû aliyan vebû û hikûmeta Partiya Demoqratê rojnamevanê navdar Huseyin Cahît yalçin 26 mehan avêt zîndanê. Salên bi dû de DP li dijê rojnamevanan dikeve nav şerekî
bêeman. Sala 195´ an şer êdî heşkere û bêvirde û bêwêde ye. Pirr tûj dibe û heta bi ketina hikûmet û partiyê hew disekine. Salên 1960´an û piştre. Di salên piştî Kodetaya 1960´î heta bi darbeya sala 1971´ê îmkanên çapemeniyê baştirbûne. Qanûnên li ser serê rojname û rojnamevanan ku wek daqoqin ranebûbûn jî belê di nav hewa û atmosfera giştî de tetbîq nabin. Di van 10-11 salan de hejmara rojname û kovaran zêde dibe û çapemeniya çep jî mîna Yon, ANT û çapemeniya Kurdan jî di nav wê azadiya nisbî de dikevin kar. Darbeya 1971´ê hikûmeta berdoşekê generalên darbê, Nîhat Erim du madeyên 22 û 27´an di meha Îonê de radike û azadiya fikir û çapemeniyê ya di salên berê de hebû basko dike. Ewil di 1971´ê de Cumhuriyet û Akşam her yekê 10 rojan û bi dû de jî Kovara Antê û rojnameyên Bugun û Sabah bi temamî hatin girtin û bi dehan rojnamevan û nivîskar ketin zîndanan û hatin sirgûnkirin. Hilbijartinên sala 1973´an meha dehan, dibe destpêka hatina hikûmetên koalisyonê. Ewil hikûmeta Demîrel û piştre ya Ecewît- Erbekan, cardî Demirel, Sadi Irmak, Ecewit, Demirel û hwd. tên heta darbeya sala 1980´î. Darbeya general Evren û salên xwênawî. Salên 1981, 1982 , 1983´an girtina rojnamevanan êdî dibe bi sedan. 10´ê Çiriya 1983´an gelek madeyên ji qanûna sala 1950´î hatin guhertin, cezayê peran zêde bû. Li Kurdistanê giş cihana çapemeniyê kete destên waliyê herêmê. Zora dewletê sal bi sal bi xurtbûna tevgerarizgrîxwazî re û destpêkirina şerê çekdarî re zêde bû, dewletê berê xezeba xwe li rojnamevanên Kurd û şoreşa Kurdistanê rastkir. Piştî sala 1990´î li pey hev bi dehan rojnamevanên kurd hatin kuştin. Taybetmendiya vê qonaxê ew e ku êdî dewlet ne bi tenê bi xwe dike, digre, dikuje, belê dide kirin û kuştin jî. Mudurê Rojnameya Politika Ali Ihsan Ozgur, Seroknivîskarê Rojnmameya OrtaDoğu Ismail Gerçekoz, Li Trabzonê rojna26
mevan Muzafer Fevzioglu, muxabirê rojnameya Demokrat Recai Unal rojnamevanê navdar Abdi Ipekçi hinek bi berikan, hinek bi şikencê û hin jî bi awayê xeniqandinê têne kuştin. Ev dewre û çendsal, bi gelek aliyên xwe dişibe dewra Itihat û Terakkiyan. Li gora lêkolînekê ku Hifzi Topuz kiriye û agehdariyên di kitêba xwe de dide, di nav salên 1980 û 1990´î de daweyên li dijê çapemeniyê hatine vekirin 2000´î derbas dikin. Di van salan de hejmara rojnamevan, nivîskar, hunermend û xwedîweşanxaneyên hatine cezakirin zêdeyî 3000´î ne. 850 caran rojname, kovar û çapemeniyên corecor hatine qedexe kirin. Li gora kovara Komela Rojnamevanên Hemdem, di nav salên 1992 û 1993´an de di dîroka çapemeniya 160 salan de salên herî tarî û bêbav in. Rojnamevanên mîna Çetin Emeç, Mûsa Anter, Turan Dursun, Ugur Mumcu, Izet Kezer û Mehmet Taner Kişlali hatin kuştin. Û ev kuştin û girtin heta îro jî hê nesekiniye. Di beşê li rojnamegeriya Kurdistana Bakur de em dê lîsteya rojnamevanên Kurd ku hatine kuştin pêşkêş bikin.
Beşê Duyem Çavavêtinek û Çend Tesbît. Me di beşê yekem de tecrûbe û azmûna xelk û welatên xwediyê rojnameyên ewil girte dest. Em ji Ewropa ketin rê û ber bi navçeya Rojhilata Navîn de hatin. Me çavek avêt rojnamgeriya serdema Osmanî û Komara Turkiye. Di beşê duhem de jî em dê bi awayekî kurt rojnamgeriya kurd nîqaş bikin û di vê nîqaşê de wê fera giran di mêzênê de piştî perçebûna Kurdsitan bi giranî perçê Bakur be. Li gora lêkolînekê ku ji aliyê M. Lewendî hatiye kirin (M.Lewendî Hîwa 27.04.2002-hej,52) Li dora 1200 kovar, rojname û bultenên kurdî derketine. Helbet ev hejmar îro gelekî zêdetir e. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê hejmara rojname û kovaran çend qat bûye. Li gora vê lêkolînê ji 1200 kovar, rojname û bultenên derketine nêzî 730 hebê wan ji alî partî û rêxistinan û 470 ên wan jî ji aliyê kesan hatine derxistin.
295 heb ji wan bi tenê bi kurdî ne, bi piranî, bi soranî, piştre bi kurmancî dawî bi dimilkî. Yên din bi Erebî, Tirkî, Farisî yan jî nîvenîv in. Li vir rewşa zimanê kurdî û zimanê serdest di rojnamgeriya kurdî de jî derdikeve ber avan. Çima zimanê kurdî lewaz e, çima qels maye hinekî jî divê mirov li sebebên wê li vir bigere. Ev rastî ne ku îro yan van salên dawî çêbûye, ev gelekî ji kevin de heye. Helbet rola vê li ser fikirkirina bi kurdî jî heye, ne mikun e tunebe. Nêzî 35 kovar û rojname jî bi zimanên din derketine. Wek Ingilîzî, Elmanî, Firensî, Siwêdî, Fînî û hwd.. Ji van kovar û rojnameyan li dora 630 hebên wan ilegal derketine. Îlegalîte jî pirsgirêkeke din ya rojnamgeriya kurdî ye, berdewam ev alî xurt e, serdest e. Ev hejmar di ser nêvî re ye. Serdestiya zimanên din hê îro jî ku deh sal in em ketine hezarsaal nû dewam dike. Piraniya rojname û kovarên ji aliyê dewletê ve hatine girtin, yên Bakurê Kurdîstanê ne. Hema hema çi bigre ji % 96 ê wan ji teref dewletê hatine girtin, an jî di derheqê wan de mehkeme vebûne. Piraniya rojnamevanên kurd li Kurdistana Bakur ji teref dewletê ve hatine kuştin. Çend Rojnameyên rojane ev in: Birayetî (1974), Gundem, Polîtika, Kurdistanî Newe. Kovar û rojnameyên herî demdirêj: Hewar (1932-1943), Gelawêj, (1939-1949), Berbang (1982), Armanc (19791997), Serxwebûn (1979-…), Riya Azadî (1975-….), Xebat, Kurdistan –PDK-Iran, Riya Teze. Kovar an jî rojnameyên herî jiyankurt: Neynik (1943-Bêrûd), Bihar (Suriye), Berbanga (Kurdistan). Rojname yan jî kovara herî zêde cih guhertiye (Kurdistan) e. Kovar an rojnameya cara pêşî cih daye nivîsên bi dimilkî: Hewar. (1932)
1. Kovar an rojnameya ku cara ewil navê wê bi dimilkî ye. Roja Newe (1963-Stenbol.) 2. Kovar an rojnameya ku cara ewil cih daye devoka Şêxbizinî, Çarçira (1986)
Çend nimûne ji rojname yan jî kovarên ku herî zêde ceza xwarine: Ozgur Ulke, Ozgur Politika, Ozgur Gundem. Hersê jî li bakur in. Ev jî derdixe bê ka ji bo berdewamiyê çendî hewcedarî bi îmkanên maddî heye. Madiyat jî faktorekî berdewamiyê ye. Kovar an rojnameya ku dewletên dagîrker herî zêde li himberê wan suîkast kirine: Ozgur Gundem, Ozgur politika. Li bakur in. Ev xwegirtina li himberê suîkastan û li himberê zextê jî faktorekî din e, ji bo berdewamiyê. Kovar û rojnameyên ku di zîndanan de derketine. Li vir mohra girtiyên PKK´yî diyar e. Ev jî li Bakur e û di nav rêxistinên li bakur de rêxistina ev kiriye PKK´ye. Ev jî faktoreke din û xweseriyeke din e, di rojnamgeriya kurdî de. Ev ji her faktorî zêdetir nîşan û delîla biryardariya parastina berdewamiyê ye, merc çi dibin bila bibin, ne suîkast, ne bombe, ne girtin, ne kuştin, ne cezayên peran, nikarin berdewamiyê rawestînin. Ji bo vê îrade, rêxistin, pere, berxwedan hene. Kovar an rojnameyên ku dewletên biyanî li kurdistanê derxistine: Aga w Rûdawî Hefteyî–Konsolosxaneya Emerîka li Bexdadê, Peyam, Têgihiştinî Rastî – Ingilîzan li Bexdadê derxistine. Yekem kovara jinan: Huner (Bexdad-1958) Rojnameyên ku di şikeftê de derketine: Di zemanê Şêx Mehmûd de, ev jî israreke ji bo berdewamiyê û girîng e: Umêdî Istiqlal, Pêşkewtin. Li gora welatan hejmara rojname û kovaran:
a. b. c. d.
Iraq û Kurdistana iraqê: 378 Turkiye û Kurdistana Turkiye: 165 İran û Kurdistana Iranê: 76 Sûriye û kurdistana Sûriye. 97
Wekî din li dora 22 du welatên cihan û Ewropayê rojname û kovarên kurdî derketine çend welat : Siwêd 139, Elmanya 88, Firensa 27, USA 23, Libnan 21, Sovyet 13, Holanda û Misir 11, Yunan û Kanada 9. Ji van kovar û rojnaman 8 heb ji bo zarokan in, 6 heb mîzahî ne, 7 heb yên jinan e, 17 heb îslamî ne, 7 heb di zîndanan de derketine li Kurdîstana Turkiye. Balkêşe yên zîndanan giş li Bakurê Kurdistanê ne. Ev jî radîkaltî û şoreşgeriya milîtan û siyesetmedarên bakur hinekî be jî derdixe meydanê. Navê ku herî zêde hatiye bikaranîn: Azadî 10, Bang 4, Ala 16, Çiya 9, Deng, Dengê, Dengî 78, Demokrat, Demokrasî 7, Gelawêj 9, Hawar 9, jîn ,Jiyan 22, Kurdistan 22, Newroz 5, Şoreş-Şoreşa 7 Di nav salên 1908-1992´an de li bakur 135 kovar û rojname derketine. Stenbol 39, Enqera 23, Amed 15,
Bajarên Kurdistan yên din 20. Yên mayî li bajarên din yên turkiye derketine. Encam: 100 li metrepolan, 35 li Kurdistanê Hin kovar jî wek Rizgarî û Demokrat Gençlik hem li Stenbol û hem jî li Enqera derketine. Li welatê me karên ciddî û dîrokî fedekariyê dixwazin, Ulke, Welat, Rewşen, O. Polîtîka giş karên ciddî ne. Ew avahiyên fikrî û avahiyên neteweyî ne, bi hesanî dijîn û li ser piyan dimînin. Tehdît, kuştin û xetera girtinê, mîna daqokekî berdewam li ser serê mirov e, dewlet vê dibêje: ``Ez nabêjim weşan û çapemeniya xwe dernexin, hun mêr in derxin. Tu mêr î, fermo! Tu bi xwe bahwerî, biweşîne!`` Çarçeweya fikra me, rojnamgeriya me, em dê çawa bifikirin, çendî û heta bi ku bifikirin, ji aliyê mekanzîmeya dewletê hatiye danîn ve. Ne bi tenê sansura civakî, olî heye, belê ya herî dijwar qedexeyîya dewletê ye. Bi saya berxwedana gelê kurd û şoreşa li Bakurê welat çembera zordariya li ser zimanê kurdî û cihanbîniya zimanê kurdî dişike, derne û qul tê de vedibin. Di qonaxekê de ku rojnamevaniya Turkiyeyê di nav qirêj û gemarê de avjeniyê dike, dilê xwe avêtiye ser sergo, mêjiyê xwe kiriye rehîne û giraw li emanetxaneyan, rojnamgeriya Kurd kategoriya helî bi cesaret e, ev jî ji bo rojnamgeriya Kurd serbilindayiyek e. Li welatê me karên ciddî û dîrokî fedekariyê dixwazin, Ulke, Welat, Gundem, Rewşen, O. Polîtîka û bi dehan rojname û kovarên din giş karên ciddî ne û bi bedêleke giran derketine, bedêl jî girtin, lêdan, bi dehan şehadet, zîndan û sirgûnbûne. Li gora em ji lêkolînên lêkolînerên xwe dixwînin û serwext dibin, piştî rojnameya Kurdîstan disekine ango ji sala 1902 an heta bi sala 1908 an çu weşaneke Kurdan derneketiye. Wa diyar e kovara Ictîhada Abdullah Cewdet mîna weşaneke kurdî hesab nabe, her çendî berpirsiyarê wê bi xwe Kurd e. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta duhem, sala 1908 an rojname û
kovarên kurdî jî derdikevin. Di nav salên 1908 û 1914´an de hejmarek kovar berçav dibin. Salên nav şerê cihanê yê yekem cardî deng ji çapemenî û rojnamgeriya Kurdan dibire û ev jî salên nav 1914-1918´an e. Sala 1918´an û bi taybetî jî piştî Mutarekeya Mondorosê gava ku deshelatdariya Tirkan qels dibe, Kurd dîsa dilebitin. Em li vir bi awayekî vekirî û ji demên din jî vekiritir dibînin ku her dema di deshelatdariyê de valahiyek çêdibe û birêvebiriya navendî qels dibe, Kurd xwiya dibin, pêjin û dengê wan tê. Wekî din tune ne û ev e ya nekirkêriya Kurdan tê re xwiya dibe, ez va me, dibêje. Di dîroka rojnamgeriya Kurdan de west û rawest zehf in. Gelek caran di vî cebhî de jî kurd terpilîne, bi dev ve çûne erdê û dev û diranên wan şikestine, zû bi zû biserxwe nehatine. Bêdengiya herî dirêj di nav salên 1920´an û 1950´î de tê, mebest Bakurê welat e. Piştî rojnamegerî li Bakur bêdeng bûye di nav salên 19201950`î de bi kêmanî li Başûr 12 rojname û kovar, li Rojhilat 5-6 rojname û kovar û li Rojava jî 4-5 rojname û kovar derketine, gelo çendî hayê Bakur hebû ji wan, di vî babetî de belge û wesîqên berdest çend in, çi ne, hene, tune ne, ev jî lêkolînê dixwaze? Sala 1973´an li Başûrê Kurdistanê biryar hatiye girtin ku 22´yê Nîsanê roja derketina yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistan bibe roja rojnamgeriya kurdî. Rojnameya ewil û çend pêşfaktorên handar. Çi gava gotin bê ser dîrok û rewşa rojnamgeriya Kurd, berî her tiştî rojnameya Kurdistan û gavên destpêkî yên rojnamegeriya kurdî tên bîra mirov. Ew hem yekemîn rojnameya kurdî ye û hem jî wek pîşe tovê rojnamegeriyê ew direşîne nav axa Kurdistanê. Berî rojnameya Kurdistan derkeve li Kurdsitanê bi taybetî li Amedê, sala 1868´an bi qasî 30 rojname û kovaran derketine, belê giş lokal û navçeyî ne. Herwiha li Xarpêtê jî ji sala 1883´an û bi vir de heta sala
1957´an 13 rojname û kovarên lokal û navçeyî derketine. Yek ji van Mamuretuleziz sala 1883 û 84´an, Şarq sala 1918´an, Firat sala 1920´an, Saveti Miliye û hwd. derketine. Belê ev wek rojname û kovarên kurdî hesab nabin. Di nav wan rojname û kovaran de yên Asûrî û Ermeniyan jî hene. Dibe ku wek pêşefaktor bandêra van herdû navendan, Amed û Xarpêt û weşanên bi Ermenî û bi Asûrî çêbûbe li ser derçûna rojnameya Kurdistan. Ferhenga Yusuf Ziyaedin Paşa jî heye, ev jî Pêşfaktorekî din e. Rojnameyên Firensî û Ingilîzî li bajarên mina Izmîr û Stenbolê, yên bi zimanên gelên bindestên osmaniyan wek Asûrî û Ermenî li Kurdistan û li Tirkiye, ne mimkun e bala rewşenbîrên Kurd nekişandibe û fikra çima em jî rojnamyekê dernexin hişyar nekiribe liba wan. Li gora agehdariyên berdest, ya îro tê zanîn û pejirandin ew e ku rojnameya Kurdîstan ya yekemîn e. Ev wiha ye yan na, berî rojnameya wek zaroka ewil ketiye dîroka weşan û çapemeniya Kurd, rojname yan jî kovareke din bi kurdî derketiye yan na, em baş nizanin. Damezrênerê Rojnameya Kurdistan Mîqdat Bedirxan di destpêkê de xwestiye her 15 rojan carekê rojnameya xwe derxe. Rojname bi piranî bi kurdî ye. Tê de yekcaran hin gotarên bi zimanê Osmanî û Turkî jî hatine weşandin. Dema rojname tê xwendin, xwiya dibe ku xeta wê siyasî û neteweyî ye. Ji ber nebûna derfetan cihê xwe guhertiye û di zik hev de 31 hejmar derxistine. Li Qahîre, di nav sînorên Osmaniyan de doza meşrûtiyetê kiriye. Li Ewropa hê radîkaltir bûye. Ji her hejmara wê li dora 2000 nusxe bê pere ji Kurdistanê re hatine şandin. Mîqdat Mîthat Bedirxan armanca derxistina rojnameya xwe bi van gotinan tîne ziman: “Di nav tevahiya welatan de gel bi zimanê xwe dixwîne û dinivîsine. Ji ber vê yekê jî ew gel bi pêş dikevin. Û digihîjin heqê xwe. Em Kurd ewqas jêhatî ne, lê mixabin îmkan û mecal tune û xelk cahîl û nexwendî dimîne û ji bûyerên derdora xwe û cihanê serwext nabe.
