Lêkolîn

Jan Beth-Şawoce

Rewşa Suryaniyan têra xwe tevlîhev e Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re, xwe bide nasîn, Şawoce kî ye? Jan Beth-Şawoce: Navê min Jan-Beth Şawoce ye. Ez di sala1955 an de li bakurê Mezopotamya, Tora Evdînê hatime dinyê. Piştî derketina derveyî welêt, di gelek komeleyên Mezopotamyayê de xebatên min çêbûn. Gabar Çiyan: Enstîtuya Mezopotamyayê çi demê ava bû û armancên wê çi ne? Jan Beth-Şawoce: Enstituya Mezopotamyayê di sala 1998 an de ava bû. Vê kêliyê di arşîva me de hejmarek bilind pirtûkên li ser gelên Mezopotamyayê hene. Cihê me li Flemingsberg a Stockholmê ye. Armanca me ya sereke ew e ku tevayê pirtûkên nû û yên kevnare li ser Mezopotamyayê kom bikin. Her wisa li ser li ser ziman û dîroka Mezopotamyayê jî pirtûkên me bi swêdî belav dibin. Gabar Çiyan: Hejmara Asurî /Suryaniyan li Turkiyê çiqas e? Pirsgirêka herî mezin çi ye? Nêzîkbûna Turkiyê li pirsê çawa ye?

Jan Beth-Şawoce: Hejmara Asuriyan (Suryani-Kildani) li Turkiyê nêzî 20 hezaran e. Beşek mezin ji wan li Stenbolê, yên din jî li aliyê Tora Evdînê û Botanê dijîn. Ew jî mîna gelên din ji awira fermî ve nayên nasîn. Piştî avabûna Komara Turkiyê ji bilî turkî pê ve tevayê zimanên din hatin qedexekirin. Tevayê gelan weke turkan hatin hejmartin, weke mîsal Asurî / Suryanî weke ”turkên mesîhî”, Kurd jî ”turkên çiyayî” hatin binavkirin. Zilm û tadeyiya rejîmên Kemalîst li hemberî gelên din hetanî roja me bê westan û bi hemû hişkiya xwe domiya ye, didome. Rejîmên Kemalîst ji bo ku zilm, heqaret, sirgon, talan û qetilkirinên xwe bi cî bînin û bighêjin armancên xwe, sergirtî anjî eşkere, hêz û dezgehên sivîl û leşkerî ava kirine/dikin. Gabar Çiyan: Li Îranê rewşa Asuriyan çawa ye? Jan Beth-Şawoce: Hejmara Asuriyên li Îranê 30 hezar e. Ew li gelek aliyên Îranê belav bûne, lê bêhtir li Tehranê dijîn. Piştî rejîma îslamî ya faşîst li Tehranê hate ser hikum û iqtîdar xiste destê xwe, hejmara Asuriyan kêmtir bû. Li tevayê Îranê tenê qanûnên îslamî bandora xwe hene. Li wir, kesên ne îslamî ne şensê xwe û jiyanê holê rabûye. Mirovên ne misilman bi rêya zorê toreya misilmantiyê dipejirînin. Di demên berê de hejmara Êzîdî û Cuhuwan li dora Urmiyê û cihên wan, bilind bû. Lê îro li ber tunebûnê ne. Kes nema ye. Êzîdî, ji ber ku baweriya wan ji aliyê ola dewletê ve nayê pejirandin, ji sala 1979 pê ve bûne hedef ji rejîma Îslamî ya Îranê re… Kesên baweriya xwe ne îslam be, nikare bibe wezîfedarê bilind yê dewletê. Qanûnên dewletê rê li ber wana digire ku ji awira wezîfeyên leşkerî û polîtîk ve werin cihekî bilind. Asurî, anku li ser navê olên derveyî îslamê, niwênerekî xwe di meclîsê de heye. Lê çi hêza wî niwênerî tuneye ku karîbe bandorê li parlementoyê bike. Gelek ji Asuriyan bi rêyên dizî anjî eşkere Îranê bi cî dihêlin û derdikevin derveyî welêt. Gabar Çiyan: Li Iraqê rewşa Asuriyan çawa ye?

Jan Beth-Şawoce: Heta sala 1990 î, hejmara Asuriyan li Iraqê zêdeyî 1 milyonî bû. Piştî şerê Kendavê hejmara wan herku çû kêmtir bû. Di nava Asuriyan bi xwe de nakokiyên olî û herêmî hene. Nakokiyên navxweyî herdem rê li ber yekîtiya wan ya ji bo daxwaziyên netewî yê polîtîk girt. Keşeyên paşverû û rêvebirên din yên olî li pêşiya yekîtî û polîtîzebûna Asuriyan herdem bûne kelem. Piştî têkçûna Sadamî jî, Asurî di gel nakokiyên navxweyî jiyana xwe domandin. Perçebûn û nebûna yekîtiyê di nava Asuriyan de bû sedem ku, desthilatdarên Iraqê karîbin wan li gorî berjewendiyên xwe rêve bibin, kontrol bikin. Ev tev bûn sedema tevluheviya îro. Gabar Çiyan: Li Suriyê rewş çawa ye? Jan Beth-Şawoce: Piştî ku di sala 1973 an de partiya ereb, Baasiyên neteweperest û faşît iqtîdar xistine destê xwe, hejrama Asuriyan li Suriyê kêmtir bû. Asurî jî mîna neteweyên ne ereb, çi mafê xwe yên netewî tuneye. Li herêma ”Gozarto”yê (el Cezîra) 20 sal in ku rejîma navendî ya Suriyê, fesadî û gelaciyê dike da ku nabêra Kurd û Asuriyan xirab bike û wan têxe hemberî hev. Lewma li wê herêmê di navbêra Kurd û Asuriyan de buyerên nexweş pêk hatin.. Îro hejmara Asuriyên li Suriyê 1 milyon e. Bi fermî weke ”Erebên Mesîhî” têne nasîn. Zimanê wan tenê li Gozartoyê tê axaftin. Gabar Çiyan: Hejmara Asuriyan li cîhanê çiqas e? Li çi deveran dijîn û bi çi pirsgirêkan têne hemberî hev? Jan Beth-Şawoce: Assuri/Suryani/Kildani li gelek deverên cîhanê belav bûne û hejmara xwe zêdeyî 7 milyona ne. Bêhtir li bakur û başurê Emerîka, Awustralya, Ewropa û Rûsyayê dijîn.

Asuri li welatê xwe, di nava sîstemek paşdemayî ya feodalî de jiyana xwe didomandin. Mirov li wir bi baweriyên rejîmê, sîstema feodalî û olî ve dihatin îdarekirin. Nexwendinî, paşdemayîn, nezanî di nava xelkê de pir kur bû. Dîrok, ziman, çand û ola wan bi rêyên qanûnî hatibû qedexekirin. Lewma nikarîbin pêş bikevin û ji cîhanê îzole dibûn. Avakirina komeleyekî li dora hizirkirinekî qedexe bû. Qet mecalên wan çênebû ku karîbin pirsgirêkên xwe bi destê xwe çareser bikin. Asurî bi mantiqek wisa, ji gelek dever û ber sedemên cewaz derketin welatên xerîbiyê. Li derveyî welêt, 30 40 salên dawiyê bi gelek pirsgirêkan hatin hemberî hev. Îro jî ji ber pirgirêkên navxweyî ku karakterên xwe olî, ziman û herêmî ne, pir dikşînin. Ji ber nakokiyên wisa yên navxweyî, di nava ciwanan de bêhêvîbûn, bêhurmetî, û asîmîlasyon pêk hat/ tê. Îro bi rastî rewşa me têra xwe tevlîhev e. Lewma di nava ciwanan de bêserûberî heye. Û ciwanên me ji ber pirsgirêkên wisa, ji pirsê sar bûne û berê xwe ji pirsgirêkên me guherandine. Berê me li çi deverê ye? Çi kes nizane! Gabar Çiyan: Ji awira mafê mirovan ve pirs çawa dikare bê çareser kirin? Hêviyên we ji dezgehên însanî yê EU û USA yê çi ne? Jan Beth-Şawoce: Mixabine ku li ser cî û nirxên xebatên mafê mirovan çi dezgehên me tune ne ku me perwerde bikin û da ku em jî sûdê ji xebatên wisa bigirin... Belê, hejmarek dezgehên me yên netewî û navnetewî dixebitin hene. Ji bo buyerên polîtîk li welêt, car caran alîkariyê ji dezgehên însanî dixwazin. Lê ji derveyî vê gavên din nehatine avêtin…

George Grîgore

Çend gotin: Profesor George Grîgore, sala 1958 an li gundekÎ Romanya yê ji dayîk bû ye. Ew niviskar, werger, lêkolîner, zimannas, pedagog û rohilatnasekî Romen e. Li zanîngeha Bûkreş ê beşa ziman û wêjeya bîyanî qedandî ye. Di sala 1983 de li ser beşa erebî-çînî doktora wergirtî ye. Mijare wergirtina doktoreya wîna wergera Quranê bi zimanê Romenî ye. Ji bilî erebî li ser Kurdolojîyê jî dixebit e.Heya niha bi dehan pirtuk, kovar û xebatên curbecur li ser ziman û wêjeya erebî, Kurdî û hnd. Nivisandî ye. Mîna pirtûkên; Bendeyên Iblîs, Mişefa Reş, Pirtûka Cîlwe, Gelê Kurd, bi tevî Şero Berazî Rêkêşa Kurdî-Romenî, Bedîûzzaman Saîd Nursî û L‟arabe parle a‟ Merdîn ji alîyê wî hatine weşandin. Ew pir caran çûye Başûr û Bakûr ê Kurdistanê û li wan dera beşdarî konferansan bû ye. Niha li Zanîngeha Bukreş ê profrsorê beşa erebî ye. Her waha dixwaze li ser wêje û zimanê Kurdî xebatên xwe berdewam bike. Me daxwazîya guftû goyekê kir û bi dil û can pejirand. Em ji bo vê helwesta wî ya hêja spas dikin û guftûgoyê diweşî nin. A. H. Kerim: Kurd cenabê te ji pirtûka “Poporul Kurd - file de istorie” nas dikin. We Kurd li kîderê û çawa naskir? Prof. George Grîgore: Min Kurd pir salên berê di cîh û

warên wana de naskir. sala 1988 an, li Bexda yê bum. Hingê ez li Şîrketeke Romen ya petrolê wergerê zimanê Erebî bûm. Carcaran hinek karên wê şîrketê li Kerku ê pêkdihat. Ji ber vê sedemê em pir caran diçûne wan deran. Min hingê Kurd naskirin. Paşê jî em çûne Hewlêr û Zaxoyê. Despêkê, min xwe ji Kurdan dûr dixist. Ji ber ku di derbarê wana de nexweş diaxifîn û em ditirsandin. Rojekê em çûbûn Zaxoyê. Şofêrê min yê Iraqî ji minra got; “divê em zû vegerin. Eger em li herêma Kurdan bimînin, şev pir xeter e” Me jî xwest ku em gavekî pêşte vegerin Bexdayê. .. Çarenivîs şêveyekî cuda hatibû nivisandin; Ne bi tenê ku tarî kete erdê û em şev mane li herêma Kurdan, ereba me jî xirab bibû.... Em li tenîşta gundekî Kurdan sekinîn.... Neçar, em li benda rûdanên pir tirsnak mabûn! Lê em li hêvîya çi bûn û me çi dît? Şênîyên wî gundî hatin alîkarîya me kirin û erebe selimandin/temîrkir in. Peyre em vexwendin gundê xwe û şîv dane me. Wê şevê em bûne mêvanên wan. Min Kurd li wê derê wisa naskiririn. Mirovên sade, hevalbend, hertim ji bo alîkarîya mirovan amade bûn. Ji hingêva ez têgihîştim ku neheqîyê li Kurdan dikin, ferqe ke mezin di navbera rastîya Kurdan û gotinên li ser wana hene. Nêzikbûna min wisa mezin çêbû ku min xwest, ez dest bi lêkolîna dîroka Kurdan bikim. Li Bexdayê bi zimanê Erebî min çiqas pirtûk derbarê Kurdan peyda dikirin, min ew dixwandin. .. Armanca min ji weşandina pirtûka “Poporul Kurd” ew bû; rastîyên Kurdan pêşkêşî xwandevanên Romen bikim. Ji ber ku çand û dîroka wan berya 15-20 salan li van deran ne dihate naskirin A. H. Kerim: Hûn fêrî zimanê Kurdî bûne yan na? Prof. George Grîgore: Heyf û mixabin ev daxwaza min heya niha bi cîh nehatî ye. Derbarê herdû zaravayên Kurdî yên mezin, yên Soranî û Kurmancî xwedî zanîneke teorîk, gramatîk û leksîonî me . Mijarên nivisandî têdighîjim. Lê belê ji bilî gotinên sivik zêde nikarim bi Kurdî biaxif im.

Sedema wêna jî, ji ber ku yekîtîya zimanê Kurdî hêşta çênebû ye. Dîsa kesên ku min alîkarî ji wan xwest, bervacîyê kesên berê xwe, her carê gotinên cuda bi kardiha nîn. Her dîsa jî min bi alîkarîya hevalê xwe yê hêja Şêro, pirtûka “ Şêvekarîya Rêkêşa Kurd-Romen” weşand. Ev jî Bi Zaravê Kurdistana Bakur e û bi zaravê Kurmancî ye. Dîsa Naskirina min di derbarê zimanê Kurdî de, di amede kirina pirtûka min a li ser zaravê Erebîya Merdînî de role ke mezin lîst. Ji ber ku ev zaravê Erebî gellekî di bin tesîra zimanê Kurdî de ma ye. Dîsa niha xebata tesîra zimanê Kurdî li ser Erebîya ku di Îraqê de tête axaftinê çêdikim. Di Zanîngeha Bûkreşê de dema ku em li ser tevahîya zimanan diaxifin; ji bo zelalkirina peyvên zimanên Îndo-Europen, pir caran nimûnên Kurdî nîşan didin. A. H. Kerim:-Pirtûka we ya despêkê derbarê Kurdan li ser êzîdîya ye. Dema ku babeta Kurdên êzîdî agahdarbûn hestên we yên hingê çawa bûn? -Bihara 1989 an, ji bo hinek pirsgirêkên şîrketa kû lê dixebitîm çareser bikim, çûme bajarê Musulê. Hingê keşayekî Aşûrî di derheqê êzîdîyan de ez agahdar kir im. Piştî çend rojan şunva dîsa ji bo karê şîrketê ez çûm Sîncarê. Hingê min Yêzîdî di cîh û warên wana de bi xwe naskir. Roja Sersala êzîdîyan bû û berderîyên wana bi laleyên bejî hatibûn xemilandin. Li kêleka rê, ciwanan li ser vexortina hêkên boyaxkirî bi kaxezan dilîstin. Li qet dereke cîhanê min hewqas hêkên boyaxkirî nedîti bûn. Hêk pir baş hatibûn nexişandîn û dişibîyan bihara Sîncarê. Hingê ez bi hinek cîwanên wana re axivîm û min got; Em Romen jî bi gul û simbilên geniman ve ber deryên xwe dixemilînin. Biharê dema cejna Paskalya jî em hêkan sor dikin. Hêdî-hêdî wana jî hinek tişt bi min re dan xûyakirinê. Di derbarê bawerîya xwe de zêde tişt şîrovenekir in. Paşê min bîhîst kû eşkerekirina ola wan bi kesên bîyanî re angoreyî bawerîya wan qedexe ye. Meraqa min ya li ser êzîdîyan, ez

kişandim Pirtûkxana Bexdayê ya Navend. Li wê derê di derheqê êzîdîyan de çi kete destê min, min xwend. Peyra li Vatîkanê min herdu pirtûkên pîroz ( Mişefa Reş, Pirtûka Cilwa) yên êzîdîyan peydakir. Tekstên van pirtûkan bi Kurdî û Erebîbûn. Min jî ew wergerandin zimanê Romenî û bi pirtûka li ser êzîdyan re kire yek. êzîdîtî pir balkêş e. Dibe ku înteza hemû olên Rojhilat be. .. Ji bo hemû olên rojhilat yên kevn bên zanînê û têkilîya di navbera wan de eşkere bibe, grîng e li ser vê olê pir lêkolîn çêbibin. Li ser êzîdîyan projeke min dîsa heye û niha ji berê bêhtir ez şarezayê vî babetî me. A. H. Kerim: Wek hun jî dizanin ku Saîdê Nûrsî Fîlozofekî Kurd e. Dema ku we di derbarê wîna de lekolîn çêkir, çi tiştên nû we vedît? Prof. George Grîgore: Seîdê Nûrsî xwedîyê hizrên pir kûr e. Bê şek ew mirovekî hizrmezin, yê sedsala XX ye. Li vê derê bi dilxweşîyek mezin dikarim dîyar bikim, ku di nav hizrên wîna de daxwaza dîyaloga di navbera olan de heye. Ew ne ku berevanîya bazara di navbera olan de dike. Ne ku di navbera Misilman û Xiristîyanan de bazara olperestîyê dike. Ramana wî fêrkirin û serwext kirin e. Dibêje; Her kesek dikare di derheqê ola xwe de biaxife. Lê, bê kû kesên ola cuda dijî wîna rawest in. Çawa dibe bila be, li ser kîjan bawerîyê be; grîng e qayîlê rêzgirtinê be. Ji ber ku bazara nirxên olî nabe. Bi hizra min ev daxwaz helwestek giranbiha ye. Eger ev gotin û şîretên Seîdê Nûrsî pêk neyên, dîyaloga di navberê Olan de jî çê nabe. Her wisa wî xwestîye ku zarokên rojhilat bi hev re girê bide û zane bike. Ji bo vêna jî daxwazîya “almedrese al -zahra” kirî ye. Xwestîye ku her kesek bi zimanê dayîka xwe û bi bawerîya xwe di wê derê de cîh bigire û zimanê Kurdî jî di nav vana de yek be. Şahesera wîna “Rîsaleî Nûr” min wergerand zimanê Romenî û xwendevanên Romen bi gotinên wîna re pir kefxwaş man.

A. H.Kerîm: We bajarên Kurdistan ê wek Kerkûk, Hewlêr, Sîncar, Zaxo, Mêrdîn, Sîîrt û Hesenkêf jî dît. Hûn Kurdan çawa nas dikin? Prof. George Grîgore: Her çiqasî rewşa Kurdan îro nebaş be jî, ew kesên Serkeftî ne. Her çendî di bin nîrê zulm û zordarîyê de mane; dîsa jî serê xwe naçemînin û li pêş xirabkaran çokvenadin. Bervacayî vêna hê jî xurt dibin, jîyanxwaz û comerd in. Bi mirovan baştir halî dibin û têdighîjin. Rûdanên kû di dîroka wana de qewimîn, bûne egera ku Kurd bibin mirovên qewî, merxas û rêzdar. Di heman demê de, ew hezkarên bedewîyê ne. Kurd mirovên wisane ku qet ti caran ji stran û govendan venaqetin! A. H. Kerîm: Mesaja we ji bo rewşenbîr û niviskarên Kurdan çi ye? Prof. George Grîgore: Him ji alîyê hejmarê û him jî di alîyê başbunê de hêvîdarê gelek berhemên wejeya Kurdî me! Rewşenbîrên Kurd yên li Dîyaspora, dikarin berê serhatiyên serhev kombûyî vegerînin ser çanda Kurdan. Eger niviskarekî Kurd xelata Nobelê li ser wêjeyê wergire; ezê pir şad û bextewer bibim. Evê bibe egera ku zimanê Kurdî bighîje asteka bilind. Bi rastî ez nikarim şîretan li niviskarên Kurd bikim; ji ber ku ew ji her kesî baştir dizanin wê çi bikin û karên xwe çawa bimeşî nin.

Delco Balabanov

A. H. Kerîm: Mamoste Balabanov, hinek Kurd, cenabê we ji xebatên we yên nivisandî nas dikin. Lê belê ev xebatên we yên pir bi nîrx zêde nayên zanîn. Berya her tiştî em dixwazin bizanibin Balabanov kî ye? D. Balabanov: Ez di sala 1937 an de li gundekî piçûk yê çîyayên Rodopê hatim cîhanê. Di zarokatîya xwe de ez bi hizrên sosyalîst mezinbûm. Ji ber ku, ez sosyalîstekî nifşê sêyemînim, pir serbilind û bextewar im. Ev rewşa min ya bi nîrx, heya roja îroyîn jîyana min û rêka niviskarîya min destnîşan dike. Min, hemû jîyana xwe fedayê dîrokê kirî ye. Ez û dîrok, ev li dora çel salane em bi hev re wek du hevalên ji dil û can in. Pisporîya min ya despêkê lêkolînên li ser gelên Balkanan e. Herwisa wek pîşeyekê min dîrokzanî hilbijart. Beşa min ya lêkolînên zanîstî, Li ser dîroka Komara Tirkîyê ya nû û herî nûtir e. Di vê babetê de min piştî qonaxa Celal Bayar û Adnan Menderes (1950-1960) weşanên cîdî yên despêkê weşand. Ev lêkolîna min di derbarê peydabûna qatên gelê Tirk yên civakî û çînayetî de hatiye amadekirin. Di salên 1960 an de dînamîka serhildanên ciwanên Tirk bala min kişand. Hingê Klubên Hizrê û Federasyonên Ciwanên Şoreşger (dev-genç) hebûn. Dij-Amerîkanî, tekoşîna sîyasî,

şerê aşîtîyê û pêvajoka civakî ji alîyê van rêxistinan dihate meşandin. Em dikarin bêjin ku, di bingehê rûmetên gelê Tirkîya îroyîn de hizrên cîwanên dawîya salên 60 î û despêka salên70 yî heye. Hingê dema ku min didît, Dev-Genç û hinek rêxistinên hizrî û sîyasî parçe dibin û bi navê rêxistinên cûda derdikevin holê, ez pir li ber wan diketim. Di salên 1970 yî de tevgera ciwanî hatibû çewsandin. Ev bû egera ku ez di derbarê vê rûdanê de lêkolînan çê bikim. Herwisa, di nav niviskarên bulgar de, min tenê di vê derheqê de, ji bilî gotarên rojnaman, doktora xwe jî çêkirî ye. Di navbera herdû Kudetayên leşkerî (1971-1980) de, bi rêka çapemenîyê û nivîsên zanîstî, yên Înstîtuyan, ji sedî zêdetir nivîsên min hatin weşandin. Sala 1978 an ji hêla Akademîya Zanîstan ya Bulgarîstanê şahesera „piştî şerê cîhanê duyemîn rewşa Balkanan” hate amadekirin. Ji ber ku, ez jî niviskarekî wê şaheserê bûm, ev ji bo min şanazî u serbilindiyeke pir mezin e. Di beşa xwe de min li ser rêxistinên Kurdan yên despêkê li Tirkîyê û Avrupayê peyda bûne nivisand. Çiqas rêxistinên fermî û nefermî hebûn, min di derbarê hemûyan de nivisand. Cunta leşkerî ya sala 1980 yî, nikaribû pirsgirêka Kurd biçewsîn e. Ev jî ji bo Kurdan bibû egera pêşxistina tekoşînê. Ev ji bo min cîhaneke nûh bû. Niha temenê min 71 sal e. Lê hê jî xwe mina zarokekî di çîroka afsûnî de dibînim. A. H. Kerîm: Cenabê we Gelê Kurd cara despêkê li kuderê û çawa naskir? D. Balabanov: Min Kurd kingê naskirine? Bîranîna wê gelekî zehmet e. Ji ber ku, nayê bîra min. Dibe ku dema min derbarê şaristanîyên berê de lêkolîn çêdikir, hingê di pirtûkan de rastî vî navî hatibim. Paşê, di dema ku xwendevanê zanîngehê bûm, min di derbarê Kurdan de gelek agahî wergirti bûn. Selahaddînê Eyubbî yê ku nîjadKurd e, êrişên xaçîyan belaw kirî ye û paşve daye, ereb ji hetikandin û

şermezariyê xilaskirîye, hikareke mezin li ser min çêkirî ye. Dîsa Ansîklopedîya Îslamê di salên 1960 an de kete destê min.Di wê ansîklopedîyê de jî behsa Kurdan heye. Bi Kurdan re, ruberû dîtin di sala 1968 an de çêbû. Hingê li Sofyayê, Festîvala Cîwanên Cîhanê hatibû li darxistin. Ez wergerê xwendevanên Tirkan bûm. Di nav van xwendevanan de yên Kurd jî hebûn. Salên pey re, têkilîyên min û gelek rewşenbîr û Kurdên penaber çêbûn. Ev têkilî bûn derfeta dewlemendîya zanîn û agahîyên min. Hingê bi taybet xwendevanên min yên Kurdên başûr hebûn. Ji bilî wê sazîya zanîstî ya ku ez rêwebirê wêna bûm, me bihev re lêkolînên zanîstî çêdikir. A. H. Kerîm: Angoreyî nêrîna we, merca despêkê ya mirovbunê çî ye? D. Balabanov: Mirovbûn, mafekî pêdivî yê bi sincê/exlaqî ye. Gelek mirov dixwazin wisabin. Lê ji xwe napirsin, gelo şayesteyê/layîqê vêna ne, yan na! Tişta ku ez gelekî teqdîr dikim kesatîya têkûz e./muikemmel e. Kêfa min gelekî ji mirovê afirênerê angoreyî dem û mercan, yê jîr û wêrek re tê. Li pêş çavên min nirxê afirênêrîya piralî, afinêrîya civakî sîyasî gelek e. Ya herî grîng jî, divê mirov ji bo civakê tiştên kêrhatî bike. Eger di navbera kesayetîya tekûz û afirênêrîya civakî de hevseng/denge hebe, hingê sincekî îdeal yê mirov peyda dibe û hingê di navbera wî û civakê de aheng pêktê. A. H. Kerîm: Heya niha di derbarê Kurdan de kîjan pirtûkên we hatin weşandin? Bi kurtayî hun dikarin navêroka wana ji bo me vebejin. D. Balabanov: 1-„Di Komara Tirkîyê de Bizava Cîwanan“: Ev pirtûka, di salên 1960-70 yan de nêrîn, xebatên rêxistinên îslamî, burjuva-demokratîk, sosyalîst û radîkal yên cîwanan destnîşan dike. 2- „Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Rewşa Balkanan“: Li ser radîkal bûna Dev-Gencê û tunekirina wê ye.

3- „Vebijarka Aşîtîyê nîne“ : Ev pirtûka berhemeke berhevkirîye û Konferansa Kurdistanê ya Navnetewî sala 1994 an destnîsan dike. Nûnerên 12 welatan beşdarî vê Konferansê bibûn. 4- „Kurdistan-Rastî û Spekulasyon“ : Ev pirtûka ji berhevkirina berhema ne. Sala 1996 an li ser mijara Kurdan, Masa Gulover ya Navnetewî hatibû darxistin. Endamêm PKDW jî hingê beşdarî vê Forûmê bibûn. 5- „Di ronahîya rastîyên Evrupayê de Pirsgirêka Kurd-2000“ : Angoreyî mercên guhêrtî yên globalîzmê de behsa Tekoşîna gelê Kurd dike. 6- „Di Ansîklopedîya Îslamê de Kurd“: Behsa dîroka Kurdan û raperînên wan dike. 7- „Di 100 Ansîklopedîyên pir nav û deng yên Cîhanê de Kurd“ : 8- „Abdullah Ocalan“: Ceribandineke bîyografîk e. 9- Rojnama “Avesta” û “Dengê Kurdistan” weşand. 10- „Kurteçîroka Şoreşekê“ Lêkolîneke berfireh li ser PKK ê ye û hîn berdewam dike. A. H. Kerîm: Di navbera dîroka Gelê Kurd û Gelê Bulgar de tiştên hevbeş hene yan nînin. Dikarî hinekî behsa wêna bikî? D. Balabanov: Rîçên Kurdan û protobûlgaran yê hevbeş hene. Di demên bihurî de, dibe ku kal û bavên me xizmên hevbûbin, yan jî cîranên hevdu bûbin. Gelek qewmên Kurdan û protobulgaran hevdû asîmîle kirine. Mîtolojî, rîwayet, gotinên pêşîyan, û kevneşopîyên me yên hevbeş hene. Newroz ji bo vê nimuneyeke berçav e. Di dîrokê de bi saya têkilîyên bi Kurdan re, bulgar di bin hikara Zerduştîyê de mane. Herwisa Zerduştî bi saya Bulgaran jî derbasî Evrûpayê bûye. Di dema dagirkerîya Tirkan de, gelek şoreşgerên bulgar, sirgûnê Kurdistan, Misir û Surîyê kirin e. Gelek serhildêrên

Kurd jî sirgûnî ser xaka me kirin e. Niha li Bulgarîstanê gund û paşnavên Kurdova û Kyurdov hene. Di dema şerê Rus-Tirk 1877-1878 an de piranîya Kurdên li Bulgarîstanê vegerîyane Kurdistanê. A .H. Kerîm: Mîna dostekî Kurdan, tu dikarî hinekî jî behsa kemasî û jarîyên Kurdan bikî? D. Balabanov: Kurdan hêşta ji psîkolojîya koletîyê xwe azad nekirin e. Beşa bijartîyên wana(elîtên Kurdan a.h.k) xwe konsolîde/ xurt nekirin e. Civata Kurd hêşta xwedî rêk û pêkbûneke bi hêz nîn e. Ev jî pêşgirîya avabûneke netewî digir e. Di nav mercên Globalîzmê de ev tiştekî pir xeter e. Ji ber ku, di rewşeke wisa de hinek eşîr ji bo Tirkan dikarin bibin mîna dayîna xwînê.(eger bihelin a.h.k) Ji ber vêna banga Abdullah Ocalan ji bo aşîtîyê pêwîst e. Ev banga wî, berya ku civaka Kurd bihele û bibe Tirk, ji bo nûdembûnê ye. Di vê babetê de, qehremanên Yaşar Kemal grîng in. Liser vê lêkolînên Îsmaîl Beşîkçî jî hene. Kurd, xwedî civakek bi tenê ne û nexweş in. Herwisa, dibe ku cerdewanan mîna “Alayên Hemîdîyan” dijî wana han bikin. A. H. Kerîm: Wek tê zanîn di vê Cîhanê de Kurdbûyîn tiştekî sext e. Ji ber ku pir gelek kiryarên nebûyî û nedîtî tên serê Kurdan. Gelo hevaltîya bi Kurdan re jî wisa zext e. Hun dikarin hinekî jî li ser vê mijarê rawestîn? D. Balabanov: Bi Kurdan re hevaltî mijareke felsefa jîyanê ye. Lê, ne sext e. Hevaltî nayê dorpêç kirin û nayête empozekirin. Dibê mirov guh bide lêdana dil û bangên hişê xwe. A. H. Kerîm: Ma hûn dixwezin rojekê herin Kurdistaneke Azad yan na? Cîhekî taybet ku hun bixwzzin seredanîyê bikin heye? D. Balabanov: Pir caran ez çûme Tirkîyê. Di navbera salên şêystî û heftêyande ji ber karê niviskarîyê bi gelek hevalan re

têkilîyên min hebûn. Min çend heb rêberên bizava cîwanên Tirkan jî nasdikir. Eger niha derfetên min hebin ezê serdanîya Amed, Ruha û Amarayê bikim. A .H. Kerîm: Ma bangeke we ji bo rewşenbîr, û gelê Kurd heye, bi taybet ji bo Gelê Kurd tu dixwezî çi vebêjî? D. Balabanov: Şûrê Demokles li ser stukura me hemîyan daliqandî ye. Rev çare nîne. Rêka rizgarîyê, di tekoşîna Azadî û demokrasîyê de ye. Dema têgihîştina çewsandin, gorîyan û îxanetê ji bo rewşenbîrên ku gelê xwe ji bîrvekirîye hatî ye. Eger vêna têneghîjin, hingê wê bêne jibîrkirkirin û qet caran jî, behsa wan wê neyête kirin.

Beşîr Sebrî Botanî

Hunermend Botanî: "Ronakbîrên Îsraîlî azadiya Kurdistanê dixwazin" Gabar Çiyan: Çanda cuhuwan li Rojhilata Navîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare, dewlemend û esîl e. Mîna çanda Kurdî, mafê parastin û pêşxistina çanda cuhuwa li ser xaka wan, mafekî pîroz e. Pir eşkereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in. Helwêsta ereban û Îranê li dijî Îsraîlê diyar e. Têkiliyên Tirkiyê hinekî baştir xuyanî dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku, têkiliyên dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di nav çandên cewaz de. Gelê Tirk jî, mîna Ereb û Farisan ne dostên îsraîliya ne. Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine û welatên cînar jî bi Kurda re zêde ne dost in. Di bin navê îslamiyetê de zilmê li Kurdan dikin, Kurdan dikujin. Li rojhilata navîn, Kurd û îsraîlî du gelên dost, nêz û mutefîkên xwezayî ne. Lê mixabin e ku, dostanî û têkiliyên mutefîkî zêde berepêş neçûne. Rêveberiya Kurd li başurê welêt têkiliyên xwe yên dostanî bi Îsraîlê re hebû. Dikare ev têkilî îro xurtir bûbe. Li bakur, çepîtiyê, zêde rê nedaye qalkirina têkiliyên dostaniyê. Ji bo mutefîkiyê gav avêtin nehatiye rojeva me. Lê nivîskar û siyasetvanê nasdar Yaşar Kaya di rêzenivîsek xwe de bi dirêjahî qala dostanî û têkiliya herdu gelan dike. Ew, qala vexwendina xwe bo îsraîlê dike. Bi erênî nêzî pirsê dibe...

Ji bo têkiliya Kurd û cuhuwan, Ronakbîrê Hêja Dr. Ismail Beşikçî di xebata xwe ya li ser ronakbîrên Kurdan de wisa dibêje: "Li Rojhilata Navîn, ji bo avakirina dewleta cuhuwa, têkoşîna ku cihuwan ji bo rizgariyê pêşve xistibû, mijarek giring e û divê bê xwendin. Têkoşîna wan bi kowalîsyonekî pêş ketibû. Gelek fikrên cewaz mecal bidestxistibûn ku cihên xwe di tekoşînê de bigirin. Nasdarên mîna Weizmann, Ben Gruon, Golda Meir, Menahem Begin di gel xet û piştgirên xwe cihên xwe girtibûn. Dema 14 ê gulana 1948 an de, dewleta îsraîlê serxwebûna xwe bi dest xist, kesên hetin ser hikum ji vê kowalîsyonê hatibûn hilbijartin. Rola wan di avakirina dewletek demokratîk de û ji bo pêşxistina demokrasiya li îsraîlê pir mezin e (...) Çi fêde û sudên xwe tuneye ku, Gelê Kurd têkeve bin bandora şovenîzma ereban û bi hîsên neyartiyê nêzî yahudiyan bibin. Divê Kurd bi civata Yahudiyan re têkiliyên dostane/ germ deynin. Pêwîst e Kurd rastiya li îsraîlê, dezgehên wan yên demokratîk bibînin. Civata Yahudiyan li Rojhilata navîn mutefîkên xwezayî yên Kurda ne. Pêwîst e Kurd, li ser peyva welatên cînar (faris, turk, ereb) "biratiya îslamî" careke din bi şêweyekî cidî bifikirin û wê biratiyê bidin ber mêzênê, rastiya wê bipîvin." Dostaniya Kurd û cuhuwan pirsek giring e. Me pirs bi ronakbîrên Kurdan re kir mijara niqaşê. Me dîtina Kurdên cuhu, an jî cuhuwên Kurdistanê girt. Em ê wan dîtinên dewlemend yek bi yek bi we re pay bikin. Hunermend Beşîr Botanî ji bilî hunermendiya xwe, bi têkiliyên xwe yên dostanî bi hunermendên cuhuwan re tê nasîn. Em bi hêja Botanî re rûniştin. Me li ser pirsê pê re hevpeyvînek kir. Em wê pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Gabar Çiyan: Beşîr Sebrî Botanî kî ye? Beşîr Sebrî Botanî: Ez li deşta Hesinan hatim cîhanê û mala me li Zaxo, Mûsil û Kerkûkê bû. Rast e ku ez kurrê rewşenbîr

û xebatkar Sebrî Botanî me, lê ji ber ku min xortaniya xwe li Kerkûkê derbaz kir, ez xwe bêhtir bi kerkûkî dijmêrim. Ez mirovekî asayî me (normal im) û di demên xwe yên vala bi çend karên hunerî û çandî radibim. Nimûne jî gelek in; Ez gelek li ser jiyan, çand û hunerên cuhuyên Kurdistanê, erebên felestînî û Kurdên derveyî welêt dinvîsim. Gabar Çiyan: Em dizanin ku têkiliya te û cihuyên Kurdistanê li Îsraîlê ji awira hunerî ve heye, hejmara wan li Îsraîlê çiqas e? Beşîr Sebrî Botanî: Têkeliya min bi Kurdên cuhû re pirr xurt e. Ez carcar ji bo çend karên hunerî diçim Îsraîlê; Ji bo tomarkirina CD-yan, li çend ahengên biçûk ”ne fermî” beşdar dibim, çanda wan ya folklorî û millî kom dikim, bi wan re hevpeyvînan berhev dikim û ta dawiyê. Û derbara hejmara wan, 200 000 dibe û ew li çend deveran dijîn, wek Tvêrye, Heyfa, Ûrşelîm, Tel-Evîv û Bêrşêva. Bi kurtî ewan bajarekî biçûk bi navê Kestel (Meoz Tsîyon) û 35 gund hene. Gabar Çiyan: Nêzîkbûna wan ji bo hunera Kurdî çawa ye? Di jiyana rojane de, çi adet û toreyên wan hatine guhertin? Çanda Kurdî ji çi aliyan bandora xwe li wan kiriye û hiştiye? Beşîr Sebrî Botanî: Kurdên cuhû bi Kurdî, aramî, erebî û îbranî taxivin. Ew bi giştî li pahîzê cejna Kepre Şînan pîroz dikin, ew hingê fêstîvaleke mezin bi navê Sehranê berhev dikin, her wesan li buharê jî Kurdên rojhelata Kurdistanê Cejna Buharê pîroz dikin, ya ku em dibêjnê Newroz. Bi kurtî kevneşopên wan Kurdî ne, xwarinên wan Kurdî ne, muzîka wan Kurdî ye, lê li Îsraîlê bikaranîna her du zimanên Kurdî û aramî sal bo salê kêmtir dibe. Rast e ku Cuhuyên Kurdistanê sal bo salê dibin îsraîlî û jiyaneka nûjen dijîn, lê di heman demê de kevneşopên xwe diparêzin, wek jinanîn û daweta Kurdî li Îsraîlê her wek berê bi dehol û zurrnê ye, lê bi awayekî nûjen e, her wesan ji bo sinetkirina kurrikan jî wek berê ahengên malbatî berhev dikin û bi Kurdî jî distirin. Gabar Çiyan: Rêya xurtkirina têkiliyên dostanî bi

cihuyên Kurdistanê re çawa dikare pêk were? Weke mîsal ji bo avakirina komeleyeke "Dostaniya Kurd û Cihuyan" mecal çiqas heye? Beşîr Sebrî Botanî: Bi rastî karekî hêja ye eger mirov bikarin komeleyeke wesan ava bikin. Her wesan min û çend komên hunerî yên Kurdên Îsraîlê par pêşniyazeke wesan hebû, ewan ez şandim Kurdistanê ku têkeliyeke wesan peyda bikim, yan karekî çandî û hunerî pêkve bikin. Êdî min bi wezîrê Rewşenbîrîyê re kak Felekedîn Kakeyî axift, ku em karekî çandî û hunerî ji bo dostaniya Kurd, cuhû û felestîniyan li Herêma Kurdistanê bikin. Hejî gotinê ye ku ewî jidil pejirand. Ez jî supasiya wezîrê hêja Felekedîn Kakeyî li ser pejirandina wî û hesta wî ya germ dikim. Gabar Çiyan: Rola çand û hunerê ji bo dostaniya Kurd û cihuyan çiqas mezin e? Beşîr Sebrî Botanî: Rola çand û hunerê pirr giring e û eger em û îsraîliyan bikarin pêkve karên çandî û hunerî bikin, bixwe karekî hêja ye û di vî warî de em her du aliyan dikarin bêhtir çand û hunerên xwe ji hev re bidin nasîn. Ez hêvîdar im ku ragehandinên Kurdî rê û bwaran jî bidne Kurdên cuhû, ku ew jî çand û hunerên xwe di ragehandinên Kurdî de pêşkêş bikin. Gabar Çiyan: Dostanî bi cihuyên Kurdistanê re pirsek giring e, an na? Çima? Beşîr Sebrî Botanî: Belê pirr giring e. Her wesan ji vê dostaniyê gelek kar û xebatên dî jî derdikevin, wek kar û barên siyasî, bazirganî, abûrî, geşt û guzarî û ta dawiyê. Gabar Çiyan: Xelkê îsraîlê çawan li Kurdan dinêrin û dîtina wan li ser Kurd û Kurdistanê çi ye? Beşîr Sebrî Botanî: Bi rastî mirovên asayî (normal) li îsraîlê bi çavekî bilind li Kurd û Kurdistanê dinêrrin. Pirraniya wan rewşenbîr in û bi hûrî li ser doza Kurd û Kurdistanê radiwestin. Di dûmahiyê de dixwazim bibêjim ku rizgarbûna Kurdistanê bixwe hêviya her rewşenbîrekî îsraîlî ye.

Hozan Aydin

Stran Jiyane Evîn a Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, bi awaz ên dengbêjan, di wan civatande hatine pêşkêşkirin. Beri ya her tisti ji bo ku we heypeyvinya me qebul kir,spas dikin. Spas xweş, ser serê min û çavên min, hun her hebin. Alîşêr Sayan: We di heremekî û civakeki de, di warê sosyo-ekonomik, perwerde û tenduristiyê de ti pesketinek ne hatiye jiyandin de cavê xwe li dinyê vekir.Hun vi nakokiyê cawa dinirxinin,? ji kerema xwe re hûn dikarin zarokatiya xwe bi kurtasi binin ziman. Hozan Azdın: Ji nakokîyekî bêhtir rastîyekî heye; Weke tê zanîn bi tevahî Kurdistan, Welatekî mêtîngeh a Navnetewîye. Serhed jî herêmek ji bakur ê Kurdistan ê ye û herwiha di bin desthilatdarî ya dewlet a Tirk a dagirkerdaye. Ezjî her wek zarokekî Kurd di rewşekî wahade hatime rû dunê. Bêguman di gundande wekî her zarok di lingande sol ên lastîk ên peritî, bi kale kal û bare bar a karik û berxik an re, bi daw û deling ên şilo pilo, di nava herî û xîbarande, dest û rû yên qelişî, minjî jîyankir. Ez nuxurî yê Dê û bav ê xweme ango zarokê 1. im, ji ber vê ez gelekî delalîbûm, bêhtir delalî yê Kalik û Pîrik a xwebûm.