Bi izna Xwedê ji niha û pêde, ji her 15 rojan carekê, ezê rojnameyê binivîsînim û min navê wê kiriye rojnameya ´Kurdistan´. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyarî û têgihiştinê bikim. Li ku derê mirov fêr dibe û li ku derê xwendegeh dibistanên qenc hebin, ezê nîşanî Kurdan bikim. Li ku derê çi şer dibe û dewletên mezin çi çê dikin, çawa şer dikin û tîcaret çawa dibe, ezê qala hemûyan bikim. Heta niha kesekî rojnameyeke wuha nenivîsiye, ev rojnameya min ya pêşîn e, lewma dê gelek kêmanî hebin. Ez hêvî dikim hunê kêmaniyên rojnamê ji min re binivîsînin”. Tevî vê yekê jî gotar û nivîsên tê de hatine weşandin em tê dighin ku ew ji bo gelek warên din jî weke çavkaniyeke pirr girîng e.Çi di warê wêje û folklorê de be, çi di warê siyasî û neteweyî de be û çi jî di warê civakî û dîrokî de be, erkên girîng hilgirtine ser milên xwe. Li aliyekî başqetir jî ew bi naveroka xwe ji me re dibe alîkar ku em di derbarê gelek aliyên Kurdan ên destpêka sedsala 20´an de bibin xwedî agahiyên hêja. Di her hejmara Kurdistan de, li ser siyaset, dîrok, çand, û civakê hem agehiyên bingehîn hene, hem jî ji bo pêşîbirîna kêmasiyên Kurdan nirxandin û bangên bi bandêr cih girtine. Hem jî ji bo başkirina pêwendiyên Kurdan bi gelên din re nivîsên handar hatine weşandin. Bi taybetî ji bo gelê Ermenî. Nivîs û gotarên rojnameya Kurdistan ji bo têgihiştina gelek hêlên siyasî û ronakbîriya Kurd ya dawiya sedsala 19`an û destpêka sedsala 20´an çavkaniyên girîng in. Berpirsiyarê rojnamê mirovê zemanê xwe ye. Dunya hatiye ku, ber bi ku de ketiye rê, rewşa Kurdan çi ye û ne çi ye, zane. Serwextê misyona gava xwe û dîrokîya wê ye. Şik û goman tê de tune ku bîra siberojê dibe. Mirov di armanca rojnamê de û di formûlekirina wê de, dilxweşiya Mîqdadê gava ewil davêje, kevirê ewil yê avahiya neteweyî datîne, his dike. Ji rewşenbîrên welat û gelekî çi têne xwestin agehdar e, haya wî heye ji erkên pêşeng û rêberên neteweyî. Perwerde çendî girîng e, zanabûn û enformasyon çendî aso û perspektîvên mirov fireh dikin, zane.
Helbet pilanê xwe çendî aniye cih, çendî li gora di amancê de hatiye destnîşankirin pêra bûye, cihê nîqaşê ye. Heger mirov hejmaran li çar salan teqsîm bike, teqrîben dibe salê 8 hejmar. Li gora hesabê Mîqdat gerek salê 24 hejmar derketana ku hesab û jiyanê li hev bikiriba wê ne 31 hejmar belê di zikhev de bûbaya li dora 96 hejmaran. Bi hesabekî gilover ji sisiyan yekê amancê hatiye cih. Yanî di bin nîvî re. Li aliyê din piştî rojname ji Qahîre derdikeve Ewropa gelo ew 2000 hebên ku tê gotin, têne birêkirin ji Kurdistan re, dighin cihê xwe yan na ? Ev jî binîqaş e û lêkolîneke deqîqtir dixwaze. Mîqdat Bedirxan di hejmara 4´an ji Sultan re daxwaznameyekê dişîne. Tê de hêvî dike ku qedexeyîyên li ser rojnamê rake. Fêda vê çênabe, Evdilhemîd bi riya meqamên li Misrê li guhê Mîqdat dixe ku heger ew rojnamê nesekinîne û venegere Stenbolê, wê jê re xerab bikeve. Ew dê wî ji meqamên Misrê bixwaze û wî bide girtin û bi darê zorê bîne Stenbolê. Sebeba çima Mîqdat dev ji rojnameya xwe berdide û vedigere Stenbolê, çima Evdirehman rojnamê ji Misrê vediguhêze Ewropa heşkere dibe. Zoreke dualî heye. Stenbol û Misir bi hev re êrîş dikin. Ev êrîşa dualî rojnamê ji Misrê dipekîne Ewropa. Pêwist e em çend gotinan jî li ser herdû birayên Bedirxanî ango Mithat û Evdirehman jî bêjin û cih û rola wan destnîşan bikin. Berî hertiştî em bêjin ku heger em carekê qerzdarê Mîqdat Bedirxan bin çend ewcaran jî em yê Evdirehman in. Gava mirov Rojnameya Kurdistan li mêzêna berdewamiyê dike û ji riwanga vê pirsgirêka sereke, heldisengîne, rêkûpêkî, sedaqat û disiplîna wext û bendewariya çarçewê û naverokê bi mikemelî nabîne. Bi gotinên din ew plankirina mîna me li jor jî îşaret pêkir ku di hejmara yekemîn de hatiye diyarkirin, naye cih. Cardî ji çîrok û serpêhatiya rojnameya Kurdistan jî em dibînin ku ji ewil û heta bi îro yek ji wan xisletên herî berçav yên rojnamgeriya kurdî ew e ku bêcih e, ne xwediyê navnîşaneke seqamgîr û berdewam e. Mîna me li jor jî îşaret pê kir, cihguhertin, xebata nehênî û di bin erdê de, navnîşan û nav35
guhertin û derketina li xerîbî û li sirgûnan, ne li Kurdistan û li biyanistanê, heta îro jî bi nisbetekê diyardeyek ji wan diyardeyên serekî û stûnane ye ji bo rojnamgeriya kurdî. Kurdistana Başûr van çend salên dawî ne tê de, ev tesbît û destnîşankirin ji bo giş perçên mayî bi vê derecê yan jî bi wê nisbetê derbasbar e. Rojnameya Serxwebûn jî di nav de ev ji bo bi dehan û belkî bisedan weşan, çapemenî û sazî wuha ye. Ev ji ber şertên Kurdan in. Rojnamgeriya Kurd ne li welat ji diya xwe bûye, zarok û sebiya xerîbiyê ye. Li sirgûnan çêbûye, welat guhertine, bajar guhertine, çapxane guhertine, berpirsiyar û îmze guhertine. Wek encam û gotina dawî divê ev bêne gotin ku heta niha hê jî çend hejmarên Kurdistan nexwiyane, heta demekê ev hejmar 10, 12, 17,18 û 19 bûn, niha çawa ye gelo? Derhêner Miqdat e, belê berdewamkir Evdirehman e, ji 31 hejmaran, Evdirehman berpirsiyartiya 26 an dike. Hin xisletên li ba Evdirehman hene wek berxwedanvaniyê li ba Mîqdad lewaz in. Xurtî jî û qelsiya kovarê, herdû jî ji malbatbûyîna wê ye. Sebebên çima Mîqdat dev ji rojnamê berda vegeriyaye Stenbolê û Evdirehman jî barkir Ewropa zext û dijwariyên dualî ne: Ev alî jî destdirêjiya Sultan li Misrê û li Stenbolê ye. Ji bo vê gotinên Evdirehman wuha ne: „Te nehişt birayê min di milkê te de rojnama xwe derbixe, ez ji milkê te derdikevim. Heger armanc ji îşkencekirina birayê min ew be ku ez dev ji fikra xwe û vîna xwe berdim û bêm Stenbolê, ez bi Xwedê sond dixwum ku ev tedbîr, ji bilî zeximkirina vîn û sebata min ji tiştekî re xizmetê nake.`` Ew qebxo dixwîne. Ev damareke saxlem û hêja ye, di rojnamgerî û rewşenbîriya Kurdan de. Belê dawî çendî şoreşger dibe bila bibe, çendî bi biryar dibe bila bibe şexsek nikare rola rêxistinekê bilîze, barê rêxistinek nikare rake. Wuha jî bû, hêza Evdirehman jî heta bi cihekî bû û dema hat wî cihî li wir sekinî û rawestiya. Helbet ji bo me zanabûn û kapasîteya Mîqdat xezneyek e, ji awura bîrbirî û hestê dîrokî de Miqdat mezin e, lê Evdi36
rehman ji ber amadeyîya xwe û bedêla tiştên dîrokî dixwazin, ji Mîqdat hê jî mestir e. Dawî herdû jî şens û qubaleke baş in ji bo Kurdan. Sala 1920´an û piştre: Em careke din bibûr bînin ku ji vir û pêde rojnamgeriya kurdî jî ji ber perçebûna welat ew jî perçe dibe û ji van salan û pê de divê mirov hinekî perçe bi perçe têkeve pey şop, çarenûs û çîroka weşan û çapemeniya kurdî. Beş ê, em dê bigrin dest Bakur e. Rojnamgeriya kurdî girêdayê rewşa Kurdan bigiştî, rewşa siyasî, rêxistinî û civakî xurt û qels dibe. Salên piştî 1920´an salên serberjêrbûna tevgerarizgrîxwazî, salên şikestina Kurdan, koçberî û sirgûnan e. Di van salan de deshelatdarên kevin û nû, harêmî û navneteweyî ku Kurdîstan di nav xwe de kirine çar perçe, dewletên neteweyî ava dikin. Ev dewlet li ser esasê nasnekirina Kurdan têne pê. Rewşenbîr û xwendayên Kurdan, nivîskar û rêvebirên weşan û çapemeniya kurdî bela dibin, hinek diterqin xerîbiyê, hinek hêza wan nagihê dewletên nû rûdinin, destên wan li noqa dewletan naye hev û ji ber vê jî gelek ji wan kevirên xwe di ber xwe re ber didin. Hundir û derve ji hev diqete, bi taybetî li Bakur dewlet heralî destên xwe dixe qirika Kurdan, çend raperîn û serhildanên li vir û li dera han jî pêjna wan tê, serkut dike. Kurd heralî li Bakur careke din dikevin nav bêdengiyeke li dora 30 salan. Bêj hema heta sala 1950´î deng ji rojnamgeriya kurdî dibire. Di nav van salan de neqeb û valahiyek mezin heye. Li dora 30 salan li bakur rojnamgeriya Kurd radiweste, diqerime, stewr dibe. Kadroyên kevin êdî ne sax in, beşê mayî pîr û kal in, beşek ji yên saxmayî jî ji dewletê re kar dikin û ji karên dewletê teqawîd bûne. Salên rojnamevantî dikirin di nav toz û tirabêlka zemên de xerq û noq bûne, çûne. Ma nin xatire û bîreweriyeke ku naxwazin behs bikin. Hêvîşikestî ne, destên xwe ji wêbeya gelê Kurd şûştine, çu hêviyeke wan nemaye. Bahweriya bi Kurdan, bi serketina Kurdan wunda kirine. Kovar û rojnameyên ku zemanekî derdiketin bûne mîna malê
qeçax, şahdebûnê li xewdiyê xwe didin û mane malzemeyên serêşê û lekeyên bimişkule. Niha piştî ewqas sal, di demekê de ku bi xêra tevgerargarîxwazî bayê Kurdan rabûye em bi zarwên hinan ji wan dihesin, wek kurê Mihrî Hîlav. Ji sala 1920´an heta bi sala 1950´î Tirkiye fersend nedaye ku Kurd rojname û kovaran derxin.Belê ji vê salê û pê de mirov pêjna çend hewlên biçûk dike. Ev jî mohra Apê Mûsa Enter hildigrin. Rojnamgeriya Kurd careke din çavên xwe vedike û herçendî çend carên din jî his û pêjin jê dibire jî, belê bêdengî û kerrayî zêde najo, zêde dirêjnake û bi ketin û rabûn be jî heta bi zemanê me tê û bi salên 90´î û piştretir re berdewamiyê zeft dike. Tu li eslê wê binerî, mirov ji bo rojnamgeriya qonaxa piştî 1920´an divê bêje rojnamgeriya Mûsa Anter. Mûsa Anter mohra xwe li vê demê dide, ev qonax li Bakur mohra Mûsa hildigre. Berçavtirîn xisletên vê qonaxê tektîkbûyîn e, saxtîkirin û destpelandin e. Di vê qonaxê de tetqîqkirin heye, ka wê dewlet çi bêje piştî bêdengiyek ewqas sal. Ka tehemula wê ji bo pirsên Kurd û Kurdsitanê herçendî ne bi navê xwe yê rast û vekirî û dîrekt be jî bi navê “Rojhilatê Tirkiye” be jî, ka tehemula dewletê ji bo pirsên Kurdan çend e, ji bo pîvandina vê ye. Bi taybetî di destpêka salên 46´an de bandêra damezrandina Komara Mehabad, hewa aştî û demokrasiya piştî şikestina faşîzmê û hewa demokrasiyê bi giştî xurt e. Li vir hevdûteqilandineke dualî heye. Li Tirkiye sîstemê pirpartiyetî çê bûye, dijayetiya deshelatdarî û rejîmê yekpartî gurr bûye, muxalefeteke xurt bi rê de ye. Rewşenbîrê Kurd Apê Mûsa ku van salan li Stenbolê ye, êdî têra xwe sitewayî û bitecrûbe ye, dest davêje rojnamgeriyê. Apê Mûsa di dereceya yekem de dixwaze nas bike ka dewlet çi dibêje. Di nav xebat û hewleke naskirina sînoran de ye. Sînor çine û mirov heta bi ku dikare here, ev tiştên ji bo demokrasiyê û azadiyê têne gotin çendî ciddî ne, gelo ji bo Kurdan wateyek wan heye yan na, îmkana mirov bi van sînoran bilîze, wan hinekî bi teniştan de dehf bide, cihê çûn û hatina xwe hinekî be jî fireh bike heye tuneye û Hwd. Di nivîsên Apê Mûsa yên vê demê de zimanekî ezopî heye. Tişt ne bi navên rast û vekirî, rût û tazî, belê nerasterasta û bi
xap û çiv kurt û kin têne gotin, têne nivîsandin,. Em karin wek nimûne berhema Apê Mûa Kimil bibîr bînin. Li aliyekî din jî Mûsa dixwaze nas bike ka ji rewşenbîr û xwendayên Kurdan kî maye, kî hê heye, dilê kê hê lê dide, kî li ku ye û kî ji çi re bi kîjan nisbetê amade ye. Carna libek zimanê kurdî, gotinek bi kurdî davêje nav çend rêzên bi tirkî, nav çend rûpel û peregrafan. Heger mirov li rojnamegeriya kurdî mîna dê û bavekî binere û rojname û kovaran jî mîna zarwên vê malbatê qebûl bike, zarwên ewil deshelatdar dikujin, nahêlin temenê wan mezin bibe. Yan bi destên xwe dikujin yan jî şert û mercên wuha çê dikin ku zarok bifetise, bixeniqe, ji nêza û ji bêxwedîtî bimre. Rewşa rojnameya Kurdistan, rojname û kovarên mîna Rojî Kurd, Jîn, wext nabînin bi seridin, mezin bibin û deh sal û bistsalan bikin. Şark Mecmuasi Sala derketina rojnamê 1950 ye, cihê lê derdikeve Stenbol e. Xwediyê kovarê yê karûbarê nivîsandinê dike, Mûsa Anter e, bi navekî din Şêxmûs Elmas e. Armanca sereke ya kovarê; “pêşdebirina herêmên ihmalkirî yên welêt” e, li ser navê kovarê ev îbare heye: “siyasîbûn, civakîbûn û serbixwebûn“ a kovarê armanca kovarê jî bi awayê “pêşdebirina herêmên îhmalkirî yên welêt” muşexexestir dibe. Di herdû kovarên Mûsa Anter de jî siyaset û serbixwebûn peyvên navendî ne. Mebest ji vê jî ji partiyên resmî serbixwebûn e, ne ku bêalî ye. Cara ewil Mûsa sergirtî be jî gaveke din davêje û balê dikşîne ser ferq û cihêyîya di nav Turkiye û Kurdistanê de, bale dikşîne ser newekheviya heye, ser cihên îhmalkirî. Ev peyva han ya siyasî bi taybetî ji aliyê Mûsa bi dengê bilind tê gotin. Rojnameyên din jî piştre vê peyvê digrin. Rojnamgeriya piştî salên 1948´an mohra Mûsa hildigre û Mûsa ye yê ku ji rojnamegeriya siyasî re li Bakur piştî salên 1920´an pêşengiyê dike û peyv û îbareya rojnamgeriya siyasî dike tişteke navendî, navnîşaneke nû. Di rojnameya ``Şarkin Sesî ``de hejmara nivîskaran bi şêweyek pirr xwiya zêde dibe. Mirovên dinivîsînin agehdarên rewşa siyasî û civakî ne.
Xebera wan ji rewşa xelkê, pirs û pirsgirêkên civatê, îdareya birêvebiriya dewlet û hikûmetê baş heye. Mûsa di du rojnameyên ewil yên salên 1948 û 1950´î de mîna me îşaretpêkir hinekî dewletê diceribîne, rewşê û riya dê li ser bimeşe saxtî dike, dike pirek ji xebatên piştre re. Nerm, bi tedbîr dest pê dike, ew dizane çi girîng e. Ew jî şikenandina bêdengiyê ye. Ku ev bû, jê û pê de xwedê mezin e, heger hebe û mabin xalçê û bavçê dê derkevin, dê bêjin em jî van e. Bi awayekî saxtîkirina Kurdan bû jî ev, hewleke girtina bersiva pirsa gelo kes nemaye bû. Mûsa û hevalên pêre, Mirovên dinivîsînin, agehdarên rewşa siyasî û civakî ne, hayê wan ji pirs û pirsgirêkên civatê û birêveberiya dewlet û hikûmetê baş heye. Gava siyasî ku bi “Dicle Kaynagi” hatiye avêtin mişexestir dibe, çarçewe û dabaşa berhimbêzkirinê hinekî din zelaltir dibe. Ileri Yurt Sala jidayikbûna Ilerî Yurt jî 1958 e. Bajar Amed e. „yekşem ne tê de, her roj derdikeve, rojnameyek siyasî ye, di heftê de 6 rojan derdikeve, bêj hema rojnameya rojane ye, ev girîng e, ev gava herî mezin e. Berî rojnameya Gundemê derkeve Îbareya ”siyasî” mîna giş rojnameyên din yên Mûsa ji bo vê hejmarê û yên piştî xwe jî bêj hema standard de. Apê Mûsa vê îbarê hişmendane, bipilan û fikir dike siloganê rojnamê û li cihê herî diyar bicih dike. Ev îbare di rojnameyên ku ji aliyê Mûsa têne derxistin de qet naye guhertin. Di Ilerî Yurt de bi zelaliyeke hêjayê gotinê ye û ji heta niha gelekî cihê, sebebên derxistina rojnamê û hewcedariya pê hatiye hejmartin û rêzkirin: 1. Bûyerên ku li Rojhilatê dibin, di rojname û kovarên Stenbol û Enqera de cih nagrin. 2. Karmendên ku li Rojhilatê ne, divê ku bêhtir kar bikin, fidakartir bin. 3. Her partiyeke siyasî li Tirkiye mîna şîrketeke adî û bêteşe ya bazirganiyê ye. 4. Rojhilat hewcedarê xwendinê ye.
Ev hem xaleke ji xalên serekî ye û hem jî wek nivîs jî ji aliyê Apê Mûsa ve hatiye nivîsandin. Mûsa ku piştî deh sal di ser yekemîn rojnameya wî Dicle Kaynagi re derbas dibin, vê carê dibe motor û mêjiyê Ilerî Yurt li Amedê. Hejmarek xal hene ku divê bala xwendevanan bikşînin ser. Lewra ji awura rojnamevaniyê û xweseriyê hêjayê gotinê ne. Divê em yeke din jî li tiştên me gotin zêde bikin ku ew jî ew e ku li vir tiştê nû derxistina rojnamê, ne li Stenbolê, belê li Amedê û bêj hema her roj e. Rojname li paytextê Kurdan derdikeve. Cardî îbara rojnamê „rojnameyeke siyasî ye“ û ev jî li cihê helî berçav û sabît e. Gaveke din tê avêtin. Lewra êdî li pey Apê Mûsa tecrûbe û ezmûnek çend hewlên berê hene. Sebebên derketina rojnamê di çar xalan de têne rêzkirin. Ev xal tiştên nû dibêjin û vekirîtir mesaja xwe didin. Di hinek rojnameyan de tiştekî ku di yên berê de tune hene. Van rojnameyan em bi taybetî hildibijêrin. Di rojnameya Ilerî Yurt de cara ewil bi awayekî bi serûber rojnamgeriya resmî, Tirk û yekalî bi xurtî, bi zimanekî giran û radîkal tê rexnekirin û pêwistiya bi rojname û rojnamegeriyeke alternatîv tê formûlekirin. Ev jî fikra alternatîva rojnamevanî û siyasî ye. Rojname, memûr û karmendên dewletê, partiyên siyasî rexne dike. Rexnekirina partiyên siyasî bi xurtî heye. Û tê gotin ku ferqa wan ji şîrketên bazirganî nemaye. Li vir fikra alternatîveke siyasî heye. Ne vekirî be jî hewcedariya bi partiyeke ku berjewendên Kurdan li ber çavan bigre û vî alî ji bo xwe bike merkeza mijûlahî û pêdaketinê tê hiskirin. Yanî tovê hem fikra rojnamevaniyeke alternatîv û hem jî siyasî dikeve erda welat. Cara ewil piştî qonaxa berî bîstan çend hewlên hûr li aliyekî bêne danîn, di rojnameyekê de bi kurdî cara ewil tê nivîsandin û ev nivîsandin dibe dabaşa êrîşan li her aliyê Tirkiye û ewçendî deng dide. Bi “Ileri Yurt“ re tevgera xwendevanên Kurd, rewşenbîrên Kurd dilebitin, li aliyekî pirsgirêka Kurdan aktûel dibe û li aliyê din kemalîzma corecor hêrs dike. Cara ewil piştî şoreşa Dêrsim çapemenî û rojnamgeriya Tirk serê xwe ewçendî bi mesela Kurdan re dêşîne û xwe pê mijûl dike. Piştî ewqas sal
careke din dewlet ji Kurdan hesaban dike û berê xwe dide rewşenbîrên Kurd. Sala 1959´an „Gurûbê 49 kesî“ tê girtin, ku li serê wan Apê Mûsa xwedî û berpirsiyarê çend weşananên heta wê rojê ye. Rewşenbîrên dikevin zîndanê ji her aliyên welat in. Ev xurtiyek e. Li vir divê mirov navê Emîn Batû bibîr bîne. Di dîroka rewşenbîriya Kurd de cihê Emîn Batu, Dr. Şivan, Mezlûm Dogan, Wedat Aydin, Mûsa Anter xwiya û diyar e. Emîn di hucreyên zîndanê de bi xwînê wiha dinivîsîne : „Ez mirineke bi rûmet nadim bi jiyaneke di nav bexçên koletiyê de.“ Siyasîkirina rojnagmeriya kurdî, hewleke dînamîk û xwedîhelwest e, perwerdekir û organîzekir e. Ji ber ku siyaset organîze dike, helwest dide, angajebûyînê han dide. Û ev jî di nav Kurdan de pirr tê xwestin û demeke dirêj e li bendeyî bicihhatina xwe ye. Rojnamegeriya yekzimanî bi Komara Dewleta Tirk re sal bi sal serdestir bûye. Rejîmê kemalîstî duzimantî û bi taybetî kurdî ji binî de sekinandiye, ne mikun e, qebûl bike. Apê Mûsa vê zane û cara ewil bi “Ileri Yurt” teqrîben piştî 10 salan hewil dide vê bişkîne û ne ku bi kurdî dinivîsîne belê peyvên kurdî direşîne nav Tirkî. Ewil rojnameyeke ku Kurd berpirsiyarê wê bin, Kurd tê de binivîsînin ev ne tiştekî biçûk e, wê rojê. Şikenandina qonaxa yekzimanî û bi çend gotinan be, bi çend gotinên di nav bihezaran gotinên Tirkî de be jî, qonaxa duzimanî bi rojnameyên Mûsa Anter dest pê dike. Apê Mûsa bêdengiya salan dişkîne, qul dike, derne û neqeban tê de vedike. Nivîskar kêm in. Amedî, Av. Baki Tekin, D.r Karahan, Hamid Fendoglu. A Şîrvan, Çend nav in, çend îmze ne ku çavên mirov li wan dikeve. Rojnamevaniya Salên 60´î: Rojnamgeriya salên 1960´î bi giranî bi navê bajar, navçe, yan jî çiyayekî ji çiyayên welat derdikevin. Yekcarî û minasebet in, derhêner û handerên wan komelên kulturî, komelên li metrepolên mîna Enqera û Stenbolê ne, xwendevanên zanîn42
gehan li pey wan in, cihê belakirina wan jî der û dora zanîngehan, xwaringeh û cihên xwendevan in. Ev hinekî jî hewla xwe îspatkirinê ye. Ev şêwekê birkêyeke ne neyênî, belê erênî ye. Çi ne ev rojname? Dengê Silwan, Keko (siwêrek), Kurmişkan, Çira (Diyarbekir) , Kultur (Siwêrek), Hinistan Sesler, Miya Farqîn, Karakoçan, Diriliş, Mardîn Sesî, Dengê Sêreg, Mezra Botan, Şêresiyar (D. Beyazit), Gumgum, Adiyeman, Bazalt kent. Bariş Dunyasi Sala ji dayikbûna Bariş Dunyasi 1962 ye. Kovar ya yekî Tirk e. Belê ji bo meqale û nivîsên Kurdan jî cih dide. Ji Mûsa Anter pêve, Dogan Kiliç Şêxhesenanli, Evdirehman Efem Dolak, Kemal Badili, Huseyin Sagniç, Behrî Koçkaya jî di nav nivîskarên wê de ne. Weşan û çapemeniya çend salan berî Bariş Dunyasi ji salên berî 60´î wek rojnameya Mûsa Anter Ilerî Yurt, girtina gurûba 49 kesî û tevgera xwendevan û rewşenbîrên Kurd bi giştî careke din mesela Kurdan aktuel dike. Çapemenî û rojnamegeriya Tirk cara ewil piştî şoreşên Dêrsimê, piştî bêpêjniyeke dirêj, serê xwe bi mesela Kurdan dêşîne û xwe mijûl dike. Li aliyê din li Tirkiye jî bi taybetî salên 1960´î hinekî jî di bin bandêra guhertinên piştî kodeta 1960´î de, rojnamgeriyeke ku ji awur û ruwangeyeke cihêtir, awureke hinekî mirovheztir û objektîftir li rewşa Kurdan, Rojhilatê Tirkiye dinere çêdibe. Heger pêwist be mirov di vî alî de çend nimûneyan bide. Divê mirov navên Bariş Dunyasi, Kovara Yon û Kovara Antê bide. Cara ewil weşaneke Tirk û xwedîtirk wuha bi tolerans e, ji bo nivîsên Kurdan û li ser Kurdan. Aliyekî din yên rojnamgeriya salên paş 1960´î ew e ku di nav kadroyên nivîskarên aktîv de Kurdên li sirgûnan, derketî û penaber jî hene. Nûreddîn Dêrsimî ji Helebê bi navê (Amanca Însanî“ gotarekê ji Bariş Dunyasi re dişîne. Di nav nivîskarên Bariş Dunyasi da navê Apê Osman Sebrî jî hebû ku ji salên 1929´an û bi vir de li Başûrê Rojava bû.
Ev gotar yan jî nameya Nûreddîn Dêrsimî di hejmara 7´an ya Bariş Dunyasi de hatiye weşandin. Ji vê nivîsê em agehdar dibin ku xebera rewşenbîrên Kurd li hundir û li derve ji hev çêbûye û têkiliyên wan bi hev re hebûne. Ev meqale û nameyên di nav wan de, di nav hundir û derve de diçin û tên nîşanên wê ne. Herwuha ji helbesta ku Osman Sebri ji bo Dicle û Firat nivîsiye jî mirov kare bibe xwedî fikrekê li ser van têkiliyan. Helbet li vir di serê mirov de hinek pirsên wiha jî pêde dibin: Gelo çendî hayê dewletê ji naveroka kovarê heye, yan jî xwediyê kovarê bi xwe çendî agehdare li ser kesekî mîna nivîskarê banga xortan Nûreddin Dêrsimî, yan jî Apê Osman Sebrî ku bi dehsalan şerê dewletê kirine, ketine zîndanên dewletê û ji sirgûnan cebhekî bênavcî li dijê dewletê vekirine. Gelo ev bê haydariya dewletê ye, mirov divê li ser bifikire, gelo dewlet dixwaze nas bike ka kî maye ji Kurdan, kî nemaye, kî li ku ye? Û hwd. Dicle-Firat Xwedî û mirovê karûbarê nivîsan îdare dike Edîb Karahan e. Bi tenê 8 hejmar derketiye. Roja 06.06 1963´an Edîb Karahan bi 22 kesan re tê girtin, kovar jî disekine, kovar jî dibe dîrok. Nivîskarên wê, Edîb Kara han, Dr Said Kırmızıtoprak, Mûsa Anter. Halit Nazmi Balkaş, Ahmet Botanli, Yaşar Kaya, Isa Şans, Reşo ji Kiziltepe, Fego Teyri, Rehşan / Mûsa wek seydayê gerok bi çend navan dinivîsîne/. Ji van kesan pêve helbest, nivîs û nameyên van kesan jî hene: Necmettin Denkdemir, Mehmet Emin Ceviz, Mehmet Şanlier, Huseyin Sagniç, Nuri Nursoz /Cihanbeylî Konya, Himet Şengur, Turanli, F.Celadet, Ismet Kiliç, Selahetin Gimgim, Seyid Mihemed Yuce, Bahri Koçkaya, Hasan Seyhanlioglu, Ekrem Yusufoglu, Fewzi Yıldırım, Ihsani, Dilbirîn, Muslum Açikgoz, Bextreş. Di nav navên li jor de nav û Nivîskarên heta îro yan jî heta mirina xwe jî xebat dikin hene. Wek Mûsa Anter, Edîb Karahan, Dr.Şivan, Yaşar Kaya, Huseyin Sagniç, Ihsanî, Dilbirîn û Hwd. Hejmara dinivîsîne zêde ye, bêj hema bi qasî rojnameya Jînê qelebalix e. Êdî qonax bi qonax hejmara nivîskaran zêde dibe û salên êdî rojnamgeriya kevin û nû
dikeve ser hev û careke din merc çi dibin bila bibin ji hev qut nabe, nêzîk dibe. Gava Dicle –Firat derdikeve ango sala 1962´an, êdî ne bi tenê atmosfera siyasî hinekî bikeystir û libartir e, belê rojnamegeriya Kurdan jî ne bêpişte û ne di noqta sifrê de ye. a. Rojnamegeriya Kurd jî êdî ne bêpişt û ne bêbingeh e. Bi kêmanî 14-15 sal hene li pey, hejmarek nimûneyên berdest hene. b. Nivîskar û rojnamevan çêbûne. Rojnameyên mîna Dicle Kaynagi 1948, Şark Mecmuasi, Şarkin Sesî, Ileri Yurt û hin rojnameyên bi navên bajarên Kurdistanê hene. Hestê neteweyî lipêştir e. Ev tê wateya hejmarek nivîskar û kesên bi vî rengî yan bi rengê din rojnamevan in. Hejmarek rewşenbîr û xwendevan hatine girtin ji zîndanê derketine. Berzanî vegeriyaye Kurdistan û Li Başûrê welat şerê çekdarî li dar e. c. Têkiliya di nav rewşenbîrên welat û derveyî welat de, li vî alî û li wî aliyê sînor germtir e, bi toftir e, hayê aliyan zêdetir ji hev heye, çûn û hatin zêdetir e. Şêwir û diyalog kêm û di nav hejmarek biçûk de be jî heye, dest pêkiriye, rih û can hatiye pê. d. Pêwistî û hewcedarî bi weşaneke neteweyîtir, xurtir û firehhimbêztir heye, vê bersivê jî Dicle-Firat dixwaze bide. Pêşengiya vî karî jî Edîb Karahan dike. e. Nivîskarên Dicle- Firatê qelemxurtên dema xwe ne. Kapasîteteyên bikêr û mirovên tu bêje ev û ne ev in. Gelek ji wan heta bi mirin, kuştin û şehîdbûna xwe jî di şaxên siyasî, rewşenbîrî û muxalif de şer dikin bi pênûsa xwe, bi zmanê xwe xizmetê dikin û hin jî ji wan jî mîna Yaşar Kaya, Mûsa Anter û Dr. Şivan dibin mirovên derece yek di partiyên xwe de, di nav avahî û saziyên neteweyî de, di parlamentoyên Kurdistan de. Dicle-Firat, Hewleke ciddî ye ji bo çêkirina mêjiyekî neteweyî, alternatîv û cihanbîniyeke neteweyî. Bi nisbet salên buhurî gaveke bi şuûrtir, fikirlêkirîtir, zelaltir û têra xwe siyasî ye.