Mal a me, malekê di halê xedebû lê dikarim bêjim ku, ez di nava tunebûnêde bi hebûn mezin bûm. Kalik ê minjî bavê minjî zêde digerîyan û bi xwere ez tim digerandim, min zû bajar dîtin. di odande ew civak ên ku têde axaftin ên zarokan qedexe bûn, min li wir stran digot, ango di nava hemsal ên xwede hinek guhertin û cudahî yên min hebûn bi rastî. Alîşêr Sayan: Her ciqas we klama yekem di hemla dayika xwe de gotibe ji lê belê di mana rasti de we kengi muzik kesf û naskir? Hozan Azdın: HaHa….erê ev pirsekî balkêşe; wekî min di malpera xwedejî qala vî tiştî kiribû: (…dayîka Aydin dibêje: "Demaku Aydin di hemla mindebû min gelek caran dengê girînên wî bihîstîye û ez cara ewilî gelekî tirsîyam…) Vana gotinên Dayîka mine, dayîka minjî naha li Xindeqa ye û şukur lî jîyanêye; lêpirsînjî êdî ne ewqas zehmete ez bawerim.( …."Aydin jî vîya ewha şîrove û henek an dike û dibêje; "Kî dizane belkîjî min ew çax stran gotine"….) Bêguman di hemla dayîkêde stran gotin di hêla „Tib“ bî de ne mumkun tê dîtin lê dîsajî kî dizane??? Min mûzîk vedîtin ango keşf nekirîye, lê ez bawer dikim mûzîkê ez keşf kirime lewmajî tê bîra min nayê bîra min ez stranan dibêjim û ji zarokatîya min heyanî îro bihîstina min bihîstîye dengê „Aydîn gelekî xweşe“ tê gotin. Min di navbera 1974-75 an de Tembûr naskir û dengê tembûr ê jî wekî stranan di mêjî yên minde cîhekî mezin girt. Sal derbasbûn û min xwe bi stranan naskir, herwehajî di nava mûzîkêde hatime dîtin. Heyanî îroj di hêla teknîkîde qasêku ji destê min hat ji bona perwerdebûnê, min hewl dan û dîsajî hewl didim ku hinekî mûzîk ê nas bikim. Alîşêr Sayan: Her wiha em dizanin ku hun bi kevnesopiya dengbêji ya serhedê û Tekmanê mezin bune,Dengbêji bandora ki cawa li ser kesayetiya we û li ser civakê kiriye? misyona dengbêji cawa bu ? Hozan Azdın: Belê ez li Tekman ê mezin bûm. Her çikqas giranî Serhed be jî lê, dengê dengbêj ên Botan, Xerzan,

Behdînan, Soran, Mereş û Dersim ê jî di guhê mindane. Di Cîhan ê de mînakekî kême ku weke kevneşopîya dengbêjîya çanda Kurdan ku ewqas mîsyoneke dîrokî hilbigire û di nava xede, wêje, serpêhatî û sosyalite yê jî evqas biparêze. Mirov di klam ên dengbêjan de, di seranser jîyanêde her çi heye, bê tirs dikare bi awayekî rût û tazî bibîne. Ji bonaku neaxifin, ew zimanê Kurdan ê ku ewqas bedew û dewlemend, ji alî dujminên Kurdande hatibû qedexekirin, dengbêj ên Kurdan bi awakî nuwaze, bêkêmasî û hêla wêjeyîjî ewqas bi hêz, gellekî baş, bi serkeftî parastin û heyanî îroj anîn. Dengbêj ên Kurdan, dîrok, zulm, qehremanî, îxanetî, rik, nifret, xweza û evîn di stranên xwede gelekî baş û bedew bi kar anîne û di hêlekî dinêdejî birûmetîyekî mezine. Îro em dinêrin stran û klam ên me, heger ku em bi awakî zanist û bi sazî li ser baş bisekinin, di nava cîhanêde wê bikarin bibin pêşeroja mejî ez bawerim. Bi vî hawî, bêguman bandorekî bêhempa li kesayetî ya minjî çê bûye. Ez xwe di nava van stranan de dibînim lewmajî, diparêzim û dibêjim. Alîşêr Sayan: Heya15-20 sal berê ji li Tekmanê jiyana feodali û ola ku di himbêza we de hatiye mezinbun li ser jiyana te sopek cawa dani ? Hozan Azdın: Li herder ê Kurdistan ê jîyan a feodal hebû, her wiha li Tekman ê jî hebû û her çiqasî ne wek berêbe jî lê mirov dikare hîn bibîne. Ezjî him di alîyê dayîk a xwede, himjî di alîyê bavê xede, ji malbat e kî misilman, feodal û axleran me; lê ez dikarim bêjim ku min di nava malbat a xwede, başî, ji nebaşîyê zêdetir dît. Tişt ên ku min dît, di navde mezinbûm, fêrbûm, perwerde bûm û bûm xweyî yê kesayetî ya ku ez heyanî vê rojê anîme û herwiha hînjî di bin wê bandor ê da me, xweyî derketin a eslê xwe, koka xwe, nirxên civak a xwe, edeb, terbîye, hurmet, rêzgirtin a mirovahîyê û welatparêzî ye. Alîşêr Sayan: Aydin (Ronakbir) cara yekem kengi rewsenbir i(aydinlanma) ferqkir? Hozan Azdın: Bêguman bê destûra zarokan nav lê tên danîn

û navê minjî bi vî hawî hatiye danîn. Ez wate ya navê xwe di dibistanêde hînbûm ku Ronakbîr e. Di şirîgpar tî ya jîyan a Cîhan ê de, mirovahî di têkçûn ê da ye, xwîna mirovan wek lehî diherike, bi taybetî jî xwîna Kurdan, mirovahî hînjî koçbere, nav, ziman û stran, hînjî qedexene, înkar, îxanet û hwd. Kesên ku xweyî biryar ên vê rewşêne, di navde zor mixabin rewşenbîr jî hene bê guman. Ewçax min hînjî rewşenbîr î ferq nekirîye….!? Alîşêr Sayan: Li gori we divê zimanê muzikê netewi be an ji navnetewi be ? Hozan Azdın: Di nêrîna minde mûzîk, ilm ekî bê sînor û bê netewe; her çiqas navê wek: (SOL, LA, SI, DO, RE, MI, FAnîv deng, çarîk deng û hwd.) lê hatibe danînjî tu ziman ji bo mûzîk ê nîne encax, her netew bi hest ên xwe, bi reng ên deng ên xwe û bi zimanê xwe mûzîk ê bikar tînin, ewçaxjî hest ên netewan dibin şirîg ên hev û wereyejî. Wê caxê bi awakî Automatik mirov dikare rihet bibêjeku mûzîk jixwe navnetewîye. Alîşêr Sayan: Gelo cima serhede navenda candi a dengbêji yê ye.(Ev tist ji ber erdnigari an ji ber kilimayê ye) Hozan Azdın: Ez dibêjim ev bersiv ne karê mine anjî, belkî civaknas e kî bikaribe bibersivîne lê, dikarim hindek nêrin ên xwe bidim nîşandan. Kanê li Serhed ê zivistan gelkî dirêje û şevên zivistanê jî dirêjin,Civat tim hene herwihajî ew civatana wek perwerdegehin û di Kurdistan ê de bingeha çêbûna şexsîyeta mirovane, gelekî bi rûmetin ji berku, civak bi her cureyî liwir xwe nîşan dide, di tûr û bar ên kîde çi huner û çi cewher hebe derdikeve holê. Evîn a Mem û Zîn,Sîyabend û Xecê, bi awaz ên dengbêjan, di wan civatande hatine pêşkêşkirin. Di mayîn a zordarî yê de jî gelek tişt ên veşartî anjî qedexe, em dibînin ku bi awaz ên dengbêj an derdikevin hole. Ez li vê derê dixwazim mînakekî gelekî balkêş bidim: Bawerim dema 1994 anjî 95 e dujmin davêje ser Xindeqa, cend zarokan kom dikin û davêjin Cemse

yên leşgerî, dixwazin cîh ên Gerilla yan ji wan hînbin; Dayîk a yekî ango amojinekî min, li dora Cemse yê digere, li çok ên xwe dixe û bi klamî digîre û ji kurê xwera dibêje; ( Lawoooo, W…… ez qurbana temeeee, ewênku êvarê li virbûn qala wan nekeeee, navê kesî nebêjeeee, ez korbiiiiim, wîîîîîî, wîîîîîî….hwd.) Belkî jî bûyerên waha hemî sedemin. Alîşêr Sayan: Sazi yen me ê cand û hunerê ji bo ku dengbêji were jiyandin rola xwe bas pêk tinin ? Di vi wari de ti rexnê we hene? Hozan Azdın: Bi rastî êdî ne wek berêye, niha derfet ên sazîyan hene. Li Kurdistan, Turkiye û Europa yê sazîy ên Kurd an yên çand û hunerê gelekin û gelek gavên bedewjî hatine avêtin lê zor mixabin di hêla jîyandin anjî nasandin a Dengbêjî yê de kêmasî gelekin. Ne tenê sazî, hunermendjî wezîfe yên xwe baş pêk naynin, tişt ên rojane bêhtirin. Alîşêr Sayan: Hozan Aydin dibeje, ez parezerê Dengbêjiye me.Em dikarin vi ya bibejin hun wek pireki di navbera dengbeji u muzika nujen de ne? Hozan Azdın: Belê ez tim dibejim, barê dengbêjî barekî girane. Civaknasî, zimannasî, xwezanasî hewceye û ez xwe dengbêj nahesibînim lê, wek têgihîştekî mîsyon a dengbêjî yê, parazvan ê jîyandin û nasandin a dengbêjî yê me. Di hêlekîde jî, wek stranbêj û mûzîkvanekî, dikarim klam ên dengbêjî bi hevalbendî ya Tembûr a xwe bêjim û herwiha li gor dem a nû jî stran ên nû çê dikim û dibêjim. Lewmajî em dikarin Aydin di navber a stran ên dengbêjî û nûjenî yê de wek pir e kî binirxînin. Alîşêr Sayan: Bi biryara hatina ewrupa yê bi ci armanc û bi ci awayi we girt? (Jiyana ewrupa bandorek cawa li ser a hunera we dide xuya kirin.) Hozan Azdın: Derketin a Europa yê ne biryarekî bi hemd ê min bû û armanc jî nebû. Heya dema derketinê Europa di serê minda jî tunebû. 15 sal Jîyan a Europa, belkî di hêla sosyalite yê de hinekî rehetî da min lê mişextî yê her zêdetir ji nava

dilê min tişt qetandin. Bav çû, xal çûn, xaltî û kurxaltî û kurmet, mam û pismam û amojin û gelek heval; hinek bûn şehîd û hinekjî bi emrê Xwedê çûn û min tu kesek nedît. Carna dixwazim di mal a xwede biqêrim û kela dilê xwe bi strananre birêjim lê li vê derê awaz a stranan qedexeye, Polis têne ber derê te. Dema ku min li gundê xwe stran digotin, gelî û newal an li min vedigerandin, bi hevre dibû ahengêkî azad û hildikişîya esmanan...... Alîşêr Sayan: Em dizanin ku dengbêji pêmayiyeke ji bav û kalane. we ev pêmayi hembêzkir û lê xwedi derket,di peserojê de ti kes kû karibe vi bari giring karibe hilbigre heye (Bi taybeti ji bo we)? Hozan Azdın: Ez gava derdikevim ser dikê anjî ji bona xwendin a album an, ji hêla cîwanan de jî daxwaz gelekin û carna cesaretekî dide min lê, ez li der û dor a xwe dinêrim, ji xeynî çend heval ên ku weke min, di nava kesênku dixwazin bibin hunermend ên Kurd û ên nûcîwan de tu tevger anjî xwe nîşandan, zor mixabin nîne. Herkesek ketîye hewa ”DUM û TEK” an. Ew sazî yên me yên ku vî karî ango bazirganî ya mûzîk a Kurdî dikin, ewjî di nava kêmasîyên mezin da ne. Her wiha ji bona pêşerojê ez ne bi hevîme mixabin. Alîşêr Sayan: We Koma Xebat u Koma Helim Dener de xebat cekir.Em dixwazin viya bi pirsin ferqa xebata bi kome u xebata niha ciye? Hozan Azdın: Belê di nava komande jî demekî xweş derbasbû. Di mûzîk ê de ji bo xebat a Kom ê, hemraman, parvekirin, hevsengî (denge), û rêzgirtin a karên hevdu pewiste heger ku nebe nameşe û nemeşîya. Di kom ên mûzîk ê de, Solist, Vokal û Sazbend kivşebin û her kes xwe nas bike, ji cîh û karê xwe razîbe, ewçax karekî pir bedew derdikeve holê û rêz tê girtin lê ku herkes solist û vokal û sazbendbe, dibe wekî şorbe ya nexweşa. Ez bi vî awayî xwe baştir didime daxuyandin. Alîşêr Sayan: Bi hest û zahmetiyan kû we di cêkirina albuma yekem de dit cinin ?(Bêje gihest armanca

xwe) Hozan Azdın: Bêguman zehmetî gelekbûn û heyanî wê demê ji bo albumekî derfetekî minjî çê nebibû. Bêje xebatekî delalbû û hest ên min jî gelek bedewbûn. Di hevalbendî ya min û stranande piştî 30 salî, cara yekem bû ku ez bi awakî fermî dibûm xweyî yê Albumekî, ji minre heyecanekî mezinbû. Kom û Mîr muzik bi hevre derxistin. Li Dusseldorf ê di Newroz a 2002 an de ku bi deh hezaran însan habûn, tu hay ji albûm ê tunebû ji berku klip, reklam anjî danasîn a wê album ê qet çê nebû. Mixabin sazî baş lê xweyî derneketin. Xebat ên wiha, ji bona ku bigihêje armanca xwe, bi vî rengî gelekî zehmete lê album a Bêje dîsajî gihêşte qonaxekî, hînjî tê firotin û ez bawerim ku bi salan wê hînjî were firotin. Alîşêr Sayan: Albuma dawi´´ stran Jiyane´´ we diyari bavê xwe Apê Enwer´´ kiriye û di vê Albumê de strana ku bi navê Bavê min ji bo Apê Enver hatiye cêkirin,Dema ku hun vê stranê guhdar dikin hest û ramanê we cawa di be? Hozan Azdın: Her wekî min berêjî got, li vê xerîbî yê, gelek tişt ji nava dilê min qetîyan û ji wan yekjî bav ê min bû. Bavê minjî carna distira, zêde stran nizanîbûn lê deng ê wî pir zelal, bilind û xweş bû, tenê 5 stranên wî hebûn; ya sereke Bejnê bû, Ref tên ji refê qazan, Tewxan, Cînarê û yekjî bi Tirkîbû, “Kişlalar doldu bugün” lê, hun bawerbin ku van stranan tu kesî wek wî xweş nedigot. Kula dilê min a mezin eweku, min rojekî dengê bavê xwe negirt kasêtekî. Min çi dizanîbû ku wê wahabe? Bavê min mirovên civatan bû, bi axaftinbû, gelekî li serxwe bû, ji xwe hez dikir, demaku em bi hevre digerîyan, kesî bawer nedikir ku ew bavê mine ji ber ku, gelek ciwanbû. Heyanî ku ez li cem bûm, tu rojekî min nedît ku biçûya ser Textor an lê dema ku di 15 Tebax a 1999 an de dujmin davêje ser Xindeqa, di nava lepên leşker ên Tirk de, dilê wî disekine û jîyana xwe ji dest dide. Di Kurdistan ê de kesên ku wek min bavê xwe wenda kirine bi hezarane lewmajî ev hest û bîranîn ji bo tevane.

Alîşêr Sayan: Em niha ji werin ser strana esmerê ciroka esmerê hun dikarin bi kurtasi werinin ziman. Ji ber ku di Radyo Tatos de heri pir tê guhdarkirin û tê xwestin. Hozan Azdın: Ez bawer dikim di dilên gelek kesande Esmer ekî heye; belkî di dilê tedejî hebe anjî yekê din û kesên din.... Ev stran ji bo her kesênku di xeyal ên wîde Esmer ekî hebe dîyarîye. Alîşêr Sayan: Em dixwazin vi ya hinbibikin ku tevgere azadiya netewiya Kurd tesireki cawa li ser we cekiri ye? Hozan Azdın: Ez dikarim bibejim ku pêngav a 15 ê Tebax ê di mêjî yê minda jî erdhejekî çêkir!? Heyanî wê demê, erê ez dîsa Kurd bûm, bi Kurdî diaxifîm, bi Kurdî distram, min xwe çep (solcî) jî dieciband, di nava 1 Gulan a ku 1977 an de li Istanbul ê tevî sedhezar însanan meşîyam jî û hwd. Lê tim li gel min kêmasîyek hebû û minjî nizanîbû.(?) Bi nasandin a tevger a azadî ya Kurdistan ê re min ew kêmasî fêm kir, ewjî bêguman bi zanîyarî, têgihîn a neteweperwerbûn û xweyî derketin a nirxên neteweyî bû. Îro dibêjim ew pêngav girîngbû ku gelek salan pêşve çêba..... Alîşêr Sayan: Proje we ye jibo peseroje cine? hun dikarin derheqe vana de me agahdarkin? Hozan Azdın: Bi rastî demekî dirêje ku ji bo Klasîk ên Kurdî proje kî min heyeku derxînim holê; Min repertuarekî delal amade kirîye û ez di virde xwe wek berpirsîyarekî dibînim û hewl didim ku bi deng û şîroveyeke nû, herweha bi enstruman ên ku îro di vê dem ê de tên bikaranîn, sentez e kî çê bikim û wan klaman ji nûve berbi çavkanîyê, û himjî berbi qirne ya nû bixime albumekî û pêşkêşbikim.

Novin Hersan

GAVA MÊR XWE RIZGARKE - JINÊ BİNPÊ NAKE Bavê Barzan Gabar Çiyan: Bi sedema 8’ê Adarê roja navnteweyî ya jinên cîhanê wek Kurdek çalak ji bo mafê jinên Kurdistanê peyama ku Tu î roj bibêjî çi ye? Novin Hersan: Peyama min ev e: Divê em baş bifikirin ku em ê çawa bikaribin bi şêweyek herî rast û durust ji bo rizgariya jinên me Kurdan çawa alîkariyê bikin, çawa bi pirs û gelşên wan ên li civaka Kurd mijûl bibin û çawa ji doza wan re her dem bibin piştgir. Jin çi car bi wan gotin û klîşeyên li nav programên partiyan rizgar na bin. Î roj jin bi hezaran li civaka Kurd dihêne kuştin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. Divê em ji xwe bipirsin gelo em ê çawa bikaribin rê li ber vê bêmafiya mazin bigirin. Riyek ev e ku divê em Kurd gerek xwe ji bandûra civaka kevin rizgar bikin. Gava jinên Kurd li Ewrûpa jî werine kuştin, ev dihêt wê wateyê ku em her wek koledaran difikirin û her wek wan dikin. Koledarê ku Kurdistanê dagîr kirine, Kurdan dikujin, lê em jî dirabin bi heman hovîtiyê jinên xwe dikujin. Riyek din jî riya perwerdê ye. Bi riya perwerdeyê civak rohnî dibe û pêş ve dikeve. Me pirr gerek e ku Kurd girîniya xwe bidin ser perwerdeyê. Lê di şûna azadiya perwerdebûna jinan, peya jin dixin di binê nîrê bindestiyê de û na hêlin, ku keç li dibistanan bixwînin û bibin

xwedî kar ji xwe re û azadiya xwe ya aborî bi dest ve bihênin û bibin neferek serbest. Erkê mazin di vî warî de li ser milê xwende û ronakbîrên me ne. Çawa ku ew dixwazin xwedîtî li niştimanê xwe bikin, niştimanê xwe rizgar bikin ji bindestiyê, her wisan jî divê ew vê rewşa xirab a jinên me bibînin û ji bo derxistina wan ji bin barê bindestiyê, bi tundî bi alîkariya jinên Kurd rabin. Gabar Çiyan: Wek siyasetmedarek çalak ku Tu bi salên dirêj li nav Partiya Sosyal Demokratên swêdî xebitiyî, gelo di rûberkirina azadiya jinên welatên cihêreng û di rewşa azadiya jinên me Kurdan de çi cudahî hene? Novin Hersan: Peyv azadiya jinan bûye peyvek klasîkî û her kes vê dubare dike lê mixabin ku dîsan kes tê nagihê ku azadî mafê her mirovekî ye çi jin çi mêr. Di gotinên pêşiyan de xweş hatiye gotin, şêr şêr e çi jin e çi mêr e. Lê belê mirovên me yên negihaştî vê rastiyê dîsan ni zanin. Têgihîştina vê pirr grîng e, çi jin be çi jî mêr. Ez ne tenê daxwaziya rizgarbûna jinên Kurd dixwazim, ez her wisan jî rizgarbûna peyayê Kurd jî dixwazim. Gava ‟Wî ‟ xwe rizgar kir, hingê serdestiya xwe li ser jinê na ke. Cudahiya di navbera jinên Kurd û cîhanê di hêla serbestî û azadiyê de em dikarin bibêjin, ku jinên Kurd li dereceya nêzîkê herî dawî ne. Ev çi car û ji hêla çi kesekî ve na yêt pejirandin. Ev bêmafiyek pirr mazin e. Sedema herî mazin a vê encamê yekemîn encamên dagîrkeriyê ne û faktora duduyan jî, faktora olperestî û feodaliya li civaka me Kurdan e. Gabar Çiyan:: Gelo li dîrokê jinên Kurd serbest bûn? Qey bindestiya jinên Kurd li serdema modern dest pê kir? Novin Hersan: Mirov dikare bibêje ku jin ji rojgariya kevin ên dîrokê ve bindest bûne. Xelk û mirovên cîhanê dest ji toreyên kevin berdan. Lê tenê em Kurd me dest ji toreyên kevnare ne berdeya. Zilam çi rê ne hiştine ji bo jinan li civaka me Kurdan. Ma ev ne guneh e? Gava dunya alem xwe ji

nezaniya berê rizgar dikin, çima em na kin? Çima em ji bo vê na bêjin êdî bes e? Dunya tev pêş ket, lê çima em li ciyê xwe man? Ji xwe ev bêmafî ne ku rê li ber me teng dikin. Ev bêmafî ne dibin sedem ku em ni karin civata xwe û welatê xwe ji bindestiyê rizgar bikin. Gabar Çiyan: Di civaka Kurd de girîngiya ciyê jinên Kurd? Novin Hersan: Jina Kurd xwedî kesayetiyek qehreman û serbilind e, nebez e, na tirse. Lê mixabin ev zordestiya ku ji hemû aliyan ve li ser ‟Wê‟ ne, derfetek ne daye jinan ku li civatê ciyê xwe bigirin. Jin nîvê civatê ne. Gava jinê civatê ne serbest bin, ev wilo dike ku civata Kurd civatek nîvco dimîne. Ne civatek tam û têkuz e. Gava jin beşdarê civatê bû, wê gavê civat rizgar dibe û ber bi pêş ve dihere. Gabar Çiyan: Te vê dawiyê bi sedema beşdarbûna Mihrîcana Cegerxwînê nemir, serdana Başûrê Kurdistanê kir. Wek afretek xwedî pêzanînan, xwedî xebata siyasetmedariya bi salan li nav civaka swêdî, Kurdên rayedar ên li dewleta Federal a Herêma Kurdistanê, gelo wan ne xwast ku ji van pêzanînên te ji xwe re pişkek werbigirin? Novin Hersan: Gava Cegerwînê nemir li bin zilm û dijwariyên dewleta Sûrî dijiya, me gelek hewil da ku em ev gencîneya Kurdan ji nav lepên neyaran ji destê Sûriyê derxin. Me bi her awayî xwe da ber û bi dilxweşî jiyana xwe jî xist di xeterê de û me xezîneya xwe tevî pirtûkên Wî zindî hanî Swêdê. Ew serdem muxaberata Sûrî ne dihişt ku mêşek bê destûra wan ji Sûrî derkeve. Ez gelekî dilxweş im ku min wek jinek Kurd ez bi alîkariya mamosteyê nemir Cegerxwînî rabûm û bûm sedem ku Mamosteyê nemir hat nav serbestî û azadiya li Swêdê. Bi vê sedemê beşdarbûna mihricana Cegerxwînî ez pir dilxweş kirim. Ev bû 20 sal in ku ez di nav hêzên siyasî yên swêdî de, li pileyên cihêreng, xebata siyasî û civakî bi rê ve dibim. Lê mixabin di vî warî de her çend welatê me pêwîstiya wê bi fikir û hizirên nuh hebe jî, dîsan li

Başûr kesî tiştek wisan ji min ne pirsî. Ev kêmasiyek pirr mazin e. Li Ewrûpa fikir bi pera ye. Lê em fikra xwe û her tiştê xwe şabaş dikin ji welatê xwe re. Lê hinek kes hene ku rê li ber van pêşketinan digirin. Wek afretek Kurd ku xwediyê ev çend pêzanîna me, gerek li Başûr pirsek yekî ji min heba. Gabar Çiyan: Peyama Te ya herî dawîn? Novin Hersan: Divê em bikaribin ku xwe biguherînin. Divê em her dem ji rexneyan re vekîrî bin. Dîvê em her dem di liv û tevgerek dînamîk de bin. Neyarên me ne yek e ne dudu… Ez di vê roja watedar de tevaya jinên Kurd pîroz dikim. Divê em jinên Kurd, di vê rojê de vê bihênin bîra xwe, ku em ê rojên li pêş xwe ji bo têkoşîna wekheviyê çawan yekîtiya xwe çêkin. NOVÎN HERSAN KÎ YE: Novîn Hersan ji bajarê Amûdê ye. Ev sih sal in kul i Swêdê dijî. Ev 20 sal in ku di nav partiya Sosyal Demokratên Swêdê li pileyên cihêreng karê siyasî û civakî dike. Di sala 1980‟yî de Komeleya Jinên Kurdistanê ava kir, ku ev yekemîn komeleya mafên jinên Kurdan li Ewrûpayê ye. Sala 1980 li Kopenhagenê û sala 1995‟ê jî li çînê beşdarê Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Milletan a (UN) Jinan bûye.

Fehmî Balayî

Çend gotin: Azadiya ramanê, rengên tabluyê serbest dike Hunermendê şêwekar Fehmî Balayî, xwediyê pirtuka „ Dîroka hunerê şêwekarî li Kurdistanê „ dibéje: - ger em azadiya siyasî ber çav bikin, di bindestiyê de pêtir jinên nivîskar û hunermend hebûn. - piştî serhildana 1991 li başurê Kurdistanê gelek girup û kesayetiyên Turk û biyanî hatin ew nexşên li ser kevrên Kurdistanê dikolan û ji xwe re dibirin. - gelê Kurd hêşta nebûye netew û hesta netewî li ba peyda ne bûye lewma ne li nirxên xwe yên netewî, ne jî li dîroka xwe xwedî dernakevin. - di nava Kurdan bi xwe de niha pirsek tê kirin û dibêjin ew tablu neyên Şerefxanî ne û dixwazin yên Turk û Ereb û Farisan bin ne yên Kurdekî weke Şerefxanî bin. - ber bi 70 salî ve diçe, xwediyê 5 hezar tabluyên rengîn û reş û spî ye. Nêzîkî 20 pirtûkên neçapkirî li ber destê wî ne. - mirov dikare qonaxek nû ya şêwekariya Kurdî ji Malva dest pê bike. - Ger kesek jî bê layen be yan serbixwe be sazî û partiyên Kurdî wî dervey netewî dibînin.

Di xwendina pirtukê de gelek pirs hatin hûlê, min xwest bi xwendevanên Kurd re par ve bikim; birêz Fehmî jî rengên xwe rast kirin û carina şad, carnina xemgîn bersiva me da. We vexwendî xwendina vê hevpeyvînê dikim. Yeko Ardil: Em ji mercên hunerî di çapkirina pirtûkê de dest pê bikin. Berhemek li ser dîroka hunerê şêwekarî li Kurdistanê û tablu û alalvên behsa lêkolînê reş û sipî û bi şêweyekî gelek piçûk hatine çapkrin. Çima ? Fehmî Balyî: Helbet çap kirina her pirtûkekê xwedî hind taybetmendiye, bitaybet pirtûkek Şêwekarî û dinava wêda tabluyên rengîn hebin, çi bihayê xwe namîne eger reş û spî bête çapkirin, lê mixabin ta niha weşanên Kurdistana başur bi şêwekî gelek xerab pirtûkan çap diken, şarezayî di warê medya û çapêda nîne. Min bi dirêjiya 5 salan li ser vê pirtûkê kar kir, min dixwast pir baş bê çapkirin, li Turkiya û europa pir biha bû li Kurdistanê ji minre got emê ji bo te rengîn çap bikin, lê mixabin derçu reş û spî. Ji ber ku min lêkolîn û şirova hind tabloyan li ser rengan kiriye eger rengîn nebe wê çawa bê fêmkirin? Ji bo wê jî ez ji vê çapê ne razî me û min dixwast rengîn bê çapkirin. Lê ger derfetek bê ez ê dubare rengîn çap bikim, yan ez bang dikem her weşaneka Kurdî bixwaze rengîn çap bike ez amade me jê re dyarî bikim. Yeko Ardil: Te pirtûk bi herdu şêweyên tîpên ku Kurdî pê tê nivîsandin çapkiriye. Tu dibêjî negereke rewşenbîrên Kurd helwesta xwe di vê dan û standina hilbijartina tîpan de nîşan bikin bi kêmanî di çapkirina pirtûkên xwe de? Fehmî Balyî: Ez bi xwe sedî sed di gel tîpên latînî me lê divê mirov rewşa parçeyên Kurdistanê li pêş çav bigre, guhartinek weha demek drêj û xebatên zimanî jê re pêwîstin, dema cara yekem min li başurê Kurdistanê bi tîpên latînî çapkirî mixabin piranya nivîskar û hunermendan ji min re got pirtûkek pir hêjaye lê mixabin em nikarin bixwînin, eve derdê me yê herî gran e bi kurmancî latînî devoka behdînî hatiye

nivîsandin kesên behdîna nikarin bixwînin, başe yekî suleymaniyê yan hewlêr û sinne çawa dixwîne? Serê min gelek pê êşya hêjî di êşe!!! Ez mecbur bûm carek din bi tîpên aramî (erebî) binvîsim. niha yên sulêmanîyê û hewlêrê ji min re dibêjin pirtûka te pir hêjaye lê ger wergêrî ser zaraveyê soranî wê baştir bibe. Ev hemû pirsgirêkên nivîsandina Kurdî ne. Yeko Ardil: Mehfur, derî, alavên ciwaniya nava malê, sinduqa buraqê û gelek tiştên din weku destpêka hunerê şêwekarî te lêkolîn kirine. Resmên li ser şur, xedeng û pereyan bê şunin di pirtûkê de, ev yek ji ber kêmaniya çavkaniya û zehmetiya lêkolînan ne yan sedemên din hene ? Fehmî Balyî: Helbet dema mirov lêkolînekê encam dide pêwîstî bi gelek çavkaniyan heye, min pêtir bawerî da lêkolînên meydanî yên her herêmekê ku çend caran ez çume wan herêman û jêderên din ji hind lêkolînên Kurdî yên kêm weke mamosta Abdulreqîb Yusif bûne çafkanî û hind gotarên li ser hunerê gelerî û yên cîhanî jî bigiştî, dîsan li gundên Kurdistanê ev yeke min bi çavê xwe dîtiye û hind pirsên van nexşan min kirne bingeh, herwekî çawan di hunerên netewên din de bûne bingeh weke hunerê Islamî û asyayî û hatina hunermendên ewropî yên weke (kandnskî, Henri Matess, Delakrowa û…td) ji bo wergrtina hind elementên rojhelatî û li ser bingehekî şêwekariya nû bikarhatîn. Gelê Kurd xwediyê zengîniyek mezin e di vî curê hunerî de ji ber ku, grêdana wan bi xwezayê ve paldereke ji bo berhemanîna vî curê hunerê gelerî, em jî dikarin weke şêwekarî mifa jê wergirîn. Yeko Ardil: Çapkirina wêneyên di pirtûkê de ne di ber babetên xwe de hatine weşandin, ev yeke ji ber hêvîne hunerî ye gelo ? Fehmî Balyî: Dema min pertûk ji bo çapê amadekirî, min wesa şand lê di weşanxanêda guhartin hatiye kirin, hind wêne ji cih çûne, helbet ew jî dibe kêmasyek ji bo xwandina babetî,

ji ber ku forma min şandî û wan çapkirî ji hev cudaye, lê gotinek Kurdî heye dibêje ;(grara ruhn ji bê daniye). 5. Karên berik û maforan hest, soz û helçûnan e, kartêkrinên civakî, olî û sozên nav civakê têde reng didin, disa jî berkên Kurdî bi hîç şêweyekî mihrab têde nîne di gel ku civaka Kurdî civakeke misilman e. Ev yek encama çiye ? Weke tê xweyakirin ku, di rûpelên pertûkê da min amaje bi wê kirye ku, berik û maforên Kurdî xwedî taybetmendiyekê bûn, ji ber ku Kurd civakek gundî, koçerane ne, helbet grêdana wan bi xwezaya Kurdistanê ve dê bête jêderê çaflêkirna xwezayê herwekî huner çavkanya xwe ji xwezayê girtî, dibe ku ew hest û sozên hundrîn di afrandnên van berheman da nebin lê bedewiya hunerekî rengîn û xwedî rîtmek dubare şarezayeka hunerî pêwîste, çawan di dema berî rênaysansa ewropa da huner weke pîşe û li jêr xwastekên dervey hunermendî bikar dihat paşan huner bo karekî serbixwe û ji hundurê hunermendî derhat, ev jî grêday qonaxên jiyana her netewekê ye , aliyê din Kurd rast e civakek musilman in û ev hunere ji Asya navîn taku Belkan û derdura Ispanya xwedî bandur bû, lê ji ber taybetmendiya cografiya Kurdistanê û dîroka vê herêmê , şiyan hind kevneşupiyan biparêzin ku mohra Kurdewarî pêve dyare weke stran, heyranok, nexş û nîgar…td Gelê Kurd berî bibe islam li vê herêmê xwediyê van destkeftên dîrokî bû, lewma dema em li gelê meyê Êzdî dinêrin hêşta ew tiştên berî hatina islamê bo Kurdistanê bi xwe re anîne ta ku roja îro, wesa diyare ku ji ber hêrîşên dagîrkirin û komkûjiyên bi ser Kurdan hatine weke koçber û xwe spartiye çiyan lewma bandura Islamê ji aliyê hunerî ve lê xweya nake. Ji bo wê jî dibe hind bandurên farisî li ser hebin ji ber ku weke malbateke nêzîk tê naskirin. Yeko Ardil: Tu di cihekî de dibêjî ku berik û mafurên rojhilatê bandura xwe li ser çendek ji hunermendên Ewropa yên mezin wek Matîs û Pîkaso kiriye. Di wê

demê de şêwekarî di rojhilat de, di Kurdistanê de, di kîjan qunaxê de bû? Fehmî Balyî: Rast e, dema mirov li dîroka hunerê Ewropî dinêre, rastiya vê bandurê pêve diyar e her wekî Henrî Matess bixwe dibêje;“ çuna min ya Maroku hêzek da min , nexşên rojhelatî û elementên hunera Islamî ji min re bûne bingeh“ herwesa dema ew vegeraye parîs wî rengên zeq yên rastexw di tabloyan da bikar anîn, û rêbaza vawizim (wehşî) ji wan renga derket, herwesa yekî weke Kandnsky xwediyê xandingeha (Abstrakt) (tecrîd) çuna wî bo Şamê û dîtina hind regezên rojhelatî jêre bûne bingeh, herwesa Delakrwa dema çuye Cezayr û wênekirina jinên wê herêmê bi nexş û kincên wê herêmê bûne bingeh . herwesa Picaso û…td helbet di vê demê de huner li rojhelatê bi awayekî akadimîk nebû lê bingehê hunerê (minemnemat) weke yê,( wastî, Behzad, Şerefxanê petlîsî, Teymorî, û…td) li rojhelat hebûye, lê ji bilî wan nexşan li Kurdistanê huner nebû, mirov dikare ji bilî mînaturên Şerefxanî û Abdalxanî dîroka hunerê şêwekarî li Kurdistanê li destpêka sedsala bîstan binav bike. Yeko Ardil: Kurdistan xwedî çand û hunereke dewlemend e. lê mixabin di vê hêlê de lêkolînên zanistî pêk nehatine. Ger çend mînak li ser vê yekê hebin jî, piraniya wan ji aliyên biyaniyan ve hatine nivîsandin û gelek rastî ji dîroka hunera Kurdî wenda bûne. Ev yek jî ji encamên bindestiya welat û miletê Kurd e, yan ji xemsariya wan e? Fehmî Balyî: Ez dikarim bêjim gelê Kurd gelekî xemsar û tembel e, çavê wan her tim li biyanya ye û li rastiya xwe ya dîrokî nabine xwedî, helbet egerên bindestî û koçberî û nebûna dewletek serbixwe û azad bandureke mezin dike, her wesa her wekî we diyarkirî ji aliyê biyanyan ve dîroka Kurdî hatiye nivîsandin bi hemû kêmasyan ve, lê ez dibêjim mînakê ew lêkolîna li ser tabluyên Şerefxanî hatiye kirin, eger ji aliyê bi rêz Abdulreqîb Yusif ve nehatiba encamdan , min jî nedkarî bêjim ev tabluyên hunermendekî Kurdin. Ta niha li muzexaneyên biyanî bi dehan tablu hatine parastin li ser

Turk, Ereb û Farisan tên hijmartin, ne desthelata Kurdî bi giştî giringiyê dide vî alî ne jî civaka Kurdî bihayê van nirxên dîrokî dizane. Ez ê mînakek çêbûy bêjim; ( piştî serhildana 1991 li başurê Kurdistanê gelek girup û kesayetiyên Turk û biyanî hatin ew nexşên li ser kevrên Kurdistanê dikolan û ji xwe re dibirin, wê demê ez serokê yekêtiya hunermendan bûm, min rayedarên Kurdistanê pê agahdar kirin, ji min re got welatê me talan dibe tu behsê parçe kevirekî dikî) û her wesa( hind kesan dixwast wan tiştên dîrokî bifiroşin û parekê kêm pê werbigirin, lê xemxorekî weke Abdulreqîb Yusiv rê nedayê û nêzîkî 12 hezar parçe di mala xweda parastin û ji parê xwe û zehmeta xwe li van nirxên dîrokî xwedî derket. Lê kê qîmet da vê yekê? Lewma ez dibêjim gelê Kurd hêşta nebûye netew û hesta netewî li ba peyda nebûye lewma ne li nirxên xwe yên netewî, ne jî li dîroka xwe xwedî dernakevin, her parçeka Kurdistanê jî li jêr hind bandurên nêgatîv e. Yeko Ardil: Di dergehê ku te ji Şerefxanê Bedlîsî re rast kirî de tu behsa hindek hunermendên şêwekar dikî ku ji min re bû mereq ka ti lêkolîn li jiyan û hunera wan qet hatiye kirin yan na ? Fehmî Balyî: Herwekî me di pirsa berê da xweyakirî ku, bi tenê kesekî mina Abdulreqîb Yusiv û Dr. Ferhad Pirbal û Prof. Dr. Maruf Xeznedar û çend kesên dî şiyane hind lêkolîna li ser van tiştên dîrokî bikin, lê ev bi tenê têrê nake, kesekî weke gerokê Turk Ewelya Çelebî di pirtûka xwe ya (Siyahetname) da dibêje „ dema kela bitlîsê dagîr kirî bi dehan tabluyên hunermendên Kurd û biyanî şewitandin û ji navbirin“. Niha gelek jî ji wan tabluyan di muzexaneyên biyanî da mane bê lêkolînkirin. Berî salekê min tabluyeke mînator di ketelokeka Elmanî da dît ku di dema şerefxanî û Ebdalxanî de hatiye resim kirin, li ser tabluyê bi tîpên erebî Osmanî nivîsandiya, parçek helbestê ye behsa Kurd tê kirin û xwezayê, lê li jêr nivîsandiye (mînaturê Islamî li muzeya

Stenbulê). Helbet divê em lêkolînê li ser van berheman bikin da rastiya dîroka xwe bizanin, her wesa Dr. Memo di semînareka xwe ya li Berlîn de dibêje ku hind kesên elman nivîsandine „ Dema Şoreşa Bedirxanî têk çûyî çendîn tablu di mala wî de bûn, hemû hatin şewitandin û wenda bûn „ ev hemû û bi dehan karên bi vî awayî hêşta wendane û kes lê nabe xwedî, gelê Kurd bitenê dest daye Stran, guvend û helbestan. 9. Dîsa di deriyê şerfxanî de tu dibêjî „ di gelek cihan de xal li ser ruyê jinê daniye û milên wê mezin dirust kirine. Heke ev sîfet di hin cihan de nebûya, jin ji zelam nedihat cudekirin, çinkî gelek caran ser û kulavê jinê ji yê zilam cuda nabe û wek hevin „ Gelo ev necudabûn pala xwe dide bingehên civaka Kurdî? Yan divegere rêzên dibistana hunerî ya Şerfexan dişopîne? Di vî şêweyê hunerî de bandura hunerê Mangulî hebû, ji ber wê jî gelek tiştên hevbeş di yên Şerefxanî û Behzad yan Wastî û Mengolî de nêzîkî hevin, bitaybet ji aliyê serûçavan û kncan ve lê cudabûna jin û mêran ji ber ku serê herduyan bi komekî dapoşiye û hind caran jin dûr derdikevin eger şarezayî ya hunermendî nebe ku hind sîfetên taybet yên jinê diyar bike weke xalên li ser rûyan û krasên wan û şermokiya wan , helbet ev yeke grêdayî bandura Islamê ye di dema Impiratoriya Osmanî û Sefewî û ya civakî jî , lê di gel wê jî jin gelek caran di dîwana mîrî de diyare. Yeko Ardil: Ewliya Çelebî di Seyahatnameyê de gotiya „ Kurdên Mehmudî li devera Wanê rihên xwe kuhr nakin û bi rengên sor, şîn, û zerr reng dikin“ Ev cara pêşî ye ez tiştek wesa seĥ dikim. Ez dikarim hizir bikim ku wê bingehek civakî yan olî ji vê yekê re hebe, yan ne ? Fehmî Balyî: Di lêkolîna xwe ya li ser tabluyên Şerefxanî de Abdulrqîb Yusif di çapa sêyem de rûpelê 95, de ev rastî gotiye û çafkanya rengkirina rihên mêran vedgere rengkirina cil û bergên wan yên resimkirî ku piranya rengên xwezayê ji

rengên gula werdgirtin, ji bo wê jî bi tenê resamî ev rastiye di tabluy de bikaraniye, yan weke kevneşopiyek Kurdan û wan netewên wê demê bû? Ji ber ku herwesa di heman lêkolînê da rûpelê 94 dibêjît “ jin bê zêr bûn bi tenê guhar di guhî bûn weke hind mêran jî guhar dikirin guhê xwe ku di tabluy de diyar e “. Dibe ku ji bandora Mengol, Teter û Farisan hatibe nav Kurdan jî, lê ez dibînim ji bo rengîniya tablûy hemû beş rengîn kirîne û buşahiyek têde nehêştine, yan bi reng û wêneyan yan bi nivîsînê pir kiriye, helbet ev jî rêbaza piraniya hunermendên wê demê bû. Yeko Ardil: Heman piştî deriyê Şerefxan tu tiyî destpêka sedsala bîstan, nêzîkî çarsed salî di navbera wan de bê nîşan ne? Fehmî Balyî: Rast e, lê em bixwazin nexwazin dîroka şêwekarî li Kurdistanê tiştek nû ye û eger rastiya wan tabluyên Şerefxanî jî nehatiba kirin dê Kurd ji vî alî ve gelek hejar bin. Ji ber wê jî di nava Kurdan bi xwe de niha pirsek tê kirin û dibêjin ew tablu neyên Şerefxanî ne û dixwazin yên Turk û Ereb û Farisan bin ne yên Kurdekî weke Şerefxanî bin. Piştî şureşa şêx Mehmodê Berzincî û têkeliyên wî di gel Osmanyan li hemberî Inglîzan û zankoya leşkerî ya Stenbulê bo egera şandina çend kesên Kurd ji bo xwandina leşkerî di gel wê waneka hunerî hebû, kesên weke Abdulqadir Resam ,Asim Hafiz, Hac M. Selim, Mohemed Salih Zeky û Eta Sebrî…td dema vegerane Iraqê weke resam hatin naskirin û bûne bingehek ji bo şêwekariya Îraqê û Kurdistanê, lê li parçên dî çi jêder neketine berdestê min ku dinavbera qonaxa Şerefxanî û sedsala bîstanda ku Kurdan şêwekarek hebît. Ez bi xwe jî ji wê yekê hez nakem hind kesan bizorê bikim Kurd û bêjim ev beşekin ji dîroka me û ew bi xwe, xwe Kurd ne hijmêre. Dibe bi dehan kesên weha hebin lê mixabin nabêjin em Kurdin. Yeko Ardil: Yekem car tu behsa peykertaşekî dikî, di navbera herdu şerên cîhanê de ye; heskî berî hingî pezkertaşen Kurd nebûn?

Fehmî Balyî: Weke ku em dizanin ji aliyekê ve ku hunerê şêwekarî û şano li ba Kurdan pêş de neçuye, ev yek egera ola Islamê ye, bitaybet peyker ji aliyê îslamê ve herame, Kurdan jî zu bi zu newêraye xwe li peykerî biden. Ez bixwe yek ji wan kesan bûm dema ez çûme xandina hunerî babê min mela bû, gelek kes hatin ji babê minre got „ lawikê te kafir bûye seyda, ma te Qoran nexwandiye, wêne herame… çawa tu kurê xwe ji şêwekariyê dur naxî „ babê min ji ber civaka Kurdî ya paşvemay digote min „ kurê min resima çêbike lê peykeran çêneke „. Her wesa mînakê helbestvanê Kurd yê klasîk( Bekir begê Erizî) yekem car peykertaş bû lê ji ber hêrişên civaka Kurdî mecbur ma dest jê berdet û helbestê binvîsîne û gelekên dî… herwesa bi giştî peyker ji aliyê civaka Kurdî ve ne dihate hezkirin. Yeko Ardil: Dîsa di navbera hedu şeran de tu tenê behsa hunermendan ji başurê mezin dikî. Di wir de jî navê yek hunermendî ji Duhokê nayê halê? Fehmî Balyî: Weke me eşekere kirî çuna hind kesan ji Iraqê û devera Hewlêr, Suleymanî û kerkokê bo Stenbulê û derve hind bingehên şêwekarî bi xwe re anîn, wê demê Duhok nebibû parêzgeh û gundekî mezin bû li jêr bandura olî û Eşîretiyê û grêdayî Musil bû, nebûna zanîngeh û bingehên bajêrî tu nikarî hunerî têda bibînî, lewma li van salên dawî piştî vebûna Instîtuta hunerî li Musil û Suleymanyê hind şagird çune xwandina hunerî. Dema ez çuyme Instîtûta hunerî li Musil sala 1980 bi tenê yek kes ji duhokê li Bexda dixwand ew jî Abdurehman Wehîd Kalho bû û ez û Fazil Kêsteyî bihevre çûn. Paşan hind şagirdên dî çune suleymaniyê xwandin, ji ber wê jî li herêma Behdîna ev pirsgirêke hebûn. Li parçên dî weke mînak li Turkiya bi giştî şêwekarî ne di pêş de ye û dîrokek kevin nîne, vê jî bandura xwe li ser civaka Kurdî kir ku pranî bibin stranbêj û her yek sazekê di mala xwe de bigrît dur ji şêwekarî. Li başurê rojava min çend mînak behs kirin li gurî wan çavkaniyên ketîn berdestên min û yên rojhelat jî weke min eşkere kirî li jêr bandura Farisî bû ber bi hunerekî bazirganî û misolojî, bitaybet piştî hatina

komara Islamî ew jî bê bizav man.weke her beşekî din yê hunerî. Yeko Ardil: Di lêkolîna bizava hemdem ya şêwekarîyê li başurê Kurdistanê tu ezmunên geleg hunermendan didî ber ezmunên hunermendên Ewropa û bi teybetî hunermendên Îtalî. Tu vê nêzîkayê divegerînî ci ? Fehmî Balyî: Helbet piştî şikestina şoreşa Ilonê sala 1975 gelek hunermend ber bi Italya koçber bûn, ji ber ku piraniya wan di gel rêkxistinên komunistî bûn û yên din jî bawerî bi kêşeya netewî neman û bayê dîmokratiyê li Iraqê û Kurdistanê nebû, neçar man ber bi Ewrupa ve bên, ji ber ku qonaxa wan ya yekê Îtalya bû ew ketin bin bandura hunermendên Îtalî û bitaybet piştî ew şiyayên fêrî hind zimanên biyanî bibin û seredana parîs û hind welatên din bikin û zêdebûna gelek pêşangeh û çavkaniyên hunerî bûne, egera wê yekê ku bikevin bin bandura van hunermendan, di wê demê de jî ji naverokê ber bi formê ve çun, hind pêşdeçûn di hunerê xwe de dîtin, ev hemû egerên wê bûn ku bizavek hemdem di şêwekariyê de pêk bê, ev yeke ji aliyê Kurdên parçên dî jî peyda bû û gelek ji wan bûne navên diyar di Ewropa de, weke Baldîn Ahmed, Malva, Bahram Haco, Remzî Qodbedîn, Hasan Bagdaş, Abdula Braderî , H.Qazî zade û…td. Yeko Ardil: Di tevahiya pirtûkê de tenê sisê hunermendên jin derbas dibin, di gel ku bihtirîna alavên te weku despêka şêwekariyê nîşan kirbûn ji xebatên jinan in. Civak, ol, kî û çi gunehkarê vê nehevbeşbûnê ye? Fehmî Balyî: Ger em vegerin rastiya dîrokê, ev rastiye hemû li ser milê jinê destpêkirine, lê ji ber ku jin pêtir grêday karê navmalê bû xwe mijolî wan nexşên rengîn dikir û ji me re di bû bingehê dîrokî, lê ji ber çarçuvekirina azadiya jinê vê jî bi xwe ve digre. Gelek jin çune xwandina Akademiyan lê nebûne jinên navdar weke gelek mêran jî nekariye xwe pêşde biben, egerek din jî ewe ku, rêjeya kuran ji ya jina pêtire û

dema jin şudiken ( mêr dikin ) dest ji hunerî berdiden, gunehek mezin ya jinê bi xwe ye jî, ez mînakê jina Kurd Iro li başur dibînim paşkeftîtire ji salên heştiyan, derketina jinekê di meydana siyasî yan civakî de nabe afrandin ji bo berhemekî hunerî, ger em azadiya siyasî ber çav bikin di jêr destiyê de pêtir jinên nivîskar û hunermend hebûn û diyar bûn , niha bidehan keç hunerî dixwînin lê yek jî berdewamiyê nake, ez vê yekê bigiştî di civaka Kurdistanê de dibînim. Yeko Ardil:“ Ji ber buhayê metiryal wî nikarîbû gelek rengan bi kar bîne û piranî rengên vekirî bikar anine. Hin tabluyên wî jî rengên wan têk çûne, xerab bûne, wek tabluya Xecê û Siyamend“ Wexta min ev şêrova te li ser hunermend Riza Topal xwend ez gelekî xemgîn bûm ku halê hunermendekî bigehe vê radeyê, di heman wext de bi hêza heskirina hunerî şa bûm. Fehmî Balyî: Riza topal yeke ji wan hunermendên mirov dikare bêje (hunermendê berz e) yê wenda, ji ber ku kesek serbixweye, çi hêzên siyasî li pişt nînin û ji navdengiya xwe hez nake, jiyê wî ber bi 70 salî diçe, xwediyê 5 hezar tabluyên rengîn û reş û spî ye. Piranya demê xwe di mala xwe de di nava çar dîwaran deye û hevalên wî yên herî nêzîk û malbata wî tabluyên wî ne. Nêzîkî 20 pirtûkên neçapkirî li berdestê wî ne, berî mehekê ez li ba wî bûm ji min re got,( ez dema min dîtî Kurdistana başur azad bû ez gehame hêviyên xwe yên destpêkê, lewma ez çume wêrê û min got werin ez ĥemû tabluyên xwe pêşkêşî muzeyeka Kurdî bikem ku dema ez bimrim ew bêne parastin, lê mixabin bersiva min nedan û ez carek din vegeram ser xem û xeyalan). Niha dibêje ez neçar mame ji dewleta Elman re bikem diyarî, dibe ew biparêzin û carekê bêjin ev tablu yên hunermendekî Kurdin, yan ew jî weke tabluyên Şerefxanî li jêr tuzê de dimînin û wenda dibin yan jî xêrwazek dê li cihekî weke arşîf ji bo gelê Kurd kombike, berdewam dike û dibêje “ werin ez li bendê me partiyek, saziyek kesek bê û li zengila mala min bixê û ji min re bêje ez hatim tabluyên te biparêzim. Ez diyarî dikem jiyana xwe, mal û halê xwe hemûyê dyarî gelê xwe dikem,

dîsan min qebûl nakin..!!??“ ta niha bitenê bi zorê min têkelî bi ROJ TV re kiriye programek li ser çêkiriye, çendîn TV yên Kurdistanê hene yek kes hevpeyvînekê jî di gel nake. Yeko Ardil: Di deriyê ku te ji Malfa re rast kiriye de, yek ji sedemên serkeftina wî te vegerandiye ewletiya wî ji kultur û çanda wî ya Kurdî û rojhilatî re, yan ez şaş im ? Fehmî Balyî: Malva bi xwe xwedî şiyanên hunereke serkeftî bûye, gelek caran ew dibêje;( dema ez hatîm Vîyêna hêşta çantka min ya welat bi min re bû, lê kesî ez nas nedikirim, ez mecbur bûm di çend qonaxan re derbas bibim, yek jê wênekirina tabluyên siruştî ji bo bidestxistina xwarnê û metryalan, ya din jî ber bi hunerê nûdem yê Ewropî hêdî hêdî ji herêmî ber bi nêvnetewî biçim), ev bû egera navdengiya Malvay, lê li gurî rexnegirên Ewropî û navdengiya Malvay mirov dikare qonaxek nû ya şêwekariya Kurdî ji Malva dest pê bike û divê rêz lê bê girtin, aliyek din yê Malvay ewe ku, ne mîna Riza Topal xwe wenda kiriye û li xwe digere, ew ji aliyê medya û têkeliyan xwe daye pêş, her pêşangehek ew vedike bi kêşan û pîvanên hunerî dest pê dike, lewma ne bi tenê di nava civaka Kurdî de, beliku ya nêvnetewî de bûye navek di meydana şêwekarî de, bi dehan katelog, rêportaj, gotar li ser hatine nivîsandin. Yeko Ardil: Hunera şewekarî li rojhilatê Kurdistanê, te bi şêweyekî gelek kurt û bi navne hindik behsê kirye. Ev yek diveke kêmaniya jêderan, yan ev huner li wir bi xwe hindik e? Fehmî Balyî: Li Rojhelatê Kurdistanê hunerê şêwekarî gelek xort nîne mîna yê bakur jî, lê li başurê rojava û başurê mezin gelek li pêş e. Di bakur de guvend û stiran li pêş e, li rojhelat, muzîk û sînema li pêş e. Ji ber wê jî min têkelî bi gelek rewşenbîr û hunermendên rojhelat re kir lê çi tiştê nivîsikî nedan destên min, ez bi xwe du caran çume rojhelat û bi alîkariya Internetê min ev bidest xistin.