Mirov dikare van rastiyan bêcih ji nîqaşê re bihêle bixwîne: “karê pêşîn ku rojnamê daye ser milê xwe, xebata pêşdexistina aborî û kulturî ya Rojhilatê ye. Herwuha dixwaze hemû dijayetiyên bîrûbahwerî hel bike, daxe pilanê duhem û yekîtiya wan pêk bîne“ Di rojnamê de em van rêzan dixwînin ku bi stratejiyeke neteweyî hatine hûnandin: „Rojnama me, ji kîjan tebeqeya civakî /esnaf, tucar, axa, pale, karker/ dibe bila bibe, ji herkesê Rojhelatî re û ji ciwanan re vekirî ye. Bi şertê ku ew kes bi dil û can tereftarê pêşdeçûyîna rojhilatê be“. „Ev rojname, dê siyaseta partiyan nemeşîne û dê li himber hemû partiyan objektîf û bêteref be. Lê divê ev yeka jî bête zanîn ku bêterefî û objektîfî ne ew e ku mirov li himber tevger û dîtinên partiyên pêşverû û paşverû pasîv bimîne“ „Rojnama me, dê piştgiriya têkoşîna rakirina wan qanûnan bike ku li gora bahweriya me sebebê pêşdeneçûna Rojhilatê ne“ Li vir ji „piştgiriya Rojhilat“ mebest, Kurdistan e. Rojname ne, rojnameya tebeqeyekî ya her Kurdê neteweyî ye. Ji awura kadro jî fireh û xurt e. Kadroyeke fireh û biazmûn û ji her aliyê Bakur û Enedolê heye .Tiştekî din girîngiya lêkolînê ye. Ji bo lêkolîna folklorê komîteyek hatiye çêkirin. Di nav kadroyên wê de Kurdên Enedola Navîn jî hene. Hayê Kurdên welat û li Enedolê bi nisbeteke kêm be jî ji hev çêbûye. Weşan hinekî din berê xwe firehtir dike, dîwarên çarçeweya xwe hinekî din ber bi derve de dehf dide. Komîteyên li ser kultur û folklorê kar bikin, lêger û lêkolînan çêbikin hatine avakirin. Huseyin Sagniç yek ji endamên vê komîtê ye. Rojnamgeriya Kurd ji vir û pêde hewil dide çarçeweya xebat û çalakiya xwe firehtir bike û kontirola vê çarçewê hinekî din ji destên dewletê derbixe, ango bixwe bibe xwedîgotin. Her wuha Dicle-Firat dixwaze dilmaniya di nav rewşenbîrên Kurd de heye rake. Şêweaştiyekê çêbike, bibe pirr û navnîşanek hevbeş, bibe platformeke neteweyî, welathezî û welatparêzîyê.
Azadiyê demokrasiyê û çapemeniyê cihên girîng digrin. Pîvanên moralî yên hevbeş ji bo giş neteweyan, sinif û cinsan di serê rojevê de ne. Li vir aliyekî xurt yê humanîstî jî xwe dide hiskirin. Mirov li vir wîjdanê civakî dibîne, pêjneke wuha jî heye. Dicle-Firat weşan û çapemeniya Tirk hişyar û îkaz dike û vî helwestê xwe bi tesbîta ku „Rojnamevaniya tirk gelê Kurd wunda kiriye“ ,ji dewletê jî dewlettir bûye, tehrîkar, şovenîzmhandar û navtêder e. Bi vî awayî dawiya xwe jî tîne. Ne bi gotinên wê rojê, belê bi gotinên Beşîkçî ku salên piştretir hate formûlekirin, rojnamevaniya Tirk bûye şûbeyek MIT ê. Kovara Deng: Sala ji dayikbûna Dengê 1963 û cih Stenbol e, *mehê carekê derdikeve, kovareke siyasî ye, komelayî û zanendiye.* Xwedî, Ergun Koyuncu, Midûrê jêpirs Yaşar Kaya ye. Di hejmara duhemîn de Midurê Jêpirs Celal Ergun e. Mudurê çapkirina tevayî Medet Serhet e. Çend îmzeyên kovarê wuha ne: Aslanoglu /çend stranên folklorî û gelêrî bêîmze/ Ahmet Kemal, Mûsa Anter, Raşan, Turgut Boran, Mehmet Tirim, Niyazi Okaygun, Isa Şans, Ismet Nizami, Halim Yagcioglu, Kemal Badili. M.U, Nameyên xwendevanan îmzeyên Bahri Koçkaya, Safet Aykut, Seyfedin Kurdi, M. Zade, Salih Akgul, Haci Ali Bucak hene. Nav cara ewil dibe kurdî, navê kovarê Deng e, ev cihêbûnek e, gaveke din e, destpêka xweîfadekirin, xweheşkeretirkirineke rojnamgeriya Kurd û siyasiyên Kurd e. Rojnamgeriya Kurd, cihêyîya xwe, bi navê xwe û rastiya xwe ya sosyolojîk, etnîkî û zimanî qise dike, vê rasterastir dike, radighîne. Di bin navê kovarê de bi tirkî “ Dengê Rojhilatê” hatiye nivîsandin û tê xwendin. Kovar bi vî awayî niwênerayetiya xwe û kesên bi navê wan jî daxive diyar dike û cihê berê wê li wan e jî, binav dike. Di eniya kovarê de jî bi şêweyekî bala mirov dikşîne û mirov dide fikirandin û ne mimkun e, çav nebînin, lê nekevin, bi şêweyekî ku di nerîn û awura ewil de li ber çavên mirov bikeve, kesên xîtabkirinê û çarçewa xîtabkirinê bi kurdî û
nivîseke bedew, di nav herdû burh û çavên rojnamê de “Hêviya Rojhilat” hatiye nivîsandin. Ev giş ne tesadufî çêbûne û giş bi mebest û bi meqsed in, mesaj in, sebebeke wan yan lê fikirilêkirî heye. Deng bi aliyekî xwe dirêjayî û berdewama rojnameyên berî xwe ye, dewama Dicle –Firat e. Edîb Karahan hatiye girtin, niha di bin berpirsiyartiya Yaşar Kaya de Deng derdikeve. Û niha Yaşar Kaya daketiye meydanê, dibe xeleka piştretir û di berdewamiyê de. Li vir pêjna hestekî berdewamiyê heye, tê kirin, êdî ala rojnamegeriya kurdî gerek careke din nekeve erdê. Dara berdewamiyê bi kovara Dengê û Dicle-Firat bi ser axê dikeve ango bizrê berdewamiyê bi van herdû kovaran şîn tê. Em nizanin, Deng piştî girtina Dicle-Firat derketiye yan li ber girtina wê derketiye. Rastiya hûr û bi teferûat çi dibe bila bibe, tiştek xwiyaye ku êdî gavên ewil ber bi berdewamiyê de ketine rê. Piştî 1990`î jî hin xetên siyasî gava bi vî navî ango bi navê Dengê kovarekê derdixin ev bi xwe jî bi şêweyekî din û ji ruwangeyek din jî be, li ser asta navdomandin û navjiyandinê be jî, hewleke berdewamiyê ye. Nûbûn û xweseriyeke din ew e ku Deng bi kurdî û bi tirkî ye. Kadroyê kurdî jî Apê Mûsa ye bi piranî. Ev yekdestî û monopolê nivîsandina bi kurdî demeke dirêj di destê Apê Mûsa de ma, ev jî faktoreke çima nivîskarên bi kurdî dinivîsînin heta salên dawî jî bi nisbet bajarên din zêdetir ji Mêrdîn û bi taybetî ji Nisêbîn, Qoserê derketine. Agahdariyên li ser birêvebirî û berpirsiyartiya kovarê bi kurdî û tirkî bi herdû zimanan e. Di “armanca me “de bêj hema giş meqale li ser rewşa zimanê kurdî û giringiya ziman e. Cara ewil piştî kovarên berî salên 1920´an nivîskar û rojnamegerên Kurd wuha bi ser û ber zimanê zikmakî dikin serê lîsteyê û jê re xwedîtiyê dikin. Deng di nav rojname û mecmûayên me de rêyeke nu- tezevedike, ew jî bi zimanê kurdî nivîsandin e. “Armanca Dengê, dermankirina kul û derdên Rojhilat e. Deng dengê we ye, per û baskê Dengê hun in, Deng ê bi dengê we bilind bibe”. Çend rêz in ji naveroka kovarê.
Deng û nivîsandina bi kurdî cardî bahozekê radike û cardî dadgeh û mehkemeyên dewletê dikevin kar. Rojnameya Miliyet wuha dinivîsîne: „kesên ku bi kurdî rojnameyan diweşînin li himber dadgehêne.„ Rojnamemevan û xwendayên kurd, zimanê kurdî bi bihayê girtin û dijwariyan jî be ewil bi rengê çend gotinên di nav tirkî de û piştre bi şêweyên meqaleyên xwerû bi kurdî dixin nav rojnamevaniyê. Ev îro biçûk bixwuye jî ji bo wê rojê serketinek e. Ev nîşana nisbetek hişyariya neteweyî, biryardarî û amadeyîya ji nelibarî û astengên li ser rê ne. Roja Newe: Sala ku Yaşar Kaya û hejmarek reweşbnîrên kurd Deng derdixin bi navê „Roja Newê“ kovareke din bi kurdî û tirkî dikeve jiyanê. Xweseriya Roja Newê û sebeba ku em dê hinekî li ser bisekinin ew e ku ne bi tenê cih daye kurdî, belê ew e ku cara ewil ev rojname cih dide zaravayê kirdkî jî. Xwediyê rojnamê Dogan Kiliç Sihhesanli ye. Roja Newê ji awura naverokê jî dewlemend û xurt e û bi cesareteke vekirî behsa zordariya jendirman û dewletê dike, bi xurtî li dijê dewletê ye. Sala 1963´an ne her bi tenê burhan û berjengên berdewamî û avakirina bihevreyî û yekîtiyan xurtir e, her wiha ji vê û pê de hewleke diyar heye ji bo rakirina xîlafên di nav rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd de ku di dema li zîndanê de bûbûn dualî. Dicle û Firata Edîb Karahan, li aliyê din bi dû de yan li ber dawiya wê Deng û di heman salê de amadeyîyên Ziya Şerefxanoglu ji bo derxistina kovara Riya Rast jî çend hewlên vê qonaxê ne. Sala 1962-1963´an du hewil û du damar bi hev re hene. Hewla yekîtî û berdewamiyê û ya pêşbirka di nav rêbaz û bernameyên siyasî û kî bibe warisê mîrasa kê û kî çilo û çawa bimeşe. Di serê alî û baskên vê qonaxê de Mûsa Anter û Ziya Şerefxanoglu hene. Dr. Şivan jî berçav dibe, piştre Kemal Burkay jî ji sala 1967´an û pêde dikeve nav vê hofkê, li vê navê Ahmet Kotan û piştre jî Mumtaz û Orhan Kotan jî zêde dibin û tên salên 70 î. Di vê qonaxa paş 1960 ´î bitaybetî Yaşar Kaya xwe dikşîne
pêş û xwedîidiaye. Birêveçûn û gavavêtin pêvajoyeke wuha dikudîne: Ewil ji bo Kurdistanê bikaranîna gotina Rojhilat, piştre di nav Tirkî de reşandina hin gotinên bi kurdî û dawî nivîsên bi kurdî. Ev e, rê û qonaxên 15-20 salên heta bi sala 1963´an û kêm zêde destpêka 1970´î. Ev stratejî û siyaseteke pişta xwe dide plan û projeyeke fikirlêkirî, gav piştî gava din tê. Salên nav 1963-1966´an çend hewlên biçûk û yekbajarî, biçûk, mezin, demkurt yan jî dirêjtir hene. Her hewil kesekî yan çend kesan derdixe pêş. Wek nimûne, Çira Kemal Burkay derdixîne, xwedî û berpirsiyar Kemal Burkay e, ziman, hewa, naverok çep e, termînoljî û edebiyata çep xwedîmohr e. Yeni Akiş: Ev rojname li Enqerê derdikeve, sala jidayikbûna wê 1966 e, li ser hev 4 hejmar derketine. „Kovara fikrî ya mehane ye“ xwedî û berpirsiyarê wê Mehmet Ali Aslan e. Sala 1987´an 22´ê Tebaxê di hevpeyvîneke xwe de M. A. Aslan, ji bo Yenî Akişê van gotinan dibêje: „Di sala 1966´an de di nava me û hevalan de nîqaşek hebû. Bi giştî dihatin gotin ku meriv nikare mesela Kurdan bi awayekî legal/eşkere/ nîqaş bike. Min bi xwe tam eksa wê digot. Divê me biceribanda. Min bi navê Yeni Akiş kovarek derxist. Ji ber ku min ceza dabû ber çavê xwe, êdî ji bo min tu sînorek nemabû. Û cara pêşîn li Turkiyê mesela gelan bi her awayê xwe hat raberkirin. Me heta hejmara çaran kovar derxist, di hejmara pêncan de ez hatim girtin û kovar jî nema derket.” Yeni Akiş li ser şopa Çira ye. Bi gotinên din Yeni Akiş Çiraya piştî salekê ango ya sala 1966´an e. Berpirsiyarê Çira Kemal Burkay û yê Yeni Akişê jî M. A. Aslan e. Di nav nivîskarên Yenî Akişê de jî Kemal Burkay dinivîsîne. Yeni Akiş jî bi xwe re hin nivîskarên din jî berşefeq û jidayika xwe dike. Ew jî bi kurdî û trkî ye. Çira bi giranî edebî ye, belê Yeni Akiş zêdetir siyasî ye. Dibe ku ev nîqaşa M. A. Aslan behsa wê dike bi Kemal Burkay re be jî û ihtîmal heye ne wuha, belê bi Dr Şivan û kesên
din re jî be. Em li vir nas dikin ku rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd salên 66 û 67´an di nav xwe de li ser legalîtê û îlegalîtê nîqaşekê dikin. Tiştekî din ku di Yeni Akişê de bala mirov dikşîne ew e ku di vê kovarê de wergerandinên ji çapemenî û rojnameyên Tirk zehf in. Yeni Akiş ewil mîna platformeke dîtinên cihê yên li ser Kurdan tê holê. Ilhan Selçuk, Nihal Atsiz û hin kesên din dîtinên xwe li ser mesela Kurdan dibêjin. Li ser berga yekemîn ev îbare heye: “kovara fikrî ya mehane ye amanca me bicihanîna dilşadî, biratî û wekheviya gelan e.” Imze: Ismet Tumturk, nivîsa wî ji kovara Mili Yolê hatiye girtin. Nivîsa Nihal Atsiz ji Otigenê hatiye girtin û nivîsa Ilhan Selçûk ji rojnameya Cumhuriyetê hatiye girtin. Wekî din, Ali Karahan, Baran, Osman Aydin, Abdulkadir Yildirim, Halil Aytekin, Turgut Akin, Kemal Burkay, M. A. Aslan, Abdulkadir Polat, Aziz Korkmaz, Abas izol, Dr. Tarik Ziya Ekinci, Serdar nivîskarên kovarê ne. Di kovarê de bi kurdî helbestên van kesan hene: Faik Bucak, Kemal Badili, Edo Deran, Ihsan Aksoy. Xwendevanên ku name şandine: Bahri Koçkaya, Ali Ozdemir, Sidik Bingol, Vedat Kaçmaz, Cevdet Ozçelik, Besri Eşîdir, Selahettin Metin, Ahmet Eren, Sehmus Aslan, Mehdîn Hezar, Ebdilkerim Silîvî. Hinek nivîskarên rojnamê têne girtin. Wek nimûne Kemal Burkay ji ber gotareke xwe ya di ”Yeni Akiş”ê de hat girtin û çar meh û nîvan di zîndanê de ma. Sala 1967´an manîfestasyonek pirr girîng bi îmza gelek komele, rêxistin û sendîkayên cihê li dijê nivîsandina Nihal Atsiz derdikeve û bi navê, “ji bo raya giştî” bi navê, “kî ber dide kê, qaqebxo” dikeve dîroka berxwedana Kurdan ku bi dû de zincîrek xwepêşandan û mitîng li Kurdistan û li Tirkiye li dar dikevin. Kovara Uyaniş: Ev kovar ji aliyê Komela Xwendevanên Agriyê yên xwendina Bilind li Enqerê hatiye weşandin. Di destên me de sê hejmarên wê hene, yek ji 15´ê Nîsana sala 1967´an, yek ji
15ê Nîsana 1968´an û ya sêhemîn jî ji Gulana 1969´an in. Kovar bi zimanê tirkî ye, hin helbestên bi kurdî jî hene tê de. Kesên berpirsiyar û birêvebir ev in: Ahmet Kotan, Isa geçît, Zekî Kaya û M. Salih Ozden. Di nav kovarên komeleyên bajaran de kovareke ku bala mirov dikşîne ji kovarên bi vî celebî “Uyaniş” e. Uyaniş jî bi xwe re mîna kovarên din li navê xwedîgotin navekî zêde dike. Ev nav jî Ehmed Kotan e. Ji awura kadroyên nivîskariyê jî ji kovarên bi celebê xwe li pêştir e û wa xwiyaye ku sê salan, salê carekê derketiye. Di hejmara taybetî ya ji roja 154-1967´an de bi îmza Ahmet Kotan binavê “2 erk û du berpirsiyariyên xortên Agriyê” meqaleyek heye. Di vê meqalê de çend xalên çir û pirr hêjayên binavkirinê xwe didin der: “Wek rewşa gelê Kurd û ferqa di nav Kurdistanê û Tirkiye de. wek nimûne berhevkirineke wuha heye di nav Manîsa û Agriyê de. li Manîsa serê şexis dahata salê 2350 lîre, belê li Agriyê 500 lîre ye. Behsên istismara Kurdistanê û cihêyî û ferqên çînayetî û tebeqî jî cihekî esasî digrin. Piştre kovar tê ser wê ku xortên îro ne xwe, belê civata ku ew di nav de hatine cihanê û di nav de dijîn difikirin û ne xwe belê dixwazin civatê rizgar bikin.” Ev gotin û daxwaz çendî dikeve pratîkê û hejmara vê ji bo xwe dike rêbereke jiyanê çend in, derketine derneketine li aliyekî, belê wek gotin be jî girîng e. Di hinek rojnameyên salên berî Şerê Cihanî û piştî şer, berî sala 1920´an doza çûna welat li mamosteyan hatiye kirin. Ev daxwaz demeke dirêj li bendeyî xwediyê xwe dimîne, çav li rê dibe û incex salên dawiya 1976´an xortên zanîngehan berê xwe didin Kurdistanê, nemaze piştî salên 1980´î bi derketina Partiya Karkerên Kurdistanê re ruwê jiyanê dibînin û hê nû ev bang dikevin piratîkê. Ferqa di nav bangên têne kirin û tiştên di bin de biçûk dibe û daxwaz û hêvî bi nisbetekê têne cih, dibin rastî û heqîqet. Jê û pê de nivîsên Ihsan Aksoy, Ali Kotan, Askerî Baran, Hakki Polat, Halil Aytekin, Celal Haznedaroglu, Mustefa Baykan, Selahettin Salman, Reşo, M. Emin Kotan, Musa Çadirci, Ekrem Kutlay, H. Yazikuşu, Kemal Burkay, Mehmet
Karabulut, Cegerxwîn, Şêrgo Ciwanroj, Mucit Ozturk, Mustefa Buyuk, Mehmet Demir, Ahmet Arif rûpelê kovarê dixemilînin û reng, tahm û bêhna xwe didinê. Di van salan de hem hejmara nivîskaran zêde dibe û hem jî nivskar ji sînorên teng û biçûk yên herêma xwe derdikevin. Nivîskarên ji rojname û kovarên li derveyî bajar û navçeyên xwe re jî dinivîsînin çêdibin. Ya din cara ewil navdarê Kurd û helbestvanê neteweyî Cegerxwîn êdî dibe mêvanê rojname û kovaran, helbestên wî li Bakur jî digêhin xwendevanan û ev jî bi serê xwe û bi tena xwe nûtiyek e. Hinek ji îmzeyên Çira, Yeni Akiş û Uyanişê yek in. Kesên di van kovaran de dinivîsînin ziman û retorîka wan bi taybetî çep e û di ber pirsgirêk û dabaşa neteweyî re ji awura tebeqî jî li meselan dinerin. Di nav van kovarên yekbajarî û girêdayê komeleyên bajaran de kovareke din ku çend gotinan heq dike bi kovara Uyanişê re kovara “Hinistan Sesler” e. Ji awura ku kesên di van kovaran de xwedîgotin in heta bi zemanê me jî aktîv muxalif in û li himberê dewletê şer dikin ev weşan girîng e. Kovara Hinistan Sesler: Derhênerê vê kovarê Komela Kulturî ya Xinisê li Enqerê ye. Xwediyê kovarê serokê Komelê Cemalettin Yenigul e. Berpirsiyar M. Suat Yildirim e. Mudurê kar û barên nivîsan Ramazan Baskin e. Sekreterê teknîkî Ali Ozdemir e. Hin îmze ji kovara Hinistan Sesler: Cemalettin Yenigul, Varol Taşkiran. M. Suat Yildirim, Ramazan Baskin. A. Enver Taşatan Latif Duman, Cemil Firat Davudoglu, Medenî Suvariogullari, Mehmet Çelîk, Ali Ozdemir, Demir Oksun. Me heta niha çend caran duberekir û îşaret pêkir ku di van salan de komelên Kurdan li gora bajaran çêdibin. Dibe ku ev hinekî jî meseleyeke taktîkî be û hayê beşek ji Kurdên ku di serê van karan de ne, rahiştine bar, hayê wan ji hev hebe û bi vî awayî dixwazin hêdî hêdî riya xwe vekin û ji neqeb û valahiyên qanûnî kelk bigrin. Fikra ku dibe ku taktîk be ji vir jî tê. Lewra komeleyek bi zemîneke firehtir dê êrîşan bikşîne ser xwe û hê di destpêkê de bê rawestandin. Dewlet hesas û bişik e, bêtehemul û nebarbuhêr e.