Yeko Ardil: Ji jêderên pirtûkê xwiyaye ku te gelek sûd ji malperên enternêtê girtiye. Di gelek cihan jî tu didî xwiyakirin ku lêkolîn û gotar û wergerandinên girêdayî şêwekariyê dimînin di çarçêweke herêmî de. Ma peydabûna malpereke Kurdistanî teybet bi vî hunerî ne pêtêviy e? Fehmî Balyî: Pêşnyareke gelek di cî da ye û giring e, ez bi xwe jî gelek caran ji hunermendan re dibêjim, werin karekî weha bikin lê mixabin ji xemsariya Kurdan nayê cih, herwesa ez ji saziyên Kurdî re dibêjim vî beşê hunerî bi giringî nizanin, lê dema tu li malperên Kurdî binêrî mûzîk û stiran û tiştên bê mifa weke hêrîşkirin û dijatîya yek û du bi dehan malper hene û rêxistinên Kurdî alîkariyê didenê, lê ne ji bo malperekî şêwekarî ji bo çapkirna katelogeka hunermendên Kurdên herçar parçan kesek qîmetê pê nade. Pirojê komkirin û nasandina şêwekarên Kurd li berdestê min e, lê mixabin bê alîkarî ez nikarim pêk bînim. Ger kesek jî bê layen be yan serbixwe be sazî û partiyên Kurdî wî dervey netewî dibînin, divê her tim hunermend û rewşenbîr bibe dardestê aîdolojiyan herwekî gelek kes xwe di vî alî de dibînin. Lê li dawiyê ez dibêjim „ azadiya ramanê, rengên tabluyê serbest dike, peyv jî hemû sînoran li paş xwe dihêle û rastî bi dilsoziya mirovê afrêner diyar dibe.“

Gabar Çiyan

Loqman Bariş: Hûn dikarin xwe bi xwendevanên me bidin naskirin? Gabar Çiyan: Malbata min, ji Midyadê hatine û li Nisêbînê bi cî bûne. Ez li Nisêbînê hatim dinyê. Lê em bi eslê xwe ji Darê ne. Min, piştî lîseyê û perwerda navxweyî ya rojnamevaniyê, di rojname û kovaran de dest bi rojnamegeriyê kir. Rojnameya lokal ya Nisêbîne birêve bir. Ji ber lêkolînek xwe, û tehdîtên li ser min, ez mecbûr mam ku derkevim derveyî welêt. 1988 an û vir de li Swêdê dijîm. Hejmarek pirtûkên min çap bûne. Ez gerînendeyê giştî yê ajansa Zarathustra News ê me. Her wisa EuroKurd Human Rights ê jî rêve dibim... Loqman Bariş Armanca we ji amadekirina dosya taybetî ya li ser rewşa Êzidiyan çi bû? Gabar Çiyan: Çend sedemên wê hene:

Kurdistan welatek pirçandî û pirolî ye. Li wir hejmarek çand û olên cewaz hene. Weke Êzidî, Sûryanî, Cuhû û Ermenî. Ez bi wan rengan re mezin bûme. Piralî bandora xwe li min kirine. Dostaniya ji bav û kalan hatiye, îro li derveyî welêt jî bi zarok û torinên wan re didome. Ez piştgirê parastina wê mozaîka pir rengîn im. Ezîdî xwediyê esîl yê Kurdistanê ne. Kurdiya esîl, Kurdbûyîna kur bi saya wan li ser nigan maye. Em mecbûr in li hebûna xwe xwedî derkevin... Rengên li Kurdistanê, exlaq û normên tîcarî jî ava kiribû. Nirxê hunerê, ked û xwedanê bi hebûna wan bilind dibû. Îro beşek ji wan rengên cewaz ji ber sedemên cuda ji welêt barkirine, ji cihên xwe hatine dûrxistin. Wan valahiyek mezin di du xwe de hişt. Beşek ji xelkê me îro, ji fêrbûna huner û kar, û ji qezenca bi keda xwe bêhtir bi du dewlemdbûna bêked ketine. Ji bo qezenca bêkêd, Kurdan jî mîna Tirk û ereban dest bi karên xirab kirine… Divê xebat ji bo vegera wan bê kirin. Da ku welatê me li xwe vegere. Ez hinekî vê yekê dikim. Înkara hebûna rengên wisa, neparastina wan û bêhelwestmayîn rê ji qirkirin û koçberiyên nû re vedike. Divê pirsa mafê eqaliyet û olan, ji aliyê me ve weke pirsên pir giring û pîroz bêne dîtin. Ji bo belavkirina vê baweriyê ez dixebitim. Ez ji bavûdê, ji Kurdên misilman im. Lê Ezîdîtî di dilê min de ye. Di ruhê min de ye. Hezkirina min ji bo bawermendên Mesîh û Mûsa jî mezin e. Ez hinekî Mihemedî, hinekî Mesîhî û hinekî jî Mûsayî me. Lê di dil û rûhê xwe de, Ezidî me. Ez hewil didim ku weke kesek Ezidî hizir bikim. Êşa canê wan ya min be. Lewma li cem min, parastina Ezidîtiyê û berjewendiyên wan, li ser berjewendiyên îdolojîk in. Ew nirxên herî bilind yên netewî ne. Ez dixwazim xizmetê jê re bikim.

Demek dirêj xebata min bi Suryaniyan re bû. Ez, di avakirina Enstîtuya wan ya pêşî ” Mezopotamya” de, endamê avakir bûm. 4 pirtûkên min li ser wan hatine nivîsîn. Hejmarek mezin ji ronakbîrên wan nas dikim. Têkiliyên me yên biratiyê ne. Cuhu jî wisa. Min ji bo avakirina pirên biratiyê bi Kurdên Cuhu /Cuhuwên Kurdistanê re çend gav avêt. Pir kêfxweş bûn. Niha jî ji bo Ezidiyan hinek hewildanên min çêdibin. Parastina reng û olên li Kurdistanê, hebûna wan garantiya toleransê ye. Hevdu fêmkirin, tehemula çand û olên cewaz bi saya wan dikare bibe. Ez bi vê zanînê nêzî pirsê bûm. Îro, hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve tê rêvebirin. Anku hêza wan heye ku bandorê li gelek biryaran bikin. Di sala dawî de, li ber çavê cîhanê û Kurdan, Êzidî hatine kûştin û qetilkirin. Neteweyên nexêrxwaz, planên jenosîdê li dijî wan gav bi gav pêk dihênin. Lê ji bo parastina wan, mafê wan yên olî û însanî, gavên cidî nayêne avêtin. Me xwest pirsê bînine rojevê. Bibin ber destê dezgehên netewî û navnetewî. Xebata me berdewam e. Loqman Bariş We encameke çawa ji hevpeyvînan derxist? Êzidî wê çawa werin parastin? Gabar Çiyan: Parastina Ezidiyan, gava dil bixwaze, helwest û programek Kurdan bi xwe hebe û bi israr bê raçavkirin û pêkanîn, wext digire, lê dikare bibe. Dezgehên demokratîk, hêzên polîtîk yên Kurdan bi giştî dilxwazê gavek wisa ne. Lê hineka ji wan re nebûye pirsgirêkek ji ya esasî. Di programên wan de bi nivîskî heye, lê ji ber sedemên cewaz xala li ser pirsê aktîf nabe.

Wezîfeya herî mezin dikeve ser milê ronakbîrên Ezidiyan, ronakbîrên Kurd ku di ruhên xwe de Êzidî ne û dilxwazê wan. Divê programek wan hebe. Pirs ji sê aliyan bê nirxandin: 1- Ji bo ku gund û bajarên Ezidiyan ji awira ewlekariyê ve bi giştî têkeve bin kontrolê û tedbîr bêne girtin, divê gava bingehîn bê avêtin û ji bo vê jî xebat bê rawestan bê kirin: Divê devera Êzidiyan bi giştî bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan... 2- Di qonaxên dîrokê yê cewaz de heta îro, ji ber êrîş û nêzîkbûnê neînsanî yên ereb, romî, ecem û beşek ji Kurdên misilman, rewşa Êzidiyan ji awira aborî, çandî, bijijkî, perwerde, lixwevegera ola wan ve, gavên pêwîst nehatine avêtin. Kêmasî hene. Ji wan re alîkarî pêwîst e. Ji bo pêşketina devera wan, pêwîstî bi aramiyê û azadiyek nisbî heye. Mirov dibîne ku, li herêmên cînar, Kurdên misilman ji destê wan xwarinê naxwin, fituyên mirinê derdixînin. Ji bo rê li ber tevayê êrîşan bê girtin û rewşa wan baş bibe çend gavên pratîk û qanûn pêwîst in: A) Weke ku birêz Serok Mesûd Barzanî jî qal dike, divê Êzidî Kurdên esîl bêne dîtin. Tevayên êrîş û biçûkxistina li dijî wan bê ceze nemîne. Divê ev bend bibe qanûnek bingehîn û ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bê pejirandin. B) Di cîhanê de gavavêtinên însanî pir in. Weke mîsal, dema ku nijada kûlîlkekê dikeve xetera wundabûn û tunebûnê, qanûnek tê derxistin. Raya giştî li ser xetera li pêşiya kûlîlkê tê agehdarkirin. Mirov tenê xweşikbûna kûlîlkan temaşe dike, bêhn dike. Lê wan jê nake. Bi qanûnên wisa, kûlîlk têne parastin. Nimuneyên wisa ji bo beşek teyr, bajarên kevanare jî tên girtin. Ew teyr û bajar dikevin bi parastina dezgehên netewî, anjî navnetewî. Yezîdî jî mîna kulîlkan in. Îro jiyana wan, di bin tehdîta ereban, grubên ekstrêm û Kurdên misilman yên paşverû de

ye. Pêwîstiya Êzidiyan bi aramî û azadiyek nisbî heye. Em zanin ku li Herêma Kurdistanê xebat û kar piralî dibe û têra xwe mijul in. Divê mafê Êzidiyan ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bê parastin, lê Êzidî bi xwe ji wan re nebin bar. Ew jî tevlî xebata qonaxa pêşketina herêmê bibin. Weke ku li jor jî hate qalkirin, Kurdên misilman nikarin rêvebiriya cihên Êzidiyan, bêteref bikin. Lewma divê Êzidî di bajar û gundên xwe de desthilatdar bin: Şaredarên bajarên xwe bin, polêsên devera xwe bin, doktor û mamosteyê xwe Êzidî bin û rêvebirên devera wan Êzidî bin. Divê Êzidî, îdareya devera xwe rêve bibin. Xwe zêde têkilî polîtîka herêmê nekin. Bêhtir li ser pirsgirêk û pêşketina devera xwe kur bibin. Pir giring e ku, tevayên hêzên Kurdan, lê bi taybetî PDKI û YNK, parastina Êzidiyan weke parastina nirxên netewî bibînin. Parastin û pêşxistina wan di ser berjewendiya partî û îdeolojiyan re bigirin. Û li ser vî esasî mudaxeleyî nav devera wan, tayînkirina rêvebirên wan ûhwd. nekin. Ji bo desthilatdariya devera Êzidiyan bi destê wan bê kirin, divê qanûnek bê derxistin û ji aliyê Hikumeta Herêmê ûhwd. bê pejirandin. c) Di hilbijartinên giştî de, niwênerên Êzidiyan li gorî hejmara wan, cihê xwe di parlementoya Kurdistanê de bigirin. Ev yek bibe qanûn û ji aliyê Hikumeta Herêmê ve bê qebûlkirin. e) Ji butceya netewî payê wergirin. Pay li gorî hejmara wan bê dayîn. f) Bi zutirîn wext, li devera Êzidiyan, gundên dur û cihên bi xeter, bi cî bê hiştin û rûniştvan li cihên ewlekar bêne bicîkirin, komkirin. Çarçoveyek, anku kemberek ewlekariyê ji aliyê Êzidiyan ve li dora devera wan bê avakirin. Divê, Kurdên misilman jî di nav de, bê îcaze çi kes nikaribe derbasî devera wan bibe.

g) Avakirina navendekî li Ewropayê, ji bo “Raçavkirina Mafê Mirovan ya Êzidiyan” bê avakirin. Dokument û fîlmên li ser pirsê bêne komkirin. Bi çend zimanan bulten bi şêweyekî sîstematîk bên derxistin. Kurd û dezgehên însanî, hêzên navnetewî li ser pirsê bêne ronîkirin. Têkiliyên hevkarî, dostanî û dîplomasiyê bêne xurtkirin... Loqman Bariş Programek EuroKurd Human Righst li ser pirsê heye an na? Gabar Çiyan: Belê heye. Di navenda me du kar têne kirin. Zarathustra News û xebatên EuroKurd Human Rights. Em giringiyê didin arşîvê. Çend beşên me yên xebatê hene: 4. Raporên netewî û navnetewî, li ser pirsa mafê mirovan li Herêma Kurdistanê û raçavkirina mafê mirovan li Herêma Kurdistanê 5. Beşa nû tê avakirin: Raçavkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê û berhevkirina arşîvê 6. Raçavkirina hovîtiya baasiyên hov yên Sûriyê li ser pirsa mafê Kurdên Başûrê biçûk yê Kurdistanê û berhevkirina arşîvê 7. Berhevkirina zaniyarî û arşîvê li rewşa mafê mirovan li Bakurê welêt… Her wisa hinek xebatên taybetî jî têne kirin: Berhevkirina dokument, pirtûk, film li ser Gelê Asurî/Suryaniyan. Li ser Cuhuwên Kurdistanê û Êzidiyan. Beşê Ezidiyan hêdî hêdî xurt dibe. Pêwîstiya me bi rapor, pirtûkên li ser pirsê hene. Hêviya me ji gelê me ew e ku, li ser pirsê ji me re ji awira dokumentan ve bibin alîkar. Kesên bixwazin, dikarin bi rêya malpera me: www.euroKurd.net re têkiliyê deynin. Loqman Bariş: Tiştekî din heye ku lê zêde bike? Gabar Çiyan: Gelek spas ji bo eleqata nêz ya Medîa Kurdî. Spasiyên teybetî ji bo xebatkarên ”rizgari.com”ê ku pêşî cî da tevayê vê dosya taybetî û malpera xwe bi me re pay kirin. Spas ji we re û ji tevayê kesên beşdar re.

Ethem Xemgîn

Civatên ku ji rastîyên xwe pir dûrketin, ne bi kêri xwe, ne jî bi kêrî gelên dor û berên xwe nayên. A. H. Kerim: Hûn bixêr hatin Mamoste. Ji bo pejirandina vê hevpêyvînê em sîpasiya we dikin. E. Xemgîn: Di nav xêrê de bin. Ez jî pir kêfxweş bûm. A. H. Kerim: Wek tê zanîn Kurd ji bo dîroka xwe bizanibin, pirtûkên te dixwînin. Kurd ji Zagrosan, heya bi Çiyayên Alpan, ji Uralan heya bi Atlasan belabûne, dema ku bixwazin ji dîroka xwe agahdar bin dest davêjin pirtûkên Ethem Xemgîn. Egera ku tu pirtûkên dîrokî binivisînî çî ye? Dîroka bi derew û xeyalan hatiye dariştin ne mimkun e ku karibe rêberiyeke baş bike. E. Xemgîn: Di despêkê de armanca min ku li ser dîrokê pirtûkan binîvisînim tune bû. Min ji bo fêrbûna xwe dest bi lêkolîna dîrokê kir. Di dibistana seretayî de ez fêrî zimanê Tirkî bûm. Berî hingê min yek pêyva Tirkî jî nizanibû. Bi darê zorê Tirkî bi min dane fêrkirin. Bi kotekî zimanekî bîyanî, bi me didane fêrkirin. Ji bo qet kesek jî bi kurdî neaxife, em hemû zarok li diji hev kiribûn sîxwur. Hema ez bi xwe jî ketibûm nav rêwşeke wisa de. Sizayên giran didane zarokên ku bi kurdî diaxifîn. Berdêla van sizayan, carna pere,

carna jî lêdan bû. Ji bo zarok bi kurdî neaxifin, herdem di bin fiişara mamostayan de bûn. Herwisa zimanê me yê zikmakî ji bi me dane jibîrkirin û di şûna wê jî de bi kotekî em fêrî Tirkî kirin. Lê ligel vê yekê jî min dizanibû ku nîjadê min ne Tirke û ez Kurd im. Ev jî bibû egera lêkolînên min. Em kî ne? Ji kîderê hatine? Dîroka me heye, yan tuneye? Eger em xwedî dîrok in, kal û bavên me kî ne û di demê buhurî de wan çi afirandine? Di derbarê van pirsan de min bi heweseke mezin di nav çavkanîyên dîrokî de lêkolîn çêkirin. Herwiha ez fêrî pir tiştan bûm. Paşê min xwest bila haya kesên ku dîroka xwe nizanin jî jê çêbibe. Li ser vê min xwe berpirsîyar dît û biryara nivisandina pirtûkên dîrokê da. Min di nav çavkanîyên dîrokî de gelek lêkolîn çêkirin û rastî û nerastî çiye da xûyakirin. Ji ber ku dîroka bi derew û xeyalan hatiye dariştin ne mikune bikaribe rêberiyeke baş bike. Dibe ku min pirtûkên xwe bi şêweyekî temab bêalî nenivîsîbin, lê heya ji destê min hat, min xwest ez bêalî bimînim. Herwisa, dixwazim bêjim dema ku ez li pey nasnama xwe digerîyam, hingê pêrgî dîroka gelê xwe hatim. Hingê min dît bî ka çendî pêdivîya me bi pirtûkên dîrokê heye.. Ji ber vê egerê min jî Dîroka Kurdistanê nivisand.. A. H. Kerim: Wek tê zanîn pirtûkên te pir têne xwendin. Qet carekê jî ji çentê gerîlan, ji bin balgîyên keçên Kurdan û di nav refên rewşenbîran de kêm nebûn. Hûn dikarin hinekî behsa mercên wê dema ku we dest bi nivisandina pirtûka kiribû bikin. Ya din, ma we guman dikir, ewê hewqasî bên xwendin? Kesên ku ji demên buhurtî dersan wernegirin, nikarin bibin desthilatdarên pêşeroja xwe! E. Xemgîn: Ez dema ku şagirtê dibistanê bûm, di dersa dîrokê de serkefti nebûm. Dîsa ew dîroka ku di dibistanan de bi me didan xwendin, min di naveroka wê da têkilîyên eger û encamê nedidîtin. Hingê hinek jimarên kronolojîk bi me didane fêrkirin. Çi girêdanek di navbera paşeroj û pêşerojê û bi hevrebûna wan tunebû. Herwiha divê mirov bizanibe ku

îro, teyisandin û encama roja buhurî ye. Eger mirov paşeroja xwe baş bizanibe, hingê dikare pêşeroja xwe bi şêweyekî rêk û pêk amade bike. Kesên ku ji demên buhurtî dersan wernegirin, nikarin bibin desthilatdarên pêşeroja xwe. Ji ber wêna jî, divê derbarê paşeroja xwe de lêkolinan çêbikin. Da ku bikaribin paşeroja xwe ava bikin. Ji bo vêna jî min xwest, ez li ser têkilîyên sebeb û encaman gelekî rawestim. Ji ber ku encama her bûyerekê, dikare bibe sebeba rûdaneke din. Di dîrokê de dîtina têkilîyên di nav sebeb û encaman de pir grîng in. Mirov bi tenê li ser vî bingehî dikare rêbaza dahatûya xwe peyda bike. Min ev nerîn ji bo xwe kire merca yekemîn û paşê jî pirtûka Dîroka Kurdistanê nivisand. Bi hizir û gumana min bi vî şêweyi ez fêrî zanîsta dîrokê bûm. Zimanê dîrokê ne bi tenê yê pesnan û şeran e. Dîrok ne bi tenê pesn in. Disa bi tenê ne mitolojî ye jî. Dîrok rastîyeke û divê rastî jî weke xwe bêne pejirandin. Divê ji alîyên xwe yên erênî û nerênî bête pejirandin ku mirov bikaribe dersan jê wergire. Herwisa divê şêweyekî baş bête zanîn û pê serwextbin. Dibe ku pirtûkên min jî wisa bal kişandibin û bandora xwe çêkiribin. A. H. Kerim: We behsa dersên dîrokê yên di dema dibistanê de kir. Dîsa we behsa sebeb û encamên bûyeran kir. Gelo mebesta we ji vê destnîşankirina ideolojîya fermi bû? An li gora nerînên we, teza Tirkan ya di derbarê dîrokê de di hişên Kurdan û Tirkan de çiqas zîyan çêkirî ye? E. Xemgîn: Dîroka Tirkan bi tenê ya pesnan û xewnerojên mîtolojîk in. Qet tu caran behsa nerênîyên dîroka xwe nakin. Diroka Tirkan girêdayê qehremanên sûnî amade bû ye. Ji ber vê jî, gelê Tirk nikare dersan ji paşeroja xwe derxîne. Berê ji min behsa wê kiri bû. Di dîroka Tirkan de têkilîyên sebeb û encaman ji hev qetîyayî ne. Wek tê zanîn, dîroka nivisê kevin e û berî bi hezaran sal ji berya mîladê ye. Ligel vê yekê jî, hingê Tirkan dîroka nivîsê digîhandin dema Uyguran piştî zayînê sala 700 i. Herwisa ew nivîsên Uygur,

bi hezar salan piştî ya Mezopotamyayê derketibû holê. Ev jî tê wateya ku ew pir dereng ketine nav dîroka şaristaniyetê. Mina ku min berê jî got, dîroka wan bi şêweyekî pir sûni hatiye amadekirin û naveroka wê angoreyî qehremanên bêteşe hatiye nivîsîn. Armanca wan ew bû ku, civateke bi qehremanên sûni pesnên xwe didin amade bikin. Herwiha nerînên çewt yên dîrokî, ji sûdê zêdetir, ziyanan didin civata mirovan. Ji ber ku bi vi avayî mirov nikarin dersan ji paşerojê derxînin. Min, ji hingê ve têkilîyên di navbera sebeb û encaman de di dîroka Tirkan de nedidîtin. Minak; Tirk salên 1050 yi ji Asya navin derketin e û hatine Rojhilata Navîn. Lê wan çanda bi hezaran sal ya Mezopotamya yê inkar dikirin. Ew gelek salan di pey islamiyetê hatin Rojhilata navîn. Em dikarin li dema Selçûiyan binerin. Navê misilmaniyê li xwe dikin. Ew çiqasî misilman in ne diyar e. Eger bi şêweyekî mantiqî em li vê rûdanê binerin em dê tiştên balkêş bibînin. Ew xîlafeta li Bexdayê dirûxînin û dawî tînin li desthelatdariya wan. Ev jî dagîrkeriyeke bi serûber e. Dagîrkerên Selçûkiyan nikarîbûn çandeke xwurt binecîh bikin. Gelên heremê nîştecîh, lê ew jî koçer bûn. Selçukîyan bi tenê desthilatdarî guherandin. Ew ji çiqasî guhêrandine dîyar nin e. Ligel vana ji dîroknasên Tirk Selçûkîyan weke dewleteka Tirk ya vê heremê didin xûyakırın. Heya bighêje Osmanîyan jî dibêjin ku dewleta Tirka ye. Ji bo ku dewletek li ser navê nîjadeki deng bike, ji bo vê pêwistî bi hinek mercan heye. Ew dewlet divê xizmeta çand, ziman û aborî û hw. wî gelî bike. Di sistema dewleta Selçûkî de ev tişt tunene. Di sistema dewleta Osmanî de ji wisa nîne. Ji ber ku çanda dewleta Osmaniyan li ser bingehê çanda İslamî hatiye avakirin. Beriya her tişti divê mirov bizane ku çanda İslamî, çanda Tirkan ya Asya navîn nine. Zimanê nivîsê fermî yê dewleta Osmanî erebî ye. Disa zimanê ocaxên yêniçeriyan û artêşê ji farisî bû. Herwiha zimanên niştecih jî hebûn û hingê ew ziman desthilatdarên heremên xwe ne. Qeyde û normên İmparatorîyan jî wisa ye. Divên hurmeta

wana ji gelên girêdanê impaeatorîyê re hebe. Eger ne wisa be ew gelana wê bixwazin ji İmperatoriyê weqetin. Kurdên di bin desthilatdariya Osmaniyan de jî ziman û çanda xwe dimeşandin. Hingê pirsgirêkên wisa zêde tunebûn. Begên Kurdan desthilatdarên cihên xwe bûn û bi tenê dema şer bi leşkerên xwe alikarîya Osmaniyan dikirin. Ji bilî vêna ji bac û bêş didane rêvebirîya navendî. Lê parastina wan jî rêvebirîya navendî pêk dihanî. Lewma mirov nikare bêje dewleta Osmanîyan, dewleta Tirka ye. Ji ber ku ne çand û ne jî zimanê Tirki pêşve nebirî ye. Bi tenê dawiya sedsala 19 han bi derketina İttihadi Terakiyê re pirsgirêka Tirkbûnê ji derketiye holê. AHK: We pirtûka xwe ya despêkê kengî nivisand? Li hember pirtûka despêkê avirê dewleta Tirk û ya gelê Kurd çawa bû? E. Xemgîn: Min pirtûka yekemîn di sala 1982 yan de nivisand. Paşê ji bi alîkarîya hevaleki me çapkir û weşand. AHK: Navê vê pirtûkê çi ye? E. Xemgîn: Cildê yekemîn yê Diroka Kurdistanê ye. Ji Pey re naveroka vê pirtûkê hatiye berfirehtirkirin. Gumana min haya dewlata Tirk vê pirtûkê tunebû. Ji ber kû pirtûka yekemin li ser diroka Kurdan e, Kurd gelekî pê kefxweş bûn. AHK: We li kuderê ew çapkir û weşand? E. Xemgîn: Me ew li Evrûpa yê gelek lêkolîn çêkir û paşê ev pirtûk nivisan û weşand. Wêneyên di pirtûkê de jî gelek cihan peyda kir. AHK: Gelo, hingê vê pirtûkê coş û hêycan di nav refên Kurdan de çêkiri bû yan na? E. Xemgîn: Cara yekemîn Kurd bibûn belgenameyeke nivisandî. Herwiha bibûun çavkanîyeke dîrokî. Ji ber vêna jî kêfxweş bûn.

xwediyê xwediyê

AHK: Angoreyi dîtina min jî tesîreke mezin çêkiribû. Beriya wê di derbarê diroke de hefsela me valabû.

Gumana min ew pirtûka ji bo me bibû amrazeki mezin yê parastinê. Mamoste, beşşeke xebatên we yên dîrokê ji li ser Elewitiyê ne. Wqe lêkolîn li ser rîçên Elewîtiyê çêkirine. Wek tê zanîn Tirk riçên Elewîtiyê bi Bektaşîtiyê ve girêdi din. Lê angaşta we di derbarê Elewîiîyê de cûda ye. We serokanîya Elewîtiyê bi bawerîya mazdeizmê û fêrkirinên Zerduşt ve girêdaye û wisa selimandi ye. Li ser vê xebata we ya dêwase jî dikarin çend gotinan bêjin. Ger ola Zerdûştî neyê zanin, riçên Elewîtiyê jî nayê zanîn! E. Xemgin: Dema ku mirov lêkolînan ser dîroka Mezopotamyayê bi şêweyeki baş çêbike, hingê dibîne ku baweriyên hingê sawa xwe dane li ser baweriyên roja îroyîn. Min dema ku lêkolin çêdikir ez gîhiştim vê yeqinîyê. Herwisa piştî ku min dş derbarê dirokê pirtûka xwe wessand, paşê li ser baweriyan lêkolînên xwe hê jî kûrtir kir û li ser wê babetê jî çend heb pirtûk weşand. Dema ku min derbarên baweriyên olî lêkolîn çêdikir, ji demên civakên seretayi û heya civakên iroyîn daye pêş çevan. Di nav civakên kevnare de ev tişta heye; Kesên ku bi xwedawendan re di têkilîyê de ye, desthilatdaren oldar yên civakê ne. Heya bigê ew rêberên olî pir carangîhîştine asta serokatîya devletan jî. Di derbarê van rûdanan jî min pirtûkek amadekir û weşand. Di vê pirtûkê de, ji civaka seratayî heya dema olên yek xudayî tête şîrovekirin. Bi navê, Di Kurdistanê de Mîtolojî û baweriyên Olî hatiye weşandin. Lêkolînêen min yêen dî derbarê olên yek Xwedêyî jî hene. Tête gotinê ku olên yek Xwedêyî bi Yahudîtiyê dest pê kiriye û Xiristiyanî û Mussulmanî jî berdewamiya wê ye. Ev hizra ne rast e. Ola despêkê ya tek Xwedêyî, ola Zervanîttî û ola Mîtra ye. Ev herdu ol jî yên Kurdistanê ne. Zerewanîtî mîna ola demê tête zanîn. Angoreyî vî olî her tişt di nav demê de çêbûye. Bawerîya Mitrayîtiyê jî, ji rojê tê û dibêje ku her tişt ji ber sedema rojê heye. Eger roj nebe qet tiştek jî, peyda nabe. Herwiha di vê bawerîyê de, Roj wek Xwedê hatiye pejirandin. Yerdûştî jî senteza vana hemûya ye. Naha jî mirov

gava ku Zerdûştiyê baş lêkolîn dike, dibîne kû di vî olî de rewşa xezayê baştir hatiye şîrovekirin. Li ser xebatên zanista vê deme jî, cîhekî Zerdûştiyê grîng heye. Nuha Elewî, herçiqasî iddia dikin û dibêjin, “em misilman in”, ev ne raste. Ji ber ku baweriya Elewittiyê û ya Misilmantiyê mina hevdu nînin. Lê hemû rengên baweriya Elewîtiyê mirov dikare yekser di nav ola Zerdûştî de bibîn e. Minak, di Elewîtiyê de gerdîşa “kemerbestê” hê jî berdewam dike. Wek tê zanin, Zerdûşt bi xwe, kemerbestvanê despêkê ye. Dîsa di Elewîtiyê de gerdîşa “ocaxê” heye. Yan jî em dikarin bêjin, ya “agir” heye. Dîsa wek tê zanîn “agir” nîşana ola Zerdûştiyê ye. Di Elewîtiyê de pir caran behsa, “di mirov û xwezayê de Xwedê dibînin” tê kirin. Her wiha xwediyê vê iddîayê bi xwe Zerdûşt e û ev nêrîna bingehê ola Zerdûştîyê ye. Ji ber van egerana ez iddia dikim û dibêjim ku eger Zerdûştî baş neyê zanîn rîşeyên Elewîtiyê jî nayête dîtin. Angoreyî ola Zerdûşt, parçeyekî rojê ye. Herwiha parçeyek ji parçeyên Xwedê ye. Wek tê zanîn hemû taybetmendiyên temamî yê di parçe de jî hene. Di nav dilopek ava Okyanûsê de taybetmendiyên hemû Okyanûsê peyda dibin. Gotina min ewe ku, hemû tiştên ku ji Xwedê hatine, taybetmendiyên Xwedê li ser wana ne. Angoreyî Mazdeîzmê, her tişt ji hêla Xwedê hatiye afirandin. Madem kû di nav hemû tiştan de şêwe û taybetmendiyên Xwedê heye, wê çaxê mirov jî ji hêla Xwedê hatiye afirandin, herwiha di wêna de jî şêwe û taybetmendiyên Xwedê hene. Di zimanê kurdî de pêyva “Xwedê”, navekî bi hevgirtina pêyvên “xwe” û “da” hatiye çêkirin. Ev jî tê wateya “xwe da ye”. “Mazda” jî, têye wateya “me ji da.” Disa di zimanê Kurdî de “ezda” ji bi naveki Xwedê ye. Bi girêdanîya pêyvên “ez da” hatiye amadekirin. Gotinên vî rengî di bingehê felsefa Elewîtiyê de jî hene. Herwisa di felsefa Mazdeizmê de qet tiştek jî, ji tunebûnê nehatine afirandin. Xwedê, her tiştek ji hebûna xwe afirandî ye. Ev rûdana xwediyê bingeheki gring yê felsefî ye. Minak, ji bo çi di zimanê Kurdî de ji tabiatê re dibêjin:”xweza”?

Pêyvên “Xwe û za” bi hev ve hatine girêdan. Ev wateya “xwe dide zayin ê” dîyar dike. Herwiha, di nav felsefa İslamîyetê de tişteki wisa tuneye. Disa di nav felsefa olên Yahûditi û Xiristîyanî de ji tune ne. Angoreyî van baweriyan, Xwedê her tişt ji tunebûnê afirand û çawa afîrand wisa man e. Lê di baweriya Mazdeizmê de, her tişt ji rêka peresînê/tekamûlê re derbas dibe û wisa xwe digîhîne asteke bilind. Minak; Di felsefa Elewîtiyê de dibêje ku “her tişt ji xaleki peyda bû.” Bila heskî ji yek atomî, heskî ji yek şaneyekî peydabe, ew yek xal e. Dibêjin ku ji her tişt ji wê xalê peyda bû ye. Ji ber van egeran, ji bo baş bête zanîn, divê lêkolînên li ser Elewîtiyê bi şêweyeki xweser çê bikin. . Ji felsefa bingehîn ya Elewîtiyê re dibêjin felsefa “çar enasiran”. Ev çar enasiran agir, ax, hewa û av e. Evana egerên pîroz yên jînê ne. Agir yan jî tîna rojê nişana enerjiyê ye. Herwisa av, ax û hewa ji ji bo jînê çiqasî pêwistin tê ye zanin. Wek tê zanin ev tiştên bingehê jinê eger paqiş nebin, laşê mirov jî paqış na be.Ji ber wêna ji dêstûra gemar kirina wana tuneye. Kesên ku wana gemarî dikin şermezar dibin. Disa hemû kes Elewîtiyê bi kesayetîya Elî ve girê didin. Ew sawa İslamîyetê ye. Herwiha dawiya zextên İslamîyetê wisa dibêjin. Kesên ku temenê Elewîtiyê ji Ali re dest pê dikin û bi keseyatiya vîna ve girêdidin dikevin nav şaşîtîyên mezin. Ji ber ku navê “Elewîtiyê” ji navê “Ali” peyda nebû ye. Elewîti, ji pêyva Kurdi ya “alavê” derketî ye. Herfa dawiyê jî “i” ye û ji pêgirî yê dîyar dike. Minak, dibêjin Seidê Nursî. Yan jî dibêjin Beytar Nurî Dersîmî. Li ser mensûbîyeta heremên lê çêbûne hatine navkirin. Deme ku tipa “i” yê bi alevê re girêdin dibe “elewi.” Herwisa Navê Elewîtiyê ji xûyabû ye. Bi Kurdi pelên agir re dibêjin alav, yan ji alev. İro ji di ocaxên Elewiyan de agir pir pîroz e. Di dema kombûnên ceman de, qet kesek, heya bighê Pir jî nikarin pişta xwe bizvirînine êgir. Di islamîyetê de nikarin bergî tiştekî wisa bibin. Herwiha taybetmendiyên İslamiyetê û yên Elewîtiyê ji hev cûda ne. Mirov nikare herdûyan mina hev bide xûyakirin.

Şerieta İslamîyetê û ya Elewîtiyê naşêbin hev. Şerîata Elewîtiyê dergeyê Rêberan e. Rêber, rê nişanê civakê dide. Ji zarokatîyê heya mirinê ew çavdêrîyê dike û kar û barên meşa ser rêka Elewîtiyê dimeşînin. Rêber, derbarê kiryarên nebaşş Pir agahdar dike. Di dergahê rêbertîyê de kemerbest çêdibe. Di asta rêbertiyê de çar derga û deh miqam hene. Ev ji tê wateya perwerda deh şêweyî. Di Elewîtiyê de dibêjin; Haya te ji pişşt û dest û zimanê te he be. Ev nêrînana dema ku derbasî wan deh meqaman dibin hingê têne fêr kirin. Yên Zerdûştîyê jî wisa ne. Dibêje, Qenc bihizire, xweşş biaxife û başş çê bike. Li ser van nêrinan, ev felsefana pir nêzikî hevin. Gava ku herdu felsefan başş lêkolîn bikin, hingê emê bibinin ku bingehên Elewîtiyê mazdeizm û şiretên Zerduştin. Lê dema ku İslamiyet di heremê de xurt bû hinek mirovên rêder peydabûn û kumê misilmanîyê dane serê xwe. Elewiyan bi taybet di nav bajara de xwe xwe wek misilmana dane naskirin. Lê di nav teke û zavîyên xwe de ji Elewîti meşandin. Ev ji wek hevalbenditiya Eli hat diyarkirin. Kesên ku felsefa Elewîtiyê nizanin, ji ber çi alîgirên Eli ne, wêna jî nizanin. Eger di rêka Eli de ne hingê divê em wana re bêjin misilmanên bawermend. Kêmanî mirov navê şiatiyê dikare li wana bike. Ji ber ku di rewşeke wisa de ew hemû mercên misilmantîyê pêktînin. Angoreyi tête behskirin Eli destpêkê ye û li ser nimêjê hatiye kuştin e. Herwisa, ew heya dema mirina xwe misilmane kî pir bawermend bû. Wateya ku Elewi dibêjin em di rêka Eli de ne. Tişteki pir cûda ye. Mina ku Pir Sultan Abdal dibêje “min eynikê nîhêrî Eli ezim, ez Elî me.” Yan ji çawa dibêje, “min eynikê nîhêrî Eli dit Eli.” Van gotinana her tiştî jî eşkere dikin. Halaci Mansûr gotîye ku, “min her kuderê nihêri, min bi xwe dit.” Wateya vê jî ev e; her tişt ji “çar enasiran” çêbû ye û her kijan alî binyêrin wana dibînin. Mirov bi xwe ji ji van çar enasiran çêbû ye. Herwiha di dema çêbunê de cûdayî nîn e. Heyînên ji dayîk dibinn, mezin dibin û dimirin. Di vê derê de ne behsa rêka bawerîyê, behsa rêka jîyînê tê kirin. Rêka yîyînê û rêka bawerîye ji hev cûda ne. Di Elewîtiyê de kesên

ku ji derîyê rêber re derbas dibe û dighije deryê Pîran û Hingê dikare bibe mûsayip. Bawerîya Elewitîyê ji musayîp re dest pê dike. Ji wê astê sunvê mirov dikare beşdarî cemê bibe. Ev ji tê wateya ketina rêka Elewîtiyê. Ew reka Elewîtiyê, ya ku zêde behsa wê tête kirin ev “reka bawerîya Elewîtiyê” ye. Ew kesên kû di wateya bawerîya Eli de dibêjin “em di reka Elidane”, hingê dikarin herin pênc wext nimêja xwe jî bikin. Hema dikarin bibin misilmanên çar bi çar. Ji wan Elewîyên ku dibêjin em di rêka Ali, Mehemed û Quranê de ne dipirsim. Di mala kîjan Elewîyî de Quran heye? Yan jî ji bo fêrî quranêbe xwe diwestîn e? Ji ber vê, gotinên wan kesan ne yên bîr û baweriyêne. Elewî dibêjin ku, “Qurana destpêkê hatiye şewitandin”. Di nav vê gotinê de hinek rastîjî heye. Pêşveçûna İislamê di herêma Kurdistanê de li dema Xelîfe Omer çêdibe. Hîngê bi fermana Xelîfe gelek çavkanîyên nivisandî têne şewitandin. Di vê navberê de Pirtûka Zerdûştîyê Avestayê jî hatiye şewitandin. Ev pirtûka heman demê de ji hêla Elewiyajî, mîna felsefa bingehîn ya Elewîtiyê dihate pejirandin. Angoreyî Elewîya Qurana resen, ev Avesta ya ku hatiye şewitandinê ye. Em gava ku berê xwe bidine mercên Elewîtiyê, ew naşibêne mercên Misilmanan. Berya hertiştî, di İslamîyetê de Dergahê Piran tuneye. Ev dergaha yê dudemîneû deh miqamên xwe yên cûda hene. Pir kar û berên cemê dimeşîne. Pir ji dil û can girêdanî ocaxê ye. Ocax ji saziya perwerdê ye. Pir piştî ku di ocaxê de perwerde dibe paşê Dikare bibe Pirê civakê. Di Elewîtiyê de rêberên olî Pîrin ne Deden e! Heya sedsala 18 an Elewîya qamçûr û serbaz nedidan dewleta Osmanîyan. Hingê dewleta Osmanî, ji bo wana girrêde xwe secere belavkir. Hinek nuha jî hene. Mirov gava ku li wan dinyêre, dibîne ku ji hêla Sultanên Osmanîyan hatiye mohrkirin û pejirandin. Lş mirov di vê derê de dikare vêna bipirse; Sultanên Osmanîyan ji hêlekî Elewî qirdikirin, ji hêla dînê jî çawa secere dida û Pir tayîn dikirin? Pir balkêşe. Gava ku mirov van secerên bêteşe dinyêre şaş û metal dimîne. Ji

berku nejada hineka ne bi tenê dighîje Ehlî Bêytê, tewr gîhîştîye Adem. Wana li ser kijan bingehê nivisîi secera xwe gihandine Adem yan jî Ehlî Beytê, mirov pê nizan e. Wana ev secere mina di Tirkîya nuha de yan bi pera, yan ji dawiya xulamîyeki wergirtin. Hema di wê deme de Elewîti ji raya xwe derket û mecra xwe ya xezayî terikand. Berê her tiştî divê mirov bizanibe ku di Elewîtiyê de gotineke mîna Hakullahê tuneye. Pirtî miqameki xizmetê ye. Dema ku Pir xizmeta xwe dike, civat hemû xercên wi didin. Lê Pîr nikare bêje ev mafê min e, yan ji yê Xwedê ye û divê hûn mafê Xwedê bidin min. Lê gotineke wisa paşê pêve hatiye girêdan. Ji ber vê Pir dema bêdera ji bo genim, dema berxa jî ji bo berxan tê nav civat ê. Pir demeki bûne wek tehsîldarên Osmanîyan. Wek tê zanîn di dema Osmanîyan de qamçûr bi rêka ihalê berhev dikirin. Piran ji angoreyî pêymanan qamçûr berhev dikirin. Angoreyî pêymanan nivê qamçûrê didan Sultan, Nivê dinê jî di destê pîran de dima. Piştî sîstemeke wisa di Elewîtiyê de edetê Hakûllahê derketîye hol ê. Ji wê demê pêde helwesta Piran bûye mina ya tehsîldarên Osmanîyan Pirên wisa ne di ocaxan de perwerde nebûn e. Di Elewîtiyê de rêberên olî Pîrin, ne Dede ne. Her çi kesên ku nevîyên xwe hebin dede ne. Bi Kurdî ji kesên temenê xwe mezin re dibêjin pîr. Ev pêyva vehgerandine Tirkî û bûye dede. Lş di warê cevherî de Pirtî û dedeti pir ji hev cûda ne. Pir, pispor û nasyarê kar û baran e. Rêberê rêka Elewîtiyê ne. Lê Dedetî ne wisa ye. Angoreyi ku Nejat Birdogan ji behsê kirîye, di sedsala 18 an de li Entabê piştî belawkirina secerên Osmanîyan pêyva dedetiyê derketîye hol ê. Hşngê bi hezaran secere hatin belavkirin. Dedetiya iro ji li ser bingehê wan seceran berdewam dike. Angoreyî qeydeyên sincnasîya Elewîtiyê ew, zebûnin. Ji bilî van kiryaran, hinek misyonerên dewleta Tirk, dibêjin ku têkilîya Elewîtiyê bi Kurditîyê re nîn e. Ew Elewîtiyê mîna rêbazeke Tirkîtîyê didin naskirin. Ew bi rêka hinek dedeyên qulabî û niviskarên xwefiroş, hizra ku kesên ne Tirkbe, nikare bibe Elewî belaw dikin. Êdi ji wêna çewtir

gotin nabin. Em qet carekî jî nabêjin, Tirk nikarin bibin Elewi. Ji ber ku Elewîti rêka bawermendîyê ye. Berya hertiştî bawerî jî hemû kesan re vekirî ne. Bi taybet Uygûran bawerîya Manî wek ola fermî pejirandibûn.Ew ji demekî Elewîbûn. Ew kesên ku dibêjin Kurdan Tirkên Elewî asîmîlekirin durist nînin. Ji ber ku ji bo wana asîmîle bikin xebateke Kurda ya fermî çênebû ye. Ji berku çi sazîyên Kurda yên perwerdê ji bo asîmilê tunebûn. Qet zextek jî çênekirin. Kurdên Elewî bi tenê, ew Kurdên ku bawerîya xwe ya kevnare dimeşînin ewin. Hinek kes jî angoreyî angaşta Tirkan, dibêjin Elewîtî teysa şamanîzmê li Anatoliyê ye. Divê bizanibin ku ev angaşeke pir çewt e. Şamanizim, baweriye ke li ser bingehê sehr û efsûnê hatiye avakirin. Elewîti ji, angoreyi lêkolînên me bawerîyeke zanîstî ye. Riçên gelek zanîstên îro dighîje dema derketina Elewîtiyê. Nêrîna Elewîtiyê ya ku dibêje, ”hertişt çêbû ji xalekî” bingehê bawerîya wê ye. Ev nêrîna zincîra ji jindarên yek şaneyyi heya jindarên tewrên tevlîhevî eşkere dike. Ji ber vê sedemê Elewî, ji tunebûnê, hebûnê napejirînin. Elewîti dibêje ku heyîna bê nav û bê war nabe. Tişta bê selimandî jî nîn e. Herwiha di gerdûnê de nav û warê hemû tiştan heye. Herwisa ev nêrîna bi xwe, Xwedayê bawerîya İslamê reddike. Di vêderê de em gotineki Ji Harabî bixwînin. Harabî dibêje;”hê Xwedê di cihanê de tunebû, me ew peydakir û navê wî belawkir. Ji bo heq qet warekî şayeste tunebû, me ew kir mêvanê mala xwe”. Paşê ji di çarînekî de wisa dibêje; “hêşta îsmê wî tunebû, isim bihêle hêlekî cîsmê wî jî tunebû. Qet qilafet û nîgarê wî tunebûn. Me şikil dayê ew kir wek mirov”. Elewîyên ku wisa pirsgirêkê dinyêrin, nikarin bibin misilman. A.H.Kerim: Dikarin hineki ji behsa pêywendîyên di navbera Elewîti û Êzdayetiyê ji bikin. Wek tê zanîn ji bilî Kurdan kesên dinê ku bawerîya Êzdayetiyê dişopînin ninin. Herwiha oleke Kurdî ye. Derbarê vê jî dikarî çend gotinan bikî? Levîtî û Şîatî tiştênji hev cûda ne!

E. Xemgîn: Di ola Êzdayî de miqamê Piratîyê heye. Lê di Elewîtiyê de jî miqamê şêxtîyê nîn e. Şûna wê Murşîdi heye. Miqamê heri bilind ji Tac ul arun e. Herwisa tê wateya kesên zanatir û pisportir. Çavkaniya Êzdayetiyê bi xwe ji Zerdûştî ye. Lê mîna çawa Elewitî ketîye bin sawa İslamê, Êziditî jî di pêvajoka dîrokê de ketîye bin sawa olên heremê. Lê rîçên vî olî jî, mina Elewîtiyê girêdanî Zerdûştîyê ne. Li ser vêna divê pir lêkolin çêbin. Minak; di Elewîtiyê de dibêjin, “hertîşt çêbû ji yek xalî, di wê xalê de weşartîye Esrarî Yezdan”. Yezdan, bi xwe xwedayê Ezdayetiyê ye. Dixwaze bibêje ku “di wê xalê de Xwedê heye”. Terifa Xwedayên herdûyan jî kêm û zêde mîna hev in.Disa Piratti mine hev e. Gelek edet û çanda wana mina hev e. Êzdatî û Elewîti pir nêzikî hevin. Lê ji ber ku İslamîyet ketiye nav herdûyan ji hev qetiyan e. Nêrîna Melekê Tavûs û Mishafa Reş paşê ketîye nav vî olî. Mishafa Reş Berdewamîya Avestayê nîn e. Zêdetir rewîzekirina wê ye. Kessên ku li ser Êzdayetiyê dixebitin, divê lêkolînên kûr çê bikin. Dema ku mirov dixwaze li ser dirokê lêkolînan çêbike, yan ji iro des pê dike û bervî dema buhurî diçe, yan jî ji demên buhurî dest pê dike û tê roja îroyîn. Divê li ser şêweyên xwe yên ayînî, gerdîş û çanda xwe lêkolînan çêbikin. Ew kengê derketine hol ê û kengê hatine guhêrtin. Bi vêna dikarin rîçên Êzdayetiyê biselimînin. Bi kurtayî em dikarin bibêjin ku bingehê Elewîtiyê, Ehlî Heq e, Êzdayetiyê û heya bigê Bahayîtiyê jî Zerdûştî ye. Lê belê di pêvajoka dîrokê de ketine bin sawa curbecur bawerî û olan. Heskî em hinekî jî li ser Şiatiyê biaxivin. Şiatî ya di İranê de misulmaniyeke bêqusûr e. Lê sunnîtî, şîatiyê mîna mezhebeki napejirîn e. Lê disa ji şîa hemû mercên misulmanîyê pêk tînin. Bi tenê li ser gotineki şiati wek misulmanîtiyê nayê pejirandin. Şîîtî dibêje ku miqamê îmametiyê ji yê Pêxembertîyê bilindtir e. Eger Îmametî ji miqamê pêxemberîyê bilintir be, hingê kîjan miqam ji ser miqamê İmametiyê re ye. Herwiha ev gotina tê wateya şirîgayetîya bi Xwedê re. Kesên ku şirîkan ji Xwedê re çêbikin nabin

misilman. Ev rewşa di Elewitiyê de cûda ye. Elewîti dibê je: “me Xwedê afirand”. Herwiha ev jî ne misilmantî ye. Di Şiatîyê de miqamê donzdeh İmaman heye. Lê di Elewîtiyê de tiştekî wisa tuneye. Kesên ku dibêjin tiştekî wisa heye, ka bila bibêjin, kîjan Elewiyan nav û nûçikên İmaman dane Pirên xwe? Yan ji Kijan Pirên Elewiyan İmamet pejirandin. Her tişt hewqasî vekirî ye. Hingê kesên ku rabin bêjin Elewî Misilman in ev çewtiyeke bê ser û ber e. A.H.Kerim:: Herwisa hûn dixwazîn bibêjin ku Elewîti û Şîatî baweriyên ji hev cûda ne? E. Xemgîn: Bawertîyên ji hev cuda ne. Berê hemû tiştan Şîatî misilmanike bêqusûr e. Ew pênc mercên İslamîyetê pêktînin. Mezhebeki ji herhêlêva misilman e. Disa ew girêdana wan bi donzdeh İîmaman û Elî ne.Elî di dawiya jiyana xwe de alîgirên xwe re digot, “Şiayên min”. Di Elewîtiyê de qeydeyê donzdeh Îmaman tuneye. Le hejmarên pîroz hene. Hejmara donzdeha ji di nav Elewiyan de pîroz e. Le ev ji bo donzdeh Îmaman nayê gotin. Ji ber ku kesên ku xwe girêdane donzdeh Îmaman di rêka wana de dimeşin. Ne bi tenê di rêka wana ye jiyanê de dimeşin. Ew di rêka wana ye bawerîyê de dimeşin. Rêka wana ye bawerîyê jî misilmanî ye. A.H.Kerim:: Bawerîya Elewîtiyê mina cografiyake fire ji Asya Navin, heya Avrûpa navîn belaw bû ye. Angoreyî hizra cenabê te, gelo sawa xwe daye ser nêrînên hizrî yên Ewrûpayî? Beriya 2700 salan li Mezopotamyayê çar zaningeh hebûn! E. Xemgîn: Ezê niha behsa hinek tiştan bikim. Dibe ku hinek kes min wek bêteşe bihizirînin. Salên 1700 an kesekî ku li artêşa Fransî kar dikir, ji ber hinek egeran deh salan li Hindê nîştecî dibe. Li wê derê Zerdûşrtîyan nas dike. Deh sala dibe xulamê wan. Dawîyê diçe Evrupa yê. Pirtûka pîroz ya zerdûştan Avesta yê ji tevî xwe dibe li Avrupa yê. Wê vedigerîne bi zimanê Fransî. Hingê Ewrûpayê hizrên skolastik desthilatdar in. Desthilatdariya dêrê bi şêweyekî

tekûz bû û kilîla bihuştê didane hemû kesan. Papazan Kral yan tacdar, yan jî bixwestana ew afaroz dikirin. Piştî wergerandina Avestayê nêrin jî hatin guhartin. Digotin;”rast e Încîl ji hêla Îsa û hewarîyên wî ve hatiye amadekirin. Lê ev gotinan berya wan, ji alîyê hinekê din ve hatine gotin”. Herwisa li Evrûpayê li dijî Papa û li dijî Xiristîyaniyê helwestek derketibû holê. Wergera Avestayê, ji bo Şoreşa Fransayê bibû alîkariyeke mezin. Binêrin, Încîl di sala 365 an de, li Avrûpayê hatiye belawkirin. Ji wê salê heya 1700 an di Avrûpayê de qet filozofekî jî nikarin bibînin. Ev rûdana Heya Şoreşa Fransayê wisa ye. Ji bilindbûna vê şoreşê fîlozof peyda dibin. Heya hingê kesên ku Xiristiyanî pejirandibûn, mecbûr bûn fermanên Xwedê yên hişk cîbicî binin. Cîbicî anîna fermana Xwedê, ji pêkanina gotinên Papa re derbas dibû. Qet kesek jî nikaribû li dijî vê hizrê rawestiya. Piştî ku Avesta wergerandin Fransî şûnde, Filozofî jî pêşketye. Hizra bingehîn ya Şoreşa Fransayê jî ev tişta ye. Angaşta Zerduşt ya ku digo di xwezayê de her tişt xwe dughêrîne û pêşve diçe, bala hemû kesî kişandibû. Qiralan wisa digotin;”eger hertişt tête guhêrandin, hîngê em dikarin tiştan vegerînin, bikin zêr. Herwisa Simyayi dest pê dike. Ev jî dibe avêtina hîmê Kimyaya nûdem. Kîmya hîngê di Avrûpayê de dest pê dike. Berê ji Filozofên Felsefa Yunan re digotin Haranî. Ji ber ku ev di zanîngeha Haranê de perwerde dibûn lewma ev nava li wan dikirin. Ew tiştên ku li wê derê fêrbûn pê gellê xwe zana kirin. Bînin bîra xwe û bihizîrin, beriya 2700 salan li Mezopotamyayê çar heb zanîngeh hebûne. Di nav van de zaningehên Babîl û Harranê pir bi nav û deng bûn e. Cihên herdûyên din hê nehatiye zanîn. Di van zanîngehan de perwerda astronomî, felsefe, endezyarî û pijîşk dihat dayîn. Di zanîngeha Harranê de donzdeh hesare hatibûn keşifkirin. Makêtên wana bi keviran hatibûn çêkirin. Wêneyên van makêtên devase di pirtûka min ya yekemîn de hatibûn weşandin. Sedsala 17 yan di Avrûpayê de em despêkirina felsefên Îdealîst û materyalîst dibînin. Rastî di vir de sawa Mazdeizmê

mezin e. Mazdeizm dibêje ku ruh û madde bi hev re ne û yek tunebe, yê dinê jî tuneye. Van hizrana ji hingêve di Avrûpayê de weşiyabûn. Felsefa Zerduşt behsa armoniya di navbera ruh û madde de dike. Herwisa dixwaze yekîtiya dijberan biselimîne. Dibêje ku dijber hevdû tewaw dikin. Eger yek peşve nekeve, şansê pêşketina yê/ya dinê jî tuneye. Hebûna her yekî/ê ji bo yê/a dinê ye. Yek tunebe, yê/a dinê jî tuneye. Ji ber ku di navbera herdûyan de bendekî bi tekûz heye, eger yek bikeve yê/a dinê jî dikeve. Disa yek bilinbe yê/a dinê jî bilind dibe. Lê di Avrûpayê de ev armonîya hate xirab kirin. Armonîya di mavbera madde û ideyê xirab kirin û herdu jî derxistin li hember hev û kirin dujminên hev. Armonîya di navbera dijberan ya zerdûştîyê çewt hate fêrkirin. Herwisa bi şêweyekî bêteşe nêzikî bûyeran bûn. Gotin eger madde nebe qet tiştek jî nabe. Yan jî gotin hertişt di hundirê îdeayê de ye. Wisa jî dubeşî derket holê. Ji ber vê egerê di Avrupa rojava de îdealîzm, di ya rojhilat de jî materyalîzm pêşket. di welatên real sosyalist de “idea” avîtin pişt guhan û dawîya dawîyê hizir pêşve neçû. Herwisa hizrên afinerîyê paşve xistin. Sedema belawbûna real sosyalîzmê ya bingehîn ji ber desthilatdarîya materyalîzma bêteşe bû. Eger tevî materyalîzmê idealîzm jî pêşvebibirana encam wê cûda bûya. Herwiha divê pêşîya hizra aferîner vebûya. Eger hizir pêşnekeve materyalizm nikare xwe pêşve bibe. Dixwazim bibêjim ku di navbera herduyan de armoni bihata çêkirin wê baştir bu ya. Di nav Felsefa Elewîtiye de jî yekhevîya dijberan heye. Nimuna vê ya eşkere ji di yekhevîya jin û mêran de dikarin bibînin. Wê rûdanê di tekilîyên jinê yên civakî de bi şêweyeki asan dikarin bibînin. Pir caran jî ji madde zêdetir cîhekî hizrê yê taybey heye. Angoreyî Zerduşt, Mujî mina embara hizrê ye. Amûrên di vê embarê hizrin. Eger ev emûranan neyêne karanînê kêrî tiştekî jî nayên. Yek hinekî jire yan jî ne jir e, ev ne gring e. Afirandina hizran gring e. Eger hizrên afirênerî dernekevinb, jîrbûna bêteşe kêrî tiştekî na yê. Armanca ku behsa hizra afinêerîyê tête kirin eve; divê ji bo mirovahîyê

kiryarên baş çêbikin. Ev sê gotinên Zerdûşt gelekî bi nîrxin. Vi gotîye; “baş bihizire, baş biaxife û baş bike”. Wateya ku ew dibêje “baş bihizire”, dibê amûrên di embara xwe de baş bixebitîne. Civakên ku vê gotinê baş bi kar neynin mehkûmên paşvamayînê ne. Em niha jî hineki li ser nakokîyên di navbera Tirk û Kurdan de rawestin. Herdu civakan hizra xwe ya bingehîn wek dijhev amade kirin. Enerjîya xwe ya hizrê ne ji bo pêşketina hev, ji bo xistina hev xerc dikin. Ji ber vê sedemê jî şansê avakirina jîneke baş wenda dikin. Her çiqasî wisa be, disa jî hizrên herdû alîyan jî, bi hev re hatiye girêdan. Yek herçiqasî bikeve xarê û birûxe, yê dinê jî dikişîne jêr. Disa eger yek bilind be yê dinê jî bi xwe re bilind dike. Hingê karê mantiqî divê di navbera herdûyan de armonîyek peydabe. Çiqasî dikarin, divê hewqasî hevdû bilind bikin. Hevdû pêşve bibin. Heya niha ev pêk nehanîne, lewma şunva mane. Ne hewce ye bêjin, “filankesan em defdan, yan ji em xistin”. Divê pirsgirêkan di nav xwe de çareser bikin. Berê her tiştî enerjîya xwe ya hizrî wê bi kîjan alî ve xerc bikin, divê biselimînin. Divê di derbarê vê bûyerê de bibin xwedî biryar. Ev rewşa nakokî enerjîya herdû hêlan jî diqedîne. Ji bo rewşeke armonîk xebatên zanîsti pêwîst in. Mixabin em wana nabînin. A.H.Kerim: Em heya niha li ser bawerîyan axivîn. Divê em hinekî di derbarê dîrokê de biaxivin. We diroka Kurdistanê ji demên antîk heya rojên îroyîn şîrovekiriye. We mina ku Kurd xwediyê dîrokeke pir kevnin selimandiye. Her wisa belgenamên wêna amade kir. Eger Kurd xwediyê dîrokeke wisa dirêj bin, ji bo çi hewqasî paşve man? Angoreyi hizra we gelo mercên berê yên xira, bûn egera rewşa niha? E. Xemgîn: Di diroka Kurdan de dema hatina İslamîyetê pir girîng e. Wê demê gelek çavkanîyên niviskî yên Kurdan hatin tunekirin. Wek di Pirtûka Kurte Diroka Kurtistanê de jî hatiye nivîsandin, ne bi tenê belgenamên dîrokî hatin xirab kirin, axaftina Kurdî ji hatiye qedaxekirin. Hingê gelek

deveran kesên ku Kurdî diaxifîn zimanên vana bi meqesê dihate birîn. Herwisa kesên ku Îslamiyet pejirandin jî bi ijbarî erebî diaxiviyan. Dijî vê helwestê serhildan jî çêbûne. Le bi şêweyeke xwînxwarî hatine tepisandin. îslamiyet bûye egera pêşketina hinek gelan. Lê ji aliyê dinê jî bûye egera paşxistina hinek gelên din. Mina ku bûye egera pêşketina gelên ereb, disa bûye egera paşxistina gelê Kurd. Çanda ereban daye pêş û desthilatdariya çanda erebî di heremê de pêkaniye. Paşê Kurdan pêşengiya hinek rûdanan kirin. Lê ev yeka ji bo pêşxistina gelê xwe bi kar neanîn. Çewt mêşiyan û ketin bin xizmeta serdestan. Minaka Eba Muslimê Xoresanî vê eşkere dike. Ev kesayetiyekî Kurd e û desthilatdariya Emeviyan rûxand. Lê li şûna ku bandora gelê xwe pêk bîne, Ebasî kirin desthilatdar. Bedelê wêna ji piştî çar salan Ebasîyan laşê wî parçe kirin û avêtin çemê Dicle. Ev Rêber di şûna Kurdîtiyê de, di xizmeta İslamîyetê de ne. Hingê çend dewletên Kurdan jî hebûn. Wana ziman û çanda xwe jî pêşve birin. Lê di dawiyê de li pêş êriş û dagirkeriya Ereban nikaribûn rawestin û ketin bin sawa ziman û çanda Ereban. Lê dewleta Kurên buhêyvan, Merwanîyan û Alamûtê hinekî cûdabûn dane xûyakirin. Hingê şûna dewletekî gelek dewlet ava kirin. Ji ber vêna jî parçe parçe bûn û li hember êrişên ji derve bêhêz man. Minak; dema ku Selçukî ji Asya Navin derketin hatin, hingê di heremê de çar dewletên Kurdan hebûn. Ji bilî wana li bakûrê Kurdistanê dewleta Merwanîyan û havîr dorên Helebê jî dewleteke Kurdan e dinê hebûn. Eger yekîtî di navbera van dewletên Kurdan de hebûya, li hember Selçûkiyan şikestin nedixwarin. Di şûna ku yekîtîyê pêk bînin de, enrjîya xwe li dijî hev xerc kirin û ji ber êrişên dereke hebûna xwe wenda kirin. Ji ber van mercên nebaş Selçûkî bi asani hatin û Anadolû dagir kirin. Piştî ku, dewletên Kurdan ruxîyan, li hinek deveran cuda cuda mîrnîşînî peyda bûn. Wana jî, dinavbera hev de çi yekîtî çênekirin û yeko yeko ji holê hatin rakirin.

Li şûna yek dewletî, dewletok hebûn û ev jî bibû egera lawazî û şikestinxwarineke mezin. Ji ber ku dewletok bê hêz bûn û li dîjî êrişên xurt nikaribûn xwe ragirin. Dewletok/dewletên piçûk, bi tenê dikaribûn hebûna xwe biparêzin. Lê, ji ber ku, mekanizmeke xurt û hevgirtî tunebû, temenê wana jî dirêj nebûye. Disa dema Şah Îsmail pir gring e. Şah Îsmail girêdanî ocaxa Erdebilê bû. Mirên Kurdan, li dijî Osmanîyan xwestin bi Şah Îsmayil re yekbin. Alîkarî jê xwestin. Hingê, ew Elewî, mîrên Kurdan jî sunî bûn. Wîna xwe ne spartibû Kurdînîyê û mezhebperestî dikir. Li ser vê Şah Îsmail kete nav şaşîtîyeke mezin û mîrên Kurdan kirin zindanê. Ev kiryarên Şah Îsmaîl yên nerênî, li dijî wî bibûn egera girr û hêrsa Kurdan. Her wiha Kurdan avirê xwe xûya kirin û ligel Osmanîyan cîh girtin. Bi rêka Şêx Îdrîsê Bedlîsî girêdanîya xwe ji Osmanîyan re eşkere kirin. Osmanî di Anadoliyê de gelên hevalbendê Şah Îsmayîl qirkirinê re derbas dike û di dawîyê de herdû artêş li Çaldêranê derdikevin pêşberî hev. Ji ber ku, Yenîçerî girêdanî ocaxa Bektaşîbûn, nexwestine dijî artêşa Şah Îsmayîl şer bikin. Ji ber vê egerê Osmanîyan di nava şevekî de serê çil hezar yênîçerîyan jêkiriye. Herwisa, di dawîya dawîyê de, Dewleta Osmanî bi alîkarîya Kurdan serket. Şah Îsmaîl ji ber şaşîtîya xwe, Mina ku Kurdistan li ser sinîyeke zêrîn pêşkêşî Osmanîya kir. Li pey şerê Çildêranê mîrnîşînên Kurdan hebûna xwe berdewam kirine. Serokatîya mîrnîşînan mîrza ji mîran dewrhildidan. Eger ji gelek kurên mîr hebûna, hingê mîrnîşîn di navbera wana de dihatin parvekirin. Ev ji dibû sedema belawbûna mîrnîşînê. Ji asta mîrnîşînîyê dadikete asta sancakan. Sancakan jî hêdî hêdi bêhêz man û bi dewleta navende ve hatin girêdan. Her wisa Dewleta Osmanî bûye desthilatdarê Kurdistanê. . Hingê li salên 1770 yan dewleteke xurt ya Soran hate damezrandin. Şêx Mehemedê Rewandûzî serokê vê dewletê bû. Ew bi xwe mirovekî pir olperest e û her tiştên xwe ji mirovên olî re parî ve dikir. Hemû şêwirmendên wîna melle

bûn. Hingê Şêxulîslamê Dewleta Osmanî fetvayeki ji melan re dişîne û dixwaze ew alîkariyê nedine Mehmedê Rewandûzî. Li ser vê fetvayê, mele şîretan li Mehemedê Rewandûzî dikin û dixwazin ew dijî sultanê Osmanî şerneke. Hingê, angoreyî nêrîna wana, sultan xelîfê Îslamê ye. Li ber vê helwesta oldaran Mehemedê Rewandûzî dijî Osmanîyan şernake û di encamê de radestî Dewleta Osmanî dibe. Çarenivîsa wina ji dîyar e. Dema ku, ji Îstenbolê vedigere, wîna li Sêvazê dixeniqînin. Encama Mîrên Bedirxanîyan jî tête zanîn. Ev mîrnîşînan ji ber ku sunîbûn, li ser baweriyên cûda zextên giran pêk dianîn. Tewr ew ji qirkirinê re jî derbas kirine. Bi taybet zextên mezin dane ser Kurdên Êzîdi. Ev rastîyên dirokê ne. Di dema Selahaddinê Eyûbî jî wisa ye. Ew bi xwe Kurd bû. Her angoreyi gotinên niviskarên rojava di nav dewletê de bi zimanê Kurdî diaxivîyan. Lê belê, li şûna ku çanda Kurdî pêş bixin, di bin sawa çanda Îslamê de mane. Wana çanda Îslamê pêşve birin. Her wiha piştî mirina Selehaddinê Eyûbî, Dewleta Eyûbî di navbera kurên wina de tê parvekirin. Her wisa parçe bûye. Piştî mirina Selahaddin Eyubbi erişên mongolan ji dest pê kiribûn. Ji ber sedema şerê desthilatdarîyê kurên wî lawaz man û ji hêla mongolan dewletên wana hatin ruxandin. Herwisa em dikarin bêjin ku, di wê demê de, Kurdan bi tenê xizmeta Îslamê kirin. Ev jî bûye egera paşkevtin û mayîna bê dewlet. Bêşik car caran hilpekandin jî çêbûne. Heyf û mixabin ew jî bi şêweyên xwînxwarî hatin tepisandin. Li ser bingehê xirab yê vê rewşê, mercên nebaş yên îro hatine danîn. Di vê navberê de dixwezim bala we bikişînim ser hinek kiryarên rêberên Kurdan. Sala 1920 an Simko Axayê Şikaki û Mehmûd Berzancî li Suleymaniyê hevdîtinek çêkirin. Hingê Simko Axayê Şikakî, ji Mehmûd Berzencî re pêşnîyar dike ku, bi hev re li dijî Mustafa Kemal şer bikin. Hingê di bakurrojavayê Kurdistanê de valabûneke mezin hebû. Mehmûd Berzencî ev pêşnîyara Simko Axa nepejırand. Ne bitenê ev pêşnîyara red kiribû, digot, divê em li dijî Îngîlîzan, tevî

Mustafa Kemal bi hev re şer bikin. Qaşo Îngîlizan, ji bo ew dewleta Kurdî damezrîne, alîkariya wîna kiribûn. Heya bigê ew bi xwe jî mina Şahê Kurdistanê danezandibûn. Wê demê, qet erebekî jî li dijî Îngîlîzan çek nedane xebitandin. Lê bi daxweza Mehmûd Berzencî Kurdan li dijî Îngîlîzan şer kirin. Ji ber vê egerê Îngîlîzan êrişên ezmanî birin ser Suleymaniyê û bi hezaran mirov hatin qir kirin. Mehmud Berzencî jî dîl wergirtin û mişextî Hîndîstanê kirin. Herwisa Kurdistana başûr bi Bexdayê ve hate girêdan û Erebek jî kirin şahê wê. Di Surîyê de, Fransizan xwestin hinek maf bidin Kurdan. Di derheqê vê daxwazê de kêm bê jî hinek defdan jî hebûn. Lê Kurdên ku Fransiz ji wana re ketibû nav têkilîyan, bi vî karî ve nikaribûn rabin. Herwisa li wê derê jî serneketin. Di Turkîyê de despêkê hemberî Kurdan taktîkê eware kirinê meşandin. Paşê Kurdan serîhildan, Lê ev raperinan bi şeweyeki zalimane hatin tepisandin. Ji ber van mercên nebaş civaka Kurdistanê paşve maye û ketîye nav vê rewşa ku weke Îroyîn. Qirkirina Ermenîyan cara yekemîn di sala 1880 yî de, bi fermana Xilafetê, ji İstenbolê dest pê kir! Ermenîyan ji Kurda re nameyek şandibûn. Di vê nameyê de dixwastin tevî Kurdan li dijî Osamnîyan şer bikin. Kurdan ev pêşnîyara ermenîyan ji ber misilmantiyê nepejirandin. Gotin ku, eger rewşeke wisa des pê bike, ewê piştevanîya Xilafetê bikin. Dewleta Osmani hê ji sala 1883 yan pê de plansazîya qira ermenîyan amade kiriye. Ji bo vê planê jî Alayiyên Hemîdîyê damezrandin. Herwisa dixwestin tewanê vê qirrê bikin ustukura Kurdan. Qirkirina ermenîyan li ser fermana Xilafetê di sala 1980 yî de, ji Îstenbolê dest pê kirî ye û paşê jî derbasî bajarên mîna Edene û bajarên Anadoliyê bûye. Min demeki di kovara Doza Kurdistan de xwendiye. Di wê derê de dîbêje ku, hinek paşayên Osmaniyan dibêjin: “me koka zo yan ani, naha ji dema paqişkirina lo ya ye.” Bi vê gotinê ve işaretên qirkirina Kurdan ji dabûn. A.H.Kerim: Di encamê de hertişt zelal tê dîtin. Di vê

rewşe de, betevgêrî, angoreyi mercan nedana tekoşînê û bê yekîtî dîyar e. Disa ew kesên ku gotine em di xizmeta dîn de ne, ew bi xwe ji ketine bin bandora kesên ku ol b ikar anîne. Mamoste, cenabê te heya niha di derbarê dirok û mîtolojîyê de çend pirtûk nivisand? E. Xemgîn: Pişti weşana pirtûka dîrokê, min pirtûka li ser mîtolojîyê nivisand. Mitolojî destpêka hizrê ye. Ji ber vê egerê pêdivîya lekolînên mitolojîyê hebûn û ez jî li ser rawestîyam. Lêkolînên min ji baweriyên seretayî dest pê dike û heya olên yek Xwedêyî berfireh dibe. Hûrnerînên li ser bawrerîyên Kurdistanê hene. Disa ev gerdîş, çand û di nav demê de perîsana/tekamûla wan bawerîyan hûrkoland. Ol û bawerî bi realîta wêna ya civakî ve, di berçevan re derbas kir. Ew heya îro di nav kîjan pêvajoyan re derbas bûne, ew hemû dîyar kir. Pirtûkeke min jî, di derbarê Zerdûştîye de ye. Di vê pirtûkê de rîçên Elewîtiyê û bawerîya Mazda hatiye nivisandin. Heya ji dest hat, min xwest ez rastîyan eşkere bikim. Pey wêna du pirtûkên min li ser Elewîtiyê hatine nivisandin. Yek ji Bawerîya Mazda, heya Elewîtiye, ya dinê jî Elewîti û Îslamîyet e. Ev berdewama ya dinê ye. Ji bilî vana pirtûka min ya Di Kurditane de Mafê Mirovan hat weşandin. A.H.Kerim: Di8 derbarê Diroka Kurdistanê de kîjan pirtûkên we hatin weşandin? E. Xemgîn: Di vê derbarê de Pirtukek „Beriya İslamê Dîroka Kurdistanê“ ye. Ev pirtûka mîn a ku, li dijî ideolojîyên fermi yên heremê bersivek bû. Min li wê derê selimand ku Kurd, ne Tirkin û ne ji “zarokên Îblîsin”. Pirtûka dinê ji di „Dema İslamîyetê de Diroka Kurdistanê“ ye. Ev pirtûka behsa dema ketina İslamîyetê li Kurdistanê despêdike û demên Osmanîyan û Safevîyan hewl dide. Di vê pirtûkê de min xwest, di wê demê de kijan dewletên Kurdan hebûn û behsa şer û raperînên wana bikim. Yeke dinê ji ji dema Osmaniyan û Safevîyan destpê dike û heya pêvejoya şerê cîhanê yê

yekemîn dirêj dibe. Di wê pirtûkê de, min, li ser mercên heremê lêkolin çêkir û rewşa Kurdan dîyar kir. A.H.Kerim: Ji ber ku niha gotin li ser dirokê ye dixwazim tiştekî bipirsim; Mamoste, tê gotinê ku Şah Îsmayîl Ne Tirk e, lê, wî bi Tirkî helbest nivisandiye. Disa Yavûz Sultan Selim ji ne Kurde lê bi Kurdî helbest nivisandiye. Dikarî sedema wê ji me re hewl bidî? E. Xemgîn: Ev ji ber pirsgirêkên sîyasî hîngê wisa bûye. Hingê navenda Elewiyan Ocaxa Erdebîlê bû. Her wiha Şah Îsmayîl ji bo Elewîtiyê bi Tirkan bide pejirandin. bi zimanê Tirki helbest nivisand. Bi taybet mahlayê Xetayî helbestên bi Tirkî nivisandiye. Ev helbesteke sîyasî ye. Çawa Yavûz dixwest Kurdan qezenc bike, wî jî dixwest Tirkan qezenc bike. Li ser vê babetê dixwezim çend gotinan bibêjim. Nexasîm dema ku ocaxa Erdebilê pêşket û hate nas kirin, ji bo Elewiyan bibû navenda cazîbê. Hemû Elewiyan berê xwe dabûn wê derê. Dewleta Osmanî li hember vê pêşketinê veciniqî û xwest pêşgirîya vê rewşê bigire. Şêweyekî ji van tedbîran jî damezrandin û pêşxistina ocaxên Bektaşîyan e. Ev ocaxa hember ocaxa Erdebîlê mîna hevpayekî dipesandin. Angoreyî erkên Elewîtiyê, kesên ku ji ocaxê re derbasnebe û xwe perwerde neke, nikare bibe Murşîd. Lê di nav ocaxa Bektaşîyan de ev gerdîşa hatiye ruxandin. Dewleta Osmanî Balim Sultanê nijada xwe Sirp, bi qeydeyekî pîşandinî kirîye berpirsîyarê dergahên Bektaşîyan. Ev kiryara angoreyî Elewîtiyê tiştekî pir çewt e. Ji ber têkilîyên bektaşîyan û Osmanîyan Elewîti hate guhartin. Her wiha, bi rêka Balim Sultan Elewîti hat guhêrandin û bû Bektaşîtî. Bektaşîtî jî hingê dikeve bin xizmeta Dewleta Osmanîyan. Bektaşîtî îcarê ji hingê ve pêşkêşîya damezrandina ocaxên dewşîrme yên Yênîçerîyan dikin. Ocaxên dewşîrme, ew cîhên ku têde zarokên nemisilmanan dikine Tirk ew der in. Ji van dewşîrmeyan hinek di nav sîstema rêvebirîyê de çihê xwe girtine. Yên dinê jî ji bo dagirkirinên leşkerî bi kar anîne.

Artêşa Yênîçerîyan wisa hatiye damezrandin. Di dîroka Osmanîyan ya çarsed salî de bi tenê çar kesên nijad Tirk bûne wezirulazam. Yên dinê hemû jî dewşirme ne. Dewşîrme, ji ocaxên Yênîçerîyan de perwerde bûne. Her wisa ji wana qet yek jî, ne Tirk e û ne jî misilman e. Piştî raperînên Yênîçerîyan dewleta Osmanîyan, ocaxên Yênîçerîyan belaw kir û ji nû ve derbasî artêşa binîzamî bûye. Êdî ji wê demê pê de fermandarên Îngîliz, Alman û Fransizan arteşa Osmanîyan perwerde kirine. Bi taybet sawa Almana zêdetir çê bûye. Almana angoreyî nêrîn û daxwazên xwe di nav artêşa Osmanîyan de, hizra Tirkîtîyê pêşve birin. Di encamên van xebatan de, wek tê zanîn Cemîyeta İttihadî Terakî hatiye damezrandin. Wana di sala 1912 han de kudetayek jî darxistibûn. Heya bigê, danezana şerê cihanê yekemîn ji hêla dewleta Osmanî nehate dayîn. Ev danezana li Berlîne ji hêla hinek paşayên hevalbendê Almanan hatiye dayîn. Angoreyî vê, dijî İngîltere, Fransa û İtalyayê daneyana şer hatibû dayîn. Angoreyî biryarên ku, li wê derê hildan, yekser êrişî Rusyayê kirin. Dema wan êrişan, karesata Sariqamîşê tê zanîn. Paşayên turanîyî, bi xeyalên hevgirtina Tirkên cihanê êriş birin ser Rusyayê. Dema ku nikaribûn serkevin, hingê êrişî Îranê kirin. Qaşo dixwestin ji ser Îranê re derbasî Asya navîn bibin. Encama van êrişan jî bûye xusran. Nexasîm Kurdan ji van kiryaran zîyanên mezin dîtin. Kurdên ku heya hingê du parçe bûn, ji wê demê pêde bûne çar parçe. Her parçeyek ji kirin bin bandora dewleteke heremê. Ayareke pir zirav dabûne vê plana xwe. Nifûsa her parçeyî hewqasî sisya yekê, dewleta desthilatdar e. Misyonerên emperyalîstan di derbarê Kurdan de, dewletên xwe baş agahdar dikirin. Generalekî Îngîlîz di rapora xwe de dibê je “Kurd naxwazin xizmetan bikin, Tirk ji bo vî tiştî baştir in”. Angoreyî hewildanên Cemîl Paşa, dema ku, Mustafa Kemal diçe Samsûnê Îngîlîz barê du keştîyan çeka dide wan. Ev çekana li Samsûnê dane wan. Ev bûyera çiqasî rast e, yan jî ne rast e, hewcêye mirov li ser wê lêkolînan çêbike. Ez bi xwe jî dixwezim li ser vê babetê lêkolînan çêbikim.

A. H. Kerim: Qaşo, ji hêlekî dibêjin Îngîlizan İstenbol dagir kirin, ji hêla dinê jî çekan ji wan werdigrin. Dewleta Tirkan, wisa, weke tê gotin, ne bi tenê berxwedanê, hat ava kirin. Ew, angoreyî plansazîyên berê hate damezrandin! E. Xemgîn: Rûdana dayîna Kibrisê bi destê Îngîlîzan heye. Dibêjin ji bo dijî Rusyayê ew der dane Îngîlîzan, da ku bila wê derê payîgan çê bikin. Dewleta Tirkan, wisa, weke tê gotin, ne tenê bi berxwedanê hat avakirin. Ew, angoreyî plansezîyên berê hate damezirandin. Di berê de di derbarê damezirandina dewleteke Tirk, planên Îngîlîzan hebûn. Nexasîm va rêwşa, kêrî daxwazên Mustafa Kemal jî dihat. Bi rastî ev dewleta bi xwe, ji hêla emperyalîştan bi şêweyekî sunî amade kirin. Ev şêweyê sunî hê jî berdewam dike û hêzên rojava bi kêfa dilên xwe, herdem pê dilîzin. A.H.Kerim: Ma gelo, kesekî pirtûkên we wergerandin bi zimane Kurdî? Di vê derbareyê de xebatên we, yan jî kesên dinê hene yan na? Yan jî hûn dixwazin ew bêne wergerandin? E. Xemgîn: Agahîya min lê tuneye. Lê min bihist ku li Surîyê hinek dixwazin wergerînin. Angoreyî hizra min wergera bi Kurdî wê gelkî sûdewar be. Her çi zimanî wergerînin kêr tên. A. H. Kerim: Niha li ber destê we çı xebat hene, yan na? Ji demeke dirêj wirde esereke we ya nû nehate weşandin. Egera wêna çi ye, hun dikarin bi kurtî vebêjin? Gelo mercên ku ew rawestand çi ne? E. Xemgîn: Ev nêzikî deh salan e min tiştek nenivisand. Di vê navberê de pirsgirêkên min yên tenduristîyê hebûn. Dîsa bi xebata xwe ve, dibe ku ez kêrî hinek deveran nebû m. A. H. Kerim: Hizra me ne wisa ye. We ji bo gelê Kurd xebatên mezin û kêrhatî çekirin e. E. Xemgîn: Wena nizanim dibe ku, dema pêşerojê encamên wêna wê bêne dîtin. Nizanim, dibe ku ez ne kêrî Elewiyan, ne jî kêrî Kurdan nehatim. Bawer dikim ev pirsgirekeke girêdanî demê ye. Herwaha divê hêwîdar bin.

A. H. Kerim: di derbarê pirsgirêka Elewiyan selimandinên we rast in. Ji ber ku Elewî di Turkîyê de hêzekî potansîyel in. Ji bo wana hildin cem xwe, hewldanên mezin yên dewleta Tirkan hene. Disa, li ser vê mijarê, havîrdorên ku rantê werdigrin hene. Nexasîm ew kesana ji bo sawa we li ser gel bişkênin, her çareyî pêk tînin. Lê di pirsgirêka Kurd de ne wisa ye. Dibê cenabê te bizanibe ku li ser mijara dîrokê, di Kurdistanê de cîhekî we yê taybet heye. Dawîya hevpêyvînê de, gelo banga we ji bo gel û rewşenbîrên Kurd çî ye? E. Xemgîn: Eger hişê ku livbazîyê dide laş tune be, laş nikare bilive. Rewşenbîrên Kurd, hişê Gelê Kurdin. Eger rewşenbîr rêberîya tekoşînê bikin û alîkarê bibib, şansê serketinê zêdetir e. Kurd di cihanê de mezintirîn gelê bê dewlet e. Sedema wê ya sereke jî, xuya dike ku rewşenbîr rola xwe ya rêbertîyê nalîzin. Divê hemû rewşenbîr, berjewendîyên kesatîyê bihêline hêlekî û gel zane bikin. Gelê Kurd ji, divê xwedî li rewşenbîrên xwe derkeve. Her wisa, hatina me wek gel, ewle dibe. Bervajî wêna qet tiştek jî ewle nîne. Ji ber ku, dîrok dubare dibe û zîyana wêna jî wê gelê me bikişîne. Dibe ku ev pêvajoya bibe egera şikesinên mezin jî. A. H. Kerim: Sipasîya we dikin. Bi dîtina dem û warên cûda. Bimînin di xêr û xweşîyê de. E. Xemgîn: Ez jî sîpasîya we dikim. ETHEM XEMGİN Kİ YE? Ethem Xemgîn sala 1947 an li Malatyayê, li gundê navça Akçadağe Harûnuşaxi yê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn jî li Dilokê xwendiye. Ji ber hinek pirsgirêkan, sala 1964 an koçberî İstenbolê kirine û li wê derê nîştecih bûne. Lise û zanîngeha Huquqê li Stenbolê qedandiye û demekî jî parezertî kirîye. Ji ber zextên sîyasî di sala 1980 yî de çûye Avrûpayê. Hê li Avrûpayê dijî û bavê sê zarokan e.

NAVEROKA BEŞÊ

Ji awira mafê mirovan û ewlekariyê ve Rewşa Êzidiyan

Sernivîserê Lalişê û nivîskar Mecîd Heso: Divê Serok Barzanî xwedî li soza xwe derkeve

Dr. Ismail Beşikçi: Parastina Êzidiyan wezîfeya Hikumeta Herêmê ye

Serhan Isa: Şingal Kurdistan e

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho: Jenosîda Êzidiyan tê plankirin

Ji Komela Nivîskarên Kurd ya Amedê Arjen Arî: Ku Kurd hebin…

Ji Federasyona Êzidiyan Nivîskar Loqman Bariş: Gotina “Êzdî Kurdên resen in” têr nake

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdîstanê Li Swêdê Şermîn Bozarslan: Çanda Ezidî Çanda Kurdan ya herî kevnare ye

Rêvebirê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Serkan Brûsk: Heta ku Êzidîtî hebe dê zimanê Kurdî hebe

Serokê Komela Çandî ya Êzidiya li Mûsilê Prof. Dr. Ali Seedo: Mafê reng û olên cewaz li Iraqê di xeterê de ye

Ji Komîteya Rêvebir ya Komkarê Salihê Omerî: Kurdistan bê Êzîdî nabe

Gerînendeyê Zarathustra News ê rojnamevan Gabar Çiyan: Divê Êzidî di îdareya devera xwe de desthilatdar bin

-1Hevpeyvîn bi Mecîd Heso re Sernivîsarê Lalişê û nivîskar Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Divê Serok Barzanî xwedî li soza xwe derkeve Gabar Çiyan: Em dizanin tu nivîskarek naskirî, sernivîseriya malpera Laliş dikî, gelek caran li ser mafê êzîdiyan dinîvisînî... hûn dikarin, xwe bi xwendevanan bidin naskirin: Mecîd Heso kî ye? Mecîd Heso: Bi germayî ya şoreşa îlonê re, şoreşa ku gelê Kurd bi serkêşiya rehmetî Mistefa Barzanî li başûrê Kurdistan li dijî dagîrkerî û sitema hikûmeta Bexda serî hilda, li jêr dengê top û firokeyan sala 1967 an li gundek biçûk jêre digotin Şêx Xidirê (10 km başûrê parêzgeha Duhok) hatim dinayê. Heyanî 10 saliya min, lingek li şikefta pişta malê û lingê dî li kolanên gundê kavilkirî û derbederiyê, dayika min bi xêzanî di maleka Kurdperwer û pêşmerge de ez xwedî kiri. Di nav tirsê, birsê û pirsê de min zaroktiya xwe wenda kir. Rejîma Iraqê sê car (1964, 1974, 1988) bi hêceta ku xelkê gund bi şoreşa Kurdî re ne, gundê me şewitandiye. Cara dawîn bi zor em di komelkgeheke ku ji 11 gundan pêkhatî de binecih kirine.

1974 Min bawernameya Pola yekemîn a dibistana seretayî di dibistana şoreşê de, li geliyê sereşka (navê geliyekî ye li çiyayê pişta gundê me) wergirt. 1983 an de xwendina navendî li gundê Şariya. 1986 Dibistana amadeyî (lîsa) li Duhok. 1990 bawernameya bekaloryus ji fakûlteya aborî û rêvebiriyê a zanîngeha Bexda. 2007 bawernameya magister (Master) ji zanîngeha Azad ya Lahayi (Dan Haag) li Holandayê wergirt û niha ez doktoriya xwe li ser kartêkirina kirîza wuze (energy) û guhertina avûhewayê li ser werara astê aborî û bazirganiya navneteweyî amade dikim. Derheqa karê çand û perwerdeyi yê ez xebatên min wisa ne: 1991 Redaksiona kovara Pêla Serbest, Duhok. 1992 Endamê Liqa Pêşeng ya xwendekar û ciana li sinûrê her dû parêzgehan, Duhok û Mûsil,û berpirsê komîteya navçeya bajarê Duhok. 1994 redaksiona Kovara Laliş, duhok. 1998 sekreterê rojnameya Kurdistan, Elmaniya. 1999 Xwediyê Kovara Kurdistana Îro, Elmaniya. 2001 Sernivîserê Malpera Laliş.de di Internetê de. 2008 serokê fakulteya lêkolînên Kurdî li zanîngeha Azad li Elmaniya. Endametiya min: 1984 Endamê tîpa şanoya Şoreşvan, Duhok. 1987 Endamê Sendîkaya Hunermendên Iraqê. 1990 Endamê sendîkaya Jimêryaran (Muhasebkaran), Duhok. 1992 Endamê yekêtiya nivîskarên Kurd, Duhok. 1994 Endamê desteya rêvebir ya bingeha Laliş, Duhok. 1998 Endamê Enistîtûya Kurdî ji bo lêkolîn û zanistê, Elmaniya. 1999 Endamê PEN a Kurd. 2004 Endamê komîteya rêvebir ya Mala Êzidiyan, Berlin. 2006 Endamê Navenda Anfal û Helepçe Kurdistan (ÇAK) û berpirsê komîteya Berlin. Gabar Çiyan: Armanca malpera Laliş çiye? Mecîd Heso: Armanca Malpera Laliş komkirin û arşivkirina çand û folklora beşek dêrîn ji civaka Kurdistanê ye, ew civak ya ku bi sedên salane li jêr rikêfa dagîrkeran dinale,

dagîrkerên ku bi ti şêweyî naxwazin gelê Kurd rastiya xwe nas bike, rastiya ku bingeha civakan di afirîne, gelan li ser lingan disekinîne û di be şengisteya avakirina welatên bi hêz. Gabar Çiyan: Hejmara Êzîdiyan li cîhanê û Kurdistanê çiqas e? Mecîd Heso: Bi hêsanî mirov nikare hejmarek dirust bide, ji ber ku serjimêriya welatên ku Êzidî lê dijîn neserjimêriyek bawer pêkiriye, lê li gorî çend çavkaniyên nefermî tê texmîn kirin ku hejmara Êzidiyan li cîhanê yek Miliyon be û li Kurdistanê 650 - 700 hezar Êzidî hebin. Mixabin li Bakûrê Kurdistanê ji ber zilm û zora dewleta Turk, Êzidî li ser cî û milkên xwe nemane piraniya wan koçberî Europa bûne û niha tenê nêzîk 400 kesan li bakûrê welat mane. Li Başûrê Kurdistanê jî ji tirsa Islama siyasî û radîkalan, Êzidî ji welat bar dikin. Gabar Çiyan: Ji kerema xwe hûn dikarin kurte analîzekê "li ser nasnameya etnîkî û baweriya olî ya êzîdiyan" bikin? Mecîd Heso: Dînê Êzidiyan yek ji dînên kevnareye li rojhelata navîn, ji ber dijwariya dîrokê û ew karesatên bi serê Êzidiyan hatîn, ti nivîsên kevin jî li ber dest neman, ku li ber roşnaya wan em karibin bi dirustî salekê ji destpêka dînê Êzidiyan re destnîşan bikin. Li roja îroyîn tiştê li ber destê me hejmarek textên devkî ne, ku zanayên aynî bi şêweyek veşartî ew di singa xwe de parastine, ezdayetî ji nifşekî bo nifşê dî aniye, dema mirov naveroka van textan (qewlan) û rêwresim, tîtal, rewişt û mantalîteya Êzidiyan dide ber hev rastî hin pirsan tê, bersiva wan jî girêdayî şirovekirin û analîzekirina: Nasîn û şirovekirina rolê Tawisîmeleke, ji hêla felsefî, dîrokî û xwedawendî ve. Bingeha felsefeya cejnên Êzidiyan. Naskirina bîrwbaweriyên berî bûna Isa ku li rojhelata navîn dahir bûyîn, mîna mîtrayî, zerdeştî û htd.