Li aliyê din ev komeleyên çarçewe teng û yekbajarî hinekî jî ji bo li wî bajarî kî heye û kî tune ye, kî xwedî enterese ye û kî na, kî çendî saxlem e, çendî bicesaret e û çendî ji dil e, çendî li xwe xwedî derdikve ji bo bê naskirin jî, rê û ceribandinek e. Ev komele bi awayekî jî wek kurseke destpêkî û seretayî ne ji bo gavên mestir û ciddîtir, neteweyîtir û berztir. Pêlak û demekê ev forma organîzebûyînê baş û bikêr bû. Ev hinekî jî dereca hişyarbûnê û hesantirbûna komkirina xwendevanên Kurd heger wek gava ewilî bajarekî be jî hesantir dike. Kovara Karakoçan: Karakoçan jî ku sala 1969´an derdikeve ne dûrî Uyanişê û Hinistan Sesler e. ew jî têra xwe ciddî, birêkûpêk û têra xwe neteweyî ye. Ji aliyê Komela Kulturî û Alîkarî ya Qereqoçanê tê derxistin. Kovar bi tirkî ye belê tê de metnên folklorîk hene.*Wel* nivîseke hêja û giranbuha ye. Nivîskarê wê T. Haydargîl e, li ser lîstikên zarokan e, ev nivîsa bi navê „Wel“ û gotinên wê bi kurdî ne. Xwediyê kovarê li ser navê komelê Sabri Unlu ye, berpirsiyar jî Ahmet Zekî Okçuoglu ye. Komîta amadekirinê Osman Aydin, Ahmet Zeki Okçuoglu, Sabrî Unlu ne”. Mehmûd Lewendî û Malmisanij vê dibêjin: Ev kovar, di nav kovarên xwendekarên kurd ên wê demê de, ji kovarên herî ciddî ye*.Ji bo em bibin xwedî fikreke hinekî firehtir, em Çend îmzeyên kovarê jî binav bikin: Ferît Ongoren, Osman Aydin, T. Haydargil. M. Emîn Bozaslan e, hê pêjna M. Emîn Bozaslan naye. Wekî din, buhayê kovarê li ser e, hundirandin û naveroka kovarê heye li ser qapaxê. Ev çend tişt in ku bala mirov dikşînin û li ser her kovareke din ku ji vê kategoriyê hesab dibe tune. Dema mirov li ser Uyaniş, Hinistan Sesler û Karakoçanê hinekî din difikire û bi tiştên sererû qîma xwe nayîne û hewil dide zêqiftir xwe berde, mirov dibîne ku ev hersê kovar nelokal in. Herçendî nav yekbajarî be ji aliyê komeleyek yekbajarî hatibe derxistin jî kadroyên wan ji bajarên din in jî. Îmze bi bajarekî yan jî bi xort, xwendevan û rewşenbîrên bajarekî bi tenê ne sînorkirî ne. Mirov dikare van kovaran
hinekî jî wek kovarên pira di nav rojnamgeriya yekbajarî û lokal û welat de bigre dest. Ev dibe mîna pireke derbasbûnê ji yeke biçûk ber bi yeke mestir û navçeyeek firehtir de. Mardin Sesi Yek ji wan kovaran e ku li ser riya welatgiriyê ye Kovareke ji qonaxa têperbûnê û rû li şikenandina qalibê yekbajarî ye. Nav navê bajarekî ye, belê naverok sînorên nav binav dike derbas dike, xîtabî coxrafyake pehntir dike. Bi gotinên din noqta destavêtin û derketinê herçendî Mêrdîn be jî belê hedef ne ev bajar bi tenê, welat e. Navê bajêr bûye pencere ji giş welat re, yan jî bi kêmanî ji beşek welat re. Hedef jî cihê mestir û neteweyîtir e. Komela li pey kovarê li Enqera ye. Serokê Komela Kulturî ya Mêrdînê Nezir Şemikanliye, berpirsiyar Deham Keleş e, Sekreterê Teknîkî Ibrahim Ceylan e. Sala derketina Kovara Mardin Sesi 1969 e. Salê carekê derdikeve ku ev tempo bi xilbeyî tempoya kovarên lokal e, belê di xwe de meyleke xwe li çeperên xwe dixe tê dîtin û xwendin. Ev kovar jî mîna yên hevtayên xwe bi tirkî ye, belê tê de helbestên bi kurdî jî hene. Di hejmara 35-1970´î de xwediyê wê li ser navê komelê serok Nezîr Şemikanli, Berpirsiyar Mehmud Ekinci, sekreter Faruk Guneş e, hinek guhertin hene. Dîroka hejmara pêşîn 3-5 1969, hejmarek jî dîroka 4-4 1970 hildigre. Çend îmzeyên xwedîrol û xwedîşop jî ev in: Nezîr Şemikanli, Deham Keleş, Irfan Uysal, Prof. Dr. Şerif Mardin, Mem û Zîn, Prof. Dr. Sevinç, Tevfik Ercan, Ahmed Arif, Ahmed Turk parlamenterê piştre yê bajarê Mêrdînê. Abdullah Soysal. Yeke mirov dide fikirandin nebûna navê Mûsa Anter e. Tê zanîn Apê Mûsa ji Mêrdînê ye, çima gelo navê Apê Mûsa tune ye. Ev mirov dide fikirandin. Li gora texmîna me Apê Mûsa di van deman de bi Mehmet Guneş re Kovara Doğu derdixe. Çima Mûsa tune di nav îmzeyên Mardin Sesî de, yan jî heye ne bi navê rast e, em nizanin. Divê mirov lê bikole. Kovara ku Apê Mûsa bi Mehmet Guneş re derdixe hevkariya bi çepên Tirk re û ceribandina wan aliyê giran e, dibe ku bandêra Partiya Karker jî hebe, ev mimkun e, ne dûrî aqilan
e. Hejmara ewil ya Kovara Doğu meha çiriyê sala 1969´an riwê jiyanê dibîne, peryodîk e. Mardin Sesi salê carekê derdikeve û ev jî ferqek e. Ya din ku bala mirov dikşîne ew e ku Mûsa vê kovarê ne bi Yaşar Kaya re ku bi piranî yek ji wan kesan e ku berdewam bi Mûsa re ye, kovarê derdixe. Kovarê ne bi kesên ji salên berê û ji tecrûbeyên derbasbûyî mane, belê bi ciwanekî bi qasî ku di bala min de jî maye bi kurdî nizane derdixe. Dibe ku Apê Mûsa vê demê bi formekî din yê xebatê re mijûl be. Gelo wê salê Yaşar Kaya ku yek ji mirovê nêzîkî Mûsa ye çi dikir, ew li ku bû? Gava em behsa kovara Doğu bikin em dê hinekî din li ser vê meselê bisekinin û lê bikolin. Di van kovaran de tiştekî din ku çavên mirov nikarin nebînin ew e ku çi ev kovarên lokal bin û çi jî yên bi mebesteke firehtir hatine derxistin bin, ji madeyên Destûra Hîmî ya Tirkiye madeyên xweser hene. Ev made û paragraf jî ew made ne ku ferqê naxin nav nîjad, komik û miliyet û mezhebên hene. Bi taybetî made û paragrafên bi vî rengî têne neqandin û neqilkirin. Kovar bala xwendevan, rewşenbîrên Kurd û demokratan dikşîne ser newekheviya li Turkiye heye û bi alîkariya van xalan ji bo rakirina newekheviya di nav Rojhilat û Rojavayê Turkiye de, di nav beşê Kurdnişîn û Tirknişîn de bêdîtin di nav hewla avakirina rayeke giştî de ye. Ev made û xal bi taybetî mîna duruşman li serê kovaran, di binê wan de bi tîpên têr û dagirtî têne nivîsandin û ev jî tê dîtin. Li aliyekî din jî ev made û xal ji bo parastina kovarê, dirêjkirina temenê wê, mîna zirxekî wek mertalekî bikar têne anîn. Ya duhem ji bo hişyarkirina mirovê Kurd û nişmîkirina wan ji bo ferqa di nav madeyên destûra hîmî û jiyanê de û îspatkirina rastiya ku qanûn û rastî li hev nakin, li dijê hev in cih didin van madeyan. Ya sêhemîn jî ji bo demokratîkirina civata Tirkiye û çêkirina toleransekê ye di nav dijberên zimanê kurdî û rastî û realîteya Kurdan de. Kovar dibin handerên jidayikbûna nivîskaran. Kovara ku bi xwe re çend mirovên nas yan bi kêmanî yekî nas dernexe êdî kêm bûne. Apê Mûsa Anter, Edib Karahan, Yaşar Kaya,
Kemal Burkay, Mehmet Ali Aslan, Ahmet kotan, Remezan Baskin, Ahmet Zeki Okçuoglu, Nezir Şemikanli, Mahmut Kilinç, bi nisbetekê yan jî bi nisbeta din ber û berhemên van kovarên salên piştî 50 ne. Di van kovaran de bi taybetî di yên salên berî 70´î de ev madeyên ji Destûra Hîmî ya Tirkiye têne girtin zêde ne. Kurd ji bo ku xwe biparêzin ji bo ku van madeyan ji bo xwe bikin talde û berqefên xweparastinê, wek kozikên xwe di wan de hilanînê, ji bo xwe bi alîkariya wan bihimînin, bi kar dianîn. Li vir şerekî hiqûqî jî heye, şerê qanûnî û makeqanûnî serdest e. Li aliyekî din jî hewla ku bala dewletê û raya demokratîk jî bikşînin ser neheqiya qanûnî û newekheviya bi qanûnan re nagunce mebest e. Baş tê bîra miov di mitînga Ferqînê de sala 1967 an girêdayê vê behsa me, Seîd Elçî wuha digot: ”Em dê bi çekê di destê wan de li wan bidin.” Mebesta wî ev makeqanûna sala 1961´ê bû ku hinekî mefer û derfet çêkiribû. Kovareke din ku li Dêrsimê di bin berpirsiyariya Kemal Burkay de , di sala 1969´an de derket, bi navê ”Ezilenler” bû. Li vir ya girîng ew e ku ev kovar li Kurdistanê du heftan carekê derdikeve. 25 hejmarên wê derketine û heta 12´ê adara 1971´ê jiyana xwe parastiye. Ev kovar organê Partiya Karkerên Tirkiye şûbeya Dêrsimê ye. Ev berhem giş yên salên 1960´an in. Berî em deriyê salên 1960´an dadin û derbasî dehsala piştre, salên 1970´î bibin, em dê çend bêhnikên din jî di nav salên berî 70´î de herin û bên, çend gotinan jî ji bo ji kovara „Doğu“ û Rêxistina Xwendevanî DDKO û Bultena wê bêjin. Kovara Doğu: Di nav kovarên salên berî 1970´î û ber bi dawiya sala 1960´î de Kovara Doğu jî bala mirov dikşîne. Berî em derbasî dehsala piştretir bibin wê baş û pêwist be, em bîstikeke kurt be jî riya xwe bi Kovara Doğu bixin û çend rûpelên wê biqulpînin. Di rêzên li jor man de me gotibû ku kesên ev Kovar
derxistine Mûsa Anter û Mehmet Guneş Şahîner in. Çîroka vê kovarê bila Apê Mûsa bêje: „Ez ji sirgûna Çanakalê taze vegeriyabûm, ji ber şanoya xwe Birîna Reş jî diçûm û dihatim dadgehê. Bi Partiya Karker ya Turkiye re têkiliyên min hebûn. Bêj hema her roj ji çepên Tirk û Kurd ciwan xort û keç dihatin mal ba min û diçûn. Di raporeke Istîxbarata Tirkiye ya MIT´ê de wuha dihate gotin: Mala Mûsa Anter bûye mîna balyozxaneya Kurdîstanê li Stenbolê. Ji Ewropa, Emerîka, ji Lenîngradê û ji Êrîvanê ji min re bêsekin kitêb û broşûr dihatin.” Di van wextan de, di nav vê tirafîka mixalefe û çendalî de, di nav kesên tên û diçin mala Apê Mûsa de, ciwanên radîkal Yilmaz Guney, Huseyin Cevahîr, Omer Ayna û Deniz Gezmîş jî hene. Yek ji wan kesan jî ciwanek bi navê Mehmet Guneş Şahîner e. Ev ciwan xwendevanê zanîngehê ye, bi malbatî li Mersînê dijî. Belê ji ber xwendina xwe li Stenbolê ye û bi xwe jî neviyê malbateke Dêrsimî ye ku di zemanê xwe de ji aliyê dewletê gelekî êşiyaye û temenê wan li sirgûnan derbasbûye. Mehmed Guneş Şahîner çep e, tê mala Apê Mûsa û pêşniyazeke wî heye. Dixwaze kovarekê derxe û ji Apê Mûsa alîkariyê dixwaze. Alîkarî jî ne madî ye, alîkariya dixwaze wê bi meqale û nivîsandinan be. Bi gotinên Mehmet Şahîner, kovar jî wê li ser ”Rojhilatê Tirkiye” û ”ilmî be”. Yekemîn hejmara Kovara Doğu 1´ê Kanûna 1969´an derket, ruwê jiyanê dît. Sala 1969´an zanîngeh dikelin, îdeoljî û siyaset, şoreş û guhertinên civakî naverokên nîqaşên di nav ciwanan de ne. Semîner û konferans zehf têne kirin û li darxistin. Çalakiyên bi vî rengî di salonên zanîngehan de ji rastiyên qonaxê ne. Konferansek ji van konferansên rewşenîrane û siyasî ji aliyê Mihri Bellî li Fakulteya Zanyariya Siyasî li Enqerê hatiye pêşkêşkirin. Dabaşa Konferansê *Rastiya Miliyetan* e û li ser pirsgirêka Kurdan e. Ev axaftina Mihri Belli dibe sebeba girtina wî. Mûsa û Şahîner vê axaftina Mihri Belli di Kovara Doğu de diweşînin. (221 bÎranînên Min.)