Ji bo ku mirov van sê xalên li jor analîze û şirove bike pêwîste di nav efsane, wêjeya devkî ya Êzidiyan, qewl, Beyt û bîrûbaweriyên ayinî yên wê serdemê de, li xelekeyên windabûyî yên zincîra dîroka Êzidiyan bigere. Peyîva Êzidî wate êzdayî (Xwedayî) , ji Ezda(Ez + da) ango Xweda (Xwe + da) ramana xwe digire, yekemîn milet ku li ser rûyê erdî bawerî bi yektayî û paye berziya Ezda anî Êzidî bûn. Dînê Êzidiyan bingeha xwe ji xweza yê digre, li cem Êzidiyan her fenomenek xwezayî weke rojê, Heyvê, Baranê û htd, xwedawendê xwe yê taybet heye û hemû li jêr ferwara Ezda kar dikin. Av, ax, ba û agir Çar elementên girin li cem Êzidiyan Di Qewlên (tekstên ayînî) yên Êzidiyan de hatiye gotin: Xwedevandê me rehmanî Çar qism li rûyê dinê danî. Yek ave, yek nûre, yek axe, yek jî agire… (1) Yan : Padşayê minî cebar e, Ji durrê efrandibûn çar e, Ax e, û Av e, û Baye, û Agir e. (2) Yan: Ku kinyat pê zeyînî Axê û Avê û Bayê û Agirî Qalibê Adem jê nijinî. Çar qismet tek hincinî,(3) Baweriya Êzidiyan ji xwezayê destpêdike li her çar werzên salê bi guherîna av û hewayê re cejnên Êzidiyan hene. Li beharê cejna sersê salê, li payizê cemayîya laliş, li sivistanê cejna rojiyan û cejna çileyî, li havînê ecjna çileyê havînê, mayîna van cejna di heman rojê de ji demsalê wateya girêdana bîrwbaweriya Êzidiyan ya bi Xwezayîbûn û xwezayê re nîşan dide Êzidî bawer dikin ku xêr û şer dihundirê her mirovekî/ê de heye, „Mirov bi xwe ji du hêzên têkilî pêktê, di bedena wan de başî û xirabî hêlîna xwe çêkirine. Mana wê yekê jî ew e,

ku her Êzîdiyek perçek ji Tawisî-Melek pê re heye“ (Êzîdîtî berî dema Şîxadî 1). „Naveroka felsefa dînê Êzdîyan Xwedênasiyê, heqyê, îman û axretê, efirandina dinê, mirinê, jîyanê, qencîyê, xiravyê, rastiyê, nerastiyê, qewat û bûyarên xezayê, derheqa sirra Melek û Milyaketada ne. Li bal Êzdîyan hebandina here mezin û bilind Xweda ye. Şaheda dînê Êzdîyan da ew fikir pir zelal dîhar dibe. Ew hema wa jî dest pê dibe: Şaheda dînê min yek Xweda ye. (Ezdîtî bawarya heqyê, re‟mê û Xwedênasyê ye) Sebaret nasnameya Êzidiyan ya etnîkî jî, piraniya lêkoler û zanayên dîrokî li wê baweriyê ne ku Êzidî Kurdên resenin û beriya 1400 salan ango berî hatina Îslamê ya Kurdistanê, Kurd li ser ola ezdayetiyê bûn. Heke em iro li cî û warên Êzdî lê dijîn binêrin wê diyar be ku tenê li Kurdistanê Êzidî hene, zimanê wan Kurdîye û tenha dîne li çîhanê ku bi Kurdî nimêj duhayên xwe dike. Gabar Çiyan: Di dîrokê de, komên ekstrem herdem êrîş birine ser Êzîdiyan. Bi buyerên qirkirinê rûbirû mane. Îro rewşa wan çawa ye? Mecîd Heso: Dîroka Êzidiyan bi dirêjiya dewranên bûhirtî şahidiyê ji gelek tepeserî û malwêraniyê re dike, eve jî gişt hewlên tunekirin û jinavbirina nijadî bûn (jenosid), bi van hewlan re bi sed hezaran kêsên bêguneh ji ber dînê xwe giyanê xwe ji dest dane, komkujî û derbederî li dijî Êzidiyan bikar hatiye, bi taybet li serdemê Osmaniyan. Çavkaniyên dîrokî metirsîtirîn wêneyên li dijî ji navbirina Êzidiyan (firmanan) berçav dikin, firmana herî dawî li dawiya sedsal 19 an li ser destê General Omer Wehbî paşa hat li darxistin. Pêwîste ji bîrnekin ku dirindetirîn firmana kujtin û tunekirinê li dijî Êzidiyan li serdestê mîrê kore ( Mir Mihemed Rewandizî) pêkhat, di vê hewê de piştî talankirina deverên ku êzidî lê niştecî, bi hezaran jin û keçên Êzidiyan girtin û bi

xwe re birin bi dehhizaran jî kesên bêguneh qelandin û ji cî û warên wan hatin dûrxistin. Johannes Düçting li ser dîroka êzdiyan agahiyên di dema Osmaniyan de dide û bi dûr û dirêjî basê kokujiyên ku li dijî Êzidiyan pêkhîn dike (Dîroka Kurdên Êzdî) Di baweriya min de ne Kurdistan bê Êzdî dibe, ne Êzdî bê Kurdistan dikarin bijîn, mîna Îslamê ji boy Ereban, wisa jî Êzdî ji boy Kurdistanê giringin, ji ber ku ev dîn li ser vê axê Xwedê naskiriye û ji boy vê axê jî 72 firman bi serî hatine, ji dema ku hêrişên ereban li jêr navê ayinê islamê gihaye Kurdistanê û bi şûr beşek ji Kurdan islam qebûl kirî û heyanî niha bo parastina Nasname, çand û zimanê Kurdî Êzidî ser û malê xwe didin.( Êzdî di paşeroja Îraqê de) Roj bi rojê rewşa Êzidiyan li Îraqê xerab dibe, mixabin hikûmeta herêma Kurdistanê pîlanek ber bi çav nîne ku rê li ber vê rewşê bigire, ji ber vê yekê rojane bi dehan Êzidî ji welat koçber dibin, heke bi zûtirîn dem rewşa Êzidiyan li başûrê Kurdistanê baş nebe, metirsî heye ku Êzidî koça giştî bikin. „Şovenîzman nefamiya berpirsên Kurdistanê ji xwe re kirin derfet, bi gelek şêweyan xwestin Êzidiyan tevlî lîstikek gemarî bikin, ji boy ku ne aramiyekê li deverên ser bi pagrafa 140 ve durist bikin, li Şêxan xwestin û Êzidiyan ew pîlan pûç kir, mixabin li Behzanê di meseleya Diwayê de Êzidiyan şaşiyek dîrokî kir û delîvek zêrîn da destê islamîstên radîkal di encam de 26 karkerên bê guneh li Musil hatin kuştin û vê damargirjiyê di nav bêdengiya her dû hikumetan de (Bexdad û Hewlêr) bûyera Şengal bi xwe re derxist holê“.(Komkujiya Şengalê di yekemîn selveger de hat ji bîrkirin). Gabar Çiyan: Ji bo ku Êzîdî karîbin ji awira ewlekariyê bêne parastin û di nava aştiyê de bijîn, pêwîstiyan wan bi çi heye? Mecîd Heso: Pêwîstiya Êzidiyan bi piştevaniya hikumeta herêma Kurdistanê heye, heke raste Êzidî Kurdên resenin

gereke îro xwedî li wan derkevin û bi gişt hêza xwe herêmên Êzidiyan biparêzin., Piştî bûyera Şêxan 16.02.2007 û bûyera Şengal li 14.08.2007 koçberiya Êzidiyan zêde bû.(Piştî bûyera Şêxan koçberiya Êzidiyan zêde bû), bi bûyera Şêxan re 11 mal û komeleyên Êzidiyan nameyek ji serokê Kurdistanê re şandin lê heyanî niha jî bersiva nameya wan nehat dayîn vê yekê rê li ber spekulationan vekir, bi kujên Gir Ezêr û Sîpa Şêxidrê jî cesaret ji vê bê xemiyê girt.(Nama Hevkariya mal û komeleyên Êzîdiyan li ser bûyera Şêxan). Her kesê gefên kujtinê li Êzidiyan xwarin gereke bê dadgehkirin û sizadan, ji bo ku baweriyek li cem wan çêbe dinava aştî û aramiyê de li ser cî û warên xwe bijîn, Mele ferzende li bajarê Akirê di xutbeyeka xwe de wekî Mela yehiya yê Mizûrî fetwa ya komkujiyek nû li dijî Êzidiyan da, newezareta Ewqafê û nehukûmeta Kurdistanê heq û hesab pê re kir. (http://de.youtube.com/watç?v=Z8OhhRdDtZw) Gabar Çiyan: Ji bo rêkûpêkirina mercên jiyana Êzîdiyan li Îraqê, bicîhanîna hêvî û daxwaziyên wan, ji dezgehên însanî û dezgehên wisa di nava EU û USA de, li benda çi ne? Mecîd Heso: Niha Piraniya deverên Êzidiyan girêdayi hikûmeta navendî ne, ango ew deverin yên ku hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê nakokî li ser hey, ji ber vê yekê ez li wê baweriyê me heta ku benda 140 ji destûrê îraqê çareser nebe asayiş li herêmê berqerar nabe. Ji ber vê yekê mercên jiyana Êzidiyan girêday rewşa siyasiye. Îro li Îraqê ne tenê nakokiyên olî û etnîkî yên hundirîn hene, belkî dewletên derdor jî naxwazin rewşa Îraqê aram be, her yekê agendeyên xwe hene û li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Ciyê ku Êzidî lê dijîn deşte û ji teroristan re armancek hêsane, her demê ku bixwazin dikarin rewşê tevlîhev bikin. Deverên Êzidiyan yên li jêr deselata hikûmeta herêma Kurdistanê jî tûşî arîşeya îslama siyasî bûne, mixabin sîstemê rêvebiriyê li başûrê Kurdistanê xetimiye û roj bi roj xerabtir

dibe, ew hêviya Êzidî li bendê di nav lepên îslama siyasî de di sekeratê (Koma yê) de ye. Êzidiyan ev metirsiye gehande hikûmeta Kurdistanê û gelek soz wergirtin, lê pêngav nehatin havêtin, ji mecbûrî Êzidiyan li gelek welatên Europayî û USA meş li darxistin, paşî ev metirsî di raporekê de bişêweyek girseyî pêşkêşî perlemana Europa kirin. (KURDÊN ÊZÎDÎ LI PAYTEXTA AVRUPA BRUKSELÊ) Êzidî li bendê ne ku USA li îraqê xwedî li sozên xwe yên di derbarey parastina mafên hindikayiyan de derkeve. Gabar Çiyan: Ji bo parastina wan, domandina jiyana çandî û olî hêvî û daxwaziyên we ji Hikumeta Herêma Kurdistanê çi ne? Mecîd Heso: Serok Mesûd Barzanî di gotinek xwe de dibêje “ yan resentirîn Kurd Êzidîne yan jî miletek nîne bi navê Kurd“ , Êzidî hêvîxwazin serok Barzanî xwedî li van gotinan derkeve û rê li ber heqareta li dijî Êzidiyan li başûrê Kurdistanê tê meşandin bigire. Li gorî raporek mafê mirovan tê gotin rojane 23 Êzidî ji Îraqê derdikevin, ger ev hijmar rast be wate her sal 8395 ÊzidÎ koçber dibin. Pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê bi cidî li ser vê meseleyê bisekine, kosp û tegereyên rê li ber hemwelatiya yeksan (wekhev) û rast û dirust digirin ji holê rake. Bi dîtina min heta niha serkirdayetiya Kurdî li başûrê Kurdistanê, zimanekî hevbeş dinavbera xwe û Êzidiyan de peyda nekiriye, ew rê û pirên heta niha PDK û PUK di navbera xwe û Êzidiyan de avakirîn de, di nav lepên çend kesên kefçînas û Xwed nenas de hilweşyan. Pêwîste di demek kin de Konferansek li başûrê Kurdistanê were li darxistin û egerên koçberiya Êzidiyan ji Kurdistanê bên giftûgo kirin, eger na rojek wê were poşmani fêde nake û rewş wê ji destên gişt aliyan derkeve.

-2Hevpeyvîn bi Dr. Ismail Beşikçi re Sosyolog-lêkolîner-nivîskar Hevpeyvîn: Gabae Çiyan (Zarathustra) Parastina Êzidiyan wezîfeya Hikumeta Herêmê ye Gabar Çiyan: Birêz Dr. Beşikçi, weke ku hun jî zanin, di van demên dawiyê li dijî Êzidiyan hejmarek êrîş pêk hatin. Armanca êrîşan, gav bi gav tunekirina Êzidiyan, jiholêrakirina çandekî ye. Hilweşandina baweriyek kevnare ye ku rehên xwe kur berdane erdê welatî. Hedefa wan: Tunekirina nîşan, delîl û koka me Kurdan e. Ji bo parastina Êzîdiyan, pêşxistina çand û baweriya kevnare, wezîfeyên me çi ne, divê çi bê kirin? Dr. Ismail Beşikçi: Êzîdî Kurd in. Baweriya Kurdan ya berî peydebûna ola Îslamê hemêz dikin, diparêzin. Êzidî, berî jidayikbûna Mesîh bi sedan salan li jora Mezopotamyayê bicîh bûbûn û li ser xaka xwe jiyana xwe didomandin. Êzîdî di gelek qonaxên dîrokî de, ji ber êrîşên Kurdên olîslamî, mîrên Kurdan û ereban mexdur bûne, neheqî li wan hatiye kirin. Lê Êzidiyan, herdem, ji bo Rizgariya Netewa Kurdistanê, ka rû xebat kirine, di şer de cîh girtine, û şehîd dane. Pir giring e ku Gelê Kurd li ser bingeha vê zaniyarê nêzî Êzidiyan bibin, wan nas bikin. Pêwîst e Gelê Kurd bi awayekî sîstematîk, bi zanabûnên piralî û kur li ser

welatperwerî û fedekariya Êzidiyan û giringiya parastina çand û ola kevnare bêne ronîkirin... Divê em dema peydebûn, û pêşketina Îslamê bînine bîra xwe: Dema ku xelkê bi şurê zorê dikirin misilman... Gabar Çiyan: Di demek wisa de, parastina nirxên Netewa Kurd dihate çi wateyê? Li hemberî zordarî û tadayiya baweriyên biyanî, eks û israra parastina nirxên Netewa Kurd dihate çi wateyê? Dr. Ismail Beşikci: Divê em li ser rastiya van pirsan kur bibin, bi zaniyariyê nêzî pirsê, anku Êzidiyan bibin... Pêwîst e cihên Êzidiyan tevlî sînorên Herêma Kurdistanê bibe. Laleş di nav sînorê Herêmê de ye. Êzidiyên Şexanê, ji awira parastinê ve, „ji aliyê êrîşên ji derve û komplo û planên li dijî wan“, di xeterê de ne. Ji bo ku Êzidî karîbin baweriyên xwe bi azadî bidin domandin, pêwîstiya wan bi aramiyê heye. Divê ewlekariya cihê wan xurtir bibe, li wir rewşek azad pêk were. Divê Rêvebirên Hikumeta Herêmê vê yekê bibînin... Pêwîst e ji bo pêşxistin û xurtkirina aborî û civaka Êzidiyan polîtîkayek pêk were. Divê ev polîtîka, weke wezîfeyek giring ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bê dîtin. Êrîşên neteweperestên ereban li dijî Êzidiyan herku diçe zêdetir dibin. Ew dixwazin Kurdan weke sucdar nîşan bidin û şûpheyên li dijî Kurdan zêde bikin. Di van mehên dawî de, hejmarek êrîş li dijî Mesîhî û Asuriyan pêk hatin. Divê armanca êrîşan di çarçoveya hatiye qalkirin, bêne nirxandin. Divê Kurd li hemberî lîstik û komployan pir şiyar bin... Pir giring e, û pêwîst e Hikumeta Herêma Kurdistanê û Gelê Kurd bi peyv, beyan, û çalakiyên xwe ispat û nîşan bidin ku ew, bi Êzidiyan re ne, piştgiriya wan dikin. Her wisa ew piştgiriya xwe ji bo Mesîhiyan jî bi erênî nîşan didin.

-3Hevpeyvîn bi Serhan Îsa re Hevpevvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Şingal Kurdistan e. Gabar Çiyan: Em te ji Komela Kaniya Sipî û xebatên li ser Êzidiyan nas dikin. Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn. Serhan Îsa ki ye? Serhan Isa: Di sala 1974 an de li Rojavayê Kurdistanê gundê "Alareşa" ji dayîk bûm. Min, xwendina seretayî li gund bi dawî anî, paşê û bi sedema xwendinê li bajarê Tirbespiyê akincî bûm, hetanî sala 2000 an. Di sala 1993 an de min dest bi nivîsandinê kir. Di hindek kovar, rojname û malperên Kurdî û Erebî de nivîsî. Di sala 2000 an de koçberî Elmaniya bûm. Di sala 1997 an de dîwana xwe ya pêşî bi navê “Dûrbûna te dest pêka” helbestê ye derxist. Di 2001 î de pirtûka helbestan bi navê “Gula mijê”, "Xalid Hisên" wergerandin ji zimanê Erebî derxist. Sê (3) pirtûkên min ji bo çapê amade ne. Sala 1993 an li gel hindek rewşenbîrên Kurdên Êzidî Komela Kaniya Sipî damezirand. Ji salên 1990 î, di 16 saliya xwe de tevlî xebta siyasî ya tevgera Kurdî li Sûrî bûm.

Ji sala 2005 an ve Malpera www.kaniya-sipi.de bi rêve dibim. Ez li zanîngeha Denîmark beşê Ragihandinê dixwînim. Xebata min bêtir di warê wêjeyê de ye, (helbest, daneheva û berhevkirina kevnetorê Kurdî, Lêkolîn li ser helbesta Kurdî ya nûjen). Gabar Çiyan: Armancên Komela Kaniya Sipî çi ye? Serhan Isa: Mirov dikare wisa bi rêz bike: 1. Kar ji bo anînecemhev, parastin û xizmeta Êzdîyatiyê; berevanî di ber wana de di hemî waran de li gorî karînên komelê; kar û hewildan ji bo rê li ber girtina ewan kiryarên nemerovan e yên ku li dijî Êzdiyan têne kirin, mîna derxistina Êzdiya bi darê zorê ji welatên wana, ku ji layê desthiladarên ewan welatên ku Êzdî têde dijîn ve tête bikaranîn. 2. Kar ji bo ku Êzdî di ewan welatên ku têde dijîn de, û mîna hemî Ayînên din bi azadî û bi zimanê ku ewna dixwazin seqa, girdi, diwa û dirûzên xwe bikarbînin; her weha mafdan û serbestkirina vekirina dibistanên Olî ji bo xwendina ayînê Êzdî li ser bingehin birayetî û lêborînî; û ji kîsî ewan welatên ku Êzdî têde dijîn de, her weha serbestkirina li darxistina ahî û cejnên ayînî, û rojên cejnan bibin rojên veysandina fermî ji bo agirt, xebatkarên sivîl û lekerî, yên bawermendên vê ayînê, di hundirê welat de. 3. Kar ji bo yekgirtina peyva Êzdiyan, di riya bihêzkirin û nûjenkirina têkiliyan di navbera Êzdiyan xwe bi xwe de ji layekî ve, û ji layekî dîtir ve di navbera Êzdî û rêxistin, û aliyên olî û merovanetî di cîhanê de di riya danûstandin û rawergirtinê de, ji layekî dîtir ve; Kar ji bo ku Ola Êzdî ciyê xwe di rêza ayînên cîhanî de bigre. 4. Kar ji bo danehev, nivîsandin û nûjenkirina çand û keleporê vê Olê, ji bo parastina hîmên Olî, her weha afrandina lêkolînan di derbarê hemî hêlên Olî û jiyana xelkê vê Olê de, civakî, rewenbîrî û dîrokî û wergerandina van

berheman bo gelek zimanan, û belevkirina van berheman bi rengê pirtûk eger derfet hebin. 5. Nivîsandina lêkolîneke Ciyografî û dîrokî li ser Êzdiyan bi gitî û li ser Êzdiyên baûrê rojavayê Kurdistanê bi tayîbetî ku bibe jêder û çavkaniyek, û damezirandina axan ji komelê re li ciyên ku Êzdî lê dijîn de. 6. bi hêzkirina rola jinê daku bikaribe ciyê xwe yê surityan e mîna Mêr di civatê de bigre, di riya pikdariya wêna di hemî bizavên cor bi cor de mil bi mil li gel mêr. Her weha li xwedîderketina li biçûkan û perwerdekirina wana bi êweyekî tenduristyane, li gor derfetên berdest. Vekirina hemî derfetên zanînwergirtinê li pêiya gêncan, ji bo sînorkirina derketina ji rêza civatê. 7. Alîkariya xwendevan û agirtên Êzdiyan yên ku ji ber sedemên aborî nikarin xwendina xwe bi dawî bînin, her weha alîkariya malbatên Êzdiyan yên belengaz û li gor karînên komelê di dema nuha de . 8. Birêkûpêkirina komîteyekê ku biêt bi Parêzerekî Elman re peywendiyê çêkê (an jî bêtir) ku ji Êzdîyatiyê bi tayîbetî û jî pirsên mafxwestin û mafwergirtina mafê penaberiyê bi kelemperî agahdar be; daku li nik dadgehên Elman dubarepirskirin û lênerîna pirsên ewan kesên Êzdî yên ku hîna mafê mana li vî welatî bi dest bê xistin... Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re, analîzekî li ser buyera Şingalê û buyerên paşê pêk hatin ji me re bike. Serhan Isa: Eger Şingal ne Herêmekê Kurdî be, wê li ser rûkê vê zemînê welatek bi navê Kurdistan tune be. Şingal an jî keleha berxwedanê wek ku Êzdî wê bi nav dikin, mezintirîn herêma Êzdiya ye. “Jimara nişteciyên wê bêtir ji 400 hezar kes e, anku rêjeya Êzdiyan li Şingal 80% î ye ". 1 " Jimara nişteciyên Şingal di sala 1075 de bêtir ji 30 hezar kes bûn û jimara xaniyan di salên 1394 an de wek ku " Demlûcî " dibêje bêtir ji 35 hezar xanî bûn," 2

Nişteciyên Şingal bi giştî Kurd in, wek xak jî parçeyekî bingehîne ji nexşeya Kurdistanê, " ku ew bi xwe dikeve rojavayî Kurdistana başûr, 120 km ji aliyê rojava ve ji Mûsil dûr e".3 Şingal ji sînorê xwe yê rojava ve dikeve ser sînorê dewleta Sûriyê, ji aliyên wê yên din ve jî hozên Ereba ne. Şingal wek cografiya ji dewletên cîranê Iraqê re, bi tayîbet yên hevsînor mîna Sûriye, ji roja roj de ciyê pirs û tirsê ye. Şingal, Tilefer, Zemar xaniqîn, Başik û Bazan, Şêxan û Kerkûk, ji bo tevgera siyasî ya Kurdî li Başûrê Kurdistan pirseke pir mezin in, û di seranserê pêvajoka têkoşîna xwe de bal kişandiya ser van herêman û bi xurtî doza zîvirandina wan ser nexşeya Kurdistan kiriye. Lê divê em ji bîr nekin ku dijminên Kurdan jî her timî ji bo vê dozê bi dekûdolab bûn, û hetanî vê gavê jî qet bi tu awayan rê nadin ku ev navçe û herêm bi nexşeya Kurdistanê ve bêne girêdan. Ji bo Kurdan jî eger hat û ev proje têkçû wê ziyaneka mezin bighîne Gelê Kurd wek netew û wek xak. Piştî serhildana 1991 î, gelek herêmên Kurdî ji bin destê desthilatdariya "Bexda" derketin. Di nav de jî gund û navçeyên Kurdên Êzdî bi tayîbet li Parêzgeha Dihokê, û hêdî hêdî Êzdî wek Ol, Netew di hemî hêlên jiyanê de, di Iraqê û Kurdistanê de geş bûn. Piştî rûxandina rêjîma Bexda ya faşist di 09 Nîsana 2003 an de, Kurdên Êzdî jî mîna hemî pêkhatiyên Iraqê bi tam û bîna azadiyê şad bûn, û bi qeftên gulan pêşmergeh pêşwazî kirin. Lê hêdî hêdî ev azadî û Iraq bi giştî li wan bû zindaneke vekirî. Bûyera ku di 14.08.2007 an li Herêma Şingal " Sîba Şêx xidrê û Girê Izêr " qewimî, û di encamê de bêtir ji: 311 Pakrewanan 304 Birîndaran

36 Sêwiya 3050 Xaniyên ku zirar dîrina 300 Xaniyên ku ji kok ve hilweşiyana 170 Firoşgehên ku ji ko ve hilweşiyana 4 Kurdên Êzîdî li şûn xwe hiştin. Teror; di hizir, pilan, şêwe, dem, cî, û alavanên xwe de pir nuh bû. Ji bo min bijatina dema bûyerê 14.08. ciyê pirseka mezin e?!. Piştî bûyerê parêzerê Mûsilê “Durêd Muhemed Keşmûla“ doz li hikûmeta Iraqê kir, ku Herêma Şingal wek herêmek wêran ilan bike, û destê alîkariyê bi zûtirîn dem ji xelkê deverê re dirêj bike. Li ser vî esasî Encumena Wezîran yekşemba di pey bûyerê ev biryar sitandin, û 10 Milyon Dolar ji derverê re terxan kirin. Lê mixabin ev alîkarî hetanî vê gavê bi rengekî rêk û pêk û pêdivî negihişte xelkên deverê?! Herweha miletê Kurd li başûrê Kurdistanê bi tayîbet û li tevaya Kurdistanê û welatên ku Kurd lê dijîn bi dilsozî û alîkariyeke pir mezin beşdarî bûyerê bûn. Ji layê din ve jî, helwesta Serkirdayetiya Kurdî bi tayîbet Serok Berzanî û Telebanî ciyê serbilindiyê bû, lê diyare ku damûdezgehên Herêmê û Iraqê bi erkên xwe yên pêdivî ranebûn û li helwesta serkirdayetiyê nebûn xwedî. Nerazîbûn, daxwiyanî û helwestên ku di derbara bûyerê de hatin dayîn, ciyê serbilindiyê bûn, û di asteka pir hêja de bûn. Bûyer ji hêla Koşka Sipî, Vatîkan, Al-Azher, û gelek dewlet, hêzên siyasî, saziyên mafên merovan, rewşenbîr û nivîskaran ve hate şermezarkirin. Lê dîsa di praktîkê de evan dewletan destê alîkariyê ji xelekên deverê re dirêj nekirin, bêguman heta radeyekê merov dikare vê nepûtepêdanê fam bike, ji ber îro di Iraqê de hêza herî desthilatdar Emerîka ye, her weha ev wezîfe di pileya yekemîn de ya Hikûmeta Merkezî û Herêmê bû.

Ji layekî din ve, divê em tevger û xebata mal, komel û saziyên Êzdiyan jibîr nekin, têkoşîna ku van saziyan û tevaya Êzdiyên cîhanê nîşan da ciyê rûmet û serbilindiyê bû. Li gor karîn û derfetên xwe hetanî weka roja îro jî, di vê xebatê de beşdar in. Gelek siyasetmedar, nivîskar, û hêzên siyasî, dema bûyerê bi cîbecîkirin û pêkanîna xala (140) ji destûra Îraqê ve girêdan. Lê piştî bişûndedan û gîrokirina bicîkirina vê xalê û helwesta Hikûmeta Herêmê ya heta radeyek sist, diyar bû ku armanc ji wisa mezintir, ferehtir û dijwartir bû. Bersiva Hikûmeta Herêmê li ser rexneyên ku piştî qewimîna bûyerê hatin ji wan re, li ser nerabûna wan bi erk û wezîfa parastina hemwelatî û herêmên Kurdî, bersivek pir seqet û ne saxlem bû. Di hindek analîzeyên din de ev komkujî bi bûyerên (Şêxan14-15-16.02.2007), (Behzanê 07.04.2007), û (Musil 22.04.2007) girêdan. Bûyer wek hizir, "hizra teroryane" di bingeha xwe de, di warê kuştin û tolhilanînê de, bi tayîbet di Iraqê de, piştî rûxandina rêjîma Sedam a faşist, hizreke nuh bû, ji ber ku armanca van " grûp û hêzên kuştinê " vê carê ew bû, ji ortêhilanîna miletekî bi ser xwe bû, "ferman"a tunekirina olekê bû?! Bûyer di şêweyê xwe de, pir hovane bû, pir bi badnor û ziyan bû, li wê radeya ku merov têxîne nava pirs û gumanên pir xeternak û balkêş de, ku bûyerek bi vî reng, deng û ziyanê wê hêzên pir mezin li pey hebin. Bûyer wek komkujî, “ferman”, a parçeyekî bingehîn ji miletê Kurd, û li ser astê xwe yê Kurdî wek Dewlet, Medya, û Siyaset, merov dikare bêje ku pûtepêdaneka mezin û pêdivî pê nehate kirin?!. Ev yek jî bêguman ciyê pirsê ye, her weha bû sedema nexweşiyeka pir mezin di gewdê Kurdayetiyê de, û encamên wê yên nêgatif hêdî hêdî derdikevin holê.

Dibe ku di kurteanalîzeyekê de merov nikaribe berawerdiyekê di navbera Jenosîda Şingal (14.08.08 an) Hîroşîma (06.08.1945) Naxazakî (09.08.1945) û Helebça de (16.03.1988) bike, lê bi herhal bûyera Şingal di hemî astan de nekêmî van hersê bûyeran bû. Hetanî weka vê kêlîkê bûyerên ku li herêmên Kurdên Êzdî qewimîne, mîna (Şêxan- 14-15-16.02.2007), (Behzanê 07.04.2007), û (Musil 22.04.2007) ne ji layê Hikûmeta Herêmê ve û ne jî ji layê Hikûmeta Merkezî ve lêkolînên mezin, pêdivî û pisporane li ser nehatine çêkirin?! Kurdên Êzdî di seranserê dîroka xwe de hêminî, bawerî û xweşî ji derdora xwe, bi tayîbet ji birayên xwe yên Kurdên misilman nedîtine; lê piştî rûxandina rêjîma "Sedam", Kurdên Êzdî jî mîna tevaya pêkhatiyên Iraqê bi tam û bîna azadî, aramî û aşîtiyê şad bûn, û bi derdora xwe re derbasî qûnaxeka nuh bûn, û hewil dan ku mil bi mil Iraqa û Kurdistana dahatû ava bikin û pirên baweriyê di navbera xwe û hevparên xwe de ava bikin. Ev rewş jî berê merov dide çend pirsên giring: 4. Ev nebawerî ji kur tê, sedemên wê çi ne? 5. Pêkhatiyên Kurdistanê wê karibin li gel hev di Kurdistaneka azad û hêmin de bijîn? 6. Têkiliya van pêkhatiyan bi hev re di çi astê de ye? 7. Biryara siyasî ya Kurd dikare çi bandorê li guhertina vê rewşê bike? 8. Ji salên 1991 an ve Kurd xwedî Deştilatdar in, gelo xeml û temtêla Kurdistana dahatû jî wê bi vê rengê be, wê bi van êşa be? 9. Ciyê Kurdên Êzdi wê di Kurdistana dahatû de jî bi vî rengî be? 10. Di Kurdistan û destûreka xuro Misilman, de wê ciyê Olên din li kur be? Û gelek pirsên din ku gereke roj berî rojê siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li ser bixebitin.

Mixabin encama van sedemên ku me li jor anîn ziman, û encama danûstandina ne wekhev, ne durist, ne birane a ku ji hêla Hikûmeta Merkezî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi Êzdiyan re hate kirin, û tê kirin, bûne sedema rûxandina van pirên baweriyê, bûn sedema parçekirina miletê Kurd, bûn sedema sedên nexweşiyên din, yên ku di bingeha xwe de wê ziyanên pir mezin û xeternak bighînin pirsa Kurdî di seranserê Kurdistanê de. Ji layekî din ve eger em bala xwe bidin Nexşeya siyasî ya rojhilata navîn em dê bibînin ku di wê herêmê de pir hêzên hevpeyman yên ku li dijî hebûna miletê Kurd û pirsa wî ya netewî kar dikin hene. Lê pirs ew e: Gelo hêzên siyasî yên Kurd li hember van hêzên hevpeyman çi kar û tedbîran dikin? Civaka Kurdî hetanî çi radeyê ji dekûdolabên van hêzan re hişyar e.? Rewşa civaka Kurdî a navxweyî hetanî bi çi radeyê saxleme û dikare xwe li ber van dekûdolaban bigre? Bandora hizra Islamî ya radîkal li civaka Kurdî di çi astê de ye? Xetera vê hizra radîkal li ser pêkhatiyên Kurdistanê çawaya û wê çawa be? Şêweyê têkiliyê di navbera Hikûmeta Herêmê de û hemwelatiyê wê de bi çi rengî ye? Nêzîkbûn û famkirina Hikûmeta Herêmê ji daxwaz, metirsya û mafên Êzdiyan û hindikayên din yên Kurdistanê re çawa ye? Ji Hikûmeta Herêmê tê xwestin ku bi awayekî cedî li ser van pirsan û gelekên din jî rawest e û bi zûtirîn dem çareseriya ji wan re peyda bike, û hevparên xwe yên vê xakê bi tenê nehêle.

Di hilbijartinên yekemîn yên Perlemana Iraqê (komela niştimanî) di sala 2004 an de, di nav lîsteya hevpeymana Kurdistanê de, sê kursiyên Êzdiyan hebûn, her weha di wezareta ku di dema serokwezîr " Iyad Al-Alawî " de hatî çêkirin de, wezaretek şiklî bi navê wezareta dewletê ya karûbarên civaka sivîl dane Êzdiyan. Di salên 2005 an û 2006 an dema hikûmeta serokwezîr „ Ibrahîm Al-Ceferî“ de, ev her sê kursiyên Perleman û yê wezaretê jî ji Êzdiyan hatin sitandin, tenê di nav lîsteya hevpeymana Kurdistanê de navekî Êzdî hebû! Her weha „Tevgera Êzdiyan ya çaksazî û pêşverû„ a ku Hikûmeta herêmê bû sedema jidayîkbûna wê kursiyek bidestxistin. Mafbinpêkirina û jiguhavêtina mafên Êzdiyan û pêkhatiyên din ne tenê di Hikûmeta „Bexda“ yê de berdewam dike, belê li hêla Hikûmeta herêma Kurdistanê jî rewş hîna xerabtir û dijwartir e. Kurdên Êzdî di perleman û hikûmeta herêmê de xwedî sê kursî û du wezaretên şeklî ne. Hêzên siyasî yên ku îro Iraqê birêve dibin, qîma xwe bi vê yekê jî ne anîn, û dîtin ku ev mafên ku pêkhatiyên Iraqê yên kêmhijmar, bidestxistine pir e ji wan re, îdî perlemana Iraqê bi piraniya dengan biryar dan ku „benda 50 „ ji yasaya hilbijartina encumenê parêzgehan rakirin. Li ser vê biryara Perlemana Iraqê a dijwar ku di derheqa hinikayiyên xwe de sitandiya cîhan bêdeng nema û dengên bi hêz ji nivîskar, rewşenbîr, hiqûqnas dezgehên mafên merovan û civaka sivîl bilind bûn. Di vê derbarê de şandeka Kurdên Êzdî bi serokatiya Mîrê Êzdiyan li cîhanê Mîr Tehsîn Beg di 13.10.08 an de, berê xwe dane avahiya Perlemana Kurdistanê û ji layê berêz Ednan Muftî serokê Perlemana Kurdistanê, serokê komîteya nivîsandina destûra Herêmê û çend berpirsên din ve hatin pêşwazî kirin.

Mîr Tehsîn Beg û şanda li gel daxwaz li rayedarên Hikûmeta Herêmê kirin ku li Kurdên Êzdî û hindikayiyên din xwedî de derkevin û mafên wan di destûra „Herêmê“ û ya „Bexda“ yê de bêne çespandin. Ji hêla xwe ve Serokperlemanê Kurdistanê soz da şandê ku bi cidî li ser daxwaz pêşniyaz û gazinên wan rawestin, û got ku Kurdên Êzdî parçeyekî bingehînin ji netewa Kurd û em qet bi tu awayan rê nadin tu hêzan ku mafên wan binpê bikin.! Her weha hidikayên din jî yên mîna Xiristyanan bêdeng neman û serî li Hikûmeta Herêmê dan, û doza maf û parastina xwe kirin. Tê zanîn ku di dema dawî de, teroristan di bajarê Mûsilê de gefên mezin li Xiristiyan xwendin, û bêtirî 15 kesan jiyna xwe ji dest dan, û bêtir ji 800 kesî koçber bûn.5 Her weha Kurdên Feyilî jî her timî ji danûstandina Hikûmeta Herêmê û ji ya Merkezî jî bi gazin in. Ev rewşê û ev nerazîbûn û gilî û gazinên van hidikayiyên Iraqê bi giştî ne ji valahiyê tên. Û eger rewş bi vî rengî berdewam bike, dê di pêşerojê de teqîn û encamên pir nexweş, pir bi ziyan bi xwe re bîne, ku êdî tu kes nikaribe li ber jan û hêrza wan xwe bigre. Jêder û çavkanî: 1- raporta miletên dibin gefê de ( GfbV ) 2- Kîfah Mehmûd, Şingal ji salên (1947- 2002) semînar. 3- Heman jêder 4- Agahdariyên komîteya Hawarê 22.0826.08.2007 an 5- Daxwiyaniya çak 17.10.2008

-4Hevpeyvîn bi Derwêş Ferho re Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Jenosîda Êzidiyan tê plankirin Gabar Çiyan: Hêja Derwêş M. Ferho, em te ji xebatên Enstîtuya Kurdî ya Brukselê nas dikin. Hayê mej i çalakiyên we yên hêja heye. Em dixwazin hûn hinekî qala xwe bikin. Derwêş M. Ferho ki ye? Derwêş M. Ferho: ji Mizîzex (Midyad), ji sala 1977 û vir de li Beljîka dimînim. Di 1978 de tev 6 hevalên xwe TÊKOŞER, Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka damezrand. Ev rêxistin bû hîmê Enstituya Kurdî ya Brukselê (1989). Xwendina bilind (ne zanîngeh) li bajarê Leuven qedand. Ji 1996 de serokatiya Enstituyê dikim. Sê berhemên min yên helbestan, tev nivîskar û lêkolînerên cihê jî bi qasî deh berhemên li ser pirsên cihê yên Kurdan hatine weşandin. Berpirsiyariya giştî ya kovarên Les Kurdes (Frensizî) û De Koerden (Nederlandî) dikim. Her du kovar jî yên Enstituya Kurdî ya Brukselê ne. Gabar Çiyan: Bi taybetî li Sengalê û li deverên din yên Kurdistanê Êzîdî dibin qurbana êrîşên hovane. Ewlekariya wan li ser xaka xwe tuneye. Dîtina te ji bo

parastina vê çanda netewî ya kevnare û parastina Êzidiyan çi ye? Derwêş M. Ferho: Zor û zilma li ser civaka Êzîdiyan ne tiştekî nû ye. Demeke dirêj e û diçe heta bi destpêka guhertina ol û rayedariya (îktîdar) li nav Kurdan. Sitara Êzîdiyan, ji gelek sedeman, di hember êrîşên ji dervayê civaka wan de, di bin ti perran de pêk nehat. Bi teybetî, di demên ku Kurdan bi awayekî giştî û berfireh ber bi çûna Îslamê de çûn. Her çiqasî îslamiyet li Kurdistan bi hêz ket û her çiqasî rayedarên herêmê Îslamiyet mîna ola fermî pejirandin ev zor û zilm li ser Êzîdiyan zêde bû. Lê ev nayê vê wateyê ku bes hêzên Îslamî û yên nêzî wan êrîş birin ser Êzîdiyan. Gelek civakên xwedî olên din jî Êzîdî êşandine.Êzîdî behsa 72 (vê dawiyê jî ya Sengalê kete ser) fermanên li serê wan qewîmî ne dikin. Ez heta niha nizanim li ser çi esasî 72 fermanan dibêjin. Lê tiştê ku ez zanim, fermaneke berdewamî li ser vê civakê heye. Yek be, yan 72 be! Ev civaka xwedî ol û dîrokeke kevnare qurbanê teybetmendiyên xwe ye. Li ser axa xwe, li nav welatê xwe, di jiyana xwe de êrîş têne ser û bi qelandinê tê tehdîdkirin. Roj bi roj hê zêdetir dikeve ber kokbirrînê. Ev kokbirrîn ji aliyê olî ve, ji aliyê civakî ve, ji aliyê dîrokî ve, ji aliyê etnografîk ve û ji aliyê war ve pêk tê. Êzîdî bi xwe neçûne ser xaka kesekî din. Kesên din, civakên din têne ser wan. Talaneke berfireh li ser serê wa ye. Ev kokbirrîn û talana mezin organize kirî ye. Hem di nava civakên derdorê de û hem jî ji aliyê fermî de ev kokbirrîn û talan serberdayî ne. Fermî û ne fermî, bi qanûn û bê qanûn ev ferman li ser serê wan e. Loma jî nave wê jenosîd e! Di ware ewlekariyê de ez du alî difikirim. Yek; çavnebarî û êrîşên li ser Êzîdiyan ji aliyê olên din. Di sedsalên dawîn de bi teybetî ji aliyê hêzên Îslamî. Eşîr û dewlet bi tewrên xwe vê civakê yan didin ber zor û zilmê, yan jî li hember zor û zilmê bi qedera xwe re dihêlin. Heq û hiqûqê esîr û dewletan ji bo vê civakê di gelek dem û waran de nameşe. Êzîdî ji heq û hiqûq bê maf in. Meriv dikare vê

yekê bişibîne rewşa giştî ya Kurdan ya neteweyî. Ez bawer nakim ku kesek, civakek yan dewletek nizanibe ku Kurd ji bo Kurdbûna xwe têne perçiqandin. Lê ev kes, civak û cîhan li hember vê zor û zilma li ser Kurdan bê deng dimîne. Êzîdî jî di eynî rewşê de ne. Ew ji bo ol û teybetmendiyên xwe têne qirkirin. Her kes jî vê dizane. Lê kî li wan xwedî derdikeve? Kî li ku li heq û hiqûqê wan dipirse? Du; Êzîdî xwe bi xwe şirîkê vê rewşê ne. Di bin nave xweparastinê û ji tirsa hundakirina ol û teybetmendiyên xwe, xwe di qalikê xwe de kilît kirin. Ne di ware olê de û ne jî di warê ramanê de xwe nuh kirin. Li ber xwe nedan. Dijminê ol û civaka xwe bêminet nekirin. Ji bo kêşe zêde nebin xwe bêdeng kirin!!! Derdorê wan ew îzole kirin, fetwa li ser wan xwendin, ew ji bo berjewendiyên ola Îslamê bi gelek tiştan tewanbar kirin, av û nanê wan heram kirin, civaka wan kirin pêkenok, ziman û adedên wan gunehkar kirin, qedexe kirin, bi bîr û baweriya wan lîstin... Ev qas tişt jî bi zanebûn hatin kirin. Ev siyasetek bû. Stratejiyeke ji bo ji kokbirrîna Êzîdiyan, ya demdirêj bû. Êzîdiyan çi kir? Ev qas tişt bi dil yan jî bê dil, qebûl kir. Serî nehilda. Dema meriv li dîrokê dinêre çi dibîne? Ew ol û ramanên ku ji derve re vekirî ne, ji minaqeşê re vekirî ne û zelal in, pêş dikevin. Mezin dibin. Bi mezinbûna xwe re jî bi hêz dibin. Ji ber çi sedemê olên Îslamê û Xiristiyanan li her kuçe û herêmên cihanê mizgeft û dêrên xwe ava dikin, lê Êzîdiyên me heta niha li yek cî mabeteke xwe ava nekirin? Çima niha dest pê nakin û mabetan ava nakin? Di her mizgeft, dêr û xwendegehan li seranserê cîhanê hînbûna van her du, û gelek olên din jî, mimkin e lê bes ola Êzîdiyan veşartî ye? Rewş hatiyê vê qasê ku êdî 99 % Êzîdiyan jî ola xwe nas nakin. Bes dizanin ew êzîdî ne. Lê naveroka Ezdahiyê nizanin. Ev bi serê xwe trajediyek e û gunehekî mezin e. Kî ji vê yekê tewanbar e? Êzîdî bi xwe! Civaka Êzîdiyan, ji sedema kilîtkirina deriyan, teng ma. Bêzar ma. Bê goman ma. Hêvîşkestî bûn. Xwe bê xwedî û

bêhêz dîtin. Ji xwe û rastbûna xwe, ji hêza xwe û bikêrbûnên xwe bawerşkestî bûn. Xwe bê heval û bê dost dîtin. Eger di ciyê pêwîst de li ber xwe dabane û mineta kesekî nehildane rewş weha nedibû. Eger ew di dema dihatin îzolekirin de, li ser fetwa û ferman dihatin xwendin bi cesaret rawestabane rewş weha nedibû. Eger di dema ku hin ji wan misilmanên şîrheram dihatin malên wan yan li ciyekî din av û nanê wan û destkuja wan nedixwar û venedixwarin gerek ji wan re negotibane, kerem bikin hun serê vê heywanê jêkin. Bila birçî û tî mabane. Gerek e ji wan re hatibane gotin; nan û ava me ji nava te paqijtir e. Ne nan û av, ne destkuja me heram e. Dilê we ne paqij û heram e. Di warê ziman de Êzîdî Kurdê herî paqij man. Kurdên ku misilman bûn, heta bi zimanê xwe, bi zimanê xwe re jî bîr û ramanên xwe, orf û adedên xwe jî guhertin. Lê Êzîdiyan ev nekir. Bi zimanê xwe axaftin, duayên xwe, limêjên xwe, şîn û şahiyên xwe bi zimanê xwe, bi Kurdî kirin. Ev hêjayî gotinê ye ku meriv pê serbilind e. Lê çi kêmasî di warê ziman de hate kirin ? Ew jî ew e ku ew ziman dîsa ji sedema tirs û gomanan nehate nivîsîn. Ev jî bû sedema ku bi hezaran tiştên Êzdahiyê, ez bi rehetî dikarim bêjim Xezîne, hunda bûn. Ewê careke din werin dîtin û bêne nivîsîn pirseke mezin e? Ji bo parastina Êzîdiyan li tevayê herêmên Kurdan û dervayê welêt, divê merov çi bike? Em çawa dikarin vê çanda kevnare xurttir bikin? Heta niha, Êzîdiyan werger di navbera xwe û Xwedê de pêwîst nedîtine. Rasterê ew dikarin bi zimanê xwe, bi Xwedê re diyalogê bikin. Ev serbilindiyeke mezin e. Ne Erebî, ne Turkî, ne Parsî û ne zimanekî din ji me re lazim e ku em duayên xwe, limêjên xwe, li ber Xwedê bikin. Zimanê me Kurdî pirr xweş e û Xwedê jî bi Kurdî ji me baştir dizane. Bi bir baweriya min divê Êzîdî bighine wê qenaetê ku kesek serê kesî naxwerêne. Divê ew xwe bi xwe serê xwe bixwerînin. Ew tê wateyê ku ew xwe baş organîze bikin. Dubendîtiyên nav xwe rakin. Di bîr ramanênên xwe de reforman pêkbînin. Mîna çira ku derdorê xwe ronahî bike

xwe li derdorê xwe belav bikin. Wan kilîtên kevnare bişkînin û biavêjin behreke kûr. Qedr û qîmetê ol û teybetmendiyên xwe heşkere li ser meydana zanyariyê razînin û bikin mijara lêkolînan. Di warê civakî de xwe li hev kom bikin. Ji xwe êmin û zelal bikevin nava civakên din. Bi şik û goman nemînin. Ji xwe bawer bin. Ji aliyê ronakbîrên Kurdan jî tiştên pêwîst ku meriv bike; Divê em ol û teybetmendiyên Êzdahiyê zengîniya xwe bibînin. Ji serî heta binî, dua û qewlên Êzîdiyan li ser orf û adedên me Kurdan in. Hundakirina Êzdahiyê di nava Kurdan û Kurdistan de pejirandina xweguhertineke ne li rê ye. Di vê rewşê de li Kurdistan pejirandina asimilasyioneke ber bi Îslamê de ye. Li Ewropa û derên din pejirandina asimilasyona ber bi Xiristiyanîzmê ye. Ne ku ez hember ol, bîr û baweriyên din im. Her kes di bijartina bîr û baweriyê de azad e. Lê ji bo me Kurdan pêwîstiya zanînê heye ku Êzdayetî bîr û baweriyeke bi teybetî ji nav me Kurdan rabû ye û xwezayî ye. Em ji bo çi vê xezîna mezin hunda bikin û ola Ereban, yan oleke din bibijêrin ê pê bijîn ?

-5Hevpeyvîn bi Arjen Arî re Ji Rêvebiriya Komela Nivîskarên Kurd ya Amedê

Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra)

Ku Kurd hebin… Gabar Çiyan: Em te bêhtir ji cîhana te ya dewlemend, pir reng û fireh, i helbestên te yên bilind nas dikin. Her wisa di rêvebiriya Komela Nivîskarên Kurd li Amedê de jî xebata te wek rêvebirê têkiliyên bi derve re didome. Ji kerema xwe re, qala xwe ji me re bike. Arjîn Arî ki ye? Arjen Arî: Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa'ir û nivîskarén Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbésté kir. Di sala 1976é de li Nisébîné ji ber belavkirina belavokeké hate girtin. Wé demé polisan dest danîn ser helbestén wî yén bi Tirkî û Kurdî. Qasî hefteyeké di hepsé de ma. Ew berdan, lé helbestén wî taa niha di mexzena Dadgeha Nisébîné de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan tét zanîn, ya rast, helbesta wî ya ewil di

belavokeke ku li heréma Mérdîn hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sé malikan/beytan pék dihat. Malikek jé ev bû: Du mirin kirin mahne,rakirin ling Nisébîné/Xewa sibé bela kirin, avétin nav tirs û xwîné Bi dû 12é Îloné de ew li welét ma, helbestén wî di kovarên li derveyî welét; wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992é li navçeya Nisébîné li ber deriyé mala xwe rastî érişeké çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyé. Ji wé bûyeré de li Amedê dijî. Di sala 2004é di nava demazrénerén Komeleya Nivîskarén Kurd de cih girt, hé jî di réveberiyé de Berpirsé Tekiliyén / alaqatan e. Arjen Arî ji bilî kovara W, Peyv; di rojnameya rojane bi Kurdî, Azadiya Welat de her heftî di quncika bi navé „Erxewan‟ de, di malpera Diyarnameyé de jî her heftî di quncika bi navé „Agirdank‟ de, û carinan jî bi nivîsén xwe beşderî Malpera AmîdaKurd dibe. Berhem • Ramûsan min veşartin li geliyekî Helbest,Weşanên Avesta, • Ev çiya rûspî ne Helbest, Weşanên Avesta, 2002 • Destana Kawa Helbest, Weşanên Elma, 2003 • Eroûtîka Helbest, Weşanên Lîs, 2006 • Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr, Wş. Y. N. Kurd, Duhok, 2007 . Şérgele, Helbest, Weşanén Avesta, 2008 . Çil Çarîn, Helbest, Wş.Enstîtuya Kurdî ya Amedé (ev behrem li ber çapkiriné ye) Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re, dîtina xwe li ser Êzidiyan û parastina vê çanda kevnare bînine zimên... Arjen Arî: Kaniyên li ser axa Mezra Botan, ên ku ji hezarên salan û vir ve de ji binê erdê derbûne û bi herîkana ava xwe ya zelal, tezî, şîrîn… ev ax şên û şîn kirine, û kirine ku libeke

genim bibe deh, bibe sîh; û her cure kulîlk, her cûre pincar; dêlî, devî, dar şîn bibin, şaxan xwe pertew pertew berdin û cembek cembek fêkî bidin şênewar û nişteciyên xwe; roj hatiye sor sor herikî ne, roj hatiye bi xem, bi mitale, û têrkeser ponijîne, pêjinîne li dû kiryar û rûdanên li der û dora xwe… Her qasid, xweş ne xweş ragihînerê mizgînekê ye. Û ev qasid bi taybetî ji nava xelkê xwe rabûne, bi zimanê xwe; xwe, peyama xwe ragihandine a‟mê. Mûsa yek ji wan e, ku bi devê Xwedayê xwe wahd dabû ku qewmê wî bide pey, qewmê xwe bibe welatê herî aram, bi berke, bi roj û robar… û bi adan… Cihû ji lewre, welatê xwe bi navê „axa ku Xweda wahdî wan kiriye‟ bi nav dikin. Nevê wî welatî jî İsraîla Mezin e. Û bav û kalan me gotine, „Xweda ku bide bi elba mezin dide‟! Dan/dayîn yek ji taybetî û xasî û comerdiya Xweda ye di her pirtûka ayînî de. Li gorî Zend Avestayê jî Xweda/Ahûra Mazda/Xwediyê şev û rojê 16 herêmên bihûştîn bexşî Zerdeştiyan/Aryaniyan kiriye.(1) Û li ser wê axê kerî kerî sewal, ref ref teyr û tilûr…kanî û robar, dar û daristanên mişt fêkî, dêliyên heft ber û heft team… Welatê Rojê ye ew welat! Yê ku gotiye „Welatê Rojê „ ji van axan re, çi xweş gotiye. Xweş gotiye, belam ew welat, ev welat welatê ku Ahur‟ê xwediyê avê, yê hewayê, yê axê û yê rojê bi dilovanî bexşî nişteciyên wê yên qedim: Aryaniyan kiriye, heta ku rûberû nebûye bi êrîşên hovane, lawirane û dirinde yên artêşa islamê, roj her roj bi hilatinê re bişiriye li van axan, û agirê pîroz pêt bi pêt germahî daye hûr û gir dilê mirovan…

Lê…lêbelê heta kengî? Heta vê nameyê, vê nameya xelîfeyê ereb yê îslamê Omer îbn- el Xetab dişîne ji Şahînşahê Aryaniyan Yazgird re: …………. ‟‟Di demên berê de, hûn desthilatdarê nîvê cîhanê bûn. Lê belê neha bala xwe bidê ku çawa roja we reş dibe. Li hemû eniyan arteşên we têk diçin û welatê we li ber hilweşandinê ye. Ez destnîşan dikim, ji bilî ku hûn bi me re îtîfaqê bikin û bibine misilman, tu çareya we nîne. Her weha, divê tu ji yek Xwedayî (ALLAH) bawer bikî û wî bihebînî.(2) Benda li jorê, bendek e ji nameya Omer îbn- el Xetab e (634644) a ku dişîne ji Şahînşahê Aryaniyan Yazgird’ê (Yezdgird,Yezdgur) di dema Sasaniyan de li ser textê desthelatê rûniştî; ku wî û qewmê wî vedixwîne ser „reyê rast‟! Ji nameya Yazgird diyar e, berî nameya Omer arteşa misilmanan bi navê Allah, şûr bi dest, berê xwe dane qewmê Arî. Nameye Omer bê bersiv namîne. Yazgird‟ê Aryanî –ji naveroka nameyê dixuye, bi hêrz û kerbeke pirr- vê nameya li jêr bi nivîsevanê xwe didi nivîsandin û rêdike ji xelîfeyê Xwedêgiravî remza adaletê Omer‟ê îbn-el Xetab re: "Bi navê Ahura Mazda, Afirînerê Giyan û Zanistê! Di nameya te ya herî dawî de, bê naskirin, bêyî ku tu zanibî em bi çi bawerin tu daxwaz û emir dikî ku em bawerî bi xwedayê te "Allah-Û-Akbar" bînin û ola îslamê bipejirînin. ………….. Ji bo me xerîb e ku tu xelîfê eraban î û çewa dibe ku xelifê ereban hewqas nezan e ku ji ola me ne haydar e ……………..

Em, gelên Aryanî bi hezarên salan li vî welatî bi kultur û hunera xwe rojê pênc caran ji yek xwedanekî re dua û îbadetên xwe pê?kê? dikin. Di nav rastî, dostanî û hevalbendiyê de li vî welatî, me ala RAMANÊN PAK, PEYVÊN PAK Û KIRYARÊN PAK her dem berz girtiye. Lê hûn? Hûn û hevalbendên we, gerokên li çolan, wek mar û gumgumokan, ji kulturê bê par, hûn hê jî zarokên bê guneh keçan bi saxî binerd dikin.’’(3) Name terê xwe dirêj e. Yazgird di cihekî nameyê de Ereban bi talenkeriyê, şelînkariyê, rêbiriyê, û hemû tiştêndermirovî tewanbar dike û wisa berdewamiyê dide nameyê: „……..Şerm û heya we Ereban nîn e. Hûn Ereb, serê zarokên Xweda jê dikin, dîlên şer dikujin, tecawuzê jinan dikin, zarokên qîzin zindî binerd dikin, karwanan dişêlînin, komkujiyan dikin, xelkê direvînin û diziya malên wan dikin, dilê we ereban ji kevir e. …………. Ka bêje! Piştî van kiryarên we yên bi qirêj û gemar, çewa dibe ku tu me vedixwînî ser rêya rast? ‘’(4) Di serdema dêrîn de, gava ku Xwedawend pirrbûn, meriv bihizire têderdixe/têdigihêje çima Ares, Înanana, Îştar, Zews…berîzîne hev, pevçûne, şer rakirine di navbera xwe de… Lê di dema qewmên ku bi saya serê Brahim Xelîlê me berê xwe dane yek Xwedayî û jê re xûz bûn, çima gelo her qewmîbi taybet û xasma Ereban- bi „şûrê Xweda‟ berê xwe dan qewmên din? Hê jî bi qasî ku her ol ji texma xwe dibêje Xweda yek e, bêşirîk û bêheval e; her ol, xasma rayedarên olî bi fereseteke ku Xwedayê xwe di ser Xwedayê yê din re bigirin, tevdigerin.

Weke ku ji nameya Yazgird jî diyar e; dema ku Aryaniyan îman bi heyîn û yekitî û balatiya Ahura Mazda dianîn Erebên çîptazî li Meke û Medîneyê ji pût û seneman re xûz dibûn… Tişta balkêş ew e, ku hê wê demê Yazgird mîna ku hay ji Sureta Ûsiv(5) hebe, di nameya xwe de weha dibêje: „Îroj ji me tê xwestin ku artêşa me were bindestkirin ji aliye artêşa ereb ve, bi navê "Allah-Û-Akbar". Bi zora şûr dê me bibin ser ola xwe ya "Allah-U-Akbar" û wê me bêgav bikin ku em ji xwedayên wan re rojê pênc car bi erebî secde bikin, ji ber ku "Allah-Û-Akbar" tenê ji erebî fêm dike.(6) Wisa bihizirin û bizanibin ku, heta ku Qur‟an nazil nebûye, li Rojhelata Navîn, li Çila Ken‟an, li bakûr û başûrê Mezra Botan yek qewm ne bêpirtûk e, ne bê rêber û pêximber e ji bilî Ereban! Bi hatina Qur‟anê re Erebên xwedî pût û senem dibin/bûn Xwediyên Xweda, û ji wê rojê de her kes/î vexwendin / vedixwînin – geh bi nameyan, geh bi şûr- ser „rêya rast‟! Li gorî hişmendiya Ereban ya wê rojê û îro jî naskirina Xweda têrî baweriya bi Xweda nake; ji ber ku pêdiviye her qewm, her kes baweriya xwe bi Qur‟anê, bi Resûl bîne, û bi dû re jî bi Xweda, yanî bi Allah- û Ekber! Xweda mezin e, ne Xwedayê ku Ereb weke Xwedayê Mezin dibînin bi tenê mezin e! Lê belê sed heyf û sed mixabin, Kurdên ku ji Êzdayetiyê vegeriyan û misalmanetî qebûl kirin, nekarîn bawermendên li dû Ahûra Mazda yên ku rojê pênç wextan berê xwe didin rojê, diayên herî şîrîn, qenciya herî qenc, roniya herî bi ron hêvî dikirin/dikin; Ezîdîyan li ser axa wan bisitirînin li quntara Çiyayê Bagokê, li herêma Torê, li Gundê Dawûdiyê, li Bişêriyê, li Beedrê, li Şêxan, li Şengala axpîrox! Li tevî Kurdê nezan; roşenbîr, nivîskar, şêx, beg, axa…hemû Kurdên misilman li tevî Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ku di gotina xwe de , „Resentirîn Kurd Êzdî ne‟ rast û dirist bin, rojekê berî roja din pêdiviye ku em ûzr û bexşîna

xwe ji Êzdiyan ku ev du hezar sal e digel hemû tundî, tûjî û dijwariyê zimane me , ayîna me ya kone, û çanda me ya qedîm parastine, bixwazin; û her weha ji Xweda/Ezda/Ahura Mazad jî! Kurd hebin/mabin, ew jî Kurdên Êzdî ne: Hem bi zimanê xwe, hem bi ayîna xwe! Pêşniyara mine w e, ku bi pêşengiya we pêngava kampanya „bexşînxestin û lêborîna ji Êzdiyên Kurd‟ bêt avêtin. Çavkanî: 1.Kovara War,Jmr.3,Vendidad,Ji İngilîzî, N.Torî 2,3,4,6. Malpera AmîdaKurd, M.Can Şeker 5.Quran,Sureya Yûsiv,ji mala bi Tirkî, A.A.

-6Hevpeyvîn bi Loqman Bariş re Ji Federasyona Êzidiyan Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Gotina “Êzdî Kurdên resen in” têr nake Gabar Çiyan: Hêja Loqman, em te ji rojnamevanî û nivîsên te û ji rêvebiriya derguş.com ê nas dikin. Ji kerema xwe re ji me re qala xwe bike. Loqman Bariş ki ye? Loqman Bariş: Ez di sala 1975'an li navçeya Ruha Wêranşarê li gundê Zewra ji dayik bûme. Li wir min dibîstana seretayî xelas kir û du salan jî dibîstana navîn xwend. Di sala 1989'an de hatim Almanyayê û min xwendina xwe li vir dewam kir. Di sala 1995 an de min li Med-TV dest bi kar kir. Paşê bi rêzê li C-TV, MEDYA-TV, ME-TV û ROJ-TV heta sala 2005 xebitîm. Di MEDYA-TV û ME-TV de min weke pêşkêşvan û redaktorê nûçeyan kar kir. Niha jî li zanîngeha Hannover beşa dîrok û felsefeyê dixwînim. Di ber xwendina xwe re malpera www.derguş.com bi rê ve dibim û di rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzdiyan de cîhê xwe digrim. Gabar Çiyan: Federasyona Komeleyên Êzdiyan-FKÊ çi demê hate damezirandin û armanca wê çi ye? Loqman Bariş: Federasyona Komeleyên Êzdiyan FKÊ rêxistina ban a mal û komeleyên Êzdiyan e. Di sala 2004'an

de hat damezrandin û niha di bin banê de wê de 2 mal, bi dehan komel û komîte hene. Di demeke gelekî kin de du malên din vedike. Bi hezaran endamên van mal û komeleyan hene. Lewma rêxistina herî mezin a Êzdiyên li Ewrûpayê. Beriya FKÊ jî bi navê Yekîtiya Êzdiyên Kurdistanê bi qasî 12 salan xebatên xwe meşandibû. Rêveberiyekê wê ya ji 15 kesan heye û bi giştî di bin banê vê rêxistinê de bi qasî 140 kes dixebitin. Federasyona Komeleyên Êzdiyan di xebatên xwe de nasnameya xwe ya Kurd weke bingeh digre. Lewma ne tenê rêxistineke olî herweha rêxistineke netewî ye. Bi kurtasî armanca wê ewe ku ol, nasname û çanda Êzdiyan di qada netewî û navnetewî de bide nasandin, xweşbîniya di nava olan de zêde bike. Ji bo vê yekê ji aliyekî xebatên dîplomatîk dimeşîne, ji aliyê din ve jî tevî Civaka Îslamiya Kurdistan û Federasyona Elewiyên Demokratîk, Platforma Olên Mezopotamyayê damezrand. Dîsa ji bo nasandina Êzdiyan gelek pirtûkên olî, dîrokî, edebî û çandî çap kiriye/dike. Li gelek deveran dersên olî, zimanê Kurdî, folklor uhw. dide zarokan. Berê kovareke bi navê Laliş derdixist, lê niha xebata xwe ya di vî warî de bi riya malpera www.derguş.com dimeşîne. FKÊ ji aliyekî van karan dike, ji aliyê din ve jî hewl pirsgirêkên nava Êzdiyan çi yên di nava xwe de, çi jî yên bi civakên din re çareser bike. Lewma xebata wê di nava gel de û bi gel re ye. Wekî din gelek panel û çalakiyên cûrbecûr organîze dike. Federasyona Komeleyên Êzdiyan tevî van karan bi komeleyên êzdiyan ên li Ermenîstan, Rusya û Şengalê re jî di nava danûstandinên xurt de ye. Gabar Çiyan: Li ser pirsa parastina Êzdiyan dîtina te çi ye? Loqman Bariş: Tevî ku hejmara Êzdiyan tenê derdora milyonekê ye jî, îro ji bilî bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê, li gelek welatên Kafkasyayê, li Rusya heta Sîbiryayê jî belav

bûne. Zêdetirî sedhezarî li welatên Ewrûpayê, bi taybet li Almanyayê dijîn. Lewma dema mirov parastina Êzdiyan guftûgo bike, divê her welatî taybet binirxîne. Weke mînak; dema mirov bahsa Êzdiyan li başurê Kurdistanê bike, divê bahsa zexta olî, kuştin û qetlîaman bike. Lê dema bahsa Ewrûpa bike, divê bi taybet bahsa asîmîlasyonê bike. Li Kafkasyayê jî pirsa „gelo Êzdî Kurd in an na‟ derdikeve pêşberî me. Li bakurê Kurdistanê bi têkoşîna rizgariya gelê Kurd re, tahamûl û tolerans ji bo Êzdiyan zêde bûye. Zexta berî salên heştêyî gelekî kêm bûye. Eger hîn hînekî hebe jî bêhtir meseleyên êşîrî ne. Îsal dema du caran çûm welêt, min ev yek dît. Ango biratî derketiye pêş. Ji xwe eger mirov bahsa biratiya Kurd û Tirkan bike, bahsa biratiya Kurd û Ereban bike, bahsa biratiya Kurd û gelên din bike, li hemberî wê jî biratiya Kurdan xwe bi xwe derxîne pêş, wê demê ruhê netewî bi mirov re nîne. Ji ber ku berî em û gelên din bigihîjin hev ango bibin birayê hev, herçiqas ola me ne yek be jî em Kurd xwe bi xwe birayên hev in. Hemû Kurd berî Muslumantiyê qebûl bikin, Êzdî bûn. Niha jî hin merivên Êzdiyan ên gelekî nêz û Îslam weke ol qebûl kirine, hene. Ola me ne yek be jî, zimanê me, çanda me, dîroka me, xwîna me, şahî û cejnên me, xewn û xeyalên me, êş û azarên me yek in. Mixabin em dîbinin ku li başûrê Kurdistanê ev rastî li ber çavan nayên girtin. Salek berê havînî ji bo hin dokûmenteran li ser Êzdiyan çêbikim, li başûrê Kurdistanê bûm. Bi tevahî sê mehan li başûr û di nava Êzdiyan de mam. Dema ez li Hewlerê bûm, fermana li Şengalê pêk hat. Paşê derbasî wê herêmê jî bûm. Beriya her tiştî nêrîna li Êzdiyan gelekî neyênî ye. Êzdî weke kafir, weke kesên bêol, weke Xwedênenas, weke neyar tên dîtin. Helbet ne herkes weha dibîne, lê piranî. Lewma jî tevî ku bi sedhezaran Êzdî li wir hene jî êdî çavên herkesî li revê ye. Herkes dixwaze canê xwe rizgar bike. Nizanim valakirina

welêt li gor berjewendiyên kê ye? Nizanim eger Şengal bi Kurdistanê ve neyê girêdan kî wê qezenc bike? Bi taybet ewlekariya Êzdiyên li Şengalê nîne. Ew dever hatiye jîbirkirin. Tirsa ji mirinê li aliyekî, birçîbûn û tîbûn niha derdê herî mezin e. Kar jî nîne. Ji xwe erzaqê Neteweyên Yekbûyi belav dike, nagihîje wan. Destê herkesî vekirî û hêviya wan Xwedê ye. Dibe ku ew dever di fermiyetê ne girêdayî hukûmeta Kurdistanê be, lê di warê pratîkê de her tişt di dest partiyên Kurd de ye. Ji bo parastina Êzdiyan, li gorî min divê pêşî em vê pirsê ji xwe bikin, gelo em dixwazin Êzdî werin parastin? Ev pirs ji rayedarên hukûmeta Kurdistanê ye. Dema ku meleyek li bajarekî weke Duhokê waazê bide û Êzdiyan weke neyarê Xwedê bide nasandin û lewma jî qetlîama wan helal bike, wê demê Êzdî dê neyên qirkirin? Dema rayedarên hukûmetê jî vî meleyî ji wezîfeyê negrin û ceza nekin, mirovê çewa bahsa parastina Êzdiyan bike? Lewma li gorî min bersiva vê pirsê gelekî girîng e. Bersiva pirsê erênî be, gavên bên avêtin gelekî hêsan in. Xurtkirina asayîşê bi serê xwe ne çare ye. Beriya her tiştî divê nêrîna me ya li ser Êzdiyan were guhertin. Gotina „Êzdî Kurdên resen in‟ têr nake. Divê hukûmeta Kurdistanê siyaseteke taybet û pozîtîf ji bo Êzdiyan destnîşan bike. Di vê siyasetê de divê xweşbîniya li hemberî Êzdiyan derxîne pêş. Di dersên dibîstan û zanîngehan de, li mizgeftan, di çapemeniyê de divê bahsa niqteyên hevbeş û biratiyê bê kirin û ne ku Êzdî weke Xwedênenas werin nasandin. Ji ber ku ev ne rast e jî. Piştî ku ev siyaset hat qebûlkirin, gavên din ên werin avêtin li pê tên. Bi vê yekê re gel wê hevûdin qebûl bikin û jiyana Êzdiyan wê were parastin. Wê demê êdî mirov dikare bahsa parastina Êzdiyan ji aliyê çand, ziman û olê ve dike. Mixabin em hîn ji vê yekê dûr in.

-7Hevpeyvîn bi Şermîn Bozarslan re Seroka Federasyona Komeleyên Kurdîstanê Li Swêdê Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Çanda Ezidî Çanda Kurdan ya herî kevnare ye Gabar Çiyan: Hêja Şermîn, em te ji xebatên Federasyonê yê piralî û rengîn nas dikin. Em dixwazin dîtina te li ser parastin û ewlekarîya Êzidiyan bistînin... Şermîn Bozarslan: Kurdên Ezidî ji ber ku him Kurd in û him jî Ezidî ne; gelek teda dîtin e. Bi taybetî ewana di herêmên ku bi fermî ne li ser Kurdistanê ve hatine girêdan de dijîn, gelek zilm û zordarî dîtin e û dibînin. Meriv li ku bibe bila bibe, divê meriv ji ber nasnameya xwe ya netewî an jî olîtîyê neyê pelçiqandin û kuştin. Di herêmen ku grûbên îslamî yên extremist lê hene ewlekariya Ezidîyan her tim di xeterê de ye. Ewlekarîya wan him wek Kurd û him jî wek Ezidî yekcar di bin riskekî mezin de ye. Parastina Kurdên Ezidî, li heremên ku niha bi fermî ne ser bi Kurdîstanê ne di destê yekem de vatinîya Hukûmeta Iraqê ye. Hindikbûn zehmet e. Piranî gelek caran li gor normên xwe rewşa Êzîdiyan nirxandine. Di xwe de heq dîtin e ku li ser navê wan xeber bidin û wan tarîf bikin. Meriv divê ji êzîdiyan bixwe bipirse ew li xwe çawa dinêrin? Çi dijîn? Çi dixwazin? Ji hukûmeta Iraqê çi dixwazin? Ji me Kurdan çi dixwazin?

Çanda Ezidî, çanda Kurdan ya herî kevnare ye. Ew li ser axa xwe, çanda xwe ya Kurdîtîyê û Ezidîtîyê bi salan parastine û anîne hetanî dema me. Jiyandina çanda Ezidîtîyê , jîyandina beşeke bïngehîn ya çanda Kurdî bixwe ye. Ez hêvîdar im di demekî kin de herêmên Kurd ku tê de gelek Ezidî dijîn; bi hêrema Kurdîstanê ve bên girêdan. Wê demê dê parastina ewlekarîya wan hêsantir be! Destê dijminên Kurdan di gelek bûyeran de ku li dijî Kurdên Ezidî hatine kirin, hene. Armanc, provokasyon e. Armanc ew e ku Kurd bilîyê hev du bibin, tifaqên xwe xira bikin û destkeftîyên xwe ji dest derbixin. Gabar Çiyan: Li ser pirsa Parastina Kurdên Ezidî li Herêma Kurdistanê dîtina te çi ye? Şermîn Bozarslan: Di nav herêma Kurdistanê de rewşa Kurdên Ezidî baştir e. Serok, serokwezîr û parlamentoya Kurdîstanê wan bi fermî diparêzin. Temsîla wan di parlamentoyê de heye. Rêxistinên êzîdiyan hene. Wek Kurdên Ezidî dikarin doza mafên xwe bikin. Di jîyana rojane de carna bûyerên nexweş li hemberî êzîdiyan çêdibin. Ji ber ku pêşîya van bûyeran bên girtin; divê meriv xebatên dûr û dirêj yê sistematîk, xebatên perwerdeyî li ser bingeha civateke pirkulturî, pirolî û pirzimanî û li ser mafê mirovahîyê di dibîstan û medyayê de bête kirin. Mamoste, siyasetmedar, karmend, xwendevan, cîran, her kes dîvê bo parastina Kurdên Ezidî xwe berpirsiyar bibîne. Di dibistanan de divê ya agahdarî li ser her olî bê dayîn yan jî li ser tu olî tu agahdarî neyê dayin. Divê siyaset û ol cuda bên girtin. Divê civat yên ku islam wek siyaset bikartînîn, yên ku islam li gor menfeat û li gor mêjiyên xwe yên kevneperest şirove dikin, îtîbar neke, ji wan re deng nede. Lewra xwendin û perwerdekirina civatê gelek girîng e. Di dawîyê de dixwazim bibêjim ku di civata demokratîk ya Kurdan de divê qîmeta Kurdên misilman, Kurdên Ezidî , Kurdên bêbawer wekhev be. Zarokên me jî divê li gor vê yekê bên perwerdekirin.

-8Hevpeyvîn bi Serkan Brûsk re Rêvebirê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Heta ku Êzidîtî hebe dê zimanê Kurdî hebe Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re xwe bide nasîn. Serkan Birûsk: Sala 1967 li herêma Omeriyan, li gundê Çalê hatiye dunyayê. Wî li Nisêbînê dest bi dibistanê kir û li bajarê Îzmîrê beşa mîmariya peyzajî ya unîversîteyê xwend lê ji ber sedemên siyasî wî dibistana xwe di nîvê de bi cî hişt û ew derket Ewrûpayê. Li Ewrûpayê wî karê nivîsandinê û rojnamevaniyê kir. Gelek dokumenter û film hem wergerandin û hem jî dengê xwe daye wan. Herwisa wî amadekarî û pêşkêşvaniya programên wêje û çandî yên mîna Raman û Roman, Nav û Deng kiriye ku ev program di Tv Mezopotanya û Medyê de hatine weşandin. Niha ew di birêvebiriya Înstutiya Kurdî ya Stockholmê de ye û li Înstutiya Teknolojîyê beşa teknîsyeniya avahî û mûlkî de dixwîne. Berhemên wî yên wêjeyî ev in.

Helbest: Awurên bi hêvî, Xem vedixwim bi tasa sor ji demê, Peyvên Êşmij Werger: Mûa û Pelle, Madîken, Ciwanên Îro, Xîzgur… Roman û ceribandin: Sê Terîş, Mextel Gabar Çiyan: Bi taybetî li Şengalê û li deverên din yê Kurdistanê Êzidî dibin qurbana êrîşên hovane. Ewlekariya wan li ser xaka xwe tuneye. Weke şexis û rêvebirêk ji yê dezgehek netewî, ji bo parastina Êzîdiyan li tevayê herêmên Kurdan dîtina we çi ye, divê mirov çi bike? Em çawa dikarin vê çanda kevnare xurtir bikin? Serkan Birûsk: Dema mirov ji awira ewlekariyê de rewşa Kurdên Êzidî bigire dest û binirxîne, du faktorên esasî derdikevin pêşberî me. Yek jê faktora hêzên derve ye. Çi dewletên dagirker û çi jî dînên biyanî bin heman tesîrê li ser rewşa Êzîdiyan dikin ku ew jî bi giştî xerabkar û talankar e. Mirov bi rehetî dikare ispat bike ku faktora derveyî, seranserî dîrokê û heta roja îro jî bûye çavkaniya hemû cure dujminahiyên li dijî Kurdên Êzidî. Miletên ku gelê Kurd ji xwe re kirine dujmin di serî de berê xwe dena hemû hêjahiyên ku nasnameya Kurd pêk tînin. Ziman, çand, ol, adet û sembolên ku Kurdayetiyê nûner dikin wek hedef hatine girtin. Mirov piraniya van faktorên êrîşkirî di kesayetiya Êzîdiyan de dibîne. Êzidîtî bi ziman, kinc, rabûn û rûniştin, îbadet û cejnên xwe qutiya reş a Kurdiyatiyê ne. Vekirina vê qutiyê bi awayekî qebe û zordarî ya bi destê dagirkeran zirarê dide van hêjiyayên ku me li jor rêzkirine. Dagirkerên Kurdîstanê Êzîdiyan bi awayekî sîstematîk û fikirkirî ji axa wan sorgon kirin û hê jî dikin. Ew bi vê yekê dixwazin rehê dara Kurdayetiyê hişk bikin (ez dizanim ku ev îdayek mezin e û heta hinekî ji rastiyê dû re, ji ber ku hejmara Kurdên neÊzidî yên ji her cure dîn, çîn, bawermend û nebawermend prosenteke pir mezin e, îca dema mirov

êzîdiyên ku xwe Kurd nahesibînin jî lê zêde bike wêdemê dê baştir bête fêmkirin) Lê ez dîsa jî vê gotina xwe dubare dikin, ji ber ku ji bo min êzdahî ji olekê zêdetir (tevî hemû rêz û hurmeta min ji vê olê re) bûye sembola Kurdayetiyê. Ma ji bilî Êzidîtiyê çend olên din îbadet û duayên xwe bi zimanê Kurdî dikin? Ji ber vê jî heta ku Êzidîtî hebe dê zimanê Kurdî hebe, berevaciya vê jî divê rast be, heta Kurdîtî hebe wê Êzidîtî jî hebe. Ez wek wêjevan û Kurdperwerek ku rola zimên di azadkirina Kurdayetiyê de pir bilind û nirxdar dibînim, vê rola sembolîk a Ezîdiyê jî di çarçoveya Kurdayetiyê de pir jiyanî dibînim. Ji loma jî divê Êzidîtî, yanî Kurdayetî di bin her merc û şertan de li welat, li derveyî welat û li hemberî Kurdên paşverû (yên misilman, Êzidî û hwd) û hevkarên wan ên biyanî bêparastin. Li vir em divê faktora paşverû ya hundirîn a Kurdên Êzidî jî li ber çavan bigirin. Ji bo ku ev ol karibe di şert û mercên îro de bijî, bersivê bide vê serdemê û ciwanên xwe, divê alimên Êzidî roleke çawa bileyizin? Ez vê wek pirsekê li vir dihêlim. Ez vegerim ser faktora duyemîn. Di serî de dînê îslamê û hemû dînên din xwestine di nava Kurdan de cî bigirin û Kurdan ji baweriyên wan dûrbixin. Piraniya caran jî, wek mînaka misilmantiyê, ev piroses pir xwînavî derbas bûye. Kurdan her li berxwe daye lê hêzên biyanî baweriyên xwe bi darê zorê li ser Kurdan ferz kirine. Pişt re avahiyên xwe li Kurdistanê ava kirine. Ji nava Kurdan hevkarên xwe li ser bingeha dujminatiya nirxên Kurdayetî perwerde kirine. Bêguman gelek Kurdên oldar li dijî vê derketine û xwestine rengê xwe yê Kurdayetî biparêzin, lê zêde dengê wan derneketiye. Yên ku dengê wan derketiye jî nekarîne yekîtiyekê ava bikin, ew bi navê mezheb, ol û eşîrtî ji hevdu hatine xistin. Wek encama vê hevnegirtin û jihevbelavbûnê gelek serok û rêberên Kurdan li ber sêdaran gotina xwe ya dawî gotine.

Îro jî rewşa me ji vê nedûr e. Li bakurê Kurdistanê dîndarî zêde dibe. Ez bi xwe tevî hemû kêmaniyan jî jê re dibêjim Kurdistana Azad û nirxeke bêhempa didim vê avahiyê jî, divê ez bêjim ku, Başûrê Kurdistanê ber bi dewleteke meletî ve diçe. Heger di camiyek tenê ya Kurdistana azad de jî, li dijî Êzidîtiyê bi devê misilmanên xwînvexwarê Kurdan bê axaftin û tu rayedar pêşiya vê xwefiroşiyê negirin, ew ê sibe erebên beriyê van maşikên xwe di nava parlementoya Kurdan de li dijî Kurdayetiyê bidin axaftin. Li vir bila şaş neyê fêm kirin, ez ne li dijî tu ola me, heta ku di navbera kes û Xwedê de be, mafê herkesî heye îbadeta xwe bike û divê ev derfet ji aliyê desthilatdariyê ve ji bo herkesî bê dayin. Min hewil da ku di çerçoveya ewlekariyê de bersiva te bidim. Bêguman ji ber ku îro xetereke pir mezin li dijî Êzidîtiyê heye, em divê singa xwe bidin ber her cure êrîşan û daxwazê ji birayên xwe yên Êzidî bikin ku ew yekîtiya xwe xurttir bikin, tevli hemû cure hewldanên pêşverû yên Kurdan bibin, wek civak xwe li ser esasê zanistî rêkxistin bikin, kadroyên Kurdperwer û zana perwerde bikin. Çawa ku kesên mîna Kanadê Kurdo, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Şakirê Xudo û hwd bi berhemên xwe yên wêjeyî xizmeta ziman û çanda Kurdî kirine, divê ji niha û pê de ciwanên êzîdiyan ala van navdaran di her warê Kurdayetiyê de bilind bikin. Em divê ji bira nekin ku qedera me hemû Kurdên azadîxwaz û pêşverû yek e.

-9Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Ali Seedo re Serokê Komela Çandî ya Êzidiya li Mûsilê Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Mafên reng û olên cewaz li Iraqê di xeterê de ne Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re, xwe bide nasîn, Mamoste Ali Seedo ki ye? Prof. Dr. Ali Seedo Raşo: Min, di sala 1979 an de zaningeha Musilê beşa erdzanînê xwend. Di heman zaningehê de, li ser çandinî û karanîna erdê mastera xwe bi dawî anî. Niha ji bo du salan li zanîngeha Emerîka li Kahireyê mamostetiyê dikim. Gelek lêkolînên min belav bûne. Beşên giring ev in: Êzidî û Ezidîzm (2006 erebî), Rewşa Êzdiyan li Iraqa îro (2006, erebî), Dengê Êzidiyan di hilbijartina 2005 an di lîsteya Kurdan de û encam (ji Kofî Annan re hate şandin), Analîzek ku êrîşa li dijî Şêxan û deverên din yê Êzidyan pêk hatin. Kûştina keça Êzidî Duhayê. Biryar û kirinên Kurdên misilman yên paşveru li dijî Êzidiyan (erebî 2007). Di gelek konferansên li ser pirsên etnîkî li Iraqê beşdarî kiriye. Mîsal: Rêvebir di Konferansa Pirsa eqaliyetan li Iraqê 1 ê û 2 ê (Musil 2004, Baxda 2006). Projeya perwerdê li ser

çareserkirina pirsgirêkan û rawestdina bazara penaberkirinê (2004, Baxda), pêşdebirina pirsa mafê mirovan li Iraqê (2004 Urdin), pirsa kriminalizekirinê û di civatê de wekhevî (2008, London) û hwd... Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re li ser Komela Çandî ya Êzidiyan li Musilê, anku li ser Yezidi Cultural Association -YCA zaniyariyê bide me… Prof. Dr. Ali Seedo Raşo: Mirov dizane ku ji ber helwêsta rejîma Sadam li Iraqê, li dijî Êzidiyan gelek çîrok, serpêhatî û zaniyariyên bêbingeh hatin belavkirin. Ev tev bûn sedem ku, rêvebirên dewletê li herêma Êzidiyan rê li ber xizmetên giştî, weke perwerde, bijijkî, elektrîkê bigrin. Ev zilma bi sed salan û nenaskirina niwênertiya Êzidiyan di daîreyên fermî de bûn sedem ku hejartiyek mezin li herêma wan pêk were û hejmara kesên neperwerde bûyî bilind bibe. Piştî têkçûna Sadam, di Iraqa nû de, ji bo naskirin û bidestxistina mafê Êzidiyan komela me hate avakirin. Endamên me bêhtir ji kesên xwende, ji ronakbîran pêk tê. Di nav me de profesor, parêzger û mamosteyên zaningehan hene. Bêhtir kesên sekuler in. Yek ji armanca me ew e ku, di Iraq nû de, li ser pirsgirêkên mafê jinan, zarokan û jibo çareseriya dijberiyên hene xebatê bikin. Her wisa, avakirina civatek demokratîk, belavkirina zaniyariyê li ser çanda Êzidiyan, pêşxistina helwêstên pejirandina hev li Iraqê, di nava daxwazî û xebatên me de cî digirin. Di nava armancên me de, avakirina pirtûkxaneyekî û derxistina rojnameyekî jî heye. Gabar Çiyan: Qanûna nû ya Iraqê, benda 50 î hate rakirin. Paşê li dijî helwesta hikumeta Iraqê gelek çalakî pêk hatin. Êzidiyan jî dengê xwe bilind kirin. Ji kerema xwe re li ser pirsê dîtina xwe bîne zimên…

Profesor Dr. Ali Seedo Raşo: Divê ez eşkere bînime zimên ku, piştî hilweşandina benda 50 î ji qanûna herêmî li Iraqê, mafê eqaliyet û olên cewaz ketiye bin xeterê, bin tehdîtê. Di 22 ê tîrmeha 2008 an parlamentoya Iraqê qanûna hilbijartina herêman pejirand. Benda 50 î mafê temsîla niwênerî dida van rengên cewaz. Hejmara Yezidiyan 600 hezar in, lê li gorî qanûnê 1 niwênerê wan hebû. Qanûn xwedî kêmasî bû. Lê ji ber ku hebûna van rengan dipejirand û li ber çavan digirt, bi dilxweşî bixêrhatina wê kirin. Qanûn piştî hefteyekî din ji aliyê şewirmendiya serokatiyê ve hate redkirin û paş de şandin parlementoyê. Piştî du mehan ku guftugo pêk hatin, qanûn ji nû ve xistin dengdanê. Di 24 ê îlonê, di nav koma Kurd û Şuiyan de lihevhatin çêbû û qanûn nehate pejirandin. Rakirina qanûnê îşareta herî mezin e li Iraqê ku, mafên qanûnî yê eqaliyet û olên cewaz tê binpêkirin, nenaskirin. Bi rakirina benda 50 î, rêya qanûnî li ber temsîla eqaliyetan di parlementoya Iraqê de hate girtin. Bi vê biryarê, kanala tevlîbûna eqaliyetan jibo xebatên pêşeroja Iraqê hate xitimandin. Ev kêmasiya hiquqî dê rê ji bo tirsandin û tehdîtkirina eqaliyetan veke, dê rê jibo koçberiya wan ji xaka bav û kalên wan veke. Biryar eşkere dike ku, di parlamentoya Iraqê de hejmarek kes hene. Ew dixwazin Iraqê vala bikin, eqaliyetan ji welatên wan dur bixînin û xaka wan dagîr bikin. Ji nuha ve hejmara tehdîtan li hemberî eqaliyetan, û olên cewaz zêde bûne. Li Musilê, di 24 nîsana 2007 an de hejmarek Êzidiyên xebatkar yê têkstîlê hatin qetilkirin. Li gundên Al Qahtania û Al Jeziderê di 14 tebaxê de hejmarek bilind ji kesên Êzîdî hatin kûştin û ewqas kes jî birîndar bûn. Piştî buyerê xwendevanên olcewaz ji zanîngeha xwe kişandin male, û du salên dawî, xwendina piştî lîseyê bo zanîngehê pir kêm dibe, nabe. Buyerên revandin û kûştin li dijî oldarên Mesîhî pêk hatin. Dêr bi erdê re kirin yek. Piştî van buyeran hejmarek pirs li benda bersivê ne:

Kî berpirsiyarê van pirsgirêkan e? Kî dikare çareser bike û çawa dikare çaraser bike? Me, weke parêzvanên mafê mirovan gelek caran dezgehên însanî yên navnetewî li ser pirsa şêweyê nenasîn û dîskîrîmînasyonên cewaz û xeterên dikarin bibin şiyar û agehdar kiribû. Em banga xwe dighêjînin wan dezgehan ku, ji hikumeta Iraqê pejirandina mafê eqaliyetan bixwazin, zext û bandore xwe li ser hikumetê zêde bikin. Piştî nepejirandina benda 50 î mafê eqaliyetan ji hole rabûye. Di rewşa îro de, çi navgîn tune ku eqaliyet dîtin û nerazîbûna xwe li Iraqê bînine zimên. Rê li ber wan hatiye girtin. Li gorî rewşa îro, daxwaziyên me ev in: Pejirandina niwênerên me di dezgehên herêmî û hikumeta federal de. Hejmarek bilind ji eqaliyat û baweriyên cewaz li Iraqê bê maf man, beşek mecbûr bû ku derkeve derveyî welêt. Pêwîst e rewşa wan hevwelatiyan li ber çavan bê girtin, ji hatina welêt pay bigirin. Herêmek nîvotonom di bin parastina civak /hêzên navnetewî de… Eqaliyet û baweriyên cewaz di Iraqa îro ya nû de di bin tehdîtê de ne. Rakirina benda 50 î nîşan û delîla herî mezin e ku, li Iraqê mafê eqaliyetan ji aliyê qanûnî ve di xeterê de ye, kêmasiya wê heye. Weke kesek ji parêzvanê mafê mirovan, daxwaziya min ji dezgehên însanî yên navnetewî ew e ku, çareseriyekê jibo vê rewşa cidî peyde bikin. Pêwîst e ji van rengên cewaz li Iraqê re ku bi hezaran sal li Iraqê jiyana xwe domandine, xwediyê cî ne û di avakirina welatî de rola wan çêbûye, gav bêne avêtin…

-10Hevpeyvîn bi Salihê Omerî re Ji Komîteya Rêvebir ya Komkarê Hevpeyvîn: Gabar Çiyan (Zarathustra) Kurdistan bê Êzîdî nabe… Gabar Çiyan: Bi taybetî li Şengalê û li deverên din yê Kurdistanê Êzîdî dibin qurbana êrîşên hovane. Weke dezgehek netewî , ji bo parastina Êzîdiyan li tevayê herêmên Kurdan dîtina we çi ye, divê mirov çi bike? Em çawa dikarin vê çanda kevnare xurtir bikin? Salihê Omerî: Ezê nivîsa xwe, bi gotina Serokê herêma Kurdistanê hêja kek Mesûd Barzanî ve dest pê bikim. Mesûd Barzanî weha fermo dike “yan resentirên Kurd Êzîdîne, yan jî mileteke nîne bi navê Kurd” Ez jî dibêjim, gotina hêja kekê Mesûd Barzanî raste û esl û feslê Kurdan jî Êzîdî bixwe nin. Bi ruxandina desthiledarîya Seddamê diktator li herêmên ku birayên me Êzdî li hebûn hîn baştir bû. Li Kurdistana başûr nêzî pênsed hezar birayên me Êzdî hene, cîhê ku lê bi cîh û warin zêde bajarê Şêxan, Şingal û Başîkê ne. Du endamên parlamentoya Iraqê, di nav Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê û Lîsteya Tevgera Reformê û Pêşketinê de ne û herweha 3 endamên wan jî di parlamentoya Kurdistanê de ne, digel wezîrekê Herêma Kurdistan di kabîneya 5 a hikûmeta

Herêma Kurdistanê dene, ji hêla hemû me Kurda û birayên meyî Êzdîyan cîhê pîroz bahîyê ye. Di bîr û raya mide birayên meyî Kurdên Êzdî li ku dibin bila bibin, divê em bi her hawayî xwedî li wan derkevin û wan weke rûnîya çevên xwe biparêzin. Ji ber ku bi sedê salan û hezarên salan bi virde ola xweyî rasteqîn û welatparêzîya xwe weke Kurd parastine. Dîvê ku li perçê azad yê başûrê Kurdistanê bê şert û bê qeyîd parastina wan bêye kirin. Parastina birayên me Êzdî erka me Kurdan hemûyane. Divê ku em Kurd bizanibin van birayên meyî Êzdîyên ku li ser esl û feslê xwe manin, di warê olî, kulturî, adetên bav û kalan û li ser koka xwe yê weke Kurd manin, wana bi parêzin û îmkanên madî û manewî ji wanre bixuliqînin. Ev jî zêde li desthiledarîya başûrê Kurdistanê dikeve, bêguman di warê manewîyê de jî li her Kurdekî dikeve ku pîberî wan bibin, ev jî ereke netewî ku ji me hemû Kurdan têye xwestin. Berî îslamyetê, di nava gelê Kurde, ola herî kevin Zerdûştî û ola Êzdîya ye. Divê birayên meyî Êzdî hebin û weke sembola Kurdan bijîn. Hebûna wan hebûna meye, tunebûna wan nemana me Kurdan e. Raste, Êzdî temsîla çand û kultura meyî kevner dike. Bi rastî jî yê çand û kultura meyî kevanere li ser linga hiştîye bi hezarê salan birayên meyî Êzdî bixwenin. Heta di xwendina dua û te-eta ji bo Xwedê bi zmanê Kurdî di axifîn, li cimeatên xwe de, di şîn û şahîyên xwede, di derz dayînê xweyê olî û dibîstanên xwe de, bi zmanê Kurdî parwede dibin. Divê ev emenet û sembola ji bav û kalan maye bêye parastin. Divê hikumeta herêma Kurdistanê butçayeke ji bo hemû Êzdîyên ku hene veqetîne, ji bo vê çanda kevnar ya bav û kalên me Êzdîyan mane li ser linga bi mînin. Dîsa jî heger Kurdê bi esil û fesil mamin û li rîya xwe şaş nekirine Êzdîyetî bixwe.