Di heman hejmarê de Mûsa nivîsekê jî ji Nasih Nuri Ileri digre kovarê ku ew jî ne rasterasta be jî li ser Kurdan bû. Li vir ji çepên Tirk û kesayetiyên wuha navdar girtina nivîs, axaftin û lêkolînan mebestên Mûsa hene. Dixwaze cebhê ji bo Kurdan û li dijê dewletê fireh bike û bi kesaytiyên di nav dersdar û xwendevanên zanîngehê de xwedîgotin fireh bike û van nivîsan bike faktorekî cesaret û navtêdanê. Mûsa di vê hejmarê û hejmarên din de li ser zimanê kurdî dinivîsîne. Bi gotinên Apê Mûsa ”kovar ji awura teşe û şikil ne bi mirûs bû, zêde çavên mirov têr nedikir, belê enerjîk û bihêz bû. Giş hejmarên wê derdiketin dernediketin wek berfa tu bavêje nav avê nedisekinîn. Ji ber ku heta wê rojê tu nivîskarê çep yê tirk wuha dest neavêtibû pirsgirêka Kurdan. Ev cara ewil di Kovara Doğu de dibû, dikete jiyan«. Di hejmara duhem de çareseriya pirsgirêka Kurdan bi awe û şêwazê Lenînîstî dihate nîqaşkirin dibêje Apê Mûsa di bÎranînên xwe de. Bi gotinên Apê Mûsa cara ewil bi vê Kovarê nîqaşkirina pirsgirêka Kurdan li gora prensîp û alternatîva sosyalîst dikeve rojevê. Ji kovarê re, ji çep û sosyalîstên navdar teqdîrname, mesajên piştgiriyê û pîrozbahîyan li pey hev tên. Li ser qaba kovarê „Bijî birayetiya Kurd û Tirkan“ dihate xwendin. Belê hejmarên kovarê nabin sisê û piştî hejmara duhem kovar tê girtin. Ev çarenûsa weşan û çapemenya kurdî ye ku îro bi xwe jî bi rengekî yan jî bi rengê din dewam dike. Li giş perçan mîna hev nebe jî bi kêmanî li perên Bakur, Rojhilat û Başûrê Rojava wuha ye. Dewlet ne bi tenê kovarê digre belê Gerînendeyê wê Mehmet Guneş Şahîner jî saqoçermokirî davêje zîndanê. Piştî ne bituwî Mûsa jî dişîne ba wî, heman zîndan nebe jî yeke din, wî jî davêje binê zîndanê. Rêxistin û Bultena DDKO: Darbeya sala 1960´î û bi dû de hatina Destûra Hîmî ya sala 1961´ê bi nisbet salên berî xwe û Destûrên hatine û çûne nisbî jî be, atmosfer û hewayeke mirov di nav de hinekî rehetir karibe bêhna xwe bigre û berde çêkir. Ev aliyek bû. Aliyê din rewşa li Başûrê Kurdîstanê û raperîna çekdarî bû û
li aliyê sêhem jî şerên çekdarî û tevgerên gerîlayî yên welatên mîna Vîetnam, Çînê, Emerîka latînî û efrîkî hebûn. Li aliyekî çarem jî partiya Demokrata bakur sala 1965´an êdî çavên xwe li jiyanê vekiribû. Di tenişta van gişan de weşan û çapemniyeke cihê ji ya salên berî xwe hinekî bicesaretir jî wek faktorekî piştgir û handar yek ji dînamîkên qonaxê û salên 1960´î ne. Giş tebeqe, bask û meylên li Tirkye her alî bi awayekî, xwestin ji vê azadiya hinekî mefera gotin, lebta fikrî û nîqaşê dide, kelk digre. Hewla kelkwergirtinê di nav Kurd û Tirkan de li vir û li dera han berçav dibe û di kovar û rojnameyên mîna Bariş Dunyasi, Yon, Ant, Turk Solu û hejmarek weşanên din de ku di beşên berî vê de me binav kiribûn, xweser dibin. Yek ji wan guhertin û gavavêtinên Kurdan yên salên 1960´î Damezrandina DDKO ye ku dibe “Kanên Kulturî yên Şoreşgerên Rojhilat”. DDKO di nav demeke li dora sal, sal û nîvekê de ewil li metrepolên Enqere, Stenbol, Izmir û piştre jî li Amed, Ferqîn, Batman û hin bajarokên din yên Kurdistanê li pey hev ketin jiyana siyasî civakî û kulturî ya Kurdan. Li metrepolan û li nav Tirkiye damezrêner bi piranî xwendevanên zanîngehan bûn. Belê li Kurdistanê damezrêner û endam zêdetir ciwanên kedkar û ji nav xelkê bûn. Ev atomosfer û ev faktor bikêrî Kurdan jî tên û di bin vê bandêrê de ciwanên xwendevan li znîngehan di nav çepên Tirk de, piştî çêbûna Partiya Karker di vê partiyê de li riyên xwe îfadekirinê digerin. Di nav vê tevgera nû de gelek kesayetiyên nû û xwedînav jî cih digrin. Beşek ji wan wek T. Ziya Ekinci, M. Ali Aslan, K. Burkay N. Kutlay, A. Aras û Y. Kaya di nav partiya TİP´ê de kom dibin. M. Ali Aslan demekê dibe serokê partiya TİP ê . Berî wê jî Tarik Ziya Ekinci bûbû Sekrterê Giştî yê TİP´ê û ketibû parlamento. Kurd di nav lêgerînekê de ne, di nav rewşeke wuha de berê Kurdan dikeve çend aliyan. Di tenişta vê meyla di nav DDKO yê de xwe dida hev û xwe dihûnand, di nav ciwanên
Kurd de meylekê jî xwe li FKF ango “Federasyona Kulûbên Fikrê” girt. FKF rêxistina xwendevanên zanîngehê ye, sala 1965´an hatiye damezrandin, sala 1969´an di civata giştî de navê xwe diguhere dibe DEV-GENÇ. Di van salan de çi di nav TIP (Partiya Kaktekên Tirkiye ) de be û çi jî di nav FKF, rêxistina zanîngehan de be, kemalîzim serdest e. Tevgerên ciwanan û zanîngehan li cihanê û tevgerên rizgarîxwazî li parzemînên sêhemîn, bandêra xwe li ciwanên Kurd jî dikin û di nav wan de meylên neteweyî û xwedîderketina li nasnameya xwe bi pêş dixin. Zemanekî sosyalîzim û çepîtî li zanîngeh û di nav xwendevanên xwendegehên Bilind e degel bû, kesên ne mihafezekar û ne sosyalîst zêde ciddî nedihatin girtin. Di nav Kurdan de û nemaze di nav endam û hevalbendên DDKO de sosyalîzim û netewiyet bi hev re û di nav hev de bûn. Mirov kare bêje ku DDKO li Kurdistana Bakur komela ewil e ku bi hedefên neteweyî, demokratîk û xwebirêxistinkirineke cihê ava dike. Li gora kesên di nav van xebatan de cih girtine, ciwanên Kurd yên li Stenbol û li Enqerê, yekemîn civîna xwe di meha Nîsanê de li Komela Xwendevanên Akademiya Zanyariya Bazirganî li Enqerê li dar xistine. DDKO ya Enqerê di 21´ê Gulana 1969‟an de tê damezirandin. Serokê vê yê ewil Komelê Mehmet Demir e. DDKO ya Stenbolê di 27´ê Gulana 1969‟ an de bi heman destûr û programê hat demezirandin. Serokê wê yê ewil jî Necmettin Büyükkaya ye. Di pêvajoya hişyariya siyasî û xwebirêxistinkrina Kurdan de li gora qonaxan, xalên serekî û dikevin serê rojevê hene. Di van deman de nîqaş li ser du xalan dicive: a. Rêxistina bê çêkirin, divê merkezî be yan jî bi serê xwe be. Di vê demê de qanûnên Tirkiye ji rêxistineke navendî re ne amade bûn, girtîbûn. b. Parastin û berdewamkirina têkiliya bi çepên Tirk bi tayebtî bi DEV-GENC û bi TIP´ê re pêwist e, hebe, belê çawa be
Di nav DDKO de nemaze di nav şaxên Stenbol û Enqera de dîtinên partiya Demokrata Kurdîstan serdest û xurt bûn. ev meyil bihêz bû. Sala 1969´an Civata giştî ya TIP´ê li dar ket. Di vê civatê de dîtina DDKO derkte pêş. Vê jî rengê xwe da biryarên Civata Giştî. Di nav biryaran de yeke rasterasta Kurd têkildar dikirin hebû, ji bo pirsgirêka Kurdan hatibû girtin û cara ewil partiyeke Tirkiye pirsgirêka Kurdan binav dikir. Ev girîng û dîrokî bû. Biryar wuha bû: „Li Rojhilat û li Başûrê Rojhilatê Tirkiye, bi navê kurd gelek heye“. Sala 1971´ê ev xal û biryar wek sebeb ji bo girtina Partiya TIP´ê hate bikaranîn. Li vir jî û vê salê jî aliyên di nav Kurdên endam û hevalbendên TIP ê û DDKO de têra xwe diyar bûn. Carna alî diyartir û hin caran jî kêmdiyartir dibûn. Wek nimûne Tarik Ziya Ekinci û Kemal Burkay zêdetir diketin aliyekî. Li aliyekî din Mûsa Anter, Sait Elçi, Dr. Şivan, M.Emin Bozarslan, Medet Serhat û Örfi Akkoyunlu bêhtir nêzîkî ciwanên zanîngehan û endamên DDKO bûn. Darbe û kodetaya leşkerî ya sala 1971´ê mîna gelek partî, rêxistin, rojname û kovarên din, DDKO jî girt. Rejîma 12´ê Adarê komele ji hev belakirin, hilweşandin û bi awayekî nehêle çavên xwe vekin, riya ber lingên xwe bibînin, avêt ser wan, raserî wan hat û bi giş hêz û bêwîjdaniya xwe dawşand wan, tepotezek rakir li wan. Li Amedê di dadgehên rewşa awarte û bi qanûnên awarte, niwêner, endam û alîgirên DDKO derxistin ber dadgehan û ew bi cezayên giran ceza kirin, ceza li wan barandin. Kurd çendalî, hem ji ber endametiya di nav DDKO de û hem jî hinek ji wan ji ber endametiya Partiya Karker ango TIP´ê, bûn hedefên êrîşên dewletê û hatin cezakirin. Endamên DDKO li ber xwe dan, bi awayekî xwediyê gotin û soza xwe axaftinên xwe kirin û ev jî bû rûpeleke ji rûpelên berxwedana zîndanan. Ev berxwedan û tiradisyon salên piştî 1980´î di zîndanên Amed, yên Kurdistan û Turkiye de bi ya girtî û milîtanên PKK´ê re derkete asta herî berz û hate cihekî wuha ku berhemên hêja li ser berxwedana zîndanan bihêle,
di zîndanan de kovar û rojnameyan derbixe ku vê jî bi xwe li lîteratura weşan û çapemeniya kurd kategoriyek taze zêdekir ku ew jî çapemeniya zîndanan e. Gelek ji van xwendevan û siyasetmedaran cezayên giran xwarin û piştre jî heta îro hê xebata xwe didomînin û bi berpirsiyariyeke mezin rola xwe dilîzin.
Beşê Sêyem Di vî beşî de em dê rojnamevaniya Apê Mûsa Anter û xizmetên wî di vî cebhî de bi rengekî firehtir û wek beşeke serbixwe bigrin dest. Me di beşê derbasbûyî de jî li vir û li dera han, rola Apê Mûsa destnîşan kiribû. Rojnamevaniya Mûsa û meraqa Mûsa beramber vî pîşeyî, berî ew rojname û kovarên xwe derxe, yan jî rojnamevan û nivîskar bê naskirin bi demekê, meylên wî yên rojnamevanî û nûçegihanî hene. Hê sala 1941´ê berî rojnameya xwe ya ewil derxe bi 6-7 salan ji rojnameya bi navê “Vakit” re nûçegihantiyê dike. Demekê jî nûçegihanê rojnameya Cumhûriyetê ye li Kurdistan. Hê wan wextan maknîneyeke wî marka „Mayka“ ya wênekêşiyê heye. Wan salan ev ne tiştek e ku li Kurdsitan bûbe û bi giştî li Tirkiye jî kêm e. Rojnameya Vakit rojnameya Asim Us bû, di destên sê biran de bû. Hê wan salan Mûsa dizane ku di zemanê Osmaniyan de di nav salên berî 1920´an de li Stenbolê rêxistinên Kurdan çêbûne û hin kovar û rojname derxistine. Mûsa li wan digere, têkiliyan bi kesên ku ji wan dem û zemanan mane re datîne. Dikeve pey berpirsiyarên wan, li kesên ku ji dûr yan jî ji nêzîk de hayê wî/wê ji wan heye dipirse, wan yeko yeko tap dike, xwe dighîne arşîvên wan. Mîna mirovekî nêçîrvan, mîna kesekî li zêr û xezînên kevin, zemanên derbasbûyî bigere. Mûsa li rojnameya Kurdistan, Hetawî Kurd û jînê digere, li pey şopa wane, bi heyecan di derbarê wan de agehdariyan kom dike û her agehdarî dilê wî xurtir û hêviya wî mestir dike. Ev erka Mûsa bi xwe dide ser milê xwe, li aliyekî din jî barê
wî girantir dike, girêdana wî bi dozê pitewtir û tekûztir dike, jê re dibe enerjî, hêza çogan, bînaya çavan û malzeme û motora xebatê. Ne bi tenê ev, Mûsa êdî pê hesiyaye ku di zemanê xwe de hinek tişt bûne û hinek kes ji yên ev tişt kirine jî hê li jiyanê ne. Ew herwuha cardî bi riya van kes û kesayetiyan serwext dibe ku bi navê Mem û Zîn berhemek kurdî heye, ku nivîskarê wê qudbek bi navê Ehmedê Xanî ye. Navê Melayê Cizîrî, Dîwana Cizîrî, navê Yusuf Ziyaedin Paşa û ferhenga wî ku li ber guhên wî ketibûn gişan meraq dike. Dixwaze gişan nas bike, pêde bike, dest bide wan, wan pel bi pel biqulpîne, wan û nivîskarên wan bide nasandin û bibe pirek di nav wan û gelê Kurd de. Mûsa xwe dighîne gelekan ji wan, dibe mêvanê malên wan, dikeve sohbetên wan. Kî ne ev kes? Şêx Şefîqê Arwasî ye, Prof. Şukru Baban e, zarwên Malbata Bedirxaniyan in, Evdirehîm Zapsu û pirr kesên din in. Yên ku dibîne, ji xwe dibîne, belê yên ku nabîne jî ji yên ku dîtine û li heyatê ne agehdariyan digre. Me di rûpelên berî vê de jî îşaret pêkiribû ku Apê Mûsa sala 1958´an bi navê Ilerî Yurt rojnameyek derxistibû. Berî wê jî çend weşanên din weşandibûn. Ev rojname ne bi tenê li Kurdistanê û li Amedê, belê li seranserê Tirkiye jî dibe bûyer û qewmandinek ku nîqaş dibe, şovenîzim, milîtarîzim û dirindeyîya tirkan ji serxwe diçe, hêrs û kefbidevketî dibe, çavên koledarên Kurdistan di nav serê wan de sor dibe û ne carekê, li ser hev û li pey hev bi hev re vê diqîrin: «Keko birawo, Mûsa kî ye, bezê binguhê bavê wî ji ku ye. Ew bi kîjan cesaretê tiştên wuha dikare bêje, kovaran derxe, behsa Kurdan bike, ew çawa dikare bi navê Kurdan tiştekî bêje. Behsa diyardeyekê bi navê Kurdan bike.“ Mûsa Anter bi şêweyekî giştî û bi karekterê xwe ne alîgirê xebata binerdê û nehênî bû. Xebata xwe vekirî û heşkere dikir, belê tim jî sînorên hene derbas dikir, li wan nedisekinî. Mirov kare bêje ku legalîta Mûsa, legalîteyeke sînornasnekir û radîkal bû, li pey wê hedefeke firehkirina sînoran û mezin64
kirina mefera xebatê esas bû. Wî berdewam hêza xwe, şarezayî û cesareta xwe li aliyekî siwar kiribû, dabû ser aliyekî. Ew jî ew bû ku sînorên demokrasiyê, azadiya fikrî, îmkan û serbestiya gotinê fireh bike, ziyaret û tabûyan bişkîne, yek li pey ya din bîne xwar, bêcesaretiyê rake ku di nav Kurdan de bi taybetî piştî qetlîamên mezin yên mîna Dêrsimê gelekî pirş û bela bûbû.Tim nav di mirovan de dida, dibû alîkar ji bo aliyên baş û însanî yên civatê, ji bo ev alî derkevin pêş dixebitî, hewil dida ev alî serketî û popûler bin. Sala 1941´ê dema ku Apê Mûsa bi çend hevalên xwe re şêwekomîteyekê dadimezrîne jî ev komîte zêde dirêj nake, belê ne wek rêxistin, wek fikir û dîtin dimîne, dibe meylek, stûn û bingehek. Mûsa heta dawiya temenê xwe jî girêdayê hewa û atmosfera vê civînê, vê komikê û ruhê ev komîte xuliqandiye dimîne. Ew heta bi roja şehdadeta xwe sala 1992 an li Amedê jî terka vî rûhî nake, li ser ya xwe û hevalên xwe dimîne. Bi ihtîmaleke mezin bandêra rêxistina Jêkaf jî heye li vir, ji ber ku berjengên ku hayê Mûsa ji Jêkaf û çûn û hatina di nav perçên Başûr û Rojhilat de heye mirov dikare texmîn bike. Mûsa di gelek aliyan de jî di vê çarçewê de giş tiştên ku weşandine bi mebesta ku însanetiyê fêrî deshelatdar û otorîteyên Tirk jî bike diweşîne. Dicle Kaynagi û giş kovarên din bi vê mebestê derdikevin. Mûsa vê kovarê bi çend xortên xwendevan û bê pere derdixe. Wek Huseyin Dikici, Talat Saygin û Welî Dolu. Yê ewil ji Amedê ye, duhemîn ji Bedlîsê ye,. Ji bo vê hewlê nirxandina Mûsa wuha ye: “Ev hewla me di dîroka komarê de bûyera ewil e ku dest davêje pirsa Kurdan“. Di ser gotara „em çima derdikevin“ Mûsa dinivîsîne û ev jî di xwe de giş pirsên Kurdistanê yên ku wê demê mimkun e însan bibêje radixe ber çavan. Ev rojname bi awayekî din jî tiştekî nû û bûyereke dîrokî ye. Cara ewil Dicle Kaynagi behsa qirkirina geliyê Zîlan, Şoreşa Şêx Seîd, Araratê, Sasonê, Dêrsimê, Pira Reş û mesela 33 kesan dike. Helbesta Ehmed Arif ku bi navê 33 gule navdar e û piştre ji
aliyê hunermendê radîkal Ciwan Haco bûye stran piştî ku Mûsa vê meselê di rojnameya xwe de bela dike û dighîne raya giştî, perda li ser vê meselê radike, derdixe ronahî û heşkeretiyê, Ahmed Arif vê dinivîsîne. Bê goman bi ihtîmaleke mezin Ahmed Arif ku mirovekî Kurd e û bi xwe jî di wextê xwe de çep û li dijê dewletê ye û ji ber vê jî hatiye girtin, rojnameya Apê Mûsa dixwîne û di bin bandêra vê de helbesta xwe 33 gule dinivîsîne. Îro gelek kes vê nizane. Helbet Apê Mûsa vê rojnama Dicle û Firat bi hesanî dernaxe, serêş û dijwarî, ne bi tenê pere ne jî. Ji peran zêdetir pêdekirina çapxaneyekê ye ku rojnamê çap bike. Heman pirsgirêk heta îro jî wek daqoqekî serê rojnamevan û rojnamevaniya Kurdan disekine. Ji roja rojnameya Welat derketiye û bûye Welatê Me û niha jî wek Azadiya Welat derdikeve heta bi îro ku jî ev pirsgirêk û ev astengî maye û didme. Lewra her çapxane xwe nade ber çapkirina rojnameyeke li dijê dewletê û îca tewer ku behsa Kurdan bike. Rojnameyek muxalifê dewletê û tiştên dewlet naxwaze dest bidiyê, tiliya xwe pê veke çap bike. Ka çapxaneya van bike, berê hikûmetê bide xwe, bikşîne ser xwe û xwe bike hedef û ji êrîşên hikûmet û dewletê re. Apê Mûsa di van wextan de rojekê torinê Bedirxan Paşa kurê Tahir Begê Bedirxanî Cemal Kutay nas dike. Ew wan rojan rojnameyeke êvarî derdixîne. Cemal Kutay vê rojnamê bi kurê Celal Bayar re diweşîne. Mûsa ji ber mervantiya Cemal Kutay û xezûrê xwe Evdirehîm Zapsu jê re xalo dibêje. Dema ew û Mûsa careke din hev dibînin êdî kurê Celal bayar miriye û çapxane sekiniye, tu îşî nake. Cemal Kutay dibêje Mûsa ku ew dixwaze çapxanê bifroşe û bi gotinên Mûsa, Cemal Kutay wuha dibêje: „Biner Mûsa di destên me de çapxanyek heye, em difroşin. Tu bikirî tu dê giş karên xwe bi rehetî pê bikî, em ji bo buhayê wê 25 hezar lîre dixwazin, belê heger tu bikirî em dê erzantir bidin te. Lewra xwediyên wê ne ez im malbata Bayar e.“.
Mûsa dewam dike: «Çapxane li himberê wîlayeta niha ya Stenbolê bû, di avahiya Izet Xanê debû. Niha ev Xan nemaye. Ez çûm min çapxane dît, min lê nerî, min eciband. Min qonaxa xwe ku di nav bexçeyekî de bû li himberê Camiya Sokulu li Sultan Ehmedê, bi 26 hezaran firot û bi 17 hezaran min çapxane kirî“ (BÎranînên Min- rp.131-132) Gaveke din konkiret, li ser riya rojnamevaniyê, derxistin û weşandina Şark Postasiye. Sala derketina vê kovarê, kovara Şark Postasi 1954 e. Partiya Demokrat bi serokayetiya Celal Bayar û Adnan Menderes bi serketiye û vê carê Mûsa li Amedê ye. Bi çend hevalên xwe re wê rojnameyek nû biweşînin û careke din mudaxeleyî rewşa siyasî bikin . Êdî bêrojname sekinîn zor e, kurmê rojnamevantiyê ji yê cixarê jî xerabtir e, bendewarî û tiryakîyetekê çêdike. Girrê pêde dike têra xwe biisrar e, dev jê bernade. Bêrojnamebûyîn ji bo Mûsa mîna ku tiştekî xwe wundakiribe, mîna ku tiştek jê kêm be û divê temam bike Mekîne û aletên pêwist têne kirîn. Necat Cemiloglu dibe berpirsiyar. Dema Mûsa biryara xwe dide rojnameya Şark Postasi derxe atmosferek nû û psîkolojiyeke cihê heye li Kurdistanê û li paytextê Kurdistanê li Amedê: însan ji zulmeke 27 salî ya partiya CHP´ê hinekî be jî rizgar bûne, mîna ku zinar û latek ji ser sînga wan rabûbe rehetir nefesa xwe digrin û berdidin, bêhna wan hatiye ber wan. Gelek malbat û kesên li sirgûnan in, ji xerîbiyê vegeriyane ser cih û warên xwe û gelek ji wan jî mal û milkê wan li wan hatiye vegerandin. Hevkar û şûrkêşên partiya kemalîst partiya CHP bêprestîj û navno bûne, nikarin derkevin nav xelkê û şerm dikin li çavên xelkê binerin. Ew parlamenterên ku bi salan li pey hev bûne malê meclîsê û parlamentertiya wan garantiye, êdî kes reyên xwe nade wan. Mirovên mîna Şeref Ulug, Malbata Prinçiyan û Dîcleyîyan û yên mîna wan mîna ku sirgûn bûbin hew wêrin Enqerê û Stenbolê berdin. Selteneta polîs û cendirman ne wek berê bû, burokratan li pêşberî xelkê hinekî bi nisbet berê hay ji xwe dikir. Mufe67
tiştiya Giştî rabûbû û avahiya wê bûbû Enstîtuya Qîzan. Bêgoman xelk bi van gişan kêfxweş bû. Piştre derket ku ev hewa bêhna demokrasiyê jê tê, wextî û sexte ye. Êşên xelkê û eziyeta salên berê dihate bîra wan û ev êş his dikirin. „Şark Postasi û Ilerî Yurt ku me sala 1958´an weşandin dibûn tercûmanê vê êşa xelk“ dibêje Apê Mûsa (rp.138-139). Her roj Mûsa nivîsekê yan jî du nivîsan amade dike. Mûsa di Şark Postasi da ango bi kurdî di Posta Rojhilatê de bi navê posta derengmayî meqale û fiqran dinîvsîne. Di demeke kurt de rojname li seranserê Kurdistanê bela dibe û xelk diecibîne. „wê wextê 50 rojname tên Amedê û hinekî ji wan jî vedigerin. Belê rojnameya me ya dupelî hezar heb difrot. Huriyet bi dehan rûpelên wê hebûn û giş rojnameyên Stenbolê ku yeka wan bi 15 qurûşan bû ya me li himberê wan ku bi 25 qurûşan bû, zêdetir dihate firotin. Rojnamê sal û nîvekê dewam kir.“ Mûsa di vê sal û nîvê de berê xwe dide CHP û wek dijminê yekemîn berê topên xwe li vê partiyê rast dike ku partiya Kemal û Inonu ye û ew berî herkesî berpirsiyar in ji wehşet û hovîtiya li Kurdistanê.Helbet ev hinekî jî li hesabê partiya demokrat jî tê. Mûsa jî vê baş bi kar tîne û teqsîriyê nake. “Şark Postasi ewqas tê firotin, ne ji ber ku rojnameyek gelekî bi serûseket bû, yan jî ji ber ku sipehî û bihevketî bû. Bervaja ji giş rojnameyên ku li Tirkiye derdiketin bi van aliyên xwe bêkalîtetir in. Ne kaxeta wê ji kaxetên helî başbû û ne jî bi dehan û bi sedan personelên wê hebûn.” „Me di rojnamê de tu xeberên mezin yan jî bûyer nedinivîsandin. Ji xwe rûpelê dawî sabîtbû, neguhêrbar bû, bi tenê tarîxa wê dihate guhertin. Yê mayî tarîfa tirênê, hereketa tirênê û îlanên mîna ``welatiyê delal dibe endamê Heyva Sor ``û tiştên bi vî awayî û bi tîpên mezin ji bo dagirtina rûpel dihate bicihkirin. Carna jî me îlanên resmî dixistinê.“ „Di rûpelê yekemîn de fiqrak min û meqaleyek min hebûn. Xwendevanan sirf ji bo nivîsên min rojname dikirîn. Zarok her sibe dihatin li ber deriyê çapxanê kom dibûn û her yekî radihişte qeflek rojname, dixistin bin çengên xwe û dibirin,
diketin nav bajêr û li hawîrdor ban dikirin: Apê Mûsa dibêje, Apê Mûsa dinivîsîne.“ „Xelkê rojname ji destên hev direvandin. Li aliyê din ji giş aliyên Kurdistanê re ji mirovên abone re 300-400 heb dihate postekirin. Heta rojname dighişte Sûriye û Ewropa jî. Piştre partiya PD ê hêdî hêdî li eslê xwe vegeriya bû mîna CHP ya berê. Ez jî çûm eskeriyê û piştî min ne bi gelekî rojname jî sekinî û hew derket. Heyfe ku niha di destên min de nusxak jî nemaye.“ Balkêş e û tirajîk e û hem jî pêre mirov dide fikirandin bê ka rewşa arşîvê çawa ye di nav Kurdan de. Ji kovareke ewqas bela bûye û ewqas çapbûye di sedsala 20´an de ku li ba xwediyê wê, afrêner û xaliqê wê bi xwe jî pêde nabe. Ev li aliyekî jî dema ku mesele li ser Kurdan e demokrasiya Tirkiyê çiye û neçiye ew jî xwiya dibe. Di wê navê re çend sal derbas dibin, sal dibe 1958. Mûsa û çend hevalên xwe wê cardî rojnameyekê derxin. Di nav xwe de pilanekî wan heye nîqaş dikin. Şark Postasi êdî maye di nav salên derbasbûyî de û bûye bÎranîn, bûye dîrok. Mûsa ji cihê maye piştî vegera ji eskeriyê wê têkeve rê, wê hewil bide cardî doh bi îro re girêbide. Ji bo vê jî bilez e, gerek zêde doh û îro ji hev neqetin, nav wan venebe, ji bo hev jireşk û tarî nekevin. Mûsa bi piranî û bi qasî mikun e ji bo rojnameyên xwe Amedê hildibijêre. Hem hez ji vî bajarê Kurdistanê dike û li vir xelk wî nas dike û li aliyê din jî Amed hê wan deman di çav û dilê xelkê û siyasetmedarên neteweyî de paytext e, bêhna Kurdistanê ji Amedê ji giş bajarên din zêdetir tê. Dawî û berî pir faktor û sebeban Apê Mûsa rojnamê ji bo xwendevanên Kurd derdixe û di serê wî de, di navhedefên xwegihandinê de, berî xwendevanên Tirk û Turkiye, yên Kurd û Kurdîstanî hene. Yeke din ku dema gotin li ser Mûsa: Ew jî ew e ku Mûsa berî herkesî rewşenbîrê welatê xwe ye, xwe beramber gelê Kurd berpirsiyar û binbar dibîne. Gerek mirovên Kurd rohnîdar bike, wan hişyar û organîze bike, xîtabî wan bike, wan biçek û birbîr bike û bi riya rojnamê têkiliyên di nav bajar û herêm
û navçeyên Kurdistanê de ava bike, organekî hevbeş bîne pê, valahiya heye hinekî be jî tije bike, kêm be jî dilên hişyar û kezebşewityên netewe avreşandî bike. Tam di vê wextê de ku Mûsa bi giş kat û enerjiya xwe di nav pilanê derxistina rojnameyekê de ye, li ser vî alî kûr û kom bûye, dîtinên vir û dera han, ji cihên pêwist û xwedîgotin digre, bi der û dorên dost û heval dişêwire û di demekê de ku li bersiva pirsên di serê xwe û hevalên xwe de digere, li Amedê rojnameyeke bi navê Ilerî Yurt derdikeve. Xwediyê Ilerî Yurt melayekî kevin Evdirehman Efem Dolak e. Bi gotinên Mûsa rojnameya Efem Dolak jî mîna rojnameyên din yên Amedê apolîtîk e, li dijê siyasetê ye. Ji bo ku ji îlanên mehelî pereyekî bi dest bixe bi mebestek bazirganî derdikeve. Ji xwe ev Ilerî Yurta di dest Efem Dolak de pirr nedihat çapkirin. 25-30 hejmar derdiket û ew jî bi piranî ji bo daîre û meqamên fermî bû. Kes nakire û kes jî naxwîne. ji xwe tiştekî mirov tê de bixwîne tune ye. Yê mayî em bi gotinên Apê Mûsa Anter temam bikin: ”Bi parêzer Canib Yildirim re me ban Evdirehman Dolak kir. Me gotyê, biner Evdirehman, tu wer vê rojnamê dewrî me bike. Canib bila bibe gerînendeyê Giştî, ez jî dê tê de binivîsînim. Tê bîra te me berî bi çend salan Şark Postasi diweşand. Tu rojnamê bide me wê wek wê rojnamê, deng bi rojnameya te bikeve. Em dê bixebitin û heger pêwist be emê mesrefa te jî bidin te û bila fêda wê jî ji te re be. Qebûlkir, nîvtop kaxetên wî hebûn. Hin aliyên rojnameya wî nedihate xwendin.“ “Min jê pirsî çima rojname wuha belekbelekî derdikeve. Di bersiva xwe de gote min ku mişkan merdana çapxanê xwarine û ji ber ku ew dever hibrê naxwin hin aliyên rojnamê wuha sipî dimînin. Me merdane û herfên kêm kirîn û me dest pê kir û me rojname weşand.“ Mûsa rojnama Ilerî Yurt derdixe û hejmara ewil bi belaş bela dike. Piştre hêdî hêdî hayê xelkê ji rojnamê çêdibe û rojname popûler dibe, deng pê dikeve, dikeve jiyana xelkê, dibe dabaş û gotina civatan, qehwexane û çayxaneyan. Dewam dike Apê Mûsa Anter:
„Bi sedan kesan ji bajarên din ji bo abonebûyînê serî li me dan û rojname ji me xwestin. Me rojname hata bi Stenbol û Enqerê ji zanîngehên metrepolan re şand.“ Dirêj be jî ev jêgirana me ji berhema Apê Mûsa „BÎranînên Min“ girt, ji ber ku şahdebûneke dîrokî ye û ji ber ku li ser rojnamgeriya Apê mûsa jî, gera wî ya di nav gel de jî fikrekê dide mirov, bila hinekî din dewam bike: „Rojekê li hewşa Mizgefta Mezin min keçek parsek dît, agir ket kezeba min..... zaroka biçûk destên xwe vekirbûn û li pey hev tim wuha digot: ji bo Xwedê, ji bo Xwedê sedeqekê. Min çend qurûş pere xistin destên wê. Min jê pirsî ka bi tirkî zane yan na.» „Keçikê got ku ew fêm dike belê nikare vegerîne. Piştî ku ez ji cem bi rêketim, keçikê teqnekî bi dû min de nerî û her digot Xwedê gunehê te efû bike.“ „Van gotinan ez yekcar hejandim û aqil di serê min de nehişt. Min ji gotinên keçikê ev derdixist, wek ku ji me re bêje hûn çima min di vî halî de dihêlin, hun gunehkar in.“ „Min jî xwe di cih û şûna gunehkaran de hiskir... Roja din min bi sernivîsa `ji bo Xwedê sedeqakê´ meqaleyek nivîsî û min bi riya rojnamê xiste nav xelkê.“ „Nivîsandina min di stûna ´Welatê Pêşketî` de bi çeşnekqerfpêkir ´çi welatekî pêşketî !!` de kete weşanê.“ Mîna ku bombeyek biteqe nivîsa Apê Mûsa her deverê dihejîne û wek berqê li her deverê bela dibe. Dozgerên dewletê derhal, di cih de dawê li Apê Mûsa vedikin. Mîna ku bêje tu kî ye û tu gihayî ku tu bi kurdî tiştan binivîsînî. Ji ber ku Apê Mûsa di her hevpeyvîna ku çêdikir de hinek kurdî jî direşand nav. Belê îmkan tune, kes nikare Apê Mûsa bisekinîne. Helbet her nivîsandin dibû sebeba dawe û dadgehek nû. Hevpeyvînên Apê Mûsa bi piranî xeyalî û fikirlêkirî ne, giş siyasî û li ser derdên Kurdîstanê ne. Wek nimûne hevpeyvîneke Apê Mûsa bi mirovekî pîr re ye. Di hevpeyvînê de dipirse çima tu parsê dikî? Kalê reben bi kurdî vedigerîne:
„Ma ez çi bikim, tu dibînî, ez ji herdû çavên xwe kor im. Kurekî min hebû ew bi dar vekirin. Diya wî jî bi dû wî de ji kerban re mir. Ez jî mame li van rastan bêxwedî û bêxwedan.“ (BÎranînên Min 143) Êdî nivîsandinên Mûsa û dadgeh hevdû taqîb dikin. Bi dû her nivîsandinekê de dawek nû tê û li dawên Mûsa daweyek din zêde dibe, dawe û derketina himber dadgehê dibin zerazeng û didin dû hev. Ne bi tenê li Kurdistanê belê li Stenbol û Enqera jî hayê xelkê, rewşenîran, mirovên muxalîf û rojnamevan ji mehkemên Mûsa çêdibe. Piştre çibû, mesele gihaşte ku, heta bi ku çû û li ku teqiya, em dê cardî ji Apê mêrxas û zîrek alîkariyê bixwazin, bila ew ji pênûsa xwe me serwext bike: „Rojekê ez ji xwe re fikirîm û min got xwe: Ezbenî! Çawa be tu her roj li dadgehan î, madem wuha ye, tiştekî bike ku hêja be. Rabû min helbestek dirêj bi kurdî, belê ji awura edebî ne zêde binirx nivîsand û navê Qimil lêkir, di tenişta wê de min wergera wê jî bi tirkî çapkir. Di dawiya helbestê de jî min ji qehremanê helbestê re ku keçek xemgîn bû ev got: „Bes xeman bux keça delal, birayên te yên ku te ji zerer û çewsandina qimil û çewsêneran rizgar bikin îro gihane. Helbestê wuha dest pê dikir: «bi çiyan ketim lo Apo, çiya melûl bûn rebeno...“ Piştî ku ev helbest belabû, bêj hema giş xortên Kurdan ew jiber kirin û bi leza birûskê di nav xortan de li zanîngehan belabû. Agir dikeve çapemeniyaTirkiye. Rojnamevan li dijê Mûsa li dahola hewarê didin, li Stenbol, Enqere û Izmîrê, heta bi Uşakê, bajarên biçûktir mîna Odemîşê li dijê Mûsa dibin cebheyek û dinivîsînin. Kef bi devê wan ketiye, çi tê ber devê wan dibêjin, giş sînor derbas kirine, bi navê edebê û exlaq tiştek nehiştine, nas nakin, dane nav. Ev giş li aliyekî, nivîskar û romanivîsê navdar û di zemanê xwe de berdevkê Mustefa Kemal Falih Rifki Atay jî di Rojnameya Ulusê de dawa jêkirina serê Apê
Mûsa dike. Xwendevanên Kurd li zanîngehên Stenbol û Enqerê kirin şahî û dawet, ji kêfan re ku baskên wan hebûna wê bifiriyana. Bi sedan telgiraf û pîrozname diçin ji Apê Mûsa re. Rojname bi serê xwe dibe qewimandin û rûdaweke mezin ji yên qonaxê. Hilbijartinên li Tirkiye nêzîk bûne, kempanya hilbijartinê dest pê kiriye. Ismet Paşa li hawîrdorên Tirkiye digere, bi hesanî nakeve her bajarî, xwe digihîne bajarê Uşakê. Li dijê Partiya Demokrat xwepêşandaneke mezin li dar dixe. Ismet Paşa çawa ji trênê dadikeve danakeve yek kevirekî li serê wî dide. Mûsa Anter jî li ser vê bûyerê di rojnameya xwe de vê kirinê rexne dike. Belê bi kurdî dinivîsîne û wergera wê jî bi tirkî dixe rojnamê. Helbet li vir mesele şikenandina qanûnên li dijê zimanê kurdî ye, qulkirina dîwarên li ser riya her tiştê ku bêhna Kurd û Kurdistanê ji wan tê ye. Piştî du rojan bi îmzeya Ismet Inonu telegirafek ji Apê Mûsa re tê. Di Telgirafê de wuha dinivîsîne: „Mûsa Anter ji bo xebata we ku hun ji bo demokrasiyê didin ez we pîroz dikim û ez têm çavên te.“ Mûsa jî vê telegirafê bi nivîsandineke wuha dixe rojnamê: „Gava ku min porê sipî yê Ismet Paşa di nav xwîna sor de dît Çiyayên Kurdistanê yên bixwîn û biberf hatin bîra min. Çiyayên Araratê, Sasonê û D êrsimê“. Li vir tiştê ku Mûsa dike, meseleyekê wek ya Ismet Inonu digre û ji bo rakirina tabûyên li ser Kurd û Kurdistanê bikar tîne û vê jî bi hosteyî û koneyîyeke xweser, stîl û îfadeyeke mûsayî dike. Li vir wê di cihê xwe de be ku mirov behsa sitîla Mûsayî bike û li ser, tezên xwe binivîsîne. Belê divê mirov behsa stîla Mûsa bike. Bi rastî heger mirov bike ne tiştekî bêcih û subjektîf e. Li ser vî alî em divê hinekî din kûrtir bibin. Stîla kurdî, stîla Mûsa ye, stîleke aqilmendane, zelal, biwate, hedefbîn û biîsabet, bêhna Sokrat jê tê, bêhna qerf û henekan, zanebûneke kûr, samîmiyet û humanîzmek mezin jê tê. Em vegerin cihê em lê mabûn û cardî bila Apê Mûsa bi wî zimanê xwe yê şêrîn û zelal dewam bike:
„Em bi lezek xurt ketin sala 1959´an. Êdî rojnameya me ne organekî normal yê weşanê, belê di nezer û awura xelkê de bûbû organê serhildanê.“ Di dawa gurûbê 49 kesî de xortê hêja û hemşeriyê Mûsa ji Nisêbînê Emîn Batu şehîd dikeve. Piştî du salan ku Mûsayê rojnamevan ji zîndanê derdikeve dide pey şopa Emîn Batu, dixwaze gora wî tap bike, nas bike bê ka li ku ye: „Min dizanîbû ku laşê wî birine nexweşxaneya leşkerî ya Haydarpaşa. Min katibên nexweşxanê dîtin, pere dan wan û min ji wan rica kir ku qeyda wî bidin min.“ „Derket ku Emîn li goristana Karacaahmet hatiye gorkirin, hejmara ber serê wî dan min. Min hejmara wî ya textînî girt û berê xwe da goristana Karacaehmedê. Belê gor vala bû. Berî em herin wur, xwiyaye xebera emniyetê jê çêbûbû û hestiyên Emîn derxistibûn, biribûn cihekî nenas.“ Ev bûyera Apê Mûsa behs dike û serpêhatiya gora Emîn Batu serpêhatiya Seîdê Kurdî jî tîne bîra mirov. Ew jî dewletê heman tişt anîbû serê wî. Cenazê wî ji goristana Urfa-Ruhayê derxsitibûn û biribûn cihekî ku heta niha jî kes nizane li ku ye. Belkî cenazê ewil wuha dewlet wunda dike û ji gorê derdixe ewil yê Emîn Batû û piştre jî yê Seîdê Kurdî be. Salên dawî tiştên wuha gelek bûn û bi hezaran Kurd ji aliyê dewletê hatin kuştin û di gorên tomerî de hatin binaxkirin.Ev ne cara ewile dewlet vê dike û cenazeyê mirovê Kurd davêje cihên nenas. Heta gotinên wuha hene ku bi helîkopteran avêtine deryayê. Hê jî gora Emîn Batu û Seîdê Kurdî mandela ne. Gelo rojek heye dewlet li kirinên xwe mikur bê û doza lêborîna xwe ji Kurdan bike ? Ev dewlet gunehkar û tawanbar e. Mûsa dema rojnameyên wî digirtin yan jî ji ber sebebekê ji sebeban rojnameyên xwe disekinandin di rojname û kovarên din de dinivîsî. Ji ber ku Mûsa têra xwe popûler bû û stîlekî wî yê bihêz û cazîb hebû, xwe dida xwendin. Xwendevan lê digeriyan. Popûlertiya Mûsa jî ne bi tenê li Kurdistanê belê li aliyê Tirkiye jî derbas dibû, di nav Tirkan de jî xwendevanên wî û hezkiriyên meqaleyên wî hebûn.
Ev popûlarîte ji jiyana dirêj li Stenbolê, têkiliyên bi kesayetiyên nas û xwiya re, ji nameyên ku ji rewşenbîr û kesayetiyên siyasî û serokên partiyan heta serokdewlet û serokwezÎran re dinivîsand dihat. Wextekê piştî ji nav hucrên zîndanê, tarî û kûr derdikeve di Bariş Dunyasi de dinivîsîne. Helbet ji bo van nivîsandinan jî dikeve mehkeman û dibe sebebê ku mirovên mîna A. Hamdi Başar ku hevalê nêzîk yê Mustefa Kemal bû ew jî pêre demxa kurdbûnê bixwe.“Belê ya hê xerîb û seyrtir heye. Sala 1987´an ji bo daweya kovara ´2000´e Dogru´ min Ataturk jî kir Kurd û herçendî min nedixwest jî, ez bi ruhê wî re li ser heman kursiyê mehkûmiyetê rûniştim“ (rp. 186) Di salên Mûsa Ilerî Yurt birêve dibe û di weşîne de Partiya Demokratê genimê jehirkirî di meha Nîsanê de li axa û begên Kurdan bela dike. Ev genim nayê xwarin, lewra bi çend şikil jehrê jehirkirî ye. Ne ji bo xarinê ji bo çandiniyê ye. Belê bi giştî li Kurdistanê, nemaze li Başûrê Rojhilat xelk di meha Çiriyê de genim diçîne. Axan ev genim hinekî bi buhayekî kêmtir difrot gelê Kurd. Xelkê feqîr jî ev genim dibir êş, dihêrt, dikir nan û dixwar. Dewletê û partiya li ser kar ev bi zanebûn dikir û mebest li vir qirkirina gelê kurd bi destên Kurdan bû. Di demek kurt de genimê jehirkirî di nav xelkê de û bi taybetî di nav zarokan de bandêra xwe nîşan da. Jehrê di laşê zarokan de birînên kûr û xedar vekirin. Di nav xelkê de ji van birînan re digotin Birîna Reş. Mûsa di rojnameya xwe de çend caran bala xelkê û xwendevanan dikşîne ser vê boblatê û dixwaze raya giştî li ser vê meselê nişmî û hestiyar bike. Mûsa di navekê re li dora Amedê li qezayên Cunguş, Dicle, Hezro, lîce, Hîlwan, Çinar û Bismilê digere. Serî li navendên bijûndariyê ku gelek ji wan bêdoktor in, dide: „Min li vir bi sedan zarokên ferqa wan ji meymûnan nemaye di nav birîn, elem û edabê de xeniqîne, dîtin. Wechê zarokan giş reş û di nav pirçê de mabû. Ji ruwê wan, pirr deverên laşê wan, goştê wan weşiyabû. Laşê wan tije birînên bêderman bûbûn û êdî rehetbûna wan ne mikun bû. Hejmara mezin ji zarokan dimirin.“
Sala 1990´î di bÎranînên xwe de Mûsa wiha vê bûyerê behs dike ku sala 1958´an qewimiye: “Îro îstatîstîkek bê çêkirin, bahwer nakim yek zarokên vê salê û çend salan piştre jî çêbûne, mabin li heyatê bin.” Ji xwe ev bûyer e ya ku Mûsa dehfî ser nivîsandina şanoya bi navê Birîna Reş dike. Nivîsandinên Mûsa dengekî mezin didin û Wezareta Bijûndariyê bi xwe jî dest davêje vê meselê û xwe naçar dibîne bi meselê dakeve. Belê bi rengekî xerab û xayinane ku qet bi sonda Hîpokrat re û misyona mirovên doktor re nagunce. Bi dehan raporên sexte durust dike û hewil dide ku îspat bike ku na ev nexweşî û birînên di laşên zarokan de, ne ji ber genim e, belê ji ber sebebên din in. Sala 2006´an di mesela Şewba Çûkan de jî dewletê heman mesele kir û Wezareta Tendusutiyê demeke dirêj nexweşî veşart. Dabaşa genimê jehirkirî ewçendî bela dibe ku sînorên Tirkiye û Kurdistanê jî derbas dike, li Moskova digihe heta bi helbestvanê navdar Nazim Hikmet û ew jî li ser vî bingehî helbestekê dinivîsîne û navê wê dike „Ka, ku Wezîrê Bijûndariyê bi xwe jî bi nexweşiya Brîna Reş biketiba, wê wextê wê zanibûya ka ev nexweşî çawa ye“ (rp. 192-193) Sala 1-2-1989´an Kovara Emek Dunyasi bi Apê Mûsa re hevpeyvînekê dike û di nav pirsên xwe de vê pirsê jî dipirse: “Tu dikarî di derbara Dicle kaynagi, Şark postasi û Rojnameya Ilerî Yurt de me hinekî serwext bikî ?“ Bersiva Apê mûsa wuha ye:“Ev weşan bi giştî mîzahî ne, hewla wan yek e. Ew jî teşhîrkirina neheqiyan ku li rojhilatê dibin, derewên ku dihatin kirin bûn.“ (Vakayiname, 114) Di encamê de mirov ji bo rojnamevaniya Apê Mûsa Anter divê bêje ku ew di vî cebhî de piştî Komara Tirk ava dibe, pêşeng û kesê serkêş e, mirovê dûrbîn e û karê xwe gelekî bi hosteyî dike. Di destpêkê de rewşê saxtî dike, ewil destên xwe dipelîne. Wek kesê demeke dirêj xwe veşaratibe, demeke dirêj di bin erdê de, li cihekî xalî dûr ji sêpil û çûnûhatinê xwe hilanîbe, nependî kiribe û piştî zemanekî dirêj derbas dibe hêdîka, gelekî bi haydarî serê xwe ji qula xwe derdixe, li çep û rastên xwe dinere, derkeve, gavekê du gavan bavêje, piştre bisekine, bihishise, ku kes heye, tuneye, piştre bê nav
xelkê binere reaksiyon çawa ne. Tiştê Apê Mûsa salên di 1940´î de, di rojnameya Vakit û piştre Cumhuriyetê de û hê piştretirî vê, hinekî bi pêştir dixe bi derxistna rojnameyên xwe Şark Postasi û Dicle Kaynagi de dike ev e. Çend salan piştre piştî vê destpelandin û ceribandinê, çend gavên tedbÎrane û têperbûnane, ew êdî gaveke din davêje, şerê xwe vekirîtir, zimanê xwe deqarûtir dike û bi Kimil û Birîna Reş re ala xwe bi temamî radike jor. Dema Apê Mûsa bi ciwanekî Kurd re wek kevirê xitmê ji bo nîqaşa xwe bi siyasetmedarên Kurd re vê gotina navdar dike, mebesta wî ew e ku bîne bala ciwamêrê li himberê xwe ku ew bi hesanî nehatine vir, negihiştine van rojan mîna ew texmîn dike. „Me ji bin sifrê xebat anî vî cihî“ dibêje. Mûsa hosteyê meqaleyên kin, barkirî û wek peyvên pêşiyan bihêz û puxte ye. Herwuha ew di aliyê çêkirina sohbet û hevpeyvînên xeyalî de jî xurt bû. Vê jî pişta xwe dida tecrûbeyeke dewlemend ya jiyanê û têkiliyên xurt bi mirovên Kurd ji her kategorî û tebeqê re. Polemîkên wî jî xurt û biîsabet bûn û kesên berê xwe dida wan saqoçermo dikirin, tepetoz radikir li wan, bi gotinên Amed Tîgris ew perîşan dikirin û wa li wan dikir ku êdî riya ber lingên xwe bi hesanî nedidîtin. Polemîkên wî ji çend damaran bixwedî dibûn. Yek ji van kultureke ji awura jiyanê, dîrokê, civak û psîkolojiyê û bi taybetî ji awura naskirinê rengarengî û dewelmendî bû. Em vî beşî jî bi gotinên Amed Tîgrîs bidawî bikin: “Mirov dema li nivîsarên wî yên ku di rojname û kovarên wekî Dicle Kaynagi, Şark Postasi, Ileri Yurt, Deng, Bariş Dunyasi û di van salên dawî de jî li yên Yeni Ulke, Welat, hwd. derketine dinere, dibe heyranê hunermendiya wî ya polemîk û mizahiyên wî yên siyasî” Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist li Almanya