Şoreş Reşî

Mîrhem Yîgît: Bi qasî em agehdar in, têkiliya vê bi rewşa gelê Kur çendî heye? Şoreş Reşî: N Xorasan û Kevîya B

Demeke Di vê xalê de karê netewî û entresa min ya ji bo v

min jî xwest vê koda girtî ji xelkê me re vekim. Mîrhem Yîgît: Lewra Xoresan îro herêmeke di bin nifûs û desthelatdariya re Em zanin bê heta niha çend rojnamevan li Iran û welatên mîna Iranê hatine

kuştin. Şoreş Reşî: hevalên min ên ji Rojhilatê Kurdistanê gelek hewl dan ku ez nerim û ez dam

xort/keçên leheng girtiye bi evîna lêkolînê

ji bo bîr û baweriyên Hêjaye

… Mîrhem Yîgît: daketin û pêşwaziya te ji aliyê Kurdên Xoresanê....? Şoreş Reşî: Mîna ku tu çavên xwe bigrî û xwe bidî nava şevaka tarî… bi kijan zimanî xwe îfadê bikim…

Jineka modern û Min zanî ku êdî ew naxwazê bê zanîn ku ew min nas dikîe

Dema em ji balafirê der

-

Ji mi min jî bi -

Kurdî bersiv

Pişt re ji Tehranê çûm Meşhedê Xoresan û Meşhed.

-

h Ez pir germ pêşwazî kirim û bû rêberê fîzî min xwe wek teyrekî azad û bextewer his dikir. em bi naskirineke termînolojîk dest pê bikin. Li ser term û gotina Xorasanê

-sa

di navbera wateya kesên

Xorasan û Behra Sipî de dîjî di riya rojê de ku eleqa wê bi Zerdûş

Bi kurtî mirov dikarê bibêje ku navê Xorasanê tê watre ew yeka him jî alî xwezayî û dîrokî ve him jî ji alî olî ve bi rojê ve tekîldar e. Mîrhem Yîgît:

?

Şoreş Reşî: navê xwe yê kevin Sabal

Çiyayên bilind in û li

Di bingeh de pîrozbûna wir bi Zerdeşt Pexember ve giredayî ye. Mîrhem Yîgît: kesên bi temen û pîr çi dibêji? Şoreş Reşî: …” Bi rastî ew

Da

Kurdên wir

Li gora bawerîyê gereg mirov tiştekî bavê nava avê û ji Xwedê daxwzekê bike

Wekî dîro

derdikevê holê ku Pêxem

Ew jî bajarekî gelekî … Mîrhem Yîgît: Xoresan welatê kê ye? Şoreş Reşî: Di demên berê de hi

Tê îddîa kirin ku Somerî ji vê herê

Li gor min ew kalên Kur

Yanî wekî Tirk îdîa dikin Xorasan ne welatê Tirka ye û kesên ji wir hatine jî ne Tirk

beşerî hene…Ew Kurdên ji vir hatine jî bi temamî ji kevneşopîya Zerdeş şîîa û Sunnî…Xorasan tu caran demdirêj nebûyê welatê Tirkan yan jî Dîroka Tirkan y Kurd berê li

: Mirov dema li xerî -

Kurd ber bi herêmên çiyayî ve hilkişiyane. Mîrhem Yîgît:- Kurd berê li vir bûn yan pişt re hatin vir, di vî alî de hebin belgeyên berdest çi ne? Koçberî bûye mûheqeq, dîroka van koçberiyan? Koça ewil. Gelo berdewam Kurd hatine sorgonkirin yan jî carên Kurd bi mebesta xweparastinê jî derbasî vir bûne hen? Şoreş Reşî: Mirov dema li xerîta zanîstîyê Berî Îsa (BÎ) mêze dikê, 4000 sal BÎ bi qasî 200 hezar mirov li vê herêmê dijîn. Îhtîmaleke pir mezin e ku ew ji miletê Arî-Arranî ne. Piranîya dîroknasan jî dibêjin, Kurd ji vê herêmê ber bi rojava hatine. Bi dîtina min, ku gelek dîroknas jî piştgiraya vê dikin, Kurd mîletê deştê û heyva bi bereket in. Piştî hatina ereban, asûr û sûryanîyan û miletên din û pirbûna nûfusê, Kurd ber bi herêmên çiyayî helkişiyan e. a- Dema asûriyan: Di gelek belgên ji dema asûrîyan de mane, kralên wan

dibêjin: “ Me xwîna xelkê li zozanê bakûr dijî, mina avê rijand…” Bi vî awayî bi sedsalan êrîş kirine, bajar û gundên Kurdan bi erdê re kavil kirine…Kurd ji cîhêkî birine cîhêkî… Ji ber gelek sedemên wiha, eger mirov baş lêkolîn bike û bala xwe bide serdema asûrîyan, dibîne ku Kurdistan vala bûye…Ew mirov çûn ku? Niqteyeka din bînim bîra xwendawanan ku Kurdistan berî (4000 BI) cîhê herî zêde mirov lê dijîyan. Ji Çîn û Hindistanê zêdetir. Mûmkune bi temamî ne Kurd bûn, lê piranîya wan Kurd bûn. Ew Kurdana ji bo ku xwe ji ber zilma ereb û asûran biparêzin ber bi bakûr û bakûrê rojhilat de çûn. Yek ji wan cîhên girîng jî Xoresan e. Coxrafya Xoresanê wek kelehên xwezayî ne. Herdem ji bo Kurdan bûne parezgeh. Di dema asûr, Înskenderê Meqadonî, Sasanî, ereb, Tirkan de bûye kela Kurdan. Hinek dîroknas dibêjin ku gelek miletên mîna Somarî, Xorrî, Gutî, Kusî û hwd winda bûn û ji dîrokê rabûn. Ew ne raste. Pir hindik milet ji dîrokê winda bûn. Ev komên ku me li jor bînavkirin xwe guhertin, lê hemî kalê Kurdan in. Piranîya wan xwe wek konfederasyon birêxistin kirin û hinek jî di bin sîwana zaravan de bi navên cûda di dîrokê de derbas dibin, lê hemî Kurd in; miletê arî û arranî ne. Ji bo vê, Somerî, Xorrî, Mîttanî, Kasî û yên din hemî berjor hilkişiyan û bi vî awayî xwe ji komkûjîyan rizgar kirin. Piştre ew bi navên din dîsa vegerîyan. Vegera mezin jî di bin sîwana Medan de di navbera salên 625- 612 an BI. de bû. b- Dema medan: Zilma asûrîyan û Xelkên Behrê, yên li ser nijada Arranî, yekîtîya wan jî hesantir kir; di encamê de Med wek rêxistina herî mezin derket holê û asûr ji holê rakir. Di dema Medan (612 BÎ) de jî Kurd li Xorsanê û Asya Navîn hene. Wê demê Kurd ji Çîn heta başûrê Rûsya bela dijîn. Lê ne bi navê Kurd. Di bin navê SAKA-ÎSKÎT de tên nasîn. Grekî wek Îskît bi navdikin. Ji Heredot bigre heya dîroknasên din hemî dibêjin ku ew ji miletê Kurd-Arranî ne. Ji bo vê gelêk ispat hene… Vê demê li Xorasan qala xelkê “REŞAN” tê kirin. Gelêkî şervan û çekdar bûye. Ew kalên Kurdên îro li navênda

Anadolê û Xorsanê ne. Hîna jî ew nava dijî û navê zenda me jî Reşî ye! Tê dîtin ku ew xelkê bi Medan ve di destpêkê de di nava îtîfaqê de ne. Piştî asûran têk dibin, rêvebirên Medan hewl didin ku wan bi xwe ve giredin yan jî wan bihelînin. Lê nikarin şerê navxweyî destpêdike. Ji ber vê yekê ew xelk dîsa ji Kurdistan û Anadolê derdikeve û diçe bakur û bakurê rojhilat. Hema gel, piştî Medan li hember Sasanîyan jî bi sedsalan têdikoê û desthilatdariya wan napejîrîne. c- Zemanê ereban: Derketina ereban cara dûyêmîn hestiyê pişta Kurdan şikand; zirara herî mezin ji alî wan ve li Kurdan ket. Kurd û Parsan li hember vê tevgerê; ji alî coxrafîk, dewlemendî, çand, olî û civakî ve zirareke mezin dîtin. Lewra Kurd, bi gîştî jî arraniyan xelkê bawerî bi ola zerdûştî anî bûn. Îslam wek şokekê li arranîyan ket, hîna jî pişta xwe rast nekirine… Di vê serdemê de jî “navend Xorasan” bû keleha Kurd û arranîyan. Bi sedsalan şerê ereb û netewa Arranî ya mezin pêk hatin. Tevgera Eba Mûslîmê Xorasanî, Xûrramîtî, Babek,Xaricî û gelekên din di vê demê de derketin û bi sedsalan ajot. Wê demê jî êlên îro li navenda Anadolê û Xorasanê û rojavayê Kurdistanê di bin fermandariya Eba de bûn. We demê jî wan hîn misilmantî nepejirandibûn. Zirara din jî ku ereban da Kurdan û qewmê arranîyan parçekirina ji alî olî vê bû. Kurdên misilmantî qebûl kirin û yên misilmantî qebûlnekiribûn bi sedsalan şerê hev kirin. Ew wek şerê Sersoran/(şîî)-Sunnîyan tê zanîn. Mirov dikarê bibejê ku vî şerî nêzikî 800-1000 salan ajot. Sedema dewletnebûna Kurdan ye herî mezin yek jî ewe… Di vê serdemê de bûyera herî girîng yek jî ewe ku di dema Harûn Reşît de Kurd ji Xorasan, Gîlanê û Mazenderanê anîn û ji Canîk-Samsûnê heta Edenê bi cîh kirin. Ew wek “mertalên Îslamê” bikar anîn! Ew yekemîn bicîhkirina Kurdên ji Xorasanê ye li rojavayê Kurdistanê. Piştî vê jî di dema hatina Tirkan de koçeka mezin tê Anadolê.

d- Turk kengî hatin Xoresanê: Liser hatina Tirkan lihevhatineke nûseran ya zelal nîne. Salên cûda cûda didin, lê mirov dikarê bibeje di navbera salên 1030-40 an de ye. Di vê serdême de jî gelek şer û pevçûn derdikevin û Kurd nikarin xwe li ber Tirkan bigrin. Piştî vê demê yekbûna sîyasîya Kurdên li navênda Xorasanê perçe dibe. Wek zend, federasyon û êl heryek li çara serê xwe digerê. Ji dora Behra Kesk gelek Kurd, serhêjmareka bê sinor, li sinorên bakûrê Kurdistanê kom dibin. Mirîtîyên Kurdê li bakûr rê nadin. Kurdên di dema ereban de hatibûn jî vê demê li rojavayê Anadolê mirîtîyên mîna Germîyanî avakiribûn… Bi hatina koça dûyemîn re li rojava û navenda Anadolê bi temamî bû mîrîtîyên Kurd. Tirk xwedî li van derdikevin û dibêjin dewletên Tirkin, lê ji kok de ne rastê. Bi vê re giredayî mirov dikarê bibejê ku miletê cara yekemîn Anadol feteh kirine Kurd in! Piştî vê koçê li rojavayê Anadolê mîrîtîyên mîna Germîyan, Qereman, Candar, Kayi (Osmanî), Dûlkadir û hwd derketin. Piranîya wan Kurd in. Ji bo vê ispat hene û di pirtûka min wê derkevê de gelek fireh hatiyê nivîsîn.Van Kurdan hîna jî misilmantî nepêjirandine. Tirkên bi wan re yan jî piştî wan tên bi alîkariya hêza misilmanan mirîtîyên Kurd yek û yek ji holê radikin û tên sinorê Kurdistanê. Ew jî dîrokeke dûr û dirêje. e- Zemanê sefewî û osmaniyan: Kurdên ji rojavayê Anadolê dîsa koç dikin û berê xwe didin Azerbeycan, Gîlan û Xorsanê ji dewleta Safevî re dibin bingeh. Mirov bibejê ew dewlet Kurdan damezirand jî raste. Lewra xanedana Sefawiyan û şêxê xwe yê pîroz Şêx Safî elDîn e. Jêdera derbarê wî de ya herî baş, “Safwat el-Safa” ya Îbnî Bazzaz Erdebîlî ye, ku di wir de vekirî dibêje ew Kurd in. li gora Bazzaz: Kalê Şêx Safî, Pîroz Şah Zarrîn-Kula (Zêrîn Kulah) di sedsala X an de bi êleke Kurd a mezin ve ji herêma Sîncar barkiriye Erdebîlê. Mamoste Mûstafa Wekîlev dibêje wan navê xwe ji êla Kurdê Sêvika girtin. Ne îhtîmaleke dûr e. Lewra êla Sêvika bi Safevîyan ve gelekî di navhev de ne. Zenda dinê Qeremanî ku li Anadolê dewlet

damezirandiye jî yek ji zenda damezrandina Safevîviyane û ew li dora salên 1470 ji Anadolê derketin û li dora Azerbeycanê ji vê dewletê re bûn bingeh. Qeremanî hîna jî li Xorasanê li dora bajarê Aşxanê bi heman navî dijîn; hinek jî koçberin û tenê Kurmancî dizanin… Piştî li rojava Osmanî, li rojhilat jî Safevî bi hêz bûn bi şûnde şerê şîîa/Sersor û Sunnîyan dest pêkir. Sersor wek faris xûya dikin, Osmanî jî wek Tirk lê di herdû alîyan de jî piranî Kurd in. şer him li ser axa Kurdistan pêk tên, him jî arteşa herdû alîyan jî ji Kurdan pêk tên. Ew jî koka hev dikolin. Ew di belgê Osmanîyan de sabît in. Eger mirov tenê nama Şerefxan Bedlîsî ji Yavûz re şandiye bixwîne, tê dîtin ku artêşa herdû alîyan jî bi piranî Kurd in. Vî şerî mala Kurdan şevitand û hêza Kurdan teva kir. Ew jî encama Îslamê bû. Piştî Osmanî bi hêz dibin êdî Kurdan bi darê zorê dişînin çolên ereban, heremên neyîn kontrol kirin. Kurdên nexwestine bikevin bin destên osmanîyan jî çûbûn rojhilat cem Şahên Safevî. Mîrhem Yîgît: Îro kes bar dike wir?. Şoreş Reşî: Na, ber eqsê wê, xelk ji wir bardikin. Lewra tiştekî xelkê bikinî wir nîne. Çiyayê tazî, coxrafyayeka hişk bê av û ji çandinîyê re kêm e. Lê xelkê wir koçî bajarên mîna Rê (Tehran) û Meşhedê dikin û li wan deran debara xwe dikin. Mîrhem Yîgît: Coxrafya eyaletê? Şoreş Reşî: Di destpêkê de jî min hinek qal kir, bi piranî çiyayî ye. Eger Xorasana îro em tarîf bikin rojhilatê we çiya û Afganîstan e. Bakûr dîsa çiyaye û Turkmenîstanê. Rojava heta Behra Kesk û Mazendaran dirêj dibe. Başûr jî Deştî Kevir e. Li başûr jî kolonîyên Kurdan hene, lê hema hema jîyan nîne. Lewra çol e û av tune. Ji bo çandinîye jî ne mûsaîte. Mîrhem Yîgît: Bajarên Kurdan yên eyaletê? Şoreş Reşî: Wek min got paytexta eyaletê Mehed e. Li rojhilatê Xorasanê, nêzikî sinorê Afganîstan bajarê Kurd

Seraks û Kelatê (Kelati Nadir).hene. Ber bi rojava mirov dikarê bajarên mîna Çinaran, Qoçan, Deregez, Bacgîran, Oxaz, Şîrvan, Bojnûrd, Aşxanê, Raz, Merava, Sebziwar û heta Gûrganê dirêj dibe. Rojavayê wir jî erdnîgarîya Gîlan destpêdike. Mîrhem Yîgît: Kurdên laynê? Şoreş Reşî: Laîn yan jî Layîn herêmeke; ji rojhilatê nava çiyayên Hezar Mecîd destpêdike heta Kelatê diçe. Herêmeke çiyayî ye û Kurdan di newalan de gund avakirine û jiyana xwe dom dikin. Kurdên wir êl û zendê xwe nizanin û tenê dibejin: “Em Laînî” ne. Wek tê zanîn berê li navênda Anadolê xelkêkî bi navê Luwî hebû, ne dûre ku heman xelk bê. Di jêderên osmanî de, di sala 1525 an li Semsûrê-Kolik e gundekî bi navê Laîn-Layîn tê dîtin. Piştî vê salê jî nûfûsa wan êdî êdî kêm dibe û ji qeyidan derdikevê. Ew jî îşareta koçkirina wane ji ber zilma osmanîyan. Kurdên ji wir rabûne ber bi rojhilat de çûn û dawî li Xorasanê bi cîh bûn. Mirovên xwîn germ, rûken û henek hezin. Tenê di hinek peyvan de mirov wan ji Kurdên din cûda dike. Wek mînak: Laînî “gîştik” dibêjin, Kurdên din dibêjin “kullî”. Çend peyvên bi vî awayî cûdabûna wan ya êlî didin xûyakirin. Li gora lêkolîna min gerek ew jî şaxêkî Reşîya bin… Şexsiyetên Xoresanê: a- Siyasetmedar: Sîyasetmedarê nas û derketine pêş nînin, ew jî bi sîstema dewlete ve giredayî ye. Dewlet naxwazê kesek dengê xwe bilind bike, yên bilind dikin jî tehdît dike yan jî dawejê zîndanê. Nivîskarê mezin Kelîmûllah Tewahûddî demekê hewl dayê ku Partîyekê ava bike û têkeve nava sîyaseta “mûxalîf”. Lê dewletê bi cezê zîndanê ew da sekinandin. Parlementerên herême jî kesên nezikî dewletê ne û zêde nikarin dengê xwe bilind bikin. Zêdê agahîya min jî tune. Lê sîyasetmedarên îlegal gelek in. Piranîya wan jî destbirakê PKK ne û evîndarê birêz Abdullah OCALAN in.

b- Denbêj: Her Kurdekî Xorasnê dengbêjek e. Tu miletê mîna Kurdên Xorasanê ku ji mûzikê hêzdikin û dengbêj in min nedîne. Di xwîna wan û di rûhê wan de mûsîk û sitranbêjî heye. Gelek dengbêjên wan yên nas mîna Hesen Qisawetî, H. Îbrahîm Barûyî, Apo Gencbexş, Aman Baxçixî û gelekên din hene. Bi hejmartinê naqedin.Yeke din jî hûnermendên wan yên taybet hene ku bê enstrûment deng-mûsîkê lêdexin ku gelek balkeşe .Dîsa dûtar û Qoşme dû enstrûmentên herêmî yên taybet in. Heta van salên dawî tenê muzîka herêmî dihate gotin. Lê bi tekîlîyan (pareke me jî tê de heye) û bi pêşketina TA re hûnermendê herême mûsîka Kurdistanê(bakûr) jî distiren. Hinek sitranê sivikê nêzikî mûsîka Xorasanê ji alî hunermêndê wir vê jî tên xwendin. Hûnermendê bakur li Xorasanê yê helî popûler Rotînda ye. Piştre Becken Breçt?, Canê, Şemdîn, Civan Haco û Kazo bûn. c- Romanivîs. Mixabin romanivîs nînin. Wêja nivîskî pir bi pêş neketîye, helbestvan hene, lê çîroknivîs û romanivîs nînin. Eger hebin jî min nasnekirine. Lê bi qasî min lêkolîn kiriye nînin. Nivîskarê herêmê yê helî mezin pismamê min Kelîmûllah Tevahûddî ye. Nêzikî 30 berhemên wî hene. Ji wan 7 cîld li ser dîroka Xorasanê ne. Kilamên kevn, çîrok û serpêhatîyên kevn komkiribûn. Mirov dikarê bibejê ku bi Kurdên wir ve çi tekîldar be li ser nivîsî ye. Ji alî aborî ve jî gelek zahmetîyan dikşîne, erdê xwe firotibû ku pirtûkan çap bike, alîkarîyê ji tu deran nastine û gelek berhemên wî hîn çapnekirîne. 2- Nifûs û firehiya coxrafya. Li gora Rafael Blaga dema Kurd çûne wir nifûsa wan sê milyon in. Hejmarekae mezin e.li gora nivîskarê herêmî Tewahuddî jî wê demê (1620) 45 000 malbat in, yanî nêzikî 225 000 mirov. Ew cûdabûn dikarê bi dema ew çûyî ve jî giredayî be: Yanî, eger mirov ji destpêka 1500 an de hesab bike sê milyon dikarê rast be. Ji bo ku şerên Iranê piranî li ser canê wan Kurdan bû. Bi taybet piştî ew li dora salên 1628 an

(Tewahûddî)li Xorasanê bicîh bûn (Bi dîtina min ew 1595 e) bi sedan car bi Ozbekan ve şer kirine û carna bajarên wan bi temamî ji alî Ozbekan ve ji holê rabûne (Meşhed) û hemî jîndar hatine kuştin. Ango gelek windahîyên wan çêbûne...Îro dibêjin di navbera 1,5-2 mîlyonan de ne. Bi dîtina min jî di navbera 1-1,5 mîlyonî de ne û 1600 gundên wan hene. 3- Zarava Bi giranî Kurmancî ye.Li Kelatê hinek Lor hene lê gelek kêm in.Yên dinê li Xorasanê bi temamî Kurmanc in.Lê li Gîlanê rewş tê gûhartin: Li wir sê çar zaravayên Kurdî hene. Kurmanc li dora Reşt e hene. Ew Kurmancana dûmahîyê mîrîtîya Dûlkadir in...Dîsa Hewraman, Şêxbizin (li Haymana jî hene)/Ler/Lor hene,Gîlekî,Talîşî, Mazenderanî û zimanê din hene. Ew herêm wek labaratûareke ziman û zaravan e. Hêvîdar im lêkolîner li ser van zarava û zimanan lêkolînên îlmî bikin û bawerim wê encamên gelek balkêş derkevin.Bi taybetî jî niqaşên li ser zimanê Medan dikarin li wir bersîvekê bibînin... 4- Bajarên Kurdan avakirine Ekrem Cemîl Paşa dinivisîne ku: “Key Tos (wek Diyako tê zanîn) di sala 715 an B.Z de li ser textê Medan rûnişt. Di van deman de firehiya Kurdistanê ji sînorê Hindîstanê digihîşt heya Derya Reş; ji Derya Kesk heya qeraxên derya Ûmmanê. Key Tos, bajarê Tos/Tûsê îro li Xorasanê ava kir.” Li bakûrê Xorasanê jî di serî de bajarên mîna Qoçan (Xebûşan), Şîrvan,Oxaz,Bicnûrd,Aşxanê û gelekên din ji alî Kurdan vê hatine damezirandin. 5- Êşîretên li Xoresanê Bi gîştî nêzikî 120 êl li Xorasanê hene. Piranîya wan û Kurdên li nava Anadolê û rojavayê Kurdistan heman êlin û hatinê parçêkirin. Wek mînak: Parçên ji zenda Reşîyan, li Xorasan, Xalxal, Qafkasya, Erzirûm, Dêrsîm, Meletî, Semsûr, Dîlok, Mereş, Çiyayê Kurmenc, Lazqîyê(Sûrîyê) û Anatoliya Navîn dikarî bibînî...Zend û êlên herî zêde têne

nasîn evin: Çemîşkezek, Şadî, Milan, Reşî, Berazî, Canbegî, Qereçorî, Sêvika, Xelika, Kawî û gelekên din in. 6- Xoresanî û tevgerarizgarîxwazî Di nava xelkê wir de hêstê netewî pir bi pêş neketiye lê bi Kurdbûna xwe serbilin din û rihekî paqijî Kurdîtîyê li cem wan heye. Tu serê wan jî jêkî ji Kurdbûna xwe gavekê jî bi paşde navêjin. Di aliyê netewî û parçên din de zanyarî zedê nîne. Lê ew di salên dawî de hatiyê şikandin. Berê jî min dîyar kiribû ku ji Medan vir de cara dûyêmîne ku sinûrên Kurd, rûhê netewî û êvîna Kurdbûnê bi saya PKK bilind, fireh û kûr bûye. Sala 2001 an de dema ez çûm min dît ku PKK wek damarên di laşê mirov de, qenalên Kurdên Xorasanê jî vekiribûn. Ew qoda reşa Kurdan hatibû vekirin û tekîlî çêbibûn. Heta ji nav Kurdên Xoresanê 20-30 gerîlla jî derketibûn. 2003 an de çûm, min dît ku ew evîn, girêdan û rûhê azadîxwaz li wir dû-sê qat zêde bibû. Wêneyên birêz Ocalan li vî Welatî jî qedexebûn lê Kurdên Xorasanê bê tirs li qûncikên malên xwe xistibûn. Rojekê ez bi kalekî re diaxifîm, kalê got:”Rojekê Mêhdî yê bê û me rizgar bike” min got Mehdî kîye? Got: “Serok Ocalan!” Ez matmayî mabûm û min bi gûhên xwe bawer nedikir. Mirov dikarê bibêje ku pêşketinên mezin li wir pêk hatine û PKK ew xelkê me jî kiriye xizmeta netewa Kurd. 7- Rewşa kulturê û çalakiyên kulturî. Rewşa kulturê ne başe, tenê Tewahûddî xizmeteke bê hempa daye; xwendevanên zanko jî kovareka bi navê “Kurmanj” û “Dengê Kurmanc” derdixistin. Hinek şaîran pirtûkên helbestan nivîsîbûn. Lê ne şaşbim ji salê carekê cejna kulturî ya mezin li dar dixin. Giranî muzîk be jî her cûreyên kulturî li wir têne pêşkeşkirin. Sedema pêşneketina çandê yek nezanî ye, ku li wir zêde girîngîyê nadin dibistanê. Ya din jî aborî ye. Aborîya xelkê gelek xirabe û ew jî astengeke mezine li pêşiya pêşketina çande.

8- Huner û edebiyat Mirov dikarê bibejê ku mixabin wêje qet nîne. Hûnera musîkê pir e, lê ew jî ne li ser esasên nûjen û îlmî ye.Bi amatorî tê meşandin. Stûdyoke muzîkê jî bi pêş bixe jî nîne, yan jî yên hene gelekî amatorin. Lê hûnera xalîçe û dest kirarîyan baş e. li cûreyên din yên hûnerê jî qet rast nehatim.Hûnera herî pêşketî helbest e. Gelek helbestvan hene, hinek ji wan: Hîwa Sîpahî (Dû pirtûk çap kirine), Apo Hûseyîn G. Bexş, Mehdî Resûlî, Hûseyînê Şêxan, Îsmaîl Pûr, Maîdê Îzan û gelekên din. 9- Rola muzîkê û hezkirina muzîkê Tê gotin ku gelekî hez ji muzîkê dikin. Di destpêkê de jî min gotibû ku tu milet mîna Kurdên Xorasanê ku ji musîkê hez dikin tune. Di xwîna wan de notayên mûsîkê mirov dikare bibîne...Ji bo wê jî çanda devkî gelekî bi pêşketiye. Di van salên dawî de, li wir jî di vê beşê de safîbûyînek tê dîtin: Xeynî hûnermedên wek kar û karîyer dibînin, hûnermendên netewî yên dixwazin muzîka herêmê bi ya Kurdistana mezin ve bikin yek jî derdikevin. Ji wana hûnermedê herî li pêş Amman Kurdistanî (Baxçixî) ye. Sitranên ji Welêt bi devoka Xorasanê dixwendin û digot:”Musîk ji bo min pira netewî bûnê ye û gerek di xizmeta nêzikbûna di navbera parçan de rola xwe bilîze.” 10- Helbesteke wan bixwîn Kurdên Xorasanê xwedî hestên bilin din. Hûnermendin, şaîr in, pir hîsî û dilzîz in. Dikarin li ser hertiştî helbestan binîvîsîn. Bi taybetî li ser evîn, xweza, mêranî û şer; di salên dawî de helbestên sîyasî û netewî jî dinîvîsînin. Yek ji wan jî birez Îsmaîl Pûr e, wiha dixwend: “ Sorgula li ser jorî min her bijî Son dixwe Dîyabekir û Agirî Hestirên bê warî av vekirin Rojek bime terim ser warên xwe Hildigrim ji tacîran parê xwe

Bese bê warî, bese bê şunî ….. Ji bo birêz Ocalan jî wiha digot: Bahar hat ku tu tunebûyî Wê bîrê te gul dayê Dilanî seva te gurse gurz Navî te pirsdikin kanî Ke tu hilgirtî ji çîyan Malik li Kurdan danî erdî bi wê panatiyê Qeyret nekir te dagrê Lehnet li wê bê wariya Ke heqê me kiriyê pari Tu ne firrî, ne erde jî Şaxa xwe bê hêlîn kirin Geryayî geryayî Apo can Derdê te gîştik dîn kirin Derdî ji te dûr Apo can Bune dilî ku dilerizinî Avrû daye ji me tarîxê Em ji tarîxê dizinî Wan baharên bê heşin manî ........................... i eyelata li başûrê Behra Kesk re tê gotin. Herêmekae çiyayî ye, şiliye û bi mije. Ji bo çandinî hema hema erd nîne. Gund hemî li kêleka newalan hatine awakirin. Gelek caran jî mixabin erdhej wan ji holê radike. Nêzikî Reştê, li gundên Kurmancan erdhêj bibû, girekî (çiya) mezin ji nêvî de hatibû xwarê û çar gûnd daqûrtandibûn. Hîna jî bi çavên vekirî şopa wan xûya dibû. Xelkê wir beşek ji wan heywanan bixwedî dikin. Kurmancên wir, ji bo ku êrîşên Rûsan bidin rawestandin ji alî dewletê (Şah Ebbas) ve, piştre ji Xorasanê anînê wir. Bi gîştî 2000 mal bûne. Di şerê bi Rûsan re serkeftîbûne û ew sekinanadine û ji wê axê derxistine. Ew xwe wek “Emar-lû û

Reş-(î)-wanlû” bi nav dikin. Wekî min gotî êlên ji mîrîtîya Dûlkadir mane û Reşî ne. Xwedî dîrokeke dûr û dirêj in, di pirtûka min de hun dikarin bixwînin. Li vê herêmê Kurdên zaravaaxifên din jî hene. Wekî Hewraman, Ler/Lor û Şêxbizinî, lê mixabin min nikarî herim wir. Cîhekî stratejîke û ji her zaravaaxiv ku ji ber zilmê revîyayîne re bûye keleh. Talîşî û kêmnetewên din jî hene, bê gûman cîhekî pêdivîya xwe bi lêkolînên zanistî-lîngûîstîk heye. Bi taybetî jî kêm netewên derweyî Kurdan têne nîşandan jî li gora texmînên min Kurd in...Wek Şêxbizinê li Anadolê bi navekî din li wir dijin... Xorasan me got koda Kurdan ya reş e; Gîlan jî kodeke di nava vê kodê de ye...Mirov dikare bibêje bi kesî re tû tekîlîyên xwe tune ne. Mumkûne li raydyoyên îranê tenê gûhdarî dikin. Dema min dîtin şaş bûm ku ewqeas bi tene û bê tekîlî mane. 11- Rewşa aborî. Gelek xirab e. Çandinî nîne, lewra erd û av kêm e. Hinek malbat bi xwedîkirina pez û darên meywe û dewaran xwe bi xwedî dikin. Lê ew jî zikê kesî têr nake. Ji alî aborî ve devletê ew dorpêç kirine, tenê mizgeftên nûjen avakirine... Ne fabrîke ne jî tiştekî xelk pê zikê xwe têr bike ava nekiriye. Rîya ji xelkê re vekirî jî Tiryaq e !!! Ji Afganîstanê gelek tiryaq tê, xelk kom bi kom bûne mûptela; zarok jî êdî bi kar tînin û li hinek deveran gund bi temamî bi kar tînin. Êdî wek şermekê jî naye dîtin, bervaja cixare şerm e! Ew jî polîtîka dewletê ya li hember însanên me ye û bi vî awayî dixwaze wan ji hêzê bixe. 12- Projeyên te. Proje gelek in; niha pirtûkeke min bi navê “Ji Anatoliya Navîn-Serpêhatîyên Dîrokî” li ber çapê ye. Pirtûkeke ji dû cildan a bi navê “Dîroka Kurdên Koçber-Xorasan, Anatoliya Navîn, Sûrîye û Rûsya” amade ye û eger em pirsgirekên fînansê bikaribin çareser bikinin em dê di nava mehekê de bikaribin çap bikin. Yek li ser “Henekên Anadolê”, yek li ser

“Kilamên Anadolê”, yek li ser “Çîrokên Anadol û Xorasan” hazir in. Pirtûka K. Tewahûddî ya li ser “Stranên Xorasan” min tercûme kiriye û hazirve. Wekî din jî gelek xebat hene. Bi Swêdî pirtûkekê dinivîsîm; Min dest bi nivîsandina romaneke Kurdî jî kiriye...

Dr. Husêynê Xelîqî

Mîrhem Yîgît: Doktor em di meha damezrandina Komara Kurdistan de, ango di meha Çile de ne. Vaye salvegera 62 an jî hat. Berî bi 62 salan li meydana Çarçira Pêşewa Qazî, Komara Kurdîstan îlan kir. Di dîroka Kurdan de cihê vê rojê, deng, olan û hêza wê, bandêra wê li ser salên piştî xwe di nav Kurdan de tê zanîn. Îlana Komarê li ser asteke berz bilaşûgewdbûna kiyaneke neteweyî ye, yan na? Dr. Huseynê Xelîqî: Helbet. Bê goman. Ji awura ramana neteweyî îlana Komarê nîşana asteke berz e. Kurt be jî xewnên Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî dibin rastî, dikevin jiyanê. Kiyaneke Kurdî, êdî ne bi tenê daxwaz û niyazek e. Bi îlanê re dibe bûyereke dîrokî. Hezar û sedhezar vê dijîn, bi çavên serê xwe dibînin. Li perçên din Kurd pê dihesin. Welatên der û dor, cîran û cîhan dibhîze. Kurd serbilind in. Bi çavekî din li xwe û li cîhanê dinerin. Bahweriya ku “em ne kêmî kesekî ne, vaye em jî dibin xwediyê desthelatdarî û dewleta xwe”, bela dibe, serdest û degel dibe. Mîrhem Yîgît: Ev raman çawa gihişte vir, ji ku kete rê, çavavêtinek wê çawa be? Dr. Huseynê Xelîqî: Fikra neteweyî berî komarê heye. Bi taybetî di nav baskê xwenda û rewşenbîr de. Ev jî ji Ewropa di ser Rûsya, Kafkasya û Stenbolê re bi riya balyozên Iran û

Tirkiye, rewşenbîr û mirovên xwenda dikeve Tirkiye, Iran û tê Kurdistan. Musteşarul Dewle yek ji wan kesên navdar e ku fikrên rojavayî tîne Iran. Ev dîplomat demekê li Tiflîsê, li Firansa û li Elmanya sefîrtiya Iranê kiriye. Beşek ji qanûnên Firensa, bi taybetî ew beşê girêdayê mafê welatiyan wergerandiye Farisî. Ev damarek e. Damareke din ku fikra neteweyî û meylên demokratîk pişta xwe daninê, wek serçavî û kaniyekê bikar anîne, sosyaldemokrasiya Rûs û kafkasyayî ye. Fikir di cihê xwe de nasekinin, digerin, sînoran diqevêzin. Li her cihê ji bo wan teleb û hewcedarî heye xwe digrin. Fikrên dihatin Iran ne bi tenê Faris, belê gelên din jî wek Kurd, Azerî, Ermenî, Belûc û hwd. dixistin bin bandêra xwe, dehfî nav lêgerînan dikirin. Li bajarên mîna Kirmanşan, Urmiye û Tebriz, Isfehan û Meşhed kovar derketin. Li Tebrîz û li Meşhedê Partiyên Sosyal Demokrat çêbûn. Ev aliyek bû. Mîrhem Yîgît: Aliyê din ? Dr. Huseynê Xelîqî: Rejîmê Riza Şah û hewlên sentiralîzekirina siyasetê, kulturê û pilanên helandina 6 neteweyên li Iran di nav tevahiyek nû de jî, aliyê din e. Siyaseta merkezîkirina heralî, asimîlekirina xelk û gelên ne Faris, ku modelê Mistefa Kemal wek nimûne hatibû girtin, di nav gelên Iran û bi taybetî, di nav Kurdan de jî reaksiyonek çêkir, meylên neteweyî han dan, hişyar kirin. Li Kurdistanê bi taybetî li bajarê Mehabadê di nav xwenda û ronakbîran de lebata neteweyî çend salan berî îlana Komarê dest pê kiriye. Ev meyil û lebat berî Jêkaf jî bê damezrandin heye. Ev raman bi Jêkaf û bi Hizba Demokrata Kurdistan û dawî jî bi Komarê re derkete asteke berz, asta kiyanke neteweyî. Komara Kurdistan di esil û bingehê xwe de, tîrêjek bû, stêrek bû di ezmanê netewî yê Kurdistan de. Mixabîn temenê wê kurt bû. Heger em tiştên me gotin komî ser hev bikin wuha mimkun e: Nasyonalîzma Kurdî bi wateya xwe ya hemdem wek fikir,

wek wêje li Stenbolê dest pê kiriye. Mebesta me li vir Hecî Qadirê Qoyî û helbestên wî ne. Nasyonalîzim, di wateya avakirina dewleteke Kurdî de, di wateya Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin û hikûmeteke neteweyî ava bikin de, di zemanê Hecî Qadirê Koyî de dest pê dike. Di wateya kiyaneke neteweyî de ku xelk bi riya demokrasiyê, bi riya niwênerayetiyê çarenûsa xwe bigre destên xwe, dewlet niwênerê xelkê be, wate, netewe serçaviya qanûnê be, li wur dest pêkir. Ev hest û raman, di hejmarek qonaxên piştre de bi taybetî di qonaxa raperîna Araratê û di zemanê Komarê de derkete qonaxeke berztir ku tê de ev dewleta dikeve 62 mîn sala xwe bi laş û gewd bû. Mîrhem Yîgît: Hokarên kerî giring yên serneketina Komara Kurdistan? Dr. Huseynê Xelîqî: Faktor durehî, derveyî û hundurînî ne: Şert û mercên serdema Şerê Cîhanî, valahiya di desthelatdariya navendî de li Iran hatibû pê û çêbûna komarên Azerbeycan û Kurdistan wek encamên van faktoran. Ev aliyek e. Sovyet û Ingilîstan ketibûn Iranê. Ingilîstan li başûr û Sovyet jî li bakurêrojavayê Iranê serdest bûn. Mebestên herdû aliyan jî ne alîkariya Kurdan bû. Ew bi şêweyekî katî û ji bo demekê ketibûn Iranê da ku hinek tiştan bi Iranê bidin qebûlkirin. Ji xwe Sovyet hê ji destpêkê de bi Qewam Seltene re li hevkiribû ku bi şertê hinek imtiyazên petrolê bigre, ew dê zêde di Iranê de nemîne, ew dê xwe bi şûnde bikşîne. Ingilistan û Emerîka jî nedixwestin li welatekî di bin destên wan de, koloniya wan, du nimûneyên komarên demokratîk hebin. Bervaja giş çekên xwe yên di zemanê şerê Cîhanî de piştî ku ji Iran derketin bi dû xwe de ji Iran re hiştin û piştgirî dan Iran. Iran han dan, da ku herdû komaran hilweşîne. Komara Azerbeycan bi hêza xwe çend caran li komara Kurdistan bû, şikest. Li Tebrîzê li dora 15-20 hezar mirov hate kuştin. Li Mehabad jî yan wê Kurdan li ber xwe bida û

şer dewam bikira yan jî wek ku kirin wê bikirana ku encam îro piştî ewqas sal di ser Komarê re derbas dibe tê zanîn. Ku Komarê jiyana xwe ji dest da. Heger em bên ser hokar û egerên navxweyî. Pirsgireka herî bingehîn kemasiya "yekîtîyê” û berberiya di navbera serokên Kurdan de jî pir tûnd bû. Sê serokên eşîran hatibûn hemberî hev. Ji eşîra Debokiyan Emîr Esad, ji Manguran Evdile Beyazîdî û ji Mameşan Qaranî. Belê, komarên ku di encama faktorên derve de hatin pê, bingehê wan yê neteweyî ne xwurt bû. Balixbûn û têgihiştina xelkê ne di asteke wuha de bû ku li komara xwe xwedî derkevin û ji bo parastina wê ji bo fedekariya tê xwestin amade bin. Ne di asteke wuha de bûn ku kiyanê neteweyî biparêzin. Ya rast di nav beşek ji rewşenbîran de fikra neteweyî hebû, belê xwe zêde berneda bû nav xelkê. Sîstemê derebegayetî zal bû. Helwestê gel girêdayê helwestê mirovên derebeg bû. Derebegan piştgiriya komarê bikira wan jî dikir, nekira wan jî nedikir. Bi gotineke vekirîtir bîr û rayeke xweser ya xelkê tunebû. Bajar jî bi derebeg û bi berjewendên xwe re bûn. Heta li Kurdistan desthelatdariya dewletê nemabû wan jî dengê xwe dernexist. Di bin re jî hinek ji wan bi dewletê re bûn. Hinek jî li bendeyî encamê bû. Heger Komar bi serkeve ew jî berjewendên xwe bi riya komarê garantî bikin. Beşê alîgir jî ne bi îman û bi bahwerî bi Komara Kurdistan re bû. Bingeh û riknê komarê ji awura komelayetî û piştgiriya neteweyî lewaz bû, sist û ne pihêt bû. Mîrhem Yîgît: Rewşa bajaran çawa bû? Dr. Huseynê Xelîqî: Di coxrafya piştgir de bajarên hebûn jî ne mezin bûn. Bajarê nisbeten mezin Urmiye bû. Li Urmiye jî ne bi tenê Kurd belê azerî û gelên din hebûn. Ya din Komara Kurdistan ji Saqiz û berjêrtir daneket. Heger Komara Kurdistan bigihişta Kirmanşan, Sine û Ilam û bajarên din yên

mezin û ber bi başûrê Kurdistana Rojhilat de daketibûya, bê goman wê piştgiriya xelkê zêdetir bûya. Coxrafya piştgiriya Komara Kurdsitan teng bû. Di vê coxrafya teng de jî mirov Urmiye li aliyekî bihêle ku ew jî ne bi temamî Kurd bû, bajarên mayî; Mehabad, Pîranşar, Bokan û Hwd. ji bajaran zêdetir mîna gundên mezin bûn. Hê bajarvanî, bazirganî û tiştên bajarekî dikin bajar pêknehatibûn. Ji ber ku rola faktor, jiyan û damarên aborî, kulturî, bazirganî ku bajarekî dikin bajar di avabûna navendên siyasî û sentiralîzebûna siyasetê de mezin e. Mîrhem Yîgît: Di destên me de istatîstîk tune ne. Navenda Komarê Mehabad bû. Nifûsa Mehabad li dora 15 hezaran bû. Gelo di vê coxrafya we binav kir de, ji sedî çendê Kurdan li gel Komarê bû? Dr. Huseynê Xelîqî: Li der û dora Mehabad, Saqiz û heta bi Urmiyê jî nedighişt ji % 30. dibe ku 500 hezar kesek ji 3 milyonan li gel bûbe. Mîrhem Yîgît: Em bên ser hewlên Qadî Mihemed ji bo rakirina xîlafên navxweyî, ev hewil çendî serketî bûn? Dr. Huseynê Xelîqî: Xîlafên di nav eşîrên Kurdan û bi taybetî di nav malbatên Mehabadê de li ser rêveberiya Mehabadê, li ser meznahiya Mehabadê û kî li Mehabadê rêvebir be bi serê aliyekî din yê pirsgirêkên navxweyî ne. Dewleta Iran jî van nakokiyan çendî ji dest tê bikar tîne. Wek nimûne Emîr Esad ku dijberê Qadî Mihemd e, vedixwîne Tehranê. Pêşniyaza wî wek rêvebirê Mehabadê dipejirîne, wî weke walî û fermandarê Mehabadê tayîn dike. Emîr Esad bi tirembêleke dewletê û gelek diravan vedigere Mehabadê. Qazî Muhemed diçe Tehranê û vê yekê protesto dike. Emîr Esad dike û nake, nikare desthilatiya xwe li Mehabad damezrîne. Ji ber ku ji gelê Mehbadê piştgiriyê nagre. Naçar dibe ku heyva Tebaxa 1942 an îstîfa bike.

Xanedanên nav Mehabad û dewr û berên bajêr di aliyê aborî de hêz bûn. Xwedanmilk bûn. Van kesan berdewam dixwestin serdest bin. Pişta xwe didan Tehranê. Li hesabê wan nedihat ku kesekî mîna Qazî ku bi gotinên wan “melayek bû, mamostayekî ayînî bû “ hikum li bajêr bike. Bi gotinên wan şerm bû ku serê xwe ji zendikdirêjekî re, ji melayekî re deynin, jê re temene bibin. Debukrî û Mungirî û hejmarek eşîr û ezbetên din ku di serokayetiya Mehabadê de xwedî cîh bûn, berdewam pirsgirêk derdixistin. Qazî Mihemed jî ji bo van pirsgirêkan çareser bike gelekî kar kir û xebitî Ji bo hewlên Qazî gelek niûneyên bi ispat û pratîk hene. Ya ewil Qazî ji bo garantîkirina ewlekariya Mehabad xebitiye. Ji ber ku bi kêmanî salê carekê van xanedan û serdestên li der û dora bajêr Mehabad talan dikirin, davêtin ser bajêr û didane nav piyan. Ya din qazî hewil dida wan razî bike da ku dev ji şerê nav xwe berdin û bi hev re bibin yek. Qazî dûrbîn û şareza bû. Giş nifûza xwe ya manewî û hezirina beramber xwe di nav gel de ji bo selameta bajêr û yekîtiya nav Kurdan bikar dianî. Heta di vî alî de gelek anekdot hene. Di nav xelkê de tê gotin ku rojekê Qazî axe û serokeşîrên navçê li dîwanxaneyekê dicivîne, tîne ba hev. Hejmara wan li gora tê gotin 15 -16 kes bûn. Qazî jî rabûye bi qasî hejmara axe û derebegan çay xistine destên hejmarek kes û van kesan bi hev re çayên mêvanan dane destên wan. Dema axe sebebên vê çayîkramkirinê dipirsin bersiva Qazî wuha ye: ji ber ku kes ji we nebêje çaya ewil neda min, da filankes. Me çay bi hev re li ber we gişan danîn. Da ku yek li yê din nenêre û nebêje çima çaya ewil li ber wî danîn û ne li ber min. Mîrhem Yîgît: Balkêş e, belê li ser sosyolojiya mirovê Kurd, karekter û exlaqê mirovê Kurd jî tiştên kesî negotine dibêje. Em çavekî bavêjin pêwendiyên Ingilîz û Qazî. Qazî bi kêmanî du caran bi xwe û çend caran jî îndîrekt hewil dide bi Ingilîzan re têkiliyekê çêbike

belê Ingilîz xwe nadin ber têkiliyan, xwe dûr digrin ji Kurdan, sebeb? Dr. Huseynê Xelîqî: Bi du delîlan Ingilîz neamade ne, ne bi têkiliyan re ne. Ya ewil nedixwestin ku li Iran kiyaneke Kurdî bê pê. Ji ber ku berî wê tecrûbeyeke wan hebû bi Kurdan re. Ew tecrûbe jî ne bi dilê wan bû. Nav wan û Şêx Mehmûd gelek caran nexweş bûbû. Nexweşî heta bi şer hilkişiyabû. Ingilîzan çend caran Şêx Mehmûd sorgonî Hindistanê kiribûn. Vê jî bi xwe re li ba Ingilîzan bîrewerî û azmûneke xerab çêkiribû li ser Kurdan. Wan jî nexwestiye ku Kurd bibin xwediyê desthelatdariyeke siyasî. Ya din pêwendiyên Qazî li gel Sovyet û bihêzbûna Kurdan li navça xwe jî ne bi dilê Ingilîzan bû. Ji bo ku têkiliyên Kurdan bi Sovyet re xerab bikin, Kurdan ji Sovyet sar bikin, di bin re hinek dayin û standin kirine bi Kurdan re, belê ev jî nebûne belge û nehiştine tu binaşe û şop bimîne jê. Belê, helwestê Ingilîzan ne li xêra Kurdan e. Ji xwe ne bi tuwî piştî serdana Baku û rûniştina yekemîn ya bi Bakirov re, Ingilîzan ji bo vê hevdîtin û rûniştina bi niwênerên Sovyet re li Azerbeycan, Sovyet bi notayekê protesto kirin. Dijayetiya Kurdan ji aliyê Ingilîzan bênavcî ye, virde û wêde nas nake. Hem bi xwe bi Kurdan re pêwendiyan nagre û hem jî li dijê têkiliyên bi Sovyetan re ye. Ev helwestê bi temamî dijber e. Belê, li gora Ingilîzan gerek kes alîkariyê nede Kurdan, gerek kes destên xwe nede wan. – Ji heman awurê divê mirov li pêwendiyên Ingilîzan û helwestê wan beramber Kurdistana bakur jî binere. Ew ne bi tenê ji bo Kurdên Rojhilat belê ji bo Kurdên giş perçan nerênî ne, xêra Kurdan naxwazin. Cardî ev helewestê Ingilîzan e ku bi temamî li dijê Kurdan xwe da aliyê Ataturk. Helbet faktorekî din jî hebû ji bo vê. Ew jî ew bû ku dewleta Ingilîz dixwest Ataturk ji Sovyet û ji Lenin dûr bike. Ev naye wateya ku ingilîz ji dîktatoriya Ataturk bêxeber bû yan jî nizanîbû ku mafê Kurdan heye. Belê ev û pirr tiştên din jî zanîbûn. Ne ev bi tenê Ingilîzan ji bo serkurtkirina Kurdan, Firensî jî li Kurdan sor kirin. Ev

helwestê Ingilizan kevin e, heta bi zemanê Şêx Seîd û salên hê berêtir dire. Mîrhem Yîgît: Doktor pêwendiya vî helwestê Ingilîzan bi wê re tunebe ku berdewam bi xelkên jêrdest re wek dewleteke kolonyalîst di nav şer de bûn? Dr. Huseynê Xelîqî: Raste, wuha ye. Ingilizan berdewam gelên bindest û jêrdestên xwe berdane hev. Ingilistan li Hindê, li Rojhilata Navîn, li Misrê, li Sûdanê û gelek cihên din berdewam li dijê meylên demokrat, wekhevîxwaz, çep û ne bi dewletê re tim di êrîşê de bûn. Îslamiya siyasî çêdikir, Ixwanilmislimîn han dida. Ji bo karên wuha pere beladikirin. Bi sedan pilan dolab digerandin. Mîrhem Yîgît: Em bên ser têkiliyên Mehabad û Sovyet: heger mirov bi Ingilîzan re berhev bike Sovyet alîkariyek daye Mehabad. Çek daye, çepxane daye. Ji bo perwerdekirina artêşa Kurd pispor şandine Kurdistanê. Ev alîkariya xwe jî vekirî û berçav kiriye, bi nehênî û sergirtî nekiriye. Mebesta Sovyet çi bû ji vê alîkariyê û van têkiliyan ? Dr. Huseynê Xelîqî: Girêdayê rewşa Komarên Azerbecan û Kurdistan hinek behsa hinek tişt û faktor dikin ku Sovyet komarên Kurdistan û Azerbeycan ava kirin da ku van komaran wek faktorekî zextê li dijê Iran bikar bîne da ku imtiyaza derxistina petrola bakur ya Derya Xezarê ji Iranê bistîne. Bi gomana min ev hinekî nîqaşê dixwaze. Ji ber ku zemîna van herdû komaran bi taybetî komara Kurdistan çar salan li pêş ragihandina Komara Kurdistan hebû. Yanî hê di destpêka şer de îmkanek wuha çêbû bû. Gelê Kurdistan bi rêberiya Qazî Mihemed û bîrewerên gelê Kurd ku Komela Jêkaf pêkanîbûn, ne bi tenê difikirin li beşê Rojhilat, belê li giş Kurdistan kiyaneke neteweyî ava bikin. Ya rast Sovyet ne wê demê li gel kiyaneke Kurdî bû û ne jî îro li gel e. Sovyet

bernameya rêxistina Jêkaf guhert. Ji Kurdistaneke serbixwe daxiste bernameyeke otonomîxwaz. Mîrhem Yîgît: Di dema vê guhertinê de, di nav Jêkaf de tu nîqaş derneket. ? Dr. Husêynê Xelîqî: Delîlên hevalbendên vê guhertinê ew bû ku şert û mercên navneteweyî rê nadin kiyaneke neteweyî û giştî. Wan digot, em li vê navçeya ku îmkan çêbûye kiyanekê ava bikin, bila ev bibe semboleke neteweyî. Bi vî awayî komara otonom kete şûna komara giştî û serxwebûnxwaz. Delîlên wan ew bû ku bakurê Kurdistan ne bi te re ye, başûr ne li aliyê te ye... dibe ku tiştekî wuha di zemanê Şêx Ubeydullahê nehrî mikun bûya. Li gora rêvebirên Hizba Demokrat û beşek ji yên Jêkaf bernamaya Jêkaf ne realîst bû. Ya din jî wuha difikirrîn ku Sovyet ne bi kiyaneke siyasî re ye li giş Kurdistan. Ingiliz nahêle, Emerîka nahêle, hêzên hawpeyman nahêlin. Mîrhem Yîgît: Teqrîben wek îro. Dr. Huseynê Xelîqî: Belê. Mîrhem Yîgît: Partî avabû, piştre di 11 ê sibatê de hikûmet hate damezrandin. Hikûmet ji 14 wezîran dihate pê. Di nav van wezîran de çend ji Jêkaf bûn, yan jî wuha bêjin ji Jêkaf çi derbasî hikûmeta nû û serokayetiya partiya nû bû ? Dr. Huseynê Xelîqî: Kêm, gelek kêm bûn Mîrhem Yîgît: Jêkaf ronakbîrên mehabad bûn? Dr. Husêynê Xelîqî: Belê. Berî Jêkaf Komelaya Azadî û Rizgarîxwazî Kurdistan hebû. Sê-çar kes bûn. Mîrhem Yîgît: Teqrîben çi sal? Dr. Huseynê Xelîqî: Berî şer dest pê bike hebû, hê di zemanê Rizaa Şah de bû. Hikûmeta Riza Şah zanîbû bi wan, yek ji wan reviya Elmanya. Mîrhem Yîgît: Navê kesî ji wan tê bîra te?

Dr. Huseynê Xelîqî: Heger ne şaş bim navê wî Elî Zendî ye, bavê jina Hesen Zîrek medya Zendî ye. Dudwên din jî yek ji wan bi navê Mitelib bû, yên din jî navê wî navyê bîra min. ji Kurdsitan hatin bidûrxistin. Dema şer dest pê kir hatin vegeriyan Kurdistan û Jêkaf damezrandin, salek du sal berî Jêkaf bû. Nîqaş çêbû di anv wan de li ser navê rêxistinê: rêxistin bi navê berê bimîne, kar bike, yan navê xwe binû vebike. Di encamê de li ser navê Jêkaf li hev kirin. Wa xwiya ye ev kes ji Kurdistanê ne û têra xwe bi biryar in. Dema Riza Şah dikeve vedigerin welat û xebata xwe ji cihê mayî dewam dikin. Jêkafa nû hayê wê ji Qazî Mihemed û nifûza wî hebû û her wuha bi niştîmanperwriya wî zanîbû, pê bahwer bû, gelekî xebat kirin da ku Qazî bikin endamê Jêkaf. Hejmarek biçûk bûn. Yek ji wan Zebihî bû. Erkên wî di zemanê komarê de berpirsiyariya çapxanê bû. Mîrhem Yîgît: Piştî 63 salan rewşa Kurdistan? Qazî xwe nesparta Iran û şer dewam bikiriba wê çi bibûya? Dr. Huseynê Xelîqî: Du tişt dihate pêş. Ya yekê şer wê bûbûya şerê partîzanî. Hêza Kurdan ji eşîran dihate pê. Gelek ji wan bi deweltê re bûn wê hejamrek biçûk bimaya bi pêşewa re. Ya din pêşewa ne li gel şer bû, kesekî nerm û insanî bû û ne li aliyê xwînriştin û kuştinê bû. Ew hêza wî û bahweriya wî tunebû ku şerekî partîzanî bike. Mîrhem Yîgît: Nişqaş bû? Dr. Huseynê Xelîqî: Belê hinekan gotin em şer bikin, di nav hêzên leşkerî de alîgirê şer hebûn. Berzanî jî amade bû. Qazî li Mizgefta Ebas Axa civînek kir bi gel re / ev der meqerê civînan e, balkêşe hê camî qerergah e/ xelk kom kir. Ji xelkê re got Tebrêz hatiye girtin, 10-15 hezar kes hatiye kuştin. Ew leşker wê bê Mehabad jî, wê şer derkeve, Mehabad xwe li ber topan û bobebaranên mezin nagre. Hun çi dibêjin, em çi bikin hun çi dibêjin xelkê piştgiriya şer nekir.

Mîrhem Yîgît: Heger piştgiriya şer bibûya biryar, qazî wê şer bikra. Dr. Huseynê Xelîqî: Ez bahwer nakim, bi bahweriya min na. Belê serfermandarên şer bikiribana hebûn. Dibû qazî jî li pey wan bisekiniya. Wê wextê iran jî bihêz nebû. Mîrhem Yîgît: Şer berdewambûya Dr. Huseynê Xelîqî: Şer bi sernediket. Ingilizan piştgiriya Iraqê dikirin, berzanî jî nikarîbû ji başûr alîkariyekê bigre. Ataturk jî ji aliyê xwe dijber bû. Ataturk sînor girtibûn, Azerbeycan ketibû, jêra Kurdsitan jî di binya Mehabadê re ne bi şer re û ne bi şoreşê re bû. Dibe ku şer çend salên din jî dewam bikira, belê di akamê de wê bişkesta... Di dema Dr. Qasim Lo de jî doktor digot bajar û gundên me tehemula bombebaranên deweltê nakin, em divê bi aştî li gel komara îslamê biguncin û li riyên çareseriyê bigerin. Yanî heger Komara Îslamê xwe bidabaya ebr titştekî doktor şer nedikir. Encamên şikestineke wuha ku li aliyekî komareke Kurdî çêdibe, alaya Kurdî ber ezman dibe, coş û xiroşek xoş çêdibe û hestên neteweyî derdikevin asteke berz, berztirinn ast û ji nifşekê de komar dikeve bandêra psîkolojîk, li ser gel û welat, pskolojiya xelkê. Xelk bêhêvî dibe, hêviya wî dimre , viz dibe, demeke dirêj pişta xwe rast nekir, gelek kesan dev ji şoreşê berda, fikra ku Kurda nikare tiştekî bike û careke din jî partiyekê çêbike. Gelek derbeder bûn, pekiyan parçên Kurdistan û metrepolan, derbeyeke mezin ya rûhî bû. Heger reaksiyon û dijayetiyeke nisbî hebûya ji bo ku Qazî îdam nebe, îdam dibû. Ew reaksiyon û dijayetiya pêwist derket di dema biryara îdama qazî belabû û qazî hate girtin. Wek nimûne hegher Ocalan îdam nebû, ji ber wê dijayetiya Kurdan bû, li Ewropa, li Kurdsitan û li Rojhilat. Bi hezaran kes rabûn.

Ew ruhiyeta ji bo Ocalan hebû ne ewqas ne bi wê firehî û bihêzê belê heger bi tenê li bjarê Mehabad jî çend hezar kesî yan jî 10-15 hezar kesî ji gundan bihata Mehabadê û doza seknandina îdama Qazî bikiribana û li Qazî xwedî derketibana şik tê de tune ku wê qazî îdam nebûya. Heyfe ku nebû. Herçendî xelkê Mehabad dibêje me niazîbû ku wê Qazî îdam bibe jî, ew hestê neteweeyî bi wê derecê ne xurt bû. Ne wuha ye, dema li Çarçira qazî û hevalên xwe hatin îdamkirin xelk li mala xwe di xew de bû. Sibekê dema rabûn, dîtin ku şehîd li sêdarê dane./ li bajarê Kurdan, paytextê şoreşê îdam kirin, dewelta Tirk jî şêx Seîd û hevalên wî li Amedê îdam kirin, belê deweltê Ocalan neanî Kurdsitanê bir avêt giraveke wek ya Imralî, nav Tirkan û nikarîbû îdam bike ev ferqek e /xelkê Mehabad gelek caran zora dewletê dîtibû û agehdar bû ji îdamên hejamrek kesayetiyên Kurd wek Simko, hiçî nekira. Mîrhem Yîgît: xwepêşandanek, protestoyek Dr. Huseynê Xelîqî: Na, hîçî nekira. Yek ji xalên helî lewaz yên bajarê Mehabadê û piştre giş Kurdsitan kesekî tişştek nekir. Ji ber ku zanîbûn wê Qazî îdam bikin, zanîbûn çûna zîndanê û îdam heman tişt e. tecrûbeya wan hebû. Li pêş Simko kuştibûn. Cafer Xan giritibûn û kuştibûn, Hemze Axcayê Mingor kuştibûn. Bi sedan serkiredeyên Kurd ji aliyê rejîmê Îran hatibûn girtin û tîrbarankirin. Çima tişte nekirin hê jî ez wek kêmaniya hel mezin dibînin. Çend caran jî di dema yadî dayikê Kurdan de ku xizanî pêşewa bû, mîne Xanim. Hun niha dayika Kurdan bibîr tînin, belê dema bavê Kurdan bi gotina we hate îdamkirin, yek nefer derneket derve. Ewe wek xaleke reş e Mîrhem Yîgît: Yanî ne eskerî, ne siyasî, Dr. Huseynê Xelîqî: Na wek kesekî adî wek çeteyek bê kuştin bêdeng û bêprotest û gotin hat îdamkirin. Tirajediyek bû. Mîrhem Yîgît: Ders û tecrûbeya em îro derxin û bikêrî Kurdên îro bê?

Dr. Huseynê Xelîqî: Em divê destên xwe bi pişta xwe bixurînin, em bi îmkanên xwe li ser piyên xwe bimînin. Le Sovyet îdamê inikasî idamê bû, tu deng neda. Dengê derve jî girêdayê dengê navxwe ye. Belê heta li cîhanê jî medya tişt negot. Ku dengê xelkê nebû wê li dervey jî deng nede. Piştî ku Komar ket hizba demokrat rewşa wê çibû, çawa bû, em hinekî li vî alî binerin. Ji der û dora serokayetiya komarê çi derbasî Hizib bû. Le riwangeyî kontinyûte û berdewamiyê em lê binerin. Xenî Bilûryan, Ezîz Yûsifî, Dr Şîrazî, Dr Mewlewî, kesek bi navê Mitelib hinek ji wan di dema komarê de jî dereke wan hebû, dirêjeker û berdewamkirinên hizbê bûn. Van salên 47 û 48 an di nav hewla hizbê bidin jiyandin, xebat kirin. Belê vê carê Hizba ku ji vê qonaxê re serpereştî dikir hizba Tudeh bû. Dr Rehman Qasimlo bi xwe jî yek ji wan kesan bû ku Hizba Tudeh ji bo vê qonaxê şandibû Kurdsitan û wezîfedar kiribû. / yanî ji vir û pê de rêxistina Kurdsitan dikeve destên Tudeh.../ Rehman ji bo zîndîkirina hizba demokrat hatibû şandin. Yek ji wan kesan bû ku ji nû ve tevgerê zindî bike, mobilîze bike. Belam ser bie Hizbî Tudeh be, lê jêr çetirî Hizbî Tudeh de be. Kak Sarmedînî Sadiq Wezîrî sala 1948 an ji aliyê Tudeh tê wezîfedarkirin, da ku li Mehabad endamên hizbê bibîne û ji nû ve têxe kar. Wî jî ew kar kiriye. Mîrhem Yîgît: Dr ne endamê Hizibê bû? Dr. Huseynê Xelîqî: Na piştre dibe endamê Hizib. Mîrhem Yîgît: Mihemed?

Yekemîn serokê hizbê piştî Qazî

Dr. Huseynê Xelîqî: Ehmed tewfîq bû. Salên 51. 52, 53 / doktor ne daqîqe di mesela salan de /

Konferansa 2 pêk hat, pêm waye le salî 52-53 Ehmed Tewfîq bû sekereterê partî. Dr Rehman wê demê hatibû nav partî. Ehmed Tewfîq Dr. Rehman ji endametiya partiyê avêt, ji konferansê derxist. Digot tu çep î. Piştre li konferansa 3 li dora 57-58 an / herdu konferans jî li Başûrê Kurdistan dibin. Doktor piştre ji bo vê salê 1970-1971 dibêje. Sal qet ne di bîra wî de ne, endamê serokayetiya Hizba Demokrat wuha bi ferqa çend salan behsa konferanseke girîng dike ku sekreterek diçe û yek tê dike./ yanî konferansa 3 ne 57-58 an belê 70-71 ê çêbûye. Em dewam bikin. Wê demê Ehmed Tewfîq ji aliyê hikûmeta Behs hatiye girtin. Doktor zelal naaxive, hem dibêje ji aliyê Behs hat girtin û hem jî dibêje ji aliyê Berzanî bi fenên Îran. Piştre dema mirov li salê dinere, hê şer tune di nav Iraq û Berzanî de. Tarîxa konferansa sêhem gerek em pirisin, vêna Mihemed û Selim gerek baûştir zanibin. Ji Hecî jî mirov akre bipirse. Di encamê de di vê konferansê de Dr Rehman dibe sekreter û Ehmed Tewfîq ji partiyê tê avêtin. Çend Qonax: 1. 1946-1948 salên di bin bandêra şikestina Komara Mehabadê de 2. Salên 1948-1952 salên Hizib dikeve bin bandêra Tudeh de û hewlên Tudeh ji bo jinûveavakirina potansiyela li Kurdistan piştî şikestinê li gora siyaset û stratejiya xwe. 3. Salên nav 1952- 1970 salên şerê di nav Ehmed Tewfîq û Rehman de. Di van salan de rewşa Hizib bipirs ji kesên zanin. 4. Qonaxa 1979 û piştre. Dema Hizib hêdî hêdî vedigere îran piştî ketina şah. Di konferansa 3 de Ehmed Tewfîq bi fermî ji Hizib tê avêtin. Belê dema tê avêtin sax e, miriye kes nizane, ji ber ku ew roj û ev roj kesî tu ilim jê hilnanî, bi serûşûn çû.

Di vê qonaxê de bi taybetî piştî şerê di nav Berzanî û iraq de di bin zexta iran de partî Demokratî Kurdsitanê Iraq beşek ji endamên Hizba demokrat teslîmê Îran dike, beşek tê girtin û partî lihev dikeve, hin kes jê diqetin û di nav Bexda Iran û Berzanî de dimînin. Beşek ji wan aware dibe. Çend kes ji wan wek Mirad Şîrêz û Ismiailî Muîn û Silêmanê Muînî têne kuştin û termê wan didin Îran. Beşê din bi serokayetiya Dr. Qasimlo, Kerîmê Husamî û Mihemed emînê Sîracî diçin Bexdê. Hikûmeta Behs ji Rehman û hevalên wî dixwaze ku şerê Berzanî bi hikûmeta Iraqê re mehkûm bike. Hizib qebûl nake, teslîm nabin, ew jî dibêjin herin ji vir. Rêyeke din jî tine ku bineqînê, cîheke herinê tune, nikarin herin ba Berzanî jî. Ev salên nav 71 -75 e. Di vê demê de ye ku Rehman Qasimlo diçe Prag û Firensa, Kerîmê hisamî, Mela Evdilayê Hesenzade, Hesenê Şîweselî, Resûlî Pêşnimaz û Seyid Resûlî babî Gewre, Xalide Kol, Mamosta Hêmin, Mihemed Emînî Siracî dimînin. Mana wan jî di xeterê de bû, salên nexweş in, Hizib nizane çi bike, teqrîben Rehman xwe rizgar dike û hevalên xwe dihêle, mana wan di xeterê de ye, her tişt diakre bê serê wan. Ev heta şoreşa Berzanî işke û Iraq serdest dibe dewam dike. Sala 1975 an şoreşa başûr şikest û piştî 4 salan 1979 an şoreşa iran hat û Şah ket. / rewşa van salan ango salên nav 1975 û 1979 heta Hizib vedigere Îranê rewşa Hizib çawa bû ji hecî û selim bipirs..../ Dema şah dikeve hêdî hêdî elemanên hizb vedigerin Rojhilat. Hizba Demokrat li mehabadê Kongreya 4 em pêkanî. / kongre û konferansên vê partiyê jî zêde nezelal in, wa diyar e, di nav partiyên Kurd de partiya kongreyên xwe berdewam kirine partiya PKK ye./. Sal 1979 bû. Careke din Rehman bû serokê partiyê. Mîrhem Yîgît: Tu ji me re hinekî jî behsa nakokiyên di nav Hizib de bike Dr. Huseynê Xelîqî: Kongreyê 4 ku pêkhat biryar derket ku Xumeynî Hizibê nas bike û otonomiya Kurdsitanê nas bike.

Belê Xumeynî otonomî neda. Ku wuha bû hizb jî biryara kongraya 4 lexû kir û bi çek bersiva çekên dewleta Îran da. Gurûbê 7 kesî ku Xenî Bilûryan serê wan dikişand, Ehmedê Ezîzî bû, niha LI VIR E, Newîdî Muînî bû, Fewziye Qazî bû, Mamoste Hêmin bû, Rehîmê Qazî bû. Mîrhem Yîgît: Çi dixwestin van 7 kesan? Dr. Huseynê Xelîqî: Van kesan dixwest Hizib bi iran re li hev bê, pê re têkeve nav peymanekê, di şertên derketina şer bi Iraq re sînoran biparêze û li dijê dijberiyên li himber rejîmê Îslamî şer bike. Ev şiklek cehşîtî bû, Hizib jî nedixwest çekê cehçîtiyê hilgire. Hizib digot tu otonomiya min bide min ez jî ez dê sînor biparêzim. Rejîmê Islamî jî digot heger tu rast dibêjî ewil tu du salan sînor biparêz, ez bibînim ku rast dibêjî wê wextê ez dê otonomiyê bi te re nîqaş bikim, nedigot ez didim jî. Ev bû sebeb ku şer derkeve. Gurûbê heftkesî jî çûn aliyên Çirîk û pasdaran. Li dijê pêşmergên Kurdsitan şer kirin. Bi Qiyada Miweqeta wê demê re bûn hevkar û alîkar. Mîrhem Yîgît: Di zemanê Idris û Samî Evdirehman de? Dr. Huseynê Xelîqî: Belê. Rejîmê îslamî ji Qiyada Miweqete re digot, heger hun şerê Hizb nekin ez dê ew çekên ku min di wextê xwe de dabûn we ji we bistînim û careke din yên ku min ji we girtibûn li we venegerînim. Wan jî şer kir, mesela termê Berzanî kirin behane û bûn sebebê şerekî xwênawî ku ji herdû aliyan jî gelek kes hatin kuştin. Xebera Hizib ji mesela guhertina cihê term jî tunebû. Ev ji aliyê kesekî bi navê Kakil hatibû kirin. Heso Mîrxan serê vê kampanyê kişand. Wê wextê Mihemed Nazîf jî kadroyê wan bû. Ew jî yek ji wan kesan bû ku hate vê lîstikê / jê vê qonaxê bipirs./ Qiyada Miweqete, pasdar û gurûbê heftkesî bi hev re êrîş kirin û 104 pêşmerge şehîd kirin. Navçeya Şino girtin û teslîmê pasdaran kirin. Qiyade û Çirkên ekseriyet û gurûbê heft kesî li Şino wêneyên Qazî û ala Kurdsitan dirandin û bêhurmetiyên mezin kirin. Dema dîtin ku rejîm wan dixapîne û êdî bêbavî û hovîtiya rejîm giş sînor derbaskirin û rewşeke

kes hew kare biparêze derket gurûbê heftkesî jî hêdî hêdî sist bû, belabû û yên mayî berê xwe dan çiyê ba partiya komunîstê Îraqê. Ji gurûb Fewziye tenê neçû ew çi Delamper ser navçeya sêsînor. Hêmîn jî ma li wur. Yên din derbsbûn. Dawî Xenî Bilûryan û Mihemed emîn Siracî derketin Elmanya. Çûn ba Hizba Tudeh, Xenî Bilûryar bû endamê serokaeytiya hizba Tudeh û endamê Deftera Siyasî./ gurûbekî çawa ye, karekterê siyasiyên vê hizbê û bi taybetî Mihemed Emînê Siracî çawa ye.../ Piştî 2 salan teqrîben sala 1981-82 an kongreya 5 em li dar ket. Min li wê nebûm, min endam nebûm ew qexe. / doktor dereng dibe endamê Hizib/ . Piştre Kongreya 6 ku 85-86 pêkhat. Ez bûm endamê Hizib. Le Gelale li Başûrê Kurdistanê. Kêşeya sosyalîzmeke çawa li ser lêkolîneke Rehman Qasimlo dest pê kir di kongreya 6 an de. Di sosyalîzma mewcûd de demokrasî tune, li Sovyet dîktatorî heye. Ev nivîs di kongreya 5 an de hatibû belakirin. Belê nîqaş di kongreya 6 an de hate kirin. Dr. digot ev ne soyalizmeke demokratik e, stalîzizme ye. Kêşe saz bû Hizib bû du beş. Û bi zorê bi % 51 ê Hizib ev fikra Qasimlo bi serket. Meyla Qasimlo ji bo sosyaldemokrasiya Ewropa hebû. Dixwest bike hizbeke sosyaldemokrat. Dixwest bike endamê soyaldemokrasiya cîhanê. Belê kesî ji me ev fêm nekir û li ber neketin. / ev jî asta siyasî û îdeolojêk derdixe meydan.” Belê ev jî mirov dide fikirandin ku Rehman bi xwe û piştî wî şerefkendî jî li aliyê din li du paytextên deweltên soyal demokrat hatin terorkirin, yek li Viyena Bruno Kreisski û yê din jî li Berlina Wili Brand. Mîrhem Yîgît: Xîlafên piştre? Qutbûna Rêberayetiya Şoreşgerî? Dr. Huseynê Xelîqî: Ew li Kongreya 8 an bû. 86-87 bû. Beşek ji endamên Hizib gerek li gora rêberayetiya Hizib xwe ji bo serokayetiyê pêşniyaz neke. Wek Hesenê Trizgar û Haşimê kerîmî, Nebî Qadirî. Îmkana bihatina hilbijartin hebû, belê sebeb ew bû ku li gora Rehman di kar de ne hevahend

bûn. Doktor dibêje ku wan di pilenûmê de qebûl nekirin ev pêşniyaz. Bêencamiyê dirêj kir û li ser vê gelek civîn hatin kirin di jora partiyê de. Di encamê de Qasimlo lîsteya fîks anî. Kongre dengê xwe da lîsteya fîks. Helbet berî wê jî Qasimlo ev got: ya wê ev lîste qebûl bibe yan jî ez qebûl nakim û ez dê dev ji kar berdim. Lîste hat qebûlkirin. Dr girîng bû. Ya ev lîste ya ez , yan na ezê herim, dimînin wek endamekî jêr. Di lîsta Qasimlo de 15-16 kes ji rêberayetiya berê nekete lîstê. Van kesan doza du sê kesan di Deftera Siyasî kir, Qasimlo ew jî qebûl nekir. Got Komîteya Navendî de bi şertê ew hersê kes tê de nebin çend kes karin cîh bigrin. Wan jî qebûl nekir di Mekteba SiyASÎ DE SÊ KES XWESTIN NEHATE QEBÛLKIRIN. Bi 2 an jî razîbûn nehate qebûl kirin. Di encamê de ew qutbûn û perçebûna Hizib çêbû. Mîrhem Yîgît: Ew kesên Rêberayetiya şoreşgerî avakirin newlo? Dr. Huseynê Xelîqî: Belê. Mîrhem Yîgît: Kî bûn ew? Dr. Huseynê Xelîqî: Dawî serokayetiya Rêberayetiya şoreşger kete destên Hesênê Risgar, Celîdê Gedanî, Fetahî Kavyan, Haşimî Kerîmî diwatir çû , Hiseynî medenî, ev bûn serokayetî. Le ole reqe le raniye Hizba xwe damezrandin. Micahîd û komele alîkarî dan wan. 9 salan qut bûn ji Hizba Demokrat. Piştre sala 1996 an dubare di Kongreya 11 an hatin nav Hizbê. Li Koye li başûrê Kurdistanê. Careke din dawiya sala 2006 anji hev qetiyan. Niha jî mela Evdile Hesenzade, le gel kak Celil, kak Fetah û Medenî ew aliyek în. Aliyê din Mistefa Hicriy e, Mihemed Nezîf e, Tîmûr Mitefayî ye, evana zeq û diyar in. Ev ekseriyet e. Herdu jî bi navê Hizib kar dikin. Televizyon di destên Mistefa hicrî de ne. Aliyê din jî seetek û nîvek televizyon li londra ji Mensûrê Hikmet girtine

Abdulkadir Ulumaskan

Mahmut Aydin: Mamosteyê hêja, ez dixwazim berî ku em derbasî hevpeyvîna xwe bibin, hinekî we nasbikin. Ji kerema xwe re hinekî xwe bi xwendevanên me bidin nasandin? Abdulkadir Ulumaskan: Baş e. Wek hûn dizanin, navê min Abdulkadir Ulumaskan e. Ji Kurdîstana Bakûr, ji Wêranşahrê me. Min li welêt cend salan mamosteyiya Tirkî kir. Dîsa çend salan jî di girtîgehê de mam û dûra jî hatim Ewrûpayê. Berî ku ez bêm Almanyayê, min bi zimanê Tirkî dinivîsî. Piştî ez hatim Almanyayê, min giranî da ser Kurdî. Ez li Swêd û Swîsrê tev li kursên zimanê Kurdî bûm. Min piştre li komelan û çar salan jî li Volkşoçsçule-VHS(Dibistana bilind ya gel) yê dersên zimanê Kurdî dan. Vê gavê jî ez li zanîngeha Boçumê kursa zimanê Kurdî didim. Bawer dikim ji bo nasandinê evqas bes e. M. Aydi: Hûn dikarin hinekî qala jiyana xwe ya li Ewrûpayê n bikin? Hêviyên we çi bûn, hûn rastê çi hatin? A. Ulumaskan: Bi rastî min hêvî nedikir ku em Kurdên dîasporayê bi rewşeke waha bi tengezarî re rû bi rû bimînin. Min digot qey bi alîkariya zanist û teknolojiyê jiyana mirovan hinek bê astengî derbas dibe. Lê ne wisa ye. Ez dikarim jiyana kesên penaber û koçkirî wek darekê binirxînim. Çawa

ku mirov darekê ji parzemînekê ji kokê ve rake û bibe li parzemîneke din dayne. Ka wê ev dar bi cografya xwe ya nû ve çawa bi aram be û di nav axa biyanî de rehên xwe belav bike. Ev gelek zor e. Pir caran jî em wek xîza li ser camê ne. Mîna ku mirov kulmek xîz bavê je ser qeşayê an jî ser camê. Her livek bi aliyekê ve dipeke. Bi rastî ez ji ber zulm û çewisandinên dewleta Tirk, ji neçariyê hatim vî welatî. Lê min tu carekê ji jiyana vê derê tehm û lezet nedît. M. Aydin: Mamoste Abdulkadir, ez dixwazim di derbarê wergerê de bi we re hevpeyvînekê çêkim. Mijara me bi taybetî ev e. Ango werger. A. Ulumaskan: Belê, ev mijar mijarek girîng e. Ji mêj ve ye wergerê di qada navnetewî de bûye xwediyê roleke mezin û girîng. Di warê ziman, wêje, zanist, dîplomasî û gelek babetên din de cîhê wergerê pir girîng e. M. Aydin: Mamoste ez dixwazim bi pirseke klasîk û girîng dest pê bikim. Gelo, hûn dikarin bi tevayî û gelemperî çawa behsa giringiya wergerê bikin? A. Ulumaskan: Belê, bi rastî jî li ser dîroka wergerê gelek zanîn û agahiyên teknîkî hene. Helbet li gor cûreyên wêjeyê batetên wergerê jî hene. Wek cara pêşî werger li ku derê, ji aliyê kê ve, babetên wergerê û herwekî din... Ez vana pir girîng nabînim û zêde jî nizanim. Li gor baweriya min ya pewîst girîngiya wergerê ye. Ez bêhtir dixwazim qala wê mijarê bikim. Niha di dîroka wêjeya cîhanê de cîhê wergerê pir û pir girîng e. Bi rêya wergerê wêjeya cîhanê xwe digihêjîne hev û gelek dewlemend dibe. Mîna ku baxçeyê gulan bi rengekî hebe û her wergerek jî dibe gulek bi rengê din, rengek xweşik û watedar. Bi taybetî wergera di qada wêjeyê de bala min zêdetir dikişîne. Berhem, her çiqas dewlemendiya zimanê xwe yê resen be jî, evqas jî dibe dewlemendiya zimanê ku werger jê re tê kirinê jî. Her berhemek bê wergerandin her du zimana ji hîn fireh û kûrtir dike. Mirov dikare bibêje piraniya welatan bi rêya wergerê dest bi pêşketina çand û wêjeyî dikin. Ango

ronesansa wêjeyî hineki jî bi wergerê ve girêdayî ye. Û ev bizav bandorê li ser pêşveçûnên din jî dike. Dema em bala xwe didinê, dixûyê ku hema hema hemû welat gava ketinê asta pêşketinê, berê dest pê kirine, klasîkên cîhanê yên naskirî wergerandine zimanê xwe. Bi vî awayî mirov pêşketinên cîhanê digihîne welatê xwe û rê li pêşiya herikînên pêşketina wêje ya şaristaniya jî vedike. Em dikarin bêjin ku, werger bi xwe wêjeya navnetewî û lihevkirin û hev naskirina gelan e. Bi vê wateyê, bi zimanekî enternasyonal werger û wêje dikare bibe rêya aşîtiya nava gelên cîhanê û gelan nêzî hev bike. Îcar ev dimîne li ser arnamanca sîstem û hunera wêjekaran. Ger bixwazin, ew dikanin edebiyat û wergerê bixin xizmeta mirovatiyê, an jî li dijî mirovatiyê bikarbînin. Di vê pêvajoyê de rol û girîngiya wergerê gelek zede ye. M. Aydin: Baş e mamoste, di karê wergerê de divê çi li ber çavan bên girtin? A. Ulumaskan: Bi ya min kesê ku karê wergerê dike, gerek bi pisporî kar bike. Divê bi her du zimanan jî pir baş bizanibe. Ya din, divê mirov ziman û naverokê xirab neke. Werger karekî teknîkî ye lê ne mekanîk e. Werger ne wergera peyvan e. Ji gotinê hember hev bêtir hember wateyî ye. Wergerek peyv bi peyv dikare wateya tê ku gotina wê tê xwestin biguhere an jî xirab bike. Wek mînak; gava mirov bi almanî bibêje “Tu çawa yî?” dibê: “Wie geht es Ihnen?” Gotin bi gotin wergera wê :”çawa diçe ew liba te?” Gava tû ji Kurdî wergerînî almanî jî dibe:„Was ist du?“ Ev jî tê wateya„Tu çi yî?„ Ji bo vê yekê, wek me berê jî gotibû, pêwîst e wergêr her du zimanan ji aliyê rêziman, watê u taybetmendiyên wî de gelek baş bizanibe û şareza be. Em li vir mînakek dinê bidin. Em bêjin ji zimanekî çîrok, roman an berhemek dinê dê bê wergerandin. Dîsa em bêjin ku ew werger ji zimanê almanî wergere zimanê Kurdî û di derekê da gotinek pêşiyên almanan derbas bibe, wek: „Eine Sçwalbe maçt noç keinen Sommer.“ Bi Kurdî wergera vê

gotina pêşiyan waha ye: „Bi dûwmeqeskekê hê nabê havîn.“ Lê wergêr hemberê vê bi Kurdî kane wek:“Bi gulekê nabê bihar.“bibîne. M. Aydin: Mamoste li gor te, dema ji bo wergerê mijar bêne hilbijartin, gerek kîjan werin neqandin? A. Ulumaskan: Mijar çi dibe, bila ew be û mijar bila hinekî jî azad be. Ji vê zêdetir naveroka wergera mijarê girîngtir e. Mijarek herî baş bi wergerek nebaş xirab dibe û mijarek xirab bi wergerek baş hîn serkeftîtir dibe. Lê tu ya dilê min bixwazî, ez dibêjim bêhtir mijarên civakî û nivîskarên navdar û berhemên bi rûmet werin wergerandin, wê baştir be. Wek mînak, berhemên xelatên netewî an navnetewî girtine bê bijartin, mîna Jack London, Maksim Gorkî, Viktor Hugo, Tolstoy ûhw. M. Aydin: - Gelo divê di wergerê da wergêr bala xwe bi taybetî bide ser çi? A. Ulumaskan:- Wek me berê jî gotibû, gerek wergêr hay ji nexirabkirina wergerê hebe. Dîsa taybetiyên her du zimanan ji bîr neke. Divê wergêr naveroka wergerê neguherîne. Ji aliyê ziman de dikarê ji zimanê xwe tamek xweş tevli mijarê bike, lê naverokê wek xwe bihêle. M. Aydin: Baş e, ka em hinekî qala wergera Kurdî bikin. Gelo di Kurdî de werger di çi halî de ye? A. Ulumaskan: Mixabin, wek rewşa wêjeya Kurd bi tevayî, rewşa wergerê jî ne cûda ye û em nikarin bêjin baş e. Heta dikare bê gotin ku ji rewşa giştî hîn jî xerabtir e. Gava mirov waha dibêje, nayê wê wateyê ku wêjeya Kurdî pêşve neçûye. Helbet gavên berçav û mirov pê dilxweş bibe hene, ne tunene. Lê ne bese. Ji terefê dagirkeran ve wêje û zimanê Kurdî di bin xeteriyek mezin de maye. Li gor derfetê ku îro hene, divê Kurd şûna van paşvemayînan û valahiyan dagire. Gelek pêwîst û girîng e ku Kurdistanî karên şorêş û wêjeya xwe bi hev re bidin meşandin. An na dîtina bila wêjê bimîne piştî azadiyê, nerînek ne rast e. Divê Kurd ji aliyê

wergerê ve wek kampanyayekê dest pê bikin û ji berhemên cîhanê yên bi nav û deng heta yên dinê wergerînin Kurdî. M Aydin: Biborîne mamoste, di vê navberê da, ji zimanê Kurdî divê kîjan berhem bêne wergerandin ? A. Ulumaskan: Rast e, me hinekî bahsa vêya kir, lê dib ku nîvçe ma. Ji bo mirov kanibe berhemên Kurdî wergerîne zimanekî biyanî, divê berê berhemên Kurdî ji aliyê qalîtê ve bên pêşvexistin. Wek mînak, em bêjin destana Kurdî ya herî bi nav û deng Mem û Zîn , hîn cûr be cûr têr nehatiye nivîsandin. Gerek ji aliyê gelek nivîskaran ve bi gelek awayan ve bên nivîsandin û dûre jî bên wergerandin. Nivîskarekî ewrûpî dibêje:„ Heger destana Mem û Zîn ya welatekî ewrûpî ba, wê bi deh hezaran rûpel bihatana nivîsîn.“ Ev rastiyek e. Gelek destanên Kurdan hene, hîn qet nehatine nivîsandin. Dibe ku mijara me ne ev e, lê wek mînak min xwest hinekî balê bikşînim ser vê pirsgirêkê. Lê ger hûn bêjin gerek kîjan bên wergerandin, hema yên niha tên bîra min; Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dewrêşê Evdî, Rustemê Zal, Kawayê Hesinkar ûhw… M. Aydin:- Mamosteyê hêja, gelo ji aliyê çapê ve werger çawa ye? A. Ulumaskan: Ji wî alî ve jî pêwîst dîtin û girîng nedîtina wergerê, heta tu bibêjî heye. Ji xwe Kurd bi giştî ji xwendinê hez nakin û bazara çapê jî naxwaze berhemên wergerê bên çapkirin. Wek mîna min Masiyê Reş yê Biçûk wergerand Kurdî, kesî tu zêde guh nedayê, bala kesên têkildar nekişand. Bêyî Mamoste H. Diljen ez pîroz kirim û karekî hêja dît. Bi rastî jî Masî di wejeya cîhana zarokan de berhemek gelek giranbiha û hêja ye û gelek xelatên navnetewî jî girtiye. Lê hîn jî min derfetê çapkirina vê wergerê nedîtiye. Ne bi tenê çapxane, perwerdekarên mê jî zêde giringî nedanê. Wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd - YKMê jî, ez li vira rexne dikim.

M. Aydin: Mamoste, em hinek jî bên ser xebatên te yên wergerê? A. Ulumaskan: Na, ne ji bo em bên ser xebatên min min ew got, wek mînak û giringî nedana wergerê, min xwest qal bikim. M. Aydin: Na na, ji xwe minê ew bipirsiya. Ji ber ku girîng e, lê dor hat û ji niha çêtir tuneye. Her ku em hatin ser vê mijarê. A. Ulumaskan: Ê baş e. Ez bi xwe ne wergêr im. Lê ji ber ku di vê qadê de valahî hebû, min ev kara da pêşiya xwe. Wek niha jî min got, min sê sal berê çîroka nivîskar û mamosteyê faris yê bi nav û deng Samed Behrengî wergerand zimanê Kurdî. Min ev çîrok di zaroktiya xwe de xwendibû û vê pirtûkê bandoreke mezin li ser min hîştibû. Ez fikirîm ku hêja ye ez wê ji bo zarokên Kurd jî wergerînim zimanê Kurdî û min ev yek pêk anî. Lê wek me got, heta niha, min derfetê çapkirinê nedît. Lê tew ne be bi derfetê xwe yê kesane be jî, ezê wê çap bikim û zarokên Kurd wê bixwînin. Girîngiya Masiyê Reş; çîrokeke di kesatiya zarokan de azadî, lêgerîna zanistî, biratî û mirovativê pêşve dixe. Dîsa çîrokên hema hema bi hemû zimanan hatinê wergerandin yên Rojhilat gelek bi nav û deng in. Ez niha çîrokên Hezar û Yek Şevî jî ez werdigerînim. Karekî gelek bi zahmet e, lê ewqas jî hêja ye. Zedeyî 3 hezar rûpel in. Ez niha ji nav wan bêtir yên bala zarokan dikşînin werdigerînim Kurdî û bi alîkariya hevalekî din jî em dikin du zimanî, yanî Kurdî û almanî. Paşê ger ez kanibim, ezê tevahiya wan wergerînim Kurdî. Nave çîrokê Hezar û yek şevê yê xas ango orjînal bi xwe Hezar û yek şevê yanî ev ne wergera Kurdi ye bi wî navî bi nav bûye. Hinek dibêjin Serlehenga çîrokê Şehrazad bi xwe jî Kurd e. Serleheng Kurd be ne Kurd be ev tiştekî din e, lê bi rasî jî çîrokin pir giranbuhan e. M. Aydin: We çima ji bo çîroka masî du ziman çêtir

dîtin? A. Ulumaskan: Bi rasti ev xwendina zarokan hêsantir dike û awayekî hîn balkêş e. Heger zarok ji aliyê têgihîştina Kurdî da zahmetiyê bikşîne, li beşa almanî dinêre û tê digihêje. Min ji bîr kir ku êz bêjim, çîroka Masiyê Reş yê Biçûk jî me bi du zimanan nivîsans. Bi Kurdî û bi almanî. M. Aydin: Momoste, ji ber ku tu jî perwerdekar û mamoste yî, gelo ji bo zarokan divê kîjan berhem bêne wergerandin? A. Ulumaskan: Rast e, ev girîng e. Pewîst e ku pirtûkên bi awayê pedegojîk û li gor cîhana zarokan hatine amadekirin, bên wergerandin. Bi rastî jî fîlmên karton tu tiştekî nadin zarokan û ji bo pêşveçûna kesayetî û hunerê jî waha ye. Lê mixabin ji ber tiştên bi lîstik, bi hereket, reng û deng ji bo zarokan zêdetir balkêş in, zarok temaşekirina zarokan tercîh dikin. Fîlmên karton gelek xisarê didin zarokan. Sîstema kapîtalîst û medya wan wek jina zarok jî ji xwe re kirine kada bazarê. M. Aydin: Bi qasî ez dizanim, xebata we li ser amadekirina ferhengek Kurdî û almanî jî heye. Ev xebat di çi merhaleyê de ye û we çima xwest ku hûn xebatek waha dur û dirêj bimeşînin? A. Ulumaskan: Xebata Ferhenga Kurdî - almanî bi dawî bûye. Lê belê ji aliyê zayendan ve hinek kêmasî hene. Vê gavê ez li ser wan dixebitim. Îcar em werin, çima min pewîstî bi xebatek waha dît ? Min bala xwe daye, li Almanyayê di destê me de ferhengek Kurdî - almanî û di destê almanan de jî ferhengek almanî Kurdî tuneye. Ji ber vê, min xewest ku ez kemasiyê temam bikim. M. Aydin: Dîsa li gor agahiyên min xebatek we ya ji bo şagirtên lawaz hebû. Hûn dikarin hinek qala vê xebatê bikin?

A. Ulumaskan: Destpêka Fêrbûna Kurmancî ya birêz Husên Yigit, min ji zimanê Tirkî wergerand Kurdî. Ev pirtûka dersê bû û ji bo xwendevanên ku tehihîştina wan hinekî ne zêde hatibû amade kirin. Wek tu jî dizanî gelek zarokên Kurdan jî li wan dibistanên taybet ku alman jê re Sondersçule an jî Fördersçule dibêjin dixwînin. Gelekê wan jî ji têhihîştinê bêtir ji ber pirsgirêkên zimanê almanî dişînin wan dibistananan. Ev mijareke kûr û berfireh e û mijarek din e. Lê pêwîstî hebû ku ev pirûk jî ji bo zarokên Kurdan bê wergerandin. Ji ber vê yekê min xwest ku ez vê pirtûkê wergerînim zimanê Kurdî-zaravayê kurmancî. Werger xelas bûye û pirtûk ji bo çapkirinê amade ye. M. Aydin: Başe mamosteyê delal, em hêdî hêdî ber bi dawiya hevpêyvîna xwe ve diçin, wek peyam û gotinên xwe yên dawî li ser wergerê, hûn dixwazin çi bibêjin? A. Ulumaskan: Ji xwe me wek peyam di nava naveroka bersivandinan de got. Bawer dikim ne hewceye ku ez careke din wan dubare bikim. Lê ez dixwazim bêjim ku gerek di wêjeya Kurd de bi pêşxistina wêje û huner tev re, karê wergerê jî gelekî girîng bê dîtin û kirin. Bi taybetî divê hin nivîskarên Kurd giraniya xwe bidin ser wergerê û wî karî bi pisporî û profesyonel bikin ku da encamên baş bêne bidestxistin. Ev bi serê xwe berpirsiyariyek e. M. Aydin: Ji bona vê hevpeyvîna xweş ez ji te re pir spas dikim û ji te re serkeftinê dixwazim. Her bijî, zor zor spas. A. Ulumaskan: Ez jî ji we re spas dikim ku we derfet da, li ser vê mijarê ez fikr û nêrînên xwe bînim ziman.